Bêrîtana rengînî weke çûka çiyan ya 12 rengî, çawa di xwe de tevayî rengên xwezayê dicivîne û bi yekahengî, mirov li himber ciwaniya wê ya bê hempa matmayî dimîne. Ewqasî bi lez û bez tevdigere, weke sihrê, nahêle mirov ji ciwaniya wê têr bibe.
Dema Bêrîtan tê gotin, nizanim çima ew çûka 12 rengî tê bîra min. Rengîn bû, bi xwezayê re di nava ahengiyê de bû, xwe zû-zû nû dikir. Pir bi liv û tevger bû, mirov dikarî her carê di wê de aliyên nûtir bidîtana. Bi qasî ku şerker bû, ewasî jî hunermend bû, her wisa jî wêrek bû, jinek di milê derûnî de azad bû.
Bi giştî di mirovan de kêm û kurtî derdikevin û aliyên ne xweşik li gel yên xweşik bi cih dibin. Lê belê heval Bêrîtan bi qasî min pê re jiyan kir, ez tû caran jê zivêrnebûm û min tû taybetiyên wê yê neciwan nedît. Ew kesayetiyek kêm kêmasî dikir, lawaziyên wê kêm bûn, ji ber vê yekê jî pir dihate hezkirin û di karê xwe de her dem serkeftin bi dest dixist. Bi rastî jineke azad û xwezayî bû.
Piştî şehadeta wê, rojên ku derbas dibûn, hîn bêhtir di çavên min de mezin dibûn. Mîna entîkeyeke dîrokî, her ku kevin dibe ewqas bi nirx dibe. Ez bawerim mirov çiqas lê dikole tiştên hîn cuda ku qet derneketine holê dibîne di kesayeta heval Bêrîtan de.
Şerê wê, evîna wê ya mezin û bê sînor, têgeha wê ji jiyanê re, hêviya wê bi azadiyê û serkeftinê re, mirov dikare bi awayekî giştî û eşkere di helbesta wê ya bi navê “Gula min ” de bibîne. Kî bixwaze Bêrîtan nasbike; giring e, berî her tiştî helbestên wê bixwîne.
Bêrîtan di sala 1991 an de ji nava derdorek xwendevan-rewşenbîr û ji navçeyeke wek Koçgîrî tevlî refên gerîla dibe. Dibe ku tevlîbuna heval Berîtan di wan salan de zêde ne balkêş be. Ji ber ku di wan salan de hejmarek mezin ji xwendevan û rewşenbîran ji her çar hêlên Kurdistan ê tevlî refê şoreşa netewî dibûn. Di encama serhildanên gelêrî ku li bakûrê Kurdistan ê bi awayekî kûr destpêkiri bû û tevahiya gel rakiribû ser piyan. Gelo tiştê ku hevala Bêrîtan ji wan cuda kır, u Gulnaz Karataş kır Bêrîtan çi bû?
Navê wê yê yekemîn ya di nava refên gerîla de “ Binevş” bû. Piştre navê xwe digeherîne u dike Berîtan. Min jê pirs kir ka çima navê xwe kiriye Bêritan? Beritan wiha bersiv da:“ Bêrîtan li Dêrsimê navê eşîrekêye û dibe ku ez bi xwe jî ji wê eşîrê bim”. Heval Bêrîtan, bi guhertina navê xwe, gava yekemîn avêt, di azadiya bîr û bawerî de. Wê hêza hilbijartina azad da nîşandan. Dibe ku pir kesan navê wê li xwe kirin, lê ez bawerim ew yek bû û ducar nabe.
Bavê heval Bêrîtan xwedî malbatek bi zarok bûye û ji aliyê madî de hejar bûye. Mûçexur bûye li ba dewletê. Tevî hêjariya xwe bavê wê, heval Bêritan daye xwendin u tiştekê wê kêm nehîştiye. Bêrîtan jî, ji ber ku elewî bû, di hêlên sosyal de vekirî û têkilîdar bû. Têkiliyên wê bi giranî di gel kesên rewşenbîr û entelektuel hebûye. Ev taybetmendiya li gel heval Bêrîtan, bingeheke xurt a çandî û hunerî avakiri bû. Ew ne jinek asayi bû. Xwedî armanc, hêvî û bawerî bû. Ew ji deriyekî berfireh ve ketibû nava tekoşîna jiyanê. Li zanîngehê ketibu nav têkîlîya evînî bi hevalekî xwe yê zanîngehê re. Lê dema PKK’ê nas dike, her du bi hev re tevlî refên şoreşê dibin. Wê, ji hevalê xwe pir hezdikir, lê dizanîbû çawa hezkirina xwe mezin bike. Dema soz û biryara xwe ya Partîbûnê da ji wê gavê û pê ve xiyanet bi evîna xwe nekir. Di nameyek xwe de ji hevalê xwe re wiha dinivîse; “ ez ji te pir hezdikim, lê li min bibûre, ez ji welatê xwe û Partiya xwe ji te bêtir hezdikim.” Wê ji ber ku rast hezdikir û pîvanê hezkirina xwe danî bû,ji ber hezkirina xwe fedî nedikir, ji bo wê jî hestên xwe bi eşkereyî dianî ser ziman. Tenê ên ku rast hezdikin dikarin evîna xwe mezin bikin. Li gel wê jî asta tekoşîna xwe bilind dikin. Heval Bêrîtan di helbestên xwe de evîna xwe dide der. Di helbesta “Gula min” de ku bi zimanê Tirkî nivîsîye, pir baş diyardike, ew çendî bi evîna xwe ve girêdayî ye. Lê ya balkêş li gel heval Bêrîtan ew bi xwe rêzana evîna xwe bû, ew azad bû û bi tekoşînê evîna xwe mezin dikir. Ji yekîtiya azad şerm nedikir. Di evîneke wiha de tenê xweşikbûn û payebilindî heye, jiyan bi evîneke weha bi gul dibe. Bêrîtan gula evîna xwe bû, gula xwe bi rengê tekoşînê sor kiribû.
Bi hestên xwe yê neteweyî yê ji nijadperestiyê dûr, dikarî tevayî beşên Kurdistan ê himbêz bikirana. Vê rastiyê di têkiliyên xwe de jî pêk dianî. Heval Bêrîtan, her dem li pêş di ramiya. Di fedekariya xwe de û di wêrekiya xwe de bêhempa bû, destê xwe davêt çi karî bi ser dixist. Wê xwe bi çiyan re kiribû yek û bibû evîndarê çiyan. Tenê kesê xwedî hezkirinên mezin, evînên mezin dikarin ewqas çalak, zindî u cangorî bin. Hezkirin û welatparêziya wê dibûn sedem ku zû fêrî tiştan bibe. Tevî ku qet Kurmancî nedizanî, di demek kurt de xwe fêrî zimanê Kurdî kir. Di karên piratîk de jî xwe li paş nedihîşt, di pêşya hemû kesan de bû.
Di zivistana 91-92 an de cihê xwe di xebata ragihandinê de girt, wê demê bîroya ragihindinê di bingeha Biryargeha Partî ya duwemîn li Xakûrkê hatibû sazkirin û (2) kovar dihatin weşandin. Kovara “Dengê Gerîla” ji hêla şaxê jinan ve dihate weşandin. Heval Bêrîtan cihê xwe di rêvebiriya beşa çapemeniyê de digirt. Di karê ragihandinê de jî bi awayekî afiranderî zîrektiya xwe dida diyarkirin. Di nivîsên wê de zelaliya ramanên wê yên bîrdozî, her weha têgihiştina wê ji rêbaza Serokatî û Partiyê re xweş diyar dibû. Di wan salan de hîna rastiya cins çiye ne çiye nehatibû naskirin, her weha hevalên jin tevlî tekoşîna giştî dibûn, lê hîna wate nedidan şoreşa civakî û tekoşîna cinsî. Jinan ji hev heznedikir, pîvanên kevneperest yên civakê hê jî di nava refên şoreşê de berbelavbûn. Sekna heval Berîtan lı pêşiya paşverutiyê helwestek bû. Heval Bêrîtan bi ziman tiştek ne gotana jî, bi jiyana xwe her tim dibû hêza rexneyê li peşiya paşverutiyê. Ev rewş hem dibû sedema nakokiyên mezin, hem jî dibû sedema pêşketinên mezin. Heval Bêrîtan li hember tevayî hewildanên dervayî rêbaza Partiyê diket nava tekoşînê, di kesayetiya xwe de taybetmendiyên milîtaniyê pêk dianî. Ew di tekoşîna çinayetî de tim li pêş bû û teslîm ne dibû. Wê azadiya xwe ya hundurîn bi pîvanên Partiyê yên azadiyê re nû dikir û hêza berxwedanê wisa ji xwe re peyda dikir.
Heval Berîtan wate dida tevayî bûyeran; dûr û dirêj difikirî, pêşbîniya wê jî bi pêşeroja azadiyê ve girêdayî bi hêz bû, bi rojên weke îro bawer dikir ku şefeqa azadiya welatê me dabigre. Di helbestên xwe de jî baweriya xwe bi vê yekê re diyar kiribû. Di helbestek xwe de wiha dibêje:
Ez bi qasî zereyekê, ji mirinê natirsim û mirin li min zor nayê lê belê ...!! temaşake li van çiyayên noqbûyî di nava şefaqê de tenê ji bo em kêliyekê bi hev re li wan temaşakin ez naxwazim bimrim.
