Partîzan zarokê Helebçe û Enfalê bû. beriya tevlîbûnê ya li nav refên gerilayên azadiya Kurdistanê, demekî dirêj di xebatê siyasî de, di nav partiya başûrê Kurdistanê PÇDK´ê de berpirsartiya xwe ya ciwantiyê bi cih dianî. Bi taybetî di xebata ragihandinê û bi giştî xebatên rewşenbîrî û rêxistinkirina gel, erkên xwe yên şoreşgerî pêk dianî.
Rêheval Karwan Patîzan girêdayîbûna xwe bi şehîdên Kurdistanê re, hema ji destpêka temenê xwe yê bi coş, ji rêxistinkirin, zanakirin û xizmetkirina gel ve dîtibû û di PÇDK´ê de reng û coşa gelê xwe nas kiribû. Lêgerîna xweya heqîqetê, bi wî rengî di jiyanê de bi pêş dixist.
Rêheval Partîzan her çiqas di başûrê Kurdistanê de, di dewletekê biçûk a kurdî de jiya be jî, xebat û biryarbûna wî nîşanda ku, ji boyî azadiya kurd û Kurdistanê ti sînoran nas neke. Û wê ti tişt nikaribe êş û azarên gelê bi wî, bi wî bide jibîrkirin. Bi vê bîr û baweriyê berê xwe da çiyayên azad ku ji boyî xwe bigihîne heqîqeta Rêber APO...
Dema ku perwerdeya şervanê nû bi dawî dike, di dabeşkirina nû de, ew ji boyî demekê li gel hevalên berpirsyar dimîne û pişt re jî diçe herêma Zapê, jixwe naskirina me ya destpêke li vir çêbû.
Di Zapê de deskeftiyên dîrokî yên gelê Kurd çêbûne û gelek heval jî di wê rewşê de mohra xwe li dîrokê dane ku yek ji wan jî, rêheval Karwan bû. Di Zapê de bi taybet destkeftiyên rêheval Karwan ên mezin ku li ser gerilayetiyê çêbûn. Bi taybet bi beşdarbûnê di berxwedaniya Zapê ya sala 2007´an de gelek coş û hêz ji girtîbû û gelek car jî behsa wî dikir, derveyî wan, hevkarekî xwe yê kevin ku bi hev re di PÇDK´ê de xebat kiribûn, yek ji wan jî di destana Zapê de tevlî cangoriyên azadiyê bûbû. Ew jî rêheval Egîd CAF bû, ku ji ber jiyan û têkoşîna xwe bû sembola ciwanên têkoşer ên tevahî Kurdistanê. Hevaltî, vîn û berxwedaniya gerila dîtibû û têkçûna artêşa dagirker a Tirk ku demekî dirêje li ser gelê Kurd zilmê dimeşîne jî, ji nêzîk ve hest kiribû.
Cara destpêke min heval Karwan, li vir dît û naskir. Lê ev naskirin wisa ma, heya me careke dî, di Akademiya Heqî Qarer de hevdû dît. Tiştek ji xwestek, famkirin û lêgerîna wî qet kêm nebûbû. Heta bi rengekî herî baş û berbiçav di vê perwerdehiyê de xwe nas kir û hezkirina wî ya jiyana PKK ê û rêzgirtina ya wî li hemberê partiyê bêtir bû.
Bêguman rengekî herî ciwan û bedew yê dibistanê bû. Hevalekî ku her tim keyfxweş û rûken. Di perwerdehiyê de her tim xwedî pirsên jiyanî û felsefî bû. Her wiha di jiyanê de fedakar û di rêhevaltiyê de bi tevahî hevalan re durust û xwedî pîvan bû. Weke hemû fedaiyên “APO´yî” bû.
Mirov gelekî rehet dikare bêje ku, ne tenê di dibistanê de, dibe ku xwedî derketina ji tevahî nirxên şoreşê re her tim şiyar û di berxwedaniya Qendîlê de jî, weke her rêhevalekî xwe, soz û girêdaybûna xwe bi hêz û moral pêşkêşkirin, di kesayeta xwe de her tim diyar dikir.
Destana jiyana rêheval Karwan Partîzan di hatina wî ya refên gerîla de û di berxwedana Qendîlê de pir zelal derdixîne holê. Hezkirina wî ya her tim di rêza pêşî de cih girtin ji boyî ciwanên Kurd mînak bû. Xwe bi jiyana “PKK” ê re yek kirin mînakbûyîna wî ya herî berbiçav bû.
Beriya hemû hevalan xwe pêşniyar kir ku biçe Qendîlê. Hevalên berpirsyar mecbûr man ku vesazkirinêkê çêbikin. Heval hemû kom bûn û vê carê navê hevalên ku biçin Qendîlê hatin xwendin. Me guhdar kir. Lê navê Rêheval Partîzan tê de nebû. Ev dîmen qet ji boy ti hevalekî ne rehete û her kes difikire ku bikarbe xwe bixe nava rêzeya hevalên ku diçin.
Rêheval Partîzan destûr xwest û got:
“Heval, hûn pêşniyara min careke din di ber çavan derbas bikin wê baş be.”
Lê belê heval nepejirandin û gotin nabe, bimînin ji boy demeke pêş.
Lê belê ev yek rêheval Karwan qed dikare bide sekinandin. Difikire û nexşeyan di serê xwe de çêdike. Careke din rabû û got: “Heval ew hevalê hanê, nexweş e, û ez di şûna wî de biçim dê baştir be.”
