Jiyan bi wateya xwe jiyan e. An ku bêwateyî mirin e. Wate, cewher û xemla jiyanê ye. Mirovek an civakeke ku ji vê cewher û xemlê dûrkeve, dibe jîndarên mirî. Dibîne, dibihîze, dixwe, digere lê najî! Ji ber ku jiyan karê watesaz, dilçêker û evîndaran e. Evîndarên heqîqet, dilsozî û azadiyê ne.
Dijmin û dagirker di welatê me de berî her tiştî bi wate û jiyanê leyîst. Destpêkê em bi fîzîkî kuştin. Lê di bingeh de xwest ku me di dil û mêjî de bikuje. Me bêwate bihêle û jiyanê li me bike çolistan û biyaban.
Belê, min û Şehîd Rubar payîza sala 2009’ê li bilindahiya çiyayekî Kurdistanê li ser van mijaran ketibûn sohbeteke kûr û dûr de. Di nav PKK’ê de wate di kesayeta Rêber APO de pêşeng e. Wate dibe meş, tevger, raperîn û bilindbûn. Ev tevger jî careke din dibe wateyeke hîn kûrtir. Şoreş li ser vê hevguherînê pêşdikeve û bilind dibe.
Şehîd Rubar jî di sala 1992’ê de tevlî refên vê şoreşê bû. Wê demê li Sêrtê zanîngeh dixwend. Lê ew zarokê herêma Torê bû. Şehîd Rubar an ku bi navê berê Seyfeddîn li gundê Kefsengê ya girêdayî Midyadê tê dinyayê. Kefsengê gundekî biçûk e û li serê rêzegirekî hatiye avakirin. Xwedî xwezayeke xweş e û kevnare ye. Paşî bi malbatî têne nav Midyadê. Rubar li vir mezin dibe û li vir dixwîne.
Ew piştî ku ji zanîngehê tevlî refê gerîllayan dibe di demeke kurt de bi sekn û tevgera xwe ya mîna derwêşekî û bi fedekariya xwe di nav jiyanê de ciyê xwe digre. Girîngiyeke mezin dide hevaltî û wateya wê. Ev jî dibe sedem ku ji aliyê hemû hevalên xwe ve bê hezkirin. Di karê xwe de jîr, di têkiliyê xwe de dilnimz û di xebata xwe de afirîner bû. Di jiyana rojane de devliken û henekçî bû. Henekên wî moralçêker bûn.
Dost jî û dijmin jî kûrbûna hevaltiya di nava PKK’ê de tînin ziman. Dost vê rastiyê fam dikin û dixwazin kûrahiya wê bizanibin. Dijmin jî vê rastiyê dibîne lê naxwazê fam bike. Bêguman yek ji bingehên PKK’ê ku li ser piyan radigre hevaltî ye.
Hevaltî girêdan e, wate ye, dilsozî ye, jiyan e. Hevaltî tilsima nav PKK’ê ye. Şehîd Rubar jî di jiyana xwe ya nava PKK’ê de ku 20 sal tije kirin, her tim di nava hewldan û xîreta hevaltiyeke baş de bû. Di vî milî de xwe gihandibû asteke bilind. Kenê wî yê şîrîn ku pirî caran ji rûyê wî kêm nedibû, xemla hevaltiya bû.
Bi şehadeta her hevalî/ê dil dêşe, xemgînîyeke giran dil û giyan radipeçe. Heya çend rojan jî mirov di navbera rastî û nerastiya şehadetê de diçe û tê. Mêjî dibêje rast e, lê dil dibêje na… Her ku mêjî israr dike, dil dixwaze biqîre û bêje naaaaa…
Û paşî rondik ber bi çavan ve diherikin. Lê nabe! Nabe ku dijminê hov rondikê me bibîne. Bila ew ber bi dilê me ve biherikin. Da ku kela dilê me geş û gur bikin. Da ku ev kel bibe bizot û bi serê dijmin de biteqe!
Şehîd Rubar, Hevalê Hêja!
Tu yê her tim di dil û mêjiyê me de bijî. Û em careke din dibêjin: Şehîd rûmet, serbilindî û ronahî ya me ne û em bi hemû hebûna xwe ve dilsozê rêya wan in…
Firat Gernas
- Ayrıntılar
Gelê Kurd, gelekê ku hertimî serî li himberî dagirkeriyê rakiriye, bi pêngavên berxwedan û tekoşînê re asta serkeftinê qezenç kiriye. Bê guman, ev weke kevneşopiyekê ji dîrokê herikiye roja me ya îro. Hemû dewletên dagirker jî dizane, lê mixabin vê berxwedaniyê danaqurtîne.
Hemû rêbazên xwe yên gemar bikaranîn, lê encam negirtin. Bi hezaran girtin çêbûn, bi hezaran kes êşkence kirin, lê bi vê jî nekarîn tiştekê bikin. Bi ti awayî nekarîn gelê Kurd, Rêbertiya wê û tevgera wê ya azadiyê gav şunde bide avêtin. Tenê yek rê di destê dewleta dagirker de maye, ew jî li ser bedenên bêruh yên ciwanên Kurd rant kirin û berîka xwe dagirtin.
Şehîd, peyveke ku konê xwe di nava hemû peyvên gelan de vedaye. Peyveke pîroz e. Ji kesên ku bedena xwe xistine sîper li himberî dijminê xwe, kesên ji bo azadiya welatê xwe canê xwe feda kirine re dibêjin şehîd. Ger ku canê xwe feda kirine ji bo welatê xwe, ew veşartinekê herî pîroz maf dikin. Wana spartina dilê xwe, erkekê mirovahiyê ye.
Lê mixabin, şeytanên hemdem yên weke dewleta Tirk û hukumeta wê, ti nesîbê xwe ji van hestên mirovahiyê negirtiye. Ji bo qetil kirina ciwanên Kurd tenê li ser kar e. Êşkence dike, qetil dike û pişt re jî dirizîne.
Ew ki ye dibêje zarokên Kurd bê xwedîne û li goristana bêkesan tên veşartin. Yên bi vî rengî difikirin, ew yên ku ti keda wan di ber azadiya welatê wan de çênebûye. Ew mirovên behest in, mirovên bêked in. Mirovên xwe li ser xwîna ciwanan mezin dikine. Mirovên hov in. Ger bi qasî zirê keda wan di ber jiyaneke birûmet de çêbibûna, bi vî rengî nedifikirîn û ne jî tiştekê bi vî rengî pêkdianîn.
Gelê Kurd heya niha li hemû parçeyên Kurdistanê, li Helepçe, Mahabad, Amudê, Amedê, ji derveyî welat bi deh hezaran zarokên xwe fedayê riya azadiya welat û rizgariya netewa xwe kirine. Ev ruhê fedayî yên ciwanên Kurd roj bi roj mezin û bilind dibe. Li cihê ku pêwîst bike jî ciwanên Kurd amedene canê xwe di ber doza welatê xwe de bidin. Ma gelo tiştekê ji vê pîroztir jî heye? Ger mirinekê heye, ew mirin jî bila birûmet û pîroz be. Bila ji bo doza gelê xwe be. Gelê Kurd gelekê bi mirinê re yek bûye. Ji mirinê natirse.
Di çiyayên azad de îro, jiyaneke li ser hîmê rêhevaltiyeke geleke pîroz tekoşîna azadiyê tê meşandin. Hevaltiya ku di van çiyan de tê meşandin, hevbihayê hemû pîroziyan e. Ruhekê ku li ti deverên cîhanê neyê dîtin, di çiyayên Kurdistanê de li gel şervanên azadiyê heye. Kesên ku qet hevdu nas nakin, tên gel hev û di demekê pir kin de rêhevaltiyekê geleke mezin qezenç dike. Ev hevaltiya wan digihe astekê bi wî rengî ku canê xwe jî, ji bo hev bidin.
Gelo we qet dîtiye, kesekê ji bo hevalê xwe, xwe avêtiye ber narincokê. Ji bo ku hevalê wê/î şehîd nekeve, xwe avêtiye ber narincokê. Ev ruh we li kuderê dîtiye? Ji derveyî tevgera azadiya gelê Kurd PKK, ev ruh li ti deverên cîhanê nehatiye dîtin. Nimuneya wê ya yekemîn di çiyayên Kurdistanê de çêbûye. Lê dewleta dagirker a Tirk, ji bo ku birînekê biçûk jî li wan venebe, zarokên Kurd dişînin mirinê. Leşkerekê ji metropolên Tirk, dişîne Kurdistanê ji bo mirinê.
