Cemîl BAYIK
Ji hilbijartinên herêmî re 2 meh man. Ji bo xebata têkildarî hilbijartinê 2 meh dikare mîna demeke kin were dîtin. Lê belê 2 meh jî ne demek e ku mirov wisa sivik nêzîk bibe. Heger ev pêvajoya hilbijartinê ya dest pê dike baş bê bikaranîn û şêwazekî xabatê yê li gor wê bê meşandin û bi tempoyeke xurt tevger hebe mimkûn e gelek tişt werin bidestxistin.
Ji ber vê yekê pêwist e were dîtin ku di demên hilbijartinê de dem û bikaranîna demê gelekî girîng e. Her çiqas dema hilbijartinan nêzîk dibe, xuya dike ku AKP jî vê rastiyê dibîne û dikeve tevgerê. Lê belê AKP’ê ji bo ji derveyî wê hêzên din li gor heman şêwazî tevbigerin asteng bike çi ji destê wê tê dike. Polîtîkayên AKP dimeşîne vê rastiyê radixe ber çavan. Heger bala we bikişîne li Tirkiyeyê bi mehan e ku rojeva gel bi doza Ergenekonê hatiye dagirkirin. Dikare were gotin ku Ergenekon bûye mijara bingehîn a xewnên gel jî. Ji aliyekî ve AKP raya giştî û derdorên siyasî bi vê mijarê ve mijûl dike, ji aliyê din ve di binî re ew xebatên xwe yên hilbijartinê xurt dike.
Tu kes nikare ji ber vê yekê AKP’ê sûcbar bike. Ya girîng ew e ku di dema wê de ev yek were dîtin û tedbîrên wê werin girtin. Beriya niha jî me destnîşan kiribû ku AKP takiyevan e û ji bo bidestxistina hilbijartinê wê serî li her vê rê û rêbazê bide. Di vê çarçoveyê de mijarên ku gel gelekî bi nazikî nêzî wan dibe jî bi kar tîne û ev yek karên li gor siyaseta wê ne. Ji partiyeke ku nirxên pîroz ên olî yên gel îstîsmar dike û li ser wan siyasetê dike hêvîkirina helwesteke cûda wê ne rast be. Jixwe tiştê niha AKP dike jî ji vê yekê pê de ne tiştekî din e.
AKP’ê çi kiriye? Têkildarî Ergenekonê agahiyên bi sînor û yên li gor berjewendiyên xwe kirin rojeva yekemîn a organên çapemenî û ragihandinê. Bi vê yekê ji aliyekî ve nûçeyên esasî yên der barê Ergenekonê de aşkere nekirin û raya giştî şaş agahdar kir, ji aliyê din ve raya giştî û derdorên cûda yên siyasî li derdora rojeva ku wê diyar kiriye civandin. Di vê navberê de jî bêyî ku navberê bide xebatên xwe yên esasî yên hilbijartinên herêmî domandin. Bi vê yekê re di nava deshilatdariya dewletê de cihê xwe zêdetir kir û bêyî navberê bide xebatên xwe yên esasî meşandin.
Ne mimkûn e ku hêzên demokrasiyê û tevgera me ya azadiyê li dij deşîfrekirin û têkoşîna li dij Ergenekonê be. Lê tiştê AKP dike, bi tu awayî nayê wateya deşîfrekirin û têkoşîna li dij wê. Berovajî tiştê tê deşîfrekirin di rastiyê de ji bo astengkirina deşîfrebûna Ergenekona esasî û bûyina wê bi xwe ya Ergenekona esasî û rakirina astengiyên heyî ne. Tiştê AKP dike ji vê pê de ne tiştekî din e.
Yên heta niha bi rastî li dij Ergenekonê têkoşiyan hêzên demokrasî û azadiyê ne. Tu kes an derdor nikare vê înkar bike. Aşkere ye ku deşîfrebûna Ergenekonê jî bi têkoşîna ji aliyê van hêzan ve hatiye dayin mimkûn bûye. Hincetên di vekirina doza Ergenekonê de jî vê yekê piştrast dikin. Sûcên di dosyaya der barê doza Ergenekonê de hatine amadekirin de cih digirin tiştên ku ji aliyê hêzên demokrasî û azadiyê ve hatine deşîfrekirin in. Tiştê AKP dike jî ew e ku van tevan ji xwe re dike mal û bi kar tîne.
Bi vê helwesta xwe jî AKP dixwaze bi kevirekî re du civîkan bikuje. Ji bo bigihije vê hedefa xwe jî tiştê pêwist be wê bike. Lê belê divê hêzên demokrasî û azadiyê bi tu awayî destûrê nedin. 2 mehên ku ji bo hilbijartinên herêmî re mane ji bo têkoşîneke bi vî rengî dem û derfeta pêwist dide. Divê neyê jibîrkirin ku hêzên demokrasî û azadiyê starta hilbijartinê niha nedaye. Piştî hilbijartinên giştî yên 22’ê tîrmehê nêzîkbûna xwe ya ji bo hilbijartinên herêmî aşkere kir û ji bo amadekariyên pêwist tevger hate destpêkirin. Ji ber wê jî xebatên heta niha hatin meşandin, zemîna diyarkirina encamên hilbijartinê bi zêdeyî jî afirand.
Bêyî destkeftiyên ku di encama vê rastiyê de hatine afirandin werin redkirin, xurtkirina xebatên hilbijartinê û heger hebin sererastkirina kêmasiyên heyî pêwistiya zêdekirina xebatan jî xwe nîşan dide. Êrîşên hêzên dijber ên deshilatdar jî vê yekê ferz dike.
Dewletê raxiste ber çavan ku ew tenê mîna pêvajoyeke guherîna şaredaran li meseleyê mêze nake. Anî ziman ku ew wateyeke stratejîk dide hilbijartinên herêmî. Ji niha de ji bo vê yekê jî ketiye tevgerê. Aşkere kirine ku tevî artêş, polîs, memûr, hevkar û xulamên xwe wê di bin banê AKP’ê de bikevin hilbijartinan. Bi vê yekê jî bi sînor nemaye û dest bi hîleyên hilbijartinê dike. Hate aşkerekirin ku di navbera hilbijartinê borî û yên herêmî de 6 milyon deng zêde bûne. Dîsa li ser gel terora dewletê û tehdît tên bipêşxistin. Tevî van, mîna di mînaka TRT 6 de jî hate dîtin, li dij gel jî sextekariyê dike. Bi van kirinên xwe dixwaze li welatê me AKP’ê mîna partiyeke dewletê birêxistin bike, bihêz bike û di hilbijartinên herêmî de encamê bi dest bixe.
Dewlet hilbijartinên herêmî mîna referandûmê digire dest. Ji bo hilbijartinên herêmî jî li gorî xwe bi encam bike çi ji destê wê tê dike. Beriya hilbijartinan bi 2 mehan divê ev nêzîkahiya dewletê li ber çavan were girtin. Divê ji bo ya esasî kilît bibin û bi tu awayî derfetê nedin ku hêzên dijber-serdest destkeftiyên di encama têkoşîna me de derketine holê bi kar bînin û rojevê serobino bike. Berovajî, deşîfrebûna Ergenekonê û weşana bi kurdî ya TRT 6 ji ber rewşa aloz a li dijî têkoşîna me ketine hatine rojevê. Divê li gorî vê rastiyê tevger hebe û ev bibin sedem û bingehê destkeftiyên nû û baş werin bikaranîn.
Di vê çarçoveyê de divê 2 meh dema ji bo hilbijartinan mayî rast û bi tempoyeke xurt û şêwazê rast ê xebatê bê nirxandin û ji bo têkoşîna me wergere destkeftiyên mezin. Tevî astengiyên dewletê jî derfeta vê yekê heye. Tenê heger me hay ji berpirsiyariya dikeve ser milê me de hebe û wezîfeyên xwe bi layiqî bi cih bînin.
