Li Rojhilata Navîn lîstikên mezin di pratîkê de ne. Lê balkêşiya herî mezin dewleta Tirkiyê ye. Wek canbazê li ser çar şelîtan bilîze xuya bike jî, di rastiyê de, ne wisa ye. Canbazê ku kiryarên xwe bi lîsitkên “ucube” vedişêrê ye.
Di lîteratura siyasî de, dewlet gel e, lê li Tirkiyê gel “reaye” ye. Di lîteratura hukumraniyê de, dewlet bê desthilatdarî nabe, li Tirkiyê desthilatdarî, yan siltan e, yan “ata” ye, yan şef e, yan jî Erdo-ul Cemaet e. Li cîhanê, bê gel dewlet çênabin, li Tirkiyê pêşî dewlet piştre gel e. Gel jî, li Tirkiyê, ji bo sê tiştan heye, bacûbêş, eskerî û karkerî. Li cîhanê desthilatdarî di xizmeta gel de ne, li Tirkiyê wajî vê, gel di xizmeta desthilatdairyê de ye.
Li cîhanê îradeya gel pîroz e, li Tirkiyê, ligel desthilatdariya AKPê (mînaka dawî ya wezîrê karên hundir Îdrîs Naim) hirçê dilîzê ye.
Li cîhanê, dema ku gel bi hilbijêran re kete nava nakokiyan, desthialdarî ji kar têne dûr kirin. Li Tirkiyê desthilatdarî, gel bi kanunên taybet ji cihê wan “nefî- surgun” dike. Di demokrasiyan de, hêza gel, di ser her tiştî re ye, li Tirkiyê demokrasî bi “wesayet” dimeşe. Doh wesayeta eskerî bû, îro wesayeta cemaetê ye.
Li gorî van pîvanan, dewletek “ucube” li hemberî me ye û di parvekirina edalet û mafan de, pîvanên kanunên faşîzma Mussolînî jî xwedî gotin in.
Di van rojên ku, gelê Kurd ji çar aliyan ve hatiye dorpêçan û qirkirinên eskerî, siyasî, kulturî, bawerî, civakî, rêxistinî û îradî di pratîkê ne cîhan lîstika sê meymunan dilîze. Ne tenê desthilatdarî, muxalefeta Tirkiyê jî, di kiryarên li dijî gelê Kurd de, rola xwe baş dilîze û qirkirina piralî ya gelê Kurd, ji rojevê dûr dihêle.
Desthilatdariya Tirkiyê û muxalafetê, bê exlaqî bi zanista geometrî û dizaynkirina mekanîkî re kirine yek û her kes rola xwe baş dilîze. Desthilatdarî, şelîtên navbera du dîrekan girêdide û wek cambazê siyasetê derdikeevê ser şelîtê û muxalefet jî wek zirtekê li binê şêlîtê dilîze.
3 sal in, siyasetmedarên kurd, bi hincetên pûç û vala di girtîgehan de têne girtin. Ji bedêla ku yên girtî serbest berbidin, tazmînatê bidin, lêbûrîna xwe bixwazin, yên nû digirin û hejmara girtiyan ha ha zêde dikin. Ev argumentên xapandina geometrîk in û di xapandina gel de, roleke baş jî dîtine. Vê canbaziya ku geometrî û mekanîkê bi hevdûtin re dikine yek, li ser bingeha “we nekir, ez dikim”, “we ceseret nekir, ez dikim û hesab dipirsim” tê rûnandin. Hewqasî cambaz in ku, dikarin pratîk-kirina siyasî, serdestî rastiyan bikin e. Ev helwest, li dijî zanistên civakî teva xwendina meydanê ye, qarîşkêşiya li dijî demokrasî û îradeya gel e. Lê desthilatdariya AKPê, devê gel lixab kiriye, dest û lingê gel zincîr lele kirine.
