Di serî de mirov bi wesîleya meha gulanê meha şehîdên pakrewan, hemû şehîdên azadiyê bi bîrbîne û bejna xwe li ber rometa doz û hebûna wan ditewînin.
Hem meha Gulanê û hem 6 ê Gulanê di dîrokê de xwedî cihekî xwe yê giring heye. Ji ber ku di 6 Gulanê de li hemberî hemû pêşengên çepê tirk di sala 1970 de pêlekî qirkirin û tesfiyê destpêdike, li ser vî bingehî êrîş li ser tevgera çep ya demokratîk tê destpêkirin û hemû pêşengê wê têne qetilkirin. Ji milê dîrokî ve dema ku mirov li meselê dimeyzêne, di 6 Gulana sala 1916 an de li şamê li ser destê Cemal paşa elsefah fermandarê artêşa osmaniyan yê hikûmeta itîhad û tereqî yê Şamê bû.
Di wê demê de hemû kesên xwendevan û rewşenbîrên ku tekoşîn û tevgereke ber biçav didane meşandin bi destê Cimal paşa ve têne qetilkirin. Ji bona vê mirov dikare bibêje ku hemû rûdanên qewimîn bi hevre girêdayîne. Di serî de 6 Gulana 1916 û 6 Gulana 1970 -1971 de ku têde hemû pêşengên çepê tirkan hatî dardekirin bi hev re girêdayî ye. Di serî de mîna Denîz Gezmîş, Yûsif Eslan û gelek pêşengên çepê tirkan di vê rojê de bi destê dewleta tirkan têne kuştin.
Ji milekî din ve meha Gulanê ji bona tevgera azadiya gelê Kurd PKK’ê jî mîna mehekî giringe. Ji ber ku di 2 Gulanê de hevalê Mehmed Qeresonger, îbrahîm Bîlgîn bi destê hêzên YNK têne şehîdxistin û di 11 Gulanê de hunermenda hêja hevala Mizgîn şehîd dikeve. Weke din di vê mehê de jina Kurd a serbilend Leyla Qasim jî bi destê recîma basa Îraqê tê şehîdxistin. Weke din di navberê de di 17ê Gulana sala 1982an de, çar şoreşgerên Kurd, Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmut Zengîn, li zîndana Amedê agir berdan bedenên xwe û şehîd ketin.
Di 18ê Gulana sala 1977an de, ji pêşengên serokatiya Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê Hakî Karer li Dîlokê di encama qomployeke ji aliyê Sitêrka Sor ve hatî lidarxistin de bi xayîntî tê şehîdxistin. Ev şehadet di têkoşîn û berxwedana neteweyî ya Kurdistanê de weke destpêka pêngaveke nû hat ragihandin. Di 18ê Gulana sala 1978an de jî, şorşegerê têkoşîna azadiya Kurdîstanê Xelîl Çavgun li Cirnê Reş hate şehîdxistin.
Di meha Gulanê de jî gelek serhildanê Kurdan li hemberî zilm, zordarî û desthilatiya ku li ser gelê Kurd dihate meşandian hatin destpêkirin. Ji wan serhildanan mîna serhildana geliyê Zîlan, Motkê, Stewrê û serhildana Agirî. Ji milekî din ve jî di 6 Gulana sala 1996 an de li hemberî Rêber APO reşkujî û bêbextiyekî qirêj bi destê hikûmeta Çîler û Mesu Yilmaz hate lidarxistian.
Ji bona vê yekê meha Gulanê ji bona gelê Ereb, Tirk û gelê Kurd cihekî xwe yê cuda digre û ji bona hersê civahan jî hem 6 Gulanê û hem meha Gulanê cihekî xwe yê taybet digre. Ji ber wê meha Gulanê mîna meha tekoşîn, berxwedan, serhildan û şehîdan e. Ji ber ku di vê mehê de gelek cangoriyan xwîna xwe li ser vê xakê rijandine û bi xwîna xwe pêngav û destanên bakrewantiyê li ser singa dîwarê zindanan û di nava dilê gelê Kurd de kolan e.
Di vê mehê de hemû hêzên têkoşer û hêzên desthilat li hemberî hev tekoşîneke bê navber dane meşandin û di encamê de mirov dikare bibêje ku berxwedana gelê Kurd û şehîdên azadiyê di vê şerî de ala zadiyê hildane jorê û serkeftin bi destê xwe xistine. Di serî de mirov dikare bibêje ku komkujiya di sala 1916 de li hemberî li hemberî rewşenbîrê Ereb kirî, hikûmeta itîhad tereqî ye. Ji ber ku hikûmeta itîhad tereqî di nava Osmaniyan de hikûmeteke faşîzaneye û ji berya ku faşîzm li Ewropa bi destê Hêtler û mûsîlînî pêşbikeve û firanko derkeve pêş. Ji berya wê di nava hikûmeta itîhad terqî de û li ser fikrê toranîzmê û netewparestiya tikîtiyê itîhad tereqî di encamê de derdikeve pêş.
