Şeva bîst û yekê Adarê çîksayî bû. Ji derveyî hîva kevan û Gelawêja rûgeş a aso, hîna stêran xemla xwe bi ser rûyê asîmanan de winda nekiribû. Lê ji derveyî baya ku ji lûtkeyên çiyan xwe ber dida nava pêtên agirê ku di giyanê gerîlla de geş bûye. Ew coşa Newroza ku ji ruhê milyonek Amedî hatî girtin, di giyanê gerîlla de bi leza rayê xwînê ketibû nava liv û tevgerê. Çirûskên hîva kevan weke şewqa banuya şevan, xwe li meşa berbangê ya gerîllayan dipêça. Weke her carê gerîlla kom bikom, yekîne bi yekîne, tîm bi tîm berbi cihê pîrozbahiyê de diherikîn.
Wê rojê hîv, roj, gerîlla, çiya, ronahiyê ji bedenên hevdu diafirandin. Ji ber kele kela di dilê wan hemûyan de, bi yek newayî diavêt.
Di bîr û hişên me de tenê wêneyê Newrozê hebû. Em di wê kelecanê debûn ka bê em ê li rastî kîjan gerîllayan werin û wê çiqasî gerîlla li qada Newrozê kom bibin? Ji ber me li kîjan aliyê xwe dinêrî, gerîlla diherikîn.
Piştî gotinên hukumet û dewleta Tirk yên ku dibêje; ‘‘gerîlla li çiya nemane û edî du gerîlla jî nikarin werin gel hev’’, ji bo ku gerîlla Newrozê pîroz bikin, wê rojê 200 gerîlla kombibûn.
Weke hemû gerîllayan maceraya me ya bi gerîllayan re jî, bi derbaz kirina çiyan re meşa me didomî. Her ku em dimeşîn, em bi dîmenên xwezayê yên bedew re rû bi rû dihatin. Ev dîmen jî, dilê her gerîllayekî zindî dihêla, bitevger dihêla û serfiraz dihêla. Di hem wext de me jî bextewarî û aramiyekî mezin ji vê bedewiyê digirt.
Ji bo ku em jî xwe bigihînin qada pîrozbahiya Newrozê, em jî bi komeke gerîlla re çiya bi çiya dimeşîn. Li gelek ciha me avên mezin qut kir û me berê xwe da lûtkeyên çiya, yên herî bilind. Bi westandinekê mezin piştî me xwe gihand lûtkeyê, bi qasî nîv saetê jî em di nava berfînan de meşîn. Lê ne tenê berfîn, her wisa ji bêhna zêde ya Nêrgiz, Beybûn û Sosinan henase li mirovan diçikî.
Her gerîllayekî ku bi mere rêwîtî dikir, bi coşa Newrozê di nava liv û tevgerê debû. Dilê me hemûyan gelek zindibû. Weke agirê ku li nava pîroziya çiya vêketî, mîna quntarên çiyayên ku bi bêhna azadiyê xwe şuştî.
Roj, ew roj bû. Roja nû, yanî Newroz. Di saetên sibehê de bi awayekê giştî hemû gerîlla li cihê qada Newrozê kombûn. Berê ku bernameya ji bo Newrozê hatî amede kirin destpê bike, bergira ku rewşeke êrîşê derbikeve ji aliyê qumîta amedekar de hatibû girtin û hemû gerîlla ji vê hatibûn hişyar kirin. Hem bi coşa Newrozê gerîlla dest bi rojê kir û hem jî li himberî hemû êrîşên ku werin li darxistin, gerîlla bi hemu awayî bi bergir bûn.
Piştî ku gerîlla hemû li qadên Newrozê kombûn, bi qasî ji dilê wana hat hevdu himêz kirin û bi coşa dilê xwe cejna rêhevalên xwe pîroz kirin. Di vê rojê de gelek gerîllayên ku bi salan bû hevdû nedîtibûn, bêrî kirina xwe bi coşa newrozê re parve kirin. Li ser bedewiya xwezaya rengîn, vê carê germahiya rêhevaltiyeke dilsoz serwer dibû li ser coşa Newrozê.
Piştî pîrozbahî û silavekê germ ya ji bo gerîllayan, di destpêka rojê de newroz bi merasîmeke leşkerî hate destpê kirin. Piştî merasîma leşkerî bidawî bû, fermandarê biryargeha navendî ya HPG birêz Nureddîn Sofî li ser girîngiya Newroz û pêvajoyê ji gerîllayan re civînekê li darxist.
Sofî di civînê de bal kişand li ser girîngiya Newrozê û ragihand ku ‘‘agirê ku Kawayê Hesinkaran li himberî dehakan pêxistî, bi agirê Kawayê Hemdem Mazlum Doxan’an re îro li hemû rojhilata navîn belav bûye. Bi pêxistina agirê Newrozê re, zihniyeta dehakan hatiye şewitandin û binkeftina xwe ya li himberî azadiya gel jiyan kiriye.’’ Her wisa Sofî balê kişand li ser girîngiya pêvajoyê jî û bi vî rengî berdewam kir, ‘‘pêvajoya ku em têde derbaz dibin, pevajoyeke geleke girîng e. Hukumet û dewleta Tirk bi derketina milyoneke Amedî ya qada Newrozê, îflas bûye. Gelê me çi dixwaze di Newrozê de bi peyameke vekirî şanî hemû zihniyeta desthilatdar daye. Ev sal, sala azadiya RÊBER APO ye.’’
Di dawiya civînê de jî Sofî cejna hemû gerîllayan pîroz kir û bi diruşmeyên ‘‘Bijî Serok Apo, Bican Bixwîn Em Bi Terene Ey Serok û Bê Serok Jiyan Nabe’’, civîn bi dawî bû.
Piştî civîn bi dawî bû, hemû gerîlla bi awayekê rêk û pêk, bi rêz berbi dika şahiyê ve birêketin. Vê carê coşa Newrozê hîn bêhtir kete astekê bilindtir. Ji ber piştî şahiyê gerîlla wê bi hevre serkêşiya govenda azadiyê bigirtana.
Her hêzekê gerîlla li aliyekê bicih bû û şahî destpê kir. Kêlî ew kêlî bû ku mirov digot qey kokên azadiyê ji nû ve di malzaroya xakên mezrabotan de şîn tên. Ji ber gerîlla her roj bi vê coşê şax didan û mezin dibûn. Bi dengê koroya gerîllayên deng xweş re, çiya bi lorînên azadiyê serê xwe radikirin. Lê ka binêrin li bedewiya gerîllayên jin, her gerîllayeke jin porên xwe yên zêrîn berbi hewaya zozanan ve berdidin û bi qasî ji dilê wan dihat, bi awayekê azad coşa xwe ya vê rojê bilêv dikirin. Kevana Zêrîn av didan û li ser singê çiya ji nû ve jînê vedijînin.
Şahî bi bernameyeke dewlemend ya ji koro, folklor, şano, skêç, solo hatibû amede kirin. Piştî ku hemû bername hate pêşkêş kirin, êdî gerîlla dest bi govenda azadiyê kirin. Bi ruhê serkeftin û serfiraziyê komeke gerîlla di govendê de stran dibêjin û komeke jî lê vedigerînin. Çiqasî ji guhê mirovan re xweş dihat dengê gerîllayên ku vedida gelî û newalên kûr. Bi coşekê mezin êdî dawiya şahiyê bû. Piştî ku govendeke mezin ji aliyê gerîllayan de hate girtin, me ji nişka ve dît ku balafirên şer yên artêşa Tirk li ser serê mere derbaz bû. Ji ber gerîlla berê ji vê hatibû hişyar kirin, her gerîllayekê bi wê disiplînê tevgerî û hemû gerîlla ji cihê şahiyê belavbû. Kom bi kom gerîlla li quntarên çiyan û li binê daran bi cih bûn. Lê cardin jî ti tişt nekarî bû coşa ku di dilê gerîlla de dihate jiyan kirin vemirîne. Ji ber îro di çiyayên Kurdistanê de bi hemû awayî gerîlla tekoşîneke tûj û dijwar dide meşandin. Li himberî hemû bûyerên ku bi qewimîn jî gerîlla lê şarezane û dikarî bûn li gorî wê jî bergira xwe bigrin.
Piştî ku întîşar bidawî bû, cardin jî gerîlla bi diruşmeyan her komek ji aliyekê de hatin cihê pîrozbahiyê. Êdî bername bi dawî bibû.
Di ruhê gerîlla de hem coşa Newrozê hebû û hem jî gumana ku careke din van rêhevalên xwe nebînin. Li aliyekê gerîlla lêvbiken bûn, li aliyê din jî, çav û qirik kele girî bû. Vê carê jî hemû gerîlla ketin rêzê û xatirê xwe yê jihev veqetînê xwestin. Kî dizanî ka bê kîjan gerîlla bi kîjan cihî de çû? Yan jî kî dizane ka bê ev gerîlla wê careke din hevdu bibînin, an na?
Hindistan Penaber
- Ayrıntılar
Bi Newrozê re, têkiliya Tirk û Kurdan kete qonaxeke nû.
Kurdan stratejiya “Êdî Bes e, yan azadî yan azadî” bijart û di çarçoveya têkoşîna demokratîk û parastina rewa de, daxwazên xwe bînin ziman û heta dawiyê bimeşin.