AKPe pêşî, rewşenbîr, nivîskar, hunermend birin kêleka xwe. Ev kes û derdor berdevkê gel bûn. Pêşî bûne şûrkêşê AKPê, piştî rastî fêm kirin, bêdengî bijartin. Bêdengî jî alîgiriya serdestan e. Piştre rêxistin û saziyên civakî bi xwe ve girêdan, yan jî dane avakirin. Sazî û dezgeh jî dest û lingê gel in. Ev baskên ku tenê li “alif û ulufe” dinêrin, hîna zincîr û leleyên gel dişidînin.
Her du basik jî, bûne palê AKPê û di pêkanîna, pratîk-kirina siyasî de berdevkiyê dikin û rastiyê berteref dikin. Birînên xedar kujerî vedişêr in.
Ev pratîk-kirina siyasî, di doza 28ê Sibatê û girtina du-sê generalan de jî xuya kir. Lê çi balkêş e ku, ew kanunên ku gunehkarên darbeya postmodern digirin, li hemberî gunehkarên komkujiya Roboskî “ketûm” in. Lê çi balkêş e ku, ew dozgerên ku li dijî darbekarên faşîzma 12ê Êlûnê dadgehan vedikin, îddîanameyan amade dikin, li dijî terora polîsên ku li kolanan ciwanên Kurd dikujin, zarokên Kurd dikujin “ketum” in. Lê çi balkêş e ku ew dozgerên taybet, her roj fermanan didin û polîs jî, xewa şevan li gelê Kurd herimandiye. Lê çi balkêş e ku ew dadgerên ku dosyayên dozgerên taybet, pê re pêre erê dikin û wek berdevkê huquq û edaletê cûbeyên pêsîr sor li xwe dikin; ji bo puşiyê 24 sal ceza didin; ji bo parastina zimanê kurdî devê mikrofan digirin; bê-exlaqiyê pratîk-kirina siyasî, li exlaq û edaletê, li zanista geometrî, matematîk û fizîkê suwar dikin; û dibêjin “zimanekî nayê fêm kirin” e.
Kurd, li hemberî zîrekîtiyek totalîter in û ew zîrekîtî, bê-exlaqiya xwe jî bi pratîze-kirina siyasetê, rastiyê vedişêre. Ev zihniyet du tiştan diafirîne, anarşî û despotîzmê. Anarşiya ku diafirîne jî diavêje ser hemberê xwe û li gorî xwe zemînek meşrû amade dike û despotiya xwe jî di çarçoveya vê meşruiyetê de dike pratîkê.
Li kiryarên desthilatdariya AKPê binêrin; ji serokwezîr û wezîrna bigirin heta bi zanist, nivîskar, rojnamevan û generalên, di xefk û kemîna AKPÊ de cih digirin, anarşiyê diafirînin. Hêzên despotîzmê jî terora li dijî gel dikine pratîkê.
Zihniyeta Erdo-Cemaet, alliyek Bernard Russsel e, rasyonalîzmê diparêze; aliyek Freud û Cornad e, îrozyanolîzmê diparêze. Dema ku ev her du bawerî bûne yek, mirov ber bi “mirovên heywan” dçe. Yanî hov dibe. Ev paradoksa AKPê û Cemaeta Gulen e. Kiryarên li dijî gelê kurd jî, ev bextreşî ye.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Di 17'ê Kanûna 2011'an de li Deşta Sêrtê ya di navbera Sêrt û navçeya Hawêlê di navbera gerîla yê me û leşkerê artêşa dagirker a tirk ên derketiye operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de gerîla yê me yê bi navê Sefkan - Reşît Mamo bi lehengî şer kiriye û gihîştiye şahadetê.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 16’ê Avrêlê de di navbera saet 09.00-10.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî quntarê Girê Qertel, Gundê Kiyê, xeta Avaşîn û AvaBasyan ên bi ser Zagrosê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
- Ayrıntılar
Gelê Kurd, bûye xwedî hişmendiyek dîrokî û siyasî.
Êdî, li dijî kiryarên faşîzan û kujerî, çalekiyên ku dikevine rojeva raya giştî ya cîhanê lidardixin. Gelek caran em dibêjin: “Kurd di aliyê dîplomatîk de lewaz in.” Lê guman dikim ku, tevger û têkoşînên dîplomatîk, ne tenê hevdîtinên bi siyasetmedaran re ne.