Ji pêşengê wê mîna Telhet paşa, Enwer paşa û cemal paşa yên ku mîna serbazên vê hikûmetê têne naskirin, bi destê wan ev hemû bûyer rûdidan. Di bingehê xwe de itîhad tereqî fikir û remanê elman yê netewperest ji bona xwe bingeh digre. Ji ber vê yekê Tirkiya di şerê cîhanê yê yekemîn de cihê xwe li cem Elmanya digre, lê dema ku di şer de Elmaniya bindikeve hikûmeta itîhad tereqî jî hildiweşe û embiratoriya Osmaniyan jî dihilweşe û piştî wê Mistefa kemal derdikeve pêş. Lê bi hilweşandina Osmaniyan re û dema derketina Mistefa Kemal mîna serokê cimhûriyetê û ji beriya wê jî itîhad tereqî nehilweşe, lê belê ew derdorê Mustefa Kemal dorpêçdikin û piştî mirina wî careke din derdikevin meydanê û careke din bi hişmendiya netewperestiyê û toraniya faşîzmê xwe bi bandordikin. Ji bona wê yekê van kesê faşîst çepê tirkan û pêşengê wê ji xwe re dikirin armenc. Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje ku derbeya 12 ê Adara 1970 de rûdayî armenca wê tesfiyekitina tevgera çepê tirk û hemû bizavên demuqratîk yê çep li Tirkiyayê bû.
Ango mirova dikare bibêje ku zihniyeta Cemal paşa û derbeya 12 Adarê li hemberî çepê Tirkan heman hişmnedî, fikirê faşîst û netewperest e. Ji milekî din ve yên ku hevalê Heqî Qarer di 18 Gulana 1982 de şehî têxînin cardin ev zihniyete û hemû jî bi hev re girêdayî ne û ji yek navendê têne birêve meşandin û armenc ew e tesfiye û qirkirina hemû hêz û tevgerên şoreşger û demuqrat e. Ew zihniyeta itîhad tereqî ya heyî îrojî hîn li ser kare û bi rengekî ber biçav di partiya MHP, CHP û AKP xwe dide pêş û hîn bi rengekî ziravtir xwe li her derî bi rêxistin dike. Erdoxan bi kiras û tûyê islama siyasî vê yekê dimeşîne û herdû partiyên din jî bi rûyê netew perestî vê yekê didine meşandin. Hişmendiya ku ev hersê partîjî didine meşandin jî di serî de kolekirina civakê ye û mîna nemrûd û ferewnan xwe li ser xwîn û hebûna gel dana jiyankirin e. Li beramberî vê hêzê bê guman hemû tevgerên azadî xwaz û demuqrat cihê xwe digrin û hemû xebat û tekoşîna wan ji bona recîmê armence. Ew tekoşîn di sala 1916 an de di kesayeta rewşenbîrên Ereb de derketî ye meydanê, mîna Ebdilxenî Erîsî û gelek rewşenbîrên din yên ku wicdana civaka Ereban temsîldikirin. Ji ber eger ku ew rewşenbîr nehatibane tesfiyekirin, wê rewşa civaka ereban ne mîna îroban e û wê civaka Ereban ber bi azadiyê ve çûbane û ger ku Denyîz Gezmîş û Mahir Çayan jî nehatibane kuştin wê Tirkiya jî ne di vê rewşê debane.
Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje ku dijminê heyî çi itîhad tereqî û ci partiya behis hemû jî yek zihniyetin û bi hevre dimeşin û li hemberî civakî heman siyasetê didine meşandin, di dawiyê de armancê wan tesfiyekirina hemû hêz û bizavên azadî xwaz û demuqrat e. Lê bi derketina PKK’ê re rewşa heyî heyanî astekî hate guhertin, ji ber ku PKK’ê temsîla nasnama rojhilata navîn bi tevahî dike. Ji ber vê yekê, herçiqasî ku gelê Kurd nebûye xwedî dewlet, lê civaka gelê Kurd ji civaka Ereb û Tirkan hîn bêtir azade. Ji ber ku hem civaka Tirkan û hem jî civaka Ereban jî heyanî astekî ji azadiyê dûrin. Rewşenbîrên ku xwe mîna pêşengê civakê didine xuiyakirin îro tiştekî ji bona gelê xwe nakin û ji bona pergala serdest her tiştê qirêj dikin.
