Kirasek ji tîrêjên rojê
Tacek ji hemû kulîlkên biharê
Çi xweş li we tê
Mizgîna şewqa Rojê.
Di wî dilê wek deryayê de
Pêlekê biraz î
Lêgervanê keştiya Nuh î
Nema Cudî li benda efsana we ya nemir e
Nema ew di nava
Vê rewrewka xapînok de ye.
Ew keştiya efsûnî
Wek leylan e
Ji wan çavên nedîtî
Û dilên şkestî re.
Wan ji rojê girtiye hêvî û miraza xwe
Dilên ku biharêdijîn
Çavên ku hêvî jê dibarin
Dikare bibîne wê keştiya winda.
Car Nuh e
Car prometheus
Û carinan jî
Roj’a bêhempa ye
Tarîtiya dilê min diçirîne
Cih û war bi keştiya Nuh re afirî
Jiyan di çarmîxa Prometheus de bişkivî
Giyanber bi agirê rojê geş bû
Lanetê serî tewand, li ber vê jiyana nû.
Ya dengê bêdengiyê
Bêdengiya ku her kêliyeke wê
Nepeniya dîrok û mirov e
Deryaya kûr û dûr e
Ku tê de hemû tişt bêdawî ye.
Diherike di hembêza zemana nediyar de
Dihone weke pêlên derya, mirov û jiyan…
Sê dest, sê esir, sê hêvî…
Pira hebûn û nebûnê
Derdixin ji nav tarîtî û qirêjî
Û radixin li ser deryaya bêdawî
Rê didin payîz, çile, bihar û havînê
Çar demsal, çar reng, çar heqîqet xelat dikin
Ji jiyana nû ya xemilandî re.
Aynûr Amed
- Ayrıntılar
Berxwedana ku ruhê 14’ê Tîrmehê afirand îro li her çar aliye welat belav bûye. Celatên li ser qaşo desthilatiyê dixwezin vê berxwedanê têkbibin. Di dîroka gelan de tu caran deshilatên ku deshilatiya xwe bi riya zor, şidet, tirs û hev meşandine bi serneketine û wê qet bi sernekivin. Gelan her tim li berxwedane û celatên ku xwe li ser xwîna mirovan têr dikin di rûpelên dîroka gelan de mahkumî miriniya bê dawî bûne.
Şervanên gelê Kurd di sala 1981 û 82’yan de bi qasî ku ji jiyanê hezdikirin li berxwedan û celatên weke Eset Oktay bi mirinê ceza kirin. Wan qehremanan xwe di oxira biratiya gelê Kurd û Tirk de feda kirin. Ruhê 14’ê Tîrmehê îro li Sur, ango li tevahî Amed, Nuseybîn, Cizîr, Gever û li her devera din xwe bi kok kiriye. Her kevirekî tê rakirin û li wan polîsan tê xistin, her tilîliyek wan dayikên temen dirêj dibê qehir li ser dilê desthilatdaran. Ji bo desthilatdaran mirina herî mezin ewe.
Gelek kes dibêjin Tirkiyê vedigerê salên 1990’î di rastiyê de ne pêwîste vegerê salên 90’î ji xwe her desthildarî dişibihin hev ji ber zihniyeta desthilatiyê heman zihniyete. Desthilatdar her tim û di her deme de kesên dişibe xwe diafirînê. Ger ne wisa bê desthilat nabe desthilat.
Li hemberî vê dijberiya desthiltdaran jî gelên berxwedêr ewladên bi rûmetê tacîdar in mezin dikin û xwedî li dîrok, rûmet, vîn û hebûna xwe derketine. Ruhê 14’ê Tîrmehê rûmet, vîn,dîrok û hebûna gelekî êdî berbi windahiyê ve diçû zindî kir. Li bajarê Amedê û her devera Kurdistanê dîsa desthilatên destê wan bi xwîn li ser kar in. Lê ew ji nedîtîva yên ku Kemal, Mazlum, Xeyrî û Sara'yan ji zûve destên celatan qut kiribûn û ew avêtibûn çopa dîrokê.
Her kes lal,ger,kor bibêjî, dayik, zarok, welat û çiyayên vê xakê ji bîrnakin a ku li kolanên vî welatî tên jiyankirin. Ev welatê ku ji aliyê gelek navdaran ve bi cenetê hatiye pênasekirin, îro dixwezin vegerînin dojehê. Her kes sîlekê lêbixê û bibhorê. Lê, Lêdana her sîlekê li vê xakê lêdana li mirovahiyêye. Em vê ji bîrnekin û nedin jibîrkirin ji ber sonda zarokên vî welatî xwarî eve “îxanet ji bîrnekirine”.
Îro li rojhilata naverastê di bin pêşengiya felsefa Rêberê gelê Kurd’de asoyên jiyana gelan xwe bi beden kiriye û her roja diçê di her kolan û koçande jîndar dibe.
Gelo ev jiyana ku ji bo her kesî bûye nefesa dayin û standinê xwedî çi nepeniye?
Jiyana ku tê jîndar-kirin bi elfebeya berxwedanê hatiye hunandin û bi bedel dayinê hatiye strandin. Êdî gelê Kurd qedera xwe ya jiyan-kirinê bi rengê xweseriya demokratik tayin kiriye. Êdî dixwezê azad û bi aramî li bajar, tax û kolanên xwe jiyan bikê. Xweserî xwenên desthilatdaran a li ser gelan têk-dibe. Êdî dem hatiye xewnên vê welatî bi rastî bibin. Eger ku îro gel li her qada jiyanê xwedî li berxwedana di oxira jiyana azad de tê dayin derdikevê, nîşaneyên pêkanîna van xewnan e.
Li berxwedayin heqîqeteke di nava çanda gelan de, mafeke di îsrara xwebûyinê de, sedemeke ji bo berdewamiya jiyana bi rûmet û şeref, dengeke ji bo bibe qêrîn û xwe bighînê hemû rêhevalbendên bi tere heval û dost. Xweserî jiyana azad û hebûna teye, ji bîrnekê. Erka gel xwedî li hebûna xwe derketinê…
Xweserî xwebûn,welatî,egîdî,serfirazî,edalet,rizgarî û îrada gelan tacîdar dike.
Şaristan Nurhak
- Ayrıntılar
Di beyaniyeke meha avrêlê de bi dengê çûkan me çavên xwe li rojee nû vekir. Wê rêwîtiya me ber bi Çarçelayê ve destpê bikira. Piştî amadekariyan dema xatirxwestinê bû. Hevalek li dû me dirûşmeya “azadiya me rûmeta me ye” avêt. Ev yek bû sedema kenîna hevalan. Ji ber ku heta niha di hişmendiya me û di bin hişê me de hemû tiştên mijara namûsê bi jinê re têkildar bû. Di wê kêliyê de ez keniyabûm lê piştî ponijandineke kurt. Li xwe poşman bûm. Ji ber ku pêwîst e hemû nirxên giranbûha were parastin û bibe mijara namûsê. Li ser azadiyê gelek tişt hatiye gotin, ji bo namûsê gelek nirxandin hatiye kirin. Ji ber wê hewce nake li vir şîroveyên xwe zêde bikim.
Tê zanîn felsefe wek hezkirina zanebûnê tê şîrove kirin. Bi hezar salan gelek mijar hatine nîqaş kirin. Gelek gengeşî û nakokî peyda bûne. Yek ji van mijaran jî “kesên xwenda yan ên geriyayî zana ne?” pirî caran di vê mijarê de nîqaş xitimîne û bêencam mane. Lê li gor min her yek bi ya din dewlemend dibe û wate dibe. Kesekî xwenda zanebûna xwe jiyanî neke tenê di wî de bimîne him bûyerê yan jî mijarê fam nake, him jî weke bazirganekî dimîne. Kesên geryayî û ezmûnên xwe yên jiyanî xurt be lê zanebûna teorîk nebe, aliyê wate dayînê wê kêm bimîne. Aliyeke din ê vê mijarê jî vegotina wêjeyî ye. Weke mînak miroveke welatê me yê parçeyeke ji bihuştê ye gerya be lê hêza wî ya vegotin-zargotina wêjeyî xurt nebe, bi gotineke din gencîneya bêjeyan dewlemend nebe nikare li gorî giranbûhabûna wê vebêje. Dîsa bi heman rengî kesekî/ê xwenda an jî di aliyê wêjeyî de xurt be, xweşikbûnekê, wargehek nedîtibe nikare li gor bedewbûna wê hevokan saz bike , an jî li gor hêjabûna wê vebêje.
Demek berê min çend nivîsên behsa herêmên Kurdistanê dike, xwendibû. Dema Gabar, Cudî û Herekol dihate vegotin sed heyf û mixabin li min dihat ku ez ji wan bedewbûna bêpar mame. Ji ber ku min ew der nedîtibûn ango li wan wergehan nejiyameû ji ber vê yekê jî di hişê min de zêde nedima. Lê ger mirov deverekê dîtibe û li wir jiyabe zû zû ji bîra mirov naçe. Beriya ez werim Çerçelayê gelek caran bi hevokên xemilandî behsa xweşikbûn û bedewbûna vê herêmê dihate kirin. Dîsa ligel bedewbûna wê behsa dijwarbûn û asêbûna vê erdnîgariyê dihate kirin. Niha jî ez li ser çiyayê herî bilind ê Çarçela ligel rêhevalan im.
Rawestgeheke rêwîtiya me Dola Bîra bû. Min ji hevalan pirsî bû ka gelo ji ber çi navê vê geliyê bûye Geliyê Bîra? Lê hevalên min ji wan pirs kir, wan jî baş nedizanîn. Lê tê payîn ku li vê herêmê bîrên kevn hebin. Ji ber em ji şiverêyê dernediketin min tenê bîrek dît, dîsa kaniyeke betonkirî hebû lê ji ber ku demek dirêj şêniyên vir nîn in him bîr him jî kanî çikiyabû. Piştî kêliyekê goristanek di nava şênatiyê de winda dibû û zeviyeke şilêran, bihûştê dianî bîra mirovan. Di wê qadê de ew qas şilêr çima bi taybet jî li nav û derdora goristanê şîn hatibû, bûyereke balkêş bû. Kulîlka şilêr weke tê zanîn bi taybet li Zagrosan şîn dibe û helaleyên stûxwar in. Ango berê kulîlkên wan li jêr e. Gelek caran jî dilopek av veşartiye di nava xwe de. Her ku kulîlkên şikêran dibînim çarenûsa wan jî dişibînim a Kurdistanê. Lewre vê xakê her êş, elem, talan , şer û wêranî dîtiye. Ji çavên dayîk û zarokan her rondik rijiyane. Ango pirî caran xemgînî jiyan kirine. Zarokên kurdan bi wê êş û azarê pijiyane, mezin bûne. Şikêr û zarokên Kurdan dişibin hevûdin. Herdu jî bi xweşikbûn û bedewbûna xwe hezkirine û girêdana jiyanê bi hêztir dike.
Piştî Dola Bîra me berê xwe da Neqeba (boxaza) Şikêr. Ji vir hemû bedewbûna Çarçela diyar dibû. Jixwe çar çelê ku nave xwe daye vê herêmê diyar dibe. Çend saet şunde em gihiştin ser Avaşîn. Avaşîn bi nav û deng e ku bi dehan stran, helbest û nivîs li ser hatiye nivisîn. Ji xwe çiqas were nivisîn jî mirov nikare bi qasî hêja ye vebêje. Ango beşek ji bihûştê ye. Me bi pirê çû derbaskir û ketin. Dola Çinarê derbas dibe her time ev gotin tê bîra min ;”ji dara Çinarê pirsîne; çima temenê te ew qas dirêj e. Bersiva Çinarê jî; ji ber ez bi axa xwe girêdayîme”. Ez dara Çinarê û gerîla dişibînim hev. Her du jî bi xaka xwe girêdayî ne. dibe ku ji aliyê fîzîkî ve temen dirêj nebe. Lê di aliyê manewî de bêmirin e. welhasil em wê şevê li wir man û dotira rojê ji Dola Çinara heta neqaba wê ku her der bi darên Çinarê hatibû xemilandin, ew rêya dirêj me derbas kir û em beriya nîvro gihiştin rawestgeheke din. Ne tenê rawestgeheke din ev der him destpêka qada Çarçela û bi dawîbûna qada Avaşîn bû. Dîsa li vir demsal jî digiherî. Her ku em bi pêş de diçûn demsal bi paş de dizivirî. Lewra me bihar jiyan dikir lê li vir demsal zivistan bû. Her der berf bû. Li vir bûyereke pir balkêş jî qewimî. Dema em nû gihiştin neqebê, asîman sayî bû. Demek kurt derbas nebû gijlok bariya, piştre baran û herî dawî jî berf. Ez matmayî mabûn. Di demek ewqas kurt de rewşa hewayê çawa ew qas diguhire. Dema me dest bi meşê kir jî tav derketibû. Me xwe ji neqebê berda jêrê û pêşiya me Gundê Satê ya parçeyeke ji bihûştê hebû. Di rê de min kulîlkeke biharê ku nave wê nedizanî kişand. Dema hevalê ligel min ê ev yek dît gotineke balkêş bikaranî û got; “ma li Çarçela bi hezar cure kulîlkên bi vî rengî heye , tê hê pir bibîne. “ ji ber vê yekê min nema wêneyê kulîlkan dikişand. Em gihiştin Gundê Satê, li vir baranê jî destpê kiribû. Jixwe dema min rewşa gund a wêranbûyî dît hasten xembar min diyar kirin û adeta barana dibarî li şûna çavên dibû rondik û diherikî. Ez û hevalê ligel min, li nav gund geriyan, wêneyê van deran kişand û di derbarê vî gundî de nîqaş kir. Gundek pir mezin bû, hemû jî bi keviran hatibû avakirin. Rûbarek ji kêleka gund diherikî û mirov digot, a giyan dide vî gundî ev rûbar e. bi sedan zeviyên biçûk , her cure darên fêkiyan , darên spîndar û çinaran mirov mest dikir, li aliyê din jî kîn û hêrsa li hember dagirkeran xurtir dikir ku li welatê me gelê me wêran kirine. Mirov xweşikbûn û bedewbûna vî welatê çi qas bêje jî wê kêm be û jixwe rûpel jî têrê nakin. Ji vir şûn ve êdî demsala zivistanê serdest bû, her der ji berfê spî bû. Xweza kefen li ber xwe kiribû an cilê bûkan li xwe kiribû? Pirseke bê bersiv… Ji vir û şûn ve êdî erazî jî nû ve weke ya li du me mabû. Rojên asê û bilind, rênade , bi xetereyan tije. Ev rêya asê û dijwar li pêşiya me bû jî. Ji keviyên berfê, rêyeke dirêj em gihiştin gel hevalan. Rê çi qas zehmet be, şert û merc çi qas dijwar dibe, girêdana mirov jî ew qas zêde dibe. Ji lewre li ku kedek zêde dabe ew qas jî bi wê xakê tê girêdan. Ev rastî herî zêde jî ji bo gerîla derbas dibe. Piştî çend rojên ligel hevalan rêwîtiyeke dijwartir li pêşiya me bû. Lê beriya wê mijareke girîng a min ji bîr kirî jî pêwîst e were vegotin. Ew jî sînorên ji aliyê dagirkeran hatiye avakirin e. Gelê me bi van sînoran ji hev qut kirine û di nava pergala dagirkeriyê de bi çanda deraw bihêre , bihelîne, bişafîne. Beriya em bigihêjin kevirên sînor ên ji betonê hatiye danîn, bê giyan , sar û ji rastiyan dûr, li ser rêya me bû. Ew remza dagirkeriyê bû, bi wan kevirên betonê welatê min hatibû parçekirin û dagirkirin. Jixwe Gundê Satê jî gundê bakur ê herî destpêkê bû. Ango tiştên piştî wê li qada bakur wê biqewimin. Vegotinên min wê li xaka bakur derbas bibin. Piştî heft salan cardin li ser xaka Bakur im. Ger ti pirsgirêk dernekeve wê gerîla vê sale axa Bakur biterikînin û ez ê jî yek ji wan gerîlayên ku herî dawî ji Bakur qut bibim. Min heft sal bi vê xeyalê jiyan kir , pêk hat lê wisa xuyaye wê bi salekî li sînor bimînim. Tişt nabe, ji bo ne xem e. Ma ne erka herî li pêş a gerîla parastina vî gelî û ji bo azadiya wan têkoşîn e. Ger pêvajoya Rêber Apo daye destpê
Kirin bi encam bibe wê ev gel jixwe azad bibe. Ji ber wê jî dil aram im.
