Di têkoşîna Tevgera Azadiyê de, ku salek berê hatibana gotin wê nîqaş û geşedanên ku di rojên îroyîn de çêdibin bibin, wê ji me re ecêb bihatana. Di encama berxwedanî û sekna fedayî ya Rêber Apo, sazûmana dewletî ya ku xwe tirk bi nav dike, niha ji neçarî di nava keftûleftekê de ye û ya ku dixuye nizanin wê çawa ji nav derên.
Ji niha de mirov teqez tiştek bêje wê ne rast be, lê ya ku dixuye sazûmana înkarok a dewletî her hal wisa difikire ku kurd kurdên berê ne û wê bikaribin bi gavên biçûk, bi gavên ku rûmeta kurdan bin pê dikin û bi gavên di nava xwe de tunekirina vîna azad a kurd dihewîne, lîstokan bînin serê kurdên azad.
Ji hêla me ve rewş çi dibe bila bibe, ji bona me ya esas azadiyeke tam e. Vir de wê de nabe. Tam azadî! Tirkek, farisek, erebek çiqas azadî ji xwe re heq dibîne, wê kurd jî hetanî dawîn ji xwe re heq bibînin. Dewleta tirk çi gavan davêje bila bavêje, jixwe ji bona başiya gelan be û sûda xwe ji gelan re hebe, wê li ber çavan bê girtin; berevajî vê yekê bi lîstokan û bi polîtîkayên zirav î tenik ên tunekirinê tevbigerin jî, jixwe bi hezaran gerîla li çiyayên azadiyê têdikoşin, bi milyonan gelên me li piya ne. Wê ev bidome. Daxwaz ew e ku bêyî hîn ciwanên din bimrin, hîn zêdetir xwîn nerijê, di çarçoveya pîvanên şaristanî yên demokratîk de çareseriyek pêk bê.
Ji ber vê yekê, wê vê pêvajoyê rênexşeya serokatiya me diyar bike û wê ev ji bona me yekane pîvana çareseriyê be. Dîsa nêzîkatiya li hember rêneşxeyê wê sekna gerîla diyar bike. Ji ber vê yekê, bi diyarbûna rênexşeyê re, wê her tişt di nava çend mehan de belî bibe.
Sertayên rênexşeyê ku serokatiya me di hevdîtina dawîn de diyar kir, mejiyê gelek derdoran ji niha de tevlihev kiriye. Ji ber ew aqilên wan ê biçûk û faşîzane, tenê di pîvanên çareseriyên netew-dewletî de çareseriyek dizanin. Fêmkirina wan a ji azadiyê ya sazkirina dewletokek e yan jî federasyon e yan jî koletî ye. Ji bilî vê mejiyê wan ê genî nikare wate bide.
Ez dixwazin vê diyar bikim û me gelek caran jî diyar kiriye. Gelê kurd ji destpêka mirovantiyê li ser vê axê jiyan kiriye. Belkî nebûye xwedî dewlet, belkî tu carê hewl nedeya gelan bindest bike, bes tu carî jî bindestiyê qebûl nekiriye.
Meseleya me kurdan, destpêkê meseleyeke zihnî ye. Di têkoşîna sî salî zêdetir de, ev di serî de di pêşengiya Rêber Apo de bi keda wî ya dehan salan, di şexsê jina kurd de pêk hat. Meseleyeke din Kurdistan bûye çar parçe û di nava çar dewletan de hatiye pirçikandin. Hetanî ku çar parçeyê Kurdistanê negihê azadiya xwe, wê têkoşîna çekdarî ya kurdan berdewam bike. Çawa ku di xwezayê de her tişt xwedî parastineke, bêguman wê heta hetayê parastina çekdar a kurdan jî hebe. Lewma temînata azadiyê jî ev e. Gelo mirov çawa dikare bifikire ku, li ciyek ku leşker û polêsê tirk, faris û ereb hebe, wê li wir azadî hebe. Yên ku çîrokên çekberdanan li ser zimanê xwe kêm nakin, xwe dixapînin. Ha dema ku artêşa TC’ê, artêşa faris û artêşa Sûriyê dev ji çekan berda, wê demê em jî dikarin, çekberdanê bifikirin. Ji bilî vê tu nêzîkatiyek me nîn be.
Loma şertê yekem ê azadiyê, gelek xwe bi xwe bikaribe parastina xwe ya çekdarî bike, nexwe ev nebe wê fena keriyên pez gurên devgilêz tu carî ew rihet nehêlin. Jixwe dema ku te ev kir, tu dikarî sazûmana xwe bi pêş bixî û bibî xwedî sazî, tu yê bi azadî xwe birêxistin bikî, tu yê çand û zimanê xwe bi pêş ve bibî, tu yê wê demê bikaribî bêtirs bi gelên din re di nava biratiyek de bêyî ku sînorek bixî nav xwe jiyan bikî.
