Ez ne biyaniya girêvên birçîbûnê me.
Piştî du-sê rojên gerava birçîbûnê, arandina serî û cênîkên mirov jî baş nas dikim. Êş û azara hevpar ya girtîgehan û wateya wê ya giranbiha jî baş dizanim. Ji ber ku dek û dolabên statukoparêziya dewleta Tirk, ku bi “felzeke”yên polîsên namerd, dibine cezayê zerzemînên bê binî û hawara kesên weke Mamî Silêman, piştî bîstûşeş salan jî ji mêjiyê min derneketiye. Hîna xewa min dikujin, hestên min xerab dikin. Piştî hewqas sal, hîna birînên hêviyên min ne hatine derman kirin.
Sal 1983, em li girtîgeha Metrîs baskê Sibirya bûn, rojekê esra teng deriyê qoxûşê bi zimmênî hate vekirin û mirovek dafî hundir kirin. Mirovekî navser bû û mîna jibin ferşên gorê hatibe derxistin, renge-zer, westiyayî û di nava hêviyên şikestî de bi çavên vala li me nêrî. Hevalê bi navê Feraî, bi dengekî dilşewêt, got; “mamîîîî, mamîîîî!...” Û dengê xwe qut kir. Navê wî Silêman bû, pişî banga Feraî, navê wî bû Mamî Silêman.
Mamî Silêman ji sucê trafîkê girtibûn binçavan, lê ji sedema li dijî polîsan dijberiyek tund nîşan da, bi dosyayek pirr nepixandî anîne Metrîsê. Ji kuştina mêran bigirin heta bi ataxiya endamên rêxistinê lê bar kiribûn. Mamî Silêman 3 sal û nîvan di navbera Metrîs û dadgehan de çû hat. Balkêş bû, wî mirovî, wek ayînê li grevên birçîbûnê dinêrî... Piştî em ji Metrîsê sergomî Sultanahmed kirin, em û Mamî Silêman ji hev hatin qut kirin.
Piştî Sultanahmed, em sergomî Sagmalcilar kirin û em li Sagmalcilar bûne çavdêrê şehadeta 4 lewendên greva birçîbûna mirinê. Ez wan lewend û cengawerên Zindana Amedê, bi dilsoziyek şahlewendî bibîrtînim. Dewleta ku xwe wek exlaqê civaka mirovan bi nav dike, di bingeha xwe de kujer e. Wampîr e.
Her dewlet sucekî mirovahiyê ye. Nexwazim dewleta Tirk, di het heyam û deman de sucê mirovahiyê kiriye û roj wê werê ku di gunehên mirovahiyê de bifetise.
Îro, 10 rojên greva birçîbûna li zindanên Tirkiyê û Kurdistanê xelas bûn.
Parlamenterên BDPê Selma Irmak û Faysal Sarıyıldız jî, Adnan Tîtîz jî di nav de, tevahiya girtiyan qurbanên dewleta Tirk in. Dewletek ku bi xwînê hatiye avakirin û bi xwîne hebûna xwe diaparêzê ye. Hemberî ku lehenga romana min ya dawî, Pîrejina Hefsedê dibêje; “ew xerab dikin, em ava dikin, ew dikujin em zêde dibin” jî, dive em êdî hesabên matemetîkî li ser jiyana xwe nekin û stikura xwe ji ber xencera xiyanetê û ji ber kêra qurbantiya kêra desthilatdaran xelas bikin.
Girtiyên di greva birçîbûnê de her roj bêhtirîn ber bi êşa hevpar ya kulîmok û movikên hestiyên bedena xwe diçin. Qolincên di movik û kulîmokên hestiyên wan de wê dest pê bikin. Lê dewleta Tirk û desthilatdariya AKPê di nava xemsariyek bextreş de, hîna plansaziyên dek û dolaban û siyaseta gemarî dike.
Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan û wezîrên wî, mîna xoceyên gundan ku, bi rotên dirêj dersên Qur’anê didine zarokan, dersên siyaset û demokrasî didine muxalefetê, didine dewletên cîran û bi demagojî, derew û telaqreşiyan komên xelkê û raya giştî dixapînin. Rewşenbîr û demokratên wek qelemşor derdikevine holê jî, edebiyata hamasetê dikin û êşa hevpar ya girtîgehan nayînin bîra xwe. Pirraniya wan rewşenbîr û qelemşoran di zindanên statukoparêziya dewleta Tirkiyê de mane û nasîbên xwe bi zedayî ji êşa hevpar standine. Dîse jî, siyaset û edebiyata “felzekê” dikin.
Êdî eşkere bûye ku, kanunên Tirkiyê, kanunên zincîran e û girtiyên di zindanên Tirkiyê û Kurdistanê de bi zincîr û leleyên kanunên faşîzan dîlgirtî ne. Ne ku suc kirine, ne ku gunehkar in. Ew girtiyên kanunên zincîran e...
Balkêş e, darbeya faşîst ya 12ê Êlûnê, kanun çêkirin, desthilatdariya AKPê, ku wek hêviya komên xelkê û demokrasî hate ser desthilatdariyê, di 9 salên rêvebiriya xwe de, ji bedêla guhertina wan kanunan: Yek Kanuna Têkoşîna li Dijî Terorê derxist... Du, Biryarnameyên taybet derxistin... Sê, Kanunên taybet yên şexsan derxistin û derdixe.... Çar, kanuna taybet ya polîsan derxist... Pênc; erka xesp-kirina desthilatdarî û îdeolojiya fermî ya faşîzan ku parlamenteriya nûnerê Kurdan ji destê wan stand... Şeş, ne nasîna îradeya gel û girtina parlamenteran di girtîgehê de... Heft, tecrîda keyfî û tolhildanî...
Niha ketiya nava hewldanan (bi dana meaşên parlamenteran) ku vê eyba xwe, vê antî huquqiya xwe, vê xespa xwe ya gunehkariya dîrokî ji holê rake. Gelo, dana meaşên parlamenteran, wê têrî rakirina hewqas gunehkariyan bike?
Desthilatdarî mîna nexweşiyek nayê dermankirin e û desthilatdariya AKPê, bi cemaeta Fetul-munkîr re bi vê nexweşiyê ketiye. Ev nexweşî zû bi zûr nayê dermankirin. Dermanê vê nexwşiyê xwîn e... Di devê gûr de jî, siyasetmedarên Kurd, Rêberê Haraketa Azadiya Kurd, girtiyên azadiyê hene.
