Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 9’ê Tîrmehê de li navçeya Colemergê li Şemzînanê li dijî Bêgûza û Salara ku bi ser Herêma Herkiyê ye ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon a li herêmê hîn jî berdewam dike.
- Ayrıntılar
Basına ve Kamuoyuna!
1. 9 Temmuz günü Hakkari’nin Şemzinan ilçesine bağlı Herki bölgesinde bulunan Bêguza ve Salara mıntıkalarına yönelik olarak TC ordusu tarafından bir operasyon başlatılmıştır. Operasyon halen devam etmektedir.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re’
Di 8’ê Tîrmehê de di navbera saet 14.00-15.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî herêma Ertûş û Geliyê Kinyaniş ku bi ser Zapê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 6’ê Tîrmehê de di saetên êvarî de li Mûşê li dijî herêma Koxê ku bi ser Gimgimê ye ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyon a li herêmê hîn jî bi rengê kemîn û keşfê berdewam dike.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 7’ê Tîrmehê de (îroj) di saet 04.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Gundên Stûnê, Kiyê û Şetanûs ku bi ser Zagrosê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di van êrîşan de ji aliyê Artêşa TC’ê gazek spî ya piştî diteqe bi qasî 100 metrê ye belav dibe hatiye avêtin.
- Ayrıntılar
Her demsalek di hindirê xwe de cîhaneke nepenî dihewîne. Cîhan jî bi xweşikbûna her demsalekî re çavê xwe ji nû ve bedlike û derdorê xwe temaşedike. Mîna zarokê ji nû ve di deryaya çavê dayika xwe de wata jiyanê hîs dike. Jiyan jî hebûn û hestên xwe bi van demsalan tîne ser ziman û bi her demsalekî re jî mirovahî xwe nû dike û şerê jiyan û mirinê ji nû ve destpêdike. Xweza bi bedewbûna xwe mîna heyva çardeşevî rêwîtiya kerwanê azadiyê dike.
Havîn jî bi ked û xwîdana xwe, li deşta rojê meydana şahsiwarê gerdûnê digerîne û li pey xwe kefenê mirinê diçirîne. Qêrîna Zivistanê bi tûndî dixwaze serdestiya cîhanê bike û li ser erşê ezmanan rûne. Pelçemokê daristanan jî li ser şopa payîzê serhildan û qêrîna gelan bi rê têxe.
Lê di nava giyan û xweşikbûna van çiyayan de, jiyan xwe bi rengekî cuda tîne ser ziman. Xweza bi gerîla re rêwîtiya jiyanê dike û gerîla mîna koçerekî bi her demsalekî re govenda zayînê digerîne. Mîna baz û pez koviyan ew hêlîna xwe li navsera çiyayan dihûnîne û tîrêjin rojê hembêzdike. Li ser dêmê xaka kevana zêrîn û li ber bejna simbilên bi xêr û bereket dilan sermest dike .
Erê! Gerîla evîndarê jiyana xwezayî, deng û rengê wê yê bê mirin e. Mîna ava çem û deryayan tim jiyanê zindî dikin, ji çiyayan bilintir û ji deryayan kûrtir, mîna Buharê bi xeml û xêlin. Ew dengê xaka pîroz, keskesora Cûdî, Gabar û Zagrosan e û mîna şahdemarê giyan û jiyanê, bi hev re bûne dost û heval. Mîna pepûleyan ji çiyayekî ta çiyayekî û ji gundekî ta gundekî, bi yek dil û vîna xwe, bedena şûn waran dixemilînin. Ew in diyariya xaka bereket û hebûna gelê bindest. Ji bona wan sar û serma ne xeme, ji ber ku dilê wan her dem germe û ji bona azadiyê her tim lêdide. Çiya ji bona wan dîroka zayîna insan e, roj û şevên wan mîna şewqa stêrkan tim geşin û diçirisin. Rêwîtiya wan a jiyanê, mîna mîlê demjimêrê, tu rawestgihan ji bona xwe nasnake. Ji ber ku tama jiyanê li cem wan û di nava bedena wan çiyayan de pir cudaye. Ji ber ku mirov di nava jiyana gerîla de ji nû ve xwe nasdike û bi keda destê xwe û vîna azad jiyan dike û her hewildanê mirov ji bona efrandina jiyaneke nûjen e. Weke din mirov di eynika rastiyan de xwe ji nû ve dibîne û jiyanê mîna dayikekî bi hemû hêza xwe hembêz dike. Ev jiyan mîna xwezayê her tim zindî ye û ji mirovan re dibe guh, çav û ziman. Mirov tê de bi çavê xwe xweşikbûna jiyanê ji nû ve hîsdike, bi zimanê xwe jî ji nû ve peyvan li pey hev rêzdike û rastiya vê jiyanê li ser rûpelên dîrokê xêzdike. Mîna wêneçêkerekî bi teliyên xwe yê zêrîn li ser bedena xaka pîroz wêneyên zindî xêz dike.
Her tiştê vê jiyanê, ji bona wan hesan dibe, ji ber ku amacê wan mezinin û hêviyên wan yê jiyanê mîna çiyayan bilindin û mîna deryayan kûrin. Di şer û cengê de mîna lehengan meydanê dixwînin. Ne germahiya Havînê bi dijwariya xwe û ne jî bayê Payîzê û berfa Zivistanê bi sir û seqema xwe zora wan dibe. Ji ber ku ew di deryaya dilê xwe de hêviyên Buharê dihewînin û mîna berfînan berxwedan bûye parçek ji jiyana wan.
