Pir digotin li ser penaberiya Maxmûrê tene ne penaber bû her roj koçber dikirin ji vir û her dere. Cihê wê ne hişti bûn li axa welatê wê. Me navê wê kiribû zaroka pêxwas. Ew birçî û tî hiştibûn. Lê ew jî xwe birçî yê azadiyê dîtibu. Li ser Maxmûrê pir digotin. Rastiya wê din ava vê rastiyê de ifade dikirin. Bi kur diçû navê wê nedihat guhertin. Navê xwe Gurbet bû. Ew ji welatê wê dûr xistibûn. Bi Hesret bû ji berk u ji welatê wê wî dûr xistibûn. Ruxmê zarok bû jî lê tehemûla kene wê ji nedikirin. Ji bo wê jî dixwastin kene wê di hundirê wê de bifetisînin. Kene xwe ji bi xwe re bar kiribû. Ne ketibû gumanan ku xwînxwaran dixwestin ji kenê xwe yê zaroktiyê bedre. Ji bo wê bere xwe dabû Maxmûran. Vê carê ji Maxmûran bere xwe dabû çiyayan û ew hembêz kiribû. Edî dikarîbû rehet bikeniya, biqiriya û bigota gotinê dile xwe û mejiyê xwe. Ji çiyayan pir fêr bibû û xwe tevlî vê rastiyê kiribû. Bê ku ji wê guman bike. Ji berk u rastiya rast ji bo wê balkêş hatibû.
Heval Gurbet pêxwas bû tiştek ne dixist lingê xwe pêxwas dimeşiya li çiyayan ne dixwest çiyayan qirêj bike, ji ber ku ji çiyayan re ibadet dikir, îbadeta wê lêgerin bû. Disa dema mirov lê meyze dikir melûlî di çavên wê de pir hebû. Bi ziman gotinên xwe ne digot gotinê dil û mejiyê xwe bi çavan re digot û ifade dikir. Çarenûs ji bona wê pir êş ava kiribû lê ew herdem bi jiyanê re dikeniya. Tekoşîn dimeşand bi êşan re xwe ji êşan re bernedabû. Bi rasti jî hevalekî wisa bû ku pir bi welatê xwe ve girêdayî bû. Bi rêhevaltiyê ve pir girêdayî bû. Pir dixwest biçe sahê bakûr, lê hevalan qebûl nekirin. Ji berk u di malbatê heval de pir şehîd hene. Pişti wê disa bere xwe dabû warê İİştaran warê insaniyet lê zayin bibû û zaroktiya xwe li vir derbas kiribû. Dema hat ZAğrosan ji dev israr buna xwe hîn bernedabû. Ji bona biçe cebhê herî pêş pêşniyarê wê jî ji bo Çarçêla bû, îfadeya Çarçêla ji bo wê pir cuda bû. Ew israra wê rihekî ifade dikir rihê cangorî bû. Lê hevalan pêşniyarê wê ji bo Çarçêla qebûl nekirin, ji berk u pir dirêj demekî li wir mabû vê carê pêşniyarê xwe ji bo Cîlo kiribû. Her li mezin bûnê digeriya û ji dev bernedabû. Hevlaan qebûl kiribûn. Rêwitiya wê li ber çiyayên Cîlo ve diçû. Du pêşniyarê wê nehatibûn qebûlkirin. Lê ruxmê vê jî morale xwe nexistibû. Ji lêvên xwe ken kêm nekiribû. Bi rasti jî ji bo tu vi bike pêwiste bawerî ya te pir mezin be. Mirov vî pir didît di kesayeta heval da pîvanê xwe pir net bû, tawîz ne dida ji paşverûtiyan re. Tekoşînekî xurt dide meşandin. Eger tene ji bona xwe paşve nedikişand ji berk u ji jiyanê fêr bibû. Tiştê fêr dibû pêk dianî rixmî zehmetî jî dikişand. Yani pir bi israr bû û pes nedikir û li ber xwe dida. Çawa ku serokatî ji şerê İİnanna û Enkî re dibejê şerê civakî bû. Şerê heval ji ne ji bo wê bû. Lihemberî sîstemekî bû yan jî taybetmendiyê wê bû. Rihê wê ew bû le her rêwî bû. Lêgerîna wê ya jiyanê bû gera wê ji bo gerdûnê bû. Heskirina wê ji bo welat bû ne ji bona mirine bû. Herdem zindî bû. Ez dizanim mirovê di jiyana xwe de zindî bin di şehadeta xwe û rewîtiya xwe ber qebrê jî de wê zindîi bimînin. Fêr bû û da fêr kirin. Evîn jiyan kir û da jiyan kirin, ji ber ku girêdayî bû, girêdayî welat û serokê xwe bû yê girêdayî welat û serokê xwe be wê girêdayî rêhevaltiya ku bê dawî be.
Li ser bîranîna Şehit Gurbet
Şîlan Rûken (Qamışlo)
- Ayrıntılar
Xiyaneta Kurdan, navdar e. Ev birînek dîrokî ye û wek birîna mûmarî di bedena civaka Kurd û bedena Kurdistanê de xwînê dimîze. Dermankirina vê birînê, bi serîhildan û qirkirinên sedsalî jî pêk nehatiye. Hemberî ku kesên îxanetkar jî dûçarî kuştin û qirkirina dijmin bûne sûd nedaye. Yanî piştî dilsoz û welatparêzên kurd hatine berteref kirin, xayin jî li ber şibaqa dijminê dagirker ketine hatine kuştin û berteref kirin. Dîsa jî birîn ne hatiye derman kirin û wek pirseke dîrokî li holê maye. Vê pirsa dîrokî jî, aliyê xwe yê sosyolojîk jî derbas kiriye.
Balkêş e, hinek ji zarokên dilsozên Kurdistanê ku ji aliyê dewleta ceberrûd ve hatine kuştin jî, îro, dibin navê “insanî û bêalî” de ketine davika dijmin û tevlî karwanê xiyanetê bûne. Lewna xiyaneta li Kurdistanê “vaqayek vaqqumî” ye. Min bi zanîn gotina vaqqum bi karanî, ji ber ku li cîhanê kesî ne dîtiye ku bi zanebûn û daxwaz tevlîbûna karwanê xiyanetê çêbûye. Lê xaka Kurdistanê wek vaqquma xiyanetê ye, ha ha vê bextreşiyê diafirîne. Navê vê jî têkçûna sosyolojîk e, yan jî xwekuştina sosyolojîk e….
Di civaka Kurd de, xiyanet parçeyek ji dewşirmetiyê ye. Dewşirmetî, antî însanî ye û ji insaniyetê, ji kesayetiya insanî dûrbûn e. Di postikê insan de bedenek din ya çêkirî heye û wek robetekî ku tenê li ser yek programê hatibê rûnandin e. Yenîçerîtî bingeha dewşîrmetiyê ye û karê yenîçeriyan ji bo xanedaniya Osmaniyan fedaîtî bû. Dewşirmeyên Osmaniyan, pirranî ji Balkan û welatên dihatin dagirkirin dihatin komkirin. Lê di demekê de, li Balkanan wek bacûbêşê zarok didane sîstema dewşirmetiyê. Îro jî li Tirkiyê, dewşirme, ji zarokên gelên hatine qirkirin û tunekirin têne komkirin û ji malbatên bi zorê hatine koçberkirin derdikevin. Sîstema “koy enstitusu, dibistanên şevînî” ev aş e. Kurd in, Ermenî ne, Laz, in Gurcu ne, Çerkez in, Rum in, Turkmen in, Pomak in, Tatar in û hwd. nin.
Wek di Tewratê de tê gotin; “kesên ji zarokên Israîl, ku înkar dikin, bi zimanê Davud û Kurê Meryem hatine lanet kirin”, di vê qonaxa ku gelê kurd, li dijî zihniyeta lanetkirî ya Ittîhat Terakî şer dikê de, xayinên kurd jî, bi zimanê kurdî têne lanet kirin. Zihniyeta lanetkirî ya Îttîhat û Terakî, zihniyet faşîzmê ye, ev faşîzm jî li cîhanê hatiye lanet kirin û gunehkar hatiye îlan kirin. Xiyanet jî kevirê bingehîn yê faşîzmê ye. Di Qur’anê de, cezayê xiyanetê “hududullah” ya bi gelê xwe re ye. Ev xiyanet, bi cezayê “ta’zîr” tê cezakirin.
Gelek nivîskar û dîrokzanên Kurd, hinek axa, beg û mîrên kurd, bi xiyaneta li devê deriyê dijmin û xulamtiya dagirkeran gunehkar dikin û wek xayin bi nav dikin. Ev rast e û pêwiste di “doza nîzamî kurd”de werin dadgeh kirin jî. Ji ber ku ev mirov, li gorî huquqê kurd, zarokên gayr-i meşrû ne. Ev xiyanet bingeha faşîzma li dijî gelê kurd e û gunehkariya sosyolojîk jî derbas kiriye.
Di vê qonaxa ku Komara Tirkiyê hêza dagirkeriya li Kurdistanê winda dike û îradeya gelê kurd derdikevê pêş de, xiyaneta eniyên serdestên Kurdistanê ketiye rojevê. Bi vê mebestê serokwezîrê Tirk Tayyip Erdogan, gotina “birayên min î kurd û muxatabê min kurd in” di radeya herî bilind de diqîre. Dîsa dibêje, PKKe, BDPe tevahiya Kurdan temsîl nake. Ev jî radeya xiyaneta nava Kurdan nîşan dide û stratejiya ambalaj kirina xiyanetkariyê ye.
Çima, ji ber ku kesên weke Garîp Ensarîoglu, Mehdî Eker, Mehmet Metîner û nivîskarên bi hevsar, zêde bûne û di rojên tengasiya dewleta Tirk de herûher derdikevine pêş.
