Jiyana gerila dibe ku herkes meraqdike û lêgerînên gelek kesan hene, lê belê ya girîng ewe ku mirov pey lêgerînên xwe bikeve û devjê bernede. Lêgerînên bê armanc tenê mirov dikare jê re bibêje serpêhatî. Serpêhatî ruhekî hestewer e, gava ku ev ruh neyê avdan bi zeman re wê ziwa bibe, ji ber vê yekê tişta ku vî ruhî avbide û zindî bihêle, gerilayetî û şoreşgertî ye. Şêweyê jiyana gerila, mekanê ku tê de jiyandike û şertên wê herdem serpêhatiya mirovan xwedî dike. Bi vê mijarê ve girêdayî ez dikarim bibêjim dîtine ziraviyên jiyanê bi nêrandina mirovan re girêdayî ye. Her ku ez li çiyan kevn dibim, mejiyê min fereh dibe, ez rastiyan dibînim û hinek hestên ku min ti carî jiyan nekirî ez dijîm. Çima ez vê yekê dibêjim? Min 15 salan jiyaneke ku pergala desthilatdar dida meşandin, jiyankir. Exlaqê ku min ji civaka xwe girtî heye, lê belê di heman demê de pergala desthilatdar bi rêya sazî û çapemeniya xwe destê xwe avête mejî û dilê min. Min kînge ev rastî dît û derxiste zanebûne, piştî ku ez hatim çiyan. Hatine çiyan û gerilayetî kirin; gava ku hinek ciwan dibihîsin, li ber çavên xwe gelekî zor dibînin û bawerî nadin xwe ku tevlî bibin. Raste li çiyan jiyankirin zor û zehmete, lê belê pêwîste mirov bipirse, di kîjan hêlê de zor e? Ji ber ku min ev derûnî jiyankir, ezê bersiva vê pirsê bidim. Heyanî ku fîzîka min fêrî çiyan bû, min zorî kişand, lê belê ji wê girîngtir min di milê kesayet de zorî kişand. Pîvanê hevaltiyê, ji xwe razîbûn, hevalên xwe biçûk dîtin, ji rastiya gelê xwe dûrbûn, û li gorî xwe nêzîkatî, ez gelekî astengkirin. Bi taybet di mijara emir û talîmat de min gelekî zorî dikişand. Dibe ku hûn bibêjin çima ev zor û zehmetî? Ezê bibêjim hinek taybetmendî û exlaqên ku min ji pergala desthilatdar girtibûn, min begem dikirin û zerara wan nedidîtin. Çima tu hevalên xwe biçûk bibîne? Tiştekî min ji yê hevalê min baştir nîne, yan jî min qehremantiyeke mezin nekiriye ku ez bibêjim, ez ji hevalên xwe çêtirim. Pîvanê vê rêxistine eve; tu çiqasî xizmeta Rêber, gel, rêxistin, heval û jiyanê bike tu ew qasî miroveke welatparêz e. Ji bona ez bibim miroveke welatparêz û xizmeta ciwanên Kurd bikim, ez niha dixwazim rastiya jiyana çiyan bi we bidim naskirin. Her ku min rastî didîtin û ez kevndibûm, min ji xwe re digot “ min çima 15 salên xwe vala jiyankirin, pêwîst bû ez zûtir tevlî nava refên gerila bûbame.” Gelo hûn jî meraq nakin vî hestî jiyanbikin?
Cudahiya Di Navbera Hevaltiya Çiyan û Pergalê De
Dibe ku hûn ji vê pirsê biyanî nînbin, û we hevaltiya PKK ê bihîstibe. Li gorî nêrîna we tenê bihîstin têrêdike ku mirov hinek rastiyan hisbike û moral jêbigire? Li gorî nêrîna min têrê nake, zarokeke ku di hembêza dayîka xwe de xewnekiribe û ji nêzde pê re jiyan nekiribe, nemumkine ku tu nirxê wê dayîke hisbike. Mirovekî ku di bexçekî de hewl û ked nedabe; dibe ku bedewbûna wî bexçî hisbike, nemumkine. Ma ne wisa ye? eger ku tu hevaltiya PKK ê jiyan neke; dibe ku tu nirxê wê hisbike? Bila bersiva vê pirsê ji we re bimîne. Bê ked tu nikare hevaltiya PKK ê hisbike. Ji ber vê yekê cudahiya di navbera hevaltiya PKK ê û pergalê de heye. Di civakê de çiqasî têkiliyên te sexte be, kesek te lêpirsîn nake û hesab ji te naxwaze, lê belê di nava partiyê de tu dengê xwe li ser hevalê xwe rabike, ji te re nayê pejirandin. Lêgerînên ciwanan pêwîste wan ber bi jiyaneke weha ve bibe, wê demê lêgerîn dibin xwediyê wate.
Dunya Cemîl
- Ayrıntılar
Piştî desthilatdariya AKPê, nexweşiya nijadperestiya Tirkîtiyê dijwar bû û weke tehlokeya kesk bû “şewba mirinê.” Pêşî hoceefendiyê bê sertifîqe “Fetul-mûnkîr” fetwa qirkirina kurdan da.
Demên berê dema fetul-munkîrekî, derbarê jiyana rojane de, derbarê zanista civakî û tevgera rojane de fetwayek, hadîsek digot û nirxandinek dikir; feylesofên dewletê û derveyî dewletê li Tirkiyê qiyamet radikirin. Li gorî zanista modern û şaristaniya hemdemî, ew mele, hoce-efendî, şêx û ulemayê olî rezîlûrûswa dikirin.
Gelek caran zanîngehan jî, bi awayekî fermî û wek biryargeha civaka zanyarên
wê zanîngehê beyanat didan û dijberiya xwe dianîne ziman.
Ev dengên li dijî paşverûtiyê, di nava civakê de bi xweşbînî dihatin pêşwazî kirin.
Piştî fetwa Fetul-munkîr, ku qirkirina gelê kurd da û rondikên nijada-kesk barandin, ez jî û gelek kesên din jî bendeyî dengekî bûn, ku ji zanist, feylesof û zanîngehên wek derguşa zanistê têne dîtin derbikeve.
Balkêş e ku, vê carê dengê feylesofên dewletê û li derî dewletê, ne li dijî Fetul-munkîr, ligel Fetul-munkîr derketin.
Kesên xwedî “tîtra prof.”tiyê, mixabin sê gavan li pêşiya fetul-munkîr beziyan û fetwa qirkirina gelê kurd, bi çend rengên cûda dan.
Yek ji van feylesofê ku li hemberî herka dîrokê dest bi avjeniyê kiriye Prof. Anil Çeçen e. Ev zat-i munkîr, ku di Zanîngeha Huquq de, dersên mafên mirovan dide, pêşniyazeke ji ya Fetul-munkîr dijwartir da Komisyona Mafên Mirovan ya Parlamentoya Tirkiyê.
Dema ku min, agahiyên derbarê pêşniyazên Prof. Anil Çeçen de xwendin, salên 1935an û biryarên Mussollînî li Îtalya û biryarên Hîtler li Almanya, yên derbarê planên“Nıjad û Nijadperestî” de, didan anîne bîra min.
Prof. (!) Anil Çeçen, di dema ku komkujiya 35 ciwanên Kurd li gundî Roboskî, di Komsiyona Mafên Mirovan de dihate axaftin de, pêşniyazeke wiha dike; şerên li Başûr û Bakurê Kurdistanê, pêl û pêşengên şerê giştî ne. Em nikarin di çarçoveya mafên mirovan de û şerê dijî terorê de bibînin. Ji aliyekî ve gel sloganên “tolhildanê” diqîre, ji aliyê din ve, şaredarên herêmê “yekîtîya şaredariyan” sazkar dikin. Eger Tirkiye dewletek be, dive pêdiviyên dewletî bîne cih û van hewldanan wek şerê destpêkê binirxîne û “huquqê şer” bikar bîne.”
Di nava “huquqê şer” ku Prof. (!) Anil Çeçen pêşniyaz dikê de, rê û rêbazên Mussolînî û rêbazên Hîtler yên “şerê nufusê” jî hene. Ev pêşniyaza xesandina mêrên Kurd e û bêdunde kirina jinên Kurd e.