Memyan Jiyanda
- Ayrıntılar
Stêrk ji her demî bêtir diberiqîn. Heyva çardeşevî pêşiya wan ronahî dikir. Bi kesayetên xwe yên gihîştî, bi hestên xwe yên zarokî û bi dilên xwe yên germ tevlî vê meşa bê rawestgeh bûbûn. Jiyana mirovan bi derfetên wan re dest pê dike. Armanca ruhê mirovserkeftin e. Armanca wan jî ji vê ne cudatir e.Carina li pişta pencereyekî naylon li dîmenekî bi mij dinihêrin û rastiyê fêm dikin, carinajî bê pencere, bi çavên tazî li rastiyê meyze dikin. Watedayîna wan a evînê; carina di rondikên lêgerîna jiyanê ku ji çavên dayikên dil bişewat dibarin de, carina jî di kena ser rûyê zarokan de xwe derdixe der. Ev çend biharin ku li serê van çiyan in, çend payîz, çend zivistan...
Mizgîniya xweşikahiyê diberiqe li serê çiyan. Hebûna wanê li serê çiya, wate dida van erdnîgariyan...
Şopa wan erd diqelêşe û şîn dike, lê ew her dimeşin. Çiqas xweşik dixweynin çûk û bilbil. Dengê qebe qeba kewan ji dûr ve tê gohên wan. Giyayên şil, çavkaniya xwe ji ax, av û rojê digirt in. Belkî, bi qasê kulîlka nîlûfer jiyan kirin, tenê rojekî, li van deveran. Asîmanekî şîn, germahî û ronahiya rojê, kulmek ax û qurtek jî av, lê rojek jiyana azad...
Tevde bi dengê lorîkên dayîkan mezin bûbûn, li bin siya lûleyên çekan, li her çar aliyê cîhanê belavbûyî. Serê xwe danîbûn ser çokên pîrika xwe û ji devên wê çirokên qehremantiyê gohdar kiribûn. Çîrokên serhildanên bav û kalên wan, dayîk û pîrejinên wan, xwişk û birayên wan...
Piştre pêxwas û bê derpê xwe avêjtibûn kolanên xerîbiyê. Di welatê xwe de xerîb jiyan kiribûn. Bê kes bûn, bê xwedî bûn, gund û warên wan hatibûn wêrankirin, hatibûn qetilkirin, koçberkirin... Hewar û gaziyên wan tu kesî nebihîstibû. Qêrîna wan di dilê wan de mabû.
Kûçe û kolanên bêbext dixwestin ku wana di nava xwe de bifetisînin. Lê ew nebûn dîlê vê pergalê, bûn lêgerînvanê jiyaneke azad. Bi qesr û xaniyên beton nexapiyan û dest bi meşê kirin. Meş bi lêgerînê dest pê kiribû. Hêj di zarokatiya xwe de dest bi şer kiribûn. Di ciwantiya xwe de xwe bi rêxistin kirin, çalakiyan li dar xistin, di tadî û zextan re hatin derbaskirin. Lê hêviya wan hîn bi xurttir bû, meşa wan hîn mezintir bû û berdewam kirin.
Vê carê berê wan li çiyayên welat bû. Dilên wan wê li wê derê lê bixista û hêviya wan ew der bû. Qeytanên pêlavên xwe hişk girêdabûn, bûbûn xwediyê rext û çekan. Konên wan li pişta wan bû. Meşa wan ber bi lûtkeya azadiyê ve bû. Bûbûn hêviya pêçekên di hembêza dayîkan de, xort û keçên ku evîndarê welat in û zarokên agir û rojê... Tu asteng û kelem nas ne dikirin. Li pêşiya wan kemîn, pevçûn, şehadet, serkeftin...
Dema ku çav bi erdnîgariya welatê xwe ketin, çav bi rastiya xwe jî ketin. Daristanên şewitî, kanî û rûbarên çikiyayî, kortik û koncalên ku gulleyên tenq, top, balefir, hawan û roketan vedane, kovanên gulleyan, goristanên bê xwedî, mirina bê deng...
Senger, wargeh û sixinaqên ji berî çend salan mane ku bûne weke berhemên dîraka vê erdnîgariyê û gelên li vir jiyan dikin... Rastiya erdnîgariya wan rastiya wan e. Ew di dema pişkifîna xwe de pişkifîne, mîna giya û kulîlkên biharê. Sosin, beybûn, berfîn, nêrgiz... Her yek ji wan di wextekî cuda de dipişkife, lê hamû jî di heman heyamî de dibin bereketa bihara rengîn.
Meş berdewam dike. Gav bi gav li ser şiverêkan dimeşin. Li newalên kûr, li keviya rûbaran, bi dengê şire şira herikîna çeman, li ser zinar û latan, bi berbanga serê sibê re, mîna keskesorê bi asîmanan re, cîhan sayî, berf û baran qet ferq nake. Carinan jî, ber bi lûtkeya çiyayên bilind ve dihilkişin û li xwezayê temaşe dikin, bi xwezayê re diaxifin. Xweza ji wan dipirse;
-Meşa we ber bi ku ve ye?
Ew bersiv didin;
-Azadiya mirovahiyê li kû jê hatibe dizîn, meşa me ber bi wir ve ye. Em lêgerînvanên azadiyê ne, ango şervanên azadiyê!
Carina ew xweza û çiya diparêzin carina jî xweza û çiya ya wan diparêzin. Her du alî parasvanên hev û din in. Wê kîjan alî, kengê, li kû derê kî/ê biparêze, wî jî dem dide diyarkirin. Kîjan alî di tengasiyê de be, aliyê din xwe digihijîne gazî û hewara wî/ê. Carina çiya ji wan re dibin senger carina jî ew ji çiya re.
Şiverêk dû dirêj e. Rêwîtiya wan bê ser û ber e. Tu demsal ji bona wan ne asteng e. Çi zivistan, çi payîz, an jî havîn... gelek caran bi xwezayê re di nava têkoşînê de ne. Xweza çiqas wana diparêze ewqas jî di nav xwe de xetereyên mezin vedişêre. Xweza çiqas şûn û warê wan e ewqas jî bêbext e. Di germahiya havênê de kanî û rûbarên zûha, zivistanan aşût, payîzê çilmisîna xwezayê, xem û keser, biharan jî ji nû de vejîna gul û kulîlkan...
Di hemû demsalan de ew dîsa rêwî ne. Xweşî û zehmetiyên hemû demsalan jiyan dikin. Lê, govend û dîlan tu caran ji wan qut nabe. Diçin kû derê govend û dîlana xwe jî bi xwe re dibin. Li lûtkeyên çiyayên bilind her tim mij û moran, li newalên kûr çemên bê ser û ber, li gel wan jî her tim şahî û kêfxweşî... Dilên wan her tim ji bona serkeftinê lê dixe û di heman şiverêkê de, li gel wan dimeşe.
Meş dû dirêj e. Tu caran wê bidawî nebe. Niha payîz e. Xweza di xem û kesera çilmisînê de û di hêvî û baweriya ji nû de vejîna li piştî zivistanê de ye. Germahiya havînê xweza bêhêz dike, giya, kulîlk, sosin û beybûnên biharê diçilmisîne, payîz pelên daran ji daran dişexitîne, zivistan jî kefen lê dipêçe, her deverê vê welatê vediguherîne goristanekî bêqebir.
Li Anatoliya Xwedayê Attîs û Adonîs, di dema Samiyan de Temmuz ku çavkaniya xwe ji Xwedayên Sumeran Dumuzî digirtin li ser xebata xwe bûn. Ev tev de Xwedayên mirin û ji nû de zayîna xwezayê ne. Ev fetlanoka xwezayê ya ku di payîzê de dimire û di biharê de ji nû de zindî dibe ye. Ev Xweda jî mîna xwezayê di payîzê de dimirin û di biharê de, bi ji nû de zindîbûnê re evîn û bereket tînin. Mirina wan ya di payîzê de ji ber sedema evînê ye. Di biharê de vegera wan ya li ser rûwê erdê sedema evînê ye. Sedema rêwîtiya bêdawî ya Şervanên Azadiyê evîna herî bi rûmet e. Rêwiyên li vê erdnîgariyê jiyan dikin tu carî namirin, jiyankirina wan ya bêdawî ji sedema evîna wan e. Her tim di nava lêgerîna “Çawa Jiyankirin?”ê de ne. Bersiva vê pirsê her tim dibe sedema berdewamkirina meşa wan. Sedema meşa wan evîn bi xwe ye.
Li azadiyê digerin. Meşa wan ji rabirdûyê ber bi dahatûyê ve ye. Terk û şopa ku li pey xwe dihêlin mîna keskesorê ye. Tevahî cureyên rengan çavkaniya xwe ji wan digirin. Nakokiya di navbera reş û spî de ji holê radikin. Bi avabûna gerdûnê re dest bi meşê kirin, wê bi dawî lê hatina gerdûnê re meşa wan bidawî bibe. Serdem bi serdem li mirovahiyê digerin. Serdem bi serdem li yên ku azadiyê ji mirovahiyê dizîne digerin û hesap dipirsin. Li makîneya dem û demistanê siwar bûne, di serdaba demê re derbas dibin, him li rabirdûyê hene û him jî li dahatûyê. Ew rêwiyên hemû wextan in...
Şiverêka wan, carina jê di cih û warên wêran re derbas dibe, carina jê jî di goristanên bê xwedî yên xwediyên van cih û waran re. Sîlûetên jin û keçên ku ji bêriyê vedigerin, zarokên ku di cîhana xwe yê teng de bi pêleyîstokên xwe ve mijûlin û pîrejinên ku teşiyên xwe ba didin tên ber çavên wan. Bi dîtina dîmenên bê teswîr xemgîn dibin; dîwarên qulo qulo, qarçikên şewitî, xan û malên bê mirov...
Her deverî di bêdengiya mirinê de dibînin, di bêdengiyê de dihêlin û meşa xwe berdewam dikin. Lê ne di bêdengiya mirinê de, di bêdengiya berî bahoz û bagerê de dihêlin û diçin. Bahoz û bagera ku wê piştî wan dest pê bike, wê bibe ji nû de zindîkirina van deveran...
Çavkaniya jiyana wan Roj, pêşengên wan Stêrk in. Gelek caran Stêrk ji kêleka wan hilkişiyan asîmanan. Asîmanan xwe bi Stêrkên Şoreşê neqiş kirine. Stêrk, ku çavkaniya ronîkirina tarîtiyê ji Rojê digirin...
Vê kêliyê sê kes dimeşin, piştî kêliyekî din dimînin didu. Ew kes dibe ronahî ji pêşiya rêwiyên lêgerînvanên azadiyê re. Yên ku çav bi vê ronahiyê dikevin, bi dû dikevin heya ku xwe bigihijîninê... Piştî kêliyekî din dîsa dibin sisê, piştre çar, pênc û bi milyonan...
Tu caran ne ronahiya li pêşiya wan qut dibe, ne jî wê ew tune bibin.
Şiverêk dû dirêj in. Stêrk ji her demî bêtir diberiqin. Axa welatê wan dergûşa wan e. Asîman lihêfa wan, xweza dayîk û bavikên wan... Têr, birçî, tênşikestî, an jî bê av... Bi hezaran salin çend şaristanî di vê dergûşê de hatin xwedîkirin û çend şaristnî di bin vê lihêfê de xew kirin! Dîroka çend gelan li vir dest pê kir û li vir bidawî bû. Mirovahî çend caran xwe zindî kir û hat kuştin... Edî bese ey mirov! Ma tuyê kengî li mafên xwe xwedî derkevî? Ma ne bes e ku tu hatî kuştin, qetilkirin, talankirin...? Ma tuyê kengî ji bona azadiya xwe tevlî vê meşê bibî? Êdî ne bese, ey mirov? Xwe bavêje ji ser vê axa mirî...Bavêje...
