Bûyerên wek Roboskî di dîroka gelên bindest de gelek caran hatine jiyîn. Bi taybet jî beramberî gelên bindest ango gelên ku bin destên dagirkeriyê jiyaneû hîna jîdijîn gelek caran bi komkujiyên wiha rerûbirû mane.
28’ê Kanûna2011’de dewleta tirk girêdayî navçeya Qilabanêdi herêma Roboskîû Bêjeh’de komkujiyeke bi balafirên şer,li ser mirovên bê çek meşandin. Yên ku hatin kuştin 34 kes bûn, gelek ji wan temenê xwe zarok bûn.
Yê ku hatin kuştin diyarin, yê ku kuştin diyarin.Lêmixabin kesê ku ev komkujî kirine nagirin ser xwe. Dewleteke ewqas xwedan dadgeh mixabin nikareû naxwaze vê mijarê zelal bike.
Herkes dizaneku êrîşek li derveyî sînoran hatiye kirin. Ev nîşan dide ku mîsoger ev êrîş bi destê erka siyasî pêkhatiye. Erka siyasî dikare bêje min ev raye daye hêza leşkerî ango fermandarê arteşê. Ev jî gengaze. Ji berku ev êrîş li derveyî sînor pêkhatiyepesend kirina fermandariya giştî şert e. Ji bo balafir rabin bi taybet jî dema ev êrîşeke ji bo derveyî welat be, herî kêm pêwîstdike ku fermandarê hewayî agahiya xwe hebe.Bi vî awayî em dikarin vê rêzkirinê heya jêr ve jîbibin.
Bêyî ku em dirêj bikin, rewşeke şîlo tine. Her tişt pir aşkera ye, zelal e. Yên ku hatin kuştin diyarin. Cîhê wan diyare. Amurên qetlîamê diyarin. Yên ku qetilkirin diyarin. Ya kêm ev e: kî/kê telîmata komkujiye daye?Yek jî ji ber ku komkujiyek heye, nav ango navên ew kesên ku ev komkujî kirineçiye? Ev kêmin.
Tiştê balkêş ewe ku mijareke ku hundirê pênc deqîqeyandibe ku were aşkere û zelal kirin, ev du salin hîna jîzelal nebûne. Û xuyaye wê demeke dirêj jî zelal nebe. Eger were pirsîn ka kî balafir rakirine, telimat aydê kî ye, kî wê gavê li ser erkbû, dîsa di nav erka siyasîde kî ev erêkir? Bersivê van pirsan di hundirê çend deqikan de karin werin zelal kirin.
Em bizanibin ku kesekbi vî şêweyî napirse. Wê nepirsin jî. Ji bo ku em sedemên van nezikatiyên nayên femkirin bizanibin, pêwîste em dakevin nava dîrokê. Heta dakevin dîroka nêz. Wek bûyera 33 Guleyan, mijara 49’an, mijara 400’an û bê guman bûyera Wêranşar, Mereş, Sêwaz, Gazî û hwd.
Di dîroka Kurdistan de dema em tên salên 1940, her cîhê wê hatiye perçiqandin, komkuji çêbûne, tevahîkelehên berxwedanê hatine binpê kirin. Keleh herî dawî Dersîm bû. 1938’an de bi çi awayî komkujiyan ve hatiye perçiqandin herkes dizane.
Bi kurtasî, di Kurdistan de çiqas zîndî bûn heye, tê binpê kirin ûKurdistan carek din tê dagirkirin. Ji bo ku ev rehenda jiyanê yên ku mayîn, ji binî ve werin zuha kirin di 1943’de di bajarê Wan navçeya Qelqelî de 33 gundiyên tên naskirin bi telimatên Orgeneral Muğlalı tên qetilkirin. Armanc diyare, rahendên bermayî tinebike. Mixabin pîlansaziyên kirêt meşandine û gelêKurd çav tirsî kirine.
Bûyera 33 Guleyan bêguman armanceke xwe heye. Hestên welatparêzî yên mayî jî dixwazin dîl bigirin. Ev salên ku komkujî salên hêdî hêdî ku li RojhilatêKurdistan hestên welatparêzî hîn radibin hinek jî xwe rêxistin dikin. Pişt re emê mijara Mahabadê bîbînin. Di salên 1943’de rêxistina Komala û rêxistinên din yêKurdan pêşdikevin.
Pêwiste ev bûyera 33 Guleyan em bi vî çavî bimeyzînin. Vê dema emê hîna baştir mijara komkujiya 33 Guleyan fêmbikin. Armanc tirsa nîvçe mayî temamkirine. Em bala xwe bidinê ruxmê ku cîhek wek Qelqelî bi welatparêziya xwe tê naskirin jî, bi salan li Kurdistan’a Bakûr hatibû tapisandin. Ji bona vê dema Tevgera Azadiya Kurdistan rabû ser piyan, herêmek wek Qelqelîû derdorê xwe ewilî tevî tevgera şoreşgerî nebibû. Encax dema şoreş êdî sinorên tirsê şikandin carek din ji nûve hestên welatparêzî yên hatibû tepisandin darketin holê, tevlîbûneke gur û geş re peşî vekir.
Em ji bîr nekin ku bi salan ser axeke wek Qelqelîaxa bêdengî hatibû reşandin. Pêwîste ev neyê bîrakirin. Dîsa em bîra nekin ku ev kesên ku hatibûn qetilkirin bi veşartî nahatibûn qetilkirin. Yên ku hatin qetilkirin ji hundirê civakê de digirin û dibin. Ev bi serê xwe çav tirsandineke pir dijware.
Bûyereke din ya ku hatiye jiyandin jî mijara 49’an e.
31’êTebaxa1959’an de Apê Mûsa di kovara “Ne İleri Yurt” de bi navê Qimil helbestek dinivîsine. Qimil haşereyeke ku gundî pê nikarin. Zerar dide tiştên ku tên çandin. Hundirê helbesta ApêMûsa’de keçika Siveregê kodek genimê ku bûye ka etar re dibe. Etar ji berku dibîne ev genim kêr nayêkeçikê re dibêje û nikare tiştek bide keçikê. Ev keçika ku nikarî tiştek ji bo genimê anîbikire helbest ango stranek dibêje. Wiha dibêje:
“Bi çiya ketim lo apo, çiya melûlbûn rebeno
Ceh seridî lo apo, genim hûrbûn evdalo
Qimil hatî lo apo, bi refaye rebeno
Xwar genimî lo apo, hişte kaye rebeno”
ApêMûsadawiyê de nivîsê de ji bona keçika Kurd a xemgîn bûyî wiha dibêje: “Xem neke xûşka min, birayên te yên ku te dest qimil, heşare û xwinmijan xelas bikin pêşdikevin.”
Ji bona vê helbesta ApêMûsadi seri de rojnama Cumhuriyet’êû her wiha rojnameyên din de gelek nivîs tên nivîsandin. Ji bona ApêMûsa doz tên vekirin. Wê demê Serok Komarê Tirkiyê Celal Bayar parêzgere Amed’ê digire û ji wîre ferman dide ûdibêje “SerêMûsa Anter biperçiqînin.”