Xiyaneta nava gelê Kurd, çûkê herî delal KEW jî bi xwe re xayîn kiriye. Gelek serokcaş jî, di nava bêşermiyek mezin de dibêjin “em jî kurd in.” Lê destdirêjiyan li jina kurd dikin, ciwanên kurd dikujin. Lewma ew derewan dikin û ew, ne Kurd in. Kurd ew kes e ku ji bo azadiya gelê xwe, ji bo kultur û zimanê xwe û li dijî asimilaysonê, li dijî dagirkeriyê, li dijî inkara gelê xwe, li dijî qirkirinên siyasî, kulturî û fizîkî têkoşînê dikin e. Bila kes weke kaxeza turnusol û lawîrê heft-rengî (bûkelemûn) haraket neke. Weke Shakespear got;”ewlekarî wek giyan e, tucaran venagerê bedena ku terk kiriye.” Mirovê ku kesayetiya xwe, giyanê xwe firot, canê xwe sivik kir, tê-venage û vegera wî jî bi hey-ho ye… Hejmara van bedcanan ne gelek in, lê bi ajîtasyon û propagendeyeke mezin, serdestiya xwe sazkar dikin. Çima, ji ber ku diru ne, melaq n û nêrûmêk in, dema stur dibin di dergehê qesr û qonaxan ve naçin, dema dikevin û lewaz dibin di qula derziyê re diçin. Bi gotina Ahmed Arîf, ew destikê dara ku darê dibirin e, “puşt” in, yan jî kurmê darê û “davik û kemînên puşt” in.
Ev rengê mirovan ketî ne û exlak, bext, dilsozî û ciwamêriyê nasnakin, Nanê wan li ser kaba wan e. Lewma em di dewşirmetiyê de “ne-mirovê di postikê mirovan de” bi nav dikin. Xiyanet kurmê di xwînê de ye, eger xwîn neyê paqij kirin, kurm ji xwînê dernakeve. Ev mirov dixwazin gel jî weke xwe bikin û ji nirxê wî dûr bikin. Metirsîniya mezin jî ev e. Beko Ewanê Mem û Zînê, Reyberê Seyît Riza, îro bûne kurtêlxwur, bûne ew nivîskarên hevsarkirî.
Kî çi dibêje bila bêje, ez xiyaneta kurdan wek destîniya kurdan nabînim. Her çiqasî bi cografya Kurdistanê ve girêdayî be jî, ji pîrozî û afirgeriya Xwedawendî dûr e. Ji ber ku “puşt” nikare nirxan biafirîne. Di dîroka Kurdistanê de, xayînên kurd nirxekî mirovahiyê ne afirandine û imze ne avêtine bin kiryareke ciwamêrî. Ji ber ku xayin, civaka xwe pêşkêşî dijmin dikin û wek “qewad”an haraket dikin. Belkî ev gotin giran be, lê di vê pêvajoya nazik de, ti gotinên din nayêne bîra min. Di vê qonaxa ku Kurd gihane çaryana bijartin û bidestxistina îradî, eger ev puşt û gewad ketibin nava hewldanan, armanca wan ew e ku car din, gelê kurd pêşkêşî dagirkeran bikin û wêraniyek sosyolojîk û stratejîk pêkbînin e.
Dagirkeran, li her bajar, her navçe û herêmên Kurdistanê xayînên bi zengil afirandine. Vî zengilê rûreşiyê jî, çandeke bi qolincên tewrênek afirandiye. Pêwiste rewşenbîr û enteklektuelên Kurd li dijî vê êşa bi qolincên tewrêneka mirinê, şer bikin. Rewş nazik e û hassas e, lewma barekî giran û giring dikevê ser partiyên siyasî yên kurd jî!...
Di van rojên ku xayînên Kurd di kanalên telewizyonên Tirk de zêde xuya dikin û berdevkiya AKPê û siyaseta inkar û tunekirinê dikin. Bêyî ku dagirkerî û wêranzariya lu Kurdistanê bibînin, ji bedêla AKPê, demokrasî û ademiyeta ku li Tirkiyê nine îxracî Kurdistanê û atlasê mêjiyê mirovan dikin. Lewma gotina siyasetmedarê Ingilîz ku got “eger kuçikekî te yê baş hebe, pêdiviya te bi kewt kewtê nine”, hate bîra min. Ji bilî gotinên “puşt û qewadî” çi gotin tê bîra we gelo?
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Rojev ew qas tevlihev bûye ku mirov kîjan mijarê derxîne pêş, an şîrove bike di wê mijarê de dikare bi dehan rûpel gotin were diyarkirin. Di nav ew qas nûçeyan de rojeva rastîn a civakê jî diyarkirin zehmet dibe.
Li Şemzînanê zêdetirî meheke serweriya gerîlayan heye, leşker, artêş nikare biçe vê herêmê, lê çapemenî bêdengiya xwe diparêze.
Beriya niha bi şerê psîkolojîk xwestin, Rêber APO û Tevgera Azadiyê ji hev qut bikin, bi serneketin, xwestin Tevgera Azadiyê û gel ji hev cuda bikin nebû.
Bi tecrîda girankirî, zêdetirî saleke hevdîtina bi Rêber APO bi hincetên vala û pûç tê asteng kirin. Hemû hiqûqên heye tên ser û bin kirin.
Her roj bi teknîka herî pêşketî li dijî gerîlayan êrîşan li darxîne, operasyona bê navber berdewam dike, lê rastî berxwena gerîla ya hatiye, matmayî bûye û nema dizane bê wê çawa raya giştî bixapîne.
Hukumeteke hemû sazî û dezgehên dewletê xistine bin destê xwe, çapemeniya ji tirsa munafiqan nikare rastiya vebêje û tenê bi rojevên sexte û xeyalî dixwazin rastiyan binuxîmînin.
Dema rastî tên gotin jî qarewara wane, direyin û dibêjin hûn propagandaya terorê dikin. Gelo di vê rewşê de kî terore, kî terorê dimeşîne…
Li Roboskiyê 34 ciwan hatin qetlkirin, du rojan kesî newêrîbû ji ber tirsa munafiqan dengê xwe bikin, dema ev mijar dihate nîqaşkirin jî digotin hûn piştgiriyê didin PKK'ê. Hîn jî ev 8 meh di ser de derbas bû dema dibe galgala wê vê hevokê dubare dikin.
Lê dema mijar dibe tirk û li welatê wan tişt diqewimin qiyametê radikin. Di mînaka Dîlokê de jî ev pir eşkere diyar bû. Hemû rayedarên dewletê hemû kesên dijberê hev xuya dikirin, di buyera Dîlokê ya bi gelek guman hene ku dewletê û ergenekonê kiriye bi yek dengî dijberiya Tevgera Azadiyê dikirin. Tevî ku bi awayeke eşkere ji aliyê KCK'ê ve ev hate şermezarkirin jî.
Çima ji ber dema bi vî rengî ala nijadperestî û faşîzan bê bilindkirin, we gel rastiyan nebîne û wê van munafiqan karibin mijandina xwîna gel berdewam bikin.
Mirov dikare vê dewlet û hukumetê bişibîne nepoxê; bi xwe mezin xuya dike lê nava wê valaye. Hema tiştekî biçûk û tûj bigihêje wê biteqe û rastiya wê diyar bibe. Bi vê tirsa ku wê durûtiya wan û derewê wan eşkere bibe, hemû tiştê ji dest wan tê dikarin bikin.
Dîsa ji xwe ev di hunera derewan de pispor bûne. Kîjan mijarê wê çawa bînin ser ziman, kîjan mijarê çawa veşerin, ser bigirin di van salên derbasbûyî de gavên mezin avêtin. Heta yek du salên beriya niha ji bo cîranên xwe digotin sifir pirsgirêk. Lê di roja îro de tu kesên ku bi wan re pirsgirêk derneketibe pêş nemaye.
Bi xwe muxalifên li Sûrî tîne li ser sînor perwerde dike, çekan dide wan û bi wan re leşkerên xwe dişînin û li Sûrî tevliheviyan derdixînin, pişt re jî dibêjin ji bo Sûrî azadî û demokrasî. Lê dema mijar dibe Kurd, li Rojava dibe xwedî statu, qiyametê radike, wey PKK'e li vir hukm xistiye destê xwe, Esad piştgiriyê dide wan, li hev kirine û bi hezar derewê din dixin rojevê. Dema rojnamevanên diçin vê rastiyê dibînin û tînin ser ziman hema dotira rojê ji karê xwe dibin an jî dengê wan tê birîn.
Herroj bi dehan kurdan bi hincetên vala û pûç digirin û diavêjin zindanan, gelê me yê çalakiyên xwe yê rewa lidardixînin bi hemû dijwarî û dijmirovahiyê êrîşê dibin ser wan, pişt re jî behsa mafê mirovan dikin.
Li Kurdistanê roj nîne ku daristan ji aliyê dewletê ve neyê şewitandin nîne, bi bendavan hemû erdnigariya kurdan tune dikin, Kurdan naçarî penaberiyê dikin. Li beramberî vê li Tirkiyê çend dar dişewite, hewar hewara wan e. Dibêjin kezeba me şewitî, em bê nefes man û hwd. Ev çi durûtiye, ev çi munafiqiye?
Dema leşkerek di şer de tê kuştin, bi rojan dikarin lanetê li terorê bînin, ala faşîzmê li ba bidin, lê dema gerîlayek şehîd dikeve, bi galegalên serkeftinê dibêjin me gerîlayek kuştin. Dîsa gelek caran bi awayeke dijmirovahiyê gelek gerîla di şer de jiyana xwe ji dest didin, li cenazeyê wan îşkenceyan dikin, li wan didin, bi birîndarî digirin û înfaz dikin lê kes behsa van nake…
Gelek mijar , gelem mînak hene ku mirov bîne ser ziman lê çapemeniyeke çavê xwe ji rastiya re girtiye li pêşberî me ye. Hukumete hemû hebûna xwe li ser xapandinê û mijûlkirinê ava kiriye li pêşberî me ye. Ji ber vê ye ji bilî tekoşîn û berxwedanê ji bilî serhildanê tu rê ji gelê kurd û gerîlayê azadiyê re nemaye. Ew ê statu bi tekoşîn û berxwedanê mîsoger bibe. Di vê germa havînê de gerîla tekoşînê gurr tir bike, gel jî bi serhildanên xwe ala berxwedanê bilin bikin wê rojên azad nêz bibe…
Tekoşîna gerîla, serhildanên gel û berxwedana Rêber APO wê bibe mizgîniya azadiye….
