Min fikr û ramana Xwedê hin di dema lîseyê de bi qiyameta sor bi gelek caran ketina erdê hilweşand. Min fikr û ramana malbatê jî bi vî rengî hilweşand. Hûn xwe diavêjin malbatê. Hûn malbatê dikin pirsgirêk. Mine ev yek hilweşand. Li paş çî min ma? Li şûn de sosyalîzm û bûyera PKK’ê ma. Em her çûn ser vê yekê. Li dijî faşîzmê bi tu awayê din nayê rawestandin. Hûn nikarin malbata xwe jî rizgar bikin. Ez naxwazim we bixim rewşên xeter, yê di rewşa xeter de hûn in. Bi vê rewşa xwe hûn nikarin tiştekî rizgar bikin. Ez ji we re dibêjim, em bi hev re rizgar bibin. Ez ji malbatê we re rêzdar im; bi mehan-bi salan emê xwedî bikin, lê pirsgirêk bi vî rengî çareser nabe. Divê hîn bêtir mirov berê xwe bide siyasalbûyinê, wezîfeyên rêxistinê. Hûn ê vê bi xwe bidin qebûl kirin. Gelek ji we xwe derdorê xwe yê saziyên civakî nikarin derbas bikin û din ava rewşeke rûhî ya mirov je re nikare bêje fikr jî tê de çikiya ne. Ev rewş di min de jî dihat jiyan kirin, lê bi tekoşînê me xwe tahlîl kir. Me ev çareserî da partiyê jî. Ev me li ser linga dihêle. Wekî din mirov nikare li ser lingan bimîne. Ez wekî herkêsî bikim û bêdisiplîn, li himber qural û qaîdeyan nikaribim bisekinim û jiyan bikim wê encam a wê çibe? Weke yên li Iraqê direvin dikin, ma em biçin xwe bavên hin hêzan? Ma xwe sipartina hêzekê, an serdestiya emperyalîzmê riya rizgariyê ye? Qet!
Hin rastiyên tê jiyîn heye. Hêrs û acizbûnê me heye. Di vê de jî hûn mafdar in. Lê em ji nava qiyameta sor hatin. Ev li Kurdistanê meşa azadiyê ye. Rengekî din ê meşê hebûya, ez ê jî wusa bimeşiyama. Lê nabe. Ger xwe ji ser pirsgirêkan bi avêtinê çareserî bibûya min ê çil carî xwe ji ser biavêtiba. Lê nabe. Ger mirov xwe di kurahiya de veşêre, an jî zîvronek û fîtloneka bide xwe û rizgar bibûna, me ye ji we çil carî baştir bikira. Lê nabe. Ya dimîne bê ku mirov ji tu çikandina cîh bihêle, tu berfirehiya ji berçav nerevîne, divê nêzîkatî hebe. Vaye mêrxasî tam jî li vir derdikeve holê. Hûn ê nêzîk bibin, hûn ê bibînin. Ger hêza we hebe, qabîliyet a we hebe hûnê derbas bikin. Ger derdê we yê netewî û civakî hebe bê ku mirov sînga xwe bide ber hûn nikarin bibin zilam. Rev, nêzikatiya bi sedan salan a dijmin li ser me ferz dike. “binuxumîne” yanî “ bi şaşitiyê xwe jiyan bike” vê j ime re dibêje. Li Kurdistanê terîqet hate avakirin. Bi endambûyina terîqeta çi hate rizgar kirin? Tu tişt…
Şoreş, derbas kirina van a hemûyan e. Li şûna vana xwe bicîhkirin e. Divê mirov bizanibe kul i şûna ya kevn a nû bicîh bike. Yê karibe vê hêzê nîşan bide, pêş dikeve. Civat a rêhevalên xurt wê derbikeve, yekîneyên pêşeng wê derkeve. Em vê bi hevgirtinê avabikin. Xwe kirêt nekin, erzan nekin, bibin endamekî layikê yekîneyên pêşenga, hûn ê fedakariya bikin. Hûn ji bo emeliyatê razandin e. Hûn di emeliyateke civakî de derbas dibin. Hûn ê hessas û hişyar bin. Ma meşeke çavgirtî dibe? Dema hûn seranser, çavgirtî nêzî wezîfeyan bibin hûn ê bi jiyana însanan bilîzin. Wê demê jî hûn ê ji kujeran xirabtirbin.
