Tecrîda Imralî salek temam kir. 12 meh, 52 hefte û 366 roj, 8.784 saet; bi hendesyariya matemetîkî jî ev tîrenda “faşîzma reş” ku bandroeke çaw ali mêjî û bednea mirov dike nikare hesab bike. Ji ber ku hesbaê vê kiryarê tenê bi rojan, bi satena û şev û rojê nayê hesab kirin. Her kêlî û dema vê kiryarê qonaxek cûda ya êşkencê ye. Ev êşkenceya psîkolojîk, di hewayê de, pêjna dewsên potînên esker de, di dengê muzîkê de, di vekirin û darana derî û penceran de, di stranan de, di awira mirovan de, xwe cûda nîşan dide.
Lewma tecrîda li Imralî, xwedî teybetmendiyek cûda ye û di dîroka mirovahiyê de menendê wê nine. Ne faşîzma reş ya sedsala navîn, ne êşkenceya gîyotîna di xeşîmên qesr û qonaxên Frensa de, ne qazoxên Roma, têra vegotina êşkenceya tecrîdê dikin. Tecrîd îzolekirin e, ji jiyanê qutkirin e, bê par hiştin e, rizandin, pûç kirin û mirina li demê bela kirin a sîstematîk e.
Salek derbas bû û rewşa Birêz Abdullah Ocalan, tenduristiya wî ji aliyê kesî ve nayê zanîn. Berê jî nexweşiyên çav, herka bêhvilê, êşa serî hebû. Gelo ev nexweşî pêşketine yan na. Hovîtiya dewleta Tirk û AKPê, eger salekê tecrîdê, di vî rengî de bidomîne, guhên xwe ji her cûre bang û dijberiyan re bigire, huquq, exlak, ademiyetê neyîne bîra xwe, mirov bendeyî wan û tiştekî baş jî namîne. Ji ber ku ji nirxên ademî û exlak bê par in, êdî mirov bendeyî wan û tiştekî erênî namîne.
Desthilatdariya Erdogan, weke bergîlê şemûs e, mirov li pêşiyê bimeşe wê gezan bide, mirov li pey bimeşe wê pihînan bide. Mînaka Rojavayê Kurdistanê li ber çavan e. Çend roj in bûne xwê û ketina agir.
Tecrîda bi vî rengî demdirêj, rewşa dijminê mirov û kîndariya tolhildanê destnîşan dike. Kesên ku tecrîda bi vî rengî dikine pratîkê, ne normal mirov in û di çarçoveya patalojiya psîkolojîk de têne nirxandin. Desthilatdariya AKPê û Erdogan jî, di rewşeke patalojiya psîkolojîk de ne. Patalojiya psîkolojîk nexweşiyek şîzofrenî ye û tedawî kirina wê jî zor e. Ev nexweşiyet reşbînî ye û ji bilî xwe kesî qebûl nake; her cure haraket û hewldanann li dijî xwe dibîne û erênî neyînî red dike. Axaftinên dawî ya Erdogan ku êrîşî Kurdên Rojavayê Kurdistanê kir jî nîşaniya vê nexweşiya şîzofrenîk bû. Ji bilî helwesta AKPê ya nexweşiya kronîk ya li dijî PKKê, li dijî Ocalan, li dijî Kurdên Rojavayê Kurdistanê; rewşa wezîrê karên hundir Îdrîs Naim Şahîn bi tenê jî, nîşaniya vê nexweşiyê ye.
Erdogan û wezîrê karên edaletê, mikur hatin ku, tecrîd biryara wan e û ew desturê nadin ku parêzer û malbata Ocalan kubiçin Imralî. Mirovên feodal, mirovên kîndarê tolhildana bendûberberiya gund û eşîran dikarin helwesteke wiha nîşan bidin. Dema ku, mijar dibe huquq, dibe edalet, dibe karên dewletê; Erdogan jî, wezîrên wî jî, di tifikê de xweliyê nahêlin; her gotina wan dibe piffek tofanî û toz û dûmanê li peyx we dihêlin. Geh modela herêmê ne, geh dewleta herî pêşketî ya cîhanê ye, geh li hemberî heft duwelan berxwedanê dikin. Lê, di tecrîda li ser Ocalan de, eşkere dibe ku ne dewlet, ne jî desthilatdaryek hemdemî ne, li derî sedsalê ne… Ne huquq nas dikin, ne edaleteke ademî bela dikin.
Rewşa Dewleta Tirkiyê û desthilatdariya AKPê ev e û gotina Erdogan kanun e. Li dewleteke wiha, huquq di gotinê de dimîne, edalet li gorî desthilatdariyê tê bela kirin. Dewlet jî, rayedarên dewletê jî nexweş in.
Kîna tolhildanê, kujerî ye û dewleta Tirk vê kujeriya tolhildanî dike bingeha siyaseta xwe. Ev jî suc e. Erdogan û desthilatdariya AKPê suc dikin.
Wezîrê karên hundir Îdrîs Naîm Şahîn, weke mirov û zihniyet şaşiyek e, ne normal mirov e. Cihê mirovên wisa îzolekirina ji civakê ye, lê ew wezîrê dewletê ye û gelên li Tirkiyê rêve dibe; fermanan dide, kiryaran erê û na dike. Erdogan ev mirovê şaş û xelet, aniye ser kar û kiryarên wî jî dibîne, erê dike; bi dehan kesî û medya Tirk, Erdogan şiyar kirin û gotin “vî mixloqatê ne normal ji kar dûr bike”, dîsa jî li ser kar dihêle. Ya duyemîn: Erdogan heta îro bersiveke rast nedaye komkujiya li Roboskî. Wajî vê, malbatên kesên di komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dane tehdîd kirin, girtin, di jiyana rojane de şepirze kirin.
Di encamê de mirov dikare bêje ku, Erdogan û desthilatdariya AKPê bi nexweşiya Ocalan û PKKê ketine. Ev nexweşiya ku berî niha “li ku herema cîhanê be, li serê kijan çiyayê Efrîka be, çadireke kurdan were vedan jî em qebûl nakin”, îro weke nexweşiya Ocalan û PKKê veketiye. Ev jî dide xuya kirin ku, têkoşîna 40 salan ya Ocalan û PKKê, kurd gihandin qonaxeke ku dijmin mecbur ma kurdan qebûl bike. Ocalan jî PKK jî, xwe feda kirin.
Ev xwe fedakirin, çil sal e didome. Ocalan û PKKê, çil sal in, bi fedekariyek destanî ji bo azadiya gelê kurd têkoşînê dikin. Dîroka ku bi destanên cengaweriya ciwanên PKKyî hate nivîsandin, dibin pêşengî û serokatiya Ocalan de giha vê qonaxê. Di encamê de sîstemek, civakek rêxistinkirî, îradeyek siyasî, civakî û eskerî derxiste holê.
Gelê Kurd nasnameya xwe bi mohra PKKê û Ocalan nas dike û bi vê mohrê jî, têkoşîna xwe ya şoreşgerî didomîne.
Eger em bi çavên Erdogan û AKPê, bi çavên bazirganiya siyasî li pirgirêka kurd nenêrin; bi çavên mêjiyekî têgihiştî û dilsozî li qonaxên têkoşîna gelê Kurd û merhaleyên hatine derbas kirin binêrin; eger em ji Zindana Amedê û heta weke îro, ji 15ê Tebaxê û heta weke îro, ji Zapê û heta weke îro, ji Komploya Navneteweyî û heta weke îro, ji hilbijartinên 29ê Hezîranê û heta weke îro, ji tecrîda Imralî û heta weke îro li destketiyên gelê Kurd û gihiştina qonaxa îro binêrin, hingî emê rastiya têkoşîna demdirêj, ku îro weke şoreşeke herêmî derketiye holê û herka çemê dîroka gelan bi coşûxuroş diherikîne bibînin û fêm bikin.
Dewleta Tirk û desthilatdariya AKPê, her çiqasî nexweşên şîzofrenîk bin jî, yek hedef dane ber xwe; tefsiye kirina Ocalan û PKKê. Tê zanîn; nexweşên şîzofrenîk, bi berçavikên bergîlan li cîhanê û pêşketinên civakî dinêrin; ji bilî rastiya wan rastî nine û hedefa xwe jî xelasiya mirovahiyê dibînin.
AKPê, dewleta Tirk û alîgirên wan, di demên dawî de Ocalan û PKKe kirine hedefa xwe û heta ji wan tê, gotina “PKKe cûda, Ocalan cûda pirgsirêka kurdan cûda”. Lê di esasê xwe de hedefa wan wiha ye: “Eger Ocalan û PKKê tesfiye bibin, emê kurdên cîhanê teva, car din di gora betonî de meftûn bikin.” Pirsgirêka nexweşiya şîzofrenîk jî ev e: Ji ber ku ew nabînin, fêm nakin ku bi sedan Apo derketine holê û PKKe jî ne tenê li Bakurê Kurdistanê, ne tenê li Qendîlê, ne tenê li Ewropa, ne tenê li Rojavayê Kurdistanê, li her cihê ku kurd lê dijîn heye. PKKe, mohreke jiyana azad ya rastiya gelê kurd e. Ne dewleta nexweş, ne Erdoganê şîzofrenîk û ne nexweşên kronîk dikarin vê mohrê ji nasnameya gelê kurd xerab bikin.
Ev ne çîrok e, ne darbimesel e; destanekî ku ji demûdewranên, ji heyam û çeqûberka felekê bi veravtina dilopên xwîna ciwanên çar parçeyên Kurdistanê hatiye nivîsandin e û di hevokên Ehmedê Xanî de, di pênûsa Heredot de, di rûpelên Şahnameya Firdewsî de cih girti ye.