Boran Mercan
- Ayrıntılar
-------Tecrîda li ser Ocalan, di sala duyemîn de ye û gelê Kurd, şerê li dij tecrîdê didomîne.---------
Bê çiqasî dîrok dadgeheke mezin e, mirov jî dikare dîrokê bike bin lêpirsînê û di zerzemînên dîrokê de mirovan dibin çavan re derbas bike.
Dîrok, bi bûyerên drametîk û balkêş dagirtî ye. Bûyerên dîrokî, her dem dibîne mînakên jiyana rojane. Çend roj in, Muawiye û Yezîd, serê min mijul dikin. Siyaseta Muawiye û siyaseta AKPê, kiryarên Yezîd û kiryarên serokwezîr Erdogan, di kefikên mîzêna dîrokê de bi cih dikim. Siyaset û kiryarên wek “amel û aks-ul amel” dibin çavan re derbas dikim…. Yanî dîmenê di rûdêna neynikê de û sirr û razên di fulyona pişta neynikê de…
Du tiştên ji hev cûda bin jî; lê siyaseta Muawiye û Yezîd ya “bîadê”, îro ji aliyê Erdogan ve tê meşandin.
Eger werê bîra xwendevanan; Birêz Abdullah Ocalan, bi rengekî din li ser vê mijarê rawestiya bû û nirxandinek balkêş kiribû. Misilmantiya Muawiye ya desthilatdariyê û misilmantiya Mekkih û Medîne ya baweriya dilsozî, anîbûne hemberî hev.
Seyit Riza jî belaş ne got; “em zarokên Kerbelayê ne”, ev navê siyaseta li dijî Kurdan e. Aliyekî gotinan Seyit Riza, dadgehkirina mirovan û siyaseta dema xwe ye; aliyek jî di zerzemînên dîrokê de, dibin çavan re derbas kirina siyaset û desthilatdaran e.
Muawiye siyaseta “biadê” dimeşand. Kurê wî Yezîd, heman siyaset meşand û imze avête bin gunehkariyên mezin. Îro jî siyaseta “biadê”, li dijî gelê Kurd tê meşandin û pêşengîtiya vê siyasetê jî Tayyip Erdogan dike. Erdogan, ji aliyekî ve avê li ser gelê Kurd qut dike, ji aliyê din ve “Qirkirina Harrê” (1) dike pratîkê.
Aliyekî vê siyasetê zor û wêranî ye, qirkirin û tunekirin e, aliyekî wê jî bê-exlaqî ye.
Muawiye mirovekî telaqreş bû û derew li Xweda jî dikirin. Muawiye, li pêşberî Xwedayê Mezin soz dida û li dijî pirtûka pîroz Qur’anê, li dijî “sunnet”an haraket dikir. Li dijî Cenabê Êlî, li dijî ehl-î beyt, her cure “munafiqî” dikir. Piştî ku kurê xwe Yezîd weke “welîahd” erê kir, rezalet û kambaxî bêhtirîn zêde bû. “Biad” kete devê şûr û siyaseta qirkirin, wêrankirina siyaseta bê exlaqiyê giha radeya herî bilind.
Siyaseta “biadê”, ideolojiya faşîzan ya Kerbelayê û dagirkirina wêranî ya li cografya û bajaran e.
Erdogan jî, siyaseta “biadê” dimeşîne û di bûyera Dilokê de eşkere kirin. Vekirî gotin BDPê, “yan “biad” yan jî lînc.” Ev siyaseta Muawiye û Yezîd e, encama wê jî Kerbela ye, qirkirina Harrê ye.
Yezîd, di 3 sal desthilatdariya xwe de imze avête bin 3 sucên mirovahiyê. Yek, Kerbela ye, nebiyên Cenabê Mihemmed Huseyin û dilsozên wan kuştin û namusa wan kire bin lingan. Du; Yezîd Medîne dagir kir û qirkirina “Harrê” pêkanî. Ehl-î beyt kuştin, jin pêşkêşî eskerên xwe kirin.
Sê; Mekke û Medina bi manciniqan xerab kirin.
Gelo kiryarên li Kurdistanê, ji kiryarên Yezîd cûdatir in? Naa!.. Kurd destîniya Cenabê Huseyin û Kerbela dijîn. Erdogan, siyaseta Yezîd dimeşîne û ava jiyanê, henase ji ser gelê Kurd qut dike. Kiryarên Yezid 3 ne, yê Erdogan 300 in. Yezîd 3 salan desthilatdarî kir, Erdogan 9 sal in desthilatdar e. 3 sal û 3 bûyerên sucê mirovahiyê: Qirkirin, wêranî û bê exlaqî… 9 sal û 300 sucên mirovahiyê,; qirkirin, wêranî û bê exlakî….
Di navbera Yezîd û Erdogan de, kêm zêde 1330 sal hene. Teknolojiya Erdogan û cîhanşimûliya piştgiriya Erdogan dike, li gorî hesabên matekemîtî, 3 hezar car ji yên dema Yezîd zêdetir û dijwartir in. Ev hesab di zerzemînên dîrokê de nayên hesab kirin. Ji ber ku dîrok, ji calculator û şakûlê zêdetir, bi kefikên mîzênê pîvanan dike. Şakûl û calculatora bûyerên Erdogan jî, qetiyaye û şikestiye. Êdî ne calculator, ne jî şakûl dikarin pîvanekê bikin.
Kurd, di derya faşîzmê de têne fetisandin. Lê kurd, xwe bi şelîtên hawarê digirin û di her mitinga meşa azadiyê de dengê xwe bêhtirîn bilind dikin. Mîna Bapîra Hefsedê, (2) ku di reva ji gundê Çêlik de, ji kurhiliyê xwe Virnîko re dibêje; “kurê min, em ji tirsa xwe direvin, hawara me jî, di van gelî û mesîlên kûr û fereh de olan vedide. Olan vedana hawara me dibê bersiva tirsa me.” Bersiva tirsa Bapîra Hefsedê gerilayên Kurd in. Aliyekî wê jî, cengaweriya baweriyê, sebir û berxwedan e. Ji ber ku gelê Kurd bi dengê xwe re, bi hêrs, sebir û berwedana xwe re, ber bi ronahiyê dimeşe. Giyanê ciwanên canfeda, di her çalekiyê de dibê parçeyek ji ronahiya azadiyê. Di her bersiva ji çiyan tê, kurd henaseyek din ya azadiyê dikişînin hinavên xwe.
Mixabin bi dijminê dagirker re, ne “tevazû”, ne jî merhamet heye. Erdogan jî, bi pêşengiya paqijiyek “tewhidê” dimeşê, lê di zemheriya gunehkariya hundirê xwe de, kina reş ku wek çemê faşîzmê diherike jiyanê dikuje.
Bi gotina Yaşar Kemal, di hundirê Erdogan de, “germa zer heye”. Ev jî navê Yezîdê li Kerbala ne… Ji ber ku Kerbela, navê kuştina jiyanê ye, kuştina avê ye, yanî kuştina çavkaniya jiyanê ye. Eger cografya were kuştin, jiyan dimire. Erdogan jî wek Yezîd, riya vexwarina peşik henaseya azadiyê, li gelê Kurd digire. Kurd hîna ”zarokên Kerbelayê” ne. Lê tiştke bê bersiv namîne.
Bê çawa, di bûyera drametîk Kerbelayê de, demê bi çavdêriyek bê rawestandin, bi qelemşoriya ezel-abad, êş û azara sucê mirovahiyê nivîsî, Yezîd û siyaseta wî, di dadgeha dîrokê de lanet kir; îro jî, dem, bê rawestandin û bi qelemşoriyek ezel-ebed, kiryarên bi êş û azaran barkirî û sucê mirovahiyê dinivîse û di zerzemîna dîrokê de bi cih dike. Roj wê werê ku dadgehkirina Erdogan jî dest pê bike. Qîrênên li Roboskî, li Geliyê Tiyarê, li Garzan û Kûrtekê, qîrêna di gorên komî de, “arş-i ala” parçe dikin. Ev qîrên di geliyên kûr û fereh de wek dengê Bapîra Hefsedê olan vedidin û wê bibin banga li vijdanê mirovahiyê. Wê bibin toqê lanetê!...
Ev giriyê dilê mirovahiyê ye, kuştina “ummetî Muhemedîye” ye, kuştina benî adem û zarokên Nuhê Kal e; ev giriyê cografya ye, kuştina çavkaniyên jiyanê ye, kuştina rûmet û nirxên mirovahiyê ye.
Her noş-kirina şehadeta ciwanekî Kurd, tacîdariya bawerî û cengaweriya destanî ya dîrokê yê. Ev destanên dîrokî, wê di dagehkirina Erdogan û siyaseta AKPê ya “bîadê” de bibin toqê lanetê. Wek dustanê di nava agir de sorkirî û di qereqolên eskerên artêşa Tirk de, di stuwê dilsozên Kurd de têne rûnandin, wê li Erdogan vegerin.
Dîrok, weke ava stewihandina pola ye. Di her kuştina aliyê felsefî, cografî, edebî, kulturî, sosyolojî, arkeolojîk, fîlolojî û etnografî de; di her bûyera kuştina mirovahiyê de, hêzeke nû ya polayî di xwe de kom dike. Lewma parçekirina movik bi movik, şehre bi şehre û telişandina bedena mirovahiyê, parçekirina bedena cografya bê bersiv namîne. Dîrok çahidê vê ye.
Siyaseta “biadê” ji bo Muawiye jî, ji bo kurê wî Yezîd jî nebû xelasî; wajî vê bû gunehkariya lanetkirî û kete stuwê wan. Siyaseta “bîadê” wê ji bo Erdogan jî, heman encamê bîne.
---------------------------
- –Qirkirina Harrê; Yezîd di sala 683an de, di şerê Harre de, ehl-I beyt qir dike.
