Ji beriya her tişti em roja tekoşînê û berxedana jinen 8’e Adare û roja vejîna gelê me jî li te û hemû pakrewanên şoreşê pîroz dikin. Rêheval û fermandara me Heval NÛDA keça welatê rojê, rêhevala Mazlûm, Kemal, Berîtan û Zîlanan. Bê te cejna Newrozê pîroz kirin çiqas zor jî be, lê di roja 1’ê Nisanê de gîhiştina şahadetê bi xeml û coşa biharê re mirinê bê wate dike û jiyan kirinê mîsoger dike. Lewra tu jî bi xemla biharê re bi me re dijî û tu yê her tim jî bijî.
Bi Nisanê re ji nû ve destpêdike jiyan. Jiyan, xweza, mirov û tevahî zindiyen di gerdûne de dijîn xwe nuh dikin. Ji ber bihar bi taybet jî Nîsan mizgîniya biharêye, li welatê me ê ku roj lê naçe ava. Di bşharê de hemû şînahî û ax ji tirejên rojê hêz digirin û xwe xwedi dikin. Ji ber bi germahiya rojê re jiyan peyda dibe, ger roj nebe jiyan ji nabe.
Gelo ma tenê yek mirov çawa dikare van hemû bedewiyan di xwede bide jiyankirin? Lê ger mirov hêza xwe ji rojê bigire dikare jiyan jî bike û bide jiyan kirin jî. Reheval NÛDA jî yek ji van jinên pakrewane ku tenê hêza xwe ji rojê digire û dibe parçayek ji tirejên rojê.
Em dikarin bibêjin ku hevala NUDA yek ji parçeyên xwezayê ya herî bedew bû. Ji ber gelek ji xwezayê, bi taybet jî ji axê hezdikir. Ji ber vê heskirina xwe her tim pêre mijûl dibû. Mîna ku hemû hêza xwe ji axê bigire, bi heskirineke bêhempa û bi eşqeke mezin bi xwezayê re ango bi axêre mijûl dibû. Em dikarin bibêjin ku hevala NÛDA bi xwezayê re di nava ahengekê de bû. Lewra dema mirov jê hezbike û biparêze, xweza jî, ji mirov hezdike û di himbêza xwe de diparêze. Mîna dayikek zarokê xwe biparêze. Ji ber vê dayik xwezaye, ji me re. Hevala NÛDA jî, yek ji zarokên vê dayikêye. Zaroka dayikê xwe a bi coş û pak e. Hevala NÛDA ji ber xwezayê hesdike, ji mirovan jî hezdike û jê re rêz digire. Ji ber dizane ku hêza heri mezin mirov bi xwe ye. Ji ber vê bi hêza mirovan pir bi bawer bû û pir jî giring di dît. Tiştên herî baş û xweş para mirovan didît. Tiştên nebaş û xirab jî mîna îxaneta li cevherê mirovahiyê di dît û pêre tekoşîn dikir. Lê tevî van hemûya jî ji mirovan gelek hesdikir î pê re jiyan parvê dikir. Yek ji taybetmendiyên heval NÛDA yên sereke jî hezkirina kedê bû. Em dikarin bêjin kedkareke mezin bû hevala NÛDA. Di mijarê ji gelê xwe re xizmet kirinê de jî her tim peşengtî dikir û ev yek ji xwe re weke erkeke sereke didît.
Hevala NÛDA di kesayetiya xwe de taybetmendiyên takekesiya civaka ehlaqî î polîtik bi rengeki heri baş jiyan dikir û dida jiyan kirin. Di jiyana xwe de jî xwedi sekneke bi çand û xwediyê exlaqekeki baş bû. Ji ber xwediyê van taybetmendiyan bû li derdora xwe de jî ev sekin dida avakirin. Ji bo vê em dikarin bibejin heval NÛDA navnişana çanda exlaqê şoreşgeriye. Her wiha heval NÛDA xwediyê kesayeteke pir paqij, durust û giredayi nirxandibû. Lewra Rêber APO digot “ NÛDA mina melekeyê”. Yani kesayetiya hevala NÛDA şibandiye kesayeta melekan. Tê zanin ku melek di navbera xweda û civakêde kesayetiya heri paqij qasidê xwedaye. Tiştên ku pediviyê civakê pê heye ku ji aliyê xweda ve tê gotin bi rengeki heri baş digihine civakê. Her wiha di kesayetiya melekan de paqijî, girêdan û exlaqê baş di asta heri bilind de ye. Ji ber van taybetmendiyan civak ji wan bawer dike û wana mina temsila başî û paqijiyê dibîne. Melek ne ji bona xwe ye, jibona civaka xwe ye. Di heman demê de kesayeteke xwe fedayê gele xwe kiriye. Tenê armanceke wê heye, ev jî, ji civak û mirovahiyê re xizmet kirine.
