Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 5’ê Gulanê de li navçeya Colemergê Şemzînanê li dijî gundê Xelatkê, Melavana û Şikeftanê ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.
- Ayrıntılar
Di meha Gulanê de ya ku mîna meha şehîdan tê naskirin û mîna cejna şehîdan li cem gelek netewên din tê pîrozkirin. Em li her deverî dibînin ku gelê Kurd gedeyên xwe bi dilekî mezin û fireh hembêzdike û bi durişmeya şehîd namire, bijî Serok APO û PKK’ê gele û gel li vire wî bi rêtêxin û dispêrin axê. Ev herê durişmeyên ku gelê Kurd li her deverî bilind dike û bê navber ji bona aşîtî û azadiyê têdikoşe, mîna nasnemeya azadiyê derdikevin pêşberî her mirovekî azadî xwaz. Ji ber ku bedelê azadiyê gelekî girane û di van rojên dawiyê de em bi çavê xwe dibînin di hindirê serhildana gel a li Sûriya tê jiyankirin ji bona bidestxistina azadiyê bi sedê mirovan xwe fedakirin û bi yek dengî li kolanan li hemberî recîma bas a desthilat û diktator li her derî li ser piyaya û li ber xwe dide.
Ji ber vê yekê dema ku em bizivirin li ser tekoşîna gelê Kurd li Bakorê Kurdistanê em bi rengekî ber biçav dibînin ku gelê Kurd li her derî û ji bona azadî, hebûn û rometa xwe li ser piya ye. Ji 8 Adarê û heyanî roja îro gelê Kurd, bi ciwan, zarok, jin û kalên xwe ve. Ango ji heftsalî heyanî heftsalî li herderî ji bona bidestxistina mafê xwe yê jiyanê û azadiyê li ser piyan e.
Ji ber ku gelê Kurd ji her milî ve gihiştiye wê baweriyê ku AKP mîna gayekî serxweş û çavsor lêhatiye û tu kesî li pêşberî xwe nabîne û ji hemû taybetmendiyê mirovahiyê dûrketî ye. Ji lewra ew kesekî nebihîze, nabîne û guhdarî nake, ji milekî ve dest bi şîretan kirîye û mejî dide hemû serokên dunyayê û di her navberekî de ji wan re dibêje; pêwîst e ku hûn guh bidin daxwazî û xwestekên gelê xwe. Lê dema ku mesele tê ser qirkirin û tesfiya gelê Kurd, wê demê Erdoxan şûjina çavê xwe de nabîne û derziya ku di çavê li pêşberî xwe de dibîne û li her derî fermana kuştina gelê Kurd dide û ji heft salî heyanî heftî salî dide ber guleyan, wan qetil dike û tavêje hindirê zindanan de. Piştî vê yekê jî bi rûyekî gemar, qirêj û mîna çermê gamêşan qayîm derdikeve pêşberî gel û dibêje pirsgirêka gelê Kurd li Tirkiya nîne, lê tişta heyî mirov dikare bibêje ku li holê pirsgirêka birayên me yên Kurd heye û ev pirsgirêk jî em ê bi wan re çareserbikin. Ew birayên ku Erdoxan behsa wan dike, ew kurdên ku xwe firotine AKP, destê wan li her derî di nava xwîna Kurdan de ye û pêwîst e ku herkes bizane ew kesên ku gelê Kurd he roj wan lehnet dikin ne nûnerên gelê Kurd in û ne jî dikarin bikin.