XERZAN AŞTÎ
- Ayrıntılar
Tevgera Azadî demek dirêje ku pirsgirêka Kurd bi rêû rêbazên siyaseta demokratîk dixwaze û dixwast çareser bike. Lê mixabin ruxme ew qasî hewldan, dewleta Tirk di faşizma xwe de israr kir û hêna jî dike. Ev dixuyaye ku ji bo dewleta Tirk têra nekir, dewleta Tirk di şeva 24 Tirmeh de erîşek pir mezin bi sedan balafirên şer erîşên bi teknolojîk bilind ser gerillayên Kurdistan û erdnigariya Kurdistan kar anîn. Ev e jî têra nekir erîş birin ser gelê me û li Zergelê gelek mirovên me katlkirin. Erê dixuyaye ku ev e jî têra nekir vêca erîşa ser YPG û gelê me yê Rojava kirin. Dîsa erîş birin ser hêzên çep, welatparêz, şoreşgerên demokratîk li Pirsus-Suruç yên ku dixwastin bajarê Kobanê carek din avabikin. Erê dewleta Tirk, bi taybet jî partiya faşist a kesk AKP û serokê wê Erdoxan, di helbijartinên 7 hezîran de rayên ku dixwastin bigirin negirtin û yek jî desthilatdariya xwe jî windakirin. Yek ji plansaziya Erdoxan yê ku dixwast bibe Başkan ango serokê giştî jî têkçû. Bi kurtasî, Erdoxan û AKP siyaseta demokratîk de têkçûn. Bi gotina gel ve, di sindoqan de xeniqîn. Ji bo ku rewşa xwe a sindoqan veşêrînin dest bi tevlihevî, alozîûerîşên hovane kirin. Bê guman di van erîşan de yên ku bi dewleta AKP re alîkarî dikin jî henin û hebûn. Numûne PDK ango Barzanî M. û Barzanî N. Herkes dizane ku dema ku AKP biçe û diçe hîç bêguman yek jî Barzani M. û Barzanî N. jî diçin. Ber ku yên ku Barzaniyan li Başûre Kurdistan ser piyan digire û digirin yek ji Erdoxan e. Bedelê wê jî hîç beguman dijmintiya Tevgera Azadîye. Dijmintiya Şoreşa Rojava yê. Bi tenê li Başûr de wek desthilatdarî mayîne. Em direj nekin, her çiqasî em dev ji siyaseta demokratîk ber nadin jî, lê em nikarin wek berê serî xwe jî direjî faşîzma AKP bikin. Derket ku tevahi nîyeta baş a gelê me, gelên dostû tevgera azadîdewleta Tirk pir xirab kar aniye. Tevahî nezîk buyînên bi dilpakî ji bo ku pergala xwe a faşizan bidin runişkandin kar anîne. Heqe rewş wiha ye, wê demê pêwîste herkes vê rewşê berçavan derbas bike û gorî ve jî tevbigere. Berçavan derbas kirin bê guman e wek berê nebe. Êdî çareserî jî yê wek berê nebe. Çareserîêdî bi avakirina rêveberiya xwe û bi avakirina xweseriya demokratîk dibe. Rêveberiya xwe ne tenê ji bo Kurdan na ji bo tevahîTirkiye pêwîste. Xweseriya Demokratîk ne tenê ji bo Kurdistan ango herêmên Kurdistan e, ji bo tevahîTirkiye, serî de jî, ji bo Karadenîz pêwîste. Êdî ne gengaz e ku li cihekê welatek wek Tirkiye ûKurdistan were rêvebirin. Ne gengaz e ku pirsgirêkên Karadenîz, Akdenîz, Anatolya Navîn, Ege, Marmara her wiha Kurdistan navendeke de werin meşandin. Na, a rast ew e ku êdîTirkiye bi rêbazek nû, hemdemî were rêvebirin. Ev e jî, beguman Xweseriya Demokratîk e. Ji bo wê em dibejin ku bi erîşên 24 tirmeh ku hember çiyayên Kurdistan ve hatin darxistin, êdî gelek tişt hatin guertin. Di xuyaye ku AKP ango Erdoxan tu nezîkbuyînên demokratîk nasnakin. Bala xwe bidin ruxme ku hukumet xeyrî meşrû ango xeyrî rewaye, biryarên ku tenê meclîs an jî parlamantoyek dikari bigire digirin. Erîşek pirr fireh ser gelan û herêmên din yên cihanê dibin. Ruxme ku hukumetek muakkat ango demîû demboriye, wek hukumetek fermî tevdigerin û hemû derfetên dewleta Tirk kar tînin. Ev e jî nîşan dide ku biryara şer hember tevgera azadîû gelêKurd tenê AKP û Erdoxan negirtiye, heman demê yên ku biryara şer girtine dewleta Tirk e. dewleta kûr e. dewleta taybet e. Heqe rastî evin wê demê pêwîstî bi guertinin pir bingehîn henin. Yekemîn me li jor anî ser ziman; İlankirina Xweseriya Demokratîk di tevahîTirkiye de. A duyemîn ev e ku, êdî her kî ku li Tirkiye ûKurdistan dijî parastina xwe esas bigire. Ango xweparastina xwe û gelêTirkiyê pêşbixe. A seyemîn ev e ku, cihe ku gel dijî derbare her mijareke xwe biryar bide. Wek diyar kirina Valiyan, Kaymakaman. A çaremîn ev e ku, êdî gelên Tirkiye bi gelên herêmê ser esasên jiyanek komunal ango hevbeş bi hevre tevbigerin. Cihe ku em dijîn bila kareba ango elektrîk bin kontrola me de bibe. Petrol jî. Av jî. Komir jî. Her wiha tiştên ku aide me ango xwemalî gerez bin kontrola me de bibin. Pencemîn ev e ku, êdî pergala dewleta ser esasî dadgeha dewlemend, desthilatdar û dagirkeran were bihartin ango derbas kirin. Dadgeh karek civakeyê. Em dikarin xwe bi xwe karên dadgehî bimeşînin. Pêwîst nake ku kesek biçe cem dewletek faşîst û xwe xîzan bike. Şeşemîn ev e ku, cihe ku em lê polîs pêwîst nakin. Ber ku dema ku em xweparastina xwe bikin, pêwîsti bi hêzek wiha nîne û nabe jî. Her gundek, her taxek, her navçeyek, her bajarokek, her bajarek dikare xwe bi xwe biparêze. A rast jî ev e. Demên pir berê bav û Kalên me ango dayikên me wiha xwe parastine û jîn kirine. A heftemîn ev e ku, perwerde jî karek civakeye. Perwerda netewî va dused sal umre an jî temenê xwe heye an ji ew qas jî nîne. Berê herkesî perwerde xwe, an li malê didît an jî medrese hebûn. Mamosta bi alîkariya civakê jîn dikirin. Berve jî mamoste kesek nezî civakê bû. Mirovek ji bo wê jî ser waxt bû. Ne kesek yên pereyan bûn. Û yek jî ne kesek e dewletê ango sixûr bû. Heyştemîn, nehemîn her wiha dehemîn jî em dikarin rêz bikin. Lê ne pêwîste, ne pêwîste ber ku gotinên me tên fehmkirin. Carek din em bînin ser ziman ku, êdî tiştek yê wek berê nebe. Erîşên dewleta Tirk yên ku di 24 tirmeh bi alîkariya hinek hêzan pek hatiye, millatek e. Şiyar buyînek e. Ser xwe ve hatinek e. Xwe buyînek e. Her wiha, her wiha, her wiha… Dema ku em dibejin DEM DEMA XWEBUYİNE YÊ mabesta me ev e. Tam jî dema ku em demên nûve jîne, ango rojên 15 Tebax jîn dikin, xwe bûyînek wiha gelek giran biha yê û bêhempaye. Him jî ji bo giştî gelên herêma Rojhilatanavîn. Êdî dema dîktaroran, melîkan, began, desthilatdaran her wiha yek dengan derbas bû. 15 Tebax’a gelên Rojhilatanavîn pîroz be!
QASIM ENGİN
- Ayrıntılar
Navê min Mazlûm Rojîn. Di sala 1980´an de li herêma Mêrdînê ji dayik bûme. Di sala 1999´an de tevlî li nav refên azadiyê bûm. Ev demeke jî li herêma Mêrdîn li çiyayê Bagokê em xebata têkoşîna azadiya Kurdistanê meşand. Ev pênc sal in ku em li vê herêmê ne.
Li mezopotamyaya jorîn (hîlala zêrîn) şaristaniya mirovahiyê li vê herêmê hatiye destpêkirin. Wisa tê binavkirin. Hemû gelên li mezopotamyaya jorîn jiyane hema hema hemû gel li Bagokê jiyana xwe domandine. Bi rastî jî mirov meraq dikin ku navê Bagokê ji ku tê ango wateya wê çi ye? Li ser navê Bagokê gelek wate û metelokên wê hene lê yên yên herî sereke ku derdikevin pêş dixwazim parve bikim. Li herêma Bagokê bi xwe çîroka navê Bagokê ya bi kurdî heye. Gelê herêmê dibêje; ji ber ku di herêmê de Bagok çiyayê herî bilind û herêma Mêrdînê jî piranî bi deştên xwe tê zanîn ji Bagokê her derê herêmê tê xuyakirin. Bayê ku ji deştên Mêrdînê tên hemû xwe li derdora Bagokê digirin. Bagok li herêmê wek navenda hêza kişandina bayên li derdorê ye. Ji ber vê jî di nav gel de dibêjin Goga Bayê. Sedema vî navî jî ev e ku; her tim li derdora Bagokê bablîsok radibin. Di herêmê de gotina yekem a li ser navê Bagokê ev e. Ya duyem jî ev e; tê zanîn ku li herêma Mêrdînê gelê me yê Suryan yek ji wan gelê qedîm ên li Mêrdînê dijîn e. Di çiyayê Bagokê de jî gelek gundê Suryana hene. Bagok wateya xwe li gor çand û zimanê Suryana wek Navend tê gotin. Ango wateya navê Bagokê tê mana navenda Suryana. Di herêmê de piranî bingeha van wateya xurt e. Lê wekî hemû çiyayên Kurdistanê mitolojî, metelok û çîrokên cûr bi cûr ên Bagokê jî teqez hene. Yên herî zêde derdikevin pêş ev herdû wate ne. Dibe ku ev herdû wate mîtolojîk xuya dikin lê divê bê zanîn ku mîtolojî jî ji zanebûnê qut nîn e. Teqez bingeheke xwe heye.
Herêma Mêrdîn û di nav de jî çiyayê Bagokê cihekî stratejîk e. Ji dîrokê û hetanî roja me, êrîşên li Kurdistanê û bi taybet yên li ser Mêrdînê çêbûne Bagok her tim rola stargehê leyîstiye. Ji ber vê rola xwe jî çiyayê Bagokê wek keleha parastinê jî tê zanîn. Me anî ziman ku derdora Herêmê bi giştî deştên berfireh in. Her wiha kurdan ji dîrokê û vir ve her tim xwe li çiyayan girtine. Yek ji van çiyayên Kurdistanê jî çiyayê Bagokê ye. Lê tenê ne ji boyê Kurdan. Gelên li derdora herêmê jiyan e çi bisilman û çi jî, ji bilî bisilmanan (Suryan, Aşûr, Keldan, Nastûrî) hemûyan jî xwe liBagokê girtine.
Rêber APO jî di parêznameyên xwe de nivîsiye ku; Di dema belavbûna Îsevîtiyê de hewariyên Îsa xwe li gelek dever û çiyayan digirin. Ji van çiyayan yek jî çiyayê Bagokê ye. Ji ber ku li wê herêmê gelê Suryan û Ermen dijîn. Jixwe tê gotin ku di dîroka mirovahiyê de yekem car Xirîstiyanî ev herdû gel ji xwe re weke ol pejirandine. Her wiha rêxistinkirina wan a ola Îsevîtiyê jî di çiyayê Bagokê de destpê kiriye. Ev yek jî rewşa Bagokê ya dîrokî hîn bêhtir derdixîne holê. Di heman demê de çiyayê Bagokê ji bera xwe ve li ser xeta bazirganiyê ye. Ev xet wek Rêya Hevrîşimê tê zanîn. Di demên berê de bazirganiya ku ji Asyaya Navîn ber bi Rojava ve çêdibe hemû di bin siya çiyayê Bagokê de çêdibe. Ev yek jî bêhtir girîngiya Bagokê raçavî me dike. Bo nimûne li derdora Bagokê gelek navçe hene. Yek ji wan jî Nisêbîn e. Nisêbîn li gorî dîroka xwe bajarekî bir kevnar û qedîm e. Bi Suryanî jê re Nîsîbîs tê gotin. Ev bajar jî girîngiya Bagokê zêdetir dike. Ev yek jî bûye sedem ku him şerê li herêma Mêrdîn û bi taybet şerên li bin xetê navendên wekî li Qamişlo,Nisêbîn, Dêrik û Dirbêsiyê qewimîne di bin siya çiyayê Bagokê de pêk hatine. Her wiha di dîrokê de ev çiya wek qada şer jî tê zanîn. Û çiyayê Bagokê ev rewşa xwe heta roja me jî parastiye. Bo nimûne; di şerê me yê azadiyê de jî roleke wisa leyîst û hîna jî dilîze. Ji ber ku ji boyî gerîla mîna stargeheke çiyayê Bagokê. Ev sedema xwe ji dîrokê ji pirgelî (ango wek mozaîka gelan) û pirçandiyê digire.
Ji aliyê erdnigariyê ve li rojhilatê Bagokê Hezex, li bakur-rojhilatê Bagokê Midyad, li rojavayê Bagokê Nisêbîn û li başûr-rojhilatê bagokê jî bajarên Rojavayê Kurdistanê wêk Dirbêsiyê û Dêrik heye. Çiyayê Bagokê di navbera van bajarokên dîrokî de ye. Çiyaye Bagokê divê mirov wek girekî ji rêzê nefikire. Dibe ku bilindahiya Bagokê li gorî çiyayên Kurdistanê ne zêde be lê taybetmendiya Bagokê ji belavbûna xwe ya berfireh digire. Di mîtolojiyê de dema mijar tê li ser Kurdistanê, welatê me wek bihuşta li ser rûyê erdê tê qalkirin. Di nav Kurdistanê de mirov dikare Bagokê jî parçeyek ji vê bihuştê bihesibîne. Ji ber ku ji demên berê ve, ev herêm ji boyî çandinî, ajalkarî û parastinê xwedî xwezayeke dewlemend e. Ev jî bûye sedem ku li der û dora Bagokê ji gelek neteweyan mirov lê bicivin. Ji ber vê jî mirov dikare bêje ku Bagok; mozaîka gelan e. Di serdema Osmaniyan ango di 1915´an de li ser navê Îslamê her çiqas êrîş hatibin li ser Suryan, Ermen û netewên din ên Îsevî jî, van salên dawî vegera mirovên ji van gelan zêdetir bûye. Bo nimûne; niha di çiyayê Bagokê de, bi dehan dêrên Suryaniyan ên ku tê de perwerdehî tê dayîn hene. Gelê Suryanî niha bi gelemperî li Ewrûpayê dijî. Lê van salên dawî tevî zar û zêçên xwe têne Kurdistanê an Bagokê û li dêrên li quntara Bagokê ayîn û perwerdehiyên xwe li dar dixin. Heman rewş ji boyî Ermen û Kurdên me yên Êzdî jî derbasdar e.
Bagok di nav têkoşerên şerê azadiyê ango di nav gerîlayên Kurdistanê de wek Gabara duyem tê binavkirin. Him ji ber xweza, daristan, fêkî û him jî ji ber taht, şikêr û ajalên xwe ve dişibe Gabarê. Mesela Bagok wek herêmeke bêav ango tor tê zanîn. Lê gelên li herêmê li hemberî vê pirsgirêka jiyanî xuliqkar nêz bûne û çalên avê yên ku bi dilopên baranê tije dibin ji xwe re vedane. Lê ev çal ewqas pir in ku nayê jimartin. Mirov dikare bêje ku bi hezaran çalên avê yên ku govaniyê li dîrokê kirine hene. Mirov difikire û digihêje vê qenahetê; çêkirina van çalan ne karê salek an sed salî ye, ev kar û keda hezar salan e. Her wiha li vê herêmê xuliqkariya mirovên destpêkê jî derdikeve holê. Ji vî milî ve mirov dikare bêje ku xweza û bermahiyên Bagokê yekser bi mirovan re diaxive.
