Li Rojhilata Navîn lîstikên mezin di pratîkê de ne. Lê balkêşiya herî mezin dewleta Tirkiyê ye. Wek canbazê li ser çar şelîtan bilîze xuya bike jî, di rastiyê de, ne wisa ye. Canbazê ku kiryarên xwe bi lîsitkên “ucube” vedişêrê ye.
Di lîteratura siyasî de, dewlet gel e, lê li Tirkiyê gel “reaye” ye. Di lîteratura hukumraniyê de, dewlet bê desthilatdarî nabe, li Tirkiyê desthilatdarî, yan siltan e, yan “ata” ye, yan şef e, yan jî Erdo-ul Cemaet e. Li cîhanê, bê gel dewlet çênabin, li Tirkiyê pêşî dewlet piştre gel e. Gel jî, li Tirkiyê, ji bo sê tiştan heye, bacûbêş, eskerî û karkerî. Li cîhanê desthilatdarî di xizmeta gel de ne, li Tirkiyê wajî vê, gel di xizmeta desthilatdairyê de ye.
Li cîhanê îradeya gel pîroz e, li Tirkiyê, ligel desthilatdariya AKPê (mînaka dawî ya wezîrê karên hundir Îdrîs Naim) hirçê dilîzê ye.
Li cîhanê, dema ku gel bi hilbijêran re kete nava nakokiyan, desthialdarî ji kar têne dûr kirin. Li Tirkiyê desthilatdarî, gel bi kanunên taybet ji cihê wan “nefî- surgun” dike. Di demokrasiyan de, hêza gel, di ser her tiştî re ye, li Tirkiyê demokrasî bi “wesayet” dimeşe. Doh wesayeta eskerî bû, îro wesayeta cemaetê ye.
Li gorî van pîvanan, dewletek “ucube” li hemberî me ye û di parvekirina edalet û mafan de, pîvanên kanunên faşîzma Mussolînî jî xwedî gotin in.
Di van rojên ku, gelê Kurd ji çar aliyan ve hatiye dorpêçan û qirkirinên eskerî, siyasî, kulturî, bawerî, civakî, rêxistinî û îradî di pratîkê ne cîhan lîstika sê meymunan dilîze. Ne tenê desthilatdarî, muxalefeta Tirkiyê jî, di kiryarên li dijî gelê Kurd de, rola xwe baş dilîze û qirkirina piralî ya gelê Kurd, ji rojevê dûr dihêle.
Desthilatdariya Tirkiyê û muxalafetê, bê exlaqî bi zanista geometrî û dizaynkirina mekanîkî re kirine yek û her kes rola xwe baş dilîze. Desthilatdarî, şelîtên navbera du dîrekan girêdide û wek cambazê siyasetê derdikeevê ser şelîtê û muxalefet jî wek zirtekê li binê şêlîtê dilîze.
3 sal in, siyasetmedarên kurd, bi hincetên pûç û vala di girtîgehan de têne girtin. Ji bedêla ku yên girtî serbest berbidin, tazmînatê bidin, lêbûrîna xwe bixwazin, yên nû digirin û hejmara girtiyan ha ha zêde dikin. Ev argumentên xapandina geometrîk in û di xapandina gel de, roleke baş jî dîtine. Vê canbaziya ku geometrî û mekanîkê bi hevdûtin re dikine yek, li ser bingeha “we nekir, ez dikim”, “we ceseret nekir, ez dikim û hesab dipirsim” tê rûnandin. Hewqasî cambaz in ku, dikarin pratîk-kirina siyasî, serdestî rastiyan bikin e. Ev helwest, li dijî zanistên civakî teva xwendina meydanê ye, qarîşkêşiya li dijî demokrasî û îradeya gel e. Lê desthilatdariya AKPê, devê gel lixab kiriye, dest û lingê gel zincîr lele kirine.
AKPe pêşî, rewşenbîr, nivîskar, hunermend birin kêleka xwe. Ev kes û derdor berdevkê gel bûn. Pêşî bûne şûrkêşê AKPê, piştî rastî fêm kirin, bêdengî bijartin. Bêdengî jî alîgiriya serdestan e. Piştre rêxistin û saziyên civakî bi xwe ve girêdan, yan jî dane avakirin. Sazî û dezgeh jî dest û lingê gel in. Ev baskên ku tenê li “alif û ulufe” dinêrin, hîna zincîr û leleyên gel dişidînin.
Her du basik jî, bûne palê AKPê û di pêkanîna, pratîk-kirina siyasî de berdevkiyê dikin û rastiyê berteref dikin. Birînên xedar kujerî vedişêr in.
Ev pratîk-kirina siyasî, di doza 28ê Sibatê û girtina du-sê generalan de jî xuya kir. Lê çi balkêş e ku, ew kanunên ku gunehkarên darbeya postmodern digirin, li hemberî gunehkarên komkujiya Roboskî “ketûm” in. Lê çi balkêş e ku, ew dozgerên ku li dijî darbekarên faşîzma 12ê Êlûnê dadgehan vedikin, îddîanameyan amade dikin, li dijî terora polîsên ku li kolanan ciwanên Kurd dikujin, zarokên Kurd dikujin “ketum” in. Lê çi balkêş e ku ew dozgerên taybet, her roj fermanan didin û polîs jî, xewa şevan li gelê Kurd herimandiye. Lê çi balkêş e ku ew dadgerên ku dosyayên dozgerên taybet, pê re pêre erê dikin û wek berdevkê huquq û edaletê cûbeyên pêsîr sor li xwe dikin; ji bo puşiyê 24 sal ceza didin; ji bo parastina zimanê kurdî devê mikrofan digirin; bê-exlaqiyê pratîk-kirina siyasî, li exlaq û edaletê, li zanista geometrî, matematîk û fizîkê suwar dikin; û dibêjin “zimanekî nayê fêm kirin” e.
Kurd, li hemberî zîrekîtiyek totalîter in û ew zîrekîtî, bê-exlaqiya xwe jî bi pratîze-kirina siyasetê, rastiyê vedişêre. Ev zihniyet du tiştan diafirîne, anarşî û despotîzmê. Anarşiya ku diafirîne jî diavêje ser hemberê xwe û li gorî xwe zemînek meşrû amade dike û despotiya xwe jî di çarçoveya vê meşruiyetê de dike pratîkê.
Li kiryarên desthilatdariya AKPê binêrin; ji serokwezîr û wezîrna bigirin heta bi zanist, nivîskar, rojnamevan û generalên, di xefk û kemîna AKPÊ de cih digirin, anarşiyê diafirînin. Hêzên despotîzmê jî terora li dijî gel dikine pratîkê.
Zihniyeta Erdo-Cemaet, alliyek Bernard Russsel e, rasyonalîzmê diparêze; aliyek Freud û Cornad e, îrozyanolîzmê diparêze. Dema ku ev her du bawerî bûne yek, mirov ber bi “mirovên heywan” dçe. Yanî hov dibe. Ev paradoksa AKPê û Cemaeta Gulen e. Kiryarên li dijî gelê kurd jî, ev bextreşî ye.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Gelê Kurd, bûye xwedî hişmendiyek dîrokî û siyasî.
Êdî, li dijî kiryarên faşîzan û kujerî, çalekiyên ku dikevine rojeva raya giştî ya cîhanê lidardixin. Gelek caran em dibêjin: “Kurd di aliyê dîplomatîk de lewaz in.” Lê guman dikim ku, tevger û têkoşînên dîplomatîk, ne tenê hevdîtinên bi siyasetmedaran re ne.
Çalekiya greva birçîbûna li Strasbourgê jî, biqasî rol û misyona siyasî û civakî, xwedî rol û misyoneke dîplomatîk e. Bi hêsanî em dikarin bêjin ku, di vê qonaxa ku rewşa çalekgeran her ku diçe xerab dibe, xewa rayadarên Ewropa yên pêwendîdar jî direve. Kimya mêjiyê wan dibe deşo.
Greva birçîbûna li Strasbourgê, di daxwaza azadî û mafê xwezahî de, di daxwaza jiyaneke bi rûmet de jî xwedî roleke dîrokî ye. Ji ber ku gelê Kurd di destpêka sala 2012an de, kampanya “yan azadî, yan azadî, ji bo Ocalan azadî, ji bo gelê Kurd statu” da dest pê kirin. Vê pêvajoyê ji 8ê Adarê dest pê kir û bi pîrozbahiyên Newrozê giha asta herî bilind û heta bi 4ê Nîsanê, Meşa Amara dewam kir; bi grevên birçîbûnên ku, çalekgeran li zindanên Tirkiyê û Strasbourgê dane destpêkirin berdewam dike.