MIT raporekeKurd amade dike. Di vê raporê de behsa kuştina 1000 yan jî 2500 Kurdan tê kirin. Dibêjin ku ev gotina bi nav û deng “1000 kesî darvebikin” ser vê pêşniyarê rapor pêşkeftiye. Lêji berku dewleta tirk peywendiyên xwe bi Rojava re wê demê germ dikin, vêya pêk naynin. Dewsa vê, li ser darvekirina 50 kesîli hev dikin. Girtin 17 kanuna 1959 destpêdike.
MIT navê kê pêşniyar kiriye ew kesana tên girtin. Ewil pêncî kesin, piştra ji ber ku girtiyek jiyana xwe dest dide, ev doz di dirokê de wek bûyera 49’an derbas dibe. Em dirêj nekin ev doza ku bi gotinên ApêMûsa “Xem nake xuşka min, birayên te yên ku te dest qimil, heşare û xwinmijan xelas bikin pêşdikevin” destpêdike û tam 6 sal dirêj dike. Doza ku 1959 destpêkirîbûencax di 1965’de qediya bû.
Çima ji bona helbestek, ewqas zor û tund nezîk bûn tên raberkirin? Li Kurdistana başûrde hêdî hêdî hinek gav tên avêtin. Abdulkerim Kasêm 1958’deli Iraq’êdawî bi desthilatdariya melîkti tîne. Melîktiya Iraq peywendiyên xwe yên taybet bi Tirkiyê re hene. Peyman ango pakta CENTO, peymana navbera İran, Tirkiye, Iraq, Pakistan û İngilistan a ku bi piştgiriya DYE girtiye. Ev peyman xala vê ya yekem dijbertîya Kurdan û dijberî yekbûyina Kurdan hatibû avakirin. Ev peymana dijberêKurdan, Abdulkerim Kasêm 1958 feramoş ango betal kiri bû. Yek jî peywendiyên xwe bi Kurdan re jî baş dikir. Sedema bingehîn ya girtina ciwanên Kurdên bê guneh ev bû. Helbesta ApêMûsa çîroke. Armanc ew e ku ciwanên Kurd çav tirsandî bikin, da ku hêviyên xwe yên pêşerojê ango dahatûye xwe germ nekin. Em bala xwe bidin dewleta tirk carek din mabesta xwe wek çîroka 33 Guleyane.
Hîna dema bûyera 49’an didomî 27’êGulana 1960’an de li Kurdistanê 485 kesên din tên girtin. Îcar ev kesana piranî pîr û kal bûn. Gelek ji vanserekeşîr, axa, şêx her wiha mezinên Kurdan bûn. Van kesanadibin kampa Kabakyazı ya li bajarê Sêwazê. Pir balkêşe ku kesên hatin girtin bi tewanbariya “propagandaya Kurdîtîû amadekariya serhildanê li dijî dewletê” hatine girtin. Piraniyan pişt 9 heyvan van û tevayi malbatên van-55 malbat- mişextîTirkiyêdikin.
Her çiqasî piştra gelek ser vê şaşitiya dewleta tirk were qise kirin jî rastî ewe ku dewleta tirk ji bo çawisandinê kiriye. Pirsgirêk ne kusûcdarinango nesûcdarin. Armanc tapisandine. Ji berku li cîhên dîtir êKurdistanê hêdî hêdî rabûn çê dibe. Wê demê pêwiste ku serêKurdan were perçekirin da ku ranebin û tirs û xofa ku berê 1940’i nav dilê wan de hatiye çandîn nayê bîrkirin.
Dîsa 11 kanûna 1974’an de 20 Kurdên ku kolbertî ango qaçaxçîtî dikin li ser sînor ji hêla leşkerên dewleta tirk ve hatibûn qetilkirin. Ruxmê ku hatibûn girtin tên qetilkirin. Bê edaletû bê dadgeh qetilkirin ev e! Girtina wan herkes dibîne, birina wan herkes dibîne, ruxmê vêjî 20 kesên Kurd tên qetilkirin. Li gorî pivanên dewletan pêwîst bû kesên hatine girtin bihatina derizandin. Lê ev nayê kirin û 20 kes bê edaletû bê dadgeh tên kuştin. Ji bona dewletan dibe ku ev kirinên kirêt bê wate bibe lê ji bona dewleta tirk qetilkirin wateya xwe heye. 1974 li başûre Kurdistan rabûna Kurdan heye. Kurd hêdî hêdi statu digirin. Ji bona vê pêwiste Kurd carek din werin tapisandin. Û tiştê ku tê kirin jî ev e.
69 sal piştî bûyera 33 guleyan, 53 sal pişt bûyera 49’an, 52 sal piştî bûyera 400’an, 37 sal piştî bûyera Wêranşar îcar bûyera komkujiya Roboskî. Em hîç behsa bûyera berî 34 salan a ku li Mereş’ê qewimiye nakin. Her wiha bûyera Sêwazû komkujiyên dîtir jî behs nakin.
Em bala xwe didin hemû komkujiyan û dibînin ku xala hevbeş a komkujiyê çav tirsandina Kurdane. Tapisandina wane. Xofa nava dilê wan kûr kirine.
Dema em bixwazin bûyera Roboskî fembikin pêwîste em vê pilansaziya pişt perdê bizanin. Dewleta tirk hundirê sala 2011 de çendî caran vekirî gotibû “emê nişanê we bidin.” Û em dizanin ku ev jî bi taybet ji bo Şirnex û Colemêrgê gotibûn.
Botan ango gişti erdnîgara mêrxasan berhemberî faşîzma tirk berxwe da û dide. Dîsa jî goranî dewleta faşist ev herêma rêve naçe. Taybet li vê herêmê gel her roj li ser piyan bû. Herî zêde li vir Kurd xwedan tevgera Azadiya Kurdistanû şerên xwe derdiketin û derdikevin.
Komkujiya Roboskîpêwîste em bi vî çavî bibînin. Dîsa çima dewleta tirk ve komkuji ronî nake jî em bi vî çavî bimeyzînin. Komkujî ji berku bi pilangeriya dewleta tirk hatiye kirin ne gengaze ku dewlet ango partiya bê edalet û tarî xwedan derbikeve. Dewlet bi pilansaziyeke dîrokî ev komkujî pêkanî. Dema xwedanê komkujiyê derbixin holê wê demêpêwîste ev dewleta faşist hemû komkujiyên xwe îtîraf bike ango li xwe mikûr were ku ev komkuji kirine.
Em berdin ronî kirina vêbûyerê tam berovajî vê ew kesê ku navê xwe Orgeneral Erten berpirsiyariya hêzên hewayî kirî pişt vê komkujiyê hatiye xalat kirin.
Dewleta tirk a pir bi israr ku hewildide vêbûyerê her di tariyê de bihêle. Pêwîste em vê rastiyê bizanin û li gorî vê tevbigerin. Carek din rê nedin ku komkujiyên dijberîKurdan hatine kirin neyên veşartin û ser wan neyê girtin. Ji bo ev jî bibe pêwîste em hemû, herkes doza Roboskî ticar ji bîr nekin û nehêlin were bîrakirin.
Carek din em serê xwe li ber şehîdên Roboskî û tevahî şehidên şoreşê û demokrasiyê ditewînin.
QASIM ENGÎN
- Ayrıntılar
Dewleta tirk bê navber li ser kurdan siyaseta qirkirina çandî dimeşîne. Wek ku Îsmaîl Beşîkçî Xoce jî gelek caran îfade kiriye, dewleta tirk kurdan wek bindest jî nahesibîne. Kurdan ji bindestan û koleyan hîn jêrtir dibîne û wisa jî nêzîk dibe. Ev jî tê wateya ku kurdan mirov nabîne.