- Ayrıntılar
Hê di bîst saliya xwe de bûm.
Kêm be jî min Beşîkçî xwendibû.
Min ne ji fikrê wî re, ji wêrekiya wî re rêz digirt.
Rojek gotin pirtûka bi navê “Kurdistana Mêtînger a di nav Dewletan de” ya Beşîkçî derketiye.
Min got, “Li ku ye, li ku ye”
“Li Amedê li Kirtasiya D. heye” gotin hevalan.
Min ew dem li Zanîngeha Firatê dixwend.
Min demildest xwe avête maşîne, yallah bifire Amedê.
Min li Seyrantepê maşînek girt, bêyî ku herim malê ez daketim kirtasiya D’yê.
Ketim hundir û min pirtûkê xwest.
Li kirtasiyê tenê yek nûshayek hebû.
Çi bikin çi nekin hê di nav van ramanan de me, min ji kirtasiyevan re got: “Ji min re bi fotokopiyê bîst nûshayên wê derxe” û bîst nûshayên pirtûkê girt û min berê xwe da malê.
Wê demê di karek de dixebitîm û hema hema min hemû mehmiza xwe da heqê fotokopiyê.
Wê demê, ku leşkerê rejîma nîjadperest ên tirk bi min re bigirtna, dibe ku ez bi salên dirêj di girtîgehê de bimama.
Min gelek ji hînbûnê hez dikir.
Ji bilî pirtûkê Rêber Apo tu pirtûk rih nedida min û asoyên min berfireh nedikirin. Bi gelemperî min ji pirtûkên din sûd wernedigirt.
Li Tirkiyê çiqas rêxistinên tirk-îslam û çepgir hebin, min kovar û rojnameyên wan dişopandin; ku hebûna yê rêxistinên kurd jî.
Wê demê pirtûkên ku min girîng didîtin, ji dibistanên dawîn bigire heta zanîngehan min belav dikirin.
Min pirtûka ku ji 20 fotokopiyan pêk dihat a Beşîkçî jî wisa li xwendekaran belav kir.
Min hem li Zanîngeha Firatê hem jî li xwendekarên dibistanan belav kir. Piştî van pêvajoyan beşdarî gerîla bûm.
Ez gerîla wekî tarza jiyanê û ehlaqek azadiyê di cewherê nasnameya xwe de dibînim. Milyon carî jî werin dinê, ezê dîsa jî ji bilî jiyan û şêweyê jiyana gerîlatiyê tu jiyanek qebûl nekim.
Jixwe jiyana kurdan jî hetanî sala 1950’î, mîna jiyana gerîla bû. Ger ku îro kurd, bikaribin bi nirxên azadî û wekhevî û pê re hemû dîrok û hebûna çanda xwe parastibe, ev bi saya gelê me yê belengaz û ku yên dihatin eciqandin ve li lûtkeyên çiyayên azad bi berxwedaniyê hatiye afirandin. Em jî ji vê hêla gelê xwe tên.
Û em kesayetiya ku di pêlên deklase yên mezbahayên bêehlaq ên modernîteya kapîtalîst de mezin bûye red dikin û emê vê bidomînin.
Niha jî em dinêrin, kesên ku ew qas ji modernîteya kapîtalîst bi bandor bûne, tifaq kirine û êrîş dibine ser Rêber Apo. Hemû jî, bi destûra tu ji wir, tu ji vir, ew jî ji wir êrîş bike tevdigeriyan. Bavê fikrî yên hemûyan jî Îngîltere bû û navenda wê ya kontrolkirinê Emerîka bû.
Fet-ûl Mûnafik û çapemeniya wan a xurafe, guleyên bi jehr ên MÎT û CIA’yê xistine çeperên xwe. Bi gotinên xwe yên bi guleyên tûranî diteqînin. Lîboşên îxanetvan jî –îxanetvanên kurd- li Ewropa û li başûrê Kurdistanê di çeperan de xwe telandine; heqê araqa tirk û bîraya Ewropa dixin berîka wan, fena sexweşên kuçeyan çi dikeve serê wan, davêjin ha davêjin.
Yek jî ku derên televîzyonên Fet-ûl Mûnafik, eman jî eman, çiqas dibin mêrxas.
Lê ji bilî me kes nizane ku ew çiqas tirsonek û ketî ne.
Gotineke pêşiyên kurdan heye û ji kesên wisa bereday re tê gotin: “Yê ne di şer de be, şêr e” Herhal wê van lîboşan fêmkiribe.
Yek jî ez di xwe de mafê vê ji Mamoste Beşîkçî re bêjim dibînim. Her hal wê ew bixwe jî bi feraset pêşwazî bike. Ji ber ku mirovekî zaniste…
Mamoste Beşîkçî dibêje: “PKK rêxistineke mezin e, lê armancên xwe biçûk kiriye” Beşîkçî xwe dixapîne, armancên PKK’ê mezintir bûne. Di bin banê Konfederalîzma Demokratîk de, xwediyê sazkirina şaristaniyeke demokratîk a gelan e. Û têkoşîna vê dide. Di vê mijarê de di nêrandina PKK’ê de tengbûnek heye.
Duyemîn, dibêje ku, “Axafînên Rêber Apo ne exlaqî ne” A rast wisa gotina we ne ehlaqî ye. Ma we jî di zîndanê de fikrên xwe danexuyand? We pirtûk nenivîsand? Tirk ji Rêber Apo re dibêjin neaxive; Emerîka û Ewropa û Telebanî wisa dibêjin. Dîsa Fet-ûl Mûnafik û lîboşên îxanetvan wisa dibêjin. Xêr e, hûn hemû bi hev re fena qinik û mamikên ku ji heman daktîloyê derketibin dixwînin.
Fena li mizgeftên Tirkiyê fetvayê ku ji hêla MGK’ê ve hatine amadekirin, we bi hev re dest bi xwendina xutbê kir.
Nebe nebe ew MGK’a we, ew Emerîkaya ku kordînatoriya NATO’yê dike be. Ji hêlekî de ku Emerîka li hember me dest bi şer kiriye, her hal ne tesadûfe ku ev şerê derûnî yê Beşîkçî, Fet-ûl Mûnafik û seyên ber deriyê Elmanyayê destpêkiribe.
Gelo, çi ye ku we hemûyan wisa kişandiye heman çeperê?
- Ayrıntılar
Filîstin û Îsraîl ku herdu jî bi kokên xwe semîtîk in, ev 4 hezar sal in li ser vê axê bûne pirsgirêk û her hêzek an şaristaniyek, li gorî berjewendiyên xwe van herdu qewman berdane hev. Navenda van pevçûnan jî, bêguman Qudus e an erdên pîroz in. Dîsa qewmê yahûdî, ji hêla xwedayên wan Yehova ve, qewmê herî bilind û berz hatiye îlankirin. Li aliyek din, Rojhilata Navîn li gorî mîtolojiyên olî ji xwe re “axê pîroz” îlan kirine. Wisa hatine bilindkirin, navê dewleta xwe jî kirine, “yên ku bi xweda re afra dike”. Yanî bi xwedê re hevdigirin an bi xwedê re dikarin kapan bavêjin. Yanî civakeke ku xwe bîna asta xwedayan, wê demê travmayeke cidî jiyan dike. Lewre her dem bi komkujiyan re rû bi rû mane.
Bajarê Qudsê jî, bûye navenda netewperestiya cîhanî. Gotin di cî de be, bûye bajarek bi lanet. Lê nakokî ev e ku, wateya navê xwe jî pîrozî, selam û aştî ye.