Ji ber ku AKP gelê Kurd mîna gelekî napejirîne û jiyana azad layiqê wî nabîne û her tim dixwaze ku gelê Kurd mîna koleyan li ber destê xwe bibe û bîne û li gorî dilê xwe wî bikarbîne. Ji lewra bi vekirina qenala TRT 6 û henek qursên Zimanê Kurdî yên ku bi rêya wan çand û kelepora Kurdî berovajî dikin û dixwaze bi rêya van tiştan gelê Kurd û cîhanê bixabîne. Ji ber ku mîna AKP xwe dixapîne dixwaze gelê Kurd û cîhanê jî bixapîne û bi dayîna çend tiştên erzan pirsgirêka gelekî ji çav derîne û bi rûyekî gemar were û bibêje ma hûn ji vê zêdetir çi dixwazin. Mîna aqilmendekî dema ku ji hemû serokên dinyayê re di serî de destebirayê xwe Beşar re dibêje: Pêwîst e ku tu dest bi reforman bikê û guh bidê daxwazê gelê xwe û dev ji kuştina mirovan berdê. Lê dema ku Erdoxan van şîret û derewan li derdorê xwe belav dike, mirov wê demê baş hîs dike ku zarokên gelê Kurd yên ku ew bi dest xwe dikuje li ber çavê wî mirov nayên hesibandin.
Lê ya giring ew e ku gelê Kurd êdî gihiştiye wê astê ku pêşeroj û çarenûsa xwe bi destê xwe xêzbike. Ji ber ku rastiya AKP ji her milî ve hatiye naskirin û pîlanê wê yê tesfiya gelê Kurd û hemû destkeftiyên heyî roj bi roj li ber çavan ronî dibe. Ji ber vê yekê pêwîst e ku êdî gelê Kurd baweriyê xwe bi AKP û derewê Erdoxan neyne û xwe ji hemû davik û leystokên ku AKP dide meşandin dûrbigre.
Ji ber ku diştek di destê AKP de nemaye ji bilî derew, hîle û rêya xapandina mirovan kurtêlxwer yên ku ji bona çiqar û menfiheya xwe ya taybet hazirin ku 10 teqle bidine xwe. Lê gelê Kurd bi rêya felsefeya Rêber APO û tekoşîna şehîdên pakrewan yên ku bi xwîna xwe yekîtî û hevgirtina gelê Kurd pêktînin wê nêzîk ne dûr çarenûs û azadiya xwe bidest bêxe. Ji lewra konên çareserî û azadiyê û nimêjên ku bi rengekî azad li kolanan têne meşandin û dengên ku di 12 pûşberê de derkevin holê wê rastiya AKP hîn bêtir derxînin ronahiyê û her dilopek xwîna zarokên Kurdan wê bihayê wê gelekî giran be. Wê gavê kojerê mirovan û xwînmijê xwîna Kurdan Erdoxan wê di dadgeha gel de were dadgehkirin.
Ji bona vê yekê pêwîst e ku her kurdekî azadî xwaz rastiya AKP rojekî ji berya rojekî nasbike û xwe ji bandora geroneka wî ya xapînok rizgarbike û li cem gelê xwe û rastiya dîrok, çand û hebûna xwe ya azad cih bigre. Bi taybet ciwanên Kurd yên ku her roj rastî heqaret, îşkence, girtin û kuştinê tên, pêwîst e xwe ji vê rewşê rizgar bikin û rêya çarenûsa xwe bi destê xwe xêzbikin û li her deverî xwe bi tevger û rêxistin bikin û cihê xwe di nava refê gerîla de bigrin. Ji ber ku dem dema xîret, namûs û berxwedanêye. Her roj ciwanê me li kolanan têne kuştin û zarokên me destê wan têne şikandin û xweş û dayîkên me bi jopê leşkerên dev bi xwîn têne lêdan. Ma heyanî kengî bindestî, rezalet û koletî.
Dema ku her ciwanekî Kurd van pirsan ji xwe bike û li bersiva wan bigere, wê gave wê tenê rêya tekoşîn û berxwedanê li pêşberî xwe bibîne. Ji ber ku dijminê gelê Kurd tu rêyên jiyanê ji bona me Kurdan li holê nehiştî ye.
Munzur Canfeda
- Ayrıntılar
Di serî de mirov bi wesîleya meha gulanê meha şehîdên pakrewan, hemû şehîdên azadiyê bi bîrbîne û bejna xwe li ber rometa doz û hebûna wan ditewînin.