Greva birçîbûnê, wek çalekiyek pasîf tê binavkirin. Lê ne wilo ye, dema ku mirov bedena xwe kire mertal, dibe çalekiya herî pîroz û giranbiha. Tiştek ji canê mirov bi nirxtir û pîroztir nîne. Çalekgerên Kurd jî, ev nirx û pîrozî kirina ala azadiyê.
Êdî xewn û xeyalên statukoparêzan xerab bûne. Ji aliyekî ve li zindanên Tirkiyê, rayedarên statukoparêz; ji aliyê din ve li Strasborugê, rayedarên ku destekê didine dewletên dagirkerên Kurdistanê, nema dikarin bi hêsanî hesabên dûrûdirêj li ser gelê Kurd û li ser xaka Kurdistanê bikin.
Efsûna wek destîniya nayê guhertin ji holê hilat û gelê Kurd, ji destpêka sala 2012an û vir ve, meşrûiyeta desthilatdariyên dagirker red kir û statuya xwe ya îradî û siyasî îlan kir. Belkî daxuyanî neda, yan jî li ser bircikên Amedê li boriyên îlankirina îradî û xweseriya demokratîk neda, lê Amed, biqasî Enqera di siyaseta Tirkiyê de xwedî gotin e.
Greva birçîbûna li zindanên Tirkiyê, greva birçîbûna li Starsbourgê jî, li Ewropa otorîteya dagirkerî û statukoparêzîya li dijî gelê Kurd têk birin.
Baş tê zanîn ku, duvê statukoparêziya li Enqerê dirêjî payîtextên Ewropa dibe. Bi vê mebestê, greva birçîbûna li Strasbourgê xwedî rol û mîsyonek dîrokî ye. Her roja ku çalekger di kûraya “bêhalketina bedena xwe de rojek li paş dihêlin” topek li dîwarên mabedên statukoparêziyê dikeve û deverekê di dîwar de vedike. Ne hêsa ye, 50 rojî birçîbûna bedenê û tenê vexwarina qentê, ne hêsa ye. Ez wê êşê û wê psîkolojiyê baş nas dikim. (bi vê pêwanê ez lêbûrîna xwe ji çalekgeran dixwazim, ji ber ku kar, derfetên çûna serdana wan neda), Lê îradeya ku bi berdêlên giranbiha û di nava 30 salên şerê dijwar û giran de hatiye bidestxisitn, di giyanê çalekgeran de ala serkeitnê dibalivîne. Ev serketin, di dengê Fuat Kaw de, ku di mikrofonên Radyoya Dengê Mezopotamya de û di ekranên Nûçe TV de olan vedide, xuya dike. Aliyekî têkoşîna gelê Kurd çiyarêzên Kurdistanê ne, aliyek kolanên bajarên Kurdistan û metopolên Tirkiyê ne, aliyekî têkoşîna gelê Kurd tevahiya cofrafya Ewropa ye.
Gelên li Ewropa Şoreşa Frensa û encamên wê jiyan e û ew nirx ji destên xwe winda kirine. Lê gelên li Rojhilata Navîn, ji pêvajoya pêxemberan û heta îro, guhertinên şoreşgerî ne jiya ne. Yekemîn car e û gelên herêmê ketine pêvajoyeke wisa. Lewma em navê têkoşîna gelê Kurd bi guhertina dîrokî re, bikartînin û bi nav dikin. Têkoşîna ciwanên kurd, çalakiya grevên birçîbûnê, wek destan û rol û misyonek pêşengî û zora li dîrokê binav dikin.
Rojhilata Navîn ku dibin desthilatdariyên otorîter de dihate guvaştin, serûbinî hev bûye. Tirkiye, ber bi paşverûtiya cemaetan biçe jî, rastî dîwarê Haraketa Azadiya Kurd tê. Ewropa ku dixwaza, statukoparêziya, bi şerê yekemîn yê cîhanê, weke bextreşiyekê layiqî gelên li Rojhilata Navîn dîtiye, li hundir, di navêndên xwe de rastî dijberiya kurdan tê. Di dîroka Ewropa de, tu hêzên li derî Ewropa, biqasî Kurdan bandor li siyaseta Ewropa, li civaka Ewropa ne kiriye.
Kurd îro li Ewropa, rol û misyoneke Şoreşa Frensa dilîzin.
Belkî biqasî êrîşa li dijî Girtîgeha Bastîlê nîne, lê di guhertina civakê de, xwedî rol û misyonek e. Ciwanên kurd, bi çalekiyên xwe, çalekgerên greva birçîbûna li Strasbourgê jî, kimya bedena siyastemedar û rojnamevanan xerab kirine. Ava kimyewî ya mêjiyê wan tevlîhev kiriye. Ev bûyer û pêhatî wê di nava demê de bandorên mezin bikin.
Siyaset, ne tenê axaftin û kanunçêkirin e. Siyaseta mezin bandora li ser civakê û xerab kirina xewn û xeyalên sosret e. Greva birçîbûna li Strasbourgê jî, ew bandor li ser civaka Ewropa kiriye. Di têkbirina xewn û xeyalan, xerakirina hesabê dagirkerî û statukoparêziya ku destên wê dirêjî navenda cîhanê Kurdistanê dikin roleke dîrokî dilîze.
Hêvî ew e, ku CPTê û Komisyona Ewropa, di vijdan û berpirsiyariyên xwe de dereng nemînin.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Li ber darekê
Piştî bombardumana balafirên F 16 û şewatek dagirkerî
Di nava behnûbixara jiyana parçekirî de
Piştî şewata daristanê, li bin dareke berûwî
Di civîna komek gerila de, stratejiyên li ser pelên darên şewitî nivîsandî di ber çavên dil re derbas kirin. Hinekî êş… Hinekî mixabinî… Planên xwe gotin û bi dilên xwe radestî hev kirin
Fermanên di civînên Enqerê de nîqaş kirin û zengilê telefonên dibine bingeha komkujiyan, di ber çavan re derbas kirin. Xetnivîsên li ser pelan, di nava kelgerma barûdî de, aliyek kizirî, aliyek şikestî xwendin û şîrove kirin.
Piştî rista plansaziyê û kifşkirina rêwingîtiya ber bi oxirê,
Di keliha welatê dagirkirî de,
Di nava kenên bêrîkirinê de, koma gerila li hev nêrîn,
Ew kêlîka xatirxestinê bû
Piştî ramûsanên bi ronahiya rojê hatine avdan û piştî destdana hev ya germahiya dilsoziyê, komek ber bi Haftanîn derkete rê… Yek ber bi Garê… Ya din jî, lorîna berbûliyê bûkê lîland û ber bi kêlikên di dilê erdnîgariyê de hatine çandin ve meşiya…
Koma ku biçe Çiyayê Mava,
Li mij û morana hawara Diclê nêrî, li xumama geliyên kûr û dolên di nava dûxana qazanan de nêrî… Jiyanek fetsînok hebû û gerila sunda xwe bi hêrseke tolhilodanê dubare kir. Li Geliyê Xwînê û deşta suwariyên di kêşa pêşbaziyê de, li dijî nifiran kelehêrsa xwe di nava lebşêrîna stranan de fûrandin.
Û bi gotina “berê xwe dan oxirê, pişta xwe dan felekê”meşiyan…
Aliyekî gerila Bagok bû
Aliyekî gerila berxwedanên qedîm Serhed û Pencînarê bû
Aliyek jî Çiyayê Hevêriya û Xanturê bû…
Ev kelihên 30 salên berxwedanê ne, wek nasnameya şerên destenî ne, di kembereke bûkaniyê de aliyek zêr, yek zîvî bû…
Rengê hevrîşmê bi qeseba cewherî xemilandî bû…
Ev kelihên gerila ne, wek hunerê zîvkerên Midyadê di nîgarkêşiya sedsalan de, bi dilopên xwînê, bi beza deh salan, bi xwehdana li tirsê barkirî, bi gotinên bêrîkirin û evîna li bane asoyên sirtikên çiyarêzan hatine xemilandin.
Xemla hunerî di bejna gerila Zelal de
Di garden-gaza Mizgîn de bûye efsûnek Yezdanî
Bûye ayetên ezmanî û metafizika di helbestên meleyê Cizîrî de, ber bi Pisaxê diherikîn.
Herka gerila dibû şelîpanek û xwe digihande payîtexta Şahê Banikê. Dibû şelîpanek gerdûnî û hafa Çiyayê Cûdî dikir. Li pêşberî kêştiya Nuhê Kal, bizmarên di nava demûdewranan de rizî berhev kirin.