Aliyekê wê Kawa ye, aliyekî wê Rustemê Zalê ye… Aliyek jî rastiya gelê kurd û qonaxa îro ya zindîbûna îradî ye.
Ev her du alî, li dijî tecrîda Îmralî tekoşînê dikin. Îsal, yanî sala 2012an sala finalê ye. Fînal, “azadiya Ocalan û xweseriya Kurdistanê” ye.
Cîhan ji xweşên şîzofrenîk re nabûye mêrga helezî û nabe jî.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Li Kurdistanê şerekî dijwar û di çarçoveya faşîzma reş de tê meşandin.
Di vî şerê dijwar de, du rê derketin holê: Riya rastî û riya hêsa... (Gotina hêsa hinekî nermkirina mijarê ye.) Riyeke sêyemîn nîne. Riya sêyemîn, şivîleyeke riya duyemîn e. Di şerê li Kurdistanê de, riya duyemîn alîgîriya hêzên dagirker û desthailatdariya AKPê ye. AKPê jî, faşîzm daxistiya kolanan.
Riya rast, dikare heta bi “Çarmixa Îsa” biçe. Riya hêsa jî, diyar e, ligel AKPê cih girtin e û jiyana di “xêra Xweda” de ye. Aliyek dîrok e, aliyê din tenê di kêla gorê de navek e. Li Kurdistanê, rê ji hev cûda bûne, êdî faşîzma reş û gelê Kurd şer dikin.
Faşîzm, bi çi rengî dibe bila bibe dema dakete kolanan reş dibe. Li Kurdistanê û metropolên Tirkiyê faşîzma li dijî gelê Kurd daketiya kolanan. Li xaka Kurdistanê jî, ev faşîzm bi çekên kimyewî û agirê ji erdê difûre, ji ezmanan dibarê berdewam dike.
Em heyama teknolojiya pêşketî dijîn û derfetên ragihandin û bihîstinê bi hêza brûskî çêdibe.
Di şeran de, gelek caran hewayên bi mijûmoran derdikevin holê. Li Kurdistanê ev hewa mijûmoranî hilatiye û her tişt eşkere bûye. Hinek caran tevlîhevî çêdibin, lê heta îro hatiye xuya kirin ku, kes û derdorên riya duyemîn ya “hêsa” bijartinê, bi zanebûn û li gorî îdeolojiya fermî vê mijûmoranê derdixin holê. Bi alîkariya medya û teknolojiya pêşketî, derewan difûrînin, ji nişka ve hewayê dikine nava tevlîheviyekê.
Îro pêşeng û Xewadayê “faşîzma reş” desthilatdariya AKPê ye. AKPe îro ne tenê desthilatdar e, di nava dewletê de bûye dewlet. Dewleta AKPê, pirr hêlî kar dike û bi her cûra amûrên dagirkeriyê êrîşî Kurdan dike, dixwaze Kurdistanê ji nû de dagir bike.
Ev helwesta AKPê, di tevahiya zivistanî de, hemberî ku berf û serma dijwar hebû, rêbûwar girtîbûn, ji hewa û erdê bi amûrên cûda “faşîzma reş” neda rawestandin. Tu kes nikare kiryarên AKPê, bi tu rengî meşrû nîşan bide. Dema ku rewş bû ev gelê kurd jî, Haraketa Azadiya Kurd jî mecbur e xwe biparêze û çalekiyên gerila jî, weke darbeya li aştiyê binirxîne. Berî komkujiya Roboskî, çend komên gerila bi amûrên cûda ku hîna guman li ser wan heye hatin kuştin. Ji komkujiya Roboskî û vir ve jî, siyaseta du alî ya germ û sar, di rengê qirkirina li dijî gleê Kurd de tê meşandin. Her û her siyaseta tunekirinê di pratîkê de ye. Siyaseta “tunekirin” û kiryarên “qirkirinê”; ev du gotinên sucê mirovahiyê ne û divê bi arzanî neyên nirxandin û şîrove kirin.
Lê ew kes û derdorên ku riya duyemîn bijartine, ligel êrîşên AKPê, karên xwe yên di çarçoveya şerê psîkolojîk de dimonînin. Bêguman ev rewşeke exlaqê cotstandardî ye û tevahiya demokrat û entelektuelên ligel AKPê vê cotstandardiyê dijîn.
Binêrin: Di dema desthilatdariya AKPê de, 45 girtîgehên nû hatine çêkirin, çêkirina 14 girtîgehan û 13 avaniyên bi girtîgehan ve zêde bikin jî berdewam dikin. Li gorî statîstîkên dewletê; di sala 2002an de, 59 hezar û 429 girtî hebûn, di sala 2011an, dawiya meha Nîsanê de hejmara girtiyan 124 hezar û 74 in. Ji du qatan zêdetir e…
Ji aliyekî ve şerê kujerî û faşîzma li kolanan, ji aliyê din ve hewqas girtîgeh û hejmara zêde ya girtiyan. Ev gotina exlaqê cotstandardî, li vir weke reflekseke nexweşiya pîskolojîk derdikevê pêşberî me. Yanî dewlet jî desthilatdariya AKPê jî nexweşên psîkolojîk in. Entellektuel û rewşenbîrên ligel AKPê, wek doktorên psîkolojîk haraket dikin û dixwazin dewlet û desthilatdariya nexweş tedawî bikin. Riya vê jî, bi destê stratejisyenên nexweş ve hatiye destnîşan kirin.
Nexweşiya stratejisyenan cûda ye û aliyekî wê rant e, aliyê din dewşîrmetî ye. Ji ber ku rant, li gorî bagaja siyasî û îdeolojîk tê bidestxistin. Aliyekî wê jî pere ne, aliyê din jî kursî ye; her du alî jî di “îdeolojiya kina nijadî” de digihine hev. Lê di nava 30 salî de, derkete holê ku çemê jiyanê ne li gorî bagaja siyasî û îdeolojiya stratejisyenan diherike. Çemê jiyanê, li gorî afirgerî û hilberîna xwe diherike û her kesî di nava xwe de, li gorî giranî û hebûna wan diragire. Yanî exlaqê realiteya jiyanê, ne li gorî nirxandinên siyasî û bagaja mirovan, li gorî tevgera gelan û daxwazê gelan derdikevê holê.
Baş tê zanîn ku, li welatekî teşhîseke “faşîzma reş” werê danîn, êdî bagaja siyasî ya stratejisyanan çi dibe bila bibe, “mulga dibe” û ne riyên tunekirin, qirkirinan, riyên aştî, çareserî û demokrasiyê derdikevin pêş.
Bêguman wê derbarê şerê ku di rengê faşîzma reş de li Kurdistanê tê meşandin, wê axaftin çêbibin, nîqaş çêbibin, riyên çareseriyê werin pêşniyaz kirin. Ji her kesî bêhtir jî wê entelektuel û rewşenbîr gotina xwe bêjin û nîqaşan bikin. Lê, di demeke wiha de, rewşenbîr û entelektuelên ku ber bayê şerê psîkolojîk ketine, di pêvajoya çêkirina Destura Bingehîn ya nû de, mixbain bayekî demokratîk nabizivînin û kampanya, “Destura Bingehîn ya Demokratîk ku mafê her gelî, her baweriyê bike bin misogeriyê” nadin destpêkirin. Aktorên aştîxaziyê, pêwiste ne yek alî haraket bikin, pirhêlî û li gorî herka jiyanê, bi misyona ji nû de “çêkirina dîrokê” haraket bikin. Binêrin, dîroka Tirkiyê bi desthilatdariya AKPê re, tenê cil û bergên îdeolojiya Îttîhad û Terakî guhertin, heman dijwarî û hilşkîtiya yek-yekan berdewam dike.
Binêrin: Îdeolojiya faşîzma spî, tecrîda salekê li Imralî ne kire pratîkê. Hemberî ku êrîşên fizîkî, jehrdayin jî kirin pratîkê, tecrîda di rengê “mirina reş” de ne kire pratîkê, zilma engizisyon û di qabo û xeşîman da ceza kirina Hîtler nekirin pratîkê. Lê AKPê kir. Entelektuel û rewşenbîrên ku newêrin navê Ocalan, di çarçoveya “heqqê Sezar” de bikar bînin, dengê xwe dernayêxin. Binêrin; bi Îmralî re, li her gund, tax, bajar, kolan û çiyan tecrîda kujerî berdewam dike.
Ew entelektuel û rewşenbîrên ku newerin, rawestandina operasyonên eskerî û vekişandina esker û tîmên taybet ji Kurdistanê bînin ziman, gelo wê çawa diyalektîka jiyanê biparêzin? Eger rast dibêjin û aştîxwaizn, bila pêşniyaza me li jor anî ziman “çareseriya Destura Bingehîn ya Demokratîk” bikin pratîkê.
Gelo bîr nabin ku banga “çekberdanê”, her çiqasî bayekî hînik bibizivîne, dengekî şêrîn û xweş di guhên mirov de biçingênîne jî, ji bilî spekûlasyonan bikêrî tiştekî naye? Ew gotina “kerhen û hamasî” ya jiyana hevreyî, ku dibêjin hezar sal in berdewam dike; 150 sal in ku têk çûye û îdeolojiya Îttîhad û Terakî ev exlaqê insanî kuştiye. Vê îdeolojiya ku di dema desthilatdariya AKPê de reng, cil û bergên xwe guhertine, bi kiryarên “faşîzma reş” li dijî gelê Kurd dimeşîne. Desthilatdariya AKPê, ne tenê li cografya me, li tevahiya Rojhilata Navîn di nava bez, lez, qîr û teşqeleyên tevlîheviyê de ye. Lewma pêvajoyeke metirsînî û hassas dest pê kiriye.