Dîsa nehat pejirandin û hêj difikire ku vê carê wê çawa xwe bixe rêzeya hevalên Qendîlê ve.
Ew dixwest careke din bi rahîbên s.s. 21. a vîn û evîna Kurd, di bin siya PKK ê, di asta xwe ya herî jor de nîşan bide û rêhevaltiya xwe ji boyî “Rêber APO” xurttir bike. Meyil û hezkirina wî ji boy gihandina heqîqeta jiyana Azad bû. Felsefa jiyana Kurd û Kurdistanê ev çend hezar sale bi vî şêwazî hatibû hûnandin û di kesayeta Rêber APO de her dikele, dipijê û dixwaze berhemekî ciwan û nûtir derbikeve holê. Her car bi destê rêhevalekî şehîd, zincîrên dagirkeriyê ji dest û piyên gelê Kurd tê şikandin û derxistin. Bi jiyan û romana Rêber APO re roj bi roj ev gel bêtir nêzî azadiyê dibe û hesreta xwe ya dîrokî bêhtir derdixe holê û dijî. Vê rastiyê jî di jiyana rêheval Karwan de her kes pir zelal didît û pê moral digirt.
Partîzanbuyîna Kurdistanê; ji dilê jiyana xwezayê ve tê. Bi taybet ger mirov xwendevanekî dibistana hevala Viyan Soran be...
Rêheval Karwan di dibistan Ş. Viyan Soran de mezin bûbû, rastî û heqîqeta jiyana niştîmanperwerî baş fam kiribû. Ji ber vê yekê jî hevaltiya PKK´ê ji mamosteyên xwe baş wergirtibû.
Ev coş û xiroşê bi hatina Qendîlê û ketina çalakiyan de jî, her kes bi kelecaneke mezin dijiya. Lê rêheval Partîzan vê hestê bêhtir dijiyar. Di vê germahiya zozanên Qendîlê û germahiya ketina li nav refa hevalên ku, ewê biçin Qendîlê û agirê berxwedaniya hevalan, ji destpêke heya çalakiya dawî; çûyîna bi ser dijmin û rûxandina giyanê dehaqên nû di çavê hemû hevalan de pir zelal xuya dikir.
Di vê cîhanê de, karê herî dijwar anîna ser ziman a jiyana Partîzanekî şoreşa Azadiya Kurdistanê ye. Ez jî baş dizanim, ku bi çend hevokan, qet-qet nikarim jiyan û milîtantiya heqîqetê ya rêheval Karwan bînim ser ziman. Ger ez bi tevlîbûneke li gor wan, bikaribim pêk bînim ew dem ez ê xwe layîqî rê û armanca wan bibînim.
Derengiya şevê, yekîne xwe gihande cihê çalakiyê.
Pasdarên komara îslamî, şev û roj derdora xwe didan ber gule, top û doçkayan. Ev zalimên dev bi xwîn rastî berxwedaniyeke bêhempa ya rêhevalên me hatin. Nato û dewleta Tirk jî bi firoke û balafirên xwe ve bi ser hevalan de bombeyan dibarandin. Lê ev çek û teknîka sermayedar ên nû û yên hemû cîhanê wê karibe Partîzan Azadî û hemû keç û xortên enfalê bide rawestandin?
Bêguman na.
Kurdistan di kûrahiya dîrokê de pir Sargon û dehaqan dîtiye û yek bi yek li çiyayên serkêş ên Kurdistanê evana hemû derbas kiriye û pergala wan, bi hêza xwe ya cewherî ku çavkaniya xwe ji exlaqê mazdaîzmê digire têk bir û wê bibe jî. Xwedawenda Star desthilatdariya wan rûxandiye û jiyana bi exlaq û azad pêşkêşî tevahî mirovatî û bi taybetî gelê Rojhilata Navîn kiriye.
Siharê zû rabûn, min dît ku heval Karwan, ne li cihê xwe ye! Min ji hevalên li wir pirskir. Gotin çûye keşifê. Ez jî çûm li gel wî. Dûrbîn di destê wî de û dagirkeran dişopîne. Min pirs kir. Rewş çawaye? Got; “Bêguman serkeftin ya me ye.”
Pêwîste em derbeyeke xurt li dijmin bidin, da ku bizanibe, em ne hêzeke ji rêzê ne.
Nîvê şevê em ber bi baregehên şer ên dijmin ve bi rê ketin. 24´ê Tîrmehê, demjimêr sisê û nîvê beriya siharê ye. Yekîneya çalakiyê di nav bêdengiyeke bi kîn û nefret nêzîkî dijmin dibûn. Di yekîneyê de hevalê rê dizanîbû hevalê Serxwebûn Rojhilat bû û berpirsyarê giştî yê êrîşê heval Egîd Wan bû. Heval Karwan jî di koma yekemîn a êrîşê ya di bin fermandariya hevalê Egîd de bû. Hevalê Serxwebûn hingî li zozanên Qendîlê ma bû ku, heta rûyê wî, weke dil û zihnê wî pijiya bû. Pir bi coş bû, ji ber ku him beşdarî çalakiyê dibe û him jî berpirsiyarê birin û anîna yekîneyê bû.
Heval Serxwebûn li pêşî, heval Egîd pey wî û heval Karwan jî li pişt fermandar Egîd xwe rêz kiribû û hemû yekîne jî li pey wan dimeşiya. Tenê çend deqe mabûn ji çarê siharê re, dijmin tenê çend mitro ji wan dûr bû û êdî dem dema êrîşê bû. Koma heval Egîd ewê ji milê rastê û koma duyem jî wê ji milê çepê ve biketana sengera nokeran. Yekem guleya ku hat teqandin a B7´ê bû û pê re êdî bombe û çekên ferdî...
