Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 7'ê Tebaxê de li Şirnexê li ser riya Beyşebap-Mezrayê li dijî karwanê dijmin ên xwestibû mudaxeleyê gerîlayên me yê rê birîne bike ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatibû lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de helîkoptereke kobra û panzerek hatiye derbekirin.
- Ayrıntılar
Ji bo çapemenî û raya giştî re!
Hêzên me yên YJA STAR çalakiyên xwe berdewam dikin. Di Roja 8 ê Tebaxê piştî nîvro saet di 14:00 an de girêdayî navçeya Colemêrgê Şemzînanê li himberî qereqola Rubarokê çalakiyekê pêkanîn. Di encama çalakiya ku hatî pêkanîn de, pir roket îsabetê avahiyên girêdayî qereqolê dike.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 5'ê Tebaxê de li navenda Amedê li Batikentê li dijî Fermandariya Kolorduya 7. ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 10'ê Tebaxê de di saet 08.40'an de li navçeya Elbaka Wanê li herêmên Guzeldere û Bableşînê li dijî wesayiteke leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketiye operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 4'ê Tebaxê de li navçeya Çelêya Colemergê li çarçoveya konaxa duyemîn a operasyona şoreşgerî gerîlayên me yê serweriya herêmê di dest xwe de digrin, hin çalakiyên din hate lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 1'ê Tebaxê de li Mêrdînê di navbera navçeya Nisêbînê û Gundê Kertwênê li dijî Xeta lûleyan a petrolê ya Kerkurk-Yumurtalikê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Ji bo zirar li zevî û erdê gundiyan neyê xeta lûleyan nehatiye şewitandin lê bi giranî di vê xetê de zirar dîtiye.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Dewleta tirk û hukumeta AKP'ê ji ber hişmendiya wê ya kurdan înkar û îmha dike, pirsgirêka Kurd bê çareserî hiştiye, li beramberî êrîşên tunekirinê yên li dijî Rêber APO, Gelê me û Tevgera me pêş xistiye, ev demeke bi şerê gel ê şoreşgerî
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 23'ê Tîrmehê de li navçeya Şemzînana Colemergê ji aliyê gerîlayên tevgera hatibû destpêkirin, di vê çarçovê de 3 çalakiyên din hate lidarxistin. Di 7'ê Tebaxê de di saet 19.20'an de li navneçaya Şemzînanê li dijî Qereqola Harûna ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji bo Kurdistan û gelê Kurdistanê tiştên roj bi roj çêdibin. Di bin serokatiya PKK’êde siyaseta dimeşe, şerê dibe ne rizgarbûna welat tenêye, hetta ne serxwebûn û azadî tenêye; nuhçêbûna însanîyetêye, rizgariya însan bi xweye. Niha hinek dibên emê wiha welat rizgar bikin, wiha gel azad bikin, meseleya me ne ev tenêyê. Meseleya me, însanê mirî, însanê bê namûs, însanê di her alîde îflas kiriyê em rizgar bikin. Wiha ez li we dinêrim, ev xortên Kurd hêviya we, armanca wan û musteqbela wan tenequzateke mezin di navêde heye. Musteqbel reşe hatiye girtin, di hêviyêde armancêde heta dawiyê jiyaneke bi şeref dixwaze. Nikare. Tabî hûn xortin, hûnê çi bikin? Ne ziman heye, ne nivîsandin heye, ne usûl hedef heye. Tiştek li ber we nexistine. Însanê Kurd di dunyêde yê li paşde mayê, bê ziman, bê çareye, bê her tişte. Dê û bav nikarin xwe bimeşînin, wê çi bidin we. Aaxeyên me, reîsên me xayînên tewra mezinin, wê çi bidin we. Mirov dinere tev direvin, xwe difroşin û wihane, wehane. Ez ji we bê çaretirim lê li ser qedera xwe min mezin lîst. Min got wiha nabe, nikarim wiha li ser lingê xwe mirî dihesibînim. Tê ji bo jiyanê xwe biezibîne, tê ji bo jiyanê xwe biçirîne, qebûl neke. Bîlakîs yek însan ji bê çarebûniyê, ji tunebûniyê wê çawa xwe bi mal ke? Min serê xwe cihê lê xistiye nema. Niha hûn min quwet dihesibînin, serok dihesibînin, lê ji min zeyiftir kes tunebû. Xwe bi xwe min xwe çêkir. Bi tenê xwe. Yek însanî ez gohdar nedikirim. Niha millet tav ji min hez dike.