Dîsa di kesayeta hevala NÛDA de hêza wateyê pir bilinde, wate dide her tiştî û dixwaze her tiştî wate jê derxe. Ne pir gotin, jê re pir xizmet kirinê esas digire. Di vê wateye de kesayetiyeke çêkiri hevala NÛDA. Mina Rêber APO jî dibêje “ya giring ew e ku mirov wateyê bide her tişteki”. Heval NÛDA jî ev rastî pir baş fêm kiribû. Ji ber vê jî rast jiyan kirin mîna pîvanekê digirt dest. Bi wate jiyan kirin nirxên mezin bi xwe re tine.
Her wiha hevala NÛDA parêzvana nirxên civaka Kurd e. Ji ber vê çendê derdikeve çiya di qadên herî dijwar de tekoşîne dimeşîne. Mîna jineke serhildêr di nava lêgerîna rastiya jiyana azad de ye. Ji ber vê di xeta parastina rewa de bi biryarbûn her ku diçe tekoşîna NÛDA xurttir dike. Bi taybet jî mîna jineke kurd derketina çiyan û tekoşina azadiyê bi rengeke heri dijwar meşandin bedelê gelek giran dixwazê. Bêgûman ji bona nirxên civaka bi exlaq û politîk bên parastin. Pêdivî bi tekoşineke dijwar a jinan heye. Ji ber afirinerê jiyanê jin e. Heman deme de jiyanê jî diparêze. Parastin jî hêz dixwaze. Navê wê yê din ji parastina cewheriye. Di heman deme de ji bona cewherê civakê bê parastin jî pewistî bi vê tekoşinê heye. Reheval NÛDA jî ji bona ev nirx bê parastin her tim tekoşîn da û ji vê tekoşinê re peşengtî kir. Mîna gerîllayeke jin jî dema li Zagros û Botanê bû li ser bingeha xeta parastina rewa tekoşineke bê hempa meşand û li hemeberî xeta nijadperest û xiyanetkar li ser bingeha xeta parastina rewa tekoşîn kirin misoger kir. Bi coş û berpisyariyeke mezin tevgeriya, û rêhevalên xwe jî tevger kirin. Ji ber herî zêde mîna jin pêdiviya me bi xwe parastinê heye. Hevala NÛDA jî ev rastî mîna pîvan girt dest, wusa jî nezik bû. Ji bona mirov karibe bibe şervaneke xeta parastina rewa ango karibe bibe şervan û rêhevalê hevala NÛDA. Pewistî bi hezkirina çiya li hemberî hemû zor û zehmetiyan amade bûn bi rengeki bê hesap xwe feda yê gelê xwe kirin û di hêla birdozîde jî pedivî bi kûrbûn û lêhûrbûnê heye. Bi van taybetmendiyan jî li hemberî her rengê şerê taybet bi serkevin pedivî bi hişyariyeke mezin heye. Ji bona em serkeftina xwe misoger bikin jî pewistiya me bi her rengê xwe yê parastinê heye.
Mîna rêhevalên hevala NÛDA mirov dikare gelek tiştan ji bona heval NÛDA bêje û binivîsê. Lê ji pir tişt gotin zedetir bi heval NÛDA re jiyankirin bersivbûna herî raste. Di jiyane de ji jibona hevala NÛDA qanûna herî mezin jiyana azad bû. Lewra ji derveyî jiyana azad tu jiyan ji xwere qebûl nedikir. Hevala NÛDA di kesayetiya xwe de, li hemberî rastiya qomploya navnetewî di xeta Rêber APO de bilindkirina xeta berxwedanê û li dijî her rengê tesfiyekarî yê xurtkirina tekoşina partibûyinê daye jiyan kirin û ewê bide jiyan kirin.
