Diyaloga Şehîd Hozan Serhed a bi Rêber Apo re
-Belê Serhed, ma te jî girtin? Tu jî dibêjî ji sazê cek?
- Ayrıntılar
Fêmkirina Kemal Pîr, di heman demê de fêmkirina Rêbertî’ye. Kesayet û taybetmendiyên têkoşîna Kemal, feraseta wî ya felsefîk, jiyan û şêwazê têkoşîna wî, ger em fêm bikin, wê ev me ber bi fêmkirina Rêbertî, piratîkeke rast û çûna serkeftinê ve bibe.
- Ayrıntılar
Garisa, şahidê çîroka şerê çekdarî. Dayîka hemû bûyer û serpêhatiyan. Li rex her girekî bilind, an li pişta her darêkî bûyerekî ku nehatiye nasîn, bihîstin û şirovekirin heye.
- Ayrıntılar
Hevalbendiya PKK navnişana jiyane yê û jiyan jî çavkaniya bîranînê ye. Di nav partiya me de bi hezaran bîranînên hevalan hêye. Ye kû li ser axa Mezopotamya jiyankirin bi hewra qek mirovên çiyayên azad û bûn sembola jiyana nû, li hemberê hemû êrîşên dijminên xwinxwar û çandxwar. Bi laşen xwe yên bedew, bi dilen pir mezin, li hemberê hemû teknîka xwinxwar wek firok, top û tanqan û leşkerên xwînxwar li ber xwe dan, heya kû rûh û xwîna wan hebî. Û li paş xwe bîranînên tijî wate û hewî û bi sedan derse kû mirov ji wan hevalan derxinî hene. Demeki kurt da jiyanekî mezin avakırın, tekoşîna xwe da.
- Ayrıntılar
Jiyana gerîla jiyaneke bi hêz, coş û heyecaneke bêhampaye û di jiyana gerîla de mirov hebûn û mirovatiya xwe hîs dike. Ji ber ku ev jiyan bi ked û xwînê tê afrandin û her kesê ku cihê xwe di nava vê jiyanê de digre hemû hêza xwe û hebûna xwe dide vê jiyanê û her dixwaze vê jiyanê hîn bêtir bixemilîne û rengereng bike. ji bona gihiştina jiyaneke nû tê de her tiştê spehî û giranbuha peyda dibe û tê de rihê hevaltiyeke bê sînor xwe ji nûve bilêvdike. Di nava hemû zorî û zehmetiyan de, bi qehremantiyên bê hisab yê hevalên şehîd bi xwîna xwe bingehê jiyana azad avakirin û biranîna xwe di dil û mejiyê gelê Kurd û hemû mirovên azadîxwaz de dane çandin.
Ji bona vê yekê ger mirov behsa jiyana gerîla dike, wê demê şer, pevçûn, zehmetî, birçîbûn, şehadet, qehremantî û rihê hevaltiya bê hempa tê hişê mirovan. Ev jiyana azad hemû mirovahiyê hembêzdike. Ji lewra ew heskiriyên azadîxwaz û ew bazên tolhildanê yên ku bi şev û roj dixebitin û ji bona serweriya vî gelî û vê xaka pîroz li ber çavê me û di hizrê me de qet wenda nabin û nayê ji bîrkirin û weke lêdana dilan tim bi coş û heyecana xwe me zindîdikin. Ew bê rawestan dixwazin bi vîn û hêviya xwe gelê Kurd û mirovahiyê ji tarîtiya bindestiyê berbi ronahiya jiyaneke nûrojî bibin. Wan bi tekoşîna xwe ev gel berbi welatê agir û rojêve bide herikandin, weke pêlên deryayê yên ku tu qeyd û bendan nasnake û tim dixwaze xwe bighîne tîrêjin roja azad û wan bi dil û giyanê xwe yê şanaz û hêvîdar hembêzbik e.
