Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di mehên dawîn de sîstema TC’ê ji ber li hember destkeftiyên Tevgera Azadiyê hem qels bûye û ji ber serkeftina gelê me ya di hilbijartinên 29’ê adarê de hezm nekir û operasyona ku ji hêla artêşa dagirker a tirk ve ku di 9’ê avrêlê de destpê kiribû, bi beşdariya cahşên Dergûl û Sêgirkê li hember qadên Girê Tendurê, Girê Xanê, Girê Firinê, Serkê Hêryar, Serkê Deryan, Serkê Mihemmedê Ûso, Behrêter, Çelêsor, Geliyê Hêzil, Hevrazên Herekol û Kanî Botkê ku girêdayî Bestaya Şirnexê ne hê jî didome.
Kitekitên şerê li Botanê:
a) Di 10’ê avrêlê de saet di 08:30’an de li gundê Avyanê ku girêdayî Serkê Deryanê ye, di navbera hêzên gerîlayên me û artêşa tirk de şer diqewime û bi zelalî 4 leşker hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne.
b) Di 10’ê avrêlê de saet 20:00’an de di şerê ku li Girê Tendurê û Şehîd Berxwedan qewimiye de ji hêla gerîlayên me ve 7 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. Wekî din di dema şer de eydî artêşa tirk 3 çeka HK, 33 çeka ferdî, 1 BKC bi tevî alavên xwe û eydî leşkerekî ku hatiye kuştin kunyeyek, ji hêla gerîlayên me ve hatine desteserkirin.
c) Di 11’ê avrêlê de êvarî saet 21:00’an de li Girê Firinê şer qewimiye û li vir jî 5 leşker ji hêla gerîlayên me ve hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.
Der barê operasyona ku hê jî didome, ku agahî bi dest me bikevin em ê bi gelê re xwe re parve bikin.
2. Di 11’ê avrêlê de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li hember qadên Gundê Marsîs, Erê, Marsîs, Perax, Tengava Sîpan, Mergeşîş, Alaniş û Kasrokê ku girêdayî Heftanînê ne êrişeke bi obûs û hawanan li dar ketiye.
12 Avrêl 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Di şevek tarî de, bi dengê hilhila dilê dayîka xwe rabû. Dayîka wê di nava çeltikê de xwarin amade dikir. Te digot qey ji şevê wext didizî. Biriqandina çavên wê, tarîtiya şeve diqetand. Hilhila dîlê wê, çeltik tijî xwarin kir û bir. Di nîvê şevê de dayîka wê winda bû...
Dema hat, te digot qey çûye cinetê û hatiye. Coşa wê, weke coşa ava biharê bû. Çavên wê û her dera bedena wê ketibû û coşê û weke rûbarên biharê diherikî nîvê şevê. Te digot qey diya wê ji nû ve hatiye dinê. Li her tiştî cuda dinhêrî. Şewqa dilê wê dida çavên wê yên weke nîvê havînê bayeke hênik bû. Ew baya ku li wan jî dida.
Gelek gotin, nedihatin gotin, lê gelek wate ji nerînen dayika wê diherikîn. Wext hespê rewan bû, kes nedigihîştê. Di bin behna bilbizêk (meşe) û gangilokan de etar dihatin gundê wan. Wan ji etara dikirîn kilê kildankî û bazinên şîn. Bazinên wan ên reng û reng di bin tîrêjên tave de çavên wan diteyisandin. Bazinên wan sivik bûn weke taca bilbizêk û dinane kirê bû. Gelek caran ew diçûn hêlekanê, heta ku êvar dihat ber deriyê rûyê dinê, ew jî diçûn ber deriyê mala xwe. Gelek şev û roj her weke vê şevê û rojê derbas bûn... Carek ew mirovê ku di şevê de ji wan re roj dianîn, wan jî dîtin. Bi wan re zarok, dayîka wan re dayik, mezinan re mezin bûn. Demeke derbas bû ku êdî wê fam kir ku biriqandina wan, ji dilê wan dihat. Ji ber ku carna cilên wan lewitî jî bûn, lê dîsa jî ev mirov spehî bûn. Qirêjê ew ne dilewitandin. Menîfa, di navbera leyîstok û van mirovan de diçû dihat. Di nîvê şevê de roj dida mala wan û Menîfa ji nû ve radibû serxwe û pirsên xwe didomandin. Carna wê digot qey şev stêrkên xwe li çavên wan mirova direşîne. Lê dema wê li ezmanan dinhêrî, şevê di ezmanan de xwe dîsa xemilandibû. Dîsa wê dipirsî ji dayîka xwe ma vanan ji şevê stêrk dizîne? Dayîka wê dikeniya û digot, ew bi xwe stêrk in, ne hewce ye ku stêrkên asîmanan bidizin. Gelek caran Menîfayê li milê wan raket û ket xewn û xeyalan.