Di salên 91-92 an de hêjmara jinên gerîla di nava şoreşê de her diçu zêdetir dibû. Di wan deman de artêşbûna jinê hîn nû bû, jin hîna bi temamî nehatibu asta artêşbûn u partîbûnê. Serok Apo nirxek pir mezin dida artêşbûna jinê. Hewl dida ku artêşbuna jinê pêş bixe. Ji ber wê jî hertim bangên serok çêdibun ji bo tevlîbuna jinan. Li gel hemû hewladanên serok, hîn kesên paşvrû dixwestin jin di rewşa xwe ya kevin de bimîne u pêş nekeve. Ji ber vê jî, çi ji destê wan bihatana dikirin.
Li Amedê hejmarek mezin jinan ji nava artêşê hatin avêtin, her wiha ji bo ku nehatin rêxistin kirin û perwerdekirin pir ji wan ketin destê dijmin, pir ji wan jî ku namzetê tevlêbûna tekoşîna rizgarıyê bun, bê beş man û nehatin wergirtin. Ev pratîka tunekirinê bi destê Şemdin Saqiq ve pêş ket. Wî digot; jin bargiraniya artêşê ne. Bê guman ew pratîk bi giştî li dijî hewildanên Serokê netewî bûn û bi armanca vala derxistina kedên wî bûn.
Di heman demê de li navça Xakûrkê ku biryargeha Partiyê ya duwemîn li wir bi cih bibû, hewildanên wekî ên Şemdîn dihatin kirin. Nêzîkatiyên ku ji aliyê van kesan ve dihatin kirin ji nêzîkatiyên civaka paşveru ne cuda bû. Her çendî jin di metirsiya van nêzîkatiyên paşverû de bi giştî tênedigihiştin jî jinên têgihiştî dikarîbûn rastiya bidîtana. Ên ku van rastiyan didîtin, hewl didan ku li hember van nêzîkatiyên paşveru têbikoşin u wan bê bandor bihêlin. Çawa tekoşîna çekdarî bi armanca rakirina biryara mandelkirinê li ser doza kurda bû, her weha jî tevlêbûna jinê ji tekoşîna çekdarî re ji bo rakirina mandelkirinê li ser mafê jinê bû. Jin êdî di van bîr û baweriya de têgihişt û tekoşînek bilind diyarkir ji bo xwe ispat bike. Li hemberi nêzîkatiyên zilamê serdest, jinê xwe ji her mili perwerde dikir u bi vî awayî dibû xwedî seknek bi hêz. Heval Bêrîtan jî yek ji wan jinên rêber bû, ku berî tevayî jinan behna metirsiyê girt, pilanên li ser tekoşîna azadiya jinê digerin fêmkir u li dijî wê ket nava hewildanên bê hempa, da ku bide pejirandin ew dikare tevlî şer bibe. Her roj heval Bêrîtan ezmûnên xwe li pêşdixist, xwe fêrî tevayî pedîviyên leşkerî dikir. Wê bawerî da partiyê û xwe da pejirandin. Cara yekem bû wê tevayî bendên ku li pêş jinan hatibûn danîn hilweşand. Li meydana şer bi her awayî ji bo bi çespîne ku jin dikare bi serkeftin şerbike, dida bawerkirin. Hezkirin li hevhatin, yekbûn û hevaltî, nav û nîşana wê grûpê bû.
Di hemu çalakiyên xwe de bi serkeftin bûn. Li ser tevayî çekan hakim bûn û wan bi kar dianîn. Di meydana şer de jî perwerda xwe didomandin. Bi vî awayî ew grûp bû tovê artêşbûna jinê. Êdî ew gav bû bingehek ji bo belavkirina wê çandê li her deverekê welêt. Heval Bêrîtan bi hest û giyana xwe ya berpirsyariyê rêbertî ji vê pêngavê re kir. Bi başdarbûna grûpê ji çalakiya “Rûbarûkê” re, xebat gihişt lûtka xwe. Di wê çalakiyê de heval Bêrîtan bi xwe di refên pêş ên di êrîşê de cih digirt. Birîndariya wê, di çalakiyê de wê xistibû nava hestekî pir bilind de. Mîna evîndarek di roja cejna evindaran de gulek sor diyarî bigre. Wê weha ji birîna ser rûyê xwe coş digirt û pê serbilind dibû. Hîn xwîna li ser birîna heval Berîtan û hevalên wê zuha ne bibû, bi hezaran pêşmerge yên PDK û YNK bi hevkariya artêşa dewleta Tirk u Emerikayê, pilangeriyek mezin li darxistin. Armanca vê pilangeriyê, ji holê rakirina gerîla u zextkirina gelê kurd bû. Navê çalakiya ku Emerîka û Îsrail jî bi awayekî neyenî tê de cih girtibû, kiribûn “sandawîç” yanî wê hêzên gerîlla dorpêç bikirina û tunebikirana. Ji hemû aliyan ve leşker û pêşmerge dihatin, agir ji top û firokan dibariya. Gerîla ketin nava şerê man û nemanê. Gerîla hemû li berxwedan, lê berxwedana jinan pir cuda û balkêş bû. Wan ji zilaman bêtir wêrekî û mêrxasî dan diyarkirin. Li tevayî meydanan gerîlayên jin hunerek û afîrandineke bê hempa dan nîşandan. Jin bi vî awayî da nîşandan ku ew di arteşê de ne bargiraniye, hêza serkeftinê ye. Heta gihîşt wê radeyê ku berpirsên eniyan bi bê têlan bangî hevdikirin û dixwestin deh zilaman bi jinekê biguherînin.
Her çendî ku Heval Bêrîtan ji gelek cihên xwe birindar bibû jî, pir dixwest ku tevlî çalakiyan bibe. Hingî xwe sepand ku êdî heval nedikarîn pêşiya wê bigrin. Û di dawiyê de xwesteka heval Bêrîtan pêk hat u bi wî halê xwe tevlî çalakiyê bû. Wê di nav şer de berpirsiyariya eniya Lolanê kir û şerekê dijwar li darxist, li himber hêzên xiyanetkar. Eniya wê bi berxwedana xwe bala hêzên li himber jî kişand. Bi rojan şereke pir dijwar tê dayîn. Êdî cepxaneya gerîlayan ber bi xelasbûnê ve diçe. Hêzên dijber çawa vê rewşê ferq dikin, hemû hêza xwe ber bi wî milî ve dibin. Dixwazin eniya ku heval Bêrîtan lê ye, hilweşînin. Li hember vê yekê Heval Bêrîtan tevayî hevalan paş de dide kişandin û ew bi xwe parastina wan dike. Dema mecala wê ya paşdegişandinê namîne, dijmin pir nêzîkê wê dibin û bang dikin u dibêjin:“teslîm bibe.” Heval Bêrîtan bi dengekî tund, bi hêz û bi bawerî bersivê dide wan û dibêje; “PKK teslîm nabe, yê teslîm bibe ketxwarî, paşverûtî û xiyanetkarî ye.” Û piştî van gotinan xwe ji serê zinarek bilind davêje xwar. Dema pêşmerge dengê jinekê dibihîzin wêrek dibin û êrîşên xwe tund dikin. Lê dema bersiva heval Bêrîtan û ne teslîmbûna wê dibînin, li hemberî rastiya qehramanîya wê de dikevin nava şermeke mezin û ji ber zilamtiya xwe fedî dikin. Qahremaniya ku heval Bêrîtan nîşanî wan kir, hişt ku pir ji wan di meydana şer de soza çek berdanê bidin. Ji ber xiyaneta xwe şerimkirin û sondxwarin êdî nebin çetê dijminan. Êdî çîroka qehramantiya heval Bêrîtan li ser devê pêşmergan bi xwe li tevayî deverên Başûrê Kurdistan ê belav bû û bi sedan xort û keçên Başûr tevlî refê şoreşa netewî bûn.
Bi qîrîna heval Bêrîtan re xiyanet û paşverûtî hate darizandin û rûyê wan ê reş hate eşkerekirin ji tevayî gelê Kurd re. Wê bi çalakiya xwe zaboqek (vîracek)nû di şoreşa netewî de vekir û asta mîlîtaniya PKK’ê bilindkir. Bû nûnera rêbaza Sarokatî û di kesayetiya xwe de bi ser xist. Heval Bêrîtan di raporeke xwe de ku di bihara sala 1992 an de ji Serokatî re nivîsî bû de, diyarkiribû ku ew dixwazê romana Serokatî binivîse. Tê zanîn romanivîsîn hêzeke mezin, wêrekî, xeyal û wêjevaniyeke bilind dixwaze. Biryara nivîsandina romana Serokatiyê dayîn ne karekî hêsan e. Heval Bêrîtan wê hêzê di xwe de didît, ku romana serok binîvisîne. Wêrekiya wê ji pêkariya wê dihat, ew wêjevan û helbestvanek bi hêz bû. Û ez di wê baweriyê de me ku ew saxbana wê soza xwe bi awayekî afirandî pêk baniya.