Dewleta tirk heke îro kurdan wek kolekî nabîne bêgûman sedemên xwe hene. Yek ji van sedeman bê nîqaş plansaziya ku bi salan ser kurdan de meşandine. Ango plansaziya jêra Plansaziya Islahata Şark têgotin e. Heke em bi gotinên me bînin ser ziman; terbiye kiina rojhilat e. Ango Kurdistan’ê ye.
Dewleta tirk hîna di salên 1920’de plansaziyên komkujiya kurdan dike. Plansaziya Islahata Şark, 24’ê Îlona 1925’de tê Meclîsa Turkiye a Mezin û dibe biryarek fermî.
Herkes dizane ku perçiqandina berxwedan ango serîrakirina Şêx Said’ê kal 1925 meha gûlane de ye. Dema serhildan tê perçiqandin Şêx Said û 46 hevalên wî 29’ê meha hezîrana 1925 tên darvekirin.
Çîrok dirêje, emê hewlbidin parçe parçe tevayî pêşveçûyînên ku qewimîn dema pêş de bidin.
Xûlase, bi darvekirina rû spiyên kurdan ve pêvajoke nû destpêdike. Ev pêvajoya nû bi yek gotinek were ser zimên: komkujiya fîzîkî û pêra jî komkujiya çandi ye.
Komkujiya fîzîkî û komkujiya çandî navê xwe: Plansaziya Islahata Şark e. Ev Plansazi 27 xalên xwe hene. Naveroka hemû xalan yek e; kurdan tune bikin.
Vala vala wezîrê dada Turkiyê, yê 1930’an Mahmut Esat Bozkurt wiha nabêje:
“Em wek Turkiye, li hemû cihê cihanê, azad dijîn. Endamê we, cihek wek li wir heyî ji bo ku karibe ramanên xwe bi ji dilî bîne ser ziman tudere wek li wer heyî nikaribû bibîne. Ji bona vê ezê hêstên xwe venaşêrim.
Tenê Turk li vî welatî, hem xwediye hem ji bege. Ev yên ku ne ji xwîna zelal ê turkan tên, li vi welatî tenê mafekî van heye: mafê xizmetkar bûyîna tirkan û mafê kole bûne.
Dost û dijmin û çiya jî pêwiste vê heqiqatê wilo bizane.”
Ev gotinên tevda faşizan bingeha plansaziya ku li 24 îlona 1925’de hatiye biryar kirine. Yek ji bêgûman kirinên ku di navbera 1925 û 1930 hatina meşandine. Dehan erîşen ku –bin navê serhildana kurdan-birin ser kurdan de sed hezaran mirovên kurd hatibûn qetilkirin. Koçkirin. Mişextkirin.
Bi zimanek din, hatin “T” kirin. Ango Te’dib, Tenkil, Taqtil, Tehcir, Temsil, Temdin, Tasfiye kirin…
Em pir dûr neçin. Serokomarê dewleta tirk pir zû de armanca van çiye tîne ser ziman. Di pirtûka bi navê Gûlên min yên Çiyayi de wiha tê gotin:
Atatırk ji bona keça ciwan a misyoner pêçiya xwe dirêj dike û jêr e: Here, biçe gundên çiyayî- civakek bi jin û rêya dayîkan tê fetih kirin. Keçên ku tu li vêderê bigire amade bike. Piştra carek din wan rêke cihên xwe, ango yên van. Tiştên ku te fêrî wan kiriye ê xwera bibin û cihê ku ew biçin jî ê wan fêrbikin.”
Em bala xwe bidin, tiştên ku ev keçên kurdan pişt tevayî komkujiyên ku jîyan bûyîn li dibistanên turkan, ango metingeran ferbûyîn bibin çinin? Begûman çand û serdestiya metingerane. Zimanê tirkiye, çanda tirkiye, mezin buyîna tirkan e. Û bêguman biçûk xistina kurdane. Biçûk kirina zimane kurdane.
Ziman: “Di çarçoveyeke teng de mirov dikare ziman weke çandê jî bide naskirin. Ziman daneheva civakî ya zêhniyet, exlaq, his û fikra estetîk e ku civakekê bi dest xistiye; ziman hebûna nasnameyî û zêhnî ya mane û hisê ya serwextbûyî ye, bûyî xwedî îfadeyê. Civaka xwe gihandibe ziman, bûye xwediyê sedema bi hêz a jiyanê.”
Lê nimûne ku me ser gotinên Atatırk ji bo mamostayek misyoner dît, bi yek gotineke: helandin û bişavtin kirina kurdane.
Bişavtin ango asimilasyon çiye:
“Armanca asîmîlasyonê ew e, ji bo mekanîzma mêtinkarî û desthilatdariyê bi mesrefa herî kêm kole peydakirin e. Koma tê asîmîlekirin, nasnameya wê bi xwe û hêza wê ya berxwedanê tê şikandin, di nava elîtên serdest de ji bo bibin koleyên kêrhatî tê amadekirin. Li vir fonksiyona bingehîn a koleyê tê asîmîlekirin ew e, ji sedî sed divê bişibe efendiyê xwe, ji bo bibe perçik û dûvikê wî her tiştî dike ji bo xwe bide qebûlkirin û bi vî awayî di nava sîstemê de ji xwe re cihekî çêke.”
Baş e, dewleta tirk tenê bi ziman qedexe kirin û bişavtin têr bûye? Bêgûman na.
Dewleta tirk armancek xwe yê bingehin jî komkujî û qirkirina çandi ye. Komkuji û qirkirina çandî:
“Qirkirin weke dewama asîmîlasyonê ye, gel, hindikayî, her cure komên dînî, mezhebî û etnîk ên bi asîmîlasyonê nikaribin bi wan, dixwazin bi rêya fizîkî û çandî wan bi temamî tesfiye bikin û wan têk bibin.”
Em bipirsin, di îro de em dîroka xwe binêrin, çi qewimiye? Çi serê kurdan, zimanê wan, çanda wan hatiye?
Ê berdewam bike…
QASIM ENGÎN
- Ayrıntılar
Dewleta tirk hemberê Kurdan bi tîpên xwe yên T tê naskirin.
Çine ev T ?
Te’dîb; ango anîna xetê, edeb dayîn.
Tenkîl; ceza kirin.
Taqtîl; qetilkirin.
Tehcîr; dayîna koç kirin.
Temsîl; bişavtin.
Temdîn; medenî kirin ango Tirk kirin.
Tasfîye; bê bandor kirin, ji holê rakirin.
Dewleta tirk di salên 1924 vir ve li hemberî Kurdan bi herfên T kar dike. Em dizanin ku dewleta tirk bi hevpeymana Lozan’ê re ketibû pêvajoyeke nû. Navê vê pêvajoyê islahat û fûtuhatê, ev jî destpekirina qirkina Kurdan e. Lozan 24’ê tîrmêha 1923’an hatibû mohrkirin. Bi pê re jî stratejiya biratiya navbera Kurdan hat binpêkirin û pêvajoyeke nû wek me got destpêkir. Ev pêvajoya nû serî lêdana tîpên T’nin.
Em dizanin ku dewleta Tirk bi şêweyekî veşartî 24’ê Îlon’a 1925’an bi biryara “Şark Islahat Planı” girtibû. Em bala xwe bidin vê dîrokê. Ev dîrok pişt binpêkirina rabûna Şêx Seid’e. Ango berxwedaniya di dîrokê de wek berxwedaniya Şêx Said tê naskirin.