Di xewnên xwe de carna bazinê xwe dida wan, lê wan bazinên we nedibirin. Her ji Menîfayê û gelek zarokên din re gangilok û bilbizêk dianîn, bi hev re tac çêdikirin û baz didan helekanê. Wan xwe li ber bayê Çiyayê Gabarê dihejand. Ew roj gelek xweş bûn, lê wext hespê rewan bû, ew nedigihîştinê. Bi ser van rojên ronahî û weke avê zelal de ewrên reş dihatin. Dengê kundan dihat ser serê her malekî. Menîfayê çavên xwe digirt ji bo rojên zelal.
Rojekî, hin mirov hatin gundê wan. Gelek dikirin qîreqîr û li herkesî dixistin. Menîfayê li wan dinhêrî û di dilê xwe de ji xwe dipirsî "ma dayika wan ji wan re negotibû bi pêlavên xwe ve nekevin hundirê malan. Çavên wan jî weke yê guran ji Menîfayê re û her kesî re tirs dianî. Wê nedixewst li van mirovan binhêre û behna xwe teng bike. Cardin Menîfayê kirasê xwe ye çak çêkirî li ber bayê li hev bada û ber bi malê ve çû.
Ew mirovên sar hatibûn mala wan jî. Bi pêlavên xwe yên reş ve çûbûn ser nivîn û doşekên wan. Balgî, kulav, merşik, hemû xistibûn nav hev. Dayîka wê, xwîşk û birayên wê li quncik disekinîn. Yek ji wan, destê xwe avêt porê wê û got. "bu terorîst pîçî" piştre jî Menîfa ber bi quncik ve avêtin. Ev kî ne, kengê hatine, ji wan çi dixwazin, wan qet nizanibû. Lê awirên wan ên reş ji ewrên reş sartir bûn. Di bin awirên wan ên reş de, Menîfa bi xeyalên xwe re diaxivî. Di xeyalên wê de çûk hatibû ser kulîlka wan. Lê belê ew çûk dinaliya, Menîfayê lê dinhêrî, dilê wê bi çûkê dişewitî. Li çavên çûkê nihêrt û danî ser destê xwe. Dema çûk danî ser destê xwe, dît ku striyek di piyê çûkê re çûye û ev strî çûkê diêşîne. Demek darbas nebû, Menîfayê striyê lingê çûkê jê derxist û çûk firiya. Çûyîna çûkê, kêfxweşiyek û êş dida Menîfayê. Di heman demê de, çavên xwe vedikir û didît ku dayika wê ji nav wan derdixistin û dibirin. Du bazin xistin destê dayika wê. Lê ev bazin ne yê etaran bûn. Ev bazin ne şîn bûn û gelek sar bûn. Di sarbûna wan bazinan de, ara wan mirovan hebûn. Fam nedikir ku wan mirovan çi digotin, nizanibû ku "terorîst pîçî" çi ye. Lê baş dizanibû ku ew bazinên xistin destê diya wê, ne bazinên etaran bûn. Herdu destên dayika wê dianîn cem hev û dixistin xarê.
Van bazinan, behna dayika wê teng dikir. Dayika wê êdî nedikarî xwe ji piya bigre. Lê wan mirovên weke ewrê reş û sar, nedihiştin ku biçe cem diya xwe. Her ku hespê diçû hespê rewan pişt xwe ve mijeke tarî dihişt û diya wan ji wan dûr dixistin. Menîfayê ne carekê, sed caran ji xwe û wan mirovan dipirsî. Ev çi bazin in we xistine destê diya min? Rengê vana ne şîn e, rihê min diqerisîne. Ma ev mirov nizanin ku bazinen şîn çi ne, ev nizanin pêlava xwe derxin! Weke kundê reş hatine li ser mala me dixwînin. Ev êş bibû striyek û di piyê Menîfayê re diçû, dilê wê û çavên wê dişewitandin. Lê kesî qêrînên Menîfayê nedibihîst û striyên di piyê wê de, jê dernexistin.