Lê em heman tiştî nikarin ji bo dewleta AKPê û serokwezîrê Tirk Tayyip Erdogan, bêjin. Di roja yekemîn ya Newrozê de, Tayyip Erdogan di nava hestên Bonapartîst de, li şatoya xwe civînek çêkir û bi xetên qalind stratejiya xwe ya nû (lê kevin) kire pratîkê.. Starejiya nû (lê kevin) ya Erdoganê Bonapartîst 10 xal in, lê xalên esasî 3 ne. Yek, girtina BDPê, du di tara bêjingê de minîmînalîze kirina PKKê, sê di nava Kurdan de derxistina alternatîfa partiyeke siyasî a renge TRT 6.
Ev stratejî, demeke dirêj e di geometriya hişmendiya stratejisyenên Erdogan de ye û berî niha jî, min bal kişandibû ser vê stratejiyê. Mixabin, haveynê vê stratejiyê jî, hinek siyasetmedarên Kurd in û ev demeke ku di nava “cehdekê” de ne, rola bextreşî û siyaseta korûkerrende dikine pratîkê.
Li gorî stratejiyê, Erdogan ferman da û wezîrê karên hundir jî, Newroz qedexe kir. Ev ferman û biryara qedexe kirinê, ne ji bo aramî û rêkûpêkiya civakî bû. Naaa, parçeyek ji starejiya nû bû û hate xwestin ku Newrozê, ji wateya wê ya dîrokî dîr bikin, di rojekê de bifetisînin. Ya duyemîn, fetisandina îradeya gelê kurd bû. Ya sêyemîn şikandina hêza Haraketa Azadiya Kurd û têkbirina pêşengiya BDPe bû. Piştî ku gelê Kurd, bi têkoşîna şoreşgerî, fermana qedexe kirinê red kir, bi îradeyeke mezin û dibin pêşengiya hilbijartiyên xwe de meşruiyeta dewleta AKPê têk bir, gava sûyemîn hate avêtin.
Ji bo vê jî, du bajar hatin bijartin. Yek Batman bû, ya din jî Cizîr, yan jî Gever bû. Li Geverê ketin nava hewldanan û haveynê stratejiyê deşoyî kirin û xerab kirin. Li Cizîr û Batmanê ketin nava hewldanan.
Geomteriya hişmendiya stratejisyenên Erdoganê Bonaparîst, ji bo bûyerên drametîk û kiryarên faşîzan gelek plan amade kirine. Di paşerojan de emê planên nû jî bibînin.
Li gorî stratejiya nû û amade kirina girtina zemîna BDPê, senaryoya êrîşa li dijî avaniya BDPa Cizîrê hate amade kirin.
Êrîşa li dijî avaniya BDPa Cizîrê, bikaranîna çekan senaryo bû û ji bo girtina BDPê mîzansenek taybet bû. Di roja duyemîn ya Newrozê de, mîzansena bi karanîna çekan li dijî polîs û gulebaran kirina avaniya BDPa Cizîrê, êrîşa hundir, li hundir dîtina keleşinkofê, (!) girtina binçavan û welweleya Medya Tirk, teva di civîna li şatoya Erdogan de hatin amadekirin. Ev aliyê polîsî bû û serketî jî kirin pratîkê.
Beşê yekemîn yê senaryo, ji aliyê Wezîrê Karên Hundir Idrîs Naim Şahîn û polîsên wî ve kete pratîkê.
Nıha dora Wezîrê Karên Edaletê Sadullah Ergîn e. Ji ber ku Sadullah Ergîn jî di civîna Şatoya Erdogan de amade bû.
Manîdar e: Êrîşa li dijî Ahmed Turk jî di roja duyemîn ya Newrozê de pêk hat. Planê li Batmanê û bijartina Ahmed Turk, ji senaryoya Cizîrê mezintir bû û linca parlamenteran hebû, lê negirt. Ahmet Turk jî ev mijar anî zimanr.
Tiştê balkêş: Roja sêyemîn, yanî piştî pêkhatina senaryoya li Cizîrê û êrîşa li dijî Ahmed Turk, polîsan helwesta xwe guhert. Lê, li eniya eskerî ketin nava haraketê û operasyona Cudî dane destpêkirin. Bonapartîst Erdogan, xwest têkçûna xwe ya di cejna Newrozê, bi operasyona Cudî berteref bike. Ev jî geometriya hewngîriya Erdogan bû. Lê dêwla wî li Cudî jî kete çalê û winda kir. Piştî encama operasyona Cudî diyar bû û di saetên ber êvarî de derkete holê ku hêzên artêşê hatine “qunrimkirin” û encam fiyasko ye, Medya Tirk, kete nava haraketê û dahola derewan lê da.
Erdogan, bi xwe jî dahola derewan bi milê xwe ve kir, şivik û kopal hejandin. Di civîna koma partiya xwe de, gotinên kuştina zarok, jin û kalan dubare kirin. Ev îdeolojiya wî ya siyasî ye û li ser bingeha zordestî û kuştinê hatiye rûnandin.
Di sedsala navîn de, ji bo bêdengkirina cemawer, ji bo dîlgirtina komên xelkê, sêdarên dardekirinê, yan jî giyotîn dihatin bikaranîn. Propagendeya zordestan jî, hinceta “antî-civakî” bû. AKP û cemaet jî, ji bo demokrasiya Erdoganîst, hinceta KCKê derxistin pêş û hejmara girtina siyasetmedarên Kurd gihandin derdora 8 hezaran. Ev sîstema otorîter, ne ji kula demokrasî ketiye; ne ji kula rêkûpêkiya komên xelkê, aramî û aştiya civakî ketiye. Naa, armanc cûda ye. Pêşî terora polîsan dikine pratîkê, piştre wek metefora zorê êrîşan lidardixin.
Ev “saltaneta terorê” ye. AKPe û cemaet jî “îtaeta tirsê” baş diafirînin, baş bikartînin û saltaneta xwe jî bi hêz dikin. Amûrê vê seltenatê, “terora germ e”, ev hewngiriya bonaparîst e û tenê bi riya “felsefeya barbar” dikare pêk werê.
Pêşî Haraketa Azadiya Kurd ev nexweşiya AKPê û cemaetê keşif kir û doh Murad Karayilan bal kişande ser vê yekê, piştre Gelê Kurd... Bi vê mebestê, Gelê Kurd di pîrozbahiya Newrozê de, meşûriyeta desthilatdariya dewleta AKPê red kir. Ew destînî/qedera ku AKPe û Cemaeta Gulen ji bo gelê Kurd dinivîse, yan jî dixwaze binivîse, bi tundî hate red kirin.
Di vê pêvajoyê de barekî giran dikevê ser milên BDPê. Dive ku di arêna siyasî de êrîşî AKPê bikin û stratejiya nû ya dewleta AKPê baş deşîfre bikin.
Medeni Ferho
- Ayrıntılar
Jiyan çiqasî zor be yan jî hesan be, moral hêzdide ji bona tu bimeşe, lê belê çavkaniya moralê jî girîng e. Gelek bîranînên ku gerila jiyandikin peytandina vê rastiyê ne. Berf di van her du rojên borîn de bê navber dibariye, mirov nikarîbû ji derve bisekine. Di hûrdemekê de ji serê te heya lingê te dibû berf. Hewa jî gelekî sarbû. Lê belê mirov dikare bibêje wê berf li pêşiya gerilayên şêt bibe asteng. Em taxima şehîd Rûken bûne sê gurûp. Gurûpeke avê derket, gurûpek wê çûbane wezîfe û gurûpa dîtir jî wê berfa li ser mangan paqijkiribane. Hejmara gurûpa wezîfe gelek bûn. Gurûpa çûbane wezîfe şensê wan hebû, wê di berfê de bimeşin. Em pênc hevalên jin bûn, hevala Bêrîvan bi zora xwe kete pêşde, di pêşde meşandin fadakartî dixwaze, ewê herî zêde şilbibe û gava di bin daran de bimeşe ew berfa li ser daran, destpêke bi serê wê de tê xwarê. Me makîne fotoyê jî bi xwe re biribû. Mîna ku em cara yekem berfê bibînin, em di nava wê berfê de dileyîstin. Ya herî zêrek di nava me de hevala Asmîn bû, wê hemû heval dixistin nava berfê de. Hevala Bêrîvan jî di pêşde dimeşî û ji me re rê vedikir. Gava ku em dimeşiyan her carekê em di milekî de diketin xwarê. Miroveke ku moralê wê nexurt be, teqez nikarîbû di wê rêkê de bimeş e. Em gihîştin dolê, berfa li ser daran mîna ava sulavan dihate xwarê. Te hezdikir li wê bergehê binêre. Hevala Nûda û Zîlan bi zanebûn diçûn bin daran disekinîn ji bona ew berf bi serê wan de were xwarê. Gava ku hevala Nûda di rêkê de dimeşiya ji me pirsî “Hûn dizanin ez niha çi hîsdikim? Di kêliyên veşartî de bêhna azadiyê tê min, gelo ev kêlî wê careke dîtir bidestê me bikevin?”
