Ji gelê me yê welatparêz û rayagiştî ya demokratîk re!
Di demeke ku êrîşên ji bona têkbirina tevgera me zêde bûne de, em di şexsê fermandarê me rêheval Egîd de ku bûye navê mêrxasî û lehengiyê, bi minetdarî û bi rêzdarî bibîrtînin. Em soza girêdana xwe bi Rêber Apo re ku di hemû pêvajoyên hebûn û tunebûnê xwedî ked e, afirînerê hemû nirxên me ye û temsîla fedayitiyê ye didin.
Rastiya lehengiyê, dema ku gel û welatê mirov bi tehdîd û êrîşan re rû bi rû dimîne, ew rastiye ku çi pê biqede deyne holê û bedeldayîn e. Di tevahiya dîrokê de gelê kurd li hember dagirkerî û mêtîngeriyê, her dem li ber xwe daye, ji ber hêza xwe ya parastina hebûn û azadiyê, wekî gelekî leheng derbasî dîrokê bûye.
Lehengî bi Mazlûm Dogan bi hişmendî û vîneke mezin pêk hatiye û di şexsê fermandarê nemir Egîd de bi artêşbûnê berdewam kiriye. Di PKK’ê de rastiya lehengiyê bûye xetek. Ev xet bi bêrîtanan, zîlanan, viyanan û adilan bênavber berdewam kiriye. Bêguman di vê xetê de gelek lawên egîdane bi fedekariyeke mezin, xwe ji hêza fedayî ya Rêber Apo re feda kirine. Ji ber şehadeta Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan û fermandarê nemir Egîd di navbera rojên 21-28’ê adarê de ne, ev hefte wekî Hefteya Lehengiyê tê pîrozkirin.
Îro jî em jî bi vê coş û hişmendiyê vê rastiyê jiyan dikin û ji bona ku layîqî gel û şehîdên xwe bibin, di vê xeta lehengî û fedayîtiyê de têkoşînê bilind dikin.
Gelê me di serhildanên Newrozê yên bi heybet de da zanîn ku Rêber Apo yekane nasname ye. Ev biryarîbûn, vîn û sekna gelê Kurdistan di dilê dijmin de tirs û tatêleke mezin afirandiye. Em jî ji ber ku di artêşa gerîla ya fermandar Egîd de cî digirin, xwedî rûmet û şanaz in. Xwedîderketina gelê me û bi vî awayî baweriya gelê me û li lehengên xwe xwedî derketin, bawerî û hêza me zexmtir dike.
Gelekî ku wisa lehengan afirandiya, wê tu carî teslîm neyê kirin û wê tu carî têk neçe. Em bi vê zanebûn û rastiyê hefteya lehengiyê pêşwazî dikin. Bi vê wesîleyê careke din didin diyarkirin ku di serî de em ji afirînerê me Rêber Apo û hemû şehîdên xwe yên ku ew qas ji jiyanê hez dikin û xwe di oxirê de feda dikin, bi minetdarî bibîrtînin.
Di vê pêvajoya ku em tê de ne, em wekî HPG ku hêza fedayî ya Rêber Apo û gelê kurd in, didin zanîn ku îdeaya me ya temsîlkirina fedayîtî û xeta lehengiyê ya şehîdan, ji her demê bêtir zêdetir û bi hêz e. Di bingeha azadiya Rêber Apo de, di 23’emîn sala lehengiyê de em di wê baweriyê de ne ku wê gelê me ew agirê berxwedaniyê ku li çiyayan vêketiye geştir bike. Di vê bingehê de em bang li keç û xortên egîd dikin ku berê xwe bidin çiyayên lehengiyê û bang dikin ku gelê me topyekûn bi lehengî û bi rihê berxwedaniyê qadan dabigre û kêliyek jî qadan vala nehêle.
Bijî Xeta Berxwedaniya HPG’ê, ku riya mazlûm û egîdan de ye!
Bijî Rêber APO!
