Ji gelê me û raya giştî re!
Di 21’ê Îlonê de li navenda Sêrtê li dijî Dibistana Bilin a Pîşeyî ya Polîsan Hevalê me Erdal – Mehmet Emîn Sevîlgen xwestiye çalakiyekê lidarbixe, dema paş de vekişînê bombeya wî bi wî de teqiyaye û gihîştiye şahadetê.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 24’ê Îlonê de di saet 21.20’an de li navçeya Hênê ya bi ser Amedê li dijî muduriyeta ewlehiyê ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 polîs ji aliyê gerÎla yê me hatiye kuştin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa mêtinger a TC’ê ve li dijî herêmê operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.
- Ayrıntılar
Wek tê zanîn ku şoreşa gelê Suriyê şeş meh li pey xwe hîştin, di encamê de eşkere xuyakir ku ev rewş her diçe kûrtir dibe û rêbazên dewletê yên çewsandinê ti encaman nagre; berovajî wê, pirsgirêkan kûrtir û rewşê aloztir dike. Dîsa diyar bû ku qaşo "gavên reforman" yên dewlet behsê dike ne ciddî, ne jidilin û seranserin; ne bi armanca çareserkirina pirsgirêkan, lê bi armanca sivikkirina bertek û dijbertiyê gel behsa van "reforman" dike. Ev "reform" bersîva daxwazên gel ên bingehîn nade û pirsgirêka demoqratîkbûyînê çareser nake, ji ber vê yekê ev "reformên" behsa wan tê kirin dilê gelê Suriyê rehet nake.
Hemû rê û rêbazên çavtirsandin, kûştin û zextan ên ku dewlet dimeşîne ew gelê Suriyê natirsîne û gavê bi wan paşve navêje û ji israra wan tiştekî kêm nake. Îsbat bû ku bi zextan li pêşiya gelê Suriyê nayê girtin û her biçe wê rabûna gel mezintir bibe. Ne dûr e ku Suriyê berve şerekî navxweyî yê piralî de biçe. Hem dewlet û hem jî hêza muxalefetê wê bikevin pêvajoyek nû, hêzên cîhanî û herêmî jî xwe li gorî vê yekê amade dikin.
Wekî ku dewletê plankiribû, ku di demek kurt de vê pirsgirêkê çareser bike û dawiyê li raperîna gel bîne nebû. Zêdebûna zextên dewletên derve li ser rejîma Suriyê û di serî de jî zextên Fransa û yekîtiya Ewrupa, Tirkiyê û hin dewletên Ereban wê rewşa Suriyê girantir û aloztir bike. Bi piranî helwesta hêzên derve li dijî rejîmê zivirîn. Ev yek jî rejîmê lewaztir dike.
Di derbarê hêzên muxalefetê de, mirov dikare wan li du beşan parvebike. Divê ku mirov muxalefeta gel a hindirîn û hêzên derve ku xwe wek nûnerên muxalefetê dibînin ji hev cuda bigre dest. Di kesayeta muxalefeta gel a hindir de rastiya gelekî serhildêr û şoreşger derket holê. Mirov li hemberî vê berxwedaniyê bi rêzdarî radiweste. Li rex dayîna evqasî şehîd, bi hezaran girtî û evqasî êrîşan, zext, hovîtî, destwerdanên artêşê, dîsa jî raperîna gel ji bo azadiyê dewam dike; ev jî helwesta gelekî şoreşger e ku îfadeya şoreşa gelan dike. Ev gel ji bo azadiyê, demokrasiyê û çareserkirina pirsgirêkên xwe yên civakî rabûye, ev rabûn, rabûneke mafdar û bi wateye; ne wek ku rejîm îddîa dike "ku destwerdanek hêzên derveye". Ev yek misoger bû ku dewlet nikare pêşiyê li vê raperînê bigre; raperîn jî didome û her diçe berfireh dibe.
Mirov rabûna gelê Ereb ên Suriyê wek şoreş, helwestek şoreşgerî û tê de îfadeya şoreşa gelên Rojhilata navîn dibîne. Her wiha rabûna gelê Kurd jî, wek beşek ji şoreşa gelê Suriyê dibîne. Roja îro tevgera azadiyê ya Kurd jî, hewl dide ku bi vê şoreşê re peywendî çêbike, piştgiriyê bide wan û li wan xwedî derbikeve. Lê mixabin ku ji ber rewşên awarte û nebûyîna ewlekariyê, heta niha şoreşa Suriyê nekariye rêberên xwe bi xwe derxîne .