Çalekiya greva birçîbûna li Strasbourgê jî, biqasî rol û misyona siyasî û civakî, xwedî rol û misyoneke dîplomatîk e. Bi hêsanî em dikarin bêjin ku, di vê qonaxa ku rewşa çalekgeran her ku diçe xerab dibe, xewa rayadarên Ewropa yên pêwendîdar jî direve. Kimya mêjiyê wan dibe deşo.
Greva birçîbûna li Strasbourgê, di daxwaza azadî û mafê xwezahî de, di daxwaza jiyaneke bi rûmet de jî xwedî roleke dîrokî ye. Ji ber ku gelê Kurd di destpêka sala 2012an de, kampanya “yan azadî, yan azadî, ji bo Ocalan azadî, ji bo gelê Kurd statu” da dest pê kirin. Vê pêvajoyê ji 8ê Adarê dest pê kir û bi pîrozbahiyên Newrozê giha asta herî bilind û heta bi 4ê Nîsanê, Meşa Amara dewam kir; bi grevên birçîbûnên ku, çalekgeran li zindanên Tirkiyê û Strasbourgê dane destpêkirin berdewam dike.
Greva birçîbûnê, wek çalekiyek pasîf tê binavkirin. Lê ne wilo ye, dema ku mirov bedena xwe kire mertal, dibe çalekiya herî pîroz û giranbiha. Tiştek ji canê mirov bi nirxtir û pîroztir nîne. Çalekgerên Kurd jî, ev nirx û pîrozî kirina ala azadiyê.
Êdî xewn û xeyalên statukoparêzan xerab bûne. Ji aliyekî ve li zindanên Tirkiyê, rayedarên statukoparêz; ji aliyê din ve li Strasborugê, rayedarên ku destekê didine dewletên dagirkerên Kurdistanê, nema dikarin bi hêsanî hesabên dûrûdirêj li ser gelê Kurd û li ser xaka Kurdistanê bikin.
Efsûna wek destîniya nayê guhertin ji holê hilat û gelê Kurd, ji destpêka sala 2012an û vir ve, meşrûiyeta desthilatdariyên dagirker red kir û statuya xwe ya îradî û siyasî îlan kir. Belkî daxuyanî neda, yan jî li ser bircikên Amedê li boriyên îlankirina îradî û xweseriya demokratîk neda, lê Amed, biqasî Enqera di siyaseta Tirkiyê de xwedî gotin e.
Greva birçîbûna li zindanên Tirkiyê, greva birçîbûna li Starsbourgê jî, li Ewropa otorîteya dagirkerî û statukoparêzîya li dijî gelê Kurd têk birin.
Baş tê zanîn ku, duvê statukoparêziya li Enqerê dirêjî payîtextên Ewropa dibe. Bi vê mebestê, greva birçîbûna li Strasbourgê xwedî rol û mîsyonek dîrokî ye. Her roja ku çalekger di kûraya “bêhalketina bedena xwe de rojek li paş dihêlin” topek li dîwarên mabedên statukoparêziyê dikeve û deverekê di dîwar de vedike. Ne hêsa ye, 50 rojî birçîbûna bedenê û tenê vexwarina qentê, ne hêsa ye. Ez wê êşê û wê psîkolojiyê baş nas dikim. (bi vê pêwanê ez lêbûrîna xwe ji çalekgeran dixwazim, ji ber ku kar, derfetên çûna serdana wan neda), Lê îradeya ku bi berdêlên giranbiha û di nava 30 salên şerê dijwar û giran de hatiye bidestxisitn, di giyanê çalekgeran de ala serkeitnê dibalivîne. Ev serketin, di dengê Fuat Kaw de, ku di mikrofonên Radyoya Dengê Mezopotamya de û di ekranên Nûçe TV de olan vedide, xuya dike. Aliyekî têkoşîna gelê Kurd çiyarêzên Kurdistanê ne, aliyek kolanên bajarên Kurdistan û metopolên Tirkiyê ne, aliyekî têkoşîna gelê Kurd tevahiya cofrafya Ewropa ye.