Pîvaneke xwezayê ye ku, dema her zindiyek bi xeteriya mirinê re rûbirû bimîne, neçar ew zindî dikeve pozîsyona xwe parastinê. Lewma ger qesta kuştinê li ser canê wî/ê hebe, ew jî bi kuştinê bersiv dide. Ger tu qesta canê kesekê/î bikî, tuyê bihayê vî jî bi canê xwe bidî. Qesta dewleta Tirk jî mirina canê ciwanên Kurd e, welatê Kurdistan e. Li himberî vê jî ciwanên Kurd canê xwe feda dikin.
Dewleta Tirk mirinê bi mirinê dide afirandin. Hemwelatiyê xwe dişîne mirinê, piştî cenaze tê welatê wî jî vê carê rondikên Tîmsahan dirijîne. (Hun dizanin, dema Tîmsah birçî dibe çêlikê xwe dixwe û pişt re jî li ser digirî) Ev ya tenê ji bo keseke Tirk bi vî rengî ye. Lê belê ji bo ciwaneke Kurd, yê li mafê xwe yê mirovahiyê digere dewleta Tirk bi vî rengî nêz nabe. Ji ber ciwanên Kurd bêxwedî dibîne, li goristana bêkesan vedişêre. Ev jî şerma mirovahiyê ye, şerma dewleta Tirk e.
Şerma xwe ya mirovahiyê nabîne û nabêje min cenazeyên ciwanên Kurd aniye rewşa ku neyê nas kirin, serî li rêbaza gemar dide, derewan dike û ciwanên Kurd li goristana bêkesan vedişêre. Ji bo yek malbateke Kurd cenazeyê zarokê xwe bigire bi kilometrayan rêdigre pêşiya xwe. Dikeve pey canê bêruh û her bendewariyên xwe mezin dike ku tenê hestiyeke be jî, parçeyek ji canê zarokê xwe bigre. Lê dewleta Tirk li ser vê rantê dike û hatina malbatan felç dikin. Bi rojan li ber deriyê morgê dihêlin. Ger cenaze ji parçeyên Rojhilat, Rojava an jî Başurê Kurdistanê be, ji xwe nadin. Ger bidin jî, cenaze radikin cihekê bi wî rengî ku xwe gihandina wê zor be. Yan jî heya ku berîka xwe li ser canên bêruh tije nekin, cenaze nadin. Li himberî vê sucê mirovahiyê jî, wijdanê raya giştî razayî ye.
Di rewşeke bi vî rengî de jî, qala çek berdana PKK dikin. Piştî van kiryaran, ew rûreşiyeke mezin e hun qala tiştekê bi vî rengî dikin. Bi taybetî jî ew kesên xiyanetkarên Kurd yên derdikevin pêşiya qemerayan û weke bilbilê tuya diaxivin. Li şuna ku hun derkevin qala çekberdana PKK bikin, ji xwe şerm bikin ku heya niha kedekê we di ber azadiya welatê we de çênebûye. Ji xwe şerm bikin ku heya niha hun her timî duvê hinekanin û li ser xwîna ciwanên welatê xwe berîka xwe tije dikin. Di destpêkê de bibin xwedî ked di welatê xwe de, pişt re derbikevin qala çekberdanê bikin.
Li aliyekê hun cenazeyên zarokên Kurd nadin wa ku bi hestên dilê xwe law û keçên xwe ber bi koça wan ya dawiyê ve oxir bikin, di aliyê din de jî dibêjin çima ciwanên Kurd berê xwe didin çiya. Di aliyekê de welatiyê xwe dişînin mirinê û di aliyê din de jî rondikên Tîmsahan li ser dirijînin.
Zarokên Kurd ne bêxwedîne, ew li Helepçeyê jî be nebêxwedîne, li sînemaya Amudê jî be nebêxwedîne, li kolanên Amedê be jî nebêxwedî ne û li çiyayên Kurdistanê be jî ne bexwedîne. Gelî Kurdîno hun bêjin, ma zarokên we bêxwedîne? Ger nebêxwedî bin jî, wê demê berxwedanî û helwesta xwe dubare bi dewleta Tirk bidin nîşandan ku law û keçên we ne bêxwedîne.
Hindistan PENABER
- Ayrıntılar
Xencera xiyanetê careke din ez kuştim.
Dibin têla dirrihî de, li ber gutînekê bi strî û roj li nîvro....
Bi dijwariya sedsalên bextreşî, di kelihên hêrivtî de û bi mivreda şikestî ez kuştim.
Li navenda cîhanê, bi qîrêneke dawudî û di nava gulokek zerahiya ezman de...
Bi napalmên antî-demokratîk û fuzeyên li çerxêneketî û antî ademî ez kuştim.
Hemberî ku helbestên 33 berên komkujiyê hatine nivîsandin ...
Hemberî ku tê gotin wê helbesta 35 bombeyên komkujiya Roboskî werê nivîsandin...
Dilê min bi birînên Xebat Dêrik re xencer kirin, bedena min bi ser bircikên bexilî û bextreşiya sedsala bîstûyekê de hêrivandin. Piştre ez û darbesta Seyfettin Işik li ser milên ciwanan birin Midyadê...
Dilê min, birînên Xebat Dêrik û darbesta Seyfettin Işik, di nava gulbijêrkên lîle-lîle jinan û bi duruşmên ciwan hatin himbêz kirin...
Xencera xiyanetê roj li nîvro li min hejandin...
Bombeyên napalmê ber esra teng li min barandin...
Û miştaxeya bedenên min li ber lat û berzehan, dibin serma şevê de, wek gotinên destan û romanên nenivîsî hatin razandin. Ez zarok bum ez kuştim, ez ciwan bûm ez kuştim, ez kal û pîr bûn dîse ez kuştim.Di her dem û heyamên temenqersivî de, di her dema ku çakûçê hesinkerên Midyadê li sidan diket, kulîlkên birînên min jî reng didan.
Xwîna min dibû rengê jiyanê....
Wê demê, ez û rengên kulîlkan, bi dengê Xebat Dêrik û Seyfettin Işik re, bi gerilayekî bê nav re, li çaryanên bajarên Kurdistanê digeriyan. Mista destên me, bayekî germ dibizivand û wek ronahiya çavên zarokên bi kevir, kanîk qewsik dilerizîn. Hevokên helbestan, di pexşanên gazinokî de, bi çîrokan dihatin xemilandin. Hingî min got:
Ezê hêviyên xwe di kûrên Batê de germ bikinû bi hêviyên jinên Serdêfê re darvebikim... Û wek salvegereke bê yadkirin, bibim gotinên dilojarê û gotinên qesîdeyeke dirêj.
Hingî zarokên Pencînarê wê dikaribin bi zarokên Ramanê re bilîzin û bi zarokên Çiyyaên hevêriya re sunda tolhildanê bixwin. Hingî cil û bergên zarokatiya min, wê ji nava çîrokên winda werin berhevkirin û ezê dikaribim xencera xiyanetê bişikînim.
Şikandina xencera xiyanetê wê bibe derman û hevaynê birînên di bedena axa min de... Hingî ezê bi kuştina xiyanetê nemirim û di nava birîna xiyaneta sedsalê de jiyan jî nabe kulmîrowa nexweşiyan..
Û ezê stranên wek destanan li hev kom bikim, da ku niviştokên bêbextiyê werin gom kirin û dibinê xweliyek sar û bi ser serê xwediyê xwe de bibare.
Hingî xayin wê bibin xwelîser... Bibin hetikber û bi qeşmeriyê re razin.
Û derxên wê şîn nabin, kulîlkên wê jî venekin....
Ez careke din di nava şînê de me...
Di kevana çiyayekî bi bombayên napalmê hatiye şewitandin de,
Bi gerilayekî bê nav re, di nava hêstirên berhevkirî de... Li pêşberî jiyana kuştî dibine romanek... Em bibine qîrêna çûkan, dibine şîqêna baz û başokeyên xeydok.
Ez û gerilayê bê nav dibinê sinekî de: Ew ji rojê diaxive, ez ji stêrikan... Ew ji heyvê diaxivî, ez ji av û axê... Gotinên me wek helbestên Ehmedê Xanî dibine cewherê çakûçê Kawayê hesinker û xencera xiyanetê dişîkînin.
Hingî dengê me û devsa gavên me, di coka dîrokê de diherikin...
Hinekî li Xinêra...
Hinekî li Qendilê....
Hinekî li ber ziyareta helbestî kulîlk vedikirin.
Hingî min bi sunda Xebat Dêrik û sunda Seyfettin Işik û sunda gerilayê bê nav...
Serbenda heyama nû, bi desmalên hevrîşmê girêdan. Wek micbiyekê, wek geştekê li çar aliyên Kurdistanê gerandin. Min got; ev navê hêviyê ye, ev navê kuştina xencera xiyanetê ye, ev navê çûkê li ser hêlînê ye, navê kewê ribat e û li ser movika rima Rastemî Zal danîne...