Wê xwe bi şehîdên dozê re kiribû yek û di rêya wan de bi israr û bi bawerî diçû. Di helbestek xwe de ku girêdana xwe bi şehîdan re dide nîşandan dibêje:
Ev dila hatiye hûnandin Li gel keziyên Koçerînê yê çil gulî Destên min Bêrîvanin Wekî Egît diçizirim çiyan Wekî Delîl dikevim nava pêkdadanê Û Mezlûmê sê darikên kibrîtê me Ez çend giyanên nûhatî ji hinavê xwe dizêm. Di her pêkdadanê de ez ya li pêşim Ez ji nû de dizêm bi tilîlîyan re Wek Ferhat....wek Mehmûd Bedena min dişewite.
Di nava germiya cengê de me nikarî em wateya qehremaniya heval Bêrîtan nas bikin. Lê belê piştî paş de kişandina hêzên gerîla ji qampa Zelê re li Başûrê Kurdistanê, tevayî heval ketin nava xemgîniyek mezin. Her ku rastiya şehadeta Bêrîtanê derdixistin zanebûnê, ewqasî pê bandor dibûn. Mîna birînek pir xedar û kûr di hinavê gerîlayan de vebû. Birîn di axivî û jana wê em çember dikirin. Qîrîna Bêrîtan ya li himberî xiyanetê, weke zengilekî deng vedida di mejî, wijdan û dilên me de û êdî di cergê xaka Kurdistan ê de bi sedan Bêrîtan vejiyan. Piştî agirbestê û piştî şehadeta heval Bêrîtan bi heyvekê di 22-23 heyva Mijdara 92 yan de min du helbest ji bo bîranîna şehadeta wê nivîsand. Di sala 93 yan de di kovara “jina serbilind” de hatin weşandin, her wiha hatin awazkirin ji hêla hunermend û komên hunerî li Kurdistan û Ewropa yê. Her weha di berhevoka min ya helbestan de ya bi navê (Zenglên Hevgihînê) de hatiye weşandin. JI BO ŞEHÎDA ŞEHÎDAN
BÊRÎTAN Mîna awazê jiyanê wekî şivanekî hozan xwezayê distrê û di kûraniya damarên nêdar bi xwînê jiyan bi kela xwe dijî ey Bêrîtana min ey bêrîvana gulperî min te naskirî û jiyankirî pêleke torebûyî di rûçkê faiştan de mawzerek bûyî amade bo yî lêdanê di sînga birakujan de
* * * Te xwe bi şer ciwan kir û tu mezin buyî û em mezin bûn bi te her yek ji me digere li şefeqê yan wê sazdike te ew sazkir bi tivingê bi xwînê
* * * Dema ji çeperekê xwe davêt çeperek din di asoyê azadiyê yê kesk û sor û zer de nîşana serkeftinê xêzdikir û eniyek vedikir di dilê enyakê de Bi pencên xwîna erxewanî perda ser çavê xiyanetê çirand ew reşkir bi rengê reşqelekê û bi wan pencan xiyanet darizand
* * * Bi bêdengiya gulla xiniz re her tişt bi dawî dibe gulle sar dibe û dimre destê kuştkar her mirî ji dayik çêbûye lê Bêrîtana min xwediya bîst û du biharan her dijî gulek di dilê çiyê de bi her lêdanên dilên me re di damarên gel de tîrêjek ji yên şefeqê yê sor pertewek vêketî di mala tariyê de û wekî bêhna nanê germ li her kolanên welatê min belav dibe belav dibe.
Başûrê Kurdistanê ( Zelê )
- Ayrıntılar
Bêrîtan di cihê xwe de req bûbû û bi baldariyeke mezin li dayîka xwe guhdarî dikir. Di cîhana xeyalan de bû, tiştên ku dibihîstin ew şaş dikirin. Wekî ku temaşeyî fîlmekî dikir. Gelekî pirs di mêjiyê wê yê zarok de diçûn û dihatin. Gotinên nû dibihîst ji devê diya xwe. Çavên wê diçûn û dihatin mîna ku ji wê kuna xwe ya biçûk aciz bin. Dixwest ber bi ezmanan ve bifire. Bêrîtanê ji bo ku çokên xwe yên ji heyecanê dilerizîn, ji dayika xwe veşêre, destê xwe danî ser û bi dil û can li dayîka xwe guhdarî kir.
Dayika li ber giriyê bi dengekî ku ji kûrahiya dil dihat, digot: “ Wê rojê destanek nû dihat nivîsandin li Lelîkanê. Ew roja Lelîkan bi tîpên zêrîn diket nav dîroka berxwedana mirovahiyê. Dîsa jinek qehreman bû, nivîskarê dîroka berxwedan û azadiyê.
Li ser lutkeya zinarekî reş û mezin bû. Li paş wê Çiyayê Şekîf, li biniya wê Dola Çil û çaran hebû. Beriya demekî 44 çar hevalên wê şehîd ketibûn li wê dolê. Perçeyek mezin ji dilê wê qut bûbû. Lê di pêçandina birînan de hosta bû. Ew, roj pir asê bûn hemû çiyayên Xakurkê. Bûbûn mertal li beramberî îxanetê.
Guleyên di çeka wê de xelas bûbûn. Bi guleyên xwe yên heyî hevalên xwe parastibû. Tenê ew, çeka wê ya bêgule, çiyayên asê ên Xakurkê û dilê wê yê ku ji bo azadiyê lêdida mabûn. Ev çend roj bû di pevçûnê de bûn. Şerê Başûr bi hemû dijwariya xwe berdewam dikir. Bêrîtan heta niha gelek caran ketibu pevçûnan. Gelek caran ji gelek cihên bedena xwe jî birîndar bûbû. Lê vê carê tişta ku zora wê dibir, ew bû ku yên li hemberî wê şer dikirin kurd bûn. Lê belê tevî ku vê yekê zora wê dibir jî Bêrîtan bi biryar bû ku di vî şerî de bi ser bikeve. Ji ber ku heta niha tevgerên azadîxwaz ên kurdan ji ber îxanatên hundirîn têk çûbûn. Dîroka kurdan bi îxanetên bi vî awayî ve tijî bûn. Bêrîtan vê carê bi biryar bû ku, li hemberî îxaneta kurdan bi serbikeve. Diviya dîrok vê carê dubare nebûya. Diviya berxwedanê îxanet têk bibira.
Dengê pêşmergeyên birakuj ên PDK u YNK’ê her ku diçû ji nêztir dibû. Du hestên cuda xemgînî û kêfxweşî bi hev re ketin dilê Bêrîtanê.
Xemgîn bû... Ji ber ku carek be jî serokê xwe ji nêz ve nedîtibû. Carek be jî ew hembêz nekiribû û bi heskirineke mezin maçî nekiribû. Ev bê edaletiyeke mezin bû. Xeyala wê ya herî mezin carekî be jî dîtina Roja Pîroz bû.
Xemgîn bû... ji ber ku ên li hemberî wê şer dikirin kurd bûn. Lê ji bo berjewendiyên biçûk û malbatî birayên xwe firotibûn û çek hilgirtibûn li dijî wan.
Keyfxweş bû.. ji ber ku bi şerê xwe yê azadiyê xweşik bûbû. Keça herî xweşik a cîhanê bû êdî. A li ser ruyê wê ne şopa gule, belku destegulek bû ji nav bexçeyê azadiyê. Kêfxweş bû.. ji ber ku heta dawiyê li ber xwe dabû. Neketibû destê îxanetkar û birakûjan.
Bi aramîyek mezin liviya ji cihê xwe û rabû ser piyan. Destpêkê çeka xwe ya azadiyê ku ev çend roj bû bûbû parêzvanê wê yê herî mezin şikand ji bo nekeve destên qirêj ên îxanetkaran.
Êdî li pêşberî hev bûn. Komek cerdewanên dilpasgirtî wekî ku serkeftinek mezin bi dest xistine temaşeyî Bêrîtanê dikirin. Haya wan ji tiştên berî biqewimin tunebû. Digotin qey her tişt xelas bûye û îhanet gihîştiye armanca xwe. Bêrîtana ku ji rû, mil û sînga xwe birîndar bibû bi tevgerek xurt û jixwe bawer derket ji mewzîya xwe. Cara yekê bû, ew qas nêzî azadiyê bûbû. Azadî tenê bi qasî gavek biçûk durî wê bû. Çavên wê ne li pêşmergeyên çavsor bû. Çavên wê, peşmergeyên birakuj, guhên wê bangên ji bo teslîmbuyînê nedibihîstin. Berxwedan û mirin di tama azadiyê de bûn, di riya armancên pîroz de. Bêrîtan bi biryar bû ku ew navbera bi qasî gaveke biçûk ya di navbera xwe û azadiyê de ye, ji holê rabike.