Jixwe ji ber vê derûniya îsraîliyan, ne mîna qewmên din in. Di dinê de tiştek nemaye ku nehatiye serê wan. Ji her derê hatine qewitandin û bi komkujiyan re rû bi rû mane. Sedemê vanan gelek in. Lê îro jî heman tiştî ew bixwe dike. Li ser vê axê hetanî ku îsraîlî nebin xwedî ciyek ewle û dev ji axên pîroz bernedin, wê ev keval her dem bidomin.
Îro sermayeya cîhanê hema hema di dest yahûdiyan de ye. Modernîteya Kapîtalîst ku qansêra şaristaniyan e, bi sazûmana netew-dewletî û bi endûsrîyalîzma ku dawiya xwezayê tîne re, ji ber vê erka yahûdiyan, her dem destek dane wan û pevçûnan kûrtir dike. Lewre çareseriya yahûdî û filîstiniyan ne bi rejîmên xwefirotî yên ereban ne jî bi hêzên emperyalîstan (Tirkiye û Îran jî di nav de) çareser dibe.
Ka em werin van rojan. Dîsa mirovantî di şexsê filîstîniyan de dinale û xwedayên ku li panteonan di nava kêf û seyranê de ne û di nava mija xemsariyê de fetisîne.
Kelakela rojeva siyasî, bi hemû dek û dolap, bi hemû derew û dirûtiyan gotin di cî de be diqerise. Ev du hefteye li hember çavên dinyayê Îsraîl komkujî pêk tîne. Di heman demê de, dewleta tirk jî ji destpêka êrîşên hewayî ve, li ser hev êrîşên herî zêde di vê demê de kir. Balkêş e, Îsraîl û Tirkiye di heman demê de êrîşan destpê kirin û pê re girêdayî ya herî ecêb û sosret jî Îran jî ev du hefteye qadên gerîlayan daye ber top û katûşayan.
Belkî jî hinek jî bêjin, ev çi bexdenûs e. Tirkiye qaşo misilman e û partiya desthilatdar jî qaşo misilman e. Hem êrîşê erê dikin, bi milyar dolarî bi yahûdiyan re bazirganiya çekan dikin û dibin navbeynkar. Ew qas dirûtî, ji vê bawer bin, di dîroka şaristaniyan de; ne rahîbên sûmer, ne Nemrûdên Babîlan, ne Fîrevûnên Misrî fena tirkan kirine.
Dîsa Îran her roj sond dixwe ku ewê siyonîzmê ji dinê rake. Lê hemû derew in. Divê mirov ji farisan vê pirs bike, ka we ew qas zirt dikir. Ka fûzeyên we hebûn, filan û bêvan. Îsraîl jî jixwe, dibêje û dike. Hemû şaristaniyê daye pey xwe û bêminet komkujiyan dike. Wê demê ol an teolojî, ji bona dewletan navgînên xapandinê ne. Berjewendî, kapîtal û kar dikeve dewrê, pîrozahî û mafên mirovan tê jibîrkirin. Mînaka tirk û faris, tam li gorî vê rewşê ye. Di şûna ku Îran li hember komkujiyên Îsraîlê, bersivek bide an tofanan rabike, berê xwe daye qadên gerîlayan û bi êrîşên artêşa tirk re, ew jî êrîşên top û katûşa avêtinan dike. Hezar mixabin, HAMAS ku îro li hember êrîşên siyonîzmê li ber xwe dide, baweriya xwe bi tirk û farisan tîne. HAMAS, ji ber netewperestî û radîkalîzma îslamê çavkorî bûye û gelê Filîstin dike qurbana hemû rejîmên noker ên ereb. HAMAS ji hişmendiya dîrokê bê par û ji rastiya netew-dewlet, yahûdî û emperyalîzmê dûr e. Siyaset çawa dibe, kî dostê wan e an kî neyarê wan e ji hev dernaxe.
Berî ku Îsraîl dest bi êrîşên xwe yên dijmirovî bike, hate Tirkiyê û plana êrîşê li Tirkiyê hate xêzkirin û bi erêkirina Misirê derbasî pratîkê bû. Jixwe di heman demê de, qaşo serokwezîrê Filîstînî Mahmûd Ebbas jî li Misirê bû. Yanî ereb, tirk û faris vê komkujiyê erê kirine. Tirkiye û Misir û alema ereban; HAMAS’ê û gelê filîstînî bi erzanî firotin. Dîsa hemû alema ereban, di şexsê rejîm û pêşengên wan de, xwe firotine siyonîzm û emperyalîzmê. Ji bona wan kar û pere, ji jiyana filîstîniyan û ji îslamê ferztir e. Jixwe Ewropa û dewletên din ên xirîstiyan, asayiye ku bibin ker û lal, ji devê xwe gotina demokrasiyê kêm nekin.
Yek çare ew e ku, gelê ereb li hember van rejîmên xwe yên xwefirotî derên û 23 parçeyan bikin yek parçe. Qaşo Yekîtiya Ereban heye, lê ev xwe û gelê ereb xapandine. Ji ber ku erkeke xwe nîn e. Wekî bûroya emperyalîstan e. Lewre divê îsraîlî û filîstînî di nav xwe de, bêyî ku hêzên din bixin navbera xwe, bi hev re KONFEDERASYONEKE DEMOKRATÎK saz bikin. Wê ev bixwe hemû ereban jî bike yek û di demokratîkbûyîna ereban de jî bibe erkeke dîrokî. Ji ber ku ji heman qewmî ne. Çi dibe bila bibe, derfetên bi hev re jiyanê heye. Nexwe ev nebe, wê tu carî Îsraîl li Rojhilata Navîn cî nebîne û mehkûmî koçberiyan bibe, rêxistinên mîna HAMAS bibin pêlîstok û gelê ereb jî wê her dem îxanetê li dîroka xwe bike.
- Ayrıntılar
Gelo, gengaze ku dîrok bê maliştin û tune bê hesibandin? Ku em dîrokê zindî bihesibînin û xwe parçeyek wê bihesibînin û wekî hiş û bîra gerdûnê bigirin dest, wê demê ne gengaz e. Her çiqas hewldan çêbûbûn û bi sedsalan ev pêk hatibe jî, ev hiş û bîrên gerdûnê nahêle ku dîrok winda bibe û her dem lêgerîna heqîqetê bidome.
Dema ku dîrokê bi dest bigirin, em nikarin bi tenê bi avaniyên ku çêbûne û hilweşîne dest bigirin. An jî li gorî desthilatdaran, dîrok ne tenê avabûn û têkçûyînên dewletan e. Ya girîng û diyarker ne ku çi ava bûne an çi hilweşiyane. Di derbasbûnan da kêlî, pêşbiniya azadiyê diafrîne û ev di kêliyên qaosan de xwe dide der. Serokatiya gelê kurd Rêber Apo, di parêznameya xwe dawîn de dîrokê dişibîne çekeke tijî fîşek û dest li ser tetikan. Yanî tu dikarî xweşikbûna çekê bînî ziman an hêlên wê yên siyasî, aborî, hunerî rave bikî û şîrove bikî. Ev dibe tarîf û danasîna çekê. Ev dibe ku di warê xweşikbûna çekê de rîşikên wê bên. Lê ya girîng, dîrokê wekî çekeke tijî gule bidest girtine û tilîk li ser tetikê her dem dixebite fikirîn e. Kêliya ku tilîk tetikê dixebitîne, wate û dîrok bixwe ye.