Sal 1998 ê bû. Ez bawerim ku hevalê wê demê yên di vê bûyera ku ezê bînim ziman de cî girtine, pir kêm ma ne. Ji ber gelek ji wan hevalan şehîdketine. Wê demê em yekîneyeke hevalan li qada Garisa diman. Di meha Gulanê de me xwest ku em derbasî gundekî ji wan gundê li wê deverê bibin. Gund jî bixwe girêdayî navça Dihê (Dihê) bû. Me wê demê du rojan keşfa wî gundîkir. Jixwe li wê derê gelek cihê ku dijmin dayîmî digirtin jî hebûn û piraniya cihê ku dijmin digirtin li serê giranbûn û bi termal û mayînan hatibûne dorpêçkirin. Siyaseta dijmin ya wê demê jî ew bû ku dixwest erzaq li ser gerîla qutbike. Ji bona wê yekê em her tim ne diketin gundan. Dijmin di wan gundan de hinek gundî hiştibûn û ev gudî weke sîxuran bikartanîn. Dixwest bi rêya wan gundiyan me têxîne bin kontrola xwe de. Ji bona wê her ku heval diçûne wan gundan, dijmin di roja din de agahî digirt û li ser hevalan operesyon dikirin. Gund bi xwe ne cerdevanbûn, lê li ser xetekî di navbera Erûh û Sêrtê de bû û li kêleka rêya qîr hatibû çêkirin. Wê demê me keşfa xwe bi qasî du rojan kir û yekîneyekî me li cihê ku em lê diman hiştin û havalên din jî çûn û me xwe li derdora gund nêzî rojekî bi cihkir. Sedemê çûna me ya gund ew bû ku wê demê pir zehmetî û zorahî hebûn û dijmin jî li ser tevgera me bi bêbextiyekî mezin êrîş dida meşandin. Lê em ne hewqasî xwedî zanistiyekî kûrbûn û me nedizanî ku di dawiya wê salê de wê ev bêbextî vegere komployekê nevnetewî ya li ser Rêber APO bê meşandin. Lê di despêkê de dijmin dixwest vê bêbextiyê li ser hêzên gerîla bide meşandin. Ji ber vê yekê dijmin di bahara sala 1998 ê de, dest bi oparisyonên pir mezin kirin.
Jixwe ew sê- çar salbûn ku di qada Botanê û gelek qadên din de jî gelek gund hatibûne valekirin. Dijmin dixwest gel û gerîla ji hev veqetîne ango bi gotina wan dixwestin masî bê av bihêlin. Ji lewra hevalan jî bi rêya tiştên xwezayê debara xwe dikirin. Di vê rewşê de wexta em çûn û derbasî gundbûn û me di despêkê de bi gel re civînek çêkir. Li ser ketina me ya gund û derketina me û tevdîrên ku werin girtin û weke çalakiyekî em li ser vê yekê rawestiyan. Wê demê çûna her gundekî weke çalakiyekî bû, ji ber ku dijmin hem derdora gundan girên dayîmî digirtin û bi termalan paristina wan dikirin û hem jî kemîn tavêtin derdora gundan. Lê ji mecbûrî me xwest ku em wê demê derbasî gund bibin. Em ketin nava gund de û li ser reya ku dikete nava gund de me sê heval weke tevdîrekî bi cihkirin. Dema dijmin bê, van hevalan hem wê agahî bidana me û hem li wê li dijmin bixistana. Wê demê yekîneyek ji hevalên xebatkar ê gel jî bi me re hatibûn. Ew heval hatin û agahî dane me ku dijmin bi rêya bêtêla biçûk agahî didin hev û behsa dîtina hinekan dikin û dibêjin ku wan sê heval dîtine. Min jî wê demê ji wî hevalî re got: Gazî wan hevalê din jî bikin, em têbighêjin ka yê ku dijmin dîtine emin an na?
Di wê navberê de hevalan gazî wan herdu yekîneyên ku me ji bo tevdîreke giştî hiştibûn. Dema ku ew herdu yekîne jî gihiştin cem me, wê demê min jî li bêtêlê guhdarî dikir. Dijmin wê gavê di bêtêlê de da xwiyakirin û ji fermandarê jorî xwe re digot: Vaye bûne şeş kes, wê çaxê ez têgihiştim ku wan em dîtin e. Ji bo vê em dihizirîn ka çawa dijmin bixapînin, xwe ji nava xeteriyê bi rengekî saxlem derxînin û xwe ji bin kontrola wan xelas bikin Lewra wê demê me cihê xwe yê ku emê biçûwanê guhert û me berê xwe da cihekî din. Hejmara me wê gavê 21 heval bûn, em ketin li ser rêya qîr û em rê û rê diçûn. Dijmin di bêtêlê de digot: Sîh- çil kesin, wê demê wan ferqkir ku em komeke pir qelebalixin. lê wan di mijara hejmarê me de gelek saloxên tevlîhev didane hevdû.