Xweza û ava Bagokê jî bi nav û deng e. Dibin çiyayê Bagokê de avek heye ku jê re dibêjin Ava Spî. Di nav gel de ji ber ku ava wê zêde sar e dibêjin ava cemidî jî. Dema mirov li vê ava boş û paqij dinihêre dibê qey hemû avên herêma Mêrdînê li hev civiyane. Ji ber van taybetmendiyên gelek bajarên li der û dorê gel havînan ji boyî bêhnvedanê berê xwe didine Ava Spî. Ji Nisêbînê hetanî çavkaniya Ava Spî ku digihêje Dalînê hemû kêlekên avê ji boyî geştvanan holikên bêhnvedanê hatine çêkirin. Mirovên ku diçine Ava Spî wek ku diçine seyranê dihesibînin. Ji ber ku li derdora avê zarokên Doman ku bi jenandina kemençeyê bi nav û deng in, roja geştvanan dikine rojeke cejnî.
Ger behsa dêrên li herêma Bagokê bê kirin di destpêkê de mirov dikare behsa Dêr Omer bike. Dêr Omer di destpêka serdema îslamiyetê de gelek êrîşan xwariye. Jixwe tê zanîn ku yê li Kurdistanê Îslamiyetê xwestiye bi darê zorê belav bike Hz. Omer e. Dema artêşa îslamê tê li nav sînorên Bagokê, dixwazin vê dêrê ji binî ve hilweşînin. Di navbera fermandarên artêşa îslamê û gelê herêmê de peymanek tê çêkirin. Gelê herêmê ji fermandaran re gotine em ê navê Hz. Omer bidine dêrê lê bes hûn dêra me xera nekin. Li ser esasên peymanê li hev dikin û navê dêrê dibe Dêr Omer. Her wiha ev nav ji sedsala 10´an hetanî roja me tê bilêvkirin.
Gelek bermahiyên dîrokî yên Bagokê hene. Di nav çiyayê Bagokê bi xwe de kelên dîrokî hene. Ji van kelehan gelek jê xera bûne. Ev kel bêhtirîn ji boyî parastin û şeran hatine avakirin. Ji van kelehan yek jî keleha Marînê ye. Ev keleh navê xwe ji gundekî Ermeniyan digire. Her wiha li gundê Marînê ji bilî keleha xwe bi şikeftên xwe jî bi nav û deng e. Ji van şikeftên xwe nêzî 5000´an jê ji aliyê wezareta çandê ya Komara Tirkiyê hatine qeydkirin ku di demên borî de ji aliyê mirovan ve weke mal hatine bikaranîn. Her wiha li gorî gelê herêmê dianîn ziman; ewqasên dî jî di demên borî de hatine bikaranîn. Ev gund di dema xwe de navenda perwerdehiya Ermenan bû. Em bi xwe jî çûne li nav vî gundî û bi rastî jî, bêhna keda mirovahiyê ji vî gundî tê. Ji bilî keleha Marînê kela Şûşaniyê jî bi nav û deng e. Ev kel jî li rojhilatê Bagokê ye û ji ber ku niştecihên herêmê li hemberî zilm û zora Osmaniyan serî hildane ev kel ji aliyê Osmaniyan ve hatiye xerakirin. Ev kel tenê ji rêyekê mirov dikare xwe bigihînê. Ji ber ku di nav xwezayeke asê de ye û derdora wê jî bi tahtên şayîkî ve hatiye pêçandin. Dema me li bermahiyên keleha Şûşanê dinihêrî di derbên dîwarên wê de xuya dikirin ku ev kel bi top û keviravêjan (mancinik) ve hatiye hilweşandin. Weke gundê Marînê li derdora keleha Şûşanê jî bi hezaran şikeft hene.
Dixwazim hindekî jî li ser gundên li derdora Bagokê rawestim. Li rojhilatê Bagokê; Erbanê, Qertmînê , li başûr-rojavayê wê li mintiqeya Geliyê Sor gundê bi navê Xanika ku yê kurdên me yên Êzdî heye.Her wiha li rojavayê Bagokê Sewdikê, Şukrînê heye ku ev jî gundên Êzîdiyan e. Li başûrê çiyayê Bagokê gundên bi navê; Mîzezexê, Hepşê, Xirabê Alê, Keferzê û gundê Selhê heye ku ev gund ên Suryana ne. Li aliyê bakur- rojavayê Bagokê gundên Serêavê û Kelehê hene ku niştecihên wê kurd in. Ev gundana di quntara çiyayê Bagokê de cihê xwe digirin. Li bakurê çiyayê Bagokê gundê bi navê Girê Mîra û gelek gundên dî hene. Ji gundên kurdan ên zahf tên nasîn jî gundên bi navê Gurînê, Qutbê û gundê Sêderî heye ku ev gund jî di demên berê de gundên Suryana bûn.Lê di demên berê de ev gund ji aliyê Komara Tirkiyê ve hatine valakirin û di van salên dawî de Kurd di van gundan de bi cih bûn. Li rex van gundan; gundê Xirbê Mişkan heye, li kêlek jêra vî gundî Xirbê Xelo heye. Gundê herî xweşik û balkêş ku li navsera Bagokê gundê Badibê ye. Ev gund gundê Suryana ye. Li vî gundî piştî salan Suryan vedigerin û bi mîmariya xwe ya kevn di sînga Bagokê de vî gundê bêhempa neqişandine. Li gundê Badibê bi heman navî dêra Badibê jî heye. Ev dêr ji hemû derdora Bagokê ve tê dîtin. Ev dêr bi kevirên spî yên Midyadê ku -bi nav û deng in- ve hatiye çêkirin. Li lûtkeya Bagokê wek kelekeka li ser avê ye dêra Badibê.
Di şerê azadiya gelê kurd de wek hemû çiyayên Kurdistanê rola çiyayê Bagokê mezin e. Ji ber ku, dema tevgera azadiyê li Mêrdînê bi cih dibe çiyayê Bagok wek wargeha gerîla tê bikaranîn. Şerê herî girîng yê li çiyayê Bagokê di sala 1989´an de pêk hat. Gelê herêmê vî şerê bi nav û deng wek stran bi şev û rojan dianî ziman. Çend çarînên stranê ev in;
Li Mêrdînê li Bagokê
Xwîn herikî weke cokê
Şer domiya şev û rokê
Bijî şerê me li Bagokê
Çiyayê Bagokê bi dar e
Leşker hatin bi hezara
Li wir bûbû axir dewran
Li ser serê çend hevalan
Heval Delîl bûbû rêber
Xwişka Aytan êrîş kir ser
Çiyayê Bagokê hejandin
Dîrokê bi zêr neqişandin
Piştî şerê li Bagokê li herêmê serhildan destpê kirin. Wek li Nisêbîn, Kerboran, Cizîr, Hezex û li gelek deverên dî gel rabû li ser piyan. Bandora şerên li çiyayê Bagokê di van serhildanên gel de mezin e. Ji ber ku piştî gerîlayên azadiyê li Mêrdîn û çiyayê Bagokêbi cih bûn li hemû derdora xwe bandoreke mezin da. Beriya me, li herêmê tevgerên mîna KUK, Ala Rizgarî, û hwd. jî hebûn. Ev tevgerên han beriya şerê çekdarî di nav gel de bûn û dixwestin pêşî li tevgera azadî û gerîlayên Kurdistanê bigirin. Lê bi demê re gelê Mêrdîn û herêmên li derdora çiyayê Bagokê armanc û feraseta tevgera azadiyê fêm kirin û hîn bêhtir nêzî partiya me PKK´ê bûn. Ev jî bû sedem ku di herêmê de keç û xortên ciwan ref bi ref tevlî tevgera azadiyê bibin. Di dîroka şerê me, bi taybet jî di pêvajoya serhildanan de bi hezaran ciwan tevlî dibûn û ev ciwan di çiyayê Bagokê bi cih dibûn. Her wiha ji serhildanan şûn ve çiyayê Bagokê wek biryargeha Mêrdînê hat karanîn. Dibe ku ji ber şer û pevçûnan ku car caran cihê biryargehê hatibe guhertin, lê ji bilî wê di tevgera me de li herêma Mêrdîn çiyayê Bagokê wek biryargeh hatiye şixulandin.
Dema behsa şerê çekdarî yê tevgera azadiyê ku li çiyayê Bagokê pêk hatine tê kirin, ne mimkun e ku mirov di ser şerê 1989´an de derbas bibe. Di sala 1989´an de di bin fermandariya heval Delîl û hevala Aytan de, di meha Avrêlê (nîsan) de şerên bi nav û deng li çiyayê Bagokê qewimîn.Ev şer bi operasyonên artêşa Tirk ve destpê dike. Piranî li navsera Bagokê operasyon tên kirin. Di wê demê de yên ji şer re amade ne bi piranî hevalên nû tevlî bûne û hîna di perwerdehiyê de bûn. Heval Delîl jî ne hêzekî girêdayî çiyayê Bagokê bû. Hevalê Delîl wê demê fermandarê eyaleta Xerzanê ye. Wê demê hevalê Delîl jo boyî civînekê li Bagokê bû. Di kêliyên destpêka civînê de artêşa Tirk operasyonê dabû destpêkirin. Heval Aytan jî di gerîlatiyê de hîna şeş mehê wê qediyabû. Lê hevala Aytan hevaleke pir jîr û zîrek bû. Hevalê Delîl û Hevala Aytan hevalên dîtir digirin li gel xwe û xwe ji navsera çiyayê Bagokê berê xwe didinê quntaran. Ji ber ku dixwazin derkevin dervî operasyonê. Lê heval baş hisab nakin ku operasyon çiqasî berfireh e û ji serî heta binî hemû aliyên Bagokê hatine girtin. Hevalên me xwe didin herêma Dêrpo û Xirbê Cinata ku ev derên ha piraniya xwe li qutara çiyayên Bagokê dikevin. Heval heta dotina rojê li wir dimînin. Serê sibê heval fêm dikin ku ev operasyon pir berfireh e û cihên lê ne jî digire li nav xwe. Êdî şer û pevçûn piraniya xwe li herêma Dêrpo û Xirbê Cinata pêk tên. Hevalên me ji sibe hetanî nava rojê şerekî pir giran û mezin didin. Bi dehan leşker têne kuştin. Sê helîkopterên dijmin tênê xistin. Piştî hersê helîkopter tên xistin heval Delîl dixwaze biçe li ser enqazê. Lê heval Delîl li wir şehîd dikeve. Hevalên dî jî di pevçûna heman operasyonê de şehîd dikevin. Tevahî 20 heval di pevşûnê de şehîd dikevin. Ev encam û şerê mezin di herêma Mêrdîn û der û dora wê de dibe wesîle ku li hawirdorê bayê serhildanan destpê bike. Li hemû deran cenazeyê hevalan bi girseyên mezin ên gel ve tên pêşwazîkirin. Dijmin êrîşî gel dike û bi vî awayî li hemû herêmê serhildanan destpê dikin. Jixwe êdî dijmin fêm dike ku yên van serhildanan bi rê ve dibe Bagok e û gerîla ye. Ji ber vê jî dijmin her tim dixwaze bi êrîşên mezin ve biçe li ser çiyayê Bagokê. Gerîlayên ruhê Apoyî di xwe de duhundirînin jî li hember hemû êrîşan her tim di ber xwe didin, dane û ti carî nehiştin ku çiyayê Bagokê bikeve. Li çiyayê Bagokê şerê mezin yêduyem li mintiqeya keleha Şûşaniyê di salên 90´î de pêk hat. Heval li wir di hundirê kelehê de şer dikin. Ev şer sê rojan bênavber didome. Ji ber keleh sîpereke xurt e û heval jî baş di ber xwe didin dijmin nikare bi hevalan. Piştî sê rojan cebilxaneya hevalan diqede û hevalên me li keleha Şûşaniyê digihêjin şehadetê. Cenazeyên wan hevalan hîna jî di kelehê de veşartî ne. Di şerên gerîla yê çiyayê Bagokê de yê herî dawî derdikeve pêş di serdema hevalê Felat de pêk tê. Ev şer jî beranberî sala 1999´an tê. Hevalê Felat wê demê fermandarê eyaleta Mêrdînê ye. Di vê pêvajoya ku Rêber APO dikeve dest dijmin de şerekî mezin li Bagokê pêk tê. Hevalê Felat bi hemû hêza biryargeha eyaleta Mêrdînê ve tevdigere. Ev şer li Girê Bilik di meha sibatê de pêk tê û di vê mehê de heval di perwerdehiyê de bûn. Di encama vî şerê ku li nêzî gundê Sewdikê destpê dike de bi dehan leşker tên kuştin her wiha 27 hevalên me şehîd dikevin. Dayik van şerên bi nav û deng ên li çiyayê Bagokê pêk hatine di şevên tarî de wek lorîkan stirîne. Ev destanên gerîlayên PKK´ê bû sedem ku li herêmê serhildanên gel pêk werin. Ji van şerên destanî diyar dibe ku encax gelên qewhreman dê karibin keç û xortên bi navê Delîl û Aytanan biafirînin. Di pêvajoya serhildanên ku me anî ziman de kongreya pêncemîn hat li darxistin. Di kongreyê de ji aliyê Rêber APO ve gelê Mêrdînê wek gelê welatparêz tê hilbijartin.Gelê Mêrdînê di dîroka tevgera azadiya Kurdistanê de ev erka xwe ya welatparêziyê her û her bi cih aniye û li nirxên tevgerê xwedî derketiye. Gelê Mêrdînê bi taybet him di pêvajoya ku Rêber APO bi komploya navneteweyî de dikeve lepên eyloyên goştxwir ûhim jî piştî vê pêvajoyê, li bakurê Kurdistanê serhildana li ser piya bû. Her wiha di îroja me, di pêngava çaremîn a şerê gel ê şoreşgerî de jî rol û mîsyona gelê Mêrdînê û çiyayê Bagokê, ji boyî pêvajoya nû ya xweseriya demokratîk him ji aliyê gel û him jî ji aliyê gerîla ve her berdewam e.