Ger mirovek di kesayeti ya xwe de van hemû taybetmendiyan jiyan bike û bide jiyan kirin tiştekî em li ser zede bikin namîne. Ji ber van ji bona civakê erka xwe ya peşengtiyê pêk aniye. Mîna jin ji bona jina Kurd û jina Rojhilata Navîn bûye nasname û navnîşana jina leheng. Em jî mîna rêhavalên hevala NÛDA yên gerillayên jin ji bona ku em nikarin qasî ku tê xwestin jiyan nakin û nikarin bînin ziman. Em leborîna xwe ji hevala NÛDA û hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê dixwazin. Lê em bi biryarin ku tekoşina azadiyê bibin serkeftinê û hevditinekê rast bi Rêber APO re saz bikin.
Hevala te yen Tekoşinê
- Ayrıntılar
Di vê mijarê de nîqaş û nîrxandinên girîng hate kirin. Herî zêde jî Rêber Apo kir. Pişt re jî tevgera gerîla, li dibistanê gerîla de van nîqaşên bingehîn têne kirin. Çima dike? Xeta fermandar a gerîla çiye, nûneriya fermandar û şervan bi pîvanê xwe çawa ye, ji bo van eşkere bike. Ji lewra li gorî vê xetê gerîla pêşxistin, hemû hêzê gerîla li gorî pêwistiyê vê xetê perwerdekirin û rêxistin kirinê ev tê kirin. Ji aliyê din ji xwe hin nêzîkatiyên şaş ê li ser vê xetê tê ferzkirin hene. Bê îddîa, bê vîn, paş de dixîne, pasîfîze dike, bi van nêzîkatiyan çetetiyê dike, ji xetê qut dike, ji lewra xetên, pîvanên fermandar û şervan ji rê derdixîne hene. Ev jî weke nêzîkatiya çeteyên çaran, nizanim weke çeteyên gelek cûda yên çeteyên hevkar derketin holê. Niha li gel van xetan ve xeta rast a gerîla, fermandariyê van xetan temsîl dikin û fermandariyê ji bo gerîla di xeta Apocîtiyê de veguherînin, û ji xwe ji bo van nêzîkatiyan ji hev cûda bikin û muqayese bikin ev nîqaş hatin kirin. Xeta fermandariyê ya Rêheval Mahsun Korkmaz nûneriya wê dikir herdem hate nîrxandin. Rêber Apo ev got “ew kesayeta xeta îdeolojî û polîtîk ya partiya me di xeta leşkerî de temsîl dikir, yê ew derbasî pratîkê kir, yên pêvan û taybetmendiyê wê jiyandikir, dida jiyankirin, ji lewra kesayetê nûneriya pîvanên gerîla dikir û ew kesayeta pîvanên pêşeng ê gerîla temsîl dikir bû. Pîvanên fermandar, taybetmendiyê fermandar ê Rêheval Mahsun Korkmaz wusa derket hole. Bi rastî jî pîvanên mîlîtan ên partiyê bê kêmasî di kesayet a xwe de temsîl dikir. Taybetmendiye wî yê pir bi nîrx hebûn. Di aliyê fîzîkî de hezekî wî ya mezin nebû. Aliyê wî yê ji herkesî hêztir, aliyê wî yê fizîkî an jî derfetên wî yê maddî ne mijara gotinê bû. Lê di wî laşê wî yê biçûk de dilekî pir mezin hebû. Cardin di mejiyê wî de vîn û baweriyeke bêhempa dihewand. Mejî û dilê xwe ji bo gelê kurd, mirovên kurd, azadiyê Kurdistanê ve girêda bû û bi wan re bibû yek, di vê wateyê de rastiyeke wî ya kesayeta xwe bi gel û welat kiribû yek. Di vê astê de bi rastî jî kesayeteke pir rêzdar, pir dilniz bû. Pir durust û dilsoz bû. Têkiliyê wî yê bi mirovan pir bi pîvan û haydar bû. Pir perwerde dikir, rê nîşan dida. Him difikirî, him