Dîrokê her tim mirovên leheng afirandiye. Dîroka gelê me de jî yên wekî Egît, Erdal, Zîlan û Berîtan û bi hezaran şehîdên bi rûmet, erdnîgariya Kurdistanê afirand û ev erdnîgarî qehremanên bênav dide jiyîn. Lê dîroka wan nedihate nivîsîn.
Serheda dilbirîn gelek xort û ciwanên xwe dan vê axê. Hinek ji wan yên vê xakê bûn. Dilê gel de kulîlkên berfînê bûn. Şîn dibun di binê keviyên berfê de. Serî radikirin ji bona jiyana vî gelî. Bedena xwe dikirin mertal. Ciwan û zarokên heviya Ehmedê Xanê, wek çîroka Mem û Zînê evîneke bêhempa dijiyan. Ev ciwanana li çiya û zozanan dibûn rêhevalên şiverê berf û serma û seqemê… Dibûn bersiva evîna Ehmedê Xanê.
Heval Berxwedan bûbû ewrek biharê û ev ewrê jiyanê ji Xerzanê berê xwe dida Serhedê. Rêheval Berxwedan Koçer di sala 1996’an de dest bi gerîlatiyê dike. Li Botanê û Serhedê karê xwe dimeşîne. Naskirina me di 2006’an de li Tendurekê çêbû. Gava min wî dît, min moralekî mezin jê girt. Ew gerîla bû, di cihê xwe de nedisekinî û hevalekî pir hişyar bû. Disiplîna wî nedihişt ku mirov bikeve nav kêmasiyan. Ji xwe bawer bû. Ji her tiştî re wêrek bû. Ew sekna wî ya bi heybet i carî serî neditewand. Rê û rêzikên gerîla her pêk dianî. Di meş û jiyana wargehê de her tim şiyar bû. Carinan mirov xwe bi xwe digot rêheval Berxwedan razaye, lê gava ku me dengekî biçûk jî derdixist pê re çavê xwe vedikir. Rêheval Berxwedan di milê leşkeri de ti carî tawîzan nedida.
Rojekê em li Geliyê Zîlan bûn. Em çend hevalên bi navê Ş.Berxwedan, Ş.Karker, Ş.Gabar (Koçer), Ş.Sîpan, Ş.Brûsk û çend hevalên din li gel hev bûn. Berdestê siharê em gihaştin qampê.. Di nav qampê de keviyên berfê jî hebûn. Em li qampê rawestiyan lê xewa me yekî jî nedihat. Cih zozan û derdor jî ripîrût bû. Ji boyî ku ti kes me nebîne, pêwîst bû beriya roj hilbe me ava xwe bianiyana. Me ava xwe ji keviyên berfê peyde dikir. Çend şaşal û reşoyekî me hebû. Lê tiştekî ku em bişewitînin nebû. Ne gunî û ne jî kemre. Me reşo girtibû ku ji boy em çayê çêkin. Lê emnikaribûn serî bi sermaye re derxin. Tahma rêwîtiyê di çayeke kelî de heye lê çaya me jî çênedibû. Sisê an jî çar şevên me hebûn.Êdî roj hilabû û xewa kesî ji me nedihat. Ji boyî ti kes me nebîne em ji nav kebiran dernediketin.
Di wê navberê de Ş. Berxwedan çend bîranînên xwe ji me re vegot. Bîranîna wî li ser çay çêkirinê bû. Di ber re jî digot; ‘‘tahma gerîlatiyê hindeki jî di çêkirina çay de ye’’ pê re jî; ‘‘Hûn jî dizanin ku me ev çaydan li ser pişta xwe ji Başûr hetanî vir vala vala neaniye, ger em çayekê ji vî çaydanî venexwin qet nabe.’’
Bîranîneke xwe ya dî jî wisa dianî ziman; ‘‘Em li qada çaran, nêzî çiyayê Allah û Ekber bûn. Dîsa ne gunî û ne jî kemre hebûn ango tiştekî ku em pê agirê xwe geş bikin nebû. Wê demê min şiveke hişk kir çar parçe. Pişt re min çewalekî naylon bi kêra xwe veçirand. Ew çewalî li şivan pêça û bi sê keviran kuçikekî çêkir. Çaydan tije av kir û danî ser kuçik. Agir bi naylonê li şivan pêçayî xist û bi vî awayî parçeyên şive jî şewitîn. Hemû hevalan got; ‘‘ew çaydan bi çar parçên şivikê re dê çawa bikele?’’ Lê Ş.Berxwedan got; ‘‘Ev naylon û parçeyên şivikê wê çaydan zû bikelîne. Ji ber ku min kuçik gelekî nizm kiriye û têna agir hemû li bine çaydan dide. Dê ev çaydan zû bikele û hetanî êvarê em bê çay namînin.’’
Gerîla li ku be jî divê cihê wî neye zanîn. Dema mirov di çeperan de be, bêdengî gelekî girîng e. Dema mirov din av kevir an jî dolekê de be, dûyê agir mirovan deşîfre dike. Ew roj bi van gotinan tecrûbeyên xwe ji me re vedigot. Ew roj bi çar parçên şivikan û naylon hetanî berêvarê ji me re çar caran çay çêkir. Şevê gava dimeşiya her tim çeka xwe di destê xwe de digirt. Nediavêt milê xwe. Ji bo pevçûnan her dem amade bû. Saet 12’ê şevê bû. Em ketibûn cihekî xeter. Gund û zomên çaşan bûn. Em bêdeng û pir veşartî dimeşiyan. Ew li pêş bû ez jî li pey wî bûm. Em ketin nava newaleke biçûk. Ew beziya ez jî li pey wî beziyam. Çawa derket li ser lêva dolê dengê fîşengekê hat. Hevalên din re qîr kir got; ‘‘xwe biavêjin erdê’’. Her hevalek xwe avêt erdê lê ez li ser ling mam. Paşî min jî xwe avêt erde. Wê şeve em li dolekê man. Li derdora me bi tenê majyak ango qirşik hebûn. Heyanî evarê em di nav wê dolê de man. Şivanek sibê heyanî evarî li derdora me diçû û dihat lê me nedît. Lê şivanekî din bira pêzê xwe wenda kiribû û li bira xwe digeriya. Berêvarê bi rasthatinî ber bi me ve dihat. Me xwe baş veşartibû. Zilam hetanî ser serê me jî hatibû. Ş. Berxwedan rabû û zilam pêşwazî kir. Jê re got rûne, zilam rûnişt û ketibû şoqê. Vile vila wî bû û nezanîbû çi dibêje. Ş. Berxwedan ew teselî kir. Zilam piçek ser hişe xwe ve hat. Lê dîsa ditirsiya. Ş. Berxwedan riya xwe berdabû û dirêj bûbûn, ji ber vê jî zilam jê pir ditirsiya. Ş. Berxwedan me bi şivan da nasîn. Zilam hêdî hêdî bi ser xwe ve hat. Me zilam li cem xwe hişt heyanî tarî baş kete erdê pişt re jî me şivan berda. Zilam dema ji me veqetiya giriya û bi vî awayî ji me dûr ket.