Jiyan bi xwe ji bona wan qada perwerdeya herî mezin e, ji bona wê hemû demjimêrên jiyana wan bi kar û xebatê dagirtî ye. Bi şev û roj û di her şert û mercan de ew xwe perwerde dikin, mîna ava ku ji bin belekiyê berfê dizenzile û li ber tava Buharê diçirise û ber bi dol û newalan ve diherike. Ew jî bi rêya perwerda ku dibînin dil û mejiyê xwe paqij dikin. Rêwîtiya wan rêwîtiya azadiyê ye û mîna pêlên deryayan tu sînoran ji bona xwe nasnakin.
Her demsala Zivistanê ji bona wan destpêkeke nû ye û vegotina hemû demsalan xwe di hindirê wê demsalê de tîne ser ziman. Ji ber ku ew jî mîna xwezayê di her Zivistanekî de xwe ji bona zayînekî nû amededikin. Piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj, ji nû ve xwe ji bona nûrojeke bi serkeftî bi rêya perwerdê û ji nû ve avakirina kesayetê, xwe bi hêz û vîn dikin. Ji ber ku ew jî mîna her zindiyekî li ser rûyê vê xakê jiyan dike, bi hazirî û tevdîr tev digerin. Ji bona wan demsala Zivistanê demsala perwerde û amedekariyê ye. Lewra di vê demsalê de, xwe ji nû ve di ber çavan re derbasdikin, kêm û kurtiyê xwe nasdikin û mîna avzêmê xwe her tim nû dikin. Bi coş, heyecan û kesayeteke nû, rêwîtiya xwe didomînin û mîna birûskê dixwazin cîhanê bi remanê xwe ronîbikin û sînorên di nava dilan de bihelînin.
Li ser çiyayan mîna kovî û xezalan govenda zayînê digerînin. Li ser dijminê xwe de mîna şûrê Guhderz û gurzê Rustemê zar dijwar û bi hêrsin. Bi kêf, şadî û bi dilekî tijî evîn mîna gulên Buharê, cîhanê tev hembêzdikin. Her tim xwe bi rext û fîşekan dixemlînin, ji bona wan çek mîna parçeyekî ji canê wan e û weke ku ew dibêjin bê wê dijmin nayê rê. Ji bona vê yekê her tim ew dixwazin, bi rêya perwerdeya ku dibînin hîn bêtir hakimiyeta xwe hem di milê şer û hem jî di milê jiyanê de xurtbikin. Ew çeka ku li ser dijminan de her tim mîna dojeh û qebristanê ye û ji bona dost, heval û gelan roja cejn û tolhildanê ye. Ji bona wê, ew di şerê xwe yê jiyanê de, ji bona xwe tu qeyd û bendan nasnakin. Bi qêrîna xwe dîwarê zindana tarî li ser dijmin de dihilweşînin. Bi deng û agirê çek û remanê xwe neyar û dijminan dişewitînin.
Ji bona wan her demsaleke Zivistanê amedekariya Buhareke nû ye, ji bona vê yekê ew xwe ji her milî ve ji bona şer û cenga giran amede dikin. Mejî û dilê xwe bi rêya perwerdê paqijdikin û dixwazin ji bona Buhareke nû di meydanê de li beramberî dijminê xwe serkeftîbin. Mîna roja ku tariya zilm û zordariy serdestiyê tar û mar dike. Ew jî bi hatina her Buharekî re bi xwîna xwe ya dikele û hestên xwe yên ku bi asoyên azadiyê av dane serçopiya jiyanê dikşînin.
Erê ew gerîlane, mîna evîna pepûle û gulan û heskirina çeman ji deryayan re, her tim bi hêviya xwe gihandina rojên azad tevdigerin. Ji ber ku azadî di serî de ji bona xwezayê û her zindiyekî ku di nava vê xwezayê de dijî pêdiviyekî jiyanê ye û ew mîna av, nan û henaseyê, ji her mirovekî re pêwîs e. Ango her insanekî dikare bê av û nan heyanî demekî jiyanbike, lê nikare bê azadî jiyanbike, ji ber ku mirovê azad bibêje ku ez mirov im.
Dibe ku jiyana gerîla hatibe bihîstin û guhdar kirin an jê bi dîmenan hatibe temaşekirin. Lê ev tevger tevgera şehîdan e û tenê yê ku di nava van rastiyan de jiyan dikin û her roj ji bona jiyaneke azad li beramberî mirinê şer dikin û li ber xwe didin, hîn bêtir wata vê jiyanê nasdikin, hîsdikin û bi dil, can û vîna xwe ya azad hembêz dikin.