Ne çûkan, ne jî mirovan dengê Menîfayê nedibihîstin, lê ew dîsa diqêriya û ji xwe re "Bes e, min li dîwaran nexin, bazinên giran ji destê dayika min derxin" digot. Di nav hezar pirsan de hezar qîr dikir, lê dengê wê li wê vedigeriya. Te digot qey Menîfa di nav sarincek kûr de ye, dengê wê li wê vedigeriya. Kelegirî bûbû, bilbizêka jî behna wê fireh nedikirin. Dayika wê birin û êdî nedianîn. Dema ku Menîfayê dît ku diya wê di nav şevên bê dawî de winda bû, ji xwe dipirsî “Ez ê sosinan ji kê re kom bikim? Roj kengê tarî bûye? Bazinên giran kengê ketin destê diya min? Şev û roj weke xergemanek digere. Ez ê kengê şiyar bibim? Nabe roj, nabe êvar, ez naçim devê derî. Dengê kenê hevalên min nayê ji hêlekanê. Bêhna sosin û beybûnan belav nabe. Ma qey ez ketime çalê ku kes dengê min nabhîze, nabe şev, ezman xwe naxemilîne, nabe roj ku robar xwe di bin tîrêjên tavê de li hev banade? Ev ken çima xewn û xeyalên min xirab dikin? Ev bazinên giran ji ku anîne, çima diya min birin?"... Her pirsên wiha weke pêlên Dîcleyê dihatin mêjî û bedena Menîfayê didan diçûn.
Êdî di lalbûna xwe de bi xwe re diaxivî. "Çûkê negrî! Şev weke bazinên giran bi ser min de tên. Helîna xwe xira neke, mala me belav kirin. Çengê xwe veke li ber tîrêjên tavê. Di roj û şevan de diya min winda bû. Her dixwazim bikim qêrîn, qiyamet radibe, lê dengê min li min vedigere. Bêje çûkê! Min striyê di lingê te de derxist û ti ji êş û eleman şûştî. Min striyê lingê te avêt nav agir û xweliya wê ber bi çiyayê xir û xalî ve rêkir. Lê ti ji min re bêje ev kî ne? Çima mîna kundê reş li ser xaniyê me dixwînin? Ma kes striyê di lingê min de nabîne çûkê? Nizanin van şevên tarî de ez çawa diricifim? Çima êdî şev xwe naxemlîne, stêrk bi ku ve çûne? Bêje çûkê, nesekine, dengê xwe li ser çiya belav bike. Ez di nav xergemanan de mame roj û şev ketine nav mijên tarî. Kirasê min ê çek çek kirî, şewitandin. Bayê sar, xweliya xewnên min belav dike çûkê. Menîfayê dikir qêrîn û digot lê dengê wê lê vedigeriya. Ji ber ku zarok bû û wext tunebû. Lê dîsa Menîfayê ji çûkan re digot ger ku çengê te mezin bin, diya min ji min re bînin. Ger ti nikarî diya min ji min re bînî, min bibe cem wan mirovên stêrk di çavên wan de.
- Ayrıntılar
Rêber APO
Mezinbûna heqê dayikê teqez e. Ev ji bona her dayîkê wisa ye. Bêguman, rêzgirtina dayikê, girêdana mafê hiqûqa dayikê divê her dem li ber çav bê girtin û ev wekî peywir li pêş me ye. Emê hewl bidin ku her dem rêza yekem bidine dayikê û bi awayî herî baş layîq bibin.
Bahsa dilê dayîka tê kirin. Tê gotin ku gelek bi hestan barkirîne û bi piranî jî digirîn. Ev li Kurdistanê zêdetir e. Sedema wê jî di rastiya me de veşartiye. Di şertên malbatên pêşketî de, kêm be jî dîsa jî dayik digirî. Li ciyê ku herî zêde an jî heta dawiya emrê xwe digirîn, ciyên herî zêde ku nakokî zêde ne. Ev bi tevahî dibe nirxandineke zanistî jî. Ji ber vê yekê jî, dayikên kurd, dayikên ku herî zêde digirîn. Ev pêwîstiya ravekirina zanistiyê ye. Min tu car nexwest bi erzanî nêzîkî dayîkê bibim.