Li hemberî kemîn û davikên kuştinê cenga azadiyê dixwîne...
Bi tiliyên hinekirî...
Bi mista xwehdayî...
Bi ramûsanên di nava jinên Serdêfê de, ezê kelihên berxwedanê ava bikim.
Ez û hêrsa gerilayê bênav bi hêviyên siberojên rûmetdar re,
Di nava xeftanê evîna Meleyê Cizîrî de..
Bi hêviyên Ehmedê Xanî re dimeşin...
Ne bi sunda seyidekî şaşik kesk... Ne bi sunda meleyekî li ber Qur’anê rûniştî...
Ne jî, bi sebra Eyûbê kurmexwarî...
Em bi sunda gerileyekî bê nav
Bi tîr û kevanê Qeretacdîn..
Bi gurz û rima Rastemî Zal û baweriya zarokên keviravêj re xwe bigihînin azadiyê
Hingî ez û Seyfettin Işik
Hingî ez û Xebat Dêrik
Ez û şikêrên kuştiyên winda,
Emê govendekê girêbidin...
Hingî wê ramûsanên min di nava lîle-lîla jinên Serdêfê de,
Li ser darbestên cangorî û pakrewanên min bibin gulbijerkên hêviyê
M. Bagok
- Ayrıntılar
Gelê Kurd nav li sîstema Erdogan kir. Faşîzm!...
Êdî, pêdivî bi danasîna kiryar û armanca desthilatdariya AKPê nemaye. Diyar e ku dewlet, AKPe û Fetul-munkîr ji bo gelê Kurd, dojehekê ava dikin.
Tê zanîn ku desthilatdariya AKPê, bi “handîqapekê” hate ser desthilatdariyê. Di pêvajoya ku “troyka”, haraketa Îsmaîl Cem û Husamettin Ozkan bi fermana Emerîka û bi destê Kemal Derwîş têk çû, rê li ber Erdogan û Gul hate vekirin.
Pêşî tevlîhevî “buhran” hate derxistin, Erdogan û Gul bûne stêrika dahatuya Tirkiyê.
Îro, tu “handîkap”ên li pêşiya Erdogan û Gul xuya nakin. CHPe bi nava xwe de dikele, MHPe jî, di nava eyarê xwe de difetise û bi “haveynê edebiyata” nijadperestî mijul e. Hêviya Emerîka hîna jî Erdogan û Gul in. Muxalefet tenê Kurd mane...
Erdgan jî ha ha, dersa siyasetê dide.
Lê balkêş e, di dersên Erdogan de, exlaq nîne. Dema ku di fêrkirina siyasetê de exlaq nebe, fenomenên rastiyê jî cih nagirin. Dema ku fenomenên rastiyê di zanistê de nebin, rehberî jî çênabe û sûd nade. Demagojî, davik û kemîn, teşqele destpêdikin.
Îmaja ku Erdogan, di demên dawî de dide, bêbawerî ye û mîna tîranê ku, rojname û weşana medya tenê ji bo wî bêne amade kirin e. Ew dibêje, derdorên wî jî jê re li çepkan didin. Dema diaxive, bîrdozên xwe li ser îdealîzmê rûdinîne. Realîzm jî, estetîk jî di bîrdozên wî de nînin.
Îdeolojiya Erdogan. Hinekî dişibihin ya destpêka Franko û Salazar. Firazeya Franko jî, ya Salazar jî nîne. Piştre frazeyek ji xwe re ava kirin.
Îdeolojiya Franko û Salazar jî ,bi fetwayên entelektuel, feylesofên xwedî tîtra prof.ên li dora wan û bi erêniya “dêr”ê dihatin xwedî kirin
Di wê demê de, Brasillach, di rojnivîsên zindanê de wiha dibêje; “faşîzm namire. Faşîzm dozeke ku mirov xwe bidiyê, helbesta sedsala bîstan e.”
Îdeolojiya Erdogan jî, bi fetwayên Fetul-munkîr û prof.ên dewletê tê xwedî kirin û helbesta (!) sedsala bîstûyekê dixwîne. Îcar ez dibêjim; siyasetmedar, nivîskar, rojnamevanên Kurd jî wê di zindanên Erdogan de, gotinên Brasillach di rojnivîsên xwe de, dubare bikin.
Faşîzma Erdogan, di şerê li dijî Kurdan de tixub-sinor û exlak nasnake. Bi operasyona dawî, ku li 16 bajaran û 123 navnîşanan pêk anîn de, da xuya kirin ku, heta yek leheng û pêşengê gelê Kurd heye, Erdogan rehet ranaze. Pêşî senaryo tê amade kirin, piştre dozgerên taybet û felzekeyan amade dikin, piştre jî dadgeh biryarê didin û operasyon dest pê dikin.
Lê Erdogan, yan jî alîkarekî wî diaxive û mîzansena terora polîsan diparêze. Medya jî dikevê nava seferberiyê dibe alîkar û perdeyekê diavêjin ser kiryarên faşîzan. Yanî, bi znaîn û karekî kolektîf, “tirsek”e di nava reşê de ava dikin. Herî dawî jî, entelektuelên ku ji alifê Erdogan, ji alifê Fetul-munkîr têne xwedî kirin, wek canbazên li ser şelîtê, gotinên dirû dinivîsin û firazeyeke Erdogan ava dikin.
Mîna fşîstên cîhanê teva, firazeya Erdogan jî nîne.
Binêrin: Musollînî jî di partiya sosyalîst de endam bû. Piştre bi şervanên kevin re ji partiya sosyalîst veqetiya û bû serokê wan û firazeyek da avakirin. Yanî firazeya Mussolînî jî nîne. Keza, Salazar û Fanco jî di heman rewşê de ne.
Mînak du: Wek her faşîstî, Erdogan jî, li Rojhilata Navîn, li cografya Kurdistanê wek ribat, wek mêrxas û pêlewanekî tevdigere. Lê dema ku berê wî dikeve Rojava, dibe çêlkew, mîna kewê çîz bûbe, mûrşikestî ye û bi beşûşîyeke kompleksî radiweste. Dema ku, Xwedawendên dem û heyamê karekî didine ber û rolekê didinê, “cehdeke” balkêş destnîşan dike û rola xwe “bihaqqin” dilîze. Şova Dublînê, bûyera “yek munît” li bîra her kesî ye. Salazar jî, Franco jî, heman tişt dikirin.
Tiştekî din yê hevbeş, doktrîna Mussolînî, Salazar û Franco êrîş bû. Ya Erdogan jî êrîş e. Cûdatiya navbera Erdogan û yê din; Mussolînî, Salazar û Franco pêşî êrîş dikirin, piştre xeftan û kiras qaz dikirin. Erdogan pêşî kiras û xeftan amade dike, piştre êrîş dike.
Doktrîna her sê faşîstan yek bû; sazkirina netew dewletê. Milletekî arî, xas, ku di yek hawunî de hevîr kirin û haveyn kirin. Erdogan jî, bingeha îdeolojiya xwe li ser yek-yekan daniye û bi Fetul-munkîr re dixwazin, yek reng û yek ahengê ava bikin.
Entellektuelên, yan jî prof.ên, ku doh spî bûn, îro kesk in, ji bo parastina ideolojiya faşîzan ya Erdogan û Fetul-munkîr; bi dijwarî û berdewamî dibêjin, “guhertin li Tirkiyê çêbûne, ev guhertn jî bi saya AKPê pêk hatine.”
Helbet ev jî dereweke mezin e. Ji ber ku desthilatdariya Erdogan, çînekê bê çîn e û ev jî nikare guhertinan bike. Li dijî diyalektîkê ye û derî kanunên xwezahî ye.
Eger guhertinek li Tirkiyê çêbûbe, ew jî bi saya têkoşîna gelê Kurd û Haraketa Azadiya Kurd e. Mînaka vê jî, Bloka Ked û Demokrasî ye, parlamenteriya nûnerê nifşê ‘68an û rêhevalê Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan û demokratên tirk ya li parlamento ye. Ya duyemîn jî, zora gelê Kurd ya guhertina Destura Bingehîn e.
Lê AKPe, ji destpêkê û heta îro jî, di guhertina Destura Bingehîn de astengiyan derdixe û dixwaze Destura Bingheîn ya faşîzma 12ê Êlûnê rêwîzê bike.