Ahmet Azad
- Ayrıntılar
Di civakê de ciyên ku jin di bin siya zilam de jiyan neke, nînin. Her gaveke ku jin tavêje, misoger ji milê zilam ve tê çavdêrkirin. Ev nêzîkatiyên ku li hemberî jin têne pêşxistin, çavkaniya xwe ji ferasetên gelekî paşketî digire. Di bin navê parastina jinê de zilam mafê xwe dibîne ku her nêzîkatiyekî li hemberî jinê bide raberkirin. Mînak li Îranê sîstema meleyan zewaca keçan di neh saliyan wan de, kirine zagon. Ev zagon jî bi mentiqê; şeytan di jinê de heye û pêwîste di temenekî biçûk de têkeve bin siya zilam de, yan jî wê jin zerarê bide civakê, hatiye derxistin. Ev nêzîkatî ne tenê di Rojhilata Navîn de tê kirin. Dewleta ku herî zêde xwe pêşketî dibîne, bi rê û rêbazên herî zirav ruh, mejî û dilê jinê dide şûştin. Pergala ku di bin navê exlaq, şeref û namûsê de jinê di nava çar dîwaran de dide girtin û pergala ku di bin navê em azadiya jinê didinê, wê ji cewher û civaka wê dide dûrxistin, çi cudayî di navbera wan de heye, di encam de pergala desthilatdar bi rê û şêwazên curbecur jinê ji cewherê wê dide dûrxistin û wê di nava pencên koletiyê de difetisîne. Rewşa ku niha jin di civakê de jiyandike, komkujiy e. Gava ku jinek di bin navê parastin, şeref û namûsê de tê kuştin, tê tecawizkirin, di malê de tê rizandin, ma qey xema zilam e gava ku wan dîmena temaşe dike. Dibe ku li xweşiya wî jî diçe, gava ku li wan dîmenan temaşe dike. Jin gava ku tê recm kirin, zilamên ku wê jinê mirov nabînin û mîna şeytan lê dinêrin, keviran tavêjin wê, jinên dîtir jî di quncikan de bi tirs û xof li wê komkujiyê dinêrin. Êş û janên ku jin bi destê zilam û pergalê dikşîne anceq jin hîsbikin, ji ber ku ew jî jinin. Pergal hemû riyên ku lêgerînên azadiyê di jinê de bide pêşxistin, dixetimîne. Gava ku Rêber APO derî ji tevlîbûna jinan re vekir, artêşbûn û tevgera azadiya jinê da avakirin û bi taybet yekîne û tabûrên xweser dane avakirin, armanc jê ew bû ku wan riyên li pêşiya azadiya jinê hatine xetimandin, vekirina wê bû. Yekîneyên jin jî ji ber vê yekê hatine avakirin. Pêdiviyekî jinê yê giyanî heye ku di yekîneyên xweser de jiyanbike. Cihekî ku jin û zilam bi hev re jiyan bikin, ne mumkine ku zilam destor bide ew jin îradeka serbixwe di xwe de bide avakirin. Lê belê hevalên jin li hemberî vî nêzîkatiyê zilam bûne xwediyê helwestekî û nepejirandin e. Di avakirina yekîneyên xweser de jî, ji milê zilam ve astengî hatine derxistin. Lê belê hevalên jin di şer, di şert û mercên herî zor de yekîneyên xweser avakirin e. Li Botanê di şert û mercên herî zor de û di donemên şer de yekîneye hevalên jin hatiye avakirin, bi serê xwe gêrîlayetî dikin û li ser dijmin çalakî lidardixînin.
Di yekîneyên xweser de perwerda bîrdozî û leşkerî heye. Lê belê ji bona hevalên jin perwerde ne tenê eve. Perwerde di çûyîna wezîfeyekê de, bi hev re xebatkirin, parvekirin û bi hev re li beramberî zor û zehmetiyan têkoşînkirin, pewerdeyeke jiyanî ye û ji bona hevalên jin girîng e. Gava ku em karekî dikin, dibe ku zoriyên xwe hebin, lê belê di encam de em bi hêza xwe dikin û dema ku em di wî karî de hestên serkeftinê dijîn, hingî em wateya jiyanê hîsdikin û bawerî didin hêza xwe ya kesayetî. Êş û kêfxweşiyeke ku hevalên te yên jin jiyan dikin, tu bi wan re parvedike, ev jî moralekî mezin dide mirov. Di perwerdê de hevalên kesayeta hevdû analîz dikin û bê tirs û xof hevdû rexnedikin. Çûyîna hevalên jin li yekîneyên xweser ji bona ku li hemberî kêmasiyên xwe yên bîrdozî têkoşîn bikin. Ew perçebûna ku pergala deshilatdar di mejî û dilê me de, daye avakirin pêwîste di yekîneyên xweser de em ji wan nesaxiyan rizgar bibin. Yekîneyên xweser ji bona hevalên jin mîna Akademiyên jinin û pêwîste em wisa jî binirxînin. Ji bona ku ev yekîneyên xweser werin avakirin, gelek hevalên jin canê xwe fedakirine. Her çiqasî di avakirina van yekîneyên xweser de zorî kişandine, lê belê liber xwe dane û bi serketine.
Dibe ku kesek zû bi zû bawer neke ku jin çawa bi serê xwe di çiyan de jiyandikin. Her şervaneke nû tevlî nava refên gêrîla dibe, dibêje “min bawer nedikir ku ew qasî derfetên gêrîla hene”. Girêdana hevaltiyê ya di nava gêrîla de bala wê dikşîne. Her kes meraq dike ku tevlî yekîneyên xweser bibe. Hevalên jin jiyana xwe bi rêxistin dikin. Bi xwe karê xwe didin meşandin. Her xebatek bi rengê jinê tê xemilandin. Di nava wê xemlandinê de gelek hestên ku tu jiyandike zû bi zû bidestê te nakevin. Tu bi salan li yekîneyên xweser jiyanbike tu naxwaze jê derbikev e. Yekîneyên xweser ji bona her jinekê tiştekî nûye. Di civakê de zû bi zû tu nikare bi ser xwe jiyanbike, ev yek ruhê jinê tengav dike. Lê belê di yekîneyên jin de her hevaleke jin dikare xwe bide îfadekirin û îradekê di xwe de bide avakirin.
