Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 3’ê Avrêlê de saet li derdora 14.30’ande li navçeya Colemergê Çelê, li dijî yekîne yên girêdayî Tabûra Topvan ên Serê Sêvê ku dixwestin ji mintika Girê Ortê sînor derbas bikin, ji aliyê gerîla yê me çalakiyeke sûîkastê hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin leşkerekî dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di her du mehên destpêkê yên sala 2011’an ku em di bêçalakitiyê de bûn, di êrîşên Artêşa TC’ê de kêmbûyin nine, herweha li dijî gerîla yê me yê di bêçalakitiyê de bû êrîşê xwe zêde kiriye. Piştî bi dawîanîna bêçalakitiyê jî êrîş bê navber berdewam kiriye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 2’ê Avrêlê de di derdora saet 14.30’ande li navçeya Şirnex Hezexê ji aliyê yekîneyên girêdayî qerekola Kewaxê li dijî herêmê operasyonek hatiye lidarxistin. Li dijî hêzên dijmin ên derketine operasyonê ji aliyê gerîla yê me ji bo bîranînê hevalê me yê li Gabarê şehîd ketine çalakiyeke bersivdayinê hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 31’ê Adarê de li derdora saeta 18.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Girê Şehîd Cîhad û Kela Ertûş ku bi ser Zap’ê ye ji aliyê Artêşa TC’ê bi balefirên şer hatiye bombebarankirin. Gerîla yê me bi bataryayên şer ên hewayî bersiv dane êrîşên dijmin.
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 1’ê Awrêlê de di derdora saet 03.00’ande li navçeya Hatayê Hassayê li derdora Meşreptepe di navbera dijminên derketiye operasyonê û gerîlayê me de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de 7 gerîla yê me gihîştiye şadadetê.- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 31’ê Adarê de di navbera saet 05.30-06.30’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Kela Ertûş û Girê Şehît Cîhad ku bi ser Zape ye ji aliyê Artêşa TC’ê bi helîkopterên kobra êrîşek hatiye lidarxistin. Di navbera gerîla yê mê yên bi bataryayên parastina hewayî bersiv dane û dijmin de bi qasî saetek pevçûnek qewimiye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 29’ê Adarê de di navbera saet 10.00-12.00’ande li Şirnex li dijî Gundê Ayvan, Qerekola Ayvan û Serkê Mihemedê Ûso ku bi ser Bestaye ji aliyê Artêşê TC’ê bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 28’ê Adarê de di navbera saet 17.00-20.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Dola Şifreza û Girê Xeregol ku bi ser Zapê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji beriya her tişti em roja tekoşînê û berxedana jinen 8’e Adare û roja vejîna gelê me jî li te û hemû pakrewanên şoreşê pîroz dikin. Rêheval û fermandara me Heval NÛDA keça welatê rojê, rêhevala Mazlûm, Kemal, Berîtan û Zîlanan. Bê te cejna Newrozê pîroz kirin çiqas zor jî be, lê di roja 1’ê Nisanê de gîhiştina şahadetê bi xeml û coşa biharê re mirinê bê wate dike û jiyan kirinê mîsoger dike. Lewra tu jî bi xemla biharê re bi me re dijî û tu yê her tim jî bijî.
Bi Nisanê re ji nû ve destpêdike jiyan. Jiyan, xweza, mirov û tevahî zindiyen di gerdûne de dijîn xwe nuh dikin. Ji ber bihar bi taybet jî Nîsan mizgîniya biharêye, li welatê me ê ku roj lê naçe ava. Di bşharê de hemû şînahî û ax ji tirejên rojê hêz digirin û xwe xwedi dikin. Ji ber bi germahiya rojê re jiyan peyda dibe, ger roj nebe jiyan ji nabe.
Gelo ma tenê yek mirov çawa dikare van hemû bedewiyan di xwede bide jiyankirin? Lê ger mirov hêza xwe ji rojê bigire dikare jiyan jî bike û bide jiyan kirin jî. Reheval NÛDA jî yek ji van jinên pakrewane ku tenê hêza xwe ji rojê digire û dibe parçayek ji tirejên rojê.