Gava tu di zoriyê de xebatekî dike, însan dizane ku têkoşîndike. Di hewayekî weha zehmet de çûyîna wezîfe têkoşîneke bi serê xwe ye. Mirovên ku moralê wan nexurt be di wî hewayî de nikarin du gavan bavêjin. Hevalên ku bejna wan kin bû, di nava wê berfê de wendadibû. Hevala Nalîn kin bû, ji ber wisa hevala Zîlan ya bejin zirav li pey wê dimeşiya ji bona ku di nava berfê de wendanebe. Em bi moralekî xurt gihîştin cihê arzaq. Her hevalekê dixwest barê giran ji xwe re bigire, me hemûyan dizanîbû barê te giran be û tu di wê rêkê de bimeşe, zehmetiyên xwe hene. Hevala Bêrîvan û Nûda barê herî giran girtin. Destê me qerisî bûn, me hemûyan bi hev re destek dida hev û em weha birêketin. Di rêkê de berf nema dibarî, lê belê şûna wê hewayekî gelekî sar hat û di carekê de cilên me hemûyan qeşa girtin. Ser wî halî de em bi hevdû dikeniyan. Di bin wî barî de em çep û rast diçûn û dihatin. Dîsa hevala Zîlan destbi henekan kiribû, sebra me danî heya ku em gihîştibane wargehê. Ey xwedê dema ku ew bayê sar li me dixist çiqasî sar b. Em çiqasî westiyabûn jî, em di cihê xwe de nedisekinîn. Di berfê de seknandin mirin e. Dema ku hevalan dixwestin bisekinin û navber bidine, me destor nedida. Hêdî-hêdî em gihîştin wargehê, hevalên dîtir hatin pêşiya me, di danîna bar de destek dane me. Ji me re çayê amadekiribûn û piştî me cilên xwe guhertin em bi hev re ketin bin betaniyê de. Hevalan destor nedan em nêzî sopê bibin û germahî bide me. Em hemû bi rewşa hevdû dikeniyan. Birastî wezîfa me gelekî xweş derbas bû. Jixwe me di rêkê de ji hev re digot “ev wezîfe jî wê bibe bîranîneke em ticarî jibîr ankin.”
Dûnya Cemîl
- Ayrıntılar
Di 18ê Adarê de, xewneke siyasî di jiyanê de kete pratîkê û gelê Kurd û hêzên demokratîk di 18ê Adarê de li Amed û li Stembolê destanekî homerîk nivîsîn.
Navê vî destanî Newroza Azadiyê ye.
Gelê Kurd, piştî şerê 30 salî, da xuya kirin ku, bi fermanên desthilatdaran û terora polîsên dewletê demokrasî çênabe.
Nêzî sed sal in ku sîstema dewletî, weke exlaqê civakê şanî mirovahiyê didin. Di têkoşîna gelê Kurd de, derkete holê ku ev gotin, perdeya veşartina “felsefeya barbarî” ye û dewlet xesp e. Xespa dibin navê kanunan de tê meşrû kirin e.
Li çar dewletên têkildarî cografya Kurdistanê, her kanun, her fermana desthilatdaran, li dijî hebûna gelê Kurd û meşrûkirina xespa mafên gelê Kurd e. Xespa di çarçoveya meşruiyeta siyasî de, “red û inkar” e. Lê na, siyaseta red û înkarê jî, bi tu kanunan, bi tu fermanan meşrû nabe. Tu parlamento jî, ne xwedî erk e, da ku dikaribin îradeya gelekî, civakek bawermeniya cûda, bi kanunan inkar û red bike.
Ji ber ku: Înkar, zora siyasî ye.. Tunekirin qirkirina bi fermanên despotîzmê ye... Red, pêkarîbûn, zor û çewisandina fizîkî ye. Her sê kiryar jî kevirên bingehîn yên faşîzmê ne. Hemberî ku faşîzm, li cîhanê hatiye mahkum kirin jî, li Kurdistanê zindî ye û di partîkê de ye.
Ji sedema ku dewleta Tirkiyê di kiryarên faşîzan de, hêz û desteka xwe, ji hêzên bazirgan, -hêzên global- distîne; mixabin vijdanê raya giştî jî, li hemberî faşîzma li Kurdistanê, lîstika sê meymunan dilîze. Armanca faşîzma li Kurdistanê jî, têkbirina potansiyala civakî û îradeya gel e. Bi vê siyaseta ku çar nifş in berdewam dike, cografya Kurdistanê kirina wargehê gorên komî, jiyan jî kirine dojeh.
Dewleta Tirkiyê, ev siyaseta ceberrûd li ser du bingehan ava kiriye. Yek dewşirmetiya Ocaxa Yenîçerî, yanî asimilasyona cûreyî ye; ya din jî desteka hêzên bazirgan, yanî dagirkeriya kujerî ye. Her du basik jî, ji bo gihiştina armanca xwe, her cure riyan bikartînin û êrîşî her cûre pîrozî û nirxên gelan dikin.
Gelê Kurd jî, dibin pêşengiya Haraketa Azadiya Gelê Kurd de, li dijî vê felsefeya barbarî şer dike. Destpêka vî şerî bi “agirê pîroz”, li zindana Amedê dest pê kir û her kes bendeyî pêxistina “agirên li serê çiyan” bû. 30 sal in ev agirê pîroz li serê çiyayên Kurdistanê jî pêdikeve û her diçe gûr û geş dibe.
Agirê pîroz, navê destanekî ye û li dijî bavê “felsefeya barbarî” Dehak, hate pêxistin. Di vî destanî de, sê tiştên bingehîn hene; “mirov, agir û hesin”... Ev sê tişt, di pêşketina mirovahiyê de, di binyata nasnameya mirovahiyê de bingehîn in. Hemberî ku mirovahî di belabûna cografîk de, parçe bûye, ji hev dûrketiye jî, hemberî ku “felsefeya barbarî” sinor kirina navbera mirovahiyê de jî, bi deh hezar salan e ku winda nebûne. Mînaka vê jî Newroz e û wateya Newrozê ye...
Berî şerê Azadiya Kurd, dijmin, Newroz û pîroz kirina Newrozê, kiribûn tara bêjingê û hêdî hêdî ji wateya wê jî dûr dikirin. Rengê argûnî, rengê xemla guhertina jiyana civakî û demsalî hatibû fetisandin. Piştî ji hundir ve zemt kirina Zindana Amedê û berdewam kirina şerê azadiyê û cengaweriya Xwedawendî, ku di şexsê gerilayên Kurd de, Promethaus û Kawayê Hesinkar derketin holê, hêviyên Ehmedî Xanî jî hêdî hêdî hatin cih.
Di demeke ku, agirê serê çiyarêzên Kurdistanê, dakete gund, navçe û bajaran; îradeya gelê Kurd kete parlamento; piştî ku faşîzma spî û kesk ji Kurdistanê hate welî kirin, piştî ku îradeya gelê Kurd di zindanan de be jî, hebûna xwe diqîre; dewleta AKPê, bi fermaneke ceberrûd, xwest ku îradeya gelê Kurd di “felsefeya barbarî” de bifetisîne. Fermana qedexekirina pîroz kirina cejna Newroza 2012an da û xwest, vegera destpêkê. Ev fermana ceberrûd, sê alî bû; têkbirina wateya Newrozê, zindî kirina siyaseta red û înkarê, zor û çewisandina bi faşîzma kolanan.
Lê, gelê Kurd da xuya kirin ku demokrasî ne di parlamento de, di kolanan de, li meydanan dikare werê çareser kirin. Desthilatdarî jî, ne fermanên asteng kirin û xesp kirina mafên civakî ye, guhdarî kirina pirsgirêkên civakî û hewldana çareserkirina van pirsgirêkan e.
Di vê çarovê de, têkbirina fermana qedexekirin û hêrivandina çeperên polîs û di 18ê Adarê de pêxisitna agirê Newrozê li Amedê, qonaxeke nû ye. Nivîsandina Destanekî ye. Ev destan, berî 30 salî li Zindana Amedê dest pê kir, bi agirê serê çiyayên Kurdistanê rengê argûnî stand û hevok bi hevok hate darvekirin. Di 18ê Adarê de, li Amed û Stembolê bi degekî homerîk hate xwendin.
18ê Adarê qonaxeke nû ye; eşkere kirina îradeya gel e û mulga kirina ferman û kanunên derî demê ye, red kirina sîstema dewleta Tirkiyê û îdeolojiya fermî ya dewletê ye. Red kirina faşîzme kesk e.
Ev navê heyameke nû ye û her heyama nû jî, navê destanekî nû ye.
Medeni Ferho
- Ayrıntılar
Di nava demsalên bi napalman têne germkirin de, bihareke bi “şox û şengê zuhre rengê” Melayê Cizîrî diafirînim. Wek “şepalê miskî xalê”, di darên bi napalman hatine şewitandin de, tirhikên biskên semawî neqiş dikim…
Her tirhek şimadeneke û wek bazbendekê dilê min dixemilîne
Di her şeva tarî de, wek çirîskên ronahiya helbestên Ehmedê Xanî, “hikmetî îbadetê” jiyanekê ava dikim. Di kulkesera demê de beşûşiya yarê neqiş dikim.
Bilbil û şalûlên dîlê min, biskên yara min di kefa mista xwe de germ dikin, keziyên wê bi çil bedanên hasretî darvedikin. Hasreta min û bedena keliha Amedê hev himbêz dikin.
Berbûliyê bûka welatê min desmala zavayê demê dihejînin û kenê li ser rûdêna bûka welatê min bi lîlandinan pêl bi pêl ber bi ezmanan bela dikin.
