Vê yekê hem ji derdorên dewletê, hem jî ji PKK’ê, hem jî ji derdorên kurd. Di vê mijarê de li gorî pêwîstiya berpirsyariyên min, pakêta min a çareseriyê heye. Ez li ser dixebitim. Ger ku hetanî serê hezîranê ku nûnerek hikûmetê yanî yê dewletê were, ez dikarin daxuyînim. Di vê mijarê de min peyamên Salîm Dervîşoglu, Hûseyîn Kivrikoglu, Karadayı, Îlter Tûrkmen ên di çapemeniyê de cî girtine xwendin, ew mirovên bi aqil in, bi aqilmendî diaxivin. Fêm kirine ku pêwîst e pirsgirêka kurd hewaleyî derve neyê kirin û em di nav xwe de çareser bikin. Ez jî wisa difikirim. Pêwîst e ku em pirsgirêka kurd di nav xwe de çareser bikin. Ya rast ev e.
Ger ku hikûmet hetanî 1’ê Hezîranê riyeke wisa ya diyalogê veneke, ez ê li vir îlan bikim. Ez ê li vir ji rayagiştî re rapor bidim. Ji ber ku ez di nav de me dizanim. Ez vê ji ber pêwîstiyên berpirsyariyên xwe dikim. PKK hetanî 1’ê Hezîranê dem daye! Ez wan fêm dikim. Mîna ku di hevpeyvîna Hasan Cemal de hatiye weşandin, Cemal bahsa vanan dike. Ez PKK’ê dizanim, hêza wan heye. Ger ku hetanî 1’ê Hezîranê diyalog destpê neke, wê di PKK’ê de sê tişt bi pêş bikevin. Yekemîn parastina pasîf –jixwe rewşa niha ev e- Mesela, li Cudî didin pey wan, ew jî hewl didin xwe veşêrin. Duyemîn parastina çalak, ev jî şerê gerîla yê çalak e. Yanî çalakiyên bi plan û bi pergal di PKK’ê de parastina çalak e. Di parastina çalak de derbasbûna rewşa êrîşê heye. Sêyemîn berxwedaniya topyekûn e. Ku mîna îro li hember DTP girtin û çewsandin derê asta herî jor, di vê rewşê de wê berxwedaniya topyekûn bi pêş bikeve.
CHP û MHP nûnerên siyasî yên Ergenekonê ne. AKP di mijara çareseriyê de tu tiştek nekiriye, nake jî, hewl dide roja xwe xelas bike. Di çavên min de AKP, ne tu tiştek e, siyaseta rojane dike û di polê(sınıf) de dimîne. Pirsgirêka kurd wisa ne pirsgirêkeke bi siyaseta rojane bê çareserkirin. Ger ku AKP hetanî 1’ê Hezîranê riyeke diyalog û çareseriyê veneke, ez ê bêjin Ergenekonê li ciyek din negerin, Ergenekon bi xwe AKP’ye. Ji sala 2002’yan pê de di mijara çareseriya pirsgirêka kurd de AKP mijûl dike û tiştek nake. Ez ji vir careke din bang li hikûmetê dikim, divê riya diyalog û çareseriyê bikaribe veke. Ji 1’ê Hezîranê pê de ji dilopek xwîna ku birêje ez ne berpirs im, wê AKP berpirs be. Di bûyera li Licê de 9 leşker, leşkerek jî li ciyek din bi tevahî deh leşker mirine. Ve kontrolkirin ne hêsan e. Ehmed Turk jî bi tena serê xwe nikare kontrol bike. Murat Karayilan jî nikare ji Qendîlê kontrol bike. Ez bi vê rewşa xwe, bi vê asûna(konum) xwe nikarim tam bikim, tu kes tam nikare bike. Di PKK’ê de komên otonom hene. Ku çareseriya demokratîk nebe, di mijara parastina xwe de wê ev sazbûn çi dizanin wê bikin. Wê çend PKK derên, hûn ê nikaribin tiştek bikin.