Dîwarên girtgîgehên Tirkiyê û Kurdistanê, bi xwîna mirovan, bi êş û azarên hevpar hatine seyandin. Mamî Silêman, navê wan dîwaran kiribû “qijnik û zîro”wên ku xwîna mirovan dimerêsin... Guman dikim ku nirxandin û binavkirina Mamî Silêman kêm e; Ew dîwar, laboratuwara ku dermanê êşa desthilatdaran diafirînê ye. Komkujiyên bi çekên kimyewî û parçekirina bedena gerilayên Kurd, komkujiya li gundê Roboskî teva, tedawî kirina nexweşiya dirêj ya desthiladariya AKPê pêk neanî. Ji xwîna nexweşên ku di zindanan de dikujê têr nebû, vê carê dixwaze, xwîna girtiyên azadiyê bike dermanê desthilatdariya xwe.
Di heyamên cûda de, xwîna taze ya mirovan lazim e...
Destanên Kurdan, efsaneyên Kurdan wek Dehak û marên dis erê wî de û mêjiyê ciwanan, belaş ne hatien afirandin.
Lê Erdogan nizane ku di dîrokê de mucîze çênabin û desthilatdariya wî jî, ji aqûbeta yên berî xwe xelas nabin. Xwîne Kurdan ji tu desthilatdaran nebûye derman, ji desthilatdariya Erdogan re jî nabe derman. Ji ber ku desthilatdariya AKPê jî mîna desthilatdariyên berî xwe, reçeteya exlak û ademiyetê winda kiriye.
Ez bi tirsim, ji ber ku nexweşiya desthilatdariya AKPê, ji ya desthilatdariyên xwe jî dijwartir û demdirêjtir e. Lewma ewê xwînê bêhtirîn birijîne. Binêrin, cografya Kurdistanê ji sedema zivistana dijwar û berfa zêde ketiye kebîs û rêbûwaran nade, lê desthilatdariya AKPê ji hewayê mirinê dibarîne. Gelê Kurd her dem çiya parastine. Çiya jî gelê Kurd parastiye. Niha jî ev parastina du alî di rojevê de ye. Lê parastina vê carê, bi eniyak taybet dest pê dike. Girtîgeh û girtiyên Azadiyê!..
Çekê girtiyan jî bi tenê bedena wan û awaza wan ya slogana ye.
Ev enî, her ferdekî ji vê eniyê bi dehsalan hatiye xwedî kirin û bi keda dehsalan hatiye mezin kirin, bi berdêlên giranbiha hatine perwerde kirin. Ew enî, bi her mirovê xwe ve lehengek ji hêrivandina şikefta dîlgirtinê ye.
Pêwiste Kurd, demokrat, nivîskar û rewşenbîrên xwedî vijdan bikevin nava hewldanan û xewna raya giştî ya cîhanê jî, ya Tirkiyê jî birevînin.
Medeni Ferho
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 22'ê Sibatê de di navbera saet 14.00-15.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Bêtkarê, Geliyê Feqîra û Girê Şehîd Mazlûm ê bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Li dijî tevgera me ya Azadiyê konsepta şer a li dijî qadên gerîla yê me operasyonê bi armanca tunekirinê bê navber berdewam dike. Lê careke din bi hemû heybeta xwe li çiyayên Kurdistanê berxwedana gerîla yên azadiyê naçariya dijmin raxistiye ber çavan. Hevala Ronahî Mûrad a di nava berxwedana bi leheng a li Bestayê bi 14 hevalê xwe yê din re gihîştiye şahadetê. Di şexsê Hevala Ronahî de em hemû şehîdên xwe careke din bi rêzdarî bibîrtînin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 21'ê Sibatê de di navbera saet 14.00-15.00'an de li navçeya Colemergê Çelê li ser xeta sînor li dijî Girên Serê Sêvê, Latê Kewa ji aliyên artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Di 13'ê Sibatê de li Şirnexê li dijî herêma Bestayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek bi armanca tunekirinê hatiye lidarxistin. Di vê operasyonê de gerîlayê me berxwedaneke bi ruhê APOyî nîşandane. Hevala Mahabad jî berxwedana xwe bilind kiriye û ji bo azadiyê gelê Kurd canê xwe daye û cihê xwe di nava şehîdên berxwedana destanî ya Bestayê girtiye.
- Ayrıntılar
Her şoreşeke ku destpêdike, şehadetê û îxanetê jî dide ber çavê xwe. Bêguman şehadet tiştekî neşerme û mirov nikare bibêje wê şoreşê wendakir. Şehadet kîjan nifşî li pey xwe dide avakirin mirov pêwîste vê yekê ji xwe bipirs e.
Em werin mijara xwe ya esas. Berî çend rojan çapemeniya dewleta Tirk di spotên xwe de dinivisîne 15 gerila hatine kuştin, lê belê ez bawerim dikim ku jibîrdikin di temamkirine spotên xwe de binivisînin, wê çend ciwanên Kurd çeka van gerilayên şehîd rakin. Gava ku jibîr dikin hevoka xwe tamambikin, ev yek diyardike ku rastiya gelê Kurd nizanin. Çek di çanda gelê Kurd de namûse û nemumkine ew çek li erdê bimîn e. Gel û gerila dizanin heyanî ku Rêber APO û gelê Kurd azad nebe, wê şehadet çêbibe, herkesî ev yek daye berçavê xwe. Em jibîrnekin her şehadetek kîn û intîqameke mezin bi xwe re tîne. Tevlîbûnên vê dawiyê ji tevgera azadiya Kurd re çêdibin, hemû bi şehadeta hevalan bandor dibin. Ciwanên Kurd beşdarî nava refên gerila dibin û navê wan hevalên şehîd li xwe dikin.
Mijara girîngtir jî yek jê eve; eger ku dewleta Tirk dibêje ez dewletekî musilmanim, pêwîste rastiya lehengên mîna Omer Muxtar jibîrneke. Eger yek Omer Muxtarê Ereban hebe, yên Kurdan bi hezaran hene. Ango tişta di dawiya vê hevokê de ez dixwazim îfadebikim, şehadet netiştekî şerme û newendahiye, yan jî nebinkeftin e. Gelê Kurd û gerila dema biryara berxwedaniyê dan, şehadeta xwe jî dane berçavên xwe. Gerilayên Kurdistane gava ku berê xwe didin çiyan, nehatine seyranê, têkoşîn û şehadet jî dane berçavên xwe, ji ber ku dizanin dijminekî wan yê hov heye. Ma qey tenê xwîn di canê te de biherike, navê wê jiyan e? Eger exlaq û wijdan bi min re hebe, dema ku li kêleka min polîsên AKP ê destên xwe tavêjin zarok, ixtiyar û hemû mirovên Kurd, eger li berçavê min mirov ji birçîbûnan re dimirin, hingî ez sed carî di ruh de tême kuştin, wê demê fêzîkê min saxbe jî, çi wateya xwe heye. Van hevalên şehîd bi xwîna xwe tovên PKK ê avdidin û nifşên nû dafirînin.