Gelên li Ewropa Şoreşa Frensa û encamên wê jiyan e û ew nirx ji destên xwe winda kirine. Lê gelên li Rojhilata Navîn, ji pêvajoya pêxemberan û heta îro, guhertinên şoreşgerî ne jiya ne. Yekemîn car e û gelên herêmê ketine pêvajoyeke wisa. Lewma em navê têkoşîna gelê Kurd bi guhertina dîrokî re, bikartînin û bi nav dikin. Têkoşîna ciwanên kurd, çalakiya grevên birçîbûnê, wek destan û rol û misyonek pêşengî û zora li dîrokê binav dikin.
Rojhilata Navîn ku dibin desthilatdariyên otorîter de dihate guvaştin, serûbinî hev bûye. Tirkiye, ber bi paşverûtiya cemaetan biçe jî, rastî dîwarê Haraketa Azadiya Kurd tê. Ewropa ku dixwaza, statukoparêziya, bi şerê yekemîn yê cîhanê, weke bextreşiyekê layiqî gelên li Rojhilata Navîn dîtiye, li hundir, di navêndên xwe de rastî dijberiya kurdan tê. Di dîroka Ewropa de, tu hêzên li derî Ewropa, biqasî Kurdan bandor li siyaseta Ewropa, li civaka Ewropa ne kiriye.
Kurd îro li Ewropa, rol û misyoneke Şoreşa Frensa dilîzin.
Belkî biqasî êrîşa li dijî Girtîgeha Bastîlê nîne, lê di guhertina civakê de, xwedî rol û misyonek e. Ciwanên kurd, bi çalekiyên xwe, çalekgerên greva birçîbûna li Strasbourgê jî, kimya bedena siyastemedar û rojnamevanan xerab kirine. Ava kimyewî ya mêjiyê wan tevlîhev kiriye. Ev bûyer û pêhatî wê di nava demê de bandorên mezin bikin.
Siyaset, ne tenê axaftin û kanunçêkirin e. Siyaseta mezin bandora li ser civakê û xerab kirina xewn û xeyalên sosret e. Greva birçîbûna li Strasbourgê jî, ew bandor li ser civaka Ewropa kiriye. Di têkbirina xewn û xeyalan, xerakirina hesabê dagirkerî û statukoparêziya ku destên wê dirêjî navenda cîhanê Kurdistanê dikin roleke dîrokî dilîze.
Hêvî ew e, ku CPTê û Komisyona Ewropa, di vijdan û berpirsiyariyên xwe de dereng nemînin.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 12 Avrêlê de di navbera Erzirom û navçeya Qersê Qaxizmanê li herêma Degirmendere di navbera gerîla yê me ve çalakiyeke rêbirînê hatibû lidarxistin. Dotira rojê jî bi helîkopterên skorskyan leşker veguheztina leşkeran û derbexwarina helîkopterê ji raya giştî re hatibû ragihandin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 12'ê Avrêlê de di navbera saet 19.00-21.00'an de di navbera navçeya Qersê Kaxizmanê û Erziromê li dijî herêma Degirmendere ya di navbera gundê Degirmendere û Kulayê ye ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyeke rêbirînê hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 13'ê Avrêlê de li dijî bejahiya navçeya Mêrdîn Mahsertê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye destpekirin. Operasyona li herêmê di heman rojê de bê encam paş de vekişiyaye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 13'ê Avrêlê de di navbera saet 03.00-04.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêm û girê Mamreşo, Gundên Kiyê û Şîvê, Geliyê Avaşîn û Basyan ê bi ser Zagrosê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 11'ê Avrêlê de li derdora saet 03.30'an de li navçeya Agiriyê Bazîdê li bejahiya gundê Ortiliyê li dijî yekîneya artêşa dagirker a tirk ê derketiye operasyonê ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 leşkerê dijmin ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin.