Heval bi ser dijmin de çûn û lêxistin. Ji hawar û qîrê wîra wan pasdaran dengê çekan nedihatin bihîstin.
Dengê dad û fîşek, zilm û zorî, vîn û xofê li hev diket û şerekî dijwar di navbera Ahûra Mazda û Ehrîman de diqewimî... Biryargeha dagirkeran bibû hedefa hevalan. Hevalan xwestibûn li mêjiyê dagirkeriyê bidin.
Aso derdiket û çalakî bi dawî bibû. Hevalên parastinê jî ketibûn dewrê û êdî dema vegera yekîneyê bû. Me di parastina wan de jî derbeyekî giran li dijmin xist û bi tevahî me wan bêdeng kir.
Lê sê heval bi me re nezîvirîn. Heval Egîd Wan, heval Serxwebûn Rojhilat û heval Karwan Partîzan. Dijmin di dema ku qet xeyal nedikir de derbeyên pir mezin xwaribû. Zêdetirî 20 kuştî û gelek birîndarê wan çêbûn.
Baş tê bîra min;
Min digot; heval Karwan tu wisa biçe bêhna xwe vede. Lê wî digot; “Na, bila hevalên din biçin.” Dîsa bi ser de çûm û min got; yê ku vê sibê rojbaşê bikişîne ne tu bûyî, kê lîsta nobetê guhertiye? Wî jî wisa bersivan; “Min dît heval westiyane, min di şûna wan de jî nobedê girt.”
Her wiha careke dî jî min jê pirsî û got; Heval Karwan îro ne roja te ya xwarinpêjiyê ye, îro dora hevalên dîtir in? Wî jî wisa got; “Heval ciyawazî di navbera min û hevalan de nîn e.”
Felsefe, raman û jiyana PKK´ê têgihîştin, coş û heybeta gerdûnê ya ji guleke spîsor hetanî kenê zarokekî Helebçe, Amed û Mihabadê berfireh e. Di lêgerînan de israrbûn, di jiyanê de çalakî pêkanîn û dana hezkirina vê jiyanê û bi sedan tiştên mînanî van, têne karê milîtanên APO´yî yên şopdarên heqîqetê ne, ku ti kes nikare bîne li ser ziman vê ramana bêdawî. Ji ber vê yekê jî ronahî wê her tim di rêka şoreş û azadiya Kurdistan û cîhanê de heta hetayê hebe.
Serkeftin ya me ye.
Silav ûrêzên şoreşgerî
Gabar ARÊZ
- Ayrıntılar
Li hemberî hemû zorahî û dagirkeriya ku tê jiyîn damarên ku di keviran de xwe xurt û fireh dikin û hebûna xwezayî di dilde hemêz dikin,dema ku mirov dixwaze bihizirandin nêzî rastiyê bibe, wê demê rastî jî xwe bi asanî xwe bi jiyana mirovahiyê hemdemî ava dike. Hêviyên jiyana mirovahiyê kulîlkên hebûna azadiyê, azadîxwazên Kurdistanê. Hevalcan jiyana gelekî biêş tê jiyîn, mamosteyên jiyana azad belê helbestvanên hêja yên ku helwestên xwe di rêya hebûna mirovahiyê de armancê mezin dikin û bi dilopên xwêdana xwe xemla biharê ya ku di rûyê mirovatiyêde ken û eşqa dawiya wê ku nayê tunekirin wê dide jiyandin, di kesayetên weke we her kes jiyan dike de.Ew eşqa ku wekî damarên ku nayên qutkirin, kaniyên ku nayên zihakirin, pêlên arê yên kubi dest nayên girtin…Gelo ma qey ti kesek dikare pêlên xweşik ên deryayê li hev cuda bike,beravajî viya her çiqas ku xeterî dixweze xwe navber bike pêl û derya hev hemêz dikin û hev bihêz dikin. Belê hevalên dil, girtiyên jiyanê ji dûrbûyîna we, biêş tên jiyan kirin ji wê rûmeta ku we daye nîşandan armanc û netbûyîna hevalatiya ku di wê jiyana mezinde tê jiyandin di milê hemû mirovahiyê de ew mezinbûyîn li ber çava ye.Her çiqasî ku dagirkerî dixwaze wê ya tûne bike û nehêle li ber çavan bê girtin jî lê belê dîrok wêya dinivîse û heqîqet ti carî tune nabe. Roj tên û dem bi watayên afirîner dibûhirin.Hevalên hêja, rojek ji wan roja ku di siharê ku tu çavên xwe ji netbûyîna dûnyayê vedikir û bi tîrêjên rojê yên ku çiyayên bilind û bedew a ku nefesa gerîlatiyê û kena zaroktî hemêz dike lê belê bi rastî jî wêya dikarim bi lêv bikim ku di wê rojê de her hevaleke ku girtîbûyîna di hûndir de jiyan dikir û di nêzde hîs dikirin gengeşîbûyîn û giraniya ku di laşê hevalan de hebû.Her wekî ku tişt dihatin jiyankirin lê belê nekarîn bi lêv bikin.