Raste wê demê hejmarê me pirbû! Lê ne weke ku dijmin texmîn dikir bû, wan hejmara me ya rast nedizanî. Wê gavê ji ber xwe ve tişt digotin û carnan digotin 100 gav mane ku em bighêjin wan û carnan jî digotin 50 gav mane. Di her navberekî de me xwe diavête erdê, lê piştî wê em têgihiştin ku dijmin dixwaze me bixabîne û bihêle ku em dereng bikevin gund. Bi vê awayî dixwest dem qezenc bike û li me bibe sehar. Dixwest berbi seharê ve derbeyekî li me bide. Em di navbera gelek hêzên wan ên leşkerî de bûn û djimin jî wê gavê dikarîbû bi hesanî ji cihên xwe yê ku em di nava wan de bi cihbûne me bêxe tengasiyê. Cihê me dikete navbera Eruh û Sêrtê. Wekî din li wan deveran hêzên wan ên di tevgerê de jî hebûn. Jixwe cihên mayînde digirtin yê weke girê TRT yê Dihê bi qasî nîv demjimêrî dûrî me bû.
Dijmin dixwest li me bêxe derengî, me ev yek ferqkir. Ji bo wê me guh neda dijmin û me rêya xwe berdewamkir. Di wê navberê de hevalekî gelek zehmetî dikşandin û ji ber ku henek rewşa xwe ya tenduristî nebaş bû nikarîbû bimeşe. Wî hevalî ji me re got: “Ez nikarim bimeşim.” Her çiqas me bi wî hevalî re nîqaş kir jî hemû hewildanê me bê encam diman. Êdî me dît ku ger em wî havalî bi xwe re bibin jî wê li me bibe derengî û bibe sedem ku em derbeyekî bixwin. Di dawiyê de me çeka wî, çentê wî jê girtin û me jêre got: “divê tu bikaribî xwe bi saxlem bighînî wan cihên me yê ku têne naskirin ên qada Garisa.” Me li wê derê rendewiya hevtîtinê da yê û me jêre jî got: “Pêwîste ku tu xwe li hemberî oparisyonê biparêzî.” Me hinek pêxwarin û nan dayê. Dûvre me meşa xwe berdewamkir. Li wan derdoran geliyekî kûr hebû û jêre digotin Geliyê Pîran. Ew gelî jî dikete di navbera çiyayê Qelenderan û TRT Erhê de, geliyekî kûrbû û avekî boş tê re diherikî. Di nava wê avê de pir şikêrin mezin hebûn û bi qasî 400-500 gavî fireh bûn. Di hindirê wan şikêran de çal û kunên mezin hebûn û av di nava wan çal û kunan de derbasdibû û diherikî. Cara yekem ji bona naskirina erdîngariyê ez diçûme wan deveran, lewra min ji hevalên xebatkarê gel pirsî ka gelo di dema pevçûnekê de ji bo xweparastinê em dikarin xwe bidin kûderê. Hevalan ev der xuyakiribûn. Ji ber vê yekê me xwest em biçin vî cihî. Ev der dikete sêgoşeya gelî de. Lê me hew dît ku dijmin ji her milan ve li mexist. Dijmin jî wê demê ketibû nava liv û lebatê û ji wan girê derdorê û wan qereqolê heyî ber bi heremêve dihatin. Bi çekên law, MG-3 û G-3 li me reşandin. Êdî me dizanî ku em nikarin di hindirê wî geliyê kûr de hereketê bikin û dinya berbi seharêve diçû. Lewra me xwest em cihekî ji xwere bineqînin.
Cihekî li wê derê hebû, ew şikêrê ku min dayî xwiyakirin, hevalan hemû jî hemfikirbûn ku divê em li nava wan şikêran bi cih bibin. Berê jî em gelek caran li wê derê sekinîbûn û me dijmin şopandibû. Her carê dema ku dijmin ber bi vê derê ve dihat çend narince davêt nava van çal û kunan û henek fîşek li ser hev davêt û derbasdibû. Rêbazê dijmin jî li vê derê ev bû. Li ser vê yekê me jî wê gavê got ev der baş e! Em dikarin xwe li vê derê saxlem bikin.