27 Adar 2009
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 26’ê adarê de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve lihember qadên Kirêhelacê, Zikdiryayê û Sîlekûsa ku girêdayî bajarê Agirî ne operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyon di heman rojê de danê êvarî bi paş ve vekişiyaye.
2. Dji 26’ê adarê de firokeyeke bi tîpa kobra ya artêşa dagirker a tirk qadên Kinyaniş, Nerwe, Merwanîş û Şehîd Ozgûr ku girêdayî bajarokê Rêkana Şeladizê ne, eletexmînî qadan gulebarankiriye û piştre jî heman qada bi hawan û obûsan hatine lêdan.
27 Adar 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 25’ê adarê de saet di navbera 09:00 -10:00’an de artêşa dagirker a tirk gundê Heftanînê û derdora gund û qada Şehîd Dara ku girêdayî Heftanîna Qadên Parastina Medyayê ne, daye ber hawan û obûsan.
26 Adar 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di rojên dawîn de ji hêla dewleta tirk a dagirker ve komkujiya Koşuyolu ji hêla tîmên kuştinê yên dewleta tirk ve li Amedê hatibû li dar xistin û nûçeyên provakatîf yên ku li mîtîngên Stenbolê êrîş bên kirin, nûçeyên derewîn û nîşaneya hewldanên êrîşên nû ne.
Her kes baş dizane ku, em wekî HPG, me tu caran sivîlan hedef negirtiye.
Nûçeyên bi vî rengî ji hêla hêzên Ergenekon ên dewleta dagirker a tirk ve bi zanebûn têne belavkirin û armanc dikin ku berî hilbijartinê moralê gelê me xera bikin û baweriya li hember tevgera me bihejînin.
Em wekî Hêzên Parastina Gel careke din diyar dikin ku, bi van çalakî û îdeayan re tu têkiliya me nîn e û em bang li gelê xwe dikin ku, gelê me baweriya xwe bi nûçeyên bi vî rengî yên şerê taybet neynin.
25 Adar 2009
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji hilbijartinan re çend roj mane. Bi taybet li hinek bajarên Kurdistanê ku berê di destê hêzên demokratîk de bûn û ketibûn destê AKP’ê, divê şaredarî bikevin destê hêzên demokratîk. Dîsa di serî de li Amed, Dersîm, Batman, Stenbol, Mersîn û Edene, divê ray bên zêdekirin. Ev potansiyel û hêza gelê me yê bakur heye. Bo nimûne, tenê kurdên li metrepolên tirkan, nivî jî rayên xwe bidin, ev dike milyon û nîvek ray. Hem li bajarê tirkan û hem jî li Kurdistanê 3,5 milyon ray girtin, hedefeke ne mezin e. Tenê piçek xîret. Ev hê nake sedî bîstan kurdan.
Bi taybet Amed û Dersîm ji bona gelê kurd û ji bona me gelek girîng e. Li vî herdu bajarî tenê şaredarî girtin têr nake. Herî kêm divê li herdu bajaran ji sedî heftê kêmtir ray neyê girtin. Mijareke din divê di van rojên dawîn de rehavet bi pêş nekeve. Em nebêjin jixwe ev der a me ye. Dijmin ranêze. Bi hemû saziyên xwe, bi walî, qeymekam û artêşa xwe li dijî yekîtiya demokratîk xebat dike.
Di vê hilbijartinê de li ser navê dewleta tirk û Emerîka AKP dikeve hilbijartinê. Hebûna AKP’ê jî girêdayî rayên ku li Kurdistanê bistîne. Çi ji dest wan bê, wê bikin. Her cure lîstikên qirêj wê bixin dewrê. Divê roja hilbijartinê gelê me yê welatparêz, ew roj gotin di cî de be, li piya bin.
Dijminê gelê kurd ji bona ku li Kurdistanê hilbijartinê bi dest bixin, ji Emerîka bigirin heta Îsraîlê, ji Îsraîlê bigire heta Celal Talabanî mîna sûtalan, mîna Bekoyê Ewanan hevdîtinan dikin û daxuyaniyan didin. Ev pêşketin hem bi stratejiyên giştî yên Emerîka re girêdayî ne hem jî bi hilbijartinê re girêdayî ne.