Di wê rojê de demjmêr di 11`yan de balafirê bêpîlot a ku weke çavbixwîn bibû li ser qadê difirya û derûdora xwe teng kiribû.Her weke xewnekê ji min re hat.Demjimêr derbaz dibû, di demjimêr13`an de dengê ku dixwazin bi rastî mirovan tûne bikin hat û ev roj weke şevekê tarî derbas bû.Heyolayên ku ji devê wan agir dibarî, agir li ser xwezayê dibarandin. Erê hevalên hêja wekî ku tê zanîn didilê hîs dike de çi carî dawî nabe lê belê êdî wexta xwatirxwestina we ya dawî bû. Erê, hevalê Leheng Qamişlo dema ku min tu naskir taybetmendiyên te yên ku her tim mirov dikişand zîndîbûn û heskirina te li hemberî jiyanê û hevaltiyê…Û ew hesasbûyîna li hemberî hevaltiyê ya ku nedihîşt çi carî gengeşî di navbera hevaltiyê de çêbibê.Hêvî û baweriya ku her tim te jiyan dikir dihîşt ku bawerî û mezinbûyîn were jiyan kirin.Li hemberî karê xwe her tim bi ziravî nêz dibû û karê ku tu bi ser de diçû heya ku dawî nekirbûya dest ji nediqeriya.Di heman demê de çi carî te nedixwest kesek li ser serê te bibe û tu ji karbike.Her tim te bi baweriya xwe û pîlanên xwe bimeşînî û tena bi serê xwe bi wêya hemû ji bawerîbûyîna te ya ku te jiyanê dagirtîbû.Her wekî hevalê Harûn Kajîn di serkeftinêdetim biheter û di jiyanê de jî tim bi hezkirineke mezin nêz dibû.Hevalekî bêdeng bû lê belê bi vê bêdengiya xwe, bi çavên xwe jiyan hemêz dikir û wekî hevalên din hevalêPartîzan Bagok,Elî Heyîdar, Rojhat Kobanê ez bi wan hersê hevalan re nemabûm.Lê belê di wê jiyanê de rastiya hevaltî ji her tiştî nêztire ji bona wê jî êşên her hevalekî/ê ji bona me wekheve. Ev berxwedana hevalan a ku heyanî dawiyê li berxwedan ji me hemûyan re hêzek mezin dide û hêrsa me ya tolhildanê mezintir dike.Ji hemû kulîlkên azadiyê re hezkirina xwe ya bêdawî bi lêv dikim.
20 Cotmeh 2011
Sozdar Kendal
- Ayrıntılar
Hevalê Cenk, di sala 1970´an de li gundê Difnê yê girêdayî Eskifê (Hasankeyf) tê dinê. Ji malbateke welatparêz e. Ji ber welatparêziya malbata wan, pir zilm û tadeyê dîtine û bûye kelemê çavê neyarê neyaran.
Di dawiya sala 1981 an de meha îlonê de bavê Cenk tê girtin. Heval Cenk, havîn û zivistan, şev û roj dixebite. Pênc an deh rojan carekê diçê hevdîtina bavê xwe diravên ku bi keda xwe qezenç kiribû dida girtiyan.
Her wiha di heval Cenk de giyana welatparêziyê kûr dijî, neyar, bi hêrseke hişk di dilê wî de cih digre. Evina welêt pêl bi pêl di dîle wî de cih digre.
Heval Cenk, wek ku di çîroka jiyana wî de jî tê dîtin, her tim li ser lingê xwe ye, tenê bi hewl keda xwe jiyana xwe didomand. Digel ve tenêbûna xwe, ew dîsa bi ser dikeve.
Heval Cenk û malbata wî, ji ber tinebûn û hêjariyê neçar dimînin û koçî metropolên Tirkan dikin. Heval Cenk, zîrekbûn û jêhatîbûna xwe, di xortaniya xwe de jî didomîne. Hevalê Cenk, li Izmirê di restoranekê de dixebite. Ji welatê xwe dûr ketiye. Lê, dilê wî tim bi hesreta Kurdistanê dişewite. Li Izmîrê hingê di nava Kurdên ku koçberbûne de hestên netewî hêdî hêdî hişyar dibe.
Heval Cenk, demekî di HEP ê (Partiya Kedê ya Gel) de dixebite. Lê agirê dile wî roj bi roj gur dibe, şerê ku li Kurdistanê tê meşandin wî dikşîne nava xwe. Heval Cenk, bi dilxwaziyeke pir xurt tijî dibe. êdî qet tiştek nikare wî bide sekinandin. Biryara tevlîbûna şer dide. Malbata wî ya welatparêz jî hember vê biryarê dilşad dibin. Û pîroz dikin. Heval Cenk û berendamê şer têne girtin. Heval Cenk, bi lehengî li hember dijminê dagirker di ber xwe dide.
Berxwedana wî rûyê dijmin reş dike. Dîsa vê demê bavê heval Cenk jî, tê girtin. Bi hev re çend mehan li girtîgeha Bûcayê dimînin. Dijmin neçar dimîne, wan berdide. Ew herdû jî, bav û kûr an go herdû heval bi hev re sond dixwin ku, heta dilopa xwîna xwe ya dawiye wê li Kurdistanê şer bikin.
Heval Cenk, di sala 1992´an de tevli refên gerîla dibe. Hevalê Cenk, demeke dirêj li Xerzanê herêma Reşkotan, Bekirpan û Kûbanê de dixebite. Di sala 1994´an de navenda biryargeha fermandariyê ARGK gazî dike û wezîfeke nû dide wî. Êdî heval Cenk, di navbera Amed û Xerzanê de, di deştê de berpirsyarî girt.