Hevalên jin serê sibehê bi hev re radibin û piştî ku içtîma xwe dikin, diçin werzîşê. Di werzîşê de lîstokan dileyîzin û carne jî ji xwe re dîlan dikin yan jî li arazî digerin. Lê belê piştî ku werzîşê bi dawî dikin her yek diçe darekî ji bona xwarinpêş tîne. Her kes diçin tîma xwe û xwarinê dixwê. Kîjan tîm zîreke berî ya dîtir xwarina xwe dixwê û berî biçin perwerdê tîmên xwe paqijdikin. Hevaleke ku di nava yekîneya xweser de bê deng be zû tê naskirin, jiber ku bi zîndîbûna xwe ya jiyanê têne naskirin. Ber êvaran ve jî gelek caran diçin foleybol dileyîzin. Di her karekî de bi hev re ne. Ji ber vê yekê mirov zû bi hevalan ve tê girêdan û nikare ji wana dûrbikeve. Hemû hevalên jin pêşniyar dikin ku biçin yekîneyên xweser. Her hevaleke ku ez wê nasdikim ez dixwazim ku ew jî di nava vê bedewbûnê de jiyanbike. Keçên Kurd yên ku bi salan ked didin û diwestin, dibe ku rojekê van hest û bedewbûnê jiyan nekin, ji ber ku jiyana tê de jiyandikin bi rengê zilam e. Lê belê ya girîng ewe ku mirov jiyana gêrîlayên jin meraqbike û jiyanbike.
Dunya Cemîl
- Ayrıntılar
Rastiya çalakiya hevala Zîlan, giyan û hebûna jina Kurd a azad û canfida dide belîkirin, ew jina ku bi bîrdozî û felsefeya Rêber APO xwe bi çek kirî ye û li her qadê bûye deng û rengê jiyana azad a ku xwe gihandiye asteke ku bikaribe pêşengtiya jina Kurd û jina cîhanê bi tevahî bike. Ew hişmendiya bi 5000 hezar sal li ser mejî û vîna civakê bi rêve dimeşe û bi taybet jî li ser jinê bi hemû şidet û dijwariya xwe tê meşandin, hevala Zîlan bi yek dengî û bi yek pêngavekî ew hilweşand û mîna xwedavenda rêya azadiyê bi xwîna xwe jiyaneke nûdemî xêzkir û ji bona hemû jinên Kurd û cîhanê mîna manîfistoya azadiyê bi ronahiya hizir û remanê xwe li ser rûpelên wijdanê mirovahiyê dîrokeke bi vîn û hebûneke azad hûnand. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku çalakiya hevala Zîlan, Birîtan û bi sedên jinên Kurd yên canfida em gihiştin van rojan û dema em dibînin ku di roja me ya îro de bi sedê jinên Kurd navê xwe kirine Zîlan, Birîtan, Bêrîva û Şîlan û berê xwe dana serê çiyayên Kurdistanê ji bona gihiştina jiyaneke azad û bi romet ev yek jî di serî de girêdayî çalakî û kesayetên mîna hevala Zîlan û bi sedê hevalên mîna wê ne. Ango mirov dikare bibêje ku Zîlan, Birîtan û Viyan bûne bi hezaran û hemû ketine ser rêya çiya û li azadiya xwe digerin, ji ber vê yekê em Zîlan ne mîna kesayetekî digrine dest, lê belê em mîna civakekî û manîfistoya azadiyê digrine dest û em her tim bi vî rengî dinirxînin.
Ji ber vê yekê her mirovekî azadîxwaze pêwîst e ku rastiya kesayet û çalakiya hevala Zîlan bi dil û remanê xwe hîsbike û lêgerîna wê ya rastiyê û azadiyê baş bibîne û pêwîst e ku her mirovekî azadîxwaz çalakiya hevala Zîlan ji bona xwe mîna rêbazekî sereke yê jiyana azad bibîne û her tim wê di nava jiyana xwe de zindî bihêle. Ji ber ku hevala ZÎlan mîna volqanekî bi ser dijmin de çû û li beramberî hemû êrîşên dijmin yên hovane bi dil û mejiyekî mezin û bi giyanekî cangorî xwe ji bona gelê xwe fedakir. Li gorî vê yekê rêbazê çalakiya hevala Zîlan cewherê şerê şoreşgerî yê gel dide xuyakirin û bersiva ku hevala Zîlan dayî dijmin, pêwîst e ku em ji bona xwe bêxên bingehê şerê şoreşgerî yê gel. Çalakiyên mîna hevala Zîlan û Birîtan mirov nikare wan bi gotin û nivîsan bîne ser ziman û mafê wan bi cî bîne. Ji ber ku ew çalakî cihekî xwe yê cuda di dîroka şerê gerîla û tekoşîna rizgariya netewa gelê Kurd de digre.