afirîner bû him jî pêk tianî. Di kesayeta Egîd de di pîvanên wî yê fermandariyê de peyvên vala nebû. Ji bo çep û rastê ferman dayîn nebû. Karekî ku wî nikarî bû bikira ji tu kesî re nedigot bike. Tiştê êwîst be bê kirin, biryar digirt û ji bo li gorî pêwistiyê wê pêk were, berî hemû kesî li herî pêş tevlê dibû. Him bi xwe kiriye, him jî ji bo kesên din wezîfeyê xwe pêk bîne alîkarî dida, piştgirî dida. Fermandariya wî wusa bû. Egît di fermandariya xwe de him fermandarî him jî şervantî dikir. Bi qasî her şervanî şervanê çalakî û jiyana gerîla bû. Lê ji herkesî zêdetir jî ji bo herkesê di yekîneyê de kesên vî karî bike alîkarî dikir, piştgirî dida, hêz dida, rêxistin dikir, pêşengtî dikir. Di fermandariya wî de wusa kedeke mezin hebû, hewldan hebû. Pêşengtî hebû. Karê giran digirt ser xwe. Di hemû jiyana xwe de wusa bû. Him şervantî kir, him jî fermandarî. Ji lewra him bû nefer him jî pêşeng. Him bû mîlîtanê partiyê him jî fermandarê gerîla. Vana hemû di kesayetekê de bi awayekî xurt gihand hev û dû. Van hemû pîvan û taybetmendiya, di nava tekoşîna pratîk de xwe perwerde kir û bi gelek aliyan xwe pêş xist. Li ser vê bingehê girêdana wî bi welat ve pir xurt bû, girêdana wî ya gel pir xurt bû. Baweriya wî ya azadî û demokrasiyê pir xurt bû. Girêdana wî ya van taybetmendiya hemû temsîl dike, ji rastiya Serokatiyê re, girêdana wî ya xeta Rêbertiyê pir xurt bû. Kesayeta wî bi wan taybetmendiya hemûyan hatibû hûnandin, xwe bi wan re kiribû yek. Ji bilî wan kesayeteke wî nemabû. Bi xeta Rêbertiyê, bi rastiya gel, bi rastiya welat, armanca azadî û demokrasiyê bi hişmendî, nêzîkatî di ruh û dilê kesayeta Egît ve bibû yek. Ji lewra her tişt bi hundirê wî dihat, ji dil dikir. Her gotinê xwe jê bawer dikir û digot, her karî jê bawer dikir û pêk tianî, bi xwestek dikir, difikirî û dikir. Ji lewra gotinê herî xweş digot. Biryara herî rast dida. Xebata herî bi bandor, herî serkeftî dikir. Her cîhê diçû serkeftin bidest dixist. Li her cîhê lê bû gotina wî dihat gohdarkirin. Dihat hezkirin. Ew wusa ne fermandarekî bi raye, hatibû wezîfedar kirin. Bi ked a xwe, bi pêşengtiya xwe, bi xwezayî ji hêla yên gel wî dihat hilbijartin, fermandarekî dihat pejirandin. Rêbereke xwezayî bû, fermandarekî xwezayî bû. Mîsoger pîvanên wî yê fermandariyê wusa bû. Pîvanê vê fermandariyê li Kurdistanê afirand. Fermandarbûyîna xeta Rêbertiyê vê pêwîst dibîne. Van hemû pîvan û taybetmendiyê vê fermandariyê kesayea Mahsun Korkmaz derxist holê û danî pêşiya ciwanê kurd. Danî pêşiya gerîla yê kurd. Bû fermandarê damezrîner ê gerîla yê kurd. Heta niha hemû tevgera gerîla, di fermandariya Mahsun Korkmaz, ji bo bîranîna wî di xeta wî rêxistin dibe, dimeşe, tekoşîn dide, heta roja me ya îro di xeta nebinkeftinê de li berxwedide û bûye tevgereke gerîla ya bûye mîsogeriya serfiraziyê. Wê bi vî rengî jî berdewam bike.