Ji bona vê yekê mirov nikare bibêje ku civaka Tirk xwe gihandiye azadiyê û ger ku xwe wisa jî hîsbike, ew gelek dixapîne. Ji ber ku azadiya ku ew ji bona xwe dipejirînin mîna xaniyê li ser berfê hatî avakirin e û dema ku ji teriyê derkeve ber ronahiya rojê wê rastiya wê hîn bêtir derkeve holê.
Bi vê ewayî mirov dikare bibêje ku azadkirina civaka gelê Kurd di eynî demê de azadkirina civaka Ereb û civaka Tirkan e. Ji ber ku hemû gelên ku di nava xaka rojhilata navîn de jiyandikin jiyana wan bi hev ve girêdayî ye û ancex di hindirê jiyaneke azad û demuqrat de bi hevre jiyanbikin û biratiyeke rast û dirist bi hevre bidin meşandin. Di roja îrode jî dema ku em dibînin xwîna hemû şehîdên gelê Ereb, Tirk û Kurdan dikeve nava hev û ji bona yek armenc û yek dozê tê rijandin, bê guman ew vê rastiyê dide xuiyakirin.
Di dawiyê de careke din em di meha Gulanê de meha şehîdan bejna xwe li ber hemû şehîdên azadî û tekoşîna gelan ditewînin û hemû gel û mirovên ku ji bona azadî û hebûna xwe têdikoşin silavdikin û dibêjin bijî biratî û dostanî û azadiya gelan.
Hamid Dêrik
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 4’ê Gulanê de di 23.00’yan heta 5’ê Gulanê saet 02.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Geliyê Pisaxa, Gundê Bazinga û Gundê Zavîtê ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Basına ve Kamuoyuna!
4 Mayıs günü 23.00 ile 5 Mayıs günü 02.00 saatleri arasında Medya Savunma Alanlarına bağlı Haftanin’in Geliyê Pısaxa, Bazinga Köyü ile Zavîtê köyüne yönelik olarak TC ordusu tarafından havan ve obüs saldırısı yapılmıştır.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 3’ê Gulanê de di navbera saet 11.00-13.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Gundê Alaniş, Girê Partîzan û Geliyê Pisaxa ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Tevger a me li gorî biryar a xwe ya mayina di pozisyona parastina rewa de ya heta 15’ê Pûşperê dirêj kiriye, tevgeriyaye û derveyî rewşên zarûrî tevnegeriyaye û tevî ji pratîkên ji rewşên pevçûnê xwe dûr xistiye lê di êrîşên Artêşa TC’ê kêm bûn nebûye, êrîş, rêbaz û taktîkên xwe zêdetir kiriye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 3’ê Gulanê de (îroj) di navbera saet 05.00-06.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Geliyê Pisaxa ku girêdayî Heftenînê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 26’ê Avrêlê de li navçeya Dersim’ê li Pulumurê li herêma Sewdînê di navbera gerîla yê me û leşkerên dijmin ê derketibûn operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnên du roja berdewam kiriye, bikaranîna zêde ya teknîkê ji aliyê Artêşa TC’ê û pevçûnan de 7 gerîlayê me gihiştiye şahadetê.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 30'ê Avrêlê de (îroj) di navbera saet 05.00-06.00'ande li Heremên Parastina Medya li dijî Gundê Biyê, Şêtanûs û xeta Avaşîn ku bi ser Zagrosê ye ji aliyê Artêşa TC'ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Ji 19’ê Avrêlê û vir ve li Amasyayê li dijî bejahiya navçeya Taşova ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon a li derdora gundên herêmê kemîn zêde bûne, operasyon hîn jî berdewam dike.
- Ayrıntılar
Li ber tîrêjên rojê; li axa welat, zinar, daristan, çem û kaniyên warê leheng û dilawêran Kurdistan nêrandin, bergehekî gelekî şên û bedew e. Li Kurdistanê hesreta jîneke azad di dilan de veşartî ma ye. Dema ku ew daristan li ber çavan şîn dibin û çemên lewend bi hezar bîranînan re diherikin, tiştek jê bedewtir nîne. Gelek mirovan ji wan ava vexwarin û hêviyên xwe anîne ser ziman gêrilayên PKK ê jî li asoyên çiyan, li şîverêyên dirêj û gava ku ji hevalên xwe qut dibin, hêvî dikin ku di Kurdistaneke azad de hevdû bibînin. Gelek ji wan gêrilayan jiyana xwe ji destdane û bi hev re li heman goristanê hatine veşartin. Gêrilayê Kurd Başûr yê ku ji vê hesretê para xwe girtiye, paşnavê xwe jî dike Kurdistan. Bi navê Başûr Kurdistan di axa pîroz de tê definkirin. Gêrilayê ku bi rakirina tolhildana hevalên xwe li çiyayê Çarçela gêrilayetî dike. Çarçela gêrilayê Kurd Başûr Kurdistan bi germahiya dilê xwe hembêz dike û nedixwest rojekê bibhîzê, ku bê xatir jê bixwazê, berê xwe daye riyeke bê veger.
