Mirov heta li têkiliyên di navbera jin û mêran de serwext nebe, ne dikare li ti pirsgirêka civakî bi temamî serwext bibe, ne jî dikare ji hev derxe. Di bingehê pirsgirêkên civakî de pirsgirêk û problematîkên di têkiliyên jin û mêran de hene. Saziya zewacê ya bi awayekî yekalî di civaka hiyarerşîk û civaka şaristaniyê de li ser jinê hat ferzkirin, serweriya mêr pirralî ava kir û bi vê re belkî jî di xwezayê de bi qasî ku ti zindî û ruhberî nedîtî, hîmê saziyeke koletî û hewcebûnê hat danîn ku bi tenê xweserî civaka mirov e. Statuya pêşî ya civakîbûn, çînayetî û netewetiya serdest-bindest, timî li ser vî bingehî ava dibe. Di binê her şer û pevçûnê de jî ev rastî heye. Tişta ku dîroka şaristaniyê û qonaxa wê ya herî dawî modernîteya kapîtalîst herî zêde ser wê girtiye, ew berevajî kiriye û neyênî nîşan daye, rastiya der barê statuya koletiya jinê ya li ser vî bingehî ye. Jina ku di civaka şaristaniyê de bi şeytên re wekhev tê dîtin, di sosyolojiya modernîteyê de kesayeta herî sernerm a konformîzmê û diya zarokan a karkertiya malê ya bêheqdest e.
Diviyabû serwextbûna li tevahiya naverok û şêweyên asta koletiyê ya ku bi hezarê salan bi aqil û destê mêrê mêtinkar û zordest ketiye jiyana jinê, bibûya gava pêşî ya sosyolojiya rastiyan. Ji ber ku şêweyê mêtinkarî û koletiya di vê qadê de prototîpa tevahiya şêwegirtinên mêtinkarî û koletiya civakî ye. Berevajiyê vê jî rast e. Têkoşîna wekhevî û azadiyê û asta destketiyên vê têkoşînê li dijî mêtinkarî û koletiya xistine nava jiyana jinê, bingehê têkoşîna wekhevî û azadiya li dijî mêtinkarî û koletiya di her qada civakî de ye. Têkoşîna azadî û wekheviyê di dîroka şaristaniyê û modernîteya kapîtalîst de li ser bingehekî rast pêş nakeve û rê li ber serketineke bi hêz venake, sedema bingehîn a vê yekê ew e, zêhniyet û saziyên mêtinkarî û koletiya şêwe danê û xistine nava jiyana jinê baş nehatiye fêhmkirin û têkoşîna li dijî wan weke bingeh nehatiye dîtin. Çawa ku dibêjin, masî ji serî ve genî dibe. Wexta ku bingeh rast û durist neyê danîn, avahiya were lêkirin wê di lerzeke piçûk de xira bibe. Di dîrokê û roja me ya îro de bêhejmar mînakên vê rastiyê hene.
Kengî mirov hewl bide pirsgirêkên civakî çareser bike, divê mirov hûrûkûr li ser diyardeya jinê bifikire, ji bo hewldanên wekhevî û azadiyê jiyana jinê bike çavkanî û ev yek divê hem bingehê rêbaza lêkolînê û hem jî bingehê hewldanên zanistî, exlaqî û estetîk ên hevgirtî be. Rêbazeke lêkolînê ya rastiya jinê bêpar, têkoşîneke azadî û wekheviyê ya jinê nexe navenda xwe, nikare bigihîje heqîqetê, nikare azadî û wekheviyê pêk bîne.
Ji bo jiyaneke rast, ya bingeh ew e, divê mirov beriya her tiştî jinê terîf bike û rola wê ya di nava jiyana civakî de diyar bike. Em vî hukmê xwe ji bo xisletên biyolojîk û statuya civakî ya jinê nadin. Têgîna jinê weke hebûn girîng e. Mirov çiqasî jinê terîf bike, terîfkirina mêr jî ewqasî pêkan dibe. Em bi mêr nikarin dest pê bikin, jiyan û jinê rast terîf bikin. Hebûna xwezayî ya jinê di statuyeke navendîtir de ye. Ji aliyê biyolojîk ve jî ev wisa ye. Civaka serwer a mêr, statuya jinê têra xwe piçûk xistiye û tine hesibandiye, lê ev, ji bo serwextbûna me ya li rastiya jinê divê nebe asteng. Xwezaya jiyanê zêdetir bi jinê re têkildar e. Herçiqasî jin gelekî ji jiyana civakî hatibe dûrkirin jî dîsa ev rastî bi vî rengî ye, û nabe şaşî, berevajî piştrast dike. Ya rastî, zilam bi hêza xwe ya zordar û tineker di şexsê jinê de êrîşî jiyanê dike. Tinekerî û dijminatiya jiyanê ya mêr weke serwerê civakî têkiliya xwe ji nêz ve bi rastiya wî ya civakî re heye.
Em dema vî hukmê xwe gerdûnî bikin, em dikarin dualîteya enerjî-maddeyê ji xwe re bikin bingeh. Enerjî li gorî maddeyê bêhtir bingeh e. Madde bi xwe enerjiya pêkhatî ye. Madde şêweyê bi formbûyî yê hebûn û veşartina enerjiyê ye. Madde bi vê xisleta xwe enerjiyê dixe qefesê û herikîna wê dicemidîne. Her forma maddeyê para xwe ya enerjiyê cuda ye. Jixwe ev cudahiya enerjiyê cudahiya form û avahiyên maddî diyar dike. Enerjiya di form û maddeya jinê de ji enerjiya di maddeya mêr de cuda ye. Enerjiya jin hildigire hem zêde ye, hem jî xisleta enerjiya wê cuda ye. Forma jinê rê li ber vê cudabûnê vedike. Di xwezaya civakî de enerjiya mêr a vediguhere mekanîzmayên desthilatdariyê, bi form û şêweyên maddî bi gewde dibe. Şêwe di tevahiya gerdûnê de weke enerjiya cemidî muhafezekar in. Di civakê de serwerbûna mêr, şêweyê desthilatdariyê ye. Di vê rewşê de enerjiya hildigire bi giranî bûye xwedî form. Enerjiya venaguhere formê gelekî kêm e, û li cem kêm kesayetan pêk tê. Enerjiya li cem jinê bi giranî nabe form û şêwe nagire. Enerjiya wê di rewşa xwe ya herikînê de dimîne. Di form û qefesa mêr de neyê girtin wê weke enerjiya jiyanê herikîna xwe dewam bike. Jêhatîbûna manedanê, helbestwarîtî û xweşiktiya jinê ya nehatiye cemidandin û hişkkirin, bi vê rewşa enerjiyê ya giraniya xwe heye, ji nêz ve têkildar e. Ji bo serwextbûna li vê rastiyê divê mirov hûrûkûr li jiyana zindî û ruhberan serwext bibe.
Beridîna jiyaneke ku digihêje heta bi jiyana mirovî heye, ev jiyan dikare qismî were terîfkirin yan jî dive were terîfkirin. Beriya her tiştî divê mirov armanca jiyanê bixe ber lêpirsînê. Em çima hene, em çima dijîn? Jiyan çima xwe dewam dike, xwe xwedî dike û bergiriya xwe dike? Eger mirov bibêje, ji bo jiyanê xwe xwedî dike, bergiriya xwe dike û xwe zêde dike, ev ji bo bersivê têrê nake. Ji van pirsan wêdetir pirs hene, ew jî ev in, em çima zêde dibin, em çima bergiriya xwe dikin. Eger em bersiva ‘ji bo jiyanê’ bidin, em ê pê li dora singê xwe bizîvirin. Eger mirov li dora singê xwe jî bizîvire ev nabe çare û bersiv. Astên zêhniyetê yên heta destpêka mirov weke şêweyekî enerjiyê bi beridîn û pêşketinê hatine, ji bo diyardeya têgihiştinê hinek nîşaneyên bersivê didin. Beridîna gerdûnê heta bi destpêka mirov hêzeke maneyê ya timî hewl dide bi pêş bikeve nîşan dide. Potansiyela rastî yan jî veşartî ya di gerdûnê de mîna ku timî dixwaze derkeve holê, fêhm bike û bê fêhmkirin fena li encamekê bigere. Pêdiviya fêhmkirin û hatin fêhmkirinê, ajoya bingehîn a gerdûnê ye. Ji vir û pêve pirsa divê mirov bike, wê der barê fêhmkirin û hatin fêhmkirinê de be. Tişta dixwaze fêhm bike û bê fêhmkirin çi ye? Di Pirtûka Pîroz de “Xwedê dibêje, ez sirrek bûm, ji bo bêm naskirin û zanîn, min gerdûn afirand.” Ev hukmê Xwedê der barê xwe de dayî belkî ji bo me bibe bersiv, lê têrê nake. Pêdiviya bi zanîn û naskirinê bi temamî têra danasînê nake. Lê mîna ku hinekî sirra jiyanê eşkere dike.
Danasîna giyanê mutleq (geist) a Hegel jî xwediyê maneyeke bi heman rengî ye. Li cem Hegel jî gerdûn bi giyana mutleq bi zanîn û serwextî li xwe vegeriyaye. Gerdûna dixwaze were naskirin û zanîn, vê yekê bi derbasbûna di qonaxên fizîkî, biyolojîk û civakî re, bi serwextbûna felsefî ya rewşa herî baş a serwextbûnê ye, ango bi giyana mutleq xwe dide naskirin û bi vê razî dibe û bi vî awayî weke gerdûna hatiye naskirin û zanîn serhatiya xwe temam dike. Ev hukmên em behsa wan dikin xwedî heqîqetên gelekî girîng in, û armanca jiyanê bi maneyê re wekhev dikin. Di felsefeya Yewnan de têgîna ‘theorîa’ jî xwedî maneyeke bi heman rengî ye. Weke encam ‘mane’ xwedabûna mirova/ê civakî ye. Li vir pirsa girîng ev e: Xwedabûna mirova/ê civakî yan jî hêza ‘maneyê’ ya bi dest dixe, ma dikare tevahiya maneya di gerdûnê de temsîl an jî îfade bike? Mirov dikare maneya herî zêde ya di civakbûnê de (giyana mutleq a Hegel) bi maneya gerdûnê bi xwe re wekhev bibîne? Ma civak bi xwe jî hebûneke bi kêmasî nîne? Hingê ma wê maneya wê jî kêm nebe?
Lê em bi rewşa xwe ya mirov nikarin bersiva tam a van pirsan bidin. Ji ber ku em bi civakê bi sînorkirî ne. Em nikarin bibin hebûneke jor-civakê. Em bi tenê dikarin pirsan bikin. Şensa me jî ew e, pirsîn jî nîviyê fêhmkirin û manedanê ye. Ango dikare nîşaneyan der barê fêhmkirin û manedanê de (maneya mutleq) bide. Em niha dikarin hukim bidin ku ji bo me gihiştina asta manedanê gelekî girîng e, û em kengî li xwe hayil dibin ku em gelekî nêzî armanca bingehîn a jiyanê ne, hingê em dikarin razî û têr bibin. Em dîsa dikarin hukim bidin ku ji me tê û em muqtedîr in, beşekî mezin ji pirsgirêkên bingehîn ên der barê jiyana manedar de ji hev derxin, bi kêmanî em dikarin bersivên der barê jiyana civakî ya rast, xweşik û adil de bibînin.
Em kengî bi vê perspketîfa felsefîk berê xwe bidin rastiya jinê, em ê bigihîjin wê encamê ku divê têkiliya jiyana manedar bi aliyên jinê yên xweşik, rast û baş bêne pêşxistin. Em bi vî hukmî rabin, nabe ku armanca bingehîn a bi jinê re zêdebûn û pirrbûn be. Ji ber ku zindiyên tekşane yên besît jî haya xwe ji zêdebûnê hene û belkî jî mirov dikare bibêje, jiyanên wan ên yekarmancî li ser vî bingehî hatine şîfrekirin. Lê gerdûn diberide. Beridîna bi pêş dikeve nîşan dide ku tekşane xwe dubeşî parçeyên wekhev dike û ev jî dawiya jiyanê nîne, berevajî bi vê çalakiya dabeşbûna mîlyaran carî ya tekşaneyê jiyan bi lez pirrcure û pirrcuda dibe. Em bi vê jî dizanin ku bersiva piştî wê ya manedar zêdebûn û pirrbûn nîne, guhertin û veguherîne. Ji bo jiyanê zêdebûn navgînek e ku pêdivî pê heye, lê ji bo mirov li jiyanê serwext bibe ti carî têrê nake. Zêdebûn navgîn e, armanc an jî manedar nîne. Ya rastî, jiyaneke maneya wê bi tenê zêdebûn û pirrrbûn be, jiyaneke gelekî kêm û bi qusûr e. Ma dibe ku rewş li cem tekşaneyê bi vî rengî be, lê belê jiyaneke mirovane bi jinê re bi tenê bi pirrbûn û zêdebûna cinsî ve girêdayî be, ev ne bi tenê kêmbûna maneyê di heman demê de korbûnê jî îfade dike. Li gorî ku bi jinê re mîna amîpan zêdebûn wê çênebe, nabe ku mirov pirrbûna bi jinê re bixe navend û hedefa jiyanê, naxwe ji beridîna mezin a zindiyan mane û dersa pêdivî pê heye nehatiye girtin. Jixwe bi teknolojiya roja me ya îro civaka mirov ji pirsgirêka zêdebûn û pirrbûnê bi temamî bihuriye. Pirsgirêka kêmbûnê ya cinsê mirov tineye, berevajî, her diçe mirov pirr zêde dibin û zêdebûna wan gihiştiye wê astê êdî di dinyayê de hilnayên. Ev pirrbûn û zêdebûn bi serê xwe dibe pirsgirêkeke gelekî mezin. Jixwe bi zindiyê tekşane jî piştrast bûye ku leza zêdebûnê bi asta paşvemayî ve têkildar e, û her zêdehiyek di heman demê de mirinek e. Pirrbûna fizîkî di tevahiya cureyên beridînê de xwedî maneyeke bi vî rengî ye. Hebûna bi mirin, yeqîn dike ku bi xwezêdekirinê wê karibe dewamî bijî, lê bi vê dixape. Xwe bi kopiyê xwe dewamkirin, dikare hewcedariya ewlebûnê û xwesteka tevlîbûna bêdawîbûnê razî û têr bike, lê jiyanê nake rastî û nake heqîqî.
Xulase, felsefeya jiyanê ya xwe disipêre zêdebûna bi jinê re maneyek xwe ya ciddî nîne. Di civaka çînî de diyardeyên weke mîrate û bihêzbûnê mane li jina dizê bar kirine û ev jî maneyeke têkiliya xwe bi mêtinkarî û zordestiyê re heye û ji bo jinê negatîf e. Ango jina gelekî dizê ew jin e ku zû dimire. Eger kêm zayîn yan jî bi giştî pirsgirêka pirrbûna şêniyan li cem cinsê mirov hebe, hingê jiyaneke bi jinê re ya maneya wê gelekî payeberz bi jina hîç nazê re pêkan e. Gelên mêtingeh ên paşvemayî yên nikarîbûne weke civak û ferd xwe bi hêza polîtîk û entelektuel pêşde bibin, pirrzarokanîn dikare ji bo wan weke xweparastinekê qîmeta xwe hebe. Ji bo pêşî li qirkirina xwe bigire, bi anîna gelek zarokan dewamkirina zurriyetê jî rêbazeke bersivdanê ya berxwedanê û dewamkirina hebûnê ye. Lê ev xweparastina wan civakan e ku şensê wan ê jiyaneke azad zêde nîne. Lewma di civakên wisa de ku asta maneyê gelekî ketiye, bi jinê re jiyaneke li ser bingehê rast û estetîk mumkîn nîne. Rastiya civakên heyî yên dinyayê vê yekê piştrast dike. Jiyana bi jinê re di warê bergirî û xwe xwedîkirinê de aliyekî xwe yê xweser nîne. Bergirî û xwe xwedîkirin ji bo her zindî û ruhberî heye. Zêde manedar nîne ku mirov jiyana bê jin an jî bê mêr guftûgo bike. Di tevahiya jiyanên cot û fer de diyardeya nêrtî û mêtiyê heye. Ango pirsgirêk ne bi xwe bi hevjiyanê re, bi maneya wê re ya di civaka mirov de ye.
Civaka mirov şêwazekî jiyanê yê zindî yan jî ruhberekî nîne. Xwedî xisletên wisa ye ku dikare di nava xwe de û li ser xwezayê diyardeya hukimranî û desthilatdariyê pêş bixe. Çawa ku em di desthilatdariya dewleta netewe de dibînin, ji aliyê hejmar û naverokê ve pêkanîna wê ya herî zêde dikare dinya me ya jiyanê veguherîne qebra jiyanê. Li vir rewşa çeloxwarî ji ber civakê ango civaka mêrê serwer pêk tê. Hegemonya mêrê serwer li ser jinê pêk tîne dinya me dixe rewşekê ku dike jiyan lê nebe. Ev encam jî ne bi beridîneke biyolojîk, lê bi desthilatdariya hegemonîk a bi serweriya mêr tê. Ango divê jiyana bi jinê re ji diyardeya desthilatdariya hegemonîk a bi serweriya mêr rizgar bibe. Jina ku jiyana wê di bin hukimraniyê de derbas dibe, bi zarokanînê mirovatî mîlyonan sal dewam kir, lê bi modernîteya kapîtalîst re ev xisleta wê ya zarokanînê bi awayekî îronîk dawiyê li jiyanê tîne. Jiyan bi jina di bin vê statuya heyî de nîşaneyên dawîhatina li jiyanê nîşan dide. Bêhejmar nîşaneyên vê rastiyê hene. Eger em wan rêz bikin:
a- Şênî di vê dinya me de hilnayên û gihiştiye qonaxekê ku hebûna ruhber û zindiyên din jî dixe tehlûkeyê. Jiyaneke bi vî awayî bi wê jinê re ya di vê statuya heyî de, xwezayîbûn û ekolojiya jiyanê her roja derbas dibe bileztir dixe tehlûkeyê.
b- Dîsa ev jiyan di nava civakan de û li derveyî wan rê li ber şîddeta desthilatdariyê ya bêsînor vedike. Asta milîtarîzm gihiştiyê vê rastiyê têra xwe piştrast dike.
c- Seksualîteya jinê bi awayekî xeternak tê bikaranîn û li ser vê zordestî û mêtinkariyeke xeternak hatiye pêşdebirin. Jiyan bi tevahî ji rê hatiye derxistin, hema bêje bi jirêderketineke cinsî re ya ku xwe bêmane dubare dike, kirine yek.
d- Jina di civakê de kirine ne tiştek û pêjna wê nayê, kirine makîneyeke zurriyetê dewam bike, metayeke cinsî û hêza herî erzan a karkirinê. Mîna ku maneyeke wê ya din tine be.
e- Mîna ku li ser jinê qirkirineke çandî tê meşandin. Lê bi rola xwe ya seksualîte û dewamkirina zurriyetê weke artêşeke karkerên bêheqdest an jî bi heqdesteke erzan dixebite nirxekê îfade dike. Ji bo karibe xwe ji aliyê fizîkî, exlaqî û manewî ve biparêze ew ji hêza wê mehrûm kirine.
f- Di nava van faktoran de civakeke jinê di nav lepê jiyaneke bêmane de biperpitîne û binalîne, ew civak bi tenê dikare nexweş be. Jina bêmane wê civaka wê jî bêmane be.