Rastiya min a dayikê jî, xwedî wateyeke wisa ye. Ji destpêkê de min ev hêlên nakok bihîst û ji bona hêlên neyînî pêk neyên jî, bi awayekî bêeman ez di ser xwe de çûm. Di vê wateyê de serîrakirina min a mezin a li hember dayikê di emrekî biçûk de destpêkir. Wê bê gotin ku, “Ma wisa dibe?” Rast e, dibe. Bi min re gelek gelek çêbû. Baş tê hişê min; dem bi dem dema ku min digirt hemberî xwe û bahsa hiqûqa xwe ya demkurt dikir, tezê min ê dijber hebûn: Min digot, “Tu, bi kîjan hincetan, bêyî ku tu paşeroj raber bikî, bi zarokekî re wisa biaxivî. Te çi da û tu çi dixwazî?” Hê di wî emrî de tezên min ên bi hêz hebûn. Ev jî dibû şiklekî pejinkariyê. Ji bona ku layîqî vê dayikê bibim, min hê wê demê dît ku encax bi pratîkeke jiyanê ya bêeman ezê bikaribim pêk bînim.
Min tu carî nexwest bi erzanî berê xwe bidim dayikê. Min hezkirineke erzan nexwest, min hewl da ku nekevim rewşeke biçûketinê. Min dikaribû hinek tiştan bikira, da ku dayika xwe razî bikim, ji bona vê jî serkeftinên min jî hebûn. Bes dibe ku hinek bibêjin, “Tu gelek bêrehm î!” Lê li gorî min, wekî awayê herî baş layîqbûnê, ez bi diyariyan, bi gotinên erzan ên hezkirinê re, bi vê hêzê nêzîk nebûm. Gelek hesret mabû û gelek caran digot: “Gelo tu yê bikaribî, çend metre paçek bistînî. Ez dayika te me.”
Li hember van gotinan, min tu carî diyariyek nesende. Di şert û mercên malbata me de, jiyaneke bi gelek zehmentiyan derbas dibû hebû. Têkiliya dê-bav, jiyanê kiribû ku neyê naskirinê. Bav extiyar û hinek jî bêhêz. Dayik hinek ciwantir û bi hêz e. Ev têkilî bi serê xwe, di têkiliyên malbatê yên serdestiya zilam de, rê li ber nakokî, tevlihevî û nenasiyan vedike.
Dîtir bîranîneke min a girîng, li hember şer’ra zarokên mizawir Miho û Cimo, derketinên min dawîn bûn. Miho her dem dixwest şer bike. Rojek, li quncê malê, dawa min tijî kevir, bêyî firsend bidimê, min ew bi keviran pêşwazî kir. Heta goma malê reviya. Carek din xwe nêzî pevçûnê nekir. Yê Cimo jî piştî şopandinekê, ji hevraza jorîn de, dawa min tijî kevir min ew tengav kir. Ew jî reviya goma malê. Piştî ku dersa xwe baş girt, ji rewşa xeterbûnê derketibû. Li ser vê yekê, baş tê hişê min, dayika min li min xwedî derkete û peznê min da. Di pêşketina lidijderketinê de, bêçaretiya bavê min û serhêldêriya dayîka min a sînor nenaskirî û heq dîtin bandor kiriye. Çavdêriyên dayika min li hember min, bi qasî ku min piştre bihîst, erênî û gihiştî bûye. Ne şaşbim li ser pirsa Fermandarê Tugaya Rihayê, gotina wê ya; “Ji bona ku wî li ber congên xwe bihêlim, min gelek hewl da, lê biserneketim.” rastiyê îfade dikir. Ya ku yekem car ferq kir ku, wê terza min, min bi tenê bihêle jî ew bû. Gotina wê wisa bû; “Wê her kes ji te sûd werbigire, lê wê tu kes fena te bi te re nexebite.” Gotina wê, fena ku got jî derket. Wekî din, der barê min de nirxandina wê ya dawîn ev bûye; “Ew ji bona min tekane bû, ciyê wî û ew bixwe gelek gelek cuda bû.” Berî rehmetkirinê gotina wê ya dawîn; “Her dem dia bikin, ji her kesî re xêrê bikin” bûye.