- –Bapîra Hefsedê, lehenga roman Geliyê Girî.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Li ser jiyana gerila nivîsandin dilekî tejî hest û mejiyekî pijiyayî pêwîst dike. Ji vê hevokê destbi nivîsandina xwe kirin dibe ku balkêş be. Gava ku ez dibêjim GERİLA destpêke Rêbertî, hevalên şehîd têne bîra min û hevalên ku bi salan di nava vê şoreşê de têkoşînkirine, têne bîra min, di wan kêliyan de jî, ez hestê xwe deyndarê wan dîtin dijîm. Pênûseke ku hêza wê heye bi hemû rengan çilkên xwe birijîne ser rûpelê, êş û şahiya gerila hîsbike pêwîste binivisîne. Bi gotina gerila re çiya tê bîra mirov, pêve girêdayî jî bi anîne gotina çiyan ser lêvan, gerila û mirovên ku di dîrokê de li van çiyan jiyankirine têne bîra te. Şîverê û şopên di newal, di deşt û di palên çiyan de destûr nadin te ku tu tenê ji wan re bibêje ev çiya çiqasî romantîke yan jî ev çiya tenê çend kevir û darin. Mirovên ku bi çavên biçûk li çiyan binêrin û jê heznekin, çiya bê rehm wan mirovan cezadike. Kal û ixtiyarên ku em ji wan re dibêjin wextê wan derbas bûye, gava nêzîkatiyekî bê hurmet ji xwe re dibînin, nikarin rakin, çima? Ji ber tişta em jê re dibêjin Dîrok; wan bi keda xwe nivîsandiye, yan jî şahiya ku em jê re dibêjin behişt; wan ew şahî bi xwêdana xwe nivîsandiye. Tişta ku ez dixwazim bi van hevokan îfadebikim eve; mirovekî/ e ku çiyan û jiyana gerila jidil hezneke nikare têkeve kûrahiya wê de.
Dibe ku hûn bipirsin tişta jiyana gerila bedewdike çiye? Her mirovekî/e ku cil û bergên gerila lixwe kirine, bi wê çeka li milê xwe şer û têkoşînkirine, li kêleka wan hevalên wan şehîdketine, di kêliyên herî tengav û bextewer de hevalên xwe li kêleka xwe dîtine wê bibêjin ‘HEVALTÎ’. Hevaltî jî ya ku bi rengê hemû demsalan diherike, bi êş û zoriyên wê re rûkene, bi giyanê fedakarî xwe dixemilîne û lewaziyê napejirîne wê ji te re bibêje biçe ji jiyanê bipirs e. Emê jî ji jiyanê bipirsin, tu çawa mirovan avadike? Ciwanên Kurd gava ku tevlî partiyê dibin, misoger ji qirêjiya pergalê para xwe girtine. Her çiqasî bê hemdê xwe jî ketine nav de, lê talûke û xeteriya vê yekê nabînin. Însan kînge dizane ku ji exlaqê xwe dûrketiye, gava ku di vê jiyanê de zorî dikişîne. Yek taybetmendiyekî te ji vê jiyanê dûr be misoger tu nikare xwe veşêre û wê rastiya te di nava vê rêxistinê de eşkere bibe, bedewbûna vê jiyanê jî di vê yekê de ye. Guhertineke ku tu qet texmîn nake, di kesayeta te de çêdike. Çiya fêzîkê te xurt dike. Eger ku tu fêzîka xwe perwerde neke, nemumkine ku tu bikarbe rehet hilkişê bilindahiyekê. Di malbatê de dibe ku kesek bawerî nede tu karekî bike, lê belê li çiyan hêzeke wisa di te de tê avakirin, xebatê herî zehmet li pêşiya te gelekî biçûk dibe, ji ber tu bawerî dide xwe. Dibe ku hûn bipirsin ev hêz çawa di mirovan de tê avakirin? Ezê bi dayîna mînakekê re bersiva we bidim. Tu û çend hevalan bi hev re diçin peywirekê. Rasthatiyên ku tu texmîn nake dertên pêşiya te. Dibe ku di rêkê de çiyayekî gelekî berz heye, tu neçarî hilkişê wî çiyayî. Ji bona ku tu bigihîje banî, tu diwestê, xwêdan ji eniya te tê xwarê, tu tîn dibe û birçî dibe, zêdeyî hêza xwe tu xwe diwestîne heyanî ku tu digihîje banî. Hîna tu negihîştî ciyê xwe dibe ku tu rêkê wendabike, yan jî tu pirsgirêkeke cûda bijî, tu wê demê neçar dimîne mejiyê xwe bixebitîne, bi hedar nêzbibe û wan pirsgirêkan çareser bike. Di wê peywirê de bê hemdê te hinek taybetmendiyên ku tu pênahisê tu qezenc dike. Îrade, zanebûn, derûniya mirovan fêmkirin û kesayeta xwe naskirin di zoriyan de pêşdikev e. Di bin rokê de meş, di berfê û tofanê de meş, dibe ku zor be, lê pêwîste mirov keyfa wê jî mereqbike. Eger lêgerînên însanan hebin, wê herdem nûbûnê di vê jiyanê de bibînin.
Di vê pêvajoya ku mîna agir gure, kelecan û dilşadiya gelê Kurd difûrê, hevalên xort û jin jî di nava liv û tevgerê de ne. Carne tu ji xwe re dimeşe, ji carekê ve heval bi wê heybetê dertên pêşiya te. Çeka wan li milê wana û berbi te ve tên. Dibe ku tu wan nasnake, lê ew cil û berg û gotina dembaş heval dilê te rehet dike. Tu ji xwe re dibêje “ey xwedê heval li hemû deverê hene.” Heval ji razên asê dadikevin, ji asoyên çiyan dertên û li newalên kûr tu wan dibîne. Wê kêliyê tu çiqasî westiyayî be jî, dilê te şad dibe çima? Ji ber tu hevalan dibîne. Demekê hevaltî di nava rêxistinê de şûna her tiştî digire. Mîna ciwanekî gotî “ hezkirina hevaltiya PKK ê ji hezkirina zarok û dayîkê jî kûrtire.” Tu hevalekê/î nasnekê jî gava ku te dibînin germ silav didin te û bi hurmet nêzî te dibin. Hevaltiya PKK ê wisa ye û xwedî nirxekî manewî ye. Mirovên ku xwedî lêgerînin û ji jiyana pergalê têrnabin, anceq di derya PKK ê de avjîne bikin heyanî ku bersiva lêgerînên xwe bibîne. Di derya PKK ê de avjîne kirin birastî nehesane. Bi salan tu têkoşîn dike heyanî ku tu kêliyên azadiyê ji nêzve hîsdike.
Dûnya Cemîl
- Ayrıntılar
Tecrîda li ser Abdullah Ocalan, kete roja 393an, gelê Kurd jî, li dijî tecrîdê, di her qada jiyanê de şer dike.----
Dema ku min xwekuştina Cemal Kavak bihîst, bayekî sar bizivî, hest û hewnê min tevlîhev bûn, zimanê min di şikefta devê min de hişk bû û gotin ji min çênebû: Piştre piştre min di hişê xwe de, gotina: “Di cîhana modern de, teknîk pêşdikeve, lê mirov û mirovahî paşdikeve. Ev jî gunehkariya statukoperêstên lutherîst e.” bibir û anî, lê nebû bersiva hesten min.
Balkêş e, ev gunhkariya li hemberî mirovahiyê bi destê dewletên lutherîst pêk tê û kanunên zincîran jî çêdikin. Bi vî rengî dixwazin, wek kurd dibêjin; “kurtan” li ser pişta mirovan dideynin û mirovan bi qoş bikin. Kanunên zincîran jî, dikine bingeha meşuriyeta kiryarên xwe. Herçiqasî vijdanê şiyar, kiryarên li dijî gelan wek sucê mirovahiyê binavbike û car caran dijberiya xwe nîşan bide jî, kelih û bircikên lutherîstan derfetan nadin. Ev jî tê wateya têkbirina nirxên Nietzsche yên “mirovê maqul” û şîroveyên Stendhal yên li ser “kultura serdest”.
Cemal Kavak, nirxên Nietsche teva di kesayetiya xwe de kom kiribûn û wek neynika mirovê têgihiştî yên Stendhal bû.
Jiyana Cemal Kavak, neynika têkoşîna azadiyê û temam kirina şoreşa kurdî bû. Jiyana wî jî, li dijî kember û rekiha polayî ya dewleta dagirker cenga destanî bû.
Bi vê mebestê, Cemal Kavak weke lehengekî edebiyatê, weke peykerekî mîtolojîk, bi enerjiya xwe di her çalekiya demokratîk de, di sefê herî pêş yên çalekiyên demokratîk de xuya dikir. Porîka wî ya bi ser çavên wî de dirijiya heybetek didayê û wek mirovekî ku xwe disipline kiribe derdikete pêş. Di her çalekiya demokratîk de, wek “dengeya edaletê” dengê xwe bilind dikir. Her gotina wî jî, dibû bombeyek û li hemberî kember û rekiha polayî ya dîlgirtina gelê Kurd diteqiya.
Lewma Ergin Dogru, Cemal Kavak wek “mirovê têkoşîna jiyanê” bi nav dike.
Guman dikim ku, ev gotin têra naskirin û enerjiya têgihiştina disipline-kirina beden û mêjiyê Cemal Kavak nakin. Erê, jiyana Cemal Kavak, di ceng û têkoşîna li dijî dijminê dagirker de derbas bû; lê ne ev bi tenê bû.
Nietzsce mirovan wek pira ji bo “mirovên maqul û serdest” bi nav bike jî, şoreşên cîhanê, ev dîtina liberalî pûç kirine. Lewma em gotinên Nietzsche, di çarçoveya civakê de û ji bo jiyaneke bi rûmet qebûl dikin û ji bo Cemal Kavak jî bikartînin. Ji ber ku wî, di têkoşîna şoreşa Kurdî de, mutewazîtî, biryardarî û degelî bi hev re dimeşand. Têkoşîna li dijî lele û zincîrên statukoparêzan, li dijî dewletên lutherîst, karûxebata kollektîf şertê sereke didît û heta roja dawi jî, di wê xetê de meşiya.