Lê faşîzma AKPê, ji bilî Kurdan, ji bilî Haraketa Azadiya Kurd, gelê Tirk, zanîngeh û kesên xwedî tîtra prof.tiyê, medya, entelektuel û kesên bi lewendgîriya zihniyeta Çetîn Altan radibin û rûdinin teva felc kirine, dîlgirtine û dixwaze Tirkiyê ji nû de ava bike. Di vê Tirkiya nû de, tenê hikmet-î vucudekî “tirkîtiya kesk” heye û demokrasî dikuje, ramanê azad, entelektueliyê ji holê radike, jinê dike rekiha reş û cemawerekî “nas û teba” ava dike. Avakirina şikefteke reş û girtî ye.
Erdogan, psîkolojiya gelê Tirk jî di “çîroka pezê li dora şivan” de dizane. Psîkolojiya “teba” ye. Lewma Erdogan bi derewan kiryarên faşîzan, bi hêsanî dikare veşêre.
Êdî hatiye fêm kirin ku, terora dewletê, polîs û kontrayên AKPê, fetwayên kujerî yên Fetul-munkîr ne qeder in. Dewlet jî, AKPe jî, Fetul-munkîr jî, bi sed maskeyan barkirî ne, bi sedan pût û nîq û teşqeleyan dagirtî ne.
Gelê Kurd, rengê wan naskiriye û nav jî li wan kiriye. Êdî baş dizane ku dewlet, AKPe û Fetul-munkîr dojehekê, ji bo gelê kurd ava dikin. Hewqas bombarduman, hewqas komkujî, hewqas gorên komî, hewqas girtin, hewqas bêbextî, hewqas tecrîd, hewqas komplo, tolhildan, kîn, teşqele, derew, nîq, kemîn û davik, kevirên avakirina dojeha Kurdan e. Tenê hişmendiyek, hewngîriyek û mejiyek dikare van kiryarên derî ademiyet û derî nirx û exlaqê mirovahiyê bike pratîkê. Faşîzm!... Yan jî mêjiyekî nexweş! Bi vê jî dixwaizn ku hêviyên gelê Kurd û îardeya gelê kurd têk bibin.
Îro gelê Kurd, li dijî faşîzma reş, şer dike. Şerê gelê Kurd meşrû ye û bingeha şoreşa li heremê jî ava kiriye. Pêwiste entelektuel û rewşenbîrên Kurd jî tevlî şer li dijî faşîzmê bibin.
Qedera gelê Kurd bi cografya Kurdistanê û bi Haraketa Azadiya Kurd ve girêdayî ye. Cografya Kurdistanê hevîrê hebûna gelê Kurd e; Haraketa Azadiya Kurd jî çarçoveya dîroka cografya Kurdistanê ye. Du tiştên ku hevûdin temam dikin û yek bêyî ya din nabe. Yanî têkoşîna berdewamî û dijwar. Bê çawa li dijî Mussolînî, li dijî Salazar û Franco têkoşîn hate kirin, pêwiste li dijî Erdogan jî têkoşîneke dijwar werê kirin.
Medenî Ferho
- Ayrıntılar
Sala nû bi xwe re ji gelek pêşketinên nepenî re avis e. Lê nêrîna hevpar ew e ku wê pir dijwar derbas bibe. Di vê dijwariyê de kî berxwedaniyeke xurt nîşan bide bêgûman wê ew serkeftî be. Him Tevgera Azadiya Kurdistanê him jî wê dewleta dagirker hemû hêza xwe bixe meriyetê. Ji niha ve diyare wê bibe saleke fînal. An wê hevkariya AKP û cemaata Gulen ku ji niha ve hemû rê û rêbazên şerê qirêj, taybet û psikolojîk di asta herî jor de xistine meriyetê bin bikeve an jî wê dîrok şahidiya berxwedaneke mezin bike.
Gelek mijar hene tenê ji aliyekî tê dîtin. Heta ji hemû aliyan neyê lêkolînkirin û lêpirsin ne pêkane ku rastiya wê were famkirin. Êrîşeke dijwar heye. Her cure şêweyên faşîzan di meriyetê de ye. Lê çima ev ruyê xwe yê rastîn di vê pêvajoyê de derket holê? Divê tehlîla vê yekê baş were kirin. Hukumeta AKP’ê ji roja hatiye ser kar, her dem gotinên azadî, demokrasî û wekheviyê di nav lêvê xwe de kirine benîşt û bi vî rengî him pirsgirêka salan taloq dikir him jî serweriya xwe ya li ser hemû saziyên dewletê gav bi gav dirêsa. Ji bo vê jî her cure rê ji xwe re rewa didît.
Lê gelê me bi serhildan û berxwedana xwe ruyê wan ê rastîn derxist holê û hîn ji zû ve navê munafiq li Erdogan kirin. Ev rastiyeke berbiçav e. Lê çima îroj ruyê xwe yê rastîn nîşan da? Di qada siyasî de bi hezaran kes bi hincetên vala û pûç girtin. Êrîşên li dijî gelê Kurd di asta komkujiyê de pêk anîn, li dijî herêmên gerîla bênavber êrîşên xwe domandin. Her roj rayedareke wan dibêje em ê wan biqedînin. Ya rast ew jî dizanin vê tekoşîna nêzî 40 sale li ser piyaye û her roj bi berxwedana bê hempa mezin dibe, nikarin bin bixînin. Lê bi nûçeyên derew û dûrî rastiyê dixwazin raya giştî bixapînin.
***
Pirsên rast mirov dibe encamên rast. Ji bo vê jî divê mirov baş fambike ka ev êrîşana bi taybet jî çima di vê pêvajoyê de gihîşt asta herî jor? Bersiva vê yekê di berxwedaniya bêhempa ya Rêberê Gelê Kurd Rêbar APO de veşartiye. Ji ber vê ye ev nêzî 6 mehe nahêlin bi malbat û parezerê xwe re hevdîtinê lidar bixe. Rêberê Gelê Kurd di hevdîtina xwe ya herî dawî de gotibû “Bila her kes bizanibe; “Ocalan êdî dawîn li bikaranîna taşerontiyê dike, êdî destûrê nade vê” Cardin bi hevoka dihat heman wateyê got:” Ji niha û şûn ve di van mercan de ez nîn im. Di nava xwe de li hev dikin bila li hev bikin, şer dikin bila şer bikin, ez têkildar nabim. Ku bê xwestin ez erka xwe bilîzim, divê şertên min ên; “Tenduristî, ewlekarî û bi azadî tevgerandinê” bên cî! Ev her sê şertan ku bikaribin pêk bînin, ez ê bidomînim. Ku herdu alî jî di mijara erka min de li hev bikin, ku qada tenduristî, ewlekarî û bi azadî tevgerînê pêk bînin, ez ê jî erka xwe bilîzim. Ku nikaribin van mercan pêk bînin, ez zêdetir nikarim bidomînim.”
Divê mirov van nîrxaninên Rêber APO yê di hevdîtina xwe ya di 27’ê Tîrmehê de destnîşan kiribû baş fam bike. Ev ragihandina destpêka berxwenake dîrokî ye. Ev bilindkirina berxwedaniya 12 salan bû. Îlankirina yekane riya tekoşînê bi berxwedanî bû.
Ev dawî anîna li polîtîkayên mijûlkirinê, hewldanên yekalî bû, niyeta rastîn a hukumetê eşkerekirin bû. Ji xwe pêvajo Rêberê Gelê Kurd Rêber APO piştrast kir.
Niyeta Hukumetê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd nebû. Tu amadekarî û planên wê yê çareseriyê nebû. Tenê tiştê heyî, xapandin, xwesteka tesfiyê û hilandin bû tiştê ji bo Kurdan rewa dihat dîtin.
***
Gelek caran Rêber APO ji bo komkujiyê hişyar kir, gelek caran pêwistiya rêxistinê û xwe parastinê anî ser ziman. Dîrok careke din wî piştrast kir. Hişyari yê wî çiqas di cîh de ye derket holê.
Di komkujiya Roboskiyê de bi qetilkirina 34 ciwanan de ev derket holê.
Bi girtina sedan siyasetmedar, rewşenbîr, rojnamevan, nivîskar, zarok, jin û ciwanan ev îspat bû.
Li dijî gerîla di şert û mercên zivistanî de bi awayekî hovane li hemû qadan bi hemû teknîk û teknolojiya di dest de, li gel hemû rêbazên qirêj êrîşên dijwar lidarxist.
Bi vê jî tehemmula wan a li beramberî Kurdan careke din xuya bû.
Ev hemû pêkanîn ji ber li dijî helwest û berxwedana mezin a Rêber APO naçar mane hate kirin. Ji ber nekarin bi hezar dek û dolaban Rêberê Gelê Kurd bixapînin hevdîtin qut kirin.