Hingî stranek tê guhên min, weke gotinên lehengê romaneke ku bi ziman kulîlkan hatibe nivîsandin, qîran dide, reng dide… Wek bihara min ku di her zivistan û her payîzê de kululkan vedike, taxên bajar û gundan dixemilîne.
Bi vekirina gulbijêrkan re, alek rengîn, rojek kûbar, meh û salek bextewar, di nava rengîniya ava Dicle de diherikînim. Her sibehê wek farzên nimêja misilmanan dibime pêlên avê,, di ser piran re diherikim.
Bi evîna Xatuna Zembilfiroş re stranan dûbare dikim.
Û dibêjim: Me zarokatiya xwe şikand û bedengiya xwe bi dawî anî.
Me got; Em ne kesên berê ne, bi salan re, bi kuştina salan re mezin bûn… Em bi salan e lal bûn, bi bombeyên napalmê û tozên kimyewî re lixaba devê me hate vekirin.
Em şerbeta tureşkan bi lîstikên qedexekirî re dirijin argûşka demsalan, bi stranên birîndar re, di çaryanên salvegerên yadkirinan de vedixûn
Wek qîrêneke demê, bi payiz û zivistanê biharî re dibime welatek..
Dibime azadî û sund ajiyaneke bi rûmet.
M. Bagok
- Ayrıntılar
Weke tê zanîn pişti destwerdanê mîna encama kaosa derketiye holê, di nava hêzên hêzên Rojhilatanavîn de bêhevseniyek peyda bû. Li ser vê bingehê gelek pêwendiyên xwedî esasên berjewendiyên gelan û hevkariyên dostanî vegeriyane berjewendiyên teng ên kesan, hêzên desthilatdar û hevkariyên rojaneyî yên berjewendîxwaziyê.
Li ser van xalên esas bi taybet li dij Kurdan konsepteke tunekirinê hatiye destpêkirin. Ev konsept bi hevkariya komploya navnetewî re gihişte lûtkeyê herî bilind. Vê konseptê gelek caran li dij Kurdan rûyê xwe yê kirêt eşkere raber kiriye. Di 12 Adara 2004’an de li Qamişloyê, di 9 Mijdara 2005’an de li Şemzînanê û di 16 Sibata 2006’an de jî li Makoyê li ser gelê Kurd tevkujî pêk hatin.
Îro salvegera duyemîn a tevkujiya Qamişloyê ye. Weke tê zanîn gele me yê Rojavayê Kurdistanê di nava hemû tevgerên serhildanên Kurd ên azadiyê de xwedî roleke mezin û girîng e. Her wiha di vê serdemê de jî di beşdarbûna tevgera azadiyê de xwe ji tu fedekariyan nedaye paş û bi hemû can û malê xwe ve li nav tevgera azadiyê bûye xwedî cihekî jêneger û bêhempa.
Di ser tevkujiya Qamişloyê re du sal derbasbûn, lê rexmî van du salên derbasbûyî, rejîma Suriyê bêyî ku di polîtîkayên xwe yên dijwar ên li ser gelê Kurd de tu gavên ereni biavêje, di polîtîkayên xwe yên tunekirin û çewisandinê de israr kiriye û her wiha li dij gelê Kurd bi dewletên serdest ên cîran re jî bûye hevkar û xwedî îtîfaqên paşverû. Weke hemû dewletên dagirker ên Rojhilatanavîn polîtîkaya tunekirin û çewisandina gelê Kurd, weke ku dê ne ji bo feydeya gelê Suriyê be, her wiha ev yek dê her dem di hundirê Suriyê de weke birîneke devxwîn bikele û gelek tiştan bi gelê Suriyê bide wendakirin. Divê weke her kesî dewleta Suriyê jî bizanibe ku îro gelê Kurd bi taybet jî gelê Rojavayê Kurdistanê ketiye riya azadiyê ku ne bi tevkujî ne jî bi rêbazên cuda jê nagere. Ev yek careke din di roja 15 Sibatê de eşkere peyitandiye.
Em weke Serokatiya Desteya Rêveberiya KKKê, bi sedema salvegera duyemîn a tevkujiya 12 Adarê Serhildana gelê Qamişloyê silav dikin û bi kerb û kîneke dijwar tevkujiya dewleta Suriyê ya li ser gelê me şermezar dikin.
Di serî de li hember bîranîn û giyanên pak ên şehîdên 12 Adarê û hemû şehîdên azadiyê yên Rojavayê Kurdistanê bejna xwe ditewînin û wan ji xwe re weke pêşengên riya tekoşînê dibînin.
Di salvegera duyemîn a tevkujiya Qamişloyê de, em careke din serhildan û berxwedana gelê xwe silav dikin. Em xwedî hêvî û bawerî ne ku di vê serdemê de jî dê gelê Rojavayê Kurdistanê serhildana xwe ya demokrasiyê bidomîne û bi çalakiyên cewaz ve agirê azadiyê geş bike.
Bijî berxwedana Gelê Qamişloyê!
Bijî şehîdên serhildana Qamişlo!
Bijî yekîtî û tekoşîna gelê Kurd!
Bimre tevkujiya li ser gelê Kurd!
Bimre zordarî, mêtîngerî û dagirkeriya şovenan!
- Ayrıntılar
Li beramberî modernîteya sermayedar têkoşîna azadiya ku Rêber APO pêşengiya wê dike lingê wê yê herî xurt têkoşîna azadiya zayendperweriya civakî ye. Di heman demê de aliyê herî xweser yê derketina PKK’ê û Rêbertî dozîneya hevjiyana azad a jin û pêre pêre jî azdîxwaziya civakî ye. Damara bingehîn a bizava azadiyê têkoşîna azadiya jinê ye. Tişta PKK’ê ji tevgerên din ên dijberên Sermayedar vediqetîne nêzîkatiya ji bo jinê ye. Di bingeha pêwendiya azad a di navbera Rêber APO û jinê de gihîştina wateya heqîqetê heye. Hûrmetgirtin û pêhesîna xweza, rastiya xweşikî, xweliqkarî û exlaqî ya jiyanê heye. Pir eşkereye ku, terz û têgeha jiyanek ku jin di qada fîzîkî, zayendî, ked û hestan de bê mêtîngehkirin bi heqîqeta gerdûnî re ne hevseng e. Di modernîteya sermayedar de dikare behsa çeloxarkirin û înkara heqîqete were kirin. Di dema niha de ku, rastî nayê nasîn, pejna heqîqetê, fêmkirin û pejirandina wê bêguman seknekî şoreşgerî ya pir mezin hewce dike. Yên ku têgihîştin û çalekiya jinê wek lutuf bidest digrin, ji hilweşîna pergala serdest a koledar ditirsin bi hemû hêza xwe êrîş dikin, ev hêz di eynî wextê de xwediyên pergala Îmraliyê ne. Îmralî, tam ji ber vê sedemê ango yên dijîtiya azadiya jinê dikin, yên dijminê azadiya gelan in û mirovê/a azad heznakin, pergala wan e. Di demên destpêkê de yên derketina Rêbertiya me cidî negirtin, wer dizanîn ku dara hişkbûyî carek din şîn nayê. Paşê jî vexameta vê yekê bi demê re îtîraf kirin, kesên wiha bi heman awayî nêz xebatên Rêbertî ji bo azadiya jinê dibûn. Lê belê jin li dora Rêbertiyê kombûn, xwestin fêm bikin, hêz girtin û ber bi çalekiyê ve çûn, bi vê re jî carek din hêza kûrbûyîn û pratîkbûyîna xeta azadiya Rêbertiyê hate dîtin. Yên ku pêwendiya bi jinê re tenê li ser zayendiyê înşa kiribûn, xwestin ji vê xalê li Rêbertî bixin û bêbawerî bidin çêkirin û bînin asta ku bêjin “ji me ti ferqa wî tine ye” wiha jî bimehînin. Li beramberî vê, jinê hîna bêtir Rêbertî hembêz kir, pêwendiya wan hîna xurtir bû. Ji ber ti êrîşên antîpropaganda nikare ji encamên ku jinan bi jiyanê bidestxistin bi bandortir bibe. Ne gengaze ku kes an jî hêzek bikare têkîliya azad a di navbera Rêbertî û jinê de, ew bawerî, vîndarî, pêşketina hişmendî û hestwarî binixumîne, an jî berovajî nîşan bike. Di vê wateyê de têkîliya di navbera Rêbertî û jinê de nikare were qûtkirin. Têgihîştin û têkoşîna heqîqeta azadîxwaziya jinê ya Rêber APO li dijî pergala mêtînger û serdest a 5 hezar salî, bi hest, raman, hesret û îsyanên azadiyê ya jin û gelan re dagirtî ye. Li beramberî vê yekê îşkenceya Îmraliyê wek ku ji hemû bizavên azadiyê tolê hiltîne ketiye nava hêrsekî mezin. Ango di cewher de ya ku dixwazin li Îmraliyê bixin bin esaretê têkîli û pêwendiya azad a Rêber APO bi jinê re, jina di jiyanê de bûyî vîn û pêşneg e, teleba jiyana xwezayî ya gel û jinan e. Ya rast a li Îmraliyê di bin esaretê de ye azadî bixwe ye.