Li derve jî, hêzên muxalefetê hene, ev hêz bi giranî di bin çengên dewletên derve de ne û li gorî plan û daxwazên wan dimeşin. Muxalefeta derve li ser sê navendan belav bûye: muxalefeta di bin çengên Tirkiyê de, muxalefeta di bin çengên Fransa de û muxalefeta di bin çengên Qeter û Suudiyê de. Di van demên dawiyê de rûyê veşartî û rastiya vê muxalefeta derva derket eşkerehiyê. Pir baş diyar bû ku muxalefeta derve bi bercewendiyên dewletên derve re girêdayî ne û li gorî daxwaz û planên wan dixebitin û tevdigerin. Ji ber ku ev hêzên muxalefetê di esasê xwe de desthilatiyê hedef dikin, ji lewra di nava xwe de binakokin û nikarin yekîtiya xwe çê bikin. Hemû civîn û kongreyên ku çêkirin jî, bêencam man û vala derketin, pir eşkere bû ku muxalefeta li derva gelê Suriyê temsîl nakin û ti têkiliya wan bi şoreşa gel re nîne. Piraniya wan jî keysperstin û li ser xwîna şehîdên şoreşa gelê Suriyê bazirganiya siyasî û madî dikin.
Di nêzikatiyên dewletê ya înkara pirsgirêka Kurd dike de ti guhertin çênebûye. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd ti gav navîtê ye. Jixwe gelê Kurd û tevgera wî ya siyasî van nêzikatiyên dewletê ji doza Kurd re qebul nakin û mehkum dikin. Nêzikatiyên dewletê li ser bingehên şovînîstin û tê de qet çareserî nîne. Eger rewş wisa dewam bike, wê gelê kurd jî bi giştî bibe dijberê dewletê. Heta niha, ew hevdengiya ku Kurdan çêkiribû wê xerab bibe û rabûna Kurdan jî wê mezintir û hişktir be. Di esasê xwe de heta niha rejîma Suriyê bi du rengên cuda nêzî muxalefeta Ereb û muxalefeta Kurd dibe; ew bi zor û zextên leşkerî bi ser muxalefeta Ereb de diçe, li hemberî muxalefeta Kurd jî, bi înkara siyasî bi ser de diçe.
Di aliyê pratîkî de, di dema derbas bûyî de hat xuyakirin ku rejîm li hemberî herêmên kurdan polîtîkayên nerm bikartîne; jiber ku ew bêtaqet bûye, bê hêz û pasîf bûye û nikare kiryarên xwe yên berê di roja me ya îroyîn de bimeşîne. Dewlet li herêma kurdan lewaz bûye û xwe paşve kişandiye; vê yekê jî bi xwe re zemînek guncaw ji bo ku Kurd bêhna xwe bikşînin çêkiriye. Derfet çêbû ku Kurd bi xwe saziyên xwe yên perwerde û navendên xwe yên çandê vebikin û hin pirsgirêkên xwe yên civakî çareser bikin; li hemberî van gavan dewlet – heta niha- bêhelwest ma û nekarî mudaxele bike.
Bi giştî wê rewşa Suriyê bi kûve biçe pir ne zelal e; lê ya teqez ewe ku her biçe û wê rewş germtir, aloztir û kûrtir bibe. Ji ber ku rejîmê riya çareseriya ewlekariyê û çewsandinê hilbijartiye; gelê şoreşger jî, riya şoreşê heta dawiyê hilbijartiye; her wiha wê gelek aktor û lîstikvanên nû jî têkefin dika welêt. Ka em ê bibînin wê buhara gelan di payîza îsal de çawa be?
Polat Can
- Ayrıntılar
Ew gerilayên şerker, durûst û di sekna xwe de bi heybetin, meraqe min bû ez wana bibînim û bi wana re jiyanbikim, lê belê ew meraq di dilê min de nema û min bi mirovên wiha re jiyankir. Yek ji wan hevalan jî şehîd Rûstem Kobane bû.
Hevalê Rûstem Kobane yê bi navê Omer Mûslûm sala 1969 an li gundê Kurikê yê girêdayî Kobane ji dayîk bûye. Di malbateke xîzan de mezin bûye. Heyanî şeş salan dibistan dixwîne û di temenekî biçûk de dest bi kardike. Hevalê Rûstem Kobane sala 1988 an ji bona kar derbasî Lûbnanê dibe, li wêderê hevalan nasdike û bi wana re xebatê dide meşandin.