Serokomarê Iraqê Celal Talabanî, qaşo bi eslê xwe kurd e, ala Bekoyê Ewan hilgirtiye û diqîre; “werin, werin, herî erzan ez kurdan difiroşim, nirxên herî erzan li cem in, rayên xwe bidin AKP’ê, AKP bav û bira ye…” Serokomarê Iraqê Celal Talabanî, PKK’ê difiroşe, bi PKK’ê çek dide berdan, bang li PKK’ê dike û divê ji welatê me derên filan û bêvan…
Dewleta tirk hewl dide kurdan berde hev. Vê jî bi destê eşîrên kurdan dike. Talabanî dînamîtan dixe bin yekîtiya kurd û Kurdistan. Pêwîst e gelê me yê başûr, li hember vê îxanetê bisekinin. Aşkere aşkere gelê kurd di nav lepên dijminên gelê kurd de dikin pêlîstok û dikin mijara bazarê.
Yek dibê, “wan efû bikin”
Yê din dibê; “Na em wan efû nakin”
Yek dibê; “Wê çek berdin”
Yê din dibê; “Ka wê çekê xwe radestî kê bikin, ya baş bila bidin Emerîka”
Yek dibê; “Bila ji welatê me herin”
Em dibêjin, hûn kî ne, hûn xwe çi dihesibînin, kîloya we çend e?
Diminên gelê kurd û Bekoyên Ewan! Li qisûrê nenihêrin.
Me li ser qilêşa xwe sond xwariye, me soz daye.
Me li ser ala xwe soz daye.
Me li ser Rêber Apo û şehîdan son xwariye.
Tu hêz bi zorê û bi lîstikan û bi çewsandinan nikare çek bi me bide dayîn. Ne îro, ne sibê û ne tu rojî. Heta ku gelê kurd hebe, wê hêzên wê yên parstinê jî hebe. Bila ev baş bê zanîn. Ku fêm nake an bawer nake jî, pratîka me ya 35 salî li holê ye. Kî dixwaze, em dibêjin; “fermo, werin xwe biceribînin”
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 20’ê adarê de gerîlayê me yê bi navê Şerwan (Şervan Nevaf) di encama nexweşiyek de li Qadên Parastina Medyayê gihîştiye şehadetê. Em ji malbata hevalê Şervan û gelê Kurdistan re serxsaxî dixwazin û soza têkoşînê bilindtirîn bikin didin.
Agahiyên der barê hevalê me yê şehîd de;
Navê kod: Şerwan Dırbesiye Mêjû û ciyê şehadetê: 20 Adar 2009 |
24 Adar 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Di 21 meha Sibata sala 2008’an de, artêşa tirk êrîşek bejahî anî ser herêma Zapê û xwest ku tevayî başûr dagir bikê. Lê piştî 9 rojan di destpêkirina êrîşê, artêşa tirk derbeyên pir mezin xwarin û ji bo canê xwe rizgar bikê paşve riviya û çû. Ji bo artêşa tirk ev binketinek pir mezin bû, lê ji bo me ev serkeftinek bêhempa bû. Berxwedaniya Zapê, serkeftinek leşkerî, siyasî, îdeolojî û manewîbû. Di berxwedaniya Zapê de, gelek çalakiyên mezin ji aliyê hevalan ve hatin li darxstin, gelek tektîk, şêwazên şer û amadekariyên balkêş hebûn.
Amadekariyên artêşa tirk 2 salan dirêjkirin û êrîşên wan jî ne bi 21’ê Şibatê re destpêkiirn, na; bi havîna sala 2007’an re wan dest bi êrîşên bi hawan û obûsan kirin û di payîza heman sal de jî, êrîşên bi balafirên şer zêdekirin û di herî dawiyê de, ji bo girtina encamê wan êrîşa bejahî kirin. Lê hemû plan û hesabên wan li hemberî berxwedaniya hevalan a li Zapê vala derketin û şermezar bûn. Divê em jibîr nekin ku amadekariyên hevalan jî pir zêde û xurtbûn. Tektîk, plan û stratîjiya pêwîst hatibûn amadekirin. Berxwedanî û hemû çalakiyên serkeftî yên şerê Zapê, encama van amadekariyan bû.