Ji ezmûnên bi salan ya têkoşînê jî hate fêmkirin ku têkoşîna azadiya jinê stratejiyek têkoşînê ya pir zehmet e. Li dijî elimandin, darizî û nêrînên bi hezar salî, li dijî avahî, pênase û saziyên wan, li dijî hişmendiya zayendparêz a civakî têkoşînkirin rewşek wek pêkanîna nemumkiniyê ye. Desthilatiya zilam bi hemû saziyên xwe û dewleta serdest ve xwe daxistiye her hucreyê, her tiştê biyanî dike, bêhêvîtî û tengbûna ramanê dide çêkirin. Ev jî di şênberiya pêvajoya têkoşîna me de derkete holê. Her ku asoya azadiyê mezin bû, pirsên wek “em ji kudera rastiya heyî bigrin dest? Çawa bikin û çawa bijîn?” pir hatin pirsîn. Beriya her tiştî hîskirin, pêhesîn û tesbîtkirina wê ku rastiya heyî bi derew û xapandinanê re hatiye dorpêçkirin, bi serê xwe şoreşek bû. Bersivsandina rast a pirsa “tişta şaş çiye?” jî bi tena serê xwe pirsgirêk bû. Ma mîrateyek ku xwe bispêrê tine bû? Elbet hebû. Di dused salên dawî de têkoşîna jinên femînîst û hin bizavên sosyalîst şoreşger li beramaberî zayendparêziya civakî hin tiştên red-dikirin û hin pîvanên ku gihîştibûnê xîmek çêkiribû. Ruxmî hemû xebat, ked û destketiyan jî ev bizavên jinên femînîst nekarîbûn xwe ji rastiya marjînalbûyî ya ku li ser enkaza pergala sosyalîzma hilweşiyayî bazirganiya herî mezin a jinê pêşketibû rizgar bike, diviya di serî de encamên ku van bizavan bidest xistibûn, biketibûya bin lêpirsînê. Ji mîrateya wê tiştên rast bihata hilbijartin û safîkirin. Şaşiyên wê bihatana derxistin û dozîneyek nû bihata pêşxistin. Ji bo vê jî îdeayek pir kûr û mezin ji bo azadiyê, lêhûrbûnek cidî û wêrekî hewce dikir. Ewq kûr ku, Rêbertiya me ku zilame, ruxmî îmkanên desthilatdariya ku zayendparêziya civakî jê re pêşkêş kirî, ew asêmayîn, fetisîn û hilweşîna ku jin têde maye, ji jinan bixwe jî bêtir hîs dike, fêm dike û pênse dike. Hêza rêbertiya me ji bo fêmkirina jinê ji kûrbûyîna wî di têgeha azadiyê tê. Sedema gelê me û gelên cîhanê di têkoşînên xwe yên azadiyê de negihîştin encamê, ji ber koletiya ku di bingeha pirsgirêkê de cih digre nekarîn derbasbikin. Tesbît zelal bû; rêya jiyana azad ji azadiya jinê derbas dibe. Destnîşana ‘li jêr hemû koletiyan koletiya jinê heye’ bi qasî ku kûrbûyîna têkoşîna azadiyê li dijî pergala serdest îfade dike, bi qasî wê jî hêza empatiya ji jinê re jî nîşan dike. Jin di vê pencikê de tê teslîmgirtin an jî qetilkirin. Ev asêmayîn û mirin piranî korbûyîn an jî cihgirtin di xeta zilambûyînê re bi xwe re tîne. Jin çima dikeve, çima tê daxistin? Çima teslîm dibe, teslîm digre? Çima întîhar dike, ber bi întîharê ve dikişe? Bersiva pirsan dibe xîmek mezin a têkoşîna şoreşgerî.
Jin civakî ye û di navenda jiyanê de cih digre. Qutkirina pêwendiya jinê bi jiyana civakî re zemînê giyana bi qeyran, li jêr hukmê pergala zilamsalar de jî korbûyîn e. Mehkûmiyeta bi hezar salan rê li ber wendakirina nasname û vîna jinê, perçebûna kesayet, xêv û zanebûna jinê vedike ev jî dibe sedem ew bibe ‘kesayetek bi qeyran’. Ji ber karaktera sereke ya rastiya jinê cihgirtin di navenda jiyana civakî de ye, ragirtina wê di cihekî teng de jiyana civakî jî mehkûm kiriye. Zilam jinê dike pîrek wiha jî civak li beramberî hêzên serdest dibin pîrek. Zilam, malbat û hemû qadên din yên civakî ku di nava vê civakîbûyînê de ne, nikarin ji mehkumiyetê xilas bibin. Jina kolebûyî bi qasî ku koleyê zilam e, wek makehêmana civakîbûyînê bi şêweyek jêneveger jî zilam jî kole dike. Kûrbûyîna exlaqê azadiya Rêber APO, bêguman di vê bertek wî ya li beramberî çerxa zilamê serdest- jina kole- zilamê veşartiye.
Rêber APO beriya ku di derbara têkoşîna azadiya jinê formekî birdozî ya xweser pêşbixîne, li ser tesbîtên ku destpêkê gihîştibûyê ji avêtina pêngavên pratîkî yên rêxistinkirina jinê re pêşengtî kir. Bi encamên pratîkî yên ku di nava avahiya rêxistiniya jinê de pêşketin, pêşxistin, zehmetî kêşa û da zorê nirxand û wiha jê dozîneya birdozî pêkanî. Teorî û ezmûnên têkoşîna jiyanî di zik hev de pêşketin. Ev di heman demê de pêvajoya ku Rêbertiya mebi zanekirin, rêxistinkirin, dane şerkirin û bidestixistina hêza cewherî ya jinan nasî û terîfkir. Li ser xwebawerî û xwerêvebiriyê re rêxistinbûyîna cewherî û şêwazê têkoşîn û sekna xweser hate afirandin. Xebatên afirandina nasnameya jinê di wateyekê de şerê herî kûr û şîdet bi pergala serdest re bû. qada erteş û şer ku pergala serdestiya zilam her di dîrokê de ji xwe re qada herî bihêz didît, di eynî demê de ji bo jinê jî qada ceribandin û ezmûna herî jiyanî bû. hem di nava bêderfetiyên mezin de li dijî ertêşa herî bihêz a şaristaniyê têkoşînek rû der rû hate kirin. Hem jî li beramberî feraset û nêzîkatiyên serdestiya zilam ku li her qadê hebûna xwe dimeşîne têkoşînek bêhempa bû. Heke li ser vê destketiyê nirxên wek xwebawerî, zanebûn, pratîkbûyîn û polîtîkbûyîna jinê jî were zêdekirin tê dîtin ku têkoşîna azadiya jinê di nava şoreşê de şoreş pêk anî. Rêbertî di hemû qadên têkoşînê de cihek taybet da jinê û hertim bi bîr xist ku şer wê jinê hêz bike. Bêşik pêvajoya şoreşa Kurdistanê ji bo jin di her qadê de ezmûn bidest bixin, sînora tiştê dikare bike keşf bike û xwebawer bibe derfetên dîrokî pêşkêş dike. Di vê wateyê de ew nêzîkatiya ku dibêje “bila destpêkê şoeeşa giştî pêk bê paşê…! Bi têkoşîna jinê hate pûçkirin. Rêbertiya me jin ber bi hemû qadên têkoşînê ve bi rêkir, lê tenê jî nehişt. Di her qadê de bi cihêkariya pozîtîf (pozîtîf ayrimcilik), ji tevgerê re pêşengtî kir, kadroyên wê bîzat perwerde kir, rojane şopand. Qada înîsiyatîfê jî pir berfireh hişt. Bizava jinê tenê bi xebata azadiya jinên Kurd pêşneket. Her pêngava hatî avêtin ji ber karakterê xwe antî-kapîtalîs bû. lewma jî her pêngava erênî jî yekser wek afirandina alternatîfê qada pergala serdestiya zilam teng kir û hîna jî teng dike.
Yek ji encama ku ji ezmûnê têkoşînê em gihştinê ewe ku têkoşîna li dijî pergala zilamsalar a sermayedar li ser redekî hişk û tund nayê meşandin. Bêguman redkirin girîng e. Lê ev yekemîn pêngav e. Bê red hebe, ne gengaze ku pejirandin jî pêşbikevin. Di serî de divê were gotin ku ez pergalê, karakterê wê yê mêtîngerkir, bêvînker, bê nasnemekir qebûl nakim, ez teslîm nabim. Jixwe Rêbertiya me hîna di temenê xwe yê piçûk de bi qalibên kevneşop û serdestiya modern re dikeve nava nakokiyan. Reda wî ya b biryar bû sedem kûr bibe û bûye zemîn ku ji têkoşîna azadiyê re pêşengiyê bike. Lê Rêbertiya me bi vê re sînordar nema. Di têkoşîna jê re pêşengî dikir, teşe û têgeha têkoşîna PKK’ê pêşket. Bi feraseta ‘redkirin têkoşînek komple, bi vê re jî parelel çereseriyek avaker pêwîst dike’ li dijî pergalê şerekî pir alî ya birdozî, siyasî, leşkerî hate kirin. Bi vê re jî ji bo hêza dijber bide guhertin, polîtîkayên avaker bixîne dewrê, pê re jî kadroyên ku van bi serketî pratîk bike, dest bi afirandina kesayeta serketî hate kirin. Rêbertiya me, li beramberî modernîteya sermayedar di esas de têkoşîna azadiya gel bi şêwazê analîzkirinê honand. Ji bo li dijî pergalê şer were kirin divê taybetmeniya kesayetên ku gel û jinê lewaz dixîne bê tehlîlkirin, li ser bingeha werguhertinê jî stratejiya hêzdarkirnê pêk hat. Ev teşe jî bû çavkanî ku têkoşîn her xwe nû bike. Encamên derketin holê, têkoşîna azadiya jinê jî ronî kir. Jina leşkerbûyî, binê teserûfa zilamê serdest di vê qadê vala kir, di heman demê de demokratîk jî dike. Her eniya ku ji demokratîkbûyînê ve vedibe heke bê ku bişibe dijberê xwe, xwe biparêze guhertin û werguhertinê jî ferz dike.