Şehîd Rûstem dibistana seretayî xwendibû, lê belê ji ber rewşa malbatê dev ji xwendina xwe berdide û sala 1988 an derbasî Lûbnanê dibe. Li wêderê hevalan nasdike û bi wana re xebatê dide meşandin. Piştî ku ji malbatên wana şehadet çêdibe û tevlîbûn xurtdibe ew jî sala 1989 an biryar dide û tevlî partiyê dibe. Hevalê Rûstem sala 1990 î derbasî Akademiya Masûm Korkmaz dibe û li wêderê perwerdeya leşkerî û bîrdozî dibîne. Hevalê Rûstem bi wê hesreta ku çiyan bibîne û gerilayetî bike bi pêşniyarê xwe sala 1991 an derbasî çiyê dibe û tevlî şerê îxanetê dibe. Di wî şerî de gelek heval hîna cilên gerila li xwe nekirine û nizanin çek bidin bikaranîn şehîd dikevin. Ew dîmenên şerê îxanetê yên ku me ji hevalên kevin bihîstine, hevalê Rûstem di nûbûyîna xwe de dibîne û jiyandike. Piştî şerê îxanetê derbasî Botane dibe. Li wêderê di pevçûnê de birîndar dibe û derbasî Başûrê Rojava dibe. Piştî ku tedawiya xwe dibîne wan rojên xwe yên piratîkê jibîr nake û bi hesreteke mezin sala 1995 an dîsa derbasî welêt dibe. Di şert û mercên herêma Metîna yên zor de gerilayetî dike û li wêderê qomîtantî dike. Hevalê Rûstem bi hevaltiya xwe tê naskirin û gelekî tê hezkirin. Ji ber wê bi tevlîbûna xwe ya xurt baweriya herkesî qezenc dike û hemû heval dixwazin pê re biçin çalakiyan. Heyanî dîlgirtine Rêbertî hevalê Rûstem li herêma Metîna di nava piratîkên zor de, dimîne û piştre derbasî perwerdê dibe.
Hevalê Rûstem li kîjan herêmên welêt jiyankiriye, çend salan di piratîkê de maye, min bi were parvekir, lê belê ya girîng ewe ku mirov terzê jiyana wî nasbike û hevaltiya wî bi çi awayî be, bi peyvên ku di dil û mejî de cî bigirin bîne ser ziman. Dil û mejiyê ku hevalê Rûstem di van çiyan de mezin kiriye gelo wê bi kîjan rengî were xemilandin, pêwîste herkes texmîn bike.
Cara yekem gava ku min ew dît; min ji xwe re got “ ev hevalekî di temenê xwe de gelekî mezin e, kesayetekî civakî û pijiyaye, heta min ev pirs ji xwe kir; gelo ev di şer de maye ji ber vê yekê ew gihîştiye vê astê? Lê belê berî ku hevalê Rûstem beşdarî partiyê bibe, xwedî kesayetekî pijiyayî ye, ji ber ku bi zanebûne hezkirine welêt hatiye mezinkirin û di malbateke xîzan de fêrî dilnizimî û baweriya bi hezkirine mirovan bûye. Lê belê tişta ku gelekî li xweşiya min çûyî ez û hevalê Rûstem di piratîkê de bi hev re man û perwerdeya leşkerî dida me. Di hevaltiya xwe de nerm bû, dixwest ku bi nîqaşkirine û dayîne fêmkirine hinek rastiyan bi me bide fêmkirin, lê belê di rêzik û disiplîna xwe de gelekî sert bû. Gava ku perwerde dida me, ew cidiyete rastiya şer nîşanî me dikir. Ji bona ku rêflêksên me xurtbike, bi dijwarî ser me de dihat. Di her perwerdeyekê de dihate bîra wî ku, ji ber tecrûbeyên kêm û kêmasiyên biçûk heval şehîd ketine û dixwest êşên wan deman bi me bide hîskirin. Li gel hevalê Rûstem em ji binkeftinê neditirsiyan û me ew hêz di xwede didît ku em ser zor û zehmetiyan de biçin, ji ber ku me dizanîbû wê hevalê Rûstem di zor û zehmetiyan de alîkariya me bike. Qomîtantiya xwe tenê mîna wezîfeyekê nedigirte dest, xwe di ber pêşketina hevalan de jî berpirsyar didît. Ji bona wî qomîtantî negirîng bû, ya girîng hevaltî bû. Heger ku hevalê Rûstem li wargehê ne amade bane cihê wî xuyabû, ne ji ber ku şehîd ketiye ez vê hevokê dinivîsînim. Hevalên xort yan jî hevalên jin gava ku kêmasiyek jiyankiribane misoger hevalê Rûstem mîna hevalekî te yê durûst tu rexne dikir. Gava ku me di jiyanê û di perwerdê de kêmasî kiribane, bi carekê re hevalê Rûstem dihate bîra me. Bi vê mînakê ez çi dixwazim bidim îfadekirin, hevalê Rûstem ti carî destor nedida ku giyanên gemar nefesa xwe berdin jiyanê. Dibe ku di wê demê de temenê me biçûk bû, lê belê di perwerdê de hevalê Rûstem bi me dida hîskirin ku em gerila ne û pêwîste em xwe di leşkertiyê de kûrbikin. Ji ber ku nedigot ev heval temenê wan biçûke û pêwîste em kêmasiyên wan efûbikin, herkesî li gorî kêmasiyên xwe hesabê xwe jî dida. Armancê wî ew bû ku me bi xweşikbûna jiyanê û cidiyeta wê bide hîskirin.