Bingeha têkiliyên gerîla û gelê herêmê digihe hetanî demên serhildanan. Di demên serhildanên li herêma Mêrdînê de dewlet dixwaze têkiliya di navbera gel û gerîla de qut bike û ji ber vê jî dixwaze bi darê zorê gelê herêmê çi Ereb/Mihelmî, Suryan û çi jî Ermen û Kurd bike cerdewan. Dema gelê herêmê di ber xwe dida vêca bi darê zorê gundan şewitandin û berê gelê herêmê wek hemû herêmên bakurê Kurdistanê dida koçberiya ji Kurdistanê. Dema mirov li koça gelê Mêrdînê ya metrepolên Tirkiyê digire dest; gelê me li bajaran rûyê reş ê dijminê xwe ji nêz ve dibîne û bêhtir girîdayî têkoşîna zarokên welatê rojê dibe. Û keç û xortên xwe ji dûrî welat şandin çiyayên bav û kalan.Yên ku gundên xwe bernedan jî, wek tê zanîn bi darê zorê dijmin ew kirin cerdewan. Di vir de wek endamekî tevgera azadiya Kurdistanê dixwazim rexnedayînekê bidim; di sala 1994´an, di pêvajoya Egîdê Mala Qaso, Qara Omer û yên wekî wan de, di herêma Mêrdînê de tasfiyekariyeke gelek êş da gelê me hat jiyîn. Mirovên bêguneh hatin qetilkirin. Ev jî bû sedem ku di nav gelê me de bertekên tund li hemberî tevgera azadiyê derkevin holê. Di vir de dijmin hindek gund û malbatan bi aliyê xwe ve kişand. Lê pişt re ji gel jî hat diyarkirin ku ew kesên tasfiyekar mirovên dijmin bûn ku ewana şandibûn li nav rêxistinê. Armanca kar û barê van tasfiyekaran; gel ji tevgerê sarkirin û her wiha tevgerê di çavê gel de reşkirin bû. Ev jî bû sedem ku di nav gel de wek bertek, cerdewanî bi pêş bikeve. Lê ez bi xwe jî govanê herêmê me ku cerdewanên herêma Mêrdînê bi giştî mirov çend navan jê derxîne, ne ji wan cerdewanên çavsor in. Piraniya cerdewanên herêmê pasîf man û bi giştî xwe ji tevgera azadiyê paqij nekirin. Lê ev nayê wê wateyê ku rêka ku ew lê ne rêyeke neşaş be. Ev cerdewanan her çiqas dijminahiyeke çavsorî nekiribin jî di encamê de daxwaz û polîtîkaya dijminên xwe pejirandin. Her wiha gelê me di destê dijminê xwînxwar de bû leyîstokek. Her wiha li hemberî berjewendiyên gelê kurd û tevgera azadiya Kurdistanê bûne mîna kelemekî. Em hêvîdar in ku di demên pêş de gelê me ji vê şaşîtiyê wê vegere li ser rastiya xwe. Tevgera Kurdistanî zêde berfireh bûye. Divê êdî ew jî di nav rêxistina xwe de cihê xwe bigrin. Li hember dîrokê şaşîtî divê li beramberî hev û li gorî berjewendiyên tevgera Kurdistanî ji holê bêne rakirin. Ji ber ku rêxistina me her çiqas rehma xwe hebe ewqasî jî dikare rexnedayîna xwe jî bide. Divê ji niha û şûn de ne tenê gelê Mêrdînê, hemû gelên Kurdistanî xwe li gor pêvajoya nû ya xweseriya demokratîk amade bikin. Her mirovê Kurdistanî ku li hember girêdayîna ewqas şehîdan divê van peywiran wekî deynê stûyê xwe bibîne û li gor vê yekê tevbigere. Ji ber ku dîrok ji boyî serxwebûna gelê kurd ti carî ewqasî guncav nebûbû. Li gor van yekan ger em xwe ji dema pêş re amade bikin teqez wê serkeftin bibe ya me û em ê Rêbertiya xwe jî ji esareta dijmin azad biNn
Mazlûm ROJÎN
- Ayrıntılar

Em çawa têkiliya polîtîka û hunerêbigrin dest? Pêwîste ku mirov vanmijaran jî bigre dest. Çand û huner
çiye? Çi cudahî di navbera çand ûhunerê de heye? Pêwîste ku em pênaseyavan bikin. Hîna rast û dirûst
têgihiştina van têgînan min çênekir.
Çand çiye?
Huner çiye?
Exlaq çiye?
Aborî jî çandek e. Em ji nirxên çîrokanbigrin heya nirxên zanistî hemûdi nav çandê de bi pêş dikeve. Pêwîste embidin têgihiştin ku ev herêm di bingehêxwe de vegotina çi ji bo Kurdistanê dike.We vana wekî têgînên razber hundirînkiriye. Di Kurdistanê de pirsgirêkaçandê çi ye? Di Kurdistanê de erka hunerê wê çi bibe? Girêdayî tekoşînaPKK’ê wê çi bibe? Bi şeklê exlaqî bersivhatiye dayîn. Bûyera exlaq ûPKK’ê pir zêde şênber bûye. Lê ji bohunerê em nikarin heman tiştî bidin diyarkirin.Em di Kurdistanê de zêde liser pirsgirêka çandê ne serwer in yan jîdi têgînîkirin û pêkanînê de valatiyekediyar heye.Derfet nîne ku mirov hemûyan lêkolînbike. Dibe ku çînî jî be. Lê biçi şêweyî ye? Mînak, çanda hunerê heye.50’î baskên hunerê jî hene. Çanda aborî, çanda siyasî, gelek baskên çandêyên girêdayî mirov hene. Ne gengaz eku mirov hemûyan lêkolîn bike. Dibe ku em nekarin ewqasî lêhûrbûn bi serbixînin. Herî kêm ji bo pêvejoya me yaşoreşgerî, divê biqasî ku em dikarindest bavêjin pirsgirêkê texmîn bikin.Ez hinek pirs an jî, bipirsim bes e. Gerem bikarin hinek pirsên biwate derbixîninholê ew jî bes e.Pêwîst e em bersivê bidin çand ûhunera ku têkoşîna xilasiyê derxistî holê.Ango bi qasî ku em bi şoreşê re eleqedarin, em dikarin ji hunerê re jî têgînekêû ji vê çalakiyê re derfetekî pêkanînêbidin. Em behsa têkiliya vê ya bipolîtîkaya şoreşgeriyê re dikin. Embehsa têkiliya wê ya bi derketinaPKK’ê re dikin. Ji niha ve pirsên PKKû çand, PKK û exlaq derketine holê.Bê guman emê pênaseyên wisacuda jî bikin. Ha niha ez li ser pênaseyekêdifikirim. Ez bawerim, bi were dinava hewayeke sohbetê de dikarimvêna bidim xuyakirin; di nava çalakiyamirovan de, dibin xedariya qeydeênxwezayî yên nifşê mirov û civakî de,wextê ku jiyana madî di afirandinê dezehmetiyên ku pê re rû be rû mane, jibo ku xizaniyan û êşan bidin sekinandinçalakiyên afirîner kirin e. Ger embala xwe bidinê, ev çalakiyekî afrînerîya xweserê mirov e.Cihên ku têkoşînên mezin lê têmeşandin de zehmetî û êşên mezin tên jiyîn. Lewre jî berhemên mezin ênhunerê derdikevin holê. Her wiha şêweyênêş û zehmetiyan, şeweyên huneraxwe jî di afirîne. Lê belê li vê derêhunera ku pêwîste were têgihiştin,bi tevahî karê mirovekê ye. Him jî nekarê têkoşîna polîtîk a mirov e. Polîtîkali cihekî pêvajoyeke dîrokî ya kupêwîste civak li gorî felsefeya meteryalîstbijî. Hindek jî ilmî ye. Polîtîkawek zanistekî tê bikaranîn, wekîhunerekê nayê bikaranîn. Tenê wekîzanistekê tê destgirtin. Cardin aborî newek hunerekê, wek zanistekê têbikaranîn. Di navbera zanist û hunerê de cudabûn heye, lê ne dijberî hev in. Bi awayekmisoger huner ne zanist e.
Aborî ne wek hunerekê, wek zanistekê tê bi karanîn.Di navbera zanist û hunerê de cudabûn heye, lê nedijberî hev in. Bi awayek misoger huner ne zanist e.Di bingehê xwe de huner derveyî zanistê, diwateyekî din de bûyerekî ji zanistê wêdetir e.
Di bingehêxwe de huner derveyî zanistê, di wateyekîdin de bûyerekî ji zanistê wêdetir e.Ger em vê şîroveyê di milê bîrdozî debigrin dest, huner ne bîrdoziye jî; qadeke kuli derveyî zanist û bîrdoziyê dimîne ye.Bo nimûne, têkoşîna ku PKK dide meşadin,xwe dispêre sosyalîzma zanistî; di wateyêde şerekî polîtîkaye ku wateya wê ya zanistîheye. Di vê wateyê de huner ne şerejî. Lê ji niha ve sîtava xwe daye gelek herêmênhunerê. Ango li ser qadên ku meweke qadên hunerê vegotiye bandoraxwe çêkiriye û herêmên hunerê jî berbiguhertinê ve dibe. Mesela êdî pergala lîstokakilasîk, strana cuda dibe. Bala xwedide encamên şoreşgerî yên PKK’ê û himşewqvedanê, him jî guhertinê dijî. Min licihekê xwendibû, tam nayê bîra min, lê bivî rengî digot; huner, sîtava çalakiyênmirov e û guhertina wêna ye.Lê dema ku em dibêjin divê “huneraşoreşgerî were afirandin”, em dibêjin biserê xwe qada şer e. Afirînerê wê him wêteorîk be û him jî wê kardarî be. Afirînerêwê, biqasî ku bala xwe dide li ser mijarênşerê şoreşgerî yên bîrdozî, polîtîk, leşkerîû pêşketina zanistî, wê li ser mijarênpêşketinên hunerê jî divê serwer bibe. Ez li serhozan û hunermendên me dihizirim. Jivan hemû zagonan bê agahîne, pêdivî bi lêkolînê jî nabînin. Berhema hunerê ya kuvana derdixin holê, dibe ku tam çalakiyaxeşîmekê yan jî ya amatorekê be. Ji xweev jî têrê nake. Ji şêwazê vê xebatê komekîhunerê ya profesyonel dernakeve û wêpir hov bimînin. Ji xwe wisane.
Wê demê, em ji pêdiviyên hunerê redibêjin “erê”. Ez di jiyana xwe de jî mînakênvêna dibînim. Ez dihizirim ku pêwîsteşoreşgerek di heman demê dexwedî taybetmendiyên hunermendî be jî.Di şoreşger de milê hunermendî, milêxweşikbûnê ye û hunermendiya kirinakarên xweşik e. Qeydeyekî vêna jî heye.Mînak, mirov qeydeyên têkoşîna polîtîkpêk bîne, ango girînge ku mirov li gorîzanistiya wêna biçe; têkiliya vêna bi hunerê re jî, kar weke strîna stranekê meşandina xebatê ye. Dema ku ez dibêjimxweşik bi rê ve birin, ez behsa baldarbûna wê dikim. Ji ber ku civaka me, ji naverokawê ya zanistî zêdetir, li gorî xebatênhunerî yên xîtabê çav û guh dikin hîn zêdetir derbasî tevgerê dibin. Lewrajî pêwîste ku aliyê hunerê yê kar, aliyêkes yê hunermend, aliyê wê yê nazik ûxweşik îhmal neke. Pêwîstiya ku şoreşgerekdi çalakiya xwe de ji seranseriyê dûr bikeve û di ziravbûna hunermediyêde, lê di bingehê zanistî de dana meşandinaçalakiya derdikeve holê. Bi awayekî hîn kûrtir, em behsapirsgirêka hunerê ya ku em dixwazin dipartiya xwe de pêş bixînin, bi taybetî jîem jibo milîtanan behsa pirsgirêka hunerêdikin. Ev hîn zêde giringe. Pêwîstemirov bala xwe bide ser milê hunerê yêçalakiya şoreşgerî. Baldayîna vî milî têwateya ku mirov bi zanebûn ji folklorê sûdwerbigre, tê wateya ku mirov bi zanebûn jimûzîkê sûd werbigre, tê wateya ku mirovbi zanebûn ji peykersaz û baskên hunerêyên wekî wana sûd werbigre. Ya rastirtê wateya ku mirov xwe wekî stranbêjekê/î,wekî wênesazekê/î, wekî peykersazekê/î,wekî wêjevanekê/î zirav bike. Gerem van milên xwe yên pêwîst pêş bixînin,em dê milîtaniya şoreşgerî û diKurdistanê de milê wê yê herî xweserpêş bixînin. Wekî strîna stranekê bizavekîbi rêkûpêk bike ku ji guhan rexweş were pêşxistin, dê were gotin ku “çalakiyek pir xweşik kirin”. Ev milêçalakiyê yê hunermendî ye. Huner jî bi şeklekî bandorker hatiye kirin. Tam wekîpêwîste ku were lêdan hatiye lêdan. Jibo gerîla bi hêsanî stranek dikare derbikevehole û wê stranekê heq bike. Li serberxwedaniya zindanê gelek helbest ûstran hatine derxistin. Çalakiya zindanê,çalakiyekî ku stran heq dikir e. Ji vê çalakiyêberhemekê hunerî tê afirandin. Jiberxwedanekî mezin berhema wê ya hunerîderdikeve holê. Gelek wênê jî derketinholê. Wê sibêpeyker jî were çêkirin,wê berhemên muzîkê yên hîn pêşketî jîderbikevin. Wê gelek awaz, opera û eserênwêjeyî derbikevin holê. Niha romanavê çalakiyê tê nivîsandin, dê sibêdestana wê jî were nivîsandin. ÇalakiyaPKK’ê, bi tevahî çalakiya hunerê ye.Çalakiya PKK’ê, ji bo Kurdistanê dendikahemû hunera nû ye, çavkaniya wê ye û hema hema hemû taybetmendiyênhunerê digre nava xwe. Di Kurdistanêde hunereke bê PKK mirî ye. Ya heyî jîmirov jêre nikare bêje huner e. Hunera komara Tirkiyê, tevgereke dagirî ye.Hunera komara Tirkiyê, hereketa birjûwaya ku di Kudistanê de kevneşopiyên heyî û çalakiyên gel dixeniqîne, asîmîleû tine dike ye. Yanî huner mirî ye.Wê demê derketina holê ya PKK’ê, vejînahunerê ye. Çavkaniya hunerê ye,danîna hêmana wê ye. Bejin dayîna dilêhunerê û giyana hunerê ye.
Çalakiya PKK’ê, bi tevahîçalakiya hunerê ye.Çalakiya PKK’ê, ji boKurdistanê dendika hemûhunera nû ye, çavkaniyawê ye û hema hemahemû taybetmendiyênhunerê digre nava xwe. Di Kurdistanê de hunereke bêPKK miriye. Ya heyî jîmirov jêre nikare bêjehuner e.