Hemû çalakiyên berxwedaniya Zapê girîng û xwedan rolbûn. Encax bi pirtûkekê mirov bikaribê mafê hemû çalakî û çalakvanan bidê. Emê di vir de behsa çalakiya Girê Mazî bikin.
Girê Mazî: ango boxaza mazî, li herêma Zapê, navbera girê Karker û çemê Çemcû dikevê. Bi ser zincîra çiyayên Şikefta Birîndaran ve girêdaye, di aliyê leşkerî de xwedan cihek stratîjîke. Ji bo derdora Şikefta Birîndaran bê dorpêşkirin, divê Girê Mazî û girê Karker wêrê girtin. Bi vê mebestê, artêşa tirk di roja duyem a operesiyona Zapê de êrîşî girê mazî kir. Ku girê mazî bikevê dest tirkan, wê bi asanî derbasî Sajê, Kokelê û ji wir jî derbasî girê Karker bibin û ji pişt re êrîşî şikefta birÎndaran bikin. Jixwe ketina şikefta birîndaran, tê wateya ketina hemû Zapê.
Destpêka pêvçûnan: Di berbanga roja 22’ê Şibatê, di navbera hevalan û leşkerên ku êrîşî girê mazî dikirin de pêvçûn derket. Hêjmara hevalan pir zêde kêm bû; ya leşkeran pir zêde bû. Heval wek du komên cuda li rojhilat û rojevayê boxazê sîngergirtibûn û êrîşên leşkeran paşvedixistin. Ji sibehê heta êvarê pêvçûn dewamkirin. Leşkeran 4-5 caran êrîşkirin û xwestin ku boxazê têxin dest xwe; lê her carê jî li hemberî berxwedaniya hevalan vala derdiketin.
Hevalên ku berxwedanî dikirin, gelek ji wan roja berî wê bi mêvantî hatibûn Zapê, wek heval Ayhan(Görse) û gelek hevalên din. Heval Ayhan û hevalên din ku hêjmara wan derdora 10 hevalan bûn ji sibehê heta êvarê nehîştin ku çend hezar leşker û cerdevan têkevin girê mazî. Di dema pêvçûnan de, Kobrayên artêşa tirk bêrawestîn êrîş dianî ser cihê hevalan û ji jêr de jî, leşker bi dizî an jî eşkere dixwestin gir têxin dest xwe. 4 kobra êrîş dikirin, du heb diçûn, duyê din dihatin, heman kevirek nehîştin û lênexistin. Di van êrîşên kobra û leşkeran de, ji berbangê heta êvarê, tiliya yek hevalî jî xwîn nebû, yek hevalî jî cihê xwe berneda û nehîştin ku dijmin yek gavê pêşve bavêje.
Girupek heval çûbûn kemîn li nêzî pira balinde li hemberî tangên dijmin danîbûn. Jixwe tirkan dixwest ku tangên xwe yên li Sîriyê, şêladizê û Bamerê derbasî Zapê bikin. Ji bo vê yekê jî, grupek hevalên me kemîn danîbûn; lê pişta ku hatina tangên tirkan ji rojevê derket, êdî divibû ku ew grup cihê xwe berdê û derbasî cihên pêvçûnan bibê; cihê herî nêzî wan girê mazî bû. Grup derdora saet 4’an gihîşt serê girê mazî, berpirsyarê girupê heval mahîr bû, derdora 10 hevalan bûn, hemû hevalên kevin û xwedan tecrubeyên şer bûn. divibÛ ku ev grup biçê alîkariya heval Ayhan.