Salûheyam xwendin
Demûdewaran strandin
Û di xatirxwestina berî meşa ber bi azadiyê de, gerila, birînên dilê xwe kirin bendav û kirin pirr… Piştre, gotinên ji derya ferhengan dûr hatine hiştin,
Di teng û bertengên xwe de şidandin
Bi pêlên peyvan re,
Ber bi destanên dku i pirtûkan de hîna ne hatine nivîsandin meşiyan.
Gotin, “qewlê me, car din, li binê dara berûwî,
Gotin, piştî ledaneke li dijî faşîzmê, şevê li xwe bipêçin û werin, xwe ji çeka lawê biparêzin, asoyên hêviyê li xwe bar bikin û werin
Gotin, car din bi şînbûna daran re
Bi hêviya dîlan-girtina di nava daristana şewitî de
Û bi soza ku car din, bi hev re çaya bi “doçka” de vexun
Di ser pira Basya ve derbas bibin û werin
M. BAGOK
- Ayrıntılar
Xweda ne bê edalet e, lê kesên bi navê Xweda haraket dikin edalet kuştine.
Yek ji van kesên ku bi navê Xweda haraket dike AKPe û serokwezîr Erdogan e. Van jî edalet kuştiye, vijdan zincîr û lele kirine. Desthilatdariya AKPê, ku di erdheja Wanê de, kete nava bê-edaletiyek gunehkarî, li sinorên Suriye di nava hefteyekê de bajarên çadiran ava kirin. Helwesta ku di erdheja Wanê de nîşan dan, bi gotina herî sivik, “cinayetkarane” bû û hîna jî vê cinayetkariya xwe li dijî gelê Kurd, bû perwa didomînin.
Bêguman em nabêjin bila penaberên Suriye xwedî nekin û ne parêzin. Lê dixwazim riyakarî û bê exlaqiya desthilatdariya AKPê û rêvebirên wê destnîşan bikim. Beşîr Atalay, li hemberî tofanzadeyên erdhejê, bi edayeke bedcanî haraket kir. Ev haqareta ligel mirovahiyê û ligel Xweda û nirxên pîroz bû. Mirov û rûmeta mirov, nirx û pîrozê di rûdêna Xweda de ye. Qur’ana ku Erdogan weke şûr bikartîne vê dibêje.
Êdî di şirrik û qurneyên siyaseta AKPê û serokwezîr de, derew û riya, guneh û şermezarî, telaqreşî û hetikberî diherike. Berî niha, min gotibû, AKPê pirên navbera dewlet û gelê Kurd hêrivandine. Ez dubare dikim.
*******
Li hemberî çalekgerên di greva birçîbûnê de, di tecrîda li dijî Birêz Abdullah Ocalan û zext û zora li ser gelê Kurd de, heman bextreşiya kîndarî û tolhildanê nîşan didin.
Grevên birçîbûna li zindanên Tirkiyê ketin qonaxa metirsinî. Êdî çalekger bixwazin nexwazin wê hinek ji amûrên bedena xwe winda bikin. Lê xemsariya desthilatdariya AKPê, ku dibêje, “ez temsîliya îradeya gel dikim” berdewam dike. Desthiladarî û nunertiya komên xelkê, ji Dolmabahçe Sarayî û parlamento dest pê nake; ji aştiya kolanan, ji edaleta salonên dadgehan, ji dostanî û biratiya kolan û taxan, ji wekheviya bajaran û gundan, ji demokrasiya demokratîk, ji parvekirina jiyana rojane û wekheviyê û parvekirina debora giştî dest pê dike. Lê, her roj, li zindanên Tirkiyê êşkenece heye, sergoma girtiyan heye û ne-bihîstina daxwazên girtiyan heye.
Dîse, avêtina ser malan, girtina binçavan, cezayê di nava ceza de û cezayê dûrkirina xwendekarên zanîngehan, bi dijwarî berdewam dike. Kurdistan, ji aliyekî ve bûye zindana servekirî, ji aliyê din ve bûye qijleya servekirî. Ev ne temsîliya îradî ye, ev atêş-barîn û azar-mendî ye.
********
Li Strasbourgê jî, çalekger di heman qonaxê de ne. Rayedarên Ewropa jî, biqasî rayedarên deweleta Tirk di nava xemsarî û bêdengiyê de ne. Eflatûn, bi xeyal û xewnên şaristaniyeke bextewariyê sîte avakirin. Lê di qonaxa îro de, sîteyên şaristaniya moderniteya kapîtalîst, hestiyên Eflatûn di gorê de qolincî dike.
Ibn-î Xeldun dibêje, “mirovahi kerwanekî ku di heman riyê de dimeşê ye.” Ev rastî jî têkçûye. Eger Ibn-î Xeldun saxbane, ewî ji nava vê mirovahiyê bireve û terk-î dinya bibe.
Êdî karwanê mirovahiyê, ne di riyên xwezahî û normal de, dibin erênî û rêzantiya bazirganên selefkar de dimeşe, di qonax û xanên riyakariyê de radiweste. Yek ji rêzanên li Rojhilata Navîn jî, bûye Serokwezîr Erdogan û Fetul-munkîr in. Her du jî, abdesta xwe bi xwîna Kurdan digirin.
Raya giştî ya Ewropa jî, wek xwedî vijdanekî şiyar tê zanîn û naskirin. Lê nalên û ji taqetketina çalekgerên greva birçîbûna li Strasbourgê, mixabin nayê bihîstin. Keşeyê dêra Sant Morîs, Vincent Steyert, bang li raya giştî dike. Mixabin, raya giştî ya Ewropa jî, dibin rêzantiya bazirganên selefkar de, biqasî raya giştî ya Tirkiyê li çarmixê hatiye dayin.
Kanunên cîhana makroskopîk jî vê bê vijdaniyê nabînin û kefika mîzêna edaletê rast nakin. Kiryarên dewleta Tirkiyê û desthilatdariya AKPê, li dijî gelê kurd, ji bûyerên drametîk yên Tewratê zêdetir bûne. Mixabin, peyman û huquqê gerdunî, rêbazên peymanên NY û Mafên Mirovan, dîtinên xwe yên makroskopîk winda kirine.
Divê ku Kurd baş zanibin; mêjiyê burjuwaziya kesk, dibin pêşengiya Erdogan û Fetul-munkir de, bûye çerxa kuştina geklê Kurd. Burjuwaziya cîhanê, gelekm şoreşên dîrokî pêkanîne, burjuwaziya kesk ya Tirk jî, bi komkujiyan gunehkariya sedsalê dike.
Ew mêjiyê faşîzan, li derî kanunên fizîk û matematîkê, li derî xweza û Xweda kar dike û di nava trajedî-komedî de “helak-kirin”ê esas digire. Êdî, ferman û kîna siyasî û dijminatiya tolhildanî, bûye zincîr û leleyê huquq, peyman û ademiyetê. Li Tirkiyê, ne Diyojen, bavê Diyojen jî bi fanûsan li mirovan siyasî û xwedî vijdan û wek benî-ademekî bigere, nikare nabîne.
*****
Çîlekêşiya Kurdan, ji holê rakirina Kurdan, ji bo rayedarên dewlet û AKPê, ji bo Fetul-munkîr û burjuwaziya kesk bûye bingeha hebûnê. Ev gunehkarî, di dîroka olan û baweriyan teva de, tê wateya kuştina Xweda... Kî dikare Xweda bikuje, Dehaq, Nemrud û Saddam ku, wek Draqulayê sedsala bîstan haraket dikir. Erdogan jî bûye Draqulayê sedsala bîstûyekê û Mîrzadeyê Xwedakuj e.
Ji bilî berxwedan û têkoşînê tu riyên din li ber gelê Kurd nemane.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
4 Nîsanê rojbûna Rêberê Haraketa Azadiya Kurd e û gel jî, vê rojê weke toreyekê qebûl kiriye û dibin navê Meşa Amara de diçe gundê Amara û rojbûna Ocalan pîroz dike. Nam-i deger wezîrê karên hundir yê AKPê, fermana çalekî, miting û numayişên gel li Rihayê qedexe kirine. Tenê ji bo gelê Kurd, di 4ê Nîsanê de Meşa Amara lidarnexe, neçê gundê Amara û “zêw”a rojbûna Birêz Ocalan pîroz neke. Ev ferman, di dîroka Komara Tirkiyê de yek û menendê wê nînin. Yekemîn car e, ji b bajarekî fermanek wiha tê dayin.