Gava em di rê de dihatin cihê ku Ş. Berxwedan lê derbas bûbû bi me dida nasîn. Ji ber ku berê li van dera mabû bîranînên xwe jî ji nû ve bi bîr dianî. Pişt re ji me re behsa birîndariya xwe kir. Di 7’ê Tîrmeha sala 98’an de li Sînekê ketibûn pevçûnekê. Pişt re got
Nên xwe wisa domand; ‘‘em li qampê bûn. Dijmin berdestê sibê derdorê li me girtibû. Bi tang û panzêran ve bi ser me ve dihatin. Di ber destê sibê de şer destpê kir. Li cihê ku em lê bûn kevir qûçek(qelaç) hebû. Ev qûç li hawirdora xwe cihê herî serwer bû. Bi hêsanî me çeperên xwe girtin. Di pevçûnê de du hevalên me şehit ketin. Hevalê Nûman Amed û hevalê Akîfê ji Başûrê biçûk bû. Ji bilî vê sê heval jî birîndar bûn.Ez ji ling û pişta xwe ve birîndar bûbûm. Dema tarî ket min xwe ji cihê pevçûnê dûr xist. Roja dîtir, dijmin hatibû hetanî nêzî min. Heta êvarê li ber min çûn û hatin lê ez nedîtim. Hevalên din, birîndarên me biribûn û ez ji wan veqetiyabûm. Nikaribûm li ser linge xwe bimeşim ji ber vê jî min xwe li erdê dikişkişand. Bi giştî du rojan wisa li ser zik min xwe kişkişand. Piştî du rojan min xwe gihand zomekê. Yên li wir li min xwedî derketin û birîna min derman kirin. Piştî mehekê ez bi ser xwe ve hatim û min gelekî bêriya rêhevalên xwe kiribû. Lê min hay jê nîn bû ku, dijmin gotiye me PKK’yîyekî bi birîndarî girtiye û her roj em bi xwe re digerînin. Ev kesê di deste me de her kesî dinase û wê navê we hemûyan ji me re bêje. Ji ber vê yekê gundî ditirsiyan û ji hevalan acis bûbûn. Ew zoma ku ez lê bûm, mirovên li wir jî dixwestin rojek berî rojekê ez baş bibim û ji gel wan biçim. Hevalên me di destpêkê de ji van gotinên dijmin bawer nedikirin. Lê piştî agahiyekê jin negirtibûn êdî ew jî bi van gotinan bawer dikirin. Lê hîna jî min nikaribû xwe li ser lingan bigirim. Ne darek û ne jî gopalek hebû. Ji neçarî min qarnasa xwe ji xwe re kiribû gopal. Paşî min ji wê zomê xatir xwest û ez ji wir dûr ketim. Ez ketim rê û ez li hevalan digeriyam. Ez difikirîm, gelo ezê hevala li ku bibînim. Min berê xwe da Sînekê berêvarê bû û min xwe nezî zomekê kir. Ez çûm zomê ji min bawer nekirin. Gotin em hevala nas nakin qet nehatine vir. Dema ku min xwest derheqê hevalan de ji wan agahî bigrim gotin hinek mirov tên. Min ji wan pirsî ew kîne? Gotim em nas nakin. Min xwe da kêlekê ku çi bibinim, heval ber bi malê ve dihatin. Xwediyê malê çû ew pêşwazî bike hîna wan fêm nekirî min qîr kir û ji keyfa xwe avête hevalan. Min ew hemêz kirin. Heval matmayî bûn lê dema min ew hemêz kirin ew jî neçar man û ez hemêz kirim. Hevala despêkê bi balkêşî li rûyê min nêrîn. Dest dan guhê mink u bê kah atine jêkirin an na. Pişt re heval fêm kirin ku di derheqê min de tiştên ku dijmin belav kirine yek jî nerast e. Bi wê kêfxweşiyê em çûn cem hevalên din jî. Çawa hevalan got hevalê Berxwedan hat, hevalê Yaşar û hevalê Delîl jî ji çeper derketin derve ew jî gelekî kêfxweş bûn. Wê carê jî me hevdû sax dîtibû. Ji ber wê jî ez pir hestiyar dibim.’’ Dema ku rêheval Berxwedan bîranînên xwe dianî ziman te digot qey ji nû ve wan dijî. Niha her sê heval jî şehîd ketine. Ş.Berxwedan, Ş. Yaşar, Ş.Delîl…
Yên zindî mane jî em in. Ew bîranîna zindî mirov dibe demên kûr û dûr. Mirov bi hevalê Berxwedanra her tim zindî bû. Mirov digirt dibir dixist nav deryaya jiyanê. Her behsa bîranînên xwe dikir û hevalên pê re jî dibûn kesayetên di nav wan bîranînan de. Rêwîtiya bi rêheval Ş. Berxwedan re pir xweş û bi tahm bû. Me jî dixwest em bi te re bibin Hemze, Şoreş, Birûsk û me jî xwest ku bibin şervanên te. Li benda te ye hevalê Seyfî bi hesreta dîtina Çaran, Şoreş bi hesreta dîtina warê bav û kalan. Hevalê Şoreş hîna wê vê axa pîroz maç bikirana û wê gundê xwe dîtibana. Hemzeyê pêlewan xwe ji tolê re deyindar dihesiband. Ew ken yê hevalê Sîpan bû ku çemê Arasê bêdeng dikir û dibû pirek ji dile pak ê rêhevaltiyê re. Ma birûsk nebû yê deste xwe dihejand. Û digot ne tenê niha piştî xwe jî ava bikin. Pênc hêvî bûn avek û xwe ji çemê Sîdar bi xuşînî berdan li nav çemê Arasê. Her tim di dile wan de bû rakin ala pîroz û li ser sere çiyayê Allah û Ekberê biçikînin. Ma ne şehîd digotin ku; li ser gora me dile gelê me heye û bo vê jî em dilaram in.