Reşbînê Anil Çeçen, ji bo heman mijarê, ji rojnameya Radîkal re diaxive û dibêje “mafên mirovan, di hoy û mercên normal de, dikarin werin rojevê. Di şeran de, “huquqê şer” dikevê pratîkê û xala Peymana Mafên Mirovan ya Gerdûnî, ku dibêje “Tu kes bi keyfî nikare werê sergom kirin” red dike.
Hitler û Mussolînî jî dema ev kiryar kirin pratîkê, hewldanên xwe “serketina li hemberî dîrokê” binav kiribûn. Ev, pêşniyaza “nufus û biyolojî” ji aliyê zanistekî Tirk ve û di rengê çareseriya pirsgirêka Kurd de, tê kirin û dixwaze ku nijada Tirk biparêze û serdestî nifşên din bike. Yanî nijadperestiya li ser bingeha faşîzmê dike.
Profê nijad-ul munkîr, pêşniyazeke din dike û dibêje; “Li kû cihî çalekiyek girseyî hebe, bi riya peykan, cihê wan werê kifş kirin û fuzeyekê biavêjin wir. Heta ku şerê terorê werê şikandin û ji holê werê rakirin, ev rêbaz dikare werê bikaranîn.”
Balkêş e ku, prof.ên Tirkiyê, wezîrê edaletê yê kevin û parlamenterên Tirk, ne li dijî gotinên Prof. (!) Anil Çeçen in; li dijî pê,niyaza “huquqê şer” û li dijî, pêşniyaza bikaranîna “Peymanên Cenewre” derdikevin. Vê dijberiyê jî, ji bo ku PKKe nebê alî û wek dewletekê neyê qebûl kirin û girtiyên azadiyê jî, weke girtiyên şer neyên hesibandin, dikin. Pêşniyazên qirkirina Kurdan erê dikin, lê ne di çarçoveya “huquqê şer” de.
Cûdatiya zihniyeta Prof. (!) Anil Çeçen de, siyasetmedar, huquqnas û siyasetmedarên Tirk jî, di cûdatiya “disîplîna şerê qirkirinê” de cûda dibin. Lê di pêkanîn û pratîkê de cûdatî nîne.
Gotinên destpêkê û helwesta feylesofên dewletê û derî dewletê, zanîngehan û ulema zanîngehan, tê wateya ku, kefikên mîzêna jiyana Tirkîtiyê, ji nijada spî, ber bi nîjada kesk giran bûye. Vê reşbînîya ku wê di paşerojan de bibe şermezariya mirovahiyê, di çarçoveya “edebiyata siyaseta-gel” de didin. Ev navê reşbîniya civakî, yanî “îstîbdada sosyal” e û civakê, jiyana azad û demokrasî dikuje.
Prof. (!), huquqnas û siyasetmedarên Tirk, piştî 80 salên ku “nîjadperestiya spî” enjekteyî bedena gelan kirin û bi deh hezaran kes, ji “nufusa-biyolojîk” derxistin, di kirasekî cûda de, helandin, tune kirin. Îro reng guhertiye û dibin pêşengiya AKPê de, bi riyên fetul-munkîrî û zanist-î munkîrî de, li dijî gelê Kurd, (di heman demê de li dijî gelên din) jî, tê meşandin.
Di dema ku Prof., siyastemedar û huqunasên Tirk, fetwayên qirkirina Kurdan dinirxandin, li dora Zindana Amedê, hestiyên kuştiyên Kurd dihatin dîtin. Ev tê wateya ku, li Tirkiyê nexweşiya Tirkîtiya nijadî, gihaye qada herî dijwar û tehloke. Ev jî, faşîzm e û yek kanunê nas dike. Kuştin û tunekirin. Desthilatdariya AKPe jî, bi baweriya “hikmet-î hukumet” haraket dike, bi fetwayên olî, qirkirinê bi teyit kirina zanista hemdemî qirkirina gelê Kurd rewa dibîne.
Faşîzmê jî reng guhertiye û bi riyên meşrû, yanî bi hilbijartinan tê ser desthilatdariyê û dibin navê parlamenterîzmê de, karê xwe dimeşîne. Li Tirkiyê jî, dibin pêşengiya AKPê de, faşîzmeke modern tê meşandin.
Di faşîzma modern de, gotin teva “îdeola şikeftê” ne û di çerçoveya derew, ragihandinên asparagas, wajî kirin, demagojîk de têne bikaranîn. Yanî bi perdeyek mijûmoranê pêçayî ne. Ev faşîzm, bi devê kesên weke pêşengên oldar, zanist, pisporê huquq û siyasetê têne naskirin jî, tê meşrû kirin.
Li Tirkiyê jî, ev bextreşiya kujerî, hetikber û şermezar heye.
Medenî Ferho
- Ayrıntılar
Birîna sedsalê ez biraştim hey hawar!...
Û îro, li kevana çiyayekî bênav bi ahênkêşiyek tofana Skenderî, careke din ez kuştim.
Dilopên xwîna min bûne telîşopên ax û avê... Ax pelixî, av pelixî...
Û di nava dîroka pelixî de, xwestin cografya min bêstêrik bihêlin. Dem û heyam, sal û demsal, roj û hefte di nava şermê de, di bedena min de hatin kuştin. Û hawar jî dûr e!..
Li kolanên Amedê,
Li qeraxên Çiyayê Bagokê,
Li Cudî, li Çiyayê Govendê di xêliyê bûkaniyê de...
Li bayekî kûr û qirkirina demûdewarnan de, doh û îro bi hev re ez kuştim.
Doh îro jî cîhan bêdeng e û hawar jî dûr e!...
Rojek herê yekê na, min û çardara min di kêleka hev de dirêj dikin.. Ez di kefenekî ne meqeskirî de... Çardara min di xelekên şelîtên şimakirî de girêdidin. Piştre ez û çardara min bi hev re dardekirin. Bûne qesabê li ser bedena min û ez kaş kirin, pihîn avêtin serê min, ez di kuştina min de êşkence kirim.
Hingî stêrikek rijiya...
Hingî dîrok lewitî...
Hingî vijdanê mirovahiyê fetisî...
Hıngî Xweda û pirtûkên Tewrat, Incîl û Kur’an bi xwîn bûn...
Hingî pêxember reviyan....
Hingî, helbest û gotin bêmirês kirin...
Û ez hatim, wek kulîlkên baxê îrem, li qelaçên Kanî Masî, li geliyê Xinêra, li ser Berzehê Garê û di dergehê jiyanê de, raserî kovana zinarekî zemanî de, bi dengê kewan, bi Promethausên welatê xwe re rûniştim. Promethausên welatê min, bi agirtofana balafirên dagirkeran re şer kirin.
Çiya, av û ax...
Mesîl û gelî...
Beroj û mesilên çiyan
Bi tavên 4 demsalên salê re hejiyan û sergêjekî bûn.
Û ez hatim:.
Aliyekî min ba ye, yek berf û baran e...
Aliyê din jî bombeyên mîskêt û napalmê ne..
Ez û êşa xwe, ez û birîna xwe, ez û xwîna xwe, ez û darbesta xwe, ez û kuştina xwe, li darî çavên cîhaneke kerûlal, li darî mirovahiyeke lalûebkem...
Li çarmixa Îsa dam...
Ez avêtim ber şêrên Roma û dergehên arêna li ber min girtin.
Û min şerê sedsalê kir, û min herêmek, deryayek û du kendav û du geliyên kîşwerî rakirin ser lingan. Min li giravê zincîr şikandin û ‘bihara gelan’ da dest pê kirin
Aliyekî min kenê Egîd e...
Aliyê din hêrsa Murad Elîbol e..
Li kolan û meydanan, li çiyan û deştan wek teyrên dubirak, wek baz û başokeyan dirêsim, digerim, dilorim, di qîrim... Di nava lêgerîna azadiyê de çarpîne dilîzim; wek rista lorandina cengawerekî bê nav, dibine dengê hêviyên nû...
Û ez û çardara min û cengawerê bê nev dibêjin; Axîna min dibe erdheja min.