Dewleta tirk bi hevpeymana Lozan re dest bi înkar kirina Kurdan kiriye, ango bîryar daye ku di nava sinorên ku wek Mîsakî Mîlli tên naskirin yek netewekî avabike. Bi zimanekî din, biryar dane ku Kurdan qetilbikin, koçbikin, mişext bikin, rabikin, înkar bikin, îmha bikin, çand û zimanê van qedexe bikin hwd.
Dewleta tirk ji bo ku karibe van nezîkatiyên dij-mirovatiyê pêk bîne, pêwîst bû ku Kurdan ewel bi rê û rêbazên rakirina fîzîka Kurdan rê destêbike. Ango heya astekî rakirina fizîkî temam bike. Bi pêra dest bi tasfiyekirineke nû bike.
Ev jî bi tîpa ku me wek T navlêkir kirine. Ango: Te’dîb, Tenkîl, Taqtîl, Tehcîr, Temsîl, Temdîn, Tasfîye.
Encamên van T’yan ji bona Kurdan pir xeterbûne. Ji bona Kurdan gelek caran pir giran bûne. Dîsa pir caran mirin û kuştin bûne.
Yek jî bê gûman bişavtin û komkujî ango qirkirin bûye.
Rêber Apo bişavtinê re:
“Asîmîlasyon ew çalakî û têkiliya yekalî ye ku di civakên şaristaniyê de yekdestdariyên sermaye û desthilatdariyê li ser komên civakî yên kirine statuya koletiyê pêk tînin, ji bo ku van koman bikin dûvik û movikên xwe, bikartînin. Armanca asîmîlasyonê ew e, ji bo mekanîzma mêtinkarî û desthilatdariyê bi mesrefa herî kêm kole peydakirin e. Koma tê asîmîlekirin, nasnameya wê bi xwe û hêza wê ya berxwedanê tê şikandin, di nava elîtên serdest de ji bo bibin koleyên kêrhatî tê amadekirin. Li vir fonksiyona bingehîn a koleyê tê asîmîlekirin ew e, ji sedî sed divê bişibe efendiyê xwe, ji bo bibe perçik û dûvikê wî her tiştî dike ji bo xwe bide qebûlkirin û bi vî awayî di nava sîstemê de ji xwe re cihekî çêke” dibêje.
Lê dema ku ev bişavtina têrê nake îcar jî dest bi komkûjiyê dikin, ango qirkirinê dikin.
Ji bona qirkirina Kurdan jî Rêber Apo:
“Qirkirin weke dewama asîmîlasyonê ye, gel, hindikayî, her cure komên dînî, mezhebî û etnîk ên bi asîmîlasyonê nikaribin bi wan, dixwazin bi rêya fizîkî û çandî wan bi temamî tesfiye bikin û wan têk bibin. Li gorî rewşê ji herdu rêbazan yek tê tercîhkirin. Rêbaza qirkirinê bi awayekî fizîkî bi giştî bi çanda elîta serdest ango li gorî çanda dewleta netewe bi komên çandî yên di rewşa serdest de têne kirin. Mînaka tîpîk a ji bo vê yekê jenosîdên ji bo çanda Cihû û gelê wê ye. Tevahiya dîrokê Cihû hem di qada maddî de û hem jî di qada çanda manewî de beşên herî bi hêz pêkanîn û ji ber vê, li hewldanên tinekirin û derbên fizîkî yên çandên serdest ên dijber rast hatin, timûtim qirkirinên weke pogrom têne binavkirin bi serê wan de hatin. Rêbaza duyemîn a qirkirinê ceribandinên qirkirinê yên çandî ne, û zêdetir çanda dewleta netewe û elîtên serdest li ser gel, civakên etnîk û komên baweriyê yên qels û pêşneketine tê ferzkirin. Bi qirkirina çandî ya weke mekanîzmaya bingehîn tê xebitandin armanc ew e, di nava çand û zimanê dewleta netewe û elîta serdest de bi tevahî tesfiyekirina van gelan û koman e. Di serî de saziyên perwerdeyê di nava her cure saziyên civakî de ev gel û kom têne hêran û bi vî awayî hewl didin wan tine bikin. Qirkirina çandî li gorî ya fizîkî bêhtir bi êş û jan e, cureyekî qirkirinê ye, dirêj dajo. Encamên rê li ber vedike ji ya fizîkî bi zêdetir felaket in; ji bo gel an jî civakekê felaketa herî mezin e ku di jiyanê de lê rast bê yan jî bi serî de bê. Gel an jî civak neçar têne hiştin hebûn, nasname, hemû hêmanên çanda maddî û manewî yên xwezaya wan pêk tînin biterikînin û ev bi çarmîxkirina demeke dirêj re wekhev e” dibêje.
Em carek din bala xwe bidin dewleta tirk, çi rêbazê bişavtinê terk kiriye, çi jî dev ji qirkirinan berdaye. Bi kurtasî carek din bi zimanek din; dewleta tirk tîpên T ango: Te’dîb, Tenkîl, Taqtîl, Tehcîr, Temsîl, Temdîn, Tasfîye, terk nekiriye.
Em hîç dûr neçin, hem li bakûrê Kurdistan hem jî li Rojava’yê Kurdistan politikayên dewleta tirk pir zêde dişibin siyaseta tîpa T.
QASIM ENGÎN
- Ayrıntılar
Berî ku em biçin şahiya 15 ê Tebaxê me bi riya çapemeniyê heyecan û coşbûna pîrozbahiyên 15 ê Tebaxê temaşekir, bi taybet piştî ku me bihîst wê şahiya 15 ê Tebaxê bi hejmarekî mezin ê hevalan were pîrozkirin, heyecaneke bi xîzên zirav dilê me dorpêçkir, û pirsa gelo wê pîrozbahiya 15 ê Tebaxê çawa derbas bibe,
wê şevê bû mêvanê min. Kazîwa rewnaq û dev li ken, bi giyanekî aram em ji xew rakirin û bi lez ez û çend hevalan me berê xwe da şahiyê. Hîna em negihîştibûn ciyê şahiyê, em gihîştin çend gurûpên hevalan. Hemû heval demjimêr sisiyê şev ketibûn rê û berê xwe didan ciyê şahiyê. Piştî ku me roja vejînê 15 ê Tebaxê li wan pîrozkir, em jî ketin nava rêza hevalan û em heyanî ciyê merasîma leşkerî û şahiyê bi hev re meşiyan.
