Em herdû li ber deriyê bexteweriya xwe rawestiya bûn. Deriyê welatekî ku bûye du parçe…Em herdu li ber deriyê bexteweriya xwe rawestiya bûn. Deriyê welatekî ku bûye du parçe. Na; çar parçe. Ez behsa kîjan parçeyî bikim, bi eynî serpêhatiyê re rû bi rû hatiye, lê di van salên dawiyê de, herî zêdetir şerê têkoşîna me li ser axa Başûr û bi taybet li Bakurê Kurdistanê bi giranî jiyaye. Vekirina deriyê Bakur û derbasbûna herêmên şerê giran, bi têkoşîna her gerîlayekî ve girêdayî ye. Bi têkoşîneke xurt gerîla yek dikare her rê û xebatê bi dest bixîne. Vê carê ez jî di nav gerîlayên ku li deriyê bakurê Kurdistanê dixistin hebûm. Deriyê ku xeyalê cîhaneke nû li mirov vedike. Dibe ku te dest avêtibe çembilê deriyê jiyana xwe ya dawî, lê ji bo gerîlayekî xwedî lêgerînê azadiyê ev tu carî ne astengiye. Lewra gerîlayên ku di vî deriyî re derbas bûne û dibin ji bo xwe deriyê bexteweriyê dinirxînin. Beriya niha kî û kî di van deriyan re derbas bûne, tenê ev rê şahidê vê yekê ne. Yên derbas bûne û ne vegeriyane hene, yê ku derbas bûne û vegeriyane û dîsa ji bo derbasbûneke nû amedehiya xwe dikin hene. Ya ku ez dixwazim bêjim her gerîlayekî li ser vê rêzika sînorê ku di navbera bakur û başûrê kurdistanê de dirêj bûye, di pêşbirka bexteweriya jiyana xwe de ne.
Dîsa ev dem û ev roj bûn, ev germ û havîn bû gava ku Xelîl Çiya xwe ji rêwîtiya seranserê bakurê welatê çiyan re amade kiribû. Di wê salê de, dijmin ne tenê bi têlên strî sînor pêça bûn, lê belê ji goştê leşker û teknîka giran jî seranserê sînorê welatê me ku di navbera Bakur û Başûr de rapêça bûn. Lê heyî hê ku tu hêz bikaribe li pêşiya armancê gerîlayên çavreş bisekine. Yên xwe fedayî armancê xwe bikin, yan wê biperçiqînin û derbas bikin. Ji xwe êdî gerîla bi van rêgezan nasnameya xwe ya şervantiya vî welatî mohr kirine. Xelîlê ku çavê xwe berdabû projeya belgeseleke sînema, cihekî girîng di nava vê rêwîtiyê de girtibû. Navê serkeftin û qezenca herî mezin ya jiyana xwe li vê projeya xwe kiribû. Yê Xelîl Çiya êdî ne sînor ne dijmin û ne jî heval, fermandar û dostên wî dikarî bûn wî rawestînin û gotina neçe pê bidin erê kirin. Her çiqas ji bo wî jî mîna her gerîlayekî encamê vê rêwîtiyê ne diyar bû jî, lê xwe mîna rêwiyekî şad bi nav kiribû. Raman û hestê xwe di asta mezinbûn û giraniya rêwîtiya xwe de amade û tijî kiribû.
Berî niha bi deh salan, Xelîl çiya di vê riyê re çûbû û hatibû. Xelîl di wê çaxê de, bi hozanê welatê çiya, Serhed re di yek derî re ji başûrê Kurdistanê derbasî bakurê Kurdistanê herêma Botanê bûbû. Kamêrvanê çiya Xelîl û hozanê çiya Serhed, li ser projeyekê li hev dikin. Di armancê projeya van herdû hunermendan de ev hebû; wê gerîla Serhed bi têlê saza xwe ya birîn û şahiyê di dilê gerîlayê Botanê fetih bike, û gerîla Xelîl jî wê bi objektîfa kameraya xwe rû û dengê gerîlayên Botanê ji dîrokê re mîras hiştibana. Di wê demê de Botan deriyê riya Bakur ji herdû mêvanê xwe yê hunermend re li ser piştê vedike û bixêrhatineke germî ku liyaqî wane têne pêşwazîkirin.
Botana ku zû eşqa xwe dixîne dilê her gerîlayekî de, wisa zû dilê gerîla Xelîl û Serhed jî qezenc dike. Bi xweza xwe ya çavên mirovan miç dike, hevaltî, zorahî, dostayî, birçîbûn, parvekirin, rexnekirin, avakirin, girî, şahî, evîn, veqetîn. Ji her rêbazê ku jiyanê bi wate dike bi awayekî tazî xwe bi wan dide jiyîn û wan mezin dike.