Ji ber vê yekê ye ku, dema ku mirov li bakurê Kurdistanê li nîqaşan dinêre, ji bona destpêkê dibe ku baş be, lê ku zihniyet ev be, fena ku pêşiyên me gotine, “Dê ev hevîr gelek av bikşîne” wê di şûna vê avê de gelek pêwîstî bi xwînê hebe. Ger heta çend mehan, ku nêzîkatiyên dewleta tirk wisa bidome, li hember serokatiya me û rênexşeya wî rêzdar nînbin û pêwîstiyan neynin cî, wê mehên pêş me nîqaşên me yên sereke, ŞER Û QUTBÛNeke heta hetayê be.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di rojên 14, 17 û 18’ê tebaxê de bi navberên diyarkirî, ji qereqolên Şûsatê, Glord û Ştazayê ku li navçeya Geverê ne êrîşên bi obûs û hawanan li dar ketiye.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 18’ê tebaxê de saet di navbera 07:00 – 20:00’an de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember gundên Bazê Jêr, Bazê Jor, Alan Tût û Tobê û li hember gundê Bedewê ku girêdayî Şemzînanê ye êrîşeke bi hawan û obûsan li dar ketiye û di encama van êrîşan de li gundê Bazê Jêr şewateke ku hê jî didome derketiye.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 18’ê tebaxê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember bejahiya gundê Kale ku girêdayî navçeya Çelêya Colemêrgê ye operasyoneke ku hê jî didome hatiye destpêkirinê.
19 Tebax 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 17’ê tebaxê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember bejahiya navçeyên Payîzava û Şaxê ku girêdayî Wanê ne operasyoneke ku hê jî didome daye destpêkiriye.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 16’ê tebaxê de bi roj saet di 14:30’an de ji hêla firokeyên kobra yên artêşa TC’ê ve gundên Tubê,Zalê Jer û Zalê Jor û hevrazên Cîlo ku girêdayî Gevera Colemêrgê ne hatine bombebarînkirinê. Piştî bombebarîna kobrayan qada bi hawan û obûsan hatiye lêdan.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 16’ê tebaxê de danê sibehî saet di navbera 05:00 - 06:00’an de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember gundê Meze ku girêdayî qada Avaşîna Zagrosê ye êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye li dar xistin.
16 Tebax 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Rêber APO
Di vê dema ku em dikevin 15’ê tebaxê, tê zanîn ku hewldana ku min nîşan da, heman tiştî ji bona aştiyê jî nîşan da. Aştî herî hindek bi qasî hevcivîna teorîk, hêza liberxwedayînê dixwaze. Teqez ne xebateke ku mirov bi sivikî bi dest bigire. Tadeyiyên aştiyê, ji şer zêdetir in. Her çiqas ez bi hevsengî nêzîkî tevgera me bûm, bi heman nêzîkahiyê nêzê dewletan bûm.
Ev şer ne tenê şerekî leşkerî ye, di heman demê de şerê jiyanê ye. Ev civakê nû dike, çandê nû dike, rih nû dike, mejî û polîtîkayê nû dike. Her kurd dizane ku, ev ji nû ve vejîna wî/ê ye. Ronesansa wî/ê ye. Edî kurdbûna berê nîn e. Jiyan kevn nîn e. Divê her kes hişê xwe bîne serê xwe. Ev kurdê nû dikare ciyê xwe li Rojhilata Navîn bigire û dikare di vê dinê de ciyê xwe bigire. Lê ger tu di kurdbûna kevn de bi bergirî nêzîk bibî, tu miriyî. Yê mirî ne kurdbûna PKK’ê ye, ev kurdbûneke kevn e. Sedî sed miriye. Bes kurdbûna ku me afirandiye, bi tevahî kurdbûneke jîndar e. Her tişt bimire jî, yê heta dawîn jîndar bimînin em in. Di nava rêxistina me de, jiyana ku em di nava xwe pêktînin, ew qas mezin e.