Ji rahîbên sûmeran heta rahîbên nûjen ên zanistên pozîtîvîst, dîrok hatiye berevajîkirin. Di ser de bi berovajîkirinê nemane, tune hesibandine. Her desthilatdar dîrokê bi xwe daye destpêkirinê û bi xwe jî daye qedandinê. Yan jî hewl didin ku xwe bêdawîn û ebedî îlan bikin. Dema rahîbên sûmeran sazûmana xwe ava kirin jî vê kirin, modernîteya kapîtalîst jî îro heman tiştî dike.
Wê demê ji bona ku em rûyê qirêj ên desthilatdaran fêm bikin, divê em dîrokê bi tevahî dest bigirin û neyên lîstikên pozîtîzma modernîteya kapîtalîst.
Dema ku mirov ji prîmatan rizgar dibe an derbasî qonaxa mirovbûnê dibe û hetanî xwe digihîne mirovê ku diaxive û difikire, milyon sal dibûhirin. Ku mirov 20 milyar emrê gerdûnê li ber çav bigire wê ev dem, wisa demeke zêde nîn be. Lê em li şaristaniyên heyî binêrên, emrê wan sedsal in an çend hezar sal in.
Dema ku mirovên destpêkê ji Geliyê Rîfa Rojhilata Efrîka li dinyayê belav dibin, bi xwe re tovên civakîbûnê davêjin. Destpêkê bi koçberî, ger, nêçîrvanî û berhevkirina giyayan mirovê destpêkê mohra xwe li dîrokê dixin. Avaniya destpêkê ya komên mirovên destpêkê bi klanan destpê dike û bi giranî jin bi berhevkariyê mijûl dibe û mêr jî bi nêçîrvaniyê mijûl dibe û prototîpa civakbûnê davêjin. Komên destpêkê ji 25-30 kesan pêk tê û ev bi pêşengiya jinê didome. Ji ber sedemên xwetêrkirin, xweparastin û xwezêdekirinê ev kombûna destpêkê jiyanî ye û li hember zirûfên xwezayê piçek jî neçarî ye.
Belavbûna mirovê destpêkê ku wekî Homo Sapîens tê binavkirin, ji Xeta Rîfê ber bi cihoka Sûweyş û ji wir jî ber bi rojhilata Behra Spî ve diherikin. Milê sereke yê vê belavbûnê, di vê xetê de ber bi sîlsîleya Zagros-Torosan ku wekî Hîveka Zêrîn tê binavkirin de çêdibe. Tabî ev belavbûn dîsa li Ewropaya îro, dîsa ber bi çemê Nîlê jî çêdibe. Hema mirov dikare bêje êdî bi qasî 50.000 sal şûn ve, li her dera dinyayê mirov belav dibin.
Piştî helîna cemadan(B.Î 35.000-20.000), em dinêrin li dinyayê sê komên ziman û çandan mohra xwe li dîrokê dixin. Li jorî Mezopotamyaya Jorîn Aryen, di navbera bahra sor, li derdora çemê Nîlê û li çolên derdorê Semîtîk û herî dawîn jî çand û zimanên Çîn, dibin çandên sereke yên şarastaniyê.
Tabî di van serdeman de, gelek bûyer, gelek îcad û gelek şoreş pêk tên. Di dîroka mirovantiyê de şoreşa herî mezin şoreşa ziman e. Bi serdema Neolîtik re (B.Î salên 10.000-6000) şoreşa çandiniyê di pêşengiya xwedawendan de bi pêş dikeve. Ev şoreş wisa bandor dike, ji çar sed sal pêşktinên kapîtalîzmê kêmtir nîn in. Di wê demê de çandinî bi pêş dikeve û sewal têne kedîkirin. Dîsa bi sedan alav bi destê jinê çêdibin.
Ev dem serdema xwedawenda ye. Li ser navê mêr an zilam tu tiştek nîn e. Karê mêr, belkî herî zêde nêçîrvanî be. Ji bilî vê di jiyana klan an kabîlê de, erka xwe nîn e. Jiyan ji hêla jinê ve tê birêvebirin. Jin dayîka zarokan e. Hê mafê mêrbûnê an baviktiyê nîn e. Kî bavê zarok e, ne girîn ge. Zarok, zarokê klanê ye. Têkiliya cinsî jî, tenê ji bona xwe zêdekirinê ye. Wisa mîna niha mêr bêje ev jina min e an ev zarokê min e, bi pêş neketiye û bingeh û zemîna vê qet nîn e.
Ev pergal, herî kêm 6 hezar sal derbas dibe. Baş e, çibû ku ev pergal guherî û rê li ber şaristaniyê vekir. Di vê navberê de qesta me ji şaristaniyê; tehakûm, kolekirina mirovan, şer, serdestbûn, mêtandin, têkçûyîna ehlaq, metakirina jinê, bombeya atomê û bi dogmayên olan fetisandina civakê ye. Bi vê ve girêdayî em dîroka mirovantiyê bikin du beş wê çêtir be.
Yekemîn; Çanda Civakî ya Neolîtik (B.Î 10.000-5000) ku bi pêşengiya jin an dayîkê ye. Destpêkê ev çand li Mezopotamyaya jorîn destpê dike. Mînakên wê, li Erganiya Amedê Qotê Berçem, li Rihayê Newala Çor û li derdora çemê Dîclê li nêzî Bismilê hê jî li piya ne.
Duyemîn; Çanda Civakî ya Şareza(Uygar) jî, texmînî piştî salên B.Î 5000’an destpê dike û hê jî didome. Yanî sedema kapîtalîst jî di nav vê şaristaniyê de bê bi dest girtin, wê ya herî rastir be. Ji ber ku kapîtalîzm(Ewropa), awayê qansêr û nexweş ê şaristaniyê ye. Ev yek zihniyet in.
Wê demê ev encam dertê. Berî ku şaristanî bi Şaman û Rahîban destpê bike û dem dema jin û dayîkê ye; ne şer heye, ne zilm, ne tehakûm heye ne jî bêkarbûn, birçîbûn, koletî heye. Gelek nirxên bingehîn ên mirovantiyê wê demê têne afirandin. Çi dibe wê demê dibe. Dema ku em tên salên salên B.Î 5000’an, êdî bi hevgirtina bi zilamê bi hêz, zilamê pîr ê zane û şaman Xanedan dikevin dewrê û li jêra Mezopotamyayê bi pêşengiya rahîban destpêkê bi zîguratan, piştre jî bi bajar û kolîniyên wan, bi hemû sosretiya xwe Şarastaniya Sûmeran şax dide. Ev hatineke wisa ye, rê li ber hiyerarşî, bajarvanî, çîn(sınıf) û dewletê vedike û îro li serê mirovantiyê, li serê dinyayê, li serê xwezayê û li serê gerdûnê bûye bela û wekî qansêrê belav dibe. Ev belayeke wisa ye ku, hew maye ku mîna dînazoran dawiya xwe bîne.
Rahîbên sûmeran li dora Zîguratan, ji tunebûnê, sazûmanan ava dikin, bingeha olan davêjin, bi pergala xwe tovên dewletan davêjin û gav bi gav jinê ji texta wê ya xwedawendiyê dixînin. Rahîb, hemû nirx û alavên ku jinê afirandiye dest didin ser û bi xebaten xwe yên li ser astronomî, matematîk, polîtîka, teolojî û îlahiyatê xwe dikin nûnerê xwedê û civakê birêve dibin. Bi avakirina xweda re, dibin çavakanê olên mîna îslam, xirîstiyanî û mûsevîtiyê. Bi xebatên zanistiyê dibin bingeha zanistiya îroyîn. Bi çînayetiyê, rê li ber cudahiya navbera mirovan vedikin û êdî têgehên mîna kole, serf, proleter, bûrjûva, axa, beg, mîr, qral vedikin. Jina ku bi herazan salan li textê xwendawendiyê ye û temsîla jiyana xwezayî dike, dikin fahîşe. Bêyî ku dereng bimînin, zilamê bi hêz û şefê leşkerî jî bi daketina dika şaristaniyê re, pêvajoya Xwedayên maskekirî, Qralên rûpûşkirî destpê dike. Dîsa bi mîtolojiyan, fahîşekirin û kolekirina jinê, pîroz dikin û bi vî awayî bi jin û civakê didine qebûlkirin.