Em dikarin bibêjin ku hevala NUDA yek ji parçeyên xwezayê ya herî bedew bû. Ji ber gelek ji xwezayê, bi taybet jî ji axê hezdikir. Ji ber vê heskirina xwe her tim pêre mijûl dibû. Mîna ku hemû hêza xwe ji axê bigire, bi heskirineke bêhempa û bi eşqeke mezin bi xwezayê re ango bi axêre mijûl dibû. Em dikarin bibêjin ku hevala NÛDA bi xwezayê re di nava ahengekê de bû. Lewra dema mirov jê hezbike û biparêze, xweza jî, ji mirov hezdike û di himbêza xwe de diparêze. Mîna dayikek zarokê xwe biparêze. Ji ber vê dayik xwezaye, ji me re. Hevala NÛDA jî, yek ji zarokên vê dayikêye. Zaroka dayikê xwe a bi coş û pak e. Hevala NÛDA ji ber xwezayê hesdike, ji mirovan jî hezdike û jê re rêz digire. Ji ber dizane ku hêza heri mezin mirov bi xwe ye. Ji ber vê bi hêza mirovan pir bi bawer bû û pir jî giring di dît. Tiştên herî baş û xweş para mirovan didît. Tiştên nebaş û xirab jî mîna îxaneta li cevherê mirovahiyê di dît û pêre tekoşîn dikir. Lê tevî van hemûya jî ji mirovan gelek hesdikir î pê re jiyan parvê dikir. Yek ji taybetmendiyên heval NÛDA yên sereke jî hezkirina kedê bû. Em dikarin bêjin kedkareke mezin bû hevala NÛDA. Di mijarê ji gelê xwe re xizmet kirinê de jî her tim peşengtî dikir û ev yek ji xwe re weke erkeke sereke didît.
Hevala NÛDA di kesayetiya xwe de taybetmendiyên takekesiya civaka ehlaqî î polîtik bi rengeki heri baş jiyan dikir û dida jiyan kirin. Di jiyana xwe de jî xwedi sekneke bi çand û xwediyê exlaqekeki baş bû. Ji ber xwediyê van taybetmendiyan bû li derdora xwe de jî ev sekin dida avakirin. Ji bo vê em dikarin bibejin heval NÛDA navnişana çanda exlaqê şoreşgeriye. Her wiha heval NÛDA xwediyê kesayeteke pir paqij, durust û giredayi nirxandibû. Lewra Rêber APO digot “ NÛDA mina melekeyê”. Yani kesayetiya hevala NÛDA şibandiye kesayeta melekan. Tê zanin ku melek di navbera xweda û civakêde kesayetiya heri paqij qasidê xwedaye. Tiştên ku pediviyê civakê pê heye ku ji aliyê xweda ve tê gotin bi rengeki heri baş digihine civakê. Her wiha di kesayetiya melekan de paqijî, girêdan û exlaqê baş di asta heri bilind de ye. Ji ber van taybetmendiyan civak ji wan bawer dike û wana mina temsila başî û paqijiyê dibîne. Melek ne ji bona xwe ye, jibona civaka xwe ye. Di heman demê de kesayeteke xwe fedayê gele xwe kiriye. Tenê armanceke wê heye, ev jî, ji civak û mirovahiyê re xizmet kirine.
Dîsa di kesayeta hevala NÛDA de hêza wateyê pir bilinde, wate dide her tiştî û dixwaze her tiştî wate jê derxe. Ne pir gotin, jê re pir xizmet kirinê esas digire. Di vê wateye de kesayetiyeke çêkiri hevala NÛDA. Mina Rêber APO jî dibêje “ya giring ew e ku mirov wateyê bide her tişteki”. Heval NÛDA jî ev rastî pir baş fêm kiribû. Ji ber vê jî rast jiyan kirin mîna pîvanekê digirt dest. Bi wate jiyan kirin nirxên mezin bi xwe re tine.