Bi wî rengî em ketin di nava wan şikêran de û me heval hemû kom bi kom belavkirin û di navbera her yekîneyekî de bi qasî 50 gavî navber hebû. Cihê ku em lê disekinîn bixwe servekirîbûn, lê dema ku baran dibare û lehî radibe, wê demê bi xwe re qirşik, gelaş û parçên daran tîne û li ser wan kunan digre. Me jî wê demê xwe di wan kunên ku serê wan bi wan geleş û qirşikan hatî girtin de veşartibû. Dema bû sehar û demjimêr di derdora 4 ê bû. Ez beriya hemû hevalan ji xewê şiyarbûn û ji kunê derketim. Min xwest ez keşfekî bikim, lê min dît ku derdora me tijî leşker in û hemû girê li derdorê me girtine. Dengê gelek helikopter û Qobrayan jî ji derdoran tê. Me dizanî ku wê bi ser cihê me de werin, lê êdî me her tişt dabû pêşiya çevê xwe. Me ji xwere digot: “Dibe ku dijmin were ser me û em pevçûnekî cidî jî jiyanbikin, lê heyanî yek heval jî dimîne wê li ber xwe bide.” Bi wî ruh, girêdan û biryarê em nêzîkî hev dibûn. Piştî demekî min bi çav û dûrbînê derdora xwe keşif kir û rewşê ji nêz ve dişopand. Paşi ez cardin ketim hindirê kunê de û min rewş ji hemû hevalan re ravekir. Min ji wanre got: “Dijmin li derdora me ye, pêwîste em zêde tevgerê nekin.”
Piştî ku deh xolek derbasbûn; ez careke din derketim keşfê, min di destpêkêde dijmin nedît. Her çiqas min bi dûrbîna xwe li wan girên derdorê hemûyan gerand, lê min tu leşkerê dijmin nedîtin. Dijmin jî berbi cihê me ve dihat û dikete hindirê deştê û newalan de. Ji lewra ji milê min ve xwiyanedikir. Ez rabûme ser xwe û hinekê din bi pêşve çûm û min xwest ku ez derdora xwe jî keşifbikim. Min dît ku bi gasî 10-20 gavan leşkerê dijmin ên teybet û yên hilbijartî ber min in. Di destê wan de EM-16 hebûn. Ewan jî li kêleka min derdora xwe ji berçavan re derbasdikirin. Wê demê baran dibariya û demsal jî baharbû û dewsa piyên me derdiketibûn û dema ew leşker nêzî cihê me dibûn û şopên me dimeyzandin. Heyanî wê derê ku leşker gihiştibûnê dewsa me xwiyadikir, lê ji wê derê û şûnve û ji ber ku şikêrbûn, dewsa me xwiya ne dikir. Şopa me li wê derê wenda dibû û nedihate zanîn ka em bi kûve çû ne.
Di vê rewşê de ez ketim hindirê kunê û min ji hevalan re rewş bi îşaretan ravekir. Ji ber dijmin nêzikbû me nedikarî em bi deng bilind hev re bi peyîvin. Me ji hemû hevalan re û bi îşaretan da xwiyakirin ku pêwîste her kes xwe hazirbike. Jixwe dijminê bikeve hindirê wan kunan de û em ê jî li wan bidin, weke din tu rê û çareserî li pêşiya me nîn in û em nikarin derkevin jî. Ger em derkevin em ê hemû jî ji dijmin re bibin armanc. Bi wî şiklî me xwe amedekir. Lê dîsa jî mîna berê dijmin hat û çend narincok avêtin, çend caran fîşek reşandin û derbasbûn çûn. Me ji xwe re got: “Başe dijmin derbasbû.” Yekîneyeke me ji me dûrbû û hejmara wan jî çar hevalbûn. Dema dijmin nêzê hevalan dibe fermandarê wê yekîneyê di xw de dimîne. Ji xwe di hindirê vê şoreşê de rastiyeke jiyana gerîla heye, ew jî îxanet, berxwedanî, lehengî ye. Kesên ku nikarin jiyana gerîla temsîl bikin jî carcaran derdikevin. Her tim berxwedanî û îxanet bi hevre û di hindirê şoreşê de li beramberî hev meşiyane û bi hevre di hindirê şerekîde ne. Carinan girêdan û biryarbûna di hindirê kesayetan de dişkê û mirovan berbi îxanetê dibe.