Di demeke ku têde dihate gotin, di hindirê şerê gerîla de xwe dubarekirin û tengasî di warê tektîkên şer de tê jiyankirin, çalakiya hevala Zîlan da xuyakirin ku gerîla di her şert û mercan de dikare şer pêşbêxe û gelek tektîk hene ku gerîla dikare bi rêya wan şer bide meşandin û hîn di asteke jor de gohertineke bingehîn di warê tektîkî, rê û rêbazê şer de bide meşandin. Hevala Zîlan di kesayeta xwe de da belîkirin ku dema mirov bi armenca xwe ve girêdayî be û hizrandina wê/wî li ser kar, xebat û şer hebe dikare her tektîkên şer pêşbêxe. Çalakiya hevala Zîlan jî mirov nikare mîna çalakiyeke leşkerî bigre dest. Ji ber vê yekê pêwîst e ku mirov hevala Zîlan mîna sekna azadiyê, tevlîbûna jiyana azadiyê û lêgerîna heqîqetê bigre dest. Hevala Zîlan bi çalakiya xwe berxwedana jina Kurd careke din zindî girt û rastiya wê di kesayeta xwe de da belîkirin û li beramberî zihniyeta serdest û dijminê hov yê ku ji derveyî zimanê şer û agir tiştekî nizane bersiveke dîrokî bû. Ji bona ku mirov Zîlan nasbike pêwîst e ku mirov rastiya jinê ji dîrokê ve bigre dest û ji her milî ve nirxandina wê bike. Ji ber ku Zîlan di serî de rastiya xwe û rastiya dîroka xwe naskir, rastiya jinê û civakê naskir û li gorî vê lêgerîna wê ji bona heqîqetê pêşket û hîn bêtir rastiya Serokatiyê naskir. Ji ber vê yekê herçiqasî ku mirov pênaseya vê yekê bike hîn kêm dimîne, li gorî vê yekê berxwedana ku di hindirê gel û gerîla de pêşketî bandora çavkaniya xwe ji çalakiya hevala Zîlan digre. Li gorî vê yekê û tişta ku mirov dikare ji çalakiya hevala Zîlan derxîne holê ew e ku kesayetek dema ku bi xwe bawer be û xwe bi hêz û bawerî bike wê demê dikare her tiştî bi ser bêxîne. Ji ber vê yekê çawe ku çalakiya hevala Zîlan li darxistî li beramberî bêbextî û reşkujiya ku li hemberî Rêber APO hatî meşandin bû. Lê di dema me ya îro de jî hîn ev bêbextî û bi rengekî berfirehtir û bi hemû leza xwe tê meşandin. Li beramberî vê yekê pêwîstî bi berxwedan û tekoşîneke bêhempa li beramberî dijmin heye û her mirovê azadîxwaz pêwîst e ku cihê xwe di nava vê pêngava şerê şoreşgerî yê gel de û bi hemû hêz û vîna xwe bigre. Li gorî vê yekê Zîlan cihê xwe mîna tanricekî di nava bizavê de digre û ji bona hemû jinên Kurd mîan Sembola canfidabûnê û azadiyê bi dest tê girtin. Ango mirov dikare bibêje ku li bermaberî van hemû êrîşên ku li beramberî gelê Kurd û Serok APO têne meşandin, pêwîstî heye ku ji her milî ve li beramberî wê seknandin pêşbikeve û ji heft salî heyanî heftî salî cihê xwe di nava vê tekoşînê de bigre. Ji ber ku dem hatjye ku gelê Kurd û bi taybet jî jina Kurd li beramberî vê zor û desthilatiya ku li ser tê meşandin serî rabike û hîn bêtir şer û tekoşîna xwe bide meşandin.
Çalakiya Hevala Zîlan û li gorî ku Rêber APO anî ser ziman, mîna çalakiyekî bîrdozî û siyasî bi dest tê girtin, ji ber ku ew çalakî ji bona me mîna Xetekî bîrdozî tê nirxandin û heyanî roja me ya îro jî em li ser vê xetê û rêyê tekoşîna xwe didine meşandin. Herçiqasî ku dem û zemanê çalakiya hevala Zîlan gelekî giring bû, ji ber ku hevala Zîlan di dilê dijmin de li dijmin da. Lê ji beriya wê jî hevala Zîlan di jiyana xwe de jî ev şer dida meşandin û di vî şerî de serkeftin bi pêkanîbû. Nameya hevala Zîlan jî ji bona tevgerê tevahî mîna manîfistoya azadiyê tê pejirandin.
Çalakiya hevala Zîlan di hindirê xwe de rastiya şerê şoreşgerî yê gel dihewîne û rastiya kesayeta PKK'ê ya ku ji derveyî serkeftinê ji bona xwe tiştekî din napejirîne dide raberkirin. Ji ber ku hevala Zîlan rastiya Serokatî, PKK'ê û wata azadiyê û rastiya jiyana azad baş nasdikir. Ji bona vê yekê ew bi armenca xwe ve heyanî dawiyê girêdayî bû û ji bona gihiştina armencê tu sînor û asteng ji bona xwe nasnedikirin. Di dawiyê de mirov dikare bibêje ku çalakiya hevala Zîlan rêya azadî û vîna gelan e.
Hamid Dêrik
- Ayrıntılar
Cangorî û pakrewanên gel cihekî xwe yê cuda di dîrok û dirêjiya mirovatiyê de digrin. Ji ber ku ew tevahî jiyan û hebûna xwe fedayî doz û azadiya gelê xwe dikin û amaca wan ew e ku rojên xweş û azad ji bona gelê xwe û tevahiya mirovahiyê bidin avakirin. Gelê Kurd jî mîna hemû gelên cîhanê bi hezarê qehreman û lehengan di vê rê de fedakirin e. Ji van hevalê ku bi xwîna xwe dîroka gelê Kurd zindî kirin û bedena xwe kirin pir ji bona ku gel sere derbasî jiyana azad bibe, serfermandarê mezin û yê efsanewî hevalê Egîd, Birîtan, Zîlan, Seyd Riza û bi hezarê şehîdên pakrewan yên ku bi xwîna xwe xaka welatê kevana zêrîn avdane û li ser bedena çiyayê Cûdî, Zagrosan û Munzira bi tîpên zêrîn navê xwe xizkirin e.