Neynika siyaseta dewlet û desthilatdariya AKPê ya di şexsê Ocalan de, li dijî gelê Kurd e. Gava yekemîn di pîrozbahiyên Newrozê de hate avêtin, gava duyemîn jî di Meşa Amara 4ê Nîsanê de diavêjin.
Dixwazim destnîşan bikim ku, pîrozkirina rojan, di nava gelê Kurd de toreyeke qedîm e. Di vaka-nivîsên dîrokzanan de, ev roj, bi navê “ZÊW” têne naskirin; berî zilmeta komara “hovangeh”, wêrankirin û tarûmarkirina pîrozî û xelatên kevnare, rojên taybet hebûn û di şexsê kesayetî û wargehên taybet dihaitn pîroz kirin. Wek Zêwa Hexê Bêsa, Zêwa Dêremerê, Zêwa Seyit Bilal û hwd. Ev kes û wargehên ji aliyê gel ve pîroz têne dîtin in.
Birêz Abdullah Ocalan, ji bo gelê Kurd lîderek e, nirxek e. Gelê Kurd, bi deh caran, ji raya giştî re deklere kiriye ku Ocalan, ji bo wan “xeta sor” e. Bi vê mebestê daxwaza serbest berdana wî dike. Ji bo vê jî têkoşînê dike. Komara Tirkiyê bixwaze ne xwaze Ocalan lîderê Haraketa Azadiya Kud e û gel jî ew, weke îradeya xwe qebûl kiriye. Di her firsetê de, navnîşana çareseriya pirsgirêka Kurd jî destnîşan dike. Dewletê jî, desthilatdariya AKPê jî, ev rastî berî niha erê kirin, hevdîtin kirin, diyalog dane dest pê kirin. Piştre, li gorî nasnameya xwe ya qedîm, bêbextî kirin.
Komara Tirkiyê û desthilatdarên Tirk, ji roja roj, yanî di vaka-nivîsên qedîm de, em dibînin ku her dem êrîşî lîderên Kurd kirine. Dikujin û winda dikin. Piştre li dijî wan propagendeyên bê exlaqî dikin. Teva dikine sergerde, derî hemdemî û wek pêşengên “qiyamê” binav dikin. Ev xisleta gemarî ya Komara hovangeh e.
Eger werê bîra xwendevanan, heta doh bû, lîderên Başûrê Kurdistanê jî, bi serokeşîrtî bi nav dikirin û digotin, “ew muxatabê çawuşên me ne.” Di heman demê de, serokeşîrên Iraqê li Stembol û Enqerê dikirin mêvan û dixwestin li dijî Kurdên Başûr bikin nava serîhildanê.
Lê xuya dike ku sîstema kapîtalîst di bedena AKPê de faşîzmê zindî dike û ev faşîzm li dijî gelê kurd di partîkê de ye. Desthilatdariya AKPê, ji çar aliyan ve qikirina li dijî gelê Kurd kiriye pratîkê û cîhana ku qirkirin wek sucê mirovahiyê dibîne dengê xwe dernayêxe: Yek; çekên kimyewî bikar tîne... Ev sucê Mirovahiyê ye. Du: Sifilan bi komî dikuje... Ev sucê mirovahiyê ye... Sê; Qirkirina siyasî kiriye pratîkê... Ev sucê Mirovahiyê ye... Çar; asimilasyon û qirkirina kulturê bi deh salan e dikê, îro jî didomîne... Ev jî sucê mirovahiyê ye. Hîna jî Almanya xelatê dide serokwezîrê Tirk, Obama jî, Erdogan wek wezîrê milê rastê bikar tîne...
Îcar, Erdogan ji aliyekî ve fermana kuştina zarok, jin û komên xelkê dide; wezîrên wî jî, ji aliyekî ve fermanên rewşa awarte, bi navê din faşîzma reş îlan didin.
Sartre dibêje “dojeh serilhildan e”, lê xuya dike ku Komara Tirkiyê dojeh e. Lewma min gotina Komara hovangeh bi kar anî. Hovangeh, çavkaniya hovîtiyê ye. Berî di rojan, KMMa navendî bîlançoya pîrozbahiyên Newroza 2012an ragihande raya giştî. Emcama êrîşa Polîsên AKPê ya li dijî pîrozbahiyên newrozê,1.366 kes girtine binçavan. Ev tê weateya ku ev kes teva bi êşkence û lêdanê haitne girtin. Bıla gumana kesî nebe, kesên ku ji tirsa binçavkirinê neçûne nexweşxaneyan jî, biqasî vê hejmarê hene.
Di vê kêlîka ku nivîsa xwe dinivîsim dem du dîmen ji ber çavên min naçin: Yek, grevên birçîbûna li zindanên Tirkiyê û li Strasbourgê ye. Du, helwesta romî û polîsan li dijî gelê di Meşa Amara de ye...
Gelê Kurd, di Newroza 2012an de daxuyakirin ku gelê Kurd, “Drevşî Kawê/Ala Kawayê Hesinker” ji destên xwe bernade û destîniya bextreş şikandiye, zincîr û leleyên koletiyê jî parçe kirine. Dîse di grevên biçîbûnê de, çalekger “Drevşî Mazlum / Ala Kawayên hemdem” ji destên xwe bernadin û destiniya bextreş şikandine, zincîr û leleyên koletiyê parçe kirin.
Di Meşa Amara de jî, wê gelê Kurd, Drevşî Kawê û Drevşî Mazlum, di qada herî bilind de, bibalivîne û fermanên bi zincîr û lele parçe bikin. Gelê Kurd dibin pêşengiya Haraketa Azadiya Kurd de û bi hişmendî û hewngiriya Birêz Ocalan, di kelih û bircikên Tirkiyê de dever vekirine. Desthilatdariya AKPê, çi dike bila bike, Tirkiyê çiqasî bibe Komara Hovangeh jî, nema dikare gelê kurd bi zincîr û leleyan girêbide.
Gelê Kurd, wê rojbûna Ocalan 4ê Nîsanê jî pîroz bike; di rojên şehadeta zarokên xwe de jî, wê wan wek pîroziyên xwe jî bi dilsozî yad bike.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Hene yê ku dibêjin, di her biharekî nû de, di xeyal û hestên xwe de nakevin li ser riya bîranînên xwe yên zarokatiyê de. Li ser piştê çava, ji ava evîna şevê wê yên bi heyv de şil nakin û giyanê xwe radestî sîrwa wê ya hênek nakin. Hene yê ku dibêjin ez di her biharekî nû de, dil nakevin hêviyê û hene yê ku awaz û helbesta bi navê wê berhev û xêz nakin.
Ji bo ku em bêjin em mirov in, pêwîst e em ji biharê hes bikin, sînga xwe jê re vekin, da ku dostanî, aştî û evîn li ser rûkê erdê misoger bibe. Jixwe nepeniya welatê min jî bihare, nepeniya biharê Nîsan e û nepeniya Nîsanê jî di dilê me de ye.
Di 4’ê Nîsanê de dîsa roja dayîkbûna we ye pîrê min! Ji dayîkbûna mirovahî, gelê bindest e û ji dayîkbûna welatê rojê ye. Dibêjin ya! tarîtiya şevekî hemû nikariye ronahiya findeke tenê jî vemirîne, em jî dibêjin tarîtiyên di dîrokê de hemû nikariye tîşîkeke bi tenê jî roja me vemirinîn. Lewra em dibêjin baş e, tu çêbûyî seydayê evînê û ronahiya emrê min. Ji dayîkbûna we çar demsalê jiyana me bihar kiriye, tu bi xêr hatî bihûşta me, îro seranserî warê me, cejne dayîkbûna me ji te re û dilsoziya me ji evîna te re pîroz dikim. Di vê rojê de çiyan kirasên xwe yê rengîn li ser bejna xwe de berdaye, robar, tavgeh û şino bi şeydayî diherikin ji asoyan. Pêpelûk li ser pereng û derdora pelîsên agir govendê digirin. Keçên Star û Medosan biskên xwe bi nêrgiz û xecxecokan vehûnandine. Îro welatê min cejn e.