Ew sê kesê din dema ku fermandarê wan radize û dijmin çend narinceyan davêje û guleyan direşîne, radibin ser xwe û ji cihê xwe derdikevin, dijmin jî wan dibîne û ew jî xwe radestî dijmin dikin û îxanetê dikin. Ew hersê kes nûbûn di hindirê qadê de. Ev hersê ji vê baharê de nû hatibûn qadê. Ev kes agahiyan didine dijmin û cihê ku em têde disekinin ji dijmin re dibêjin. Jixwe cihê ku em têde disekinîn, dijmin carnan dihat û pê li wan deran dikir û ew darê li ser devê wan kunan li serê me diketin. ji ber ku tenê wan qirşên daran em diveşartin. Ger yekî ew dar rakirbana wê em jî bidîtana. Piştî ku wan kesê xwe radestî dijmin kirî ji dijmin re cihê me û hejmarê me û navê me dan, dijmin careke din kete nava tevgerê. Dijmin bi teybet gazî min dikir, ji ber ku ez ji wê heremêbûm û dijmin bi rêka derdoran dixwest li ser me bandor çêbike û ez jî xwe radestî wan bikim. Piştî ku wan kesan agahî dane dijmin, djmin bi şûnve zivirî û vê carê bi rengekî berfireh hate ser me.
Dema ku dijmin gazî me dikir hevalekî got: “Dibêjin kesên teslîmbûne hene.” Hevalan bi rêya bêtêlê guhdarî dijmin kiribûn, dema hatin li ser wan kunan û gazî min û hinek havalê din jî kirin û bi navê me gazîdikirin û digotin: “Werin xwe radestî me bikin, werin em tiştekî bi we nakin.” Me ji xwe re digot: “Qey ew hevalê ku nikarîbû bimeşe ew e ketiye destê dijmin de.” Me nedizanî wan hersê kesê din xwe radestî dijmin kirine. Di nava hêzên dijmin de xizmek min jî hebû. Ew bi xwe jî serokê cerdevanê Eruhê bû. Ew kes hate ser kunê sekinî û gazî min kir. Digot ger em xwe radestî wan bikin ew tiştekî bi me nakin û dixwest bi vê rêya xizmaniyê bandora xwe li ser me bike. Hemû hevalan jî dengê wî dibihîstin. Di dawiyê de dijmin digot: “Ger ku hûn xwe radestî me nekin em ê we hemûyan bikujin.”
Me hemûyan li hev dinhêrî û em dikeniyan. Jixwe me nedikarî em dengê xwe derxînin û bi rêya ken, mîmîk an jî îşaretan me xwe îfadedikir. Wê demê hemû hevalan dizanîbû ku ew tiştên vala û pûç dibêjin û kes li gotinê wan ne guhdarî dike û ne jî pê bandor dibe. Piştî ku gotinên wan li ser me tu bandora xwe nekir bi rengekî dijwar li me xistin.
Di demjimêr 7 ê sibê de şer despêkir û heyanî 7 ê êvarî berdewamkir. Ji mehan Gulan bû û roj jî dirêjbûn. Di nava pevçûnê de dijmin bi narinceyan li me xist û dermanê ku çavan dişewitînin û mirovan jehrîdikin davête nava me. Helikopterê ji wan re ser hev ev derman dianî. Derman nava qutikên pet de bû û wan jî agir bi wan petan dixistin û davêtin nava me. Lê ya baş ew bû ku di wan kun û çalan de av diherikî û av ji bo me gelekî başbû. Teknîka ku dijmin bikardianî dikete nava avê û bê bandor dima. Li gorî wan dixwestin bandora xwe li me nedikir. Ji bo em bi jehrî nekevin me desmalên xwe bi avê şildikirin û bi serê xwe de dikirin. Carnan bêhnek didane êrîşên xwe û paşî cardin dewam dikirin. Bi wî awayî heyanî êvarî êrîşên xwe berdewam dikirin û bi dijwarî li me dan. Bi hatine êvarî re, xwe dane rexekî, û derdora şikêran girtin. Ji ber kun li wê derê pirbûn, wan nedizanîn em di kîjan kunê de ne. Ber bi êvarî ve li derdora wî şikêrî çeperê xwe girtin. Em di nava dorpêça dijmin de asê mabûn.