Her wiha hevala NÛDA parêzvana nirxên civaka Kurd e. Ji ber vê çendê derdikeve çiya di qadên herî dijwar de tekoşîne dimeşîne. Mîna jineke serhildêr di nava lêgerîna rastiya jiyana azad de ye. Ji ber vê di xeta parastina rewa de bi biryarbûn her ku diçe tekoşîna NÛDA xurttir dike. Bi taybet jî mîna jineke kurd derketina çiyan û tekoşina azadiyê bi rengeke heri dijwar meşandin bedelê gelek giran dixwazê. Bêgûman ji bona nirxên civaka bi exlaq û politîk bên parastin. Pêdivî bi tekoşineke dijwar a jinan heye. Ji ber afirinerê jiyanê jin e. Heman deme de jiyanê jî diparêze. Parastin jî hêz dixwaze. Navê wê yê din ji parastina cewheriye. Di heman deme de ji bona cewherê civakê bê parastin jî pewistî bi vê tekoşinê heye. Reheval NÛDA jî ji bona ev nirx bê parastin her tim tekoşîn da û ji vê tekoşinê re peşengtî kir. Mîna gerîllayeke jin jî dema li Zagros û Botanê bû li ser bingeha xeta parastina rewa tekoşineke bê hempa meşand û li hemeberî xeta nijadperest û xiyanetkar li ser bingeha xeta parastina rewa tekoşîn kirin misoger kir. Bi coş û berpisyariyeke mezin tevgeriya, û rêhevalên xwe jî tevger kirin. Ji ber herî zêde mîna jin pêdiviya me bi xwe parastinê heye. Hevala NÛDA jî ev rastî mîna pîvan girt dest, wusa jî nezik bû. Ji bona mirov karibe bibe şervaneke xeta parastina rewa ango karibe bibe şervan û rêhevalê hevala NÛDA. Pewistî bi hezkirina çiya li hemberî hemû zor û zehmetiyan amade bûn bi rengeki bê hesap xwe feda yê gelê xwe kirin û di hêla birdozîde jî pedivî bi kûrbûn û lêhûrbûnê heye. Bi van taybetmendiyan jî li hemberî her rengê şerê taybet bi serkevin pedivî bi hişyariyeke mezin heye. Ji bona em serkeftina xwe misoger bikin jî pewistiya me bi her rengê xwe yê parastinê heye.
Mîna rêhevalên hevala NÛDA mirov dikare gelek tiştan ji bona heval NÛDA bêje û binivîsê. Lê ji pir tişt gotin zedetir bi heval NÛDA re jiyankirin bersivbûna herî raste. Di jiyane de ji jibona hevala NÛDA qanûna herî mezin jiyana azad bû. Lewra ji derveyî jiyana azad tu jiyan ji xwere qebûl nedikir. Hevala NÛDA di kesayetiya xwe de, li hemberî rastiya qomploya navnetewî di xeta Rêber APO de bilindkirina xeta berxwedanê û li dijî her rengê tesfiyekarî yê xurtkirina tekoşina partibûyinê daye jiyan kirin û ewê bide jiyan kirin.
Ger mirovek di kesayeti ya xwe de van hemû taybetmendiyan jiyan bike û bide jiyan kirin tiştekî em li ser zede bikin namîne. Ji ber van ji bona civakê erka xwe ya peşengtiyê pêk aniye. Mîna jin ji bona jina Kurd û jina Rojhilata Navîn bûye nasname û navnîşana jina leheng. Em jî mîna rêhavalên hevala NÛDA yên gerillayên jin ji bona ku em nikarin qasî ku tê xwestin jiyan nakin û nikarin bînin ziman. Em leborîna xwe ji hevala NÛDA û hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê dixwazin. Lê em bi biryarin ku tekoşina azadiyê bibin serkeftinê û hevditinekê rast bi Rêber APO re saz bikin.
Hevala te yen Tekoşinê
- Ayrıntılar
Di vê mijarê de nîqaş û nîrxandinên girîng hate kirin. Herî zêde jî Rêber Apo kir. Pişt re jî tevgera gerîla, li dibistanê gerîla de van nîqaşên bingehîn têne kirin. Çima dike? Xeta fermandar a gerîla çiye, nûneriya fermandar û şervan bi pîvanê xwe çawa ye, ji bo van eşkere bike. Ji lewra li gorî vê xetê gerîla pêşxistin, hemû hêzê gerîla li gorî pêwistiyê vê xetê perwerdekirin û rêxistin kirinê ev tê kirin. Ji aliyê din ji xwe hin nêzîkatiyên şaş ê li ser vê xetê tê ferzkirin hene. Bê îddîa, bê vîn, paş de dixîne, pasîfîze dike, bi van nêzîkatiyan çetetiyê dike, ji xetê qut dike, ji lewra xetên, pîvanên fermandar û şervan ji rê derdixîne hene. Ev jî weke nêzîkatiya çeteyên çaran, nizanim weke çeteyên gelek cûda yên çeteyên hevkar derketin holê. Niha li gel van xetan ve xeta rast a gerîla, fermandariyê van xetan temsîl dikin û fermandariyê ji bo gerîla di xeta Apocîtiyê de veguherînin, û ji xwe ji bo van nêzîkatiyan ji hev cûda bikin û muqayese bikin ev nîqaş hatin kirin. Xeta fermandariyê ya Rêheval Mahsun Korkmaz nûneriya wê dikir herdem hate