Li hember berxwedana Rêber APO matmayî mane. Ji ber ku di wan şert û mercan de tu mirov nikare ew qas dem dirêj li berxwe bide. Ne tenê berxwedane ev;
Hemû lîstokên neyaran vala derxistine, bêbandorkirina komplogeriyê ye, şoreşa hişmendiyê bi wan derfetên herî kêm de, di nava tecrî dê de afirandine.
Ji ber vê berxwedanê ye ev êrîş û hovitî. Ev harbûna wan ji ber neçariya wan a li himber hêza Rêber APO ye.
***
Destpêkê xwestin Rêber APO û Tevgera Azadiyê ji hev dûr bixînin û bi vî awayî tesfiyê ferz bikin. Bi ser neketin.
Xwestin gel ji Rêber APO sar bikin, ji bo Rêber APO hezar derew û heqaret kirin, nekarîn girêdana gel a bi Rêberê xwe qut bikin.
Dema hemû hewldanên wan bêencam ma, xwestin bi jahrdayinê bi awayekî fîzîkî wî tune bikin, lê leystokên wan bi berxwedana gel û gerîla vala hate derxistin.
Belê sala 2012’an ji berxwenake dîrokî, ji serhildanên bêhempa, ji afirandina nîrxên pîroz re avis e. Derveyî vê tu rê jî nîne ji xwe. Li beramberî berxwedana dîrokî ya Rêber APO tu bijareyên din nîne.
Ne ji bo gelê Kurd heye, ne jî ji bo gerîlayê azadiyê heye! Yekane rê berxwedan e, rêxistingeriye.
Ev deynê me ye; li beramberî berxwedana Rêber APO tişta em bikin, nîşandayina berxwedaneke dîrokiye.
***
Lê divê ev baş bê dîtin û lêpirsin. Bertek û çalakiyên em lidardixin di vê astê de tu car ji berxwedana Rêber APO re nabe bersiv. Bi çalakiyên rojane, bi daxuyaniyê çapemeniyê, bi protestokirinê mirov nikare vê salê bike sala serkeftinê. Gelê Kurdistanê û berxwedana wê çawa ji şoreşên gelên rojhilata navîn re dergûşî kiriye divê li welatê xwe jî vê şoreşê avabike. Bi berxwedan û tekoşîna xwe bi serhildanên girseyî yên bênavber divê li dijî komkujî, girtîn, çewsandin, zext û êrîşên hovane derkeve û azadiya xwe bi tekoşîna xwe biafirîne. Wê wusa hêjayî berxwedana Rêber APO bibin. Wê bi vî rengî ala berxwedanê ya Rêber APO bilind kiriye bi wate bikin.
Cardin erkeke mezin dikeve ser milê gerîla jî. Weke berê bi tekoşîn, berxwedan û şereke navîn ev pêvajo ber bi serkeftinê venaguhere. Tişta pêwîste bê kirin heta dawî tekoşîn û berxwedan, li her qadan bi hevgirtî bi çalakiyên encamên xurt lidarxistine. Li gor rêgeza 24. Saetan gerîlatî divê tevbigere û berpirsyariyên xwe yê dîrokî bi cîh bîne.
Memyan Jiyanda
- Ayrıntılar
Jiyana gerila dibe ku herkes meraqdike û lêgerînên gelek kesan hene, lê belê ya girîng ewe ku mirov pey lêgerînên xwe bikeve û devjê bernede. Lêgerînên bê armanc tenê mirov dikare jê re bibêje serpêhatî. Serpêhatî ruhekî hestewer e, gava ku ev ruh neyê avdan bi zeman re wê ziwa bibe, ji ber vê yekê tişta ku vî ruhî avbide û zindî bihêle, gerilayetî û şoreşgertî ye. Şêweyê jiyana gerila, mekanê ku tê de jiyandike û şertên wê herdem serpêhatiya mirovan xwedî dike. Bi vê mijarê ve girêdayî ez dikarim bibêjim dîtine ziraviyên jiyanê bi nêrandina mirovan re girêdayî ye. Her ku ez li çiyan kevn dibim, mejiyê min fereh dibe, ez rastiyan dibînim û hinek hestên ku min ti carî jiyan nekirî ez dijîm. Çima ez vê yekê dibêjim? Min 15 salan jiyaneke ku pergala desthilatdar dida meşandin, jiyankir. Exlaqê ku min ji civaka xwe girtî heye, lê belê di heman demê de pergala desthilatdar bi rêya sazî û çapemeniya xwe destê xwe avête mejî û dilê min. Min kînge ev rastî dît û derxiste zanebûne, piştî ku ez hatim çiyan. Hatine çiyan û gerilayetî kirin; gava ku hinek ciwan dibihîsin, li ber çavên xwe gelekî zor dibînin û bawerî nadin xwe ku tevlî bibin. Raste li çiyan jiyankirin zor û zehmete, lê belê pêwîste mirov bipirse, di kîjan hêlê de zor e? Ji ber ku min ev derûnî jiyankir, ezê bersiva vê pirsê bidim. Heyanî ku fîzîka min fêrî çiyan bû, min zorî kişand, lê belê ji wê girîngtir min di milê kesayet de zorî kişand. Pîvanê hevaltiyê, ji xwe razîbûn, hevalên xwe biçûk dîtin, ji rastiya gelê xwe dûrbûn, û li gorî xwe nêzîkatî, ez gelekî astengkirin. Bi taybet di mijara emir û talîmat de min gelekî zorî dikişand. Dibe ku hûn bibêjin çima ev zor û zehmetî? Ezê bibêjim hinek taybetmendî û exlaqên ku min ji pergala desthilatdar girtibûn, min begem dikirin û zerara wan nedidîtin. Çima tu hevalên xwe biçûk bibîne? Tiştekî min ji yê hevalê min baştir nîne, yan jî min qehremantiyeke mezin nekiriye ku ez bibêjim, ez ji hevalên xwe çêtirim. Pîvanê vê rêxistine eve; tu çiqasî xizmeta Rêber, gel, rêxistin, heval û jiyanê bike tu ew qasî miroveke welatparêz e. Ji bona ez bibim miroveke welatparêz û xizmeta ciwanên Kurd bikim, ez niha dixwazim rastiya jiyana çiyan bi we bidim naskirin. Her ku min rastî didîtin û ez kevndibûm, min ji xwe re digot “ min çima 15 salên xwe vala jiyankirin, pêwîst bû ez zûtir tevlî nava refên gerila bûbame.” Gelo hûn jî meraq nakin vî hestî jiyanbikin?
Cudahiya Di Navbera Hevaltiya Çiyan û Pergalê De
Dibe ku hûn ji vê pirsê biyanî nînbin, û we hevaltiya PKK ê bihîstibe. Li gorî nêrîna we tenê bihîstin têrêdike ku mirov hinek rastiyan hisbike û moral jêbigire? Li gorî nêrîna min têrê nake, zarokeke ku di hembêza dayîka xwe de xewnekiribe û ji nêzde pê re jiyan nekiribe, nemumkine ku tu nirxê wê dayîke hisbike. Mirovekî ku di bexçekî de hewl û ked nedabe; dibe ku bedewbûna wî bexçî hisbike, nemumkine. Ma ne wisa ye? eger ku tu hevaltiya PKK ê jiyan neke; dibe ku tu nirxê wê hisbike? Bila bersiva vê pirsê ji we re bimîne. Bê ked tu nikare hevaltiya PKK ê hisbike. Ji ber vê yekê cudahiya di navbera hevaltiya PKK ê û pergalê de heye. Di civakê de çiqasî têkiliyên te sexte be, kesek te lêpirsîn nake û hesab ji te naxwaze, lê belê di nava partiyê de tu dengê xwe li ser hevalê xwe rabike, ji te re nayê pejirandin. Lêgerînên ciwanan pêwîste wan ber bi jiyaneke weha ve bibe, wê demê lêgerîn dibin xwediyê wate.
Dunya Cemîl
- Ayrıntılar
Piştî desthilatdariya AKPê, nexweşiya nijadperestiya Tirkîtiyê dijwar bû û weke tehlokeya kesk bû “şewba mirinê.” Pêşî hoceefendiyê bê sertifîqe “Fetul-mûnkîr” fetwa qirkirina kurdan da.
Demên berê dema fetul-munkîrekî, derbarê jiyana rojane de, derbarê zanista civakî û tevgera rojane de fetwayek, hadîsek digot û nirxandinek dikir; feylesofên dewletê û derveyî dewletê li Tirkiyê qiyamet radikirin. Li gorî zanista modern û şaristaniya hemdemî, ew mele, hoce-efendî, şêx û ulemayê olî rezîlûrûswa dikirin.
Gelek caran zanîngehan jî, bi awayekî fermî û wek biryargeha civaka zanyarên
wê zanîngehê beyanat didan û dijberiya xwe dianîne ziman.