Bi vê mebestê Cemal Kavak neynika trajediya tewratî ya gelê kurd e. Girtin, êşkence, zindan, sergom… Dîsa jî, her bûyerê têgihiştinek dayê û li dijî gotina “jiyana xwe bi xwe têk dibe” alternatîf afirandin. Cemal Kavak li her cihûwarê kû diçûyê, weke meydana cenga li dijî dewleta lutherist dîdît û heta wê kêlîka ku dawî li jiyana xwe anî jî, yek gavê paşneket. Bi vê mebestê, me jiyana wî weke neynika şoreşa kurdî bi nav kir.
Baş tê zanîn ku barê şoreşan giran e û têkoşîna demdirêj dixwaze. Di şoreşên cîhanê de jî leheng bûne kevirê bingehîn û nifşê pey wan jî ala wan li qada herî jor balivandin. Ev navê “xwe derbaskirinê” ye û destdanê jiyana cawîdanî-berdewamî ye. Eger mirov, wek Nietschze dibêje, “mirov malê cîhanşimûlî ye”, wateya jiyana Cemal Kavak ya maqulî û têkoşîna wî ya temam kirina şoreşa Kurdî, stêrika di nava tariyê de ye û dînamîta di cîhana statukoparêziyê de ye. Armanca Cemal Kavak, ji dîtina Nietschze mezintir bû; ji ber ku ew, ne tenê mirovek bû û ne ji bo mirovekî, ji bo mirovahiyê têkoşîn dikir, ji bo jiyaneke azad ku mirovên Nietschze xeyala wan dike, yên “maqul û serdest” dikaribin xwe tê de bibînin bû.
Baş tê zanîn ku dewletên lutherist, cîhan kirine laboratuara koleyan û ha ha bi destê koleyan kurtan’an, zincîr û leleyan çêdikin û mirovan ji mirovantiyê derdixin. Ev laboratuar, lîberalên wek “mîro”wan çêdikin û di kulmîrowan de bicihdikin.
Şoreşa Kurdî, li dijî van laboratuarên helandin û tûnekirina mirovan, wek nirx û pîroziyên mirovahiyê şer û têkoşîn e. Têkoşerên weke Cemal Kavak jî, leheng û pêşengên vê têkoşîna bi rûmet û watedar in. Civak ne bingeha mirovê serdest û maqul e, çavkaniya jiyaneke bi rûmet û karûxebatên kollektîf, hevkariya biratî û dostûyariyê ye. Makîne amûr e, lê mirov ew nirxê ku wê amûrê ji bo jiyana bi rûmet, di çarçoveyake watedar û berhemdariya ji bo giştî bikarbînê ye. Bi vê mebestê dewletên statukoparêz yên lutherîst, di qoanaxa îro ya modernîteya kapîtalîst de, komediya mirovahiyê dijîn.
Jiyana Cemal Kavak mînak e û îspata wê ye ku, mirov ne tenê jiyaneke biyolojîk e û ne amurek xwezayî, di rêzê de ye. Ew berhemê şoreşa Kurdî bû, wek pêşeng û lehengê jiyana bi rûmet ya bi nirxên mirovahiyê dagirtî derkete pêş. Ji xwe, lehengî û pêşengîtiya wî ya edebî û mîtolojîk ji vir tê. Evîndariya wî jî gelê wî bû, cografya wî bû. Bi vê evîndariyê, ji xwe û wêdetir dixwest, bi hasreta azadî û serketinê dikeliya, difûriya. Di maquliya hiş û ramanê şoreşgerî de, wek neferekî kar kir û giha “mukemmeliyet”ê.
Cemal Kavak, xwedî taybetmendiyek wiha bû û gazin nedikirin, lê pirsa “ya baş kîjan e em wê bikin” dikir. Ji şaşî, xeletî û nebaşiyê ditirsiya, lê di başî, qencî û rastiyê de mêrxasekî cengawer bû. Ev evîna têkoşîna şoreşê ye û bîrdoza Zerdesht ya “kesên ku derdikevine riya dirêj û ji bo afirgerî û nirxên pîroz têkoşînê dikin pîroz in” dişopand. Lewma gotina Ocalan ku dibêje, “şerekî baş, mirov digihîne armancê” û “şoreş, guhertina mirov û jiyanê ye.” Di kesayetiya xwe de kom kiribû. Enerjî, aqil û rûmet û kesayetiya disîplînekirî ya Cemal Kavak, formuleya mirovê şoreşa kurdî bû.
Cemal Kavak û têkoşîna wî, ne dawiya wî, armanca wî ya pîroz û ji bo mirovê Kurd mînak û destanekî dîrokî bû.
Neynika mirovê xas Cemal Kavak, di şoreşa kurdî de, destanekî ne nivîsî ye.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
----------Tecrûda li Serê Birêz Ocalan bi dijwarî berdewam dike. Şerê li dijî tecrîdê jî berdewam dike.--------
Pengava 15ê Tebaxê, navê destpêka romana jiyan azad e. Gelê Kurd vê pêvajoyê dijî.
Balzac, weke neştervanê pirsgirêkên sosyolojîk di romanê de, wek bavê romanê di dîrokê de cih girt. Ahmedê Xanî wek pêşengê helbesta epîk, Meleyê Cizîrî jî wek pêşengê romantîzmê navê xwe di dîrokê de nivîsîn.
Louis Aragon jî, adaptorekî Meleyê Cizîrî ye.
Têkoşîna gelê Kurd ya sed salî; di encama şerê dibin pêşengiya Ihsan Nurî Paşa de li Agirî, di gora betonî de hate “meftun” kirin. Mixabin kesî helbesta “meftun-bûna gelê kurd” û romana “meftun-kirina gelê kurd” jî ne nivîsî. Nikarîbû binivîsin, ji ber ku bi “meftûn-kirina di gora betonî de”, rewşenbîriya kurd, entelektueliya kurd jî “meftun” kirin. Berî wê jî, di parçekirina xaka Kurdistanê de, beden û mêjiyê rewşenbîriya Kurd hate parçekirin. Ev dihate wateya valahiyên kûr û fereh yên dîrokê. Parçebûna xaka Kurdistanê destîniyek nû ya bextreşiyê bû. Destîniya bextreş ya bi cografya ve girêdayî bandorek parçebûyî li beden û mêjiyê gel û rewşenbîriya kurd jî kir.
Parçebûne beden û mêjî, di hest û hişmendiya mirov de tevlîheviyan derdixe holê û mirov ji rastiya mirov dûr dike. Hingî derfetên ku mirov dikaribe sirr û razên di fulyona pişta neynika jiyanê de bibîne namînin.
15ê Tebaxê neştera li vê rastiyê ye.
Çalekiya dîrokî li Zindana Amedê, parçekirina gora betonî bû. Pengava 15ê Tebaxê jî, destanê bican-kirina bedena di gora betonî de ye. Destan bingeha dîrokê ne û 30 sal in, ku cengawerên Kurd li dijî dagirkeriya di rengê “faşîzma reş” de li Kurdistanê ala mirinê û tûnekirina bibalivîne, destanan dinivîsîn.
Baş tê zanîn ku her destan agirekî volqanî ne û wek afûrek ezmanî diteqin. Ev heq-kirina di “masnû cephe-î dîrokê” de ye. Lewma min di destpêkê de behsa romana 15ê Tebaxê kir. 30 sal, nifşekî nû ye û di şerê azadiyê de nifşê duyemîn ala têkoşînê dibalivîne. Ev tê wateya guhertina civakî û rastiya neştervaniya Balzac.
Guhertinên civakî, di hestan de, di hiş û raman de jî guhertinan pêktînin. Yanî guhertina civakî, yanî guhertina beden û hiş û hewnê mirov. Yanî afirandina mirovekî nû… Yanî afirandina civakek nû… Yanî şoreş!... Li Kurdistanê şoreşek heye û herka çemê jiyana guhertina ku bi navê “şoreş”ê tê binavkirin berdewam dike.
Baş tê zanîn ku, bingeha gora betonî û “meftûn” kirina gelê Kurd di vê gorê de, di şerê yekemîn yê cîhanê de û ji aliyê hêzên cîhanşimûlî ve hate amade kirin. Ev rekiha hesinî bû. Piştre hêzên dagirkerên xaka Kurdistanê jî, gelê Kurd di vê rekihê de zincîr û lele kirin. Di nava demê de, ev rekiha ku bi kanunên zincîran hate zexim kirin, li Agirî bû “gora betonî” û gelê Kurd hate “meftûn” kirin.
Lê îro, piştî şerê 30 salî û nivîsandina destanên dîrokî; dema wê hatiye ku rewşenbîriya Kurd jî, bi “mayî pîroz” romana cengaweriya ciwanên kurd binivîsîn.
Rastiyek din: Mîna şerê yekemîn yê cîhanê, şerê sêyemîn yê cîhanê di rengekî din de û car din li Rojhilata Navîn dest pê kiriye. Şerê cîhanê yê sêyemîn, di 11ê Êlûna 2011an de, bi êrîşa El Qaîde, li dijî blokên dubirak li Emerîka dest pê kir. Lê Emerîka û Ewropa, şer dûrî welatê xwe kirin û navenda şer bû Rojhilata Navîn. Ev hiş û ramanê klasîk yê dem û heyama Şerê Xaçparêziyê ye, îro jî, di şexsê Suriye de pergalekî din dijî. Di komploya navneteweyî de, (1999) wek ku Mehmed Akîf Ersoy dibêje, car din li dijî gelê kurd “heft klîmatên cîhanê li dijî me” jiyan kirin tara bêjingê û “mahşerek tofanî” li ser serê gelê kurd rakirin. Lê cengaweriya ciwanên Kurd, dilsozî û canfedatiya gelê kurd, “mehşera tofanî” têk birin û qonaxa îro ya serketî bidestxistin.
Bûyerên ku li Kurdistanê diqewimin, ne tiştên klasîk û drametîk in û menendê wan di Tewratê de jî nînin. Gelek caran me bûyerên li Kurdistanê wek “bûyerên Tewratê” binavkirin, lê dijwartir in. Ji ber ku “dewşirmeyên Tirk”, ji Frawunên Misirê dijwartir û xedartir in. Yanî zalimtir in.