nîrxandin. Rêber Apo ev got “ew kesayeta xeta îdeolojî û polîtîk ya partiya me di xeta leşkerî de temsîl dikir, yê ew derbasî pratîkê kir, yên pêvan û taybetmendiyê wê jiyandikir, dida jiyankirin, ji lewra kesayetê nûneriya pîvanên gerîla dikir û ew kesayeta pîvanên pêşeng ê gerîla temsîl dikir bû. Pîvanên fermandar, taybetmendiyê fermandar ê Rêheval Mahsun Korkmaz wusa derket hole. Bi rastî jî pîvanên mîlîtan ên partiyê bê kêmasî di kesayet a xwe de temsîl dikir. Taybetmendiye wî yê pir bi nîrx hebûn. Di aliyê fîzîkî de hezekî wî ya mezin nebû. Aliyê wî yê ji herkesî hêztir, aliyê wî yê fizîkî an jî derfetên wî yê maddî ne mijara gotinê bû. Lê di wî laşê wî yê biçûk de dilekî pir mezin hebû. Cardin di mejiyê wî de vîn û baweriyeke bêhempa dihewand. Mejî û dilê xwe ji bo gelê kurd, mirovên kurd, azadiyê Kurdistanê ve girêda bû û bi wan re bibû yek, di vê wateyê de rastiyeke wî ya kesayeta xwe bi gel û welat kiribû yek. Di vê astê de bi rastî jî kesayeteke pir rêzdar, pir dilniz bû. Pir durust û dilsoz bû. Têkiliyê wî yê bi mirovan pir bi pîvan û haydar bû. Pir perwerde dikir, rê nîşan dida. Him difikirî, him afirîner bû him jî pêk tianî. Di kesayeta Egîd de di pîvanên wî yê fermandariyê de peyvên vala nebû. Ji bo çep û rastê ferman dayîn nebû. Karekî ku wî nikarî bû bikira ji tu kesî re nedigot bike. Tiştê êwîst be bê kirin, biryar digirt û ji bo li gorî pêwistiyê wê pêk were, berî hemû kesî li herî pêş tevlê dibû. Him bi xwe kiriye, him jî ji bo kesên din wezîfeyê xwe pêk bîne alîkarî dida, piştgirî dida. Fermandariya wî wusa bû. Egît di fermandariya xwe de him fermandarî him jî şervantî dikir. Bi qasî her şervanî şervanê çalakî û jiyana gerîla bû. Lê ji herkesî zêdetir jî ji bo herkesê di yekîneyê de kesên vî karî bike alîkarî dikir, piştgirî dida, hêz dida, rêxistin dikir, pêşengtî dikir. Di fermandariya wî de wusa kedeke mezin hebû, hewldan hebû. Pêşengtî hebû. Karê giran digirt ser xwe. Di hemû jiyana xwe de wusa bû. Him şervantî kir, him jî fermandarî. Ji lewra him bû nefer him jî pêşeng. Him bû mîlîtanê partiyê him jî fermandarê gerîla. Vana hemû di kesayetekê de bi awayekî xurt gihand hev û dû. Van hemû pîvan û taybetmendiya, di nava tekoşîna pratîk de xwe perwerde kir û bi gelek aliyan xwe pêş xist. Li ser vê bingehê girêdana wî bi welat ve pir xurt bû, girêdana wî ya gel pir xurt bû. Baweriya wî ya azadî û demokrasiyê pir xurt bû. Girêdana wî ya van taybetmendiya hemû temsîl dike, ji rastiya Serokatiyê re, girêdana wî ya xeta Rêbertiyê pir xurt bû. Kesayeta wî bi wan taybetmendiya hemûyan hatibû hûnandin, xwe bi wan re kiribû yek. Ji bilî wan kesayeteke wî nemabû. Bi xeta Rêbertiyê, bi rastiya gel, bi rastiya welat, armanca azadî û demokrasiyê bi hişmendî, nêzîkatî di ruh û dilê kesayeta Egît ve bibû yek. Ji lewra her tişt bi hundirê wî dihat, ji dil dikir. Her gotinê xwe jê bawer dikir û digot, her karî jê bawer dikir û pêk tianî, bi xwestek dikir, difikirî û dikir. Ji lewra gotinê herî xweş digot. Biryara herî rast dida. Xebata herî bi bandor, herî serkeftî dikir. Her cîhê diçû serkeftin bidest dixist. Li her cîhê lê bû gotina wî dihat gohdarkirin. Dihat hezkirin. Ew wusa ne fermandarekî bi raye, hatibû wezîfedar kirin. Bi ked a xwe, bi pêşengtiya xwe, bi xwezayî ji hêla yên gel wî dihat hilbijartin, fermandarekî dihat pejirandin. Rêbereke xwezayî bû, fermandarekî xwezayî bû. Mîsoger pîvanên wî yê fermandariyê wusa bû. Pîvanê vê fermandariyê li Kurdistanê afirand. Fermandarbûyîna xeta Rêbertiyê vê pêwîst dibîne. Van hemû pîvan û taybetmendiyê vê fermandariyê kesayea Mahsun Korkmaz derxist holê û danî pêşiya ciwanê kurd. Danî pêşiya gerîla yê kurd. Bû fermandarê damezrîner ê gerîla yê kurd. Heta niha hemû tevgera gerîla, di fermandariya Mahsun Korkmaz, ji bo bîranîna wî di xeta wî rêxistin dibe, dimeşe, tekoşîn dide, heta roja me ya îro di xeta nebinkeftinê de li berxwedide û bûye tevgereke gerîla ya bûye mîsogeriya serfiraziyê. Wê bi vî rengî jî berdewam bike.