Jixwe her zayînek, ji bo mirovahiyê bi nirxê hêviyê ye. Lê her zayendekî ku jê tê hêvî kirin, nabe bersiva xwestekên dîdaran. Lê yê ku dibêjin em ji dayîk bûne û me xwe di her rojekî nû de kiriye xwediyê afirandinên bi wate, di jiyana xwe de awana pêşkêşiya afirandina raman û paradîgmayekê nû, ji serdem û pêşerojê re dikin. Ji ber ku yê xwe ne afirîne, di her roj û kêliyê de xwe nû neke, nikare bide afirandin û nû kirin jî. Ev mirovê afirêner bi ûtopyayên xwe bi wate dike, dixe malê gel û xwe dixîne dilê her kesî de. Di kesayetiya jiyana mirovên bi vî awayî di rêbaza jiyana wan de xwe diafirînin. Ev rastî gava xwe di nava hevdu de dihûnin, dibe destpêka dîrokekî nû. Jixwe her kes parçeyek ji vê jiyan û dîrokê ye, di riya ku dîrok di herike de, ber bi qeder û serpêhatiya xwe. Lê ya awarte ewe ku mirov ji dayîkbûn û bi gavên xwe yê ber bi deriyê jiyanê ve davêje û dibe xwediyên xêzkirina xeyal û armancên mezin. Wê çaxê, ew mirov ku dikare bêje min dîrok ji lanetê rizgar kiriye û daye li ser riya rast. Bêguman her mirov xwediyê xeyal û armancên pîroz in. Lê wan pîrozahiyan bi lal û fetisî xeş dikin, bê ku guhê xwe bidiyê. Lê gava em bên û lêbinêrin li rastiya civaka xwe, emê bibînin ku piraniya mirovan nêrîna wan ya li dayîkbûn û jiyanê, ji mêvantiyê wêdetir nîne. Lewra berpirsiyartiya xwe ya mirovatî bi sînor dikin û hebûna xwe ya li ser rûkê erdê tînin astekî pûç û bêsûd. Weke ku neh meha, roj bi roj, kêlî bî kêlî wan di giyanê xwe de vejîn dike, heya çêdibin û mezin dibe, çavê wê li ser wan bê ku tu nirx û rêzê bizanin pişta xwe didin jiyanê. Lewra mirovan rêbaza jiyandina jiyanê, ji hev cewaz û cuda kirine. Wiha nav lê dikin; “jiyanekî biha û erzan, dibêjin mirovekî ku di ûxirê jiyanê de biminre, ji çiyayekî girantir e û mirovekî ji tirsa jiyankirinê bimire, ji periyekî sivikti re”. Jiyanek heye xeleta wê evîn, wêrektî, destana xêz dike li meydana ceng û têkoşînê. Jiyanek jî heye cezayê wê livînekî sar û mirinekî lal e. Wiha me perwede dike mamosteyê me yê pîr, rêberê jiyana me Apo; “em ji mirinê jiyanê biafirînin”. Serdemekî dirêj tarîtiya dîrokê em mehkûmê mirinekî bêveger kiribûn, gelê me kiribû yek gorê de û ew bê serûşûn kiribû. Ew e çîroka ji dayîkbûna seydayê pîrê ku ji çirîska findekî melûl, cîhanek ji me re ronahî kirî. Zêwê sên ku ji tarîtiya dîrokê mane, Prometeusê serdema nû bi rêbazên xwe yê kevnar ve dedgeh dikin. Lê êdî meşalaya agir di destê her kesî ku dibêje ez mirovim de ye. Pîrê me jî her û her bi vê hêviyê kezeb û mêlakên xwe nû dike.
Erê dîlê evîna xwedawendên dayîk û jinên heskirinê! Em her û her, di roja ji dayîkbûna te de dergûşa te, li ber xûmêniya avên Dîcle û Firatê de bi hejînin, da ku tu bi aramî razê… Ji nû ve bi hev re lîstokan bileyîzin, di çiyan de rapelikin, bi çavgirtîngê bi leyîzin û bazdin, bikevin bi birînên xwe re bikenin. Gava em gemarî vegeriyan malê û diya me hêrs bû û li me xist, emê bêjin; “mane ezê sibê dîsa herim lîstokên xwe ne xembû”. Tenê êdî dixwîne û mezin dibe roj bi roj. Dil dekiye keçika xweşik ku hîna kesê newêriye bêje ezê wê bikim yar ji xwe re. Lê pir dizaniya ramûsanek li ser lêvên wê û nêrînekî li sîngê wê yê mîna bihara zozana şertê wê, vexwarina fîncana xwînê li ser destê wê ye. Bi wêrektî di meydana cengê de delala dilê yara xwe li hemberî bi hezaran siwarên Tirk, Ereb û Ecem biparêze. Îro jî delalê wê bûye lawik û heyranokê evînê di devê evîndarê azadiyê de. Ma ne mirov yek carî ji dayîk dibe, lê evîna te hezaran keç û xurt bi azadiyê re ji dayîk kiriye…
Pîroz be dayîkbûna me bi te re Apê me.
Dêrsim Zêrevan
- Ayrıntılar
Bihar ji bo gelê mezapotamya mizgîniye, cejine Newroz e, dil xweşî, aramî û aştî ye. Ji bo civakê mizgîniya jiyanek nû ye. Her tişt ji nû ve çêdibe û şîn dibe. Tama xwarin û vexarina mirova hîn zêdetir bi tamtir û şirîntir dibe. Bi geşbûna biharê re giyan û zindîbuna xwezayê re di xwezaya mirova de jî, heman zindîbun û giyan bi hêz dibe. Bi zindîbûna biharê re tevgera civakê jî, bi xwezayî di nava aştî û wekheviyê de li hev kom dibin. Civakên bi biharê re geş dibin xwe dervî xwezayê nabînin. Bi hişmendiyek hevpar ve xwe dervî wê hebûnê qut nagrin dest. Xwe wek deyîndarê xwezayê dibînin û ji bo bihara xwe ya rengîn razî bikin bi rojan cejin û şahiya pêktînin. Li gor bîr û baweriya ku jiyan dikin hêza xwe ji biharê digirin, dikin sedemê hîmên jiyanê û bi roja bi hev re bi şewazên cur be cur pîroz dikin. Ev civak, jiyana xwe li gor zagon û hevsengiya gerdûnê bi rêkûpêk dikin. Bihar ji bo wan her tişt e. Hatina biharê ji bo civakên xwedawend wateya azadiyê, yekitî û aştiyê ye. Civakên xwedawenda, bi kedek ji dil, bi eşq û evînek paqij ve rengê xwe bi her awayî di jiyanê de di xemlînin . Bi şahîyên gelek berfireh ve li gor têgînên xwe yê wê demê bi rojan pîrozbahiyan pêktînin. Bihar ji bo civaka xwezayî bi têgînên pir alî ve tê watedar kirin. Bi kurtayî bihar di wateya jiyanî de mizgîniya hezkirina jiyanê û evîna civakên despêke ya dayikê ne.
Belê gelî heval û hogira, 4’ê nîsanê ji bo me jî mizgîniya jiyanek nû ye. Çawa ku werza biharê ji bo civaka xwezayî û demokratîk mizgîniya jiyanê ye, rojbûna hevalê 4’ê nîsanê jî, ji bo me jinên kurd mizgîniya jiyanê ye. Rojbûna zarok ê amara, yê 4’ê nîsana 1948’an, ji bo civaka gelê kurd vejîn e. Ji bo hemû Rojhelata Naverast jî mizgîniya jiyana nû ye. Dara jiyanê dayika Uveyş a pîroz, di 4’ê nîsanê de kulîlk vekir û ew kulîlk bû tovê jiyana azad. Dayika xwedawend, Uveyş zarokê 4’ê nîsanê yê anîna cîhanê li Amarayê ji bo gelê kurd bû sembola bê miriniyê. Dayika pîroz tu baş bizane ku em hemû deyindarê keda we dayika ne. Belê, jinên dilsoz û evîndarên jiyana azad, dema ew kulîlka mizgîniyê ji dara jiyana pîroz weşiya û kete ser rûyê axê bû tovê jiyanê azad. Ew tov di 4’ê nîsanê de ku dema çavê xwe li jiyanê vekir, navê wî danîn Evdila, yanî evdê xwedê. Zarokê 4’ê nîsanê li gor xwezaya tê de bi zagon û hevsengiya biharê re teşe girt. Wek zarokê şîr helal bû bersiva dayîka xwedawend. Zarokê şîr helal wek werza biharê rengê xwe da her derê cêhanê û roj a pîroz li ezmana ku her mirovek wî ji dilê xwe re hilbijêre. Bû roj li ezman ku her mirovê azad yê li cihanê xwe pê germ bike. Biharê bi hemû zindîbûn û xweşikbûna xwe ve zarokê 4’ê nîsanê Evdila hembêz kir û hêz û xwezaya xwe pêre dabeşkir. Bi wî re hezkirin û evîna jiyana nû parkir, ji bo ku tu carî pişta xwe nedê dayika xwe ya nîsanê. Dayîka Ûveyş bi hemû hêza xwe ya rengîn ve di her qadê de jiyan ji nû ve xemiland, ji bo ku zarokê wê Evdila tu cara reng û keda dayika xwe ji bîr neke.