Hem meha Gulanê û hem 6 ê Gulanê di dîrokê de xwedî cihekî xwe yê giring heye. Ji ber ku di 6 Gulanê de li hemberî hemû pêşengên çepê tirk di sala 1970 de pêlekî qirkirin û tesfiyê destpêdike, li ser vî bingehî êrîş li ser tevgera çep ya demokratîk tê destpêkirin û hemû pêşengê wê têne qetilkirin. Ji milê dîrokî ve dema ku mirov li meselê dimeyzêne, di 6 Gulana sala 1916 an de li şamê li ser destê Cemal paşa elsefah fermandarê artêşa osmaniyan yê hikûmeta itîhad û tereqî yê Şamê bû.
Di wê demê de hemû kesên xwendevan û rewşenbîrên ku tekoşîn û tevgereke ber biçav didane meşandin bi destê Cimal paşa ve têne qetilkirin. Ji bona vê mirov dikare bibêje ku hemû rûdanên qewimîn bi hevre girêdayîne. Di serî de 6 Gulana 1916 û 6 Gulana 1970 -1971 de ku têde hemû pêşengên çepê tirkan hatî dardekirin bi hev re girêdayî ye. Di serî de mîna Denîz Gezmîş, Yûsif Eslan û gelek pêşengên çepê tirkan di vê rojê de bi destê dewleta tirkan têne kuştin.
Ji milekî din ve meha Gulanê ji bona tevgera azadiya gelê Kurd PKK’ê jî mîna mehekî giringe. Ji ber ku di 2 Gulanê de hevalê Mehmed Qeresonger, îbrahîm Bîlgîn bi destê hêzên YNK têne şehîdxistin û di 11 Gulanê de hunermenda hêja hevala Mizgîn şehîd dikeve. Weke din di vê mehê de jina Kurd a serbilend Leyla Qasim jî bi destê recîma basa Îraqê tê şehîdxistin. Weke din di navberê de di 17ê Gulana sala 1982an de, çar şoreşgerên Kurd, Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmut Zengîn, li zîndana Amedê agir berdan bedenên xwe û şehîd ketin.
Di 18ê Gulana sala 1977an de, ji pêşengên serokatiya Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê Hakî Karer li Dîlokê di encama qomployeke ji aliyê Sitêrka Sor ve hatî lidarxistin de bi xayîntî tê şehîdxistin. Ev şehadet di têkoşîn û berxwedana neteweyî ya Kurdistanê de weke destpêka pêngaveke nû hat ragihandin. Di 18ê Gulana sala 1978an de jî, şorşegerê têkoşîna azadiya Kurdîstanê Xelîl Çavgun li Cirnê Reş hate şehîdxistin.
Di meha Gulanê de jî gelek serhildanê Kurdan li hemberî zilm, zordarî û desthilatiya ku li ser gelê Kurd dihate meşandian hatin destpêkirin. Ji wan serhildanan mîna serhildana geliyê Zîlan, Motkê, Stewrê û serhildana Agirî. Ji milekî din ve jî di 6 Gulana sala 1996 an de li hemberî Rêber APO reşkujî û bêbextiyekî qirêj bi destê hikûmeta Çîler û Mesu Yilmaz hate lidarxistian.
Ji bona vê yekê meha Gulanê ji bona gelê Ereb, Tirk û gelê Kurd cihekî xwe yê cuda digre û ji bona hersê civahan jî hem 6 Gulanê û hem meha Gulanê cihekî xwe yê taybet digre. Ji ber wê meha Gulanê mîna meha tekoşîn, berxwedan, serhildan û şehîdan e. Ji ber ku di vê mehê de gelek cangoriyan xwîna xwe li ser vê xakê rijandine û bi xwîna xwe pêngav û destanên bakrewantiyê li ser singa dîwarê zindanan û di nava dilê gelê Kurd de kolan e.
Di vê mehê de hemû hêzên têkoşer û hêzên desthilat li hemberî hev tekoşîneke bê navber dane meşandin û di encamê de mirov dikare bibêje ku berxwedana gelê Kurd û şehîdên azadiyê di vê şerî de ala zadiyê hildane jorê û serkeftin bi destê xwe xistine. Di serî de mirov dikare bibêje ku komkujiya di sala 1916 de li hemberî li hemberî rewşenbîrê Ereb kirî, hikûmeta itîhad tereqî ye. Ji ber ku hikûmeta itîhad tereqî di nava Osmaniyan de hikûmeteke faşîzaneye û ji berya ku faşîzm li Ewropa bi destê Hêtler û mûsîlînî pêşbikeve û firanko derkeve pêş. Ji berya wê di nava hikûmeta itîhad terqî de û li ser fikrê toranîzmê û netewparestiya tikîtiyê itîhad tereqî di encamê de derdikeve pêş.