Dema ku em li salên B.Î 4000’an dinêrin, Zîgurat her diçe mezin dibin û dibin bajêr. Bi bajaran ve girêdayî bi dehan kolonî ava dibin. Yek ji van bajarê Urukê ye. Qralê(keya) wê Gilgamêş e û xwedawenda avakar Înanna ye. Dîsa bajarê mîna Erîdû ku xwedayê avakar Enkî ye, bi hemû heşmeta xwe gazî dikin. Mêr an zilam bi hemû hêza xwe êrîş dibe ser jinê. Xweda Enkî 104 alavên ku jin îcad kiriye dideze, lê Enkî li ser dikeve. Lê jin hê jî bi tavahî têk neçûye û têkoşîna wê li dij mêrê derewkar didome. Dema ku em tên Babîlan (B.Î 2000), bi mît û mîtosên wekî şerê Mardûk û Tîamat, jin bi tevahî têk diçe. Ya di mîtolojiyan de derbas dibe, li ser civakê bixwe pêk tê. Yanî bi mîtolojiyan di hiş û bîra mirovan de, rûyê xwe yê mêtînger bincil dikin. Ew roj roj e, serdest bi têkçûyîna jinê re, civakê jî kirine kole û her cure koletiyê ferz kirine û bi saziyên xwe pîroz kirine. Divê em vê tu carî ji bîr nekin ku, AZADIYA JINÊ, AZADIYA MIROVANTIYÊ YE!
A rast ev mijar wisa dûr û dirêj e ku, armanca min ev e ku, ev sazûmanên îroyîn, çawa avabûne. Yanî ev hemû înşa ne. Tiştek ku hatibe înşakirina an avakirin, mirov dikare biguhere û hilweşîne. Yanî mîna ku tê îdeakirin, ne karê xwedê ne an pîroz in. Ev di encama zihnê mirovan ava bûne û zihnê mirovan dikare vê biguhere. Kapîtalîzmê rêbaza xwe ya qaşo zanist e, rih-beden ji hev veqetandiye û bi ji hev veqetandina obje û sûbje re, civakê parçe parçe kiriye û îstîsmara xwe rewa kiriye. Kapîtalîzm, zanista ku bi keda hezar salan a mirovan hatiye avakirin, kiriye bin tekela xwe û bi dînê xwe yê pozîtîvîst mîna mişkan her diçe civakê dikotin. Di dema dayîksalarî an xwedewendiyê de zêdehiya hilberînan, ji hev re dihatin diyarîkirin. Yanî guherîna meta nîn bû, ji hev re diyar dikirin. Bo nimûne, pere îro bûye xwedayê herî sereke. Dîsa dem û cî cuda bi dest digirin û hewl didin hiş û bîra mirovantiyê tune bikin û kapîtalîzmê sîstema herî dawîn nîşan bidin. Dîsa beşên civaknasyê qet têkildarê dîrokê nakin.
Ji ber vê yekê, ji bona ku em xwe bigihînin JIYANEKE AZAD divê em, rûyê qirêş, zilimkar, derewkar ên sîstema kapîtalîst ku pêşengiya wê Ewropa dike, baş fêm bikin û li hember derên. Divê em xwe qanî bikin, sîstema modernîta kapîtalîst ku îro pêşengiya wê Ewropa dike, çi bêje, divê em beravajiyê wê fêm bikin. Lewma, parêznameyên dawîn ên Rêber Apo, divê em wekî quranê, încîlê, zebûrê ji ber serê xwe kêm nekin, hem fêm bikin û hem jî bidene fêmkirin. Wê demê emê bikaribin hêvî û resmê AZADIYÊ nîgar bikin.
- Ayrıntılar
Di şeveke xemrî de, li ber bayê ku bi cemeda berfên lûtkeyên girên herî bilind ên warên pîroz, di şevsayiyan de stêrk di nava reqsê de ne û di her tevgera gerîla de hevalbendî dike, temaşekirina dûriyan, bi tevlî dengê li xwezayê, tînek ne diyar di dilan de diafrîne. Şevçirayên şikeft û mangeyên binerd jî, nikare tarîtiyê biqelêşe.
Û stranên azadiyê û bextewariyê, bi qîrîneke olandayî ji zimanê sorgulên xwe diyarî mirovahiyê dikin û li vî welatê mêrg û kaniyan, li vê qada warê xwedewendan, li vê erdnîgariya bihûştî di her tevgera xwe de, kezeba Mezopatamya Amedê silav dikin û Amed jî li ser navê wan hemûyan giravê silav dike.
Her nûçe û agahiyek ji giravan, hem dilê me germ dike û hem jî hêrsa me mezin dike. Ma qey ne bes bû, ew qas dûrbûn. Ma qey ne bes e, ew qas êşên ku dilan kêlî bi kêlî diperitîne. Girav, çiya û girseyên kolanan, hêviyên azadiyê difûrînin û vê peyamê didin vê dinyaya bêdad; “Em jî hene, êdî bes e, bê Rêber Apo ne em jiyan dikin ne jî em we didine jiyandin!”
Afirînerê jiyana Azad Rêber Apo, ev deh sal in li girava Îmraliyê dîl tê girtin. Êdî ne tehamûla kurdên azadîxwaz maye û ne jî ew hiqûqa derewîn û sexte ya cîhanê dikare vê eyba mirovantiyê bincil bike. Kurd bi milyonan ji vê rewşê re got e, “Êdî Bes e!” û di her firsendê de da diyar kirin ku, êdî guherîna cî an başkirina zirûfan napejrînin û ji bilî azadiya serokê xwe tu riyek nadin ber xwe.
Ku em salvegera 30’yemîn a PKK’ê pîroz dikin, ev sî sal in hemû bi ked û pêşengitiya Rêber Apo hat avakirin.
Berî PKK’ê li ser navê kurdbûyînê, ne li bakur, ne li başûr û ne jî rojhilatê Kurdistanê pelek nedihejiya. Ne navê kurdan hebû, ne jî rûmet hatibû hiştin. Kurdistana ku ji hêla emperyalîst û hêzên paşverû re hatibû çar parçe kirin, li her parçeyek her desthilatdarek ji xwe re kurdên xwe ava kiribû an hewl dabû tune bike û ji rûpelên dîrokê derxîne. Li parçeyek kurd ereb bûn, li parçeyek din kurd dibûn faris û li parçeyek din kurd dibûn tirk an bi darê zorê vê bi wan didan qebûl kirin. Kurd tirkên çiyayîbûn û zimanê wan encax bi sedan peyvan pêk dihat. Ji hêleke din ve ereb û farisan jî kurdan kole didîtin û zimanê kurdan jî zimanekî ketî bi nav dikirin. Digel bi dehan serîrakirinan her carê kurd hatin qirkirinê.
Ma emê çawa Geliyê Zîlanan ji bîr bikin. Dîsa Newala Qesebayan. Bi deh hezaran kurd hatin qetilkirin . Dîsa li Koçgirî herî kêm 70 hezar kurd hatin qetilkirin. Dîsa Helepçe, 5 hezar cangorî bi gazên kîmyevî fetisandin û bi deh hezaran seqet hiştin.