Hevalê Egîd bêberjewendî, bêhesabên şexsî bi giştî ji bo jiyana demokratîk û azad a gelê kurd, ji bo azadkirina Kurdistanê li ser esasê xwe dayinê tevlêbû. Bi wêrekî û fedakariyeke mezin tevlêbû. Ji destpêka tevlêbûnê û şûn ve di nava tekoşîna herî hişk û dijwar cîh girt. Her dem di nava refê pêşîn de cîhê xwe girt, di nava şer de bû. Bi karê herî zehmet ê şoreşê ve mijûl bû. Bi karê wêrekî û fedakarî dixwest re mijûl dibû. Li Êlihê ev kir, li Sêwrekê ev kir. Li Lubnan û Fîlîstînê wusa xebitî, xwe amadekir. Cardin li herêma Êlihê ji bo amadekirina gerîla rol a xwe lîst, piştre di 82-83’ande ji bo atirs, xof, bêvînî, bêîddîabûn herî zêde tê jiyîn, heyameke ku miromadekirinên pratîk ên gerîla, bi helavê Mehmet Karasungur ve pêşengtî kir. Xebatê amadekariyê meşand. Çalakiya Dihê (Erûh) ya pengava 15’ê Tebaxa 1984’ande hat eli darxistin, fermandariya wê kir. Her dem di xeta gerîla de bû, di xeta berxwedanê de bû. Di xeta aktîf a xeta tekoşînê de bû. Vê gihand gerîlabûyinê, ji bo avêtina gule ya destpêkê pêşekngtî kir. Bû fermandarê gule ya destpêkê avêt. Piştre jî ji bol i dijî hemû êrîşên şerê taybet ê faşîst û paşverû ji bo gerîla berdewam bike israr kir, pêşengtî kir. Li dijî hemû lawazî û kêmasî ji bo xeta gerîla berdewam bike, were rêxistinkirin, heta dawî bi israr bû, bi rik bû, berxwedêr bû. Di 84’an, 85’an û heta Newroza 86’an wusa meşiya. Di Newroza 1986’ande pêşengtiya berxwedanê kir û cardin di pêvajoya pîrozbahiyên Newrozê de di pevçûneke ketê de di 28’ê Adara 1986’ande li Gabarê şehîd ket. Heta wê demê herdem bi lehengî tevlî tekoşînê bû, bi lehengî meşiya, bi lehengî şer kir û şehîd ket. Ji lewra tevgera me vê rojê weke qehremaniya netewî pejirand, bi nav kir. Gelê kurd jî vê wusa dipejirîne. Navbera 21’ê Adarê û 28’ê Adarê weke hefteya qehremaniya netewî pejirand. Hefteya di navbera şahadeta Mazlûm Dogan heta şahadeta Mahsûn Korkmaz de weke pêvajoya qehremaniya netewî binav kir. Rêber Apo, Hevalê Egîd weke remza (sembol) lehengiya netewî binav kir. Çima weke remza lehengiya netewî binav kir? Ji ber ku li dijî rejîma faşîst a leşkerî dema li ser bingehê berxwedana gerîla weke dema lehengiya netewî binav kir. Got ev dema lehengiya gel e. Di dîroka hemû gelan de heyamên dîrokî hene. Çine van heyamên lehengiyê? Di heyameke taritî herî zêdeye, ronahiya serkeftin û serfiraziyê herî kêm tê dîtin, dema zilm herî tariye, zext, vên civakê nikarin xwe azad temsîl bikin û bijîn, berowajî vê li dijî van hemûyan heyameke tekoşînê ya gel xwe azad, demokratîk temsîl bike, bi vîna xwe jiyan bikeye. Gel bi van hene. Ji xwe wusa dibin gel. Di demên wusa de, gelên di bin zextê de karibin pêngavên pêşketinên berxwedanê bikin pêşdikevin. Dibin gel. Lê ev ji xwe wusa bi pîvanên asayî nabe. Bi pîvanên asayî nabe. Wêrekiyeke mezin dixwaze, fedakarî dixwaze. Vaye ji van heyaman re dibêjin heyamên lehengtiyê. Adeta van lehengan gelan diafirînin. Helbet lehengan jî gel diafirînin. Ji nav a xwe derdixînin. Vaye 12’ê îlonê di heyama di bin derbeya leşkerî ya faşîst de dema xwe ya herî tarî jiyandike. Zilma di girtîgeha Amedê tê zanîn. Zilma li derve tê zanîn. Cuntaya di pêşengtiya Kenan Evren de li Kurdistanê çiqas komkujiyên qirêj kirine bîlançoya wê hîn jî nayê eşkerekirin. Dewlet ji vê ditirse. Wê ev ruyê dewletê yê qirêj derkeve holê û dewleteke çiqas zalime, dewleteke reşkujer e wê were dîtin. Ji ber wê niha dernaxînin holê. Vaye heyameke wusa bû. Mirov di nava tirsê de bûn. Gel hatibû tepisandin. Rêxistin hatibûn belavkirin, xistibûn girtîgeha û li wir li ser wan îtirafkarî dihat ferzkirin, bi îşkenca dixwestin teslîm bigrin û dixwestin tune bikin. Li derve zilma leşkerî, zilma polîsan di asta herî jor bû û gel xistibûn bi zexteke ku êdî hêza xwe ya berxwedanê wunda kiribû. Li ser civakê ev ferz kiribûn, dixwestin van bi wan bidin kirin. Pêngava 15’ê Tebaxê li dijî vê pêşket. Destpêkê berxwedana