Hemû jiyana wê wekî şerîdeke fîlmê ji be çavên wê re derbas bûn. Heta wê demê qet bawer nedikir ku di bêhna dawî de hemû jiyana derbasbuyî, hêvî, bêrîkirin,armanc û hwd. ji ber çavên mirovan derbas bibin. Lê rast bû. Bêrîtan di carekî de çû, Dêrsîm û Çewlikê. Keçeke biçûk a Dêrsîmê bû. Lê di sala 1971’î de li Çewlikê hatibû dinê u li wir mezin bûbû. Di sala 1989`an de li zanîngeha Stenbolê fakulteya Zanistî û Bazirganî beşa îngilizî dest bi xwendinê kiribû. Di newroza heman salê de fêr bûbu ku ew jî keçeke kurd e. Di tevahiya jiyana xwe de miroveke serkeftî bû. Tu tiştekê ku wê dest avêtiyê nêvî nemabû heta niha. Di jiyanê de çalak û bêhempa bû. Ji biçûkatiya xwe heta ku beşdarî nav refên PKK bibe jî ew wisa berdewam kiribû. Di sala 1990’î de bi destgirtiyê xwe re beşdarî refên gerîla bibû û di cotmeha sala 1992’yan de jî beşdarî şerê Başûr bûbû.
Li ser zinarekî reş û mezin bû niha, carekî de gotina wê ya ku beriya beşdarî nav refên PKK bibe ji diya xwe re gotibû hate bîra wê. Dema biryara beşdariya wê bihîst diya wê dest bi giriyê kiribû. Bêrîtanê serê xwe rakir û bi awayekî ji xwe bawer got: Dayê negrî, tiştek bi min nayê. Ger rojekî ez pir tengezar bibim ji bo ku ez nekevim destê dijmin ezê xwe ji zinaran bavêjim û bi destê xwe dawî li jiyana xwe bînim. Ez nahêlim ku destê wanê qirêj bi min bikeve.”
Bêrîtan li wê gotina xwe xwedî derket.. Ji bo ku nekeve destê peşmergeyên birakuj, gava dawî ya azadiyê jî bi serkeftî avêt. Di wê demê de erd û ezman gihîştin hev, çiyayên Xakurkê rabûn dîlana azadiyê. Bêrîtan bû tovê azadî û berxwedanê û ket nav dilê xaka Kurdistanê. Bêrîtanek çû lê bi hezaran Bêrîtanên din hatin dinê.
Belê, piştî 12 salan 25’ê cotmeha sala 2004’an de dayikek kurd ji keça xwe ya 12 Salî ya bi navê Bêrîtan re wiha vedigot qehremaniya Bêrîtanê ango Gulnaz Karataşê. Dayikek kurd wiha vedibêje Bêrîtanê.
Lê ez... ezê çawa qala Bêrîtanê bikim. Pênûsa di destê min de wê hestên di dilê min de çawa xêz bike li ser kaxiza spî. Ez nizanim dê pênûsa min şiklekî bi çi awayî bide vê kaxeza bêwate. Beriya du salan di nameyeke xwe ya ji bo Serok Apo de min gotibû: “ma mirov çawa dikare rojê, ji “Rojê” re vebêje.” Kesek nikare rojê ji Rojê re bi hemû aliyên wê vebêje. Ji ber ku roj jînê dide, germ dike, dişewitîne, ronî dike, tê hîskirin, lê nayê vegotin.
Vê carê difikirim ma gelo mirov dikare tîrêjên rojê vebêje. Ew tîrêjên ku jînê didin can û axa me, tarîtiyan parçe dikin, ronahiyê didin rûyê erdê û ronahiya çavên me...
Bêrîtan... fermandarek jin a leşkerî.... helbestvanek û evîndara azadiyê... Têkoşera rizgariyê. Rêwiya riya azadiyê. Lêgera dîroka windabûyî. Jineke berxwedêr û dijbera xiyanetê. Belê Bêrîtan, di 12. salvegera çalakiya te ya li dijî îxanetê de vegotina te u çalakiya te gelekî zehmet e.
Bêrîtan... Xezala nav baxçeyê azadiyê, awirên reş ên îxanetê qet kêm nebûn ji asîmanên Kurdistanê. Dîroka reş a Kurdistanê dîsa dubare dike hemû qirêjahiya xwe.
Lingên neyar u îxanetkaran dîsa dixwazin bipelçiqînin gulên azadiyê.
Dizanim, encax ligel bicihanîn û piratîk-kirina xeyalên te dikarim bibim bersiv ji bo bîranîna te.
Dîsa ev helbesta te zeng dide di mêjiyê min de:
“Ma ne em in, yên ji bo têrbûnê erdên birçî dikêlin?
Ma ne em in, yên ji bo xweşikbûnê şerên kirêt dimeşînin?
Ma ne em in, yên li bin siya lûleyên sîlehan eşq û di behra mirinê de dostanî danîn?
Ji lewra êdî mirin natirsîne,
Ji lewra paşeroj nêzîk e,
Ma ne em in, yên ha îro ha sibê bigihîjinê?”
Belê Bêrîtan em in yên ku ji bo bedewiyê şer dikin û bi şerê xwe bedew u xweşik dibin.
Û paşeroja azad li benda me ye.
- Ayrıntılar
Ji serokatiya partiyê re!
Nav-Paşnav: Güler OTAÇ
Navê Şoreşgerî: Bermal
Cih û dîroka dayîkbûnê: Gundê Yolağız / Batman, Saşa1967
Dîroka tevlêbûna têkoşînê:1988, Batman
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: 29 Cotmeh. 1996, Navenda Bajarê Sîwas’ê Çalakiya Fedayî.
Serokê min ê hêja, ez dixwazin di destpêaka rapora xwe de xwe bidim nas kirin û hinek jî behsa dema borî bikim. Ez di sala 1967'an de li gundê Yolağı'yê ku girêdayiyê Batman ye hatime dunyayê. Navê min ê rastî Guler Otaç e. Rewşa malbata min ji aliyê aborî ve normal e û ji berê ve malbateke welatparêz îi demokrat e. Ji ber vê yekê, min ji biçûkatiya xwe ve hişyarbûn û zanabûna netewî ji malbata xwe girt û hîn bûn.
Di nav salen 1987-1988 an de ez ketim nav xebata partiyê. Ez di sala 1989'an de li Amedê hatim girtin. Piştî demeke hatim berdan. Di vê demê de, di bin tehdîtên kontr gerîla de min xebata xwe domand. Ji ber sedemên aborî di sala 1989'an de di fabrîkayeke tekelê de min dest bi kar kir. Nêzîkî çar salan min li wir kar kir û piştre rewşa min ji aliyê polîs ve dîyar bû û ez ji herêmê derketim. Di wê demê de birayê min ê mezin Fakir Kodad û pismamê min Çetîn Ababay ji aliyê kontr gerîla ve hatin şehîd kirin. Ez jî di bin tehdîdeke dijwar de mam. Min biryara xwe da û di Nîsana 1993'an de li eyaleta Garzanê beşdarê nav refên gerîla bûm. Ji wir hevalan ji bo xebata nav gel, ez şandim bajarê Edenê. Di Tebaxa 1995'an de, ez dîsa çûm herêma Dersimê û beşdarê nav refên gerîla bûm. Dema min barbariya dijmin ya bê sînor li dij gelê xwe dît, kîn û nefreta min hezar carî zêde û tûjtir bû. Ji bo bersivdana polîtîka dijmin a îmhakar û kîn û nefreta gelê me ya hezar salan ez bînim zintêt~ îi têkoşîna me ya bi mafdar bi dumyayê bidim nas kirin, min pêwîstiya çalakiyeke întîharî dît.
Ez ancax dikarim bi çalakiyeke weha girêdayîn û se deqeta xwe ya li hember gel, partî û serokatiyê bidim îfade kirin.
Serokê min ê heja; ev gelê min ê ku ji hezar salan vir de ye, di bin zordarî û çawsandineke dijwar û giran de ye, her çiqasî dereng be jî, xwediyê hebûneke wek serokatiya we, ji wan re şanseke mezin e. Ji ber vê yekê jîyari û dîroka we ya heyî, ji bo dijmin ne carek, hezar carî mirin e. Yê ku heta dawiyê îdeolojiya sosyalîst temsîl dike û rastiya wê diparêze dîsa hûn in. Ev şerekî weha ye ku heta dawiyê li dij pîsîtî û bê heqîyê û însanetiyê ye. Hêjabûna we jî, ji vir derdikeve holê û tu kes nikare vê yekê bi qasî gelê Kurditanê vekirî û zelal bibîne û fêm bike. Hebûn îi derketina we, vejandin û jîyandina gelê Kurdiştanê ye. Heta îro jina Kurd him ji alïyê çarçoveya fikirên feodalî Ci him jî ji aliyê sîstema dijminên dagîrker ve bûbû kole û belengaz. Bi saya têkoşîna we îro jina Kurd gehîştiye azadiya xwe. Heger îro jina Kurd bi awayekî din him li dij hêzên dagîrker û him jî li dij hêzên paşverii têkoşîneke bê hempa dide, ev jî, ji çarçove û perspektiva serokatiya we tê. Jina ku dixwaze wek însan bijî, dixwaze şerefa xwe biparêze, enerjî û baweriya xwe divê ji we bigire.