Di vê wateyê de huner, girtina ew giyanû şêwedayîna wê ye. Mesele, çalakiyêngerîla deng didin, vî dengî bizivirînestranê yan jî bizivirîne wêne û peykerekî.Ger çalakiyek ev dengvedan çêkiribe, divêli wê derê berhemên hunerê were bidestxistin. Mînak, pêwîste derbasî wêjeyê bibe. Mînakên jiyan û berxwedaniyêyên ewqasî pîroz û derdixîne holê heneku ev jiyan û berxwedaniyên ku hene, dikarinbikin roman. Ewqas mînakênberxwedaniya milîtani ya PKK’ê heye kuteqez, divê em vana birijînin helbestekêû binivîsînin. Divê em vana bikin roman,heya vana bikin destan jî. Bi vî awayî wêjeyanivîskî wisa dikeve holê. Di vê xalê de pêwîste yekser wêje bikeve tevgerê.Di vê mijarê de wezîfe pir bi sînor têbicihanîn. Di mijara pêkanîna hunera şoreşgerî de em lewaz in. Jiyana me,jiyaneke ku hestan vedixwîne ye. Di şênberiyaPKK’ê de êş, azar, bêçaretî, hêvîkirin, hestên tên jiyîn ewqasî berfirehû bi eslin ku; teqez divê di wateyaerênî de şewq bide hunerê. Xizaniyekedewlemend ya hunera şoreşgerî heye.Pêwîste mirov bi sedan pirtûk, stran, wêneû peykeranbi pêş bixîne û çêbike. Ewqasînirx hatin binaxkirin, ger wana di binaxêde birizin, wê ev bi şêweyekê bişibexiyanetê. Ger di vê mijarê de hunermendnikaribe rola xwe bilîze, wê xiyanetê li çavkaniyaxwe bike. Yanî hunermend çavkaniya xwe nabîne û bi sedeqetê ne girêdayîçavkaniya xwe ye. Lewre jî ji çavkaniyaxwe re berovajî dikeve.Êşên têne jiyîn, milên xirap jî, diwateya rexnekirinê de yan jî di wateya îbretbûyînê de milê wê yê paşverû jî dikarederbasî hunerê were kirin. Kirêtî jî derketineholê û neheqî jî derketine holê.Mirovên ku zilma TC’ê û pêkanînên wêyên hovane xistine hene, mirovên kuhêviyên wan hatine perçiqandin hene.Ger ev derbasî hunera rast bibe û ev wereserxistin, dikare bibe namzeta xelataNobelê û dikare bibe namzeta xelataPulîtzerê jî. Ji ber kutêkoşîna mirovatî ya ku tê dayîn mijara gotinê ye.Ger bi qasî ku tê xwestin huner rola xwebilîze, mirov dikare hinek berhemên binirxdiyarî alema hunerê bike.
- Ayrıntılar
Dema ku em li gelemperiya cîhanê, em hizir dikin ku, emperyalîzm vê pirsgirêke bi gora xwe bêtir erênî û di aliyekî pêş de çareser kiriye, lê li welatên rajêr û li nav gelên kole jî zayendîtî hatiye veguhestin ber bi rastîna xistina civakî ya giring. Nedîtin gengaz nîn e ku, civakên wek me bêtir paşketî ne, çemka zayendîtiya pir hoveber û teşeyê herî xistî, di nav hev de dijîn. Girêdanên vê bi mêtîngeriyê ve hene. Wisa rewşeke zextê û xizaniyê afirandiye ku, ji bilî ajoya birçitî û zayendîtiyê wekî din tu fersend ji civakbûyîneke din re, îcar ji siyasalbûyîn û bîrdozîbûyînê re nas nekiriye. Di bingeh de çemka namûsê, çemkeke bîrdozî ye. Lê di nava me de ji vê çi tê fêmkirin? Jin, keç nizanim nîşaniyeka zilam heye. Bi gora xwe yên ku çav berdidin van, bênamûs in; dema ku wana baş neparast, hingê ew bi xwe bênamûs e. Ez hizir nakim ku derveyê vê naverokeka xwe ye dî hebe. Ka ev çiqas kêm e, niha em baştir têdigihîjin. Di bingeh de pir eşkere ye ku, ev çemk jinê jî , keç û nîşaniyê jî rizgar nake. Li ciyekî ev çemk di hundirê xwe de ya herî bênamûs e.
Niha zayendîtiyê wisa tabûkirin, takekes bi ku derê ve dibe? Ber bi şûngeheke kesayetiya ku ji civakbûn, derfetên aborî û hêzbûna siyasî dûr dikeve ve dibe. Di destê kesayetiyeke wisa de ji bilî dana axaftina ajoyan pê de tiştek namîne. Ev pir şênber e. Heke ku ajoyên birçitî û zayendîtiyê di bin sînorekî teng de bin, ev her du hev û din hêwilnak xwedî dikin. Her ku ajoya birçitiyê pêş dikeve, zayendîtî pir pêş dikeve; her ku ajoya zayendîtiyê pêş dikeve, ê din jî pêş dixîne; her wiha her du hev û dî kûr dikin û ev bêçaretiya mezintirîn a civakî ye. Pir wêdetir jî tê anîn rewşa çemkê. Ev di nava me de çemka malbata hoveber, çemka “jina min, mêrê min’’ û çemka zarokan pir hebandinê ye. Zaroka wê felç bûye, lê ew zaroka xwe di cîhanê de hebûna herî nirxdar dibîne. Halbûkî zaroka wê xirabî ya herî mezin aniye serê wê. Le bi ya wê ev gengaz nîn e. Ez hê ji şaş dibim; min vê di ezmûneya jiyana xwe de jî vekir. Ji bo zarok çi tiştek tune, lê wê tu çawa mirîtiya wan ji zarokan re rave bikî? Her ku hezkirina te hewqas rast e, tu çima zarokan hewqas bi êş û janan rû bi rû dihêlî? Hemû di nava vê nakokiyê de dixeniqin. Malbat xwe difiroşe, xwe pêşkeşî piyasê dike, bi şêwazeke herî xirab ji bazirganiya mirovan re rê vedike; zarokên xwe jî difiroşe, heta keça xwe jî difiroşe. Û bi gora wê ev çemkek e. Di bin nakokiya qirase de dixeniqe. Bêtir yên bên diyarkirin hene. Hemû jiyanê bi gor têrkirina çend ajoyan eyar dike: Têrkirina ajoya birçitî û ajoya zayendî. Çima li rêkên dî yê têrkirinê nagere?
Va, ji ber vê yekê ji we dipirsim: Çima têrbûyîna rêkxistinî qels e, têrbûyîna siyasî qels e û têrbûyîna leşkerî qels e? Bi gor min, ji ber ku hun di sînorê birçîtî û zayendîtiya bêteşe de mane, lewma. Mirov dikare bandora vê jî bihizire. Dibe ku kevneperestiya di vê derê de ye, ew kevneperestiya ku di asta rêkxistinî û siyasî de be. Heke ku hun jiyanê bi teşeyekê têrkirina birçitiya zayendî ya pir bêteşe de binirxînin, dibe ku hun têrbûyîna siyasî, têrbûyîna rêkxistinî nehizirin. Gava ku mejiyê we tim bi van kirûyan ve eliqî ma, hunê gelek tiştan wenda bikin. Her hal di gelek kadroyên me de ev heye. Tişta ji evînê jî fêm dikin, bi dibêtiyeke mezin azweriya mezin azayendiyê ye. Pêwîst e nêrina keç ji xort re, xort ji keçê re bê derbaskirin. Ê ku derbas neke, tu wî bikujî jî, nikarî bikşînî xeta rêkxistin û siyasî. Her wekî ji nişkave dikare bireve jî. Ev mijar bi xwe re dehan-sedan ezmûneyan derxiste rastê.
Pîrozkirina bûyera zayendîtiyê çi ye? Pêwîst e zayenda jinê, zayenda zilam, hindek bi civakbûn û ber bi siyasalbûnê ve bê dest girtin. Wisa girêdayî hev dest girtin, xurtbûna bîrdozî û polîtîk û besbûna pratîk pêwîst dike. Da ku ev bê raberkirin divê hînbûyînên bêteşe yên jiyanê bên avêtin û bên derbaskirin. Wê çawa bê derbaskirin? Em dizanin ku zewaca koledariyê pêş dixe ne çare ye. Di bingeh de zewaceke bêteşe vejena mirov diqedîne, li derveyê rêkxistê dihêle. Gihîştina gerîla û xeta rêkxistinê pir zor e. Encama wan zewacên ku di panzdeh salî de tên çêkirinê, hilweşandin e; em vê baş dizanin. Pêwîst e ev pêvajo berevajî biçe û pîroziyê bije. Em dixwazin hezkirinê pêş bixin, lê zemîn, hêz û çemka vê li ku derê ye? Zewacên bin panzdeh salî, çawa ku min got diqedîne. Derketina ser vê jî, bîçimên bêteşe napejirînin.
Wê tu bîçimê pîroz bicerbînî. Wergirtina vê bi helkirina hinek pirsgirêkên rehdar ve girêdayî ye. Pêwîst e alîgir siyasî, rewşerbîr û civakî bin. Di halê berevajî de wê jin li zilam, zilam li jinê çawa binêre; weke hebûniyeke zayendiya bêteşe. Gava ku bi jinekê re were ba hev, ku di bîçimê hêza axaftinê de nêz nebe, wek hevalekê nebîne, evê bibe têkiliyeke pir sosret. Ev nabe hatina ba hev a du mirovan. Ev sînorên mirovbûnê derbas dike. Ya yê pêşberê xwe wek zayendeke cuda qet nabîne, ya jî tenê wek zayendeke dijber dibîne. Ev, di bin sînorê pir hoveber de rewşa ku tê jiyandin e. Tebî mirov ne ev e; hebûniyeke civakî ye, hebûniyeke siyasî ye, hebûniyeke dihizire ye. Dema ku te pêwîstekên vê anî cî, pîrozbûn dest pê dike. Ji bo vê yekê wê tu çi bikî? Wê tu bi civakbûn û hevalbûnê dest pê bikî. Wê tu bibî hevaleka kûr. Bûyîna heval, di pîvanên rêkxistina me de rêhevaltî ye. Asta siyasî û asta rêkxistinê ya rêhevaltiyê heye.
Ev nezîkatî û nêzîkatiya namûsê ango zayendiya kevneşopiya kevin pev diçin. Wê tu vê pevçûnê çawa çareser bikî? Ya bi şoreşê çareser bikî, ya jî bi dij-şoreşê. Em dizanin ku dij-şoreş, bi sepandinên zayendiya bêteşe ya zewacên bin panzdeh salî ji xwe re bike palpiştek. Em jî, her kes dizane ku berevajî dixwazin wan zewacên ku li ser esasên zayendiya bêteşe ne bînin rewşa bi kar nayê, da ku xira bikin.
Ji pênûsa Gêrîlla
- Ayrıntılar
Min têgîna qirkirina çandî bikaranîbû, dîsa bikartînim, ev têgîn ne li dijî qanûnên NY e. Ez dibêjim ku li herêmê qirkirina çandî heye. Ev gel nekare bi zimanê xwe navekî li zarokên xwe bike. Hîn ez pênc salî bûm. Min ji dayîka xwe re gotibû; Tu nikarî navekî bi kurdî li zarokê xwe bikî, ma ev e namûs? Min ji ber vê sedemê gotibû, ez ji zewacê nefret dikim. Ez li vir bang li jinan jî dikim, navekî Kurdî jî nekarî lê bikim, ez ê çi ji bikim ji vî zarokî! Ev qirkirinek çandî ye. Derdora kurdan çarçar hatiye dorpêçkirin, gelek vê rewşê dipejirîne, gelek ku vê rewşê helwestekî demokratîk nîşanî vê nekî, bila biçe xwe bişewitîne, biçe xwe bavêje avê. Ez, vî gelî nakim amûra polîtkayên hûkûmetê, divê bibin kesên azad, divê hebûna xwe yê mirovê azad biparêzin. Mirovekî felsefeya jiyan azad nepejirîne nexwe bêrûmetî tercîh kiriye. Di têgîna min a netewa jin de, jin jî netewek e. Makeziman jî hêmanekî netewa demoqratîk e, paşayan vebûnên min ên bîrdozî ji bo asteng bikin carekî din netew-dewletî anîn rojevê. Lê bi ser nakevin, ezê avakirina vebûna, avakirinên bîrdozî berdewam bikim. Di vê de mijarê ez ji xwe bawer im, hêza min jî heye.
Gelê kurd ji bo çareseriyê tercîh kirî ye, nikarin vê ji nedîtî bên. Ji bo min dibêjin “Rûmeta gelê kurd” ji xwe ez rûmeta gelê kurd im, vêna ji bo pesnê xwe bidim nabêjim. Ji bo çareseriyê eşkere ye ez ê bi bandor bim. Tiştên vê dawiyê hatine jiyankirin vê nîşan dike. Jin jî di vê pêvajoyê de li rûmeta xwe xwedî derketine, di van çalakiyan de jin jî hene gelê me ji bo daxwaziya xwe ketiye nava tevgerê, serî hildaye. Tiştên vê dawî hatî jiyankirin helwestek ku serhildanê jî derbas dike. Di serhildana de kes beş bi beş bi serê xwe belawela tevdigerin. Lê belê evê tên jiyankirin bi rêxistinî , bi biryar, bi kontrol û helwesteke demokratîk a gel e, ne serhildanek e. Min li vir banga çalakiyê li gel nekiriye. Biryara gel bixwe ye. Ji ber vê sedemê ez li wan banga çalakiyê nakim, nakim jî, biryar standine, çalakiyên wan bi wate dibînim.
Gelê me bi bilindkirina helwesta xwe bighîjin hûkûmetê û gel ji min bixwaze ez ê mudaxil bibim. Gelê me ji min re bêje “riya diyalogê yê bi rûmet û bi wate vebû û wer navbeynkariyê bike” ez ê tevlî bibim. Di vê mijarê de ji bo diyalogeke bi rûmet û bi wate pêşbikeve çi bikeve ser min ezê bikim, heta îroj jî min kir. Diyalogek bi wate çêbibe ez li vir ji bo çareseriyê amade me. Bi hemû hêza xwe çareserî çawa pêşbikeve lê sift dibim, rê û rêbaz nîşan bikim. Çareseriya formule bikim.
Ji pênûsa Gêrîlla
- Ayrıntılar
Pirsgirêka malbat û jinê dibe ku weke pirsgirêka malbat û zilam jî were nirxandin. Ger ev pirsgirêk ji hemû aliyan ve nexweşiyeke xeter be û neçare mirov li ser maseyê birazîne û bi ameliyatê baş bike, gelo ji bo parçe û dirêjahiya wê mirov dikare çi bibêje
Civak ji zilam û jinê ava dibe. Civak bêyî zilam û jinê nabe. Malbat, têkîliya jin û zilam an jî weke têkîliya zewacê bi navên cihê ve anîna gel hev e. Pênase gelekî hêsan e. Lê belê dema di roja me de em li şêwazên li gel me pêk tên temaşe dikin, “ji bo xwedê çi bi malbatê hat, ev çi jiniktiye, ev çi zilamtiye” negotin ne di destan de ye. Zilamê çawa, jina çawa, malbata çawa? Mirov dikare ji bo malbatê bibêje hêlîn jî. Tê gotin dayik û bav heyînên birûmet in. Em bi vê bawer dikin û wiha hîn dibin. Lê belê di temenê biçûk de bi rengê li gel me tê jiyîn, malbat pirsgirêkeke mezin e. Ev bi rengekî balkêş di malbatê de derdikeve holê. Yan jî weke barometreya wê ye. Dema em vê yekê diyar dikin nanepixînin.