Ev dengên li dijî paşverûtiyê, di nava civakê de bi xweşbînî dihatin pêşwazî kirin.
Piştî fetwa Fetul-munkîr, ku qirkirina gelê kurd da û rondikên nijada-kesk barandin, ez jî û gelek kesên din jî bendeyî dengekî bûn, ku ji zanist, feylesof û zanîngehên wek derguşa zanistê têne dîtin derbikeve.
Balkêş e ku, vê carê dengê feylesofên dewletê û li derî dewletê, ne li dijî Fetul-munkîr, ligel Fetul-munkîr derketin.
Kesên xwedî “tîtra prof.”tiyê, mixabin sê gavan li pêşiya fetul-munkîr beziyan û fetwa qirkirina gelê kurd, bi çend rengên cûda dan.
Yek ji van feylesofê ku li hemberî herka dîrokê dest bi avjeniyê kiriye Prof. Anil Çeçen e. Ev zat-i munkîr, ku di Zanîngeha Huquq de, dersên mafên mirovan dide, pêşniyazeke ji ya Fetul-munkîr dijwartir da Komisyona Mafên Mirovan ya Parlamentoya Tirkiyê.
Dema ku min, agahiyên derbarê pêşniyazên Prof. Anil Çeçen de xwendin, salên 1935an û biryarên Mussollînî li Îtalya û biryarên Hîtler li Almanya, yên derbarê planên“Nıjad û Nijadperestî” de, didan anîne bîra min.
Prof. (!) Anil Çeçen, di dema ku komkujiya 35 ciwanên Kurd li gundî Roboskî, di Komsiyona Mafên Mirovan de dihate axaftin de, pêşniyazeke wiha dike; şerên li Başûr û Bakurê Kurdistanê, pêl û pêşengên şerê giştî ne. Em nikarin di çarçoveya mafên mirovan de û şerê dijî terorê de bibînin. Ji aliyekî ve gel sloganên “tolhildanê” diqîre, ji aliyê din ve, şaredarên herêmê “yekîtîya şaredariyan” sazkar dikin. Eger Tirkiye dewletek be, dive pêdiviyên dewletî bîne cih û van hewldanan wek şerê destpêkê binirxîne û “huquqê şer” bikar bîne.”
Di nava “huquqê şer” ku Prof. (!) Anil Çeçen pêşniyaz dikê de, rê û rêbazên Mussolînî û rêbazên Hîtler yên “şerê nufusê” jî hene. Ev pêşniyaza xesandina mêrên Kurd e û bêdunde kirina jinên Kurd e.
Reşbînê Anil Çeçen, ji bo heman mijarê, ji rojnameya Radîkal re diaxive û dibêje “mafên mirovan, di hoy û mercên normal de, dikarin werin rojevê. Di şeran de, “huquqê şer” dikevê pratîkê û xala Peymana Mafên Mirovan ya Gerdûnî, ku dibêje “Tu kes bi keyfî nikare werê sergom kirin” red dike.
Hitler û Mussolînî jî dema ev kiryar kirin pratîkê, hewldanên xwe “serketina li hemberî dîrokê” binav kiribûn. Ev, pêşniyaza “nufus û biyolojî” ji aliyê zanistekî Tirk ve û di rengê çareseriya pirsgirêka Kurd de, tê kirin û dixwaze ku nijada Tirk biparêze û serdestî nifşên din bike. Yanî nijadperestiya li ser bingeha faşîzmê dike.
Profê nijad-ul munkîr, pêşniyazeke din dike û dibêje; “Li kû cihî çalekiyek girseyî hebe, bi riya peykan, cihê wan werê kifş kirin û fuzeyekê biavêjin wir. Heta ku şerê terorê werê şikandin û ji holê werê rakirin, ev rêbaz dikare werê bikaranîn.”
Balkêş e ku, prof.ên Tirkiyê, wezîrê edaletê yê kevin û parlamenterên Tirk, ne li dijî gotinên Prof. (!) Anil Çeçen in; li dijî pê,niyaza “huquqê şer” û li dijî, pêşniyaza bikaranîna “Peymanên Cenewre” derdikevin. Vê dijberiyê jî, ji bo ku PKKe nebê alî û wek dewletekê neyê qebûl kirin û girtiyên azadiyê jî, weke girtiyên şer neyên hesibandin, dikin. Pêşniyazên qirkirina Kurdan erê dikin, lê ne di çarçoveya “huquqê şer” de.
Cûdatiya zihniyeta Prof. (!) Anil Çeçen de, siyasetmedar, huquqnas û siyasetmedarên Tirk jî, di cûdatiya “disîplîna şerê qirkirinê” de cûda dibin. Lê di pêkanîn û pratîkê de cûdatî nîne.
Gotinên destpêkê û helwesta feylesofên dewletê û derî dewletê, zanîngehan û ulema zanîngehan, tê wateya ku, kefikên mîzêna jiyana Tirkîtiyê, ji nijada spî, ber bi nîjada kesk giran bûye. Vê reşbînîya ku wê di paşerojan de bibe şermezariya mirovahiyê, di çarçoveya “edebiyata siyaseta-gel” de didin. Ev navê reşbîniya civakî, yanî “îstîbdada sosyal” e û civakê, jiyana azad û demokrasî dikuje.
Prof. (!), huquqnas û siyasetmedarên Tirk, piştî 80 salên ku “nîjadperestiya spî” enjekteyî bedena gelan kirin û bi deh hezaran kes, ji “nufusa-biyolojîk” derxistin, di kirasekî cûda de, helandin, tune kirin. Îro reng guhertiye û dibin pêşengiya AKPê de, bi riyên fetul-munkîrî û zanist-î munkîrî de, li dijî gelê Kurd, (di heman demê de li dijî gelên din) jî, tê meşandin.
Di dema ku Prof., siyastemedar û huqunasên Tirk, fetwayên qirkirina Kurdan dinirxandin, li dora Zindana Amedê, hestiyên kuştiyên Kurd dihatin dîtin. Ev tê wateya ku, li Tirkiyê nexweşiya Tirkîtiya nijadî, gihaye qada herî dijwar û tehloke. Ev jî, faşîzm e û yek kanunê nas dike. Kuştin û tunekirin. Desthilatdariya AKPe jî, bi baweriya “hikmet-î hukumet” haraket dike, bi fetwayên olî, qirkirinê bi teyit kirina zanista hemdemî qirkirina gelê Kurd rewa dibîne.
Faşîzmê jî reng guhertiye û bi riyên meşrû, yanî bi hilbijartinan tê ser desthilatdariyê û dibin navê parlamenterîzmê de, karê xwe dimeşîne. Li Tirkiyê jî, dibin pêşengiya AKPê de, faşîzmeke modern tê meşandin.
Di faşîzma modern de, gotin teva “îdeola şikeftê” ne û di çerçoveya derew, ragihandinên asparagas, wajî kirin, demagojîk de têne bikaranîn. Yanî bi perdeyek mijûmoranê pêçayî ne. Ev faşîzm, bi devê kesên weke pêşengên oldar, zanist, pisporê huquq û siyasetê têne naskirin jî, tê meşrû kirin.
Li Tirkiyê jî, ev bextreşiya kujerî, hetikber û şermezar heye.
Medenî Ferho
- Ayrıntılar
Birîna sedsalê ez biraştim hey hawar!...
Û îro, li kevana çiyayekî bênav bi ahênkêşiyek tofana Skenderî, careke din ez kuştim.
Dilopên xwîna min bûne telîşopên ax û avê... Ax pelixî, av pelixî...
Û di nava dîroka pelixî de, xwestin cografya min bêstêrik bihêlin. Dem û heyam, sal û demsal, roj û hefte di nava şermê de, di bedena min de hatin kuştin. Û hawar jî dûr e!..
Li kolanên Amedê,
Li qeraxên Çiyayê Bagokê,
Li Cudî, li Çiyayê Govendê di xêliyê bûkaniyê de...
Li bayekî kûr û qirkirina demûdewarnan de, doh û îro bi hev re ez kuştim.
Doh îro jî cîhan bêdeng e û hawar jî dûr e!...
Rojek herê yekê na, min û çardara min di kêleka hev de dirêj dikin.. Ez di kefenekî ne meqeskirî de... Çardara min di xelekên şelîtên şimakirî de girêdidin. Piştre ez û çardara min bi hev re dardekirin. Bûne qesabê li ser bedena min û ez kaş kirin, pihîn avêtin serê min, ez di kuştina min de êşkence kirim.
Hingî stêrikek rijiya...
Hingî dîrok lewitî...
Hingî vijdanê mirovahiyê fetisî...