Di 18´ê Pûşpera sala 1994´an de heval Cenk, barê hemû şervanên azadiyê yên n, ji gundê dayikê girt ku, bibe biryargeha navendî. Heval Cenk, hemî barên şervanên nû jî pişt dike, dide pêşiya wan û dimeşe. Lê sercerdewanê xayîn Amîlo û tîmên taybet ji wan re kemîn datînin. Di tariya şevê de xayînî dîsa li lehengî û mêrxwasiyê re bêbextiyê dike. Noker û xayînan bi hev re gule reşandin li ser şervanan. Heval Cenk, birîndar dikeve. Lê heta dilopa dawi ya xwîna xwe li hember xayînan şer dike. Şervanên nû xilas dike. Bi xwe jî li wir, li ser xaka welatê xwe, weke stêrka geş bilind bû û tevlî nava kerwanê şehîdan bû. Her wiha wazîfa xwe ya dawiyê jî bi mêrxwasî û bi lehengî bi cih tîne û xwe dixe nava dilê çiyayê welatê xwe.
Heval Cenk, nemir e. Bi vî awayî di nava dilê gelê xwe de û li serê çiyayê Kurdistanê de wê her bijî. Em sond dixwin ku emê şopa wan de heta azadiyê bimeşin.
Hevalên wî yên têkoşînê
- Ayrıntılar
Merhaba
Dema me li du xwe rêhevalên xwe yê xweşik ku em ê bîrê bikin û her dem li wan bigerin hîşt û ketin rê hûn nîn bûn. Ji ber vê yekê di vê dema jiyana me ya ku bi xwe jî rêwîtiyek e de, em ji nû ve amadekariya rêwîtiyekî dikin;nedîtina hin rêhevalên xwe û dîsa derfetê xatir ji wan xwastinê nedîtin û bi vê rengî ji we veqetîn, her çi qas rûyê me ber bi pêş ve jî be vê yekê çavên me li paş hîşt.
Bêguman me dixwast we û hevalên ku me nedît bibînin û wîlo werin oxir kirin, ji ber ku me herî zêde dilgeşiya di vê pêvajoya rê de xweşikiya ku werin bibîranîn û di nîvenga rêhevalan de werin fikirîn jiya. Lewra em şahidbûn ku veqetîn û navberên vedibin çawa bi silavekê ve tê girtin. A rast me di dilê xwe de, hezkirinên rêhevalên ku me li pey xwe hîşt, dîsa bîranên ku me bi wan re parvekiribû û çavên wan ên dikeniyan bi xwe re tevahî anî. Bi vî rengî me fêm kir ku bi tenê yên dimînin na, yên dihêlin diçin jî bi qasî wan keserê dikişînin. Rewş ev e ku di encamê de wexta heman veqetîn hebe çûyîn jî, mayîn jî dijwar e. Belam hatina me ya van axên ku Kurdeyatî cewhara xwe diparêze û li ber xwe dide bi qasî ku kelaha Kurdistanê ye di heman demê de kelaha têkoşîna me ye jî hedera dilê me pê tîne.
Ji wan hûdûtên ku dijmin dibêje “hebeke wan jî em nahêlin derbas be” dema ji ber wan qereqolên ku bironahî ne re derbas dibûn em baştir têdigihêjtin ku hûnera bingehîn bihurandina hûdûtên di dilê mirovan e. Ya rast me di wateyekê de ji zû ve de ew hûdûtên ku dijmin digirt şikandibû, bihurandibû. Ji ber vê yekê me zêde astengî nejîya. Belam azina serdestan, hûdûtên pergala hiyerarşîk a di mêjiyê me de û di dilê me de xwe afirandiye, di vê rêya me ya kuem berdewam dikin de wekî astengên heyî sekinîne û pêwîst e em van bibhûrînin. Weke ku helbestvan dibêje; “ ma li pişt hûdûtan agir naşewitîne û av naxeniqîne? Ma li pişt hûdûtan evîn jan ,êvar xem nadin? Me jî evîn, bextewarî û aramî li pişt hûdûtên ku dixuyên negerî. Vana di hundirê mirovan bi xwe de, yê ku di kesayet de destpê dike, bi dayîna bîrewariyê ve diafire û dilpakiya ku her biçe wê civakî bibe ye. Bihûştekeku li benda me ye nîn e. Bihûşta me welatê me û çiyayên me ne. Axên me yêkupêwîst e em biparêzin û bêhtirîn xweşikbikin e. Di vêrêwîtiya me yakurt de me hinek jî ev fêmkir. Her xweşikiyênku li serê her gavê em rûbirû dibûnwekî ku digot min bi tenêhez bike û rizgar bike.