*Beşek ji hevdîtina Rêber Apo ya 6’ê gulana 2009’an
- Ayrıntılar
Di 8’ê gulana 2009’an de li Çiyayê Gabarê saet di navbera 05:00-07:00’an de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve operasyon li dar ketiye û di vê operasyonê de ji hêla balafirên şer ên dijmin ve qad hatiye bombebarînkirin.
8 Gulan 2009
- Ayrıntılar
Di 6’ê avrêla 2009’an de ji hêla balafirên şer ên artêşa tirk ve li hember qada Zapê ku li Qadên Parastina Medyayê ye bi roj saet di navbera 12:30-13:00’an de êrîşeke hewayî hatiye li dar xistin.
7 Avrêl 2009
- Ayrıntılar
Li gundê Çilkanî çil kanî ziwa bûn, pê re jî dilê çil milyon kurdî şewitî.
Cahşîtiya li Kurdistanê birîneke kûr a dîroka kambax e û dev ji me bernade.
Ev bi dehan salana ye ku deleta dagirker a tirk li Kurdistanê bi saya vê sazûmana cahşîtiyê xwe li piyan dihêle. Şerê xwe yê qirêj û parastina xwe bi cahşan dike.
Niha jî piştî komkujiya hovane ya li gundê Çilkaniya Şemrexê, ev sazûmana cahşîtiyê, careke din dilê me kurdan dişewitîne. Dijminên gelê kurd vê sazûmanê ne tenê li bakurê Kurdistanê, li her çar parçeyên Kurdistanê belav kiriye. Li hember vê bi milyonan kurdê birûmet nokertiya dijmin qebûl nekirin û dijmin çar hezar gund şewitand, bi hezaran qetl kir û bi milyonan gelê me koçî metrepolan bûn. Dijmin bi vê jî nema, li bajar û metrepolan jî bi pişavtin û bi birçîbûnê terbiyekirinê, bênavber êrîş bir ser gelê me.
Cahşîtî, di vê bahara rengîn de li Kurdistanê çil û çar kanî ziwa kir li Çilkaniyê.
Di serî de yên vê sazûmanê bi cî kirine, eşîrên xwefirotî ne û li Kurdistanê kîjan hêz desthilat be xwe didin aliyên wan. Ev taybetiyeke qereqterê van derdora ne. Serekeşîr li ser navê hemû endamên eşîra xwe bi desthilatan re bazariya xwefirotinê dikin.
Bi derketina PKK’ê re, me destpêkê li deverên mîna Cirnê Reş û Siwerekê eşîrtiya noker, eşîrtiya xwefirot hedef girt û ev li hemû deverên bakurê Kurdistanê belav bû. Her çiqas bi têkoşîna çekdarî ya Tevgera Azadiyê re sazûmana eşîrtiyê bi piranî hate belavkirin jî, lê gelek eşîr xwe bi tevahî dijmin re kirin yek û bûn seyên ber derê dijmin. Wekî mîna mala bûcakan, Tahîr Adiyamanan, Kamîl Atakan, pêşengiya vê nokertî û cahşîtiyê dikin. Ev sazûman ji van derdoran re bûye deriyê nan û nanê xwe ji xwîna gelê xwe derdixin.
Ji bilî van derdoran bi piranî kurd ji neçarî cahşîtiyê qebûl kirine û gelek ji wan jî heta ji dest wan tê jî, li hember gel rêzdar in û bi gerîlayan re nakevin şeran.
Li hember vê seridîna kurdên kevn, kurdên kole, kurdên ku hêviya wan ji jiyaneke azad nemane, her ku cahşîtî dikin, pê re jî dikevin psîkolojiya mîna ku xwediyê vê dewletê ew in, adalet ew in, hêz ew in, bêyî ku rojek wê ji wan hesap bê pirsîn, hov dibin û har dibin.
Di tevahiya têkoşîna me de, cahşîtî û nokertiya li Kurdistanê bûye sedema bi hezaran hevalên me û pê re gelê me di warê madî û manewî de gelek zirar bibînin.