Di Jiyaneke Koçber De Çavên Xwe Li Dinê Vedike
Di şevên tarî de û li ser riya çûyîna penabertiyê, axa welat girtine destên xwe û bêhinkirin, paşerojekê li pey xwe dihêlê û rewşekî gelekî bi êş e. Malbata Başûr Kurdistan ji Başûrê Kurdistane û li Şeladizê jiyandikin, lê belê di şerê Korfezê de koçberî welatê xerîbiyê dibin. Gêrilayê Kurd Başûr Kurdistan yê bi navê Zîndan Ahmed sala 1990’î li Urmiyê tê dinê. Malbata Başûr Kurdistan yên ku piştî şerê Korfezê vedigerin warê xwe, wê koçbertiyê bi navê xerîbiyê navdikin û navê wî dikin zîndan.
Malbata wî welatparêzin û ji bona alîkarî dayîna gêrila herdem jiyana xwe dikin nava xeteriyê de. Di milê arzaq de alîkarî didin gêrila. Yek jî yê ku di vê zoriyê de cihê xwe digre Başûr Kurdistan e. Di temenkî biçûk de bi birayê xwe re diçe gel gêrila û arzaq ji wana re dibe. Her ku dilê wî dixwaze siwarî hespa xwe dibe û bê tirs û xof li çiyan digerê. Di zaroktiya xwe de ji hespan gelekî hezdike û xwe fêrî siwarbûna wan dike. Mîna zarokên dîtir mezin nabe. Ji ber rewşa malbata xwe hîna di temenekî biçûk de dixebitê. Bi giyanekî şêt siwarî hespa xwe dibe û li çiyan, deşt û zozanan digerê. Hestên ciwantiya xwe bi bedewbûyîna xwezayê re têrdike. Bi xwezayê re mezin dibe. Xweza di her demsalekê de çawa derbas dibe Başûr Kurdistan dizane. Piştî ku birayê wî bi destê leşkerên Tirk tê kuştin kîna tolrakirinê dikeve dilê wî de û piştî operasyona Zapê di 30 Adarê de sala 2008 an beşdarî nava refên gêrila dibe. Piştî ku tevlî refên gêrila dibe derbasî perwerdeya şervanên nû dibe. Ji hesreta welatê xwe navê xwe dike Başûr Kurdistan. Piştî perwerdeya şervanên nû bi pêşniyarê xwe derbasî Zagrosê dibe.
Evîneke Bê Hempe Di Wî Dilê Biçûk De Veşartîbû
Gêrilayê biçûk dibe ku nû tevlî gêrila bûbê, lê belê ji jiyana gêrilayetî dûr nîne. Çawa derbasî piratîkê dibe heyecan û coşa wî ya tevlîbûna jiyanê bala herkesî dikişînê. Di demeke kin de fêrî her tiştî dibe. Girêdana wî ya jiyanê bingehê xwe ji wê penabertiya ku di temenekî biçûk de jiyankirî digre. Ji ber vê yekê nirxê jiyanê baş dizane. Destor nade ku kesek arzan nêzî nirxên jiyanê bibe û di vê mijarê de gelekî têkoşîn dike. Her dem di jiyanê de moralî ye, lê gava ku wezîfeyên xwe bi cih nayînê moralê wî dikeve û xwe lêpirsîn dike. Di hezkirina xwe ya heywana de dewamdike û bê westandin bi wana re xebat dike. Ji bona ku heywan di rêkan de zorî nekişînin herdem bêr û qazmeyê wî li gel wî ne û rêka ji bona heywana vedike. Li beramberî rexne dilnizme û gava ku kêmasiyan jiyan dike rexnedayîna xwe dide.