Riya rizgariyê, avakirina yekîneyên şoreşger ên rast e. Bi her tiştê xwe gihîştî, li ser nefsa xe û pîvana serdes be, teqez ên naxape, naxapîe û heta dawiyê bizanibe bi pîvan tevbigere, karibe objektîf be, li himber rastiyan çav û dilê xwe nagire, pêwîstiya me bi yekîneyên şoreşger ên bi vî rengî heye. Û di vê mijarê de bi vî rengî tevbigerin. Hûn dibînin ku tu çareyê me yê din nîne. Herweha ne çare, tercîh a me ye, li ser me ferze. Ya ferz azadiye, azadî ferz e. Em vê jiyan dikin. Yên derveyî vê çarçoveyê nêz bibe hebe, divê bi awayekî rast nêzî xwe bibin. Ev daxuyanî hemû ne ji bo çend hevalan e, ji bo hemû hevalên kêmasiyê bi vî rengî jiyan dikin e. Divê hûn karibin şoreşgeriyê pêk bînin.
Yên dixwazin pirsa bikin heye? Yên nêzîkatiyên şaş ên muhtemel berdewam dikin hene? Ji berê de di nav refê me de mane û hîn jî kêmasiyê xwe berdewam dikin hene? Hûn ê karibin pêk bînin.
Xelat: Kêmasiyê di hevalan de heye beşek wê li gel min jî heye. Berê bi rengekî têkiliyê min bi tevgerê re hebû. Lê ez ketim girtîgehê. Piştî ez derketim weke min berê nasdikir nêzî tevgerê bûn. Lê ez di platformeke bi vî rengî cara yekê dibînim. Berê min rexne-rexne li xwe girtin dizanî, ê seranser nêzîkatiya min mijara gotinê bû. Ya ku niha tê pêkanîn bi şeklekî min nizanîbû. Hevalên beriya niha rexne li xwe girtin, rewşa wan bandoreke neyînî li ser min kir. Yanî min tirsand.
-hûn rêbazên rehabîlîtasyon ê 12’ê îlonê dizanîbû. Li vir kesekî bêje niyeta we xirab e. Lê hevalên ji girtîgehê derdikeve ne di ferqa vê de ne, an jî nexwendin. Ev pergaleke ji aliyê DYA yê halitye pêşxistin. Ez jî bi hemû ziraviyê wê nizanim. Di vê mijarê de pirtûk hene. Herhal pêwîste mirov hinekî li ser lêkolînê bike. Agahiyê min bi sînor e. Lê ev hatiye armanç kirin; dixwaze hemûyan weke hev bike. Ji bo yekîtiya wan a bi pergalê jî bikin, di aliyê aboriyê de wan tengav dikin. Di aliyê psikolojîk de wan tengav dikin. Û di tunelan de şewqekê vedikin ku însan ronahiyê tenê we bizane. Lê ew ronahî ronahiya wan e. Hucreyeke biçûk vedikin û li wir we digrin. Aliyê heval tên xapandin ev e. Em ji vê re nabêjin, têkiliyêk an jî bûyereke polisiye. Ew ji vê re dibêjin mûayene ya civakî. Qaşo şoreşger nexweş in, şoreşgeran baş dikin. DYA vê yekê gelek caran bikar tîne, welatên sosyalîstan jî vê bikartînin. Bi vê ve bi deh hezaran dij-şoreşvanan baş dikin. Emperyalîzm jî bikartîne. Piraniya hevalan di rastiya xwe de PKK’yî ne, ji vê gûmanê me nîne. Lê PKK’yî bûyineke cûda heye. Pir paş de mayî, PKK’yî bûyineke şer nake mijara gotinê ye. Ji lewra ev rewş li Ewrûpa jî derket holê. Hûn ê bi vê feraseta xwe ya rêxistingeriyê çi rizgar bikin? Ez ji we hemûyan dipirsim we çi rizgar kiriye? Di mejiye hemûyan de jî PKK’yek heye.