Bifikirin, bi dehan hezaran kes hene û vanan tev bi çek in. Her diçe ji civakê dûr dimînin. Di nav dinyaya xwe ya tirs, mirin, kuştin û bêpêşeroj de, ji civakîbûnê dûr dikevin û her diçin ber bi prîmatbûnê yanî ber bi heywanbûnê ve diçin. Lewra her ku ji civakê dûr dikevin, pê re jî ji ehlaq û felsefeyê jî dûr dikevin û tenê jiyana wan gundê wan û ew efendiyên wan ên dagirker in. Ev jî dike ku mîna heywanan êrîş bibin derdora xwe. Piştî demekê exlaq û rehm tune dibe di nav wan de.
Vaye bûyera li gundê Çilkanî jî ji hêla komek heywanên wisa ve pêk hatiye. Ji ber ku her tişt ji wan re rewa ye, wisa difikirin ku wê dinya her wisa bizivire. Ma bi dehan kesan mervên xwe jî bikujin jî wê çi bibe?
Dijmin dibêje nakokiyên te hebin, mirovên te bin jî, kerem bike bikuje. Ez têkildar nabim. Ez ê te biparêzim, bi şertê ku kes nefilite. Dijmin li gorî xwe hesap dike ku, wê kurd kurdan bikuje, ji ber ku ji bona wan “kurdê baş yê kuştî ye” û wê di ser de jî bigotana PKK kiriye, vaye vanan bangên diyalog û aştiyê dikin û lê sivîlan dikujin.
Niha jî ji bona vê bêbextî, vê ketîbûnê, vê alçaxbûna xwe bincil bikin, bi toreyan bi dozên xwînê ve girê didin. Hemû çapemeniya mehmedok, çarşef bi çarşef meseleyê bi toreyan ve girê didin.
Lê bila ev baş bê zanîn, ne kurd hov in û ne jî meseleyên tor û dozên xwînê tenê di nav kurdan de heye. Bûyerên wisa li Tirkiyê deh qat zêdetir tên jiyandin, lê digel vê bi van propagandayan dixwazin kurdan hov nîşan bidin. Di nav kurdan de tore hebe jî, lê di çanda kurdan de tu carî kuştina jinan nîn e, kuştina zarokan nîn e, hele hele li ser nimêjê kuştina mirovan qet nîn e. Encax û encax alçaxiyek wisa, ji hêla ew dijminê qehpe ve û seyên wan ve bê kirin.
Êdî dem hatiye ku ev sazûman hilweşe. Cahşîtî deqeke reş e. Ev deq wê ji bav û kalan derbasî zarokan bibe û wê tu carî ji eniya wan neçe. Çiqas zûtir ji vê riya bêrûmet veger çêbe, wê gelê kurd wan efû bike.
Ku ev nebe jî, wê gelê kurd tu carî van derdorên ku cahşîtiyê dikin, efû neke. Ne em efû dikin û ne jî dîrok.
Rûbar Andok
- Ayrıntılar
Di 30’yê avrêla 2009’an de ji hêla balafirên şer ên artêşa dagirker a tirk ve li hember qadên Mawata û Basya êrîşeke hewayî hatibû li dar xistin. Di vê êrîşê de du gerîlayên me yên ku birîndar bûbûn, digel hemû hewldanên me gihîştine şehadetê.
Der barê hevalên me yên şehîd de;
SERDAR MAZLUM HUSEYÎN BÎLÎR 1984 / ÊLIH EDÎBE KEMAL 1999 MAWA | |
BAGER BAGOK UGUR KARABOGA 1984 / WAN ZULFÎNAZ CEMŞÎT 2002 BAŞÛR |
- Ayrıntılar
1 – Di 2’yê gulana 2009’an de piştî danê nîvroj ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li hember qada Girê Helîz ku bi ser herêma Bestayê ve girêdayî operasyonek hatiye destpêkirin û heman rojê bi paş ve vekişiyaye.