Di sala 2008’an de hevalê Berxwedan û çend hevalê xwe wê ji Çemçê derbasî herêma Çaran bibûna. Hevalên me ji boyî çemê arasê derbas bikin, diçin cihekî nêzî Qaqizmanê. Lê her pênc heval jî di 20’ê Avrêla 2008’an de bi encama komployekê dikevin pevçûnê. Rêheval Berxwedan hetanî êvarê li ber xwe dide û ji ber ku hevalên dinê şehîd ketine ew jî paşvekişînê ji xwe re qebûl nake û hetanî fîşenga xwe ya dawî şer dike. Pişt re bi qehremanî tevlî karwana şehîdan dibe. Pêkanîna hêvî û xwestekên Ş. Berxwedan, Ş.Hemze, Ş.Birûsk, Ş. Sîpan û Ş. Şoreş erka me ye. Ji me re ala deste xwe hiştin û vê alê li lûtkeya çiyayan çikandin deynê stûyê me ye.
23.02.2010/ Çemçê
Dem Agırî
- Ayrıntılar
Raza di cîhana şîniyê de avjenîkirin, di nepenî û kûrahiya abadîniyê de ye. Her roj bi rengê şîn re dîdar bû. Ji ber ku hêşînahî azadî bû. Te ji behra fûriyayî û ji bilindahiya ezmanan hêza xwe digirt.
Weke cihana wê ya hundirîn, çavên wê jî hêşîn bûn. Hecçko dema min tu dîtî, ji min re pir dûr û sar hatibûyî. Dibe ku sedema xwe ji nenaskirina te û -piştî dîlketina Serokatî weke her jina çiyayî- ji rewşa min a derûnî digre. Demeke dirêj me di rêveberiya heman yekîneyê de cih girt. Piştî kum in rêhevaltiya te ya germ nas kir ev nêrînên min ên balkêş guherîn. Dema min ji te re behsa hevnasîna me ya ewil dikir, dîsa bi wan du behren fûriyayî tu dikeniyayî. Jiyana te jî weke kene te yê fûriyayî tê û tije bû û bi baldarî nêzî her qada jiyanê dibûyî. Di jiyanê de tu him dibûyî mamoste û him jî dibûyî xwendekar. Ev mijar sedema xwe ji dilpakiya te digirt.
Yekemîn bîranîna me bi derçûnekê (întîşar) destpê kiribû. Ev derçûn bi boneya perwerdehiyê bû. Bo ku berî wê hayê me jê hebû em amade bûn. Bi teqîna fîşenga yekemîn hemû hevalên mangê rahiştin amûrên xwe û em çûbûn sere gir. Di navberê de jî me bi coş nîqaşa, di şer de em ê çawa bêhtir bi lez, xasûk û şareza bin, dikir. Di yekemîn dewreya dibistana leşkerî de ew coşa te ya perwerdehiyê bala derdorê jî kişandibû. Ev yek perwerdekariya te ya jiyanê jî derdixist holê. Aliyekî te yê din ê bale dikişand jî ew bû ku, nêzîkatiya te ya tîmê bû. Rêhevalên ku di tîma te de cih digirtin, ji te û vê perwerdekariya te pir razî bûn. Her wiha di jiyanê de te ti carî yek alî nedifikirî.
Di lîstokan, meşên şeve û di perwerdehiyên leşkeri de tu her tim rûken bûyî. Ji zewqa te ya govend girtinê hetanî ew kenê li xwe yê resen, te çanda xwedawenda dianî bîra mirovan. Di pêvajoya perwerdehiyê de tişta ku herî zêde bala min dikişand xweyrêgezî, sekna te ya bêtawîz û bertekên te yên watedar bûn. Ji aliyekî ve ew parvekariya te ya jidil û ji aliyê din jî piştî her waneyê ew nîqaşên te yên bicoş rê da ku xwe di dilê her hevalî de bi cî bikî. Rêgeza te ya jiyanê, wek Rêbertî digot; ‘‘xwe bigihîne yê li pêş û yê li paş mayî jî bigihîne xwe’’ bû. Ji ber vê taybetmendiya xwe jî di jiyanê de tu her nefsbiçûk bûyî û te her alîkarî dida rêhevalên xwe. Bi vî renge xwe yê resen ti di jiyanê de tu qet tenê nedimayî. Di çûyîna koma Dêrsimê ya 2003’yan de rêheval Faraşîn jî hebû. Beriya çûyînê hat gel min ku ji min xatir bixwaze û bi zimanê çavan wek ku ji min re bêje; ‘‘tu jî nayê’’ dinêrî. Di dema destgirtina me de min gotibû; ‘‘ez baş dizanim ku di gelek mijaran de tu yê serkeftinan bi dest bixî. Niha tu gelekî dûr diçî. Her tim bi vê pak û paqijiya xwe ve bimîne.Soz didim te, dê demildest xwe bigihînim te.’’ Û me bi van gotinan hev hemêz kiribû. Xwesteka me ya dawî jî li Dêrsimê hevdîtin û nêzbûna Serokatî bû. Piştre di demeke nêz de ez jî bûbûm rêwiya rêya Dêrsimê. Cara yekemîn di 2004’an de li cîhekê min tu dîtibû. Qet ji bîra min naçe, bê ji bêrîkirinê bû yan jî ji kêfxweşiyê bû nizanim lê di du-sê deqên destpêkê de bi girîyekî bi deng me hev himbêz kiribû û piştre me kenê xwe yê şilopilo jî tevlî vî kenî kiribû. Heval Faraşîn ji ber ku ji Ovacikê hatibû mintiqeya me, her behsa bîranînên xwe yên wê derê dikir. Behsa bedewiyên bêdawî yên Ovacikê, Elî Boxazî, Ava Tagarê û bîranînên xwe yên qampa çile dikir. Çileya wê salê me bi hev re derbas kir û hevala Faraşîn din av me hemû hevalan de ya herî kelecanî û bicoş bû. Ji ber ku pirtûka Serokatî ya bi navê ‘‘Parastina Gelekî’’ nû gihabû destê me em hemû bi coş tevlî perwerdehiyê dibûn. Em bi rêheval Faraşîn û Roza re heta derengiya şevê di nav nîqaşan de bûn. Dema me mijara ‘‘kaosê’’ nîqaş dikir hevala Faraşîn pir kelecanî dibû û dibû sedem ku bîranînên me yên kêfxweşiyê zêde bibin. Di tevlîbûna xwe ya jiyanê de xweyrişt bû. Ruxmî vê aliyên xwe yên pak, xwezayî û zarokî jî hebûn. Cewherên elewîtiyê yên mîna humanîstî, dilsozî û dilpakiyê di kesayeta xwe de yek bi yek dabû rûniştandin. Têgihiştina wê di herî kar û barî de xwe zû dida der. Gelek heval him di jiyanê û him jî di şer de xweziya xwe bi tevlîbûna wê dianîn.