Dema ez dibihîzim heval şehîdketine ez dibêjim “xwezî ew şens ketibane destê min de, ez jî bi wana re bûbame heval û ew şehadeta xwe ya pîroz bi min re jî parvekiribane.” Şehadet jî yek ji zagonê xwezayê ye. Eger ku welatê te bindestbe, gelê te were perçiqandin, xweza jî ji te re napejirîne û mirine te wê bê wate be. Lê belê li gorî zagonên xwezayê û mirovahiyê meşandin, namûs û şerfeke bi rûmet e. Nizanim; dibe ku dewleta ji komkujiya gelê Kurd û gelê Ermeniyan têr nebûye, van zagonên xwezayê nizane û şehadetê wendahî dibîne. Eger dayîkên Kurd bi wan desmalên xwe yên spî, bi tilîlî û bi coş destê zarokên xwe hina dikin û şehîdên xwe pêşwazî dikin, wê vê carê jî pêşwazî bikin û xwedî li wan derbikevin, li gorî nêrîna min ew kêlî ji bona dewleta Tirk mirinekî herî mezin e.
Dunya Cemîl
- Ayrıntılar
Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê
Murat Karayilan
Baweriya Zerdeştî di nav Kurdan de hişmendiya civakî pêşxistiye, bi xwe re hêzbûn û kombûyin ava kiriye. Ev pêşketina civakî him bûye çavkaniya pêşketina berxwedana li dijî Împaratoriya Asûran a bi salan berdewam kiriye. Him jî vê berxwedana bi serkeftina Newrozê tacîdar bûye , çavkaniya bingehîn a pêşketina pêvajoya împaratoriya Medan e. Bêgûman ev rewşa bidestxistina taybetmendiya civakî, di mijara şer de, rê li ber pêşketinekê vekiriye û ji xwe di bingehê pêşketinê de jî ev rewş mijara gotinê ye.
Tê gotin ku di dîrokê de cara yekem di nav hêzên şer dikin de, derbasbûyina pergala bolukan di artêşa Medan de pêşketiye. Cardin di qeydên dîrokî de pêşketina pisporbûyina di artêşan de, avabûna beşên piyade, siwarî û hwd. di vê demê de destpêkiriye. Bi heman awayî cil û bergên zirxî, amûrên cûr be cûr ên şer jî di vê demê de pêşketiye. Tê famkirin ku di diyarkirina çarenûsa – qeder- civakan de şer û artêş xwedî cihekî girînge û di vê konaxa dîrokê de Med jî di mijara şer de xwedî lêhûrbûnên xurt in. Di dîroka Heredot de ev asta pêşketî yên di artêşa Medan de bi awayekî berbiçav xuya dibe. Ev pêşketina di Medan de nîşan dide ku care yekem pêkanîna hunera şer gihîştiye vê astê. Her çiqas derveyî Dîroka Heredot xwe naspêre tu belgeyên nivîskî jî, diyar dibe ku di nav Kurdan de, di dîrokê de cara yekem pergaleke artêşê ya sîstematîk hatiye pêşxistin.
Bi dawî bûna împaratoriya Medan û di nav Kurdan de nêzîkatiya ji hunera şer
Împaratoriya Medan a xwe dispêrê zemîneke xurt û tekoşîneke girîng, nikare temen dirêj bijî. Ji ber taybetmendiyên demê, sazkirina xanedaniyan, di avabûyinên bi vî rengî de roleke diyarker dilîze. Her çiqas di hundir de pergaleke xurt û pêşketî avakiribin jî, tê zanin bi qomplo û derbeyên di hûndirê qesrê de, erka rêveberiyê di nava xanedaniyan de gelek caran dest guhertiye. Di encama li hevkirina Harpagos ê di împaratoriya Medan de fermandar e û xanedaniyeke muxalif ê Persî, rêveberî bi rêbazeke bê xwîndarî dibe sedem ku dest biguhere. Ya di encama îxaneta Harpagos de pêş dikeve ne hilweşandina dezgeha (organîzasyona) Medan e, dest guhertina rêveberiyê û derbasbûna destê xanedaniya Kiryos ê Persî ye.
Dema tiştên di derbarê mijara têkildar ên di çavkaniyên dîrokî de were lêkolînkirin, ji bo mirov îxaneta di nav Kurdan de, xwe çawa dispêrê têkiliyên malbatî û bertekên wan bibîne mînaneke balkêşe. Ji lewra pişt re di nav xanedaniyên Kurdan de gelek îxanetên bi vî rengî xwe dispêre nakokî û bertekên malbatî derket pêş. Ji ber ya yekem û balkêşe ev pêvajoya îxanetê çawa pêşketiye mirov rawe bike wê sûdewer be. Li gor tê gotin, di eslê xwe de împaratorê Medan Astiyages di encama şîrovekirina xewnek xwe de digihêhe encamekê ku wê zarokek ji keça wî Madana were dinê wê împaratoriyê bixe dest xwe. Li ser vê keça xwe bi biyaniyekî re (ji Persan) bi ciwaneke ji malbateke ji rêzê dizewicîne. Bi rastî jî keça wî kurek aniye dinê. Ev rewş wî tengezar (tedîrgîn) dike. Wî zarokî ji bo bikuje dide Harpagosê fermandarê artêşa xwe lê Harpagos wî zarokî nakuje, bi zarokeke mirî yên malbatekê diguhere. Dema zarok mezin dibe ev rewş tê famkirin. Împarator fam dike ku Harpagos talîmat pêk neaniye û derew kiriye. Lê wicdanê împratorê Medan Astiyag dil nade ku newiyê xwe yê mezin bûye bikuje. Zarok dişîne gel dê û bavê wî, malbatê jî mişext (surgun) dike û ji navendê dûr dixîne. Lê li şûna vê kurê Harpagos ê di heman temenî de ye dide kuştin û weke ceza bi wî dide xwarin. Harpagos piştî goştê kurê xwe dixwe pê dihese. Lê dengê xwe dernaxe, êşa Astiyag bi wî daye kişandin, diavêje hundirê xwe. Heta newiyê persî Kîros mezin dibe û bi armanca serhildanê artêşeke biçûk ava dike, radiweste. Astiyages, ji bo serhildana xanedana Kîrosê dijber –muxalif- bitepisîne, fermandarê artêşê Harpagos jî bi artêşê re dişîne. Harpagos bi xanedaniya Kîros a serhildêr re dibe yek û tên Astiyages digrin.