Mirov dikare van nîşane û îşaretan zêdetir bike. Ev jî dide xuyakirin ku hevjiyana bi jinê re pêdiviya xwe bi awayekî eşkere û bi lez bi veguherîneke bingehîn heye. Bi jina bêparastin û bûye milk hevjiyana azad ne pêkan e. Ji aliyê exlaqî ve jî ev yek ne pêkan e. Ji ber ku kengî exlaq tê tinekirin koletî dikare pêk bê. Hemin em nikarin ji exlaqê hêzên hegemonîk re exlaq bibêjin. Hêza hegemonîk, di vê navberê de mêrtiya hegemonîk bi tenê bi hilweşîna exlaqê civakî re dikare pêk bê. Li gorî ku jiyan bê jin nabe, ji bo rizgarkirina jiyanê rizgariya jinê ferz dibe. Berevajiyê vê rastiyê jî rast e, bê mêr jî jiyan dibe, lê ew jiyan jî bi koletî dibe. Ev vegotina me zêdetir der barê wê jinê de ye ku di nava avahiya civakî de ye. Pirsgirêka jinê di nava cîhana zêhniyetê û têkiliya wê de girîngtir dibe. Heta zêhniyeteke dijberê nîşaneyên neyênî yên der barê jinê de bi awayekî serketî pêk neyê, bi giştî hevaltî (bihevrebûn), bi taybetî jî hevaltiya jiyana azad (bihevrebûna jiyana azad) pêk nayê. Ango weke teza dijber ji bo jiyaneke di asta hevaltiya azad a bi jinê re erkên divê bêne bicihanîn xulase mirov dikare wisa rêz bike:
a- Beriya her tiştî pêdivî bi têgîneke hevjiyana ekolojîk heye ku di bingehê wê de pirrbûn û dewamkirina zurriyetê tineye, li gorî îdeala mirovatiyê ya gerdûnî ye, û hebûna zindiyên din jî li ber çavan digire. Asta gerdûnî ya civak gihiştiyê jiyaneke azad bi jinê re ferz dike. Sosyalîzma rastî bi tenê dikare li ser bingehê jiyaneke azad bi jinê re bê avakirin. Ya sosyalîzm divê pêşî bike (ne ya paşî) ew e, divê ji sedî sed jiyana azad bi jinê re bigihîne astekê.
b- Ji bo vê jî divê mirov bi awayekî zêhnî û sazî li dijî desthilatdariya hegemonîk a mêrê serwer têbikoşe, û di asta hevaltî û bihevrebûna azad de serketina têkoşîna zêhniyet û sazîbûnê misoger bike. Bêyî vê serketinê mirov nikare hevjiyana azad pêk bîne.
c- Jiyana bi jinê re divê ti carî weke cinsiyetparêziyeke ji bo dewamkirina xerîzeya cinsî û temendirêjiyê neyê şîrovekirinê. Çi şaristanî, çi jî modernîteya kapîtalîst jiyana cinsiyetparêz a civakî gihandine asteke xeternak û heta ev jiyana cinsiyetparêz di tevahiya qadên zêhnî û sazî de neyê tesfiyekirin, bicihanîna hevjiyana azad ne pêkan e. Di nava paradîgma û wan saziyan de ku jinê weke diyardeyeke milk û objeyeke cinsî dibînin, jiyan ne bi tenê bêexlaqiyeke mezin e, di heman demê de şêwazê jiyanê yê herî şaş û kirêt e. Di nava van şert û mercan de mînakeke din a diyardeya civakî nîne ku evqasî jinekê yan jî mêrekî piçûk bixîne û birizîne.
d- Kengî milkkirina jinê hat redkirin, ji cinsiyetparêziya civakî ya tê bikaranîn bi temamî bê bihurîn, di her asta civakî de wekhevî (li ser bingehê cudatiyê wekhevî) pêk hat, hevjiyana azad bi jinê re pêkan e.
e- Kengî jin ji bo dewamkirina zurriyetê nebe amûr, nebe karker an jî bêkar, nebe karkereke erzan an jî bêheqdest, di her qadê de nebe meta bibe kirdar, hevjiyana azad pêre pêkan e.
f- Civak bi tenê di van şert û mercan de dikare li gorî hevjiyaneke azad be ango dikare ber bi civaka azad û ya xwedî şertên wekhev biberide.
g- Di nava şert û mercên erênî de hevjiyana azad bi jin û mêrên nirxê xwe yê mejî û avabûnê zêdekirî re pêkan e.
Divê mirov ji bîr neke ku şaristaniya hegemonîk û modernîte di berdêla înkara hevjiyana azad de pêk hatine. Ango şertê bivênevê yê eşqa civakî tewazuna hêzê hem a mejî hem jî ya avabûnê di navbera jin û mêr de bê derfet bibe, eşq pêk nayê. Di nava şert û mercên zewacê de ku têkiliyên kolewarî yên civaka kole û jidestdana maneyê kêlî bi kêlî lê tên çêkirin, eşq pêk nayê. Ji ber vê yekê, kengî hevjiyana azad bêîmkan dibe bandora kujer a desthilatdariya hegemonîk û modern çêdibe. Lewma jiyana mirovatiyê ew weke mûcîzeyeke bi heybet qebûl kirî, nirxa xwe ya mûcîzewî û avzûnkirî ji dest dide, nexasim ji bo jinê veguheriye felaketeke bi qehr û xwekuştinê. Divê mirov baş zanibe ku hevjiyana azad bi awayekî civakî hatiye avakirin. Ev jiyan di navbera nêr û mê de pêk nayê; di navbera jinîtî û mêrîtiya civakî ya avakirî de pêk tê. Divê neyê jibîrkirin ku avabûna hegemonîk herdu cins jî seqet kirine, têkiliya di navbera wan de ji wê bi tesîr bûye û weke têkiliya hegemonîk xwe nîşan daye. Di têkiliya hegemonîk de eşq bi pêş nakeve. Di eşqa mirov de şertê bingehîn ew e, divê herdu alî ango hev-alî xwedî îradeyên azad ên wekhev bin.
Ji ber ku şaristanî û modernîteyê hem bi jiyana îdeolojîk hegemonîk û hem jî bi ya bisazî didin qebûlkirin, tevahiya dîrokê mirov li ser navê eşqê timî di nava paradoksê de dimînin. Gelekî behsa eşqê tê kirin, lê pêk nayê. Wêjeya dinyayê hema bêje ji vegotinên trajîk ên eşqên pêk nayên pêk hatiye. Destanên dibêjin timî jin bûne sedema derketina şeran jî vê rastiyê piştrast dikin. Tevahiya şêweyên hunerî mîna ku mikurhatina li eşqa pêknehatî bin. Di dînan de têkiliyên xweda û xwedawendan, bi awayekî mîna berhemên kevin in ku ji xwestekên xurt ên yekalî yên pêk nehatine çêbûne. Sîstemên şaristaniyan hevjiyan weke qada ‘jiyana taybet’ pîroz kirine û ev jî hukmek e ku herî zêde heqîqeta civakî berepaş kiriye. Têkiliya di hevjiyanê de xwedî xisletên wisa ye ku ji binî ve bandorê li ser tevahiya têkiliyên civakî û gerdûnî dike. Ya rastî, gelemperî weke taybetî, taybetî jî weke gelemperî were fêhmkirin wê bêhtir li xwezaya civakê were. Têkiliya hevjiyanê xwedî xisletên welê ye ku ji binî ve tesîrê li têkiliyên civakî û gerdûnî hemûyan dike. Durûtiya herî mezin a şaristaniyê ew e, ev têkiliya gerdûnî bi tenê weke têkiliyeke mahrem a dualî û taybet hesibandiye. Yek ji sedemên bingehîn ku hiştiye zanîna sosyolojîk bêqîmet û bêkêr were hesibandin ev e. “Jin mirov an dike fîlozof an jî dîn dike” ev gotina dibêjin a Sokrates e, û gotina gelêrî ya dibêje “Jin mirovî dike wezîr jî, dike rezîl jî”, dîsa bi vê gelemperiya rastî re têkildar in. Jixwe ji hev cudakirina qadên civakê weke ‘taybet’ û ‘gelemperî’ berevajîkirineke modernîteyê ye. Di civaka rastî de jihevcudakirinên bi vî rengî maneya xwe nînin. Ya rast, şêweyên têkiliyê yên bingehîn û diyarker in.
Li ser navê jiyanê gava pêşî ya em biavêjin nava civaka mirov, divê der barê hevjiyana azad de be. Ti qada jiyanê bi qasî qada hevjiyana azad xwedî xisleta bingehîn û diyarker nîne. Ekonomî û dewlet weke têkiliya bingehîn têne hesibandin û ev fikreke sabit a sosyolojiya modernîteyê ye. Di encamê de ekonomî jî û dewlet jî navgînên hevjiyanê ne. Nabe ku hevjiyan bikevin xizmeta ekonomî, dewlet û dîn. Berevajî, divê dewlet, dîn û ekonomî bikevin xizmeta hevjiyanê. Lewma ev rewşa berevajî xwe li tevahiya sosyolojiya modernîteyê gerandiye.
Li gorî vê vegotinê hemûyî qada divê pêşî bi zanistî mirov pê dakeve, qada hevjiyanê ye. Mîtolojiya serdema destpêkê ya gelekî hov tê dîtin û dîn timî ji vê qadê dest pê dikin û ev bêsedem nîne, ji ber ku bi heqîqeta civakî re têkildar e. Hevjiyan, nexasim zanista li dora jinê were pêşdebirin, wê bibe gava pêşî ya ber bi sosyolojiya rast ve bê avêtin. Ne bi tenê weke zanist di sosyolojiyê de, divê di tevahiya qadên hunerî û felsefî de gava pêşî di van têkiliyan de bê avêtin. Jixwe hewce nake ku mirov bibêje, dîn û exlaq weke şaxekî felsefeyê divê pêşî di vê qadê de gavê biavêjin. Exlaq û dîn têra xwe bi vê qadê ve xwe girêdane.
Weke encam mirov dikare bibêje, di serdema me de têkçûna hêzên mêtinkar û desthilatdariya hegemonîk herî zêde bi hilweşîna di warê hevjiyanê de xuya dike. Têkiliya jin û mêr ewqasî deklase bûye, maneya xwe ji dest daye, ne bêyî wê dibe ne bi wê dibe ango êdî li ber qedandinê ye. Yên şoreşa destpêkê nesipêrin analîza vê rewşa kaotîk, bêgav wê kaosê dewam bikin. Kesên şexsî yan jî kolektîf gavê diavêjin, eger vê qadê di warê zanistî, felsefî û hunerî de bikin bingeh, bi tenê hingê dikarin ber bi hevjiyana azad ve gava xwe biavêjin. Ev gavên pêşî yên bêne avêtin, weke ku gelek caran yeqîn tê kirin, gavên taybet ên di navbera du kesan de têne avêtin nînin, der barê civaka sosyalîst demokratîk a bê pêkanîn de gavên pêşî yên gerdûnî ne.
Sosyalîstbûn, beriya her tiştî di hevjiyanê de divê bi asta azadiyê re têkildar be. Divê mirov şêwazekî jiyanê bike bingeh, çawa ku pratîkên wê yên dijwar û bi pîvan di destpêka jiyana mîtolojiya kevin û dînî de dihatin dîtin. Kengî mirov karibe ji şêwazên jiyanê yên sîstemên şaristaniyê û modernîteya kapîtalîst ên mirovan kedî dikin bibihure, hingê dikare hevjiyana sosyalîstwarî ava bike. Ti têkiliya hevjiyanê bi seksualîteya banalîst a sîstemê re, bi lîstika malbatokê re, bi dewamkirina zurriyetê re û tevahiya temenekî bi ‘serdanîna ser balgiyekê’ re nîne. Nexasim ti eleqeya xwe bi têkiliyên cinsî re tineye ku bi temamî bûne nexweşiyeke rojane. Jixwe li cem ti ruhber û zindiyekî din rojane têkiliya cinsî nîne. Berevajî li cem zindiyên din ev li ser bingehekî demî pêk tê û ev jî piştrast dike ku têkiliya cinsî ya li cem mirovan bi şêwazekî civakî hatiye çêkirin. Di warê têkiliya cinsî de birçîbûn û dîsa di vî warî de sînor derbaskirin, têkiliya xwe bi desthilatdariya hegemonîk û avakirina şêweyê civakî re heye. Cinsiyetparêziya mêr a li ser jinê tê ferzkirin bi tevahiya şêweyên xwe weke desthilatdariyekê xwe diyar dike. Cinsiyetparêziyên bi vî rengî mirovan bextewar nakin, bihêlin bextewarkirin û şadkirinê, berevajî bi temamî çavkaniyeke nexweşî û xemgîniyê, qedandin û mirina zû ne. Binyeya ti jin û mêrî bi têkiliya cinsî ya bi vî rengî re li hev nake. Nexasim cinsiyetparêziya ku kapîtalîzm bi reklamkariya jinê gij dike, bi temamî têkiliya xwe bi hegemonya îdeolojîk re heye û bi vê jî qanûna kara herî zêde misoger dike. Mirov dikare bibêje, ti têkiliya civakî bi qasî cinsiyetparêziyê nikare sîstemê hilgire. Lewma ji bo mirov karibe bibe antî-kapîtalîst divê karibe vî şêwazê jiyanê yê cinsiyetparêz red bike û jê bibihure.
Di têkiliyên hevjiyanê de asta bê pêkanîn çiqasî zanistî, hunerî û felsefî be, ewqasî jî wê gavavêtina jiyana sosyalîst pêkan be. Ji bo sosyalîzmê, beriya her tiştî pêkanîna têkiliyên hevjiyanê, ji aliyê pratîk û prensîb ve nirxek xwe heye, mirov nikare jê bimîne. Ji bilî vî şêwazê têkiliyê, rêyeke din nîne ku mirovî bibe sosyalîzmê. Eger têkiliyên bi vî rengî hebin jî wê neyekser bin û li şaşiyan vekirî bin. Divê mirov têkiliyên hevjiyanê weke têkiliyên di navbera du kesan de fêhm neke. Fêhmkirineke bi vî rengî kêm e. Bêguman têkiliyên dualî yên hevjiyanê dikarin pêk bên, lê bi tenê bi vê yekê bê fêhmkirin rast nîne. Hevjiyan bi hêzeke mezin a manedan, estetîk û exlaqê pêk tê, ji dualîbûnê şuştî ye û bêhtir jiyaneke bi xwe û cewherî ye.
Jin û mêrên bi jiyana sosyalîst ve girêdayî, kengî jiyana azad bi awayekî gerdûnî û kolektîf pêk anîn, dikarin û şensê wan heye bi awayekî taybet jî rast û xweşik bijîn. Mirov dikare di tevahiya tevgerên mezin ên civakî yên dîrokê de vê rastiyê bibîne. Gelekî girîng e ku mirov jiyana taybet bi lîstikên zewacê û ji wê zêdetir neyênî bi şêweyên li derveyî zewacê re tevlîhev neke. Di jiyana fer û taybet de tevahiya potansiyela kolektîf û gerdûnî ya civakî veşartiye. Lê di şêweyên taybet ên kedîkirin û malbatê yên şaristanî û modernîteyê de gerdûnîtî û kolektîfîte têne înkarkirin. Mirov heta nikaribe vê yekê ji hev cuda bike, nikare jiyana azad a taybet a sosyalîstwarî pêk bîne. Di çarçoveya têkiliya sosyalîst de mêr û nexasim jî jin a bi zanistî, estetîk, exlaqî û felsefî rabe dibe xwedî hêzeke mezin a balkêşiyê. Kesayetên jin û mêrên bi vî rengî, li hemberî jiyana civakî têk naçin, berevajî bi hebûna xwe jiyana civakî ya azad ava dikin. Ji ber ku di vê cotbûna feran de bi hev ewlebûn û hurmet serdest e, cih ji nexweşiyên sîstemê yên mîna hesûdî, kaprîs, çilekî, têrnebûn û bêzarkirinê re nîne. Ji ber ku hevdu nakin milk, yek li hemberî yê din bi îdeaya heq (di huqûqa bûrjûwa de ev heye) ranabe. Hêza wan a manedanê ya di weznekê de dikare li cem kesekî/ê yekparebûnê, di yekparebûnê de jî kesekî/ê pêk bîne.
Tevgerên civaka dîrokî bi tenê bi kesayetên wisa manedar bûne, bi ser dikevin. Kesayetên bi vî rengî divê timî weke sosyalîst bêne zanîn, bîranîn û bendewariya wan bê kirin.
Ji bo pêşketina civaka sosyalîst, di warê pêkanîna teoriya hevjiyana azad de hin tecrûbeyên dîrokî hene, girîng in ku mirov wan li ber çav bigire. Xiristiyantiyê di vê babetê de jiyana rahib û rahîbeyan weke şert danîbû pêşiya kadroyên xwe. Di pêşdeçûna şaristaniya Rojava de roleke girîng a vê pêkanînê heye. Xiristiyantiyê neyêniyên civaka cinsiyetparêz bi vê pêkanîna kadroyî gelekî bi sînor kir. Ji ber ku zexta cinsî ya li ser zêhniyeta rûhî gem kiriye di pêşdebirina civakbûnê de bi roleke girîng rabûye. Lê nikarîbûye rê li ber pêşketina diyalektîkî ya hevjiyana azad gengaz dike veke; li hemberî wê weke reaksiyon cinsiyetparêziya civakî ya modernîteya kapîtalîst serî rakiriye. Hevjiyana bi yek kesî re ya milkperestiya modern, rê li ber peydabûna şêwazekî jiyanê yê dijberê çanda rahib û rahîbeyan, seriyekî duyemîn ango duqutbûnê vekiriye. Di bingehê pêxîrtengiya hevjiyana modern a yekhevalî de çanda rahib û rahîbeyan a Xiristiyantiyê heye. Ji bo ji civaka cinsiyetparêz bê bihurîn herdu çand jî xetimî mane. Di binê pêxîrtengiya çanda cinsiyetparêz a civaka Rojava de ev rastî veşartî ye.
Der barê çareseriya mijarê de Îslam jî bi ser neketiye. Berevajî jiyana rahib û rahîbeyan Îslamê jî girîngî bi têrbûna têkiliya cinsî daye û yeqîn kiriye ku wê bi zewaca bi gelek jinan û jinên di statuya cariyeyan de pirsgirêkê çareser bike. Di Îslamê de pêkanîna hareman bi awayekî bi rola kerxaneya taybetîkirî radibe. Ji kerxaneyê cudabûna wê ew e, bi taybetî ji bo hinan e. Bi xwe di navbera herduyan de ti cudahî nîne. Ev pêkanîna cinsiyetparêziya civakî bi roleke diyarker rabûye ku civaka Rojhilat li gorî civaka Rojava paş bikeve. Ji ber ku Xiristiyantiyê cinsiyetparêzî bi gem kir rê li ber modernîteyê vekir, lê ji ber ku Îslamê dilçûna zêde ya cinsiyetparêz teşwîq kir, ji civaka kevin zêdetir paşve ket û kir ku li hemberî civaka modernîteya Rojava têk biçe. Di têkçûna jin û mêrê Rojhilat li hemberî jin û mêrê Rojava de rola cinsiyetparêziya civakî gelekî girîng e. Ji texmînan wêdetir bandora cinsiyetparêziyê li ser pêşketina civakî heye. Civaka Rojhilat û Rojava gelekî ji hev cuda bûn. Di vê de rola cinsiyetparêziya civakî gelek e. Lewma divê mirov baş li ser vê xalê raweste. Têgihiştina Îslamê ya cinsiyetparêziyê, çi di girankirina kolekirina jinê de, çi jî di desthilatdarkirina mêr de, li gorî şaristaniya Rojava rê li ber encamên zêdetir neyênî vekiriye.