“ PKK naçar eli me binere, madem we ev rewş li ser navê PKK’ê jiyan kir, PKK jî divê vê rewşê sererast bike, ku sererast nekir hûnê ber bi wê ve biçin, ev mafê we ye, we ew qas zehmetî kişandiye.” Ev PKK’yî bûyina bi vî rengî îfade dike.di rastiya xwe de dema mirov li mantiqê dinere rast xuya dike. Ji xwe li gor mantiqê şeklî temaşe bike raste. “ We li ser navê PKK bi salan jiyan kir, we di bin berpirsyariya PKK’ê bi salan jiyana xwe danî holê. Ji lewra PKK divê her cure derfeta avabike.” di çarçoveya vê mantiqê jî raste. Lê di xalêkê de şaşitî heye. Ew jî dijmin dibêje; “ me kevir li ser kevir nehişt, tişta te gote PKK min bingê hev dû xist.” Lê PKK jî dibêje ya we xistiye bin teserrufa xwe ji bîranîna şoreşgera wêdetir ne tişteke. PKK bîranîna şehîdan e, bi bîranîna şehîdan heye. Hemû hêza min, bîranîna şehîdan veguherandina hêza maddî û PKK ya w eli ser linga bihêle avakirin e. Ez hemû wezîfeyan bidim we, yek ji we sê çar hefteyan kar û xebatên PKK’ê bigrin ser xwe, lê nelîzîn an jî paş de nexînin. Ez hemû raye, derfet, çek hemû tiştî bidim we. Hûn PKK’ê ava bikin. Her weha ez jî bi we bawer bibim û xwe pispêrim we. Ger hûn bi serbixîn inê demê ez her ji yek we re çil rojî xizmetê bikim. Li vir ya ez dixwazim bêjim, ji bo li gor pêwistiyên we avakirina rêxistinê divê mirov tirsnak be.
We çar-pênç an jî heşt salan li girtîgeha girtin e, gotine ji mirana mirin hilbijêr. Bi dil û giyanê we re pir xirap lîstine, we mahf kirine. Bi sedan caran mirine û hatine zindî kirin. Dema hûn jiyanê pêşwazî bikin wê hêrs û tolhildanê we hebin, lê dema hûn vana li dijî partiyê bikin em napejirînin. Tevî ku em ew qas bi hişyarî nêz dibin, bi zorê li ser linga dihêlin. Rêxistinên din ên li Tirkiyê, Ma jiyanek a rêxistineke rûmetdar ya li dijî girêdanê xwe bikaribe nîşan bide heye? Em ji TKP’ê bigrin heta Dev-Yol’ê rewşeke wan a çalakiyê an jî rêxistingeriyeke wan nîne. Yê me bi dehhezaran heye, lê cardin bi zorê îdare dikin. Li vir dvê pîvanan fam bikin. Yek ji şaşitiyên herî bingehîn ewe ku hûn nikarin pîvanan bigrin. Rêxistin çiye, çawa li ser piyan tê girtin? Bi kîjan hêzê, bi kîjan berpirsyariyê? Hûn van nizanin.
Hûn tên û gelek pîvanan li ser me ferz dikin. Di vê mijarê de hûn dişibin zarokan. Zarok ji dê û bavê xwe bihuştê dixwazin, ku nebe li çep û rastê dide. Ma ev a hûn dikin berxwedan e? Ev zarokatiye… Gelê Kurd bi xwe hatiye zarokkirin. Weke rêhevalekî ez jî ji bo parvekirina hemû tiştî amade me, werin em bi hevre bikin. Em wezîfeyan, rayeyan û derfetan parvebikin. Ger ez ji rê derkevim deh caran li min bidin. Hûn deh caran ji rê derkevin ez carekê li web idim. Vaye merdî, vaye mêrxasî, vaye girtîna pîvana… Hûn çi dikin? Hûn dibêjin; “Em ê çil carî ji rê derkevin, nêzî me nebe” Ger were vê astê, di vê astê de pîvan hatiye derbaskirin, tiştekî bi navê rêhevaltiyênemaye. Li cihekî ev hebin yekîtî jî pêşnakeve.