Berî êvarê, hevalên ku li girê mazî berxwedidan, kobreyeke dijmin xistin xwarê. Kobra din ava leşkeran de ket û teqiya. Ketina kobra morala hevalan kir hezar û ya dijmin jî xist. Ketina kobra dijmin xist panîkê, kobrayên din jî dûrî cihê pêvçûnê ketin. Ketina kobra, di aliy^etektîkî, moralÎ Û siyasî de derbeyek pir mezin bû ku li artêşa tirk hat xistin. Hemû çapameniya cîhanê behsa ketina kobra û pêvçûnan dikir, destpêkê artêşa tirk ketina kobra nepijirand, lê piştî ku dîmen û wêne derketin, neçar man kul i xwe mûkirbên.
Êvarê grupa heval Mahîr jî gihîşt gel heval Ayhan û amadekariyên çalakiyekê hat kirin. Divibû ku heval êrîşî ser sînger û cihên leşkeran bikin û derdora boxazê ji wan paqij bikin.
Çalakî dîrekt ji aliyê heval Bahoz ve dihat koordînekirin. Di nava çalakiyê de jî, wek 2 grupên sereke hebûn; grupek li aliyê rojhilatê boxazê, berpirsyarê wê heval Rojhat Cîlo bû, grupa din jî li aliyê rojavayê boxazê, di bin berpirsyartiya heval Mahîr û heval Ayhan de bû.
Çalakî di derdora saet 8’an de destpêkir. Her grupek din ava xwe de bibû çend beş, beşekî êrîşê, beşekî parastinê û beşekî destekdayînê. Lê din ava van hemû beşan de, tenê çend gav hebûn. Jixwe boxaz pir teng e, tenê çend zinar û teht li derdorê hene, wekî din arazî rût bû. Aliyê em têde, ango aliyê başûr zuha bû, lê aliyê bakur ku leşker têdebûn, hemû berf bû û pir sar bû. Em li jor bûn, dijmin li jêrbûn û bi giştî her kes di navhev de bûn.
Heval bi dizî çûn gihîştin ber sîngerên dijmin û ji nişkave li wan xistin, ji jor de jî hevalan bi BKS û B7 êrîşî dijmin kirin. Hevalên êrîşvan ketin nava leşkeran û sîngerênwan yek bi yek xistin. Hin caran fîşekên hevalan xelasbûn, çekên leşkerên mirî ji ser wan radikirin û pê êrîşî dijmin dikirin.
Çalakî pir bilez çêbû û bilez jî rêvediçû. Di nava çalakiyê de, hevalek ji grupa êrîşê birîndarbû, ew heval ji cihê çalakiyê hatdûrxistin. Zêdetirî 12 leşkerên dijmin hatin kûştin û bi dehan jî birîndarbûn; qîre-qîra leşkeran bû, hin ji wan digriyanû hin jî diriviyan.
Dijmin çekên bidûrbînên şev hatî amadekirin bikardihanîn. Dûrbînên şev pir bi asanî dikarê mirovan bi şev bibînê. Bi van çekan 2 heval di çalakiyê de hatin suîkastkirin. Jixwe dijmin di vî şerî de tekmolojiya şer a herî nûjen û pêşketî bikaranî. Termal, dûrbînên şevê, çekên suîkastê, kobra, balefirên şer, hawan, Ubîs û qaşo leşkerên xwe yên bijartî anîbûn operesiyonê. Lê hemû jî, li hemberî berxwedaniya hevalan vala derketin. Çekên nûjen û hêjmara pir zêde li hemberî bîrûbaweriya hevalan, li hemberî ruhê APOYÎ, li hemberî berxwedaniya mafdar binketin.
Di çalakiya Girê Mazî de jî pir baş diyarbû, ku çawa 10-15 heval dikarin bi hezaran leşkeran binbixînin, kobra biteqînin û çalakiyek serkeftî li darxînin. Çalakiya Girê Mazî serkeftîbû. Çalakiyek mînak bû, berxwedaniyek bêhempa bû.