Hevalê Rûstem di sala 2007 an de derbasî Botanê bû û vegeriye cihê ku destpêkê li wêderê birîndar bûye. Li pêşiya merasîma xatir xwestine, ji hevalan re dibêje “ armanca me ji çûyîna Botane ewe ku em bi dil û mejiyekî saxlem bikaribin bixebitin û bersiv bidin wan êrîşên ser Rêbertî û gelê me. Dibe ku em gelekî bêriya we bikin, lê belê di têkoşîna bi dijmin re serkeftin bidestxistin, wê layîqî hevaltiya me bibe.” Hevalê Rûstem bi gurûpeke hevalan re derbasî Mawa dibe. Di demeke kin de bi dijmin re dikevin nava pevçûnê de û li wêderê hevalê Rûstem û hevalên pêre şehîd dikevin.
Gelo kîjan dil dikarîbû xebera şehadeta wî rabike, ji ber em fêrbibûn ku herdem bizanibin hevalê Rûstem saxe û emê dîsa bi hev re jiyanbikin. Dibe ku şehîdketiye lê belê em wî di ruh de jiyandikin. Exlaqê ku bi me dane qezenckirin di her dîmeneke jiyanê de, hevalê Rûstem tîne bîra me. Wê kî bikarbe hevaltiya hevalê Rûstem jibîr bike. Ji ber ku di her kêliyeke vê jiyanê de tu bê hevaltî nikare jiyanbike, hevalê Rûstem jî bi hevaltiya xwe em perwerde kiribûn ku, em hevaltiyeke çawa bi jiyanê û bi hevalên xwe re bidin meşandin. Her şehîdek bi bîranînên xwe jiyanê li me ronîdikin û hêviya serkeftine her ku diçe di me de mezin dikin.
Dunya Cemîl
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 23’ê Îlonê de li navçeya Hezo ya bi ser Êlihê li derdora gundê Kaniya Berê ji aliyê artêşa mêtinger a TC’ê bi yekîneyên veşartî operasyonek hatiye lidarxistin. Di heman rojê de di saet 16.00’an de li dijî vê yekîneyê ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de leşkerek dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Di 21’ê Îlonê de li navenda Sêrtê li derdora dibistana pîşeyî ya polîsan gerîla yê me bi armanca çalakiyê kemîn avêtine. Li dijî maşîneke ber bi akademiya polîsan ve diçe, bi fikra ya polîsa ye ji aiyê gerîla yê me hatiye gulebarankirin
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 23’ê Îlonê de (îroj) di navbera saet 00.00-01.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Kuzînê û quntarê Balakatê ku bi ser Qendîlê ve ye ji aliyê artêşa mêtinger a TC’ê bi balefirên şer êrîşek hewayî hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 19’ê Îlonê de di navbera saet 13.00-17.00’an de li Şirnexê li dijî Çiyayê Bizina, Dola Aşinmê, Kela Bedê Ava Bêhnê û herêma Findika ku bi ser Gabarê ne ji aliyê artêşa mêtinger a TC’ê bi helîkopterên kobrayan hatiye bombebarankirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 19’ê Îlonê de di navbera saet 11.00-12.00’an de li Herêmên Parastina Medyayê li dijî herêma Arê û Nuqteya Bager ku bi ser Xakurkê ye ji aliyê artêşa mêtinger a TC’ê êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di encama êrîşan de tu wendahiya gerîla yê me çênebûye.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Di 17’ê Îlonê de li navçeya Şîrvanê ya bi ser Sêrtê ve nêzî gundê Sikambo di encama kemîna piraniya xwe cerdewan in di pevçûnê de hevalê Şahîn gihîştiye şahadetê. Li beramberî êrîşên hukumeta AKP’ê û artêşa mêtinger a TC’ê ku di demê dawî de zêde bûye, me weke HPG biryardarî û berxwedêriya xwe nîşan daye.
- Ayrıntılar