Ji bo PKK’ê gelek xwîn rijiya. Em her roj dixwazin rewşa PKK’ê a berbiçav biparêzin. Nîrx bi vî rengî tê afirandin. Yek nîrxê rêxistinên din jî tune, yek çekê wan jî nîne, nikarin malbatekê jî xwedî bikin. Di bin berpirsyariya min her tişt heye. Hûn nikarin vê jî bibînin. Nebin zarok, li naverastê weke zarokan negerin, û xwe neavêjin erdê. Di nava sînoren mêrxasiyê bimînin. Ma hûn bi qasî nebin mêrxas nexweş in, ma hûn bi qasî nebin mêrxas ketîne? Na! Hûn kulmê xwe bijdînin, hûnê dijmin bizdînin. Dema hûn bi cewherî bin bi propagandayekê jî hûnê rêxistinekê avabikin. Em ji kesî naxwazin bibin fermandarekî li pêş nîşan bidin. Lê belavkirin, xirakirin, zêde axaftin, demogojî û bi lîstina rêxistinê napejirîn in. Ev rastî ne.
Xe: Şaşitiyek min a din jî, min wusa bawer dikir ku hemû mirovên tên vir bi westê fermandariyê perwerdekirin û pîvanên partiyê tam bi cîhanîna wan bû. Axaftinên we, rêbertiya pratîk a li welêt, ev û yên wekî vê daxuyaniyên di derbarê tesfiyekaran li ser min bandoreke neyînî avakir.
-Bandoreke çawa?
Xe: Kes dibe ku niyet de ne dijmin be, lê di pratîkê diştê dike xizmetî wê dike. Ya min ne tirs, zedetirê xwe kêmasiyeke di kesayet de heye. Ger ez bibim namzetê wezîfeyek bi vî rengî, ez wezîfe bigrim, gûmana min a kirinê heye. Bêgûman tekoşîne, kes di şaşitiyan jî dike, wî an jî bi vî rengî dikeve rewşên neyînî. Weke şexs xwe ji bo wê rewşê amade nedîtin mijara gotinê ye. Ger ez jî bikevim rewşa hêmanên (ûnsûr) din, gûmanê ketina kêmasiyeke bi wî rengî di min de peyda bû. Piştî daxuyaniyê w emin hewl da wê derbas bikim.
-Weke çi? Hûn behsa kîjan neyîniyan dikin? Divê hûn mînakeke vekirî bidin.
Xe: Dema min li daxuyaniyê we yê berê gohdar kir min bi xwe re muhasebe kir. Ez jî tevlî tekoşînê bûm.
-Ma tu dibêje ku ez şaşitiyan bikim?
Xe: Kêmasiyê min ê bi vî rengî derkeve, ez wusa difikirim ku ez jî bikevim kêmasiyên bi vî rengî.
-Çima? Ma ji axaftinên me ev encam derdikeve? Encama ji vê axaftinê derkeve; tekoşîn kirin e, ne di bin kêmasiya de pelçiqandin e. Bi şer bilind bûne. Di jiyana pratîk de me ev nîşanda. Me li dijî TC’ê tevgereke gel a mezin tanzîm kir. Ma lawazî an jî neyînî dibe? Berovajî vê hûnê bêjin” di kesayetiya Rêbertiya Partiyê de tekoşîn û serkeftinên mezin çêdibe, ez jî dikarim bikim” Encama ji hemû dahûrînê (tahlîl) me derkeve ev in. Ez kêmasî û şaşitiyê mezin derdixînim holê, dibe ku ev te ditirsîn e.
Xe.: Erê, car caran.
-Çima rewşek wusa dibe? Kêmasiya herî mezin be jî em wê digrin diavêjin. Li şûna wê kesayetên xurt derdixîn in. Min ew qas rewş danî holê. Ma PKK lawaz dibe? Hûn dibînin pêşdikeve. Hela yek jî hûn bibin milîtanên bi hêz, li cîhanê kêm tişt wê ji dest we rizgar bibe. Li PKK’ê riya pêşketinê hatiye vekirin. Rexne we hemûyan pêşdixîne. Em gelek birînê elem girtiye digrin û jê dikin. Her çiqas êşê jî bide, laş sax dibe. We bi kesayetên berê çi kir? Tu tişt! Ma we dikarîbû li ser piyan bisekinin? We dikarî bû birêxistin bikin, we dikarî bû çalakî lidarbixista? Piştî hûn ji girtîgehê derketin kabiliyeteke we maye? Hûn di rewşeke dijwar de bûn, herweha hûn bi gûmanên ezê çawabibim, barkirîbûn. Hûnê pêşbikevin, yek du meh rawestin, hûnê bişibin şêrê di qefesa xwe de hilnayê. Hûnê her roj çalakiya lidarbixînin.