Serokê min ê hêja; ez hemû hêz û hebûna xwe, ji gelê xwe re bikim gorî jî, dîså li he.mber ked û xebata we ne tu tişt e. Xwezî ji bo vê têkoşîna pîroz ji can û laşê min hêjatir tiştekî rnin ê din jî hebûya û min bidan. Daxwaza min a herî mezin. yek jê ew bû ku min ji perwerdeya we ya pîroz par û kelk bigirtan. Mixabin ji bo min îmkaneke weha çênebû. Lê, bi talîmat û perspektîvên we, min tim xwe nêzîkî we hîs kir. Ji bo we şanaziyeke mezin e ku di bin serokatiya we de, bi hezaran kes çavên xwe ji mirinê nakutin û xwe di vê rê de feda dikin. Em xwediyê serokatiyekî weha ne ku li dij neheqî û zordariyê, li hember dijminekî herî xedar û dijwar ku li darê dunyayê nehatiye dîtin,şer dikin.
Ji hemû kesên nîştîmanperwer, şoreşger û demokrat re !
Gelê min ê dilovan, ez wek keçeke Kurd ji nav we derketim, bi kul û keserên we baş dizanim, ji ber wê yekê min di nav têkoşînê de cîhê xwe girt. Ez wek zaroka gelê ku heta îro hebûna wî hatiye înkar kirin, zordestî û çewsandin dîtiye, biçûk hatiye dîtin, ji bo sedeqat û girêdana gelê xwe, ez xwe ji vê wezîfeyî re amade dibînim. Di kûrahî û dûrahiya dîrokê de, li lvember daxwazên gelê Kurdên ji bo jîyanê yên herî biçûk û mafdar tim zordestî, zixt û çewsandin hatine kirin û bersivên komelkujî hatine dayîn. Komara Tirkiyê ya faşîst tehamûlê axavtina zimanê me nake. Di vî warî de jî, polîtîka xwe ya dijwar pêk tîne. Îro jî jin, zarok nabêje li her aliyê welatê me însanên me di êşkence û kotekande derbas dike û bi awayeki vekirî însanên me li meydanan dikuje. Ew dixwaze bi komelkujî û jenosîdê gelê me ji holê rake.
Ew axa mirî ya ku bi salan e reşandine ser gelê Kurd, bi awayekî dîrokî û şoreşgerî PKK û serok Apo wê yekê qebûl nekirin û sîstema wê ji binîve hejandin. Tovên wê li çiya, deşt, gund, bajar, dibistan û li girtîgehan her ku çû zîlda û şîn bû. Di dîrokê de cara yekem gelê Kurdistanê xwe nas kiriye û êdî xwediyê baweriyeke xurt e. Dijmin ji vê yekê ditirse. Ji ber vê yckê, vî şerî hebûna me bi cîhanê da nasandin. Bi milyonan însanên Kurd bi şeref û serbilindî, bi ciwan, jin, mêr, kal û pîrên xwe ve beşdarên şer bûn û dibin. Heger ev şer têk here, êdî di dîrokê de carekê din bi navê Kurd kesekî li ruyê erdê narnîne. Dijmin dixwaze bi carekê de, me hemûyan ji navê rake. Di demeke weha de, li hember dijminê barbar, pêwîst e ku em bi baweriyeke mezin li ber xwe bidin û têbikoşin. Pêwîst e ku em hêza xwe ji serok Apo bigirin û li hember vî dijminê barbar şer bikin.
Gelê min ê hêja, di kûrahî û dûrahiya dîrokê de car caran em di bin bandora çînên serdest de mane û jîyane. Hemû mafên mirovahiyê ji destên me hatine standin an jî girtin. Ji derî rondikên çavan tişteke din li paş nemaye. Ji derî zincîrê koletiyê tu tişt ji me re layîq nedîtine. We bi hezaran zarokên xwe di riya vê têkoşînê de şehîd dane. Di demeke weha de wek keçeke we min biryar da ku kîn û întîqama xwe di laşê xwe de bikim bombayek û di nav dijmin de biteqînim. Ez dikarim li hember gelê xwe vê wezîfeya xwe bi cih bînim. Heger ku tiştekî me tune be em bidin vê têkşîna pîroz, em dikarin bi bawerî laşê xwe û ruhê xwe yê êrîşkar bikine bomba û bi ser dijmin ve biteqînin. Ew bawerî, baweriya bi gel e. Ew bawerî, baweriya partiya PKK û serokê wê yê pîroz e. Heger mirov bibe xwediyê. vê baweriyê, êdî tu asteng û kosp nikarin li pêş mirov rawestin. Ji şer revîn, da nîşandin ku di dîrokê de tu serkeftin bi destê me neketiye û ji vir bi şîtn ve jî dê nekeve. Em bi şeref, bi vîyan, bi bawerî, heta dilopa xwîna xwe ya dawî dê têbikoşin û bi serbikevin.
Heger destkeftin û serkeftina îroyî armanceke me ya hevpişk û hevpar be, wê demê pêwîst e ku her kes li gor hêz û giraniya xwe wezîfe û berpirsîyarî bigire ser milê xwe. Ev wezîfe pîroz e. Ev wezîfe dîrokî ye. Hevalên me yên berê ku gehîştin vê merheleyê, qet çavên xwe ji mirinê nekutan, bi laş û xwîna xwe ve beşdarê vê têkoşînê bîm. Ez jî ji bo ku sedeqat û girêdayîna xwe bidim nîşandan, biryara pêkanîna çalakiyeke weha didim.
Do di pêşengiya serok Apo de têkoşînê ji sifirê dest pê kir, îro têkoşîna me ya ji bo rizgariyê, di pêşengiya îdeolojîk û polîtîka partiya me de, gehîştiye bi milyonan kes û arîfeya serketinê de ye. Heger em naxwazin têk biçin û wenda bibin û têkoşînê wenda bikin, pêwîste ku em bi fikir, bi xwîn, bi sedeqet û bi her tiştên xwe ve di nav vî şer û têkoşînê de cîhê xwe bigirin. Bi tenê em bi têkoşîneke weha dikarin bi serfirazî serkeftinê bi dest bixin.
-Her bijî têkoşîna gelê Kurdistanê ya ji bo rizgariyê!
-Bijî partiya me PKK û serokê netewî Apo!
-Bila bimire Komara Tirk a faşîst û hevalbendên wê!
25. 10. 1996
- Ayrıntılar
Dema tê gotin heftê pûşperê; an jî dema li bîr tînim ji bo min bîranîneke hem bi êş hem jî bi wate derbaz dibe, ji ber ku ev roja şehadeta kulîkeke ji kulîlkên Bidlîsêye. Roja şehadeta fîdaneke ji fidanên azadiyê di çiyan de ye. Roja şehadeta jina ku xwe bi ala azadiyê dixemiland. Lewra ev roj ji bo min roja ku bi giranî ser min de tê, her wiha lewra dixwazim bi boneya rojvegera şehadeta hevala Gulan kêm be jî pêdivî bi dana naskirina kesayetiya wê dibînim.
Nivîsandin û dananaskirina hevala Gulan xwedî girîngiyeke mezine di dîroka tevgera azadiya jin de. Hevala Gulan keça Bidlîsê a ku li bajarên biyanî (Enqerê) mezin bu. Dema ku qala zaroktiya xwe ji bo me dikir, wê demê têgihiştina çawaniya dijraberî û serhildêriya (isyancı) kesayeta wê weke keçeke Kurd ne zehmet bu, her wiha ne zehmet bu em fêm bikin ka çendîn bi wate û bi ked jiyaye rêhevala Gulan. Hevala Gulan zaroka Kurd a li Enqerê di nav malbateke xwedî zîhniyeteke feodal a ku nêzîkatiyên girîngî ne dayîna xwendekariya jin xwe ferz dikir li gel wan, her wiha nêzîkatiyên cûr be cûr raber dike li hember jin, lê belê li rexmî van nêzîkatiyan hemuyan hevala Gulan diçe qeyda xwe ya dibistana seretayî dike di wê temenê xwe yê piçûk de. Ev dihêle ku malbata wê ji mecburî vê rewşê bipejirîne heya ku hevala Gulan dibistana xwe ya seretayî diqedîne. Piştî dibistana seretayî diqede vê care bavê wê hewl dide ku hevala Gulan asteng bike lê belê hevala Gulan dîsa diçe qeyda xwe ya dibistana navîn jî dike û dîsa dihêle malbat têkeve rewşa rastîn ku ew nikarin rêya keça xwe ji bo xwendinê bigrin bi vî awayî. Hevala Gulan dibistanên xwe bi serkeftî derbaz dike, heya ku dibistan lîseyê û zanîngehê dixwîne, ev nêzîkatiya hevala Gulan yek ji mînakên kêm ên welatê me ye bi taybetî di wê qonaxê de. Yanî pir kêm dihate dîtin ku keçek li dij kevneşopiyên civakê rabe û bi dijwarî red bike, lê belê hevala Gulan hîna di temena xwe ya biçuk de vî tiştî dike û hîna di heft saliya xwe gelek tiştên serbixwe dike ku ev jî nîşana kesayeta jin a Bidlîsê raberî me dike, kesayeta serhildêr bi awayekê pir ber bi çav radixe ber çavan.