Baş e, li hember van qirqirinan kî mafê kurdan parast, kî heyf û tola wan girtin, an kî ew parastin? Vaye di vê xalê de PKK’ê bû nasnameya gelê kurd û bi hêza parastinê ya gerîla re, rê li ber qirqirinan û qetilkirinan girtin. Dijminê gelê kurd di serî de dewleta Tirkiyê ku bi tevahî ji hêla emperyalîstan ve tê birêve birin, li Dersîmê, li Koçgirî, li Amedê, li Mereşê û li gelek deverên din hêvî dikir ku kurdan tune kiriye, lê her carê kurd bi çand, ziman û dîroka xwe li piya hiştin. Li gorî dijminê gelê kurd, her ku dikujin, her ku tune dikin, her ku qir dikin, her ku ser wan beton dikin, bes kurd jîn dibin.
Loma, vê carê dijminê gelê kurd, ku keys û firsend bibînin, wê bikin ku careke din li ser navê kurdbûnê tiştek nehêlin. Ev jî tê wateya qirqirin, koçberî û sirgûnan. Bi taybet li bakurê Kurdistanê plan û hesabên bi vî rengî, mixabin ev mijar ji hêla kurdên xwefirotî û eşîrên kurd ên li başûr in ve bûye mijara bazaran û xwîna ciwanên kurd ji hêla van serekeşîran ve tê bazarkirin. Lê hebûn û hêza gerîla rê nade ber vê yekê. Destpêkê gerîla, misogeriya hemû nirxên Kurdistanê ye. Ku îro ne ji PKK’ê be, wê destkeftiyên kurdên başûr, ji hêla tirkan ve, bên tarûmar kirin. Dîsa ne ji PKK’ê be, wê li bakurê Kurdistanê nehêlin du kurd jî bên cem hev.
Vaye, ev têkoşîna ku ji sî salî zêdetir, her diçe gur û mezin dibe, rê li ber tunebûna kurdan girt û xençerê li dilê gemar ên feodal û eşîran xist, da ku dev ji firotina Kurdistanê berdên.
Kurdistan li gorî xweseriya xwe hatiye çar parçekirin û pêwîst dike ku her parçe li gorî xweseriyan çareser bibe. Vê jî Rêber Apo bi sîstema konfederal ku bêyî ku li sînoran bialiqe formûle kir û ji bona hemû kurdan nexşeya çareseriyê diyar kir. Ji ber vê yekê di nav dijminên kurdan de, yê herî hov û jendermetiya emperyalîstan dike, sîstema tirk e. Lewma divê destpêkê ev sîstem bê rûxandin. Heta ku ev sîstem hebe, wê sîstema Sûriyê û Îranê jî neyên çareseriyê. Ev bi hev re girêdayî ne. Ji ber vê yekê çareseriya li bakurê Kurdistanê, çareseriya çar parçeyê Kurdistanê ye; ev jî tê wateya Kurdistaneke Azad.
Lewma rewşa li bakurê Kurdistanê, ji bona çar parçeyên Kurdistanê diyarker e. Berxwedaniya kurdên bakur, wê bandor li her kurdî bike.
Baş e, niha rewş çi ye? Dewleta înkarok û tuneker a tirk, bi hemû hincet û derewên xwe vala hatiye derxistin. Di warê siyasî de kurdan vîna xwe bi hilbijartinan û bi derketina qadan diyar kiriye. Mirin û koçberbûnan dan ber çavên xwe û ji heft heta heftê saliyan rabûn piyan. Lê li hember vê rabûnê, dijmin jî vala nema û her cure şerên qirêj bikar anî. Lê digel vê jî, nûnerên gelê kurd li gelek deveran rêveberiyên herêmî bi dest xistin û ji bîstî zêdetir nûnerên xwe şandin meclîsa tirkan. Lê ev têr nake.
Lewma, di hilbijartinên adara sala bê de, helwesta kurdan wê çarenûsa wan diyar bike. Ev hilbijartin, ji bona jiyaneke bi rûmet referandûmek e. Ji ber ku dijmin bi her sazî , polês û leşkerên xwe, bê navber dixebite û li gorî encama ku bigire, wê vê jî bike sedema qirqirina kurdan.
Ji ber vê yekê, ku gelê kurd di van hilbijartinan de encamek baş bigire, partiya dewletî û mûnafik AKP’ê ji Kurdistanê biqewtînin û tifî rûyê wan bikin, wê ev hinceteke mezin ji dest dijmin derxe. Dîsa bi biharê re, di warê leşkerî de jî gerîla di asta parastina rewa ya çalak de li dijmin bide –kî hemû amedekarî bo vê ye- wê ev sîstem bişkê. Yanî em ji her demê bêtir ber bi encamê, ber fînala azadiyê hatine. Heta meha adarê, her kurdek bi şeref divê bi şev û roj nesekine û kar bike.
- Ayrıntılar
Jiyan bi xwezayê re hem dijwar e hem jî di nav pîroziyên xwezayên de bêhempa ye. Çirka vîna mirov dertê lûtkeyên herî bilind û di dikeve nav ezmûnên tûj. Jiyan hişk e, hişmend e û herikbar e li çiyayên azadiyê. Lê xweza şaşiyên li hember xwe efû nake. Lewre di navbera me û xwezayê de peymanên metafîzîkî û empatiyek heye. Hem em jê re hurmet hem jî ew heta ji dest tê jê me re bi hurmet e. Jixwe di hêlekê de tanzîma jiyana gerîla bi tevahî li gorî xwezayê tanzîmkirine.
Li ber şewlên kunên şikeftên bê ser û ber de, di bin ronahiya stêrkên şevên sayî û cemedî de, zivistan rûyê xwe yê qerisî nîşanî gerîla dide. Ji bilî darên xaçê, hemû dar û ber, di serî de darên berû û maziyan, pelên xwe weşandine û berûyên xwe di bin qurmên xwe de mîna komên zadan dane ser hev.
Di werzên zivistanê de, mîna berê roj kêm be jî xwe rê me dide. Jixwe hetanî biharê bi tevahî xatir ji gelek hevraz û dolan xwestiye. Mîna ku avên ji dolan diherikin û çirikên ji ber tahtan xwe berdidin, ji tavê xeyidîbin, qerisîne. Ev jî dike ku, tu wan li ser agirekî ku divê bi tu awayî dû dernexe bihelînî. Jixwe ji bona ku were asta kelîn û fûrînê jî, sebreke qewîm pêwîst dike. Jixwe li ser avên qeşagirtî xwe şemitandin, çêjeke cuda cuda ye ku nayê vegotin.
Her çiqas xwezayê, bi lûtkeyên xwe yên jorî û bi qira ketî, her derî mîna çarikek an laçikeke dayîkan spî kiribe jî, ku tu kêmek xwe berbidî qontarên çiyê û erdên hinek dişibin destan, jixwe çar werz an demsal bi hev re ne. Piştî çend barînên baranê, ew kaniyên kevnarê ku di werza havînê de ziwa bûbûn û miçiqîbûn, ji nû ve der bûne. Her çiqas dûrî yekîneyên me bin jî, hema hebûna wan jî xweş e. Dîsa nava qira pûkberfî de, giyayên tirşok û goreşk bi inyad serê xwe derxistine û ber bi danê nîvroj li benda berhevkirina me ne.
Di berbanga sibehî de, dema ku ji dûrî ve li eraziyên rast dinêrî, ji ber qira sibehî fena bahrekê an deryayekê xuya dike. Dîsa digel her tiştî Avaşîn, Çemço û Ava Xazir ku parçeyek ji bihûşta rastîn in, ji rengên xwe yên şîn î keskî misqalek jî kêm nekirine. Dîsa Ava Zê an Zap bi awayekî xemgîn û bi tijî hêrs li hember bombebarîna dagirkeran, bi rengê xwe yê şolî bênavber diherike.