Helbet, pêdviya me teva bi biratî û aştiyê heye, lê ez vekirî dibêjim, dibin desthilatdariya AKPê de ev biratî û aştî çênabe. AKPê, alifê rantxwazan tejî êm kiriye, ciherê stratejisyenên îdeolojiya dewşirmetî û nijadperestiya Tirkîtiyê dagirtiye, medya hevsar kiriye, burokrasî dagir kiriye, arêna siyasî bi gladyatorên birakuj dagirtiye, gelo di rewşeke wiha de, em aştiyeke çawa biqîrin?
Helbet, aştî li hemberî şer xezîneya herî mezin ya mirovahiyê ye, pîroz e, lê dive ku ev xezîneya mezin, ne li ser koletî û dîlgirtina gelekî, ne li ser zihniyeta inkar û tunekirinê werê sazkar kirin. Dive ku di ev xezîneya herî mezin ya mirovahiyê, bi jiyana bi rûmet, hevreyiya wekhevî û demokratîk, îradeya siyasî û birêziya li hemberî nasnameya hev û xweseriya demokratîk were dewlemend kirin ku em dikaribin, ahaaa vê carê, diyalektîka şer û aştiyê rast danîne meydanê.
Medeni Ferho
- Ayrıntılar
Faşîzma reş, di 14ê Temmuzê de careke din, li kolanên Amedê agirê zilmê barand.
Faşîzm hêrs e, kîn e, buxz e, bêbextî ye, kuştin, dagirkerî, wêranî, talanî, derew û telaqreşî ye. Li Amedê jî, polîsên AKPê bi van hest û hişmendiyê, mizgeft jî di nav de êrîşî her kesî û her tiştî kirin. Mudurê polîsan jî, ji sibehî heta êvarî fermanên provakatorî, kuştin, birîndar kirin û qirkirinê dan.
30 sal in, dewleta Tirk li tevahiya Kurdistanê agirê zilmê dibarîne. 30 sal nifşek e. Nifşê pêşî gelê kurd ji gora betonî derxist, dibin pêşengiya lehengên destpêkê de, têba hate kuştin û gelê Kurd xwe ji xweliya xwe afirand. Îro, li dijî “faşîzma reş” nifşê duyemîn şer dike. Piştî 30 salî, gelê Kurd jî, li dijî faşîzma reş li ser lingan e, li meydan û kolanan têkoşînê dike.
Derxistina gelê kurd ji gora betonî, îradeyek siyasî afirand, 40 parlamenter, 100 şaredar bi hezaran siyasetmedar, bi sedan nivîskar û rojnamevan derxistin holê. Sazî û dezgehên civakî, pişeyî, meclîsên gel û sîstemek derxiste holê. Sîstema Xweseriya Demokratîk... Berî çendekî, li payîtexta YE Brukselê, bi siyasetmedarekî Belçîkî re, em li ser sîstemên herêmî axivîn. Piştî min cûdatiya Xweseriya Demokratîk û ya Belçîka bi xetên qalind û sernavan anî ziman, siyasetmedarê Belçîkî got; “me dest avêtiye vê mijarê, niha em dixwazin rêvebiriyên herêmî bi hêz bikin, bandor û otorîteya navendî kêm bikin.” Lê di mijara kontrola gel, huquq û bazarê de, em ne weke hev difikirîn. Ew ligel kontrola saziyên civakî, kulturî bû, ez ligel kontola gel bûm. Dawî got: “Wisa xuya dike ku Kurdan li dijî huquqê dewletê merhaleyek giring bidestxistiye, hêdî hêdî huquqê xwe diafirîne.”
Bêguman gotinên siyasetmedarê Belçîkî rastiyek dianî ziman. Huquqê dewleta tirk li ser bingeha inkar û tunekirinê hatiye avakirin, kanun jî ji bo pratîzê kirina vê inkar û tunekirinê hatine amade kirin. Edalet jî dibin wesayetê de tê bela kirin. Lewma huquq û kanunên Tirkiyê li derî demê têne binavkirin. Gelê kurd jî bi têkoşîna xwe “kanunên jiyana bi rûmet” derxistin holê, yan jî derdixe holê. Yek, xwedî derketina li nirx û pîroziyan e… Du, xwedî derketina li Serokatiya Haraketa xwe ye… Sê, xwedî derketina li gerilayên xwe ye… Çar, xwedî derketina li îrade û nasnameya xwe ye. Vê jî, mina li dadgehên taybet û mekanîzma giyotînê xuya dike, dibin her cure hoy û mercên giran de dike. Li gelek cihan, ev huquq ketiye pratîkê. Mînaka wê Şaredariya Surê ye, herêmên Botanê ne. Herçiqasî, dibin navê dozger û dadgehên taybet de, dewleta Tirk afirgeriya hemdemî dike bin perçiqandin û parçekirinê jî, gelê kurd di vê pêkanîn û kiryarên xwe de bi biryar e. Şerê di navbera faşîzma reş û gelê Kurd de ev rastî ye.
Bê çawa 21ê Adara 1982an, Mazlum Dogan bi sê darikên kufrîtê agirê Kawayê hemdem pêxist; bê çawa di 18ê Gulanê de, Ferhat Kurtay, Eşref Anyık, Mahmut Zengin û Necmi Oner bedena xwe kirin ronahiya riya têkoşîna azadiyê; bê çawa 14ê Temmuza 1982an, bi çalekiya destanî Hayri Durmuş, Kemal Pir, Ali Çiçek û Akif Yılmaz, rê li ber pengava 15ê Tebaxa 1984an vekirin, 14ê Temmuzê 2012an jî, piştî “faşîzma reş” li kolanên Amedê, wê şerê li Kurdistanê bike qonaxeke din. Rol û misyon, taktîk wê werin guhertin. Pirranî jî stratejî û taktîkên Haraketa Azadiya Kurd wê werin guhertin.
Çima, ji ber ku faşîzma reş li kolanên Amedê demokrasî, huquq, maf û îradeya gel nas nekir, hêviyên aştiyê kuştin. Vê kiryara faşîzan jî, meşrûiyeta dewlet û detshilatdariya AKPê têk bir.
Ez baweriya xwe car din dûbare bikim; ev desthilatdarî, ev muxalefet, ev zihniyeta dewletê, ev huquq, ev kanun pirsgirêka kurd çareser nakin. Nikarin çareser bikin. Ji ber ku îdeolojiya fermî ya dewletê, faşîzmê diafirîne, doh rengê wê spî bû, îro kesk bûye, her du reng jî dema dadikevine kolanan “reş” dibin. Faşîzm, reş be spî be, li hundir be, li kolanan be, ne huquq, ne edalet, ne heq, ne maf, ne jî ademiyetê nas dike. Bikenê jî, “kenekî kûbariya alametî ferîqe ye.” Dêhnê xwe bidin Erdogan, di her tewr û rewşê de, dema dikene “kûbariya alametî ferîqe” nîşan dide. Fidel Castro, “dibêje; eger kujerek, dagirkerek, li komarekê bibe serokwezîr, cihê mirovên bi namus û durust yan gorîstan e, yan jî girtîgeh e.”
Bi vê mebestê dibêjim, piştî êrîşên faşîzan li Amedê, şerê gelê kurd wê bikevê qonaxek nû. Stratejî, têkoşîna şoreşger e, lê taktîk wê werin guhertin, fereh û giştî bibe. Ji ber ku şer ne tenê taktîk e: Dema ku taktîk bi stratejî, ideolojî, siyasî hate xurt kirin û li ser bingeha felsefîk hate rûnandin, wê xwe li gorî demê biguhere serketinê bidestbixe. Her guhertin pêdiviya pesrpektîfên nû jî derdixe hole. Bêguman, helwesta dijmin jî, bandore li taktîk û perspektîfên mirov dike.
Lê di vê qonaxê de pêdiviya gel bi çeper û kozikên nû, bi dagirtina cihê valahiyan û kontrolek berfireh heye. Bê çawa dîrok valahiyan qebûl nake, şerên neteweyî jî, belabûn û valahiya çeper û kozikan qebul nake. Piştî faşîzma reş li kolanên Amedê, Haraketa Azadiya Kurd jî, wê divê hêlê de taktîkên xwe biguhere û li ser riyeke cûda kilîd bibe. Di şerên neteweyî de, çavkaniya haraketên azadiyê, her dem bûne gel, lehengê wê jî bûne ciwan. Haraketa Azadiya Kurd jî, ji destpêkê û heta îro, çavkaniya xwe gel dîtiye û ciwanan lehengîtî û pêşengîtiya wê kirine. Êdî wê ne tenê çiya, bajar û navçe jî, gund û kolan jî wê bibin parastina lehengên Haraketa Azadiya kurd. Hingî wê kolanên bajarên weke Amedê, ji bo hêzên faşîst bibin labîrentên tirsê, wê her sih û temtelek reş, her xişpên û pêjna dengekî wê bibê têba dagirkerên Kurdistanê.
Mitinga 14ê Temmuzê, berxwedana gelê Kurd, faşîzma reş ya dewleta AKPê li kolanên Amedê, wê qonaxek nû bi xwe re bîne.
- Ayrıntılar
Tecrida li dijî Birêz Abdullah Ocalan, ber bi 12 mehan diçe. 14ê Temmuzê jî, Kurd wê li Amedê dibin slogana “ji bo Ocalan azadî” kom bibin û mitingekê lidarbixin. Pêwist e her Kurd, di mitinga dîrokî de cihê xwe bigire.
-----------------
14ê Temmuzê navê destanekî ye û biqasî destanê Troya navdar e.