Belê hêşînahiya rondikên minî mîna Mûnzûrê diherike, rêhevala min a dilsoz… Çavên min her li te digerin. Herî dawî em ji Neh Qelaçan ji hev veqetiyan. Ez çûm rojavayê Dêrsimê û tu jî çûyî rojhilatê Dêrsimê. Hemû hevalên bi te re mayî, bi erênî behsa tevlîbûna te ya jiyanê dikirin û te mînak nîşan didan. Di demeke kurt de te xwe bi pêş xist û bi ilhama ku tu li cihê heval Zîlan bûyî, bi carekê ve wek dareke spîndarê te reh berda ew axa qedîm. Te di dilê her rêhevalê/î de xih girt û tu buyî fermandareke mezin. Bi bişîrîna bihara 2008’an çavê xwe vekiribû. Bi 11 rêhevalên xwe ve berê xwe dabûn rôjê û ew bi çavan himêz kiribûn. Li himbêza dayikê ango li Qelaçên Hingirwanê dijmin ew xistibûn kemînê. Du rojan li ser hev dijmin bi helîkopteran bombe li ser serê wan reşandibû. Pevçûn qewimîbû. Li gor gotinên hevalekî ji pevçûnê filitîbû, ‘‘ li hemberî berxwedan û wêrekiya rêheval Faraşîn heyran mabû’.’ Xwestibû arîkariya hemû hevalên xwe bike. Bi xwînsariyê dema dixwaze rêhevalên xwe ji nav dijmin derxîne, bi giranî birîndar dibe û bi vî awayî di rêwîtiya ber bi rojê ve ew jî wek hezaran rêhevalên xwe dibe mêvanê ezmanên şîn…
Ez te
bi tîrêjên rojê
Bêdawîtiya ezmanên şîn
Bi dilpakî û hezkirina rêhevaltiyê
Bi bêrîkirinên bê dawî bi bîr tînim…
Rojbîn FARAŞÎN
- Ayrıntılar
Şehîd Nûda pajerojeke çawa li pey xwe hişt?
Bê guman behar bi keskahiya xwe, bi kulîlk û bergehên xwe bedewe lê belê gurûpek hevalên me di behara sala 2008 an de şehîdketin. Dibe ku rengê jiyanê bi hevaltiya xwe şên û bedewe be, lê belê gava ku hevalên me şehîd dikevin û bedena wan di axê de tê veşartin, dilê her hevelekê û hevalekî dişewitê. Xeyal û xwestekên hevalên me yên şehîd, di nêvî de dimînin û pêwîst dike ku ew xeyal bigihîjin dawiyê. Hevala Nûda jî di nava wê gurûpê de bû. Her kes fêrbibû wê li gel xwe bibînin û bi wan re jiyanbike. Çûyîna hevala Nûda ne tenê zor bû, dilê mirovan guvaşt. Keça çiya ya delal roja ku lingên xwe avêtin ser xaka çiya û di rêka dirêj de meşiya, çiya ew hembêzkirin û ew keça xwe pejirandin.
Hevala Nûda Karker di sala 1992 an de beşdarî rêxistinê bû. Gava ku derbasî welêt dibe piraniya xwe li herêma Zagrosê dimîne. Sala 1998 an derbasî saha Rêbertî bû. Piştî dewreya perwerdê hevala Nûda tevlî gurûpa lêhûrbûnê dibe û li gel Rêbertî dimîne. Piştî wê derbasî saha Ewrûpa dibe. Hevala Nûda bi taybetiya xwe ya gelêrî dihate naskirin. Di nava gel de xebat dida meşandin, deyar dida gel û di nava gel de dihate hezkirin. Piştî hatine welêt piranî li herêma Behdînan û Qendîlê ma. Hevala Nûda wê derbasî herêma Botanê bibûne, Rêbertî pêşniyar dike ku qomîteyeka avakirina PKK ê were avakirin. Ji ber vê yekê çûyîna hevala Nûda ya Botanê ji milê rêxistinê ve tê sekinandin. Hevala Nûda herdem xeyal dikir ku derbasî herêma Botanê bibe. Di wê pêvajoyê de rêxistin bi zor û zehmetiyên mezin re derbas dibû. Lê belê hevala Nûda bi tevlîbûna xwe ya ji xebatê re xwedî li hîma Rêber APO derket. Di wê demê de ew û hevala Viyan bi hev re cihê xwe di wê qomîtê de digirtin.
Tevlîbûna şehîd Nûda ji jiyanê re bi çi awayî bû?
Çabayê heval Nûda ew bû ku erkên xwe yên di wê pêvajoyê de pêkbîne. Taybetmendiyeke hevala Nûda ew bû ku erkên xwe çi biçûk û çi jî mezin be, pêkbîne. Erk pêkanîn ji bo hevala Nûda xizmetkirina rêxistinê bû. Cih girtina şehîd Nûda û şehîd Viyan di qomîta avakirina PKK ê de baweriyekî mezin dida hevalên jin û xort. Bi fedakartiyeka mezin tevlî perwerda PKK ê dibûn. Piştî kongra PKK ê ya yekemîn hevala Nûda bi xwesteka xwe derbasî YJA STAR bû û bi israra xwe derbasî herêma Botan bû.
Girêdana şehîd Nûda bi Rêbertî ve di kîjan astê de bû?
Hevaltiya şehîd Nûda bi Rêbertî re gelekî xurt bû, lewre gava ku hevala Nûda şehîdket Rêbertî got “hevaleke min hebû Nûda Karker”, di vir de tiştê ku ez dixwazim bibêjim Rêbertî ji bo herkesî nabêjê hevaleke min hebû. Heval Nûda hevaltiyeke dirust bi Rêbertî re kir, ji ber vê yekê Rêber APO ew weke hevala xwe pejirand. Şehîd Nûda Rêbertî weke bîrdozî û felsefe ji bo xwe dipejirand. Girêdan û hezkirina wê di asta bîrdozî û felsefî de bû. Rêbertî di mirovan de li dilsoziyê digeriya. Ji ber wisa her dem ji me re digot “ gava hûn bi min re daxivin bi zimanê xwe naxivin, bi dilê xwe baxivin wê rastir be, hingî di dilê we de çi heye ezê fêmbikim.” Hevala Nûda jî bi dilê xwe bi Rêbertî re daxivî. Hêviyên Rêbertî ji hevala Nûda di astekî bilind de bû, ji ber ew rêbereke tevgera jin didît û hêzeke mezin di wê de didît, ji ber vê yekê çabayekî mezin di ber hevala Nûda da. Hevala Nûda bi sekna xwe û tevlîbûna xwe ji jiyanê re, xwedî li çabayê Rêbertî derdiket. Hevala Nûda bi berpirsyartiyeke xwezayî tevlî jiyanê dibû.