Rizgar Êrsî
- Ayrıntılar
Sal 1996, destpêka biharê bû. Di bihara wê salê de, konferansek hate lidarxistin. Di konferansê de, li ser pratîka derbasbûyî hate sekinandin. Lê, bi berfirehî li ser rastiya ku hatibû jiyîn nehate sekinandin. Ji ber ku wê demê Şemdîn Saqiq jî di konferansê de cih digirt û dixwest çemkên xwe yên çewt bide runiştandin. Wî digot; “pêwîste ji îro şûn de çalakî bi komên piçûk pêk werin. Artêşek mezin ne pêwîst e. Bi çalakiyên lê bixe û bireve, pratîk bimeşîne û zêde nekeve şer….”
Bi rastî jî wê demê di şer de xitimandinek dihat jiyîn. Her wiha ev nêzîkatiya Zekî ku xwe bi awayekî wisa dida pêş jî hîn zêdetir dibû sedema xitimandinê. Dîsa şêwaza ku wî dixwest di jiyanê de bide runiştandin, ji hêla gelek kesan ve nedihat dîtin. Her wiha ev rastî ji hêla kadroyên ku tevlî konferansê bûbûn jî nehatibû dîtin. Çalakiyên wê demê, piranî bi rengê tengavkirina dijmin pêş diketin. Ev jî dibû sedema xerckirina cebilxane û bê encamiyê. Çiqas carên ku encam nedihat girtin jî çoş û moralên hevalan xira dibû. Roj bi roj bêbawerî werîsê xwe li dora hevalan dipêça.
Lê, vejîna ku bi çalakiya hevala Zîlan hate afirandin bû pêl û pêlên narincokên jiyanê bûn mifta vekirina deriyê xitimandinê. Êdî şer xwe nû kir. Lewra, seranserî welat bû qada çalakiyan. Rê vebûbû, derî hatibû vekirin û êrîş li ser êrişê li dar diket. Yek ji van êrîşan jî, êrîşa li ser qerekola Etruşê bû.
Etruş bi xwe gundekî çetan bû. Di gund de jî, qerekolek hebû. Piştî ku gund hate valakirin, qerekol li ciyê xwe ma. Lewma jî qerekol ji bona me, bû armanca êrîşê. Lê, berî her tiştî plan pêwîst bû. Ji ber ku êrîşa bêplan têkçûn e. Li ser vê bingehê, me di serî de hêza neyar û parastina qerekolê naskir. Armanc ji holê rakirina qerekolê bû!
Destpêkê me cihê xwe di nava êrîşa li ser girê Şehîd Cîhad de girt. Di êrîşa yekemîn ya li ser vî girî de sê heval şehîd ketibûn. Yek ji van hevalan, hevalê Cîhad bû. Lewra, ev gir bi navê hevalê Cîhad tê bi nav kirin.
Li gorî planê, du kom ji bona ku di du aliyan de êrîş bikin hatin amadekirin. Yek ji aliyê rastê, yê din jî ji aliyê çepê ve…Girê li pêş qereqolê parastina qerekolê dikir. Gir, nêzîkî dused-sêsed gavan dûrî qerekolê bû. Li pişta qerekolê girekî din hebû. Lê, girê pêşiya qereqolê cihekî stratêjîk bû. Qerekol, bi çar-pênc giran dihate parastin. Lê girê Şehîd Cîhad, girê herî bilind û girîng bû. Ango; plana me jî li gorî vê girîngiyê hate amadekirin.
Di koma êrîşê de em heşt heval bûn. Pênc heval jî hatin alîkariya me. Milê din jî li gorî vê planê xwe bi cih kiribû. Hîn jî em li cihê xwe bûn. Saet mîna kîsokê giran giran dimeşiya. Çavên me jî li rêya hin hevalan bû. Piştî ku tîma kifşê hat û rapora devokî di derheqê qerekolê de pêşkêşî hevalan kir, li ser girîngiya vê êrîşê axaftinek hate kirin.