Di paşerojên mirovahiyê de, wê wek qanaxeke dîrokî ya sedsala bîstan û bîstûyekê, di dîrok û ansiklopediyan de cih bigire û di dersên dîrokî de, di anfiyên zanîngehan de werê nîqaş kirin. Ji ber ku senfoniya şaristaniyên di himbêza cografya Kurdistanê teva diqîre û nasnameya qedîm ya mirovahiyê diparêze.
14ê Temmuzê li dijî zihniyeta îttîhadî destpêka berxwedanê ye û pêxistina agirê Kawa li dijî Dehaqên hemdemî ye. Zihniyeta îttîhadî ne tenê li Tirkiyê, li tevahiya Rojhilata Navîn bûye bingeha nijadperestiya faşîzan. Ev faşîzm bûye xeleka fetisandin û dardekirina gelê Kurd û gelên din teva. Lewma destpêka şerê li dijî kelih û bircikên vê zihniyeta “yek-yekan” giring e, dîrokî ye û destpêka destanekî nû û hemdemî ye. Ji ber ku, da xuya kirin ku mirin û kuştin, talan û dagirkerî ne destînî ye.
Zihniyeta îttîhadî, nirx û pîroziyên mirovahiyê red dike, talan dike, qirr dike. Bi vê sedemê 14ê Temmuzê navê destanekî nû û hemdemî ye. Ji ber ku, li dijî hovîtiyê, dengê hawara aştî û parastina jiyanê ye. Îro jî wek senfoniya qedîm kulturên Mezopotamya, wek nasnameya têkiliya mirov û dîrokê, girêdana mirov û axê derketiye holê.
Her destan, bi rengên taybet tê hunandin û aliyê xwe yê civakî, aborî, cografî û huquqî heye. Gerdûniya wna ji vê tê… 14ê Temmuzê jî, di van aliyan de xwedî nirxên pîroz e û roleke gerdûnî dilîze. Bi vê mebestê em dikarin pirsa “destpêka felsefê” di bûyera 14ê Temmuzê de bînin ziman… Çima ev buyer pêk hat? Gotina “çima” bersiva tevger û guhertina bûyerê ye. Çima; ji ber ku bûyera 14ê Temmuzê xwedî giraniyek tevger û guhertinî ye. Bandora wê jî, mina şerê Qerteca û Truwa bandor li herêmê teva kir.
14ê Temmuzê xwedî aliyekî mistîkî ye; Promethuse bi agir ve girêdayî ye, Kawa bi agir ve girêdayî ye, 14ê Temmuzê jî bi agir ve girêdayî ye. Agir guhertin e û şoreşa herî mezin ya mirovahiyê ye, bûye bingeha diyalektîkê û bi mirovahiyê re dijî.
Diyalektîk, li dijî metafîzîkê rastî ye. Rastiya civaka Kurd jî 14ê Temmuzê ye. Dagirkerî û zihniyeta îttîhadî jî bi erênî-neyînî navê vê diyalektîkê ye. Çalekiya 14ê Temmuzê jî sirr û razên li pişta neynikê û di nava fulyonê de veşartî eşkere kirin. Xeta navbera zilm û zordestiyê, dagirkerî û azadiyê, xeta navbera jiyan û berxwedanê, xeta di navbera demokrasî û faşîzmê, di navbera reş û spî de, di navbera dîrok û mirov de, di navbera ademî û hovîtiyê de eşkere kir.
Di qonaxa îro de, 14ê Temmuzê bi zelalî û di wateya xwe ya diyalektîkî de hatiye zanîn, hatiye dîtin û fêmkirin. Çima; ji ber ku darmêwe, kulîlk mezin bû û mêwe dide. 14ê Temmuzê bû çavkaniya çemê dîrokê û di vê herka çemê dîrokê de, pêşketin û guhertineke civakî derkete holê.
Mixabin hîna romana vê bûyera destanî ne hatiye nivîsandin. Roman, neynika dema xwe ye û zimanê gel e. Rengê dahatuya civaka xwe ye, lê bi têrahî ne hatiye nivîsandin. Beltikên magazîna edebiyata Kurdî, di vê babetê de hîna vala ye. Dabaşek dîrokî ye lê ne hatiye nivîsandin, dabaşek desînî ye û ev destînî bi cografya Kurdistanê ve girdayî ye, lê ne hatiye nivîsandin. Hejmara tiştên hatine nivîsandin, gelo çend beltikan dadigirin û çiqasî dabaşên dîrokî anîne ziman?
Erê “kurdên îttîhadî” hene û wek kurmê di birîna mûmarî de kar jî dikin.
Dîsa jî pêwiste romana vê cenagaweriya destanî û gelek bûyerên din werin nivîsandin. Nivîskarên Kurd, di her demûdewran û heyaman de, dibin her cure hoy û mercên giran de, li dijî zihniyeta îttîhadiyan, li dijî kurdên îttîhadî ligel gelê xwe cih girtine û şer kirine.
Elîşer û Zarîfe, mînaka vê dîroka bextewar û serbilind e. Îro jî bi hezaran Elîşêr û Zarîfe li serê çiyan, li kolanan, li girtîgehan mînaka vê dîroka bextawer û serbilind hene. Ji girtîgehan hindik bin jî, berhemên mezin derdiekvin.
Piştî 3- 4 rojên din salvegera vê bûyera destanî ye.
Gelê kurd, vê roja destanî 14ê Temmuzê de, li Amedê wê xelekên destanê dîrokî temam bike. Çima; ji ber ku ciwanên kurd 30 sal in xelekên vî destanê dîrokê dinivîsin û çavkaniya herka çemê jiyana gelê kurd bi pîrozî û nirxan dewlemend dikin. Gelê kurd jî, bi canfedayî van xelekên dîrokî, bask û beşên destanan hûrik hûrik di tevna jiyana dahatû de dihune. Destîniya kor û jiyan bi destê hêzên global, bi destê hêzên dagirkerên xaka Kurdistanê hatiye reş kirin. Sed sal in, çavkaniya jiyana gelê Kurd hatiye wêran kirin. Lewma xelek, û beşên destanê 14ê Temmuzê û hunandina jiyana paşerojan berdewam dike.
Ev beşên destanên dîrokî, bendeyî Homerosên Kurd, Ehmedî Xaniyên nû ne.
14ê Temmuzê li Amedê û mitinga dibin slogana “ ji bo Ocalan azadî” de giring e û xwedî rol û misyoneke dîrokî ye.
Divê Kurd, di vê roja dîrokî de, li tevna jiyana paşerojan de damistonka xwe deynin û di wê rojê de, biçin Amedê û agirê 14ê Temmuzê bi slogana “azadî” dengê xwe bilind bikin. Dive ku di 14ê Temmuza sala 2012an de, dengê gelê kurd yê “azadiyê” li çar aliyên cîhanê bela bibe û wek ala serketinê di ezmanê Rojhilata Navîn de bibalive.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Tecrida li dijî Birêz Abdullah Ocalan, kete roja 343an. 343 roj in ku, vijdanê razayî yê raya giştî şiyar nebûye. Lê gelê kurd, li hundir û derve, li dijî tecrîda komplokeran., li dijî vijdanê razayî di nava têkoşînê de ye. Dive ku, civanê kurdan teva di 14ê Temmuzê de li Amedê be.
-----------------------------------
Keliha derewan, çavkaniya şiltaqî û bêbextiyan desthilatdariya AKPê, ji bo ku careke din Kurdistanê dagir bike, çar hêz kirine nava tevgerê: Romî û çete, cemaet û ol, burokrasî û dadgehên taybet û çapemenî. Her hêzek ji van, stûnek ji îdeolojiya fermî ya dewleta Tirk e û bi tevahî faşîzmeke taybet ku menendê wê li cîhanê peyde nabin e.
Berî çend rojan nûçeyeke ku zihniyet û helwesta AKPê ya li hemberî pirsgirêka Kurd datîne berçavan di çapemeniya Tirk de cih girt. Nûçe derbarê “qereqolên super” de bû. Digot: Di sala 2012an de wê li Kurdistanê 300 “qereqolên super” werin çêkirin. “Qereqolên super” yek ji xelatên AKPê ya ji bo gelê Kurd e.
Ji sedema ku xelatên AKPê, ji bo gelê kurd gelekî zêde ne, min got yek ji xelatan e!...
Dewleta Tirk balkêş e û kiryarên wê jî biqasî wê balkêş in. Di dîroka mirovahiyê de tiştên wiha balkêş kesî ne dîtine û ne bîna ne. Dikujin û dikine stuwê hemberên xwe. Yan jî li ser termê kuştiyan rondikan dibarînin. Dibêjin û mandele dikin. Dema ku derewê wan, yan jî kiryarên wan eşker dibinn, dest bi şiltaqî, şentaj û melaqiyan dikin.
Çar tiştên ku di dagirkeriya Kurdistanê de, ne hatine guhertin hene: Bac û bêş, siyaset, dadgehên taybet, burokrasî, romî, yan jî eskerên reş û cil şînik... Siyaset, reng biguhere jî her dem şêş tîr in. Eskerên reş û yên cil şinîk jî, her dem bûne kulihên bejik û êrîşî îradeya gelê Kurd kirine. Di her demê de, ji erd û ezman qotik barandine. (1) Dadgehên taybet û burokrasî jî, meşrû kirina her cure kuştin, tunekirin, inkar û kiryarên faşîzan in. Doh û pêr jî wilo bû, îro jî wilo ye!...
“Eskerên reş”, nave eskerên di qijleyan de ye. “Cil şînîk” jî cendirme ne. Ji her du basikan re “romî” tê gotin. Çi eskerên reş, ji cendirme, dema ji qijle û qereqolan derketin, weke kulihên bejik bi ser cihûwaran de digir in û her tiştî kafûkûn dikin, weke amûrên afûr û nafûra dojehî, tofana waweylê radikin!...