Yek ji van stêrkên geş yên ku li ezmanê ciwantiya şoreşa PKK'ê her tim wê geş bimîne û biçirisîne, hevalê Seyd Riza ye. Hevalê Seyd Riza bi eslê xwe ji Dêrsimê, navça Mazgirtê ye, di sala 1988'an de jidayikbûye, ew kurê herî mezin bû di nava zarokên malbatê de. Xwendina xwe jî heyanî dibistana Amadeyî temamkiribû, hîn temenî wî di navbera 16-17 salî de bû lê wî kar û xeatên di nava DHPê û ciwanan de dida meşandin. Heyanî demekî li Istembolê dimîne û piştê wê berê xwe dide Dêrsimê û tevlî nava refên gerîla dibe. Hevalê Seyd Riza di sala 2004'an de tevlî nava refên gerîla dibe û li heremên Elî boxazî, ovaciq, Rojavayî merkeza Dêrsimê, kar û xebatê dide meşandin. Ji sala 2004' an û hayanî 2009'an li van qadan kar û xebatê dide meşandin. Ji sala 2009'an û şûn ve derbasî herema Qoçgirî dibe, piştî wê jî derbasî milê Behra reş dibe.
Tevlîbûna hevalê Seyd Riza di demeka wisa de çêbû, ku hem ji derv e û hem ji hindir ve êrîşên giran li ser tevgerê dihatin kirin û li qadeke mîna dêrsimê gel gihiştibû wê astê ku bipirse; gelo ma qey wê şer careke din were meşandin an na. Ji ber ku rewşa heyî li cem gel goman û şik didane avakirin û ji her milî ve tevlîbûna nava refên gerîla rawestiyabû. Lê hevalê Seyd Riza di demeke wisa de tevlî nava refên gerîla dibe û dixwaze ku bi pêngava 1'ê Hezêranê re bikeve ser rêya şoreşê û ji wê gavê re bibe bersiv. Navê xwe jî ji navê Seyd Riza (Serdar Morson gul) digre û ji bona ku bikaribe bi kesayeta xwe cihê wî hevalî dagire, çeka wî hildigre û şopa wî digre û dikeve ser rêya azadiyê û tekoşîna xwe dide meşandin. Her tim di nava awirên çavê xwe de hevalê Ş. Çayan mîna gerîlayekî bi heybet dihewand û her tim ew bibîrtanî. Ji ber ku hevalê Ş. Çayan hem ji milê bejn û bala xwe ve hevalekî bilind bû, weke din jî ji milê têgihiştina xwe ya bîrdozî û siyasî jî gelekî xurt bû û hevalekî têgihiştî û zanebû. Ji ber vê yekê dema ku hevalê Seyd Riza tevlî nava refê gerîla dibe û naskirina wî bi van hevalan re çêdibe, hîn bêtir naskirina wî ji tevgerê re pêşdikeve û wan hevalan ji bona xwe dike pîvan û li ser şopa wan dikeve rêya azadiyê.
Di zivistana sala 2004 - 2005 an de û mîna ku Serok APO dibêje; "mejiyekî bi goman ji bona azadiê û dilekî ku ji bona azadiyê bê navber lêdide". Hevalê Seyd Riza ew axaftina ku Rêber APO tanî ser ziman, li gorî wê yekê tevdigeriya û jiyandikir. Ango mirov dikare bibêje ku hevalê Seyd Riza bi asoyekî ku ji bona xwe sînor nasnedikirin tevlî jiyana gerîla bû û bi tiştên heyî xwe bes nedidît û pê qayil nedibû. Bi tevlîbûn û jiyana xwe ya di nava tevgerê de jî ev yek roj bi roj û bi rengekî zindî dida raberkirin. Di dema ku cihê xwe di nava hevalên ku di wargeha zivistanê de diman digirt, wê çaxê hevalê Ş. Ferhad berpirsyarê wê yekînêbû, ji ber ku hevalê Seyd Riza bê navber pirsan ji hevalan dike û mereqa her tiştî dike û dixwaze di demeke kin de her tiştê girêdayî jiyana gerîla, tevgerê fêrbibe û nasbike. Di serî de jî naskirina Kesayet û rastiya Rêber APO û tevgera PKK'ê. Di destpêkê de û ji ber ku gelek pirsan dike û her tiştî mereq dike, heval dikevin di nava şik û gomanan de. Lê piştî wê heval têdighêjin ku ew dixwaze her tiştî nasbike û li gorî wê tevlîbûna xwe bide çêkirin. Ji ber vê yekê wî di roja destpêkê ji tevlîbûna xwe ev yek bi hemû hevalan da hîskirin. Ji ber van nêzîkbûnên hevalê Seyid Riza, hevalê Ferhad di wê wargeha zivistanê de du hevalan belîdike ji bona ku bersiva hemû pirsên ku hevalê Seyid dike bidin. Herçiqasî ku perwerdeya giştî jî dihate dîtin, lê hevalê Seyid Riza tucaran ji bona xwe Sînor nasnedikirin. Cidayê wê pir jiyana leşkertî û gerîlatiyê mereq dikir û her tiştê girêdayî wê ji hevalan dibirsî û dixwest ku di demeke kin de fêrî her tiştê girêdayî wê bibe. Herçiqasî ku hevalan xwest ku wî li cem xwe bigrin, lê wî ev yek nepejiriand û di sala 2005'an û bi rengekî çalak cihê xwe di nava hemû xebatên ku dihate meşandin de digirt û her tim xwesteka wî ew bû ku cihê xwe di enya pêş de bire. Ango mirov dikare bibêje ku ew hem di jiyanê de û hem jî di şer de erkê ku dikete ser milî wî bi cih tanî. Weke ku tê zanîn jî li qada Dêrsimê de gelek oparesyon rûdan û di wan oparesyonan de gelek heval şehîd ketin. Di sala 2005'an de û di oparesyona ku hevalê Serkeft û du hevalên din têde şehîd ketîn de, hevalê Seyd Riza jî wê demê li qada Dêrsimê bû û li Elî Boxazî cihê xwe digirt û ew jî di nava wê oparesyonê de bû, lê ew li cihekî din disekinî. Ji ber vê yekê dema ku dengê guleyan tê wan, nizanin çi bûye, ji ber wê berê xwe didine girê jorê ji bona ku fêrbibin çi bûye çi nebûye. Dema ku xwe dighînin serê gir, leşkeran dibînin, lê nizanin ku heval şehîd ketine an na. Herçiqasî ku hevalên Kevin jî li cem wî hene, lê ew ji hevalna re dibêje; pêwîst e ku em çalakiyekî li ser dijmin bikin, lê hevalên li cem bi zorê wî didine seknandin. Berûvajî wê pêwîstbû ku hevalên Kevin bibêjin pêwîst e ku em çalakiyê bikin, lê ew israr dike ji bona ku çalakî were kirin. Lê dema ku dizivirin cem hevalan û dibhîzin ku heval şehîd ketine, di civînê de ji bona wan hevalên ku bi hevalê Seyd Riza re bû pêşniyar hate kirin ku erkê wan yê fermandariyê ji wan were girtin.