Di pêvajoya zanîngehê rêxistinê nasdike û ji nêzve baldar dibe bi rêxistinê re heya ku bîryara beşdarbunê dide. Di sala 1992’an de bi komeke ji hevalên xwe berê xwe didin Serhedê bi armanca beşdarbûnê lê bê şans dibin di vê rêwîtiya xwe ji ber ku têne girtin ji aliyê polîsên dewletê ve, di zîndanê de jî ji ber sedema ne buna delîlan ew serbest têne berdan. Piştî serbesta berdana wan; hevala Gulan bi germahiyeke hîna mezin tevlî xebatên ciwanan a zanîngehê dibe. Di 1993’an de dîsa cara duwem tê girtin, di zîndanê de rastê îşkenceyên gelek mezin tê di her du carên hatiye girtin de, lewra vê carê sonda ku nezîvire û çi dibe bila bibe ji bo hatina çiyan bi îsrar dibe. Ji bo xwe bigihîne refên azadiyê gelek bi xiroş bu (heyecan). Beriya şehadeta xwe bi du rojan qala van îşkenceyên ku di zîndanên dijmin de dîtiye kir û rastiya wan raxiste berçavan ji bo ku dixwest me baştir têxe rastiya xedariya (acımasız) dijmin û pêkanînên wî a ser gelê Kurd.
Hevala Gulan piştî ku beşdarî refên geîlla dibe; vê carê derbazî saha serokatî dibe û li wir pêvajoyê perwerdeyê re derbaz dibe, div ê qada perwerdê de jî xwe bi lezgînî bi bîrdoziya Rêber APO’ re yek kir ûpiştî vê perwerdê derbazî saha pratîk ya çiyan dibe. Salên 1994-1998’an di qadê çiyan de jî li qadên wek Amed, Garzan û demeke kin li Botanê dimîne bi mebesta derbazbuna qadên başûrê welêt. Van salên tekoşînê ên dijwar de hevala Gulan qadên gerîlla li bakurê Kurdistanê derbaz kir, di qadên bakur de jî sekineke bi rûmet û qehreman raber dike li hember êrîşên dijmin, nêzîktiyên çewt ên zilam ên paşvero ku jin kêr nehatî dibîne radiweste û bi tundî red dike. Bi van re jî ti caran sekine jin a neçar nedipejirand, herdem di vê fikrê de bu ku jin di qadên çiyayên azadî de pêwîste azadiyê di kûr de bijî û hîs bike. Lewra li hember nêzîkatiyên jin jî ên paşverû bi tûndî tekoşîn dike, di serî de di kesayeta xwe de piştre derbazî kesayeta rêhevalên xwe ên jin dike, her wiha fermandariya xwe jî bi wateya wê ya herî baş pêk anî, lewma hevala Gulan bi serweriya ( hikmet) xwe û bi tekoşînvaniya xwe bibû weke nimûneyeke hêja ji bo rêhevalên xwe.
Naskirina me ji hevala Gulan re di komcivîna (kongre) şeş’an de 1998’an pêkhat. Wê demê hevala Gulan wek nûnereke ji qada Amedê hatibu hilbijartin. Di wê birahê (atmosfer) kongrê a bi şêniya ( kalabalık) mezin hevala Gulan gelek balkêşiya xwe nîşan dida, cihê xwe di dîwanê kongrê de jî girt. Ger şaş nebim hevala Gulan wê demê bi Serokatî re jî axivî û rêveçuyîna komcivînê veguhest (aktardı) Serokatiyê ku Serok wê demê li Romayê bu. Hevala Gulan di vê komcivînê de jî gelek baldar bu û ji nav hemû hevalên ji qadên bakur hatî de balkêşiyeke wê ya cuda hebû, di dîwana komcivînê de jî kesayeta xwe ya bi helwest hember nêzîkatiyên çewt gelek baş radixiste ber çavan ji ber bi pîvanan gelek girêdayî bu.
Piştî rewşa dîlgirtina Rêber APO a di15’ê Reşemî 1999’an dîsa hevala Gulan ji wan hevalên li pêş bun ji bo beşdarbuna çalekiyên tolhildanê û di demekî pir kin de li hember vê rewşa dilgirtina Rêber APO saziya H.T hate sazkirin, di nava wê saziyê de jî hevala Gulan weke fermandarekê rol xwe li refên herî pêş pêk anî, her wiha yek ji wan hevalên pêşeng bu ji bo çûyina ser erkê cangorî de, ku di vir hêjaye mirov hevalê nemir Şehîd Nemrud jî bi bîr bîne ji ber ku wê demê hevalê Nemrud tevî hevala Gulan çû bun ser erkê xwe ya cangorî yê, lê ji ber bangaweziya Rêber APO a ji bo çareseriya demokratîk û banga wî a ku ti kes çalekiyan neke ji ber wê herdu heval tên vekişandin ji wê derê û li gorî bangê tevgeriyan. Di qadên çiyan de jî hevala Gulan fermandarî û rêvebirtiya xwe di asta herî bilind û pêşeng da kir. Di çiyan de hevala Gulan herdem azwera pêşxistina vê saziyê bu ji ber bawer dikir ku ji bo azadiya Rêber APO pêdivî bi mirovên cangorî yê heye, lewra herdem digot ku ‘’ em H.T serkanên(kurmay) Rêber APO ne, ji bo em Rêber APO azad bikin em hatin vê saziyê, lewra ti tiştek nikare têkeve navbera pêşketina me û girêdana me ya bi armancê xwe re ‘’. Bi rastî hevala Gulan herdem ev wêrekî û heterdariya (ısrar) dadixiste holê, di mijara rêgezan gelek dijwar bu, ji bona wê bi rêgez jiyana kirin erka herî bilind ya mirovê tekoşere, lewma bi hetedarî diçû ser ji bo xwe û ji bo hevalên dîtir jî, li gel wê jiyan bi rêzkarî(dispilin) derbaz dibu, ji ber van sedeman herdem hevala Gulan xwedî cihê rêzê û heskirinê bu di nav hevalên xwe de.
Pîvan û rêgezên jina azad bi awayekî pir bilind û bi hêz diçand di kesayeta xwe de û di azadiya Rêber APO de xwe kilîtkirî bu, ji bona afiradina pîvanên bê tawîz xwedî hewleke mezin bu, di heskirin û pîvanên xwe yên hevaltî jî nimûne bu ji bo rêhevalên xwe, bi drûstî û pakiya wê yê hevaltiyê herdem xwedî cihê bawerî û heskirinê bu ji aliyê giştî hevalên xwe. Şehîd Gualn her çend ji bo pêkanîna van pîvanan tund bu, lê belê di rêbazên dane pejrandina van pîvanan jî pir- pir dewlemend bu, gelek caran bi katjimêrên dûr dirêj, bi rojan û şevan, bi deman hevala Gulan şopdara pêkanîna van rêgezan bu, ji bo îqnakirinê jî gelek bi tebat û sebir bu, hemû kesên pêre dayî – standî gelek bi aram bun ji ber ku dizanî bun ku hevala Gulan kesa pêkanîna rêgezên pak a hevaltiyê ye.
Fermandariya hevala Gulan jî weke fermandareke jin herdem di nava hevalan de bu, ji katjimêra rojbaşê heyanî katjimêra xewê di nav liv û xebatê de bu. Fermandereke ku dike û dide kirine, dibêje û dike, fermandereke xwedî cihê bawerî, heskirine, lewra hevala Gulan hem hevale -fermandare- pêşnge, ji ber vê hevala Gulan ji bo giştî hevalan heval û fermandara ku dihate heskirin û rêz jêre dihate dayîn, di dil û mejiyê wan de jiyan dike, nirx û wate jêre tê dayîn, ew dem jî – îro jî hevala Gulan li bîr bu, bi şehadeta xwe jî bi temamî bu xweşewîsta giştî hevalan. Ji ber vê yekê hevala Gulan her dem digot ‘’ pêwîste em bîst û çar demjirêran bi Rêber APO re jiyan bikin, kesê ku vê nekê nikare xwe bighîne pîvanên azadiyê ‘’, di rastî de hevala Gulan ev di kesayeta xwe pêk anî bu di hemu astan de, şev û roja xwe bi vê armancê girêdida, li gel wê ev mezine ev piçuke, ev cûdaye nîne, bi giranî bi hevalên ku zorahî dikşîne re bu, her dem dihizirî ku çawa alîkar bibe û zorahiyên wan bide derbazkirin û tekoşînê bilind bike di kesayeta van rêhevalên xwe de, ji her kesî re alîkarî, hêzek bu.