2 – Di 1’ê gulana 2009’an de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li hember qada Kursê Keça ku girêdayî Çiyayê Cudî ye operasyonek hatiye destpêkirin û operasyona navborî hê jî didome. Der barê operasyonê de em ê piştre rayagiştî agahdar bikin.
- Ayrıntılar
1- Di 29’ê avrêla 2009’an de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li hember qadên Kelatê û Govendê ku girêdayî Eyaleta Zagrosê ne operasyonek hatiye destpêkirin. Digel ku hêzên gerîlayên me di pozîsyona bêçalakbûnê de bûne jî, ji neçarî danê nîvroj saet li derdora 12:30’an de bi leşkerên artêşa dagirker a tirk re ketine pevçûnê. Di pevçûna ku hatiye jiyandin de 2 ji wan çawişê pispor bi tevahî 3 leşker hatine kuştin. Piştî pevçûna qada ku şer lê qewimiye bi topan û bi firokeyên kobra hetanî danê êvarî hatiye lêdan.
2- Di 30’yê avrêlê de balafirên şer ên artêşa dagirker a tirk qadên Mawata û Basya ku girêdayî Eyaleta Zagrosê ne danê sibeyî saet ji 9:00’an hetanî saet 12:00’an êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di encama van êrîşan de 2 gerîlayên me gihîştine şehadetê.
Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd de;
NECBÎR KAHRAMAN HEDIYE CUMA 1974 / DÊRIK ADLA CUMA 1996 ZAGROS | |
CIWAN JIYAN ÇELENK M.ALÎ KAÇAR 1979 / COLEMÊRG HANÎ ABDURRAHMAN 2003 ŞEMZÎNAN |
- Ayrıntılar
Ji bona welatek keskesor
Xwîn dinuqute hetanî dilopa dawîn
Û
Milîtan dibin destbirak
Û
Gel dibin bira...
Şoreşgerî, sekna xwegihandin û rûmetkirina keda azadiyê ya bi hezaran salan a gelan e, dawîn xwe gihandina serkeftina şoreşê û gihîştina sosyalîzmê ye.
Di di Tirkiyeya roja me ya îroyîn de Orhan Yilmazkaya; Mahîran, Hûseyînan, Yûsûfan, Kadîr Mangalan, Ûlaşan, Îbrahîman û Sînanan bi rûyên wan ê xweşik û bi hezkirina wan berz a ku di oxira wê de şer kirin û ku bûn şervanên rûmeta mirovahiyê, rêheval Orhan careke din ew nîşanî gel da. Orhan Yilmazkaya got ku; ku bibe jiyanek bi wan re û bi berxwedanî. Orhan Yilmazkaya, bû Mahîr, bû Hûseyîn, bû Yûsûf, bû Kadîr Mangalan, bû Ûlaş, bû Îbrahîm, bû Sînan û bû navê jiyana bi rûmet û ev ê ji niha şûn ve ev wisa bê zanîn.
Dîsa di Tirkiyeya roja me ya îroyîn de Orhan Yilmazkaya, bû nav û sekna li hember derdorên ku vî welatê giranbuha pêşkêşî emperyalîst û siyonîstan kiriye û ji bona vê pêk bîne, li hember nokerên ku gelan berdidin hev, bû navê şer.
Dîsa di Tirkiyeya roja me ya îroyîn de Orhan Yilmazkaya; bû namûs û rûmeta rewşenbîriyê. Ew bû navê deşîfrekirina derdorên ku şelaqiya emperyalîst û siyonîstan dike û qîriya; “Ku tu rewşenbîr bî, tu rewşenbîrê çi yî”û bû navê pêşengiya milîtaniya rewşenbîr a gelan. Ev vexwendineke ji her rewşenbîrî re û banga têkoşînê ye.
Orham Yilmazkaya di dîroka mirovantiyê de, ew ala ku milîtanên azadiya mirovantiyê dewr girtibûn bi layîqî hilgirt û ala sosyalîzmê ji yên pey xwe bi layîqî hişt.