Ji ber ku birayê wî jiyana xwe ji destdabû, rêveberiyên gêrila wî rênakin cebha pêş. Ev jî gelekî li zora wî diçe, ji ber ku soz daye tola birayê xwe rabike. Her dem di jiyanê de dibêjê “ ji min re şensekî bidin ez dijminê xwe bibînim û heyfa birayê xwe rabikim.” Bi hevalên xwe ve gelekî girêdayî ye. Gava ku hevalên wî di çalakiya Bêzelê û Bêdewê de jiyana xwe ji destdidin gelekî bandor dibe. Li ser wan hevalên xwe awaz çêdike û bi gotina van awazan re herdem tê bîra wî ku pêwîste tola hevalên xwe ji leşkerên Tirk rabike, ji ber ew bûne sedemê ku hevalên wî ji wî qutbibin. Di çûyîna cebhên pêşde israr dike û her weha derbasî Çarçêla dibe. Bi hêviya gihîştine Kurdistaneke rizgar dest bi têkoşîna xwe dike. Di jiyanê de dibêjê “ heger Kurdistan rizgar bibe, emê dijmin ji Kurdistanê biqewtînin, wê demê dijmin li ser keda gelê me nema dikare xwe bide jiyankirin.”
Soza Hevaltiyê….Tolhildan e
Gêrilayê Kurd Başûr Kurdistan gava ku bi hevalên xwe re beşdarî çalakiya Bêzelê û Bêdewê dibe, li bendê ye ku bi hev re vegerin, lê mixabin di wan çalakiyan de gêrilayên ku bi wan re hevaltî kiriye, di piratîkê de pêşengtiya wî kirine û jê re bûn destek, venagerîn. Ev rastiya ku hatî jiyankirin di dilê wî de birîneka kûr vedike û soza tolhildanê dide wan hevalên xwe. Ji ber vê yekê piştî çalakiya Bêdewê bi israra xwe li Çarçêla dimînê. Çiyayên Çarçêla ma çawa ciwanekî weha bi coş û dilawêr nagirê gel xwe û pê re hevaltî nake. Gêrilayê Kurd Başûr Kurdistan bi çûyîna wezîfeyekê li navçeya Geverê dest bi têkoşînê dike. Başûr Kurdistan bi çend hevalên xwe re diçe navçe Geverê û ji bona lidarxistina çalakiya Bêdewê civîn çêdikin. Gêrilayên ku civîn çêdikin hîna di gund de ne, leşkerên Tirk dest bi avêtina top û hewana dikin. Gêrilayên Kurd ji ber ku karên xwe bi dawî nanîne, wê şevê di gund de dimînin. Leşkerên Tirk jî bi hêzeke mezin derûdora gêrila digirin. Başûr Kurdistan û hevalên xwe gava ku dixwazin xwe xilasbikin dikevin kemîna leşkerên Tirk de. Di kemînê de du gêrilayên jin bi giranî birîndar dibin. Lê belê di navbera gêrila û leşkerên Tirk de pevçûn destpêdike. Başûr Kurdistan û hevalê wî dixwazin hevalên xwe yên birîndar ji wê çemberê xilasbikin, ji ber vê yekê di wî zemanê teng de biryar didin ku biçin girekî bigirin. Di milekî de şerdikin û di milekî dîtir de jî dihilkişin gir. Artêşa Tirk hem bêjayî û hem jî hewayî êrîşî wê gurûpa gêrila dikin û bi xwesteke wan dîlbigirin gaza kîmyewî didin bikaranîn. Lê belê ji ber ku av nêzî gêrila ne ew gaz zêde bandor li ser wan nake. Ji ber vê yekê Başûr Kurdistan û hevalê wî nikarin gir bigirin. Leşkerên Tirk li hemberî berxwedaniya wan matmayî dimînin û texmîn nakin ku ew gurûpa gêrila çar kesin. Her du gêrila li pişt kuçan şer dikin û li berxwedidin heyanî ku jiyana xwe ji destdidin. Her du gêrilayên jin jî bi wê birîndariya xwe şer dikin heyanî ku jiyana xwe ji destdidin. Piştî ku operasyon bi dawî dibe gundî xwedî li cenazeyên her çar gêrila derdikevin û dibin goristana Şemzînan, ya ku gelê Şemzînan bi taybet ji bona definkirina cenazeyên gêrila çêkirine. Ew hesret di dilê Başûr Kurdistan de nema û bi lehengtiyeke mezin li gel hevalên xwe yên ku jiyana xwe di çalakiya Bêzelê û Bêdewê de destdabûn hate definkirin.
Gêrilayê Kurd Başûr Kurdistan bi berxwedaniya xwe re riya azadiyê şopand. Bê ku dudilî jiyanbike di wî temenê biçûk de bi lehengî jiyana xwe ji dest da. Bi dilekî rehet di hembêza Çarçêla de cihê xwe çêkir û li ser etekên Zagrosê navê wî bi tîpên zêrîn hate nivîsandin.
Dunya Pale
- Ayrıntılar