Coş, heyecan û xîreta ku li cem hevalê Seyd Riza peyda dibû her tim mîna avzêmekî diherikî. Li gorî vê yekê dema ku biryara bêçalaktiya ku mehekî hatî girtin bi dawî bû û careke din biryara şer hate girtin û ji bona hevalê Seyd Riza fersendek hate dayîn ku cihê xwe di nava yekîneya ku cihê xwe di enya pêş de bigre derkete holê, hevalê Seyd Riza pir bi coş û heyecaneke mezin pêşwaziya vê biryarê dike û hîn bêtir bawerî û hêviyên wî bi wî xurtirdibû û dema ku xwesteka wî bi cî hat, hîn bêtir û di asteke jor de tevlî kar û xebatê dibû. Tu caran bi mirovan ne dida hîskirin ku ew nûye û pêwîstiya wî bi perwerdê heye. Dema ku dijmin derdikete oparesyonê û bi şûn ve dizivirî, pir aciz û tengdibû û ji hevalan re digot; dijmin heyanî ber lingê me hatî ye çime em lênadin.
Dema ku berû erkekî dikevin rê, dijmin di rê wan de kemîn danîbû, dema ku dikevin kemînê de du heval xwe xilasdikin, hevalê Seyd Riza jî birîndar dikeve û bi wî halî xwe ji nava dijmin xelas dike biyê ku tiştekî xwe bihêle şûn xwe de. Ango mirov dikare bibêje; herçiqasî ku ew salekbû ku cihê xwe di nava refên gerîla de digre, lê di her qadên kar, xebat û şer de her tim asta berpirsyarî û tevlîbûna xwe dida nîşandayîn. Kesayet ne ku mezin dibe û ji nû ve rastiya wê derdikeve holê, berûvajî wê û mîna ku Rêber APO anî ser ziman kesayet bingehê xwe ji zaroktî digre û mîna pêşiyên me gotî; "kormê şîrî heyanî pîrî". Li gorî derfetên li wê dê heyî dema ku perwerda leşkerî tê vekirin, hevalê Seyid Riza ji beriya ku heval jê bipirsin, xwesteka xwe ya tevlîbûna berwerdê dine ser ziman û tevlî perwerdê dibe. Ew î her tim tanî ser ziman û digot; pêwîst e ku gerîla muhtacî kesî nebe û her tiştê xwe bi xwe bike û li gorî derfetên heyî xwe ji her milî ve amedebike. Di dema perwerdeyê de pir guhertinên mezin bi xwe re dane avakirin û hemû heval jê memnûnbûn, ji ber ku wî zû heval nasdikirin û bi hemû hevalan re dikete nava danûstandinê û rihekî germ dida avakirin, ji bona tevlîbûna xwe ya kar, xebat û jiyanê tu caran sînor nasnedikirin.
Hevalê Seyd Riza bi xwe mamosteyê xwe bû, di her kar û xebatên ku dihatin meşandin de jî her tim ew î di wan de serkeftin bi dest têxist. Li gorî vê yekê û di sala 2006'an de gihişte wê astê ku ew bi tena serê xwe çalakiyeke serkeftî li ser dijmin bike. Ji her milî ve û li gorî rewşa heyî xwe bi tevger dikir û xwe tevlî kar û xebatê dikir, di dema oparesyonê de jî ji êvarî heyanî seharê bi birîndarî û bi tena xwe di nava dijmin de dimîne û xwe bi rengekî saxlem dighîne hevalan. Herçiqasî ku birîna wî giranbû jî lê wî tucaran di jiyanê de ji bona xwe nedikire asteng û bê navber xwe tevlî kar û xebatê dikir. Di wê demsala zivistanê de jî ew î bi her awayî xwe tevlî kar û xebatê dikir û tu caran birîndariya xwe li pêşiya kar û xebatên ku dihatin meşandin nedikir asteng û her tim dixwest ku bi hevalan re tevlî kar û xebatê bibe.