Berxwedaniya Tebaxê; kûr bûye, fireh bûye û bilind bûye. Tiştê ku Kurdistanê ji nû ve afirand, jiyana nû pêkanî ev şerê me bû. Di çûyîna pêngava 15’ê Tebaxê de, bandora rojiya mirinan diyarker e. Ger rojiya mirinê nîn bûna, bi vî şêweyî wê pêngavek neketina rojevê. Çawa girêdana bîranîna Heqî Qarer me ber bi îlankirina PKK’ê ve bir, berxwedaniya Zîndana Amedê, 15’ê Tebaxê afirand û bû wateya bergirîbûna vîna azad. Inyadkirinên rêxistinên noker û hinek kesayetiyên hundir û derve, yekem car vala hatin derxistin, hemû dewletên biçûk an mezin ên têkildar, hewldanên wan ên eciqandin û çewsandinê vala hate derxistin û vîna azad a gel xwe li piya hişt û biserket. Ev vîna mezin ku bi gelek êşên mezin, bi windayî û bedelên mezin bidestketiye, di dîrokê de ciyê xwe girtiye. Girêdana bîranîna berxwedaniya 14’ê Tîrmehê, bi pêngava 15’ê Tebaxê çêbûye.
Em pêngava 15’ê Tebaxê, gelekî ku henasa wî bi tevahî hatiye çikandin û rastiya xweparastina wî binav bikin, wê derbirîneke rast be. Ev her çiqas wekî êrîşek bê binavkirin, di cewherê xwe de, hişyariya; “Ez gel im, min ji holê raneke.” hat dayîn. Bi taybet berteka li hemberî hovîtiya li Zindana Amedê dayîn, bersiva qîrîna; “Em dev ji hebûna xwe bernadin” e. Bi qasî soza Mazlûm Doxan a; “Divê em dengê xwe bigihîjînin dinê.”, bersiva sozên Xeyrî Durmûş a ku dibêje; “Hûn nikarin hebûna me înkar bikin.” û destnîşankirina Kemal Pîr a ku dibêje; “Ez rizgariya gelê tirk, di rizgariya gelê kurd de dibînim.” şerê herî mezin e ku em wate bidinê ye. Ev pêngava şer, di serî de hêzên olîgarşîk ên kurd û tirk, li hemberî hêzên despotîk bersiva; “Dema mêtandin û çewsandinên we yên bêsînor derbas bû, dema jiyana azad hatiye” ye.
Taybetmendiyên herî mezin ê şerê 15’ê Tebaxê, di warê perwerdehiyê de seyr e. Û dibe ku bê gotin ku, di jiyana netewekê de, em dev ji rastiya neteweyî berdin girtina wê, nasname hew maye ji dîrokê bê paqijkirin, li hemberî vê yekê ji şerê netewî û çînî wêdetir, bi her awayî şerê nasnameya xwe qezenckirinê ye.
Ger roja îroyîn qonaxa ku 15’ê Tebaxê xwe gihandiye wateyeke wê hebe an şîroveyeke cuda bê kirin, di vê bingehê de Pêngava 15’ê Tebaxê serkeftina mirov a ku pêkhatiye ye. Êdî divê em we bigihînin ravekirina mirovê ku pêk bê û divê vê bixwe em bikin. Ev encameke rast û pir pêwîst e. Dijberî vê yekê, emê nikaribin hev û din erê bikin.
Pêngava 15’ê Tebaxê, di bingeheke aştiyeke bi rûmet de, ez bawer im ewê bigihîje serkeftinê. Armanca bingehîn a pêngavê, gihîştina serkeftina aştiyê ye. Bi vê armancê ez banga xwe ya 15’ê Tebaxê nû dikin. Ev banga aştî, demokrasî û yekîtiyeke azad e. Di vê mijarê de, banga sekneke bi hêz e. Divê sekn bi hêz be. Ger vê nekin, wê nikaribin tiştek bikin. Ez banga 15’ê Tebaxê, ji bona xwe biparêzin û yekîtiyek saz bikin dikim. Divê ez rast bême fêmkirin û rast pêkbêm. Nexwe ez nabim berpirsê niqutek xwînê. Tu yê zexm bisekinî. Ger tu li ser navê min tevbigerî, divê tu zexm bî. Tu yê xwe biparêzî. Ji bona aştî û demokrasiyê tê baş bixebitî. Ev li gorî siyaset û hiquqa demokratîk e.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 12’ê tebaxê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qada Şehîd Xebat ku girêdayî navçeya Adakliya Çewlikê ye operasyonek hatiye li dar xistin. Operasyona ku yekîneyên biçûk ên kontra xebatên kemînavêtinan li dar xistine, heman rojê bi paş ve vekişiyaye.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 11’ê tebaxê de ji hêla artêşa TC’ê li qada Şehîd Reşo ku di navbera qadên Badibê û Hababê de ye bi zanebûn şewat derdixîne. Di encamê de şewatên ku derketine hê jî didomin.
- Ayrıntılar