Roj, hêdî hêdî şûna xwe dida êvarê. Êdî dem bûbû êvar û çend stêrk li asîmanê rengderya diçûrisîn. Bayek hênik rûyê me dialast. Em jî dimeşiyan… Em gelekî meşiyan. Di hemû deverên me de xwêdan davêt û kincên me bi canê me ve dizeliqîn. Lê, em dimeşiyan. Saet di dehan de em gihîştin binê gir.
Hîn çalakî destpê nekiribû. Qordîneya çalakiyê hevalê Rûbar û Fîdel bûn û bi rêya bêtêlê pir aşkere axifîn. Tu nabêjî li milê rastî mayînan hatibû. Ji me re digotin; “hay ji mayînan hebin.” Neyar li ser vê axaftina vekirî, bi me hesiya. Dîsa Fîdel digot; “xwe hinek din nêzîk bikin” bi vê fermanê re, me xwe kêmek din nêzîk kir. Piştî axaftina bi bêtêlê, me hew dît ku leşkeran sengerên binê gir berda û berê xwe dan sengera jora gir.
Li dora saet yanzdehan kobra hatin û derdor bombebaran kirin. Leşkeran jî narincok davêtin derdora xwe. Du kobra bûn. Li cihê parastinê û dora gir dixistin. Çalakî li ber aşkerebûne bû. Di vê navberê de Fîdel dîsa axifî û got; “xwe hinek din nêzîk bikin.” Me jî xwe da cihek din. Neyar pir bombebaran dikir. Me hew dît ku narincokek ket navbera me. Guleyek G-3’ê li serê min ket û narincok di navbera me de teqiya. Hemû deverê canê me bûn parçên narincokê. Ez bi wê rewşa xwe zîvirîm nava hevalan. Gava hevalan vê rewşê dît derûniyeke neyînî û bêhêvî kete dilê wan.
Baskê me belav bû, reviyan ber bi jêre ve. Em sê kes di sengerê de man. Ez, Dilar û Qehreman bûn. Dîsa ji baskên din jî çar heval gihîştin me. Em li hev kom bûn, lê êdî em ji hişê xwe diçûn. Qederekê diçin, di nava xwe de gengeşiyê dikin. Alîkarê min bêtêla xwe winda dike. Li wir hevala Dilar dike qîr û dixwaze were min bibe. Gava nêzîkî min dibe, neyar wê didin ber gulebaranê û dikeve erdê. Hevalê Hekîm wê dibînê, hema di cih de çend daran kom dike û wê datîne ser. Wê ber bi jêr ve dibe û li cihekî vedişêre.
Ez li wir mam, hêdî hêdî dibû sibe. Ciyê ku ez lê dimam helizên wê zaf bilind bûbûn. Ew bû hêlîna stara min. Wê min ji neyarên çavsor parast.
Gava bû sibeh û rojê serê xwe rakir, tîrêjên rojê ez ji xew hişyar kirim. Lê, hîn jî baş nehatibûm ser hişê xwe. Piştî hatim ser hişê xwe, min xwe li binê gir dît û di ser serê min re leşker diçûn û dihatin. Ez wan dibînim, lê ew min nabînin. Lê, gengaz bû ku werin cihê ez lê me. Ez bi xwe jî birîndar im, parçeyek jî li singa min ketibû. Di cihê birînê de xwîn kom bûbû û bêhna min teng dibû. Lewra, ez nikaribûm rabim li ser xwe. hema di cih de min tiştên xwe bin ax kirin û narincokek xiste berîka xwe. Jixwe çeka min ne li gel min bû…
Daristan li ber çavên min ket. Xwe gihandina daristanê hêviya rizgariyê zêdetir dikir. Min xwe bi erdê ve xişikand da ku bigihîjim nav daran. Ji westandinê bêhna min teng bû. Bêyî vîna xwe dîsa ji ser hişê xwe çûm. Gava hatim ser hîşê xwe, dengê leşkeran dihat, wan xwe berdabû jêr, cihê ku ez jê hatim lêgerîn dikirin. Bi dengê wan re, rabûm ser xwe û min li jor mêze kir. Wê çaxê min destê xwe avêt narincoka xwe û amade sekinîm. Leşkeran qala xwînê dikir. Him ji ber birîndariya hevala Stî, him jî ji ber brîndariya min, şopa xwînê li wan deran mabû. Min dibihîst ku digotin; “birîndar bûne.” Ez rabûm û hêdî hêdî min xwe xişikand û xwe dûr xist. Ji bin venêra wan derketim. Qederê deh gavan bi erdê ve xişikim. Gişhiştim cihekî. Lê, pir germ bû. Dora saet deh bû. Di birînê de kûrm çêdibûn. Min xwe xist goleke avê. Avê ez hişyar kirim û bandorek erênî li ser min kir. Ev yek hişt ez pêncî-sed gavên din dûr herim. Lê, birîna di serê min de pir vebûbû, lewma min bi parçeyek şûtik girêda.