Ew tovê 4’ê nîsanê bû dara jiyanê û şax veda, ji bo ku ji heval û hogirê xwe re bibe star. Bû şervanê parastina jiyana dayika xwe a pîroz. Ji bo jiyana azad û aştiyê, bi bîr û baweriyek kur ve bû xwedî tevger. Ji bo civakeke azad û demokiratîk, bû qêrîna zarok, ciwan, jin û kalên rûspî. Zarokê 4’ê nîsanê her ku mezin bû ji bo jiyanek hevpar û azad wek Rêberekî jiyanê hebûna xwe bi der û dor, heval û hogûran re par kir. Êdî ew zarok bi nasnama Evdila Tolhildan(ABDULAH ÖCALAN) navê xwe li dîroka gelê xwe da nivisandin. Ew zarok, ji bo mafê jin û civakê bû parêzerê heqîqeta jiyanê. Bû evîndarê hezkirina jiyana her jina kurd, heval û hogirê xwe. Belê, bi gelek ahengiyek dilpak ve nû bûna ji dayika xwazayî girtibû, kir para hemû mirov û civakên bindest. Li hember êrîşên ne mirova ne ku li ser jin û civaka xwezayî û demokratîk dihatin pêkanîn tu car ne pejirand. Li hember zilmê zordet herdem pir bi dijwarî têkoşiya. Ji bo jiyanek hevpar û azad ew zarokê 4’ê nîsanê heta vê rojê jî, ji hêza xwe misqalek jî kêm nekir û hîn bi kûranî têdikoş e. Ji ber vê jî em nikarin vî zarokî ji bîr bikin, ew ji bîr kirin xiyanet e. Çawa ku civaka despêkê hebûn hêz û xweşikbûna xwe bi biharê re têne nasîn û li gor wê demê bi bawerî tevdigeriyan. Em jî di heman wateyê de xwedî ew bîr û baweriya roja pîroz a Rêber Apo ve tev digerin.. Divê em her jinek, ji ew keda ku Rêber Apo di ber jiyana me de daye re bibin bersiva rojên wiha pîroz hîn zêdetir bi wate bikin. Ji bo ku dayika Uveyş mizgîniya 4’ê nîsanê bi me re par kiriye. Em wek jinên kurd gelek bextvekırîne. Ji dayîk bûna Rêber APO ji cîhana herî tarî re bû tîrêj û giyanek nû anî. Ew zarokê 4’ê nîsanê, ji hişê cemîdî re bû germahiyek, ji dilê kevir re bû wijdanek bi ehlaq, ji jayana bê wate re bû wate, bû hezkirin, ji çavê kor re bû ronahî, ji kulekan re bû ling, ji bê destan re bû dest, ji lalan re bû ziman, ji nexweşan re bû derman, ji bê kenan re bû ken, ji bê dengan re bû deng û yê bê hişa re bû hiş. Ji bo her kesê bû bersivek. Ew zarok bû ken û rûxweşiya ser devê her zarok û mezina. Ew hêz û balkêşiya Evdila Tolhildan(Abdûlah Öcalan) cevherê xwe, di vî zarokê 4’ê nîsanê de veşartiye. Heke kes an jî komik, bixwazin jiyana zarokê 4’ê nîsanê bixwîne divê jînenîgariya vî zarokê meha nîsan û werza bihare baş bixwînin ku bikaribin baş têbigihijin. Em carek din wek her car ku tê pîrozkirin, bi sedema rojbûna 4’ê nîsanê careke din silav û hezkirinê xwe pêşkêşî rojê dikin, em rojbûna zarokê 4’ê nîsanê li me û li hemû gelê me û kesên aştîxwaz pirozdikin. Çêbûna te mizgînîy e. Dayîkbûna te rûmeta me ye. Her wiha bi sedema vê rojê em carek din sonda xwe ya têkoşînê nû dikin.
Nûjiyan Amed.
- Ayrıntılar
Cîhan bi hişmendiya komarên bazirgan tê rêvebirin. Civîna li Seulê jî, civînek ji van bû.
Piştî hevdîtina bi Obama re, serok wezîrê Tirk bi şandeya xwe re bêyî ku vegerê Enqerê çû Tahranê. Erdogan, wek padîşahekî, (lê bi fermana Obama) bêyî ku rêbazên prosedura burokrasiya dewletî bi kar bîne çû Îranê.
Îran û Trikiye, du baweriyên ji hişmendiya mirovahiyê dûr in. Yek molleyên Iranê, yek jî bazirganên Tirkiyê, her du basik jî, bazirganiya olî dikin û bingeha wê jî xwîn e.
Lewma em dikarin ji bo Komara AKPê û Cemaetê, navê “komara xwînê” bikarbînin. Erdogan jî, tayfeyê wî jî, Fetul-munkîr jî, tayfeyê wî jî, pêdiviya xwedî hiş û ramanê azad nabînin. Maf û huquq red dikin. Her du basik “nas, reaye, keriyê pez” dixwazin. Bi hoy û mercên “biadê” haraket dikin û rêvebiriyê dikin. Ji ideolojiyan, ji haq huquq, ji mafan, ji nirx û pîroziyan, ji kultur û zimanên cûda, hes nakin.
Ev hişmendî, hinekî sîstema capitalist e, hinekî aliyê dewşirmetiyê ye. Du hişmendiyên ku di yek kirasî de hatine qaz kirin in û hewngîriyek “welaq” derxistiye hole. Welaq bêjî ye, wek bergîlê şemûs e,
Welaqî, bitrîtî ye û wek hêstirên şemûs in. Mirov li pêşiya wan dimeşe gezan didin, mirov li pey wan dimeşe pihînan didin. Dema ji hêstirê navê bav dipirsin, dibêje “xalê min hesp e…”
Mirovê welaq, xwe di neynika efsûnî de dibîne. Neynika normal ligel wan tune ye, Neynika wan bê fulyon e û sirrê neynikê di çavên wan de ye. Çavên ku ji mêjî, ji hiş û hewngiriyê qut be. Dinêre, lê weke dilê xwe dibîne. Rastî tenê ya wî ye…
Li gorî Erdogan û tayfeyê wî, li gorî Fetul-munkîr û tayfeyê wî, serketin behişta wan e. Êdî derew, nîq, teşqele, demagoijî, şantaj û bikaranîna olê jî, ji bo wan “mubah” e.
Piştî Newrozê qonaxek nû dest pê kir. Gelê Kurd xwedî firazeya lehengên canfeda û cengaweriya destanî, di pîrozbahiyên Newrozê de, plan û programên AKPê teva têk birin. Lê dîse jî, AKPe di zihniyeta kevin û kanunên derî demê de israr dike. Hiş û ramanê AKPê û Cemaetê hîna li ser kevirê teneşîrê û çekên kimyewî ye. Yanî xwîn, yanî kuştin, yanî gorên komî, yanî dildaxdan. Eger, komarek, dewletek, hewqasî bibe evîndarê xwînê, hingî li wî welatî faşîzm serdest e. Ew dewlet dibe çavkaniya “wampîr”an. Vê çavkaniyê, rêvebirên weke Erodgan, Tansu Çîller, Demîrel derxistine hole.
Têkiliyên Erdogan û tayfeya wî, li hundir û derve li ser bingeha kuştin, tunekirin û tesfiye kirinê dimeşe. Li Garzanê şehadeta 15 cengawerên jin, di her mala Kurd de, di her dilê mirovên Kurd de birînek daxdayî vekir. Erdogan û tayfeyên wî, mina her kujeiryê, div ê mijarê d ejî bêdeng in. Bêdengî îkrar e, mikurhatin e.
Erdogan, piştî siyaset û bazarên bazirganiya selefkar, ji Seulê, direct çû Tahranê. Erdoganê ku bi gotina taşaronî êrîşî her kesî dike, di serdana tahranê de bû “qasidê” Obama û li hemebrî cîhanê teva wek maşika destê Obama haraket kir. Lê rûdêna wî ji şerma sor nebû. Ev jî dîplomasiya xwînê ye ev.
Erdogan, li Seulê jî bazirganiya xwînê kir, li Tahranê jî bazirganiya xwînê kir. Lê plane Kofî Annan li xişê Tahranê te. Civîna li Baxdatê dibin pêşengiya El Malikî de jî li xişê Tahranê te. Yê ku ji siyaseta Rojhilata Navîn hatiye tert kirin û îzole kirina Erdogan e. Lewma di vegera Tahranê de, mikûsdayî bû jehr ji mikûsê wî dibariya.