Piştî meşeke di navbera daristanan de, li ser ava ku ji dolan diherikî qevaztin, hejmareke zêde ya hevalan ketine rêzê de, li ber çavê min ketin. Alên PKK ê, HPG ê û YJA STAR hatibûn rakirin û xwe ji bo merasîma leşkerî amade dikirin. Nêzî sê sed hevalî kombibûn, çeka wan di destê wan de bû û di rêzê de sekinîbûn. Deng ji kesekî nedihat, ji wê bê dengiyê, dengê teqîna wan fîşekên 15 ê Tebaxê teqiyane dihat e mirov, dengê qêrîna berxwedaniya zîndana Amedê mirov dibihîst û wêneyê hemû hevalên şehîd ên ev Pêngav avêtine dihate ber çavê mirov, bi taybet qomîtanê mezin rêheval Agîd dihate bîra mirov. Bi hatina Fermandariya Navenda Parastina Gel merasîma leşkerî destpêkir. Ji bo wateya vê Pêngavê û şert û mercên tê de pêşketiye ji milê Fermandariya Navenda Parastina Gel ve axavtinek li pêşiya merasîma leşkerî hate kirin û di heman demê de civîn çêbû. Çima ev Pêngav hate avêtin, çawa ji berxwedaniya zîndana Amedê re bû bersiv, bandorekî bi çi awayî li ser gelê Kurd kir, di civînê de bi berferehî hate ziman. Bi berxwedaniyeke mezin pêşengtî ji gel û tevgerê re kirin, paşeroja gelê Kurd fikirîn û wiha berxwedayîna hevalên zîndana Amedê bi ziravî hate ziman. Bi wan peyvan re netenê berxwedayîna gelê Kurd ê bakurê Kurdistanê dihate bîra mirov, berxwedaniya hemleya 1 ê Hezîranê, şehîdên Hemleya Şerê Gel ê Şoreşgerî, û berxwedayîna gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê dîmen bi dîmen dihate ber çavê mirov. Te ji çav û sîmeyên hemû hevalan hîsdikir ku herkes dixwaze berxwedaniya gelê Kurd ê rojavayê Kurdistanê bijî û hemû zor û zehmetiyên wan parvebike. Qomîtan Erdal (Engîn Sincar) ê ku riya heval Agîd şopandiye, ji bo pêşxistina hemleya 1 ê Hezîranê li hemberî tesfiyeciyan têkoşîn kiriye, hate bibîranîn. Bi bihîstina navê heval Erdal re, di dilê hemû hevalên ku pêre jiyankirine, ên ku ji bo wî tevlîbûne û yên ku hertim naskirina kesayeta wî ji bo wan bûye mereq, axîn û ahengeke zirav dengveda. Bi gotina “em Pêngava 15 ê Tebaxê li we pîrozdikin û serkeftin ji we re dixwazin”, hemû heval bi hev re rabûn ser lingan û silogana Bijî Serok APO, Bican Bixwîn Em Bi Te Re Ne OCALAN, Şehîd namir in bi dengekî heybet avêtin.
Şahiya ku hevalan hevpar amadekirine destpêkir. Awazên giyana Pêngava 15 ê Tebaxê zîndî dike, amadekiribûn. Şanoyeke ku hem berxwedaniya Amedê, Pêngava 15 ê Tebaxê, zordariya dijmin li ser gelê Kurd daye meşandin û niha jî didomîne, pêşkêşkirin û di dawiyê de Koma Tolhildan derkete ser dikê. Hevalan bi derketina komê re hem li çepikan dixistin, hem jî govend digirtin. Pêngava 15 ê Tebaxê bi giyanê ciwanî pêşket, şahiya me jî bi rengê coş û heyecana ciwanan derbas bû.
Silav û rêzên şoreşgerî
Medya SÎDAR
- Ayrıntılar
Îro li Rojava’yê Kurdistan dilê hemû Kurdan diavejê. Jiberku çarenûsa Kurdan li wê derê ber bi diyarbûyînê ve diçe û wê biçe. Dibe ku ev di teoriya şoreşan de tiştekî nû be. Wek rêgez herdem parçeyên mezin çarenûsa parçeyên biçûk diyar kirine. Lê vê carê ev berovajî birêve diçe. Parçeyê biçûk çarenûsa parçeyên mezin diyar dike. Ango çarenûsa Kurdan îro li Rojava diyar dibe.
Îro li Kurdistan’a Rojava hemû dijminên Kurdan bûne yek û erîşê dibin ser Kurdan. Em bala xwe bidinê; li Rojava di serî de îro Cephet El Nusra tevgereke pir mezin tîne ser Kurdan. Bi Cephet El Nusra ve Erebên paşverû di dewrê dene. Dîsa li pişt van dewleta Tirk heye. Em dizanin ku ev çeteyên Cephet El Nusra yek ser cihê xwe nava AAS ango Artêşa Azad a Suriye de digirin. Ev jî têwateya ku pişt wan de DYE heye.
Milêkî din de rejîma BAAS a ku piştgirî ya xwe ji Îran’ê digire heye. Pişt wan yan jî kêleka wan kî heye ew jî diyare.
Em dizanin ku ev hêzen ku me li jor diyarkir çima hundirî van erîşan dane. Dewleta Tirk berjewendiyên xwe li vir pir zêde hene. Dîsa dewletên Ereb dixwazin teqez Beşar Esad bibin da ku kanibin pêkanînên berjewendiyên xwe de muwefeqbin. Dewleta Îran naxwaze rola xwe ya sereke li herêmê bi terkîne. Lewma ewqas li pey Beşar disekine. Lewma ewqas hundirê êrîşên li dijî Kurdan de cîh digire.
Bê gûman em karin gelek hêzên dîtir yê ku di nava van siyasetên qirej de cîhe xwe digirin bi hejmêrin. Lê em di wê baweriyêdene ku mijar tê fêmkirin.
Lê mijarek heye ku em fem nakin! Ew jî mijara çima sinorê Başûrê Kurdistan’ê ku bi Rojava’yê Kurdistan re heye bi israr tê girtinê?
Qaşo kîjan parçeyê Kurdistan tengavî de be parçeyên ditir divê aligirîbikin. Piştevan bisekinin. Çi di milê aborî çijî di milê menewî de piştevanî bikin. Lê mixabin helwestaku li BaşûreKurdistan’ê di milê PDK ve tê raber kirin ne bivî şekliye, tam berovajiyê vê nêzîkbûnek heye. Em berdin piştgirî kirinê, PDK hem sînor digire hem jî ji boku tevgera Kurdên li Rojava lewaz bibe hêzen El Nusra re pêwendiya bi çekkirinê datîne. Pere dide. Tahrîk dike. Gurr dike. Ne tenê van tiştan dike, PDK yek jî dixwaze gelê Rojava’yê Kurdistan hewcedarî wan bibe. Jibo navê jî sînor tenê nagire her wiha nahêle ku yek çûk jî bifire. Herkes dizane ku dema Seddam ji ev sînora bivî şeklî nahati bû girtin.
Em pirsbikin, dema Cephet El Nusra, Tirk, BAAS û AAS ewqas êrîşî ser kurdan dikin, ev helwesta PDK wateya xwe çiye? PDK dixwaze çibike? Hele dema ku îro behsa Kongreyeke Netewî tê kirin, ev karên ne dirê de sedemê xwe çine?
Pirsên me rewane û dicîh de ne. Pêwîste ev pirsana werin bersivandin. Eger bersiv nede, PDK nikare xwe ji bin rewşa tewanbariyê de xelasbike. An jî nikare bêje ku têkiliyên xwe bi Cephet El Nusra re nîne. Tam dema ku çeteyên Cephet El Nusra bi hovane êrîşî gelê meyê Rojava dikin sînor girtin, dijî van êrîşên hovane derneketin îzahatên xwe nabin.
Em ji bîr nekin: bêdeng bûyîn rengê xwe nîşandane. Bêdeng bûyîn bi dengbûyîne. Alî bûyîne.
