Dembaş Heftenîn ezê îro li te guhdar bikim, ma tu ji min re behsa zarokên xwe yên delalî nake? Bi qasî ku min bihîst gelek mirovên ku ji ava te vexwarine û bûne perçek ji suruşte te, di hembêza te de xewdikin û îro li ser goristana wan kulîlkên hêviyê şîndibin. Gerilayê ku di bin darên geliyê Pisaxa de jan ji kûrahiya dilê xwe dikişandin, bedena wî di nava xwînê de mabû, dîsa jî riwê wî bi ken bû, ma qey nayê bîra te. Ma te jibîrkiriye çîroka wan lehengan anîne ser ziman, erkê te ye. Ma tu nizane em ji wan pehlewanan fêrî jiyanê dibin. Ez dizanim behsa wan kirin dilekî qewîm dixwaze, hevaltiyeke durust û girêdaneke bi rêgez dixwaze, lê belê jibîrneke ewê rêya rast nîşanî me bidin û kokên wijdanê di me de avabikin. Ji êşa ew anîne ser ziman netirs e.
Belê gerilayên hêja bila mirovên ku dilê wan germ, çavên wan vekirî û xwedî li bîranîna van hevalên şehîd derbikevin li min guhdarbikin. Yek ji gerilayên ku gerilayetî li asoyên çiyayên min kir, bedewbûna min jidil hîskir û bû perçek ji min, hevalê Cîger Guyî bû. Bi salan bi êş û zehmetiyên min re bû heval.
Hevalê Cîger sala 1993 an tevlî nava refên gerila bû, temenê wî gelekî biçûk bû. Li Uludera ku lehengan dafirîne ji dayîkbibû. Li ser wê xaka ku bindestiyê napejirîne û di ruh de azad dijî, mezinbibû. Zarokekî kêrhatî ye, bala herkesî dikişîne û şeydayê welatê xwe ye. Çawa dibihîse gerila ji bona azadiya welat li çiyan ditêkoşin ew jî biryar dide û hatine çiyan çêtir dibîn e. Bejna hevalê Cîger kin bû, çavên wî diperiqîn, bê ku baxive di çavê xwe de gelek rastî îfade dikirin. Mirovên ku ji êşan fêmdikin anceq dikarîbûn çavên wî bixwînin. Her hezdikir wê kefiya xwe ya reş û spî bavêje sukra xwe, birastî ew cemedana reş û spî gelekî li bejna wî dihat. Bi hezkirina xwe ya jiyanê herdem ji min re digot “ emê biserbikevin û tê xakeke pîroz were naskirin. Dilê xwe negire herdem cihê te di dilê gerila de heye.” Bi salan hevalê Cîger bê ku dudilî bijî ked dida, hedana wî nedihat ku tevlî çalakiyan nebe. Azweriya wî ya fêrbûna jiyanê mîna agir gur bû û bi zeman re diherikî. Kesekî nikarîbû li pêşiya aşka wî ya jiyanê bibir e.
Hevalê Cîger sala 1995 an di çalakiyekê de pêlî mayînekê kir û lingekî xwe wendakir, wê demê dilê min birîn bû, ez tirsiyam ku ji min dûrbikeve. Min lawê xwe nasdikir û min dizanîbû wê li berxwebide. Piştî ku hevalê Cîger birîndar bû, operasyona PDK ê û artêşa Tirk bi hev re destpêkir û neh rojan dewamkir. Heval neçar man ku hevalê Cîger û hevalekî dîtr di şikeftekê de veşêrin. Derman di destê hevalan de nînbû ku birîna wî derman bikin. Ji rewşa xwe raziye û gazinc nake çima birîndar bûye. Moral dide hevalê li kêleka xwe. Her çiqasî birîna wî girandibe û kurm didine, ew xwe radestî mirine nake. Heval texmîn nakin ku hîna hevalê Cîger jiyandike û dibêjin “ Hevalê Cîger gelekî xwîn wendakiriye û birîna wî nehatiye derman kirin, teqez şehîd ketiye.” Di kêliya heval diçin şikeftê û dixwazin bi hevalê Cîger ve biçin, hevalê Cîger bi saxmayîna xwe ve hêza îrade bi hevalan dide naskirin. Tişta balkêş çi bû; heval ji moralê wî matmayî dimînin û gelekî dilşad dibin ku hevalê Cîger şehîd neketiye. Hevalê Cîger bi wê heyecana Rêber APO dîtin, berê xwe dide rojavayê Kurdistane. Dilê wî şêtbûye, kesek nikare rêya wî bigire, sînoran bi lingekî qutdike, dizane wê hesreta xwe ya bi salan bijî. Xatirê xwe ji min nexwest, dizanîbû bê min nikare bijî.
Di sala 1996 an de xwe amadekiribû ku biçe Botane, hevalan destor neda û dîsa vegeriya warê xwe. Dilê min dişewitî gava ku min wî bi lingekî didît, dîsa jî mîna berê ez tenê nedihiştim. Qul bi qul li çiyan, li dol û li newalên min digeriye. Hedana wî nedihat ku di cihê xwe bisekine. Ji bona ku hevalên wî nekevin zoriyê de herdem bi tedbîr bû. Serkeftine dijmin ji bona wî mirin bû, lê belê binkeftine dijmin ji bona wî rêgez bû. Dilê wî ranedikir ku hevalên wî birçî bimînin, yan jî êş û zorî bikişînin. Sala 1998 an êrîşên dijmin li ser gerila gelekî dijwar bûn. Bi taybet rêyên arzaq anînê, hemû hatibûn girtin. Hevalê Cîger bêçare nemabû, aşên gundiyan yên li geliyê Pisaxa çak kirin, ce û genim ji bona hevalan dihêrand û arzaq li hemû yekîneyên hevalan belavdikir. Rêya serkeftine dijmin bi jêhatîbûna xwe dixetimand. Bi vê jêhatîbûna xwe cihê xwe di dilê hemû hevalên xwe de çêdikir. Xizmetkirine hevalan ji bona wî moral bû. Piştî sala 1999 an rêveberiya rêxistine biryar da ku hevalên nesaxiyên wan hene û birîndarin wan rêke cihên dîtir. Lê belê kî dikare hevalê Cîger bide qenaet kirin ku ji çiyan dûrbikeve? Dûrketine ji çiyan, ji bona wî mirin bû. Dilê min rehet bû, min dizanîbû dost û hevalê min ji min dûrnakev e.
Rojekê dengê teqînekê cîgera min şewitand. Janeke ku dawiya wê nîne dilê min girt û berneda. Gelo min hîsdikir dostê min nefesa xwe ya dawiyê dide. Hevalê Cîger berbi êvarî ve dixwaze muhabere bike, pêlî mayînê dike û lingê xwe yê dîtir jî wendadike. Heval hemû direvin û diçin bi hewara hevalê Cîger ve, herkes bandor dibe. Hevalê Cîger di nava xwînê de maye, dîsa jî ew moral dide hevalan û dibêje “ heval tiştek nabe, lingên min herdu mîna hev lêhatine.”
Heval wî dadixin geliyê Pisaxa. Hevalê Cîger herdem bi hevalan re daxive. Nikare xwarinê bixwê û tenê çixare vedixwê. Heval dixwazin wî rêkin derve, rê hemû girtîne û dijminê hov destor nade ku dostê min ji mirine bifilite. Hevalê Cîger dizane ew kêliyên dawiyê ne ku bi hevalên xwe re bijî û naxwaze ji çiyan dûrbikeve, du rojan liberxwedide û bi rûkenî di roja 26.6.2001 an çavên xwe dide ser hev. Du rojan kêlî bi kêlî min êşa dostê xwe Cîger hîsdikir, li berçavê min bi zorê nefes dikişand. Di xaka min de hate veşartin û bi rondikên çavên min kulîlkên li ser gora wî avdan. Piştî çend salan hevalan goristana şehîdan bi navê hevalê Cîger çêkirin û di konferansa HPG ê yê yekemîn de hevalê Cîger sembola kedê tê îlankirin.
Belê gerilayên hêja min pirtûka hevalê Cîger careke dîtir vekir û çîroka wî bi were parvekir. Lê belê hêviya min heye ku hûn xwedî li bîranîna wî derbikevin.
Hevalên wî yên rê
- Ayrıntılar
Min hevala Sorxwîn li Botanê nas kir. Lê berê wê jî, min gelek li ser hevala Sorxwîn bihîstibû. Bi hinek taybetmendiyan hertimî qala hevala Sorxwîn ji min re hatibû kirin. Yek ji taybetmendiyên wê yên ku herî pir bala min kişandibûn, hevaltî, heskirina wê ya ji mirovan re û fermandariya wê bû. Di vê yekê de jî gelek hevalan, qala hevala Sorxwîn ji min re kiribûn.
Demekê mayîna min li gel hevala Sorxwîn çêbû. Ez bi xwe jî gelek bextewar bûm ku çûm cem hevala Sorxwîn û min pêre jiyan kir. Min ji xwe re got ku ez pir bextewarim ku dibin venêrîna fermandarekê mîna hevala Sorxwîn de dixebitim.
Tiştên ku hevalan li ser hevala Sorxwîn ji min re gotibûn, hemû jî rast bûn. Min gelek dixwest hevala Sorxwîn nas bikim, ji bo wê jî di jiyanê de bala min hertimî li ser hevala Sorxwîn bû. Min dît ku hevaleke taybet e û xwedî taybetmendiyên cudane. Hevaltiya xwe cuda ye. Bi hevalên Elewî re ez qet nema bûm. Min kesayetên Elewî nas nedikirin. Ez tenê bi hevala Sorxwîn re mam. Hevalan qala hevalên Elewî dikir. Di kesayeta hevala Sorxwîn de jî, min gelek mereq dikir ku bibînim.
Hevala Sorxwîn xwedî taybetmendiyekê wisa bû ku hemû hevalan dixwest cihê ku hevala Sorxwîn lê fermandar e, di bin venêrîna wê de kar bike. Ev bextewariya ku ez li gel wê bimînim min jî bi dest xist. Dibin venêrîna wê de, me zivistanekê xweş derbaz kir. zivistaneke tije heskirin, tije hêvî, tije perspektîf, tije tekoşîn bi hevre dimeşiya.
Hevala Sorxwîn, heval bû. Ji ber dixwest her hevalekê ji hundir de nas bike û li gorî wê nêzîkatiyekê raber bike. Hem di warê meriyetê de, hem di warê kesayet de, fermandarê şer bû. Di her qadê de pêşeng bû. Di hemû zor û zehmetiyan de li pêş bû. Ji hemû karî re xwe dida pêş. Di hemû tevgerên wê de hêz û arîşen dida derdor.