Tenê bi navkirina “li Kurdistanê sucê mirovahiyê tê kirin” têra kiryarên li Kurdistanê nake. Ji ber ku ne tenê gelê Kurd tê qirkirin û bûyerên weke Roboskî, Geliyê Tiyarê, Gerzanê û Qendîlê derdikevine holê. Ne tenê li balkonan zarokên 18 mehî, li devê deriyê malan zarokên kurd têne kuştin. Hest, îrade, hiş û hewnê gelê Kurd tê kuştin. Cografya Kurdistanê tê kuştin. Erd û ezmanê Kurdistanê, xewn û xeyalên, hewa, şev û roj, stêrikên li ezman û çûk û çivîkên li xaka Kurdistanê têne kuştin. Ne tenê gelê Kurd tê tunekirin, gelê Ermenî, Suryanî-Asurî û Keldanî têne qirkirin.
Ev bûyerên îkonîk in û rengê kiryarên “Roma” li dijî Xiristiyanan nîşan didin. Ev bûyerên îkonî jî, bi gotinên hêsa, bi hevokên ironik, bi biwêjên harmonik, bi hunandinek arzan nayên nivîsandin. Pêdivî bi vegotina hunerî, guhertinek reng, ronahî, form, ziman, folklorîk, cografîk, sosyolojîk, polîtîk û felesefîk heye. Ji bo van teva jî, temsiliya teatro, awaza dengebêjî, rîtma folklorîk, dilşewêtiya dilojarê, hewngîrî û hişmendiya rastiya civaka Kurd, zanebûna dîrok û kultura kurd lazim e. Yanî, têkiliya organik ya di navbera gotin û îkonên gunehkariyê de pêwist e. Eger qutbûna gotin û îkonên gunehkariyê çêbibe, hingî wek mînakên çend roman-nivîsên Kurd, wê lingê wan li hewa bimîne. Hingî wê stîleke bêsîtliyê derbikevê holê û rexnegîr jî, wê bi hastên klasîk yên “klîkên siyasî” rexnegiriyê bikin.
Ji xwe krîzek rewşenbîrî heye. Ev krîz di hest û mêjî de, di bawerî û hewngiriya rewşenbîriya Kurd de, birînên kûr vedike. Xwedê giravî ji siyasetê dûr in, lê di derya siyasetê de avjeniyê dikin û bêyî ku zanibin, bêyî ku bixwazin, dibine tewaşê li ser nanê dijmin.
Divê em jibîr nekin, roja ku gelê kurd di rekiha hesînî de bi zincîr û leleyan hate dîlgirtin rewşenbîriya Kurd jî dîl hate girtin. Roja ku gelê Kurd li Agirî di gora betonî de hate meftun kirin, rewşenbiriya Kurd jî hate “meftûn” kirin. Lewma şerê li Kurdistanê tê dayin, şerê rewşenbîrên kurd e jî. Rewşenbiriya Kurd nikare ji şerê azadiya li Kurdistanê, bi hincetên “bêalîtî. Îdeolojîk û hwd” bireve û dibin navên cûda de serawa ji xwe derbixe.
Gelê Kurd ezberê xwe xera kiriye û ne tenê li rûdêna neynika jiyanê dinêre, li sirr û razên di fulyana pişta neynikê de jî dinêre.
Pengava 15ê Tebaxê, navê destpêka romana jiyan azad e û nexştera li rewşenbîrî û entelektueliya Kurd e jî.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Jinên şerker, lêgerînvanên rastî û heqîqetê ne. Weke jinên Kurd, bi asîbûn û heskirina xwe di axên xwe de haveyn dibin. Gelek ji wan hîn di temenê xwe yê zarokatiyê debûn, şervanên di çiyan de şer dikin bihîstibûn. Hinek ji wan jî, bi mezin bûn û herikîna kêliyên jiyana tevgera azadiyê re, gerîlla nas kirin.
Ger mijar dibe pirsa çima jin berê xwe didin çiya, gelek caran ji vê pirsê re bersivekî bê eman û bêyî kêmanî hatiye dayîn. Ji lewra ne pêwîst e ku mirov dubare qala wateya wê bike. Lê, ger ev rastî di taybetiya qadan de xwe bi hebun bike, bi qasî zehmetiya bersivdana vê pirsê, di heman demê de bersivekî wê ya hêsanî jî heye.
Bi nimûne, qada Zagrosê… Yek ji qadên gerîlla ya herî zehmet û asê ye. Hem di mercên xwe û hem jî di eraziyê xwe de zehmetiyekî wê ya gelek mezin heye. Kes zû bi zû nikare jiyan kirina di wê qadê de bi serbixîne. Îskenderê Mezin wan xakan derbaz nekir, dagirkerên roja me ya îro de van axan nekarîn têxin dibin venêrîna xwe. Lê, îro şervanên azadiya gelê Kurd bi taybetî jî jinên Kurd, vê teoriyê binpê kirine û di quntarên Zagros’an de tekoşînekî bi çi rengî wê were meşandin û wê bi çi rengî mercên jiyanê ava bike, bi hemû bedewiya xwe dane nîşandan. Lê, li himberî zehmetiya vê qadê mirov dikare pirsekî bi vî rengî jî bike.
Çima Zagros mirovên ku li ser xaka xwe mezin dike, bi xwe ve dide girêdan? Çima heskirina gelek keç û jinên leheng, li efsaneyên xwe yên dîrokî zêde dike? Çima jinan evîndarê xwe dike?
Bersiva vê pirsê jî, bi qasî kûrbûna xwe hêjayî bilêv kirinê ye.
Ji ber ku Zagros di guşiyên Çarçêlla de, dibe têlên pora jinên dilê wan xwe bi bedewiyê hunandine. Li serê lûtkeyên Cîlo dibe taca ku di quntarên Keviya Pîr de mezin bûye. Ji lewra li himberî vê rastiyê Zagros her demî bi betrana xwe dikeve silavê û berbi jinên dilê xwe asîne ve dirêj dibe.
Di bedewiya dilê jinên Zagrosî de, Avaşîn weke dilê jinekî kûr, nazik, narîn û bi tûjiya asîbûna xwe diherike. Bi kerba hêrsa dilê jinên ku di qelîştekên Zagros’an de bi hesreta kenekî azad mane, êşên jinan di kurahiya xwe de mezin dike. Êş dixe heskirin, heskirinê dixe pevçûn. Basya jî weke bêrî kirina jinekî ku di nêvî de maye, bêdeng û bi nepenî diherike. Govendê dibe agirê azadiya keçên leheng, dibe meskenê jinên gernas yên Zagrosî.
Ji lewra Zagros wêneyê jina ye. Di koka wê de bereketa xwedawendan, ked û mezinbûna jinan heye. Rayên axê yên jînê ye ku di her quntarekî wê de bi wate dibe. Ev watebûn dibe navê hezaran şehîdên ku di asîbûn û kûrbûna Zagrosê de gihane lûtkeyê. Sewdayekî ku ji dilekî berbi dilekî de diherike. Weke îsyana lehiyekî di dilê jinên leheng de, Zagros dibe navê agir.
Ji lewra gelek jinên leheng bi tekoşîn û tevlîbûna xwe bûn keçên vê xakê û mezin bûn. Jiyan kirin û şer kirin. Weke sozekî tolhildanê, di her mercî de binaseya girêdanên xwe yên ji kêliyên jiyana azad re şanî mirovan dan.
Ji ber vê çendê ye wexta ku berê xwe didin Zagrosê jî, hestên bi qasî Payîzê reng û reng jiyan dikin.
Demsala Payîzê jî, bi qasî demsala Biharê dewlemendiya rengan di xwe de kom dike.
Weke, rengê giriyê pelçimên ji çiqlên daran diweşin. Weke guşiyên tirî, yên ku pelên xwe bi bêrî kirina rengê sorxwunavî re winda kiriye. Li pişt barana wê ya diherike, herikîna kêliyên jiyanê. Bîranîna kêliyên zarokatiyê. Weke lêkirina barana ku bêhna axê dixe hundirê mirovan.
Belê, bi taybetî jî di van demên derbazbûyî de, gelek jinên leheng henaseyên bi rengê Payîzê di xakên Zagros’an de kişandin. Jinên bi lehengî li Geliyê Tiyarê li ber xwe dan tevlî karwanên nemiran bûn, jinên li Ştanzayê bi gernasiyên xwe hemû hêviyên neyaran şkandin, jinên şerker yên li Şemzînan’ê bi rojan di tevgera harekata şoreşger de bi ruhî Apoyî tola Rozerîn’an rakirin, jinên li Çelê yên xwe xistin narincok û di dilê dagirkeran de teqandin, hemû jî li ser xakên Kurdistan û bi taybetî jî li qadên Zap û Zagros’an mezin bûn. Bi têkoşerî û lehengiyên xwe, tevlî bêhna xaka welat bûn.
Ew xak…. Herî zêde jî bêhna welat e hestên ewqasî bedew, berxwedêriyekî mezin di mirovan de dide ava kirin.
Mirin gelek caran mîna mêhvanekî mirov ne li bendê ye. Di roja me ya îro de jî gelek mêhvanên din yên em ne li benda çûna wan bûn, dilê me bixwîn kirin di dilê şînbûna xwezaya Kurdistanê de.
Lê, ger ku mirin tinebûn be, li cem me nav û cihê wê tine ye. Rastiya şahadetê li cem me rastiyekî bi wî rengî ye ku, bi şînbûna şitlan re mirinê dimirîne. Ji lewra li himberî her şahadetekî em bi hêz dibin, tekoşîna me bi gavên dîrokî re mezin dibe. Bi rakirina tola wan re, pêngavên dîrokî tên avêtin, haraketa şoreşgerî tê destpê kirin.
Ji ber vê çendê, ew jinên çeleng yên bi jiyan û tevlîbûna xwe navê xwe li dilê rêheval û welatê xwe kolan, wê her weke nav û gernasiya xwe di dilê me de cî bigirin. Ewana wê hem bi jiyan û hem jî bi çûna xwe di dilê me de bibin jiyan.