Zozanên Faraşînêyên bêhna catirê jê difûre, her ku me ji ava wê ya mirov jê têrnabe ve dixwar, westana me jîjiholêradibû û wendadibû. Welatparêziya germ a koçerankuevçandekekurdeyatî û jijiyanaazadbayek e, di wan zozanênhênik de dilê me germ dikir. Dilgeşiya ava Hêzil kelecandida me. Dema ji Kela Memê avabûna rojê temaşedikin, di kûrahiyarabirdû de em di kevin xewnan. Û zinarên Katoyan, ewzinar in kuartêşa Îskender a ji Zapê bi çargavê dihat belawelakir. Bi qasî ku Îskenderlenetdarkir, ev çiyayan ji me re pîroz in. Em ji Çakcoko re derbas dibin. Giyana van axan heye. Hevalên şehîd ketin pêvajoyê bi me re nîqaş dikin. Ji ber Herekol re derbas dibin. Ew jî bi qasî Katoyan serbilind û asê. Çiyayê Namaz a tam li hember wî ye taceke ji zimrûd daye serê xwe û bi vî awayî jî xwe weke wan pîrevokên xwe keybanû dibînin disekine. Bedewiya Herekolê pêwîstiya xwe bi tacan nîne. Çiyayê Namaz, bi tenê dikare bibe xatûna tarîtiyan. Lê belê Herkol xwe ti carî navêje bextê tarîtiyê. Ew bi rewşa xwe ya heyî ve xweşik e. Li Cûdî, di wê Sefîneya ku Lawikê Xerîb nikaribû xwe bigihandayê de gencîneya rêhevaltiyê veşartiye. Ev gencîneya ku kevirên wê ji destan belavî destên din dibe xeleka hezkirinê diafrîne. Bi bedewbûna xwe ve, ji dilan pirên ku ti carî hilweşîna wê nepêkan e ava dike. Her gaveke Cûdî dîrok e.
Axirê em li Gabarê ne. Di bajarê Egîdan û Erdalan de ne. Ti tiştek û ti cihek weke Gabarê nikare bedewkertitiya keda mirov biteysîne. Ta heya serê girên xwe darên fêkiyê yên hatine çandin, dîwarên wê yên hatine jenîn, cokên hatine kolandin, sarincên hatine çêkirin, bi kelehên xwe û bi baxên xwe ve îspata bihûştbûna welatê me ye. Gundên hatine valakirin weke kula dil, weke şahidê şer. Ev mal û dibistanên hatine xirakirin xwezî xwedî ziman bûna û biaxifiyana. Xwezî karibûyana behsa zilmê, êşê, keserê, berxwedanê, vîna li piyan digire bikira.
Dibe ku me zêde tiştek neanî ziman û tiştên me dîtiye jî bi tenê çend dilopên welatê me yê weke deryayê ye. Û bi tîbûna xwe ve dixwazin bi têra xwe jê vexwin. Di vê cîhanê de ti xwezayek bêyî mirov xweşik nîne. Em dikarin bibêjin ku welatê herî xweşik ê vê cîhanê welatê gerîlayan e. Di vî welatê xweşik de me bi tenê dixwest em bi Rêbertiya xwe û bi rêhevalên xwe re bin. Bi hemû rêhevalên xwe yên ku ji bo azadiya vî gelî û welatî xwe feda kirine ve, me dixwest bi Rêbertiya xwe ya ku di bin şert û mercên dîlbûnê de têkoşîna dad, rastî û aşitiyê dide re demên azad bibhûranda. Em şervanê vê hêviyê ne.
Me xwest weke ji dilê me tê binivîsin. Me xwest bila silaveke me bigihêje we. Stêrk Amed, Ronahî, Bêrîtan Guyî, Adar, Tilda, Rojda, Dunya Efrîn, Zozan, Serhildan, Şaristan, Ararat, Toprak, Jiyan, Ronahî, Agirî, Axîn, Amed û AytenKoçer, Narîn, Berçem û hevalênGabarêyê me navên wan nenivisîjiwe repirsilavênxwehene. Emjî ji hemûhevalênwir re silavênxwe dişînin û di jiyana wan a têkoşînê de serkeftinê dixwazin.
Bihezkirin û keserê xwe yê herîkûrve
Silav û Rêzên Şoreşgeri
Rojînda-Nazlican
Gabar
- Ayrıntılar
Hevalê Sefkan, di sala 1989’ an de li gundê Şirnexê Gundikê Remo de hate dinê. Malbata wî feqîr bû, ji bo wê di malê de karê şivantiyê dikir. Zewicandî û bavê du zarokan bû.
Ji ber ku, ji aliyê Botanê bû di gund de rûdinişt, welatparêziya xwe parastîbû.
Di destpêkê de sempatiya wî ji partî re hebû. 1987-89’an de dibe milîsê partiyê. Piştî biryardayinê, di sala 1989’an de tevlî nava refên ARGK’ê dibe.
Lê belê dema ku heval Sefkan tevlî nava refên şoreşê bû, ti tişt li pêşiya wî nedibû asteng. Ji ber ku du taybetmendiyên wî yên girîng hebûn. Yek jê, ji dijmin re nefreta wî pir bû. Wek; di sala 1990’î de li gundê Gelendor li ser çeta "sîxor" çalakî kiribû. Di encamê de gelek çete hatibûn kuştin û digot; "ji ber ku bi dijmin re ne" û weke ku di sala 1992’an de çalakiya li Sîlopî de ku deng dabû, sê rojan jî BBC ji wir neçûbû. Ji ber ku gelek dijmin hatibûn kuştin. Di wê çalakiyê de dema ku bi hevalên xwe paş ve dikişin, 6 heval bi wan re li gundê Xinsê şehîd dibin. Taybet wî, ya duyem; gelek bandora wî li ser arazî hebû, araziyê baş nas dikir.
Bi rastî mirov çiqasî li ser vî hevalî bibêje, mirov nikare bi gotin axaftinan jiyana wî bîne zimên. Ji ber ku girêdana wî bi partî, Serokatiya Partiyê re, şehîdan û gelê Kurdistanê re bi xwîna xwe dilop dilop ku çawa rijandiye, li wê soza xwedî derket. Heya hilma xwe ya dawiyê bûmêvanê karwana şehîdên nemir, şehîdên serxwebûn ûazadiya Kurd û Kurdistanê.