Qala hevala Sorxwîn kirin, geleke zehmet e. Ji ber hevalên mîna wê pir kêm tên dîtin û nabe bextewariya her mirovekê bi wana re jiyan bike. Herî zêde jî, ev sekna wê bandora xwe li ser kesayetê min kir.
Li himberî jiyanê pir bi kelecan bû. Ji xwezayê re wateyekê mezin dida. Ji xwezayê pir hesdikir û dixwest dinav de bigere û bimeşe. Kesayeteke dijraber bû. Di nava perwerdê de jî tevlîbûneke xwe ya zêde û bi fêm kirin nêz dibû. Hem xwe perwerde dikir û hem jî hevalên xwe. Hem li qadên perwerdê, leşkerî, meriyet û di hemû aliyên kesayeta wê de taybetiyekê di hate dîtin. Ev sekinandina wê bala her hevalekê dikişand. Her kes dixwest cem hevala Sorxwîn bimîne. Bi hevala Sorxwîn re jiyan bike.
Ji bo rêxistin û YJA STAR ê, hevala Sorxwîn windahiyekî mezin bû. Şahadeta hevala Sorxwîn, tenê weke şahadetekê di vê mirov negire dest. Ji ber bi şêwazê fedayitiyê gihişt merteba şahadetê. Di qadên herî zor de, ji bo rizgar kirina rêhevalên xwe, xwe feda kir. Li qadên tekoşînê yên Botanê de koçî cîhana nemiriyê kir.
Di pêngava yekê Hezîranê de li qadên weke Besta yê de cihê xwe girt. Yeke yek fermandariya van qadan, girt li ser xwe.
Di pir aliyan de role xwe leyîst. Di operasyona Besta ya 2005’an de rolekê mezin leyîst. Hişyariyekê mezin û pêşengtiyekê mezin kir. Dema ku hevalekê dibin venêrîna hevala Sorxwîn de şehîd biketaya, ji xwe re maf nedidît. Ji bo ku tola wan hevalan hilîne, bersivekê ji şahadeta wan re bide, diket nava hewldanekê mezin. Ne bibûna bersiv di warê wijdanî de rihet nedibû. Çi qasî bi xebitiya jî têr nedît û dixwest tiştên hîn mezintir ji bo hevalên şehîd bike.
Gihiştina merteba şahadetê bûyerekê pîroz e. Lê tenê bi gotina şehîd ketin, ne bes e. Tola hevalên xwe rakirin, wana di jiyanê de dana jiyan din, li ser wan axaftin kirin û wana dayîna nas kirin, xalekê girîng e. Pêwîst dike hişyariyekê me hemû hevalan di vî warî de hebe.
Ji bo min jî gelek zehmet e ku dema li ser hevalekê şehîd diaxivim. Ev yek di hevala Sorxwîn de pir li pêş bû. Ji ber ku danasîna rêhevalên xwe, weke deynekê li ser milê xwe di dît. Bi vê felsefê nêzîkatî dida çêkirin. Ji bo min yeke yek taybetmendiyekê ku hertimî ji bo xwe mînak digrime. Hem hevala Sorxwîn û hem jî grubekê ku pêre şehîd ketin, gelek taybet bûn. Hevaltiya wan ya di jiyanê de, bedewiyên wan geleke cuda bû.
Yek ji hevalên ku bi hevala Sorxwîn re şehîd ketin hevala Adar bû. Hevala Adar em bi hevre tevlî rêxistinê bibûn. Hevala Adar kesayetekê di warê heskirinê de, tekoşînê de, di warê sekinandina xwe de, xwestekê xwe yê ji meriyetê re mînak bû. Bi ruxmê ku dema tevlî partiyê bû biçûk jî bû, lê ti carî ji berpirsyarî, ji têkoşînê nereviya û barê rêxistinê girt li ser milê xwe. Di jiyanê de gelek dihat heskirin.
Hevala Axîn jî, hevaleke ciwan bû. Hevalekê xwedî hêz bû. Bi tekoşîna xwe di hate nas kirin. Hemû hevalên din jî yên li cem hevala Sorxwîn şehîd ketin, hemû jî mînak bûn. Şahadeta wê grubê, hemû jî bandorekê xwe yê mezin li ser min da çêkirin.
Di felsefeya rêxistinê de rêhevalên şehîd dana nas kirin, erkekê pîroz e. Em jî weke rêhevalên hevala Sorxwîn, ji bo tiştên di dilê hevala Sorxwîn de nîvî maye pêkbînin û xwedî li daxwaziya wê derbikevin, tekoşînekê mezin em ê bidin. Em ê di rêya wana de bimeşin heya hemû xwestek û daxwaziya wan pêktînin. Şer were xwestin em ê şer bikin, xebat were xwestin em ê bixebitin.
Hevala Sorxwîn hertimî di bîra me de ye û wê bimîne jî. Weke şexs jî ew di dilê me de jiyan dike. Di rojaneya xwe de jî hevala Sorxwîn gelek tişt anîbûn ziman. Sadebûna hevala Sorxwîn ya ji jiyanê re hêzekê mezin ji min re daye. Hêlaye ku em bi awayekê rast berbi berpirsyariyên xwe ve rabin. Bi vê boneyê di kesayeta rêhevala Sorxwîn de hemû şehîdên şoreşê bi bîrtînim û bejna xwe li himberî wan ditewînim.
Roza AFRÎN
- Ayrıntılar
gerîla de yek ji tiştên herî xweş bîranîn e. Ez jî dixwazim bîranîna xwe bi rêhevalên xwere parve bikim.
Di sala 2005’an de ji bo 30’ê Hezîranê salvegera şahadeta hevala Zîlan, me dixwest em çalekiyekê bikin. Ji bo em hedefa xwe bi awayekê serkeftî pêkbînin, rêveberî gihişt biryarekê.
Roja 30’ê Hezîranê bi taybet weke jin ji bo me rojekê pir girîng bû. Ji ber wê çendê hevala sorxwîn biryar da ku em keşfekê xweser bikin û çalekiya xwe pêkbînin. Ji bo em çalekî bikin, merc rihet bûn. Diviya bû me çalekiya xwe pêşiya roja 30’ê Hezîranê pêk bianiya. Me ji nû de bi awayekê têkuz keşfa xwe di ber çav re derbaz kir.
Di nava hevalên rêveberiyê de biryar hate girtin ku çar heval derbikevin ji bo keşfê. Di destpêkê de keşfê bikin û li gorî wê jî wê hêjmar were xwestin ku çalekiya xwe pêkbînin. Em çar heval bûn, hevala Sorxwîn, hevalê akîf, hevalê Çekjîn û ez bûm. Ji ber sedemê nas kirina min ji erazî re hebû, min jî dixwest tevlî çalekiyê bibim.
Em bi hest û evîna çalekiyê ber bi cihê keşfê de bi rêketin. Yek jê tişta herî pir bû sedem ku em bi hêrsa serkeftinê ber bi erkê xwe de biçin, xwesteka hevala Sorxwîn ya ji çalekiyê re bû. Berê 30’ê Hezîranê bi pênç rojan em ketin nava liv û lebatê.
Cihê ku me yê çalekî lê bikira, aliyê Şirnexê bû. Ji ber li wê derê hedef hebû. Me dixwest li wê derê çalekiyekê li gorî were xwestin, li gorî demê bikin. Keşfa me geleke bi reng derbaz bû. Hem tiştên komîk û hem jî yên xweş hebûn.
Erdnîgariya ku em têde bûn, pir rihet û nerm bû. Lê diviya bû me xwe ji gundiyan bi parasta. Dijmin jî pir nêzîk bû. Ji bo wê jî ji me dihat xwestin ku em rêgezên gerîlatî ya veşartîbûnê di asta bê kêmanî de pêkbînin. Me pêdiviyê xwe yên erzaq jî bi qasî têra deh yan jî panzdeh rojan bike, amede kir. Mercên Botanê jî diyar bûn. Erzaqê ku me bi xwere biribû jî, qelî, penîr û tiştên bi vî rengî bû. Bi tesadufî tiştên ku em biribûn hemû jî şor bûn. Cihê ku em ê biçûyanê jî ava xwe zêde nebû. Lê me got çi dibe bila bibe, pêwîst dike ku em hedefa xwe pêkbînin.
Çûndina me ya li wê derê, bi arîşeneke mezin bû. Ji malzemeyên leşkerî heya ku pêkanîna keşfê her tişt temam bû. Lê tişta kêm jî ava me tine bû. Hinek ava li gel me hebû, lê kêm bû. Me jî biryar da ku em bi vê ava kêm îdare bikin. Lê dîsa jî diviya bû ku me xwe bê çare nehêlaba.
Hevala Sorxwîn hertimî digot, ‘‘çûndina keşfê û pêkanîna wê, nîvê serkeftina çalekiyê ye.’’
Vê ya tam pêkanîndin, armanca me hemû hevalan bû. Di çûndina keşfê ya roja yekê de ti pirsgirêk derneket. Di roja duyem de, bûyerên komîk qewimîn. Li derdora me gundî hebûn, şivan hatin. Cihekê ku me xwe lê bi parasta pir zêde nebû. Lê dîsa jî em bi biryar bûn ku encama keda mezin ya di ber keşfê de hatiye dayîn bi serkeftina çalekiyê bi encam bikin. Ji bo ku em xwe ji gundiyan veşêrin, em ketin nava liv û tevgerê.
Hevala Sorxwîn got; ‘‘ di vê em herin li ser dara. Ger em neçin li ser dara hem leşker û hem jî gundî wê me bibînin.’’
Xwe veşartin û parastin dem ne dixwest, karê saniyeyan bû. Em hemû heval hilkişiyan ser darê. Hevalê Akîf û hevaleke din li erdê di nava darekê de xwe veşartin. Pez gelek li derdora me diçû û dihatin. Dengê pez û kuçikan gelek zêde bû. Lê li himberî vê, em bi cidiyet û tebatiyekê mezin bi ser erka xwe de çûn. Dijmin jî hat nêzî me û gundî bi xwe jî hatin binya me de sekinîn. Ferq kiribûn ku tevgerekê heye. lê pê dernexistibûn çi tevgere. Şivan gelek li derdorê me dizivirî. Di xwest ku ji mere bêje dijmin heye, baldar bin. Lê me jî dizanî bû ku ew gundî hem dost û hem jî dijminê mene. Ji lewra me bawerî neda û me li himberî wan bergira xwe bêhtir girt.
Keşfa me heya sê rojan dewam kir. Em her çar heval di erazî de man. Yek jê eraziyekê pir zêde dest nedida. Lê belê me wextê hemû bi hûrgiliyên çalekiyekê bi çi rengî em ê pêk bînin, me derbaz dikir. Ji bo wê jî em pênedihesiyan ku şev û rojên me bi çi rengî derbaz dibin. Roja din jî pir zêde em tî bûn. Xwarina me qelî şor, penîr şor bû. Êdî hewce bû ku me av jî bi ser vê xwarinê de vexwariba.