Nêzîkbûnên şehîd Nûda ji jin re bi çi awayî bûn?
Hevala Nûda ji cinsê xwe gelekî hezdikir. Ji bo alîkariya hevalên xwe yên jin bike çabayekî mezin dida. Bi dilnizimî nêzî hevalên xwe yên jin dibû. Li hemberî paşverûtiya jin tekoşîneke mezin dikir. Êşa ku îro hemû jin jiyandikin di dil de hîsdikir, ji ber vê yekê bi cinsê xwe ve girêdayî bû û li hemberî kêmasiya tekoşîn dikir. Çabayekî mezin dida ji bo hevalên jin pêşbikevin û ji êş û zoriyan rizgar bibin. Hemû hevalên jin ji hevala Nûda hezdikirin. Li hemberî hevalên jin tekoşîn dikir lê belê ew tu carî biçûk nedidîtin, lewre herkesî fêmdikir ku çima hevala Nûda li hemberî wan tekoşîn dike. Her çiqasî zor û zehmetî dikşandin lê belê dîsa jî di tekoşîna xwe ya cinsî de israr dikir, di rêgezên xwe de tawîz nedida. Hevala Nûda nikarîbû bê hevalên jin jiyanbike. Çavkaniya moralê wê hevalên wê bûn û bi hevalên jin re parvedikir.
Şehîd Nûda xwe çawa perwerde dikir?
Şehîd Nûda bi parvekirina bi hevalên xwe yên jin re, xwe perwerde dikir. Xwe perwerde kirin tenê di pirtûk xwendinê de nedidît û di jiyanê de xwe perwerde dikir.
Me demekê bi hev re jiyankir û dikarim bibêjim ku ez gelekî ji hevaltiya wê bandor dibûm. Di hevaltiya xwe de cewherî bû. Bi dilekî mezin hevalên xwe hembêz dikir. Digot “her tiştê min hevalên min in”. Me ji hevala Nûda moral digirt û bi tevlîbûna xwe ya ji jiyanê re heyecan dida me.
Tekoşîna şerê cinsî di astekî bilind de dida meşandin. Di pîvanê xwe yê red û qebûlkirinê de zelal bû. Tekoşîna şerê cinsî weke tektîk nedinirxand û sitratîjîk şîrove dikir. Dayîmî hevalên li derdora xwe dikşande tekoşîna cinsî. Hebûna xwe bi PKK ê re didît. Bi rêgez nêzî rêxistinê dibû û li gorî xwe nêzî rêxistinê nedibû. Dayîmî di xebatê xwe de dixwest rêxistinê xurtbike. Hevala Nûda herdem digot “EZ KEÇA ÇİYA ME”. Girêdaneke wê ya mezin bi çiya re hebû, wateya jiyanê di çiya de didît. Digot: “ heya dawiyê ezê di çiya de jiyanbikim”, azadiya xwe di çiya de didît û ji axa Kurdistanê gelekî hezdikir.
Heya niha jî kesek bawer nake ku hevala Nûda şehîdketiye. Ji bo me wendahiyeke mezin bû. Şehadeta wê êşeke mezin bi xwe re anî. Ji ber ku hevala Nûda dikarîbû xebatekî mezin ji bo tevgera jin bike. Hemû hevalan bi şehadeta wê gelekî bandor bûn. Lê belê şehadeta her hevalekî ji bo me hêzeke mezine û hêza tekoşîn û partîbûyînê di me de dide avakirin. Bi dewamkirina xebata hevala Nûda emê wata bidin şehadetê û bibin bersiv. Emê di nava xwe de bidin jiyankirin. Xeta ku hevala Nûda tê de meşiyayî û çabaya ku daye, emê dewam bikin û bi hevala Nûda re hevaltiyeke rast û dilsozî bikin. Em hevala Nûda ji bo xwe weke xwedawendekê dinirxînin. Rêbertî ji bo hevala Nûda gotibû melekek e! Bi rastî jî wisa bû.
Dîlan Meletiya
- Ayrıntılar
Deng bide rondikê çavên diherike
Guhdar bike rûmeta li ber piya diçe…
Li dilê bi êş binêre û
Li Zaferê xwe bigere.
Ew evîna jiyanekî bi azad bû
Hêviya gelê xwe bû…
Û dengê welatê xwe bû
Soz û peymana
Rêhevalên xwe bû
Kevirê destê zarokên welatê xwe bû.
Sonda xweşikbûna te bû Ey Cûdî
Erê gundik Remo, Helana pir û zerînkêr;
Ka dengê dilê we
Ka zarokên te yên Penaber
Îro dîsa serî hildidin nav dilê nemirin de.
Wekî Zafer mîna Lawikê Xerîb
Li azadiya xwe digeriyan.
Lê belê azadî ne hêsan bû.
Dijminê xedar bedena wî di kolanan de… dixişikand
Neyar û Nemrûdên xwînxwar
Ji dil û mêjiyê Zafer… ditirsiyan
Lewma xwestin serê wî biperçiqînin.
Lê Zaferzarokê Cûdî ye.
Mirada wî bû, ew Cûdiyê pîroz
Kêfxweş nebin Nemrûdên xwînxwar
Wê Cûdî hîn zêdetir Zaferan bîne rûye dinyayê.
Ji ber Cûdî dayîkeke dewlemend e.
Dayîka mirovahiyê, ya bi rûmet e.
Wê Zaferê xwe ji bîr nekiriye.
Zafer bû kulîlkek û di himêza wê de dîsa şîn hat.
Vala neherikî ew xwîn û xwêdana bi rûmet.
Zafer bû dîrokek di Sefîna Nûh de.
Dîrokek nemir.