Xe: Dema ez hestê xwe bin av dikim, armanca min ji wan re çareserî dîtin e.
-Di PKK’ê de bi sedan caran ev hatine îspat kirin. Di girtîgehê de jî tê îspat kirin. Yên li berxwedidin, nayên zept kirin, yên li çiyê jî wusa ye. PKK tevgereke çareseriyê ye, pêşdixîne û dide şerkirin; di şer de dikare encamê bigre. Em nabêjin emê hemû tiştî biafirînin, lê di rewşa heyî de ya xuya dike em dikarin van karan peş bixîn in. Hûn ê bawer bikin û bikevin nav. Ma ya esas ne ev e? Tevgera pêşdixe PKK ye, rengê jiyan a wê ye. Yekane tevgera li dijî faşîşmê li berxwedide PKK ye. PKK ev îspat kiriye. Ji ber bîrdoziya wê, siyaset û rêxistingeriya wê raste hate vê astê. Ma daneya xwedê ye. Na! Bi ked, bi xebata rast û bi rêbertiya rast hate vê astê. Dema kuç datîne ser kuç(kevir) hesabek, planek wê heye. Tu tişt ji xwe ber nabe. Belkû di tevgerên girseyan de ji xwe ber bibe, lê di tevgerê pêşeng de nabe. Hayê we ji vê nîne, hûn rebenê xwedê ne.
Di PKK’ê de ferbûyina avabûyina hemû tiştan bi çi fikr û kedê, bi ferbûyina dîroka partiyê ye. Hûnê dîroka partiyê rast fêr bibin. Qiymet nedayina kedê çiye? Ked elîfbaya sosyalîzmê ye. Keda şoreşger keda herî bilind e. Hûn keda herî bilind nizanibin, kedê Rêbertiya Partiyê li ber çav negrin, hûnê behsa dikarin behsa kîjan şoreşgeriyê, kîjan kadrotiyê bikin? Hûnê tazî li holê bimîn in. Min hewl da van tişta nîşanî we bidim. Hûn fer nabin û hundirîn nakin. Pişt re jî bi kêmasiyê xwe derdikevin holê. Vana teqez (kesîn) şaş in. Ma we şaşitiyê di vê mijarê de derbas kiriye?
Hûn ciwan in, neketine, yek jî zilmê jiyan kiriye. Wê demê divê ji we şoreşgeriyeke weke çiyan derkeve. Ku dernekeve mafê we yê jiyanê nîne. Dijmin ew qas bi ser me de tê, ger hûn li dijî wan nebin hêza rêxistinê, wê kî nîrxê bide we? Kes nade. Wê demê hûnê şimaqê li dijmin bixin. Ma heta hûn derbe li dijmin nexînin em dikarin dest ji we berdin? Ma ez dikarim ji kesê ji dijmin reviyaye derî vekim? Tenê TC wan deriya wê veke, vekiriyi jî. Gelek kes çûn. Ewrupa deriyê xwe vekir. Ji bîr nekin, em tevgera rawestandina van tiştan in. Hemû hewldanê min, ji başûr heta bakur, ji Ewrûpa heta Rojhilata Navîn sînoran heta dawiyê vekirin e. Em tevgera rawestandin a nêzîkatiyên kolekirin û bê Welat hiştina burjuwaziya TC’ê ku mirovên me li çar aliyê cîhanê belav dike. Hûnê vê jî bipejirîn in. Erzan ji Welat rev, li şûna azadiyê koletî bi erzanî pejirandin, bêexlaqî ya herî mezin e, em ê vê bibêjin û bêhempa emê bi ser de biçin û wê ser û binî bikin. Divê hûn ji destpêkê ji vê bawer bikin. Ji xwe pirsgirêka we ne ya baweriyê ye, pirsgirêka we bûyina heval e.