Hewaya li dura Golên avê, hêdî û kûr diherikin. Di germahiya Tebaxê de, wê ew jinên leheng her demî ji mere baya li dora Gola bin. Di baxçê gulîstana Gola de, wê bibin kulîlkên bedew yên li ti deverên cîhanê nehatî dîtin. Wê her di dilê me de şîn bimînin. Kêliyên jiyana wan, wê binaseya me ya xwe gihandina azadiyê be, pêkanîna xeyalên wan be.
Hindistan PENABER
- Ayrıntılar
‘Fermandar Egîd Mînaka Hevaltiyê bû’
Di 15’ê Tebaxa 1984’an de di bin fermandariya Mahsum Korkmazê bi navê kod Egîd de çalakiya Erûhê ya mohra xwe li tevahiya dîroka gelê Kurd bixe hate li darxistin. Di ser çalakiya Eruhê re 27 sal derbas bûn. Çalakiya Eruhê ya ku ji aliyê dîrokzan û siyasetmedaran ve weke çalakiya ku çarenûsa Kurdan berovajî kir tê nirxandin, îro ji aliyê gelê Kurd ve weke cejnekê, weke cejna vejînê tê pîroz kirin. Milîsên ku bi fermandarê çalakiya Eruhê Egîd re mane û pê re jiya ne, der barê kesayet û jiyan, şêwaz û tekoşîna Mahsum Korkmaz ê bi navê kod Egîd de ji ajansa me ANF’ê re axivîn:
‘Egîd fermandarekî pir bi disîplîn bû:
Mehmed Kara’yê di sala 1985’an de piştî leşkerên dewleta Tirk davêje ser mala wan tevlî nava refên gerîlayan dibe, diyar kir ku piştî tevlî bû derbasî qada Besta’yê dibe. Mehmed Kara anî ziman ku piştî fermandar Mahsum Kormaz’ê bi navê kod Egîd di bihara sala 1985’an de ji Başûr tê Botanê, dikeve yekîneya bingehîn a Fermandar Egîd û dibe şervanê wî. Kara derbirî ku ew 3-4 mehan di yekîneya fermandar Egîd de dimîne û axaftina xwe wiha domand; “Heval Egîd mirovekî di aliyê disîplîna leşkerî de heta dawî xurt bû. Di nava hemû gerîlayan de gerîlayekî bi qasî heval Egîd bi disîplîn tunebû” û der barê disîplîna leşkerî de bîranînek xwe bi fermandar Egîd re wiha tîne ziman; “Em ji çalakiyekê vedigeriyan. Çiyayê em vedigeriyanê zozan bû, li vir ne dar, ne ber tiştek tunebû, çiyeyekî rût û pir bilind bû. Em roj gihîştin wir, êdî me nekarî biçin tu deverên din. Diviyabû em heta êvarî li wir xwe veşêrin. Geliyekî biçûk hebû, li wir hin pincar û qîvar hebû, me cihê xwe li wir çêkir û em kom kom tê de rûniştin, em li wir razan. Me nobeta xwe jî di nav wan qîvar û pincaran de li ser teniştê digirt. Kes nedikarî tevbigere. Dema roj hat ber nîvro me dît ku ew der cihê pez e û pez û erebe hatin wir. Me jî heta êvarî bi awayek disîplîn li wir di nava wan qîvaran de xwe veşart, pez, şivan û bêrî heta êvarî li derdora me geriyan, ji bo me xwe baş veşartibû me nedîtin. Heval Egîd di xala disîplînê de pir baldar bû û însanên derdora xwe jî dikşand disîplînê.”
‘Egîd ji ber ku bi plan, dîsîplîn û rêkûpêk bû, di ti çalakiyan de têkneçû’
Mehmed Kara destnîşan kir ku fermandar Egîd xwedî kesayetek zana, bi dîsîplîn, bi plan û bi bername bû û ji lewre di çalakiya 15’ê Tebaxê de bi serket û weha pêde çû; “Heval Egîd însanekî pir bi plan û rêkûpêk bû. Ev taybetmendiya heval Egîd bandora xwe li ser çalakiya 15’ê Tebaxê ya Eruhê jî kir. Heval Egîd dema wê kar û xebatek bidaya meşandin, wê çawa kar pêk were, hemû rê û rêbazên kar û li ser hemû hûrdekarî û kitekitên kar radiwestiya. Her tim li ser van dihizirî. Di karê xwe de cidî bû û cidî li ser karê xwe radiwestiya. Beriya em biçin çalakiyekê, wê kî li kî derê raweste, wê çawa biçe şer û wê çawa paşve vegere, li ser hemû hûrdekarî û kitekitan ew bi xwe radiwestiya. Karê keşf û çalakiyan bi tenê li hêviya hin hevalan nedihîşt, ew bi xwe jî diket nav, piştî keşfê gelek caran ew bi xwe jî diçû ew der keşf dikir. Tevî wê demê em di şêwazê şer de ne xurtbûn, çek û teknîka di destê me de lawaz bû û di aliyê ezmûnê de jî kêm û kurtiyên me pir bûn, lê ji ber ev baldarî û plansaziya Heval Egîd tu çalakiyên heval Egîd binketî nebûn û tekneçû. Hemû çalakiyên wî serkeftî derbas bûn.”
‘Têkiliyên Fermandar Egîd ê bi gel re dida qezenckirin’
Kara balkişand ser danûstandina fermandar Egîd a bi gel re, nêzîkbûn û helwestên Heval Egîd ên gel qezenc dike û wiha domand; “Nêzîkatî û helwestên xwe yên bi hevalan û gel re li ser mirovan bandor dikir. Em zêde nediçûn nava gel, danûstandinên me bi gel re pir kêm bûn. Carna em diçûn gund û zoman, heval Egîd di nava gel de civîn li dardixist. Her weha car caran hin milîs û gel dihatin serdana me. Di van deman de min didît ku heval Egîd pir zêde ji gel hez dike, dixwaze her dem bi gel re di nava danûstandinan dabe û Heval Egîd bi sekn û nêzîkatiyên xwe li ser gel jî bandor dikir.”
‘Bi gel bawerbû’
Mehmed Kara yek ji bîranînên xwe yên bi fermandar Egîd re weha bilêv dike; “Dema ez nû tevlî partiyê bûm, min nedizanî disîplîn çiye, divê mirov çawa tevbigere? Wê demê zomên gundiyan nêzîkî me bûn. Gelek pêdiviyên me çêdibûn. Em ji bo pêşwazîkirina wan pêdiviyên xwe diçûn zoman, lê beriya em biçin zomê hemû kes digotin; ‘Turîst hatine’ (wê demê nizanîbûn bêjin ‘terorîst’) û her kes xwe vedişart, bişev agirê xwe vedimirandin, diketin zomên xwe û xwe bêdeng dikirin. Me gazî wan dikir bersiva me nedidan, em diçûn zêdetirî 200 zoman lê me nikarîbû xwarina 20-30 hevalan kom bikin, her tim sibehê piştî em ji zoman vedigeriyan Heval Egîd rewşa gel ji me pirsiyar dikir, gel çawa nêzîkî hevalan dibe, çawa nêzîkî tevgerê dibe, ev yek pir mereq dikir, ji ber nêzîkbûnên gelê zoman hîngî wê şevê ez acizbûbûm min ji hevalê Egîd re got; ‘guneh e, mirov xwe di ber van însanan de bide kuştin, ji lewre ne mêvanperwer in, xwe ji me vedişêrin, xwarina 20 hevalan nedan me.’ Heval Egîd piştî vê gotina min aciz bû, gazî hemû hevalan kir û li wir civînek der barê gelê Kurd çawa hatiye kolekirin, nêzîkbûnên dijmin, dijmin çawa ji nasnama, welatparêzî û ji hemû nirxên wî dûrxistiye û divê em çawa nêzîkî gel bibin bi saetan axivî. Heval Egîd piştî civînê jî ji min re got, baweriya gel di çavê gel de ye, ger em kar û xebatek baş bidin meşandin wê ev gel qedr û qîmetek mezin nîşanî me bide. Piştî vê bûyerê bi hefteyekê em çûn çalakiyê, çalakiya me serkeftî derbas bû, xeta me ya paşve kişandinê di ber wan zoman de bû, dema em hatin ber zoman, me temaşe kir gel ne weke ewil e, li ber me rabûn, qedr û qîmetek mezin nîşanî me dan, me dawet kirin. Piştî wê Heval Egîd ji min re got ‘Heval Mehmed te dît, min gotibû baweriya gel di çavê gel de ye, piştî pratîka me dîtin, gel çawa nêzîkî me bû. Ger tu kar bike wê gel xwedî li te derkeve, lê ger tu kar neke, gel xwarinê jî nade te.’ Di wir de bi rastî jî gotina Heval Egîd rast derket.”
‘Egîd mînaka hevaltiyê bû’
Mehmed Kara diyar kir ku fermandar Egîd mînaka hevaltiyê bû û wî bi xwe gelek caran dîtiye ku şevên sar Egîd kefiya xwe avêtiye ser hevalên dicemidin û gotina xwe wiha domand; “Carna dema şev sar dibû, heval dicemidîn, heval Egîd di van deman de ji bo ew heval necemidin, an qapûtê xwe yan jî kefiya xwe davêt ser wan hevalan, fermandarekî weha bû ku li hemû şervan û hevalên xwe dihizirî.”
Kara di dawiyê de diyar kir ku dema di 28’ê Adara 1986’an de fermandar Egîd jiyana xwe ji dest dide hem gelê Botanê û hem jî gerîlayan pir pê bandor bûne û axaftina xwe wisa domand; “Dema Heval Egîd şehîd ket ew li Gabarê, ez jî li Besta bûm. Min ji radyoyê bihîst ku Heval Egîd şehît ketiye, wê gavê weke ku dunya bi ser serê min de xerab bibe, ez pê bandor bûm. Ji aliyê moral û manewî de bandorek pir mezin li ser me hemû hevalan kir, em hemû şehîd ketibûna em ewqas pê bandor nedibûn.”