Gotina “ROM” jî, ji bo dewleta Tirk tê bikaranîn.
Dewlet, dema kujer be, çete be û komkujiyan pêkbîne, înkarê bike, siyaseta demagojî û şiltaqiyan, şantaj û rehîn-girtinê li hemberî hemwelatiyên xwe bikar bîne; kiryarên rûreşî weke, bêbextî, telaqreşî , hovîtî, barbarî dets pê dike. We ku ewropî dibêjin, dewlet bi xwe faşîst dibe.
Navê ROMê, tê wateya dagirkeriya metîngerî, bêbextî, çete û kontra.
Ev teva, stunên bingehîn yên faşîzma reş in. Dîrekt civakê, malbat û kesan hedef digire. Faşîzma li Kurdistanê jî, di nava demê de reng di guherê. Dîsa jî, bi yek armancê haraket dike. Bêzarî, perîşanî, xizanî û neçariyê pêktîne, bend û berberiya birakujî, paşverûtiyê, xeşîmî û bêzariyê pêşdixe.
Ev siyaseta taybet e û rezaleta ku mirov bi waqa-î sosyolojîk bi nav bikê ye.
Lê mijara me “qereqolên super” e.
Dagirkeriya faşîzan, dibin pêşengiya AKPê de bi rengekî cûda û dijwar li Kurdistanê tê meşandin. Piştî şerê 30 salên dijwar û berdêlên giranbiha, Kurdistan di aliyê zihnî, bedenî, civakî û îradî de hate rizgar kirin. Lê AKPê bi riya “eskerên reş” , “romiyên cil şîn” û “faşîzma kesk”, dixwaze car din Kurdistanê dagir bike. Ji bo vê jî, serî li her cure riyên derî exlaqî û derî insanî dide.
Li gorî ragihandina çapemeniya Tirk; Desthilatdariya AKPê, biryar daye ku, di sala 2012an de, 300 “QEREQOLÊN SUPER” ava bike. Heta îro, 60 qereqol jî hatine çêkirin.
Balkêş e ku berê, Kurdan avaniyên xwe saxlem û li hemberî topên dewletê bi hêz çêdikirin. Yek ji van gundan Mizîzexê ye. Piştî ku cara yekemîn top çû ser gund û xaniyê gundiyan (Qesrê) xerab kirin; kesên ku piştî demekê xaniyê xwe çêkirin, navbera dîwarên taqên xanî, derdora 70-80-100 cm. fereh çêkirin û “risim”a wê jî bi kils û keviran dagirtin. Banê xanî jî, bi du rêz keviran kemberî ava kirin. Cara duyemîn û ya sêyemîn ku, car din top çû ser gundê Mizizexê, xanî bi hêsanî ne hatin hêrivandin. Mînaka wê jî, hinek ji qesrên ku hîna li ser lingan mane ne. Gundiyan digot: “berê topê bandor li xaniyê (….) ne kir.”
Lê niha, yanî piştî şerê 30 salî, ne gundiyên Kurd, dewleta Roma Reş qereqolên xwe “super” çêdike. Ev jî dide xuya kirin ku faşîzma reş, şîn û kesk, li Kurdistanê têk çûye. AKPê, wargehên hêzên dagirkerên eskerên reş û romiyên cil şîn çêdike û Cemaeta Fetul-munkîr polis, burokrasî û saziyên “munkîrî” ava bike jî, xêr nake.
Balkêş e, ji roja ku Komara Tirkiyê hatiye damezrandin û heta îro, her bajarekî Kurdistanê qijleyek lê hatiye ava kirin, her navçeyek jî qereqolek. Li hinek ji navçeyan, yan jî gundan qijle lê hatine avakirin. Mînak Midyad e, gundê Nisêbînê Bawerdê ye. Pirraniya van qijleyan, di dema Osmaniyan de, cihê hêzên seyar bûn û ji bo biavêjin ser Kurdan hatibûn çêkirin. Desthilatdariya AKPê, li van qijle û qereqolan 300î din zêde dike. Heta îro 60 “qereqolên super” jî hatine çêkirin. Her qereqol tê wateya gorên komî û betonkirî.
Bajarên Kurdistanê 24 in, hejmara navçeyên Kurdistanê jî, kêm zêde 194 in.
Li gorî hejmara qijle û qereqolan, li her taxa bajarên biçûk û mezin, li her gundê Kurdistanê qereqolek dikeve.
Piştî şerê Têkoşîna Azadiya Kurd, zêdetir ji 100 hezar qorucuyan, çete û kontra jî li vê hêza qotikê hatine zêde kirin. Hejmara polîsên li Kurdistanê jî 600 hezar in. Yanî hêzên çekdar yên tirk, ku li Kurdistanê hatine cîwar kirin, ne biqasî şêniya Kurd be jî, jê ne kêmtir e. Derdorê 2 milyonan e…
Di dîroka kolonyalîzma cîhanê de; ji dema Emperetoriya Roma û Skenderê Mekedonî jî di nav de, kesî tiştekî wiha ne dîtiye.
Li gorî agahiyan dayin, dîwarê “qereqolên super” 20 cm. qalind e û li hemberî rokêtan bi hêz e. Divê were zanîn ku dîrok dûbare nabe û dem jî paş de venagere. Dem û dewran jî ne demûdewrana şerê yekêmîn yê cîhanê ye, Kurd jî ne Kurdên berê ne.
Dive em tiştekî din li 4 tiştên ku di dagirkeriya Kurdistanê de ne hatine guhertin zêde bikin. XIYANET.
Dema ku min MARÊ DI TUR DE nivîsî, êrîşî min kirin, Wilo xuya dike ku dive ez cildê duyemîn û sêyemîn yê xiyaneta Kurd binivîsim. AKPê xiyaneta Kurd jî zêde kiriye. Ew birîna mûmarî ya gelê kurd e. Ji ber ku her qereqol, her qijleya li Kurdistanê çavkaniyên xiyanetê zêde dikin, qedexe, asimilasyonê dijwartir dike û xelekek ji ya qirkirin û komkujiyên li Kurdistanê ye.
Divê werê zanîn: Ne “qereqolên super”, ne jî kes û derdorên bi hefsar û gergunk, ku li dora AKPê bûne xazûlka berjewandiyan dikarin têkçûna dewlet û desthilatdariya AKPê li Kurdistanê bidin rawestandin.
-----------------------
1. –Qotik: Weba
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Tecrîda li dijî Birêz Abdullah Ocalan, kete meha 12an, gelê Kurd jî li welat û derveyî welat, di nava tevgerê de ye. Pêwiste rewşenbîrên kurd jî, di vê pêvajoya dîrokî de bêdneng nemînin.
----------------------------
Di demeke ku dewleta AKPê, bi armanca valakirina hundirê siyaseta kurdan ketiye nava tevgereke giştî; tecrîd dike, dikuje, digire, red û înkar dike de gelê kurd jî ketiye nava çalekiyên dijber. Lingek ji yê çalekiyên gelê kurd li Ewropa ye, lingek jî li welat e.
Di vê pêvajoya ku cîhana me, di pêvajoyeke şerê cîhanî de ber bi rewşeke germ diçê de, belgeyên dewleta AKPê derketin holê û hate xuya kirin ku tevahiya kurdan bi çi dijminekî hov, çi zihniyeteke kujer re rû bi rû ne. Car din derkete holê ku KT, ideolojiya dewşîrmetiya kujer û klasîk ji destên xwe bernedaye. Car din hate xuya kirin ku, ne demokrasî, ne mafên mirovan, ne exlak, ne ademiyet û ne huquqê gerdûnî ligel wan giring e.
Divê werê zanîn ku destdirêjiyên Tirkiyê, ya li Suriye jî tenê yek parçe ji siyaseta gemarî ya dewleta AKPê ye. Dîsa komkujiya Roboskî û li Qendîlê jî, tenê yek parçe ji vê siyaseta qirêj û kirêt in. Piştî ku BELGEYÊN VEŞARTÎ derketin holê, êdî tevahiya parçeyên ideolojî û siyaseta dewleta AKPê eşkere bûn û rastiya dewleta AKPê jî baş hate fêm kirin. Armanc tunekirina gelê Kurd e.
Gotina min ya “FÊM KIRINê”, ji bo kesên sêyemîn e.
Belgeye veşartî ya KT wiha ye:
VEŞARTÎ YE
TC. WEZARETA KARÊN DERVE
JI AGİMê Û SAZIYÊN GIRÊDAYÎ wê AİGY Û GİGY re
JI BO VAN SAZIYAN BI DEST Û VEŞARTÎ
JI BO KÊ: JI BO KONSOLOSXANEYA ERBÎL - IRAQê
RENG: JI BO SAZIYÊN PÊWENDÎDAR Û BÊ HEJMAR
MIJARA BELGÊ: İHALA-8214TKL-TAR
MIJAR: Ji bo pêşketinên nû li herêmê, ewlekariya hundir û derve, di polîtîqeya derve de, aamdekariyên ji bo konseptê û gavênw erin avêtin
JI BO SAZIYÊN PÊWENDÎDAR;
Di vê belgê de, karûxebatên dibin sîwana Wezareta Karên Derve ya Tirk de, ku li herêmê têne meşandin têne destnîşan kirin. Planên veşartî yên karûxebatên hatine kirin û werin kirin jî cih girtine. Ev belge, ji Konsolosxaneya Tirk ya Hewlêrê re hatine şandin û neynika KT, ya karûxebatên provakasyonî yên li Başûr, Rojava û herêmê ye. Di heman demê de siyaseta Tirkiyê ya li Suriye jî eşkere dike. Navend û baregeha konseptê jî Hewlêr e, hedef jî Kurdên li rojava ne.