Hevalê Sefkan bi vê rewşa xwe ya di nav Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistan ARGK’ ê de gelek wazîfe girtibû. Ji şervatiyê heyanî rewşa xwe ya dema yekemîn wazîfeya fermandariyê... Wazîfa wî çiqas mezin an jî biçûk baya, ji bo wî ne xem bû, di got; "wazîfe, wazîfeya partiyê ye".
Lê belê dema ku mirov li jiyana hevalê Sefkan dinêre hevalên pê re jiyane, bi giştî jê hez dikin û dibêjin; "hevalê Sefkan bi biçûka re biçûk, bi mezinan re jî mezin bû". Tim digot; "em kar bikin ji bona bersiva me bibe bersiva dema li pêşiya me." Bi rastî di kar û xebata xwe û di şerê xwe de gelek wêrek û bi hêz bû.
Hevalê şehîd Sefkan, li ser Çiyayê Çarçelê li serê Kaniya Avaşîn, gilî lê hatiye kirin, ji hêla sixor "Bayî" ve, di bihara sala 1994’an de. Ev sixor bayî, bi leşkerên dijmin re têne ser wan û şer derdikeve. Ji ronîka serê sibehê heya êvarê ev şer berdewam dike. Balafir û helîkopterên dijmin têne cîhê şer. Bi sedan leşkerên wan têne kuştin gelek çeteyên sixor jî.
Di vî şerî de hevalê Sefkan birîndar dikeve destê wan de gelek îşkence dibîne, heya guhê wî jî jêdikin û ew tiştek nade destê dijmin. Dijmin yek gulekî lêdixîne û şehîd dikeve. Bi vî awayî dibe mêvanê karwana şehîdên serxwebûn û azadiya Kurdistanê ku ji wan şehîdên nemir. Şehîd dara jîna azadi ne.
Di gotineke xwe de Serok APO wiha dibêj: "Yê şer dike azad dibe, yê azad dibe bedew dibe, yê bedew jî tê hezkirin."
Tu jî bedewê Kurdistan'ê yî hevalê Sefkan.
Li ser navê hevalên wî yên têkoşînê
Simko Ararat
- Ayrıntılar
Dema ku cara yekem di dîroka gelê kurd de li hemberî zordaran di encama têkoşînê de nîşaneya azadiyê xwe kire meşleyeke bi agir li sere bilindahiya çiyayên Zaxrosê. Şewqa xwe li hemû deverên cîhanê belav dikir û pişt re vê meşaleyê xwe kir ruhekî azadiyê û gav bi gav xwe berda hemû qadên jiyanê. Gelê kurd bi vî ruhê xwe yê azadiyê qehremantiya xwe bi cîhanê dabû pejirandin. Stûna jiyana azad a ku bi destê zalimê wek dehak hatibû hilweşandin, nû de hat avakirin û rengekî nû da jiyanê. Belê desthilatdariya wan hate hilweşandin û meşaleya azadiyê di cihê wê de hat bilindkirin. Lê bi demê re ew zalimên talanger desthilatdariya xwe avakirin û careke din ew meşaleya ku bûbû sembola azadiyê vemirandin û jiyana gelan bi koletiyê dan tercîhkirin. Bi hezar salan gelê me bi jiyanê werê dane mahkûmkirin. Lê ev nehat wê watê ku, tovên ruhê azadiyê bi gihîştî hatiye rakirin. Li ser heman kokê ruhekî nû şîn bûye û bi ruhê apoyî li cîhanê deng vedaye. Wekî hevalan din hevalê Seyîd Riza jî bi awayekî zelal nûnerê vî ruhê berxwedêr bû.
Hevalê Seyîd bi çi awayî bi me de pejirandin ku em jêre bibêjin nûnerekî rast ê Apoyî ye? Hevalê Seyîd di nava jiyanê de bi her awayî roleke bi mînak dilîst. Di nava jiyanê de dida xuyakirin ku dixwazê bi her awayî û bi hemû rengên xwe tevlî jiyanê bibe û rastiya Rêbertiyê û Şehîdan bi qasî ku fêm kiriye bi awayekî teorîk û piratîk bi hevalan bide fêmkirin û di heman demê de, kil û kêmasiyên xwe çi ne fêm bike û li gorî wê tevbigere. Hevalê Seyîd erkekî wî yê fermandariya taximê hebû, lê belê ticaran nedida xuyakirin ku fermandarekî yekîneyê ye. Pir caran ji derve hevalên ku ew nas nedikirin dihatin yekîneya me û bi rojan diman. Lê nikarîbûn fêm bikin ku fermandarê wê yekîneyê yek jî heval Seyîd Riza ye. Ji ber ku ruhê desthilatdarî û kariyarîzmê di kesayetiya xwe de kuştibû. Ticaran nedixwest bi gotinan kar bi heval bide kirin. Destpêkê xwe bi awayekî aktîf tevlî kar û xebatan dikir û kesên li derdora xwe jî jixweber bandor dikir û wan tevlî kar û xebatan dikir.