Piştre di nirxandinên min ê dayik û jinê de ku min ew erka wê nirxand, min pêwîstiya basît negirtinê û mafê wê dayînê dît. Nirxandineke wê ya ji bona jinan jî, têrî xwe biarifî bû: “Zehmet e ku tu bi vî hiş û kesayetî jinek bibînî” Divê min ew eqlê dayîka xwe ku difikirîm ji bilî hêrsê tu taybetiyên wê nîn in, qebûl bikirana. Ji ber dîroka ku kor dike, em ji hev dûr ketin. Lê piştî ku min li pey xwe nihêrt, ew dengê bi esl ê çanda xwedawendiya dayikê ye û wê ev deng gihandiye min. Minê piştre ji ber vê ew bi minet bibîr anîna û ew qebûl bikirana. Ya ku min serî li hember rakir ne dayika min bû, ew pergala zalim, biyanî û dirû ya civaka serdest a mêr bû. Min îspat kiribû ku, her çiqas me ev bi hev pîroz nekiribe jî, ez kurekî baş ê dayika xwe bûm.
Karê wateyê her diçe bi pêş dixim. Bi awayekî betal betal vegera min a axa ku li hatime dinê, min dest tehlîlkirinê kiribû. Sedema fena hespekî ji gomê rev û xwe avêtina çiya, nirxa ku sê caran nîvdarvekirina dayika xwe baştir fêm dikirim. Dayika ku min digot nezane, minê piştre ji gotina wê ya, “Wê tu kes xwe tevlî xebata te ya wisa nebe, her kes ji te feyde bigire û tu yê tenê bimînî” min fêm kir ku tenê wê ez fêmkirime. Bêyî ku li pişt xwe binêrim, bi sekna xwe ya, “Tişt nabe, ez bibiryar im bi tenê bimeşim” meşiyam. Dema ku min xwe wisa fêm kir, min axa ku lê çêbûme tehlîl dikir. Her ku sedsala 20’an ji dûr ve bi hemû giraniya xwe dihate ser min, minê fêm bikirana ku çima tê ser min. Bi êrîşeke fena rahibên sûmerî ku bi dewleta afirandiye çawa êrîş dibe ser axa bi bereket a xwedewenda dayik re rû bi rû man. Dema ku min ev fêm kir, ez bi xwe ji xwe direviyam û minê bidîtana ku li paş, ji bilî çend niqutên wateyê nemaye.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 10’ê avrêlê de bi roj saet di navbera 12:00 – 13:00’an de artêşa dagirker a tirk gundên Eleh, Başê, Girê Rûbar û Girê Çiyareş ku girêdayî qada Nêrweya Zapê ne, daye ber obûs û hawanan û pê re jî bombeyên mîsket bikaraniye. Di encama êrîşan de li gundên herêmê gelek zirar pêk hatine.
2. Operasyona artêşa dagirker a tirk a ku di 9’ê avrêlê de li hember qadên Besta û Çiyayê Cudî ku girêdayî Şirnexê dabû destpêkiribû hê jî didome. Der barê operasyona ku ber bi qadên Elcanê û Hêzilê hatiye berfirehkirin de em ê piştre ji rayagiştî re daxuyanî bidin.
11 Avrêl 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 9’ê avrêlê de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li hember qada Bestayê ku girêdayî Şirnexê ye operasyoneke ku hê jî didome destpêkiriye.
2. Di 9’ê avrêlê de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li hember qadên Begova, Şapata, Bêsosin, Bedevê, Bombe û Mûsekayê ku girêdayî Şemzînanê ne operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona navborî hê jî didome.
3. Di navbera 8 û 9’ê avrêlê de artêşa dagirker a tirk qadên Şeşdara, Geliyê Pisaxa, Dola Marsîs, Derê Şîş û Mergeşîşê ku girêdayî Heftanînê ne û gundên Şelaniş û Erê daye ber obûs û hawanan. Di encama êrîşa topan de zevî û rezên gundê Şelanîş û Erê zirar dîtine.
10 Avrêl 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 6’ê avrêlê de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li hember Girê Şehîd Şiyar ku li derdora gundê Oramara Colemêrgê ye operasyonek hatiye destpêkirin. Di operasyona ku du rojan berdewam kiriye de ji bona bîranîna du welatparêzên me yên ku di meşa Amarayê de şehîd ketine û ji bona gerîlayên me yên ku di demên dawîn de şehîd ketine, ji hêla hêzên me yên Zagrosê ve 4 çalakî hatine li dar xistin.