Hevalê Akîf got; ‘‘ez ê herim li ser kaniyê binêrim, di vê em av bînin.’’
Çûndina hevalê Akîf û hevalê Çekjîn sê seatan girt. Di van sê saetan de karîbûn av pey da bikin. Her du hevalan çend şeşal av anîn. Ev av têra me kir heya ku keşfa me bi dawî bû.
Nêzîkatiyên ku ji aliyê me de di hatin kirin, pir bi kêlî, bi coş û kelecan bû. Ji ber ku her diçû rojên me yên li darxistina çalekiyê nêz dibû. Her diçû weke ku em ê herin govendekê bigrin, xirûşekê mezin di dilê me hemû hevalan de hebû. Wexta mirov li nava çavê her hevalekê dinêrî, gernasiyekê mezin têde di hate dîtin. Ev jî dihêla ku coşa di hundirê me de zêdetir bibe.
Roja çaran em dîsa vegerîn cihê xwe. Di navbera me û cihê ku me dixwest em çalekî li ser bikin, pir zêde ne mesafeyekê dirêj bû. Rêya şevekê bû. Lê ji ber me pir bi dûrbunê meyze kiribû, çavê her hevalekê werimî bû. Her hevalekê hinekî bê xew jî mabû. Pir caran hevalê Akîf bi çav xewî ji rê derdiket, hevala Sorxwîn xew ve diçû û şiyar dibû. Ez û hevalê Akîf jî bi heman awayî bûn. Lê me dîsa jî digot, bi mîsogerî di vê em xemsar nêzîkê wezîfeya xwe nebin ku heya em gihiştin cihê xwe. Di şevê de em vegeriyan cihê xwe. Piştî wê diviya bû tam roja din em çalekî bikin.
Em çûn ku çalekî bikin. Me nîqaş kir, weke du gruban em ê lêxin. Gruba parastin û ya êrîşê. Lê hevalan di cih de nedît. Hevalan gotin, pêwîst dike ku li ser cadeyê em çalekiyekê teqemeniyê bikin. Di her saetên diyar de panzêr dihat û 12 leşker didanîn, 12 jî radikir û dibir. Me jî digot, di vê em li wana bidin û bi îsabet li hedefa xwe bidin. Lê belê, risk pir bû. Ji bo wê jî hevalan got em qumando daynin. Dîsa rêveberî nêrîn da û got, keşfekê pir xweş hatiye kirin, em obîsekê bi cih bikin û dema ku panzêr derbaz bû, têde biteqînin. Pir nîqaş çêbû ku kî biçe çalekiyê û kî bimîne. Karê hevala Sorxwîn yê rêxistinî derket, diviyabû biçûya Herekolê û pişt re biçûya Kato yê. Yê ku vê çalekiyê kiriba hevalê Çekjîn û hevalên taximê bûn. Ji ber ku taxima li wê derê hemû jî erazî nas dikirin. Hemû heval jî pêşniyarên xwe hebûn ku tevlî çalekiyê bibin.
Ez, hevalê Çekjîn û hevalê Egîd Rojhilat bi hevdure çûn. Me bi hevre got, em ê bisekinin û defikê biteqînin. Bi kelecanekê mezin me kir û nekir me nekarî biteqînin. Defika me ne teqiya. Ji ber ku di danîna defikê de kêmanî hebû. Piştî defik neteqiya em vegeriyan. Şeva din jî em weke taxim çûn. Çi dibe bila bibe pêwîst dikir ku em çalekî pêkbînin. Em weke taxim çûn û me cihê defikê guhert. Roja piştî wê em dîsa çûn. Dîsa jî me kir û nekir, ew defika me neteqiya. Em dîsa vegeriyan. Êdî hemû hevalan hêviyên xwe ji teqîna vê defikê qut kir. Pêk nehatina vê çalekiyê, êşekê mezin di hemû hevalan de ava kirin. Lê min qet hêviyênx we qut nekir û min ji hevalan re digot, bi çi şêweyî dibe em ê çalekiyekê bikin. Hevalên din jî, digotin bi mîsogerî di heman cihê de em ê darbeyekî giran li dijmin bidin. Piştî wê em weke taxim vegeriyan noqtê. Amedekariyên me hebûn.
Hinek hevalên din jî hatibûn gel me. Ew heval jî bi awayekê çalak tevlî xebatên taximê bun. Pêvajoyekê kurt bû, lê tevlîbûneke zêde hate çêkirin. Xwestekê wan jî pir hebû ku çalekî were kirin. Em her hevalekê wexta me li hevdu dinêrî, axaftina me ya yekemîn ji hevre pêwîst dike ku em çalekî bikin. Bi taybetî ji bo 30’ê Hezîranê. Ji ber ku, ew roj ji bo me pir bi wate bû. Çalekî neyê kirin, em ê zehmetiyê bikişîn. Di warê wijdanî de jî em ê ne rihetbana. Ji bo wê jî hemû lêhûrbûnên me, roja 30’ê Hezîranê bi çalekiyê me yê pîroz bikira. Her hevalekê biryara xwe ya di vî warî de hebû.
Dîsa plansaziyekê hate çêkirin. Kes hêviyên xwe qut nekir. Bû roja din, me hişedarê xwe derxist. Wê rojê min timî digot hevalan, pêwîst dike ku em herin cihê hişedar û erazî di venêrînê de derbaz bikin. Min di hundirê xwe de tiştekê hîs dikir.
Hevalekê pir israr kir ku bibe hişedar. Ew heval jî hakimiyeta xwe li ser erazî tine bû, li erazî nêrîn û dijmin şopandin pir zêde esas nedigirt. Weke deh kes ji min re bêjin here keşfekê bike. Min ji wê hevalê pirsî te erazî çawa dît, leşker heye, nîn e?.... Wê jî got, tiştek nîn e. Min jî got, temam. Lê dîsa jî dilê min ne rihet bû. Ji bo wê jî min dûrbîn girt destê xwe, min dît di cihekê de leşker hemû bi rêz di nava daran de derbaz dibin. Min dîsa ji wê hevalê pirs kir, te qet leşker dît?... Min digot, dibe ku xeyal be. Ji ber ku dijmin di mesafeyekê pir nêzî me debû. Ev ya jî dihêla ku ez hîn bêhtir bi kêlî bibim. Bi qasî panzdeh xulekan, min baş keşf kir û min dît ku leşker hemû hatine li ser kaniyê rûniştine.
Me gazî hevalan kir û wan jî meyze kir ku bi rastî jî dijmin hatiye û ev ne xeyalek e. Weke taxim me sengerên xwe girtin. Hevalê Çekjîn got, ez ê herim, ger dijmin be em ê lê bidin, ger gundî jî be em ê hinek tişt jê bixwazin. Ew û hevalekî çûn. Mesafe pir nêz bû. Hevalan gotin, bila hemû heval nekevin nav pevçûnê de. Pir bi xwînsarî, rihet çûndina ser dijmin hate çêkirin. Me li dijmin da. Wexta ku narincok hate teqandin û gule teqiyan, ji dilê min hat ku tilîlî bidim. Ji ber ku di dilê me hemû hevalan de bibû hesret ku çalekî bikin. Di hundirê saniyekê de hevalan sengerên xwe girtin. Me dît ku helîkopter daket û cenazeyên xwe rakirin. Dijmin xwest operasyonê berfireh bikin. Qada ku em lê disekinîn jî, qadekê teng bû. Gelek gule û narincok barandin li ser me. Gelek hewan, obîs û kobra li kêleka me, li pêş û paşê me xistin. Lê belê di yek hevalê de ne guman û ne jî tirs ne dihate jiyan kirin. Berovajiyê wê, dev û çavên wan hertim dikenîn.
Hevalekê binavê Abbas hebû, (şehîd ketiye) digot îro roja govendê ye û hema wêneyê hevalan dikişand. Hemû heval jî di hundirê vê coşê debûn. Di lêdana helîkopterê de, teqwiyeyekê mezin hatin. Lê hevalan hîn jî wêne dikişand, di nava coşekê mezin debûn. Bi vê coşê me hemû hevalan xwe beval kir.
Ev çalekî moralekê mezin da me. Hîn dijmin paşve nekişiya bû, hevalê Çekjîn got, hevala Sorxwîn em 30’ê Hezîranê li we pîroz dikin. Ev çalekî kelecanekê mezin di me de da ava kirin.
Wexta ku min li çavên hemû hevalan meyze dikir, evînekê gelek mezin ji jiyanê re hebû. Gelek hevalên ciwan bûn. Lê belê, bi nêzîkatiyên xwe yên hevaltiyê dihiştin ku wêrektî, moral û tevlîbûn bide çêkirin. Me dîsa jî sengerên xwe esas girtin. Me bergira xwe li himberî operasyonê girt. Me weke taxim wê rojê bi vî rengî pîroz kir. Her çiqasî bi hêjmareke kêm jî be, lê belê vê pîrozbahiya 30’ê Hezîranê hişt ku heya roja îro jî ti carî ji bîr nebe.
Di bîranînên her gerîlayekê de hem êş û hem jî keyfxweşî bi hevre ye. Piraniya wan hevalên ku cihê xwe di vê çalekiyekê de girtin jî, şehîd ketine. Ewan hevalan bi gernasî gihiştin merteba şahadetê. Lê, rastiya ku hatiye jiyan kirin ti cara ji bîr neçûye û wê neçe jî. Bi vê boneye hemû hevalên şehîd yên di vê çalekiyê de cihê xwe girtin bibîrtînim.
SPOT; çûndina keşfê û pêkanîna wê, nîvê serkeftina çalekiyê ye
Sozdar Derîk
- Ayrıntılar
Gerîlla her biharê, bi hêviyekê dikevin rê. Bi derbaz kirina çiyayên welatê xwe yên fireh, bi derbaz kirina avên ku diherikin re birêwî dibin. Ji bo ku di rojnivîs û di dilên xwe de pevçûnên nû, weke dilopekê pevçûnên azadiyê bikin hêvî, dikevin rê.