Rêbertiya me, li ser bingeha leşkerbûyînê -ku yekemîn pêngava bizava azadiya jinê bû- linghên rêxistina xweser avakir. Di heman demê de ji perwerdeya jinê bigre heya sekna wê, ji teşeyê têkoşînê, bidestxistina şêwaz û ezmûna rêvebiriyê bîzat pê re elaqedar bû. Li bingeha hemû xebatan cidiyet û dîsîplîn danî. Ev xebat jî bi hesasiyet û cidiyetekî mezin dişopand. Di esasê têkoşîna Rêbertî de dîsîplîn heye. Perwerde jî li jêr bawejînek (yelpaze) pir berfireh wek; xwe îfadekirin, ragirtina berpirsyariyên mezin, derketin ji sînorên teng, kontrolkirin û dîsîplînekirina kesayet û tevgera xwe, cîhana hestên xwe li ser esasê azadiyê watedarkirin, gihîştina cewerhê xwe, werzîş kirin, teqez elaqedarbûyîn bi ax û zindiyan re û hwd. pir aliyên din bû. Di navînga van perwerdeyan de bi awayek xwezayî pêşwazîkirina jiyanê bi coş, watedarkirina jiyanê û enerjîkbûyîna herikbariya jiyanê pêşdiket. Ev atmosfer ku em mirov bi taybet wek jin jê biyanî bibûn bi tevahî eserê çalekiya bi zanebûn û enerjiya ku Rêbertî li dora xwe belav dike. Hestên wek westandin, valamayîn, tengbûn tinebû. Rêbertiya me dida xuyakirin ku “rewş berhema modernîteya kapîtalîst in” jinê ji bi jiyandinê fêrî vê rastiyê dibû. Ne tenê bi derûnî je jî tenê giranî dida şêwazê milîtaniyê, ev jî mînakek bihempa ya bitûnîbûyî îfade dikir. Jina ku bikare çîp li ser lingan bisekine, di derbarê dîrok û çalekiyên mirovahiyê xwedî zanebûn bibe, xwedî behreya ramyarî be, li xwe bawer be, li beramberî jiyan û têkîliyên jiyanê hestyar be, li dijî modernîteya sermayedar piralî têkoşe wek pêdiviyek herî girîng dihate bidestgirtin. Rêbertiya me ji bo jin bikare pergala zilamsalar a sermayedar binase û rêbazên çawaniya têkoşînê bi zanebûn bikar bîne navendên perwerdeyê pêşdixist. Ev jî di encam de têkoşîna azadiyê gihihande astek ewqa bilind ku paşde gav avêtin ne gengaz bû. dozîneya azadiya jinê ku Rêbertî pêşxist û têkoşîna azadiya jinê li beramberî qirkirina jinê di qadên civakî de li her zemînê rêxistinbûyînên berfireh çêkir. Jinên siyasîbûyî, çelekîbûyî li her dera cih girtin rûyê wir guhertin. Nexasim êdî bi ti awayî jinên Kurd nema wek berê bibin.
Bizava Azadiya Jinê di rewşa heyî de li cîhanê di nava jinên têkoşer de xwedî cihek diyarker û pir cidî ye. Rêbertiya me jî têkîliya di navera pêwîstiya azadiya jinê û azadiya civakî pir xurt daniye holê. Lewma pêşketina bizava jinê spartekên hişmendiya zayendparêz a civakî lewaz dixîne, pê re jî bingeha têkoşîna demokratîkbûna civak ava dike. Di têkoşîna demokartîkirina pergalên ku Kurdîstan dagirkirine, vê yekê mînakek pir bandor daye çêkirin.
Dema jin dibêjin “azadiya Rêbert azadiya me ye, tendurustiya wî tendurustiya me ye” xwe dispêrin binesaziyek evqa bihêz. Ev hema ne duruşmeyek e. Jin ji destavêtin, qirkirin û milkirinê gihîştina asta ku ji şoreşê re pêşengiyê dikin û xwe dîtin. Ev asta girîng jî tevna jiyanî ya di navbera Rêbertî û jinê de nîşna dide. Jin wê li beramberî modernîteya sermayedar ji ber vê têkîliya jiyanî jî dijberiyê bikin û têkoşîna xwe dewam bikin. Ji bo dawîhatina Îşkenceya Îmraliyê ku 12 sale didome, ji bo azadbûna Rêber APO, wê heya dawî têkoşîna berxwedaniyê bidomînin. Ev pêdiviya deynê azadiya jinan û hesreta jiyana azad bi Rêbertî re ye.
Têkoşîn Ozan
- Ayrıntılar
Dema behsa dîrokê tê kirin, pirsek xwe dide der: Kîjan dîrok? Her çiqas bersivek ji dîroka tê zanîn bê dayîn jî, em dizanin ku, di milê bindest û serdestan de du rûyê dîrokê yên cuda hene. Feraseta dîrokê ku, di dibistanan de tê fêrkirin, alternatîfa wê nayê fikirandin û li dijî wê derketin qet çênabe. Ev dîrok xizmeta zîhniyeta serdest dike. Lê belê rûyê dîrokê yê din, dîroka bindestan e. Yên tên qirkirin, yên ku mêtingerî li ser tên meşandin û ligel vê rastî tên înkarkirin jî ev in.
Ferasata dîroka serdest dihêle ku, dema dîrok bê gotin tiştekî bê ruh, tiştekî mirî bê bîra her kesî. Tê gotin ku, jiyanên bihuri nayên guhertin. Li ser fikrên sabît jî desthilatdarî tên avakirin. Lewma, di mêjiyê bindestan de dîrok weke demên nexweş, demên tijî derew û weke bargiraniyek mirinê tê bicihkirin. Lê belê, dîrok hebûneke zindî ye û ji derveyî desthilatdariyê tê jiyîn. Ji ber ku, beriya desthilatdarî derkeve, jiyanê dest pê kiribû. Beriya ku, desthilatdarî derkeve, jiyana mirovan hebû û demên pir direj jî ev jiyan berdewam kiribû. Hîn di dema ku dubendiyên wek azad-kole, serdest-bindest, jêr-jor nebû, jiyan hebû. Dîrok ji destpêka jiyanê ve heye. Jihevcudakirin û rast şirovekirin vedibêje ku, nasnameya mirov çi ye? Lewma em dîroka xwe ji jinê didin destpêkirin. Va ye, ji dîrokê ve jin, ji dîrokê ve azadî navbereke girîng e; navbereke azadiyê ye…
Meha destpêkê ya biharê ye 8’ê Adarê. Jinên cîhanê 8’ê Adarê ji bûyera şewitandina jinên karker ên li New York dizanin. Di sala 1857’an de li Amerîka eyaleta wê New Yorkê ew bûyer qewimî?
Di 8’ê Adara 1857’an de, li New Yorkê bi hezaran jinên karker ên tekstîlê, ji bo hin daxwazan, çalakiya grevê pêş xistin. Daxwaz ev bûn: “Roja kar 10 saet be”, “Şertên kar bên başkirin”, “Ji bo karê wekhev heqdestê wekhev bê dayîn”. Karmendan jî ji bo hevgirtina karkeran belav bikin, deriyên kargehên xwe girtin. Paşê jî bi rengekî bi guman şewat hat derxistin. Di wê şewatê de 129 jinan jiyana xwe ji dest dan. Vê bûyerê nerazîbûneke mezin çêkir.
Di sala 1903’yan de li Amerîka, ji bo parastina mafê jinan -di milê aborî, siyasî û şexsî de- Koalîsyona Sendîkayên Jinan hat damezirandin. Di sala 1908’an de, meha sibatê, yekşema dawî wek “Roja Xwepêşandanê” hat pejirandin ku jinên New Yorkî di wê rojê de bi “Mafê dengdanê”, “Mafê polîtîk” û “Aborî” ve giredayî dê xwepêşandan li dar xistibana. Ev xwepêşandan bi navê “Roja Jinan” çalakiya yekemîn bû. Li pey çalakiya New Yorkê hin çalakiyên cuda li Amerîka jî pêş ketin. Di çalakiya grevê de 20-30 hezar jin tevlî bibûn. Koalîsyona Sendîkayên Jinan di wê grevê de hemû pêdiviyên jinan bi cih anîn, ji bo jinên hatine girtin kefalet dan û jinên çalakvan hatin berdan. Hevgirtineke girîng a jinan derket hole. Çalakiya jinên li Amerîka bandoreke girîng li ser jinên Ewrûpa kir.