Hevalê Egîd bêberjewendî, bêhesabên şexsî bi giştî ji bo jiyana demokratîk û azad a gelê kurd, ji bo azadkirina Kurdistanê li ser esasê xwe dayinê tevlêbû. Bi wêrekî û fedakariyeke mezin tevlêbû. Ji destpêka tevlêbûnê û şûn ve di nava tekoşîna herî hişk û dijwar cîh girt. Her dem di nava refê pêşîn de cîhê xwe girt, di nava şer de bû. Bi karê herî zehmet ê şoreşê ve mijûl bû. Bi karê wêrekî û fedakarî dixwest re mijûl dibû. Li Êlihê ev kir, li Sêwrekê ev kir. Li Lubnan û Fîlîstînê wusa xebitî, xwe amadekir. Cardin li herêma Êlihê ji bo amadekirina gerîla rol a xwe lîst, piştre di 82-83’ande ji bo atirs, xof, bêvînî, bêîddîabûn herî zêde tê jiyîn, heyameke ku miromadekirinên pratîk ên gerîla, bi helavê Mehmet Karasungur ve pêşengtî kir. Xebatê amadekariyê meşand. Çalakiya Dihê (Erûh) ya pengava 15’ê Tebaxa 1984’ande hat eli darxistin, fermandariya wê kir. Her dem di xeta gerîla de bû, di xeta berxwedanê de bû. Di xeta aktîf a xeta tekoşînê de bû. Vê gihand gerîlabûyinê, ji bo avêtina gule ya destpêkê pêşekngtî kir. Bû fermandarê gule ya destpêkê avêt. Piştre jî ji bol i dijî hemû êrîşên şerê taybet ê faşîst û paşverû ji bo gerîla berdewam bike israr kir, pêşengtî kir. Li dijî hemû lawazî û kêmasî ji bo xeta gerîla berdewam bike, were rêxistinkirin, heta dawî bi israr bû, bi rik bû, berxwedêr bû. Di 84’an, 85’an û heta Newroza 86’an wusa meşiya. Di Newroza 1986’ande pêşengtiya berxwedanê kir û cardin di pêvajoya pîrozbahiyên Newrozê de di pevçûneke ketê de di 28’ê Adara 1986’ande li Gabarê şehîd ket. Heta wê demê herdem bi lehengî tevlî tekoşînê bû, bi lehengî meşiya, bi lehengî şer kir û şehîd ket. Ji lewra tevgera me vê rojê weke qehremaniya netewî pejirand, bi nav kir. Gelê kurd jî vê wusa dipejirîne. Navbera 21’ê Adarê û 28’ê Adarê weke hefteya qehremaniya netewî pejirand. Hefteya di navbera şahadeta Mazlûm Dogan heta şahadeta Mahsûn Korkmaz de weke pêvajoya qehremaniya netewî binav kir. Rêber Apo, Hevalê Egîd weke remza (sembol) lehengiya netewî binav kir. Çima weke remza lehengiya netewî binav kir? Ji ber ku li dijî rejîma faşîst a leşkerî dema li ser bingehê berxwedana gerîla weke dema lehengiya netewî binav kir. Got ev dema lehengiya gel e. Di dîroka hemû gelan de heyamên dîrokî hene. Çine van heyamên lehengiyê? Di heyameke taritî herî zêdeye, ronahiya serkeftin û serfiraziyê herî kêm tê dîtin, dema zilm herî tariye, zext, vên civakê nikarin xwe azad temsîl bikin û bijîn, berowajî vê li dijî van hemûyan heyameke tekoşînê ya gel xwe azad, demokratîk temsîl bike, bi vîna xwe jiyan bikeye. Gel bi van hene. Ji xwe wusa dibin gel. Di demên wusa de, gelên di bin zextê de karibin pêngavên pêşketinên berxwedanê bikin pêşdikevin. Dibin