girtîgehê ya mezin pêşket, bi vê serkeftineke mezin a îdeolojik hate bidestxistin. Lê ya serkeftina îdeolojîk ya leşkerî û siyasî temsîl dikir pêngava 15’ê Tebaxê bû. Tekoşîna li ser bingehê pêngava 15’ê Tebaxê pêşket vaye li dijî heyama herî tarî ya dîrokê, bû heyama lehengi yê ya gel. Heyama lehengiyê ya gelê kurd, heyama berxwedanê ya li dijî rejima leşkerî ya faşîst a 12’ê îlonê ye. Di vê berxwedanê de 15’ê Tebaxê bi pêngava xwe ya şoreşgerî tê temsîl kirin. Ev pengav, pengava lehengiya netewî ya gelê kurd e. Pêşengê, nûnerê vê pengavê jî Rêheval Mahsun Korkmaz e. Ji lewra ev dibe remza pengava lehengiyê. Yên vê pengava lehengiyê temsîl dike, hemû şehîd li pey şopa wî dimeşin, did fermandariya wî de meşiyan û şehîd ketin, dibe fermandarê wê yê mezin. Rêber Apo ji vê re got, “şehîdên şehîda”. Ji lewra ev şehîdên heyama lehengiyê di kesayet a xwe de temsîl dike, ji bo vê bû lehengê netewî. Lehengiya netewî bi wêrekî û fedakariyeke mezin a tu kesî di wê astê de bi wêrekî û fedakarî, bi serfirazî nikarîbû bimeşe, di demek wusa de bi pêkanîna vê meşê afirand. Dayina navê lehengê netewî, bi berxwedanî tekoşîn kirin û heta nefesa xwe ya dawî temsîlkirina xeta berxwedaniyê lehengtiya wî ya netewî afirand. Lehengtiya netewî derxist holê, nûnertiya wê kir. Ji lewra rastiyeke derket holê, hate afirandin, destpêkê partiyê, piştre jî gel dayê. Pejirand. Mafê wî dayê. Bi vî awayî weke lehengê netewî yê gelê kurd di dîrokê de cîhê xwe girt.
Endamê Konseya Rêveberiya KCK’ê Dûran Kalka- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 26’ê Adarê de di navbera saet 17.00-18.00’yan de li Herêmên Parastina Medya li dijî herêma Şeşdara ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 24’ê Adarê de li derdora saet 20.50’ande li navçeya Amedê Hênê li dijî muduriyeta ewlehiyê ji aliyê gerîla yê me , ji bo êrîşên polîsan ên li dijî gel bi armanca bersivdayinê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin de li avahiya muduriyetê şewat destpêkiriye, şewat heta nîvê şevê berdewam kiriye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 22’ê Adarê de di navbera saet 12.00-13.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Geliyê Pisaxa û Girê Partîzan ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obus hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Di rojên dawî de li Colemerg û navçe yên wê bi taybetî jî li Çelê û gundê we hewldanên cerdawaniyê ketiye rojeve. Weke tê zanîn bi vê polîtîkaya şerê taybet dixwazin aramiya gel xirabikin. Li dijî van polîtîkayên qirêj ên Hukumeta AKP’ê em bang li gelê xwe dikin ku bihistyar bin û em bawerin ku wê gelê me vîn û rûmet a xwe biparêze, destûr nede van hewldanên dijmin û bertekê xwe yê tund nîşan bide.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Tevî daxuyakirina tevgera me ya pêvajoya bêçalakitiyê ya yek alî a di 1’ê Adara 2011’an ku heta Artêşa TC operasyona lidarnexe û êrîş neke emê êrîş nekin hatibû ragihandin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 21’ê Adarê de di derdora saet 07.30’ande li navçeya Sêrt Dihê li dijî navbera Gundê Serxetê û Reşînê ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin. Li dijî hêzên dijmin ê derketibû operasyonê ji aliyê gerîla yê me ji bo tolhildana gerîla yê me yê li Gabarê şehîd ketibû çalakiyek hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji bo Newrozê çend roj man. Diyar e Newroza îsal ku em pêşwazî dikin ji yên salên borî dê cudatir be. Konjonktura em tê re derbas dibin û rastiyên ku di nirxandinên Rêber Apo de derdikevine holê nîşan didin ku dê Newroza îsal cuda be. Tevgerên gel ên li Afrîka Bakur û Rojhilata Navîn nîşan didin ku cîhana sedsala 21’emîn dê ne weke hêzên sermayeya global plan dikin derbas bibe. Gelan di salên dawî yên sedsala 20’emîn de pirgirêkên xwe yên heyî derbas kirin û ketin rewşeke wisa ku dê ew bi xwe pêşeroja xwe diyar bikin.