Nûh û Star wî pîroz kirin
Di axa welatê azad de
Ji Bo Bîranîna Şehîd Zafer Rojîn
Derya Şîlan
- Ayrıntılar
Zeman wek avê diherike û em ne di bîra wê de ne ku bê zeman çi ji me bir ango me çi tevlî zeman kiriye. Rêheval Ekîn jî yek ji wan hevalan e. Nizanim dê çawa behsa wê bikim. Dizanim ku ev peyvên stûxwar wê têrî pênasekirina wê jiyana bêhempa nekin. Hevnasîna me ya cara yekemîn tê bîra min. Hevnaskirina me ya yekemîn di cotmeha sala 1997’an de bû. Ş. Ekîn hîna nû qeyda xwe li zanîngehê kiribû. Û her tim bi hevaleke xwe ya tirk a ji Balikesîrê re digeriya. Tim bi wê hevala xwe re dihat nav koma me ya xwendekarên welatparêz û diçûn. Hîna bi rêk û pêk tevlî koma me nebûbûn. Jixwe ev pêvajo pêvajoya naskirina xwendekarên nû, bi wan re têkilî dayîn, wan rêxistinkirin û bi vî awayî wan tevlî têkoşînê kirin bû. Hevalê Huseyin (Bulent Dogan)’ ê di sala 2004’an de li Amanosan şehit ketibû û hevalê Cuma Ali (Yıldırım) ku di sala 2005’an de li Başkaleyê şehit ketibû di wan deman de xebatên propaganda û rêxistinkirinê pêk dianîn. Hevalê Ş. Huseyin bi kom û derdora Ş. Ekîn re mijûl dibû ku wan qezenc bike.
Ş.Ekîn ji rastiya gele Kurd dûr, ji malbateke ku ji aliye pergalê ve hatibû pişaftin dihat. Bavê wê yê mamoste di heman deme de alîgirê MHP’ya faşist bû. Dema li Mêrdînê mamostetî dike, her dixwest zarokên kurdan ji rastiya wan dûr bixe, bi her awayî pişaftinê li ser wan ferz bike û wan ji cewhera wan biyanî bike. Ruxmî vê yekê ne di bîra wî de bû ku keça wî jî di nav lêgerîna heqîqetê de bû.
Ş.Ekîn tevî van rastiyên xwe, bûyerên li Kurdistanê diqewimîn û neheqiyên li kurdan dihate kirin ditît û hîs dikir. Ev feraseta wê rê da ku bi salan şûn de wek gerîlayekê gav biavêje çiyayên Kurdistanê. Bingeha meraqa wê ya PKK’ê û têkoşînê, ji lêgerîna wê ya azadiyê bû. Ew li tiştinan digeriya. Li bersiva pirsa ‘‘Çawa bijîn’’ digeriya. Bersiva pirsa ‘‘Çawa bijîn’’ dîtibû û zanibû ku bi jiyan û feraseteke wisa dê neyê jiyîn. Lê li şûna vê feraset û jiyanê divê çi hebûna? Tişta ku lê digeriya jiyana azad û wekhev bû. Di vê qonaxa xwe ya şoreşgeriyê de gelek kêfxweş bû. Heta ku jê dihat pirsan dikir û ferasetên heyî jî lêpirsîn dikir. Di rastiya xwe de em wek civaka kurd, ji kesayetên wisa zêde hez nakin. Ango li şûna kesayetên meraqdar, pirsiyar û yên ku zûzûka tiştinan napejirînin zêdetir, ji kesayetên ku bi nezanî û bêyî lêpirsîn her tiştî dipejirînin bêhtir hez dikin. Ji ber ku mirov bi wan re kêmtir mijûl dibe. Lê mixabin, divê mirov ji kesayetên wisa jî zêde hêvîdar nebe.
Di serdema me de, yên ku jiyanê bi dest dixin û di jiyanê de rola pêşengtiyê pêk tînin ew kesayetên ku dizanin tevlî çi bûne û ji boyî çi tevlî bûne ne. Di vê wateyê de Ş. Ekîn her çiqasî me tengijandibe û acis kiribe jî, dixwest famh bike ku tevlî çi bûye û ji boyî çi tevlî bûye. Rasterast neketina wê ya jiyana me, nêzîkatiyên wê yên dudilî û pisrsiyarkerî her çiqasî me acis bike jî, bi pirsen dijwar me bitengijîne jî, her tim bi hebûna û sekna xwe vê gotinê bi me dida gotin: ‘‘ Ger em wê qezenc bikin em ê gelek tiştan qezenc bikin.’’
Ev pêvajo heta payîza 1998’an domiya. Ev pêvajo ya lêkolîn, lêhûrbûn, nîqaşkirin û ya naskirinê bû. Her kevirê ku li şibakeya mala me ya xwendekaran diket, me dizanibû ku Ş. Ekîn li bendî me ye. Dîsa bi gelek pirsên xwe ve hatibû bersivên xwe bigre. Di vî warî de xwe zelal kir û tevlî têkoşînê bû. Ji ber vê jî tevlîbûna wê tevlîbûyîneke ‘‘bîrdozî’’ bû. Piştî gelek salan bi wê re, di mekteba jinûve avakirina PKK’ê de em rastî hev hatin. Wek tê zanîn di sala 2004’an de tasfiyekarî bi her awayî xwe li ser partiyê ferz dikir. Li ser vî esasî, Ş. Ekîn jî ji wan hevalan bû ku, dixwest di nav xebatên jinûve avakirina PKK’ê de cihê xwe bigre. Ruxmî ku rêhevaleke bi çanda tirkan mezin bûbû jî, bi tevlîbûna xwe ya jiyanê, çalakbûyîn û bi coşa xwe her li pêş çavan bû. Di xebatên perwerdehiyê de jî yek ji wan hevalên herî zîrek bû. Mirov bi hêsanî dikare bêje ku di bingeha vê tevlîbûyîn û çalakbûyîna Ş. Ekîn de nêrîn û lêgerînên mezin hene. Hevaleke ku lêgerîn û bersivên xwe di PKK’ê de ditî û disxwest ji bîrdoziya wê xwe têr bike, her wiha armanca wê di jiyanê de vê yeke nişanî her hevalekê/î bike bû. Fahmkirina vê sekna wê gelekî dijwar nebû. Ji ber ku di rewşên herî zor û zehmet de rûyê xwe yê biken û jidil ti carî ji xwe kêm nedikir. Bi vî awayî di tevlîbûna xebatên jinûve avakirinê de pir bi coş bû. Her wiha hewldana wê ya naskirina çanda kurdî jî hebû. Li hemberî pisrgirêkan sekna wê ya bêxem û wêrek, girêdayîna wê ya bi armancê nîşan dida. Rêhevalek ku dixwest di nav PKK’ê de xwe ji nû ve ava bike bû. Ji boyî perwerdeyên ku dîtî pratîze bike bi kelecaneke mezin dixwest biçe qada cengê. Di çûyîna xwe ya Botanê de ew kenê li ser rûyê wê û biriqîna çavên we wek ku ji me re bêje ‘‘ ez bi ser ketim.’’ Kêfxweşiya Ş. Ekîn a çûyîna Botanê bi peyvan rave kirin pir dijwar e. Ji boyî girêdayîna xwe ya bi Rêbertî, şehîdan, gel û rêhevalên xwe bide nişandan, di nav coşeke mezin de bû. Ji sekna wê ya bi heybet diyar bû ku, dê vê coşa xwe di her qada şer de bi ruhê fedayîtî derbixîne holê.