Çendî k udi çalakiyê de çend kêmasiyên biçûk derketibin jî, lê serkeftina mezin a çalakiyê nayê tarîkirin. Jixwe piştî çalakiyê dijmin ji derdora girê mazî û herêma Çemcû paşve riviyan, ancax bi hezar zor û belayan kûştî û birîndarên xwe ji herêmê derxistin.
Helbet ku berxwedaniya girê mazî, berxwedaniyek dîrokî ya bêhempa ye. Rol û keda heval Ayhan di vê berxwedaniyê de pir mezin bû. Heval Ayhan roja berî operesiyonê hatibû Zapê, hîn Mêvan bû, lê dema ku dijmin êrîş kir, heval Ayhan jî, li gel hevalan çû pêşiya dijmin û bi şev jî tevlî çalakiyê bû, di çalakiyê de şehîd ket. Ji bilî heval Ayhan, heval Baran jî şehîd ket. Heval baran di girupa heval mahîr de bû, li akademiya H. Karer dima. Li gel grupê çû kemîna pira Balinde û pişt re jî, hat hawara hevalên Girê Mazî û beşdarî çalakiyê bû. Di çalakiyê de çeka B7 dixebitand. Heval Baran, pir dilnizim û mirovhez bû, rola wî di çalakiyê de diyarbû. Him heval Ayhan û him jî heval Baran, bi ked, şer û fedayîbûna xwe, serkeftina çalakiya Girê Mazî misogerkirin. Di dil û mejiyê hevalan de hestên tolhildanê xurtirkirin. Berxwedanî û serkeftina şerê Zapê, encama ked û xwîna hevalên me yên şehîd e.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re;
Di 23'yê adarê de bi roj saet di navbera 15:00-16:00'an de artêşa tirk qada Kaşûra, gundê Ketsê, Nizûrê, Heftenîn, Sûlê û Tengava Sîpan ku bi ser qada Heftenîna ku girêdayî Qadên Parastina Medyayê ye, bi hawan û obûsan êrîşek li dar xistiye.
24 Adar 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG'ê
- Ayrıntılar
Ji bilî Kurdistan, ji derveyî kurdan,
Li welat, parzemîn, dinya û gerdûnê,
Hûnê bikaribin bêjin hinek ax û kes hene ku ew qas bi bêmirinî girêdayî azadiya xwe ne?
Di nermbûna pemboyî ya kalên me yên rûspî de, coşa serkeftinê heye.
Gelê me yê ku bi şênîbûneke mehşerî ku li deriyên bihûştê civiyayî hene.
Gelê me yê ku bi hemû reng û zengîniyên xwezayê di kincên xwe yên netewî de didin jiyandin, li dikê ne.
Ji heft heta heftê hemû gelê me yê rûferîşteh û pak li qada ne û li ser navê mirovantiyê çi hebe ji nû ve didine vejandin.
Ji zarokên agir û rojê yên herî bêhempa, li lûtkeyên çiyayan govendê digerînin.
Li gund, bajêr û metrepolan hemû kurd rabûne govenda azadiyê.
Wê ev govenda azadiyê nesekine,
Heta ku hemû çiya û bajêr negihên hev,
Heta ku ziman û zarav bi herikîna xwe ya xwezayî bêne axaftin,
Heta ku li Kurdistanê qişlayên leşkerî, qişlayên ku qirkirina çandî dikin û hemû partiyên mêtînger paşpaşkî biterikînin,
Heta ku tola Seyîd Rizayan, Sêx Saîdan, Elîşêran û Yadoyan bê girtin,
Heta ku wesiyeta Mazlûm Doxanan, Rehşan Demîrelan û Zekiya Alkana bê cî,
Heta ku ji mêrkûjên Enes Atayan, Ugur Kaymazan, Mizgînan û Şîlanan hesap bê pirsîn.
Wê ev govenda azadiyê bidome û ji nû ve bidome.
Heta ku Rêber Apo azad bibe,
Heta ku nasnameya azad a kurd çêbibe,
Heta ku Kudistana Azad û Demokratîk pêk bê,
Wê ev govenda azadiya bidome û ji nû ve bidome.