Dilerizim, diteqim, di fûrim, di nava hêrsa kurê Zalê de, dibime gurzekî neh ritil, dibime rima bîstîçar movikî... Dibime tîreke kozmîk, di banê ezman de, dibime mertalekî efsanewî li çar parçeyan digerim... Dibime tevrekî humbaba, dibime niyaz û qewlên qewalekî û digerim.
Û ez, di nava rista hevrîşmê berxwedanê de agirê Kawa pêdixim, dibime kûra hesinkerekî di kolana Midyadê de. Li dijî zulmeta kafûkûn-kirina bedena min û cografya min, çakûç li sidan didim. Li ser sidanê min berf û baran heye;
Li seer sidanê min navê evîna min heye...
Li ser sidanê min, navê welatê min heye..
Li ser sidanê min dilê Prometheus heye..
Li ser sidanê min nikilê teyrên mîtosîk hene..
Û ez hestekî ava dikim
Û ez dilekî pola tuj dikim...
Wek avzêmka evîna Meleyê Cizîrî, wek çavkaniya hêviya Ehmedî Xanî şûrekî av didim, sû dikim, bi neqş û nîgariya sedsalê neqiş dikim. Wek evîna Botan û Merwan û Xezal û Bêrivan û Bêrîtan di axê de diherikim...
Di hewayê de dibizivim...
Di ezman de biçirisim...
Di dilê jiyanê de
Wek bax û baxçeyekî sorgulaan vedikim.
M. Bagok
- Ayrıntılar
Şaristaniya Demokratîk, pirtûka Birêz Abdullah Ocalan e û ji aliyê Reşad Sorgul ve bi zimanê Kurdî hatiye wergerandin. Îro (1) kete destê min.
Yanî belgeyeke dîrokî û aboriya ku dikare wek potansiyaleke hişmendî di paşerojên gelê Kurd re rûnê ye. Tê zanîn ku, hişmendiya Kurd û hewngîriya entelektueliya Kurd, bi zimanên biyanî, bi nirxandin, şîrovekirin û afirgeriya biyaniyan hatiye xwedî kirin û hîna jî ev bextreşî berdewam dike. Zimanê biyanî, afirgeriya biyanî, destê duyemîn, karekî misyonerî ye. Zimanê biyanî aliyekî me dibe, afirgeriya biyaniyan jî aliyekî ji me dibe. Yanî em dibine hevîrê ber destê misyoneran.
Ez behsa danustadina zanistê nakim. Na, bila şaş neyê fêmkirin. Ez behsa têkiliya li ser zimanekî biyanî û stewihandina hişmendiyê dikim. Yanî xwedî kirina mêjî û rengên wê xwedî kirinê.
Ev zanista ku mirov dike mirov û hêza ku ji ferhengan derdikeve û di herka dîroka guhertin û pêşketina mirovahiyê de dibe bingeha jiyanê. Jîrîtî û kohnebûna mirov... Dema ku mirov bi ferheng û zanistiya xwe, şikefta xwe hêrivand hingî ber bi hebûna xwe diçe û dikare bibe xwedî nasnameyeke maqulî.
Ocalan, mîna pirtûkên berî niha, di vê pirtûka xwe de jî, neynika li ber gelê Kurd hatiye şikandin ji nû de çêdike, bi gotinekê “Çanda Ewropa ya hegemon ya hemdem jî, di bingeha xwe de, waryanteke çanda Rojhilata Navîn e”, derdixe pêş û fulyana pişta neynikê jî eşkere dike.
Ev gotina ku şîroveya organîzasyona civakî ye, bi saya Reşad Sorgul bû malê ferhenga Kurdî. Afirgerê vê gotinê jî, Ocalan e. Dema ku afirgerî û ziman bû yek çavkanî, nasname jî erêniyê dibîne. Şerê ku 40 sal in, li Kurdistanê di dijwariyek tofanî de tê kirin, ev rastî derxiste pêş û wek xezîneyeke dewletî radestî me kir. Ev şer,ji aliyekî ve li dijî mîsyonertiya dagirkeriya kultur û dagirkeriya mêjî ye. Di encamê de dibe parastina bedena bi mêjî û çav û gav.
Tê zanîn ku, îro jî gelek nivîskar û entelektulên me, egzotîzma misyoneran dijîn. Bi vê mebestê min xwest li ser giringiya wergera pirtûka Ocalan ya Şatistaniya Demokratîk Pr. 4 rawestim. Tê zanîn ku her pirtûka Ocalan, di ideolojiya Tirkiyê de, erdhejeke tofanî çêdike û wergera Reşad Sorgul jî, di şiyar-kirin û xwedî kirina hewn û hişmendiya entelektueliya Kurd e û avakirina li ser bingeha xwe ya dîrokî ye.
Di hoy û mercên dîroka îro de, hişmendî û hewngîriya Ocalan, di 3 babetan de dikare bibe çavkaniya zanista entelektuelî: Yekemîn û ya herî giring ew e ku, herka dîrokê diguhere û dide xuya kirin ku dîroka serdestan ne rast e. Ev jî mirovan mecbûr dike ku ji bo şopandina rastî û hewngîriya xweguhertina mirovahiyê enerjiyekê peyda bike. Cîhana entelektueliya Kurd, hîna ne gihaye mijara nirxandin û şîrovekirina “ji qencî û xerabiyê wêdetir.” Ev şerbeta guhertin û xwe dîtina hiş û ramanî ye. Duyemîn; Mixabin, em guhertin û xwe dîtinê di zimanê biyanî de û di afigeriya misyoneran de dibînin. Ocalan vegera li xwe ye.
Her pirtûka Ocalan mertalê li pêşiya van misyoneran e, mertalê li dijî biyanîbûnê ye. Yanî, şerê li dijî sazkariya paşverûtiya ku mirovahiyê ber bi koletiya “ji qencî û xerabiyê wêdetir” dibin e. Qencî û xerabî du kefikên mîzênê ne, yanî kefikên xêr û gunehan e. Eger mirov li hemberî sîstemê baş be di kefika mîzêna xêrê de ye, eger ne baş be û ji xeta sîstemê derbikeve, di mîzêna xerabiyê de ye. Sêyemîn; Ocalan, mîna Niettzshe, dîrokê, sîstemê, çînan, stratejisyenan, feylesofan, dîrokzanan, siyasetmedaran, hunermendan, bi giştî entelektuelan dike bin lêpirsîne. Yan jî daxwaz dike ku ew bi xwe xwe bikin bin lêpirsînê. Lêpirsîna xwe bi xwe, xwe nasîn e, xwedî derketina li xwe ye û bikarnaîna çavkaniyên bingeha mirov e.
Îcar wergera Reşad Sorgul ya pirtûkên Ocalan jî, herka coka ber bi hişmendî û hewngîriya entelektueliya Kurd e. Wergerandina bi zimanê kurd, xeleka sê armancên Ocalan temam dike.
Îro, herema me di rewşeke trajîk de ye û buyerên drametîk çêdibin. Ev bûyerên drametîk li ser bingeha qirkirina gelê kurd hatine rûnandin. Lewma, qencî, vijdan, nirx û exlak, her cûre xisletên mirovantiyê têne kuştin. Mirovantî, li hemberî xerabiyê, paşdikeve.
Feylesofên demê, êrîşa gel ya li dijî girtîgeha Bastîllê, (2) di vê çarçovê de dinirxînin.
Gelo em çima nikarin têkoşîn û berxwedana destanî ya zindana Amedê (3) di heman çarçovê de û ji “qencî û xerabiyê wêdetir” binirxînin? Bastîlle jî, Zindana Amedê jî, di jiyana komên xelkê de guhertinên mezin çêkirine. Bastillê ji derve hate zemt kirin, Zindana Amedê ji hundir ve hate zemt kirin.
Baş tê zanîn ku burjuwa, ew haraketa gelerî û xwîna komên xelkê ku di êrîşa li ser Bastîllê de rijiya, di nava “bedcaniyekê”de têk bir. 5 lehengên Şoreşa Frensa Ropespierre, Saint-Just, Marat, Dabton, Babeuf jî, di dojeha giyotînê de, ji holê rakirin. Di demeke ku dewleta Tirk û desthilatdariya AKPê, li hemberî gelê Kurd amûr û alavên herî dijwar û kujerî li dijî gelê Kurd bikartîne de, komkujiyên kafûkûnkirinê dike pratîkê de, dixwaze ku heman qederê bîne serê Şoreşa Kurd.