Belê, par û pêrar (2010-2011) van çaxan bû. Em jî li qadên parastina medyayê li cem gerîllayan bûn. Wê demê demsal bihar bû û cardin gerîlla bi hêviyekê mezin diketin rê. Vê carê komeke gerîllayên jin berbi hêviyê de bi rêwî dibûn. Çantayên wan li ser pişta wan û rûyê wan li rojê bû. Yanî rêwiyên xwezaya bakur bûn. Min navê vê rêwîtiya wan xist, rêwîvanên berbi hêviyê. Ji ber di çavên wê koma gerîllayên jin hemûyan de jî, hêviya hevdîtinekî azad hebû. Di nêrînên wan de ka bê wê careke din hevdû bibînin, yan jî nebînin serwer bû. Arjîn, Silav, Ronahî, Hêvî, Berfîn, Diljîn, Yerîvan, Rojda, Viyan, Ruken, Bêrîvan, Ronahî, Mizgîn…
Ew dembûn ku, van gerîllayên jin di ronahiya pêtan de bihevre vedişartin ramanên xwe. Xwe spartin tarîtiya stêrkan û wexta ku berbi hêviyê de dikenîn, rondikên xwe xwedî dikirin. Gelek gerîllayên ku di vê rewîtiyê de bûn çûn cîhana nemiriyê û di semahên çiyan de cara dawîn bû ku li avabûna rojê temaşe dikirin. Weke ku roj jî ji wana xatir bixwaze, tîrêjên xwe yên sorxunavî li nava rûyê wan dida. Ji ruyê wan bedewî, evînbarî, heskirin û dilgermî dibarî. Gelek bîranînên xweş li pey xwe hiştibûn û bi lezeke bihêz xwe ji deşt û çiyan berdan û tevlî windahiyê bibûn. Li aliyekê roj li aliyê din jî te digo qey baran dibarî. Ji ber bi evînbariya dilê xwe, her çar demsalên salê di dilê xwe de jiyan dikirin. Ji lewra bêhna axê ya ku ji biskên şahmarî dikete rayê canê wan, bi qasî ji dilê wan dihat dikişandin hundirê xwe.
Ne rengê ewran û ne jî yên demsalan, navê rêhevalên xwe, daxwazên xwe dinivîsandin li kunyeyên dilê xwe. Bi herikîna bayeke sivik re, bêrî kirinên xwe yên kur derbaz dikirin. Çavên wan her li ser şopa şûnpêyên rêhevalên wan bûn. Li tehtên ku navber didanê, li çiyayên ku lêgerîne û têde derbaz bûne, di geliyên kur de jiyan kirina elenda sibehê… Van hemû hest û xuruşiyên xwe di xendeyên xwezayê de vedişartin. Tenê çend gotin dibinê turikê hestên wan de mabû, ew jî dilê wan yekbû, baweriya wan yek bû, armanca wan yekbû…
Gelek gerîlla ji bo ku bigihin armanc û hedefa xwe, bi heskirinekê mezin berê xwe dan van rêyan. Ewana kesayetên ku di nava zor û zehmetiyê de hatine xuliqandinin. Di hundirê jiyanê de pir caran keyfxweş, pir caran jî kêliyên xemgîniyê bi hevre derbaz kiribûn. Pir caran di hundirê êşan de gevizîn, lê pir caran jî di hundirê bedewiyê de berê xwe dan asîmanên jorîn. Carna bihevre rondik barandin û carna jî bi înada dilê xwe kenîn. Lê ji van hemûyan cudatir jî, di nîvê rêya jiyan û mirinê de bêyî ku bizanin kîjan ji wan rêyan siberojên wan in, berê xwe didan rêyên zehmet.
Ev dem ji wana re demên bi wî rengî bûn ku, bi ruxmê dizanin ku mirin li ber deriye jî, lê ji bo ku xwe bigihînin armancê xwe bi evîneke mezin berê xwe didin van rêyan. Di vê rêyê de gelek berdêl hate dayîn. Gelek gerîlla bêyî ku bigihin vê xwesteka xwe canê xwe di ber vê rêyê de dan.
Di vê koma gerîllayên jin de jî ew gumana ku wê bikaribin van rêyan bi awayekê têkuz derbaz bikin û bigihin armancê xwe, di hemûyan de hebû. Destê her gerîllayekê li ser dilê wê bû.
Gelek hest bi hevre dihatin jiyandin. Yek ji van hestan jî, hestên demê veqetînê bû. Ew dema veqetînê hatibû. Dîmenên ku di van kêliyan de hatî jiyan kirin, di dilê her gerîllayekî de bi şopekê cuda mabû. Li aliyekê gelek keyfxweş bûn, lê li aliyê din jî xemgîniya ku gelek rêhevalên xwe nedîtibûn, jiyan dikirin. Heskirina wan ya ji rêhevaltiyê re di astekê mezin debû.
Veqetîn, yek ji kêliyên herî zehmet yên ku gerîlla jiyan dikeye. Lê di hemwext de yek ji kêliyên ku herî pir bîranînên xwe yên xweş jî bi hevre parve dikine. Ji lewra di her kêliya veqetînê de, bi qasî ji dilê wan tê hevdu himêz dikin. Daxwazên xwe yên dawî ji hevre vedibêjin û bi vî rengî xatirê xwe yê dawiyê dixwazin. Çi zû û çi jî derengtir, yek bi yek di wexta xatir xwestinê de, bi dilgermî û xendeyên ku li ser lêvên wan mabû, hêdî hêdî çavê xwe li bêdawî bûnê digirin. Gelek dixwestin daxwaziyên xwe, hêviyên xwe yên pêşerojê ji hevre vebêjin, lê vê carê ne stêrkek, 15 stêrk bi hevre xurucîn valatiyê. Vaye bi yekbûna ruh û dilên xwe ji hevre dinivîsandin û vedigotin zimanê jiyanê.
Bi dengê xweş yê Berfîn û Yerîvanan lê dida newaya azadiyê….
Ji çavên Hêvî û Silavan hêvî diherikîn.
Ji dilsoziya Arjîn û Rojdayan bendewariyên rojên azad dixuliqîn.
Ji xende û kenê li ser lêvên Bêrîvan û Ronahiyan evînbarî diza….
Carna weke kenê li ser rûyê xwezayê dildar, carna jî weke giriyê li rûyê mirov xwedî rastiyeke jandarin. Geh di adareke biharî de şên û şanaz in, geh di kewçêreke payîzî de xemgîn û çilmisîne. Di rastiya jiyana wan de jiyan li ser pişta mirina hespê rewane. Weke rastiya ku gerîllayên ku heman helwestê, heman pariyê, heman pevçûnê, heman rêhevaltiyê bi hevre derbaz kirine îro li cem hev, lê sibe jî di singa axê de radizin.
Wê hîn bi hevre binivîsîna çîrokên xwe yên hatina biharê. Wê bi berxwedanî û lehengiya xwe pêşwazî bikirana bêhna axê. Wê bi hevre ji çiya re vegotibana newaya dar, demsal û xwezayê. Wê ji nû de heskirina xwe di nepeniyê de veşartibana. Lê guleya rênenas ya ku dibe mirina mirovên ku bi hesreta welatê xwe jiyan dikin, wana yek û yek spart dilê axê.
Bi hevre rûniştin, bi hevre rabûn, bihevre parve kirin û bi hevre çûn cîhana nemiriyê. Ewana ti carî ji hev veneqetiyan. Di her demê de hestên wan yek bû, dilê wan ji xwezaya Garzanê re dişewitî. Wê vê carê jî çîrokên xwe yên ku di nivî de mane, di cîhana stêrkan de temam bikin. Wê bi hevre di elenda her rojê de li deriyê azadiyê bidin. Wê di destê wan de destegulên serkeftinê, di rûyê wan de girnîjkên xemgîniyê, di weciyê wan de rondikên hîlawê (soylu) û ya li pişt wê jî wê her panzdeh stêrk hebin.
Her dayîkbûnek janek xwe heye û her îsyan dibe qêrînek, dibe bangek. Her 15 gerîlla jî bûn dengê azadiya tevahî jinan. Ji lewra ewana di dilê rêhevalên xwe de nemirin û di quncika dilê her mirovhezê azadiyê de bicih bûne.
Bi vegotina rêhevalên wan, ‘‘her dilekî ku di lûtkeyên çiyan de were avêtin, ji bo wan 15 gerîllayan wê hilpeke. Jiyan kirina her hestekê întîqamê, ji bo întîqama wan wê lê bide.’’
Hindistan PENABER
- Ayrıntılar
“Êdî min jiyan mîna pelek dara payîzê zer û li ber weşandinê didît. Lê tişta ez pê diêşiyam ew bû ku; min nikarîbû peyvekî ji hevalên xwe yên salên dirêj re bibêjim.”
Heftanîn qadekê ji hêla gerîla ve xwedî rolekî dîrokî ye. Gava navê Heftanînê di nava gerîla de tê gotin, tê wateya desthilatdariyê û hêz girtinê. Di be ku ev yek, kokên xwe ji dîrokê werdigire. Ji ber ku Heftanîn di dîrokê de bûye şûneke biwate. Li gor gotinên bav û kalan, di serî de Heftanîn bi navekê din dihat nasîn. Jê re digotin; “Tenîn.” Tenîna doh, Heftanîna îro, mîna pirekî Bakurê Kurdistan û Başurê Kurdistan bi hev ve girê dide. Ji ber şerê di navbera eşîrên wê demê de, heftanîn dibe du beş. Beşêk li bakur, yek jî li başur. Ên ku beşê başur dixistin destê xwe, ji ber xweşikbûna xwezaya wê û dewlemendiya di deşt û zozanên wê de, nav lê baştir e. Beşê ku li hêla bakur jî ma, navê wê her ma Tenîn. Lê di roja îroyîn de herdu alî jî bi Heftanînê tên nasîn.
Yek ji çiyayên bilind û bi nav û deng di Heftanîn de, xantûr e. Kî destdane li ser Çiyayê Xantûrê, dikare çar hawîrdor têxe di bin desthiladdariya xwe de. Ji ber vê yekê gerîla di şerê 15 salan de, ev çiya mîna kelehekî ku nakeve, bi kar anîn e û bi xwîna gelek paqrewanan hatiye xemilandin. Çar hawîrdor ê Xantirê, mîna gerdena bûkekî xemilandî ye. Ji hêla bakur ve Geliyê Pisaxa, ji hêla başur ve bajare Zaxo heye. Bi şevan bilindahiya çiyan, Zaxo û Xantir ji hev cuda dike. Li rojhilat a Xantûrê, Gundê Banikê û Kelha Şabanîkê hatine avakirin. Kelha Şabanikê xwedî dîrokeke kevin e. Ew keleh navê xwe ji navê “Şahê Banikê” werdigire. Wate “Kela Şahê Banike” ji hêla rojava ve çiyayê Cudî jê ve xuya ye. Mirov her sibeh bi tîrejên şefeqê re, bilindahiya Cudî dibîne.