AGIM: Navenda Ewlekarî û Lêkolînan ya Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê ye. Girêdayî vê saziyê, AİGY û GİGY hene. Ev jî baskên saziya karûxebatên provakasyonan e û ji aliyê îstîxbarata Tirkiyê ya eskerî û sifîl ve têne meşandin. Belge dide xuya kirin ku, Komara Tirkiyê ji bo têkbirina Kurdên Rojava, Hewlêr û Başûrê Kurdistanê weke baregeh bikar tine.
Komara Tirkiyê rejîma Suriye dike hincet û ji bo tesfiye kirina PKKê û Kurdên li Rojava polîtîkeya kujerî dike pratîkê. Komara Tirkiyê di belgê de, di pêşketina li Suriye de, Kurdên Rojava wek faktora sereke dinirxîne û bi nav dike. Li gorî vê tespîta giring jî, rê û şivîleyên werin dîtin û gavên bên avêtin jî tespît dike. Dibêje:
Gava yekemîn: Li dijî bandore PKKê ya li ser Rojavayê Kurdistanê, şarê psîkolojîk wê werê kirin. Dibêje: Di nava gel de bela bikin ku PKK rejîma Suriye diparêze. Bi rêjîmê re li hev kiriye, gelê kurd ji bo parastina rejîmê dike qurban..
Ji bo vê siyasetê bikin pratîkê jî, PDKê û rêvebiriyên herêmê dikine amûrên xwe û kar jî didine wan. Dîsa didine xuya kirin ku ji bo vê siyasetê, erêniya dewletên rojava jî hatiye standin. Di heman hewldanê de, hinek kesên ji Kurdên Suriye jî weke lîder têne tespît kirin. Di belgê de wiha tê gotin: Ji kesayetiyên Suriye mirov werin tespît kirin û derbixin pêş, wek lîder lanse bikin û misyonekê bidin wan, bi hêzên din re bidin naskirin û wan bînin cem hev, dibin pêşengiya wan de yekîtiyan çêbikin, hevkariyan bidin destpêkirin. Ev siyaset li gorî berjewendiyên me ye.
Di xala duyemîn de, misyona ji bo PDKê jî heye, dibêje; (…)
“Hêz û bandore rêxistina cihêkar ya Kurdên li Suriye (PYD) têk bibin, lewaz bikin û pêgiha tevgera wê teng bikin, dawî tesfiye bikin. Ji bo vê jî xeta PDKe serdest bikin û destek bikin.”
Di belgeyên VEŞARTî yên KT de, provakasyonên li Rojavayê Kurdistanê jî cih girtine. Dibêje; pêwiste, nijadperestên Ereb, dijberên li dijî rejîmê dibin pêşengiya îstixbarata Tirk de bikevin nava tevgerê.”
Balkêş e ku KT ji bo vê jî, hemwelatiyê Suriye Kurdê ku wek leheng û pêşengekî siyaseta Kurdên li Suriye tê naskirin, nam-i deger Selahê Bedrê yanî Selahaddîn Bedredîn bijartiye.
Xala 4. mîn jî dibêje:Di pêvajoya şer de, Kurdên li Suriye ber bi Tirkiyê bidin koçber kirin; beşekî jî ber bi Bakurê Iraqê, herêmên dibin hegemonya PDKê de bidin koçber kirin. :
Bêguman agahiyên divan belgeyan de ne ev bi tenê ne.
3 daxuyaniyên dawî yên rêvebirên Artêşa Azad ya Suriye û hedef girtina Afrînê, vê konjektura bêbext û bextreş jî ku çawa kirine pratîkê, baş eşkere dike.
Medneni FERHO
- Ayrıntılar
v
Dersîm; tê wateya “Deriyê zîv”, bi tirkî jî dibêjin “Gümüş kapı”. Çar aliyê Dersimê çiyayên bilind û newalên kûr ve hatiye pêçandin. Li nav bajarê Dersimê ava Mûnzûr û ava xarçik digîjin hev. Serê çiyayê Mûnzûran wek bûkekî herdem spî herdem zêrîn e. Dersîm ji dîroka mirovatiyê heta qetliama 1938’an azad jiyan dike. Ne Romayê reş û Erep, ne jî Pers û Osmaniyan li Dersimê nebûn desthilat. Piştê ku raperîna Seyît Riza bin dikeve, ew dem Dersîm jî dikeve û bi dijwarî, asîmîlasyona dewletê Kemalîst re rû bi rû dimîne. Lê belê hemû çiya, newal û zinarên Dersimê bêhna raperîn û berxwedana belav dike. Bi sedan keçên ciwan ê Dersimê ji bo nekeve dest leşkerên tirk xwe ji zinaran diavêjin. Dîrok û erdnigariya Dersimê ewçend rengîn û dewlemend e.
Hevala Zîlan ji vê dîrok û erdnîgariyê bandor dibe. Ji aliyeke din dikeve bin tesîra Rêber APO û tevgera azadiya kurd. 1996’an li Şam’ê dema êrîşek li hember rêber APO tê lidarxistin, berê herkesê hevala Zîlan dibe bersiva Serokatî û xofeke mezin dide van êrîşkar an. Her çiqas ketina navenda Dersimê zehmet be, hevala Zîlan bi awayeke gerîllayê nûjen dikeve taxa cûmhûriyet ê. Çalakiya fedaî pêk tîne. Dijminê xwîn xwar û emperyalîstên komploger hejandineke mezin dijîn. Dilê 50 milyon kurd bi şehît Zîlan gêş dibe, serê 50 milyon Kurdistan’î bi şehit Zîlan bilind dibe. Zîlan bi çalekiya xwe jiyaneke nû diafirîn e. Zîlan dibe jiyana azad. Navê keçên kurdan dibin Zîlan. Kom bi kom derdikevin serê çiyan, pêl bi pêl rabûne serhildanê. Ketin zindanan, bûn berxwedanvan. Ş. Zîlan riheke nû da ciwan û jinên Kurdistanê. Kurdistan bu qada rûmeta mirovahiyê. Her sal 30’ê hezîranê têkoşerên Kurdistanê, Ş. Zîlan bibîrtînin û têkoşîna xwe bilind dikin.
Di salvegera çalekiya herî mezin a PKK’de em soz didin ku vê salê emê bikin sala Rêber APO. Gelê Kurdistanê beriya gerîlla vê salê bi serhildanên xwe kir sala Rêber APO. Hemû Kurdistan wazîfeyên xwe pêk anî. Niha dem dema gerîllay e. Ş. Zîlan çawa bû besiv ji komploya navnetewî re, pêwîst e em jî bibin bersiva şerê topyekûn. An emê di xeta Zîlan de têbikoşin û serbikevin, an jî dîrok wê tucar me afû neke. Rêka navîn nîne. Rêber APO dibêje; an hûn bibin wek Zîlan, an jî têkbiçin. Rêka din nîne. Rêka navîn oportonîzm e. “Xwedî derketina nixên Kurdistanê, xwedîderketin xeta Zîlan e. Tenê ev xet û şêweyê têkoşînê dikare xeyal û armancên gelê kurd pêkbîn e. Axa Kurdistanê çawa ji Îskenderê mezin re bû cehennem, ji dewletên statû parêz û hêzên kompoger re jî wê bibe goristan. Vê carê em wek şagirtên Ş. Zîlan li ser xaka pîroz bi ala sor û zêrîn rûmeta xwe ya netewî ji hemû cîhanê re bidin nîşandan. Sond û peyman me jî Rêber APO û Ş. Zîlan e…
Emê heta dillopa xwîna xwe ya dawî têbikoşin û di rojên pêşerojên azad bi Serokatî re bijîn.
Rohat
- Ayrıntılar
Hêvî avakirin û pêwîstiyên van hêviyên pêkneanîn gunehê herî mezine. Nemaze di rojên dawî de mijara çareserkirina pirsgirêka Kurd di rojave hemû welatên perçeyên Kurdistanê ne. Aktorên navnetewî jî dixwazin di vê mijarê de rol bigrin.
Bi vê mijarê ve girêdayî hema bêjin hemû rayedarên hukumeta AKP daxuyaniyan didin. Rayedarên Herêma Kurdistanê, DYA, YE û cardin rewşenbîr û rewşenkorên lîberal di vê mijarê de nêrîn û hêviyên xwe tînin ser ziman. Mirov dikare bêje axaftin zêdene. Gelek tişt tên gotin, nêrîn pêş dikeve. Di vir de tu pirsgirêk nîne. Mijar çiqas bê nîqaş kirin ji bo çareseriya pirsgirêkê bingeheke xurt dikare ava bike.
Gelek caran ji bo gotinên rispiyan an jî rêber û melayên di civakê de dihate gotin ku, "tişta dibêjin bikin, tişta dikin nekin" Bi vê ve mebest ew e ku gotinê wan rast e lê pêkanînên wan an go emelên wan şaş in. Guftugoyên di rojên dawî de jî heman tiştî tînin bîra mirovan. Lê ev tenê jî kêm e. Hemû tiştên tên gotin jî ji rastiyê dûr in û gûmanên heyî ji holê ranake.