Hıngî Xweda û pirtûkên Tewrat, Incîl û Kur’an bi xwîn bûn...
Hingî pêxember reviyan....
Hingî, helbest û gotin bêmirês kirin...
Û ez hatim, wek kulîlkên baxê îrem, li qelaçên Kanî Masî, li geliyê Xinêra, li ser Berzehê Garê û di dergehê jiyanê de, raserî kovana zinarekî zemanî de, bi dengê kewan, bi Promethausên welatê xwe re rûniştim. Promethausên welatê min, bi agirtofana balafirên dagirkeran re şer kirin.
Çiya, av û ax...
Mesîl û gelî...
Beroj û mesilên çiyan
Bi tavên 4 demsalên salê re hejiyan û sergêjekî bûn.
Û ez hatim:.
Aliyekî min ba ye, yek berf û baran e...
Aliyê din jî bombeyên mîskêt û napalmê ne..
Ez û êşa xwe, ez û birîna xwe, ez û xwîna xwe, ez û darbesta xwe, ez û kuştina xwe, li darî çavên cîhaneke kerûlal, li darî mirovahiyeke lalûebkem...
Li çarmixa Îsa dam...
Ez avêtim ber şêrên Roma û dergehên arêna li ber min girtin.
Û min şerê sedsalê kir, û min herêmek, deryayek û du kendav û du geliyên kîşwerî rakirin ser lingan. Min li giravê zincîr şikandin û ‘bihara gelan’ da dest pê kirin
Aliyekî min kenê Egîd e...
Aliyê din hêrsa Murad Elîbol e..
Li kolan û meydanan, li çiyan û deştan wek teyrên dubirak, wek baz û başokeyan dirêsim, digerim, dilorim, di qîrim... Di nava lêgerîna azadiyê de çarpîne dilîzim; wek rista lorandina cengawerekî bê nav, dibine dengê hêviyên nû...
Û ez û çardara min û cengawerê bê nev dibêjin; Axîna min dibe erdheja min.
Dilerizim, diteqim, di fûrim, di nava hêrsa kurê Zalê de, dibime gurzekî neh ritil, dibime rima bîstîçar movikî... Dibime tîreke kozmîk, di banê ezman de, dibime mertalekî efsanewî li çar parçeyan digerim... Dibime tevrekî humbaba, dibime niyaz û qewlên qewalekî û digerim.
Û ez, di nava rista hevrîşmê berxwedanê de agirê Kawa pêdixim, dibime kûra hesinkerekî di kolana Midyadê de. Li dijî zulmeta kafûkûn-kirina bedena min û cografya min, çakûç li sidan didim. Li ser sidanê min berf û baran heye;
Li seer sidanê min navê evîna min heye...
Li ser sidanê min, navê welatê min heye..
Li ser sidanê min dilê Prometheus heye..
Li ser sidanê min nikilê teyrên mîtosîk hene..
Û ez hestekî ava dikim
Û ez dilekî pola tuj dikim...
Wek avzêmka evîna Meleyê Cizîrî, wek çavkaniya hêviya Ehmedî Xanî şûrekî av didim, sû dikim, bi neqş û nîgariya sedsalê neqiş dikim. Wek evîna Botan û Merwan û Xezal û Bêrivan û Bêrîtan di axê de diherikim...
Di hewayê de dibizivim...
Di ezman de biçirisim...
Di dilê jiyanê de
Wek bax û baxçeyekî sorgulaan vedikim.
M. Bagok
- Ayrıntılar
Şaristaniya Demokratîk, pirtûka Birêz Abdullah Ocalan e û ji aliyê Reşad Sorgul ve bi zimanê Kurdî hatiye wergerandin. Îro (1) kete destê min.
Yanî belgeyeke dîrokî û aboriya ku dikare wek potansiyaleke hişmendî di paşerojên gelê Kurd re rûnê ye. Tê zanîn ku, hişmendiya Kurd û hewngîriya entelektueliya Kurd, bi zimanên biyanî, bi nirxandin, şîrovekirin û afirgeriya biyaniyan hatiye xwedî kirin û hîna jî ev bextreşî berdewam dike. Zimanê biyanî, afirgeriya biyanî, destê duyemîn, karekî misyonerî ye. Zimanê biyanî aliyekî me dibe, afirgeriya biyaniyan jî aliyekî ji me dibe. Yanî em dibine hevîrê ber destê misyoneran.
Ez behsa danustadina zanistê nakim. Na, bila şaş neyê fêmkirin. Ez behsa têkiliya li ser zimanekî biyanî û stewihandina hişmendiyê dikim. Yanî xwedî kirina mêjî û rengên wê xwedî kirinê.
Ev zanista ku mirov dike mirov û hêza ku ji ferhengan derdikeve û di herka dîroka guhertin û pêşketina mirovahiyê de dibe bingeha jiyanê. Jîrîtî û kohnebûna mirov... Dema ku mirov bi ferheng û zanistiya xwe, şikefta xwe hêrivand hingî ber bi hebûna xwe diçe û dikare bibe xwedî nasnameyeke maqulî.
Ocalan, mîna pirtûkên berî niha, di vê pirtûka xwe de jî, neynika li ber gelê Kurd hatiye şikandin ji nû de çêdike, bi gotinekê “Çanda Ewropa ya hegemon ya hemdem jî, di bingeha xwe de, waryanteke çanda Rojhilata Navîn e”, derdixe pêş û fulyana pişta neynikê jî eşkere dike.
Ev gotina ku şîroveya organîzasyona civakî ye, bi saya Reşad Sorgul bû malê ferhenga Kurdî. Afirgerê vê gotinê jî, Ocalan e. Dema ku afirgerî û ziman bû yek çavkanî, nasname jî erêniyê dibîne. Şerê ku 40 sal in, li Kurdistanê di dijwariyek tofanî de tê kirin, ev rastî derxiste pêş û wek xezîneyeke dewletî radestî me kir. Ev şer,ji aliyekî ve li dijî mîsyonertiya dagirkeriya kultur û dagirkeriya mêjî ye. Di encamê de dibe parastina bedena bi mêjî û çav û gav.
Tê zanîn ku, îro jî gelek nivîskar û entelektulên me, egzotîzma misyoneran dijîn. Bi vê mebestê min xwest li ser giringiya wergera pirtûka Ocalan ya Şatistaniya Demokratîk Pr. 4 rawestim. Tê zanîn ku her pirtûka Ocalan, di ideolojiya Tirkiyê de, erdhejeke tofanî çêdike û wergera Reşad Sorgul jî, di şiyar-kirin û xwedî kirina hewn û hişmendiya entelektueliya Kurd e û avakirina li ser bingeha xwe ya dîrokî ye.
Di hoy û mercên dîroka îro de, hişmendî û hewngîriya Ocalan, di 3 babetan de dikare bibe çavkaniya zanista entelektuelî: Yekemîn û ya herî giring ew e ku, herka dîrokê diguhere û dide xuya kirin ku dîroka serdestan ne rast e. Ev jî mirovan mecbûr dike ku ji bo şopandina rastî û hewngîriya xweguhertina mirovahiyê enerjiyekê peyda bike. Cîhana entelektueliya Kurd, hîna ne gihaye mijara nirxandin û şîrovekirina “ji qencî û xerabiyê wêdetir.” Ev şerbeta guhertin û xwe dîtina hiş û ramanî ye. Duyemîn; Mixabin, em guhertin û xwe dîtinê di zimanê biyanî de û di afigeriya misyoneran de dibînin. Ocalan vegera li xwe ye.
Her pirtûka Ocalan mertalê li pêşiya van misyoneran e, mertalê li dijî biyanîbûnê ye. Yanî, şerê li dijî sazkariya paşverûtiya ku mirovahiyê ber bi koletiya “ji qencî û xerabiyê wêdetir” dibin e. Qencî û xerabî du kefikên mîzênê ne, yanî kefikên xêr û gunehan e. Eger mirov li hemberî sîstemê baş be di kefika mîzêna xêrê de ye, eger ne baş be û ji xeta sîstemê derbikeve, di mîzêna xerabiyê de ye. Sêyemîn; Ocalan, mîna Niettzshe, dîrokê, sîstemê, çînan, stratejisyenan, feylesofan, dîrokzanan, siyasetmedaran, hunermendan, bi giştî entelektuelan dike bin lêpirsîne. Yan jî daxwaz dike ku ew bi xwe xwe bikin bin lêpirsînê. Lêpirsîna xwe bi xwe, xwe nasîn e, xwedî derketina li xwe ye û bikarnaîna çavkaniyên bingeha mirov e.