Dema ku mirov pratîka hevjiyana azad pêş bixe, hin xusûsên girîng hene ku divê jin û mêr ji alî û bereyê xwe ve hay ji wan hebin. Jina ku şensê wê ji bo hevjiyana azad heye yan jî dixwaze bibe xwedî vî şensî xusûsên berê pêşî divê guh bidiyê û bi cih bîne, mirov dikare wisa rêz bike:
a- Dema ku jin bi mêr re hewl da seksualîteyê parve bike, divê hay ji xwe hebe ev bi tenê tatmînkarî û xwetêrkirineke biyolojîk nîne, divê berê pêşî zanibe ku ev dişibe wê rewşê, mîna ku bi piling re di qefesa wî de razê, bi penceke hêz û desthilatdariyê re rûbirû be. Nexasim rewşa esaretê û birçîbûnê ya piling di qefesê de, dikare bike ku mêr pencên xwe bêhtir bi kujerî bi kar bîne. Divê jin baş pê zanibe kengî bi têkiliya zewacê ya klasîk ket qefesê ew êdî bi hêsanî sax ji wir dernakeve; berdêla vê yan wê bi canê xwe bide yan jî wê bibe mêpilingeke êsîrbûyî. Mêpiling jina bûye mêr temsîl dike, gelekî kirêt û keraxî ye. Têkiliya cinsî ya di navbera mêrê hegemonîk û jina mêroke ya bi temamî teslîmbûyî de di pêkhatina vê kirêtî û rezîliyê de bi rola sereke radibe. Roja mêr jinê ji keçikanî dixin wê rojê serbilind in, di binê vê de tatmîn û têrbûna cinsî (diyardeya biyolojîk) nîne, ji ber ku di vê têkiliyê de têkiliya desthilatdar-kole pêk hatiye mêr serbilind e. Kengî jin ji keçikaniyê tê xistin, ev ji bo wê dibe destpêka koletiyeke bêsînor. Rê li ber hisa efendiyê desthilatdar vedike û ev jî tê wê maneyê ku ji mêraniya xwe piştrast bûye. Paşê ev rêbaz li ser lawikan tê ceribandin. Saziya koletiyê li ser herdu cinsan jî hat pêkanîn. Jin bi qasî mêr li pey têkiliya cinsî naçe û ev jî têkiliya xwe bi saziya koletiyê re heye. Çalakiya têkiliya cinsî ya ku modernîteya kapîtalîst ew bêsînor zêde kiriye, amûrekî koletiyê ye ku bi awayekî herî berfireh li ser cinsê mirov hatiye ferzkirin; bêsînor derfet û îmkan dide desthilatdarî û mêtinkariyê. Gelekî girîng û manedar e ku pirraniya dînan bi guman nêzî vê têkiliyê bûne, ji ber ku kirêt e, mirov dixe, û rê li ber neheqîqetê vedike.
b- Jin nebûbe keseke zewacê, divê ji bîr neke ku di her qada civaka mêrê serwer de mêr ê bi psîkolojiya pilingekî her kêlî xwe çeng bike ser nêçîra xwe tevbigere, lewma divê ew jî şêwazê tevgera xwe li gorî vê pêk bîne. Piling kengî firsendê bibîne ango kengî astengekî civakî yê karibe jê bibihure derkeve pêşiyê, wê pencekî xwe biavêje jinê. Mêrê desthilatdar di vê kêliyê de wê ti sedema exlaqî û wijdanî nas neke û wê bixwaze jinê bike nêçîra xwe. Ne sergirtina dînî, ne jî huqûq li pêşiya vê asteng nînin. Divê jin bi vê rewşê zanibe û wisa derkeve qada civakî, ya rastî, garantiyeke xweparastinê nebe divê jin danekeve qadên civakî yên xirûxalî û kes lê tinebe.
c- Divê jin ji bîr neke ku hedefa bingehîn a modernîteya kapîtalîst ew e, jinê bike koleyeke modern, nexasim vê jî hem bi rêbazên hişk ên hêza pere û desthilatdariyê îfade dikin, hem jî di serî de wêje bi rêbazên nerm ên hêza hunerê nîşan didin pêk tîne. Modernîte li hemberî jinê, çi bi rêbazên pere û desthilatdariyê, çi jî bi gelek sozên ji bo eşqê dide, di wê pozîsyonê de ye ku ji mêrê civaka berê qatbiqat zêdetir bi hêza êrîşê rabe. Li hemberî hêza xeternak a mêrê serwer pere û desthilatdariyê, gera jinê ya li jiyana azad ji xeyaleke tewş wêdetir ti maneya xwe nîne. Herçiqasî bi tevahî bi duristî û tevgerên xwe yên xweşik nêzîk bibe û li pey hevjiyana azad biçe jî jin li hemberî mêrê modernîteya heyî nikare xwe ji têkçûnê rizgar bike. Ango her rê wê bibe koletiya jinê ya modern.
d- Eger jin tevî vê civaka mêrê serwer hemûyî di azadmayînê de israr bike, hingê divê yan xwe li jiyaneke tenêbûna wê mezin an jî li zehmetiyên milîtaniyek e ku her kêliya wê bi têkoşîna sosyalîstiyê tijî derbas dibe, ragire. Tenêtî ji bo rewşên marjînal e. Jiyana sosyalîst jî jiyaneke xwedawendan a di hemtayê çanda xwedawendên berê de ferz dike. Divê neyê jibîrkirin ku yek ji xisletên xwedawendan ew bû ku bi mirovên mêr re nedizewicîn. Lê kengî mêr bû xweda, em ji dîrokê dizanin ku ji xwedawendan zêde tiştek nema. Ya ji jinê re dimîne melekbûn e. Lê jina bûye melek jî jina hinekî hêza xwe ya cins wenda kiriye temsîl dike. Jineke bi vî rengî, di civakê de ji rola qasidbûnê wêdetir ti rola wê namîne. Di mîtolojiyê de fîgura Înanna-Afrodît jineke cudatir e. Rûyekî jinê yê xweşikiya xwe, balkêşiya xwe ya cinsî û hêza xwe ya bedenî hê ji dest nedaye temsîl dike. Înanna-Afrodît weke Xwedawenda Eşqê hêmana hevjiyanê ya lê bigere, ew hêman e ku karibe hevjiyana azad pêre parve bike. Divê baş were fêhmkirin ku bi pirranî hêmanekî bi vî rengî bi tenê nîv-xweda û nîv-mirovekî mêr ê mîna Prometheûs e. Di dîrokê de û di roja me ya îro de ev hêman an jî bi pirranî mêr, mirov bi tenê dikare weke fîgurekê tesewir bike. Bi şerekî dûrî aqilan mirov dikare wî berbiçav bike. Jin heta xwedayên bêmaske yên xwe bi hêzên xeternak ên modernîteya kapîtalîst gurçûpêç kirine têk nebe nikare xwe pêk bîne. Ev berbiçavkirineke zor e, lê bêîmkan nîne. Sosyalîstbûn, hinekî jî berbiçavkirina îmaja Înanna-Afrodît û Prometheûs pêkan e.
Ji bo mêrekî li pey hevjiyana azad diçe, xusûsên berê pêşî divê pêk bîne mirov dikare xulase weha bîne ziman:
a- Ev mêr jina derkeve pêşberî wî, divê baş zanibe ku di bin şaristaniya pênc hezar salî û hegemonya wê ya kapîtalîst a pênc sed salî de li her cure şertên koletiyê hatiye gerandin. Çareyeke bi tenê ya vê jinê heye, li hemberî mêrê bûye piling bibe mêpiling. Stratejî û kêlî bi kêlî taktîkên jiyana wê bi tevahî li ser vî bingehî hatine avakirin. Eger em mijarê berevajî bixwînin, ew jî li gorî xwe xwediyê qefesekê ye, li hevalmêrekî digere ji bo bixe hundirê wê. Eger mêr li pey hevjiyaneke azad be, rizgarbûna ji stratejî û taktîkên jineke bi vî rengî herî kêm bi qasî yên jina kole zor in. Jineke bi vî rengî, bi stratejî û taktîkên xwe koletiyê ferz dike, lewma mêrekî sosyalîst ê li pey hevjiyaneke azad berê pêşî divê li vê qadê têbikoşe û heta li vê qadê bi ser nekeve nikare ji bo têkoşîna civaka sosyalîst gavê biavêje.
b- Mêrekî ji bo zewacê givrokî bûbe, divê zanibe ku herî kêm bi qasî jinê ketiye bin bandora saziya koletiyê. Ji bo ev mêr ji bandorên wê yên neyênî bibihure divê di mekanê malê de timî li pey jiyana sosyalîst bibeze. Bi jina kole re jiyan bi koletî dibe, çewt dibe. Ji bo mirov karibe ji çanda mala giştî (kerxaneyê) ya taybetî bûye bibihure, divê mirov karibe bibe xwediyê çanda hevjiyana azad.
c- Li dijî çanda cinsiyetparêz a modernîteya kapîtalîst ku mirovan ji rê derdixe, divê mirov timî û bi awayekî serketî bi nefsa xwe re şer bike. Stratejî û taktîkên ji bo teslîmgirtina mêr hatine pêşxistin herî kêm bi qasî êsîrtiya jinê, mêr diqedînin. Divê mirov ji bîr neke ku di modernîteya kapîtalîst de mêr ji aliyekî ve bi tenê weke mêrtiya biyolojîk hatiye nepixandin û zêde mezinkirin, li aliyê din jî ew bi tevahiya çanda wî ya civakî kirine jinkok û pîrek. Mêrê biyolojîk ê zêde cinsiyetparêz ji aliyekî ve dikin piling, li aliyê din jî bi çanda jinkokiyê (jina kolebûyî) wî dikin mîna pisîkekê. Heta ku ev mêrtiya modernîte ferz dike neyê hilweşandin, mirov nikare bibe sosyalîst û nikare ji bo civaka sosyalîst têbikoşe.
d- Tevî van hêmanên neyênî gişan jî ji bo hevjiyana azad herî kêm bi qasî têkoşîna jina azad têkoşîna mêrê azad jî divê. Ji bo mêrek azad bibe, divê mirov karibe ji kesayeta mêrê ku civaka mêrê serwer ew kiriye kole, bibihure. Di rastiya me ya civakî de hê jî ariftî heye û divê mirov karibe xwe bigihîne wê mertebeyê. “Mirov weke mêr ji diya xwe nabe, mirov paşê dibe mêr” di çarçoveya vê gotinê de mirov dikare bibêje, mirov weke mêrê şaristaniyê bê dinê jî mirov dikare bibe mêrê azad. Forma mêrtiya Prometheûsî di serdema me de mirov bi tenê dikare bi zanist, felsefe û hunerê modernîteya demokratîk berbiçav bike. Divê mirov bi girîngî fêhm bike ku mîtolojî, dîn, felsefe, zanist û huner ji bo jiyanê ne, û rola wan a sereke pêkanîna hevserî û hevaltiya azad e, û di vê çarçoveyê de divê mirov wan exlaqî û estetîk bike. Zewacên hemdem ên heyî dewama çanda xanedaniya hiyarerşîk in. Ev çand bi qasî heft hezar salan temenê xwe heye. Li qada vê çandê nirxên bingehîn ên civaka dewletdar têne çêkirin û destavêtinê weke norm û namûsê bi kesayetên mêr û jin didin qebûlkirin. Ji ber ku ev çanda destavêtinê ya bi armanca desthilatdarî û mêtinkariyê li kesayetan bar dikin, eşq pêk nayê, gelek jin û mêr hevdu ber didin û malbat ji hev belav dibin. Li dijî vê çanda destavêtinê, mirov dikare civaka sosyalîst û azad, bi kesayetên kêlî bi kêlî bi felsefe, zanist, etîk û estetîkê têne barkirin, pêk bîne. Eşkere ye ku hevjiyana azad a li ser vî bingehî çêbibe, wê her tim ji bo ferd û civakê rê li ber xweşikî, rastî û qenciyê veke.
Jiyana bi heybet û mûcîzewî ya ku modernîteya kapîtalîst ew hilweşandiye, em dikarin wê bi tenê bi hevjiyana azad, kesayeta wê ya sosyalîst û têkoşîna wê ya civakî bi dest bixin û parve bikin. Ji bo vê jî divê mirov ji zarokatiyê dest pê bike, nexasim jî keçikan bi zêhniyet û saziyên modernîteya demokratîk perwerde bike, bi têkoşîna civakî ya sosyalîst demokratîk praktîze bike û vê yekê weke şêwazê jiyanê bipejirîne, ji xwe re bike karekter û bi dest bixe.
Ji pênûsa Gêrîlla
- Ayrıntılar
Pir girîng e ku mirov di dîrokê de dewletê wek zêhniyet û herikîna saziyan bibîne. Naxwe ku mirov dewletê, wek car ava dibe û car xira dibe, saziyek ji aliyê çîn û koman ve tê damezrandin û yan jî bi rengekî dînî û netewî tê avakirin bibîne, wê ev yekê me ji nêzîktirkirina rastiyê wêdetir, bixe nav nertineke mijgîr û qetqetokî. Eger mirov dewletê wek saziyeke daîmî û têgîneke bingehîn a civakê binirxîne û wek “gulokeke berfê, gulokeke agir” ya her ku diçe mezin dibe, carnan dora xwe dişewitîne û carnan jî dicemidîne bibîne, bawer dikim wê ji bo hînkirinê bi kêr be. Dewlet, ji roja ku pêk hatiye û heta îro mezin bûye, rengên cuda wergirtine. Lê ji aliyê cewher û naveroka xwe ve neguheriye û navber nedaye meşa xwe. Ev rastiyeke welê ye, em nikarin behsa bêhndayînek wê ya du saniyan bikin. Eger navber û bêhnê bide, wê bikeve pêvajoya tinebûnê. Ev rewş dişibe veqetîna ruh ji bedenê. Yek saniye be jî wexta ruh ji beden derket, ew beden êdî nikare hebûna xwe dewam bike. Piştî saniyeyeke din em nikarin bang li ruh bikin û bixin hundurê beden. Dewlet jî hebûnek wisa zindî ye. Pirbûna reng û şêwazên wê jî em dikarin bişibînin cureyên famîleyan. Ji heman famîlya heywan û nebatan gelek cureyên din dikarin bi hecmên cuda zêde bibin. Lê taybetiyên wan yên bingehîn wek xwe dimînin. Eger mirov behsa cureyên wê yên baş û xirab jî bike, li dijî heman şêwazê ravekirinê nîne. Wexta Lenîn digot; “Li dijî dewleta bûrjûwa, dewleta proleter” bawer dikir ku tarîfeke rast û durust kiriye. Lê ya rastîn, wek formeke civakî, forma dewletê ya “proleter” nabe. Ji Spartakus vir ve, gelek kesî ceriband, lê hemû tewş bûn. Ceribandina Sowyetê bi xwe jî, tevî ku ji sê paran parek cîhanê zevt dikir, nekarî xwe ji hevdeketinê xilas bike. Emê sedemên vê yekê di beşê pêwendîdar de bi firehî rave bikin. Lê divê baş were zanîn, forma dewletê, şêwazekî jiyanê yê zordar û mêtingeran e. Wisa hatiye avakirin. Çînayetî û komên li mêtingerî û zordariyê rast werin, formên wan yên azadî û wekheviyê nabin. Cewherê wê vê yekê qebûl nake, şêwazê wê jî li gorî wekhevî û azadiyê nîne.
Guloka me ya agir û berfê ji Sumeran ve gindirî û her çû mezin bû. Gelek agahî îspat dikin ku mînakên Başûrê Emerîka û Çînê jî bi havênê vê modelê hilatine. Bêguman bi şert û mercên derdora xwe jî mezin bûne. Lê wek fikir û sazî, bi giranî çavkanî dewleta rahîb a Sumeran e. Dîsa sererast an jî ne sererast ji modela yezdanî re jî bûye çavkanî û ev bi giştî wek tespîteke zanistî tê pejirandin. Lêkolîna vê pêvajoyê, bi agahiyên ilmî, karê dîrokzana ye. Ya divê ku em bikin ev e; em cewherê mijarê zevt bikin, ruhê wê rast bixwînin û eşkere bikin. Modela koletiya seretayî ya dewletê ku ji Sumer û Misrê destpêkir, bi Hitît, Medya, Îran, Hînd, Çîn, Grek, Roma, Aztek û hê di astên jêr de, li zeman û mekanên cuda derket holê, mîna famîlyayekê mezin û pir bû û bi qonaxa forma feodaliyê stewiya û heta vê qonaxê, hewl daye biçizire û dawerive nav her şane û hucreya civaka xwezayî, gelek qad ji xwe re vekirine û karîbûye stûtewandin û mêtingeriyê bike hunerekî muhteşem. Di bin navê “hunerê polîtîka û eskeriyê” de bi awayekî sîstematîk, hunerê her cure kuştin, mêtingerî û zordariyê hatiye afirandin. Ji bo vî hunerê xwe rewa bike, serî li hunerên bingehîn mîtolojî, destan, beşek ji naveroka pirtûkên pîroz, peyker, resim û muzîkê daye. Bêguman derketina van huneran bi destê çîna koledar nîne. Lê ya rastîn, baş tê zanîn, ji bo van huneran bixin xizmeta xwe meharet û hostatiyeke mezin nîşan dane. Hunerê wan ev bû; karîbûn zêhniyeta mirov ji binî ve veguherînin. Ev yek jî, bi amûrên maddî û manewî yên ku mirovatiyê bi keda hezarê salan afirandibûn, kirin. Sîstema koledar aliyê wê yê afirîner nebû, berovajî ji rê derxist û belovajî kir. Di vî warî de dubare bibe jî divê em balê bikişînin ser şîroveyên şaş ên di warê azadî û wekheviyê de ku ev yekê her tim bibe wezîfeyek ji bo em erkên xwe yên azadî û wekheviyê bi cih bînin.
Ka em bi kurtî careke din çavekî li saziya dewletê bigerînin ku heta em digihîjin qonaxa dewletê ya feodal. Qral-xwedayên Sumer û Misriyan, wexta dimirin, xizmetkarên jin û mêr, ji bo li wê dunya din jî ji wan re xizmetê bikin, bi saxî tevî xwe defin dikirin. Ji bo avakirina her qebreke xwe bi sed hezaran kes di asta mirinê de xebitandin. Ji bo zumreyeke piçûk kesên li hawîrdora îqtîdarê quncikek ji cennetê ava kirin û bi kesên din re danûstendineke ji kerî û heywanan wêdetir kirin. Klan, qebîle û saziyên din ên civakî yên li dijî koletiyê derketin, li siyaseta îmhayê qewimandin. Ji serê mirovan qesir û birc ava kirin, û ev yek wek karekî bi şan û şeref dîtin. Di nav civaka mirov de yekem car kuştina sîstematîk wek hunerekî xwezayî vedîtin. Bi awayekî serketî karîbûn jinê bixin qefesê. Hemû xeyalên xwezayî yên zarokan berbend kirin. Li ser navê azadiyê, mirov neçar kirin, li çolan, çiyan û di kûrahiya daristanan de bijîn. Ne tenê keda koleyan, her weha hemû bedana wan kirin amûrekî hilberandinê. Ji mejiyê analîtîk, li ser hîmê derewan mîtolojiyeke muhteşem pêk anîn. Wek mêtingerî û zordariya efendiyan têrê nekiribe, rahîban jî cîhana manewî ya xwedayan a zordestî û mêtingeriyê kirin îbadet û weke baweriyeke bingehîn di mejiyê mirovan de bi cih kirin. Ferz kirin ku exlaq û huner, timî pesnê wan bide û wan xweşik bide xuyakirin. Di şûna têgihîştina hawîrdora xweza û têgihîştina civaka mirov a gerdûna zindî de, têgihîştina mirov bi xwedayên li ezman û li bin erdê yên ceza û bêruh dikin, tijî kirin. Ji bo kulmeke efendiyan xela û tinebûn nebû, lê komên din timî di nav birçîbûn û nexweşiyê de digevizîn. Di şahiyên xwe de jî lîstikên tê de mirov dihatin kuştin esas digirtin.
Em vê tabloyê hê jî dikarin dewlemendtir bikin. Lê hinavê dewleta koledar bi vî awayî hatibû tijîkirin, ev bi hemû bermayî û bîranînan di hişê me de ye û li ber çavên me ne. Ji mezinê heta piçûkê, bê îstîsna, hemû cureyên dewletê yên di neqebên demê de hatine avakirin, tabloya me destnîşan kir, pêdiviyên wê bi cih anîne û heta lê zêde kirine, ev yek jî ji erk û wezîfeyên hunerê eskerî û polîtîk hesibandine. Eger em tenê kirinên împaratoriya Bîzans û Romayê rêz bikin, tabloya hovane ya derbikeve holê û zehmetiyên aqil û wijdanê ti mirovê asayî ranake bi bîr bixîne, wê rastî hinekî din baş were fêmkirin. Wexta Pirtûka Pîroz rastiya dewleta koledar wek “Levîathan” bi nav kiriye, pir bi hostayî li hedefê xistiye.