Îxaneta li vir qewimî, ne tenê herîkîna dîrokê guhert, dibe destpêkeke girîng a trajediyên Kurdan ên heta roja me tê jiyandin. Di encama îxaneta di dezgeha Medan de qewimiye, bi guherîna xanedaniyan desthilatdarî ji Medan derbasî Persan dibe. Tê gotin ku Astiyages piştî vê bûyerê ji fermandarê artêşê re dibêje: “ Madem te îxanet kir, te çima desthilatdarî da yekî Persî, tu biba împarator” Bi vî awayî avakirina împaratoriya Persan destpêkiriye, Med jî di nav pergala împaratoriya Persan de ji bindestiyê wêdetir, piştî Persan gelê di nav împaratoriyê de herî bi bandor cihê xwe di nava vê pergala împaratoriyê de girtine. Bandora Medan ên di mijarê şer û artêşê de, piştî rêveberî dikeve destê Persan jî berdewam kiriye.Harpagos cardin fermandarê artêşê ye. Cardin tê zanîn di her astê de Kurdan di nav pergala Persan de erk û wezîfe girtine. Bi kurtasî pergala nav guhert û navê împaratoriya Persan girt, taybetmendiya xwe ya ji du binyadên etnîk pêk tê.
Tê zanîn, piştî desthilatdarî dest guhertiye, bi demeke dirêj, yekîneyên şervan ên herî bi bandor ên di artêşa Persan ji Mediyan pêk tê. Di vê serdemê de di artêşên Persa de artêşên ji milyonan pêk tê hate pêşxistin. Di vir de jî Medî di vir de di cihên girîng û kîlît de tên bi cîhkirin. Hêzên taybet di artêşa Persan de xwedî ciheke girîng e weke hêzên nemiran tên rêxistinkirin, di qadên şer de di eniyên herî dijwar de erk û wezîfeyên mezin digrin. Împaratoriya Persan bi taktîka şer a “nemîran” di riya bûyina împaratoriya cîhanê de gavên mezin diavêjin. Nemîrên hestiyê piştê û hêzên herî bi ewlê yên artêşê ava dike, nêvî ji Medan nêviye din jî ji Persan pêk tê. Di wan deman de şerên di navbera Persan û Yûnaniyan de diqewimîn, wezîfeya yekîneyên bijare û herî xurt ên artêşa Yûnanan ji Makedoniyan pêk dihat û tê zanîn wezîfeyê wan di eniyên li pêş, ji bo baskên Medan ên di artêşa Persan de pêşwazî bikin û wan bidin rawestîn. Ji lewra binkeftina baskê Medan dihat wateya binkeftina stratejîk a artêşa Persan. Ji ber vê jî di artêşa Yûnanan de erka sereke ya yekîneyên herî bijare û xurt Makedoniyan, weke rawestandina Medan e hatiye hilbijartin. Artêşên Pers û Yûnanan piraniya xwe ji erdnigariya Kurdistanê derbasbûye û hatiye meşandin. Di vê serdêmê de Kurd gelek caran neçar mane, li dijî artêşên ji xaka wan derbas dibe xwe biparêzin. Weke di pirtûka Ksenephon a bi navê Vegera dehhezaran de tê destnîşan kirin, bi taktîka lêde – bireve artêşên dikevin xaka wan an jî ji xaka wan derbas dibe derbeyên mezin li wan didin.
Hemû daneyên dîrokî nîşan dide ku, BZ. di sedsalên 7. 6 û 5. an de di civakên Medan de hişmendiya şer, cardin jêhatî bûna wan a di şer de û di rêxistingeriya artêşê ya saziya şer e, tê dîtin ku gihiştine asteke mirov nikare kêm bibîne.
Di Dema Îskender de Kurd
Diyar dibe ku bi sefera Îskender ê Mezin li dijî Rojhilat daye destpêkirin, li Kurdistanê pêvajoyeke nû destpêkiriye. Îskenderê bi felsefeya Arîsto yên zanyarê herî bijare yê Yûnana kevnar e mezin bûye, armanca wî ew e ku bi fetihkirina welatên Mezopotamya û Rojhilat, kraliyeteke cîhanî ava bike. Bi awayeke xwezayî jî ji bo vê jî armanca wî ya sereke dagirkirina împaratoriya Persan e. Îskenderê di du pevçûnên bi artêşa Persan re dike serkeftî derdikeve. Ji Kurdistanê derbas dibe û xaka Kraliyeta Persan desteser dike û meşa ber bi Rojhilat berdewam dike.
Lê piştî mirina Îskender, fermandarên artêşê xakên hatiye fetihkirin di navbera xwe de par ve dikin, dabeşî gelek kraliyeta dikin. Di van parvekirina de Kurdistan dibe para Selefeukines. Lê li vir ya girîng ew e ku hevsengiyên berî hilweşiyaye û bi hevsengiyên –denge- nû yên ava bûye welatê Kurdistanê seranserê xwe veguheriya qada şer.
Piştî Îskender bi pevçûnên di navbera qraliyetên cûda cûda de bi esasî jî di şerên di navbera Roma – Part û Roma – Sasaniyan de yên kêm nedibûn Kurdistan weke herêmêke tampon hatiye bikaranîn. Di şerên li vir de kî bi ser dikeve bila bi ser bikeve, teqez yekane yê wenda dike Kurd in.
Civaka Kurdan ên di bin lingên artêşên şer dikin de mane, gelek texrîbat dîtine, ji aliyê aborî û civakî de civaka Kurdan naçar mane bi gelek aliyan de werin guhertin. Eşîrên Kurdan ên di navbera artêşên xurt û hejmarê mezin de mane û derfetê jiyanê nahêle, yekane çareseriyê cardin di çûyina çiyan de dibînin.
Kurdên vekişiyane çiyan û bi berxwedanên parastinê yên pêşxistine, xwe parastinê bingeh girtin, ji aliyê nîrxên civakî encamên erênî derxistiye holê. Ev rewş di heman demê de ji jiyana mande(rûniştî) qûtbûnê û careke din vegera jiyana koçbertiyê pêş dixîn in û ev jî ji şaristaniyê dûrbûyinê bi xwe re tîne.
Dema mirov bi vê hişmendiyê nêz bibe, ne zehmete mirov rewşa eşîrên Kurd û Kurdistanê, şêweyên jiyan û psikolojiya wan fam bike. Kurdistana herdem bûye qada şer û pevçûnan, nakokî di sosyolojiya civakan de ava kiriye û bêgûman wê ev jî bibe sedem ku bêzarbûn û hincirînê(yıpranma).
Heta dawiya serdema Împaratoriya Persan, asta civakbûyina civakên Medan li gor yên hemwextê xwe di asteke li pêş e. Bi vê ve girêdayî di hûnera şer de jî xwedî formasyoneke diyar in. Lê piştî hilweşîna împaratoriya Persan, him ji ber Kurdistan bi sedsalan bûye qada şer ên di navbera împaratoriyên mezin de, him jî ji ber eşîrên Medan ne xwediyê stratejiyeke civakî ne, her dem di navberê de mane û herdem bûne aliyê bindest. Beramberî vê yekane rê vekîşîna çiyan, ji jiyana bajêr û însanên wê yê bi xwe analîtîk e dûr mayin dimîne. Ji lewra ji pêşketinên dîrokî tê famkirin ku ji rê û rêbazê (ji awayê) şer paş de ketine.
- Ayrıntılar
Pêşî gotin hebû. ev destpêka mirovahiyê ye.
Mirovahî tenê ne navê mirov e; nirx, pîrozî û kultura û bi dema hezar salan û keda nifşan hatine bidestxistin e. Lewma wek kultur, wek nasnameya mirov derketine pêş.
Gelê Kurd 30 sal in, bi germiyeke dijwar dozekê dimeşîne, têkoşînê dike û ji detspêkê heta îro, dibêje “em biaxivin”. Wateya “em biaxivin”, destpêka pirtûkên pîroz e, ku dibêjin “pêşî gotin hebû.” Gotin, axaftin nirxê herî pîroz yê mirovbûnê ye. Bê gotin û axaftinê mirov nabe mirov. Bê gotin û axaftinê mirov nagihê encamekê dinavbera mirovan de, di navbera civak û gelan de, lihevhatin, lihevkirin, dostanî, jiyana hevreyî û çareseriya pirsgirêkên navber çênabe.
Cihê ku gotin lê hebe, mirovahî heye, axaftin heye û çareserî heye.
Çima gotin, çima mirovahî, çima axaftin û çina çareserî? Ev 4 pirs, bingeha çareseriya pirsgirêkên civakî ne. Li Tirkiyê 30 sal in, dozeke civakî heye û îro, bûye pirsgirêka mirovahiyê. Ev doza civakî, zêdetir ji sed salî ye, wek birîna mumarî ye û li bendeyî mirovahiyê û çareseriyê ye. Helbet ev pirsgirêk bi destê hêzên ku wek nûnerên mirovahiyê derdikevin pêş, derkete holê û mixabin îro jî bi destê mîratzadeyên wan hêzan, dîse berdewam dike.
15ê Sibatê Komploya Navneteweyî, ku di şexsê Birêz Abdullah Ocalan de, li dijî gelê Kurd hate lidarxistin, encama siyaseta van hêzan e. Komplo, mîna ji navê wê jî tê fêm kirin, di encama terora navneteweyî, di rengê korsanî û sergerdeyiyek bi plan û program hate pêkanîn. Encama wê jî diyar e. Serokê Haraketa Azadiya Kurd hate dîlgirtin û li Girava Imralî hate zincîr û lelekirin.
Ev kiryara ku Kurd, navê “komplo” lêdikin û bixetreşî binavdikin, rûreşiya mirovahiyê ye; di dîroka mirovahiyê de damxeyek reş e. Ji ber ku, komploya 15ê Sibatê, ji komployên dîroka mirovahiyê pirr cuda ye. Wateya wê jî cûda ye. Komplo, di şexsê mirovekî de, li dijî destîniya gelên Kurdistanê teva hate lidarxistin. Ji ber ku Kurdistan, destîniya pirr gelan dinava xwe de diparêzê û kesayetiya ku bû hedefa komplokeran jî, pêşengiya guhertina wê destîniya “pirr-gelan” dikir. Ew kesayetî, di pêşengiya têkoşîna azadiya gelê Kurd de, têkoşîna azadiya gelên Kurdistanê û gelên herêmê teva dikir. Êdî nemabû kesekî weke pêşeng û lîder bi tenê. Yanî Abdullah Ocalan ne kesek, ne lîderek bi tenê bû. Hêdî hêdî wek sîstemekê, wek guhertineke civakî derdikete pêş. Mîna salên 1848an (manîfestoya komunîst), ku li Ewropa nûqaeşek da dest pê kirin û heta bi salên 1913an, berî şerê yekemîn yê cîhanê berdewam kir, wek hişmendiyeke nû derkete pêş.
Baş tê zanîn ku piştî manîfestoya komunîst, nîqaşên feylesof, rewşenbîr, zanist, siyasetemdarên wê demê; wek Bebel, grubê Reîscstag, Wollmar, Eduard Bernstein, weke Marx, Engels, Lassell, Fichte, Hegel û hwd. li ser rengê dewlet û sîsteman dest pê kir. Pirsgirêkên weke, “teoriya sosyalîzmê”, “pirsgirêkên sosyalîzmê”, “sosyal demokrasî”, “dewlemendiya civakê”, “dewlemendiya çînayetî”, “netew-dewlet”, “dewleta gel”, “dewleta proleter” û hwd. dihatin nîqaş kirin. Piştî şerê yekemîn yê cîhanê, hendesyarên “netew-dewletê” bi rewîzyoneke ji îdeala mirovahiyê dûr û li ser bingeha termê utopya bextewariya jiyana hevreyî ya gelan, cîhan parvekirin û encama îro derxistin holê. Mîratzadeyên rewizyonîstên ku îdeal û utopya mirovahiyê kuştin, bûne hendesyarê komploya 15ê Sibatê û careke din xencer li kezaba mirovahiyê dan.
Gelê Kurd, îro 13. salvegera komploya 15ê Sibatê, mîna roja destpêkê, bi dijwarî û kiryarên cûda himbêz dike û dijberiya xwe jî bi çalekiyên cûda destnîşan dike.
Yek ji van çalekiyan jî Meşa Dirêj ya Kurdistaniyên li Ewropa bû û di atlasa dilê Ewropa de pêk hat. Meşa Dirêj ya Kurdistaniyan, da xuya kirin ku, her pirsgirêka mirovahiyê hevbeş e û tevahiya cîhanê alaqadar dike. Tu hêz, hêzên komploker jî di nav de, nikarin ji vê pirsgirêkê birevin û xwe ji berpirsiyarî û gunehkariyên li Kurdistanê diqewimin, xwe xelas bikin.
Di pêvajoya Meşa Dirêj ya Kurdistaniyan de, herî kem 650 siyasetmedarên Kurd li Tirkiyê hatin binçavkirin û girtin, herî kêm 20 ciwanên Kurd jî hatin kuştin û înfaz kirin. Tecrîda li ser Ocalan jî, kete meha 7an.
Berî destpêka Meşa Dirêj ya Kurdistaniyan, bi demekê, dîse li Kurdistanê 2 komkujiyên sucê mirovahiyê pêk hatin. Yek li Geliyê Tiyarê, ya din jî li gundê Roboskî. Li Geliyê Tiyarê li dijî gerila çekên kimyewî hatin bikaranîn, li gundê Robsokî jî, gundî bi komî hatin kuştin.
Yanî li Kurdistanê, bi gotina Tolstoy “wek heywanekî hov ku ji zincîrên xwe xelas bûbe” û çi werê ber kafûkûn bike; dewleta Tirk û desthilatdariya AKPê jî, bi desteka hêzên komploker, di çar demsalên salê de, çi ber dikeve kafûkûn dike. Vijdanê cîhanê, ku li hemberî “gamasî”yekî radibe ser lingan, li hemberî sucên mirovahiyê ku li Kurdistanê pêktên bêdeng e.
Meşa Dirêj, di 13. salvegera komploya navneteweyî de, li dijî vê anormaliyê şiyariyek dîrokî ye. Anormaliya ku huquqê gerdûnî, peymanên navneteweyî, nirxên mirovahiyê dikuje, datîne ber çavên raya giştî ya Ewropa. Di vê şiyariyê de, helwesta antî-faşîstên Alman ku ciwanên Kurd destek dikin heye. Di vê şiyariyê de cihgirtina parlamenterên Ewropî di civînên Kurdan ya çapemeniyê de heye. Piştî Meşa Dirêj û mitînga Starsbourgê, li Ewropa jî, wê sibe ne weke îro be. Ji ber ku, gelê Kurd, careke din da xuya kirin ku, pirsgirêka Kurd, pirsgirêka mirovahiyê ye û Ewropa nikare xwe ji vê pirgsirêkê xalî bike, bêrî bike û xwe bidê aliyekî.
Meşa Dirêj, parçeyek ji têkoşîna gelê Kurd e û ji diyalektîka dîrokê ne qut e. Em jî mecbur in, bûyerên dîrokî di çaçroveya diyalektîkê de binirxînin û şîrove bikin. Li kû, kengî û çawa? Meşa Dirêj, li Ewropa, di 13. salvegera Komploya 15ê Sibatê de û ji Cenewe heta bi Strasbourgê.
Cenewe doha Kurdan bû, Strasbourg îroja Kurdan e.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Bêdengî, gelek tiştan li pey xwe vedişêre.
Kurdan, di têkoşîna li dijî faşîzma kesk de, xwe tu caran bêdeng nekiriye. Êşa xwe diqîrin û bang li vijdanê raya giştî ya cîhanê dikin..
Êşa Kurdan ne tenê bedenî ye. Saziyên civaka Kurdan jî diêşînin. Yek ji van saziyan ROJ TV û Radyoya Dengê Mezopotamya ye. Ji sala 1995an û vir ve, dema MED-TV hate damezrandin û heta îro, êrîşên li ser telewizyonên Kurd ne hatine rawestandin. Telewizyon amûrê herî bi hêz yê medya ye. Dewleta Tirk, ji hêza medya kurd ditirse. Tirsa dewleta Tirk û desthilatdariya wê demê, bû sedema êrîşên dijwar û bi desteka hêzên navneteweyî MED TV hate girtin.
Kurdan MEDYA TV vekir. Êrîşên dagirker û hevkarên wan bi dawî ne hatin. Navenda, hevparên ku karên telewizyonên Kurd dikin jî li Belçîka ne. Dewleta Belçîka jî, di nava hevkariya li dijî Kurdan de cih digire. Polîsên Belçîka êrîşên ku bi navê “supîtnîk” di bîra gelê Kurd de hatiye neqiş kirin lidarexistin.
Piştre, berî ku Dadgeha Danimarka biryarê eşkere bike, Polîsên Belçîka, li dijî studyoyên ROJ TV û Radyoya Dengê Mezopotamya, êrîşeke dijwar lidarxist in. Di navbera gel û polîsan de şer derket. Di encamê de Dadgeha Danimarka biryara girtinê neda, lê cezayê peran da û tewanbariyek ne en cihê wê de kir. Ev zordestiya li hemberî huquqê navneteweyî û mafên gelê kurd bû. Li ser vê tewanbariya antî exlaqî û antî huquqî, hevpara Fransî Eutelsatê, bi biryarek yek alî weşena ROJ TV qut kir. Ev biryar, ne di çarçoveya rastiya bazirganiyê de bû, dîse binpêkirina huquqê Fransa û navneteweyî bû. Doh jî (02. 02. 2012) rûniştina Dadgeha Îdarî ya Fransa ku li ser dijberiya parêzerên ROJ TV pêk hat bû. Eşkere kirina biryarê hişte 10 Sibatê. Di huquqê bazirganiyê de, rojek, danek jî giring e, ji ber ku huquqê bazirganî, mafê bidestxistina kar, bêhtir ji mafên mirovan diparêze. Lê Dadgeha Îdarî, biqasî hevpara Fransî Eutalsatê, niheqî kir, 8 rojan weşana ROJ TV qutkirî hişt. Ev tê wateya ku ew hevparên produksiyonê ku ligel ROJ TV kar dikin, bi sedhezaran euro ziyanê bikin.
Lê ya balkêş, zordestiya piştî biryara yek alî ya hevpara Eutelsatê bû. Ji ber ku rêvebirên ROJ TV, ji bo weşanê bidomînin bi hevpara Intelsatê re peyman çêkirin û weşana ROJ TV li Rojhilata Navîn domandin. Hevkarên, ku di komkujiyên siyasî, kulturî, eskerî û sifîlan de, di karanîna çekên kimyewî de Tirkiyê destek dikin, zext û zor li Yewnanîstanê kirin û weşana ROJ TV ya diser Întelsatê re jî, qut kirin.
Bêguman ec zordestiyeke mezin e û li hemberî gelê Kurd jî ev zordestî di rengekî bê exlaqî eğ tê kirin. Lê dive ku Kurd zanibin, ew hêzên ku dibin hevparê Tirkiyê yên sucê mirovahiyê, di bin pê kirina kanunên bazirganî û mafên ragihandin û ramanê azad de, gelekî heyirî namînin.
Balkêş e, ku di van kiryarên li ser ROJ TV de, Tirkiye bêdeng e. Ev encama şîretên birayê mezin Emerîka ye. Helbet Kurd jî di nava xwe de dikelin û hêrsa li dijî vê zordestiyê di nav xwe de kom dikin. Helwet wê roj werê ku ev hêrsa di nava kela dijwar de, li dijî, niheqî û zordestiyê biteqe.
Helbet niheqî û antî-huquqiya li dijî gelê Kurd ne tenê girtina ROJ TV ye.
Siyaseta taybet ya li Imralî û di şexsê Birêz Ocalan de tê meşandin, gihaye asta komkujiyan û dergûş û çavkaniya (!) demokrasî û mafê mirovan Ewropa jî bêdezg e. Emerîka jî vekirî komkujiyên li dijî gelê kurd û siyasetên taybet yê di mer’iyetê de destek dike. Gelo raya giştî ya cîhanê wê heta kengî li hemberî van kiryarên komkujiyê bêdezg bimîne û pêl vijdanê xwe bike?
Kurdên li Ewropa, ji 1ê Sibatê û vir ve di Meşa Dirêj de ne û ber bi Strasbourgê dimeşin. Meşa Dirêj, wê di nava 18 rojan de, 400 kilometreyî bimeşin û di atlasê mêjiyê Ewropiyan de, nexşeyeke balkêş çêbike. Ji ber ku meşa Kurdan, bi kal, jin û ciwanên kurd, bi siyasetmedar, hunermend, nivîskar û gel, dibin serma tofanî de, wê biqasî dijwariya seqemê bandorê li bende û mêjiyê Ewropiyan bikin. Wê bibînin ku, bi hezaran Kurdên di riyan de, li destîniya xwe digerin û li dijî rekiha hêzên global, ku gelê Kurd, dûçarî qirkirinan dike dimeşin.
Ew hêzên global ku Rêberê Haraketa Azadiya Kurd, dîl girt û li Girava Imalî zincîr û lele kir; geh bi êşkenceya psîkolojîk, geh bi êşkenceya êrîşên bedenî, geh bi tecrîda 6 meh û nîvan mirina reş kirine pratîkê; siyaseta xiyaneta kurdan û kuştina kurdan bi kurdan kirine mer’iyetê, dixwazin destîniya destpêka sedsala bîstan bînin serê Kurdan.
Her çiqasî dinavbera hêzên Kurdan de, yekîtiyek çênebûbe jî, gel li çar parçeyên Kurdistanê bûye yek, di her firsetê de û li dijî her bûyerê mesajê didin ku gelê Kurd ne yê berê ye, di hestên neteweyî de bûye yek û di nava xwe de dikele. Li dijî zordestî û niheqiyên li ser gelê Kurd û saziyên Kurd, dijberiyên tund nîşan dide.
Kurd ne ji zordestî û êrîşên dewleta Tirk û desthilatdariya AKPê bêzar û neçar dibin; ji hevkarî û desteka hêzên navneteweyî, ji dîplomasiya navneteweyî û ji siyaseta navneteweyî, ku bi zulumkariyek derî însanî mafên gelê Kurd yê jiyanê binpê dikin bêzar û cigerbixwîn in.
Dive bê zanîn ku gelê Kurd bê telewizyon be jî, wê pirsgirêka xwe, di her qada jiyanê, siyasî, aborî, civakî, huquqî, seyran û geşta rojane de bike rojeva tevahiya Ewropa. Hêzên global û dîplomasî û siyaseta cîhanê nikare xwe ji sucê mirovahiya di şexsê Kurdan de pêk tîne xelas bike. Hêzên Global, îro ketine dewsa hêzên Mogolan.
Rewşa îro ya hêzên global ku ligel dewleta Tirkiyê, di her kiryara qirkirin û komkujiyên li dijî Kurdan de, mîna hêzên Mogolan kar dikin. Talanê dikin û qirkirinê dikin. Bê çawa Mogolan li seranserî cîhanê talangerî û kujerî dikirin, îro hêzên global, li Kurdistanê, ligel Tirkiyê, qikirina gelê Kurd dikin. Mogolan ji seriyan mînare çêdikirin; Tirkiye û hevkarî û desteka hêzên global, ji serê kuştiyên Kurd jî şikêran çêdikin.
Li geliyê Tiyarê 36 gerila bi çekên kimyewî hatin kuştin, ev şikêrek... Li gundê Roboskî, 34 gundî bi bombardumana balafirên şer yên artêşa Tirk hatin kuştin, ev şikêra duyemîn.. Li Amedê navenda JÎTEMê 26 qoqên seriyê mirovan hatin dîtin, ev şikêra sêyemîn... Mirov dikare van hejmaran zêde bike, ji ber ku her gora komî, şikêrek ji seriyê mirovên Kurd e.
Tê zanîn ku cografya Kurdistanê jî, bu gorên komî hatiye xemilandin.
Lê dîse jî ew nikaren destanên cengaweriya ciwanên Kurd, bidin rawestandin û têk bibin.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Dema min despêkê Fermandarê xwe dît, li beramber spehîtayî ya wî matmayî mabûm. Rihek reş û hemiz dêmê wî yê gewr û girover zû de nixwimandi bû. Cilên gabardîn çiqas xweşik li bejna wî ya bi ser navîn re kêmek dirêj û narîn dihatin. Hêlwesta wî ya bibiryar, xîtaba wî ya kişandvan, dêmê wîyê her tim bixende di dilê her hevrêyên wî de textê hes kirinê ava kiri bû. Û ew bi her tişên xwe ve viyane ji pola, milîtanek yeman, fermandarek jêhatî, mêhrîdarê gel û çiya yê xwe û tîrojek dijwar yê Roja xwe bû.