Di 6’ê avrêlê de hêzên gerîlayên me ve bi roj saet di 10:00’an de li hember milekî operasyonê çalakî li hatiye dar xistin û di çalakiya ku veguheziya pevçûnê de 4 leşkerên dijmin hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.
Di heman rojê de saet di 11:30’an de di çalakiya duyemîn a gerîlayên me de, di navbera leşkerên ku hewl dane li gir bimînin de şer qewimiye û di pevçûnê de 5 leşker hatine kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne. Di encama pevçûnan de artêşa tirk dev ji gir berdaye û bi paş ve vekişiyaye.
Roja din di 7’ê avrêlê de leşkerên artêşa tirk ku bi bikaranîna teknîkeke giran dema hewl dane girê Şehîd Şiyar bi dest bixin, li hember wan ji hêla gerîlayên me 2 çalakî hatiye li dar xistin.
Di çalakiya gerîlayên me ya destpêkê de 6 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne, di çalakiya duyemîn de jî 2 leşker hatine kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne.
Di encama pevçûnên 2 rojan de gerîlayên me tu windahî nedane. Digel vê artêşa tirk ku bi firokeyên kobra û bi avêtina topan hewl daye li gir bimîne, bi tevahî 17 leşker kuştî daye û 12 leşkerên dijmin jî birîndar bûne. Di encama pevçûnan de artêşa tirk bi paş ve vekişiyaye.
8 Avrêl 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 5’ê avrêlê de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li hember qadên Bêlgatê û Xapûşkê ku girêdayî Şemzînanê ne operasyonek hatiye li dar xistin. Di şerê ku bi roj saet di 10:00’an de qewimiye de gerîlayê me yê bi navê Azad Gernas (Ayettûllah Esen) bi lehengî şer kiriye û gihîştiye şehadetê. Der barê windahiyên dijmin de jî agahiyeke zelal bi dest neketiye.
Agahiyên der barê hevalê me yê şehîd de;
7 Avrêl 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 3’yê avrêlê de li hember qada Demîrkapî ku girêdayî Agiriyê ye, artêşa dagiker a tirk operasyonek daye destpêkirin. Heman şevê operasyona li dar ketî de bêyî ku encamek bê girtin, operasyon bi paş ve vekişiyaye. Dîsa danê êvarî li heman qadê li derdora gundên Tûrkmenkoy, Kule û Demîrkapayê hatiye tespîtkirin ku dijmin kemînan avêtiye.
6 Avrêl 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Cemîl BAYIK
Hilbijartinên herêmî bi dawî bûn. Lê belê bandora wê hê jî didome. Diyar e ku ev bandor wê demeke din jî bidome. Hilbijartinên ku bi serkeftina gelê me û tevgera me bi encam bûn, li Tirkiyeyê rê li ber guftûgoyên girîng vekirin. Di nêzîkbûna pirsgirêka kurd de, nirxandin û anîna rojevê ya nerînên ji berê cudatir nîşaneyên vê yekê ne. Ev derdor çiqasî cidî ne, mijareke ku bi serê xwe bê nirxandine, lê belê divê bi baldarî werin şopandin.
Piştî hilbijartinê yekser têkildarî pirsgirêka kurd polîtikayên dewlet û hikûmetê bûn mijara nîqaşan. Bi israr tê destnîşankirin ku encamên hilbijartinê pêwistiyeke bi vî rengî derxistiye holê. Ji rastgiran heta çepgiran, ji lîberalan heta muhafazakaran hemû derdor di heman encamê de digihêjin hev. Hemû derdor êdî nêrîna ku birêz Ocalan tekane muxatabê pirsgirêka kurd e bilêv dikin. Ev nêrîn a beriya hilbijartinê ji aliyê parlamenterên DTP’î û hin derdoran ve dihat rojevê, lê niha ji aliyê derdoreke berfirehtir ve hatiye qebûlkirin. Nirxandin û çarçoveya guftûgoyê ya beyî birêz Ocalan çareserî nabe wê berfirehtir bibe. Bêguman ev encam destkeftiyeke têkoşîna azadî û demokrasiyê ye. Dê van destkeftiyan ji xwe re bike mewziyek û gavên di vê çarçoveyê de ji aliyê hêzên azadî û demokrasiyê ve bêne avêtin ji niha û pêde bêtir bêne şopadin. Ev rastiyeke li ber çavan e. Ev yek jî hem ji bo hêzên nava welêt, hem jî ji bo yên navneteweyî dê bê wateya xirabûna ezberên heta niha dihatin dubarekirin. Bi vî rengî bi zelaltir dibe ku kî aligirê aştî, demokrasî û çareseriyê ye, kî nayê çareseriyê, aliyê şer e.