Analîzkirina jihevketina forma civaka vê dewletê pêdiviyek mijara me nîne. Lê dîsa jî em dikarin bibêjin; qebîleyên wek “barbar” têne bi navkirin û taybetiyên civaka xwezayî di xwe de di-hewînin, berxwedan û êrîşên wan ev civak ji hêzê xistiye. Wek na-vendên şaristaniyên koledariyê; li rojhilat Çîn, Hînd û Îran, li rojava împaratoriyên Roma; li bakur Germen, Hûn û Îskît, li rojava di serî de Ereb û Berberî, êrîş û berxwedanên gelek qebîle û qewmên bi navên cuda, kirin ku êdî nikarîbûn hebûna xwe dewam bikin. Di lîteraturiya koledariyê de ji van koman re “barbar” têne gotin, naxwe di cewherê xwe de ev kom herî zêde nêzî azadî û wekheviyê ne. Lewra ya rast ev e; ev kom wek hêzên şoreşger ên dikarin rê li ber pêşketinan vebikin, werin bi navkirin. Serekên qewm û qebîleyan dilê xwe dibijandin efendiyan, girîng e mirov serekan û girseyê ji hev bike. Di hundur de jî di serî de Xiristiyanî, Manîzm û Îslamê, bi giranî ekolên dînî yên bûbûn hêviya xizan û azadîxwazan, binê civaka koledar kolan û kirin ku nikaribe dewam bike. Her çend zehmet e em bibêjin ev ekolên dînî bi zanebûn xwe dispartin azadî-wekheviyê jî, dîsa di cewherê wan de xwesteka xilasbûna ji koletiyê eşkere xuya dike. Di nav vê ekolê de xilasî û xelasker têgînên berçav in. Navekî din ê Hz. Îsa “Mesîh-xilaskar” e. Manî bi xwe hawariyekî pir rengîn û aştîxwaz e. Gotina Îslamiyetê tê maneya “teslîmbûna aştiyê” Daxwazên bingehîn ên dibin sedema jihevketina sîstemê xilasî û aştî ye. Şêwazê formulekirina daxwazan dînî ye, ev yek ji zêhniyeta wê demê ye. Lewra mirov dikare fêm bike, ka çima bi sînor rê li ber rizgarî û aştiyê vedikin.
Ev feslsefe, mezheb û ekolên gnostîk ku li ber siya împaratoriyê mezin bûn, bêguman hem ji aliyê zêhniyet, hem jî ji aliyê eskerî û polîtîk ve ketine bin bandora sîstemê. Wê careke din koletiya klasîk ava nekin. Ji ber ku bi şîdet lanet lê anîne û baş wê nas dikin. Lê nizanin wê di şûnê de çi û çawa ava bikin. Jixwe gelek kesayetên ku sîstema koletiyê di asta huner de pejirandibûn, wê bi hêsayî karibin siyaseten van dînan qebûl bikin û ji bo daxwaziyên xwe bikin zemînekî rewa. Ji lewra Konstantînê mezin PZ di sala 312 de Xirîstiyaniyê qebûl dike, pêre dikeve Romayê, xwe împarator îlan dike û paytexta wê dibe Stenbola îro. Di sala 325an de jî Xirîstiyaniyê wek dînî fermî îlan dike. Yên bi qasî sêsed salî li dijî sîstema koledar şer kirin, bi sîstema koledar a dînî re li hev kirin. Manî bi xwe wê bikeve bin dawa duyemîn împaratorê mezin ê xanedaniya Sasaniyan Şahpûr. Hz. Mûhammed ku hê zêdetir radîkal e, wê karibe bi teolojiya Cihû û Xirîstiyaniyê li ser mîrateya împaratoriya Bîzans û Persan hîmê sîstema xwe deyne. Gişê wan, wê bi zanebûn li dijî sîstema koledariya klasîk têbikoşin û wê karibin vê sîstemê li dawiyê bihêlin. Lê qalibên ku bi giştî dikevinê, qalibên dewleta rahîbên Sumeran vedîtibûn. Lê wê van qaliban hinekî din nerm bikin, ji bo mirovatî karibe xwe li wan rabigire. Naxwe hîç nayê hişê wan bi şertên nû civaka xwezayî nû bikin, heta wê vê sîstemê ji sîstema koledariyê zêdetir bi “pûtperestiyê” mehkûm bikin. Rastiya dewletê ya nû ku bi van aliyên xwe derdikeve pêşiya me, eşkere xuya dike ku dewleta kevin e reng guhertiye. Komên barbar ên hê nêzî civaka xwezabûn, bi saya şefên xwe yên zû de bi sîstema koledariyê şerefdar bûne, ewê jî bi formeke nû ya dewletê razî bibin. Ev pêvajoya ku di dîroka mirovatiyê de serûbinbûneke mezin îfade dike, PZ di navbera sedsalên 5. û 6. de diqewime. Pêvajoyeke din mîna vê, BZ di navbera sedsalên 6. û 5. de li dijî koledariya klasîk diqewime. Di vê pêvajoyê de dîn û ekolên felsefîk û exlaqî yên Sokrates, Zerduşt, Konfuçyûs û Bûda hene. Di encamê de sîstemên civakî yên Grek, Roma, Hînd û Çînê formên hê pêşketî afirandin.
Marksîzm ji bo pêşketinên dîrokî yên bi vî rengî, rola diyarker dide amûrên hilberandinê û têkiliyên di navbera wan de û roleke duyemîn dide şerê zêhniyetê. Dîsa giraniyê nade têkoşîna komên olî û etnîsîteyê. Wek şîroveya dogmatîk a rêbaza diyalektîkê, bi vî awayî mirov nikare bi tevahî li dîrokê serwext bibe. Mirov heta tevgerên mezin ên siyasî û zêhnî yên civakê nebîne, şîroveyeke di çarçoveya sînorên aboriyê de wê kêm bimîne. Eger maneya tevgerên mezin ên koman neyê dîtin û wek hêza veguherînê teknîk û hilberandin were bilêvkirin, dibe ku bêyî hay jê hebe di çarçoveya dewletê de asê bimîne. Eger tevgerên mezin ên etnîsîteyan -rastiya qebîle, eşîr û qewman- ji hev neyê derxistin û dîrok were şîrovekirin, heye ku hem di warê rêbazê, hem naverokê de şaşiyên mezin bêne kirin. Şîroveyên dîrokê bi rêbazên Marksîst bi sedema vê rastiyê sûdmend nînin û rê li ber şaşiyên girîng vedikin. Em, ji bo ku îdealîzma pesnê civaka jor a kevneşop dide li dawiyê bihêlin, hewce nîne em berovajî, dîrokê bi nerîneke teng a çînî û aborî analîz bikin. Yanî pêwîst nîne em meteryalîzmeke hişk wek rêbaz bi kar bînin.
Pirsgirêkeke din a civakî dîrokî ku divê were zelalkirin ev e; gelo wexta em dibêjin; “dema buhurî li dawiyê ma” em çi fêm dikin? Li gorî qanûna pêşketinê ya bi veguherîna xwezayê û di biyolojiyê de bi tekamuliyet îspat bûye ku rastiyek berê, hebûna xwe di ya piştî xwe de dewam dike. Mînak, wexta atomeke hîdrojenê dibe cot werdigere helyûmê, lê hîdrojen hebûna xwe di nav helyûmê de dewam dike. Eger atoma helyûmê were parçekirin, hîdrojen ji nû ve derdikeve holê. Lê ev veguherîn ji bo helyûmê cuda ye û dibe rastiyeke din. Di biyolijiyê de suwarbûna xelekan li hevdu pêvajoyeke bi heman rengî ye. Ya berê di ya piştî xwe de veşartiye. Di civakê de jî guhertinên bi vî rengî hene. Civaka jor, civaka jêr di hinavê xwe de hildigire, lê berovajiyê wê rast nîne. Civaka jêr, civaka jor di hinavê xwe de hilnagire. Ji ber ku rastiyeke nû nîne. Ji lewra, di encama êrîşên der ve û hundur de li sîstema koledariyê hatin kirin, civaka feodal bi barê nû yê hilgirtî, reng da xwe. Di hinavê xwe de gelek nirxên sîstema koledar dihewîne. Bi awayên berê najîn, di encama sentezekê de bi nirxên nû û bi formên nû dijîn. Ji holê ranebûne, bi reng û awayên xwe yên guhertî dijîn. Jixwe sîstema koledar a Romayê bi xwîna teze ya barbaran û Xirîstiyanan karîbû di xwe de hêza nûbûnê bibîne. Ji bo mirov di nav diyalektîka dogmatîk de nefetise û bûyerên dîrokî rast şîrove bike, divê mirov vê rêbazê bi kar bîne.
Li dijî civaka xwezayî, sîstema civaka feodal jî veguherîna zêhnî kûrtir dike. Bi rêya mejiyê analîtîk gavên mezin diavêje. Şêwazê fikrê hem ê felsefî, hem jî yê dînî, zêhniyeta civaka serdest a nû pêk tîne. Her du awayên fikrê jî li ser hêmanên civaka berê yên vediguherin, serdestiyê bi dest dixin. Wek civaka Sumer çawa nirxên civaka neolotîk ji bo sîstema xwe ya nû sentez kir, civaka feodal jî hem ji hundurê sîstema berê û hem jî ji derveyî wê, nirxên çînên bindest û nirxên manewî yên etnîsîteya li ber xwe dida sentez kiriye. Di vê pêvajoyê de herikîna pratîkê diyarker e. Bi gotineke din, pratîk dibe hêzeke ku hebûnê dide demê. Dem êdî pratîk pêk hatiye. Zêhniyet taybetiyên xwe yên mîtolojîk bi têgînên felsefî û dînî nû dike. Hêza împaratoriyê ya mezin dibe, di şûna pir-xwedayên qels û bêhêz de, ber bi xwedayekî mezin ê ku gerdûnê temsîl dike ve diberide. Bûyerên di jiyana maddî de diqewimin di zêhniyetê de jî bersiva xwe dibînin. Yek ya din xurt dike. Di vê pêvajoyê de pirxweda cihê xwe ji xwedayekî bi tenê re dihêlin. Pratîka dewletê ya hezar salan êdî têgîna qral-xwedê rizandiye. Bi taybetî senteza Rojava-Rojhilat a bi Îskender destpêkir, bi vê maneyê qonaxeke girîng e. Îskenderê bi zêhniyeta Arîsto mezin bûbû, bi tevahî li fikra qral-xwedê hayil bûbû. Îskender bi xwe, bi derdora xwe û bûyernivîsên xwe dida hiskirin ku fikra qral-xwedê li hev çêkiriye. Tevî vê yekê, ji bo otorîteya xwe biparêze, ew jî dewam dike, vê fikrê bi kar tîne û xwedabûyîna xwe dide îlankirin. Xwedabûna xwe bi darê zorê, bi Atîna ya li ber xwe dide, dide erêkirin. Di serdema împaratorên Roma de kulta qral-xwedê êdî di dema xwe ya dawî de ye. Wexta împarator dimirin, digotin; “derket qatê xwedê”, bi vê yekê jî eşkere dibû ku êdî hêdî hêdî ev kult li dawiyê dima.
Eqîdeya xwedê ya teslîs -kur, bav, ruhê pîroz- a Hz. Îsa di dîrokê de bû sedema çelqîn û germoleyên mezin. Şoreşa zêhniyetê ya bi Îsa destpêkir pêşketineke mezin e. Pêvajoya derbasbûnê ya di navbera qral-xweda û însan-qralan de pêk tîne. Qralan heta wê rojê xwe wek xwedê nîşan dabûn û Hz. Îsa jî di bin vê bandorê de dilê xwe bijandibû qraliyeta Qudsê, lewra xwedê nebe jî wek kurê xwedê tevdigere. Ya rastîn, têgîna kurê xwedê ya di pirtûka pîroz de xwediyê maneyeke kûr a sosyolojîk e. Di şûna xwedê de kurê xwedê pêşketineke nû ye. Ruhê pîroz jî tê maneya zurriyeta xwedê.
Hz. Îsa ku di nav zêhniyeta demê de derket, ya esas hewl dide tevgereke reformê biceribîne. Lewra hem di dînê Cihûyan de, hem di kulta Romayê de rê li ber cihêrengbûnê vedike. Ji ber ku hewldana Îsa li gorî demê xwedî taybetiyên şoreşgerane bû, hem qraliyeta Yahûda, hem bi hevkariya waliyê Romayê, ew li çarmîxê xistin. Girseyên mezin ên bêkar û xizanan ku wê demê pir bûne, oldar û karmendên dewletê yên asta jêr, eleqeyê nîşanî Îsa didin. Jixwe Hz. Îsa di nav rojekê de dernakeve. Bi terîqeta wê demê ya girîng “Esseniyan” re di nav têkiliyê de ye. Dîsa ji Hz. Yehya ku wek peyxember tê zikirkirin, xelîfetiyê werdigire. Berî ku Îsa li çarmîxê were xistin, serê Yehya tê jêkirin. Di vê demê de girseya bêkar û xizan her mezin dibe. Bi kurtî, sîstema koledar di nav krîzeke mezin de ye. Şoreşa zêhniyetê ya bi awayê Xirîstiyanî, encama beridandin û tekamula sedsalan e. Bi awayekî, dişibe tevgerên serdema nêz ên Marksîst, Sosyal Demokrat û Sosyalîstan. Xirîstiyanî li ser rêya Romayê dimeşe û wek siya wê tevdigere, belav dibe. Mirov dikare, vê tevgerê di dîrokê de wek yekemîn partiya xizanan a herî mezin jî bibîne. Ne etnîsîte, humanîzm esas wergirtiye. Bi vî aliyê xwe, li pey kozmopolîtîzma Romayê çûye. Îdîaya wan a berxwedanê ya herî girîng li dijî împaratorê Romayê ev bû; digotin, “împarator nikare bibe xwedê.” Xwedayê bav û kurê wî Hz. Îsa heye. Di vê hevokê de ya esas ew e ku zêhniyeta împaratoriya Romayê ji hev were derxistin. Şerê dînî xuya dike, di esasê xwe de şerekî siyasî ye. Di serî de şagirtên -hewariyên- Îsa, bi fedekariya gelek ezîz û ezîzeyan, rahîb û rahîbeyan, zêhniyeta manewî ya Romayê tê fetihkirin. Bi Konstantîna mezin fetha siyasî temam dibe. Xirîstiyanî, êdî îdeolojiya fermî ya dewleta nû, ya Bîzansê ye. Ji serî heta dawiyê şerekî dijwar ê mezhebbûyînê jiyaye. Ev hevrikî heta îro jî dewam dike. Di cewherê dabaşê de şerê berjewendiyên çîn û etnîkên cuda heye.
Tê destnîşankirin ku Xirîstiyanî wek mezhebekî Mûseviyetê pêş ketiye, Mûseviyet jî ji kevneşopiya peyxemberiya serhildêr a li dijî qral-xwedayên Sumer û Misriyan tê ku ew jî çavkaniya xwe kevneşopiya peyxember Îbrahîm e, bi Hz. Mûsa gav diavêje, piştî xelekên mezin ên mîna Dawût û Îşa wek tê gotin bi Hz. Îsa dewam dike û teolojî bi vî rengî têra xwe li ser vê mijarê radiwest e. Mezhebekî dawî yê vê kevneşopiyê jî wê bibe Îslam.
Tevgerên peyxembertiyê, tevî ku aliyê wan ê zêhniyetê li pêştir e, aliyê wan ê civakî siyasî jî xurt e. Qral-xwedayên arkaîk li dijî ko-letiyê li sîstemeke nermtir û mirov karibin xwe lê rabigirin, di-geriyan. Pir zêde ketine bin tesîra mîtolojiyên Sumer û Misriyan. Lê têgihîştina xwedê û hûnandina mîtolojiyan, bi tesîra demê re wek moda wan derbas bûye, nirxandine. Dibînin ku koletiya arkaîk bi rengê heyî nabe dewam bike û mirov nikarin xwe lê rabigirin. Her weha armanc heye derfet û îmkan werin amadekirin ji bo bazirgan û pîşesaz karibin ber xwe bibînin û bi aweyekî xweser çînayetiya xwe pêş de bibin. Ji bo vê yekê jî, pêdiviya xwe ya îdeolojîk ji mîtolojiyên berê tedarik dikin. Ji ber ku ji tebeqeyên jêr ên bajêr tên, di nav civaka xwezayî ya derveyî bajêr de cih nabînin. Dişibin bûrjûwaziya piçûk a roja me ya îro. Ji ber şert û mercên jê tên, bi awayekî xwezayî xwediyê îdeolojiyeke serbixwe nînin. Dibe ku îdeolojiyeke wan a pevzeliqandî hebe. Zêhniyeta wan wek ji aweyekî îdeolojiya çîna navîn be. Îdeolojiyeke hem ji tebeqeya jor, hem ji tebeqeya jêr girtine. Karîbûne têgînên azadî û wekheviyê yên komên etnîk ên çîna jêr û têgînên rêveberiyê yên çîna jor a rêveber bi hev bikin û kevneşopiya zihniyeta xwe, çandeke cihêreng biafirînin.
Versiyona kevneşopiyê Îslam, hê zêdetir cih dide mejiyê analîtîk. Ji îddîaya qral-xwedê bi tevahî qut bûye. Hz. Îsa ne wek kurê xwedê, wek peyxemberekî, qasidekî xwedê rave dike. Cudahiya di navbera Însan û xwedê de pir bi hostayî tê destnîşnakirin. Îdîaya bingehîn a pirtûka pîroz Quranê ew e ku têgihîştina xwedê gerdûnî ye. Xwedê pir mucered tê teswîrkirin. Weke ku enerjiya gerdûnê tê fêmkirin. Aliyê vê têgînê yê zêde derdikeve pêş, têkiliya wê ya bi rastiya civa-kê re ye. Di navbera dewleta navendî ya muccered dibe û xwedayê mucered ê tenê de têkiliyeke xurt heye. Bi pêşketina têgîna “El” têgîna “Ellah” têra xwe xurt bûye. Ya esas, teolojiya Sumer gihîştiye qonaxa xwe ya dawî. Çîroka xwedayan a wek hebûnên mîtolojîk dest pê kir, bi Ellahê ku her gotina wî fermana mutleq e bi dawî dibe. Wexta mirov bi vî awayî li gotina Hz. Mûhammed a “peyxemberê dawî” binere, tê fêmkirin. Mîtolojiya Sumeran hundurê wê wer tê pûçkirin, êdî wê ji bo dînên nû neyê bi karanîn. Metafîzîka serdemê wê were pêşdebirin. Ji ber pratîka zêde ya civakê, xweza pirtir tê naskirin û dest pê dike, pêvajoyên xwezayî bi awayekî ilmî têne tarîfkirin. Lewra zêhniyeta sîstema feodal êdî digihîje wê qonaxê ku bibêje; “karê dunyayê cudane, karê dînî cudane.” Ji bo zêhniyeta mirovatiyê têgînên “qasidên xwedê yên li rûyî zemîn û siya xwedê ya li rûyî zemîn” xweştir tê. Zehmet e, mirov bawer bikin însan dibe xwedê. Hemû dînên pêşketî encama gihîştinê ew e ku xweda nabe mirov û mirov jî nabe xwedê. Êdî xwezayê bi têgînên yezdanî neyê ravekirin, ewê bi têgînên eqlî bê tarîfkirin. Jiyana dunyewî û uxrewî wê bi tevahî ji hev werin cihêkirin. Lê belê dîsa jî têgihîştineke xurt a xwedayekî ku bersiva emelên qenc û xirab dide, hemû tevgerên mirov kontrol dike, heye. Ya esas, saziya dewletê ya navendî dibe û têgîna xwedayê mucered zêde zêde dikevin zikhevdu.