- Ayrıntılar
Li ber darekê
Piştî bombardumana balafirên F 16 û şewatek dagirkerî
Di nava behnûbixara jiyana parçekirî de
Piştî şewata daristanê, li bin dareke berûwî
Di civîna komek gerila de, stratejiyên li ser pelên darên şewitî nivîsandî di ber çavên dil re derbas kirin. Hinekî êş… Hinekî mixabinî… Planên xwe gotin û bi dilên xwe radestî hev kirin
Fermanên di civînên Enqerê de nîqaş kirin û zengilê telefonên dibine bingeha komkujiyan, di ber çavan re derbas kirin. Xetnivîsên li ser pelan, di nava kelgerma barûdî de, aliyek kizirî, aliyek şikestî xwendin û şîrove kirin.
Piştî rista plansaziyê û kifşkirina rêwingîtiya ber bi oxirê,
Di keliha welatê dagirkirî de,
Di nava kenên bêrîkirinê de, koma gerila li hev nêrîn,
Ew kêlîka xatirxestinê bû
Piştî ramûsanên bi ronahiya rojê hatine avdan û piştî destdana hev ya germahiya dilsoziyê, komek ber bi Haftanîn derkete rê… Yek ber bi Garê… Ya din jî, lorîna berbûliyê bûkê lîland û ber bi kêlikên di dilê erdnîgariyê de hatine çandin ve meşiya…
Koma ku biçe Çiyayê Mava,
Li mij û morana hawara Diclê nêrî, li xumama geliyên kûr û dolên di nava dûxana qazanan de nêrî… Jiyanek fetsînok hebû û gerila sunda xwe bi hêrseke tolhilodanê dubare kir. Li Geliyê Xwînê û deşta suwariyên di kêşa pêşbaziyê de, li dijî nifiran kelehêrsa xwe di nava lebşêrîna stranan de fûrandin.
Û bi gotina “berê xwe dan oxirê, pişta xwe dan felekê”meşiyan…
Aliyekî gerila Bagok bû
Aliyekî gerila berxwedanên qedîm Serhed û Pencînarê bû
Aliyek jî Çiyayê Hevêriya û Xanturê bû…
Ev kelihên 30 salên berxwedanê ne, wek nasnameya şerên destenî ne, di kembereke bûkaniyê de aliyek zêr, yek zîvî bû…
Rengê hevrîşmê bi qeseba cewherî xemilandî bû…
Ev kelihên gerila ne, wek hunerê zîvkerên Midyadê di nîgarkêşiya sedsalan de, bi dilopên xwînê, bi beza deh salan, bi xwehdana li tirsê barkirî, bi gotinên bêrîkirin û evîna li bane asoyên sirtikên çiyarêzan hatine xemilandin.
Xemla hunerî di bejna gerila Zelal de
Di garden-gaza Mizgîn de bûye efsûnek Yezdanî
Bûye ayetên ezmanî û metafizika di helbestên meleyê Cizîrî de, ber bi Pisaxê diherikîn.
Herka gerila dibû şelîpanek û xwe digihande payîtexta Şahê Banikê. Dibû şelîpanek gerdûnî û hafa Çiyayê Cûdî dikir. Li pêşberî kêştiya Nuhê Kal, bizmarên di nava demûdewranan de rizî berhev kirin.
Salûheyam xwendin
Demûdewaran strandin
Û di xatirxwestina berî meşa ber bi azadiyê de, gerila, birînên dilê xwe kirin bendav û kirin pirr… Piştre, gotinên ji derya ferhengan dûr hatine hiştin,
Di teng û bertengên xwe de şidandin
Bi pêlên peyvan re,
Ber bi destanên dku i pirtûkan de hîna ne hatine nivîsandin meşiyan.
Gotin, “qewlê me, car din, li binê dara berûwî,
Gotin, piştî ledaneke li dijî faşîzmê, şevê li xwe bipêçin û werin, xwe ji çeka lawê biparêzin, asoyên hêviyê li xwe bar bikin û werin
Gotin, car din bi şînbûna daran re
Bi hêviya dîlan-girtina di nava daristana şewitî de
Û bi soza ku car din, bi hev re çaya bi “doçka” de vexun
Di ser pira Basya ve derbas bibin û werin
M. BAGOK
- Ayrıntılar