Ji bîr nekin, hûn şervanên azadiyê ne. Em nexapin û nexapîn in. Ya zehmet li ser min ferz nekin. Hûn ya zehmet li ser me ferz bikin em ji web i hêztir in. Şaşitiya li ser me ferz nekin, ez dikarim mirovên şaş fam bikim. Em vê ji jiyana civakî dizan in, ji polîtîkayê dizanin. Di vê mijarê de tecrûbeyên me jî henin. Ya dimîme rastkirina we ye. Hûn rexne li xwe digrin, dibêjin;”ez li Welat wusa bûm, wuha bûm” emê hestên burjuwaziyê biçûk ên xeyalperest û şaş ser û binî bikin. Ez ê destpêkê perwerde bikim, pişt re bedrim.
Şer bi dawî nebûye, bi gelek ê we re nû destpêdike. Bi milyonan şaşitiyê vî gelî heye, emê bêeman hesap bibînin. Ev bist sale nefes bi nefes ez di çeperan de me. Ez vê ji bo lêdaneke baştir bikim dikim. Hûn nikaribin jiyana xwe bikar bînin ez çi bikim? Hûn ji bo tolhildanê nikarin jiyan a xwe amade bikin, ez çi bikim? Hûn jiyanê qetil dikin, sûcdar hûn in. Yê ji bo mêrxasiyê bang li we dike, yên çekên madî û manewî dide we ma ne em in? Ji we re çekên bi qasî hûn dixwazin bigrin, îdeolojî û siyaset ê jî didin. Lê hûn dibêjin”ez ê cardin ya ez dizanim bikim” Em ê ji kesên weke zarokan bi ya xwe dike çi bikin? Wusa nabe. Li dawiyê weke bijare çi dimîne? Di riya rast de, rast meşandin dimîne. PKK naxapîne. Em li himber helwestên weke zarokan serî natewîn in. Bi hêstrê xwe neyên himberî min. Dilê min bi we naşewite, di vê mijarê de min dilê xwe terbiye kiriye.
Em nûneriya bîranînên şoreşgerên mezin dikin. Ew in ku bêyî çavê xwe bigrin ji bo silametiya partiyê jiyana xwe dan. Ez ê bi bîranînê wan girêdayî bimînim. Ezê qiymetê nedim hêstirên hin kesên ketî. Gel vala vala xwe emaneî me nake. Ez nikarim bi qasî xwedî li wan dernekeve bikevim. Ez nikarim îxanetê li wesiyet a wan bikim. Ez nikarim girêdana gel xirap bikar bînim. Hûn ê vê bizanibin. Rêhevaltiya me bi hin nîrxên bingehîn ve girêdayî ye, em şopdarê wan ê bê eman in. Em ji bo vê jiyan bikin. Bi aqil bin û bi qasî hêza xwe tevlê bibin. Wekî din riya rûmetê, riya bilind bûn û mezinbûnê nîne. Wekî din jî hûn nikarin êşa xwe derbas bikin. Hûn nikarin ji cîhana zilmê jî tola xwe hilînin, ji malbata xwe re jî bibin zarokekî bi xêr. Hûn nikarin ji derdên sedsalan ên kombûyî re jî çareseriyê bibînin. Di van mijaran de em nexapin.
Tebax – Îlon 88
Tekoşîna azadiya gelê kurd, bi berdêlên gelek mezin û girîng destkeftinên bi dest xistiye herdem bi vîneke xurt, mezin kiriye û bi ruhê berxwedanê ev nîşan daye. Hêzên li beramberî destkeftinên tekoşîna me naçar ma ne serî li her cûre komplo û leystokên qîrêj dane, lê ev têra tunekirin an jî qedandin a tevger a me nekiriye.