Dema ku min rewşa şehadeta Ş. Ekîn bihîst qet matmayî nemam. Ji ber ku Ş. Ekîn ji boyî xwe bigihîne lûtkeya milîtaniyê xwedî hewldanên mezin, xwedî sekneke zelal û bêfikar û ji boyî xwe bigihîne armanca xwe, bêyî ku dudiliyekê bikişîne dikaribû canê xwe feda bike bû.
Rêheval Ş. Ekîn piştî ku di pevçûna Geliyê Hêzil de birîndar dibe, di serî de rêheval Kûrtay û gelek hevalên dî şehît dikevin. Pişt re heval Ararat a li gel xwe, ji xwe dûr dixe. Herî dawî jî rojnivîsk û qolyeya xwe daniye li ser kevirekî û çeka xwe jî li ber heman kevirî daniye û bi kişkişandinê xwe ji wir dûr dixîne. Ji vir jî tê fahmkirin ku ew bombeya ku dê di bedena xwe de wek volqanekî biteqîne, naxwaze zirarê bide qolye, çek û rojnivîska xwe ya bi renge porteqalî. Di wê baweriyê de bû ku, baranên biharê wê peyvên wê yên watedar ji rojnivîska wê nebe û teqez dê rêhevalên wê werin çek, qolye û rojnivîska wê li ser wî kevirî rakin.
Helbet lêgerîna armanca mezin ya Ş. Ekîn di wê kêliya kişandina pîma bombeye de bi dawî nebû. Bereksê vê, heta ku ev lêgerîn negihê armanca xwe wê bênavber bidome. Ger bê pirsin ku; ‘‘sekna fedayiyekê çawa ye’’ bersiveke herî xurt jî jiyan û kesayeta Ş. Ekîn e.
Rêhevalên Wê Yên Têkoşînê
- Ayrıntılar
Em herdû li ber deriyê bexteweriya xwe rawestiya bûn. Deriyê welatekî ku bûye du parçe…Em herdu li ber deriyê bexteweriya xwe rawestiya bûn. Deriyê welatekî ku bûye du parçe. Na; çar parçe. Ez behsa kîjan parçeyî bikim, bi eynî serpêhatiyê re rû bi rû hatiye, lê di van salên dawiyê de, herî zêdetir şerê têkoşîna me li ser axa Başûr û bi taybet li Bakurê Kurdistanê bi giranî jiyaye. Vekirina deriyê Bakur û derbasbûna herêmên şerê giran, bi têkoşîna her gerîlayekî ve girêdayî ye. Bi têkoşîneke xurt gerîla yek dikare her rê û xebatê bi dest bixîne. Vê carê ez jî di nav gerîlayên ku li deriyê bakurê Kurdistanê dixistin hebûm. Deriyê ku xeyalê cîhaneke nû li mirov vedike. Dibe ku te dest avêtibe çembilê deriyê jiyana xwe ya dawî, lê ji bo gerîlayekî xwedî lêgerînê azadiyê ev tu carî ne astengiye. Lewra gerîlayên ku di vî deriyî re derbas bûne û dibin ji bo xwe deriyê bexteweriyê dinirxînin. Beriya niha kî û kî di van deriyan re derbas bûne, tenê ev rê şahidê vê yekê ne. Yên derbas bûne û ne vegeriyane hene, yê ku derbas bûne û vegeriyane û dîsa ji bo derbasbûneke nû amedehiya xwe dikin hene. Ya ku ez dixwazim bêjim her gerîlayekî li ser vê rêzika sînorê ku di navbera bakur û başûrê kurdistanê de dirêj bûye, di pêşbirka bexteweriya jiyana xwe de ne.
Dîsa ev dem û ev roj bûn, ev germ û havîn bû gava ku Xelîl Çiya xwe ji rêwîtiya seranserê bakurê welatê çiyan re amade kiribû. Di wê salê de, dijmin ne tenê bi têlên strî sînor pêça bûn, lê belê ji goştê leşker û teknîka giran jî seranserê sînorê welatê me ku di navbera Bakur û Başûr de rapêça bûn. Lê heyî hê ku tu hêz bikaribe li pêşiya armancê gerîlayên çavreş bisekine. Yên xwe fedayî armancê xwe bikin, yan wê biperçiqînin û derbas bikin. Ji xwe êdî gerîla bi van rêgezan nasnameya xwe ya şervantiya vî welatî mohr kirine. Xelîlê ku çavê xwe berdabû projeya belgeseleke sînema, cihekî girîng di nava vê rêwîtiyê de girtibû. Navê serkeftin û qezenca herî mezin ya jiyana xwe li vê projeya xwe kiribû. Yê Xelîl Çiya êdî ne sînor ne dijmin û ne jî heval, fermandar û dostên wî dikarî bûn wî rawestînin û gotina neçe pê bidin erê kirin. Her çiqas ji bo wî jî mîna her gerîlayekî encamê vê rêwîtiyê ne diyar bû jî, lê xwe mîna rêwiyekî şad bi nav kiribû. Raman û hestê xwe di asta mezinbûn û giraniya rêwîtiya xwe de amade û tijî kiribû.
Berî niha bi deh salan, Xelîl çiya di vê riyê re çûbû û hatibû. Xelîl di wê çaxê de, bi hozanê welatê çiya, Serhed re di yek derî re ji başûrê Kurdistanê derbasî bakurê Kurdistanê herêma Botanê bûbû. Kamêrvanê çiya Xelîl û hozanê çiya Serhed, li ser projeyekê li hev dikin. Di armancê projeya van herdû hunermendan de ev hebû; wê gerîla Serhed bi têlê saza xwe ya birîn û şahiyê di dilê gerîlayê Botanê fetih bike, û gerîla Xelîl jî wê bi objektîfa kameraya xwe rû û dengê gerîlayên Botanê ji dîrokê re mîras hiştibana. Di wê demê de Botan deriyê riya Bakur ji herdû mêvanê xwe yê hunermend re li ser piştê vedike û bixêrhatineke germî ku liyaqî wane têne pêşwazîkirin.