Belê, Gulana 1997 an, em di nava vê xwezayê de bûn. Ew bi salan bû ku heval û hogirên me ev erdnigarî mîna rûniştgehekî bi ewle didan bi kar anîn. Em ne yên destpêkê bûn ku li vir diman, ne jî ên dawî bûn. Bi serdeman bav û kalên me di nava wan zinar û daristanê wan çiyan de bi cî bibûn, şer kiribûn û çiyayên mîna Xantûrê bibû meydanên cengê ji bo cengawerên Kurd. Paş salên dirêj gerîla ji bo vegerandina hêviyên wendayî, li wan deran bi cî bibûn. Dijmin jî mîna ku di dîrokê de gelek caran ew çiyayên bedew kiribûn gora mêrxasên Kurd, dixwest ku me jî li wan deran tûne bike. Lê ev car çerxa felekê ne bi daxwaza wan digeriya. Ne jî şervanên kurd mîna en berê bûn. Êdî hesabê sûk û malê li hev nedihat. Dijmin bi hêviyek êrîş dikir, lê bi zorê xwe xelas dikir. Wê sala ku em li Xantûrê diman jî, gelek caran em rû bi rûyê êrîşên dijmin diman. Cara dawî ku em di nava pevçûnê de bûn, 14 ê Gulana 1997 an bû. Wê rojê dijmin bi hêzekî mezin dest bi paksaziyê fermanên amadekariyên li dijî paksaziyeke dirêj dabû. Wisa hatibû diyar kirin ku ev êrîşa dijmin û paksaziya wan, wê şeş mehan dirêj bikirana. Yekîneya me jî, xwe parastin ji her hêlî ve kire armanc. Ji bo pêşîgirtina zinarên zêde zêde tirî, hevalên me di ber pala Çiyayê Xantûrê de bi cî bûn. Me tevahî hewildanên xwe ji bo ku dijmin me nebîne, bi kar dianîn.
Kêmasiyên me ên serekî, di hêla xwarin û vexwarinê de bûn. Tenê kîsek şekirê me hebû, mixabin ew jî di sê rojên şer de bi dawî bû. Me di çend rojên destpêkê de, tevgera dijmin şopand. Ew ji katjimêr 4 ê sibehê heya 12 yê nîvro di geliyan de diman. Ji nîvro û şûn ve, hildikişan girên bilind. Me heşt roj bi xwe veşartin û şopandina tevgera dijmin derbas kir. Lê ji ber ku bi dawîbûna xwarin û vexwarina me, biryar hat girtin ku neh heval biçin hinek pêdiviyan ji Geliyê Pisaxa ku şûna veşartina pêdiviyên me bû, bînin. Paş amadekariyan, bi katjimêr yek û nîvê paş nîvro em ji ber pala Çiyayê Xantûrê bi rê ketin. Di navbera cîyê me û Gundê Perex de ku di Geliyê Pisaxa de bû, nîv katjimêr hebû. Di rê de em bi hişyarî diçûn. Bi her gav avêtinekî re, me li dora xwe dinêrî. Bi baldarî me destê xwe jî çeka xwe venediqetand. Di meşa xwe de, me gavên xwe bi îhtîmala derketina eskeran davêt. Bê ku tu tişt biqewime em gihan Geliyê Pisaxa, nêzî Gûndê Perex. Di cî de min û hevalê Şiyar, ard derxist û dest bi hevîrkirinê kir. Hevalên din jî bi karên din rabûn. Çemê ku di gelî re diherikî, hingî baş û xurt bû, kesî ji dengê xûşêniya wê, dengê kesî nedibihîst. Heya gelek caran hevalan bi dengekî bilind bang li hev dikirin. Hîna deh deqe di wê navê re derbas nebibûn, min dît ku hevalê Şiyar tevgerek dikir. Di cî de min bang lê kir:
-Heval çi bû? Tu çima wisa tevger dikî?
Dema wî bersiva min ne da, min bi hêla ku wî meyze dikir ve serê xwe zivirand. Wê çaxê min dît ku esker û pêşmerge mîna moriyan ber bi me ve tên. Ew pir nêzî me bibûn û ji bo ku em xwe bidin dest, bang dikirin. Heval Cengawer ku yek ji hevalên bi me re bû, ji bo ku em xwe bi cî bi kin herdu destên xwe hildabûn. Leşkeran wisa fêm kirin ku, ew xwe dide dest. Lê heval Cengawer ji bo me wisa dikir. Di cî de min destên xwe ji nava hevîr derxist û rahişte çeka xwe. Jixwe gule tim li ber avêtinê bû. Hîn wisa min berê çekê da koma leşker û pêşmergan. Tişta ku min dît, bi gule barandinê re, çend leşker û pêşmerge ketin. Lê bi sedema rastbûna cihê min, min xwest xwe di paş kevirê nêzî xwe de veşêrim. Hîna min xwe nezivirandibû, guleyek li çena min ket. Bi qasî çend saniyan ez bêhiş ketim.
Piştî ku min çavên xwe vekirin, min dît ku mîna ewrek taviya destpêka biharê gule di ser cihê me re dibûrin û dibarin. Wê çaxê her heşt hevalên min ketibûn nava şer de. Dema min da xwe ku ez bimeşim, hêza min bes nebû. Tenê min dikaribû ku xwe bighênim paş wî kevirê nêzî xwe. Dema ez li paş kevir rûniştim, ez ketim nava deryaya xeyalan de. Ez ditirsiyam ku dijmin ew hevalên din şehîd xistine û canan parçe parçe kiribe. Hovitiya dijmin tu carî jibîr nediçû. Me dizanibû ku gava gerîlayek birîndar, an jî şehîd bikeve destê wan, her şêweyê karên kirêt û pîs, bi wan dike. Ez gelek caran bibûm şahîdê wan dîmenên bi jan ên hevalan. Min mîna wan dîmenan di tu filmê tirajîkî de jî nedîtibû. Hîna ez di nava xeyalên xwe de bûm, ji nişka ve, dengê çekan rawestiya! Dîsa dengê çem di gelî de bi tenê dengveda. Rawestandin dengê çekan ez careke din xistim nava fikarên bêqirax de. Min êdî dest da xwe ku hevalên xwe yê rojên xweşî û nexweşiyan, hevalên ku em bi salan li ba hev bûn, hevalên rojên kêf û ên xemgîniyê meyze bikim. Gava min serê xwe hêdîka ji paş kevir derxist, ji nû ve xûnçeyên hêviyê di dilê min de bişkivîn. Ji nû ve sûlava keyfê bi ser lêvên min re hate xwar. Min dît ku hevalên min yek bi yek bi ber min ve tên. Dema ew nêzî min bûn, ez pir dilşa bûm. Wan bi dîtina sikûr û singa min a bixwînê hatiye pêçan, zanîn ku ez birîndar bûme. Lê ji ber ku pir xwîn ji birîna min daketibû, wan nizanî bê ez ji kû derê birîndar ketime. Ew li hember min rawestiyan. Hingî tevî hewildanên min jî, min nikaribû ku peyvekî jî ji wan re bêjim, ne jî şûna birîna xwe bilêv bikim. Tenê bi destê xwe dixwest bêjim;
-Heval dest ji min berdin û xwe xilas bikin.
Lê qerîna heval Laleş, mîna erdhejekî di asta herî bilind de ez hejandim:
-Heval! Va hevalekî birîndar li vir e, em wî jî bi xwe re bibin.
Heya wê kêliyê tu tişt ji hevalan pê ve nedikete bîra min. Lê qerîn û giriyê hevall Laleş mîna defa hewarê di guhê min de dengveda. Tenê bi wê hewarê min xwe mîna zarokê bi çalepkan xwe dixişkîne, dît. Heya hingî birîna min nediket xeyalê min. Lê niha, weke ku teze gule li min bikeve, min destên xwe yên di nava xwînê de sorbûyîn, danî ser birînê xwe. Êdî xwe mîna barekî li ser milên hevalên xwe yên di şer de didît. Bi wê qîrê, min xwe weke nêçîrekî li ber mirina ku her kêlî bi bûxçika xwe ya sipî re, li wir digeriya, hîs dikir.
Hevalê Cengawer ku yê dawî bû, ez dam kêleka xwe û em bi hev re meşiyan. Jixwe hêza meşê jî bi xwîna birînê re, ji min dûr ketibû. Tevî wê yekê jî min gavên xwe ber bi pêş ve davêtin. Ji bo ku şopa me bi xwînê newe dîtin, min destê xwe dikirin mîna kovikekî û her ku dibû xwîn, min dirijand û qûma Xantûrê bi ser de dikir. Lê xwîna ku mîna berfa vê mehê dibû av û bi latan de diherikî. Hingî diçû hêza min a meşê ji min distand. Piştî kêliyekî ji meşê, min hew dikarî ji cî bilivim. Ez li ber darekî ku ava berfa vê mehê tînê wê, mîna şikeftekî kolan bû, rawestiyam, min biryara xwe di bin darê de veşartinê da. Mixabin guleya ku li min ketibû, ziman, qîr, axîn û keser ji min sitandibûn. Mîna zarokê ku hîn zimanê wî li ser peyva “dadê” venebibû be, li min hatibû. Êdî her xwestekên min, her peyvên min, bi destên ji xwînê, mîna hineya roja zemawendê sorbûyî wer xwest ku, min li wir bihêle û biçe. Tevî ku min bi ziman jî jê re ne got, ew tê gihişt ku ez çi dixwazim bêjim. Lê wî destpêkê çûna bê min û hiştina min a li wir, nepejirand. Mixabin hêza min ya meşê nema bû. Jixwe mayîna li wir û şehîdketin tevahî xeyalê min dagirtibû. Êdî min jiyan mîna pelekî dara payîzê zer û li ber weşandinê didît. Lê tişta ez pê diêşiyam ew bû ku, min nikarî bû peyvekî ji havalên xwe yên salên dirêj re bibêjim. Min gelek caran ji xwe re digot: “Ger ez şehîd bikevim, bi kê mayî ezê tiştên di dilê xwe de berî şehîdbûnê bibêjim.” Lê niha gava ku birîn bûye bendavek li pêş pêlên peyvan, gava ku tevahî gotinên ferhenga temenê min, li ber lêvên kilîtkirî sekinîne, ez xatir ji hevalê xwe dixwazim bê ku tu tiştî bêjim. Gotinên dawî ên ku her mirovek berî mirinê dibêje jî, min nikarî bû ku ji hevalê Cengawer re bibêjim. Tenê bi çavên xwe yê tijî rondik û bi kovaniyê rûçikên xwe, min xatirê dawî dixwest û dilê min dibû keştiya peyvên min ê ku dibûne kul û derd di deryayek bêdawî de. Ji ber ku min hêvî ji jiyanê qût kiribû, min çek û rextê xwe da heval Cengawer. Tenê bombeya ku heval Cengawer bi destên lerizî dayî min, li ba min ma. Min ji xwe re digot; “Qet nebe bila çek û rextê min nekeve destê dijmin de.” Gava ez derbasî hundirê wê kuna binê darê bûm, bi awira dawî min xatir xwest. Heval Cengawer jî piştî hembêz kirina rûçik û canê min ê di nava xwînê de mayî, bi rondikên qûtbûna ji min, hinek pelên darê, ji derve de danîn ser devê kûnê. Wê çaxê bi danîna pelan destê wî direcifî. Çav tijî rondik bibûn. Min di nava rûyê wî yê kovan de, qûtbûna ebedî didît. Ji ber vê yekê heya li wir bû, me destên hev diguvaşt û bernedida. Te digot qey heval Cengawer ji ser gorekî radibe, wisa hêdî da xwe. Pelên darê jî li ber çavê min dibûn gulên ku li ser goran tê danîn. Ji wir û şûn ve, êdî ez û rêhên dara ku bûyî parezvanê min, bi tenê man.