Ger hun dixwazin asta netewî û civakî fêmbikin, malbatê, zilam, jin, zewacê û têkîliya wan baş tê bigihên. Ma hun dê çi nebînin! Di rastiyê de em têgeha netewî û asta civakî di gotin de zêde bi kûranî nizanin. Têgihiştina van hindekî din çand û zanyariya hîn pêşketî dixwaze. Lê belê hun dikarin malbatê hîn baştir têbigihên. Ji ber ku herî zêde hun bi vê rastiyê re têkelhev bûne. Ji bo wê jî têgeha malbatê di vegotina asta netewî û civakî ya cihê de bikaranîn di cih de ye. Pêvajoyên di derbarê civakbûn û netewbûnê di malbatê de dîtin an jî bi wê dest pê kirin gengaz e. Di vî alî de em bi giranî cih didine vê mijarê. Tenê malbatê yan jî zilam-jin û bi taybetî weke tê bawerkirin koletiya jinê û azadiya wê ji bo têgihiştinê na, ji bo fêmkirina rastiya netewî, astên civakî, exlaq, şerefa kevneşop ji bo têgehên weke rûmet û mêrxasiyê fêm bikin jî dîsa ji bo fêmkirina têgeha dijmin û têgeha ketîbûnê jî bi giranî cih dayîna vê mijarê ji aliyê rêbaz de jî di cih de ye. Ji bo zelalkirina têgehên hest û hezkirinê jî lêkolînkirina têgeha malbatê dibe ku hindek tiştan hîn bike.
Min xwest bi nêzîkbûnên cudatir ve û bêyî ku tiştên hetanî niha hatine gotin dubare bikim, nêzîkbûnan bi pêş bixim. Lê belê astên we ferz dike ku em her tiştî ji nû ve dest pê bikin. Ji ber vê sedemê em neçar dimînin vê mijarê dubare bi dest bigrin. Ger em ne şiyar bin dibe ku hemû tiştên me kirine vala herin. Me got em hindekî jin û zilamên azad biafirînin. Lê belê ger em tekoşîneke berfireh di nava hev de nemeşînin, ji rêderxistinên di vê mijarê de baş nebînin, rastiya ku li gel me veguhertiye rastiyeke namûsê ya herî xeter û bûye navenda malbûyîneke herî xeter çareser nekin, ji rêderketineke ku hemû xeletiyan bide jiyîn, emê neçarbin bijîn û di gelekan de jî wisa tê jiyîn û berdewam dike. Em di bin bandora vê ya giran de ne.
Malbat cihê ku xerîbûna herî mezin tê jiyîn e. Tê gotin malbat qaşo cihê jin û zilam ji hev fêm dikin e. Lê belê li gor min cihê ku herî zêde li hev xerîb dibin e. Malbat di vê mijarê de mînakeke balkêş e. Ji min re nêbejin “tu di bin bandora wê de yî, malbata te wisa bû, vê jî tu li me ferz dikî” pirsgirêk ne ev e. Rastî bi rengekî pêşçav danîna holê ya malbata min ji bo min weke şansekî bû. Ev dijûn û pêvçûnên wan ên sosret rê vekir ku ez bandora balkêş a vê saziyê ji zû ve bibînim. Rastiya malbatê ya we ev tişt gelekî sexte û sergirtî jiya. Ji ber wê jî hun hatine xapandin.
Dibe ku bi malbatê dest bi karkirin, ji gelek aliyan ve di cih de be. Zelalkirina şêweyê malbatê, fêrbûnên malbatê, kevneşopên malbatê dê we bibe ronakbûneke balkêş û ji nû ve avabûnê. Dîsa em bi destgirtina rastiya dê û bav bigrin û heta zelalkirina têgehên hevjînî, dostanî û zarok dibe ku we bibe encamên girîng û pêwîst. Hêza wê ya nêzîkbûna rast gelekî lewaz e. Nêzîkbûneke ew qasî bi xeletiyan ve dagirtî heye ku emê ji kîjan dê û bavê behs bikin? Hemû jî reben in. Emê ji kîjan zarokan behs bikin? Hemû perîşan in. Emê ji kîjan zilam û jinê behs bikin? Hemû rûreş in û neçar in. Di rastiyê de pêwîst bû ku vê saziyê û vê têkîliyê hêz bidaba, jixwe ji ber wê xwedî girîngiyeke mezin e. Tê gotin ku malbat di civakê de saziyeke herî bingehîn a jêneger e. Lê belê li gel me veguhertiye saziyeke bêhêzbûnê û her diçe dibe amraza di bin pirsgirêkan de fetisînê. –ev rist ji aliyê dijmin ve tê lêyîstin-
Zêde pêwîstî li ser mijarên dagirkerî û malbat, ji dîrokê heta niha malbat, bi taybetî 12 Rezberê û malbat, dîsa di wateya giştî de têkîliya jin û zilam, wekhevî û têkîliyên azad de teorîkirinê nîne. Bi taybet di nava refên me de hindek ji cewher dûrketin derdikevine holê. Ji ber xwezaya tevgera azadiyê dema em dibêjin jin jî, zilam jî weke ku dixwazin dikarin tevlî vî karî bibin ji ber ku şêwazeke têkîliyê ya herî bingehîn e, dema ku me têkîliya jin û zilam ji asteke ku heta qirika xwe tevlî dijmin bûye, yan jî xefletê bûye dewr girt, ger hun tevdîr negrin û şiyar nebin,hunê belaya herî mezin bînin serê xwe. Ji bo jinûve sererastkirina têkîliyan tevlîbûna tekoşînê pêwîst e. Lê belê ger hun şêwazên wê yên rast ferz nekin ew bi serê xwe ji bo belavkirina arteşekê têr dike.
Ger têkîliyên jin û zilam bi rêgeza partiyê ve li ser bingehê wekhev û azad de bi şêwazên ku em jê re dibêjin nêzîkbûnên rêhevaltiyê ve çênebe, emê xwe di du rojan de tasviye bikin. Ev dê him jî bi navê hezkirin û azweriyê ve were kirin. Me dît ku tevdîr nayên girtin gelek herêmên me tasviye dibin an jî bi zehmetî pêşî li tasviyebûnê tê girtin. Di vê mijarê de jî ez ezmûn û çavdêriyên xwe datînim holê. Di vê mijarê de bi qasî wêrekiyê gelekî balkêşbûn jî çêdibe. Em li vir ger gelek nêzîkbûn û şêwazên têkîliyan ji kîjan kevneşopî, kîjan nêzîkbûnên mal û milkê bingeh digre, dîsa ji bo kê berjewendiyê pêk tîne, ji bo xwe yan ji bo dijmin dixebite, dibe azadiyê yan jî koletiye nediyar e, bêyî ku em bi hemû aliyên wê ve dernexine holê em zêde fêm nakin ku ka em şoreşê ji bo çi dikin û em nikarin pêşî li hewldaneke xedar li serê me bibe bela bigrin.
Ger hun pêşiyê lê negrin, wê jina ku bi xeletiyan tê nava tekoşînê we tune bike. Me ji zû ve xwe ji van mijaran cihê kir. Ger min nekarîba di temenên gelekî biçûk de li van mijaran bi guman û dijberî kevneşopan lê temaşekirinê serxistiba, ez niha ji zû ve tune bibûm. Pêwîste jin û civakbûn bi hev re bimeşe. Di vê mijarê de em gelekî şiyar bûn û em ji heft salî hetanî niha ji bo pêşxistina şêwazekî dixebitin. Ger hun bûna ji heft salî hetanî niha ji vê ketibûne nava vî karî. Jixwe cudabûneke me jî wiha derdikeve holê. Mînak we wisa bawer kir ku hun hev hêsan diecibînin, bi hêsanî evîndar dibin û hestyar dibin. Kê dizane di hundirê we de çi azweriyên mezin hene. Dema derfet bibînin hunê wan bixin çi rengan?
Ji ber ku ev hemû hene, ez we gunehbar nakim. Ajoya zayendî ajoyeke gelekî xwezayî ye. Azweriyên jin û zilam gelekî xwezayî ne. Pirsgirêk ji ber ku ev hene, rexnekirina van nîne. Ger em vê yekê bikin emê xwezayîbûnê înkar bikin. Ev jî bi rasteqîniyê ve nagihê hev. Pirsgirêk cudatir e. Mînak bi navê ajo û evînê çi hate serê me? Di bin têkîliyan de çawa têne xapandin û dixapînin. Di nava têkîliyan de derew, koletî, bêtêkîlîbûn û înkar heye. Me êdî di vir de birîn teqandin. Ev têkîliyên wiha ji bo çi û ji kîjan birînê derdikevin holê? Min ev yek îcad nekiriye. Dijmin bi sedsalan lêyîstiye û birîn veguhertiye qangrenê. Me got dibe ku baş bibe, derzî tê re kir û me xwest were ser hîşên xwe, me vala negot ev têkîlî sîxuriya objektîf e. Ev sîxuriya objektîf têr dike ku li gel partiyê, tevgera rizgariya netewî bi erdê ve bike yek. Weke her şêweyê koletiyê ji bo şêweyê vê qadê jî em stûyê xwe natewînin û hev nakin kole. Ji bo ku em ajoyan hestên erzan û heta hindek evînan nejîn emê xeletiyên mezin nekin. Emê di vir de bi pêwîstiya kuştina azwerî û evîna xelet bawer bikin. Ger li ser bingehê rast hindek tişt bi pêş bikevin, li ku derê kengê û çawa dibe bila bibe emê bi pêwîstiya di riya van de şerekî mezin dayîna pêş çavan bawer bikin.
Ev pirsgirêk weke tiştekî ku li hemberî dijmin berxwedan an jî neberxwedanê ye. Ger di cihekî de weşîn û wendakirin hebe hunê li hemberî wê berxwedanê pêş bixin. Ger we bi navê hest û evînê wenda kiribe, gelo we ji vê çi fêm kir? Zilam di riya jinekê de her cureyê bênamûsiyê dike û ji bo vê jî dibêje namûs. Welatê xwe mala xwe, bi kurtayî hemû tiştên xwe dikare ji bo jinekê bifiroşe. Jin jî wiha bawer dike ku bi zayendîtiya xwe ya çors ve dê heta dawiya temenê xwe bijî. Me ev tişt dîtin û xwe jê dûr xist.
Gelo ma hun hemû di vê mijarê de çi qasî biaqil bûn? Hun ji vê têkîliyê çi fêm dikin û çi didin? Dayika min jî digot, ma ez ne dayika te me? Li ser te ev qas maf û hiquqa min heye. Ez zarokekî biçûk bûm jî min digot, ma dayikek ji bo çi ev qas daxwazan bike? Di wan deman de di bin axûrê de mirîşk û civîkên wê dimeşiyan. Min ji dayika xwe re got, vaye têkîliya wan çi be têkîliya min û te jî ev e. Ev şibandineke gelekî çors bû, lê belê min got. Piştre min fêmkir ku rastî hindekî jî ew e. Ji ber ku malbat bêplan e, nezan e, bêberpirsyarî ye. Min hindek zewacên ku hatine kirin dîtibûn. Zilam diçe li Çûkûrovayê bi salan dixebite, dibêje “li beramberî ev qas qelendî de me keçek stend.” Xwişkên min jî bi wî rengî birin. Ma gelo ev rewşên asayî ne? Me bi van pirsan ve dest bi kar kir piştre kar mezin bûn.
Hindek ji ber hînbûnê, hindek jî ji ber pêwîstiyên kevneşopan dizewicin. Ya me zewaceke bingehê xwe yê polîtîk di giraniyê de bû. Ger me bi serê xwe têkîliya jinê bi nêzîkbûneke rast ve bi dest negirtiba, emê heta ber bi bûyîna zilamekî dewletê yê herî baş ve biçûbana. Baş bû em şiyar bûn. Sîxur bûn û nebûna ya li hemberî me jî girîng nebû. Dibe ku yeke gelekî ji dilbûya jî. Lê belê ger bi wê ferasetê, bi wê şêwazê tekoşîn nehatiba kirin me dê wenda kiriba. Gelo ma kesekî din ê ku bizanibe weke me bijî dê derbikeve? Di wateya hevxistinê û bêhêz hiştinê de çend kes hene ku ji sîxuriya objektîf nikare biçe sîxuriya subjektîf. Têkîliyên gelek kesên di nava refên me de bi pêş xistine, hiştiye ku refên me bêhêz bimîne. Mînak yekî ku çar sal in di nava refên me de ye dibêje “têkîliyeke min hebû ez ji wê dûr ketim, ez jî ji rêxistinê xeyidîm û tu caran partiyî nebûm.” Sedema partînebûnê tu caran bi rêxistinê re neyekbûna wî “êşa çavê wî ya destpêkê” bûye. Hindek têkîlî ava kirine, dema ku têkîlî weke ew dixwazin bi pêş neketine, bi hêrs bûne. Ev veguhertiye bertekê û ew jî tu caran nehatine rêxistinê û artêşê. Ev tişt di dema xwe de îtîraf jî nekirine û çareser nekirine. Alozî her ku çûye girantir bûye. Ev dahûrînên dawiyê ji ber ku hindekî wêrekî daye wî niha derdikeve rastê.
Tiştê ku dibêje têkîliya destpêkê çavêşa destpêkê jî hindekî li hev temaşe kirine, evîndar bûne, qaşo bi hev şabûne. Li gel me şabûn gelekî bihêz û xeter e. Em hemû hindekî wiha ne. Lê belê ev tişt çi qasî xelet û xapînok e em baştir tê digihên. Ez bi qasî ku bi hêsanî neyêm lêyîstokan bihêz im. Mirov nikare bibêje ji bo her kesekî wiha ye. Bingehê vî karî ew nêrînên ku xwe derdixe holê, rêxistin, artêş û şerê me ji dijmin zêdetir bandora neyînî dikin in. Kê dizane hîna di binî de çi heye? Di rastiyê de tu caran me nexwest bikevin nava pirsgirêkê. Lê belê me got bila jin jî zilam jî tevlî tekoşînê bibin, emê temaşe bikin ka dê çawa çêbe? Piştre me dît ku di hindek herêmên me de vê pirsgirêkê her çûye şer ber bi îflasê ve biriye. Di rastiyê de hemû kesayetên ji dil bûn. Hindek têkîlî bi pêş xistibûn û şer xwe bi xwe ber bi wendakirinê ve dibir.