Ji pêşengê wê mîna Telhet paşa, Enwer paşa û cemal paşa yên ku mîna serbazên vê hikûmetê têne naskirin, bi destê wan ev hemû bûyer rûdidan. Di bingehê xwe de itîhad tereqî fikir û remanê elman yê netewperest ji bona xwe bingeh digre. Ji ber vê yekê Tirkiya di şerê cîhanê yê yekemîn de cihê xwe li cem Elmanya digre, lê dema ku di şer de Elmaniya bindikeve hikûmeta itîhad tereqî jî hildiweşe û embiratoriya Osmaniyan jî dihilweşe û piştî wê Mistefa kemal derdikeve pêş. Lê bi hilweşandina Osmaniyan re û dema derketina Mistefa Kemal mîna serokê cimhûriyetê û ji beriya wê jî itîhad tereqî nehilweşe, lê belê ew derdorê Mustefa Kemal dorpêçdikin û piştî mirina wî careke din derdikevin meydanê û careke din bi hişmendiya netewperestiyê û toraniya faşîzmê xwe bi bandordikin. Ji bona wê yekê van kesê faşîst çepê tirkan û pêşengê wê ji xwe re dikirin armenc. Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje ku derbeya 12 ê Adara 1970 de rûdayî armenca wê tesfiyekitina tevgera çepê tirk û hemû bizavên demuqratîk yê çep li Tirkiyayê bû.
Ango mirova dikare bibêje ku zihniyeta Cemal paşa û derbeya 12 Adarê li hemberî çepê Tirkan heman hişmnedî, fikirê faşîst û netewperest e. Ji milekî din ve yên ku hevalê Heqî Qarer di 18 Gulana 1982 de şehî têxînin cardin ev zihniyete û hemû jî bi hev re girêdayî ne û ji yek navendê têne birêve meşandin û armenc ew e tesfiye û qirkirina hemû hêz û tevgerên şoreşger û demuqrat e. Ew zihniyeta itîhad tereqî ya heyî îrojî hîn li ser kare û bi rengekî ber biçav di partiya MHP, CHP û AKP xwe dide pêş û hîn bi rengekî ziravtir xwe li her derî bi rêxistin dike. Erdoxan bi kiras û tûyê islama siyasî vê yekê dimeşîne û herdû partiyên din jî bi rûyê netew perestî vê yekê didine meşandin. Hişmendiya ku ev hersê partîjî didine meşandin jî di serî de kolekirina civakê ye û mîna nemrûd û ferewnan xwe li ser xwîn û hebûna gel dana jiyankirin e. Li beramberî vê hêzê bê guman hemû tevgerên azadî xwaz û demuqrat cihê xwe digrin û hemû xebat û tekoşîna wan ji bona recîmê armence. Ew tekoşîn di sala 1916 an de di kesayeta rewşenbîrên Ereb de derketî ye meydanê, mîna Ebdilxenî Erîsî û gelek rewşenbîrên din yên ku wicdana civaka Ereban temsîldikirin. Ji ber eger ku ew rewşenbîr nehatibane tesfiyekirin, wê rewşa civaka ereban ne mîna îroban e û wê civaka Ereban ber bi azadiyê ve çûbane û ger ku Denyîz Gezmîş û Mahir Çayan jî nehatibane kuştin wê Tirkiya jî ne di vê rewşê debane.
Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje ku dijminê heyî çi itîhad tereqî û ci partiya behis hemû jî yek zihniyetin û bi hevre dimeşin û li hemberî civakî heman siyasetê didine meşandin, di dawiyê de armancê wan tesfiyekirina hemû hêz û bizavên azadî xwaz û demuqrat e. Lê bi derketina PKK’ê re rewşa heyî heyanî astekî hate guhertin, ji ber ku PKK’ê temsîla nasnama rojhilata navîn bi tevahî dike. Ji ber vê yekê, herçiqasî ku gelê Kurd nebûye xwedî dewlet, lê civaka gelê Kurd ji civaka Ereb û Tirkan hîn bêtir azade. Ji ber ku hem civaka Tirkan û hem jî civaka Ereban jî heyanî astekî ji azadiyê dûrin. Rewşenbîrên ku xwe mîna pêşengê civakê didine xuiyakirin îro tiştekî ji bona gelê xwe nakin û ji bona pergala serdest her tiştê qirêj dikin.
Ji bona vê yekê mirov nikare bibêje ku civaka Tirk xwe gihandiye azadiyê û ger ku xwe wisa jî hîsbike, ew gelek dixapîne. Ji ber ku azadiya ku ew ji bona xwe dipejirînin mîna xaniyê li ser berfê hatî avakirin e û dema ku ji teriyê derkeve ber ronahiya rojê wê rastiya wê hîn bêtir derkeve holê.
Bi vê ewayî mirov dikare bibêje ku azadkirina civaka gelê Kurd di eynî demê de azadkirina civaka Ereb û civaka Tirkan e. Ji ber ku hemû gelên ku di nava xaka rojhilata navîn de jiyandikin jiyana wan bi hev ve girêdayî ye û ancex di hindirê jiyaneke azad û demuqrat de bi hevre jiyanbikin û biratiyeke rast û dirist bi hevre bidin meşandin. Di roja îrode jî dema ku em dibînin xwîna hemû şehîdên gelê Ereb, Tirk û Kurdan dikeve nava hev û ji bona yek armenc û yek dozê tê rijandin, bê guman ew vê rastiyê dide xuiyakirin.
Di dawiyê de careke din em di meha Gulanê de meha şehîdan bejna xwe li ber hemû şehîdên azadî û tekoşîna gelan ditewînin û hemû gel û mirovên ku ji bona azadî û hebûna xwe têdikoşin silavdikin û dibêjin bijî biratî û dostanî û azadiya gelan.
Hamid Dêrik
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 4’ê Gulanê de di 23.00’yan heta 5’ê Gulanê saet 02.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Geliyê Pisaxa, Gundê Bazinga û Gundê Zavîtê ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Basına ve Kamuoyuna!
4 Mayıs günü 23.00 ile 5 Mayıs günü 02.00 saatleri arasında Medya Savunma Alanlarına bağlı Haftanin’in Geliyê Pısaxa, Bazinga Köyü ile Zavîtê köyüne yönelik olarak TC ordusu tarafından havan ve obüs saldırısı yapılmıştır.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 3’ê Gulanê de di navbera saet 11.00-13.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Gundê Alaniş, Girê Partîzan û Geliyê Pisaxa ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Tevger a me li gorî biryar a xwe ya mayina di pozisyona parastina rewa de ya heta 15’ê Pûşperê dirêj kiriye, tevgeriyaye û derveyî rewşên zarûrî tevnegeriyaye û tevî ji pratîkên ji rewşên pevçûnê xwe dûr xistiye lê di êrîşên Artêşa TC’ê kêm bûn nebûye, êrîş, rêbaz û taktîkên xwe zêdetir kiriye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 3’ê Gulanê de (îroj) di navbera saet 05.00-06.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Geliyê Pisaxa ku girêdayî Heftenînê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 26’ê Avrêlê de li navçeya Dersim’ê li Pulumurê li herêma Sewdînê di navbera gerîla yê me û leşkerên dijmin ê derketibûn operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnên du roja berdewam kiriye, bikaranîna zêde ya teknîkê ji aliyê Artêşa TC’ê û pevçûnan de 7 gerîlayê me gihiştiye şahadetê.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 30'ê Avrêlê de (îroj) di navbera saet 05.00-06.00'ande li Heremên Parastina Medya li dijî Gundê Biyê, Şêtanûs û xeta Avaşîn ku bi ser Zagrosê ye ji aliyê Artêşa TC'ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar