Di kûrahiya dilê ku ber bi azadî lê dide, di xwîna ku di demarên laşê tevizî de diherike, ji bilindahiya çiyayan heta dol û newalan, ji herikîna ava Dîcle û Firatê, ji bajarê qedîm yê Serhedê heta ber çiyayên azad, pêl bi pêl diherikin ber bi asoyên bê dawî.
Rustem Serhed bi navê xwe yê rast Şahîn Pekûr, li Bakurê Kurdistanê girêdayî herêma Serhedê li bajarê Îdirê tê dinê. Ew di nava malbatekî welatparêz de mezin dibe. Zext û zilma ku dagirkeriya dewletê li ser civakê, hîn di temenekî ciwan de şahidi jê re dike. Di heman demê de bi temenê xwe yê ciwan ji bo ku bi malbetê re bibe alîkar bi kedkariyek mezin kar dike. Şahîn ji ber ku ciwanekî ku çavdêriyên wî pir xurt e pir zû rastiya pergalê nas dike û ji jiyana heyî pir aciz dibe. Di nava kar de ji nêzîkatiyên dewletê ku li beramberî gelê Kurd tê meşandin re pir bi hêrs dibe. Ji zehmetiyên ku Şahîn pêra rûbirû tê ew mecbûr dibe ku koçî Ewropa bibe û destek bide malbetê. Piştî demekî Şahîn Tevgera Ciwanên Kurd nas dike, ji naskirina xwe ya Kurdbûnê jî ne xerîbe û bi germahiyekî bi ciwanan re dikeve nava kar û xebat. Fikir û ramanên Rêber APO li ser fikrên Şahîn bandoriyeke mezin ava dike.
Bi hesreta vegera li Kurdistanê mîna Kurdekî jiyanekî bi nasnema û çanda xwe layîq derkeve de israr dike. Ew bi meraqekî mezin rewşa gelê xwe dişopîne û di her kêliyê de hest û bêrîkirinên wî ji bo Kurdistanê pêş dikeve. Şoreşa Rojava û bi taybet berxwedaniya Kobanê li ser wî pir bandor dike, dilê wî ji bo vê berxwedaniyê lê lêdide. Ew jî di nava xebatê ciwanan de ruhê şoreşê jiyan dike, bi wê ciwantiya xwe heta sala 2019’an di nava xebatê ciwanan de bi aktîf rol dilîze. Bi hêz û bawariya ku nas dike re biryara xwe mezintir dike, ji ber wê Şahîn wê dest bi gava xwe ya dîrokî bike û biryara tevlîbûna li nava şoreşê bide. Wê navê Rustem hilîne, navekî merd û şoreşger wê hilîne . Navekî wisa dîrokî hilgirtin ne hêsane. Şahîn di sala 2019 dema ku tevlî dibe navê Rustem Serhed li xwe dike û bi hêviyekî mezin derbasî çiyayên Kurdistanê dibe.
Rustem Serhed bi tecrubeyên xwe yê ku di nava xebatên ciwanan de girtiye, pir zû fêrî jiyana çiya dibe û dibe yek ji wan gerîlayên ku di nava her şert û mercê de xwedî rol be. Ser wê esasî di Akademiya Leşkerî ya Şehîd Mahîr de tevlî dewreyekê perwerdê a branşa sekvantî dibe û weke sekvanekî ji xwe bawer derbasî piratîkê dibe. Rustem piratîka xwe ya despêkê li çiyayên Xakurkê dibîne, ji bo layîqê şer û berxwedaniya rêhevalên xwe derkeve bi baweriyekî APOYÎ xwe tevlî piratîkê dike.
Di nava Pêngava Bazên Zagrosê de rûxmî ku tecrubê xwe yê şer pir kêmin jî lê ji rêhevalên xwe fêr dibe û tevlîbûnekî xurt dide raber kirin. Ji bedewbûna çiyayên Xakurkê pir bandor dibe, çawa ku derbasî wir dibe di nava tîmên bi tevger de di hundirê Xakurkê de bi çalak erk û berpirsyartî radike. Di keşfên dijmin de û di pîlansaziya çalakiyan de Rustem xwedî nêrîn û îdayek mezin e.
Rustem bi kesayeta xwe ya merdî û dilwêrekbûna xwe ve di dilê rêhevalên xwe de cihekî mezin digre, bi rihê ciwantiyê dest pê kir û bi dilê xwe yê mezin di destanên egîdane de navê xwe yê zêrîn nivîsand. Di nava Pêngava Bazên Zagrosê de gerîlayên efsanewî bi bîr û bawariya xwe şer kirin û bûn milîtanên APOYÎ yên serdemê. Her çiqas êrîşên dijmin dijwar bûn jî, lê şoreşgerên ku bi rihê fedayî şer kirin li hember wan êrîşên nemerdane bûn sembolên jiyana azad.
Li ser bîrdoziya Rêber APO di nava her qadê de şerekî bê eman didin meşandin. Pir caran tî û birçî, di sermaya dijwar de, di bin her şert û mercê de bê ku xwe bifkirin di nava şer û pevçunê de bûn.
Gerîla Rustem di dîroka 24’ê Tebaxa 2024’an li bihûşta çiyayên Xakurkê de tevlî nava karwanên nemir yên Kurdistanê bû. Milîtanên APOYÎ di çarxa şoreşê de dibinrêwî, dibin heval, dibin şoreşgerê heqîqetê û li ser şopa bi hezaran fedayiyan dimeşin.