Hegel, di sedsala 19. de wexta digot; “dewlet cismê xweda yê li rûyê zemîn e” pir eşkere bal dikişand ser vê rastiyê. Di navbera dewleta navendî ya xwe ji qralên şexsî qut û muceredkirî û tê-gihîştina yek xwedayê navendî yê xwe ji pir xwedayan qut û muceredkirî de têkiliyeke xurt heye. Li gorî vê yekê, çi Xirîstiyanî, çi Îslam teoriyeke dewleta navendî pêş de dibin. Ji lewra, Hz. Mûhammed hê sax bû dewleta Îslamê û teoriya dewleta xwedê ya papatiyê pêk hatin.
Zêhniyeta feodal di gelek mijaran de têgînên xwe yê nû kirîn û dogmayên wê bi mîtolojiya berê, felsefe û exlaqê Zerduşt û Yewnan di nav hev de ne. Ji her sêyan jî bijartine û bi hev kirine. Ji taswîrên cennet-cehennemê heta têgihîştina li gerdûnê, ji kiryarên qenc-xirab heta hûnandina teswîrên cin-melekan, gelek awayên îbadetê û rêzikên huqûqê çavkaniyên wê yên bingehîn mîtolojiya Sumer, felsefeya Grek û exlaqê Zerduşt ê azadiyê ye. Ev zêhniyet, PZ ji sedsala 4. heta sedsala 15. roleke sereke ya îdeolojîk dilîze. Li qadên bingehîn ên şaristaniyê serdestiya xwe dewam dike. Di serî de Ewrûpa li hemû parzemînan belav dibe. Lê di sedsala 15. de bi destpêkirina Ronesansê re pêvajoya şoreşeke nû ya zêhniyetê dest pê dike û êdî zêhniyeta feodal dikeve pêvajoya paşveketinê. Lê mirov nikare bibêje; ev zêhniyeta serdema navîn bi tevahî li dawiyê hatiye hîştin. Di serî de Rojhilata Navîn, li gelek deveran bi pir rengên cuda, ji bo hebûna xwe dewam bike, hewl dide.
Civaka dewletparêz a feodal di warê sazîbûna eskerî û siyasî de jî ketiye qonaxeke gihîştî û stewiyayî. Dewlet heta dawiyê ji xwe piştrast e. Li rûyê zemîn hebûna xwedê ya herî pîroz e. Eskerên wê cengawerên xwedê ne. Maskeya pîrozbûnê pir baş li rûyê wê rûniştiye. Hêza yekemîn polîtîk, ya duyemîn nûnerê dînî, ya sêyemîn esker, ya çaremîn jî burokrasî ye. Saziyên bingehîn ên dewletê cihê xwe baş girtine. Xanedan tên û derbas dibin, lê ji sazîbûna dewletê ti tişt kêm nabe. Ya esas ne xanedan, sazî ne. Ji bo kesan jî heman tişt derbas dibe. Rûyê zemîn, dîsa wek milkekî xwedê yê ji hukumdaran re bexişandiye tê dîtin. Yên ebd divê bi vê razî bin û heta şikir bikin. Mora pîrozbûnê li şeran hatiye xistin. Şer li ser navê nîzama yezdanî têne kirin. Tevî ku bi navê azadî û wekheviyê radibin û bang li hemû mirovatiyê dikin, xenîmet û xûkîgirtin saziyên binehîn ên mêtin-geriyê ne. Bi vî aliyê xwe, koletiya klasîk dewam dike. Artêşên wê zêdetir bi rêkûpêk û bi awayekî domdar bibin dihatin amadekirin. Ji saziya şervanên berdest, ji zû ve artêş hatiye damezrandin. Sîstemên Pers, Helen û romayê esas hatine girtin û artêşên herî mezin û xurt hatine amadekirin. Suwar û şûr sembolên artêşa vê serdemê ne. Sa-ziya şovalyetiyê bi hemû heybeta xwe di vê serdemê de dijî.
Burokrasî gihîştiye sazîbûnê. Statuya karmend û wezîran hatiye destnîşankirin. Eskerî û îlmiye ji hev hatine kirin. Bac stendin li ser hîmên têkûz hatiye danîn. Saziya ragihandin û îstixbaratê baş belav bûye.
Şer şêweyekî hilberandin û debarê tê dîtin. Sefer û fetîh çav-kaniyên karê ne. Zevtkirina erdên nû, tê maneya berhemekî nû yê zêde. Dewleta herî xurt, dewleta herî baş şer dike û zevt dike. Debara bi xwîn û mêtingeriyê sînor nas nake. Şerê li ser navê xwedê êdî tenê dikare bi zevtkirina hemû dunyayê bi dawî bibe. Ev jî tê maneya, cî-hadeke bê dawî û gerdûnî. Sîstema dewletparêz êdî ji vê zêdetir ni-kare pêş de biçe û ji vê zêdetir nikare bistewe. Êdî gihîştiye qonaxa dawî ya mezinbûnê. Yanî saziyên dewletê di nav pêvajoya dîrokî de gihîştine qonaxa stewînê. Pêvajoyeke piştî vê, dibe ku êdî rewşa krîzê be.
Di jiyana civakî de ebdiyet wek rewşek xwezayî ya xwedê dabe tê hesibandin. Gotina ebdiyetê kes dema ji dayika xwe dibe pê re heye, ne tişteke ku pişt re digire. Mirov ebd tê dinê û dimire. Ji bilî ebdiyetê şêweyekî din ê jiyanê nayê fikirîn. Xwedayekî bi tenê heye û ebdên wî hene. Melek û peyxemberên di navberê de jî qasid in, fermanan tînin. Eger em van tespîtan bi zimanê sosyolojîk bibêjin; xwedê otorîteya mucered a dewletê ya bûyî sazî temsîl dike. Melek artêşa karmendan, peyxember û melekên sereke wezîran û bu-rokrasiya jor sembolîze dikin. Civak bi sîstemeke sembolan a xe-ternak tê birêvebirin. Di navbera rêveberiya sembolan û rêveberiya xuya dike de, têkiliyeke xurt heye. Heta têkiliya di navbera rêveberiya sembol û rêveberiya berçav de ji hev neyê derxistin, em bi awayekî durust nikarin li civakê serwext bibin. Eger em dixwazin li rêveberiya berçav a civakê serwext bibin, divê em perdeya li ser panteonê - sîstema xwedê - rakin. Wê demê, wê baş were dîtin ku bi hezar salan di bin navê qûtsiyetê de rûyê kirêt û zalim ên mêtinger û zordaran hatiye veşartin.
Ebdiyeta civakî tenê rastiyeke çînî nîne. Ji bilî despotan - ku ew jî di destê sîstemê de dîl in- her kes, hemû tebeke û çînên civakî pê ve hatine girêdan. Ji sîstema koledariyê kûrtir, nîzamekî stûxwarkirinê ya veşartî heye. Çendîn nerm dike ew çend jî sîstem kûr dibe. Pa-radigmaya bingehîn a civakê, sîstemeke ebdiyetê ya pêşî û paşê wê nîne. Ev nîzamê ji ezel heta ebed -ev her du têgîn zêdetir ên serdema dewleta stewiyayî ne- wek heyî dewam bike. Cihê guherîn û îmtîhanê dunya din e. Lewra dijderketina sîstemê ne tenê emelî, her weha rûhî û fikrî jî gunekî herî mezin e. Ebdiyeta mezin, ji bo kesê bizanibe îtaet bike fazîlet û payeberziyeke mezin bû. Kesên afirîner ên di civaka xwezayî û serdema hiyarereşîk a erênî ya serdema qehremaniyê de ji civakê re baş xizmet dikirin, di serdema ebdiyetê de li hemberî xwedê -efendiyan- wek kesên herî xeter, gunehkar û wek kesayetên şeytanî yên divê werin cezakirin, têne lanetkirin. Têgîna şeytaniyê ji bo koma mirovên ebdiyetê red dikin hatiye bi kar anîn. Ev têgîna ku koka wê ji Rojhilata Navîn e, ji bo komên mirovan ên bi sîstemê re nabin yek, tê bi kar anîn. Ji ber vê yekê ye, ji komên Kurdan re yên ku ji kevneşopiya civaka xweza qut nebûne dibêjin; “şeytanperest”. Ev beşê Kurdan ê şeytan dihebîne û pîroz dike watedar e.
Li gorî sîstema ebdiyetê ya di serdema xwe ya stewiyayî de dunya cihekî wisa ye her kêlî dibe ku guneh lê bibe. Lewra reveke mezin ji jiyanê heye. Çiqas xwesteka te ya jiyanê hebe, tu ew çend dikevî guneh. Jiyana herî baş ew e ku tu bi her tiştê xwe ji mirinê re xwe amade bikî. Xwediyê vê helwestê xwezayê wek miriyekî ku divê mirov nêzîk lê nebe dibîne û yekser afirandinê bêîmkan dike. Ji bo ebdan xwezaya zindî nayê fikirîn. Ya rastîn di derketina vê sîstematîkê de şopên zordarî û mêtingeriyeke xeter hene. Eger îro jî civaka Rojhilata Navîn nikare bi ser xwe ve were, sedemê bingehîn ê rûhî, ev helwest e, em behsa wê dikin. Li aliyê din, ji bo efendiyan, li ser rûyê zemîn, cîhaneke rengîn a ji cennetê ne kêm heye. Ew û xwedayên xwe -Reb- yên bi heman navî -têgînên rêveberiyê- gelekî xweşhal û razî, jiyana xwe mîna “çîrokên hezar şevan” dijîn. Çîrokên hezar û şevekî, sîstema dewleta stewiyayî ya serdema navîn, bi awayekî mîtolojîk îfade dike.
Di rewşa jinê ya qefesê de tenê di warê deng û xemlê de hin pêşketin hene. Di asteke dûrî aqilan de koletî kûr bûye, û veşartî ye. Jina serdema navîn, ji aliyê civaka cinsiyetparêz ve cara duyemîn di warê çandê de tê şikandin. Em şikestina yekemîn a jinê di warê çandî de, di qonaxa derketina dewleta koledar de, di rewşa xwedawend Înanna-Îştar, şikestina çandî ya sîstema stewiyayî di warê jinê de mînaka wê, xuşka Mûsa Mariam û di mînaka dayika Hz. Îsa Meryem, jina Hz. Mûhammed Eyşe de bi awayekî balkêş dibînin. Êdî ti şopên xwedawendiyê nemane, her weha cihê jinê yê tê fikirîn nêzî şeytên e. Nerazîbûneke wê ya herî piçûk dikare wê bike şeytan. Her kêlî dibe ku ruhê xwe bifiroşe şeytên. Dikare mêr ji rê derbixîne. Rewşa wê ya pîrasêr û sihêrbazî şewitandina wê ferz dike. Zarokên keçik bi saxî têne binaxkirin; bi awayekî cinsî mêran ji rê derdixîne; girseyeke mezin bi keviran jinê dikuje. Bi vî awayî çandeke kuştinê pêk tê. Di civakê de koletiya herî kûr a bi hezarê salan e daweriviye heta roja me ya îro. Êdî wer giran bûye ji binî derketin zehmet bûye. Eger em dixwazin asta koletiyê ya sîstemê fêm bikin, divê em mijara jinê analîz bikin. Qulp, xelek, qelen, xemil û xêzên bi jinê ve hatine kirin çanda koletiyê îfade dikin. Mîna ku zimanê wê hatibe jêkirin bêhiş û mejî hatiye kirin. Bûye dayikeke zûha ya mîna zeviyekî ku mêr kengî bixwazin dajon. Êdî ew di civakê de kirdar nîne, tenê eşyayek e. Ji xwedawendiya civaka xwezayî ti eser û nîşane nemaye. Ji jina rêveber a zana ya ciwan û zarokan, ji jina mêr li dorê dizîzikîn ti nîşane nemaye.
Rewşa zarok û ciwanan jî zêdetir dişibe ya jinê. Nîzama giştî ya ebdiyetê, zarokê xwezayî yê hînê nabe heft salî zevt dike. Ciwanê nû digihîje, ji aliyê sîstemê ve bi rêbazên perwerdê yên awarte, ke-sayeteke mîna berxikan diafirîne. Hemû tevgerên wî ji berê ve têne destnîşankirin. Bi gotinan be jî nikare azadiyê bifikire.
Em dikarin bibêjin di vê serdemê de civak bi tevahî ji aliyê rûhî û fikrî ve hatiye pûçkirin. Tenê dengê civaka jor a bi “Elllah, nal û şûran” dike gurîn û xumîn heye. Hemû destan li ser dramatîkeke zevtkirin û kuştinê hatine avakirin. Belkî ev tablo hinekî zêde hat mezinkirin, lê rastiya rûhî ya serdemê bi awayekî guncaw îfade dike. Di şûna koletiya arkaîk de sîstema koletiya klasîk rûniştiye. Civak û dewleta temsîl dike, di asta jor de serdema xwe ya stewiyayî dijî. Ji bo sîstemê hemû sazî û têgîn hatine avakirin. Mizgeft, dêr û hawra, her roj bi naqoz û azanan, pîrozbûna sîstemê îlan dikin. Ji vir û pêve dewleta pêş de bikeve dewleta kapîtalîst e. Her çend dewleta kapîtalîst bi hêz xuya bike jî, di cewherê xwe de wê qonaxa dawî ya civak dikeve krîza giştî îfade bike. Wek tê zanîn di serdemên herî bi heybet de pêvajo ya ji hevdeketinê bi krîzokan e. Ev qanûna giştî ya xwezayê ji bo pêvajoyên civakî jî têra xwe tê qebûlkirin.
Hin têgînên din ên serdema navîn wek serftî, gund û bajêr, me zêde bi kar neanîn. Ji ber ku encam û rêbaza bi navê “analîza çînan” tê zanîn me dubare nekir. Bêguman bi vê rêbazê jî mirov dikare ge-lek rastiyan eşkere bike. Serf, gundî, bazirgan, bajarî, pîşesaz, kesên bi huner û ilim re mijûl dibin, mirov dikare van beşên civakê wek têgîn bi kar bîne. Ax wek amûrê hilberandinê û têkiliyên mulkiyetê yên li ser axê pêk tên, hewce ye bi huqûqa pêş dikeve, bi firehî were nirxandin. Ax amûrekî girîng ê hilberandinê ye, şer û pevçûn li ser axê bûne, lewra divê bi girîngî were destnîşankirin ku çîna navîn hêzê bi dest dixe û dikare di pêşketina civakî de roleke esasî bilîze. Lê ji ber ku armanca me tarîfkirina giştî ya dewletê ye, em tenê li ser xetên sereke û beşên tabloyê eleqeder dikin, rawestiyan.
Sîstema dewleta koledar a serdema navîn, sedemên bingehîn ên rê li ber jihevketina wê vekirin, sedemên hundurîn bûn. Ji bo jihevketina wê, hewceyî ne bi êrîşên nû yên etnîk, ne jî hewceyî bi dînên nû yên hundurîn hebû. Ji bo jihevketinê têra xwe potansiyelên hundurîn stewiyabûn. Asta jor a etnîsîteyê ku di nav sînorên dewletê de hatibûn hewandin, beşê navîn ê bûrjûwaziya nû mezin dibû, beşên serhildêr ên qewmên cuda û mezhebên dînî ku hêzên bingehîn bûn, wê li dijî monarşiya wek dewleta mutleq dihat fikirîn, serî rakin. Tevgera etnîsîteyê ya bi daxwaza dewleta netewî rabû, bi daxwaza sînorên netewî ya bûrjûwaziya bazirgan û çîna navîn a bajêr re li hev kirin. Vê yekê bi xwe re qonaxeke dîrokî ya veguherînê anî û rê li ber derketina dewletên netewî û civaka kapîtalîzmê vekir. Ev pêvajoya PZ di sedsala 15. de destpêkir û heta roja me ya îro hat, wek dewlet, qonaxa dawî ya civaka jor temsîl dike. Bi zêhniyet û asta xwe ya teknîkê, wê karibe hûr bikole. Êdî ji bo civakê şêwazê dewletê - herî kêm wek şêweyê klasîk û arkaîk - hewce nabîne û wek kelemên sazîbûnê dibîne.
Ji pênûsa gêrîlla
- Ayrıntılar
Gelê Kurd nûve bi xeteriyên mezin rû bi rûye. Dagirker sond xwarine ku Kurd li ser axa xwe azad jîn nekin. Dijane wê ango bilakis erîşên xwe hêna jî xûrttir dikin. Wiha jî xuyaye dike ku yê ve doza xwe ya kirkirine bi tundî bidomin. Ve kirkirinê herî zêde jî dewleta tirk dixwaze û heman demê jî pektîne.
Gelê Kurd demek direje ku bin xeteriyek mezin a komkujiya çand de dijî. Li gelek welatên dagirker de çanda Kurdan bi bişaftinek mezin ve rû bi rû ma. Gelek erîş hatin ser çanda Kurdan. Bi giştî ev sîstem ango pergala, sîstemek komkujîya çandî bû. Tevgera Azadiya Kurdistan pirr bi hestiyarîk mezin ev rewşa her anî ser ziman û dijberî vê komkujîya çand tekoşiya. Em karin bejin roja ewil de heya îro Tevgera Azadî jibo ku vê rastiye herkesî re bibe, her hewldanên mezin raberkirin. Lê mixabin serî de ew kesên ku nezî dewletên dagirker, dîsanî kesên ku em wek reformîst nav dikin, her ev rewşa veşartin, wiha femnekirin, an jî nedîtine ve hatin û gelê Kurd bê tedbîr heliştin.
Her yek kesî ku bi Kurdan an jî Kurdistan re mijûl dibe, dizani û dizanî ku Kurd bin pergalek pirr sîstematîk a kirkirine de jîn kirine û hêna jî ve rastiye dijîn. Ew qas qedexe ser ziman, ser çanda Kurdan û ew qas daxt, tepisandin û perçikandin ser gelê Kurd, hemû jibo armanca ku gelê Kurd rastî jî bişaftinek kûr de derbas bikin bû. Lê wek me li jor anî ser ziman jî, Tevgera Azadî nikari bû herkesî ji bo vê rewşa awarte qana bike û gorî vê rewşa awarte jî tevger bike. An jî tevger kirina ku derket holê ne gorî pêwîstiyên gelê Kurd yên tên xwastin bûn. Bêguman berxwedaniyên gelek mezin derketin, şahadetên mezin çebûn, gel rabû ser piyan û seknek bê hempa jî dem dem derket holê, lê mixabin carek din ber nezîk bûyînên henek kesan û derdoran encex ew qas çebû.
Niha êdî rewş pirr zelaltir ber çavane. Berxwedane Kobanê, da nîşandan; kî dost e û kî dijmin e. Kobanê wek kaxezek turnosol ristek û weynek wiha lîst. Kî nezî Kurdan ê, kî dûr î Kurdan e, hemû zelal kir. Dîsanî kîjan dewleta dagirker tam dijmine û kîjan dewletên dîtir nêz û dûrî menin, hemû zelal bûn.
Serî de me dît ku dewleta Tirk dixwaze Kurdan tevde û têkde teslîm bigire, rewşa koletî ser wan ferzbike û bidomîne. Dema ev nebû ango nikarî jî, wê deme jî xwedan heşmendiyek bû ku kari Kurdan hundirî kevçiyek av de, dema derfet bikeve destî vî, bixanîqîne û bifetîsîne. Ev li Kobanê pirr zelal û bi xwerû derket holê. Ev rastiyek.
Rastiyek din jî ev e ku dewleta tirk yê hemû dostên xwe, kesên Kurd yên ku jî wî re tirşikçîtî ango hevkarî dikin, bixe nava liv û tevgerê da kû karibe Kurdan tasfîye bike. Pêwîste yek jî ev rastiya naye ji bîrakirin.
Dîsa rastiyek din jî ev e ku, dewletên dagirker wek dewleta Tirk, Îran û Surîye yê hewlbidin destkeftiyên Kurdan têk bibin. Hinek caran yê yekser bixwazin van armancên xwe pêk bînin. Lê hinek caran an jî bi piranî jî yê çeteyan bixin nava liv û tevgerek dijî Kurdan. Wek îro bi destên DAÎŞ, El Nusra, Hîzbullah û Alperan’an dikin.