Bi vê mebestê min xwest ji aliyê hişmendî û hewngîriyê ve nêzîkî pirsgirêkê bibim. Her pirsgirêka civakî, her guhertina dîrokî pêdiviyê bi xwedî kirina ferheng, hişmendî û hewngîriyê dibîne.
Ji ber ku entelektueliya Kurd, hîna ji dagirkeriya misyoneran xelas nebûye. Ez di wê baweriyê de me ku, entellektuelên Kurd mecbur in, “ji qencî û xerabiyê wedatir” tevbigerin. Dem û rewşa îro ya gelê kurd vê dixwaze. Dema ku em dêhnê xwe didine weqî û mîzêna dewleta Tirk û desthilatdariya AKPê, em dibînin ku Ocalan di ber himbêza rima duwazdeh movikî de ye. Ev rima ku wek engizîsyona şiyar tê ragirtin, dikare her dem çarenûsa 5 lehengên Şoreşa Frensa bike pratîke. Tehloke mezin e û her diçe mezin dibe.
Dive ku entelektuelên Kurd bibin mertalê li pêşiya vê bedcaniya faşîzan.
----------------
1. -05. 01. 2012
2. –Girîtgeh ku di dema Şoreşa Fransa de bû hedefa êrîşa gel.
3. -1983
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Di rojeva Tirkiyê de, hîn jî komkujiya Qileban ê heye. Lê bi çi rengî, weke em hemû texmîn dikin. Dîsa Erdoğan bêyî şerm bike, li nav çavê me dinêre û derewan dike. Hîn ji di nava hewldanên bi derewan polîtikaya xwe bide meşandin deye. Bûye gûrê har û hema êrîş dike. Wer xûya dike birçî bûye û li benda vexwarina xwînên nû ye.
Bi rûxmê hemû rastiyên di holê deye, hîn jî berpirsyariya komkujiya Qileban ê ne girtiye li ser xwe. Qetil kirina mirovan ewqasî di Tirkiyê de erzan bûye, li şuna lêborîn û diyariya nema xwîna ciwanên Kurd birije ji gelê Kurd re were dayîn, bi tazmînatê wê li ser bûyera komkujiya Qileban ê bigirin. Ev şerm, eyîb û durutiyeke mezin e. Ev zilmkarî, dagirkerî û şerma dewleta Tirkiyê dide nîşandan. Li ser xwîna ciwanên Kurd siyasetê didin meşandin.
Hun rayedar û hukumeta Tirk, dua bikin ku di Kurdistan ê de partiya BDP heye. Yan jî wê gelê Kurd we parçe parçe bikira. Vê ji bîr nekin, ger hun a niha di Kurdistanê de sax jiyan dikin û qeymeqamê Qilebanê çûye ser wezîfeya xwe, ji hebûna BDP yê. Hun deyndarê partiya BDP’ê ne.
Ev gotinên min ji bo te ne Erdoğan; Tu di meclîsê de êrîşê BDP dike û dibêjî gel tîne provakasyonan. BDP hedef didî nîşandan û bi hemû aliyê de êrîş dikî.
Qet pêdiviya tiştekê wisa nîn e. Ji xwe gelê Kurd bi helwest û vîna xwe ya radîkal, li himberî vê komkujiyê bi rojane li kolanan berxwedaniyê dike.
Heyf û mixabin ji tere tê gotin Serokwezîr. Qaşo tu Serokwezîrê Tirkiyê yî. Lê bi gotinên xwe yên di meclîsê de bêyî pêşerojê bifikirî, di axivî. Serokwezîrek di vê bi kîjan uslubê biaxive di destpêkê de bizane. Ji uslubê ku Erdoğan diaxive, mirov şerm dike. Uslubê ku Erdoğan diaxive, ne uslubê Serokwezîrekê ye.
Gelo, te qet li der dora xwe nêrî tayê dûvikê te heya kuderê dirêj bûye. Ya rastîn jî te navekê baş li xwe kir. Dibêjin ya ‘keçelo navê min li te, kûmê min li serê te’. Mereqa neke, tayê dûvikê te jî di destê ABD yê ye, kengê kişand tu wê demê heyî. Dema nekişand jî, ji xwe deng ji te dernakevê.
Her wisa Beşîr Atalay,
Xaka Kurdistan ê bi çi rengî di dîrokê de her tim meydan ji serdestan re xwendiye, hîn jî ev xak weke xwe radiwest e, meydan dixwîne. Îro jî, bi heman awayî gerîlla girtiye himêza xwe û diparêz e. Ger ji gerîllayan re her der bi ewle ye, bê guman wê demê ji neyarên weke were jî, bûye kelemên kor û diriyên tûj.
Her cih wargehên gerîlla ne. Gerîlla di her wargehê de jî, xwe pir bi ewle dibîne. Ger tu jî dixwazî jiyaneke bi ewle jiyan bikî, fermû qadên ku gerîlla lê ye li benda te ye. Ya rastîn gerîlla cihê bi ewle ji were nehiştiye. Ji tirsa ku gerîlla wê li vê derê, li wê derê êrîş bike, xew bi çavê we nakeve. Ka we digot, me gerîlla tine kiriye. Vaye gerîlla li her derê hene.
Gerîlla li cihên weke mezrayekê, pala xwe dane quntarên çiya yên berojê. Di hemû rojên salê de, roj bi hilatina tîrêjên roja xwe li pişt lûtkeyên Çiyayên Kurdistan ê derdikeve, çerxa jiyanê li nava mezrayên gerîllayan dide. Gerîlla her demî bi tîrêja rojê şadibin û xwe ji nû de ava dikin. Wargehên gerîlla jî xwedî derfetin. Di hemû warî de gerîlla dikarin xwe pêş bixin û ew hêza wan ya ku hemû polîtîka û teknîka we vala derbixin jî heye. Bê guman, wargehên gerîlla ji bo yên weke jî, bûne agirê dojehê û lanet li we anîn e. Zilmkar û dagirkerên weke we çav berdane vê bihuştê. Lê ev bihuşt bi destê we neket. Ji ber di destê gerîlla deye, hun nikarin serdestiya xwe li ser bimeşînin, hun nikarin daqurtînin jî. Dema we nekarî bi dest bixin jî, vê carê hun êrîş dikin. Weke ku her cih hatiye talan kirin û kes têde nemaye didin nîşandan.
We ji her deverekê re nav peyda kir, we Colemêrg kir Hekarî, Gever kir Yuksekova… Bajar û navçe jî têra we nekir. Lê bi vê jî we nekarî bi qasî misqala zirê jî tiştekê bi dest bixin.
Îro li çiya û bajarên Kurdistan ê bi hezaran gerîlla heye. Her cih ji bo gerîlla bi ewle ye û her der jî cihê gerîllaye. Ger di pêşerojê de metroppolên Tirkiyê bibe qada gerîlla, qada APO’yî yan şaş nemînin…
Hindistan Penaber
- Ayrıntılar
Li Kurdistan ê, her ku roj derbaz dibin komkujiyên AKP yên li Kurdistan ê jî zêdetir dibin.
Bê guman, ev komkujiya ku îro li Navçeya Qileban, gundê Roboskî û Bêcûhê hukumeta AKP pêkaniyî, ne ya yekê ye. Mirov nikare tenê bi wê kêliya pêkhatî re jî bigre dest. Ji ber dema mirov geryanek di nava dîroka Tirkiyê de dide çêkirin, mirov bi awayekê vekirî dibîne ku ka çend hezar komkujî, girtin, qetil kirin, êşkence, koçberî, talan kirin, dagirkerî û kiryarên daqurtîna mirovan… li Kurdistan ê ji aliyê dewleta Tirkiyê de hatiye pêkanîn. Ewqasî zêdene ku nayên jimartin.
Ji bo wê jî mirov dikare bibêje dewleta Tirkiyê, dewleteke li ser hîmê tevkujiya mirovan hatiye ava kirin. Kuştin û nêçîr kirina mirovan, di Tirkiyê de bûye kevneşopiyekê. Ev kevneşopî ji Serokwezîr derbazî Wezîr, ji Wezîr derbazî rayedarên dewletê dibe. Heya roja îro jî, ev her bi vî rengî hatiye.
Bi çi rengî ev kevneşopî heya roja îro hatiye, di kiryarên hukumeta AKP, rayedar û artêşa wî, di tevkujiya Roboskî û Bêcûhê de bi awayekê vekirî xwe nîşan dide. Ji bo wê ger mirov bibêje, hukumeta AKP û hevkarên wê ji bo nêçîra mirovan hatiye ava kirin, wê ne pênaseyekê şaş be. Tirkiye welatê komkujiyan e. Ji xeynî vî navî, ti navên din li hukumeta AKP nayê.
Ev komkujiya îro li Qilebanê pêkhatî, mirov nikare ji komkujiya Dersim, Geliyê Zîlan, Maraş, Mêrdîn, qetil kirina 36 gerîllayên Kurd, 33 guleyan qut bigre dest. Ti ferqa vê komkujiyê ji komkujiyên din tine ye. Ji bo tine kirina gelê Kurd ev komkujiyeke bi plan hatiye kirin. Kes nikare girêdana vê bi îstîxbarata şaş re bide girêdan. Ji ber her kesê dizanî bû ku ji bo debara xwe a jiyanê bi salane gelê Roboskî derbazî sinirên başurê Kurdistanê dibe. Ji her kesê bêhtir jî, dewleta Tirk ji vê bi agahî bû. Berpirsyarên vê komkujiyê hukumeta AKP, cemaata Gulen û rayedarên dewleta Tirkiyê ne. Erdoğan fermana vê tevkujiyê da, kordînatorê wê Nejdet Özal jî pêkanî.
Bi daxuyaniyekê erzan, bi gotinên bêwijdan, weke ku ti tişt çênebûye, xwestin li ser qetil kirina sih û pênç ciwanên Kurd bigrin. Ev ne daxuyaniyekê exlaqiye. Bi vê daxuyaniyê kuştina mirovan çiqasî di Tirkiyê de erzan bûye, careke din da nîşandan. Ev daxuyanî bi ti awayî wijdanê mirovan rihet nake. Daxuyaniyên Huseyîn Çelîk û Erdogan ne têrker e. Ji bo wê jî di vê gelê me vê daxuyaniyê nepejirînin û hesabê vê tevkujiyê bipirsin.
Hukumeta AKP û cemaata Gulen, biryara qirkirina gelê Kurd daye. Li ser Rêbertiya me êrîşekê pir dijwar heye û Rêbertiya me dinava tecrîdeke giran deye. Li qadên leşkerî, siyasî û civakî bêyî navber êrîşên hewayî, yên bejayî û operasyonên li ser bingehê tine kirina Kurdan tê meşandin. Hukumeta AKP konsepteke qirkirina Kurdan daye destpê kirin. Ji bo qirkirina gelê Kurd, serî li hemû rêbazên kirêd û ji derveyî mirovahiyê jî dide.
Huseyîn Çelîk di daxuyaniya xwe de dibêje, ‘‘istîxbarata ku grubek PKK yî ye hatiye girtin, ev êrîş pêkhatiye’’. Ma gerîllayên tevgera azadiya gelê Kurd jî ne ewladên vî gelîne?... Çi ferqa van 35 ciwanên Kurd û gerîllayên Kurd hene?... Tu ferqa wan nîn e. Her du jî yek in. Ji asîmanan dane ketine. Pergal û dewleta Tirkiyê deriyekê ku gelê Kurd têde nefes bigre ne hêlaye, fetisandiye. Ger derfetên jiyan kirinê di Tirkiyê de hebana, îro ciwanên Kurd berê xwe nedidan çiyayên Kurdistan ê.
Yek jî Huseyîn Çelîk di daxuyaniya xwe de derketina gel ya qadan weke sor kirin (tahrik) binav dike û dibêje; ‘‘ger hun dakevin qadan, ev ê rê li ber mirinên din jî vebike’’. Bi van daxuyaniyan diyar dibe ku AKP û artêşa wê di nava amedekariyên tevkujiyeke din dene. Li himberî van daxuyaniyan di vê gelê me bêdeng nemîne, şiyar be. Di vê gelê Kurd biherike qadan û ala serhildanê hîn bilintir bike. Pêdivî bi ruhê serhildana Cizîra Botan, Nisêbîn’an ya 1992’an heye.
Kes nikare encamên vê bûyerê, PKK weke bahane bide nîşandan. 35 cenazeyên kesên sivîl, kesên bêçek li holê ye. Mirovên ji vê bûyerê filitîne hene. Wijdan û dilê mirovan nikare li hevokên wehşeta şeva bûyer pêkhatî guhdar bike. 35 cenaze, bûne hezar parçe. Yê ji vê bûyerê berpirsyar hukumeta AKP ye.
Di vê gelê me baş bizane ku, artêş û hukumeta Tirk tu nesîbê xwe ji erdemên mirovahiyê negirtiye. Di Tirkiyê de tiştekê binavê hukuk tine ye. Berovajî, dema dibêjin dewleta Tirk, zulum, êşkence, dagirkerî, bişavtin, komkujî… bi bîr tîne. Ger di Tirkiyê de huquq hebûya, wê pirsgirêka gelê Kurd ne di vê astê debana. Wê 35 ciwanên Kurd ne spartibana axê. Wê bi hezar zarok û ciwanên Kurd nehatana qetil kirin.
Dewleta Tirk li aliyekê lêborîna xwe ya ji komkujiya Dersimê re didin, li aliyê din jî komkujiyê li Qileban ê pêktînin. Hemû daxuyaniyên rayedarên Tirk pûç û vala ne. Hemû jî bingehê xwe ji derewan digre.
Ger Huseyîn Çelîk qala hukuka dewleta Tirkiyê dike, tu çima hukuka feryad, êş, rondikên çavên dayîkên Kurd dirije nabînî. Dengê êş, janên ji qirika dayîk, bav, zarok û ciwanên Kurd yên bêguneh digihe asîmanan. We Xewnên zarokên Kurd bi zordarî û çewisandinê dagirkiriye. Zarok û ciwanên Kurd îro di nava gula xwînê de ketine pey xeyalên xwe yên bihuştî. Tu bi çi rûyê qala hukuka dewleta Tirk û hukumeta faşîst a AKP dike.
Di welatekê ewqasî zulum têde xwe dide pêş qala demokrasî, hukuk kirin dirûtî û şermeke mezin e. Bi van gotinan durutiya hukumeta AKP dîsa derket holê. .
Bangawaziya min di serî de ji bo gelê me yê Amed, Botan, Gever, Batman û ji hemû bajar û navçeyên Kurdistan û Tirkiyê re heye ku biherikin qadan. Ger neherikin qadan, wê sibe tevkujiyên mezintir jî di Kurdistan ê de pêkbên. Duh Helepçe bû, îro Qileban bû.
Di vê gelê me yê Botan ê bizanibe, bi çi rengî şeytana nehêlaye Lawikê Xerîb bigihe miradê xwe, îro jî şeytanên hemdem yên weke hukumeta AKP li ser kar e.
Weke keçeke Qilebanî, bangawaziya min bi taybet ji bo gelê Qileban ê heye ku biherike qadan. Xwedî li derketina şehîdên xwe, ewladên xwe, rûmeta xwe, sekneke watedar û giranbûha ye.
Vejîna ruhê 35 ciwanên Kurd ji bo me peywireke li ber me radiwest e. Beriya her tiştî, di vê ciwanên Kurdistan ê bi awayekî rast li vê peywîrê xwedî derbikevin. Bi ruhê pêngava berxwedana netewî, em ê dewleta Tirk a dagirker pûç bikin.
Bi vê mebestê, sersaxî yê ji hemû gelê Kurd û bi taybetî jî ji Qileban gundê Roboskî û Bêcûhê re dixwazim û dibêjim, wê bi helwesta we ya demokratîk kiryarên hukumeta AKP pûç bibe. Hêza me ya berovajî kirina, konsepta kirêd a Tirkiyê heye. Hêviyên me yên serkeftinê ji her demî bêhtir bi hêz in û em ê di doza xwe ya mafdar de bi serbikevin.
Herî dawî jî ez, lanet li hukumeta AKP, dewleta wê ya qirêj û li hemû xebatkarên çapemeniya Tirk ya guhê xwe ji vê tevkujiyê re girt û berovajî kir tînim. Lanetê li hemû mirovahiya ku bêdengiya xwe hîn jî diparêz e tînim û ji ber ku ROJ TV bû dengê rast yê tevkujiya Qileban ê û xwedî lê derket, keda hemû xebatkarên wê silav û pîroz dikim.
Hindistan Penaber
- Ayrıntılar
Kurdistan Bindest e!
Hir tişt bi vê peyvê despekiri bû.
Bi vê peyvê me xwe naskir. Bi vê peyvê me zanî ku em çend bi nîrxin. Bi vê peyvê me naskir bê dijmin û dost kiye? Bi kurtasî bi vê peyvê em bûn mirovên rastîn û azad.
Hêza peyv, ne tenê li ser mirovekî-ê bandor kir. Lê belê ji bo hemû mirovan heman bandor kir. Ev bandor dihêle îro mirovên azad li ser wê xake bijin. Ev bandor dihêle hemû Kurdên bi şeref û xwedî wicdan dikarin dijminên xwe bikin dîn û har.
Le bele hêza peyvê ji wê zedetîr nîşan dide.
Ev rastiya bindest bûyina Kurdîstanê hîn jî didome. Dagirkirina dewletên netewa faşîst wek Tirkiyê, Îran, Iraq û Surî li ser Kurdîstanê didome. Her roj di kolan û taxan de mirovên li ser şopên mirovê azad dimeşin têne kuştin. Her roj ji cihekî nûçeyên linçkirina Kurdan tê. Her roj di derheqe neheqiyekê li hember Kurdan, an jî buyerekî sosret rudide. Her roj kuştin, her roj bêedaletî, her roj dijûn. Xwîna axa me mêtin, hemû dewlemendî û pîroziya welatê me firotin, kuştina xweza jî li ber çave.
Ev ne bese, di ser de jî me tevanbar dikin. Bi hov mayinê, bi cehaletê, bi terorê me bi nav dikin. Ew mirovên peşketî, zana, xwedî nirx û pîvan, em mirovên paşketî, cahîl, bepîvan, bênirx û bê ol in.
Bê gûman van gotinan di dewê wan de bûye benîşt. Divê mirov li ser zêde nesekine jî. Ji ber em kî, çi kesin baş dizanin.
Lê divê em vê rastiyê tu carî ji serê xwe dernexin. Rastiya dijminê xwe naskirin tiştekî erzan nîne. Lê ji bîrkirin tiştekî hêsanê. Bi salan êş û azarên me kişandiye nîşan daye bê dijmin çiye. Ji xwe ji bo ku em wê ji bîr nekin çi ji destê wê tê dike.
Li gel vê, hest û fikrên me bi dijmin ev qas tijiye ku em yekser dixwazin jê rizgar bibin. Him fêrbûyinên kesayetê me de, him jî kîn, hêrs û hestên me yê tolhildanê hizirê me de cihekî pir mezin girtiye. Ev jî dihêle ku em di yek carî de dijmin ê xwe xilasbikin. Bandora dijmin li ser me û li ser cîhana me hilveşînîn. Ev xwestek, yanî jiyaneke bê dijmin xwestin ne tiştekî xirabe. Lê rêbaze wê dîtin tiştekî pir hêsan nîne.
Ji bo vê hizirandin, dahûrandin, biryareke tuj, israr, vîn, sebr û hestên xurt pêwîste.
Piştî Rêbêr Apo ev du peyv anî ser ziman tiştek nîşan da. Dema bindestbuyina Kurdîstanê bi lêv kir,dizanî bû ji bo ev bindestî bi dawî bibedivê mirov çi bike? Gotinekî ji rêzê nebû. Bi qasî mezinbûna peyvê, pratîk jî divê mezin bûya. Ji xwe ew tekoşîna tevgera azadiyê ya ji sih sale zedetir didome vê yekê nîşan da. Gotineke rast, biryareke di cih de, rêbazên rast çawa xwe gihand tekoşîneke ev qas mezin me bi hev re jiyankir.
Piştî rastiya dijmin derkete zanebûnê divê mirov tekoşîna li himber dijmin yekser bide destpêkirin. Ne wiha be, wê pir tiştên xirab rû bide. Dema mirov dibîne ku li ser rastiyeke nikare bandorê bike jê ditirse. An baweriya xwe dişkîne, an dev ji tekoşînê berdide, an jî xwe teslîmî rastiyên pergalê dike. Her çi be, encam bi heman rengî pêk tê.
Ji bo vê hêrsa me ya li hember dijmin divê bi hest û dîtînên toldar neyên derbaskirin. Çi dibe bila bibe di serî de divê em hestên xwe bi rêxistin bikin. Ger em xwesteka xwe ya tolhildane bi rêxistin nekin wê rojekê bizîvire me. Refleksên demî, girî, xwe bêçare hîskirin, xwesteka hin tişta kirin dihêle ku em yekser bikevin nava pratîkên bi lêz. Hin caran weke serhildanên li hember komkujiya Roboskî pêwist bibe jî, ew refleksên derdikeve pêş divê mirov bi rêxistin bike û nehêle dijmin û kîryarên dijmin ji serê me derkeve.
Ger em wiha nekin rastiya dijmin rojekê, demekê di serê me de pir cih bigre û piştre jî em ê jibîr bikin. Lê ger em hestên xwe yê tolhildane, xwestekê xwe yê bêdijmin jiyankirin bi rêxistin bikin û di nava rexistinê de xebateke xurt bimeşînin wê ne tenê wê xwestekên me bi cîh verin, wê ji vê zedetir bandor bike.
Wê demê em dikarin him bandora dijmin, him jî dijmin bi xwe dikarin ji nav dilê welatê xwe biqewitinîn(biqewirînin). Jiyaneke azad tenê dema mirov li himber dijmin tekoşîneke dijwar bimeşîne gengaz (mimkun) dibe.
Bi heviyên jiyan û welateke bê dijmin, ez sersala hemû heval û hogiran, gelê me yê welatparêz, dayikên şehîdan pîroz dikim.
Pîr Kemal
- Ayrıntılar
Di demeke ku Destura Bingehîn ya Tirkiyê, di Komsiyona parlamentoya dibin wesayeta cemata Gulende tê amade kirin, li Şirnexê komkujiyek pêk hat.
Komkujiya li Şirnexê piştî civîna Konseya Ewlekariya Dewletê pêk hat û bi 4 balafirên F-16, piştî nîvê şevê saet di 21.20an de pêk hat. Medya Tirk jî, piştî medya cîhanê, bi çend saetan derdorê saet 10.00an da.
Serfermandariya Artêşa Tirk jî, mikur hat û hajê wan ji komkujiyê heye. Gotinên wan ku gotin, “koma gundiyan wek gerila hatin zanîn û li cihê bûyerê sivîl nînin” nikare bibe sedema komkujiyê. Demagojî û bincilkirina bûyerê ye. Lê çavdêrê komkujiyê ku yek ji kesê di nava komê de bû û hawar daxist û gundî ji komkujiyê agahdar kirin; tiştekî din dibêje.
Li gorî agahiya gundiyê ji komkujiyê xelas bûye; esker koma ku ji Başûrê Kurdistanê hatin û xestin biçin gundên xwe dane rawestandin û balafiran şer jî, piştre koma gundiyan bombarduman kirin. Ev jî dide xuya kirin ku esker, ji hatina koma gundiyan agahdar e, di heman demê de Serfermandariya Artêşa Tirk jî, ji koma gundiyan agahdar e û li gorî seyrûsefea çûn û hatina gundiyan planek amade kiriye.
Serfermandariya Artêşa Tirk, komkuji plan kiriye û ferman daye eskerên herêmê. Li gorî planê Serfermandariya Artêşa Tirk, eger koma gundiyan îro ne hatibane, sibe, sibe ne hatibane, dusibe wî planê komkujiyê bikin pratîkê.
Wilo xuya dike ku kêr ji hestî derbas dibe û bawerî, qinyat û yeqîniya gelê kurd ya li hemberî dewleta Tirk têk diçe. Ev tê wateya ku Kurd wê mecbur bibin li riyên cûda bigerin. Ev tê wateya ku siyastemedarên kurd jî, rewşa xwe, siyaseta xwe ji nû de dibin çavan re derbas bikin. Ev tê wateya ku Haraketa Kurd jî wê mecbur bînine ku rewşa xwe û siyaseta xwe dibin çavan re derbas bike.
Bêguman dive ku rewşenbîrên Kurd, nivîskarên Kurd jî xwe dibin çavan re derbas bikin û xwe ji rehaweta, “bêalîtî”yê xelas bikin. Di rewşeke wiha ku, gelê kurd kom bi kom tê kuştin de, bê terefî û dûr-rawestandina ji siyasetê, xwe xapandin e û ji pîvanên etîkî dûr e. Di vê komkujiyê de 24 kes ji yek malbatê hatin kuştin. Ev tefandina ocaxekê ye. Û tefandina ocaxan jî, di çaçroveya sucê mirovahiyê de tê nirxandin.
Pêwiste qelemşorên Kurd ku li dora AKPê jî kom bûne, hinekî din bi vijdan tevbigerin û AKPe û Cemaeta Gulen jî weke pêşengên guhertina li Tirkiyê nîşan nedin. Ji ber ku guhertina Tirkiyê li ser qirkirin û tunekirina gelê Kurd tê rûnandin. Gelek ji wan qelemşoran, bi baweriyek bêşermî, guhertina li Tirkiyê ji bingeha pîramîdê didine xuya kirin û serê cemawer tevlîhev dikin. Tuuuuu!...
Ew kes xwe dixapînin, bila komên gel nexapînin.
Ji ber ku zihniyeta Ittîhat û Terakî di kirasê kesk de li ser desthilatdariyê ye. Serokê Cemaeta Gulen Fetullah Gulen, wek şeyhulîslamê osmaniyan, wek xelîfê ola îslamî haraket kir û li darî çavên cîhanê fetwa qirkirina gelê Kurd da. Yek qelemşorê li dora AKPê li dijî bextreşî û gunehkariya Fetullah Gulen derneket. Vijdanê we hewqasî reş bûye gelo? Mixabinî ye gidîîîîî !.....
Qelemşorên li dora AKPê, li ser Filîstînê, li ser Somalî û hwd. dinivîsin, lê dema ku mijar dibe Kurdistan, komkujiya gelê kurd, kuştina zarok û ciwanên Kurd, dibe komkujiya sivîlan û bikaranîna çekên kimyewî, zimanê xwe yê biçûk diqurpînin. Bila werê zanîn ku biqasî Erdogan, Naim Şahîn, Sadullah Ergun, biqasî Nejdet Ozelê kimyewî, biqasî rayedarên Emerîka, ew qelemşor jî di qirkirina gelê kurd de gunehkar in. Bêdengiya li hemberî komkujiya gelê kurd, li hemebrî dîrokê , li hemberî civakê jî suc e.
Bila werê zanîn ku qelemşorên li dora AKPê, li hemberî herka dîrokê avjeniyê dikin û weke Çûkê Neamê, serê xwe kirine bin zibil û quna xwe bellelotk kirine.
Komkuji sucê mirovahiyê ye û dewleta Tirk û desthilatdariya AKPê vî suc mirovahiyê dikin. Di rewşeke wiha de, gelo amadekirina destura Bingehîn wê çiqasî diakribe demokratîk be û bersiva daxwazên gleên li Tirkiyê bidin. Tu kes nikare bêdengiya li hemberî komkujiyên li dijî gelê kurd, bi bawerî, qinyat û yeqîniya guhertin û gavên vekirinan bînavbike. Naaaa, kes nikare bikevê nava bexilî û bextreşiyek wiha gemarî.
Eger hinek kes hebin jî, bê exlaqiyê dikin.
Medenî Ferho
- Ayrıntılar
Dem dema nîvro bû, saet duwazde bû. Tav tam lî ser serê çiyayê me bû. Dera ku em lê disekiniyan derekê pir bilind bû. Te destê xwe dirêj kiribana ewrê ku li cem tavê, te karîbû bigrê… Derdorê me her wisa bilind e. Ew tam bîst rojin em li wir in. Her tişt xweş e. Tav xweş e, roj xweş e. Ya girîng jî moralê me xweş e, lê ger qutbûn nebana.
Piştî xwarina êvarî, me bi dilşadî agirekê mezin li sahê kir. Ew dem, dema jî hevdu qutbûnê bû. Her kes û her tişt bû rengê xemgînî. Derdorê me tevahî bû rengê zer. Bêdengî desthilatdar bû. Peyvan xwe veşart, dil çimlisî, çav tijî bûn. Hinek girîn, hinekan jî rondikên çavê xwe di dil de herikandin. Xweşbûn, ma dibin siha xemgîniyê de. Dîlan li bin stêrkên çiyayî de, ket tarîbûna şevê. Bi stranên ku gerîlla di gotin, şev ronî bû. Wê şevê yê ku rêwîbûn serê govendê kişandin û ne berdan. Yek ji wan jî, rêhevala min Zozan bû.
Zozan Tolhildan, Keçekî ji Colemêrgê bû. Mîna çiyayê Zagros an dêrîn bû. Bejna wê weke Çarçêlla xweşik û li levhatî bû. Pora wê, weke şîve rêya ku diçe Cîlo, xelek û şemitok bû. Yek jî çavên wê, her çar suruşt tanîn cem hevdu. Wê şevê jî ronahiya agir pirtir, şewqa çavên wê xweşikbûna wê diyar dikir. Ger helbestvanan wê bidîtana, wê siruşt bi girtana ji rûyên wê.
Rêhevala min Zozan, (Zozan Tolhildan) di sala 1985’an li Colemêrg ê di nava malbateke welatparêz de, çavên xwe li cîhanê vedike. Di malbatê de zarokê herî mezin bû. Di sala 2002’an de, ew û dotmama xwe bi hev re tevlî refên gerîlla dibe. Navê dotmama wê jî Eylem bû.
Eylem, hem dotmam, hem hevala wê ya zarokatiyê û hem jî rêhevala wê ya tekoşînê bû. Dewreya bingehîn a şervanên nû bi hevre dibînin. Piştî bi dawîbûna perwerdeya wan, Eylem çû Behdînan, Zozan jî çû Qendîl ê. Dema ji hevdu qutbûn, soza ku wê li Botan ê li ser xaka ku ji dayîkbûne hevdû bibînin, ji hev re dabûn. Wê demê Zozan, bi himêz kirinê xatir ji Eylem xwest. Bi qasî dilê xwe Eylem maç kir. Ne hezar car, dehezar caran Eylem mêze kir, maçkir û rondik barandin lî ser şîve rêyen gerîlla.
Zozan Tolhildan, (Colemêrg) şeş salan li qada Qendîlê dimîne. Tevlî pêngava yekê Hezîran ê bû. Di her milî de xwe pêşxisti bû. Bi taybetî jî di warê leşkerî de. Zozan weke welatê xwe reng bi reng bû. Her rengê di dilê xwe de himêz dikir. Ji her rengê hes dikir. Qada ku Zozan lê bimaya, ew qad bihar bû. Bi xwe re şînatî dianî, dara bişkoj didan. Kulilkên çiyayên Kurdistan ê, bêhne pora wê, jî xwe re digirtin. Payîz bû, bêhna hevalên xwe herdem bi xwe re digerand. Weke miska bihuştê. Zivistan bû. Bi germbûna ruhê xwe, destên ku li nava berfê dicemidiyan, germ dikir. Havîn bû, eşka tava dijwar bû. Siya li ser rûyê hevalê xwe bû.
Rêhevala min Zozan, keçekî ji derve de pir hişk di xuya. Lê belê, ger ku te naskiribana, weke baranê nerm û dilovan bû. Kesayeta wê û erdê Zagros ê weke hevdu bû. Ma Çarçêlla jî wisa ye!