Erdogan çekê nijadperestiya ola Tirkîtiyê bi kar tine. Islamî jî kiriye tirk û şerîetek tirk afirandiye; her cure siyaseta xwe, hundir û derve, siyasî, aborî, eskerî û civakî li ser vê hişmendiya dirrinde rûnandiye. Îdeolojiya Erdogan bazirganiya xwînê ye.
Ev hişmendiya herî tehloke ye. Rengê wê jî sor e û bêhna goştê mirovan yê şewitî jê te. Erdogan û desthilatdariya AKPê, xwe bi xwîna ciwanên Kurd xwedî dike. Wezîr, walî, qeymeqam, general, hiyerarşiya burokratîk teva, bi vê hişmendiyê hatine dizaynkirin. Ev hişemdniya hevpar ya dewşirmetî û kapîtalîzmê ye.
Aliyek bêjî ye, aliyê din selefkarî ye… Her du basik jî welaq in û ligel welaqan, exlaq nîne, nirx û pîroziyên mirovahiyê nînin. Yek armanc heye, serketin. Ji bo serketinê jî, dikarin di çemê bê bor de, ji laşên mirovan pirekê çêbikin û pêl bedena mirovan bikin û derbasî aliyê din bibin.
Osmanî berî Tirkîtiyê misilman bûn. Emperetoriya Osmanî, ji gelên misilman pêkdihat. Eyyubî jî, berî Kurdîtiyê misilman bûn. Emeperetoriya Eyyubî jî, ji gelên misilman pêkdihat. Di empertoriya Fetul-munkîr û Komara Erdogan de, pêşî tirkîtî heye, piştre misilmantî…
Ev redda nirx û pîroziyên mirovahiyê û pîvanên li derî mirovahiyê ne. Îdeolija vê hişmendiyê nine. Pêdiviyê bi hewngiriyê jî nabînin. Bala xwe bidin Fetul-munkîr, her şev di kanalên telewizyonên Samanyolu û Dunya de diaxive; di reşka çavên wî de ronahî, di tivêla rûdêna wî de “beşeriyet”, di gotinên wî de “rûmet û ademiyet” ninin. Erdogan jî dema diaxive, ji bilî xwe û gotinên xwe, ne kesî, ne jî gotinên kesî mafdar dibîne. Di axaftinên Erdogan de jî germahiya mîrateyeke kevin, insanî nine û mirov napêçe.
Ev hişmendiya bi xwînê tê xwedî kirin e û bangî dilê mirovan nakin. Tenê bangî tirsa mirovan dikin.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Weke gerîlayeke jin, vê rojê bi çend gotinan nikarim îfade bikim û bi qasî tê xwestin wateya wê bidimê. Lê ya girîng ew e ku mirov bikaribe, bikeve wateya rastîn ya vê rojbûnê. Ji ber ku di kesayetê Rêbertiya me de, em vê rojbûnê weke rojbûna xwe jî dibînin.
Dayîkbûn, ango rojbûn. Peyveke ku her mirov jiyan kiriye û têre derbazbûye. Rojbûna her mirovekê heye û gelek mirov jî her demî rojbûna xwe pîroz dikin. Her yek bi awayekê cuda nav li rojbûna xwe dike.
Lê kesên weke me zarokên çavên xwe li nava penaberî û bindestiyê vekirine de, rojbûna xwe di rojbûna hinek din de dibîne. Heke dayîkbûna kesekî dayîkbûna civakekê be, wê demê ew civak jî dayîkbûna xwe wê di wî kesî/ê de bibîne. Heke ew dayîkbûn rastiya wê civakê be, wê ew jî bibe wêneya rênîşana rast ya wî gelî û wê her kes bi rengekî zelal xwe têde bibîne.
Gelek rojbûn, rastiya jiyana gel dide nîşandan. Derûn û hêviya gel raber dike, mereq û xwestekên wê gelî bi cî tîne. Ev rojbûn jî tê wateya pişkivîna xençeyeke nû di bihara jînê de. Dibe wateya vebûna guleke nû di baxçê azadiyê de. Ji lewra her ku temen dirêj dibe, şopa bîrawerî û serpêhatiyên vê rojbûnê, mîna navekî ku li nav kokê darekê hatibe kolandin, cihê xwe di qalikên dilê gelek netewan de digre û her ku diçe ew qalik stûr dibe.
Yek ji wan rojbûnan jî dîroka 4’ê Nîsanê, yanî rojbûna RÊBER APO ye. Di kesayetê RÊBER APO de rojbûna gelê Kurd, tevahî gelên bindest û jinên bi hesreta kêliyekê azad in.
Bi boneya salvegera rojbûna RÊBER APO di destpêkê de li RÊBER APO, hemû gelê Kurd, hemû mirovahiyê û li rêhevalên xwe yên gerîla pîroz dikim.
Weke tê zanîn meha Nîsanê yek ji mehên werza biharê, yê herî bi berhem e. Şilî têde gelek zêde ye, kulîlkên reng bi reng têde vedike. Berfa ku li ser rûyê xakê bi çend mehan xwe bi rengî sipî pêça bû, êdî rengê xwe ji rengê kesk re dihêle. Berfa ku li ser rûyê xakê ye, êdî dihele û berfînên serhildêr dest bi serî rakirinê dikin. Xweza ji nû ve zindî dibe. Mirov jî di asta pîroziyê de nirx ji xwezayê re dide. Ji ber ku mirov jî, xwe bi xwezayê re ji nû de ava dike.
Rojbûna Rêbertî, rojbûna gelê Kurd jî di vê mehê de bû. Piştî rastiya dîroka gelê Kurd a hatî beton kirin, gel di vê rojê de serî xwe rakirin û zindî bûn. Di beden û mejiyê wan de ji nû de rayên xwînê zindî bûn û di beden de ketin nava liv û tevgerê. Weke zarokên geleke bindest em jî bûn zimanê vê zindîbûnê. Ev rojbûn bû cewhereke rast di dilê gelên bindest û jinan de. Di nêrînên wan de bû bawerî û di zimanê wan de bû straneke azadiyê.
Ji ber ku di kesayetê Rêbertiyê de, ji nû de nirxên mirovatî û gelên bindest hate ava kirin. Rojbûneke nû, ya ji bo ava krina nirxan e.
Weke jin jî mirov dikare vê rojbûnê weke rojbûna hemû jinan jî bi nav bike. Jin jî di vê rojê de zindîbûn û gihiştin wê astê ku tekoşîneke tûnd li himberî pergala baviksalarî a pênç hezar sale xwe dide jiyan kirin, bidin meşandin. Jin bi vê rojê re ji nû de dayîk bûye. Rastiya dîroka ku hatî berovajî kirin, di vê rojê de gihişt cewherê xwe. Bi vê rastiyê re gelên ku nirxên wan jê hatî dûrxistin, rastiyên wan hatî berovajî kirin, bi nas kirina Rêbertiyê re veger li nirxên xwe dan çêkirin.
Di vê rojbûnê de, dayîka Uveyş nirxekê mezin diyarî mirovatiyê kir. Bi vê wesîleyê dayîka Uveyş jî di salvegera wefata wê de bi bîrtînim û minetdariya xwe pêşkêş dikim.
Di rojekê bi vî rengî de hestên xwe anîna ziman, ne hêsan e. Her çiqasî em bibêjin ji bo ku em bikaribin bi raman û fikrên Serokatî re jiyan bikin veqetîn li pêşiya me ne asteng e, dîsa jî di hinek deman de pêdivî heye ku em bi awayê bedenî jî li cem hevbin. Dûrbûna ji Serokatî êşekê cuda dide me. Ji bo wê jî, dil dixwest ku me îsal vê rojê, bi Rêbertiya xwe re pîroz bikira.
Bi rûxmê hemû zoriyên di aliyê hest de ez jiyan dikim jî, biryar û armanca me ya mezin ew e ku di sala 2013’an de roja 4’ê Nîsanê bi şêweyekî azad bi Rêbertiya xwe re pîroz bikin. Wê dûrbûn û mesafe ti carî nikaribe me ji hêza raman û fikrê Rêbertiyê dûr bixe. Wê ti hêz nikaribe bikeve navbera me û Serokatî.