Vê pêşketinê rewşeke wisa afirand ku hêzên sermayedar ên global aloziya dijîn kurtir bû û êdî gihişteke rewşeke ku nikaribin ji nav derkevin. Modernîteya kapîtalîst bi tu awayî nikare xwe ji aloziya dijî rizgar bibe, berovajî bi pirsgirhekên nû re rû bi rû dimîne. Êdî nayê zanîn ka aloziya ku di roja me de xwe li erdnîgariyên cuda dide dê sibê şêwazekî çawa bistîne. Niha cîhan vê yekê guftûgo dike. Ne mumkûn e ku modernîteya kapîtalîst karibe ji bo pirsgirêkên dijî çareseriyeke bingehîn biafirîne. Ne mumkûn e karibe vê yekê pêk bîne. Heger ev mumkûn bûna niha pirsgirêkên ku cîhan dijî dê pir cuda bûna.
Pirsgirêkên ku di roja me de li Tirkiyeyê têne jiyîn jî ne mumkûn e ji pirsgirêkên ku modernîteya kapîtalîst dijî cuda bêne fikirîn. Bi tevahî parçeyekî wê ye. Her çiqas hikûmeta AKP’ê tabloyeke cuda nîşan dide û dixwaze rewşeke cuda nîşan bide jî ev rastî nayê guhertin. Komara tirk weke netewe-dewlet şêwaz girtiye. Netewe-dewlet jî îcadeke modernîteya kapîtalîst e. Şêwaz, rengê wê çi dibe bila bibe ya li Afrîka Bakur û dewletên Rojhilata Navîn îflas kiriye netewe-dewlet e. Li derveyî van tiştên têne jiyîn girtina komara tirk ne mumkûn e. Bijarka ku beşdarî heman pêvajoyê bibe jî heye. Ji ber ku netewe-dewletên li Afrîka Bakur û Rojhilata Navîn hatin sazkirin di dema avakirinê de ji ezmûna weke dewlet avakirina Komara Tirk sûd hate wergirtin. Ji ber vê yekê jî pirsgirêkên di roja me de ev dewlet dijîn, di rastiyê de pirsgirêk û rewşên ku komara tirk xwediyê wê ye. Û ev pirsgirêk di nava komara tirk de berfirehtir û kûrtir têne jiyîn.
Hikûmeta AKP’ê ji bo encamên ku ev pirsgirêkên komara tirk dijî asteng bike xwe weke dewleta polîs birêxistin dike. Li Tirkiyeyê pirgirêkeke cidî ya demokratîkbûnê heye. Pirsgirêkên civakî gihiştine rewşeke ku ji nav neyê derketin. Civak li ber rewşeke ku cenetê derbas bike re rû bi rû hatiye hiştin. Gelek mijarên ku demên borî ne dihatin rojevê jî niha weke pirsgirêk xwe didin der. Di serî de jî siyaseta înkar û tasfiyeyê ya li dijî pirsgirêka Kurd tê meşandin bûye sedem ku pirsgirhekên heyî wergerin kangrenê.
Yên ku bêjin dewleteke ku ev qas pirsgirêk lê hene dê nekeve bin bandora aloziya modernîteya kapîtalîst, ketina nava bendewariyeke bi vî rengî û fikirîna ku her kes dê ji vê yekê bawer bike, bi gotina herî sivik tenê û tenê xwe xapandin e. An dereweke wisa mezin e ku her kesî dixin dewsa ehmeqan.