Hetanî ku PDK vekirî helwestê xwe di mijara Cephet El Nusra û darbarê girtina sînorê Rojava diyar neke, hem rexneyên ku em dikin emê berdewam bikin û hem jî tewanbarî ya ku li ser PDK heye nikare rabike û li bin vanderbikeve.
QASIM ENGÎN
- Ayrıntılar
Sîyaset hûnerê çareserkirina pirsgirekane. Bişêweyekî din mirov dikar bêje rê û rêbaze ke ku ji bo çareserkirina aloyziyên ku heyîne. Ango sîyaset rêbaze ke ku nakokiyên heyî derfetek anîna ser rê ya giriftane.
Em dizanin ku sîyaset li ferhengokên eraban de objekî bi baldarî ya çavdêrî kirinê ye. Bi wateyekî din ango di dîroka eraban de em dizanin ku Walî û desthilatdarî bûyîn, gel çavderî kirin, gel rêvebirin, di saya vê de ewlehiyên pêwîst girtin, hemû bingehên xwe ji vêderê digre. Karê dewletan, hûkumetan, dîplomasî dîsan hemû li ser vî şêwazî tê rêvebirin.
Lê sîyaset bişiklên din jî tê gotûbêj kirin. Ev jî sîyaseta gelerî dibe. Ango sîyaset tê wateya gotûbêj kirinê. Pirsgirek eger hebin mirov biaxiftina çareser dike. Dîsa eger biryarên werin girtin hebin, mirov bi hevre diçe muzakereyan û diçe biryardariyê.
Hinek ji dibêjin sîyaset komînîkasyone. yanjî bi wateyek din peywendî danîne. Henik caran jî tê wateya ku ew hêviyên mirov yên ku civak li bendêne, bi pêşniyaran, xwastek li ser bingêhê zagonan bi exlaq çûyîna çareseryî ye.
Herwiha cardin sîyset nêrînên di navbera beşên cuda de, xwastekên wan yên cûda bi nîqaş, hevdîtîn û gotûbêjan hwd bi rê û rêbazên cûda bi hevre hîn bi awayek aramtir, li ser bingehê fikrê azad çareserkirina van nakokiyane.
Tê gotin li cihê ku nîqaş di qede, peyîvîn ji di qede herwiha li wir azadiya raman ji namîne. Bê guman li wîr siyaset ji di qede... Û her tişt ji wateya xwe dûr dikeve. dema ku sîyaset ji di qede xeber dayîn, pevçûn hêza çarem derdikeve ji derve. xeberdayîn ( dijên) herwiha tundî ne tenê nîşaneyên bê rûmetiyê, heman demê de nîşaneya paşdemayîn û paşketinê ye. Ewkesên ku ramanên cûda reş dikin, red dikin, hataku wek dixwazin ew nêrîn û raman ji holê werin rakirin bigotinek tenê, Prîmîtîvin.
Niha ji em werin ser derdêxwe. Li Rojava yê Kurdistan şoreşek heye. Gelê me yê Rojava biryar daye ku xwe bi xwe birêve bibe. Hêjmarek pir mezin mirovên me li Rojava li pişt şoreşa Rojava de cihgirtine. Pişta hêzên xwe yên ku heya roja îro wan diparêzin disekinin. Hate ji bona wê canê xwejî danîne holê. Gel li pişt wane. Gel bi wanreye. Dîsan gel hemû tiştê xwe bi wanre parve dike.
Lê mixabin hinek dardor hene, yek jîwan heta yê sereke PDK’ye. pir jî wê rewşê naraziyê. Dîsa ew hêz hinek baskên din yêku li Rojava giraniya xwe tuneye dixwazin bidin pêş. Çekan didin wan. Pere, mal û mûlk raber dikin ji wanre. Dakû ew derdorane dijberê şoreşa Rojava derbikevin.
Em baş dizanin ku hinek jî wan komane dijberîya wan li beramberî komên çete tune ne. Dîsan beşekî wan bi dewleta Turk re pir zêde têkildare. Dîsan di navbera rêkxistinên kurdan de ji hinek cihê xwe digrin û ji wanre kardikin.
kurtasî ew komane bi piştgiriya PDK'ê û dewleta Tirk, dîsan bi piştiriya dewletên rojavayî rolekî pir xirap dileyîzin.
lê mixabin li rexmê ku îro qala kongre ango konferasa netewî tê kirin PDK û hinek hevalbendên wan pişrtgirî bi hinek komên çeteyan re dikin. Dirav û çek didin wan. Dîsan rêyên rojavayê Kurdistanê digrin. Dakû piştgirî ji Kurdistana Rojava re neçi.
evên hinek din rasttir ji bi yek gotinê bêjin qirêjî ye, xirabî ye, dijmintiye. û ne tu tiştê dine. Ango nêzîkbunên ku ereb ji bo siyasetê raber dikine. Siyaset ji bo ereban bêhtir amûrekî ji bo çavdêrî ser herkesî kirin bu.
Em sîyaseta ereban ji bona me kurdan famdikîn, lê siyaseta ku kurd li ser kurdan bi vî awayî dikin tu car na pejirînîn. Em dev ji pejirandinê berdin, ev siyaseta em wek siyaseta qirêj pênase dikin.
xûlase; pêwîste rê û rêbazên qirêj werin terk kirin dakû em behsa netew bûyînê u qala dûrûst bûyînê bikin. Ji bona vê çendê pêwîst dike SİYASETA QİRÊJ WERE TERK KİRİN.
QASIM ENGÎN
- Ayrıntılar
Regezperestiya civakî têgehek pir ne kewne. Herî zêde di salên 1970’yî virdatir tê bi karanîn. Ev têgeh tê çi wateyê? Ango dema gotina regezperestiya civakî te ser zimên, pêwîste em çi fambikin?
Civak ji bo her kesekî nava wî da dayîk dibe nêzîkbûyînekî raber dike. Wê mane dana ji bo jin û ji bo mêr, li civakê rolekî bar dike. Civak ji bo zilam û ji bo jin rolekî taybet diyar dike. Ev rol barkirin ne li ser hîma bîyolojîk tê kirin. Ev rol barkirin li ser pîvanên ku civak ji bo jin û mêr dike tê kirin. Bi gotineke dîtir, rengê civakê çawaye nêzîk bûn jî bi wî şêweyî tê kirin. Bêguman civak dema van wateyan li ser jin û zilam bardike mabesta xwe heye. Armancên xwe heye. Û dixwaze ev mêr an jî jin li gorî vê civakê tevbigere.
Dîroka mirovahiyê de newekhevî ango neyeksanî, dema şikestina zayendiya yekem de pêşketiye. Şikestina zayendiya yekem jî dema ku civak bi destwerdana desthilatdariyê re rû bi rû dibe çêdibe. Dayîksalarî bi destê rahîb, fermandarê leşkeri û bi destê zilamê xwedan ezmûn tê hilweşandin. Encamê vê hilweşandina pergala dayîksalarî cihê wê baviksalarî digire. Bi pêra jî em dizanin ku çawa ev pergala baviksalarî veguherî bajar, çîn û dewlet. Bi dewlet jî destpêkirina şikandina zayenda yekem destpêkir.
Bi kurtasî, regezperestiya civakî ji vê rojê şûndatir destpêkiriye û heta îro hatiye. Dema em tên iro jî em dibînin ku çi sîstema bavîksalarî ango desthilatdariya mêr li ser mirovatî çekiriye. Welê çekiriye kî nezîkbûna jin cûda bûye û yê mêr cûda bûye. Wisa kiriye ku dema keçek tê dinê, ev keça demeki şûndatir hemû reftarên wê tên diyarkirin. Zilam jî hemû hareketên wî tên diyarkirin.
