Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 17'ê Cotmehê de li navçeya Qilabana Şirnexê li dijî baregeheke leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me yê YJA Starê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya baregeh û çeperên dijmin bi awayeke bandor hatiye lêdan de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
- Ayrıntılar
Di dîroka tekoşîna Kurdistanê de cihê girtîgehan pir girînge. Di xetimandina tekoşînê an jî li beramberî êrîşên dijwar ên neyaran de bi pêngavên avêtiye rê li ber pêşketinên gelek mezin vekir.
Mirov di nava rûpelên dîrokê de biçe lêgerînekê û berê xwe bide girtîgeha Amedê ya 1980'an wê ji bo roja me ya îro dikare bibe ronahî. Wê demê çi qewimî bûn?
Derbeya leşkerî hatibû lidarxistin, hema bêjin hemû derdorên muxalîf hatibûn girtin. Girtîgeh bi ciwan û muxalifan hatibû dagirtin. Dîsa zexteke dijwar ji bo şikandina vînê hebû. Girtîgeh bibû qada tesfiyekirina tevgerên muxalif û bi taybet jî tevgerên çepgir, sosyalîst û Kurd her cure şêweyên îşkencê hate bikaranîn.
Di hovitî û pêkanînên dijmirovahi li van qadan yekane tevgera li ser piya mabû PKK bû. Gelek tevgerên çepgir, gelek tevgerên Kurd û dîsa kesayetên navdar li beramberî îşkenceyên pergala hovane nekarîne li berxwe bidin û xwe radest kiribûn. Mazlûm Doxan pêşengtî li vê berxwedanê kiribû. Gotina wî ya navdar a "Radestî mirov dibe îxanetê, berxwedan jî digihîjîne serfiraziyê" ji bo hemû endamên tevgera azadiyê re bibû distûr.
Newroza 82'an, hêviyên gelek tekoşeran şikestibûn, gelek ji wan radest bibû, gelek ji wan jî li hêviya çirûskekê bûn. Mazlûm Doxan ê di hemû jiyana xwe de bibû remza tekoşînê. Di pêşengtiya Ferhat Kurtayan ÇARAN deng dan berxwedana Mazlûm Doxan û di salvegera şahadeta yek ji pêşengên din ê tekoşîna azadiyê HAKİ KARER de laşên xwe dane ber agir û ala berxwedanê hîn zêdetir bilind kirin. Ji xwe di berdewamiya wê de rojiya mirinê destpêkir û pêşengên weke M. Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr,... û Alî Çîçek bi berxwedaneke mezin, bûn remza vîn û tekoşînê û pergala li ser tevgera azadiyê dihate ferz kirin, hilweşandin û erkeke mezin dan ser milê rêhevalên xwe yê li derve.
Ji xwe berdewamiya wê tê zanîn û ji bo vegotina wê rûpel têrê nakin.Lê piştî wê berxwedanê bi 30 salî îro jî tekoşîneke pir mezin destpekiriye.
Di 14'emîn salvegera komploya navnetewî de hin girtiyên azadiyê dest bi berxwedaneke rojiya mirinê kirin û xwestin ji berxwedana Rêber APO ya li girava Îmraliyê dabû destpêkirin, bibin bersiv. Ango bi berxwedana xwe, bi tekoşîna xwe xwestin bibin layiqê tekoşîna Rêber APO. Berxwedana li zindanan her roja diçe mezintir dibe û dikeve roja 36. Berxwedana girtiyên azadiyê her ku bilind dibe, rewşa jiyana wan jî dikeve xeteriyê. Li beramberî vê yekê jî bertekên raya giştî hema bêjin nîne. Wijdanê mirovahiyê cemed girtiye, ji xwe rayedarên tirk di vê mijarê de weke kor û lalan tevdigerin.
Sala 2012'an bi gelek çalakiyên mezin ên gerîlayan ku weke TEVGERÊN ŞOREŞGERÎ hatin binavkirin, bandorên mezin afirandindin. Baweriyên tunekirina tevgera azadiyê ya di mejiyê neyaran de ava bibû hilweşand, xweziya wan di gewriya wan de hişt. Hêza gerîlayan bi van çalakiyan careke din ispat bû.
Tê zanîn, artêşa tirkan yek ji artêşên dinê yên herî mezin e. Her cure teknîk û teknolojiya şer demildest digre û li dijî gerîlayan ji bo tesfiyekirina gerîlayan herdem tê bikaranîn. Dîsa di çarçoveya şerê taybet her cure derewan bi taybet jî bi riya çapemeniya xwe tîne ser ziman. Ji bo serkeftinên tevgera azadiyê neyê ser ziman, çalakiyên gerîlayan neyê bilêvkirin û bi taybet jî ku piraniya leşkerên bi mûçedema di encama çalakiyên gerîlayan ve tên kuştin bi awayekî pir hostatî tê veşartin. Dema ev pêk neyê jî bê ku wext were wendakirin hişyariyên pêwist ji aliyê rayedarên dewletê ji bo çapemeniyê tê dubarekirin.
Ev di gelek çalakî û serhildanên gel de jî bi vî rengî jî bi heman rengiye û ji bo hêviyên gel bişkînin hemû derewan bi hostatiyeke mezin tînin ser ziman. Bi taybet di pêvajoyeke bi vî rengî pir girîng de;
*Tekoşîna Rêberê Gelê Kurd bê navber bi rengê berxwedaneke dîrokî di bi biryardariyeke mezin didome.
*Berxwedana gerîlayan bê navber li gelek deverên Kurdistanê berdewam dike.
*Gel di her şert û mercan de xwedî li tekoşîna azadiyê derdikeve.
Di pêvajoyeke bi vî rengî de ger em dengê xwe bi dengê û bangawaziya girtîgehan bikin yek, ala berxwedanê ya bilind kirine û silav dane berxwedana Rêber APO, wê azadî ji her demê bêhtir nêzîk be. Tu tişt bê berdêl nabe, azadî jî bê berdêl û tekoşÎn nabe.
Niha ya ji me tê xwestin berî ku dereng bibe, divê em jî bi serhildanên xwe, xwedî li berxwedana zindanan derkevin û heta "EM AZADİYA XWE Bİ DEST BİXİN" yek kêliyê jî serhildan û berxwedana xwe navber nedin.
Ger azadî were wê bi berxwedan û serhildanê were. Roj roja xwedî derketina berxwedana zîndanan e. Ji ber vê jî;
24 SAETAN Bİ RÊBER APO RE JİYANKİRİN
24 SAETAN XWEDÎ Lİ BERXWEDANÊN ZÎNDANA DERKETİN
24 SAETAN Jİ BO AZADİYÊ SERHILDAN.....
MEMYAN JIYANDA
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 13’ê Cotmehê de li Mêrdînê operasyona ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî navçeyên Qoser, Dêrik û Şemrexê hatibû lidarxistin hîn jî bi rengê kemîn vedan û keşfê berdewam dike.
- Ayrıntılar
Tecrîd!... Çîroka sedsalî ye... Nexşe û cîhan-nûmeya nû ya Kurdistanê ye.
Parîs parçeyek ji tecrîdê ye!.. Çîroka bê dawî!.. Di 13 salan de, salek û 3 meh demên kelandin û biraştina goşt û hestiyê bedena çîrokê ye!.. Navend, Girava Imralî ye!..
Tecrîd!... Zincîr û lele-kirina çîroka tewratî ye... Li Îmralî, bi Ocalan dest pê kir, li Parîsê, li Berlînê, li Roma, li Madrîd û hwd. berdewam dike.
Di vê çîrokê de; tevahiya huneran, di tara bêjingê de hatin kuştin... Siyaset!.. Bi navê maf û dadê, kanun bûne sêncên li pêşiya azadiyan!... Qirkirin meşrû kirin!...
Îro, li pişta Şanzelîzê, di kêleka Eyfel de, di kolanên navbera bircên parlamento de, pêjna dewsa Robespierre, Saint-Just, Babeuf, Marat û Dantê tê...
Di giyanê Şoreşa Frensa de, Kurdistan diaxive!... Kurdistan, di nirxên mirovahiyê de, mafê xwe diqîre. Dîsa jî zincîr û leleyên tecrîdê di şexsê Adem Uzun de, li dest û lingê Kurdistanê hatin kilîd kirin.
Çîroka kurdan, ji nû dest pê nake; dîsa jî, kurd slogana “Unite indivisibilite, de la repuplique libertê, egalitû fraternitê ou la mort” li Parîsê, welatê De Gaul diqîrin!... Ev dengê Kurdistanê ye dibêje: Ji bo azadî, wekhevî û biratiyê û li dijî Komara Mirinê bibin yek.
Pêjna pênûsa rewşenbîr û entelekuteulên Frensî, li ser kaxezên şimakirî, li dijî faşîzma Hîtler; pêjna dewsa ciwanên Frensî li dijî Faşîzma Hîtler; pêjna gotinên Balzac, Victor Hugo wek sloganan maf û azadiyê tê... Jan Paul Satre, dibêje; “ji nû de destpêkirina vê çîrokê dînîtî ye, berxwedan jiyan e...” Dîsa jî Kurdistan îxanetê dijî!... Matranê Suryaniyan ji Helebê dike hawar! Nûnerên Ermeniyan bi sê qeflan hêrsa dîrokê difûrin!...
Salih Muslum Muhammed, bi rengîniya tîpolojiya nû ya siyaseta kurd, ayîngehên xwedawendên demê dihêrivîne. Ev dengên Kurdistanê ne!... Bi zimanekî hevbeş dibêjin, “parvekirina êş û azaran di destê me de ye!... Hatina cem hev ya li Parîsê jî, ev êş e!... Hêrsa li dijî van êş û azaran e!...”
Nesîmî Yaman dibêje; tecrîd ji nû de guhertina dîrokê ye... Aliyek bêbextî ye, aliyek zincîr û leleyên Imralî ye û dirêjî Adem Uzun dibe... Ev navê bextreşiya siyaseta bazirgan e!.. Lom û lomdariya terorîze kirina azadiya gelê Kurd e!.. Red kirina vê siyasetê meşrû ye. Kurdistan jî vî, mafê rewa diqîre.”
Corc Aryo, di nava çar dîwarên sîstema modernîte de bang dike, “guhertina dîrokê di destên me de ye...” Deng bilind dibin û dibine naqosa hawarê, dîwarên bircên parlamentoya Frensa dihejînin.
Kurdistan, li Parîsê bang dike; “azadî ne utopya ye!... Çîrok heye, em ji çîrokê narevin, em çîroka xwe dijîn, êdî me hevsar girtiye destên xwe...”
Kurdistan dibêje; tecrîd di tenêbûna me de, tenêbûna gelan e... Di qurbankirina me de, kuştina nirxên mirovahiyê ye... Tecrîd ne destînî ye, bûyerek tewratî ye, çîroka heyî ye û em dijîn. Ev jî tirsa me ye, çîrokên bavûkalên me ne û wek destîniyek nayê guhertin in.. Lê cengawerî, şahmerdanî destanî û pênûsa li ser lewheya şimakirî, ezberê me xerab kir. Ev dîroka nû ye... Kurdistan di rastiya dîrokê de, rastiya xwe dijî... Êdî Kurdistan, ji rastiyan na tirse... Ev navê şerê li dijî dagirkeriya faşîzan e!..
Kurdistan, îro li Parîsê tirsa xwe dikuje, îxanetê, komplo û tecrîdê dikuje!... Frensî jî, bêbextiya xwe dijîn!.. Dîplomat, siyasetmedarên Frensî vê bêbextiya xwe, dinava şermî û hetikberiya xwe de mikur tên!...