Hevalê Hamdî, Rêheval Kadîr Xelîl, Fermandar Orhan Yilmazkaya, naskirina te û şahidiya berxwedaniya te ya berz bo me rûmetek e.
(Xeyrî Kiziler)
- Ayrıntılar
Digel ku em wekî HPG li biryara bêçalakbûnê ya KCK’ê îlan kiribûn girêdayî man jî, lê di hefteyên dawîn de dewlet û artêşa TC’ê êrîşên xwe li hemberî gelê me û gerîla bi gurahî berdawam kiriye.
Di vê demê de êrîş li hemberî siyasetmedarên kurd, lînçkirina zarokên kurd û qetilkirina wan berdewam kiriye û polîtîkayê tunekirin û înkarkirinê ji leza xwe tu tiştek kêm nekiriye. Bi vê ve girêdayî digel ku gerîlayên me di pozîsyona bêçalakbûnê de ne jî, ji her demê bêtir li hember gerîlayên me operasyonên berfireh û bi şid hatine destpêkirin.
Ku wisa li hember gelê me û li hember hêzên gerîlayên me ewqas êrîş çêbibin, li hember vê bila tu kes ne di bendewariyê de ku em ê fena miya boraqê van êrîşan pêşwazî bikin.
Divê her kes baş bizanibe em wekî hêza parastina gel HPG, em ê li hember êrîşan her dem di xeta parastina rewa de gelê xwe û xwe biparêzin.
Di vê çarçoveyê de hêzên gerîlayên me piştî biryara bêçalakbûnê hetanî niha tu çeperek dijmin û qereqoleke wan hedef negirtiye û çalakî li dar nexistiye. Pevçûna ku li bejahiya Amed-Licê pêk hatiye jî, ji ber artêşa tirk digel ku gerîlayên me li gorî biryara bêçalakbûnê de disekinin ketiya nava hewldanên operasyonên tunekirinê. Ev çalakî li hember destpêkirina operasyonê hatiye li dar xistin.
Çalakiya ku li dar ketiye, li ser riya girekî ku di dest gerîlayê me de ye û ji bona parastina qadê bi cî bûne, dijmin hewl daye di riya xam a qadê de leşker sewqî qadê bike, li hember vê hêzên gerîlayên me bi dafikeke bi kontrol li hember konvoya dijmin çalakî li dar xistiye û di dema derbasbûna konvoyê de teqîn pêk hatiye. Ciyê ku teqîn pêk hatiye bi tevahî qadên gerîla ne û çalakiya ku hatiye li dar xistin jî bi tevahî di çarçoveya parastina rewa de ye.
Wekî encam em careke din didin diyarkirin ku em ê girêdayî biryara KCK’ê ya ku hetanî 1’ê Hezîranê bêçalakbûn pêk bê ne û heta mêjûya ku hatiye diyarkirin, em ê vê pozîsyona xwe berdewam bikin.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê
- Ayrıntılar
1 – Di 29’ê avrêlê de bi şev saet di navbera 17:30-21:00’an de Geliyê Zap, Gundê Fila û Gundê Şîvê ku li Qadên Parastina Medyayê ne, ji hêla balafirên şer ên artêşa tirk ve êrîşeke hewayî hatiye li dar xistin.
2 – Di 30’yê avrêlê de danê sibeyî saet di navbera 10:00-11:00’an de li hember Gundê Şîvê, Sêgoşeya Orê, Geliyê Horê, Gundê Reşmê, Gundê Zêrê, Hevrazên Girê Karker û gundê Saca ku li Qadên Parastina Medyayê ne ji hêla balafirên şer ên artêşa dagirker a tirk ve êrîşeke hewayî hatiye li dar xistin.
3 – Di 30’yê avrêlê de di saetên sibeyî de artêşa dagirker a tirk qadên Geliyê Reş, Bermîzî, Kanî Reş, Şapana, Bênavok, Sîro û Gundê Arê ku girêdayî herêma Xakurkê ne daye ber topan .
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
30 Avrêl 2009
- Ayrıntılar