Îcar wergera Reşad Sorgul ya pirtûkên Ocalan jî, herka coka ber bi hişmendî û hewngîriya entelektueliya Kurd e. Wergerandina bi zimanê kurd, xeleka sê armancên Ocalan temam dike.
Îro, herema me di rewşeke trajîk de ye û buyerên drametîk çêdibin. Ev bûyerên drametîk li ser bingeha qirkirina gelê kurd hatine rûnandin. Lewma, qencî, vijdan, nirx û exlak, her cûre xisletên mirovantiyê têne kuştin. Mirovantî, li hemberî xerabiyê, paşdikeve.
Feylesofên demê, êrîşa gel ya li dijî girtîgeha Bastîllê, (2) di vê çarçovê de dinirxînin.
Gelo em çima nikarin têkoşîn û berxwedana destanî ya zindana Amedê (3) di heman çarçovê de û ji “qencî û xerabiyê wêdetir” binirxînin? Bastîlle jî, Zindana Amedê jî, di jiyana komên xelkê de guhertinên mezin çêkirine. Bastillê ji derve hate zemt kirin, Zindana Amedê ji hundir ve hate zemt kirin.
Baş tê zanîn ku burjuwa, ew haraketa gelerî û xwîna komên xelkê ku di êrîşa li ser Bastîllê de rijiya, di nava “bedcaniyekê”de têk bir. 5 lehengên Şoreşa Frensa Ropespierre, Saint-Just, Marat, Dabton, Babeuf jî, di dojeha giyotînê de, ji holê rakirin. Di demeke ku dewleta Tirk û desthilatdariya AKPê, li hemberî gelê Kurd amûr û alavên herî dijwar û kujerî li dijî gelê Kurd bikartîne de, komkujiyên kafûkûnkirinê dike pratîkê de, dixwaze ku heman qederê bîne serê Şoreşa Kurd.
Bi vê mebestê min xwest ji aliyê hişmendî û hewngîriyê ve nêzîkî pirsgirêkê bibim. Her pirsgirêka civakî, her guhertina dîrokî pêdiviyê bi xwedî kirina ferheng, hişmendî û hewngîriyê dibîne.
Ji ber ku entelektueliya Kurd, hîna ji dagirkeriya misyoneran xelas nebûye. Ez di wê baweriyê de me ku, entellektuelên Kurd mecbur in, “ji qencî û xerabiyê wedatir” tevbigerin. Dem û rewşa îro ya gelê kurd vê dixwaze. Dema ku em dêhnê xwe didine weqî û mîzêna dewleta Tirk û desthilatdariya AKPê, em dibînin ku Ocalan di ber himbêza rima duwazdeh movikî de ye. Ev rima ku wek engizîsyona şiyar tê ragirtin, dikare her dem çarenûsa 5 lehengên Şoreşa Frensa bike pratîke. Tehloke mezin e û her diçe mezin dibe.
Dive ku entelektuelên Kurd bibin mertalê li pêşiya vê bedcaniya faşîzan.
----------------
1. -05. 01. 2012
2. –Girîtgeh ku di dema Şoreşa Fransa de bû hedefa êrîşa gel.
3. -1983
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Di rojeva Tirkiyê de, hîn jî komkujiya Qileban ê heye. Lê bi çi rengî, weke em hemû texmîn dikin. Dîsa Erdoğan bêyî şerm bike, li nav çavê me dinêre û derewan dike. Hîn ji di nava hewldanên bi derewan polîtikaya xwe bide meşandin deye. Bûye gûrê har û hema êrîş dike. Wer xûya dike birçî bûye û li benda vexwarina xwînên nû ye.
Bi rûxmê hemû rastiyên di holê deye, hîn jî berpirsyariya komkujiya Qileban ê ne girtiye li ser xwe. Qetil kirina mirovan ewqasî di Tirkiyê de erzan bûye, li şuna lêborîn û diyariya nema xwîna ciwanên Kurd birije ji gelê Kurd re were dayîn, bi tazmînatê wê li ser bûyera komkujiya Qileban ê bigirin. Ev şerm, eyîb û durutiyeke mezin e. Ev zilmkarî, dagirkerî û şerma dewleta Tirkiyê dide nîşandan. Li ser xwîna ciwanên Kurd siyasetê didin meşandin.
Hun rayedar û hukumeta Tirk, dua bikin ku di Kurdistan ê de partiya BDP heye. Yan jî wê gelê Kurd we parçe parçe bikira. Vê ji bîr nekin, ger hun a niha di Kurdistanê de sax jiyan dikin û qeymeqamê Qilebanê çûye ser wezîfeya xwe, ji hebûna BDP yê. Hun deyndarê partiya BDP’ê ne.
Ev gotinên min ji bo te ne Erdoğan; Tu di meclîsê de êrîşê BDP dike û dibêjî gel tîne provakasyonan. BDP hedef didî nîşandan û bi hemû aliyê de êrîş dikî.
Qet pêdiviya tiştekê wisa nîn e. Ji xwe gelê Kurd bi helwest û vîna xwe ya radîkal, li himberî vê komkujiyê bi rojane li kolanan berxwedaniyê dike.
Heyf û mixabin ji tere tê gotin Serokwezîr. Qaşo tu Serokwezîrê Tirkiyê yî. Lê bi gotinên xwe yên di meclîsê de bêyî pêşerojê bifikirî, di axivî. Serokwezîrek di vê bi kîjan uslubê biaxive di destpêkê de bizane. Ji uslubê ku Erdoğan diaxive, mirov şerm dike. Uslubê ku Erdoğan diaxive, ne uslubê Serokwezîrekê ye.
Gelo, te qet li der dora xwe nêrî tayê dûvikê te heya kuderê dirêj bûye. Ya rastîn jî te navekê baş li xwe kir. Dibêjin ya ‘keçelo navê min li te, kûmê min li serê te’. Mereqa neke, tayê dûvikê te jî di destê ABD yê ye, kengê kişand tu wê demê heyî. Dema nekişand jî, ji xwe deng ji te dernakevê.
Her wisa Beşîr Atalay,
Xaka Kurdistan ê bi çi rengî di dîrokê de her tim meydan ji serdestan re xwendiye, hîn jî ev xak weke xwe radiwest e, meydan dixwîne. Îro jî, bi heman awayî gerîlla girtiye himêza xwe û diparêz e. Ger ji gerîllayan re her der bi ewle ye, bê guman wê demê ji neyarên weke were jî, bûye kelemên kor û diriyên tûj.
Her cih wargehên gerîlla ne. Gerîlla di her wargehê de jî, xwe pir bi ewle dibîne. Ger tu jî dixwazî jiyaneke bi ewle jiyan bikî, fermû qadên ku gerîlla lê ye li benda te ye. Ya rastîn gerîlla cihê bi ewle ji were nehiştiye. Ji tirsa ku gerîlla wê li vê derê, li wê derê êrîş bike, xew bi çavê we nakeve. Ka we digot, me gerîlla tine kiriye. Vaye gerîlla li her derê hene.
Gerîlla li cihên weke mezrayekê, pala xwe dane quntarên çiya yên berojê. Di hemû rojên salê de, roj bi hilatina tîrêjên roja xwe li pişt lûtkeyên Çiyayên Kurdistan ê derdikeve, çerxa jiyanê li nava mezrayên gerîllayan dide. Gerîlla her demî bi tîrêja rojê şadibin û xwe ji nû de ava dikin. Wargehên gerîlla jî xwedî derfetin. Di hemû warî de gerîlla dikarin xwe pêş bixin û ew hêza wan ya ku hemû polîtîka û teknîka we vala derbixin jî heye. Bê guman, wargehên gerîlla ji bo yên weke jî, bûne agirê dojehê û lanet li we anîn e. Zilmkar û dagirkerên weke we çav berdane vê bihuştê. Lê ev bihuşt bi destê we neket. Ji ber di destê gerîlla deye, hun nikarin serdestiya xwe li ser bimeşînin, hun nikarin daqurtînin jî. Dema we nekarî bi dest bixin jî, vê carê hun êrîş dikin. Weke ku her cih hatiye talan kirin û kes têde nemaye didin nîşandan.
We ji her deverekê re nav peyda kir, we Colemêrg kir Hekarî, Gever kir Yuksekova… Bajar û navçe jî têra we nekir. Lê bi vê jî we nekarî bi qasî misqala zirê jî tiştekê bi dest bixin.
Îro li çiya û bajarên Kurdistan ê bi hezaran gerîlla heye. Her cih ji bo gerîlla bi ewle ye û her der jî cihê gerîllaye. Ger di pêşerojê de metroppolên Tirkiyê bibe qada gerîlla, qada APO’yî yan şaş nemînin…
Hindistan Penaber
- Ayrıntılar