Bi zimenekî din, “jin wekî jin ji dayîk nabe, jin tê jinî kirin. Dîsa zilam jî wekî zilam ji dayik nabe, zilam tê zilamî kirin.
Ê ku ev rewş afirandî jî zilamê desthilatdar e. Zilamê dewlet çêkirî ye. Zilamê destavetiye bermahîyên zêde yên civakê.
Taybetmendiyên civaka xwezayî bi van nêzîkbûnan hatiye berevajîkirin. Civak ji rastiya xwe hatiye dûrxistin. Bêgûman ev jî hêliştiyê ku mirovên nava vê pergalê da dijîn ji xwezaya xwe dûr bikevin. Ev jî tê wateya ji rê derketinê.
Vê menê de pirsgirêka herî zêde ya mêre. Ango ya zilam e. Ev desthilatdariya zilam a heyî dahûrandin ji deh carî dahurandina jina ku hatiye kole ango bendekirin girantir e.
Çima ev welê ye? Ji ber ku desthilatdariya zilam koletiya jinê bi xwera aniye û evê jî hêliştiya ku jiyan pir hejar ango xizan be.
Civaka bi pir rengî bi desthilatdariya mêr dibe yek rengî.
Çanda zilam hêliştiye ku seranserê dîroka mirovahiyê bibe şer. Ango bi vî hişmendiya zilam diroka mirovahiyê were bin pekirin.
Pêwîste em ji bîranekin ku çanda şidet ango tundî civakê de çandek çêdike. Karakterekî hundirîn dide avakirin. Û em ji biranekin ku ev çanda jî hîma xwe da milê dewlet ve te gur kirin, xwedan kirin.
Bi cewheri em mijareke din bînin ser zimên, ango bi gotina bav û kalan em bêjin: bi şêwaz diyare mirov.
Em vegerin li ser xwe û nezîkbûnên xwe li hemberî vê mijarê di ber çavan re derbasbikin. Her yek ji me di milê xwe de vê regezperesti ango cinsiyetgeriyê pêşdixin. Hele eger em yek jî zilam bin hîn zêdetir em vêya pêşdixin.
Ji ber ku pergal welê hatiye avakirin û em jî di milê xwe de vê regezperestiyê pêşdixin. Em cudabûnî ango cewaziyê dixin nav jin û mêr. Em jî wek civaka hatî dabeşkirin û çînan nav xwe de dihewînê nêzîk bûnên dabeşkiri raber dikin. Em jî parçe dikin. Em jî cudahiyê dikin nav keç û xortan. Em jî – bi zanebûn nebe jî- pergala kapitalîst modernîst hundirî xwe de didin afirandin û didin jiyandin.
Pêwîste em van rastiyan bizanin da ku em karibin li dijî derkevin û li gorî vana tevbigerin. Dîsa em bizanin ku ev tiştên hatin kirin tiştên ku bi destên mirovan hatine kirinin. Ser mabesta da ku kanibin civakê gore xwe rêvebibin.
QASİM ENGÎN
- Ayrıntılar
Îro li Rojavayê Kurdistan’ê şoreşek rêve diçe. 19’ê tirmeha 2012’da bi awayekî fermî Kurdên Rojavayê Kurdistan şoreşa xwe bi dest girtina saziyên dewleta metinger ve îlan kirin. Pê re jî gav bi gav li giştî Kurdistan’a Rojava de şoreşa xwe bi serxwestin. Tam salek bû ye ku Kurdên Rojava xwe bi rêve dibin.
Pir balkêşe ku gelek deverên cîhanê yên wek Kurdistan’a Rojava dema xweseriya xwe îlan dikin tevahî dewletên cîhanê nebin jî piranî qebûl dikin, ango dipejirînin. Lê mixabin ruxmê ku Kurdên Rojava ev salekî zêdetire ku şoreşa xwe ilan kirine hêna jî hem nehatiye qebûl kirin, hem jî êrîş bê navber hemberî wan berdewam dikin.
Lê tiştê herî zêde balkeş ewe kû, hêzên navnetewî yên xwe hevalbendên gelên bindest dibinîn li her kesek zêdetir êrîşê Kurdan dikin. Nasnakin. Berde naskirinê rojane tehdît dikin. Gefan lê dixwin.
Em êrîşên dewletên wek komara turkiye fêmdikin. Em êrîşên dewletên wek Iraq û Îran’ê jî fêmdikin. Dîsa êrîşên dewleta Suriye jî fêmdikin. Lê mixabin em êrîşên dewletên qaşo xwe demokratîk dihesibînin fêmnakin. Û naxwazin fêm ji bikin. Ji ber kû ew dewletên qaşo xwe demokratîk dihesibînin sed sal berî niha çikirin em baş dizanin.
Em bînin bîra xwe; Lozanê de çi hatibû kirin? Kê mafên gelê Kurd û mafên gelên Ermenî û Asûrî firotibûn?
Kê ji bona berjiwendiyên xwe yên qirêj gelên herêmê firotibûn?
Kê gelên ne misilman rastê de hêliştin? Kê ew gur kirin û piştra jî holê de heliştin çûn?
Kî bû sedem ku Kurd bi mîlyonan werin qetilkirin? Werin mişextî kirin? Werin koçkirin? Werin helandin? Di komkujîya çandî re werin derbas kirin?
Bersiv pir zelal û xwerû ye; dewletên Rojava, dewletên qaşo xwe cîhana demokratîk dihesibînin, dewletên şerê cîhana yekê a dabeşkirinê de serketin! Hîn berbiçav, dewletên wek Îngîlîstan, Fransa û DYE û nokerên wan…
Çi bû Lozan?
Lozan di sala 1923 roja 24’ê tirmehê hatibû li darxistin. Di vê civînê da qala Kurdan hîç nehatibû behskirin. Tev de Kurd hewaleyî turkan hatibûn kirin. Kurd wekî ku tenêne hatibûn hesibandin. Ango hatibûn înkar kirin.
Heçku Kurd di civîna Sewrê de maf hatibû dayîn ku xwe bi xwe rêvebibin. Dîsa karibin welatê xwe eger bixwazin dewletekê an jî rêveberiya xwe yên herêmî sazbikin. Dîsa qala gelek tiştên din hatibû kirin.
Lê mixabin dema turka bajarê Mûsûl ji bo Îngîlîstanê hêlişt Sewr ji nişkava hat ji bîr kirin. Em berdin bira kirinê, komkujiyên ku turk pişt re li hember Kurdan bikin nedîtî ve hatin. Heta pirî caran komkujiyên turkan destekkirin. Paş wan sekinîn. Ew di qada navnetewi de parastin. Encamê giştî de di Kurdistan’ê de ji rejîmekî faşizan re rê vekirin.
Ew sistema ku piştra jê re “METINKARIYA NAVNETEWÎ KURDISTAN” hat gotin di esas de bi destê van dewletên Rojava ve hat çekirin û rêve hat birin.
Di dîroka Kurdistan de van dewletên Rojava bi taybet jî Îngîlîstan rolekî pir xirab leyîst. Bûne sebep kû li Kurdistanê tam sed salî şer were kirin.