Weke çend mînak Kurd çend hezar sale li ser vê xakê bi çanda xwe û zimanê xwe jiyana xwe berdewam dike. Hemû şer, êrîş, bişaftin, asîmîlasyon û înkar nekarî hebûna çand û zimanê Kurdan tune bike. Cardin bi hezaran sale Kurd li ser vê xakê bi gelên din re têkiliyên pir xurt avakirine . Her dem behsa biratiyê tê kirin. Lê dema ev biratî yekalî be an go li ser hîmê xapandinê be serhildan û nerazîbûn jî wê pêş bikevin. Nemaze piştî înkar û asîmîle pir eşkere hate kirin Kurdan jî li beramberî vê yekê nerazîbûn û bertekên xwe nîşan dan. Lê heta roja me ya îro ji bo vê jî gelek êş, şikestin û azar jiyankirine. Piştî derkeftina PKK'ê nemaze destpêka sedsala 21. de polîtîkayên înkarê bi giştî hate rûxandin. Ev encama berxwedana mezin a PKK'ê bû. Ji bo vê gelek berdêl hatibû dayîn. Gelek can ji bo vê yekê gihîştin asta pakrewaniyê. Lê êdî di roja me ya îro pir eşkere hebûna Kurdan tê pejirandin. Ev berhemê çanda berxwedanê ya PKK'ê bû. Ji xwe ji rojên destpêkê de ji yek pêşengên vê tevgerê Mazlûm Dogan gotibû" Radestî mirov dibe îxanetê, berxwedan jî digihîjîne serfiraziyê" Bi jiyan û berxwedana xwe jî ev yek îspat kir.
Di roja me ya îro de jî ev înkar a eşkere neyê guftûgokirin jî lê bi pêkanînan xwesteka berdewam kirina vê yekê xuya dike. Bi axaftin û pêkanînan ev yek ji xwe rastî li bertekên dijwar ên gelê Kurd tê.
Çend mijarên di rojên derbasbûyî de nîqaşên gurr bûne;
*Zimanê Kurdî wê bibe waneya bijare...
*Bila bê şert û merc PKK çekan berde...
*Ger PKK çekan berde em dikarin xistina mala taybet a Reber APO nîqaş bikin...
*Hêviyên ji bo AKP û Erdogan ku wê pirsgirêka kurd çareser bike heye...
Ev tenê çend mijarin ku mirov bi rastî jî van çawa binirxîne, bi çi rengî şîrove bike? Pergaleke ew qas eşkere weke henekê xwe bi mirov bike dibêje me qedexeyên li ser zimanê kurdî rakiriye! Lê hîn jî bi sedan girtî ji ber li dadgehan de nikarin bi zimanê xwe îfadeyên xwe bidin darîzîna wan xetimiye.
Bi sedan ciwan, jin û xwendekar ji bo bi kurdî axifîne, bi kurdî diruşme avêtine an jî bi kurdî xwendine di girtîgehan de ne. Di sedsala 21. de hîn jî hin kêmaqil dikarin bêjin "zimanê kurdî ne zimanê şaristaniyê ye". Ya rast ev ruyên wan ê rastîn nîşan dide. Dîsa li Kurdistanê li welatê Kurdan de dibêjin hûn dikarin bi dersên bijare perwerdeya zimanê xwe bibînin. Ev ji bo netewekî heqareteke. Ziman zimanê wî yê dayikê ye, mafeke jiyanî û xwezayiye. Lê ji bo bi wî zimanî perwerdê bibîne divê wê dersê hilbijêre. Ev tenê pêkanîneke faşîzan e. Ji ber vê jî tu kes ji xwe bi wan bawer nake. Heta bixwazin bila weke pêkanîneke dîrokî binirxînin, di aliyê hişmendî de weke şoreşê bigrin dest lê gelê Kurd dizane naveroka wê vala ye û ji bo xapandinêye. Çawa nepoxek çiqas mezin be jî bi tiştekî tûj pir zû dikare biteqe û belav bibe, Ji ber ku nava wê valaye tenê hewaye. Ev galegalên wan jî weke nepoxêye.
Heta destpêka avakirina tevgera azadiyê li ser navê Kurd û Kurdayetiyê li Kurdistanê peleke daran jî nedihejiya. Bi gotina wan "Kurdistan li çiyayê Agiriyê meftûne". Kê li ser navê Kurdayetiyê û Kurdistanê gotinek bikira her cure zext, girtin, îşkence, ceza ji bo wî -wê rewa dihate dîtin. Bi hezaran kes ji bo bi Kurdî axifîbûn di girtîgehan de jiyana xwe borandin. Bi hezaran zarokên Kurdan ji ber li dibistanê bi Kurdî axifîne lêdan xwarine, gef li wan hatiye xwarin û gelek mînakên bi vî rengî...
Eşkereye ku hemû destkeftiyên di warê Kurd û Kurdistanê de bi berxwedan û tekoşîna Tevgera Azadiyê ya 28 salane bi çekdarî berdewam dike hatiye afirandin. Bi xwîna dehhezaran lehengên cangorî ev nîrxên behempa hate avakirin. Xeleka înkar û îmhayê ya weke çarenûsa Kurdan dihate dîtin, belav bû tar û mar bû. Lehengî, berxwedan û tekoşîna vê tevgera di gelê Kurd de jî hişmendî, bawerî û ruhê serhildanê afirand. Tu zext, lêdan, girtin, kuştin, komkujî êdî nekare çavê Kurdan bitirsîne. Çawa dema roj hiltê û hemû dinê ronî dike, bi hilatina Tevgera Azadiyê jî Gelê Kurd ronî bû, hemû rastî bi çavên xwe dît, bi vê tevgerê û rêbertiya wê bawer kir û xwedî li nîrxên vê tevgerê derket. Ya rast pergala dagirker jî dizane ku hemû destkeftiyên roja me ya îro bi berxwedan û tekoşîn di pêşengtiya Tevgera Azadiyê hate bidestxistin. Ji bo xapandin û cardin ji bo serdestkirina polîtîkayên xwe yê bişaftinê dixwazin çavkaniya mîsogeriya jiyana azad a gelê Kurd ji dest wan bigire. Ev rastî divê were zanîn; Gelê Kurd heta mafê xwe mîsoger neke, xweseriya demokratîk ava neke, Rêbertiya xwe di nav xwe de nebîne an go Kurd û Kurdistan azad nebe tekoşîna çekdarî jî bi dawî nabe. Tu kes bila xewnan nebîne...
Ev deh sale AKP desthilatdare. Di warê axaftinan de bi rastî jî gelek guhertin kirin. Lê dema mirov li pêkanînan dinere, ji demên şer herî dijwar bibû jî zext, êrîş û bişaftin zêdetir bûye. Hemû siyasetmedar û pêşengên Kurdan ên ji bo azadiya Gelê Kurd tekoşînê dimeşîne di girtîgehan de ne. Rêberê vî gelî ev 13 salin di bin şert û mercên herî dijwar de , bi awayekî dijmirovahî tê radestkirin. Hilbijartiyên vî gelî di zîndanan de ye. Bênavber operasyonên leşkerî li her deverê Kurdistanê berdewam dike, bi her cure teknîkên pêşketî roj nîne ku Çiyayên Kurdistanê neyê bombekirin. Daristanên Kurdistanê tê şewitandin, bi avakirina bendavan hemû xwezaya Kurdistanê dirûxînin. Li ser sînoran bi awayekî eşkere nebes bû, di girtîgehan de jî gelê me di komkujiyanre derbas dikin. Li qadan direyin û dibêjin; "Jîn jî be, zarok be jî tişta pêwîst wê we re kirin" Ew qas dijminantiyeke eşkere dikin, bi xapandin, dek û dolaban înkara herî nuxumandî dimeşînin. Hîn jî wê bi çi rengî ji van hêvî were kirin. Ji van hêvîkirin naveke din yê xwexapandinêye. Gelê Kurd hişyar bûye, li berxwe dide, nexapiyaye, wê nexape...
Salar Mendo
- Ayrıntılar
Tecrîda li ser Birêz Ocalan, piştî 13 rojan wê bikevê meha 12an, ev “mirina reş e”. Divê Kurd “mirina reş” qebûl nekin.
*********
Erdogan, di magazina 12ê Êlûnê de siyasetê dike, lê dekor guhertiye.
Di magazina siyaseta Erdogan de, bardaxên plastîk yên Coke Cola û Coke Zero nînin, rengê şerbeta Erdogan cûda ye. Pêgiha fonksiyonel ya magazina siyaseta Erdogan, geh çepgir e, geh misilman e, geh demagog e, geh şovmen e, geh kabadayî ye. Ji xwe li Amedê got, “aliyekî min ji Amedê ye.” Ev postmodernîzma klasîk e, hem kujer e û hem banga dewşirmetiya hevsarkirin û girêdana li ser alif e. Aliyek jî banga dewlemendên rastmaliya kesk ku urê xwe nepixandine.
Erdogan di vê magazine de, gelek caran behsa kultur û hişmendiya modern dike. Lê bawer bikin, modela wî ya McCarthy ye. McCarthy lîsteya kesan amade dikir û dest bi nêçîra komunîstan dikir; Erdogan jî listeyan amade dike û dest bi nêçîra terorîstan dike. Mac Carthy digot, “ev komunîst in”, Erdogan dibêje ev “terorist” in.
Kesên di lîsteya McCarthy de cih girtine, Bertolt Brecht, Charlie Chaplin, Arthur Miller, Orson Welles û Pete Seeger in. Ev kesên ku di dema xwe de herî navdar in. Erdogan jî, Hatîp Dicle, Selma Irmak, Bekir Kaya, Muharrem Erbey, Tayip Temel, Mehmet Emîn Yildirim, Omer Guneş, Buşra Ersanli, Kenan Kirkaya û hwd. girtî ne. Ev jî navdarên dema xwe ne.
McCarthy “listeyên reş” amade dikir, Erdogan jî “lîsteyên kesk” amade dike. McCarthy “izm”ek bi paşiya nave xwe ve kir; Erdogan jî, gavek zêde avêt, û bi “marş-i mehteran” û weke Erod-Xan, yan jî Xan Erdo derdikevê pêş û dixwaze Kurdistanê ji nû de dagir bike. Hingî wê bibe Fatîh Sultan Erdo-Xan.