Botana ku zû eşqa xwe dixîne dilê her gerîlayekî de, wisa zû dilê gerîla Xelîl û Serhed jî qezenc dike. Bi xweza xwe ya çavên mirovan miç dike, hevaltî, zorahî, dostayî, birçîbûn, parvekirin, rexnekirin, avakirin, girî, şahî, evîn, veqetîn. Ji her rêbazê ku jiyanê bi wate dike bi awayekî tazî xwe bi wan dide jiyîn û wan mezin dike.
Dibêjin ya; encama her afirandinekê ked e. Ya herî xweş jî ku tu bi xwe jî dibî şahidê vê rastiyê ye. Lewra pariyek nan û qurtek av ji bo ku tu bi vê jiyanê re bijî têra te dike. Serhed bi têlê dengê xwe yê çiyayî Xelîl jî bi kamêra xwe ku tu carî ji dest nediket, xwe newqî nava jiyana Botanê dikin. Serhed li her derekê bi konseran kêliyên hestiyar û bi coş bi gerîlayên Botanê dide jiyandin Xelîl jî ji bo ku van kêliyên xweşik bi dest bixe bûbû gerokê nava rû û hestan de. Ev herdû gerîla, ev herdû hunermend, ne tenê bi kar çûbûne Botanê, piştî ku karê xwe biqedînin wê li cihê ku jê hatine vegerin. Na; Xelîl û Serhed êdî mîna du botaniyan tevdigeriyan û êdî di şevên ku bi rengên zimrudî diman wêneyê xeyalên hestiyar digirtin, Xelîl û Serhed bûbûn parsekê cîhana wan gerîlayê ku ew bi sala bû niştecihê herêma welatê ne nase bû. Li keştiya bîranînên wanî rabirdû siwar dihatin û xwe ber bi rojên wanî îro diherikandin. Dirêj dirêj Xelîl û Serhed xwe ji xewên şevan vedidizîn da ku tenê li lehengiya wan di qadê şer de guhdarî bikin, yan jî serpêhatî û bûyerê wanî jiyanî, bîranîn komîk û xemgîn, destanê evînên bi diziyî ku bi koçê abidîn rû bi rû hatibû guhdarî dikirin. Her diçû her dû hunermendan tûra xwe ya nav Botanê berfireh dikirin û gerîlayek li ku bûna pêwîst bû xwe bigihandibanê. Yek yan deh gerîla ji bo wan ferq nedikir, ya girîng ew bû ku di ser kesekî de ne buhurin, ji ber ku herdû hunermendan jî dizanî bûn her tiştekî ji Botanê û gerîlayên botanî qezenc bikin wê bibe serwext û mîrasa hunera wayî ku wê rojekê ev dîrok wan pê xelat bike.
Ne girîng e her projeyek ku tu pê rabe heya serî biçe, yan jî ne girîng e ku tu her tiştekî dixwaze bi dest bixîne, belkî ne pir girîng e ku jiyana te têra rêwîtiyekî bi plan û xebateke bi aste ku te daye pêşiya xwe jî bike, lê ya girîng ew e ku berî her tiştekî ku tu pê rabe, tu bi serkeftin û qezenca wê bawer bike. Lê ya ku li vir qezenc kiriye tiştê ku em pê radibin. Mirin tu carî nakeve nav hesabê bawerî û serkeftinên ku em dixazin gavê wan bavêjin.
Gerîla Xelîl; şehadeta hozanê xwe Serhed mîna bûyereke herî bi birîn di jiyana xwe de dinirxand. Ne li bendê bû, ne texmîn kiribû, ne jî jê re amade bû. Çawa dibe ku cêwiyê riya xwe ya Bakur winda bike û ew di şûn de bimîne û li dû wî jiyan bike. Çawa dibe ku cêwiyê hunermendiya xwe winda bike û çawa dibe ku cêwiyê deftara xwe ya sor ku bi hev re li ser rojaneyên xwe yên Botanê dinivîsandin winda bike. Ne misogere ku Xelîl vê koça Serhed ya bi tenê bipejirîne. Çima zorî nedabû Serhed da ku ew li pêşiya wî bireve. Çima gava ku Serhed ji helîkoptera ku dijmin ew jê avêtiye hembêza xwe ji fira wî re venekiriye û beyî ku tiştek jê were ew nedaye ber hembêza xwe. Ne ev tenê; bi biryara Rêber APO ya sala 1999’an de, ku gerek gerîla xwe ji sînorê Bakur vekişîne, bi fermana rêxistinê, Xelîl neçarî vegera başûrê Kurdistanê dibe û di deriyê ku bi Serhed re derbasî bakurê Kurdistanê dibe, bi tena xwe têre vedigere.
Çûyîn xweş e; yan di şûn de mayin: gava ku em her dû li ser rêzika sînorê Bakurê kurdistanê li bende vebûna deriyê bexteweriya xwe bûn, mamoste û derhênerê min dubare dubare, ev gotin ji min re digotin. Ji xwe ji bo gerîlayekî ev pirs ne xaçepirs e, ne jî ji bo bersiv dayina wê pêwîstî bi şareza bûnê heye. Gava ku çavê min bersiva pirsa wî dida digot: Ji bo vê yekê pêwîst e ez biçim û divê kes ji min re ne bêje neçe. Gava ez li te dimeyizênim şehîd Serhed li bîra min tê. Hin tiştê te dişibin wî. Ne ji bo vê yekê tenê, piştî şehadeta Sarya û Serhed, ez ê careke din bi hevalên xwe yê xebatê re bi tu riyeke din ve neçim. Her car ez li dû wan dimînim û ez wan winda dikim. Lewra ez ê bi tena xwe bi vê riyê de biçim.
Berî vê bi deh sala di rojên tîrmehê ya germ de hozan Serhed şehîd ketibû. Berî sê salan ji niha di heman rojan de gerîla û hunermend Xelîl jî di eynî deriyê ku bi Serhed re derbas bûbû dîsa derbas dibe. Lê vê carê bi tena xwe bû. Min jî ji piş deriyê xwe yê girtî, li wê riya wî ku ji min ve dixuya û hêdî hêdî dûr diket û winda dibû temaşe dikir.
Ez dizanim êdî gerîla Xelîl careke din hozan Serhed bi tenê nahêle û ji Botanê venagere, lê deriyê ku Xelîl tê re derbas bûye, li dû xwe negirtiye. Ez bi vê hêviyê dijîm ku wê rojekê deriyê bexteweriyê ku herdû mamoste û hunermendê me tê re derbas bûne di rûyê min de jî vebe û ez ê jî tê re derbas bibim. Çima ez ê timaya navê rêwiyên şad nekim ku jiyaneke xweşik li benda min be. Ez wesiyata vî derîyî li we jî dikim, hûnê poşman nebin.
Zêyav ÇIYA
- Ayrıntılar