Di 2’yemîn Konferansa Jinên Sosyalîst a Navneteweyî de Clara Zetkîn pêşniyarek wiha kir: “Ji bo jinên cîhanê karibin xwesteka xwe bînin ziman, rojek hevbeş bê diyarkirin”. Ev pêşniyar hat pejirandin; lê belê roj nehat misogerkirin. Piştî vê biryarê cara yekemîn di 19’ê adara 1911’an de li Almanya, Avusturya û Denmarkê Roja Jinan hat pîrozkirin. Pîrozkirinên 8’ê Adarê di sala 1972’yan de bi pîrozbahiya “Tevgera Adarê”, li bajarê Sidney hat destpêkirin. Neteweyên Yekbûyî (NY) pêvajoya di navbera salên 1975-1985’an de wek “Deh Salên Jinan” îlan kir. Paşê jî di 16’ê kanûna 1977’an de biryar hat dayîn ku 8’ê Adarê wek “Roja Jinên Cîhanê” bê pîrozkirin.
Ligel vê rastiyê Rojhilata Navîn dûrî van dîrokan bû. Nirxên dayîkê yê destpêke, jê hatibû dûrxistin. Wek bermahiyeke desthilatdariya zilamperest hatibû avêtin. Me jî wek jinên Kurd para xwe ji vê rastiyê bi awayekî zêde wergirtiye. Hem bi desthilatdariya zilam ve, hem bi desthilatdariyên neteweyî re rû bi rû mayîn, mêtîngeriya piralî derxistiye holê. Fikirandina ji vê rewşê derketin û azadî, bi naskirina Rêber APO re pêş ket. Piştî fêrbûna rastiya koletî û azadiyê, me zanîbû ku 8’ê Adarê Roja Jinan e.
Roja 8’ê Adarê ku, di dîroka cîhanê de ev roj xwedî cihekî girîng e, armanc ne ev e ku mirov di wê rojê de tenê duruşmayan berz bike, an jî bi awayekî asayî pîroz bike; ya girîng ev e ku mirov naverok û wateya wê rojê bizanibe. Di heman demê de dengê azadî û wekheviyê bilind bike. Bêguman çand û wateya wê fêrbûn û jiyandin, pir girîng e. Ev rastî, di dîroka Tevgera Jin a Kurdistanê de pir zû hatiye fêmkirin û ji bo pêşxistina wê gavên girîng jî hatine avêtin.
Tevgera Azadiyê di 8’ê Adara 1995’an de, Kongreya Jin a Neteweyî kom kir û di wê dîrokê de, bi navê YAJK (Yekîtiya Azadiya Jinên Kurdistan) rêxistineke xweser ava kirin. Ev gaveke destpêkê bû. Heta em dikarin bêjin ku, di biryarbûna azadiya jinan da gaveke sereke ye. YAJK, di xebata azadiya jinê de bû xwedî roleke mezin û di dema xwe de berpirsyariyek dîrokî girt ser milên xwe. Rola jinên milîtan danî holê, di heman demê de ji pêkanîn û şopandina vê yekê de jî, berpirsiyar bû. Yek berhemên vê rastiya azadiyê jî Xwedawend Zîlan (Zeynep Kinaci) ye.
Li ser esasên 8’ê Adarê em êşa jinên cîhanê hîs dikin. Li ku derê cîhanê be bila bibe, bi vê gavê em êş û ruhê hevbeş dijîn. Ji ber ku, di 8’ê Adarê de jin li New Yorkê hatin şewitandin. Her wiha di Tevgera Azadiya Jin de jî em dizanin ku Sema Yuce di nav pêtên agir de xwe fedayî mirovatiyê kir. Sema Yuce, li dijî faşîzma dewleta Tirk û desthilatdariya zilamperest xwe şewitandibû. Dîrokek ji agir tê bîra me. Ji ber ku, Sema yek ji me ye û ji nav rastiya me derketiye.
Bîrdoziya Rizgariya Jinê di 8’ê Adara 1998’an de ji hêla Rêber APO ve hate îlankirin. Hevala Sema ji bi çalekiya xwe daye diyarkirin ku ji bîrdoziya jinê hêz girtiye û wiha meşiyaye. Hevala Sema, bi çalakiya xwe daye nîşandan ku, li ser şopa Hevala Zîlan meşiyaye û bûye xelekek vê zincîrê.
Ev gava azadiyê ya Kurdistanî gavek dîrokî ye. Ji ber ku, Bîrdoziya Rizgariya Jin dihêle ku, desthilatdariya zilamperestî êdî bê pirs, bê şert û merc neyê pejirandin. Jin zanibin ku, ne mahkûmê vê pergalê ne. Rengê jinê bi awayekî azad û xwebûn derxistina zanebûnê, Bîrdoziya Rizgariya Jin rolek girîng lîst û cihêk jêneveger jî qezenc kir. Cara yekemîn jin zane kir ku, bê alîkariya zilam bijî. Jinek dikare, bê ku, pişta xwe bide zilamekî bi awayekî bedew û xweşik bijî. Cara yekemîn jin ji kûrahiya dilê xwe hîs kirin ku, li ser rûyê cîhanê ne tenê zilam dijîn. Ango ev rastî derket hole: Jin, dijî û jiyanê bi rê ve dibe.
Çalakiya Heval Sema, Roja Jinên Cîhanê 8’ê Adarê û Roja Vêjinê ya Gelên Kurdistanî 21’ê Adarê dike yek. Di heman demê de jin dibe pira azadiyê… Ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê.
Li ser vê esasê zindîkirina 8’ê Adarê, wateya heyî mezinkirin û di roja me de jiyandin e, di serî de kevneşopiyên xwe û desthilatdariya zilam bi ziravî naskirin û têkoşînek bi rêxistinkirî meşandin girîng e. Hem jî bi qasî azadiyê girîng e. Her gav, her kêliya bi Rêbertî re jiyan, bi armanca gihîştina Rêbertî her gav karên têkoşînê pêkanîn û li ser vê bingehê hizir şertên sereke ne. Xeyalên hevalên şehîd pêkanîn, ji me hemûyan pir kar û xebatê dixwaze. Em jî bicihanîna van kar û xebatan dikarin wateyek nû di xwe de ava bikin. Ev şertek hebûn, xwebûn û azadiyê ye. Bi vî awayî em dikarin wateya dema bihuri bidin û roja xwe ya niha watedar bikin. Bi vî şertî em dikarin xwe ji êşkişandinê xilas bikin. Û bi vî şertî em dikarin êşên dîrokî bikin hêza mirovatiyê û di Rojhilata Navîn de bibin hêza sereke ya azadiyê, civaka exlaqî û polîtîk.
Dilzar Dîlok
- Ayrıntılar
Birîna sedsalê ez biraştim hey hawar!...
Îro, li kevana çiyayekî bênav bi ahênkêşiyek tofana skenderî, careke din ez kuştim.
Dilopên xwîna min niqutîn, ax pelixî, dîrok pelixî û cografya min di stêrikên banê ezman de hate dardekirin. Li kolanên Colemêrgê, Li Şirnexê û Cîzîra Mîrekên Azîzan, li qeraxên Çiyayê Bagokê, li Cudî, li Çiyayê Govendê bi xêliyê bûkaniyê de, ez ji nû de xwe çêdikim...
Xweçêkirina min bi têlên temburê re, bi dengê bilûrê re bûn stran...
Hıngî çardara min kat da, wek şitlek rihanê, wek gulokek beybûn û mistek ava zemre, di destê gerilayekî bê nav de bû ala basimbarî ...
Ez di kefenekî ne meqeskirî de, çardara min di xelekên xwînê de dirêj kirî ne... Dîse jî bi stêrikên dardekirî re, di hafa heyva çardehan de li ber Ava Mezin, di kêleka gundekî şewîtî de, di qeraxên Çiyayê Mava de, ji xweliya xwe şîn dibim.
Hingî stêrikên dardekirî şelîtên qirika xwe diqetînin...
Û ez, wek kulîlkên baxê îrem, li qelaçên Kanî Masî, li geliyê Xinêra, li ser Berzehê Garê û di dergehê jiyanê de, raserî kovana dareke zemanî, dibin kolekê de, bi agirtofana balafirên dagirker birînar dibim: Prometheusên sedsala bîstûyekê li serê çiyayên welatê min, bi xwehdan û stranên xwe yên rengêkulîlk birîna min ya sedsalî derman dikin.
Aliyekî min kenê Egîd e, aliyê din hêrsa Murad Elîbol e!.. Û wek rista di lorandina cengawerekî bê nav de, em bi hev re rûdinin. Ez birîndar, ax birîndar... Dîse jî di kenê gerila de, di nava rista hevrîşmê berxwedanê de wek agirekî difûrim... Ez difûrim, ax difûre... Di kelih û bircikên dilê dayikan de dibime lîle-lîl û rondikên wan, birîna min, birîna axa min av didin, Xemlek ademî ji kêştiya Nuhê Kal dirije.
Destpêk kulmek agir bû, piştre bû bênderek û di derya stêrikan de, xemla baweriyek nû pişkivand. Gûr û geş kir... Mezin kir û xwe li jiyanê pêça, di pencera gotinê de bû helbest., bu stran, bu dengê bilûr û dengê têla tembûrê... Di her helbesta evîna Melayê Cizîrî de hate gotin, di her hevoka hasreta Ehmedê Xanî de bû qîrên.