Îro li Rojava tiştên ku çê dibin tevahî ser vê konsepte dimeşin. Em bîra nekin ku li Başûre Kurdistan de jî, tiştên ku dikirin bi vî avahî bûn. Li Bakûre Kurdistan de jî me di serhildanên navbera 6-8 cotmêh de carek din dît ku wiha yê. Li Tirkiye erîşên ser tevgera demokratîk jî wihanin. Dewleta Îran jî dijî Kurdan, ji xwe terze xebat û şerê xwe wiha yê.
Heqe rewş wiha yê, wê demê gerez em çawa tevbigerin? Tedbîrên xwe gerez em çawa bigirin? Em Kurd gerez çibikin? Ango em gerez çawa bijîn?
Pirsên wiha em gelek kanin zêde bikin û direj direj jî bi lêv bikin. Lê rastiyek heyê ku em xwe nikarin jê dûr bikin, ew jî ev e ku, em wek gel bin xeteriyek pirr mezin de ne. Ango bin xeterek kirkirine de ne. Him jî mişextkirine de; numûne Şengal, numûne Kobanê, numûne Celawle, numûne Musul û hwd...
Em nexwazin gotinên xwe dû direj bikin. Rewş rastî jî xetere û bi metirsiyan dagirtî û tijiye. Rewş . ev e. Gorî van rastiyan, pêwîste em pirsên jor bibersivînin.
Heqe em bawer dikin ku rewş xetere, wê demê pêwîste em xwe heya dawî bi rexistin bikin. Demên bere de jibo rewşên wiha yên bispor digotin, “li serî de heya naynûkê” bi xwe tanzîm kirine mirov kari xwe biparêze. Ango pêwîstî heye ku herkes hundirî rexistinek pirr kûr a komunal de bibe û bijî. Dîsanî pêwîste ku herkes rastî jî herkes, gorî parastina cewherî xwe amade bike. Xwe dema derfet heyî bi çek bike. Her yek mirovek xwe gorî rewşa şer; çêbike û amade bike. Gorî wê mala xwe tevger bike û ber çavan de derbas bike. Pêwîste her malek wek kelayek bibe.
Li dîroke de gelek mînak henin. Mînakek herî pêş mînaka Kela Dim Dim e yê. Dîsanî mînakek baş berxwedaniya Stalîngrad e yê. Berxwedaniya kolanek jî bajarê Warşau ku têde Cihû dijî Faşîzme Hîtler tekoşiyane. Berxwedaniya Îspanya jî mînakek e. Her wiha em kanin nimûneyên wiha zêde bikin. Ev e, çima em dibejin ku Şerê Gelê Cengawer pirr girînge.
Di dîroke de gelek nimûne henin ku berxwedan raberkirine û serketine jî. Dîsanî hêzên dagirker pûç kirine û qewitandine.
Em Kurd jibo ku em bi serbikefin; him pêdivêtî me zêde ne, him jî binasî ango hecetên me zêde ne. Me Kurdan zû ve haq kiriye ku em azad jîn bikin. Û rastî jî em zûve têna azadî jîn dikin. Êdî mafe me jî heya ku em jî wek gelên dîtir yên cîhanê, bin banê asîmanan de azad bijîn û çarenûse xwe bi xwe diyar bikin.
Heqe bîryarê me ev bibe, wê demê sekna me jî diyar e. Bîryare me heya dawî bibe armanca azad jiyan kirine, sekna me jî yê bi Şerê Gelê Cengawer, ber ve azadî ve bibe meşek bê hempa.
QASIM ENGÎN
- Ayrıntılar
Dema ku min di serê salên 1970’î de dest avêt karên civakî û neteweyî yên Kurdan ez têra xwe di nava nakokiyan de bûm. Mîna ku kesayeteke min a gelekî ciwan û ya gelekî kalbûyî ketibûn zikhev. Ez ji rêûresmê qut bûbûm, lê ez bi modernîteyê re jî nedibûm yek. Herdu jî mîna kincên lihevçêkirî û beloq ên li min nedihatin bûn ku min ew li ser pişta xwe digirtin. Lê herdu jî ji bo xelk wan bibîne min li xwe dikirin. Ya rastî, bi vî awayî ez ji şoreşgeriyê gelekî dûr bûm. Ji vê jî ya rasttir ew bû, ez di navbera mizgeft û dêrê de mabûm, lê ez ketibûm neqebek wisa her kêlî pêkan bû ku têde bifetisim. Ji vê jî wêdetir, ji bo nefetisim, diperpitîm. Li pêşberî min du mekanîzmayên xwe weke amûrên rizgariyê pêşkêş dikirin hebûn: Milliyetgiriya Kurd û çepgiriya Tirk. Min xwe nêzî herduyan kir. Aliyên balkêş ên herduyan jî hebûn. Kurdîtiya Barzanîgir-Talabanîgir deng vedida. Min bi şagirtên wan re têkilî danîn, lê ez tatmîn nekirim. Min millîtaniya çepgir a Mahîrgir-Denîzgir-Brahîmgir zêdetir nêzî xwe his dikir, lê ez di wê rewşê de nebûm ku karibim xwe bigihînim wan. Min qîma xwe bi sempatîzaniya Mahîr anîbû.
Bi vê rewşa derûnî di zivistana sala 1975’an de min li gorî xwe dest bi propagandaya gotina fermî kir. Min teorî û pratîk bi hev re dimeşandin. Jixwe piştî Mahîr Çayan û hevalên wî di 30’ê Adara 1972’an de li Qizildereyê hatin kuştin boykota me kirî û piştî wê heft meh razana me ya li Girtîgeha Mamakê (Nîsan-Cotmeh 1972), di Newroza 1973’an de bi civîna me li keviyên Bendeva Çûbûkê kir, min wêrîbû gavê biavêjim pratîka koma herî sist û berpirsiyariya wê bigirim. Ji bo min rastiya Kurd wê êdî bi encamên pratîka komê ve girêdayî bûna. Piştre ez timûtim fikirîm: Gelo ji bo gavavêtina ber bi rastiya Kurd ve ji bilî komê amûrekî baştir hebû? Ez hê jî bawer dikim ku ji bo xwe gihandina rastiyê kom amûra herî rast bû. Ji bawerkirinê wêdetir, ji bo ez bibûma kesayeteke afirîner û şoreşger (ji bo muhafezekar û antî-şoreşger jî), komeke kolektîf amûrek bû ku bêyî wê nabe. Ez hê jî bawer dikim ku ferdê koma wî/wê yan jî rêxistina wê/wî nebe nikare bibe mirovekî civakî. Bêguman form û naveroka amûrê di warê encamgirtinê de diyarkera bingehîn e. Diviyabû ez komê, kom jî min bi pêş bixe. Kom ji roja ava bû heta bi Mijdara sala 1978’an roja xwe weke PKK îlan kir, ji komeke li heqîqetê digere û belav dike wêdetir neçû. Mirov nikare bibêje di polîtîkayê de bi çarpîkan jî dimeşiya. Lê bi giştî, em ji rewşa şîddet û polîtîkayê bi tesîr dibûn.
Mirov biwêre bi ser rastiya xwe de bimeşe tiştek e, û mirov zanibe çawa bi ser de bimeşe tiştekî din e. Di dema dibistana seretayî de min ji zarokan koma nimêjê pêk anîbû û bi vê bûbûm xwediyê tecrûbeyekê. Wekî din jî tecrûbeyên min ên çêkirina komên li gundan hebûn. Lê mirov biwêre bi ser rastiya kujer de biçe û gavên vê yên pêşî biavêje, ev tiştek e ku hevtayê wê nîne, gavavêtineke taybet e. Paşê gelekî hatiye guftûgokirin, gelekî rexne hatiye kirin û hatiye gotin “Çima rêxistina polêsan nedît, çima tedbîrên xwe negirtin?” Li naverastê rewşeke polîsiye tinebû. Gavavêtineke seyr a weke dînan hebû. Gavavêtineke wisa bû ku mirov hay ji xwe nebe, dibe ku hêz û heqîqet bibin jêdera bêhêzî û şaşiyê. Gelo çiqasî tevgereke bi aqil bû, yan jî çiqasî tevgereke berhema hisan bû? Bersivdana van pirsan zor e, ya rastî zêde hewce jî nîne. Li Tirkiyeya salên 1970 û 1980’î bi têgîneke siyasî ya ji du gotinan pêkhatî meş û jiyan gelekî girîng e. Ne sal, roj mîna gulleyan giran derbas dibûn. Hedefa pêkhatina wê dihat payîn ji xeyalê jî bêhtir şîlo û girravî bû. Hemin min zanîbû ku pêkanîna komekê jî karekî gelekî mezin e. Ne zehmet bû ku mirov texmîn bike, lîstika me ya komê ku me dilîst wê li ber çavên polîsekî îstîxbaratê yê herî jêhatî ciddî neyê girtin û henekê xwe pê bike. Çawa ku di tecrûbeya min a pêşî ya civakî de (tecrûbeya em dikarin bibin Kurd) ku min ragihandibû, gundiyekî gotibû “Tu ji dareke hişkbûyî re dipeyivî, tu yê dareke hişkbûyî çawa hêşîn bikî?” Diyar bû bi vê gotinê, ez bi bêbaweriyê pêşwazî dikirim. Jixwe gelek komên hemsalên me bûn, xwe nedigirtin û em weke ‘çeteya xwedê ji wan stendî’ bi nav dikirin. Tew UKOCU û APOCÎ jixwe bûbûn navên me yên pêşî. Ji ber ku nav li me dihatin kirin em pê kêfxweş û serbilind dibûn. Çawa ku nav li zarokekî tê kirin. Lê me bi xwe ev nav li xwe nekiribûn. Bi tenê dema em kom bûn me karîbû em ji xwe re bibêjin Şoreşgerên Kurdistanê. Piştî komê bi pênc salan me diwêrîbû navê rastî li xwe bikin. Rêwîtiya gelekî bi heyecan û mîna ya dînan li Enqerê di Newroza sala 1973’an de li keviyên Bendava Çûbûkê dest pê kir di 27’ê Mijdara 1978’an de li gundê Fîsê yê Amedê bi navê PKK’ê bi encam bû û bi vî awayî me xwe weke kesên namûsa xwe rizgarkirî dihesiband. Ma ji vê mezintir hedef hebû? Ma ne rêxistina modern a çîna modern hatibû avakirin.
Li ser bingehê Bernameya Partiyê ya ji bo bîranîna Hakî Karer hatibû amadekirin di 26-27 Mijdara 1978’an de li gundê Fîsê yê bi ser Amedê ve civîna me ya ji 22 kesan a di asta kongreya damezrîner de du rojan ajot û bi vî awayî ev kongre jî qonaxeke din a girîng a riya me bû ku em ketibûnê û êdî veger jê tinebû. Weke PKK binavkirin û îlankirin, ya rastî dawiya demekê bû. Hem li gorî şert û mercên dinya û Tirkiyê, hem jî di pratîka komê de çi hewce dikir bi awayekî bingehîn hatibû kirin. Li vir şêwazê şoreşgerî girîng e. Ji ber ku bi tenê nehat gotin; bi gelek çalakiyan di zikhev de pêk hat. Ji şert û mercên berbiçav ên heyî mebest ew e, ji nava bajar, çîn û dewleta netewe li ser navê çîna ‘karker’ gav tê avêtin. Asta teorî û pratîkê li gorî vê bû. Gelek komên din bi heman rengî hebûn. Lê ti ji wan bi qasî koma me nikarîbû şoreşgertiyeke komple di kesayeta xwe de berbiçav bike. Ji ber vê, di dema darbeya eskerî de bêtevdîr hatin zevtkirin.
Ji serê salên 1979’an ve, min hewl da, ji du aliyan ve xwe bi tevdîr bikim. Ji aliyekî ve min dixwest amadekariyên têkoşîneke demdirêj li deşt û çiyan bikim, ji aliyê din ve jî min dixwest li derveyî welêt ji bo tevgerê riyekê vekim ku karibe pê bêhna xwe bide. Eger ez di vî warî de bi ser biketama bi awayekî vebirrî tevger ê mayînde bibûya. Li gorî şert û mercên demê gavavêtinên taktîkî yên di cih de, bi qasî pêşxistina stratejiyê girîng e. Em di demeke wisa de bûn. Min di mehên destpêkê yên salê de gazî Ferhat Kurtay (paşê li Zindana Amedê bû şehîd) kiribû û anîbû cem xwe. Me makîneya teksîrê li erebeya wî ya fermî kir û wî ez heta bi Qoserê birim. Di vê navberê de piştî Civîna Damezrandina PKK’ê bi qasî mehekê komkujiya Mereşê pêk hatibû. Em li Mereşê bi tesîr bûn. Ji sala 1925’an ve ji bo Kurdan biryara tesfiyekirinê hatibû dayîn û dihat meşandin. Di vê çarçoveyê de li herêma jêre Rojavayê Firatê digotin tevgereke Tirkîfîkasyonê li ser kar bû. Me li van deveran Kurdîtî hinekî zindî kiribû. Bi heman awayî bi komkujiyên li Meletî, Semsûr û Elezîzê bersiv didan vê yekê. Komkujiyên em behsa wan dikin, encama çalakiyên besît ên faşîstên sivîl nebûn; dewama qirkirinên dîrokî bûn û bi desteka NATO-Gladîo dihatin kirin. Li Amedê bi îlankirina PKK’ê me bersiva van komkujiyan dida. Di van salan de ku Desteya Wezîran a Bulent Ecevît li ber ruhdanê bû, me ev gavên dîrokî avêtibûn û komkujî pêk hatibûn. Di van salan de kontrgerîlla têra xwe bûbû xwedî însiyatîf. Ewqasî ji xwe piştrast bûn, li dijî Ecevît jî reşkujiyek ceribandin. Komkujiya Taksîmê ya berî vê bi salekê jî ji aliyê heman hêzan ve hatibû kirin.
Min di nîvê sala 1979’an de ji Ethem Akcan ê Pirsûsî re got, xwe amade bike em ê di sînor re derbas bibin. Ji bo vê li Ûrfayê çil rojî rawestiyam. Rewşa min mîna ya Brahîm Xelîl bû. Min gelek pûtên şaristanî û modernîteyê şikandibûn. Di wan rojan de ku gelek Nemrût bi xezeb li ser piyan bûn, ez li bajarê Nemrûtan bûm û ev têra xwe bûyereke balkêş bû. Ez li ser şopa derketinê ya Brahîm bûm. Di Pirtûka Pîroz de navê Pirsûsê weke Serûc derbas dibe. Hema hema piştî hemû serîrakirinan rewşa ji bo derketinê dîsa xwe dubare dikir. Di vê navberê de ez derketim ser kelha Ûrfayê. Ez li tevahiya kelheyê seranser geriyam. Ez li cem herdu stûnên Hz. Brahîm bi mencenîqê avêtibûn nava êgir demeke dirêj sekinîm û min li jêr temaşe kir. Piştî çend rojan Ethem Akcan xeber şand ku ji bo derbasbûna di sînor re her tişt amade ye. Her tiştê amade jî suwarbûna li mînîbuseke gund bû. Ez li mînîbusê suwar bûm û bi gundiyan re li gundekî ser sînor daketim. Ez hê jî difikirim, gelo çiqasî rast bû ku ez li wê wesayîta modernîteyê suwar bûm. Encama di vî warî de gihiştimê ev e: Mirov bi tevahiya amûrên zêhnî û fizîkî yên modernîteyê kar bike, ji çarenûssipartina xwe ya xwedayên serdema pêşî bi tehlûketir e. Berêvarê amadekariyên gava duyemîn ketin dewreyê. Kûryeyê bi navê Cehnî got “De rabin” û em rakirin. Eskerê nobedar têlên rêsayî rakirin û got “De hemşehriyê min bi lez biçe” û bi vî awayî em derbas kirin. Em li pey Ethem diçûn me pê li şopên wî dikir û bi meşa bizinan em ji zeviyê mayînkirî bihurîn. Ji bilî min, ev ji bo hemû kesên din rewşeke hêsan û normal bû, lê ji bo min dîrokî û cara pêşî bû. Min bi qasî Donkîşot jî xwe gurçûpêç nekiribû. Ethem alîkarê min ê bi tenê bû. Min hewl dida welatekî Nemrûtan bi hezarê salan lê agir bi erdê xistiye ji nû ve bigihînim îman û baweriyê. Li naverastê gelek hebû ku dihat înkarkirin û dixwestin koka wî biqelînin û ev gel li ber qedandinê bû. Înkar û îmhaya li ser vî gelî ewqasî giran bû, pûtên wî yên serê xwe li ber wan xwar bike jî tinebûn. Pûtên hatibûn şikandin biyanî bûn û pûtên modernîteyê bûn.
Mîna Hz. Brahîm piştî rêwîtiyeke çend rojan kudand min hew dît ez di nava Filistîniyan de me. Rojên min ên bêziman û bêtercuman dest pê kiribûn. Ji bilî girîngiya armancê tiştekî din tinebû ku min li ser piyan bigire. Eger fedekariyên Ethem nebûna, hewldanên min ber tiştekî nedigirtin, kolana avê bûn. Kesên ku bûyerên bi vî rengî bi serê wan de hatibin, girîngiya mezin a rêxistinî û têkilîdanînê ji bo civakbûneke nû dikarin ji dil fêhm bikin. Ya bi serê min de dihat û min didît heqîqetek bû ku di PKK’ê de rastî û girîngiya wê kêm hatibû fêhmkirin. Ev têkiliya me danî, belkî jî ji şerekî li meydanê girîngtir bû, lê li ser bi hev ketin. Qîmeta wê nezanîn û xirab bi kar anîn. Hevrê û hevalên durist hemûyan berdêla vê pirr bi êşên giran, zirar û ziyanên trajîk dan û hin xasûk û qurnazan jî ji bo şêweyekî qehremantiya erzan bi kar anîn. Qebîleya Brahîm di rê de gelek zor û zehmetî kişandibûn. Em jî bi awayekî qebîleyeke hemdem bûn. Zor û zehmetî li ser heman rê û belkî li heman mekanan hatin kişandin. Derketina me ya ji welêt bi awayekî jî dişibiya derketina Mûsa ya ji Misrê. Jixwe em weke heman qebîleyan bûn. Bi herhalî li ser xeta Ûrfa-Heleb-Şam-Quds-Misrê ji dema firewnên Sumer û Misrê heman çîrok bi hezar caran dubare bûye. Li gorî min, dîroka mirovatiyê ji dema komên mirovên pêşî ji Efrîkayê derketin û bi nava Asya û Ewrûpayê ve çûn heta roja me ya îro li ser vê xetê diyar bûye. Derketin û gavavêtina min û me jî xweber nîne, yek ji wan gavavêtinên dîrokî ye ku tevahiya kêliyên krîtîk pêkhatina wê neçar û ferz dike.