Sal 1994 bû. Dawiya meha bûk ya biharê bû. Li Gorengeha Xanê xanan li Şaxa Hevlêr govendek mezin dizivirî. Ser û binê dîlana şervanên azadiyê diheja. Dengê ji şervanan bilind dibû dengê robarê Nêrdoş di dewisand û xwe di bedena Birca belek de vedida. Hevalek bejna wî kêmek ser navîn re dirêj, rihek reş dêmê wîyê gewr û girover nixwimandî bi hemû hunera xwe serê govendê dihejand. Cara ewil bû, wî hevalî dibînim û navê wî jî min nizanî. Wekû kes ez ne reqasvanek baş bûm û girêdayî vê min pir ji reqsê jî hes ne dikir. Lê, kişandvantiya sergovendî ya wî bê hemd ez kişandim û çûm destê wî. Lê, li hember hunera wî ya pêşketî ya reqsê kêmzanîna min û bejna wî ya narîn qama min ya qut ez zû şermezar kiri bûm. Piştî kêmekî raman bûm ku qunsentra wî jî xira dikim û bi şermokî min govend berda bû. Piştî wê kêmekî ji hevalan fêr bûm kû Berpirsê Qada Gabar Hevalê Xebatê Merkezî ye.
Cara ewil li Bîra Askê, li Xala Fermandarê Fermandaran Hevalê Egîd, lê biryara serhildanê dayî bifermandarê xwe re hevnas bibûm. Dîsa heman wekî îro, Roma Reş bi hemû derfet û karîna xwe êrîş dikir. Dîsa nevîçîçirkên Hûlago tirkîtiya xwe dikirin. Jixwe li gundan kevir li ser kevir ne hişti bûn, Kurd’an gundan terikandi bûn û herêm ji xwecihan vale kiri bûn. Vê carê wekû pêwîstiya dagirkeriya xwe, dora gêrîla bû. Her kevirek yê Çirav’ê bi dehan gule û her girikek yê wê bi dehan top û qazan dihingavtin. Di dilê xwe de yê wekî bapîrê xwe kiri bûna û her kesê kû ji zulm û zordariya wan re stû xahr ne kirî qetlê wî wacip bû. Aha di vê demê de min fermandartiya Hevalê Xebat- Xebatê navendî, an jî bi navê xwe din Xebatê Dêrikî nas kir.
Kit mitên tayin spî ketibûn serê wî. Cilên gabardîn li ser bejna wî ya narîn, zirav û ji dirêja tê hijmartin dilerizîn. Baweriya wî ya ji pola, wekû coş û kelecan vedida dêmê wiyê gewr. Li gel hemû êrîş, tengayî û bê derfetiyan, ew jêdera coş, moral û ruhê serkeftinê yê hevrêyên xwe bû. Di şer de fermandarek bê eman, di jiyanê de hevalek dil fireh û di rêwîtiyê de pêçvanek rehwal bû. Erk û peyaya wî çi dibe bila bibe her tim li pêş bû. Di çepera pêş de şer dikir, di rêwitiyê de pêşîvan bû. Wisa fêrî jiyanê bibû û wisa jî xatir xwestin.
Dema min cara dawî li Xinêre dîtî, serê wî nîv bnîv spî bibû, rih û simbêlên xwe qusandibûn lê, ji spehitayî, rû kentî û ji pêşîvantiya xwe tiştek winda ne kiri bû. Hesûdî bûm! Min di dilê xwe de goti bû; “yêkbûyîna bi baweriya xwe re û çiyan mirov ciwan dihêlin”. Û wisa jî bû. Ew nîşeneya têkoşertî, berxwedan û viyana pola ya bîst û çar sala bû. Her xetek ya rûyê wî, her mûyek spî ya di pora wî de şahidê boyerek destanî ya deşt, çiyan û baniyên Kurdistan’ê bû. Kehniye ya Kurdistan’ê nema bû ku jê av ne vexwarî, çiyayek ne mabû bidehan berxwedanên destanî li ser jiyan ne bûyî. Bost bibost, gav bigav pîvabûn ev çiya û banî ruhê wîyê rehwal.
Fermandarê min; şîrovevanê rastiya rûyê reş ya Welatê Stêran yê herî mezin Mîrê Murada ye û hevrêyê wiyê herî nêzîk jî tuyî. Li ber ronahiya Mirê Muradan li dijî vê toqa naletê têkoşîna herî yeman û dijwar te da. Xiyaneta hê ji Enkîdo destpê kirî tu carî pêsîra dildarên azadiyê bernedan, têkoşertî ya te û te jî bê merîstiya wê baş nas dikir. Em tim hizirî bûn ku ev toqa naletê li Kurdistan’ê êrsiye û em wisa ji rastiya me dûr xistibûn. Lê, we bi têkoşertî, berxwedan û lehengtiya xwe ev berevajî kir. Êdî xiyanet, li welatê Rojê diperpite û li ber sekeratêye. Ji xwe jêdera vê bê mehwertiya xiyanet û afrenêrên wê eve.
Bê goman bi destê van rureşan, xwilam û xerbendeyên dagirkeran çûyîna bihezaran mêrxas û dawiya wan êşek bê pîvane. Diyare ev dêwê bê merîs, ev toqa naletê, ev rûreşiya mirovatiyê, ev xencera bê bext li ber sekitînê jî xetere.
Memostayê min; bêjim hêstên min ne kelîn, dilê min tijî xwîn ne bûye ne raste lê, ne girîm. Ji bû, ne girîm dîsa min Mîrê Muradan û awrên we yên bibiryar anî ber çavên xwe. Lê, mêhr (mêhla)a te li min dide û mêhrîdarê teme. Wekû Gelê Kurdistan, herî zêde me ji destê van bê bextan kişand. Hê ji Enkîdo, Herpagos heya bi Abdulah Bedro xirabî û bê bextiya ne kirîn nema.
Qedab lê bibare, sed carî qedab.
Min ristek ya li ser Helpçe hatî nivîsandin de xwendi bû. Ristvan, di hevokek ya xwe de goti bû; “ Kes nîne jêke destê vî dêwî”. Di rastiyê de di bin ronahîya Mîrê Muradan de û bi berxwedan û têkoşîna we dest û lingên wî hatine qut kirin û ruhê wî yê bê merîs jî li ber mirinê ye û yê bimre.
Bi ked û berxwedana we, bi evîn û mêhrîdariya we; li welatê Stêran Xwidawend, li welatê Mîrê Muradan muradxwaz, li warê nan kedkar û li welatê mêhrîdaran evîndar bila şadbin.
Evîndarê azadiyê, mêhrîdarê Rojê, dildarê gel û çiya yên xwe, fermandarê hevrêyên xwe here, ûxira te ya xêrê be!
Lê, mêhra te dikim, mêhra bêhna te ya li Botan, Amed û Xerzan li min dide!
Hewar GABAR
- Ayrıntılar