Gelê me di Newroza 2009’an de vê bi awayekî aşkere îlan kir.
Hemû cîhanê pê da hisandin.
Dema ku di adara 2009’an de here sindoqê wê vê biguhezîne hêza siyasî.
Ku ji sindoqê encamên cuda jî derê, bizanibin wê ev dek û delobên AKP’ê bin.
Wê vê yekê gelê me nepejrîne û wê ev ji bona AKP bibe qiyemet.
Bila ev wisa bê zanîn..
Nebe nebe…
Nebe nebe…
Hûn minafiqên AKP’î serî li hîleyan bidin!
Divê gelê me hetanî ku sindoq bi saxlemî venebin û bi awayekî saxlem neyên hijmartin û hetanî li ser sindoqan ev ji dinyayê re neyê aşkerekirin, kes li ciyê xwe rûnenê û neçe mala xwe.
Piştî ku serkeftina me diyar bû, divê pîrozbahiyên serkeftinê bên li dar xistin.
Gelê min ê rûferîşteh ê Newroza 2009’an, vê yekê bi zêdehî heq kiriye.
Ji ber vê yekê ye ku, em bûne fedayiyên vî gelê ku di dinyayê de gelê herî xweşik e.
- Ayrıntılar
Li her çar aliyê Kurdistanê û li her deverên ku kurd lê dijîn, Newroza 2621’emîn bi rihê mazlûman hate pîrozkirin. Gerîla jî li her lûtke û girên çiyayên Kurdistanê Newrozê pîroz kirin. Çi ji radyoyê çi ji televîzyonan, gerîla Newrozê bi coş û moreleke mezin şopandin. Amed dîsa wekî her carê erka xwe anî cî û milyonek kes tev bi hev re Rêber Apo silav kirin. Li Stenbolê qîrîna 500 hezar kesî li giravên Îmraliyê olan dan. Li her deverî hate diyarkirin ku riya aştiyê di Îmraliyê de derbas dibe.
Ne pir dûr e, gelê kurd berxwedanî û çalakiyên Gabar, Oramar û bi berxwedaniya Zapê, sala 2009’an pêşwazî kirin. Rih û moralê netewî di tu demê de wisa bilind nebûbû. Piştî têkçûyîna Zapê ya artêşa tirk, Emerîka-Îngilîz-Îsraîl careke din dewleta tirk ji têkçûyînê rizgar kirin. A rast ev sî sal in, NATO di pêşengiya Almanya û Îngîltereyê bi PKK’ê re şer dikin. Dewleta tirk jî tenê piyonek bû di vî şerî de. Nexwe tenê li dij me dewleta tirk hebûna, me yê deh sal berê dewleta tirk bianîna riya rast. Lê her cara ku kurd zorê da dewleta tirk, nehiştin û mûdaxale kirin. Ev rewş di hemû raperîn û serhildanên kurdan de jî çêbûye. Piştî ku li bakurê Kurdistanê bi pêngava 15’ê tebaxa 1984’an, di pêşengiya Almanên faşîst ve êrîş birin ser kurdan û pêvajoya înfazkirina kurdan dan destpêkirin. Almanya bi tanqên xwe û bi qedexekirina PKK’ê re, di asta herî jor de, bi gerîla re şer kir. Tabî ev erk ji hêla NATO’yê ve hate dayîn û bi Gladyoya Tirkiyê ku jê re Ergenekonê tê gotin, dest bi kuştinan kirin. Herî kêm 20 hezar welatparêzên kurd hatin qetilkirin. Hemû jî bi destûr û fermana Emerîka û NATO’yê hate kirin.