Lê min av venedixwar ji ber ku vexwarina avê ji bona birîndaran xeter bû. ji ber vê yekê tenê min dev û lêvên xwe şil kir. Wisa qederek din çûm. Êdî bûbû şev. Xwezayê kirasê tariyê li xwe kir. Lê, ronahiya heyv û stêrkan, rengê vê kirasê vedikir. Min jî xwe di nava şikêrekî de veşart. Taqeta min nemabû. Pir birçî û tî bûbûm.
Di birîndarbûnê de tişta herî nexweş tenêmayîn e. Min jî bi hestên kûr û kelegirî li rêka hevalan dinêrt, dema min şopa pêlavên hevalan didît pir kêfxweş dibûm. Lê, çi feyde dîsa tenê bûm û rondik xwe ji çavên min berdidan xwarê… Armanca min ew bû ku ez xwe bigihînim hevalan. Şehadet qet nedihat bîra min. Moralê min li cih bû. Lê, gava min xwe tenê didît, dilhestiyariyê ez dipêçam û dibûm dîlê wê…
Çûm di nava şîkeran de razam. Lê nêzîkî yekê şevê hişyar bûm. Min li dora xwe nihêrt, kes nebû, dîsa çavên min ketin ser hev. Roja din ketim rê. Min digot ez xwe bigihînim Dola Şifreza, qerekoleke vala li wir hebû. Li gel wê jî, gundekî vala hebû. Di wê dolê de kes nebû. Ev dol rasterast diçû Çemço, herêma ku heval lê hebûn. Hêdî hêdî meşiyam. Min dartûyek dît û birçîbûna xwe bi xwarina tûyan şikand. Xwarina tûyan ji bona min bû hêz, lingên min ketin tevgerê. Dîsa meşiyam û li min bû şev. Wext wisa derbas dibû. Çûm keviya avekê û min xwe dirêj kir. Ji tîna kezeba min dişewitî! Lê, min av venexwar, tenê dest û rûyê xwe şil kir. Ji bona ku avê venexwim min li ber xwe dida… Lê min devê xwe xist nava avê û wisa di xew de çûm. Tu nabêjî tîmek heval li jorî min bû. Ez jî, li ser rêya wan bûm. Tîma hevalê Remezan yek bi yek di ber min re diborîn û avê vedixwarin. Nêzî bidawîbûna tîmê deng hate min, hema di cih de rabûm û min kir qîr:
-Hevaaaal!
Hevalek bi navê Rizgar pirs kir;
-Tu kî yî?
-Ez heval im.
Çima tu li vir razayî?
Wî got qey yek ji tîma wan razaye û got;
Rabe, bimeşe.
Ez hevalê Çiya me.
Çiya şehîd ketiye, tu ne Çiya yî!
Hevalan tekmîla şehadeta min dabû.
-Çiya şehîd neketiye, ez li vir im.
Hema wî hevalî qîrek da tîmê û heval hemû kom bûn.
Heval hemû dilşad bûbûn. Li gorî wan miriyek ji nû de vejiyabû. Ez jî ketim xeyalekî xweş. Te digot qey ez nû hatibûm cîhanê, mîna zarokekî şa bûbûm. Min çîroka xwe tev de ji hevalan re anî ziman. Hema di cih de darbestek çêkirin û ez danîm ser, birim gund. Em çûn gundê vala yê bi navê Şifreza. Li wê derê hevalan ez derman kirim.
Êdî hestên min govend digerandin û sergovendkêş dil bû. Vê carê jî rondikên şahiyê bûbûn destmala dil ku li serê govendê dihejiya. Êdî ez gihabûm hevalan...
Çiya KOBANÊ
- Ayrıntılar