Tevî ku encama derketî destkeftî û serkeftina hêzên azadî û demokrasiyê ye jî di nirxandinên tên kirin de hin berovajîkirin û şaş xwendin xwe didin der. Herî dawî berdevkê hikûmeta AKP’ê Cemîl Çîçek bi nirxandinên xwe ev yek piştrast kir. Cemîl Çîçek encamên hilbijartinê û di nava wê de serkeftina DTP’ê ya derketî holê; mîna talûke û pirsgirêkeke ku bi helwesteke stratejîk a serpartiyan de divê bigirin dest binav kir.
Ev nirxandinên Cemîl Çîçek divê mîna tiştekî ji rêzê neyê dîtin. Ji ber ku ev daxuyanî, li dij guftûgoyên piştî hilbijartinê yên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd derketin pêş mîna israra têgihiştina siyaseta înkar, tunekirin û mêtîngeriyê ye. Her çiqasî piştî hilbijartinê nirxandinên ku dubareyên heta niha derbas dikin derdikevin pêş jî diyar e guftûgoyên ji niha û pêde bi du rengî wê bêne meşandin. Lewma dema pêşketinên piştî hilbijartinan werin rojevê bên nirxandin divê ev babet jî bi baldarî bê dîtin.
Divê ev rastiya ku derketiye holê baş bê şopandin. Ji ber ku li dijî hewldanên têne xwestin destkeftiyên bi berdelên mezin hatine bidestxistin werin têkbirin sekn û helwesta were nîşandan radixe ber çavan. Wergerandina serkeftinê ya asta di hilbijartinê de hatiye bidestxistin jî vê yekê ferz dike. Di hilbijartinên herêmî de serkeftin hatiye bidestxistin. Ev li ser berdelên di encama têkoşîna 35 salan de hatiye dayin bilind bûye. Her wiha encameke helwesteke hêja ya ji her eniyê ve ked hatiye dayin û xebat hatiye meşandin e. Divê ev rast were dîtin û wisa were nirxandin. Her çiqasî ji hilbijartinên herêmî bi sereftin em derketibin jî diyar e kêmasiyên ku pêwîst e werin derbaskirin hene. Dema li encamên hilibijartinan were mêzekirin dê ev yek bi rengekî zelal bê dîtin. Li cihên rêxistinkirî û xwedî amadekarî tevî hemû hîle û astengiyan jî serkeftin hate bidestxistin. Li cihên ku baş rêxistinbûyîn pêk nehatiye, tevî ev qas hewldan û ked hate dayin jî bi hîle û astengiyan tev pûç hate derxistin. Herêma Serhedê, herêma Başûrrojava hu bi taybetî herêma Çewlîkê di rewşeke wisa de bûn. Mîna cihên ku xebatên me lê xurt bûn li van qadan xebatên ku pêwîstbûn nehatin meşandin. Heger li van herêman jî rêxistinbûyîn û amadekarî bi awayekî xurt pêk bihata li van deran wê bêtir şaredarî û deng hatibana bidesxistin. Her wiha li bajarên Kurdistanê yên mîna Semsûr, Dîlok, Mereş, Meletî, Elezîz, Erzînganê dikaribû şaredarî bên bidestxistin her wiha deng bêne zêdekirin. Li metropolan jî heman rewş derkete holê. Li van deran nifûseke zêde ya kurd dijî. Li aliyê din mitîngên bi beşdariyeke mezin pêk hatin. Lê belê pirsgirêkên dibin sedem ku ev hêz derbasî sindoqan nabe di vê hilbijartinê de jî xwe nîşan da. Ji bilî yek-du beldeyan li Tirkiyeyê encam nehate bidestxistin. Divê neyê jibîrkirin ku li ser vê siyaset tê meşandin û wê were meşandin jî. Ji niha ve di nirxandinên der barê hilbijartinê de ev mijar tê rojevê û wiha tê gotin: “Kurdên li ser axa xwe dijîn xwedî helwesteke etnîkî ne, lê belê yên derveyî wir û yên koçî metropolên Tirkiyeyê kirine nêzîkatiyeke wisa nîşan nadin”. Di encama van nirxandina de tê gotin ku kurdên koçî metropolan kirine bi sîstema mêtînger re zû entegre dibin û girêdayî vê yekê pêşniyarên zêdekirina asîmilasyonê û koçberkirinê tên bilêvkirin.