Şoreşger wêrek û fedakar in. Ew dema pêwîst kir dest ji hest û evînên xwe yên ku dibine xeflet û xiyanetê berdidin. Hevjînên xwe jî berdidin. Ger vê hêzê raber nekin nikarin bibin şoreşgerekî mêrxas. Ez vê yekê li ser xwe jî pêk tînim. Bi tevî hemû rexneyên min ez bi rengekî rast bi malbatê ve girêdayîbûm. Em girêdaniya gund, bajar û welat nîqaş nakin. Bi tevî rexneya mezin girêdaniya herî mezin em nîşan didin. Ev çawa ye li ku derê ye, bi kîjan rengî ye,ne girîng e. Hîn jî bi rengekî berfireh mijûl dibim. Me got evîn û hest piştre me berê xwe dayê û dît ku ji ber vê evînê me xwe xistiye rewşên çênebûyî û ji dijmin hîn xirabtir in. Me li ser vê yekê pirs kir ku gelo divê girêdan çawa pêş bikeve?
Ger evînên we yên mezin hebin, pêwîste welatekî we yê ku hun ji wê re cih çêbikin û gelekî azad hebe. Ji ber ku wê cenderme werin mêrên we yan jî jinên we ji dest we bigrin. Her roj dijmin tê xeberan ji dayik û jina we re dike. We ji vê têkîliyê çi fêm kir? Di mercên pergalê de yan jî bi pivanên we yên kevneşop ve pêşxistina têkîliyekê êdî ne gengaz e. Pirsgirêk êdî di bin sîwanên sînorên pergalê de ji çareserkirinê dûr e. Pêwîste ev hemû tişt me bibe hizirandinê. Ger hin hest û têkîliyên we yên erzan hebin, pêwîste di pêş çavan re were derbaskirin. Pêwîste hun di vê mijarê de hindekî mêrxas bin.
Dahûrîna me ya malbat û jin, zilam ji bo bersivandina van pirsên bingehîn in. Di vê mijarê de hin bersiv hatibûn dayîn. Lê belê ji ber ku ev kar hindekî din giran bû, bi taybetî danîna holê ya pirsgirêkê û heta pêşxistina dahûrînê na hindekî neçariya bersiv derxistina pêş xwe ferz dike. Me malbat hilweşand, tiştê ku were dahurîn hate dahûrandin. Lê belê aliyê ku hindekî derbikeve pêş emê yê nû çawa ava bikin e. Malbat têkîliya jin, zilam, têkîliya hezkirin û hest pêwîste çawa be. Têkîliya di van mijaran de divê çawa be, em lêpirsîn dikin. mînak bi rengê ger ev têkîliya jiyanekê be jiyaneke çawa pêwîst dike, em dipirsin. Jixwe em navê wê jî bi rengê “emê çawa bijîn?” datînin. Em ji ber vê sedemê nîqaşeke mezin bi pêş dixînin.
We di paşerojê de çi kiriye ew qasî ne girîng e. Ya girîng derxistina van a zanebûnê, dahûrandin û ya nû çawa ava bikin pêşxistin e. Pêwîste em vê bi zelaliyeke mezin, bi nîqaşeke azad ve pêş bixin. Bêyî ku biçine durûtiyê, sextekariyê û xapandinê bi taybetî bêyî ku li dijberî welatparêziyê şerê azadiyê yê bingehîn û hêza wê ya rêber derbikevin, bi nîqaşeke azad ve li ser bingehê bi hêzkirina wê û zelalkirina van têgehan de gelo em dikarin çi bi pêş bixin? Ji bo vê yekê çi qas hêza me heye, pêwîstî heye yan nîne? Jin û zilam çawa dikarin têkîliyan bi pêş bixînin? Me ev kar heta artêşbûna jinê anî. Hê ji niha ve me komîteyên têkîliyên wekhev û azad pêş xist. Ev hemû diyar dike ku em hê jî di destpêka xebatê de ne. Di danîna holê ya pirsgirêkê de jî, di kûrkirina çareseriyê de jî hîn gelek tiştên ku em bikin hene. Ez van hemûyan di wateya çors de ne, di wateya ji şêwazên şaş qut bibin ber bi rastiyê ve bibin diyar dikim. Mînak hun zewicîne yan jî evîndar in. Wê demê hun jî xwe ji rengên xelet qut bikin. Ger nebe ji bo giyana xwe de û zanebûna xwe de, ji bo avakirina yên nû hewl bidin. Ji ber ku di xeletiyê de israrkirin, tê wateya jiyîna gelekî bi kûranî ya koletiyê ye. Ev jî dê we bikuje.
Milîtanên me yên çar pênc salî hene. Bi rik azweriyek û têkîliyeke ji rêzê hembêz kirine rêxistinê nas nakin, nayên şer û artêşê. Di vî alî de ger hun nekaribin derbixin derve jî di hundir de parçe bikin. Ger hêza wê ya mukirhatinê nebe wiha bikin. Ger hebe weke min vekirî bibêjin. Mînak min hemû şermên xwe danî holê. Ez him her cureyê şermên xwe datînim rastê, him jî ji bo derbaskirina van dixebitim. Ya rast ev e. Di van mijaran de ya xirab veşartin, sergirtin a herî girîng jî di nehatina rêxistinê de kirina amrazekê ye. Di rastiyê de xwe bi girêdaneke paşverû ve girêdaye. Tu caran nayê girêdana rêxistinî. Du kesayet hene, ya yekem kesayeta xwe ya sexte taybet e, ya duyem jî kesayeta pispor a rêxistinê ye. Dudiliyê dijî, hindekî rêxistinê, hindekî jî xwe dijî. Ev jî rengê jiyanê ya herî xeter e. Berovajî ger xwe di hemû aliyan de, di kesayeta rêxistinê ya pispor a fermî de bihelîne û li ser wê bingehê wateyê bide têkîliya taybet an jî têkîliya civakî dê ya herî rast bike. Lê belê ew vê yekê nake û ber bi her cureyê durûtiyê, bertek û valaderxistinê ve dibe. Em van ji her demê zêdetir derdixine holê.
Ne şerm e mirov bibêje “paşerojê de min çi kir, xwe çi qasî xapand?” pêwîst e em di van mijaran de nêvengên têkîliyên azad ên gelekî mezin biafirînin. Pêwîste tu kesek nebêje “hevjîna min, evîndara min.” Pêwîst e ne zilam û ne jî jin bibêje “azweriya min, evîndarê min, hezkiriya min.” Berovajî pêwîst e hun di vê mijarê de nîqaşan bi pêş bixin. Ev tiştê ku hun dibêjin evîna min çend qiruşan dike? Di nava vê hezkirinê de çi heye dê bibe ku derê? Ew paşverûtî û bertekên ku we di riya jinekê yan jî zilamekî de aniye serê me gelo çi qasî zirar daye me? Ev xal girîngtir e.
Ger ji dil nebûma ger ez bibûma dîlê xapandina jinekê yan jî ajoyên zilamtiyê min dikarî belaya herî mezin bi xwe bînim serê rêxistinê. Lê belê bi şêwazê ku min dizanî bi dest girt û heta vir anî. Ez bawerim encamê wê baş bûye. Pêwîste neyê gotin “ma gelo ev jî zilamtî ye.” Li gorî min nêzîkbûnên ku ne jinîtî û ne zilamtî ne. Ew nêzîkbûnên ku hev dixapînin, tune dikin, li ser navê hezkirinê bêhezkiriniyê, bi navê ajoyan her cureyê ketibûnê heta dawiyê ji bo xwe rewa dibîne ye. Nêzîkbûna min azadî ye. Ezê ji bo çi di riya kevneşopan de mehkûmê têkîliyeke paşverû bibim? Ev ne layiqê min e. Ya rast jî ev e. Ji bo çi bi tenê keçeke te û jineke te çêbû, tuyê stûyê wê li hemberî jiyaneke ku hemû jiyana wê heram bike bitewînî? Di rastiyê de di vir de kirêtî û koletî heye.
Bilindkirina azadiya mezin di heman demê de bilindkirina bedewiyê ye. Ev jî pêşbirka kedê ye. Keda xweşik, keda bedewiyê tê wateya pêşketina hewldan û derfetên xweşik. Mînak zilamekî şêst salî ger hindekî pereyên wî jî hebin, di riya kevneşopan de û bi girêdaniya xizmatiyê ve keçikeke gelekî xweşik distîne. Di vê de kirêtiyek û neheqiyeke mezin heye. Vî tiştî dispêre pereyan, kevneşop û toreyan û dike. Li gor min gotina “namûs e, ma ji bo çi tu li hember derdikevî? Jina wî ye destên xwe nedê” ne rast e û pêwîst e mirov jina wî ji destên wî bigre. Ya rast ev e. Bi hezaran têkîlî ku li ser vî bingehî hatine avakirin hene. Li ser bingehê neheq de çêbûye û xizmeta paşverûtiyê dike. Pêwîste ev werin parçekirin, ev hev xapandin e. Ji bo çi emê stûyê xwe li vê têkîliyê bitewînin? Têkîliya ku em bipejirînin ya ku heta dawiyê xwe disperê ronakbîrî û hebûna vîna azad e. Ev têkîlî di heman demê de têkîliyeke ku qut nabe ye.
Hemû têkîliyên ku di nava refên me de tên avakirin jî xwe dispêrin bandora rêveberiyê, hatina rêveberinê û hêzê ye. Di nav de têkîliyeke ku xwe dispêre azadiyê û vînê, kedê û tekoşînê nîne. Tenê stû tewandin heye. Ma gelo ezê vê têkîliyê çawa bipejirînim? Her roj gelek têkîliyên wiha derdikevine pêşberî me. Rexnekirina me ya têkîliyên bi vî şêwazî nayê wê wateyê ku em têkîliyê înkar dikin. Lê belê pêwîst e rengê têkîliyan ên rast bi pêş bikevin. Ez nabêjim evîndar nebin, evîndar bibin, lê belê pêwîste li ser bingehê girêdaniya evîna herî mezin pêş bikeve. Heta em ji bo girêdaniya herî mezin bibêjin evîn. Mînak ê ku vî tiştî dike ger evîna welatparêziya mezin û nîşandana vê ya di şer de pêk bîne ezê ji bo wî li çepikan bidim. Li gor min a rast ev e. Şeref jî û namûs jî ev e. Hewldan û evîna hindekan hebe dê li hemberî dijminê xwe serî hilde, vînê li gor wê bide axaftin û were rêxistinê. Ger hezkirina we ya zarokan hebe dê tiştên ku bi serê milyonan zarokan de hatine bihizire û ji wan hez bike. Ew jî dê rê li ber dilekî mezin vebike. Ger hezkirina dê û bavê hebe, dayik û bavê wî ku pêrîşan bûye dê bi wan bihizire. Ew hizirandin dê bi wî hêzeke çalakiyê ya mezin bide qezenckirin.
Bi vê şêwazê vekirina pirsgirêkan rast e. Rengên din xeter in. Ez bawerim rengên din gelekî bandordar in. Dema ku we li gor can û kêfa xwe têkîlî ava nekir piştre hun dibine protestovan. Hevalê min ên herî kevin jî wiha ne û hindek înkar dikin. Mînak di vê mijarê de weke ku tu têkîlî nayên avakirin, her têkîliyeke ku tê avakirin di bin navê “têkîliya beredayî (yoz)” tê derbaskirin. Ez vê dijberiya xwezayîbûnê jî rast nabînim. Dê têkîliya jin û zilam bi hêzê were pêşxistin. Bêguman ev yek gelekî zehmet e, ji ber ku hun kole ne. Bi koletiyê re em şer dikin. Diyare ku ev şer jî dê bi qasî şerên din bi zehmet derbas bibe. Diyare ku şûna şer bike gotina “ezê ji têkîlî avakirinê birevim weke kêşe yan jî weke rahîbeyan bijîm” jî ne hilbijartina me ye. Ev hilbijartina kesayet bi xwe ye. Em tevlî vî tiştî nabin. Lê belê em nikarin ji vê re bibêjin şêwaza têkîliyê ya rast û bi tendurustî jî. Hindek dibêjin “ez bêyî jin nikarim bikim” hinek jî dibêjin “ez bêyî mêr nikarim” ez ji bo van kesan dibêjim, hun bûne ajal. Kesekî ku li ser ajoyên xwe ev qasî ne serdest e, nikare zêde pîrozbûnê pêk bîne. Ger em van şêweyên bêsînor nenirxînin, em nikarin bi van rewşan re derbikevine serî.
Ya herî girîng jî şêweyên koletiyê bi kûrahî jiyîn e. Koletî ew qasî xwedî bandore ku kesayet ji landikê heta tirbê bi rê ve dibe. Rêdayîneke ku fermandarekî kontrgerîla nikare bike ev têkîlî dike û bi rê ve dibe. Bêyî ku em van tiştan derbas bikin, em nikarin bigihên milîtanên azad. Ji ber ku hun dikevine bin bandora koletiya vê saziyê yan jî vê şêweyê afirandiye. Hun dikevin nava şêwazên ku yan radestî ajoyên xwe yên hov dibin an jî dibe întîxarê û zêde nikarin ji bo têkîliyeke rast hêzê ava bikin, lewaz dimînin. Ev mijareke zehmet e. Lê belê xwedî nirxekî ye ku mirov di riya wê de hewldan û heta şer dide ye. Ez bi hindek aliyê wê ve pêwîste pirsgirêk çawa were têgihiştin datînim holê. Ji dubarekirina hêmanên ku tên fêmkirin zêdetir em dixwazin ji bo pirsa bi taybet emê çawa nezikî şêwazên ku dibe rastiyê û şêwazên têkîliyên rast bersiv bidin. Ger di nava gerîla de be, ger di hemû beşên jiyanê yên din de be, em dikarin hindek pirsên şêwazê nêzîkbûna rast amrazê rêxistin û çareseriyê dê çawa be, bi pêş bixin. A herî girîng jî di heman demê de ev têkîlî, têkîliya hest hezkirinê ye. Pêwîste hun di van mijaran de kûr bibin.
Gelo hezkirina rast, hesta rast çî ye? Evê çawa were bidestgirtin? Pêwîste li ser vê bingehê hun asta xwe ya ferasetê bi pêş bixin û baweriyê bi xwe bînin. Hilweşandin nayê wateya wendakirina her tiştî. Lê belê zêde tenezûlê bi awahiyên erzan jî nekin. Tişta herî zehmet jiyana ku bi pevçûneke gelekî zehmet ve hatiye sazkirin hîn bi nirxtir e û nayê hilweşandin.
Ji pênûsa Gêrîlla
17 Çile 1994
- Ayrıntılar