Ji boyî vegotineke baş ezê çend bîranînan wekî mînak bînim ziman. Rojekê em çar heval ji boyî pêkanîna karekî, me xwe amade kir ku em biçin kar. Lê şiverêya ku em ê tê de derbas bibin di bin çavdêriya dijmin de bû, ji ber wê em neçar man ku ditariyê de biçin û bên. Hevalê Seyîd nêrîna me girt û got “Ger hûn jî bixwazin em berêvarê bi rêkevin, ji xwe rêya me çar saetan digire, em dikarin şevê zû werin û bêhna xwe vedin. An jî em çar saetan bimînin bila bibe sibeh em biçin û beriya ku dinya ronahî bibe em xwe bighînin cihê xwe. Hûn çawa dixwazin em welê bikin.” Bi vî awayî, me çûyîna şevê û vegera bi rojê tercîh kir û em wisa birêketin. Em çûn cihê xwe û meyê bi xwe re erzaq bianiya. Dema ku heval gihîştin cihê erzaq hevalan fikirîn ku; ger her yek ji me 20- 25 kîlo erzaq hilgire wê tiştek di cih de nemîne. Lê hevalê Seyîd beriya herkesî fêm kiribû ku ger hemû heval 25 kîlohilgirin jî wê dîsa hindek erzaq zêde bimîne. Hevalê Seyîd di wê kêlîyê de ew erzaqê zêde rakiribû gel xwe û ji ber ku dinya tarî bû em jî pê haydar nebûbûn û em difikirî ku bi wî re jî 25kîlo erzaq heye. Nexwe me yê destûr nedana hevalê Seyîd. Lê bele bi israr ji me re got ezê 25 kîloyan rabikim.Me jî zanîbû ku ew dialiyê fîzîkî de ji me hemiyan lawaztire û wê zorehiyekê bijî. Dema ku em vegeriyan, me li çend cihan navber da. Lê dema ku em radibûn û emê bi rê ketibana hevalê Seyîd di rabûnê de pir zorahî dijiya. Di dawî de ji xwe re got “ partiyê ez perwerde kirim û hêza şêrekî daye min lê ez nikarim biqasî çêlîka şêrekî jî rol bileyizim” dema ku em gihîştin cihê xwe me fêm kir ku bare wî ji bare me hemûyan girantir bûye û ruxmî vê jî lêpirsîn dikir û ji xwe hisab dixwest. A rast ew tiştên ku mirov li ber çavan didît nînbû. Di vê mijarê de ya girîng ew bû ku ji heza xwe zêdetir bar hildigirt. Lê belê dîsa jî têr nedidît u xwe deyndar dihesiband. Hertim xwe kêm didît û ji boyî ku xwe bigihînê astekrjor tim di nav lêgerînan de bû.
Bi vî awayî hevalê Seyîd hemû bare giran dabû li ser milên xwe. Carna di nav jiyana hevalan de bêmoralî çêdibû û hemû heval bêdeng diman. Lê belê hevalê Seyîd bi xwe ji vê rewşê bandor nedibû, û bi zanebûn hin gotinên binakok bişêweyek erênî dianî ziman û rê ji nîqaşan re vedikir. Piştre di nav nîqaşan de henekên xwe bi hevalan dikir. Heval jî bêdeng nediman û her kes tevlî nîqaşan dibû û bi vî awayî her ku diçû rewşa xemgîn a ku heyî ji bîrve diçû û rewşeke geş avadibû. Carna pir hevalan nizanî ew rewşa bigeş çawa avadibû. Hevalê Seyîd Riza piştî demekê ji boyî ku moral bide hevalan biterzekîhenekwarî ew nakokî çawa ava dikir û niyeta wî çibûye bihurgulî dianî ziman û dîsa dibû sedema ku rê ji hin nîqaşên dîtir re vebe.
Di mijara çalakiyan de jî pir mînakên wî yên welê derdiketin hole. Dema ku komek heval bi hev re emê biçûna çalakiyekê, ji boyî ku moralê hevalan hertim baş bimîne û wêrekiya hevalan xurt bibe roleke mezin dileyîst. Dema ku ez di bin pêşengtiya wî de biçûma çalekiyekê ji derveyê serkeftinê û şikandina dijmin ti tiştekî din nedihat bîra min. Bi rastî jî piranî çalakiyên ku hevalê Seyîd jê re pêşengtiyê dikir serkeftî derbas dibû. Hevalê Seyîd pir caran ji hevalên nû yên ku cara yekem tevlî şer dibûn û di hêlên derûnî de kêmekî pirsgirêkên wan derdiketin holê ji wan re digot; “ Heyanî ku ez di şer de li ser piya bim ezê nehêlim tiştek bi we bê” bi vî rengî her tim xwe fedayê hevalê xwe dikir û dizanîbû ku wê herî dawî jî bi vî awayî şehîd bikeve...
Di jiyana hevalê Seyîd de mînakên welê pir bûn. Ger mirov bixwaze hemû hêlên erênî yên jiyana hevalê Seyîd binivîsîne, ne tenê rûpelek, pirtîkek têrî nake. Hevalê Seyîd her sibeh dema ku radibû van çiyayên bilind keşf dikir. Lê didît ku zalimên talanger li sere çiyayên bilind kelehên bilind avakirine. Ew dem nêrçnên wî diguherîn û bi çavên xwe yên tîrêjîn diwest wan kelehan hilweşîne... Jixwe me didît ku ew çavên tîrêjîn, di çalakiyan de bê çawa wan kelehan hildiweşand... Hevalê Seyîd xwedî kesayetekî Apoyî bû. Wî di hemû jiyana xwe ya vê şoreşê de ji vê kesayeta xwe tawîz neda û bû yek ji wan nûnerên pêşeng ên vê şoreşê. Hêviyên me bi hevalê Seyîd re careke din jî geş bûn ku em ê wan kelehan hilweşênin...
Rêzan PEPÛLE
- Ayrıntılar