Hilbijartin bi dawî bûn. Lê bandorên wê berdewam dikin. Gelê me ji vê hilbijartinê serkeftî derketiye. Ev yek jî di encama têkoşîna mezin ya bi hêza xwe ya xweser de bi dest xist. Gelê me îsbat kir ku wê ji vê zêdetir jî bike. Ev di heman demê dê ji bo gelê me û Têkoşîna Azadiyê tê wateya derbasbûna pêvajoyeke nû.
Bêşik di vê pêvajoya ketinê de jî serkeftin bûye ya têkoşîna gelê me ku ji bo azadî û demokratiyê dide.
- Ayrıntılar
Nîşane vê şanî dide....
Dijmin gotin di cî de be carnan fena şêran har dibe, carnan fena seyên ku teriya xwe li xwe dipêçe di quncikan de asê dibe.
Dijmin matmayî maye, ka wê li deriyê kê bide û hêviya xwe ji balindeyan jî dike.
Dijmin di nav rûpûşên ketî de ji xwe direve.
Dijmin dema ku li hember xwe ev gelê xwedî hêza parastina cewherî ye dibîne, ji siya wan ditirse.
Dijmin di nava qîrîna jihevbelavbûnê de ye û her diçe desthilatiya xwe ya hezar salan, mîna teyisînên din ê TC’ê winda dike. Vaye ji ber vê yekê ye ku di 60’emîn salê de em zêdetir nêzî azadiyê ne.
Nîşane vê şanî dide...
Di roja vejîna xwe de, axa ku can daye me em bi xwînê av didin.
Di roja vejîna xwe de, ji bona ku ji niha û şûn ve damarên me yên jiyanê nexitimin, em canê xwe feda dikin.
Di roja vejîna xwe de, ji bona ku em pêşeroja xwe li temenên dirêjtirîn belav bikin, em ciwantiya xwe datînin holê.
Di roja vejîna xwe de, bi inyada fermanên mirinê ku hatine xizkirin, wekî “jiyana azad” diqîrin.
Di roja vejîna xwe de, hemû zincîrên ku hatine afirandin parçe parçe dikin û di ser de derbas dibin.
Em “GEL IN” û di 60’emîn sala xwe de destana xwe ji ariyên xwe afirandinê diafrînin, vaye ji ber vê yekê ye ku em di 60’emîn salê de zêdetir nêzî azadiyê ne...
Nîşane vê şanî didin...
Em li çiyayan,
Ji bona her roja ku serokatiya me di bin bindestiyê de ye tolhildanan dineqşînin.
Hetanî ku serokatiya me negihê azadiya xwe, em jiyana heyî ji xwe re heram dihesibînin.
Ziyaneke herî biçûk a li hember gelê xwe, ji bona ku rojek teqez hesap bipirsin di quncikekî hişê xwe de bi cî dikin.
Yên ku vanan kirine, da ku careke din em jibîrnekin di hişê xwe de dineqşînin.
Em li çiyayan,
Li hember hemû dinyayê îlan dikin, ji yên ku li Agiriyê, Çewlikê, Mûşê, Wanê, Mêrdînê, Tekmanê mafê gelê me binpêkirine, dayîk, ciwan û zarokên me cop kirine dereng an zû em ê hesap bipirsin.
Û em li çiyayan,
Soz didin ku li gundê me yê pîroz Amarayê, li mala me, li ciyê zayîna me, li axa me; yên ku qestî canê Mahsûm Karaoglan û Mûstafa Dag kirine, di xwîna ku wan rijandiye de, em ê wan bifetisînin.
Em “gerîla ne” û şehîdên me, mahsûmên me, mûstafayên me yên ku xwestina wan bilindkirina têkoşînê bû û di vê oxirê de canên xwe dan. Vaye ji ber vê yekê ye ku di 60’emîn salê de ji her demê bêtir nêzî azadiyê ne. Nîşane vê şanî dide...
- Ayrıntılar