Êdî dema tu di nava erazî de digerî, çawa dar û ber ji ber pel weşandina xwe tazî bûne, piçek gerîla jî di nava darên rût de bi tenê dimîne. Mîna werzên din xwezaya dayîk, baş nikare parastina me bike. Hema dibêje ez li vir im. Lewma ji berê zêdetir divê em dîqet bikin.
Êdî hêdî hêdî zêdetir em leqayî şopên beraz, gur û wawîk an çeqelan dibin. Jixwe êvarî dema wawîk, li gorî navê dikin waqewaq, mîna senfoniyek bê eyar, li dol û tahtan sewta wan olan didin. Ji ber ku gelek caran ji nişka ve dest bi sewtê dikin, warqilîn bêhemdî dibe. Di nava vê sewtê de, dengê ew balafirên keşfê û yên şer, her çiqas dengekî nexweş û dojehî be, êdî bûye parçeyek ji dengê xwezayê ku wê tu carî nepejirîne. Jixwe dema ku eletexmînî ew jahriyên xwe berdidên hemêza xwezayê, hem deng û hem jî hejandinên wê, mixabin ew xwezaya giyanewer diêşîne.
Li her yekîne, tabûr û komên kêmhejmar de, zêdetir ji bilî karên rojane û yên nebin nabe, perwerdehî têne kirin. Di hewayên qerisandî de, dahûrandin an rûyê qirêj ê modernîteya kapîtalîst daxistin û tehlîlkirina wê, heyecaneke gelek mezin dide her hevalî. Digel ku hê destpêke, lê nêrandinek û asoyên gelek dûr û bê ser û ber di me de daye afirandin.
Li derdora terafên êgir de, helbet bê sohbet û bê nîqaş nabe. Bûyer û geşedanên li çar parçeyên Kurdistanê û nîqaşkirina têgînên nû yê parêznameya roja me, tîna heyî zêdetir dike. Di serî de hevdîtina bi serokatî re, huner, pêşketinên siyasî, rewşa rêxistinbûna gel, axaftinên wekîlên kurd li meclîsa tirkan dikin, dîsa nîqaşên wan, hilbijartinên wê li bakur bibin, xwedîderketina gelê me li şehîdên xwe û li hember êrîşeke mûxtemel di bejahî de mijarên sohbetên me ne.
Her çiqas nêrînên me di çaydankên tenîgirtî de di tariya şevan de mîna berê winda nebin jî, dil û mejiyê gerîla bi giravan re, bi şehîdan re û bi gelê me yê leheng re lê dide. Hêviyên azadiyê ji her demê bêtir seridîne. Wê bihara bê rengîn û hêçîn be. Ji ber vê yekê, em çawa her xebat û mijûlahiyên li gorî biharê dikin, divê gelê me yê qedîm û leheng jî xwe li gorî vê amade bikin. Gotineke pêşiyan ya efrîqiyan heye, wiha dibêjin; “Ku av rabe, wê masî moriyan bixwin. Dema av vebikişin jî, morî masiyan dixwin. Divê tu kes bi hêza xwe ya îroyîn bawer neke. Ji ber ku wê kî kê bixwe, wê “herikîna avê” diyar bike. ”
Ji ber vê sedemê divê her welatparêzek vê pêvajoya pêşiya me bi fêmkirin û têgihîştina parêznameya serokatî derbas bike û ji bona hilbijartinên li bakurê Kurdistanê şev û roj bixebite. Wê ev dema hevgihîna me û gelê me li Amedê bi serokatî re kintir bike.
- Ayrıntılar
Rêber APO
Jiyan bi xwe xewnek bû, ma tuyê di xewnê de xewnê bibinî? Esas di zaroktiya min de tu tiştêkî awarte nîn e. Heke hûn baldarbin tê dîtin ku rewşeke li paşjîna hemû kesî ye. Ya balkêş divê ev der be. Dayik û bav zêde tu tiştî nadin zarokê xwe, xwediyê wê şarezayiyê nîn in. Gund dîsa nikare tu tiştî bide. Aveke rast a vexwarinê jî nîn e. Dibistan nîn e. Rewşeke wisa ku mirov xewnên bihêz bibîne jî nîn e. Zarokê me di axa xwe de qedî dimîne. Mirov dikare weke xeyal jî bi nav bike.
Çawa bû; ma xewneroşk bi pêş diketin? Min zêde wêrekiya xewroşk û xewnan raber nedikir.
...
Xezo: cîran zêde hev naecibînin, tê bîra min, cîraneke me ya bi navê Xezo hebû. Xezo xizan bû. Ji bo ku mirişkeke Xezo hatibû mala me dayîka min her roj erd dihejand. Deqeyeke ku bêşer tûnebû ya wê jinê. Bawer im, ez ji hizra bêwatebûna wî şerî gihiştim şerê biwate. Erê sibê hetanî êvarê şerê cîranan li cem me gelekî zêde bû. Bêwate û vala.
...
Rewşa destpêkê ya bihîstima min a dengê tebanceyê hîna di bîra min de ye. Min carekê dît ji pişta mizgeftê dengê tebanceyê tê. Ez zirav qetî bûm. Min got “ev çi deng e?”, “ev çi dînêmêrtiye?”, “çawa wêrekiya vê yekê dikin?” min demeke dirêj wate nedayê û vê yekê ez veciniqandim. Di gundê me de berdaneke tebanceyê bû ev. Hêza min a ku ez lê temaşe bikim tune bû. Ji ber çi bû? Esas min tiştekî mezin ê derveyî hiş li wir didît. Bi ihtimaleke mezin ez li ser nebûna bi vê teşeyê çareserkirina nakokiyên nava gel de difikiriyam. Ev nêzîkatiyeke baş e. Ez dibejim; “di vê lihevdanê de hêvî nîn e”, ez vê yekê bi wate nabînim; ez xeteriyê dibînim ku, vediciniqim. Min tu caran wate neda ev şêwaza şer. Bi hevaltiyê ve pêşî girtina min a nakokiya ku ez dibirim şer, bi vê yekê ve girêdayî ye.
Li dijî van hemûyan, her ku çû min şêwaza xwe ya tevgerê pêş xist.
Erê, li gor min şerên bi kevir gengaz e, lê di hawirdora gund de bikaranîna tebanceyê karê dîna ne. Xaleke balkêş e. Him tuyê wisa serî hildî, him jî tuyê hiş nebî bi ser tebanceyê ve. Dema li pişta mizgeftê zilam tebance teqand min got; “ev cinawirek e, çawa dikare vê tebanceyê biteqîne”. Hîna hişên min nedigirt. Ez dibêjim “li hawirdora gund tebance nabe” û ev jî nirxandineke rast e. Ji ber ku divê nakokî bi tebanceyê çareser nebe. Heke bal were kişandin ez şoreşgeriya herî mezin disepînim. Di vî şerî de ez tebanceyê misoger weke amrazeke şaş difikirim û ez ev fikra xwe hîna jî diparêzim. Wisa di hawirdora gund de divê tebance neyê bikaranîn.
Hema di vir de ez tiştekî dîtirê jî li ser zêde bikim:
Du hevalên min hebûn, her du jî hîna di bîra min de ne. Min rojekê bihîst di şer de yekî bi kêrê yê din kuştiye. Ez niha jî hîna wî şerî û bûyera kuştinê ji bîr nakim. Ji bo min gelekî jandar bû. Divê misoger ew bûyera kuştinê li hawirdora gund çênebûya. Min gelekî jandar û hovane didît. Dîsa ew karê bikaranîna tebanceyê jî, min xeternak û hewlnak didît. Her du jî şaş bûn.
Bandorên wan pir dem dirêj bûn. Min hîna ji bîra nekiriye.