‘Ewqas dilnizm û mutewazî bû, mirov pê dernedixist fermandar e’
Osman Kara jî diyar dike ku di sala 1985’an de fermandar Egîd û yekîneya xwe, ava Hêzil derbas dikin û tên gel zoma wan. Kara anî ziman ku fermandar Egîd mirovekî pir dilnizm û mûtewazî bû û axaftina xwe weha domand; “Dema min pêre danûstandin dikir, min ferq kir ku însanekî pir dilnizm û mûtewazî ye, mirov qet ferq nedikir ku Heval Egîd fermandarê artêşekê ye, rêxistinekê ye, weke şervanekî tevdigeriya. Ji gotûbêjên wî mirov têr nedibû, mirovekî zana û biaqil bû. Her tim li ser bûyer û rûdawan dihizirî û plan û projeyên nû derdixist holê, afrîner bû, her weha Heval Egîd weke navê xwe egîd û pehlewan bû, wêrek bû.”
Kara nêzîkatî û danûstandinên gel yên bi fermandar Egîd re weha bilêv dike; “Heval Egîd ferq nedixist nava gel, weke rêzekî weke yek nêzîkî hemû kesî dibû. Gel hemû digirt hin nedigirt û hin jî berne dida, ji ber vê yekê gelê Botanê zûbizû bi Heval Egîd û PKK’ê re hate girêdan û tevlî nava refê tekoşînê bû. Her wiha şêwazê Heval Egîd pîrûpak û temîz bû, şêwazê wî li dijî şêwazê xiyanetê bû.”
‘Ji bo yekîneyek serkeftî, tekoşer û pêşeng, divê fermandar pêşeng be’
Yusuf Kara diyar kir ku di sala 1983’an de ew destpêkê ne alîgirê APO’yiyan bûye û gotina xwe weha domand; “Ez destpêkê ne PKK’yî bûm, di sala 1983’an de hevalê Egîd hate cem me, hinekî bi min re nîqaş kir, der barê hin mijaran de nakokiyên min hebûn, heval Egîd min îkna kir û ez ji wê rojê heta îro bi PKK’ê re dimeşim.”
Kara anî ziman ku wî piştî cara yekê di sala 1983’an de fermandar Egîd dîtiye, 3-4 carên din Egîd dîtiye û bîranînek xwe bi Egîd re wiha dibêje; “Di meşê de her tim tevî ku pêşengek li pêşiya me hebû jî lê heval Egîd diket pêş, ez jî li pişt heval Egîd dimeşiyam, carekê min wî da sekinandin û min jê re got, ‘Heval Egîd tu ji bo çi dikevî pêş, tu fermandar û rêberê me yî, divê tu li paş bî, bila pêşengê me biçe pêş, rê kontrol bike’. Heval Egîd ev bersiv da min; ‘Ger fermandarê leşkerî li paş bimîne, ev grup qels û lawaz e. Ji bo yekîneyek baş, jîr û zîrek be, serkeftî, tekoşer û çalakvan be divê fermandarê wê grubê her dem li pêş be, pêşengiyê ji yekîneya xwere bike.’ Nêzîkbûnên Heval Egîd ji fermandariya leşkerî re wiha bû, jixwe bi qasî min dît û min pê re jiya, heval Egîd her tim bi vê felsefeyê dijiya.”
Heval Egîd digot ‘Ez şervanê Mazlum im’
Yusuf Kara diyar kir ku fermandar Egîd gelek caran di nîqaş û gotubêjên xwe de diyar kiriye ku ew şervanê Mazlûm e û wiha pêde çû; “Heval Egîd bi fedakarî, cesaret û qahremaniya xwe tê naskirin. Her carê di nava nîqaşan de ji mere digot, Ez şervanê Heval Mazlum im. Digot Heval Mazlum çawa bi berxwedanî, fedakarî, cesaret û qahremanî tekoşîn meşand divê ez jî wiha bim û bi rastî jî Heval Egîd wiha bû.”
- Ayrıntılar
Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan kete sala duyemîn.
---------
“Êdî ev alî û ew aliyê sînor bûne çîrok”
Ev gotinên serokê Konseya Rêvebir a KCKê Birêz Murat Karayilan in. Ev destpêk û dawiya dîroka dagirkeriya çend sed salan e. Encama şerê 30 salî ye. Rengê gihiştina qonaxa îro ye. Destîniya çar parçeyên Kurdistanê ye. Yekemîn car, min Murat Karayilan wek generalekî destanî li hemberî artêşa dagirker a Tirk û di edebiyata devkî ya gelê Kurd de bihîst û nas kir. Piştre em hatin cem hev û min beşûşiya wek ronahiya paşerojan di rûdêna wî de dît. Cara yekemîn, min ji devê wî bingeha destanên di edebiyata devkî de hatibûn avakirin bihîstin. Êdî gotina “lehengê destanên paşerojan” rastiyek bû.
Edebiyata devkî, dîroka gelê kurd e û encama wê jî efsaneyên kozmîk in. Rastiya jiyana qedîm ya gelê kurd e. Li gorî Heredot, destan bûne bingeha dîroka mirovahiyê. Du stûnên dîroka Heredot hene; yek destan e, yek jî serpêhatî û çîrok in.
Di dîroka Kurdîstanê de, destan jî hene serpêhatî û çîrok jî.
Ji 23ê Temmuzê û heta îro, li Şemzînanê, gerilayên Kurd destanên nû dinîvîsîn. Berî du rojan, serpêhatiya Gerila Helo Mihabad, wek pakêtekê di Radyoya Dengê Mezoptamya, bernameya Rojane de hate weşandin. Helo Mihabad û 2 hevalên xwe, wargehê stratejîk “Girê Şehîd Rehîme” diparêzin. Berî hingî ew gir, di destê hêzên dijminên dagirker de bû û ji aliyê gerila ve hatibû azad kirin. Helo Mihabad û 2 hevalên xwe jî, ji bo parastina wî wargehê stratejîk li wir dimînin.
Hêzên dijminên dagirker jî, ji bo bidestxistina Girê Şehîd Rehîme, bi hejmarek zêde û gelek caran êrîş dikin; 3 gerila bi berxwedaneke destanî şer dikin û wir diparêzin. Îro jî, ew cihê stratejîk di destê gerila de ye. Destanê ku 3 gerîlayên dibin fermandariya Helo Mihabad de, tenê yek parçe, yek xeleka cengaweriya gerilayên Kurd e.
Gerila Helo Mihabad dibêje; “Di navbera min wan (eskerê dijmin) de 8-9 metre hebûn. Min, hedef girt û gule li wan reşand. (…) Eskerên dijmin şelîşîn, şaş bûn, reviyan, hineka ji wan jî qîr didan û direviyan. Min reva wan û tirsa ku li wan peyda bû, şaşbûna wan dişopand.” Ev gotin mina destanê şerê TRUVA ne û gotinên çîrokbejiya destanî û jiyana di nava derya mirovahiyê de ne.
Gotinên Gerila Helo Mihabad ne metafîzîk in, ne fantazî ne. Rastiya jiyana ku sê gerilayên kurd, bi xwedawendên mîtolojîk re, li wargehê Kawayê Hesinker û Promethause, wek şopdarê gerilayê efsanewî Agîd, li wargehên pîroz û çavkaniya destpêka jiyana mirovahiyê ne, nirxên mirovahiyê diparêzin e.
Dema ku mirov di vê çarçovê de, li gotinên Murad Karayilan dinêre, wate û giringiya wan gotinan baştir tê dîtin û fêmkirin.
Lewma gotina herî baş ku ez dikarim bêjim; Aliyekî dilê min Qamişlo ye, aliyek jî Şemzînan e. Her çiqasî gotinên pîroz bi pêşî gotinê dest pê bikin jî, wateya gotinê, di "mythos", "epos", û "logos" de, xwe didine diyar kirin. Ev teva têne wateya çîrok, darbimesel û efsaneyan. Sê gotin bingeha dîrokê ne û zanista civakî û fîlozofî diafirînin. Wateya gotinên gerila Helo Mihabad, ji aliyekî ve destanan û metafîzîka ku bi Promethause û Kawayê Hesinker dest pê kir, bi Agîd, bu navê sedsalê û bi cengaweriya gerilayên Kurd bû dîroka gelê kurd e. Eger, weke ku Murad Karayilan rastiya encama şerê 30 salî aniye ziman; delaliyek EPOSê derketibe holê, bandore MYTHOSê jî xuya bike û serkatina LOGOSê jî hebe, wateya “operasyona gerilayên Kurd li Şemzînanê” baştir tê fêm kirin. Ev jî pêvajoya dîroka nû ye û berhemderiya destanî ye, ku bandorê li tevahiya herêmê, piştre li mirovahiyê dike ye. Ev bingeha jiyana bi rûmet û ezel-ebed e. Bi gotina zanistên Ionya’yi, têgihiştin û fêrbûna "physiologoi", yani rastiya mirov û mirovahiyê ye. Ev rastî bi gotin û pratîkê de, li Şemzînanê “bi beden û can” dibe. Beden û can, kanunên xwezahî ne… Bi mirovahiyê re û di jiyana rastî û nirxên xwezahî de; wek maf, nirx û pîrozî pişkivinîne. Îro jî bi hişmendiya Ocalan wek sîstemekê ava dibe.
Êdî ne tank û topên roma reş, ku li tixubê Rojavayê Kurdistanê rêz kirine û ne top, helicopter û balafirên şer, ku di ser Qendîlê re dirêsin û li Roboskî komkujiyan dikin, dikarin rastiyê ji holê rakin, herka çemê dîrokê bidin rawestandin.
Lewma gotina xwe dubare dikim; Aliyekî dilê min Qamişlo ye, aliyek jî Şemzînan e. Êdî di pencereya rastiya gelê kurd de, rastiya gelên herêmê tê dîtin. Ne bextreşiya dijminên dagirker û ne nankoriya kesên hevsarkirî dikare vê herka çemê dîrokê biguhere.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