Di hevdîtina 5’ê mijdara 2007’an de, Emerîka înfazkirina kurdan da sekinandin û li hember vê PKK’ê wekî dijmin îlan kir. Pê re jî, bi tirkan Dewleta Federa ya Kurdistan da qebûlkirin. Li hember vê jî Emerîka hewl dide Tirkiyê wekî cenderme û cahşan li Rojhilata Navîn bikar bîne. Bi projeya xwe ya îslama nerm, di şexsê AKP’ê de, hewl dide modelek ava bike. Li hember vê di nava Ergenekonê de hinek derdor li hember vê biryarê derketin û bi mûdaxaleya Emerîka re rû bi rû man. Meseleya Ergenekonê ev e ku, ev derdorên mêrkûj ên ku Emerîka nas nekirin, berjewendiyên Emerîka xistin xetereyê û dest avêtin sermayeya yahûdiyan, lewre biryara tesfiyekirina van kesan hate girtin.
Digel van geşedanan ev çend meh e, bahsa konferanseke kurd tê kirin. Di serî de ya zelal ev e ku, ev projeya Emerîka ye. Di nav de hêzên başûr jî hene. Talabanî, ev demeke derî bi derî mîna ku morîkên dayîka xwe winda kiribe digere. Mixabin xwe tiştek dihesibîne û dibêje dema çekan û filan derbas bûye. Mixabin Talabanî, lingek wî di gorê de ye, lê bi qasî misqalek jî ji bona gelê kurd tiştek nekir. Niha jî li ber mirinê ye, hê jî kurdan pêşkêşî dinyayê dike. Qe nebe, di temenê xwe yê dawîn de, başiyek bikirana. Lê mixabin!
Bila her kes vê bizanibe ku, gerîla hêza parastina cewherî ya gelê kurd e û temînata çareseriyeke rastîn e. Em ji erd heta asîman girîngî û pîrozbûnê didine yekîtiya kurdan. Lê PDK û YNK bi van nêzîkatiyên xwe hêz didin projeyên dijminan. Gelê kurd di dîroka xwe de tu carî wisa derfetan bi dest nexistibû. Van salan salên dîrokî ne. Ku yekîtî bi pêş nekeve, wê hemû qezencên kurdan bikeve talûkeyan. Dewleta tirk ne dilsoz e, derewkar e û xwîna kurdan fir bike jî dilê wan rihet nabin. Lê mixabin Celal Talabanî jî berdevkiya wan dike û wan dike bira û birayên xwe yên ku bi saya wan li piya maye jî, bazar bi bazar difiroşe.
Ku mesele ev be û hûn dixwazin aştî bi pêş bikeve, vaye serokatiya me li Îmraliyê ye. Çima Talabanî vê nabîne û bê PKK li çareseriyan digere û bangên eletewş dike.
Bila vê baş bizanibin ku, bê PKK konferans li dar xistin, ferzkirina teslimiyetê ye. Daxwazên çek berdanê, qebûlkirina jiyaneke bêrûmet e û qirkirina kurdan e. Ev lêgerînên çareseriyê yên bê PKK, konsepteke îmhayê ye.
Êdî PKK tevgereke civakî ye. Bila her kes ji xwe re cidî be. Hûn çawa dikarin wisa teslîm bigirin? PKK ne çend hezar gerîlayên li serê çiyaya ne. PKK bi hezaran qadroyên profesyonel, bi milyonan sempatîzan, bi hezaran fedayî ye.
Kesê mîna Henrî Barkey şapînok, bêterbiye û beredayî bi aqlên xwe yên biçûk projeyan amade dikin. Dîsa Talabanî daxwaza çekberdanê dike. Baş e, bila Talabanî û Barzanî hêzên xwe yên pêşmerge belav bikin û çekên xwe bidine Emerîka, wê demê em ê jî çekên xwe bidine wan. Na ger ku ji bona wan hêzên çekdar girîng bin, heman tişt ji bona me jî wisa ye.
Bila dost û dijmin her kes bizanibe, wê tu caran gerîla dev ji çekan bernede. Gerîla hêza parastina gel e. Çareserî bi pêş bikeve jî, wê gerîla hebe û çi li serê çiya çi li bajaran wê xwedî çek be. Lewma daxwaz û bangên çekberdanê, bêterbiyetiye û şapînokbûne.
- Ayrıntılar