Dengê eskeran, her ku diçû nêzîktir dibû. Wan dengan hişt ku bombeya heval Cengawer ya ku bêdilê xwe dayî min, têkve tevgere. Di cî de min pîma wê ji bo kişandinê amade kir û danî kêleka xwe. Lê ji ber ku xwîn ji birînê ranediwesta, min awêne ya xwe derxist û lê nêrî. Bi parçe şûtikekî min xwest ku guleyê ku xwîn jê dihat, bigirim. Wê çaxê min kesekê nû di awêneyê de didît. Çena min bi hêlekî din de xwar bibû. Min diranên jor ji ên jêr, nedinasîn. Dema parçe ya şûtikê di şûna birînê de bi cî bû, damar li hestiyan ket. Wê çaxê ji nû ve êşê dest pê kir. Bi tevzînkên canê min re, ez ji ser hişê xwe çûm. Bi qasî 30 deqî ez wisa bêhiş mam.
Gava ez bi xwe hisiyam, wê çaxê dengê leşkerên dijmin her ku diçû dûr dibû. Min fêm kir ku êdî bi şûn ve diçin. Wê çaxê saet bibû çarê ber êvarê. Di wê navberê de, dengê hevalê Sînan û çend hevalê din hat. Jixwe wan hêviya xwe ji mayîna min ya jiyanê birî bûn. Hevalên ku ji min cuda bibûn jî, gotibûn ku heya niha jiyan nake. Ew kî ba jî, ku rewşa min bidîta bawer nedikir ku ez jiyan bikim. Hevalê Sînan û hevalên din jî, nehatibûn ku min bi saxî bibînin, wan xwe amade kiribûn ku, cenazê min ji wir derxin û bibin ba hevalan. Ji ber ku ez wê çaxê nû hatibûm ser hişê xwe, ez wisa têgihiştim ku min di xew de heval Sînan dîtiye. Lê gava xiş xiş ji jor hat, min di nav pelan re li jor nêrî. Wê çaxê sîmayê heval Sînan ket ber çavê min. Wê çaxê qîra min, bibû mîna nal nala zarokekî di pêçekê de. Min di cî de destê xwe ber bi jor ve paland û çîlo da aliyekî. Hevalê Sînan ku hatibû cenazê min bibe, ji dîtina min bisaxî bawer nekir. Hema bê ku raweste bi hevalên din re ez ji wir derxistim û çena min baş pêça. Wî dît ku sînga min tev bixwînê sor dike. Di wê demê de min bi destê xwe, jê re nîşana “yek” da diyar kirin. Wî fêm kir ku tenê gule yek li min ketiye. Çavên heval Sînan tijî rondikên şadiyê bibûn. Jixwe mîna ku heval Cengawer ji min qût bû bê ku peyvekî ji min bibhize, heval Sînan jî ez dîtim bê ku peyvekî bibhîze. Min bi bêdengî xatir xwestibû, niha jî bi bêdengî xêrhatin li hevalên xwe dikirim.
Rasthatinekî Sosret
Ji ber ku cara yekê bû, weke jin, min dijminê xwe ewqes ji nêzik ve didît. Dijmin jî wisa min didît. Ew gava ku çavên me beramberî hev, li ser çavên hevdu zîq bibû, ez ji nava hezar hestan derbas bûm. Û him jî di nava kêliyekê de. Her tim dibêjin “gotin û jiyîn ne wek hev e”. Ez bi giştî tevlî vê nêrîna bav û kalan dibim. Ji ber ku ez dizanim çiqes em qala serpehatiyên xwe bikin jî, ji niha ve, ji gelek kesan re weke çîrok tên. Lê di vê aliyê de jî ez xwe bi şans dibînim. Ji ber ku gelê Kurd, ji niha ve dîtiyê gelek serpêhatiyên gerîla ye. Em weke gerîla çawa bûne dîtîya berxwedaniya bê hempa, ya gelê xwe. Ez dizanim, yên ku herî zêde bawerî di navbera xwe de çêkiriye, gerîla û gelê Kurd e.
Sal 1994 bû. Ez wê demê li gorî hevalên ku li Zagrosê ne, hevaleke nûbûm. Nûbûna min li gorî wan mercên wê demê bû. Ew bibû du sal in, ez tevlî hevalan bibûm.
Gerilayeke heremê bûm. Eşîra me jî bi dijwariya xwe ya li hemberî gerîla dihate naskirin. Loma jî hevalan dihîştin ku em her tiştî zû fêr bibin, roj bi roj, bi hêztir bibin. Di nava rastiyeke wisa feodal, girtî û weke jin hatina me, hevalan pir bi nirx peşwaz kiribûn. Loma jî ez jî rêkirim qada Herkî-Gerdiya ku diviya em li wan deran hinek vebûnan çebikin. Yekîneya me, yek bi yek ji hevalên bijare hatibû avakirin. Ji ber him qada ku diçin nû ye, him jî mercên qadê giran bû. Her hevalek di karê xwe de bi rastî jî pir xurt bû. Em mangayek hevalên keç di nava wê yekîneyê de bûn.
Di vê herema Gerdiya û Herkî yê de, diviya me gel bi rêxistin kiriba. Lê di heremê de cerdewanî pir li pêş bû. Em giştî sî û pênc heval bûn. Di nav de jî heft hevalên keç bûn. Fermandara hevalên keç Hevala Cahîde Qaraman bû. Niha ew heval şehîd e. Fermandarê yekîneyê, Hevalê Sadun bû, şehîd ketiye. Bi xwe ji Başûrê Rojavayê bû. Rêzan Kurtalan ser taximê bû, ew jî niha şehîd e. Di wê yekîneyê de, ya ku sax maye ez im. Niha hemû şehîd in. Hevalên keç Hevala Cahîde Mêrdîn, ku bi xwe wek min gotî fermandara me bû, ez, hevala Newroz, Zinarîn Mêrdîn, hevala Erîvan Mêrdîn, hevala Hevîdar Mêrdîn yên ku navê wan niha hatine bîra min ev heval in. Hevalên keç piraniya wan ji Mêrdînê bûn.
Herkî û Gerdiya dikevin qontara Zagrosan. Li van deran, havîna jî berf nediheliyan. Ji xwe herkes dizane ku li Hekarî her tim, çar demsal bi hev re tê jiyîn. Gava em çûbûn wan deran meha Nîsanê bû.
Tenê cîhazekî me hebû. Qada ku em dikêtana qadeke nû bû. Kesî ku rê û ewraz xweş naskiriba jî nebû. Em û ewraz bi her tiştê xwe re hevnasîneke nû, me yê jiyan bikira. Lê tiştên pir balkêş û sosret, hê di rê de xwe da rûyê. Em digihaştin ku derê, roja paştirîn cerdewan û leşkerê Tirkan bi hev re operasyon dianîn ser me. Te di go qey ajanek di nava me de heye. Gava ku ev bûyer her carê xwe dubare kir, em bi rastî jî ketin nava gumanan û fikaran, gelo, bi rastî jî sîxur di nava me de heye? Lê piştre me derxist ku, şopên lingên me, dihîşt ku dijmin her li pey me were. Ji ber ku buhar bû û giya şîn bûn, şop li serê diman.
Dora bîst rojan em ji hevalan qut man. Yanê bi bîryargehê ve têkîlî çênedibûn. Ji ber ku cîhazê me dirêj nedikêşand. Ji xwe gava em bi cîhazê diaxifîn, dijmin yekser bi ciyê me dihesiya. Ji bo wê jî me wek yekîne, bi hev re nîqaş kir û me bîryar da ku em biçin alana Gerdiya. Bi kinasî, diviya em ji Herkî manevra bikin û xwe bidin aliyê Gerdiya. Li Herkî yê gundê herî nêz gundê Bayê bû. Em nêzî wî gundî bûn, em ji wir çûn Gerdiya, gundekî bi navê Bêzelê li wir hebû. Li wî gundî du tax hebû. Yek jê, ji me re baş bû, lê yek dijayetî dikir, cerdewan bûn. Çend roj bibû ku me qet tiştek nexwaribû, tenê bi giyayan ve me xwe têr kiribû. Ji xwe çûndina me de armanc, him bala dijmin belavkirin, him jî hinek erzaq peyda kirin bû. Ji milekî ve amadekariya çalekiyan jî me dikir. Bîryargeha navendî ji me çalekî nedixwest lê ji bo demê pêş me amadekariya xwe car dî jî dikir. Gihandina me wê derê şevekê sax piştî meşekê çêbibû.
Gava em gihaştin nêzî wî gundî, Hevalê Zinar Diyadîn hebû, niha şehîd e, li ser fermandarên mngayan digeriya û dixwest nêrîna wan bigre, da ku em li wê derê bimînin an na. Hevalê Zinar, hevalekî pir heja û dilgerm ku ji dil ve bi hevalên xwe ve girêdayî bû. Em hevalên keç, weke birayê xwe nêzî wî dibûn. Ji min pirsî û min jî got:
“Wele em li vir nemînin wê baştir bibe”
Em çûbûn gund û ji bo sî û pênc hevalan me nîv çewal ard derxistibû. Diviya em hinek dûr çûbana û demeke dirêj, bi vî ardî diviya me xwe ragirtiba. Min ji Hevalê Zinar re got:
“Em hinek din pişt vê sirtê hanê de herin, hinekî din em dûr bibin wê baş bibe”
Nêzî saeteke din em ji wir dûr ketin, pişt sirtê ku em lê bûn, ber bi piştê ve em zivirîn.
Dar nû şîn dibûn. Ewrazeke bi dar bû lê şkêr jî gelek bûn. Me got, em li wê derê bin. Hevalên ku girê bigrin me derxist, diviya çar saet ji ciyê me dûr û bilind biçin da ku bikaribin bi hevalan re, bi riya cîhazê jî bikaribin biaxivin. Armanc ew e ku, em bikaribin him dijminê xwe bişopînin, him ewlekariya xwe xurt bikin û him jî bi hevalan re têkîlî çêbikin. Artêşa Tirk fêm kiribûn ku têkîliyên me û bîryargehê ji hev qut bûye, her li ser cîhazê bang dike û dibêje “me wan kuşt”, Serokatî jî her pirsa me dikir. Hevalê Muzaffer Şirnex li ser grubê girê çûbû.