Ev navê bûka azadiyê bû û wek pêjneke xêrê û mizgîniya banga gerila ye.
Di her pêjnê de pêlek deryayî, di mista delalê dilê min de, di pêsîra tirnalê gundê min de bû şelîpana serîhildanê... Bû xumxuma qîrêna ciwanan, di pêl û şelqên Dicle de herikîn.
Hersa min herikî, herikî hat, fûrî û hat... Kezeb fûrî, mêjî fûrî, hêrs fûrî, tirs fûrî, mirin fûrî, cengawerî fûrî, jiyan fûrî û ezmanê reşka çavên evîndaran bû nexşeyek bi gelî û mesîl, bû nizar û rizdeyên neqam, wek rê û şivîleyekê derket pêşiya min. Ez meşiyam, gerila meşiya, haveyn meşiya, roj meşiya, dil meşiya, stêrik û heyv meşiyan, heyam û demsal meşiyan û haveynê azadiyê di mista asoyên hêviyê de meyî, wek darmêweyek behiştê derket holê.
Gotin, “ev strana gerila ye” û hat...
Hat û hat dilê min dagir kir. Di rengê argûnî de li Çiyayên Kurdistanê bela bû...
Di dilê min de, di bedena Firat Izgîn de fûriya; di neqepka Helexa ku wek Tewratekê di nava nalêniya sedsalê rûniştiye fûriya, di şewata gundê Çêlik defûriya.
Û hat, di bedena gorên komî de bû kulîl û rekiha dîlgirtinê parçe kir.
M. Bagok
- Ayrıntılar
Ziman nîşaneyeke herî girîng û bingehîn a nasnamê ye. Mirov di xwezaya mirovahiyê de ji sedema têkiliyên di navbera mirovan de çiqas zimanan zanibe û bikar bîne, ev dewlemendiyek e. Lê li kêleka vana ku mirov zimanê xwe nizanibe, lewaz zanibe, bikar neyne, jê bireve, ev jî rûreşiyek e.
Hebûna çandî bi ziman mumkun e. Di vê mijarê de ziman faktoreke herî girîng e. Ger zimanê dayîkê tê qedexekirin, ev nijadkujiya çandî ye… Nijadkujiya çandî, ji nijadkujiya fîzîkî xetartir e. Dixwazin hebuna Kurdan tine bihesibînin. Ew wer hesab dikin ku ger gotinên pûç bikin, wê Kurd bihelin û biçin.
Ziman hîmeke bingehîn ê netewbûn û yê mirovbûnê ye. Mirovê bê ziman nikare wekî ajalekî jî xwe bi rûmet bihesibîne. Tê tespît kirin ku mirovahî bi dîtin û bikaranîna nivîsandinê derbasî şaristanîyê bûye. Lê ev jî tê zanîn, ku xaka Kurd li ser dijîn jî xaka cara yekem mirovahiyê wekî mirov deng derxistiye, dest bi axaftinê kiriye, nêrîna xwe aniye ser ziman û bi mirovên din re parve kiriye. Li ser vê xaka dergûşa mirovahiyê, mirovahî bi dapîr û bapîrên Kurdistaniyan dest bi dengderxistina mirovbûnê kiriye. Lê heyf mixabin, îroj di bin dagirkeriya dewleta Tirk, Ereb û Faris de ji mirovên vê xaka pîroz re dengderxistina bi zimanê dayîka xwe hatiye qedexekirin. Ma gelo ji vê mezintir şerma mirovahiyê heye?
Bi salane polîtîkayên bişavtinê li ser ziman û hebûna gelê Kurd tê meşandin. Ji ber zilm û zordariya dagirkeran zimanê Kurdî hertimî hatiye qedexe kirin û tine hatiye hesibandin. Ji ber van polîtîkayên bişavtinê zimanê Kurdî dibe bi awayê nivîskî nehatibe nivîsandin. Lê bi devokî gel hem êşên xwe, hem keyfxweşiyên xwe, hêviyen xwe, daxwazên xwe hertimî bi zimanê xwe anîne ziman û bi ruxmê dîroka ne nivîsandî ya zimanê Kurdî jî, ev ziman hebûna xwe ji dîrokê ta roja me ya îro diparêz e. Îro jî di astekî bi wî rengî deye, dikare bi awayekî hêsanî dîroka xwe a nivîskî ji nû de binivîse. Di dîrokê de gelek wêjevanên Kurd ku îro di dilê gelê Kurd de nemirbûne, bi destanên xwe yên wêjeyî û neteweyî, bi destxetên xwe hem êş û hem jî nalînên vî gelî anîne ziman. Bi van destanên xwe binav û deng in. Bi berhemên xwe karîne dengê xwe bigihînin hemû mirovatiyê ku ev ziman wê di ti demî de winda nebe, ji ber ku zimanê Kurdî, dayîktî ji zimanê mirovahiyê re kiriye.
Lê a niha jî Bulend Arincê ku ji zanista dîrok û çêbûna mirovahiyê cahîl mayî dibêje, ‘‘zimanê Kurdî ne zimanê medeniyetê ye…’’
Vaye li holê ye, medeniyet li ser vê xakê destpê kiriye. Medeniyet bi zimanê Kurdî bihebûn bûye. Wexta ku zimanê Kurdî bi destanên xwe nav û deng bû, tovê nifşê Tirk qet tine bû. Gava ku destanên neteweyî yên Ehmedî Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran… li ser rûyê cîhanê bûn, peyva Tirk jî tine bû. Ger tu ji zanistên avabûna mirovahiyê dûrbî, têkeve kurahiya dîrokê û bixwîne. Bibîne ku zimanê Kurdî rolekî bi çi rengî di avabûna medeniyetê de leyîstiye.
Di sedsalekî bi vî rengî de gotineke mîna yê Bulend Arinç kirin, şerma dewleta Tirk û asta mirovahiya wan dide diyar kirin. Bi van gotinên Bulend Arinç dixwazin bibêjin, yek ji we jî qala bikaranîna zimanê Kurdî û perwedehiya bi zimanê dayîka xwe nekin. Ger hûn vê yekê bixwazin, cihê we di hûcreyê de hucreye, di zindanê de zîndaneke dine. Yan hunê bêdeng bimînin, yan jî hûnê bi destê xwe, xwe tine bikin. Yan jî ger hun zêdetir israr bikin, hunê di qirkirinê re derbaz bibin. Ji xwe ya tê kirin jî qirkirin e. Qirkirineke çandiye, tine hesibandina neteweyekî ye. Ne hezim kirina dewlemendiya zimanê Kurdî ye. Xwe ranegirtina li himberî hebûna gelê Kurd e. Li ser gelê Kurd bêrumetiyê ferz kirine. Dixwazin zarokên Kurd jî weke xwe bidin mezin kirin.
Her wisa Bulend Arinç di axaftinên xwe dibêje, ‘‘cihekî ku em dibistan jî vebikin tine ye.’’ Ji xwe ti pêwîstiyên gelê Kurd yên weke hun dibistanan ji wana re vebikin nîn e. Hêviyekê bi wî rengî jî ji we nakin. Îro li hemu parçeyên Kurdistan û ji derveyî welat, ji heft heya heftê salî li hemû qadên jiyan û xebatê gelê Kurd bi zimanê Kurdî, bi zimanê xwe dipeyîvin. Her wisa bi hezaran zarok û mamosteyên di zimanê Kurdî de profesyonel bûne, li wargeha penaberan a Mexmûrê bi zimanê dayîka xwe dixwînin û dinivîsin. Ew zarokên ku îro li wargeha penaberan a Mexmûrê perwerdehiya zimanê dayîkê dibînin, hemû jî mamosteyên pêşerojê yên zimanê Kurdî ne.
Ji bo vê jî li ser ziman, polîtîkayên helandinê li ser mirovê Kurd çiqasî bandor kiribe bila bike, dewleta Tirkiyê astengî û qedexe kirinan çiqasî pêş de dibe bila bibe, ji bo bikaranîna zimanê dayîkê çiqas, lêdan, êşkence û zîndanê datîne bila deyne, wê ev ziman winda nebe. Berovajiyê wê, wê ev ziman bi dewlemendî û hebûna xwe gotinên yên weke Bulend Arinç di qirika wan de bihêle. Wê ev ziman bibe ben, (ip) û di qirika dagirkeran de bimîne. Di serî de jî wê di qirika Bulend Arinç de bimîne. Ji ber gotinên ku dike hemû jî puç û valane, ji nezanî û cahîliyê tê.
Ger li ser rûyê vê cîhanê tê xwestin ku di nava giştiya mirovahiyê de wekî mirovên bi rûmet cih bigrin û wiha werin pejirandin, pêwîst e di serî de gelê Kurd li zimanê xwe û pê re li nirxên xwe yên netewî xwedî derkevin. Ger ev yeka ne yê kirin, ti mirovê li ser rûyê cîhanê wê wan kesên bê ziman rişt negre. Ji refê mirovan hesap nake û wê bixwaze hemû mafên wê binpê bike.
Gelê Kurd jî îro xwedî wê hêzê ye ku li hemû qadên jiyan û xebatê xwedî li ziman û rûmeta xwe derbikevin. Gel wê bi zanista zimanê xwe, careke din bi yên weke Bulend Arinç bidin zanîn ku mirovahî li ser van xakan bi hebûn bûye.
Hindistan Penaber
- Ayrıntılar