Mirov dema 1970’yî-1980’yî tevî nirxandinên îdeolojîk û siyasî, bi awayekî wêjeyî binirxîne û têkiliyên wê bi jiyana berbiçav re deyne wê bi roleke temamker rabe. Tevgerên îdeolojîk û siyasî di serî de wêje têkiliya wan bi hunerê re neyê danîn û heta bi nazenîniya hunermendekî neyên gurçûpêçkirin û meşandin kêmasiyeke mezin e. Heta mirov dikare bibêje wê nexweşokî bin. Mirov heqîqetê bi tenê nikare bi rêbazeke zanistî û îdeolojîk bide xuyakirin; mirov bide xuyakirin jî wê kêm bimîne. Şêweyekî bi vî rengî yê daxuyakirinê divê weke fikirsabitbûneke modernîteyê bê fêhmkirin. Ez ê di beşên pêş de bêhtir bidim xuyakirin ku modernîte kesayetê dike yekalî mîna ekonomîst, siyasetvan, îdeolog, akademîsyen, esker, karker, zanyar, rewşenbîr û wekî van, lewma mirov heta ji vê nêzîkatiye nebihure, nikare li dijî modernîteya kapîtalîst bibe xwediyê têkoşîneke yekpare û hevgirtî ango nikare bi awayekî serketî têbikoşe. Rêxistin, kesayet û gavavêtinên şoreşger heta xwe bi tevahî bi gurçûpêç nekin, bi çanda dîrokî-civakî û bi rewşa niha ya temsîla van çandan dikin têkiliyê daneynin û bi van rewşan xwe gurçûpêç nekin, bivênevê wê bikevin xefika jiyana lîberalîzmê. Modernîteya kapîtalîst bi sîlehên teorîk û îdeolojîk ên jiyana lîberal dihewînin hevber û hevrikê xwe dixînin. Wer tê bawerkirin ku ferd lîberal an jî jiyana lîberal, jiyaneke gelekî xwezayî û azad e. Lê ya rastî jiyanên bi vî rengî ji jiyana dînên herî hişk bêhtir xwedî jiyaneke dogmatîk û yekalî ne. Eger PKK bi heman awayî weke mînakên sosyalîzma pêkhatî ber bi bayê neketibe û bi temamî tesfiye nebûbe, nikarîbûne wê tesfiye bikin, sedema vê ya bingehîn ew e, bi heqîqeta civakî re bûye yek, pêve girêdayî maye û karîbûye bi gavavêtinên teorîk û pratîk ên di naveroka wan de nûjenxwazî heye bigihîne hev û bike yek. Di encamê de gavavêtin û meşa bi vî rengî li dijî hêmanên modernîteya kapîtalîst xwedî alternatîf in, û rê li ber pêşketina hêmanên modernîteya demokratîk vekirin. Mirov eger gavavêtinên şoreşgerî bi tenê daxe asta hêzeke fizîkî yan jî aliyekî taybet û beşekî, wê ev yek zû-dereng ji aliyê yekparetî û tevahîtiya jiyanê ve li dawiyê bê hiştin. Hêmanên şaristaniya paşverû û modernîteya kapîtalîst xwediyê hêza zêde ne. Tevî ku di warê hêzê de bêtewazuniyeke mezin heye jî têkoşîna bîrewerî û giyanê azad weke rehên xwe di nava tahtan de berdin pişkivîne, kulîlk vedane û ber girtine.
- Ayrıntılar
Îro gelê kurd bin erîşek pirr giran de jîn dike û gelek cihan de jî bi metîrsiye mişext kirinê rû bi rû ye. Ev tê wateya ku rewş pirr zêde awarteye. Demên awarte jî nezîkbuyînên awarte li herkesî û heman kesan tiştên taybet û fedakariyên taybet dixwaze.
Tiştên taybet û fedakariyên ku tên xwastin çinin?
Rewşa ku li Şengal jîn bûyî ne tiştên ku vejartînin ango îstîsnaînin, berûvaji ya wê, giştîye. Erê li Şengal’e bi nezîkbûyînên çewt yên hinek hêzan, gelê me bi mişextkirin û komkujiyek giran rû bi rû ma û ser cîhane belav bû. Xûyaye ku ev mişext kirin û komkujî yê tenê li wê derê namîne û yê bi dome. Tiştên ku li Maxmur qewimîn nîşane ve bû. Erîşên ser kurdên Şebek û kurdên Kakaî ji heman tişt e. Û dîsanî erîşên ku ser Celawle û Kerkuk jî heman tişte. Û hîn bêhtir jî ev rewşa jibo erîşên çeteyên ser Rojava û taybet jî erîşên ser Kobanê derbas dibe.
Em bala xwe bidin, li kudere erîş birine ser kurdan li wê dere kurd derxistine, mişexst û koçandin e û wek me li jor anî ser ziman qetilkirine, kuştine, komkuji re derbas kirine. Keçên wan, jinên wan, zarokên wan jî revandine, destdirêjî û tecawiz kirine.
Bi kurtasî, gelê kurd bi yek gotinek e: Bi genositeke (jenosîd) nû ango nîjadkujî û tevkujiyek nû bi rû bi rû ye. Em dubare bikin ku; xuyaye ku ev rewşa heqe em tedbîrên pêwîst negirin yê bidome.
Tedbîr çi ye? Em kurd heta em mirovên ku li ser vê axe jîn dikin, dive çi bikin? Em e çawa him van erîşan bidin seknandin, him ji çawa xwe biparêzin?
Jibo van pirsan tenê yek bersiv heye, serî de gelê me û dîsa gelê din yên ku li herême dijîn bi RASTİYA GELÊ CENGAWER tevbigirin û xwe rexistin bikin.
Çî ye RASTİYA GELÊ CENGAWER?
Hember ew qas erîşan seknandin bi tenê rêbazek ev gengaz e. Ev jî; xwe bi tevahî civaka xwe, bi xwe xwe rexistin kirine dibe. Civakek rexistinkirî; civakek bi tedbîre, civakek bi dîsîplîne, civakek yek bûyiye, civakek şiyare, civakek hestyare û hisgire, civakek bi hêz e. Û bê guman civakeke ku parastina xwe ya cewherî bi xwe xwe pêş dixe û peşxwestiye.
Parastina Cewherî ev e ku; herkesek bere ku xeterî ango metirsî derbikevin holê tedbîre we girtiye. Xwe rexistin kiriye. Perwerde xwe ya leşkerî ji têde xwe perwerde kiriye. Dîsa gorî rewşe şer xwe çekiriye. Civak wek yekeyek xwe tanzîm kiriye. Ev li jor haye jêr wiha ye. Yek mirovek ku li derve vê rexistin kirine nameye. Li yekekek haye yekeyên gelek mezin, xwe bi dîsîplînek bilind, bi hevre, hundirî hestyariyek de tevger kirine.
Bi kurtasî; gelê kî ku tevahi xwe gori şertên şer amade kiriye. Heta derfet hebin tevahi kesên ku li ser vê axe jîn dikin werin çek kirin, herkes karibi hemû çekan kar bîne, bi hemû rebazên xwe parastine, xwe çekîri bi.
Dîsa cihe ku li têde dijîn; çeperên, sengerên xwe ango sîperên xwe çê kirî be. Tenê liv û libat nekin tevgerek tenê nekin. Bi tevger bin.
Dîsa gori rewşa awarte ferî jîn kirine bibin. Gori wê stok kirin, nijîn kirin, îstif kirin şert e. Bere de jibo mehan amede kirin pêwîste.
Em bifikrin ku her roj şer e. Em bifikrin ku wek Kobanê, wek Gazze her roj erîş hene. Her roj dorpêç kirin henê. Her roj erîş henê.
Em bîra nekin ku li dîroka kurdan de kengi kurd bi komkujiyan rû bi rû mane, wê deme kurd herdem bê rexistin bûne û rexistinek wan ser bingeha parastina cewherî nebûye. Ev heman deman jibo gelên din yên ku li ser vê axan jiyan kirine û katlkirine ve, bi rû bi rû mane ji derbas dibe. Wanan jî tedbîrên xwe dij komkujiyan negirtî bûn. Xwe xwe rexistin nekirî bûn. Em bala xwe bidin Kela Dimdime, li wê dere Kurdan tedbirên xwe girtî bûn û bi salan karîbûn xwe bi parêzin û jîn bikin.
Encam de; heqe gelê vê herême dixwazin xwe hember komkujiyên faşîzan biparêzin û hêna zêdetir jî gelê kurd dixwaze li ser vê erdnîgariya de bi serbilindî û azad bijî, wê deme tenê reyek heye, ew jî; bi rûhe RASTİYA GELÊ CENGAWER xwe rexistin bike û jîn bike. Wek din li ser vê axa Rojhilatanavin ku hezên faşîzan wek DAİŞ hebin, dîsa wek dewletên dagirkerî Komara Tirkiye hebin û dewletên ser esase heşmendiya netew dewlet hebin ev xeteriya, metirsiya, talûke her tim yê hebe.
Jibona wê carek din em bi dengek bilind bejin yek çareserî û tedbîrek heye, ev jî: bi RASTİYA GELÊ CENGAWER jîn kirine û gorî wê tevger kirine.
QASIM ENGÎN
- Ayrıntılar

Îro li Kurdistan dîmenên şoreşe jîn dibin. Li Kurdistan hertim, dem dem gelê Kurd rabûn çekirine. Lê ev rabûn na gelek caran herêmî mane. Jibona wê jî gelek caran rabûnên gelê Kurd pir bi rehetî û hêsan hatine perçiqandine û ji holê hatine rakirine.
Lê îro rabûna Kurdan bi şêweyek din rû dide. Seransere Kurdistan gelê Kurd li çar perçeyan de rabûnek jîn dike. Û ne tenê li çar perçeyên de ev rabûn ango serî rakirin jîn dibe, dema xwe de li seransere Ewropa û gelek cihên din yê cîhane jî rabûna Kurdan heye. Dîsa li Afganîstan bigire haye cur bi cur cihen Rojhilatanavîn’de gelên dîtir jibo gelê Kurd û Kobanê ra dibe ser piyan.
Wek me jor jî anî ser ziman, bê guman dîroka gelê Kurd de gelê me gelek caran rabûye ser piyan e. Lê dîsa wek me anî ser ziman jî ev rabûn piranî herêmî ango lokal mane. Lê îcar rewş cûdaye. Îcar serî de Kurdistane Bakûr de gelê Kurd û dostên wan tevahî ser piyanin û peşandinên xwe didomînin. Hember hêzên ku piştgiriye didin çeteyên DAÎŞ jî disekinin. Dîsa hember dewleta Tirk ya faşîst a ku alîkarî dide DAÎŞ jî seknek pirr xurt raberkirine.
Heman tişt piştî 15 salan şûnve li Rojhilate Kurdistan rû da. Li hemû bajaran Rojhilate Kurdistan piştgirî û tevgerek pirr xûrt bi Kobanê derket. Û ev berxwedanî hena jî didome.
Li Başûre Kurdistan dibe ku cara evil ango cara pêşîn bi vî şêweye gelê me yê Başûr jibo perçeyên din yên Kurdistan radibe ser piyan. Û denge xwe bilindkiriye. Ev jî rastî rewşek nûye.
Dema ku em van tiştan tevahî didin berhev, em dibînin ku li Kurdistan rewş tê guhertine û hatiye guhertine. Bi vî şêweye girseyî rabûne gelê Kurd û dostên van, nîşaneye tiştek nûye. Ev tişte nû teqez û vebirî Rewşa Şoreşe’ye. Şoreşa Kurdistan'e ye.
Rastî jî rewş nûye. Wê deme pêwîste em Kurd çi bikin? Tevgera me gerez çawa bi? Partiyên Kurdan yê çi bikin? Siyasetmedarên Kurd erkên van yê çi be? Kurtasî erkên ku li pêşya me disekinin çinin?
Bê ku em direj bikin, ger îro rewş rewşa Şoreşa Kurdistan'e ye, wê deme pêwîste her Kurdek gorî vê rastiyê tevbigere.
Ev rastî çiye? Serî de gerez hemû Kurd û rexistinên van demek jî demek zûtir jibo berjewendiyên gelê Kurd werin ba hev û xwe bikin yek. Ango wek Seroke Gelê Kurd Ocalan gelek caran anî ser ziman, gerek pirr zû Kongra Netewî kom bikin. Ev Kongra Netewî pêwîste rêveberiyek derbixe. Dîsa pêwîste hêzek leşkerî ya netewî were afirandin. Dîplomasiya xwe bi yek destî, bi navê gelê Kurd bimeşîne. Dîsa hêzek îcra ango wek hukumetek xwe rexistin bike û gorî wê tevbigere.
Çima ev pêwîste? Ber ku rewş rastî jî pirr avarteye. Him em rewşek şoreşgerî jîn dikin, him jî rastî gelê Kurd bi xeteriyan rû bi rûye.
Kes nikare bêji sibe yê çibe. Şengal’de çi çebû herkesî dît. Dîsa li Celawle çi dibi jî herkes dibîne. Dîsa îro li Kobanê tevahî hêzên paşverû erîşan dibin ser gelên me. Xeteriya heyî jî herkes dibîne. Kî kari beji sibê li Xaneqîn ev faşîstên DAÎŞ yê çi bikin? Dîsa kî kari beji sibê li li Mendelî ev faşîstên DAÎŞ yê çi bikin? Dîsa hember Kurdên Fehlî yên ku li cihên dîtir jîn dikin ev çete yê çi bikin? Dîsa dijî Kurdên Kakaî, dijî Kurdên Şebek ev çete yê çi bikin?
Bê ku em dereng bixin û paş bixin pêwîste her Kurdek van tiştan tevahî bifikri û gorî vî jî xwe tevger bike. Û jibo xebatên netewî jî lez bide tevgere û hewldanên xwe.
Em dîmenên ku îro li Kurdistan derketine holê bîr nekin, bidin berçavên xwe û gorî vî jî bi berpirsiyarek mezin xwe jibona Şoreşa Kurdistan amede bikin. Berku her dem rewşa Şoreşa Kurdistan yê pêkan nebe.
QASIM ENGÎN
- Ayrıntılar
Dewlete Tirk bi her awayî erîşa dibe ser Kurdan û jibo ku Kobanê bikeve dewlete Tirk heman her tiştî dike. Piştgiriya DAÎŞ jî bi her awayî dike. Ser sînoran de pirr vekirî çekan, çeteyan jibo DAÎŞ derbas dikin.
Xuyaya ku dewleta Tirk tenê ketina Kobanê jibo xwe bes nabîne. Hin zêdetir tiştan dixwaze. Qala ketina Afrîn dike. Qala ketina Kanton’ên din dike. Jibona vê jî erîş birin ser gelê me yên ku diherikîn Pirsûs’e. Dîsa gelê me yên ku li Pirsûs kom bûn û dixwastin Kobanê re piştgiriya bidin, asteng kirin. Ev têra nake him erîşa gelê me li Pirsûs dikin, him jî dibejin; “DAÎŞ û PKK jibona me wek heve.” “DAÎŞ çiye PKK jî ev e.” Dîsa dema ku Tevgera Azadî Pevajoya Çareserî giredana wê bi Kobanê anîn ser ziman: bi gotinên “Kobanê cudayê, Pevajoya Çareserî cudayê” re nezîk bûnên pirr erzan kirin û hêna jî dikin.
Kobanê eve 25 roj bûn ser piyayê. Berxwedanaka pirr bê hempa gelê Kobanê û şervanên YPG û YPJ raber dikin. Û hêna jî ev berxwedana didome. Di dîroka mirovahî de berxwedanaka bi vî awayî dibe ku em zû zû nabînin. Dema ku hinek hêz xwe wek dewlet dihasibînîn û hinek jî xwe jibona dewlet bûyîne amade dikirin, bê ku DAÎŞ fîşengek biaveje mevzî û kozik terk kirin û revîn. Him jî gelê Şengal heliştin û revîn. Lê wek me anî ser ziman YPG û YPJ bi gelê Kobanê hevre wiha 25 rojin berxwa dide.
Lê mixabin wek me li jor anî ser ziman dewleta Tirk bi her awayî jibo ku Kobanê bikeve her tiştî dike. Tevgera xwe jibo ketina Kobanê leztir dike û kir jî.
Baş e, eme hember wê rewşa dewleta Tirk çi bikin? An jî pêwîste em çi bikin? An jî rewşek wiha de em e Kobanê çawa biparêzin? Em e çavên xwe çawa jibo vala kirina Kobanê bigirin, an jî em e jibo ku Kobanê wek bajarek Kurdan bimîne çawa tekoşîn bikin? Dîsa em e benda wê bisekînin ku Kobanê bikeve, an jî em e nirxên yên ku milê gelê Kobanê hatine qezençkirin biparêzin?
Dualî ango nakokî ev e. An Kurd yê Kobanê biparêzin, an jî yê Kobanê terk bikin. Heqe Kurd jibo parastina Kobanê biryarê xwe bidin, yê wê çawa bidin û yê çawa bîryarê xwe pêk bînin?
Em baş bizanin bi ku Kobanê li Kobanê naye parastin. Kobanê serî de wek îro li seranserî Kurdistan berxwedanî heye, bi berxwedaniyên wiha pirr mezin tê parastin. Pêwîst em Kobanê li Amed biparêzin.
Berku piştgiriye herê zêde jibo DAÎŞ serî de dewleta Tirk û hinek saziyên xwe wek saziyên sîvîl navdikin, dikin. Jibo vê pêwîste em tevahî hêzên ku piştgiriyê didin DAÎŞ li Kurdistan derbixin. Wana li Kurdistan bidin seknandin. Heriqandina çekan, çeteyan û piştgiriya lojîstîk bidin seknandin. Dîsa çiqas saziyên dewleta Tirk yên ku piştgiriyê didin jî em bikin hedefên xwe.
Îro kî van erîşan dibin ser gelê Kurd? Dîsa kî îro astengiya piştgiriya Kurdan jibo Kobanê dike? Pêwîst ev werin tespît kirin û gore wê jî tedbîr werin istandin. Me got yên ku astengî çedikin li Kobanê jîn nakin. Yên ku berxwedaniya Kobanê lewaz dikin jî li Kobanê jîn nakin. Evna hemû hundirî bajarên Kurdistan’a Bakur jîn dikin. Wê deme tiştên ku em jî bikin em Kobanê li hundirî bajarên û gundên Kurdistan’a Bakûr di biparêzin.
QASIM ENGÎN
- Ayrıntılar
Çete îro bi tevahî hêza xwe erîşek pirr dijwar dibin ser Kobanê.. Sê aliyan de DAÎŞ û aliyekî vê jî dewleta tirk Kobanê dorpeçkiriye.
Çeteyên komkirî yên navnetewî va demek direj bû erîşan dibin ser gelê Rojava. Ruxme piştgiriya gelek hêzên navnetewî van çeteyan nikaribûn vîna gelê Rojava bişkeynin. Dema nikaribûn gelê Rojava, hîcar erîş birin ser Mûsûl. Piştra Tîkrît hwd. Gelê Kurd eşên van çeteyan herî zêde li Şêngal jiyan kir. Tiştên ku pêra qewmî herkes dizani. Milekî YPG û milê din vê HPG di tevahî eniyan de erîş birin ser DAÎŞ. Celawle haye Kerkûk, Maxmûr haye Mûsul, Rabîa haye Şengal ev erîşên hêzên tevgera azadî bê navber hena jî dimeşe. Lê dema ku DAÎŞ erîş biribû ser Rabîa û Şêngal peşmergeyên PDK bê ku şer bikin kozik û çeperên xwe terk kiribûn. Lê pêwîste em bejin ku peşmergeyên YNK jî di berxwedana gelê Kurd de bi lehengtî cîhe xwe girtîbûn. Wek me got kengî hêzên tevgera azadî di hemû çeperan de berxwedanî pêşxist hêdî hêdî peşmergeyên PDK jî ketin nav liv û tevgere.
Dîsa kengî DYE plansaziyên xwe bi destî DAÎŞ’e ser rojhilatanavîn meşandin, dûv re, hewceyî û pêdiviya wan bi DAÎŞ nema bû. Jibona vê jî hinek erîş birin ser DAÎŞ û çeperên wan. Dîsa hemû cîhana dile xwe de pêşverû xwe dihasibîne hat hawara PDK û soz dan ku çekan ji wan re rêbikin. Û gelek çêk heta niha jî rêkirin.
Hêza çeteyên ku li Irak û Başûr de gelek tengav bûn tevahî hêza xwe komkirin, hemû çekên xwe anîn ba hev û amade kariyek pirr mezin kirin da ku erîşek bibin ser Şoreşa Rojava. Bê ku em li vir zêde ser bisekinin ev ne plansaziyek dûrî DYE û CIA’yê.
Niha jî di 15 elûn’e vir vê DAÎŞ bi tevahî hêza xwe erîşek rastî jî pirr dijwar dibe ser Kobanê. Gelê Kobanê, keçe Kobanê, kure Kobanê û zaroyên Kobanê bi hemû hêza xwe berxwedidin. Çete bi çekên pirr giran û gelê Kobanê bi dil û kilêşên xwe... Gelê Kurd li Bakûr tevahî ser pîyayê.
Rewş rastî jî pirr girane. Metîrsiyek wek Şêngal ber deriye. Bêguman berxwedaniyek bê hempa dimeşe. Lê teknolojî çekên kuştine yên giran pirr destî çeteyan de henin. Dîsa dewleta tirk rojane alîkariya DAÎŞ dike. Dîsa Kobanê cîhe xwe wek deştekeyê û derdorê xwe jibo dorpeç kirine vekiriye.