Tirkiye di van rojên ku ji Newrozê re çend roj mane de di vê asta bilind de pirsgirêkan dijî. Rêber Apo der barê hawîra bi biryara 13’ê Tebaxê ya ‘Bêçalakîtiya yekalî’ re gotibû „Heta serê meha Adarê ez ê bisekinim û wê demê nerînên xwe bêjim.“ Di 2’yê Adarê de jî bi daxuyaniyekê ragihandibû ku divê li hêviya Newrozê bisekinin. Ev di heman demê de ji bo hikûmeta AKP’ê dihate wateya şans û derfeteke nû. Gelo dê hikûmeta AKP’ê vê derfetê bikar bîne? Em vê yekê nizanin. Lê belê derfetên ku beriya niha jê re hatibûn naskirin ne nirxandibûn. Herî dawî jî heta destpêka meha Adarê gaveke bi tenê jî neavêt û pêvajoja ji 13’ê Tebaxê û heta wê rojê gelekî xirab bikar anîbû. Di vê pêvajoya derbasbû de di planên kûr û tenik ên tasfiyeyê de israr kir û lez dabû xebatên xwe yên di vê çarçoveyê de. Vê polîtîkaya ku hikûmeta AKP’ê meşand li cem derdorên ji bo çareseriya demokratîk a mayinde ya pirsgirêka Kurd de xwedî hewldan bûn de rê li ber bêbaweriyeke mezin vekir. Van derdoran jî di destpêka meha Adarê de bi daxuyaniya weşandin pêwist dikin wiha bêjin: „Êdî gotineke me ya ji PKK’ê em bêjin nemaye, çavkaniya pirsgirêkên tê jiyîn hikûmeta AKP’ê ye.“ Gelo hikûmeta AKP’ê dê dawî li van nêzîkatiyên xwe yên baweriyê nadin bîne? Ne mumkûn e em vê yekê bizanibin. Em ê bibînin. Pêwiste neyê jibîrkirin ku gelê Kurd di vê mijarê de xwedî tecrûbeyeke kûr e.
Ji bo Newrozê hefteyek ma. Ya rast gelê Kurd bi destpêkirina rojên Newrozê hinekî zû pêvajoya Newrozê da destpêkirin. Bi çalakiyên şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê navneteweyî ya Roja Tevkujiya Neteweyî ev yek dane destpêkirin. Li çar parçeyên Kurdistanê û her cihê dijîn Kurd careke din li derdora Rêbertiya xwe bûne yek. Tevî ku ciwanên leheng ên mîna Mustafa Malçok xwe feda kirin û bi berdelên mezin jî be ev yek pêk anîn. Bi rojan li kolanan man, li hemberî êrîşên polîs bi lehengî li ber xwe dan. Tevî guleyan, îşkence û zîndanê ev yek pêk anîn.
Gelê Kurd Rojên Newrozê bi 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar wergerandin lehiyeke coşê ya tu hêz nikare xwe li ber bigire. Jinên Kurd careke din bi çalakiyên rastiya Jina Azad tê wateya Civaka Azad. Beriya bi rojan derketin kolanan û piştî 8’ê Adarê jî çalakiyên xwe domandin.
Salên borî jî gelê Kurd rêzeçalakiyên bênavber li dar xistibûn. Lê belê di Newroza îsal de ev xeta çalakiyê dê derkeve asta herî jor û di nava xwe de cudabûnan diparêze. Lewma divê bi yên berê re neyê tevlihevkirin: Pêvajoyeke ku konjonktura herêmî û navneteweyî derfetên nû afirandine, îcada modernîteya kapîtalîst netewe-dewlet îflasê dijî û dewleta tirk dê nikaribe xwe li derveyî vê yekê bigire dîsa di pêvajoya ku bêçalakîtiya yekalî ya 13’ê Tebaxê êdî bêwate bûye û di pêvajoya ku Tevgera Azadiya Kurd di dîroka xwe de pêvajoya Pêngava 4’emîn dijî de pêk tê. Divê ev yek neyê jibîrkirin.
Cemîl Bayik
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 14’ê adarê de li navçeya Şirnexê li Basê ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin. Em gihîştin agahiya şahadeta 3 hevalê me. Di derbarê bûyerê û agahiyê nasnameyên hevalê me dema ji aliyê me were zelal kirin, wê ji raya giştî re were eşkerekirin.
- Ayrıntılar