Zozan, di sala 2007’an de, piştî ji akademiya leşkerî derket, bi israra xwe derbasî qada Botan ê bû. Zozan, berê ku derbazî qada Botan ê bibe, bi tirs bû. Ji ber ku Eylem berê wê derbazî Botanê bibû. Derbazbûna Eylem a ji qada Botan ê re, ji bo Zozan asteng bû. Zozan herdem di got; ‘‘di vê heval nizanibin ez û Eylem dotmamın. An jî min naşînin Botan ê’’.
Zozan bi israra xwe çû Colemêrg ê. Eylem jî çû Cudî. Her du yan jî, soza ku ji hevdure dabûn, pêkanîn. Lê mixabin, Eylem weke straneke dengbêjiyê bi ser lêvên dayîkan de bû lorînek. Zozan, li cihê ku çavên xwe li cîhanê vekirî û zarokatiya xwe lê derbaz kirî, li cihê ku destê dayîka xwe digirt û diçû ber tenurê, cihê ku hemû keyfxweşî, êş û xemgîniyên xwe yên destpêkê lê jiyan kirî, bihuşta wê Kato Marînos bû. Zozan, li wir çêbû, li wir mezin bû û li wir şer kir. Li cihê ku çavên xwe lê vekirî û her tişt ji wir fêr bûyî, li wir jî şehîd ket.
Bû binefşa Kato. Weke navê xwe, Zozan bû. Binefşa herî xweşik li ber avê çêdibe. Ava herî pir ji li zozanên Colemêrg ê hebû. Ji bo wê, ez dibêjim tu û Çarçêlla weke hev lihevhatî û xweşik bûn.
Zozan, di sala 2011’an da li Colemêrg ê di encama êrîşa balafiran de jiyana xwe ji dest dide.
Zîn Koçer
- Ayrıntılar
Dewleta Tirk û çeteyên AKPê û Cemaeta Gulen di nava sala 2011an de, ji bilî kîna siyasî, komkujî, çekên kimyewî, propagendeya bi nîq û teşqele, tiştekî din radestî gelê Kurd nekirin.
Dewleta Tirk, çeteyên AKPê û Cemaeta Gulen, di dawiya salê de û di destpêka sala 2012an de jî, bi komkujiya li gundê Roboski, xelata şînê radestî gelê Kurd kirin.
Gelê Kurd xwe hemwelatiyên Tirkiyê binavdikin û bi têkoşîneke 40 salan jî, dixwazin ku li Tirkiyê demokrasî sazkar bikin; dewletek huquq pêşbixin û hemwelatiya Destura Bingehîn derbixin pêş. Kurd, li dijî siyaset û zihniyeta yek-yekan, komara demokratîk, siyaseta demokratîk, netewa demokratîk, Destura Bingehîn ya demokratîk dixwaze. Gelo ev xwestek çima dibe toqê gunehkariyê û dikevê stuwê gelê Kurd?
Aliyek nijadperestiya kujerî dixwaze, aliyek jî demokrasiya gel dixwaze.
Balkêş e ku aliyê nijadperestiya kujerî dixwaze, li tevahiya cîhanê piştgiriyê dibîne. Gelo ev naye wateya ku tevahiya cîhanê, yanî hêzên global, li dijî demokrasî û aştiyê ne? Wilo xuya dike ku demokrasî û aştî ne li gorî berjewendiyên wan e.
Demokrasî û aştî ne li gorî berjewendiyên AKPê ye jî.
Eger ne wisa be, vijdanê raya giştî ya cîhanê çima şiyar nabe? Kanî, digotin vijdanê raya giştî ya cîhanê şiyar e? Sîstema kapîtalîst û faşîzma reş û veşartî, vijdan kuştiye. Dema vijdan mirî be, raya giştî jî nîne, hêz heye.
Ji tevahiya cîhanê, Tunus (daxuyaniyek balkêş da û kokmujî bi tundî şermezar kir) ne di nav de, bi giştî Ewropa, ku xwe derguşa şaristaniyê û çavkaniya mafên mirovan dibîne jî li hemberî komkujiya li Qilebanê bêdeng e. Gelo ev ne sosret e, ne bextreşî û bewicdaniya mirovahiyê ye?
Lê dive werê zanîn ku, li Qilebanê, dewleta Tirk careke din bivir/tevir li ingê xwe da û da diyar kirin ku zihniyeta li dijî mirovahiyê, yanî faşîzm li Tirkiyê serdest e. Doh wesayeta eskerî bû, îro wesayeta cemaetê ye.
Her du wesayet jî li dijî demokrasî ne, li dijî cemawer in û zordestiyê diparêzin. Her du wesayet jî, siyaseta şûr, ku her du aliyên wê tuj in diparêzin. Ev jî tê wateya “faces” heye.
Faşîzm ji gotina Italî “faces” derketiye û ji bo dar û kamçiyê di destê parêzvanên emperetorê Roma re dihate gotin. Faces di heman demê de, hêza emperetor û otorîteya emperetor temsîl dike. Hêz û zordestî!...
Îro, li Tirkiyê jî, ji bedêla dar û kamçi, çekên napalm, kimyewî û topên obus û hewanê; polîs, jop, bombeyên gazê, wesaîtên zirxî û ava şidih cih girtine. Hêza Erdogan, hêza Fetullah Gulen, hêza Org. Necdet Ozelê kîmyewî, “faces”ên Roma ne.
Van hêzên ku hevdûtin temam dikin û ji bo tesfiye kirina Haraketa Azadiya Kurd û qirkirina gelê Kurd, koalisyonek sazkar kirine, 3 argumend kirine bingeha faşîzma xwe.
Yek, hêza eskerî û polîs... Du, hêza dîplomatîk.... Sê, hêza olî...
Sed sal in ku gelê Kurd, bi dorpêçana van sê argumentan tê qirkirin. Lewma komkujiya li Qilebanê, bi komkujiya li Dêrsim, Sason, Koçgirî, dema Şêx Seîd, Agirî, Eleqemşê, Helepçê û komkujiyên dema Saddam re têne beramberî hev.
Dive em zanibin ku ev qirkirin teva, encama siyaseta navneteweyî ye. Doh hêzên navneteweyî emperyalîst bûn û komkujî dikirin; îro jî hêzên kapîtalîst û global in û siyaseta komkujiya li dijî gelê Kurd dikine pratîkê. Helbet ev hêz, komkujiyên li dijî gelê kurd bi destên xwe nakin, lê çawuş û cendermeyên wan yên li herêmê komkujiyan dikin.
Êdî eşkere bûye ku, komkujiya li Qilebanê biryara dewletê ye û di Konseya Ewlekariya dewletê de hate qebûl kirin û plansaziya wê jî, ji aliyê Serfermandariya Dewletê ve hate amade kirin û eskerên li ser sinor û balafirên şer yên F-16 planê komkujiyê kirin pratîkê.
Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, ji bo hemwelatiyê Tirkiyê ku di nava hêzên Baasê li Iraqê ji aliyê hêzên Emerîka ve hate kuştin, sersaxî xwest û wek şehîd îlan kir, li hemberî komkujiya li Qilebanê dengê xwe dernexist.
Lê Tayyip Erodgan bi ferman dayina kuştina jin û zarokên Kurd navdar e. Bi vê mebestê gelê kurd bendeyî Erdogan û sersaxiya komkujiya 35 kesan namîne. Eger, mîna rûreşên Serfermandariya Atêşa Tirk sersaxiyê bixwaze jî, ji aliyê gelê kurd ve nayê qebûl kirin.
Pêwiste werê zanîn ku, gelê Kurd gelek komkujî himbêz kirin û rondikên êş û azarê niqutandin derya dilê xwe, wê êş û azara komkujiya Qilebanê jî biniqutînin derya dilê xwe û şîna dawiya sala 2011an û destpêka sala 2012, bi maqulî himbêz bikin.
Gelê Kurd, xelata desthilatdariya AKPê, Cemaeta Gulen û Serfermandairya Artêşa Tirk, jibîr nake û di salnameya bûyerên drametîk ya îsal de qeyd kiriye.
M. Bagok
- Ayrıntılar