Rewşek wiha de pêwîste hêzên Kurdan çi bikin?
Piştgiriya hêzên Kurd yê çi bibe?
Dema ku hêzên çeteyan xwe kom dikin em hêzên Kurd gerez çi bikin?
Dîsa gelê Kurd pêwîste çi bike?
Gelek pirsên wiha gengaze ku em bipirsin.
Serî de gelê Kurd pêwîste di hemû cîhên ku ew li dijîn jiyana bisikînin. Gerez jiyan were felç kirin. Dîsa seran sere sînore Kurdistan pêwîste wek dîwarek xwe rêz bikin. Nahêlin ku yek guleyek ango fîşengek ji DAÎŞ re biçe.
Dîsa li kudere hêza çeteyan ango piştgirên wan heye pêwîste van dorpeç bikin.
Dîsa gelê me pêwîste li qada navnetewî de tam ser piya bi. Û her roj saziyên navnetewî rehetsiz bikin, mijûlbikin, gengeşiyan derbixin.
Ev yek. Lê hêzên Kurd yên leşkerî karin çi bikin?
Yên ku karin bila hêzên xwe yên leşkerî rêbikin hawara Şoreşa Rojava. Lê dibe ku ev ne gengaz be. Tişta hena gengaz ev e ku, hêzên Kurd yên li Başûre Kurdistan de dijîn û xwedan gelek çekan; di tevahî eniyan de karin erîş bibin ser DAÎŞ.
Erê îro sedî sî zêdetir erdnîgariya Kurdistan dest DAÎŞ’de. Wê deme binasî ango sedeme hêzên Kurd pirr xort henin ku erîş bibin ser rexistina çeteyan. Yek jî her roj çeteyên DAÎŞ li Başûre Kurdistan de erîş dibin ser gelê Kurd û peşmergeyan. Û em dizanin û em dibînin ku gelek caran peşmerge şehîd dikevin. Wê demê çima em disakinin?
Em direj nekin; heqe hêzên Kurd yên Başûre Kurdistan dixwazin alîkarî bidin Kobanê pêwîste li Irak û Kurdistana Başûr de erîşa bibin ser DAÎŞ. Him jî niha, li hemû çeperande.
Bê ku yek hûrdem ango dakîkayek bisekinin pêwîste hêzên Kurd yên Başûre Kurdistan erîşe xwe bidin destpêkirin.
Piştgirî jî ev e, alîkari jî ev e. Dostanî jî ev e. Welatparêzî jî ev e. Niştiman perwerî jî ev e. Kurd bûyîn jî ev e. Mirov bûyîn jî ev e.
Erê hêzên Kurd yekemîn erka wan ev e ku hema niha li Başûre Kurdistan û di Irak’te bi gerîlayên PKK, hêzên herêmî yên ku dijî DAÎŞ’e xwe hatine avakirin, erîşa bibin ser çeperên DAÎŞ û tevahî hevalbenden wan...
Erk jî ev e, mirovahî jî ev e, kurd bûyîn jî ev e, niştimanperwerî jî ev e, parastin jî ev e, Kobanê rizgarkirin jî ev e...
QASIM ENGÎN
- Ayrıntılar
Gotinên pêşiya; ewr hatin Bota ga bajon cota, lê ewr hatin Badînî ga bikêşin kadînê. Di van rojên em di nav da dibihurin welatê me, ba-bager û ewrê Badînî pêkve tevdigerin. Ba-bager ji bo xewn û xeyalên xwe yê metingerî ewran-ezmanan çep, rast, jêr û jor tevdidin. Bêhna bêbextiyê ji vê tevdanê tê, ev tevdan bêserî û bêberpirsyarî yê dîrokî dilopên ava şêlû dirijîne. Ava şêlû bêberhem e, çavkaniya jiyanê hemû şîn- şînahî digire, pêşeroja tovên civakê hişk dike, dahatû lê nîne. Ava şêlû bibare xem dibare, pîremêr-pîrejin serê xwe lêdin “tev lo mal wêran” bêjin.
Ev ewrê bêbext çima digerin? Çima, welatê me hînde xweş, dewlemend, an jî erdnîgariya wê pir stratejîk e? Belê ev tev jî rast in, lê di baweriya me de pirsgirêk ne tenê ev in. Ji ber ku çi dewlemendiya ser erd an jî bin erd (hemû jî) mêtingerê cîhanê bê asteng, bê pirsgirêk derdixin dibin. Wek mînak; bakurê welat ne tenê dewlemendiya ser erd an jî bin erd serpêhatiyên me, mêjiyê civaka me bermahiyên dîrokî talan dikin, bin av, bin ax dikin cîhan bê deng e, xweza kêlî bi kêlî, rojane talan dibe, ava Firat, Dîcle û Erez herwiha rûbarên din, çawa dixwazin rê didin, bendava çêdikin. Rojhilatê welat ji Bakurê welat kanbaxtir e, ji ber ku li wir bê sînor e, her tiştî bi navê “Xwedêyê dilovan” dibêjin û çêdikin, û kesekî/ê ku hesap bipirse jî nîn e yan jî hebe kêm e, lewaz e.
Başurê welat, tev lo ko tev lo, di talanê de naşibe ti cihê cîhanê- naşibe ji ber ku bêdestûr e, bêpîvan e. Aborî, talan li ser talan e. Gel di asta mirinê de ji hilberîna çandinî qut e, karistan (lê em mafên wan nexwin, cihê mirîşkan, cihê avê, cihê ar, her wiha cihê beton, asfalt hene. Lê xwediyên van jî bi giranî Tirk an jî Îranî, lê bîrê Petrolê Emerîkî- Îngîlîz, ber destê wan jî Tirk in) kurdê me jî yan pêşmerge yan jî bêkar in. Lê di her malê de bi navê malbetê Şêhîdan, pîrîtî, her wiha bi navê alîkarîya Y N herkes maişeke digire. Lê civak dewlemendiya welatê xwe nasnake, çi çi ye, ji ku de diçe, bo çi ye? Pirsyar nîne.
Pirsyar! Gotin temam, lê paşta kîngê çi bê serê te, ne dîyare. Ji ber vê jî gel pirsan nake, govend digire, rojên Înî dertê çol û banî deşarj dibe. Gel westiyaye, her malî li himberî rejîma Faşîzma ereb bi dehan can daye, birakujî ji her dilekî kul rijandiye, xwîna rijandiye, birîna wan hê nû ye. Revşenbîriya ku pêşengtî bike, bêdeng e yan jî hatiye bêdenk-kirinê, kesên zanist, pisporê teknîkî pir kêmin, ên hene jî bê derfet in, şîrketên-karmendên biyanî rê nadin wan daku bi serbixwe ki bo berjewendiyên gelê xwe karbikin.
Welatekî ku % 47 axa wê hê jî li destê dagirkerê Iraqê daye; bajarê Musul, Kerkuk ( baba gur gur) Şengal, Mexmur, Ciyayê Hemrîn û herêma Xaneqîn, walatekî ku; sê îdare lê heye, yek Silêmanî û girêdayî wê Ranya, Çarqurne, Koysancak, Helepçe, Qeledizê û gelek navçên din, Îdara dudu, Hewler; Zaxo, Dohuk, Dîana, Şaqlawa, Amedî û gelen navçên din. Îdara sêyem bêjin ne rast e lê em bêjin qada sêyem Parasdina Medya; çîyayên, Gara, Metîna, Heftanîn, Zap (yanî ji bajarê Amedî des pê dike heya Çiyayê Barzan û ji alîkî Bakur ve Navça Çelê,) Zagros, Xakurkê, Hekgurt, Qendîl, Asos û gelek gund navçe digire nav xwe.
Bîraderê Hewlerê dibêjin “emê serxwebûnê ragihînin” baş e kê naxweze çav birije, lê pirsyarek heye; axa welat % 47 di destê dagirkeran de ye, tu di nav xwe de parçe parçe yî, du saziyê polês, du saziyê dadgeh, du saziyê pêşmerge, du saziyê îstîxbaratê, du saziyê aborî û ya herî girîng gel ne du bendî- du alî, ji gelek aliyan ve parçe bûye, hûn ê çawa “serxwebûn”a xwe pêk bînin? Tev lo…
Birader, birano baş e çend gotinê din; niha Y. N. ( yekîtiya netewan) temsîla netewên xwedî al û nasname ne, her wiha ev netew, an jî dewlet di vê derê da bi navê netewa wan odekî wan û ala wan jî daliqandî. Fîlîstîn em baş an jî nebaş, çi dibêjin bibêjin lê di Y.N. de temsîla wê heye, di qada navnetewî de tevli civînan dibe, baş e em Kurd, teybet jî deshilatdariya Başurê welat ev 23 sal in we ji bo ku bikevin di nava yekîtiya netewan çikir û çima neketinê? Ez bawer im hûn ê nebêjin “PKK astenk kir” lê PKK bixweze jî nikare, ji ber ku Waşîngton û London PKK`ê hez nakin.
Ewr ji Badîna radibin, ev çar bêbextî berê xwe daye Başurê Rojava, rewşa îro dişibe 1992. Başur Şoreşa gel çêbibû, hêzên dagirkerê Iraqê gel ji Başurê Kurdistanê derxistibû û xwe sazdikir, parlementoya xwe ava dikir. Ev rewş hemû Kurda dilşa kiribû, xewna Ehmendê Xanê û Hecî Qadîrî Koy bi cih dihat, lê mixabin ew parlemanto nebû cihê pirsgirêkên gelê Kurd çareserbike, biryara birakujî da û li ser vî şerê birakujî des pê kir heyanî 2000`an jî berdewam kir.
1992`an çi bûye? Başur şoreşa gel pêk hatiye, ev rewş di hemû gelê kurd de heviyê şoreşa azadiyê geş kirîbû û Bakurê welat pêla serhildana gel di asteke şoreşê de pêş bû, gerîla amadekariyên pêngavên şoreşê dikir, bakur devlata Tirk êdî rojên dawî dijiya, ha birakujî di vê merhelê de kete meriyetê, şoreş ji piştê de kêrkir. Serokwezîrê tirk ê wê demê Tansu Çîller di 1994`an de digot “me di 1992`an de welatê wendakirî paşta qezeç kir-girt” lê îro 2014, di navberê de 22 sal derbasbû. Rojavayê welat şoreş çêbûye
2014 welat û gelê me çawaye? Her wiha rewşa Cîhan û herêma Rojhilata Navîn çawaye? Bêguman nirxandinekî berfireh dixweze lê em tenê çend têbinî rêz bikin. Cîhan şerê sar, sosyalîzma pêkhatî nû hilweşiyayî nîne, devlet netewên cîhanê sînorên xwe ji kesekî re venekîrî nîne yan jî bûyerên pêk dihatin kesî nedibihîst, kuştin, talan, dagirkirin bêdokîman diman, gelan raya xwe diyar nedikirin lê niha şoreşa teknîkî êdî zarokekî/ê deh- danzdeh salî jî bûyeran dişopîne û bûyeran dike nûçe, ango tu tiştekî tarî namîne.
Li Kurdistanê di nava parçeyan de peywendî nîn bû niha teknîk û rasterast jî rojane pêywendî çêdibin, li serê sed sala 20`an de dagirkeran parçekirina sînor, di salên 90`an de ruh jî parçe bûbû lê êdî îro ew dem nîn e yekîtiya netewî, giyana pêşketiye- êdî êşa kurdekî/ê êşa herkesî ye. Her wiha rêxistinên Kurd jî ne di warê bîr û bawerî de û ne jî di warê çand û çînayetî de wek berê ne. Wek mînak; PDK êdî wek berê bi destê axa û serokeşîran nikare gel bi rêve bibe, her wiha Pêşmergên berê giranî nexwendîbûn, ên niha dixwînîn, tekîlîyên wan bi cîhanê û parçên Kurdistanê re hene. Hestên teng, herêmî êdî cihê xwe ji hestên netewî re hiştiye. Bi gişti gelê Başur êdî xwedî ramanê yekîtiya gelê kurd e. Her wiha di başur de gelek hizbî pêşketiye, vîna gel kêm jî be derketiye pêş. Di ilbijartina parlemena Iraqê de, gel raya xwe bi aşkere danî holê ku nezan nîn e, bê vîn nîn e.
PKK jî ne PKK`eya salên 92`î ye. Hêza bîrdozî, polîtik û rêxistînî asta xwe ya herî bi bandor e, bandora wê ne tenê heremekî yan jî beşekî walat; rojhilata navîn-polîtkaya cîhanê bi ser rojhilata navîn tesîrdike. Mînaka vê yê herî bi bandor Sûrî û Rojava ye. Her wiha gerîla hem Rojhilatê welat seran serên çiyayên Zagrosan, bakurê walat li her qadî gerîla heye, başurê mezin Asos heya Zaxo hemû çiya bi berfirehî xwe bi cih kiriye. Dervayê welat Avrupa, Kafkasya, Balkananan, qada Rûsya-Asya Navîn di nav girsaya gelê kurd û gelên din xwe bi cih kiriye. Li Latîn Amerîka bi gelên bindest û rexistinên şoreşger re dostanî pêşketiye. Sedan sazîyên ragahandinê hene. Ya herî girîng, jina kurd nifteya şoreşê bi dest xistiye.
Niha PDK êrîşekî bêwate, derveyî armancên gelê Kurd, li himberî rêxistinên welatparêz daye despê kirinê, gelo çima, çima vê demê? PDK çi dibêje; dibêje ku “ezê ji bo xweseriyî- dewletekî serbixwe biçim referandûmê” baş e biçin! Kî/ê pêşiya we girtiye? Ma pêş referandûma we, pêş Kurdistaneke demokratîk saziyên bêçek, bêtundî jî asteng in? An jî aqilmendên ku di salên 1992`an de ji we re digotin “hûn li dijî PKK`ê şer bikin em ê jî Kurdistana we nas bikin, nasnameya we ya siyasî di qada navnetewî de bidin nasîn” niha jî, ji we re “ger hûn şoreşa Rojava asteng bikin, hûn ji Iraqê qutbin em ê dewleta we nas bikin” dibêjin! Tewlo tewlo….xem seyalekî baş e.
Derencan di 1992`an de PKK têk neçû lê gelê Kurd, Kurdistanî berdêlên giranbiha dan, deh hezaran şêhîd, 4 hezar gund wêranbûn, birakujî di navbera gelê kurd de birînên kûr vekir, ji hemû aliyan ve ciwanên kurd ên hêja candan. A herî girîng gelê kurd şoraşa xwe berbi xetereyê ve jîya; şoreş dirêj bû, lê ne PKK têkçû û ne jî himberî vê Tirkan nasnama sîyasî ya başur nas kir.
Di 1996`an de di navbera herdu rêxistinan de, Tirkan û Îraniyan şer derxistin û bi navê “biratî-aşîtî” artêşên xwe anîn bi cih bûn, wek dema Osmaniyan vîlayetekî mêtîngerî man. De birano kerem kin wan artêşên dagirker derxin, dibistanên Fetullah Gulen ê ku zarokên we dike tirk, Konsola Îranê heqeret nirxên gelê kurd dike û kurdan wek beşekî Fars dihesibîne wan derxin, an jî gotinekî bêjin. Gotinekî Simko Şikakî heye “tirk, fars û îngîlîz wek pişîk bi mişk dilîze bi me dilîzîn” her wiha Seyîd Riza qada sêdarê ji dagirkerên tirkan re “ez bi fen û fêlbaziya we serî derneketim ev ji bo min bû dert, lê ez jî li hember we serî natewînim bila ev jî ji bo we bibe dert” serpêhatiyên dîrokî li me nîşandidin daku em neyên lîstokên neyaran. Em bawer in ku gelê kurd êdî nayên lîstokên fen û fenbaziyên neyarên kurd.
Medet serhad
23 05 2014
- Ayrıntılar
Gelek kes mejî xwe ser derketina ciwanên kurd ser çiyayên kurdistan dieşînin. Her wiha gelek kes van derketinan dixwazin fem jî bikin. Lê mixabin gelek kes sedemên derketinan serî çiyan fem nakin. Berku derketinan serî çiyan li cihên şaş de digerin.
Eger bi dil û can xwestaka fem kirinê ji bo derketina serî ciyan heye vê deme pêwîste hinek tişt werin zanîn.
Çinin ev tişt na? Ango çinin ev hincetên derketinê?
Îro li kurdistanê taybet jî li bakurê kurdistanê dewleta mêtinkar ango dewleta kolonyalîst dev ji bişaftina kurdan ber nedaye. Dev ji înkare nedaye. Dev ji şerê taybet nedaye. Û dîsa dewleta tirk proje ku bi nave “projeya yekbûyîna netewî” ber nedaye.
“Projeya yekbûyîna netewî” wateya xwe bin hemû şert û mercan de bişaftina kurdane. Kurd ne naskirine. Kurd binxistine. Kurda bi rê rêbazên kirêt helandine.
Bê ku em dirêj bikin dewleta tirk a dagirker dagirkeriya xwe ber nedaye. Dewleta tirk hem dev ji dagirkeriya xwe ber nedaye em jî komkujiyên ku li ser kurdan û gelên din meşandina îtîraf nekirine. Ji bona van komkujiyan lê borîna xwe nexastiye. Em berdin ku li kurdan lê borîne bixwazi beravajî erîşên xwe ser kurdan dom dike.
Ev e ango ev in sedemên derketina serî çiyan. Eger li kurdistanê dagirkerî dom biki derketina serî çiyan yê dom bike. Pirsgirek ne ev e ku PKK ango gerîlayên Kurdistan ciwanên kurd berve çiyan dibin. Bawer bikin ku eger îro li serî çiyayên kurdistanê gerîlayên PKK nebin dîsa ciwanên kurd yê derkevin serî çiyan. Ango ciwanên kurd yê rêyakê dijî vê faşîzmê teqez derketinê bibînin. Berku kesek ewqas bê vîn kirinê nikare rabike. Ewqas heqaret û biçûk xistinê kesek nikare tahamûl bike.
Sedemek girîng ev e.
Beguman gelek sedemên dîtir jî henin. Îro li serî çiyayên kurdistanê de jiyanek nû tê afirandin. Û ev jiyana nû hemû ciwanên kurd bandor dike. Bandor dike berku gerîlayên serî çiyan bin hemû şert û mercan de dijî faşîzme serî xwe natewînin û naçewînin. Bin hemû şert û mercan de dijî dagirkerî şer dikin. Yek ev.
Hên girîngtîr jî cara ewil dîroka Kurdistan de ciwanên kurdan dijî dagirkerî ewqas berxwedidin. Bêyî ku gavek jî paşta biavejin tekoşîna xwe didomînin. Yek jî yên ku dijî vê dagirkeriya kirêt ditekoşin bêyî ku tiştek ji bona xwe dixwazin vî şerî bedêlê xwe giran dimeşînin. Bi vînek mezin dijî dewletek xwedan gelek leşker û ewqas piştgirî bi dilekî gelek mezin tekoşînek wiha meşandin rastî jî ne tekoşînek rêzêdeye.
Sedema dudiyan ango sedemek ditîr yê pirr girîng jî ev e. Ev jî di dile her ciwanek kurd de evîndariyek pirr bilind çêdike. Ev tekoşîna bilinda teqez di dile her ciwanek de dildariyek pêş dixe.
Ji bona ve ev kesên ku dixwazin fem bikin çima ciwanên kurd derdikevin serî çiyan ewil gerez gerîlayên serî çiyan fem bikin. Bêguman yên ku dixwazin gerîlayên serî çiyan fem bikin jî pêwîstin ewil faşîzma dewleta tirk fembikin. Berku gerîlayên serî çiyan vîna xwe ya wek pola dijî vê faşîzme peşxistine.
Erê eger hinek kes dixwazin fembikin çima ciwanên kurd derdikevin serî çiyan pêwîste van rastiyan bizanin û gorî van rastiyan tevbigerin.
QASIM ENGÎN
- Ayrıntılar