Di wan deman de, di nava hêzên taybet ya dijmin de jin jî dihatin şuxilandin. Ji wan re digotin Ayşecîk. Ji bo xwe, wan jinan dianîn û didane şuxilandin. Ciyê ku em lê bûn, bi dar bû lê ciyê ku hevalên ku çûne tepê, yanê gir, şkêr bûn. Ji ber ku ber bi jor ve dar nebûn.
Piştî bîst rojan, me xwest em ji xwe re xwarin çêbikin û bixwin. Her mangayek kulmek ar kete para wan. Her mange ji xwe re sibê zû hevîrê xwe çêkirin. Hevîr vekirin û di nava rûn de qelandin.
Gava hevalên ku diçin girê, dengê kobra dibîsin lê ji me re pir dûr dihat. Me nedizanî ku leşkerên xwe datanîn. Hevalên ku çûbûn ser girê bilind, nedikarîn me agahdar bikin. Çar saet ji me dûr ketibûn. Cîhaz jî nebû. Nikarin gule biteqînin, wê dijmin pê bihese, neçar dimînin xwe li wan deran vedişêrin. Me gava ku dengê kobra baş bihîst, me tevdîrên xwe girt. Me xwe di nava giyan de veşart. Me dît ku cerdewan hatin. Bi hatina wan, em ewle bûn ku ciyê ku em lê ne hatiye naskirin. Dizanîbûn ku em li wan deran in, lê nedizanîn em rasterast li ku derê ne. Her ciyê ku bi gumanin, guleyan diberdan serê û derbas dikirin. Saetek derbas bû, me dengê fîşekan bîst. Me fêm kir ku hevalên ku çûbûn girê, ketibûn nava şer. Hevalî Muzafer li wir şehîd dikeve. Ew cîhazê yekîneyê jî bi wî re dikeve destê dijmin. Hevalên dîtir xwe xilas kiribûn. Tu derfetên me yê ku em bikaribin biçin alîkariya wan nebû. Ji xwe her der tije leşker bibû. Ne gengaz bû ku em wan hemûyan derbas bikin û bigên hevalan. Em di nava çemberê wan de mabûn. Lê hê jî em nedîtibûn. Lê hêdî hêdî nêzî me dibûn. Me got “di vê dolê de em nikarin bi dijmin re şer bikin, a rast ew e ku em bêdeng bin, heta ji me were em nehêlin ku bi me bihesin”. Me nedixwest em têkevin nava şer, sedema yekem, yekîneyê yekem ku hatiye vê heremê em bûn û diviya wisa yekser hemû bi hev re şehîdbûn nebaya, a diduyan jî gava em ketibana nava şer, kes ji me xilas nedibû. Ev rewşa veşartî û lêgerîna wan bi me, wisa heta piştî nîvro, ber bi êvarî berdewam kir. Me dixwest zûtirîn şev xwe berde ser me ku, em bikaribin manevra bikin. Di rewşên wisan de dostê herî baş ji bo me şev e. Hevalên ku ji tepê xilas bûne, dixwazin ber bi Avaşînê ve biçin û xwe hildine ewlehiyê. Dijmin jî hêdî hêdî ber bi ciyê ku em lê ne dihat. Me fêm kir ku êdî ciyê me nas kirine. Ji xwe her derê geriyan û tu cî nema ku lê nemeyzandin, ji xeynî ciyê me. Me bîryara xwe dabû ku heta pir nêzî me nebin em nakevin şerê. Li wir jî gelek gule li ser me reşandin, çeka bi agir ku jê re digotin “lav sîlahi” avêtin ciyê me.
Gava me dengê xwe nekir û şev jî xwe li ser ezmên belav kir, mecbûr man ku xwe vekşînin.
Heta wê gavê ez pê nehesiyabûm ku ji lingê xwe birîndar bûme. Parçeyek ji lav sîlahî, bi lingê min ketibû. Tam li ser çokê min ketibû. Lingê rastê bû. Lê ji ber ku ez nû bûm, gava min xwîn dît ez pir pê bandor bûm. Birîneke giran nîne, çokê rastê de zêde kûr jî neçûye lê gava ku Hevalê Zinar ji min re got:
“Tu birîndar bûyî” û piştre min xwîn dît.
Ji bo xwe paş de kişandinê, em çûn ser pira Herkî û Gerdiya. Pir li ser ava Hecîbegê bû. Gruba me giran bû, rewş wisa ne baş bû. Hevalan, ji ber ku siviktir bimeşin, di nava xwe de bîryar girtin ku min li wê derê veşêrin.
Di nava giyan de ez veşartim û çûn.
Dijmin bi qasî nîv saet biniya min bûn. Dengê wan xweş dihate min. Xwe komî ser hev dikirin, da ku paş de bikşînin. Ew jî pir westiya û ji hal ketibûn. Lê car dî jî giran tevdigeriyan. Ji ber ku ciyê ku hevalê Muzafer şehîd ketibû, du heval jî birîndar bibûn. Dewsa xwîn dîtibûn. Qederek geriyabûn, lê tiştek nedîtibûn. Her li pişt xwe û li derdora xwe dimeyzandin.
Heval gava di rêde qederek dimeşin, Hevalê Zinar û Hevalê Rêzan nîqaş dikin, tiştê di dilê xwe de ji hev re vedibêjin. Dibêjin:
“Hevala Zelal giran birîndar nîne, me şaş kir, diviya me nehîştiba. Em hê dûr neçûna, ya baş ew e ku em biçin wê bînin”
Yekîne li ciyekî disekine û car dî, ew her du heval bi xwe tên ku min bibin. Lê berî biçin ji min re gotibûn:
“Heta dijmin neyê mesafeya bombe, neteqîne”.
Rewşa ku ez têdebûm, min nedikarî di mejiyê xwe de wateyek bidimê. Ez tenê bûm, heval wê bihatana an na, ne diyar bû, wê dijmin ez bidîtama an na, ezê sibê bibînim an na, ger ez şehîd bikevim wê diya min çi bike, malbata min wê çawa pêşwaz bikin û pirsên bi vî rengî re ez çend deqe mam tenê. Ji bo min, ji bo hestên min ya 18 salî, ez bawerim zêde giran bû. Li hemberî vê giranbûnê, ez pir zû westiyam, tenê xewa min dihat. Ez bin kefiya xwe de, xewê re çûbûm lê narincok di destê min de amade bû. Ez bi dengê xişiniya dengê giya ve hîşyar bûm. Min narincok rast kir. Min di dilê xwe de got “dijmin min şopandiye û dîtiye.” Ez li bendê bûm ku hineke din nêz bibin, da ku ez narincokê biteqînim. Min dixwest ji wan jî hinek bi min re biçin. Her ku diçe, deng hêdî hêdî nêzî min dibû. Nikarim bêjim “tu kî ye?”. Min dît ku dengê fîtikê tê, lê deng ne ya dijmin e, weke ya hevalan e. Bi dengekî pir nizm, min bîst ku navê min tê gazî kirin. Digot:
“Hevala Zelal!, tiştek neke, em heval in!”.
Ew gava ku min narincok rast kiribû, ji bo bi dawî kirina jiyana xwe ya 18 salî, dengeke wisa bihîstin, ez nikarim salox bidim. Bi rastî jî hestên mirinê, şehîdbûnê gihaştibû lutkeyê herî jor, yekcar bi wê dengê ve pir tûj zivirî jiyanê. Hestên wisa di asta bilind, bi dijberê xwe ve gava ciyê xwe diguhêrîne, dilê mirov ne gengaze ku normal lêbide.
Ez du saet tenê mabûm, lê du saeteke ku bedêla salan e. Heval hatin cem min, destpêkê rexnedayîna xwe kirin, pişt re jî gotin “ emê bi hev re biçin, xwe giran neke, birîna te pir giran nîne”. Wele, min qet rexnedayîna wan guhdar nekir, ez hînde kêfxweş bibûm ku tiştek ne xema min bû.
Bi alîkariya wan hevalan, em gihaştin heta ciyê noqta şkêran. Em piştî çar saetan gihaştibûn wê derê. Lê belê tişteke din hebû, gava paş de vekişandinê de, dijmin jî diçe wir, em jî diçin wir. Yekîne xwe xilas kiriye û çûye. Me jî xwe berda wê derê ku min gotiye.
Hevalên derveyî yekîneyê me, ji radyoyê guhdar kirine ku dijmin gotiye “ me sî û pênc PKK’yî kuştiye.” Hevalan jî grubek hevalan rêkiribûn qada ku em lê bûn, ger ev nûçe rast be, wê werin cinazeyên me veşêrin. Bêr û tevirên xwe jî tînin û tên.
Qederek jêrê me, pirek hebû. Li ser aveke mezin hatibû çêkirin. Li ser ava Basya bû ev pir. Divê, em mecbûr ji wê pirê re derbas bibin, nexwe ne gengaze ku em bikaribin xwe xilas bikin. Pireke wisa ye ku, cerdewan jî tên kemîna davêjin, leşkerê Tirkan jî tên kemînan davêjin û em jî tê re derbas dibin. Herkes mecbûre ku wê pirê bide şuxilandin. Havînan dema ku av hinek kêm dibe, mirov dikare ji avê re derbas bibe lê di vê wextê buharê de, ne gengaz e. Av pir boş e.
Ew gruba ku hatibûn dû yekîneyê me, gava digêjin ser pirê, li wan dibe roj. Xwe avêtine bin pirê û ji sibê heta êvarî, di nava avê de man e. Di bin pirê de hinek hesin hene ku karibin xwe pê ve bigrin. Di berbanga sibê de, ew hevalan dibînin ku hinek kes xwe diberdine noqtê şkêran. Ew di dilê xwe de dibêjin “ew heval in”. Rast bû jî, ew em bûn. Lê piştî saetekê, dijmin jî tê wê derê. Ji ber ku weke min gotibû, dijmin jî vekişana xwe ya paş, ji wê ciyê ku em lê bûn dikir. Ciyeke wisa ye ku tê de her der şkêr e. Tehtik in. Tu dikarî xwe tê de veşêrî. Lê bê guman di nava dijmin de, wisa xwe veşartina te, pê bihesin derfetên xwe xilas kirinê zêde nîne. Di wir de şaşitiya me ya herî mezin ew bû ku, em hinek tî bibûn, em raste rast çûbûn ser kaniyê û me xwe li wir, pişt şkêrekî de veşartibû. Yanê ciyekî bi xeter de em mabûn. Dibetiya dîtina me, bi vî rengî, me bi destê xwe gelek zêde kiribû.