gel. Lê ev ji xwe wusa bi pîvanên asayî nabe. Bi pîvanên asayî nabe. Wêrekiyeke mezin dixwaze, fedakarî dixwaze. Vaye ji van heyaman re dibêjin heyamên lehengtiyê. Adeta van lehengan gelan diafirînin. Helbet lehengan jî gel diafirînin. Ji nav a xwe derdixînin. Vaye 12’ê îlonê di heyama di bin derbeya leşkerî ya faşîst de dema xwe ya herî tarî jiyandike. Zilma di girtîgeha Amedê tê zanîn. Zilma li derve tê zanîn. Cuntaya di pêşengtiya Kenan Evren de li Kurdistanê çiqas komkujiyên qirêj kirine bîlançoya wê hîn jî nayê eşkerekirin. Dewlet ji vê ditirse. Wê ev ruyê dewletê yê qirêj derkeve holê û dewleteke çiqas zalime, dewleteke reşkujer e wê were dîtin. Ji ber wê niha dernaxînin holê. Vaye heyameke wusa bû. Mirov di nava tirsê de bûn. Gel hatibû tepisandin. Rêxistin hatibûn belavkirin, xistibûn girtîgeha û li wir li ser wan îtirafkarî dihat ferzkirin, bi îşkenca dixwestin teslîm bigrin û dixwestin tune bikin. Li derve zilma leşkerî, zilma polîsan di asta herî jor bû û gel xistibûn bi zexteke ku êdî hêza xwe ya berxwedanê wunda kiribû. Li ser civakê ev ferz kiribûn, dixwestin van bi wan bidin kirin. Pêngava 15’ê Tebaxê li dijî vê pêşket. Destpêkê berxwedana girtîgehê ya mezin pêşket, bi vê serkeftineke mezin a îdeolojik hate bidestxistin. Lê ya serkeftina îdeolojîk ya leşkerî û siyasî temsîl dikir pêngava 15’ê Tebaxê bû. Tekoşîna li ser bingehê pêngava 15’ê Tebaxê pêşket vaye li dijî heyama herî tarî ya dîrokê, bû heyama lehengi yê ya gel. Heyama lehengiyê ya gelê kurd, heyama berxwedanê ya li dijî rejima leşkerî ya faşîst a 12’ê îlonê ye. Di vê berxwedanê de 15’ê Tebaxê bi pêngava xwe ya şoreşgerî tê temsîl kirin. Ev pengav, pengava lehengiya netewî ya gelê kurd e. Pêşengê, nûnerê vê pengavê jî Rêheval Mahsun Korkmaz e. Ji lewra ev dibe remza pengava lehengiyê. Yên vê pengava lehengiyê temsîl dike, hemû şehîd li pey şopa wî dimeşin, did fermandariya wî de meşiyan û şehîd ketin, dibe fermandarê wê yê mezin. Rêber Apo ji vê re got, “şehîdên şehîda”. Ji lewra ev şehîdên heyama lehengiyê di kesayet a xwe de temsîl dike, ji bo vê bû lehengê netewî. Lehengiya netewî bi wêrekî û fedakariyeke mezin a tu kesî di wê astê de bi wêrekî û fedakarî, bi serfirazî nikarîbû bimeşe, di demek wusa de bi pêkanîna vê meşê afirand. Dayina navê lehengê netewî, bi berxwedanî tekoşîn kirin û heta nefesa xwe ya dawî temsîlkirina xeta berxwedaniyê lehengtiya wî ya netewî afirand. Lehengtiya netewî derxist holê, nûnertiya wê kir. Ji lewra rastiyeke derket holê, hate afirandin, destpêkê partiyê, piştre jî gel dayê. Pejirand. Mafê wî dayê. Bi vî awayî weke lehengê netewî yê gelê kurd di dîrokê de cîhê xwe girt.
Endamê Konseya Rêveberiya KCK’ê Dûran Kalka- Ayrıntılar