Pariznameyên Rêber APO ya AHÎM ya herî bi lez fêmkir û têgihişt hevala Gulan bu, bi lez û bez di çarçove û ronahiya pariznameyên Rêber APO de gûhertin û vegûhertin di kesayeta xwe de pêk anî, li ser vê hîmê jî perwerde da hevalan, evna bi awayekî pir zelal di kesayeta hevala Gulan roj bi roj derdikete hole. Gelek dixwend, tiştê fêm dikir di serî de di kesayeta xwe de pêk dianî piştre bi hewldorê xwe dida fêmkirin û pêkanîn, lewra mirov çiqas hevala Gulan vebêje û binivîsîne têrê nake û her kêm dimîne, ji ber pênûsa mirov qedandina peyvan dijî li hember vegotina vê hevala delal, lêvên mirov lerizîn û tevzûnekiyê dijî li ber danasîna wê. Mezin bun û rûmetiya xwe di jiyana xwe de pêk anî bu, di şehadeta xwe de jî asta vê ya herî bi nirx jiyan kir, lewma mirov dikare bê guman bêje hevala Gulan xwendin rêgeza cangorî xwedine, wê fêmkirin rêbaza bîst û çar demjimêran bi Rêber APO re jiyan kirin fêmkirine. Cangoriya rast di kesayeta xwe de dabû rûnişkandin bu, heta komcivîna ku têde şehîd buyî de jî birqîna (yansma) vê dikir, bandoriya xwe jî heya roja îro li ser tevayî hevalên pêre jiyankirî heye, ji bo vê hevala Gulan bu armanca dijmin û neyaran, tasfiyekaran û xayînan, ji ber pêşenga bîrdoziya azadiya jinê bu, pêşenga xêza cangoriya Rêber APO bu ên ku di roja me ya îro de jî dibin canfedayên Rêber APO. Lê belê hevala Gulan bi şehadeta xwe hîna mezintir rol dileyîze di nav refên me de, ev rol leyîstina wê jî bi rika dijmin û xayînane, yanî bi rika wan vê hevalê dane jiyankirin di nav refên me de bersiv herî bi rûmete ji bo bîranîna hevala Gulan, pêşeng hevala Gulan dane jiyan kirin weke Zîlanan, Semayan, Bêrîtanan, Şîlanan, Viyanan û bi hezaran ji şehîdên rehber ên jin ancex bi berxwedanî jiyankirinê de derbaz bibe, hevala Gulan digot ku ‘’ ez dixwazim rihê hevala Zîlan, Sema û Bêrîtanan di kesayeta xwe de bi afirînim ‘’.
Heftê Pûşperê ji ber vê sedemê weke roja hemu şehîdên saziya fedaî hate îlan kirin. Ji bo em bikaribin hevala Gulan bi bîr bînin pêdivî bi kûrbuna di rastî û taybetmendiyên giştî şehîdên vê xetê heye, ji bo em çêtir û baştir wate bidin rastiya Rêber APO û zêdetir fêm bikin lêgerîna şehîd Gulan û di kesayeta wê de giştî şehîdan nimûneya vê ya herî diyar û zelale. Bi Rêber APO re bi temamî jiyan kirin, pir sade di nimûneya şehîdan dertê holê, ji ber vê pêdivî heye em tevayî hevalên şehîd di kesayeta hevala Gulan de bi bîr bînin û bidine jiyan kirin, her wiha soz xwe di şopa wan de nû bikin.
Em wek rêhevalên şehîdan; xwîna wan germ girtin erka me ya herî serekeye ev jî di rêbaza bîst û çar katjimêran bi Rêber APO re jiyan kirin re derbaz dibe,bi bilindkirina tempoya kar û lez dayîna wê re derbaz dibe, bi awayî herî baş û bê dudilî beşdarbuna karên rêxistinê (rêxistina Şehîdan) taybetmendiya hevala Gulan bu lewra bi teşeya (şekil) wê beşdarbun û karkirin erkê her kesê xwe tekoşerê şehîdan û Rêber APO dibîneye.
Zelal Cîger
- Ayrıntılar
Dema tê gotin 15’ê Tebaxê yê destpêkê tê hişê mirov heval Egîd e. Ya ku hevalê Egîd dikir Egîd çi bû?
Weke Fermandar Egîd – Mahsum Korkmaz rêberên gel û leheng di rewşên asayîde nernakevin. Di dîroka her gelî leheng û rêber hene. Ew di pêvajo yên dijwar û yên kritîk de di derbaskirin û çareserî pêşxistinê de roleke diyarker dilîzin. Ya ku rêheval Egîd dikir Egîd şert û mercên ku gelên kurd tê de bû. Wan şert û mercan lêgerîn û derkeftinekê ferz dikir. Ev derkeftin bi Pêngava 15’ê Tebaxê hate derbas kirin. Piştî wê êrîşên dijwar li dijî tevger a me çêbû. Li vî warî de hewldanên ciddî yên ji bo rêxistinê tasfiye bikin hate pêşxistin. Di wan şert û mercan de rêheval Egîd, bi komek heval ji bo li nîrxan xwedî derkevin, kete nava lêgerîn û piratîkeke dijwar. Vana encamên heval derxistibûn. Bersivdayina wî ya dem a xwe bû. Taybetmendi yê wî yê sereke ji fêrbûyînê re vekirî bû. Lêkolîner û legerînvan bû. Hîn jî destpêkê aliyekî ku şopên mayinde di dîrokê de bihêle hebû. Ji ber wê pêşbîniyên wî gelk xurt bu, pêşiya xwe didît. Baş dihesiband. Rastiya gel pir baş fam dikir, têdigîhişt. Yek ji hevalên ku girîngiya rexistinê ji bo gel dizanîbû. Ji lewra herî zêde li ser rexistingeriyê mijûl dibû. Pirsgirêk ne tenê di çend taktikên leşkerî ne. Ji xwe yê bandor bûyina leşkerî jî derxist pêş ew bû. Armanca wî ew bû ku bibe rexistingerekî xurt.
Girîngî dida însanê xwe. Bi wan ewle dibû û bawerî dida wan. Li gor derfet an perwerde dikir. Li gorî derfeta însan pêşdixist û dida karkirin. Ji lewra yên bi wî re biba tu car li paş an jî bêkar nedima. Teqez di cihekî de dinîrxand. Dema dinîrxand – Di jiyan a wî de tê zanîn- di dema xwe de însanê dixwest dikarî bû biafiranda. Dikarî bû kabiliyet bida û îrade-vîn- pêşbixista. Di vê rewşê de baweriya mirov pê zêdetir dibû. Him di aliyê civaknasî û him jî aliyê psikolojîk însan dinîrxand, ew bilind û mezin dikir. Yek ji taybetmendi yên diyarker ê heval Egîd jî ev bû.
Cardin çawa di çalakiyê de li herî pêşbe li govendê de jî li hêrî pêşbû. Li cil û berg ê xwe, li rêk û pêk bûyina xwe miqate bû. Xwedî pergal bû. Xebateke bi disiplîn hebû. Xwe bi xwe bername ya xwe çêdikir. Ji xwe wê demê rojnivîs nedigirt. Ajanda yek wî hebû. Faaliyetên rojane belge dikirin. Pêşbînî yên wî xurt bû. Pêşiya xwe didît.
Şahadeta Heval ê Egît bandorek çawa li tevgera gerîla kir?
Şahadet a Heval Egîd di çapemeni yê de cîhê xwe girti bû. Ji xwe dijmin jî ev baş nîrxan dibû. Herweha ji bo wan bibû çavkani ya moralê. Bi şahadeta Heval Egîd êrîşên dijmin jî zêdetir bibû. Herweha bûyera şahadetê şibandibûn serhildan ên din. Hate gotin vaye ‘Çawa dibe neha fermandarê gerîla hatiye kuştin. Ji neha û şûn ve belavkirin û dîl girtina wan wê ne zehmet be.’ Êrîş jî hinek li gor vê hatibû amade kirin. Ji ber ku bi şahadeta hevalê Egîd hewl didan têkili ya gel û gerîla ji hev qut bikin. Di hatina ser gerîla de bi temkîn bûn. Di hin herêman de di aliyê leşkerî dixwestin însîyatîfê bigrîn dest ê xwe. Li gor vê jî êrîşê xwe zêde kiribûn.
Ji xwe gerîla herdem fermandarekî bi vî rengî geriya. Di her dema tekoşînê valati ya vî hevalî hate hîs kirin. Herdem diltengî ya wî hate kişandin. Gelek caran ji bo valati ya wî were dagirtin mudaxele ya rêxistin û tevgerê çêbû. Lê neha jî ne ku li bendemayîne lê valatiya Heval Egîd hîn jî tê hîskirin. Îro jî xuyadike. Dema mirov jiyan kesayet û pratîka Heval Egîd tîne ber çavên xwe di her demê de tengasî, zehmetî, dijwarî û xetimandinê wê heye. Ya herdem tê bîra mirov tempo ya xebat, hêza nîrxandin û pêşbînî ya wi ye. Ev valatî herdem hate hîs kirin.
We şeva herî dawî ya berî Heval Egîd şehîd bikeve bi hevre derbas kir. Hûn dikarin bûyera şahadetê vebêjin?