Lê Erdogan ne tenê di magazîna siyasî de dixwaze guhertinan bike. Dixwaze magazina kultura Tirkiyê jî, bike tara bêjingê. Ji xwe kultura gelên li Tirkiyê di Cagaloglu de hatibû tarûmar kirin, niha jî dixwazin di rengê kesk de tarûmar bikin. McCarthy, dest avête Holiday; Erdogan jî, dest avête cîhana teatro, Yeşîlçam û bazara Unkapani. Bi riya Medya hevkar, reklameke mezin ya afirgeriya kultura Erdo-Xan jî di rojevê de ye.
Dema ku hinek kes û derdor, rastiyê dibêjin, Xan Erdo û “kesk-îzm” radibe ser piyan û dikine hawar û dibêjin; “ev çi teşqele ne, em hej ji tiştê wiha nakin.” Piştî van gotinan, radikalên li dora Xan-Erdo, dikevine nava haraketê.
Ev waqayeke klînîkî ye. Radîkalên li dora Erdogan jî, her gotin û kiryara wî, weke, “bingeha îdeolojiya pîroz” bi nav dikin. Lê ew kes û derdor, ji ideolojiya bilind bêhtir, li gorî bejna Erdogan û “lawikê Derya Reş û lewendê Gurcî û Qasimpaşa”yî tevdigerin. Tîtr û paşnavê “XAN” wek gulikên tizbiha zivî derdixine pêş.. Xemla qûretî û pozbilindiyê jî, bi wan gulikên tezbiha zivî nexşe dikin, yanî cihê pariyê xwe xweş dikin.
Lewma bi çavdêriyeke romannivîsî, ez dikarim bêjim ku, spektruma Erdo-Xan ne di cihê xwe de ye. Kimya bedena wî xerab bûye, elektromanyatîkên rojê (spektrum) teva, di laşê wî de şaş digerin û şaş zerkî derdorên wî dibin. Haa, li gorî diyalektîka jiyanê, spektruma mirovên dewşîrme teva xerab e. Ji ber ku di çerxa guhertinê de, kimya beden û mêjiyê wan mirovan tê guhertin. Ev jî hunandin, ragirtin û bidestxistina elektromanyatîkên rojê, hewayê, axê û hwd. şaş têne standin. Bedena kesên dewşirme, şaş fêr dibe û şaş spektruman vedixwe. Hiyerarşiya bedena kesên wilo tevlihev e, nikare rast û têgihiştî hilgirê nava xwe. Ji hêza kêşa Newton ya gerdunî û ji qanunên matematikî bê par dibin. Êdî, zemberaka saeta bedena wan, li gorî modela xulamtî û bendetiyê geh sist dibe, geh tê îşkdan û dişide.
Mirovên weke Erdogan û çêlîkê Temo Gewrê, Mehmet Şîmşek zanistên weke Hegel, Aristo, Marx, Rousseau, Febvre, Robert Qwan, yan jî Cahrles Faurier bixwînin jî, naqarate xwedawendên xwe dubare bikin. Ji ber ku “zulcelal”a-hiyerarşiya bedena wan û mêjiyê wan, tenê aliyê bendetiyê fêm dike. Ev jî wan zalim dike, êrîşker dike û wan ber bi “XAN”ûmaniyê dibe. Aliyekî wan sultanetê diragire, aliyê din jî bazirganiyê. Mixabin bazirganiya wan jî li ser xwînê ye. Ehl-î fenatîzmê ne û ji rîska kiryarên xemginiyê narevin. Erdogan jî her dem, rîska kiryarên xemginiyê hedef girtiye û digire.
Bedena bi êş û qolinc, êşê diafirîne û li dora xwe jî bela dike. Ev nexweşî ye û bi navê erebî “giybet” e, bi kurdî “teşqele” ye û Qur’ana pîroz jî ev gunehkarî, weke “xwarina goştê mirovan” bi nav kiriye. Dewşirmetî, bingeha vê gunhekariyê ye. Îro, li Tirkiyê ev gunehkarî tê kirin. Mînak; li Emerîka Mc Carthy, di salên 1947 û 1957an de ev gunehkarî dikirin. Di sedsala navîn de li Ewropa û bi “nêçîra efsûnbazan” ev gunehkarî dihate kirin.
Li Tirkiyê jî, ev gunehkarî gihaye qonaxa herî bilind û weke “linca li kolanan” derketiye hole. Bingeha vê gunehkariyê ideolojiya fermî ye û li se rbingeha çetetiyê hatiye rûnandin. ji bo ku vê gunehkariyê meşrû bikin jî yan kanun derxisitne, yan jî gotina “gel bersiv da” bikartînin. Serokwezîr Erdogan jî, faşîzma li kolanan û anarşîzma civakî bi heman gotinan parast.
Ev nexweşiya ku bûye çavkaniya gunehkariyan, paradoksa desthilatdariya AKPê ye. Bi Serokwezîr Erdogan dest pê kir, di Idrîs Naim Şahîn de, di Mehmet Şîmşek de, di Beşîr Atalay da, di Mehdî Eker û hwd. de giha asta herî jor.
Bi saya van dewşirmeyên ji diyalektîka mirovahiyê dûr, Tirkiyê ber bi neo-insaniyetê ve diçe. Vê neo-inaniyetê jî weke misilmantî û baweriya 4 ji 4an ya demokrasî û exlak û pêşverutiyê nîşan didin. Lê totalîtarîzmeke dojehî diafirînin.
Ey gunehkarî, çiqas zêde evîndarên te hene.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Eger îro gelê Kurd li hemberî daxuyaniyên Erdoxan yên derbarê komkujiya Roboskî de nebe xwedî helwest, wê sibe Erdoxan bibêje “kuştine Kurdan helal e. Yan jî kî Kurdekî bikujê wê biçe beheştê” Eger dewleta AKP ê îro hesabê komkujiya Roboskî nadê wê sibe komkujiyên dîtir jî biqewimin. Ji bona ku komkujiyên dîtir jî neqewimin helwest û têkoşîna gel û gerila gelekî girîng e. Eger em hesab ji AKP ê nexwazin, tê wateya ku wê tenê rondik ji çavên me werin xwarê û dîsa êş para me be. Erdoxan di daxuyaniyên xwe yên van her du rojan de dide diyarkirin ku kuştine zaro û ciwanên Roboskî erkê leşker û polîsan bû. Di demekî weha de çima vê dibêje, yan jî armancê wî ji vê yekê çiye? Gelo derî li pêşiya komkujiyên dîtir vedike?
Eger ku êşên komkujiyên Tirkan li ser Kurdan kirî hatibe jibîrkirin îro gelê Kurd nedirabû serxwe. Bi roxmî hemû rê û rêbazên şerê taybet yê ku dijmin li ser ciwanên Kurd dide meşandin, lê belê dîsa jî ciwanên Kurd tevlî nava refên gerila dibin, ev tê wateya ku di xwîna Kurdan de berxwedanî û girêdana bi azadiyê ve heye. Li ser civaka Kurd ti rê û rêbazên şerê piskolojîk yên gemar nemane ku dijmin nedaye meşandin, tu ji kuştina fêzîk bigire, ji kuştine mejî û dil bigire, tu ji destdirêjî û xîzantî bigire, hemû cureyên qirêj bi armanca helandinê, li ser gelê Kurd hatiye meşandin, lê belê di encam de qêrînên wan yên azadiyê ti carî qutnebûne. Dibe ku hinek mirovên ku mirov layîq nabîne ji wan re bibêje Kurd, cerdevantiyê dikin û xizmeta dijmin dikin, lê belê wê rojekê hesabê giran bidin gelê Kurd. Berî ku ez hevoka xwe derbasbikim ez hezdikim nakokiyeke xwe bi were parvebikim. Gelo ev cerdevan bi kîjan mentiqî xizmeta dijmin dikin, yan jî çawa dilê wan radike û xwîna zarokên gelê xwe dirijînin? Eger ku destek nedin dijmin, wê leşker biwêrbin lingên xwe bavêjin xaka Kurdistane û destê xwe bavêjin bedewbûna welatê me? Gelo tenê ji bona pere cerdevantî dikin, yan jî baweriya wan bi AKP ê heye ku aştî û aramiyê ji wan re bîne. Di nava civaka Tiran de ewqasî pirsgirêk, bê arambûn û xîzantî heye, AKP ê nikare pirsgirêkên civaka xwe çareser bike, wê çawa pirsgirêkên Kurdan çareserbike? Xizmetkirine cerdevanan ji dijmin re ji bona civaka me şermekî gelekî mezin e. Di hemû komkujiyên li ser gelê Kurd, misoger destê cerdevanan heye.
Bila qêrînên azadiyê qutnebin, lê belê êş kişandin neçarenûsa meye. Eger ku dijmin cesaret bike li ser xaka me zaro û ciwanên me bikuje, wê dîsa çavên me rondik bibarînin û kenê dijmin li me wer e. Ji ber vê yekê pêwîste deftera komkujiya Roboskî neyê girtin û xwîna wan ciwanên delalî li erdê ziwa nebe. Eger em destûr bidin leşker, polîs û cerdevanan rehet li ser xaka me bigerin, wê xwîna ciwanên dîtir jî were rijandin. Armanca AKP ê ji girtine deftera Roboskî, xetimandina pêvajoyê ye. Pêşveçûnên ku gelê Kurd li her çar perçeyên Kurdistane dijî, hembêz nake û gelekî li zora wan diçe. Min dixwest ez di her nivîseke xwe de bedewbûna çiya û çalakiyên gerila bînim ziman, neqirêjbûna dijmin bilêvbikim. Gotina min ya dawî wê ev be, hoy xwedê tu dizane bêhna serkeftina çiyan çiqasî rind û bedewe?
Dûnya Cemîl
- Ayrıntılar