Ji tekoşînekê re girêdana min a hişyarane heye. Bi teşeyeke ku tê pejirandin ji meşandina tekoşînekê re girêdana min heye. Yan jî dê veguheriya rewşekê ku tu kes nedikarî ji binî derbikeve. Mînak em cewaziya di navbeyna şerê min û şerê kurd de hindekî vekin. Di gund de her kes dikare wî şerî bide. Jixwe yek jî kuştin, hevtemenê min, her du hevalên min ên zaroktiyê li hev dan. Kuştin karekî wêrekiyê yê awarte ye. Bikaranîna çekê jî pir awarte ye. Lê ez çima ji kesên wê rojê eciz bûm?
Jixwe ew kes piştre mirin. Yê ku mir jixwe mir, ê ku çek bikaranî zêde serkeftî nebû. Di şer de navê wî jî derbas nebû. Ez bawer im di navbera şerê klasîk û şerê min ê wê demê de cewaziyên mezin û girîng hene.
Dema ew di şerên xwe de diqediyan, min şerê xwe vegerand pêşveçûyîneke mezin, ev yek di wan şertan de ji bo Kurdistanê cewaziyeke mezin e.
Hîna ji heft saliya xwe bir vir ve, berçavkirina perçiqandina pîvanên civakê, diyardeya xirabkirina lîstokê nîşan dide. Di vê derê de divê girîngî û nêzîkatiya çawaniya giyanê were fêmkirin. Dema ez hîna di civata gund de bûm jî dewsa ku ez bibim weke her kesî, dîtina pêwîstiya cewaziyê û bi ser de çûyîna min e.
Divê mirov fêm bike. Dibe ku hînker be.
Lê min çawa bi dest xist û her ku çû min çawa têperand?
Hîna tê bîra min, li pişta gund parçeyekî me yê rez hebû. Ji bo xwe min weke dibistanekê bi kar dianî. Min ew der bi pirtûkan ve dagirtibû. Di bin mêwên rez de, li bin darên fistiq û bayifan de çend cihên min ên wisa hebûn. Min sererast dikir, radizam, dixwend. Min gelekî xwe diwestand. Xwendineke wisa bi azîne nebû. Hindek bi matematîkê re, hindek bi dîrokê re hindek jî der barê her tiştî de bûn. Wê demê hêzeke me ya ku em bikaribin nirxandineke zanistî bikin tunebû. Meraqeke xwendinê ye, ez dixwazim li ser rawestim. Di vê navberê de ez bi rez re jî mijûl dibim.
Birayekî min ê navîn hebû, hat. Êdî ji ber sedemekê em rabûn şer. Divê sedema wê çibûya? Bi ihtimaleke mezin di xebata rez de kêmaniyeke wî hebû. Wisa min nêzîkatiyeke wî yê beredayî yan jî ji kedê re bêrêz, helwesteke bêwate ji peywirê re dît. Min xwast ez wî ji rez biqewitînim. Piştî ku ez hindekî mijul kirim, min ew bi ser revê ve bir û dest bi revê kir. Min da dûv wî û min ew şopand.
Bi hêrseke mezin, min ew dida ber keviran. Hîna tê bîra min, li ser tehtan bûlxur dikelandin. Malbata me, dayik-bavik hemû li wir in. Çû xwe avête wir. Bêguman stargeha wî malbat e. Li hember êrîşên min ên giran hiziriya ku encax wisa xwe biparêze. Heke min ew girtiba, belkî bi keviran min ew gelekî êşandiba. Hindek ji derbeyên kevir girtin jî. Heke min hîna girtiba, diviya ku min hindek cihên wî xwîn kiribana û bişkênandibana, hêrseke wisa.
Bêguman dema xwe bispêre malbatê yê ku destpêke li dij derbikeve bav e û hîna di bîra min de ye, bav li dij derket. Meşiya ser min. Bêguman ji ber ku bav bû diviya ku min çend gavan xwe paş ve daba. Berbi gund ve min tevgereke paş ve kişandinê kir. Hemû gund rabibû ji piyan. Şerekî bav û kur ê dijwar bû. Bêguman dema ez paş ve kişiyam, wisa paş ve kişandineke lewaz û bêşer nebû. Paşve kişandineke xwedî îdîa û sing bi sing, bi kevir barandinê bû. Ew jî êrîş dike, hindekî zêdetir xwedî hêz e. Lê di nava gund de êdî kolan hene ez dikarim xwe berdim nava kolanan. Her wiha zêde derfeta min a serkeftinê nîn e. Piştî em ketin nava gund, ji ber westandinê bû yan jî êdî pêwîstî nedît... xwe bi paş ve kişand. Bi vî awayî em di hevsengê de man.
Lê ez bi vê têr nebûm. Hêrseke min a wisa hebû ku, ez bi wê hêrsê ketim nava malê û hîna tê bîra min, parçeyek çixina wî hebû. Wisa çixinek bû ku gelekî li paçan dipêça û pir jî vedişart. Dîtin gelekî zehmet bû. Lê ez di vê mijarê de gelekî lêkolînêr im. Piştî çend lêkolînan (belkî çixin xistibû gomê) ez çûm nava kevir û daran min li wir dît. Tê bîra min, min deh lîra girtin. Li gor diravên wê demê diraveke zêde ye. Piştî ku min deh lîra girtin me tevgera berdana gund plan kir. Yan jî hêrsa me em anîbûn wê xalê ku ji me re digot “tûyê vir berdî”.
Çima dev jê berdan? Ez bawer im ji malbata wê demê re hêrsa min pir zêde çêbibû. Û bêguman piştî ecizbûnê êdî tu nikarî zêde li gund û malbatê bimînî. Heke tu nikaribî zêde li mal bimînî, wê demê çi karê te li gund heye? Bi kêmanî ji malbat û gund re berxwedaneke yekgirtî bû. Ez bawer im wisa bêwatebûyîna gund em birin ramana “xwe dirêjkirina bajêr ” ve bir.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di demên dawîn de li navenda Colemêrg û Geverê ji hêla artêşa tirk a dagirker ve li ser gel cahşîtî tê ferzkirin. Di vê çarçoveyê de ji bona ku gel û hinek eşîr cahşîtiyê bipejrînin polîtîka têne bi pêş xistin.
Di serî de em bang li endamên eşîra Pinyaniş û hemû gelê me yê Colemêrg û Geverê dikin ku li hember lîstikên qirêj ên dewleta dagirker a tirk hişyar bin. Bi vê wesîleyê divê gelê me ferzkirinên cahşîtiyê qebûl nekin û yên ku niha cahşîtî dikin jî divê demek zûtir dev ji vî mijûlahiya qirêj berdin. Nexwe ji bûyerên nebaş wê tevgera me berpirsyar nîn be.
21 Çile 2009
Fermandariya Sehaya Zagrosê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 20’ê çile de danê sibehî eydî artêşa tirk du firokeyên bi tîpa kobra êrîş birine ser gundên Mîrgê û Helenka ku girêdayî Şîrvana Diyalaya Başûrê Kurdistanê ne.
2. Di 20’ê çile de ji hêla artêşa dagiker a tirk ve ji Qereqola Mûsekayê ku girêdayî Şemzînanê ye operasyonek li hember qada Ava Hecîbeg hatiye destpêkirin. Operasyon di heman şevê de bi paş ve vekişiyaye.
21 Çile 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 17’ê çile de bi roj saet di 11:00’an de ji hêla artêşa tirk a dagirker ve li hember qada Xakurkê ku girêdayî Qadên Parastina Medya ye, êrîşên bi hawan û obûsan pêk hatiye. Li hember sirtên Ebdilkovî û gundên Ermûş, Daîla û Şapana ku girêdayî Xakurkê ne êrîşên bi hawan û obûsan hê jî didomin.
17 Çile 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar