Bi Newrozê re, têkiliya Tirk û Kurdan kete qonaxeke nû.
Kurdan stratejiya “Êdî Bes e, yan azadî yan azadî” bijart û di çarçoveya têkoşîna demokratîk û parastina rewa de, daxwazên xwe bînin ziman û heta dawiyê bimeşin.
Lê em heman tiştî nikarin ji bo dewleta AKPê û serokwezîrê Tirk Tayyip Erdogan, bêjin. Di roja yekemîn ya Newrozê de, Tayyip Erdogan di nava hestên Bonapartîst de, li şatoya xwe civînek çêkir û bi xetên qalind stratejiya xwe ya nû (lê kevin) kire pratîkê.. Starejiya nû (lê kevin) ya Erdoganê Bonapartîst 10 xal in, lê xalên esasî 3 ne. Yek, girtina BDPê, du di tara bêjingê de minîmînalîze kirina PKKê, sê di nava Kurdan de derxistina alternatîfa partiyeke siyasî a renge TRT 6.
Ev stratejî, demeke dirêj e di geometriya hişmendiya stratejisyenên Erdogan de ye û berî niha jî, min bal kişandibû ser vê stratejiyê. Mixabin, haveynê vê stratejiyê jî, hinek siyasetmedarên Kurd in û ev demeke ku di nava “cehdekê” de ne, rola bextreşî û siyaseta korûkerrende dikine pratîkê.
Li gorî stratejiyê, Erdogan ferman da û wezîrê karên hundir jî, Newroz qedexe kir. Ev ferman û biryara qedexe kirinê, ne ji bo aramî û rêkûpêkiya civakî bû. Naaa, parçeyek ji starejiya nû bû û hate xwestin ku Newrozê, ji wateya wê ya dîrokî dîr bikin, di rojekê de bifetisînin. Ya duyemîn, fetisandina îradeya gelê kurd bû. Ya sêyemîn şikandina hêza Haraketa Azadiya Kurd û têkbirina pêşengiya BDPe bû. Piştî ku gelê Kurd, bi têkoşîna şoreşgerî, fermana qedexe kirinê red kir, bi îradeyeke mezin û dibin pêşengiya hilbijartiyên xwe de meşruiyeta dewleta AKPê têk bir, gava sûyemîn hate avêtin.
Ji bo vê jî, du bajar hatin bijartin. Yek Batman bû, ya din jî Cizîr, yan jî Gever bû. Li Geverê ketin nava hewldanan û haveynê stratejiyê deşoyî kirin û xerab kirin. Li Cizîr û Batmanê ketin nava hewldanan.
Geomteriya hişmendiya stratejisyenên Erdoganê Bonaparîst, ji bo bûyerên drametîk û kiryarên faşîzan gelek plan amade kirine. Di paşerojan de emê planên nû jî bibînin.
Li gorî stratejiya nû û amade kirina girtina zemîna BDPê, senaryoya êrîşa li dijî avaniya BDPa Cizîrê hate amade kirin.
Êrîşa li dijî avaniya BDPa Cizîrê, bikaranîna çekan senaryo bû û ji bo girtina BDPê mîzansenek taybet bû. Di roja duyemîn ya Newrozê de, mîzansena bi karanîna çekan li dijî polîs û gulebaran kirina avaniya BDPa Cizîrê, êrîşa hundir, li hundir dîtina keleşinkofê, (!) girtina binçavan û welweleya Medya Tirk, teva di civîna li şatoya Erdogan de hatin amadekirin. Ev aliyê polîsî bû û serketî jî kirin pratîkê.
Beşê yekemîn yê senaryo, ji aliyê Wezîrê Karên Hundir Idrîs Naim Şahîn û polîsên wî ve kete pratîkê.
Nıha dora Wezîrê Karên Edaletê Sadullah Ergîn e. Ji ber ku Sadullah Ergîn jî di civîna Şatoya Erdogan de amade bû.
Manîdar e: Êrîşa li dijî Ahmed Turk jî di roja duyemîn ya Newrozê de pêk hat. Planê li Batmanê û bijartina Ahmed Turk, ji senaryoya Cizîrê mezintir bû û linca parlamenteran hebû, lê negirt. Ahmet Turk jî ev mijar anî zimanr.
Tiştê balkêş: Roja sêyemîn, yanî piştî pêkhatina senaryoya li Cizîrê û êrîşa li dijî Ahmed Turk, polîsan helwesta xwe guhert. Lê, li eniya eskerî ketin nava haraketê û operasyona Cudî dane destpêkirin. Bonapartîst Erdogan, xwest têkçûna xwe ya di cejna Newrozê, bi operasyona Cudî berteref bike. Ev jî geometriya hewngîriya Erdogan bû. Lê dêwla wî li Cudî jî kete çalê û winda kir. Piştî encama operasyona Cudî diyar bû û di saetên ber êvarî de derkete holê ku hêzên artêşê hatine “qunrimkirin” û encam fiyasko ye, Medya Tirk, kete nava haraketê û dahola derewan lê da.
Erdogan, bi xwe jî dahola derewan bi milê xwe ve kir, şivik û kopal hejandin. Di civîna koma partiya xwe de, gotinên kuştina zarok, jin û kalan dubare kirin. Ev îdeolojiya wî ya siyasî ye û li ser bingeha zordestî û kuştinê hatiye rûnandin.
Di sedsala navîn de, ji bo bêdengkirina cemawer, ji bo dîlgirtina komên xelkê, sêdarên dardekirinê, yan jî giyotîn dihatin bikaranîn. Propagendeya zordestan jî, hinceta “antî-civakî” bû. AKP û cemaet jî, ji bo demokrasiya Erdoganîst, hinceta KCKê derxistin pêş û hejmara girtina siyasetmedarên Kurd gihandin derdora 8 hezaran. Ev sîstema otorîter, ne ji kula demokrasî ketiye; ne ji kula rêkûpêkiya komên xelkê, aramî û aştiya civakî ketiye. Naa, armanc cûda ye. Pêşî terora polîsan dikine pratîkê, piştre wek metefora zorê êrîşan lidardixin.
Ev “saltaneta terorê” ye. AKPe û cemaet jî “îtaeta tirsê” baş diafirînin, baş bikartînin û saltaneta xwe jî bi hêz dikin. Amûrê vê seltenatê, “terora germ e”, ev hewngiriya bonaparîst e û tenê bi riya “felsefeya barbar” dikare pêk werê.
Pêşî Haraketa Azadiya Kurd ev nexweşiya AKPê û cemaetê keşif kir û doh Murad Karayilan bal kişande ser vê yekê, piştre Gelê Kurd... Bi vê mebestê, Gelê Kurd di pîrozbahiya Newrozê de, meşûriyeta desthilatdariya dewleta AKPê red kir. Ew destînî/qedera ku AKPe û Cemaeta Gulen ji bo gelê Kurd dinivîse, yan jî dixwaze binivîse, bi tundî hate red kirin.
Di vê pêvajoyê de barekî giran dikevê ser milên BDPê. Dive ku di arêna siyasî de êrîşî AKPê bikin û stratejiya nû ya dewleta AKPê baş deşîfre bikin.
Medeni Ferho
- Ayrıntılar
Jiyan çiqasî zor be yan jî hesan be, moral hêzdide ji bona tu bimeşe, lê belê çavkaniya moralê jî girîng e. Gelek bîranînên ku gerila jiyandikin peytandina vê rastiyê ne. Berf di van her du rojên borîn de bê navber dibariye, mirov nikarîbû ji derve bisekine. Di hûrdemekê de ji serê te heya lingê te dibû berf. Hewa jî gelekî sarbû. Lê belê mirov dikare bibêje wê berf li pêşiya gerilayên şêt bibe asteng. Em taxima şehîd Rûken bûne sê gurûp. Gurûpeke avê derket, gurûpek wê çûbane wezîfe û gurûpa dîtir jî wê berfa li ser mangan paqijkiribane. Hejmara gurûpa wezîfe gelek bûn. Gurûpa çûbane wezîfe şensê wan hebû, wê di berfê de bimeşin. Em pênc hevalên jin bûn, hevala Bêrîvan bi zora xwe kete pêşde, di pêşde meşandin fadakartî dixwaze, ewê herî zêde şilbibe û gava di bin daran de bimeşe ew berfa li ser daran, destpêke bi serê wê de tê xwarê. Me makîne fotoyê jî bi xwe re biribû. Mîna ku em cara yekem berfê bibînin, em di nava wê berfê de dileyîstin. Ya herî zêrek di nava me de hevala Asmîn bû, wê hemû heval dixistin nava berfê de. Hevala Bêrîvan jî di pêşde dimeşî û ji me re rê vedikir. Gava ku em dimeşiyan her carekê em di milekî de diketin xwarê. Miroveke ku moralê wê nexurt be, teqez nikarîbû di wê rêkê de bimeş e. Em gihîştin dolê, berfa li ser daran mîna ava sulavan dihate xwarê. Te hezdikir li wê bergehê binêre. Hevala Nûda û Zîlan bi zanebûn diçûn bin daran disekinîn ji bona ew berf bi serê wan de were xwarê. Gava ku hevala Nûda di rêkê de dimeşiya ji me pirsî “Hûn dizanin ez niha çi hîsdikim? Di kêliyên veşartî de bêhna azadiyê tê min, gelo ev kêlî wê careke dîtir bidestê me bikevin?”
Gava tu di zoriyê de xebatekî dike, însan dizane ku têkoşîndike. Di hewayekî weha zehmet de çûyîna wezîfe têkoşîneke bi serê xwe ye. Mirovên ku moralê wan nexurt be di wî hewayî de nikarin du gavan bavêjin. Hevalên ku bejna wan kin bû, di nava wê berfê de wendadibû. Hevala Nalîn kin bû, ji ber wisa hevala Zîlan ya bejin zirav li pey wê dimeşiya ji bona ku di nava berfê de wendanebe. Em bi moralekî xurt gihîştin cihê arzaq. Her hevalekê dixwest barê giran ji xwe re bigire, me hemûyan dizanîbû barê te giran be û tu di wê rêkê de bimeşe, zehmetiyên xwe hene. Hevala Bêrîvan û Nûda barê herî giran girtin. Destê me qerisî bûn, me hemûyan bi hev re destek dida hev û em weha birêketin. Di rêkê de berf nema dibarî, lê belê şûna wê hewayekî gelekî sar hat û di carekê de cilên me hemûyan qeşa girtin. Ser wî halî de em bi hevdû dikeniyan. Di bin wî barî de em çep û rast diçûn û dihatin. Dîsa hevala Zîlan destbi henekan kiribû, sebra me danî heya ku em gihîştibane wargehê. Ey xwedê dema ku ew bayê sar li me dixist çiqasî sar b. Em çiqasî westiyabûn jî, em di cihê xwe de nedisekinîn. Di berfê de seknandin mirin e. Dema ku hevalan dixwestin bisekinin û navber bidine, me destor nedida. Hêdî-hêdî em gihîştin wargehê, hevalên dîtir hatin pêşiya me, di danîna bar de destek dane me. Ji me re çayê amadekiribûn û piştî me cilên xwe guhertin em bi hev re ketin bin betaniyê de. Hevalan destor nedan em nêzî sopê bibin û germahî bide me. Em hemû bi rewşa hevdû dikeniyan. Birastî wezîfa me gelekî xweş derbas bû. Jixwe me di rêkê de ji hev re digot “ev wezîfe jî wê bibe bîranîneke em ticarî jibîr ankin.”
Dûnya Cemîl
- Ayrıntılar
Di serî de emê bi taybetî li ser sedemên ku hiştine di Rojhilata Navîn de qirîz çêbibe, bisekinin. Emê despêke li ser zîhniyetê bisekinin. Em zîhniyetê mîna berê nanirxînin, li gorî meteryalîzma dîrokî û li gorî nêzîkbûnên zanistên civakî yên pozîtîv, me zîhniyet dinirxand, ev yek di asteke jor de bandoreke cidî li ser guhertine nade çêkirin. Em zîhniyetê mîna beriqandina rewşên madî û aborî nanirxînin. Zîhniyet ji wê bêhtir xwedî bandor e. Her çiqasî bi rewşa madî ve eleqedar be, lê belê di aliyê pêşxistin û guhertina rewşa madî de, rolekî bingehîn dileyîz e. Ji bo vê jî; ji pirsgirêkên aborî, siyasî û gelek xalên ku dibin sedemê gel di Rojhilata Navîn de, di nava qirîzan de bijî, bi zîhniyetê ve girêdayî. Dema ku zîhniyetekî vekirî tine be, derfetên madî çiqasî hebin bila hebin, ew derfetên madî eger di çarçeva zîhniyet û zanisteke rast de neyên nirxandin, dewlemendî û bilindkirine astê jiyanê di hundirê wan civakan de nemumkine ku mirov behsbike. Rewşa heyî jî eve; bi erdnîgariya xwe ya fereh, bi erda xwe ya çandinî, bi nifûsa xwe ya ciwan û bi dewlemendiya erdê xwe, pêwîste standartê jiyanê yê kesayet di Rojhilata Navîn de ji aliyê aborî ve, ji Keneda û Sengafûr jî derbas kiribane, lê belê em li roja îro dinêrin, ji nêvî nifûsê bêhtir dibin sînorê birçîbûnê deye, ev yek ji nêzve girêdayî zîhniyetê ye. Zîhniyet ji têgîneke razber(soyut) bêhtir, esas yê ku tevgera kesayet û civakan diyardike, zîhniyete. Nêzîkbûna ji nirxan re, ji meselên madî re, ji jiyanê re, ango jiyanê bi giştî çawa dinirxîne, ev hemû qalibên zîhnî yên ku ew civak û kesayet begemdike, li ser esasê wê çêdibe. Ji ber vê yekê pirsgirêkên zîhniyetê di aliyê peydabûna qaosê di Rojhilata Navîn de, sedemekî weha besît mirov nikare binirxîne. Ji bona ku mirov vê meselê baş fêmbike, girînge em li ser dogmatîzmê bisekinin. Dogmatîzm çiye? Ew nêzîkbûnên ji nirxandin û gengeşî(tartişma) re girtî, nêzîkbûnên di derbarê meselan de, yên ji lêpirsîn û rexnan re girtî, ango mîna heyî tu neçarî qebûlbike. Dogmatîzm metotên fikir yên li ser esasê veguhestine û neqilkirine, ne li ser esasê lêkolîn û hişê mirove. Ango kalê te weha ji bavê te re dibêje, bavê te jî weha ji te re dibêje. Di vê yekê de lêkolîn, lêgerîn û lêpirsîna hiş nîne ango di sinafa hiş de derbas nabe, ango jiberkirin û qebûlkirin esas tê girtin. Ji bo vê dogmatîzm rê li pêşiya guhertine digire. Di Rojhilata Navîn de dogmatîzm pirsgirêkeke cidî ye. Dogmatîzm netenê di Rojhilata Navîn de heye, li her deverî heye, ew jî heya astekî dikarin bi dogmatîzmê bimeşin, ji ber çi? Dogmatîzm heya astekî pêwîste, di kîjan çerçevê de pêwîste? Mînak ez îro nêrînekê dibêjim, ez vê nêrînê lêkolîn dikim, rewşa heyî êdî aramiyê bi xwe re nayîne û nema tê qebûlkirin, li dijî rewşa heyî ez hewldanekî didim, ji bona derbaskirine ez hewldanekî fikrî û piratîkî didim, ev heyanî astekî dogmatîzm e. Ji bona em bikaribin metotên xwe berçavan re derbas bikin, pêwîste em herdem ji rê û rêbazê xebatê re deriyekî vekirî bihêlin. Zanistiya xwe li ber çavan re derbas bikin. Herdem agahiyê xwe bi rewşa heyî re bidin berhev ka raste yan jî neraste, pêwîste em derî ji guhertine re vekirî bihêlin. Carne dogmatîzm ewqasî eşîrîdibe û bi hêzdibe destor nade ku em wê mecalê bibînin. Muhafezekar dibe û li gorî xwe dibe, tiştê heyî jinedîtîve nêzdibe, mîna ku tiştek nebe nêzdibe û di xwe de isrardike. Îro zanista pozîtîv di rojava de dogmatîzme, ew jî tiştekî xirab e. Lê belê di Rojhilata Navîn de dogmatîzm gelekî dijwar e. Bandora wê ya mezin li ser tevgera civakê çêdibe, destor nade ku civak tevgerbike û pêşbikeve, bi zorê dixwaze di cî de bide rawestandin. Ev yek ji çi tê? Balkêşe; dibe ku aliyê wê yê erênî be jî, eger em karibin teqandinekê bikin û hîn bêhtir xwemalî (orjinal) be, lê belê di roja me ya îro de nûnertiya aliyên dogmatîzm yên neyînî têkirin. Ev aliyên wê yên neyînî çi ne? Rojhilata Navîn ciyê rêgeza ne, ango yekemîn tişt di vir de derbasbûne û çêbûne. Fikir û bicîbûn di vir de destpêkiriye, îqtîdar di vir de derketiye, dewletbûn di vir de çêbûye, mîtolojî, dîn ango xebatên fikrî û piratîkî li vêderê xwe nîşandane, huquq, bîrkarî, dewlet, avahiyên dewletê û saziyên wê, heta zanistên xwezayî hemû ji vêderê derketine, ev derketin ne tiştên biçûkin. Em xwe mirovekî Kurd bihesibînin! rojekê ji rojan di derbarê fikrekî serbixwe û azad de, raman û zanistiyekî me tinebû, ji nişkeve dema em bînin bîra xwe, hevalên ku yekemîn car manfisto xwendibe û rêya şoreşa Kurdistane xwendibe, hemû tiştî nûdibîne, ango xelekên xwe yên ku wendakirine nûdibîne, wê demê cîhana wî ronîdibe, aramî jê re tê, ji heyecanê canê wî gurîzek digire, bi vî teşeyî mirov bi heyecanekî mezin dihis e. Tu her tiştî nûdibîne, ev jî ji te re dibin mîna tiştên pîroz, tu naxwaze derbas bike, ji ber ku tu heqîqetê di wir de dibîne. Mirovê ji rewşekî heywanî derketiye û vêcarê di derbarê rêxistinkirina jiyana xwe de bigihîje agahî, dîn, exlaq û zanistê, ji wî re ev tişt gelekî balkêş û mezine, ji ber vê yekê bi rengekî pîroz begemdike û dipejirîne. Çavkaniyên dogmatîzmê di Rojhilata Navîn de evin. Em dîqet bikin; dogmatîzm di cihekî dîtir de serwer nabe, ji ber çi weke misyone, mecal û derfetên manevra yê karibe li gorî xwe û li gorî berjewendiyên xwe teşe bigire heye. Mînak mîtolojî di Rojhilata Navîn de jî heye, di Grek û Roma de jî heye, lê belê mîtolojiya Gerk û Roma mîtolojiyekî hîn bêhtir însanî ye, ango hîn bêhtir hêza însan tê de heye, hîn bêhtir însan dikare li gorî şertên jiyana xwe teşe bide xwe, heya carne red dike, napejirîne û li gorî berjewendiyên xwe li dijî îrade wê derdikeve, lê belê di Rojhilata Navîn de weha nîne. Di Rojhilata Navîn de mîtolojî heqîqet bi xwe ye. Çavkaniya heqîqetê ye, ango ji bona her tevgerekê binasî(gerekçe) jiyanê ji xwe re peyda dike, pêwîste îfade xwe di mîtolojî de bibîne. Ji bo vê mîtolojî yekemîn zaniste, di wextê weke roja îro de bîrkarî, fîzya û kîmya pêşneketibû. Însan anceq sirê jiyanê, mirine, çêbûyîne, gav bi gav îfadekirine nakokiyên di navbera çînan de, derketine desthilatî û dewletbûyîna van desthilatiyan di hundirê mîtolojî de îfadedike. Ango di wextê hîna metotên zanistî pêşneketibûn, mîtolojî her tiştî îfade dikir. Çawa em bixwazin rastiyekê bînin ziman, pêwîste em keşfekî biyolojîk, fîzîk û kîmya bikin, rengê zanistan ji bona xwe bikin referans, wê wextî pêwîste îfada xwe di mîtolîjî de dîtibane, pêwîste binasî(gerekçe) rastiya xwe di mîtolojî de bidîtibane, yan jî nerastî û neheqîqet bû, kesekî nikarîbû cesaret bike ji bo vê yekê îfadebike. Ji ber vê dogmatîzm di Rojhilata Navîn de gelekî kûr e. Dogmatîzm di Rojhilata Navîn de nayê guhertin, lê belê tê îmhakirin. Mînak di Babil, Akad û Aşûr de reform çênabin, dogmatîzma di wan de, yan teqeze yan jî bi temamî tê hilweşandin. Taqetê (mecal) nirxandine, lêgerîn, lêpirsînkirin û rexnekirine di dogmatîzm de nîne, her tişt teqez e. Ji ber çi? Wan metotan perspektîfên jiyanê dane mirovan û ew birêkûpêk kirine. Hîn bêhtir jêre derfetên mayînê, parastin, xwarin û vexwarinê peydekiriye. Ji bo vê weke mizgîniyekê ji xwe re dibîne, perçekî jiyana xwe dibîne û bi wê rastiyê re dibe yek. Di roja me ya îro de yên mîna çep û netewperwer, xwestin şûna dîn bigirin, lê belê nikarîbûn. Ev yek ji çi tê? Hinek tişt hene pêwîste mirov di zemîne wan yê madî de binirxîne û karibe bi mînakên roja îro re destek bide. Em ferzbikin mirovek li gundekî be, ew gund felsefeka wî ya jiyanê heye, ango li ser esasê nirxên gunde xwe jiyana xwe pêkaniye, ev mirov piştî demekê çû Ewrûpa, ango ji wî zemînî dûrket, piştî demekê dema ku tu wî mirovî bibîne, tuyê bibêje ev însan hatiye guhertin. Lê belê mirovên ku li gund mane hîna weke xwe ne. Sedemê wê çiye? Di vê xalê de gelek pirsgirêk hene. Em dibêjin cara yekemîn pêşketine mirovan li Rojhilata Navîn çêbûye, li Mezepotamya jêrîn, li derûdora çemê Nîl yê li Misirê çêbûye. Heta berî wê li Hîlala Zêrîn ya li Zagros û Torosan, qadeke ku şoreşa Newlîtîk tê de çêbûye, weke cokên avê xwe berdaye, xwe bera çemên mezin dane, li Mezepotamya jêrîn bûye şehristanî û bi vî teşeyî li cîhanê belavbûye. Yekî dibêje temam; madem yekem car şehristanî ji vir derket, wê demê çima insiyatîf ji destê Rojhilata Navîn derket? Eger ku Yunan ji me fêrbûn, çima em ji wana pêşdetir neçûn? Tiştekî di zemînê xwe de mehkûmî hinek nirxan be, ji wê nikare derkeve û neserbest e. Ji bo vê yekê mirovekî di Rojhilata Navîn de mezin bû, teqlîd û jiberdike. Pergala heyî cîl bi cîl xwe diparêze, li ser esasê perwerde , di malbatê û dewletê de, bi vî teşeyî herdem xwe dûbare dike. Ya ez ji wir derdikevim diçim cihekî dîtir, yan jî ji dervere lêdinêrim. Ezê li çi binêrim? Ezê binêrim gelek tişt hene, avahî, tip, hendese û bîrkarî heye ev tişt başin, lê belê herdem xwe dubaredike, ji ber ku çandekî civakî heye wî mehkûmî dubarekirine dike, dibêje “weha çêbûye, jiberkiriye û weha dewamdike”, ji ber ku mehkûmî wê ye, eger wisa neke, ew kevneşop wî tavêje û mehkûmî mirine dike. Mirovên ku jiderve li Rojhilata Navîn dinêrin, çidikin? Tiştên baş ji bona xwe digirin, lê belê nemehkûmî teqlîdkirin û terzê wan yê jiyanê ye, nemecbûre jêre bibe kopya. Li gorî şertên xwe fêrdibe. Eşkere ye ku zanyarên mezin yên ku rê li pêşiya bilindbûna rojava vekirin, yên mîna Paliz û Fîtagorsin. Ev kesane li Babil û Misirê fêrî estromonî, hendese, bîrkarî, û gelek tiştan bûn. Lê belê van kesayetan mîna mirovekî rojhilatî kopya nekirin, li gorî şert û mercên welatê xwe bişavtin. Tiştên ku ji wana re fêde bûn, pêkanîn. Ev serbestbûn dihêle ku tiştek ji aslê xwe bêhtir pêşbikeve. Ango tiştekî çiqasî koka xwe rojhilat be jî, lê belê li rojava hîn bêhtir pêşketin pêre çêbûye. Îro cûdahiya di navbera Amerîka û Îngiltre de jî cûdahiyeke zîhnî ye. Em binêrin Amerîka di bin metîngeriya Îngiltre de bû, Amerîka ji aliyê Awrûpiya ve hatiye keşifkirin û dîtin. Em dîqet bikin îro Amerîka bi dewlemendiya xwe ya madî, siyasî û ramanî ji hemû cîhanê xurtir e. Ji îngîltere û Ferense jî xurtir e. Mesela hemû zîhniye, ji ber çi? Mirovên Amerîkî gava ku diçûn Ewrûpa, metotên jiyanî yên ku bikêrî wan dihatin ji xwe re esas digirtin. Nirxên daraz(değer yargi) bi Ewrûpa nehatibû çêkirin, bi felsefekî dîtir çêbibû. Bi nêzîkbûnên nû yên Anglo Pirotestant, yên li ser esasê takekesî, pragmatîsta eşîrî û li ser esasê fêda wî di kû de ye, çawa karibe serbest be, tevdigeriya, ji boy vê ev desthilatiya mezin bi destê xwe xistiye. Yên ku bibêjin Amerîka mêtîngeriya Îngilîzan bû, çawa ji Îngilîzan mezintir bû, zanetir û dewlemendtir bû, ji boy vê ye yekê bû. Mirovên Amerîkî gava ku ji Îngiltere derdikevin, netenê weke fêzîkî ji Ewrûpa derdikeve, di ruh de jî ji Ewrûpa derdikevin. Nirxên ku di Ewrûpa de ew teng dikirin, ji bona xwe rewacdar (geçerli) û esas nedigirtin. Jiyana xwe li gorî berjewendiyên xwe mîhengdikirin (ayarlanamak). Keneda, Meksîka û Berazîl jî wê demê hatin keşifkirin, hemû bi hev re hatin keşifkirin, çima ew li paşman, lê belê dewletên yekbûyî yên Amerîka li pêşin? Ji ber ku zîhniyeta mirovê Amerîkî bi rêvedibe, zîhniyeta Anglo Protestante, ya li ser nirxên ezeztî û pragmatîk hatiye avakirin, ewên ku xwe ji hînbûnên kevn tecrîd kirine, tenê di çarçeva berjewendiyên xwe de tevgerdikin. Mirovekî Yunanî ji Eşûran tiştekî fêrbibe, naçe weke Aşûran jiyan nake, wê weke xwe bijî. Tiştên ku fêrbûye neweke tiştekî zêde bike(ekle), qat bi qat wî tiştî mezindike. Ji bo vê di asta teqandinekê de, mezinahiyekê çêdike. Şehristaniya Rojava li beramberî şehristaniya Rojhilat di astê teqandine de guhertinê çêdike. Ev rewşekî girînge, wî wextî pêwîste em pirsgirêk di zîhniyetê de binirxînin. Pirsgirêka zîhnî çiye? Emê zîhniyetê bi rengekî dogmatîk, di çarçeva pîrozkirine banekî (alişkanlik) de binirxînin, yan jî emê herdem qalibên xwe yên baweriyê, ango qalibên di hundirê mejî û tevgerên me yên jiyanî de, bi zanistê re bidin berhev. Bi vî teşeyî emê bijîn, lê mixabin heya niha em bi jiberkirin (azbere) diçin, yan em tiştên derve kopyadikin, yan jî em bi hêza kevneşopan dijîn, her du jî guhertine çênakin. Ji bo vê jî zîhniyet her tiştî diyardike. Ango rewşa aborî jî diyardike. Ereb henefiyên petrolê qutbikin, wê rojava dînbibe. Çavkaniya madî di destê ereban de ye, lê belê gelekî li paşin. Ev tê wateya ku çavkaniya madî têrê nake ku mirov pêşketine çêbike. Zîhniyeta rast dikare çolê bike beheşt, lê belê zîhniyeta çewt vê behştê dikare biqulibîne dojehê. Ji ber vê yekê pêwîste mirov di meseleyên zîhniyetê de baş kûrbibe. Zîhniyet bi qalibên hatine danîn, bi hêza mîtolojî û olên yek xwedayî û bi saziyên dewletê, xwe bi zorê bi cîkirine, ev yek li pêşiya pêşketine zîhnî dibe asteng.
ŞEHÎD RÛSTEM CÛDÎ
- Ayrıntılar
Nasnav: Sakîne
Nav û paşnav: Zeliha Toros
Sal û cihê jidayikbûnê: 1961 - Gundê Dîbiyê (Sogutlu), Pazarcix, Mereş
Sala tevlêbûnê: 1985
Dîrok û cihê şahadetê: Sermawez (Mijdar) 1992 - Turkoglu, Pazarcix, Mereş
- Di mijara "rastiya jinê" de hin pratîkên berovajî û nêzîkatiyên şaş pêşdikevin. Rewşa me ji bo biryardarkirinê û hêza me ya nîqaşkirinê li pêş e. Ji platformeke rêzê zêdetir vir xwedî hêza nîqaşkirinê ye, xwedî hêza biryarê ye. Li gor kombûyina me pir bi bandor û xurt e, wê ev biryar li ser hemû Partiyê bi bandor be. Ev biryar di pêşxistina feraseta rast û xurt de dikare roleke girîng bilîze. Me careke din bi xetê bingehîn mijara"rastiya jinê" vekir û nîrxand. Mijar baş hate famkirin? Xalên îtîrazê hene? Em dikarin mafê daxuyaniyê û pirsên li ser nîrxandinên me bidin kesên li ser mijarê xwe westandine. Nemaze ev ji bo hevalê jin hîn girîngtir e. Me hewl da mijarê ronî bikin, têrê dike? Divê hinek jî hûn xwe bidin axaftin û bersiva bidin.
Jibîrnekin ku, hûn tekoşîna çareserkirina pirsgirêkên xwe yê azadiyê jî didin, ev derfeteke, biçûk nebînin. Weke me destnîşan kir, tekoşîna azadiyê hemû tiştê we ye. Parastin û nîrxandina vê derfetê, bi hişyarbûna we ve girêdayî ye. Nav Partiyê cihê xwestina ji kevneşopiyê, ji girtîbûnê û ji kêmasiyê rizgarbûnê ye û zemîneke bêhempa ji bo nêzîkatiyeke xurt ji bo diyarkirina çarenûsa xwe dide, ji bo vê derfetê tekoşînê dide. Ne tenê hişyarbûn, divê hûn taybetmendiyê zemînê tekoşînê jî bizanibin û ji bo encam bigrin divê hûn giringîyeke mezin bidin. Derfetek derketiye holê, di ronahiya nîrxandinên me de hûn dikarin rola xwe bilîzin. Divê hûn mejiyê xwe ji bo pirsgirêkê biwestînin, di tevgerê xwe de di asta dawî de rêzikdar bin. Divê wateya azadiyê ya hûn dixwazin pêşbixin, bi pê hisandin, bi encam girtin, bi jiyankirinê û li dijî paşverûtiyan xwedî helwest bin. Ya em dikin tenê alîkarî dayina we ye. Me hewl da hinek pêşiya pirsgirêkê vekin, ji bo hûn li ser piyê xwe bimeşin, me ew qas daxuyaniyên berfireh kir.
Weke me got, berê hûn tevlî nava gelek cûreyên koledariyê bûne. Ji bo vê jî em we gunehbar nakin û em xwe naspêrin vê û em naxwazin bi xwe jî bibin amûreke zext û mêtingeriyê. Di eslê xwe dê ji gelek helwest û tevgerê dîjî we re hûn vekirinîne. Em van rast nabînin. Pêwistiya feraseta me ya azadiyê, pêwistiya feraseta Rêbertiya ya PKK jî bi vî rengiye. Lê ez ne bawerim ku hûn vî şensî baş dinirxînin. Di van mijaran de we xwe gelekî xiste nava rewşên pasîf. Diyar dibe ku hûn ciheke kevneperest û hinek jî riya navîn layiqê xwe dîtiye. Wê ev yek we di dema dirêj de bêhêz bihêle, wê hewldanê we yê azadiyê bêhêz bixe. Divê di vê mijarê de hûn xwe bi niyetên baş nexapînin. Bi giştî hûnê bi hêza xwe bawer bikin û hûn ê bi nêzîkatiyên azadiyê yên partiyê di vê mijarê de bawer bikin. Derveyî vê tu nêzîkatî û feraset we mezin nake, we pir pêşnaxe.
Me xwe spart feraseta partiyê ya wekheviyê, di vê mijarê de me hewl da nêrînê xwe bi berfirehî pêşkêş bikin. Pirsgirêk ne pirgirêkeke tenê bi me çareser bibe. Ji xwe li dijî ferasetên şaş tekoşîneke me ya dijwar mijara gotinê ye; me ev anî ser ziman. Koledariya jinê û nêzîkatî û ferasetên wê yên bûrjûwayî û feodaliya sexte - ji xwe di heman demê de bi dek û dolabe jî- bi salane gelek hêmanên li serê partiyê bûye bela derxistiye holê. Çiqas bêmirêzên bi lanet hebin di nav wan de zîl dan. Bi wan re tekoşîneke mezin, him jî tekoşîneke rê li ber gelek wendahiyan vekir hate dayîn. Di vê mijarê de me gelek şervan şehîd dan. Gelek ji wan bûn qurbanê vê ketîbûn, dek û dolaban. Weke encama vana hemûyan jî em gihîştin hêza fikr û ramaneke diyar. Fikr û ramana xwîna herîkî ava bûye. An na ev dahûrîniyên em dikin ne çareseriyên ji xwe ber bûne. Hûn vê nizanin. Girîngiyeke mezin ya van heye.
Ger perwerdeya xurt a partiyê nebûya, nedikarî gavên zêde biavêje. Perwerde, pêvajoya azadiyê ya xurt, nêzîkatiyeke azadixwaz ji bo pirsgirêkê pêkan kiriye. Ev herdem mijarê girîngin. Hûn di jiyanê de tekoşîneke li van mijaran haydar be nameşînin, van pêwîst nabînin. Di tehlîla dawî de ev hemû, hûn nêzîkatiyeke textîka kêm a ji pirstgirêkê bi xwe re tîne ku bi vî rengî jî yê wenda bike hûn ê bin. Ev girîng e. Weke me destnîşan kir, gelek caran ji bo jinekê kuştin dibe. Li vir jinê pîvanê ji dest berdaye. Bi salane em li rastî mînaka tevgereke hevgirtî û bi tenduristî nehatine. Di vê wateyê de tu aliyê vê pirsgirêkê yê sivik û ji rêzê nîne. Ev mijar têra xwe ciddiyetê, hêzê, kemalîbûnê û şer ê dixwaze. Em pirsgirêkê gelek hevalê xwe vedikolin, di bin de ev pirsgirêk derdikeve. Çima? Ji ber nikare çareser bike! Di encamê de em wenda dikin.
Em hêza çareserkirina pirsgirêkane. Tevgera me di bin bandora van de mayinê napejîrîne, mayina dibin bandora tu pirsgirêkê de napejirîne. PKK ev yek heq kiriye. Avahiya bi gelek pirsgirêkan a asta mirovahî di bercesteya Kurdistanê de, PKK weke tevgereke, weke hêza çareserker pêşwazîkiriye, tevgera herî azad û bi îddia a serdem a me ye. Divê mirov vê rastiyê sivik negre dest. Hûn ê teqez vê fam bikin û li gor pêwistiyê wê xwe biguherin. Hûnê di raman û giyanê xwe de bigihêjin vê mezinahiyê. Divê hûn partiyê nekin cihê ramanê xwe yê tevlihev, bêpergal, û ji jêr de dimeşe, nekin goriyê giyanê xwe yê nû. Ev mijarên girîng in.
Min ji bo hevalê jin bi giştî beriya niha hin mijar gotibû. Ger di aliyê xwe yê paşwerû de israr bikin, van taybetmendiyan dikare bibe heta dij-şoreşê jî. Heta di taybetmendiyê jin a paşverû de bê israr kirin, wê pratîkên bêberpirsyar, nayê disiplînê û kaîdeyên partiyê gohdar nake, wê derkeve holê. Divê li dewsa di paşverûtiya xwe de israr bikin, pêwîste şoreşgeriya bi kaîde bikeve meriyetê. Di vê mijarê de ne tawîzdana partiyê, her diçe binpêkirina van di rojevê deye.
Sakîne: Di vê mijarê de teqez berxwedan ne mijara gotinê ye, ango di nepêşketinê de, di ne azadbûnê de, nemaze negihiştina pîvanên partiyê de israr nîne. Di gihîştina kesayeta mîlîtan de kêmasiyê min hene. Divê ez vê destnîşan bikim ku beriya niha hin nêzîkatiyê min ê bi pêşdarazî hebûn. Dema ez pratîka xwe ya derbasbûyî di ber çavên xwe derbas dikim, ez famdikim ku min pratîkeke baş nemeşandiye. Min tevlêbûna xwe ya şaş a partiyê di vê qada akademiyê de fam kir, derxist zanebûne. Min niha famkiriye ku di ferasetên şaş de israr kirin encam nagre.
-Hûn xwe ji bo kîjan pratîkê bes dibînin? Hûn bêhtir ji bo kîjan pratîkê amadene?
Sa: Min beriya niha jî destnîşan kir. Dema ez sekna xwe li ber çavan derbas dikim, ez ê xebatên bajaran bikaribim baştir birêvebibim.
-Tê karibe bike?
Sa: Ez ê karibim.
-Ew xizmê we jî bi îddia kete nav kar lê pişt re, hîn nû dest bi kar û xebatan kir, nekarî xwe ji ketina bin kontrola polîsan rizgar bike. Van a çavkaniya xwe ji tarzê xebatê yên şaş digre. Divê li dijî berxwedanwariyeke bi vî rengî 40 serkeftin bihata bidestxistin. Ger tarzê xebatê yê baş neyê girtin, me gotibû wê hîn di serî de ev biqewimin. Ji ber hûn ji heman heyama malbatê tên ez vê dibêjim. Me rewşa hevalê navê wî derbas dibe, par di rexne li xwe girtina wî de anî bû ser ziman û me hişk jî rexne kiribû. Me got: "Tê bi van kêmasiyên xwe, xwe mehf bike" Ev şêwaza we girtiye jî şaş e. Bi vî rengî zêde tedbîran pêşnaxe û bi xwe baweriya zêde, hebûna dijmin jî li ber çavan nagre û hewl didin bixebitin. Dijmin bi hêz e, di vê rewşê de dijmin bi hêsanî dikare bipelçiqîne. Di encamê de bi vê ferasetê tu çiqas liberxwe dide, bide, ji binkeftinê wêdetir tu encamê nagre. Divê mirov ji van dersan derbixîne.
Tenê, yên di vê qadê de taktîkên partiyê bi hostayî pêk bîne, kesayeta partiyê gihîştibe kurahiyê, di vê wateyê de nûbûn û nûjeniyê bipejirîne wê bikaribe encam bigre. Bila pêwistiyên rexneyan bi vî rengî pêk were. Ger hîn hişyar tevger bibe, mirov dikare serbikeve, pêwiste mirov hişyar be. Ger pratîka bajêr mijara gotinê be, ev rewş hîn girîngtir dibe. Yên ji we çûne vê qadê di demeke kurt de ketiye bin kontrola polîsan, nekarî polîsan derbas bike. Herweha ev kontrol, rê li ber hatina kesekî sîxur a nav partiyê jî vekiriye. Dijmin kariye we weke pirekê bikarbîne. Ev hemû çavkaniya xwe ji xebatên şaş digre. Rewşa heye ji derfetên heyî sûdnewergirtinê nîşan dide. Ger xebatên bajaran mijara gotinê be naçare hîn zêdetir îllegal tevger hebe. Divê li vê qadê de derbaskirina xebatan, bihistyarî û hişyariya pêwist a ji bo herêmê nîşandan û taktîka tê xwestin pêk were. Ji vê pratîka dawî ders were derxistin, cardin ji jiyana borî ders were derxistin, ez bawerim mirov wê karibe li gor xeta partiyê bimeşe. Derketina derveyî xeta partiyê ji bo te nabe mijara gotinê.
Tu xebatên girseyê dinase. Berê nêzîkatiyên te yê bijare hebûn, feraseta te ya Kemalîst a ji jor ve li girseyan dinere û wan biçûk dibîne heye. Li şûna vê divê tu xwe bigihîjîne şoreşgeriya proleter û vê jiyan bike. Ango feraset a "girsey nezane, em tişta herî baş dizanin" şaş e. Na! Polîtîkayeke me ya girseyê ku ji girseyê fêr dibe heye, pêwîste wê pêk bînin. Divê mirov çeka xebatê ya PKK'ê şaş bikarneyne. Ez jî dema bi girseyan re dikevim têkiliyê, li himber wan rêzdar im. Gelek tiştên mirov ji wan fêr bibe heye. Meşa bi vî rengî zêde tiştekî jî naguhere. Pêwiste ev nêzîkatî were guhertin. Divê mirov bawer bike ku şoreş bi girseyan ve tê kirin, bi wan ve tê rêxistinkirin û pêşve diçe. Ev ne bûyereke wusaye ku mirov tevlî dewreyên zêde bibe. Hema hema hûn nêzî du dewreyan man ne wusa?
Sa: Belê.
-Zêde bûye. Ger encamên rast hatibe derxistin, wê we bide meşandin û wê hêz dabe we. Li ser vê bingehê tê karibe bibe xwediyê pratîkeke rast.
Sa: Raste Serokê min. Ez xwe amade dibînim.
- Fam bû. jiyaneke dirêj a we ya partiyê heye. Hûn di PKK'ê de gihîştin asta xwe bikin çareserî û bigihîjînin serkeftinê. Pêkanînan polîtîkayê li gor taybetmendiyên berbiçav ên herêmê, wê di gihîştina armancên we yê we ji niha û şûn ve diyar kiriye, di meşandina kar û erkên we bi awayeke serkeftî dikare we bike xwedî îddia. Divê careke din ev mijar dubare nebe. Yên zane, ne yên bi rik şaşitiyên xwe didin axaftin, yên bi awayekî zû xwe ji wan rizgar dikin e. Divê hûn vê zanebûnê nîşan bidin. Ev vê carê dibêjim, divê hûn hemû hişyar bin. Dibe ku em nikaribin hemû peyvên hişyarbûnê vebêjin. Ji bo vê ne derfet heye, ne cîhe heye, ne jî dem heye. Ya pêwîst e were kirin hate kirin. Yên nikaribin pêk bînin jî wê di bin de bimînin. Yên pêk anîn jî wê îspat bikin ku bi qasî careke din ven gotinan nedin dûbarekirin hişyar in. Di vê wateyê de cara dawî dibêjim, pêwistiya me hemûyan bi hişyariyê heye. Di vê mijarê de em bawer dikin wê gavên pêwîst were avêtin û em bi we bawer in.
1989 Nîsan.........
- Ayrıntılar
Bi pêşketin Îslamiyetê û gihîştina wê ya Kurdistanê, ji bo civaka Gelê kurd bû destpêka serdemeke nû. Heta Îslamiyetê bîrdoziya netewî ya Kurdan Zerduştiye. Di serdemên Îslamiyet derdikeve û dest bi pêşketinê dike, li Kurdistanê ji ber şerên du artêşan, ango ji ber şerên di navbera Împaratoriyên Sasanî û Romayan de rewşa wê pir perîşan e. Îslamiyetê piştî serkeftina xwe li nîv-girava Erabistanê îlan kir, bi hêza serdestiya şûr û baweriyê daye, dest bi tevgerên dagirkirinê (feth) dike. Riya berê bakur jî, ji Kurdistanê derbas dibe û di salên 640'an de artêşên Îslamê xwe dispêre deriyên Kurdistanê. Kurd di destpêkê de li berxwe bidin jî, ji ber westandin û rizandina bi sedsalan di nav nalên hespên du artêşan de mane, Îslamiyet adeta weke hêmaneke hevsengiyê tê pejirandin. Ji bo Kurdan ji bo dagirkeriya împaratoriyên Sasanî û Romayiyan a li ser Kurdistanê bişkînin, artêşên Îslamiyetê weke hêzeke siyemîn derketiye holê. Ji ber vê jî di serî de li dijî artêşên Îslamê liberxwe bidin jî, ji ber weke deriyeke rizgariyê dibînin, piraniya xwe di demeke kurt de Îslamiyet pejirandin e.
Li Kurdistanê pejirandina Îslamiyetê neqebeke girîng a dîrokiye. Piştî vê Kurd ji bîrdoziya xwe ya netewî ji Zerduştiyê dûr ketine. Di vê serdemê de beşek Kurdan yekser Îslamiyetê napejirîne. Yêziditî mînaka vê ya herî zêde tê zanîn e. Yêzidîti di nava demê de pir guherîbe-veguherîbe jî tevî ku ji îslamiyetê bandor bibe jî di cewherê xwe de berdewamiya Zerduştiyê ye.
Îslamiyet piştî vê pêvajoyê, di nav civaka Kurd de nemaze ji aliyê civakî, çandî, zimanî, wêjeyî, bawerî û ji her aliyê jiyanî ve dînamîkên jiyana civakî pêk tîne, di diyarkirina berê wan de bû hêmana bingehîn. Bi pêşketina çanda îslamiyetê, nasnameya bîrdozî ya Kurdan û di heman demê de baweriya olî ku çanda Zerduştî bû hebûna xwe berdewam bike jî her diçe bêbandor dibe.
Çanda biyanî ya çanda afirîneriya cewherî înkar dike, bi bişaftinên zordest çaviyên hişê civakî yên Kurd xetimandiye, ev destpêkirina serdemeke nû îfade dike. Di vê wateyê de berê pêşketina civakî mirov weke beriya û piştî îslamiyetê bike du serdem wê rasttir be.
Îslamiyetê di şêweyê civaka Kurdistanê de guhertinên girîng avakiriye. Guhertina bingehîn jî li ser çîn a serdest a Kurd pêk aniye. Di pergala eşîrî ya Kurdan de êdî li gel weke serokeşîrî û serokê federasyonê tebeqeya mîrîtî, şêxitiyê jî ava bûye. Êdî li gel mîr ê pêşeng û rûspiyê civakê, saziya şêx û seyid jî cihê xwe di nav pergala civakî de girtiye. Yek ji wan bûye serokê siyasî, yê din jî rola serokatiya manewî lîstiye. Vê yekê gelek caran di rênîşandan civakê de ji mîr û serokeşîr zêdetir saziya şêx û seyidiyê di nava civakê de roleke diyarker dilîze. Di rastiya xwe de Şêxitî saziyeke weke ji aliyê bîrdozî bi derve ve bê girêdan hatiye avakirin.
Herçi Emewî, herçi jî di serdemên Ebbasiyan de di bin navê ol de weke mekanîzmaya sazûmankirina serdestiya xwe ya siyasî, pêşxistinên saziyên bi vî rengî mijara gotinê ye. Ev derdorên mirov dikare bêje cureyeke sîxurên bîrdozî ne, di pêşxistina erebbûyin a di nav civakê de roleke maket a civakî lîstine. Ji aliyê civakî jî, ji bo Kurdên ji bîrdoziya netewî qut bûne, bi riya ol pêvajoya mayindekirina girêdana bîrdozî ya bi hêzên derve hate pêşxistin. Lê di nav gelên derveyî ereban ên îslam pejirandin e, pêşketinên cûda qewimîne. Ev pêşketin di nav Kurdan de nebûye. Weke mînak di nav Farsan de şîroveya Şîa ya îslamê bûye bîrdoziyeke netewî, hêzbûna civakî pêşketiye, jê şûn ve ji karakterê dagirker ên Osmaniyên pişt re Îslamiyet pejirandine jî sûdê werdigrin û dibin Împaratorî. Helbet fikreke me ya "Kurdan jî çima wusa nekiriye" nîne. Lê îslamiyet di serdema xwe de xwedî karaktereke şoreşgerî ye, di civakan de rê li ber pêşketinên cûda vekiriye, lê di nav civaka Kurd de pêşketineke bi vî rengî naqewime, ev encameke girîng e. Berowajî vê ji aliyê civakî ve taybetmendiyê xwe yê netewî wenda dike, bi hev dicive, teng dibe û adeta heta hetayê naçare bibe yedekê kesên din. Di nav bîrdoziyeke bi vî rengî de diçike.
Ev çavkaniya xwe ji karaktera noker û bi derve re girêdana tebeqeya civakî ya oldarên Kurd û helwesta çîna serdest a Kurd digre. Ger ne wusa be, li gor şert û mercên Kurdistanê bi şîrovekirin a olê dikarîbû xweseriya pêş bixe û Îslamiyet di heman demê de dikarîbû weke hêza pêşxistina civakî were nîrxandin. Şûraya oldarên Îslamî yên Kurd ê nekarin vê bikin, di wateya rastîn de îxanet jiyan kirine û xwestine vê bikin malê civakê.
Elewitîya li hin herêmên Bakurê Kurdistanê pêşketiye û mezhebên şîa û El-Haq ên li hin herêmên Rojhilatê Kurdistanê pêşketiye di nava hin lêgerînan de bin û li berxwebidin jî, ber bi bîrdoziyeke netewî veneguherîne. Zerduştiya bi rengê Yêziditiyê ku teslîmê îslamiyetê nebûye û di xwe de israr kiriye, her çûye kêm bûye û di nav civakê de rastî zext û tecrîdê hatiye. Bi vî awayî hebûna baweriyê li Kurdistanê bûye yek ji şêweyê herî bingehîn ên sekna bi perçe, bi vê ve girêdayî ji bîrdoziya civakî zêdetir hemû civakê li ser xetekê birêve biriye.
Eşekere tê dîtin ku civaka Kurd ji xwezaya xwe û taybetmendiyê civaka xwezayî, ji rastiya xwe ya çandî dûr ketiye, bi qasî di bin bandora çanda serdema feodal de mane û çînîbûna feodal jiyan kirine ji jiyana azad dûr ketine. Hişmendiya feodal, dijberê civaka xwezayî û azadiyê eşîrê pêşketiye, di xeribketina hişmendî de roleke girîng lîstiye. Li dijî vê rewşê wêjevanên mîna Feqiyê Teyran û Ehmedê Xanê serî hildabin jî, ji ber nokerî di asta sazûmaniyê de ketibû bi kontrola çanda dewletên biyanî, nekarîne di guhertina encamê de bi bandor bin.
Çînên serdest ên Kud her diçe ji feraseta netewî dûr ketine û ber bi hevkariya bi dewletên serdest ve çûne, ev jî di nava demê de veguheriye karakterekê. Di rastiya xwe de bingehê îxanetê di nav çînên serdest ên Kurdan de bi vî rengî pêşketiye.
Tevî van hemûyan, nemaze di dema Ebbasiyan de piştî salên 900'î de bi azadiya civakî ve girêdayî gelek pêşketin qewimîne. Di qada çandî û wêjeyî de derketina Feqiyê Teyran û avabûna Dewleta Kurd a Merwanî, di encama vê pêşketina serbixwe de derketiye holê. Weke berhema heman demê di qada leşkerî de di şexsê Xanedaniya Eyyûbiyan, asta fermandariyê ya Selahattîn û Şêrgo gihîştinê, xwe nespêre xweseriya netewî jî derketina fermandari ya wan a di kesayêta Kurd a di xeta îslamî de weke nîşaneyeke girîng a gihîştina astê nîşan dide.
Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê
Mûrad Karayilan
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 26'ê Adarê de (îroj) di saet 08.00'an de li navçeya Colemergê Çelê li nêzî Alaya Bilîcanê di navbera gerîla yê me û leşkerê dijmin de pevçûnek qewimiye. Di derbarê pevçûn û êrîşên hewayî yên berdewam dikî de dema zelal bû raya giştî wê bê agahdarkirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 21'ê Adarê de li Colemergê di navbera navçeyên Şemzînanê û Gevêrê de li nêzî navenda Geverê li dijî wesayiteke polîsan ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 polîs giran birîndar bûye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 22'ê Adarê de di navbera saet 14.00-15.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundê Bircela û Girê Şehîd Sefkan ê bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hate lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 21'ê Adarê de di saet 07.00'an de li navçeya Colemergê Çelê artêşa dagirker a tirk bi sê baskan xwestine gireke Alaya Bilicanê bigrin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 20'ê Adarê de navbera saet 08.00-09.00'ande li Hêrêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêma Şikefta Birîndara ku bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hate bombekirin.