Hin rêze çalakî hebûn. Hebûna dijmin ya li herêmê ferq kiribû. Hevalê Egîd derketi bû keşfa dijmin. Li dijmin digeriya. Wê demê ji bo têkoşînê bilind bike, hassasiyet û rastiye gerîla îspat bike gelek xebat û hewldanên wî hebûn. Di wê mijarê de pir bi coş û moral bû. Wê demê ku dijmin hewldida pêşî l ime bigre, destê xwe bilind kir û got ‘dijmin ê alçax, pespaye! Qîrek da. Pişt re xwest pêşî li dijmin bigre. Ji xwe pêwist bû koma me hinekî bêhna xwe veda. Koma me heta 12.00-01.00’ê şevê bêhna xwe veda. Erazî guncav bû. Agir jî hatibû vêxistin. Dijmin nikarî bû bihata ser me. Koma me bi araste bû. Ji xwe Heval Egîd li ser hemû karî disekinî. Valatî û lawazî nedida dijmin. Wî tu car nedipejirand ku dijmin, gerîla bixe kemînê. Digot ‘Gerîla yek tu car nakeve kemînê.’ Di rastiyê de heval Egîd bûyer ji berê ferq kiribû. Dizanî bû wê dijmin were ser me. Ji xwe erazî, erazî yek pir tevlihev bû. Lê peşengê me yên herêmî me di vê mijarê de şaş kirin. Me birin cîhê dijmin me ferq kiribû. Lê belê plan pir cûda bû. Çawa bû, rêberê me erazî şaşkirin. Beriya şahadetê bi çend deqa mke ferq kiribû. Di berf ê de şopê wan hebû. Yên li pêşiyê hişyar kiribû:‘Hişyar bin’ dijmine û di pêşi ya me çûne.û şopên berfê diyar bû. Nû deras bibûn. Hîn em dused metre nemeşiya bûn, pevçûnê destpê kir. Wê şevê tiştekî berbiçav nebû. Pir bi rêk û pêk û bi disîplîn bû.
Belê we çawa ferq kir ku Hevalê Egîd şehîd ketiye?
Me ferq nekiribû. Kesî cihê Heval Egîd şehîd ketî bû nizanî bû. Wê demê grup bi rêk û pêk pêş de diçû. Ji xwe dema pevçûn derketibû komek ji me di pevçûnê de bû. Di navbera me de girik(kupik) hebû. Tenê yê pêşî dikarî bû pevçûnê bike. Yên li paşiyê nikarî bûn şer bikin. Bi kemîna dijmin çekên heval a li bûnguhê hevûdû ketibû. Ew qas nêzî hevû dû bûn. Pevçûn demekê liberxweda. Yên li pêş vekişiya bûn. Ji xwe tava heyvê bû. Kesî nizanî bû Hevalê Egîd şehîd ketiye. Hevalekî birîndar nêzî wî bû. Hevalê birîndar hevalê Qalender İlhan bû. Piştre grup kom bû. Pirani ya grubê nizanî bû ku heval Egîd şehîd ketiye an na. Grub hinekî zêde bû. Piştre em çûn baregeh a xwe. Danê serê sibê bû. Li gor pevçûnê divê em bi cîh bibûna. Piştî nîvro ji radyo yê hate bihîstin. Hevalê Egîd şehîd ketibû. Heta ji radyo yê hate bihîstin kesî îhtîmal nedida tiştek wusa. Eger bihata zanîn, derfetê wan ê cenaze anînê hebû. Ji xwe ne cîhekî ku dijmin karibe venêrîn ê bike.
Peyvek e wî ya we bihîsti bû hebû?
Fermandar Egît digot ‘Divê gerîla yek her tim coş a xwe ya nû bû ne biparêze.’ Cardin digot ‘Gerîla yekî nû divê tu car nekeve kemînê.’ Yek ji hevalên hişk bûn û nerm bûnê herî baş pêk tianî bû. Hêza wî ya îkna kirinê hebû. Lê di heman demê de dema pêwist kir tiştekî erênî hebe dikarî bû wî qut bike. Cîhê ku divê tawîz neyê dayîn, nedida. Milê wî yê bi rik hebûn. Bi israr bû. Di rasti yan de hertim israr dikir.
Hûn dikar in bîranîneke xwe bi me re parve bikin?
Demekê grub a me ji bo çalakiyê amadekarî dikir. Emê hilkişiyana ser kaşekî. Ew li pêş diçû. Taybetmendiyek min hebû, ku yek li pêşiya min biçe nikarim di rê de biçim. Erazî baş nasdikir. Demekê zîvirî, lê min berdewam kir. Min xwe li tahtan da. Cîheki asê bû. Pirsgirêk a min a hilkişandinê nebû. Lê ez hatim cîhekî wusa ku nekarim dakevim jêr nejî derkevim jor. Ji xwe bi vê rewşê pir aciz jî bibûm. Ji bo alîkariyê bidin min bang li hevalan kir. Hevalê Egîd çibû aliyê din. Ez hatibûm kortaleke wusa ku biketibama ezê pirtik pirtîkî bibûma. Ne gengaz bû ku derbiketibûma jor ê jî. Her ku diçû hêza min diqediya. Ji xwe ne gengaz bû ku derketi bûma jorê jî. Carekê min dît li ser tahtê dikeniya. Ji min pirsî gote ‘tu çi dike’ Min jî got e ‘zû alîkariyê bide’, wî jî şûtika xwe derxist û min ji wir rizgar kir.
- Ayrıntılar
BRAHÎMÊ ZER - RAMAZAN TOPTAŞ
Rêheval Îbrahîm; ew qasî ku çavên te kûr in, ji bona ku dîrok û serpêhatiyên ku te di 25 salan de jîn kir fêm bikim, daqul dibim û her carê ez di hundirê wan de, biriqandinên giravan hîs dikim. Bêhna giravan ji te difûriya. Ji ber ku tu her dem bi rojê re sadiq mayî û te tu carî hêviyên vî gelî û şehîdan li erdê nehîşte û tu bi jiyan û felsefeya xwe, bûyî rênîşanderê nifşên li pey xwe.
Şoreşgerî qedîm û hevalê rojê, rêheval Îbrahîm. Ji bona me, nasîna we, hesteke pîroz û ezmûneke ku emê tu carî ji bîr nekin bû. Te bênavber bi Roja giravan re rêhevaltiyeke tam kir û tu bûyî hogirek ji dil. Ev pratîka te her tiştî diselmîne. Bi nasîna te, min nirxên rêhevaltiyê û wateya têkoşîn û jiyanê fêm kir. Ew ezmûn û bîranînên we yên ku mîna zeryanan bûn û bixwe dîroka vê tevgerê bûn. Hezar xwezî me zêdetir sûdwerbigirta. Lê me ji ku bizanibûna, tu yê bi îxaneteke bêwext ji nav me koç bikî û bi rûyekî ken tevlî karwana pakrewanan bibî.
Li pey te girî digirîn rêheval Îbrahîm. Ji ber ku we li van çiyayan jîna ku nemabû seridande, we evînên baskokirî ji nû ve da jiyandin û we hêviyên pêşerojê yên berxwedaniyê bi me da tamijandin. Ma hindik e, ta ji 78’an heta roja şehadeta xwe, bi evîneke mezin û ku nedihejiya bi dozê re girêdan. Ma hindek e, di her qada şer pêşengîkirin û di her bihostek vê axa pîroz gerîlatî kirin.
Her ku tu tê hişê me, li ber çavên me, fermandarê pîroz û mezin Egîd, bi bişirînekê şûna te digire. Ji ber ku te bi têkoşîna xwe, fermandariya Egîd di nava rêxistinê de, da jiyandin. Ma ne tu bûyî, piştî pêngava guleya yekem a 15’ê Tebaxê, bi fermandar Egîd re li Botanê, ji bona ku berdewamiya û domdariya vê pêngavê bikî û veguhezînî xetê, çi ket ser milê te, te anî cî. Ma belasebe hevalan ji te re digotin hevalê Zehmetkêş. Te bi baweriyeke mezin, bi vîn û îradeyeke ku tu carî naheje, di dîroka şerê azadiyê de, bi serkeftinên xwe mohra xwe li dîrokê xist.
Hevalê Îbrahîm; bila bigirîn ew çiyayên qedîm piştî çûyîna te; bila bigirîn deşt, çiya, dol û zozanên Kurdistanê ku bûne şahidê mêrxasiya te û mirovperweriya te. Ma wisa hêsan e, pejinrandina vê yekê.
Li hemberî vê yekê dilê me li ber teqawitbûne ye...
Vê mehê meheke sor e, bi rengê xwînê ya ku ala mirovantiyê û sosyalîzmê rengê xwe jê girtiye. Ne pêjeroj dihêle ku em dûr bikevin û ne jî paşeroj dihêle em ji hev dûr bimînin. Vê mehê ji mehan kesk e,ji ber ku te bi tîrêjên xwe yên hêviyê, beyarên ku rengezer bûbûn hêşîn kir. Vê mehê meheke spî ye û em bi hêrsa di nava dilê xwe de hemû şembelîlk û berfên li quntarên Kurojahro dihelînin, ku ev çiya bûn şahidê vê berxwedanî û trajediyê.
Çokên min dilerizin û çiyayê govendê zêmaran dibarînin. Te dilê xwe di nava çiyayên azadiyê de kêlî bi kêlî û gav bi gav veşart.
Rêheval Îbrahîm, qet xeman nexwe, waye zarokên rojê û êgir, kefle bi kefle li pey vî dilî ne û ewê bîranînên te, bidin jiyandin.
Oxir be Fermandarê me!
Hevalê vî yê tekoşînê
- Ayrıntılar