Niha jî heman tişt bi destê heman dewletan ve carek din dixwazin rêvebibin. Berî sad salî Kurd înkar kirin û naçar hêliştin ku Kurd sed salî berxwebidin, niha jî naçar dihêlin ku Kurd carek din şerekî pir giran ve rûbirû bimînin.
Lê pêwîste herkes tiştekî baş bizane û planên xwe li gorî vê çêke: Kurd ne Kurdên berê ne. Kurd êdî têra xwe hene ku tevayî plansaziyên qaşo dewletên xwe demokratîk û pêşverû dihesibîne vala derbixin.
Bijî soreşa gelê me yê Rojava
Bijî şoreşa 19’ê Tirmehê
QASIM ENGîN
- Ayrıntılar
Yekemîn salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê di şexsê hemû şehîdên şoreşa Rojava’yê Kurdistan de pîroz be!
Du sal berê zêde pîlan û projeyên me jî tinebûn, derfet û bingeh jî tinebû ku em şoreşê pêk bînin. Lê belê hate piştrastkirin ku gelê Kurd êdî ji tinebûnê jî dikare hebûnê biafirîne. Me ev tişt pir berbiçav li Rojava’yê Kurdistan’ê dît.
Rola herî bingehîn di şoreşan de û bi taybetî jî di şoreşa Rojava de ciwanin. eger ciwanên Kurd çek hilnegirtana, heya niha dijminan wê em deh caran bela vela bikirana. Lê niha nikarin. Çima? Ji ber ku YPG heye.
YPG çiye? Ji bo me tê çi maneyê? YPG ew hebûne ku, li hemberî ew kesên ku bi dehan sal qesta canê me kirî, sîleha me ya yekaneye. Agirê bi hezaran salane ku di dilê dayîkên me de vêdikeve ye. Parastina namûs, şeref, nirx û welat e. Pênaseya netewa Kurd e. Deng û hêrsa ciwanên qehreman e. Mîrasa şehîdên nemir; Şîlan, Xebat, Sîpan, Serhed, Dîlovan û bi dehan yên din e.
Ji bo vê, eger hêza parastina me nebe, wekî ku li Til Ebyad, Til Koçer, Serêkaniyê, Efrîn û gelek deverên din tê dîtin, wê çete, gur û rovî bixwazin me bixwin. Ev dem ne ew deme ku em bibin pariyê devê gur û çeqelan. Wê demê divê em hêza xwe ya yekane YPG’ê bikin artêşeke pir bi hêz û mezin. Da ku dijmin me nasbikin.
Ya din, her ciwanekî ku xwîna wî paqişe, xwe welatparêz dibîne û dixwaze şîrê diya wî lê helal be, divê li her deverê Rojavayê Kurdistanê di nava liv û lebatê de be.
Îro em dibînin ku li Rojava ji çar aliyan ve neyaran dor li gelê me girtiye û her derfeteke piçûk de êrîş dikin welêt. Herî dawî me bihîst ku çeteyên Cebhet-ul Nasr fitva daye ku, jinên Kurd li şervanên xwe helaldike. Yanî vêya ji bo dayîk û xwîşkên me dibêjin. Divê em wekî keç û xortên xwedî şeref û rûmet yan vê gotina wan di difna wan re bînin. Yan jî divê em axa welêt biterikînin û biçin! Em nikarin li ser xaka Kurdistanê guh bidin heqaretên bi vî awayî! Divê çeteyên wekî Cebhet-ul Nasr û yên din hêza ciwanên Kurd bibînin.
Niha erk a li pêş me ciwanan çiye? Çi di nava refên YPG’ê de dibe, çi jî di nava xebatên cuda de dibe bila bibe, divê muheqeq em tevlî nava refên şoreşêbin.
Ji bo vê em di hemû meş û çalakiyên xwe de slogana “hemû ciwan marş marş” bavêjin û ji xwe re esas bigirin ku serkeftina me mîsoger be.
Serhed TENDUREK
- Ayrıntılar
Serok APO di 21’ê adara borî de dest bi pêvajoyeke nû kir. Banga xwe de Serok APO:
‘Ez di şahidiya milyonan însanên ku vê bangawaziya min guhdarî dikin de dibêjim ku; edî pêvajoyeke nû dest pê dike. ne çek, siyaset derdikeve pêş. Edî em hatine merheleya ku hêzên me yên çekdar xwe vekişînin derveyê sînor.
Ez bawer dikim, ên baweriya xwe bi min anînê û dilê xwe ji min re vekirine, wê hessasiyetê pêvajoyê li berçav bigirin û heta dawiyê biparêzin.
Ev, ne dawîbûn, destpêkeke nû ye. Ev ne dest ji têkoşînê berdan e, dêstpêkirina têkoşîneke hîn cudatir e.’
Gotinên, ‘dêstpêkirina têkoşîneke hîn cudatir’ gelek girîngin. LiKurdistanê eger dewleta tirk şerê bi salan ê ku tê meşandin bi dilda bixwaze biderawestandin, ev pêvajoyê bi rastî jî bibepêvajoyeke nû. Lê eger dewleta tirk van derfetên ku ji hêla Rêber APO ve hatine afirandin bi baldarî û bi şiyarî nenirxine, wê demêcarak din qonaxe ke mêjûyîwê wenda bibe.
Rastî jî ev pêvajowê çawa pêş bikeve hêna ne diyare. Ji ber ku dewleta tirk erkên dikeve ser milên xwe hêna pêkneaniye. Hêna ji kirt û nîvaxwe nahatiyê xarê(ayak diretmek). Hêna tiştê ku dizane dixwaze bimeşîne.
Bi kurtasî dem tevahî ne diyare. Em ji wan re wek bav û kalên xwe dibêjin: ‘Gula çapliyê li bin çengê te bikeve.’ Ango ‘Şapa li mala te bikeve.’
Rewşa dewleta tirk çidibe bila bibe. A girîng ewe ku em karên xwe bi rêk û pêk rêvebibin.Wekî eniya Kurdan, emê bivê nevê xwe ji bo hemû şert û mercan amade bikin. Eger dewleta tirk gotinên Serok APO bipejirîne wê demê emê xwe ji bona pêvajoyeke demokratik amade bikin. Lê eger dewleta tirk di ya xwe de pê dan bike wê demê emê jî tiştên ji destên me werin teqsîr nekin.
Bin her şert û mercî de em pewîste xwe xurt bikin. Cîhê herî zêde ku mirov dikare bi xwe pir biste pêş bixe serê çiyayên azad in.
Weke ku me got, eger pêvajo neyênî be emê xwe ji bona pêvajoyên hişk amade bikin. Na eger pêvajo erênî be emê xwe di milê bîrûbawerî ango hişmendî de xwe nu bikin.
Serok APO dîsadibêje:
‘Ji serdema berxwedana çekdarî, derî li pêvajoya siyaseta demokratîk vedibe.
Pêvajoyeke ku, aliyê wê yê siyasî, civakî û aborî di pêş de ye dest pê dike. Feraseteke ku, mafên demokratîk, azadî û wekheviyê esas digire pêş dikeve’.
Feraseteke nû jî şertên îro herî zêde mirov dikare li serê çiyayên azad bigire.
Erê, ji bona vê rastiyê em bang li tevahî ciwanên Kurd dikin da ku werin serê çiyayên azad, ji bona ku xwe ji vêpêvajoyê re amade bikin.
QASİM ENGÎN
- Ayrıntılar