Weke milîtanekê fedayî yê RÊBER APO, em soza sala 2012’an bi şêweyekê azad bi awayê bedenî bi Rêbertiya xwe re pêşwazî bikin û roja 4’ê Nîsanê bi Rêbertiya xwe pîroz bikin didin. Îda û biryara me ya di vî warî de mezin e. Wê sala 2012’an bibe sala azadiya RÊBER APO. Berdêl çiqasî giran û di kîjan astê de bila bibe, em weke milîtanên RÊBER APO, ji vê rastiyê re amede ne.
Bi giştî mirovatî, gelê Kurd û weke jin, me xwe bi hebûna Serokatî re nas kir. Me hemû nirxên xwe yên ku hatin binpê kirin, di vê rojê de zindî girt û nas kir.
Dubare em keyfxweşiya xwe ji bo rojbûna Rêbertiyê tînin ziman. Roja dayîkbûna Rêbertiyê pîroz dikim û em di wê biryar û baweriyê dene ku wê sala 2012’an bibe sala azadiya RÊBER APO.
Yekbûn ÎNANÇ
- Ayrıntılar
Di kozikên berfê de, di nava nexşeyeke winda de teqînek volqanî çêbû û 15 Berfînên di rengên stêrikan de, bi pêtên agirê Newrozê re rijiyan erdê…
Dilê min kirin nava diljenina evînek şewitî
Û navê Arjîn bû destpêka şoreşê,
Û Şehrîban bû germahiya demsala Biharî, di atlasê ezmanê welatê min de, rengîniyek vekirin. Di xewrevîna dilê dayikan de, bûne Meydana Sor, bûne Meydana Tahrîr…
Li Amedê, li Dergehê Çiya bune kevirê di mista zarokan de.
Li dijî eS eS’ên AKPê
Bi kevankêşiya Xelacî Mansur, di xumxuma xelekên erbaneya derwêşekî li ber tevna jiyanê, navê bilbizêkan di sînema demsala zivistanî de nivîsîn. Di nava aşîta berfê de, bi tozeke kimyewî hatin samitandin û di sinema min de teqiyan. Aliyekî min dotmamên Êlihî Welat û Şehrîban bûn, aliyekî min Leylexana Helexî bû.
Di Tewratê de rondikên sar û zemherî,
Di Zend Avesta de, dilopên zembelîlkên qeşayî bûn.
Di kûlîna jiyanê de bûne ayet,
Di hêlîna çûkan de bûne stran,
Gotinên bi helbestên bilbizêkî re, bi destanên beybûnan re hatin darvekirin..
Di demeke ku Xwedawendên cihana ber bi bextreşiya bazirganiya selefkar tê meşandin de, li Seulê, stratejiyên nû dihatin kifş kirin.
Ji aliyekî ve di kenê Obama de tîr dihatin bedena min, ji aliyê din ve di beşûşiya Erdogan de meterilyozên xiyanetê êrîşî min dikirin.
Û cîhan di bedena 15 ciwanikan de..
Û mirovahî di dilê 15 yaran de dihatin kuştin
Û emanetê di ciwantiya pirtûkên pîroz de, bi “kilamên” Xweda û pêxemberan hatine efsûn kirin, bi stêrikên ezmanan re hatine mohr kirin. Kilamên Xweda jî,
Pêxember jî,
Ewliya û embiya jî,
Bi fermana keykabûsên heyamê, wek qiyama seferberiyê dihatin kuştin.
Ez di hawara dengê nazlicanan de dibeziyam… Dayik û bavên di girêdana çardaran de dihatin çarmix kirin, bi hêrsa ciwanan difûriyan… Di bedena keliha heyamê de, di rêçik û mesilên quntara çiyayên navbera Xîzan û Hawelê de diteqiyan… Di hejmara narîncokên ji balafirên dagirker bi ser 15 Berfînan de dibarîn de, kulilkên şoreşê divekirin. Pazdeh kulilkên wek Arjin û Berivan, wek Berfin û Roza di giyanê şoreşê de lorîk û mircan darvedikirin û di nasnameya welatê min de vedişartin.
Yek bi yek dibûne navên zarokan,
Yek bi yek, nave 15 Berfînan di guhikê pelên pirtûkên pîroz de hatin nivîsandin û wek xelateke qedîm hatin veşartin.
Ji bo zaroka di himbêza dayika xwe de, şîrê jiyanê dimije, bi çavên şikestî li dahatuya xwe dinêre û bendeyî navekî be û di şexsê cengawerên keç de, di himbêzek germ û lorîna dayika xwe de, di xaka rojê de bibe hêvî …
Ez bêjim, tu bixêr hatî Soran, tu bixêr hatî Ronahî…
Şabaşekê bidim Hêvî Rojdî û di guhên Viyan de…
Di çavên Mizgîn Garzan de, di mista xwehdana Rojevin de, lebşêrîna evîna azadiyê bilorînin.
Bi sê dengan ji Bêrîtan re bilîliyênim,
Bêjim tu bûyî sunda min
Bêjim tu bûyî ahêna min
Bêjim tu bûyî kulûderdê min
Û bêjim evîna te di dilê min de dipişkive, dibe kulîlka hinarê, wek gula berbiro, wek şîlanek pelê sosinê, wek xunafek li ser kulilka nêrgizê di kûraya dilê min de vedike. Wek hêviya li ser beybûnê di hinarkên rûdêna min de reng vedide.
Coşa dilê min jî, hingî wê bibe kenê gerilayên li ber dilê min şêrîn û delal.
Wê bibê kenê Mona Liza…
Di firça Piccaso de wê bibe hawara Guarnica
Û wek rengên di bedena Şahmaran de, di asumanê xaka min de vebike…
Ez bi gorî, dayik bi gorî, di çiyan de Ferhad bi gorî û ramûsana heft rengên di dilan de bi gorî…
Opff gidîîî yarê!... Di kuştina 15 Berfînan de, bircikên dilê min hatin hêrivandin... Agirek di rengê argûnî de ji nava berfa zozanên Garzanê hate fûrandin û ez şewitandim… Weke dûkeleke êtûna li guhereke têr dar û devî, pêtên agir bi sexmeyên hesinî xotî dilê min kirin... Dilê min tejî klîmatên bi mayin kirin. Di teqin ha diteqin!..
Dîse jî, bi daxuyaniya artêşa jinên Kurd KJB û PAJKê re, peşek ava zemreyî di ahêna sînema min de, di daxa dilê dayikan de dimeyî… Di rewa erdê de bû rengên nû, di cengaweriya 15 keçên kurd de, bû destanê hêviyê.
Dibêjim werin em salifa welatê xwe bikin çîrok,
Dibêjim werin em bextreşiya destîniya gelê xwe bikin slogan.
Dibêjim werin em zilma dagirkeriya bi desteka hêzên global bikin roman û em bi ser halûwextê xwe de bigirîn û bibin bûxara govend û dîlanan, wek agirê Newrozê bedena ezman bisûtin…
De werin ezbenî, werin em biçin hawarê
De werin ezgorî, werin em di peşkên baranê de bibin meha Nîsanê, bibin meha Adarê, di hafa komkujiyên gorên komî de çend gotinan binvîsin. Da ku, ez simbilên dexla di malzaroka erdê de bi diruşmên azadiyê bikim diraxe.
Da ku em bibêjin: Bêndera azadiyê bi dilopên xwîna Berfînan dixemila
Da ku tû bibêje: Ez 15 Berfîn im, di nava şîta agirê kimyewî de, li Garzanê bi ava berfê re diherikim...
Da ku ew bibejin; Ez gerilayek im di nava 15 navan de…Di rodikên dayikan de dibime derxa hêviyê... Ez hawarek im di nava 15 ciwanikan de û bi evîna Zînê dibim welatê Botan, li ber ava Dicle, dibime bircikên keliha jiyanê û bilind dibim û şiliya çavên di helbesta penaberekî bêzar de rûdinim.
Ez di kozikek berfî de
Dibime 15 Berfînên rengîn
Di nava serma zelîqonkî de dibime germahiya hilma Perîxan, di destanên cenagweriya li Bagokê, li Ramanê û Zapê, bi degeliya şêrgeliya Rojda û Silav Soran de, wek kewên li ser darikê dixwînim.
Di qîrîm
Di rengê keskesora ezman de
Dibime xetek ji cotkariya azadiyê....
Piştre di helbestên Nerûda de dibime Ronahî û Şehrîban,
Di romana Şolohov de dibime lehenga bi navê Gulistan
Di kozika berfê de û di rûpelên şilbûyî de dibime bîranîna Diljîn û Rozerîn
Û wek destanekî bi dengê Marya tême xwendin.
M. Bagok
- Ayrıntılar