Kurdan fêm kiriye ku ev, sidan û çakûçê Goethe ye!... Darbeyek li nal dikeve, yek li bizmar!... Dîsa jî Kurdistan, ronahiya hewn û hişê xwe dijî! Kanunên zincîran red dike.
Tirsa Matranê Helebê di her gotina mesaja wî de, wek hetikberî û şermezariya mirovahiyê li taqên salona parlamentoya Frensa dikevin. Ev navê tecrîda nû ye, navê çîroka nû ye!.. Kurdistanî diqîrin!.. Xwedawendên ku, fermanên qirkirina gelan li dem
û heyaman bela dikin, êdî li Kurdistanê nema dikarin pîkolê bikin. Çîroka şermêzariyê bûye toqê lanetê û ketiye stuwê wan!..
Kurdistanî ji bo azadiyê dimeşin!..
Kurdistanî dibêjin; “meşa li dijî êş û azaran nebe, asoyên paşerojan jî nayên dîtin. Meş guhertin e, li dijî destîniya korr û kerrende parastina jiyanê ye.”
Kurdistan, meşa azadiyê didomînin. Di meşa azadiyê de, nedîtin û ne fêm kirina tecrîda di 13 salan de, salek û 3 meh, xeşîmî û korîtiya dîrokê ye... Erêniya qirkirinên li dem û heyaman hatiye bela kirin e. Reva ji rastiya xwe ye!... Erêniya jiyana li ber giyotînê ye!... Erêniya enfalan e!... Erêniya Geliyê Tiyarê ye!... Erêniya Roboskî ye!... Erêniya şehadeta 15 Berfînên li Xerzan e. Bêyî şerê li dijî tecrîdê kurdbûn çênabe!...
Bêyî şerê li dijî tecrîdê, cîhanbîniya entelektuelî çênabe.
Tecrîd, dîlgirtina zincîr û leleyan e. Bêdengiya li dijî tecrîdê, erêniya zilm û zordestiyê ye!... Zilm û zordestî, êş, jan û azar e!... Ji bo tunekirin û ji holê rakirina êş, jan û azarê, têkoşîn lazim e!... Têkoşîn, têkbirina dîroka tecrîdkirî ye, tekbirina egoîzm û lewaziya mêjî ye, ji holê rakirina îpnotîzekirina egzotîk e.
Têkoşîna li dijî tecrîdê, redkirina dîroka xwedestî ye; têkbirina cîhan-salariya xwedawendên bazirgan e!... Ev navê cîhanbîniyek têgihiştî ye... Navê cîhan-nûmeyeke nû ye!...
Îro, 13ê Cotmehê ye!... Rojek dîrokî ye Kurdistanî li parlamentoya Frensa, slogana “Unite indivisibilite, de la repuplique libertê, egalitê fraternitê ou la mort” diqîrin.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Li dijî artêşa dagirker a tirk ên xwestiye serweriya gerîlayên me ya li navçeyên Çelê, Gever û Şemzînana Colemergê bişkîne ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke berfireh hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di çarçoveya serweriya herêmê ya li navçeyên Çelê, Şemzînan û Geverê ji aliyê gerîlayên me ve li dijî du karwanên leşkerî du çalakiyên cuda hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Gelê me yê welatparêz germahiya pêvajoyê û dijwariya şer ji nêz ve dişopîne. Li dijî êrîşên artêşa dagirker a tirk her roj bi ruhê êrîş û çanda berxwedanê ya APOyî her roj bilind dibe û berdewam dike.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 14'ê Cotmehê de di saet 17
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Li navçeyên Çelê, Şemzînan û Gevera Colemergê li dijî artêşa dagirker a tirk ji bo serweriya gerîlayên me ya li herêmê bişkîne derketibûn operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke berfireh hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 11'ê Cotmehê de li ser riya Dersim-Erzinganê li fitloneka Tevneşiyê ji aliyê gerîlayên me e rê hatiye kontrolkirin. Di dema kontrolê de ji nava minîbûsekê ji aliyê çar kesan ve gule hatiye reşandin û demekê pevçûn qewimiye.
- Ayrıntılar