Me dît, leşker jî ketin ew ciyê ku em lê bûn. Gava me leşkeran dît, me her sê heval, xwe kir e weke yek kes. Ewqes me xwe qurmiçand ku, bila kes me nebîne. Ji sibê, heta êvarî em di nava hev de wisa man. Ciyê ku em lê bûn, dar jî lê zehf bûn. Em hinek jorî ciyê ku leşker lê bûn disekiniyan. Me hemû liv û tevgera wan didît.
Weke gerîla, me di nava xwe de ji bo çaydanên mezin digot “doçka”. Yê leşkeran jî wisa mezin bû. Manga manga rûniştibûn. Tekmîlê xwe didane jorî xwe. Zîrevanê wan hebû. Zêde kes bi serê xwe nediçû û nedihat, lê ji halê wan pir diyar bû ku gelek westiyane. Di nava xwe de, carê bi dengê bilind diaxivîn. Zirtê xwe didan. Her carê yekî digot “min ewqes PKK’yî kuştiye, ewqes birîndar bûye”, nizanim çi kiriye û nekiriye, her ji hevdu re digotin. Di rastiya xwe de, ew bi xwe gelek kuştî dabûn. Ji xwe, navê vê operasyonê jî min li wir, ji devê wan bihîst. Digotin “Tavşani kaldirma operasyonu”, yanê operasyona rakirina kevroşkê bû. Ji tekmîlê wan me fêm kir ku, ev tugay ji Qersê hatibûn. Saet yekê, çend seyare wê bihata ser pirê, bi ewlekariyê xwe ve, wê xwe bigihandana ciyê xwe. Ji parastina vekêşana paş de, gelek tank, kobra û hwd xwestin. Heta nîvro bêhna xwe vedan û piştî nîvro seyare hatin. Hemû rabûn ser xwe, xwe amade kirin, ketin rêza xwe ya leşkerî ya meşê.
Di wê navberê de xwarin xwaribûn, ku em bi xwe jî demeke dirêj birsî bûn. Çend roj bibû nizanim, lê me xwarin nexwaribû. Firaqên xwe komî ser hev kirin. Hemû tiştên ku nexwaribûn, xistin nava êgir û şewitandin. Her der paqij kirin, wisa kirin ku , gava tu lê binêrî, tu nikarî fêm bikî ku hinek hatine van deran. Gava ew bi rê ketin, me min jî carê serê xwe hêdîka radikir û li wan temaşe dikir. Cara yekem bû ku, ewqes ji nêz ve min didît. Min serê xwe ditewand û piştre careke din derdixist. Lê gava min cara dawî serê xwe rakir, ku ez binêrim ka gihîştine kuderê, min dît ku ez û leşkerekî Tirk hatin beramberî hev.
Wî jî ez bawerim tiştekî xwe li ser avê ji bîra kiribû. Wisa qederek çavên me li ser hev du man. Ne min denge derxist, ne jî wî. Em her du jî mabûn hişk di ciyê xwe de. Me şoq jiyan dikir. Lê ji paş ve dengê leşkeran dihat, gazî wî dikirin. Bi dengê sêyemîn re, weke ku ji xewê hîşyar bibe, serê xwe li me hejand û çû. Her du gavê carek, li pişt xwe dizivirî û li me dimeyzand. Me jî li wî dimeyzand. Bi çûndina wî re, em ketin nava fikaran, me di dilê xwe de got “wayê, heta vê derê ye, çû ji me, dê niha bên ser me”. Em li bendê bûn ku leşker têkevin alarmê û li gorî rewşa şer xwe bi cî bikin. Ji xwe li gel me tenê yek qlêş hebû. Ji bo ku bikaribin alîkarî bidine min, tenê yek bi xwe re anîbûn. Her yek du narincok anîbûn û yek jî li cem min hebû. Me, yekser narincokên xwe amade kir û me got “kengî werin, emê jî bavêjin wan û şer bikin.” Me, hêdîka serê xwe, careke din ji pişt kevirê derxist û li dijmin temaşe kir. Leşker diçûn û paşbirê wan jî rêpaqij dikir. Kesek ber bi me ve nedihat. Ew leşkerê ku min dîtibû, hê jî carê, bêyî ku bi derdora xwe bihesîne, li pişt xwe dizivirî û li me dimeyzand.
Tirsiya, nedixwest bimire, nedixwest kesî bikuje, gelo Kurd bû û ji ber wê deng nekir, mabû behetî loma nedikarî biaxive? Nizanim. Bi rastî jî nizanim. Lê tiştê min dizanîbû, nehîşt ku şerek çêbibe. Ger şerek çêbibaya, emê misoger hatibana şehîd xistin, lê wê ji wan jî çendek biçûya.
Ez nizanim rast bû an na, lê gava ku tu şer neqewimî, her rûwê wî leşkerî gava min dianî ber çavên xwe, di xeyala min de ew leşker bi rûkenî ji cem çûbû. Dibe ku ew jî xeyala min be, lê wisa min xiste hundirê dîroka mejiyê xwe.
Jinbûna min ji wî re çiqes sosret hatibû, keçeke Kurd wisa di nava ewqes leşkeran dîtin, ji bo wî hesteke çawa diafirand?
Wekî me, di nava wan de jî yên ku nedixwestin ev şerê qirêj û di aliyê hêz de ne hevseng e rûbide, hene. Lê di kêliyên destpêkê de min qet jinbûna xwe neanîbû bîra xwe. Piştre hevalan di nîqaşên xwe de digotin “wî leşkerî bawer nekiriye ku di nava van çiyan de jinek di nava wan de xwe veşartibe”. Lê niha ez bawerim bîranîna wî ya ku di navbera me de derbaz bûye, ji bo wî zêdetir balkêş û sosret e.
Ji dûr ve hevdu kuştin bi rastî jî ewqes zor nîne, lê mirov, hundirî çave hev binêre û hevdu bikuje, ev karê herkesî nîne. Yên ku armanca wan di nava şer de nebê, ewkes ji sînor û pîvanên şer derbaz dikin û şer dikin warekî qirkirinê.
Lê ger ew çavên şîn êrîş kiriba, em jî ji bo parastina xwe bi bîryar bûn.
- Ayrıntılar
Tu bi xêr hatî mêhvanê xewnên min, vejîna helbestên jiyanê.
Rêheval, peyva navê te bû birîna ji nû ve pişkivî. Bû jan û avîna dayîkan. Bû hêlîn û wargeha lorînan. Bû xwîn û herikî di nav rayan de. Lewma pîroz dibe wateya navê te.
Belê rêhevala min; xwediyê çavên ku axînan derman dike bi awirên xwe. Xwediyê hestên bi bask û dilekê germ. Di mijara te de xembar dibe pênûsa min. Çawa biwesifîne te, nizane. Mîna nexweşkî bi jehrî, bêhal dibe û neçar dimîne. Ji ber pir zehmete ku bi lêv bike bîr û baweriyên te. Binivîse dinav rûpelên dîrokê de qehremaniya te. Ji şagirtên dibistana azadiyê re bineqişîne rûkeniya te. Lewma, nikare peyvên xwe li himber serhildana te kom bike.
Tê bîra te heval, wan sozên te dayî. Ma ne te digot di vê em bi hevre bidomînin rêwîtiya xwe. Li ser axa pîroz bikişînin hindirê xwe hilmekê ji tîhna roja pîroz. Mîna li ber ava çemê ş. Harunê henekên xwe bi wan topên xesûkî bikin. Derxînin serê xwe û bibin temaşevanên ezmaneke zelal. Rakişînin bedenên xwe li têhna rojekê tevzonek. Hildin agirê veşartî di şevên cejnê de.
Heval, ma ne diviyabû me bi hevre behsa serpêhatiya bikira. Nivsandiba çîrokên evîndarên xeyalên veşartî. Xîz kiriba wêneyên şerkerên bi kevir di nav kolanên welat de. Ma ne te digot; di vê em hêz bidin hev di zor û zehmetiyên rêwîtiyê de. Derbaz bikin hemû bendên li pêşiya hevalbendiya rast. Bi hevre rakin çekên xwe û bikevin pey heqîqeta jiyanê. Çima heval mîna stêrkekê di ezman de tu li pêşiya me herikî. Bareke giran jî di cihana me de hişt. Cardin pişkivand wan birînên kûr û bendewar kir çavên li rêyên te.
Belê, te herdem digot di vê em bi xwîna xwe siberojekê azad ava bikin. Xende bikin çavên zarokên bigirî. Jehrê bikin hişmendiya hêzên gelekomî. Ji ber ti kes nikare li pêşiya azweriyên neviyên Iştaran raweste. Êdî ti kes nikare çarenûsa me binivîse. Ti kes nikare me ji himbêza dayîka me dûr bixe. Ti kes nikare evîna me qirêj bike û roja me tarî bike. Lewra di vê çav li bilindbûna çiyayên berxwedêr bikin. Mîna pêlên deryayê bilind bikin azweriyên xwe. Rengîn bikin bîr û baweriyên xwe. Bextewar bin di her kêliyê de.
Bikene hevala min a bedew, xêz bike wêneyên bîrhatiyên xwe di hizrên me de. Lê ji bîr neke, fêrmeskên kêliyên veqetînê. Pêdegariya hilgirtina hêmaya ronahiyê. Areteyên beriya serkeftinê. Mixabin, xemgîn dibe dilê min dema bi bîrtînim wan kêliyan. Tije dibe qirika min û kelegirî dibim. Mîna te gelek rêwîbûn mêhvanên heman rêyê. Lê belê, her yek xwedî şungeh û wateyekê cuda ye. Her yek jî bi heqîqeta xwe manîdar dibe.
Îro jî derbaz bû li ber çavên me wêneya evînekê pêçandî bi xwînê. Di bihareke nû de belav bû ye bêhna barûtê. Bilind dibe bi teqîna narincokê dengê qêrîna zayîneke nû. Di ezmanek şîn de qêrîna dirûşmeyên ‘‘yan jiyaneke azad, yan jiyaneke azad’’ deng vedide. Dengê qêrîna bangawaziya pênç rêhevalên hêja bilind dibe. Pênç pepuleyên ku bi bêhna biharê re zindî dibin. Bi vê qêrînê sekinîn dilên dagirker. Lewma hevala hêja Jiyan, tu bû destana vînê. Pêşeng li helwesta berxwedanê. Ji Viyan û Şîlan’an re bûyî rêheval û te keyfxweş kir dilê Zîlan’an.
Belê hevala Jiyan, bi zindîbûna xwîna dilê xwe te xêz kir yek ji çîrokên qehremaniyê. Te neqişand xalek ji wateya peyva heval. Li gel Sema û Fikrî gerand govenda azadiyê û şanaz kir serê xwedewenda dayîkê.
Li ser bîranîna rêhevala Jiyan Suruç ku bi heft rêhevalan re di encama ketina kemîna pastaran li herêma Somayê şehîd ketine.
Yekîneya Ş. Viyan Heftenîn
- Ayrıntılar