Dibêjin ya; encama her afirandinekê ked e. Ya herî xweş jî ku tu bi xwe jî dibî şahidê vê rastiyê ye. Lewra pariyek nan û qurtek av ji bo ku tu bi vê jiyanê re bijî têra te dike. Serhed bi têlê dengê xwe yê çiyayî Xelîl jî bi kamêra xwe ku tu carî ji dest nediket, xwe newqî nava jiyana Botanê dikin. Serhed li her derekê bi konseran kêliyên hestiyar û bi coş bi gerîlayên Botanê dide jiyandin Xelîl jî ji bo ku van kêliyên xweşik bi dest bixe bûbû gerokê nava rû û hestan de. Ev herdû gerîla, ev herdû hunermend, ne tenê bi kar çûbûne Botanê, piştî ku karê xwe biqedînin wê li cihê ku jê hatine vegerin. Na; Xelîl û Serhed êdî mîna du botaniyan tevdigeriyan û êdî di şevên ku bi rengên zimrudî diman wêneyê xeyalên hestiyar digirtin, Xelîl û Serhed bûbûn parsekê cîhana wan gerîlayê ku ew bi sala bû niştecihê herêma welatê ne nase bû. Li keştiya bîranînên wanî rabirdû siwar dihatin û xwe ber bi rojên wanî îro diherikandin. Dirêj dirêj Xelîl û Serhed xwe ji xewên şevan vedidizîn da ku tenê li lehengiya wan di qadê şer de guhdarî bikin, yan jî serpêhatî û bûyerê wanî jiyanî, bîranîn komîk û xemgîn, destanê evînên bi diziyî ku bi koçê abidîn rû bi rû hatibû guhdarî dikirin. Her diçû her dû hunermendan tûra xwe ya nav Botanê berfireh dikirin û gerîlayek li ku bûna pêwîst bû xwe bigihandibanê. Yek yan deh gerîla ji bo wan ferq nedikir, ya girîng ew bû ku di ser kesekî de ne buhurin, ji ber ku herdû hunermendan jî dizanî bûn her tiştekî ji Botanê û gerîlayên botanî qezenc bikin wê bibe serwext û mîrasa hunera wayî ku wê rojekê ev dîrok wan pê xelat bike.
Ne girîng e her projeyek ku tu pê rabe heya serî biçe, yan jî ne girîng e ku tu her tiştekî dixwaze bi dest bixîne, belkî ne pir girîng e ku jiyana te têra rêwîtiyekî bi plan û xebateke bi aste ku te daye pêşiya xwe jî bike, lê ya girîng ew e ku berî her tiştekî ku tu pê rabe, tu bi serkeftin û qezenca wê bawer bike. Lê ya ku li vir qezenc kiriye tiştê ku em pê radibin. Mirin tu carî nakeve nav hesabê bawerî û serkeftinên ku em dixazin gavê wan bavêjin.
Gerîla Xelîl; şehadeta hozanê xwe Serhed mîna bûyereke herî bi birîn di jiyana xwe de dinirxand. Ne li bendê bû, ne texmîn kiribû, ne jî jê re amade bû. Çawa dibe ku cêwiyê riya xwe ya Bakur winda bike û ew di şûn de bimîne û li dû wî jiyan bike. Çawa dibe ku cêwiyê hunermendiya xwe winda bike û çawa dibe ku cêwiyê deftara xwe ya sor ku bi hev re li ser rojaneyên xwe yên Botanê dinivîsandin winda bike. Ne misogere ku Xelîl vê koça Serhed ya bi tenê bipejirîne. Çima zorî nedabû Serhed da ku ew li pêşiya wî bireve. Çima gava ku Serhed ji helîkoptera ku dijmin ew jê avêtiye hembêza xwe ji fira wî re venekiriye û beyî ku tiştek jê were ew nedaye ber hembêza xwe. Ne ev tenê; bi biryara Rêber APO ya sala 1999’an de, ku gerek gerîla xwe ji sînorê Bakur vekişîne, bi fermana rêxistinê, Xelîl neçarî vegera başûrê Kurdistanê dibe û di deriyê ku bi Serhed re derbasî bakurê Kurdistanê dibe, bi tena xwe têre vedigere.
Çûyîn xweş e; yan di şûn de mayin: gava ku em her dû li ser rêzika sînorê Bakurê kurdistanê li bende vebûna deriyê bexteweriya xwe bûn, mamoste û derhênerê min dubare dubare, ev gotin ji min re digotin. Ji xwe ji bo gerîlayekî ev pirs ne xaçepirs e, ne jî ji bo bersiv dayina wê pêwîstî bi şareza bûnê heye. Gava ku çavê min bersiva pirsa wî dida digot: Ji bo vê yekê pêwîst e ez biçim û divê kes ji min re ne bêje neçe. Gava ez li te dimeyizênim şehîd Serhed li bîra min tê. Hin tiştê te dişibin wî. Ne ji bo vê yekê tenê, piştî şehadeta Sarya û Serhed, ez ê careke din bi hevalên xwe yê xebatê re bi tu riyeke din ve neçim. Her car ez li dû wan dimînim û ez wan winda dikim. Lewra ez ê bi tena xwe bi vê riyê de biçim.
Berî vê bi deh sala di rojên tîrmehê ya germ de hozan Serhed şehîd ketibû. Berî sê salan ji niha di heman rojan de gerîla û hunermend Xelîl jî di eynî deriyê ku bi Serhed re derbas bûbû dîsa derbas dibe. Lê vê carê bi tena xwe bû. Min jî ji piş deriyê xwe yê girtî, li wê riya wî ku ji min ve dixuya û hêdî hêdî dûr diket û winda dibû temaşe dikir.
Ez dizanim êdî gerîla Xelîl careke din hozan Serhed bi tenê nahêle û ji Botanê venagere, lê deriyê ku Xelîl tê re derbas bûye, li dû xwe negirtiye. Ez bi vê hêviyê dijîm ku wê rojekê deriyê bexteweriyê ku herdû mamoste û hunermendê me tê re derbas bûne di rûyê min de jî vebe û ez ê jî tê re derbas bibim. Çima ez ê timaya navê rêwiyên şad nekim ku jiyaneke xweşik li benda min be. Ez wesiyata vî derîyî li we jî dikim, hûnê poşman nebin.
Zêyav ÇIYA