1. Di 19’ê Avrêlê de di navbera saet 02.00 – 03.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Geliyêreş û Girê Sîro ku bi ser Xakurkê ne ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
Li mêrdînê zarokek hate dunyayê li ser qêrîna Agîd an navê wî bu Agîd li azmanan sterkek gêş bu bi kenê Agîd’an li çîya gelek şîn bu bi xwina Egîdan gabar bi hesreta hatina Egîdan. Bi rastî jî dema ku ez pênûsa xwe bi destê xwe digrim û ez dixwazim li ser heval Egîd binivîsim, ez pir zorahî dikşînim û ez dihizirim bi çi awayî li ser vî hevalî binvîsim û ji kûderê dest bi nivîsa xwe bikim. Ango ez ji zaroktiya wî destpêbikim, an jiyana wî ya gerîlatiyê û berxwedana wî ya bêhampa bînim ser ziman. Ji ber ku jiyana wî hevalî hemû bi bîranîn û serpêhatî û bîranînan dagirtî ye. Ji ber ku heval Egîd hemû taybetmendiyên milîtanê PKK’ê di hindirê kesayeta xwe de dabû çandin û di rastiya Jiyanê de xwedî coş û heyecaneke bê sînor bû. Dema ku heval Egîd tê dunyayê navê hevalê Egîdê mezin radike û li ser wî navê armanc û xeyalên xwe dide avakirin û ji bona ku mirov bibe rê hevalê Egîd, pêwîst e ku xwe bighîne çiyayên azad û di nava refên gerîla de cihê xwe bigre. Sala 2009 an ez û hevalê Egîd di yekîneyekî de bûn û di nava hemû hevalan da, hevalê Egîd ji minre pir cuda dihat. Ji ber ku min di şexsê wî de dît ku ev heval bi dil û mejiyê xwe bi serok APO re girêdayîbû û di lêgerîna heqîqet û tekoşîna azadiyê de xwedî biryar bû û ji bona ku xwe bigîhîne rastiya serokatî û hevaltiya PKK’ê.
Ez û hevalê Egîd demekî dirêj bi hevre man û me bi hev re gelek guftugo pêşxistin û ji van gotûbêjên ku di navbera me de pêşketîn, herî tişta ku bala min dikşand ew bu ku wî digot (ez naxwazim piçûk jiyan bikim). Bi rastî jî dema ku mirov rastiya jiyana hevalê Egîd di ber çavan re derbasdike. Mirov cewherê kesayeta PKK’ê birengekî ber biçav didît. Ji ber ku ew mîna avzêmekî bê sînor diherikî û tu caran li paş xwe ne dimeyîzand û ji bona xwe tu sînor nasnedikirin. Ango ew mîna kaniyekî zelal bû û her dem xwe nûdikir.
Hevalê Egîd xwedî kesayetiyekî serkeftî bû û di hemû xebatên xwe de tucaran ji bona xwe binkeftin nedipejirand. Bi rastîjî hevalê Egîd hevalekî pir jîr û bedew bu hertim rukenbû. Ji bona vê yekê heskirina xwe di dilê hemû hevalan da dida avakirin. Herwiha hevalê Egîd demeke pir dirêj li gel hevalê Bahoz dimîne û piştre biheyecanekî pir mezin cihê xwe di nava yekîneyên bakur de digre. Ji ber vê yekê dema ku dikeve li ser riya bakur, mîna ku ji nûve were ser rûyê dunyayê, wisa kêfxweş dibe. Hemû xwesteka wî ew bû ku cihê xwe li qada Gabarê bigre û layiqê navê hevalê Egîd be. Li ser vî bingehî hevlê Egîd dixwaze ku tekoşîna hevalê Egîd (mehsûm Qorqemaz) di qada Gabarê de dayî destpêkirin, û nîvçe mayî berdewam bikê û mîna şagirtekî wî erk û pêwîstiyên heyî bi cihbîne.
Lê ev daxwaziya wî bi cih nayê û heval wî ji nava yekîneya ku derbasî bakur bibe dertêxin û wî li qada Heftenînê dihêlin. Bi vî awayî hevalê Egîd pir bi vê yekê têşe û xemgîn dibe. Di zivistana sala 2010’an da û piştî ku me perwerde xilas kir hevalê Egîd û hevalê Akîf ji bona çandina mayina li ser lûtkeyên sînorê Heftenîn û Botanê, têne bi erkirin. Li ser vî bingehî û dema ku dixwazin li ser girê (wacib) mayina xwe bi cih bikin, mayîna wan bi wan de diteqe. Hevalê Akif di heman demê de şehîd dikeve û hevalê Egîd jî ji ser hişê xwê diçe. Piştî rojekî dema ku heval xwe dighînin hevalê Egîd, dibînin ku serê wî li ser singa hevalê Akîf bû. Lê hevalê Egîd dema ku bi ser hişê xwe ve hat, heme pirsa hevalê Akif kir, ji ber ku ew pir bi hevalê Akif ve girêdayî bû û ew girêdana ku di navbera wan de dibû neden ku hevalê Egîd êşa çavê xwe yê ku wendakirî ji bîrbike.