Di milê nizîkbûnê xwe ji bona gel de jî, her tim dida xuyakirin ku pêwîst e nêzîkbûn ji bona gel cudabin û pêwîst e ku hemû xalên hesas di warê nêzîkbûna ji bona gel de li ber çavan we re girtin. Hevalê Seyd Riza tu caran hermecîtî ji bona xwe bingeh nedigirt. Di asta xebatên xwe yên jiyanî de jî tucaran ji bona xwe sînor nasnedikirin û her tim dixwest ku cihê xwe di nava kar û xebatê de bigre. Ji ber van teybetmendiyê wî yên ku bala her kesî dikşand, hemû hevalan dixwestin ku bi wî re kar û xebatê bidin meşandin. Herçiqasî ku heval dihizirîn ku wî bişînin ji bona ku perwerdeyekî bîrdozî û leşkerî bibîne, lê ew î tucaran behsa vê yekê nedikir û ji bona xwe nedikir asteng. Berûvajî vê yekê her tim dixwest ku cihê xwe di qadên herî zor û zehmet de bigre. Di sala 2007-2008 an de li Ovaciqê û merkezê de û bê navber kar û xebat dida meşandin, lê wî ev yek ji bona xwe bes nedidît. Her tim digot; pêwîst e ku em berê xwe bidin cihê herî zor û zehmet û di eniya pêş de cihê xwe bigrin û dijmin bi şer û çalakiyên xwe têxînin tengasiyê de, ji bona ku mecbûrî çareseriyê bibe.
Di sala 2009'an de dema ku derbasî qada Qoçgirî dibe, dixwaze derbasî Behra Reş bibe, ji ber ku her armenca wî ew bû ku pêş de biçe û di cihê herî zor û zehmet de cihê xwe bigre. Lê ji ber ku li gorî heremê din herema Qoçgirî henekî pêşdebû, ji bona wê bi vê yekê jî qayîldibe. Lê dişta ku wî dixwest ji bona hevalan bide xuyakirin ew bû ku ew ji bona her deverî xwe hazir û amede dibîne. Ji beriya sala 2009'an gerîla hîn xwe li qada Qoçgiriyê bi cî nekiribû, ji ber vê yekê dema ku hevla Seyd Riza derbasî wê heremê dibe, bi coş û heyecaneke mezin berê xwe dide wê heremê. Tişta ku derdikete holê ew bû ku hevalê Seyd Riza xwedî biryareke mezin bû û nêzîkbûnê wî jî mîna yê hevalê Egîd bû dema ku dibêje; pêwîst e ku em li vê derê xwe bi cî bikin, ji ber ku dema em li Botanê xwe bi cî nekin em nikarin wê demê pişta xwe bidin başur û şer bikin û serkeftinê bi destê xwe ve bînin. Dibe ku cara yekemîn bû ku derbasî wê heremê dibin, lê careke din bi şûn ve nezivirîn û herçiqasî ku bi qasî yekîneyekî bûn, lê xwe li wê derê bi cî kirin û dest bi kar, xebat û çalakiyan kirin û li gelek cihan dijmin kirin nava tengasiyê de. Ev yek asta biryarbûna wan dide belîkirin, hevalê Seyd Riza jî di pêşengiya vê yekîneyê de cihê xwe digirt.
Mirov di vî warî de dikare bibêje ku şehadet rêya me tevane û di pêşiya me tevan de ev rê heye, lê henek caran mirov dibêje ku ev heval geleke di vê demê de şehîd neketibane, ji ber ku dema hîn jiyanbikra wê hîn bêtir ji bona şoreşê kar û xebat bidana meşandin. Hevalê Serhildan jî yek ji wan hevalê ku ji beriya hevalê Seyd Riza cihê xwe li wê qadê digirt û ew î jî bi xebat û tekoşîna xwe cihekî xwe yê cuda di wê qadê de avakir, ji bona vê yekê mirov dikare bibêje ku hevalê Seyd Riza doz û rêça hevalê Serhildan neberda û her tim xwest ku şopdarê rêka wî hevalî û hemû şehîdên azadiyê be. Herçiqasî şehadeta hevalê Seyd Riza ji bona me tevan pir zor û giran bû, lê her şehadetekî cihê xwe heye û muhra xwe li dîrokê dide û hîn bêtir rêya me ronî dike. Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje ku hevalê Seyd Riza sembola milîtanê hemleya çaremîn û pêvejoya şerê şoreşgerî yê gel e, ji ber ku wî bi hemû hêz û hebûna xwe yekîtiya gel û gerîla da avakirin û mîna parêzvanê Rêber APO û gel tevdigeriya. Yekîneyek heval li beramberî bi ser hezaran li berxwedan û rastiya giyanê PKK'ê ji her kesî re dane raberkirin. Tirs û xofa ku dijmin li beramberî wê yekîneyê jiyandikir bê sînor bû, ji ber wê bê navber, oparesyon li ser oparesyonê didane meşandin. Di dema şer û pevçûnê de jî tu nêzîkbûnên mîna dudilî, neşerkirin û xwe radestkirin qet li cem wan hevalan ne derkete holê û heyanî dawiyê jî hevalan bi berxwedanekî mezin li beramberî dijmin rawestiyan û heyanî dilopa xwîna xwe ya dawiyê şerkirin û şehîdketin. Li gorî vê yekê mîna ku em di şerê şoreşgerî yê gel de siloxana an azadî – an jî mirinekî bi romet ji bona xwe heyanî dawiyê bingeh digrin. Wan hevalan jî û di serî de hevalê Seyd Riza ev yek ji bona xwe mîna pîvanekî girtin û heyanî dawiyê bi cî anîn. Li gorî vê yekê di şerê gel yê şoreşgerî de mayîna di nîva rê de nabe! ketine dest nîne, tu rêyên din ji şehadeteke bi rometir li pêşiya me tuneye, ev bi xwe jî cewherê şerê şoreşgerî yê gel e.
Hamid Dêrik
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 5’ê Tîrmehê de di derdora saet 17.00’an de li Dersim’ê li dijî Girê Sincik û herêma Lelikan ku bi ser navçeya Pulurê ye ji aliyê Artêşa TC’ê bi daxistinan operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyon a li herêmê hîn jî berdewam dike.
- Ayrıntılar