Bi mirinê û bi manêre bi min reye. Çito çêbû? Ji bo hûn niha tiştne îman bikin, xwe çê bikin, ez li ser vê dibêjim. We di tarîxa partiyêde dît, we xwend, nizanim hûn bi çi awahîne, lê seyifbûniya însanê Kurd didîte, tunebûn, ketin, min hamle dikirin. Berê bi şûr dikirin, min bi zimanê xwe kir, bi tanzîmê bike, bike, bike... Hûn dibînin bê çi dibe, çi nabe. Niha em bi ser dikevin, dunya alem jî me nas dike. Lê vaya bi çi awahî çêbû? Bi çi zahmetiyê çebû? Û hîn li ber çiye?
Meseleya welat çiye? Tê bi pozê derziyê vir bikole, avê derxe. Wekê tu çîyayê Agirî bi lingê felc bimeşe. Tu xwe negihîniyê, wê li stûyê texe. Wekî din çareya te tuneye. Û sûkê kes we nakire jî, dixwazin xwe erzan bidin, ketiye, nakirin. Zarokên ji me şûnde werin wê hîn xerabtir bibin, welat tuneye, tiştek tuneye, hûnê çi bikin? Ji xwe ji niha ve em bûne rezîlê alemê. Çare çiye? Çare vayê karê mine. Xwe bi serdin. Bilezîne. Millet bi çi awahî dixwaze, ji me wiha dixwaze. Hûn niha dibînin, rêka welat vebûye, rêka jiyanê vebûye, rêka şerefa însan, çêbûna insan vebûye. We ji dest me were tabî. A hûn hezar caran bêjin şukur eve. Wekî din ew tiştên din, jiyana din tuke ruyê wê, tu qiymeta xwe tuneye. Ez niha çel û pênc salîme, her roj wihame. Ne karekî mezine û berê digotin dêhne, niha hûn dizanin, bi xwe dîbinin wekê dêhna, lê karekî maqul eve.
Ji bo çi dibêjim, yanî şer, çûna welat, şer kirin zahmete, lê ya tewra xerab jiyana berêye. Hezar caran bêjin şukur rêka welat û hezar caran bêjin pîroz be ji mere em gihiştin şerê çîyan. Bi yek sîlah hûn gihiştin serê çiyê bêjin hezar caran şukur, em gihiştine cejna xwe, gihiştine qedera xwe bi xwe çêbikin, wekî din em tîştekî naxwazin. Niha rastî eve, ji vê bêhtir tu rastî tuneye. Dijmin ji vê bêhtir tu firsendê nade te, Ez bawerim we gelek kîtap xwendin di Dewreya Şehîdên Tolhildanêde, partî çiye, şer çiye we tev ditin. Hûn bi qirarin, dixwazin, di welatde parçek çih bigrin, bi eşq, bi heyf, ev hezar salin careke ev firsend bi dest mîrov dikeve. Yekî Kurd ji vê bêhtir nikare tiştekî bixwaze. Hezar caran rûnên dua bikin, bêjin me ev qiymet girt, ev şer bû şerê me. Tê bira min min digot wexta ez bimrîm bila bêjin ji bo welat miriye bese, ez tiştekî naxwazim. Mirina reş mirina ji tunebûnê ya tewra xerabe. Niha mirin heye tuneye tu giymeta xwe tuneye, em di şerê xwe yê manêdene. Tevlêbûna we ya şer, a partiyê eve.
Dîsa em bêjin pîrozbe, we dewre qedand, hûn nêzîkî welêt dibin. Di sala bîstande bi piranî bi soza xwerebin hûnê di welatde di demeke kinde cîh bigrin. Hûnê bi parastin bin, bi tedbirbin, pir bi dîqat bin, deqqe bi deqqe. Li ser nîzam û dîsîplîna partiyê û gerîlla hûnê bimeşin. Xwe biêşînin. Tî bûn, birçîbûn, tazîbûn ji were ne meseleye. Hûnê ji tûnebûnê tiştan çêbikin. Ku hûn wiha bikin, hûnê di welat de cih bigrin. Mirin ji were ne tişteke. Qirara we li ser vê ye. We gelek soz jî da. Ji bo careke din hûn sozê bidin, berya herin, ez hatim. Soza sala dehan, soza hamleya payizî, soza di vê sala dehande parçek welat bi dest xwexin, soza tam gerîlla bimeşînin, soz tam bi jiyana partiyêrebin. Ev soze, înşallah hûnê xwediyê soza xwebin. Kes çiqwas bi soza xwerebe, ew kes wiqas mezin dibe. Tu dixwazê însan kî nas bike, binêre bê çiqwasî bi soza xwere yeki peyayê soza xwebe, ew kes bi ser dikeve, dibe serokê heta dawiyê. Em sozên we jî wiha dixwazin hûn bidin. Bi mirinê mîrov bi soza xwerebe, bi karê xwe, bi karê serkeftinê bi soza xwerebe. Soza we em wiha qebûl dikin. Ku hûn dixwazin, sozê wiha bidin, ji vê bêhtir jî sozê nedin.
Niha yek bi yek dikarin sozên xwe bidin. Xwe naskirin bide heval. Soza çûna welate.
- Navê min Eşrefe, ji Kubanê me, imrê min 16’ye. Heta sefê 7’an min xwendiye, ji ‘86’an ve partiyê nasdikim. Tevlî dewreya bûm, min fêde jê dît, ez dikarim di welêtde şer bikim.
---.: Wekê ez dixwazim tu dikarê bi soza xwerebê?
- Dikarim Serokê min.
---.: Li ser heval kes dixwaze tiştekî bêje?
- Heval heyecan pêre heye, biçe faaliyetan heta demekê, piştre here şer çêtire.
---.: Na, şer dixwaze. Tu çi dibêje?
- Ezê herim şer Serokê min.
---.: Tu ji bo welate ne? Pekî soza xwe bide.
- Ez soz didim partiyê, Serokatiya Partiyê, şehîdên serxwebûn û azadiyê, hevalên zindana, yên serê çiyan, hevalên hazir ku li ser vê rêkê bimeşim heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê soz didim, soz didim, soz didum.
---.: Serkeftin.
- Navê min ê herekî Dîroke, ji mintiqeya Dêrikê me. Ji ‘82’anve mala me welatparêze. Naskirina min ji partiyêre bi temametî di ‘90’îde çêbû. Di ‘93’ande min qirara xwe da. Ji dewreyê ji min gelekî fêde dît. Niha qirara min a dawiyê, welate.
---.: Yanî tu hazirê, pir dixwazê herê welat?
- Hazirim, dixwazim Serokê min.
---.: Heval dikare bike?
- Ez pê bawerim, heta dawiyê Serokê min.
---.: Tu. poşman nabê?
- Na.
---.: Jiyana bi zahmeti tu radikê?
- Belê Serokê min.
---.: Tu xwe navêjê erdê?
- Na Serokê min.
---.: İmrê te çibû, xwendina te çende?
- İmrê min ketiye bîstan, heta sefê I2’an.
---.: Aîle doste?
- Doste û zengîne jî heta dereceya dawiyê.
---.: Hûn çend birane?
- Heft bira.
---.: Kes tevli me heye?
- Birakî min ji min mezintir heye, niha li Cûdî’ye Serokê min.
---.: Tu jî dixwazê herê? Aîle razî dibe.
- Zahf kêfxweşe Serokê min.
---.: Yanî xwe idare dikin, tu dibêjê?
- Belê Serokê min.
---.: Tu dikarê heta dawiyê bi gerîllare bimeşe?
- Belê Serokê min.
---.: Wekî din tu çi dixwazê?
- Dixwazim soza xwe bidim ji bo çûna welat.
---.: Bide.
- Ez soz didim partiyê, Serokatiya Partiyê, berxwedanvanên zîndanan û yên serê çiyan, gelê Kurdistanê yê welatparêz, heta Kurdistaneke serbixwe û azad çêdibe, heta dilopa xwina min ya dawiyê ez li dijminê hundur û derveyi partiyê şer bikim û girêdayîbim bi hevalên xwe û çeka xwe ve, girêdayî bim bi xeta partiyê ve. Ez soz didim, soz dim, soz didim.
---.: Pekî, serkeftin.
Temam, me sozên we girtin. Yanî ji bo çiye? Rojekê hûnê me bînin bira xwe ku di huzûra Serokiyê’de me sozek dabû, sozeke bi işq ji bo welat şerkirin, bêjin. An welat en mirin, an serxwebûn, an serkeftin, an neman. Soza ve li ser vêye. An vê welatek çêbibe cihê me têde hebe, an em vê jiyanê qebûl nakin. Serokî ji bo vêye. Bu sebep ji çûna we ya welatre. Ez jî panzdeh salin bi soza xwereme. Bi soza welat re, bi soza şerre me. Min soza xwe îspat kir. Hûn jî xurt bin, daimî bi soza xwerebin, di salên 20’ande,’25’ande, ‘18’ande, hûn ji min bêhtir dikarin -hûn di welatdene- tiştên mezin bikin. Ez tim dibêjim ku xwediya soza xwe bin. Mîrov bi her tiştî bileyize, bi soza xwe neleyize. Hûn sozê bi dil didin, bi baweriyê didin, li ser soza xwe bisekinin. Li ser van rastiyan, di sala dehande ya 15’ê Tebaxêde, li ser çûna welat em ji were jî serkeftinê dixwazin, çûna we ya li ser van rastiyan pîroz dikin.
Serokatiya Partiyê
30 Tebax 1993
- Ayrıntılar
‘Fermandar Egîd Mînaka Hevaltiyê bû’
Di 15’ê Tebaxa 1984’an de di bin fermandariya Mahsum Korkmazê bi navê kod Egîd de çalakiya Erûhê ya mohra xwe li tevahiya dîroka gelê Kurd bixe hate li darxistin. Di ser çalakiya Eruhê re 27 sal derbas bûn. Çalakiya Eruhê ya ku ji aliyê dîrokzan û siyasetmedaran ve weke çalakiya ku çarenûsa Kurdan berovajî kir tê nirxandin, îro ji aliyê gelê Kurd ve weke cejnekê, weke cejna vejînê tê pîroz kirin. Milîsên ku bi fermandarê çalakiya Eruhê Egîd re mane û pê re jiya ne, der barê kesayet û jiyan, şêwaz û tekoşîna Mahsum Korkmaz ê bi navê kod Egîd de ji ajansa me ANF’ê re axivîn:
‘Egîd fermandarekî pir bi disîplîn bû:
Mehmed Kara’yê di sala 1985’an de piştî leşkerên dewleta Tirk davêje ser mala wan tevlî nava refên gerîlayan dibe, diyar kir ku piştî tevlî bû derbasî qada Besta’yê dibe. Mehmed Kara anî ziman ku piştî fermandar Mahsum Kormaz’ê bi navê kod Egîd di bihara sala 1985’an de ji Başûr tê Botanê, dikeve yekîneya bingehîn a Fermandar Egîd û dibe şervanê wî. Kara derbirî ku ew 3-4 mehan di yekîneya fermandar Egîd de dimîne û axaftina xwe wiha domand; “Heval Egîd mirovekî di aliyê disîplîna leşkerî de heta dawî xurt bû. Di nava hemû gerîlayan de gerîlayekî bi qasî heval Egîd bi disîplîn tunebû” û der barê disîplîna leşkerî de bîranînek xwe bi fermandar Egîd re wiha tîne ziman; “Em ji çalakiyekê vedigeriyan. Çiyayê em vedigeriyanê zozan bû, li vir ne dar, ne ber tiştek tunebû, çiyeyekî rût û pir bilind bû. Em roj gihîştin wir, êdî me nekarî biçin tu deverên din. Diviyabû em heta êvarî li wir xwe veşêrin. Geliyekî biçûk hebû, li wir hin pincar û qîvar hebû, me cihê xwe li wir çêkir û em kom kom tê de rûniştin, em li wir razan. Me nobeta xwe jî di nav wan qîvar û pincaran de li ser teniştê digirt. Kes nedikarî tevbigere. Dema roj hat ber nîvro me dît ku ew der cihê pez e û pez û erebe hatin wir. Me jî heta êvarî bi awayek disîplîn li wir di nava wan qîvaran de xwe veşart, pez, şivan û bêrî heta êvarî li derdora me geriyan, ji bo me xwe baş veşartibû me nedîtin. Heval Egîd di xala disîplînê de pir baldar bû û însanên derdora xwe jî dikşand disîplînê.”
‘Egîd ji ber ku bi plan, dîsîplîn û rêkûpêk bû, di ti çalakiyan de têkneçû’
Mehmed Kara destnîşan kir ku fermandar Egîd xwedî kesayetek zana, bi dîsîplîn, bi plan û bi bername bû û ji lewre di çalakiya 15’ê Tebaxê de bi serket û weha pêde çû; “Heval Egîd însanekî pir bi plan û rêkûpêk bû. Ev taybetmendiya heval Egîd bandora xwe li ser çalakiya 15’ê Tebaxê ya Eruhê jî kir. Heval Egîd dema wê kar û xebatek bidaya meşandin, wê çawa kar pêk were, hemû rê û rêbazên kar û li ser hemû hûrdekarî û kitekitên kar radiwestiya. Her tim li ser van dihizirî. Di karê xwe de cidî bû û cidî li ser karê xwe radiwestiya. Beriya em biçin çalakiyekê, wê kî li kî derê raweste, wê çawa biçe şer û wê çawa paşve vegere, li ser hemû hûrdekarî û kitekitan ew bi xwe radiwestiya. Karê keşf û çalakiyan bi tenê li hêviya hin hevalan nedihîşt, ew bi xwe jî diket nav, piştî keşfê gelek caran ew bi xwe jî diçû ew der keşf dikir. Tevî wê demê em di şêwazê şer de ne xurtbûn, çek û teknîka di destê me de lawaz bû û di aliyê ezmûnê de jî kêm û kurtiyên me pir bûn, lê ji ber ev baldarî û plansaziya Heval Egîd tu çalakiyên heval Egîd binketî nebûn û tekneçû. Hemû çalakiyên wî serkeftî derbas bûn.”
‘Têkiliyên Fermandar Egîd ê bi gel re dida qezenckirin’
Kara balkişand ser danûstandina fermandar Egîd a bi gel re, nêzîkbûn û helwestên Heval Egîd ên gel qezenc dike û wiha domand; “Nêzîkatî û helwestên xwe yên bi hevalan û gel re li ser mirovan bandor dikir. Em zêde nediçûn nava gel, danûstandinên me bi gel re pir kêm bûn. Carna em diçûn gund û zoman, heval Egîd di nava gel de civîn li dardixist. Her weha car caran hin milîs û gel dihatin serdana me. Di van deman de min didît ku heval Egîd pir zêde ji gel hez dike, dixwaze her dem bi gel re di nava danûstandinan dabe û Heval Egîd bi sekn û nêzîkatiyên xwe li ser gel jî bandor dikir.”
‘Bi gel bawerbû’
Mehmed Kara yek ji bîranînên xwe yên bi fermandar Egîd re weha bilêv dike; “Dema ez nû tevlî partiyê bûm, min nedizanî disîplîn çiye, divê mirov çawa tevbigere? Wê demê zomên gundiyan nêzîkî me bûn. Gelek pêdiviyên me çêdibûn. Em ji bo pêşwazîkirina wan pêdiviyên xwe diçûn zoman, lê beriya em biçin zomê hemû kes digotin; ‘Turîst hatine’ (wê demê nizanîbûn bêjin ‘terorîst’) û her kes xwe vedişart, bişev agirê xwe vedimirandin, diketin zomên xwe û xwe bêdeng dikirin. Me gazî wan dikir bersiva me nedidan, em diçûn zêdetirî 200 zoman lê me nikarîbû xwarina 20-30 hevalan kom bikin, her tim sibehê piştî em ji zoman vedigeriyan Heval Egîd rewşa gel ji me pirsiyar dikir, gel çawa nêzîkî hevalan dibe, çawa nêzîkî tevgerê dibe, ev yek pir mereq dikir, ji ber nêzîkbûnên gelê zoman hîngî wê şevê ez acizbûbûm min ji hevalê Egîd re got; ‘guneh e, mirov xwe di ber van însanan de bide kuştin, ji lewre ne mêvanperwer in, xwe ji me vedişêrin, xwarina 20 hevalan nedan me.’ Heval Egîd piştî vê gotina min aciz bû, gazî hemû hevalan kir û li wir civînek der barê gelê Kurd çawa hatiye kolekirin, nêzîkbûnên dijmin, dijmin çawa ji nasnama, welatparêzî û ji hemû nirxên wî dûrxistiye û divê em çawa nêzîkî gel bibin bi saetan axivî. Heval Egîd piştî civînê jî ji min re got, baweriya gel di çavê gel de ye, ger em kar û xebatek baş bidin meşandin wê ev gel qedr û qîmetek mezin nîşanî me bide. Piştî vê bûyerê bi hefteyekê em çûn çalakiyê, çalakiya me serkeftî derbas bû, xeta me ya paşve kişandinê di ber wan zoman de bû, dema em hatin ber zoman, me temaşe kir gel ne weke ewil e, li ber me rabûn, qedr û qîmetek mezin nîşanî me dan, me dawet kirin. Piştî wê Heval Egîd ji min re got ‘Heval Mehmed te dît, min gotibû baweriya gel di çavê gel de ye, piştî pratîka me dîtin, gel çawa nêzîkî me bû. Ger tu kar bike wê gel xwedî li te derkeve, lê ger tu kar neke, gel xwarinê jî nade te.’ Di wir de bi rastî jî gotina Heval Egîd rast derket.”
‘Egîd mînaka hevaltiyê bû’
Mehmed Kara diyar kir ku fermandar Egîd mînaka hevaltiyê bû û wî bi xwe gelek caran dîtiye ku şevên sar Egîd kefiya xwe avêtiye ser hevalên dicemidin û gotina xwe wiha domand; “Carna dema şev sar dibû, heval dicemidîn, heval Egîd di van deman de ji bo ew heval necemidin, an qapûtê xwe yan jî kefiya xwe davêt ser wan hevalan, fermandarekî weha bû ku li hemû şervan û hevalên xwe dihizirî.”
Kara di dawiyê de diyar kir ku dema di 28’ê Adara 1986’an de fermandar Egîd jiyana xwe ji dest dide hem gelê Botanê û hem jî gerîlayan pir pê bandor bûne û axaftina xwe wisa domand; “Dema Heval Egîd şehîd ket ew li Gabarê, ez jî li Besta bûm. Min ji radyoyê bihîst ku Heval Egîd şehît ketiye, wê gavê weke ku dunya bi ser serê min de xerab bibe, ez pê bandor bûm. Ji aliyê moral û manewî de bandorek pir mezin li ser me hemû hevalan kir, em hemû şehîd ketibûna em ewqas pê bandor nedibûn.”