Hevalê Egîd di wê Zivistanê ku berf heyanî kabê bariyabû, şerê mirinê dikir û ji bona efrandina jiyana azad bi hemû hêza xwe li ber xwe dida û ji bona Buhareke pîroz xwe amede dikir. Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje ku ev biryar û vîna ku li cem hevalê Egîd peyda dibû dibû çavkaniya coş û heyecana hemû hevalan. Ango hevalê Egîd qada Heftenînê ji nû ve bi xwîna xwe xemiland û ji nû ve ew gula ku hevala Viyan bi agirê canê xwe avdayî hîn bêtir şîn bû û ronahiya xwe dighande her deverî. Ji ber vê yekê bi hatina demsala Buharê re her tişt geş bû û Gabar li benda hatina Egîdan dima. Ji lewra dema ku te li ezmanan dimeyzand, stêrkeke geş li ezmanan diçirisî ew jî stêrka hevalê Egîd bû û li benda hatina Egîdan bû.
Erê hevalê Egîd evîndarê Gbarê û rêwîyê roja naçe ava, emê hesreta te ya azadiyê ya ku di nîvî de mayî bi cih bînin û emê li ser çîyayê Gabarê navê te bi tîpên zêrîn xêzbikin û destana berxwedana te ji şervanê Gabarê re bikin çîrok û emê bibêjin Egîd bû rêwiyê rêka dûr zarokê mezopotamiya û hîlala zêrîn, lêgerînvanê haqîqet û jiyana azad bû. Ew pakrewanê azadiyê bû lehengê Heftenînê yê ku nayê ji bîrkirin û rê hevalê Hevala Viyan, Engîzek, Rêber, memo û Akifan bû, wî bi dilê xwe yê şad û bi hevaltiya xwe ya bê qisûr û sînor cihekî xwe yê cuda di dil û mejiyê her hevalekî de da avakirin û ji hemû hevalan re bû cihê serbilindî û şanaziyê. Ji bona vê yekê em weke rê hevalê hevalê Egîd careke din wî bi bîrtînin û soza xwe li beremberî hevalê Egîd û hemû şehîdên şoreşê û bejna xwe li beramberî wan ditewînin. li belê heval 26 meha tê nez dibê yanê salvegera şahadete da ji dilê min hat ku ez vê yazîyê li sertê binivîsim ji bona ku ez bi karibim roja şahadeta tê wek rojek pîroz û berxwedanî bi bîr bînim û ji bona ku her kes jî bi vê çavê lê bimêyzinê.
1. Di 18’ê Avrêlê de di navbera saet 02.00-03.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Girê Partîzan, Gundên Mêrgeşîş û Derêşîş ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
1. Di 16’ê Avrêlê de di navbera saet 14.00-16.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Girê Hêliz, Gundê Alaniş û Geliyê Alaniş ku bi ser Heftenîn ê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
Di 8’ê Adarê de li navçeya Mêrdînê Şemrexê li derdora Demîrtepe gerîla yê mey ê bi navê Bengîn Welat, dema dixwest mayineke hatiye dayîn derxîne, di encama qezayekê gihîştiye şahadetê.
Di 11’ê Awrêlê de li Herêmên Parastina Medya li dijî quntarên Xantûrê ku bi ser Heftenîn’ê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
1. Dii 6’ê Awrêlê de di derdora saet 23.00’ande li navçeya Sînopê Boyabat ê li dijî wesayîteke polîsan ya dewriye dikir ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê ji aliyê Artêşa TC’ê li herêma çalakiyê operasyonek hatiye destpêkirin.
1. Di 5’ê Awrêlê de di saetên êvarî de li Herêmên Parastina Medya li dijî herêma Erûşê ku girêdayî Zapê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.