‘Ewqas dilnizm û mutewazî bû, mirov pê dernedixist fermandar e’
Osman Kara jî diyar dike ku di sala 1985’an de fermandar Egîd û yekîneya xwe, ava Hêzil derbas dikin û tên gel zoma wan. Kara anî ziman ku fermandar Egîd mirovekî pir dilnizm û mûtewazî bû û axaftina xwe weha domand; “Dema min pêre danûstandin dikir, min ferq kir ku însanekî pir dilnizm û mûtewazî ye, mirov qet ferq nedikir ku Heval Egîd fermandarê artêşekê ye, rêxistinekê ye, weke şervanekî tevdigeriya. Ji gotûbêjên wî mirov têr nedibû, mirovekî zana û biaqil bû. Her tim li ser bûyer û rûdawan dihizirî û plan û projeyên nû derdixist holê, afrîner bû, her weha Heval Egîd weke navê xwe egîd û pehlewan bû, wêrek bû.”
Kara nêzîkatî û danûstandinên gel yên bi fermandar Egîd re weha bilêv dike; “Heval Egîd ferq nedixist nava gel, weke rêzekî weke yek nêzîkî hemû kesî dibû. Gel hemû digirt hin nedigirt û hin jî berne dida, ji ber vê yekê gelê Botanê zûbizû bi Heval Egîd û PKK’ê re hate girêdan û tevlî nava refê tekoşînê bû. Her wiha şêwazê Heval Egîd pîrûpak û temîz bû, şêwazê wî li dijî şêwazê xiyanetê bû.”
‘Ji bo yekîneyek serkeftî, tekoşer û pêşeng, divê fermandar pêşeng be’
Yusuf Kara diyar kir ku di sala 1983’an de ew destpêkê ne alîgirê APO’yiyan bûye û gotina xwe weha domand; “Ez destpêkê ne PKK’yî bûm, di sala 1983’an de hevalê Egîd hate cem me, hinekî bi min re nîqaş kir, der barê hin mijaran de nakokiyên min hebûn, heval Egîd min îkna kir û ez ji wê rojê heta îro bi PKK’ê re dimeşim.”
Kara anî ziman ku wî piştî cara yekê di sala 1983’an de fermandar Egîd dîtiye, 3-4 carên din Egîd dîtiye û bîranînek xwe bi Egîd re wiha dibêje; “Di meşê de her tim tevî ku pêşengek li pêşiya me hebû jî lê heval Egîd diket pêş, ez jî li pişt heval Egîd dimeşiyam, carekê min wî da sekinandin û min jê re got, ‘Heval Egîd tu ji bo çi dikevî pêş, tu fermandar û rêberê me yî, divê tu li paş bî, bila pêşengê me biçe pêş, rê kontrol bike’. Heval Egîd ev bersiv da min; ‘Ger fermandarê leşkerî li paş bimîne, ev grup qels û lawaz e. Ji bo yekîneyek baş, jîr û zîrek be, serkeftî, tekoşer û çalakvan be divê fermandarê wê grubê her dem li pêş be, pêşengiyê ji yekîneya xwere bike.’ Nêzîkbûnên Heval Egîd ji fermandariya leşkerî re wiha bû, jixwe bi qasî min dît û min pê re jiya, heval Egîd her tim bi vê felsefeyê dijiya.”
Heval Egîd digot ‘Ez şervanê Mazlum im’
Yusuf Kara diyar kir ku fermandar Egîd gelek caran di nîqaş û gotubêjên xwe de diyar kiriye ku ew şervanê Mazlûm e û wiha pêde çû; “Heval Egîd bi fedakarî, cesaret û qahremaniya xwe tê naskirin. Her carê di nava nîqaşan de ji mere digot, Ez şervanê Heval Mazlum im. Digot Heval Mazlum çawa bi berxwedanî, fedakarî, cesaret û qahremanî tekoşîn meşand divê ez jî wiha bim û bi rastî jî Heval Egîd wiha bû.”
- Ayrıntılar