Ez ne biyaniya girêvên birçîbûnê me.
Piştî du-sê rojên gerava birçîbûnê, arandina serî û cênîkên mirov jî baş nas dikim. Êş û azara hevpar ya girtîgehan û wateya wê ya giranbiha jî baş dizanim. Ji ber ku dek û dolabên statukoparêziya dewleta Tirk, ku bi “felzeke”yên polîsên namerd, dibine cezayê zerzemînên bê binî û hawara kesên weke Mamî Silêman, piştî bîstûşeş salan jî ji mêjiyê min derneketiye. Hîna xewa min dikujin, hestên min xerab dikin. Piştî hewqas sal, hîna birînên hêviyên min ne hatine derman kirin.
Sal 1983, em li girtîgeha Metrîs baskê Sibirya bûn, rojekê esra teng deriyê qoxûşê bi zimmênî hate vekirin û mirovek dafî hundir kirin. Mirovekî navser bû û mîna jibin ferşên gorê hatibe derxistin, renge-zer, westiyayî û di nava hêviyên şikestî de bi çavên vala li me nêrî. Hevalê bi navê Feraî, bi dengekî dilşewêt, got; “mamîîîî, mamîîîî!...” Û dengê xwe qut kir. Navê wî Silêman bû, pişî banga Feraî, navê wî bû Mamî Silêman.
Mamî Silêman ji sucê trafîkê girtibûn binçavan, lê ji sedema li dijî polîsan dijberiyek tund nîşan da, bi dosyayek pirr nepixandî anîne Metrîsê. Ji kuştina mêran bigirin heta bi ataxiya endamên rêxistinê lê bar kiribûn. Mamî Silêman 3 sal û nîvan di navbera Metrîs û dadgehan de çû hat. Balkêş bû, wî mirovî, wek ayînê li grevên birçîbûnê dinêrî... Piştî em ji Metrîsê sergomî Sultanahmed kirin, em û Mamî Silêman ji hev hatin qut kirin.
Piştî Sultanahmed, em sergomî Sagmalcilar kirin û em li Sagmalcilar bûne çavdêrê şehadeta 4 lewendên greva birçîbûna mirinê. Ez wan lewend û cengawerên Zindana Amedê, bi dilsoziyek şahlewendî bibîrtînim. Dewleta ku xwe wek exlaqê civaka mirovan bi nav dike, di bingeha xwe de kujer e. Wampîr e.
Her dewlet sucekî mirovahiyê ye. Nexwazim dewleta Tirk, di het heyam û deman de sucê mirovahiyê kiriye û roj wê werê ku di gunehên mirovahiyê de bifetise.
Îro, 10 rojên greva birçîbûna li zindanên Tirkiyê û Kurdistanê xelas bûn.
Parlamenterên BDPê Selma Irmak û Faysal Sarıyıldız jî, Adnan Tîtîz jî di nav de, tevahiya girtiyan qurbanên dewleta Tirk in. Dewletek ku bi xwînê hatiye avakirin û bi xwîne hebûna xwe diaparêzê ye. Hemberî ku lehenga romana min ya dawî, Pîrejina Hefsedê dibêje; “ew xerab dikin, em ava dikin, ew dikujin em zêde dibin” jî, dive em êdî hesabên matemetîkî li ser jiyana xwe nekin û stikura xwe ji ber xencera xiyanetê û ji ber kêra qurbantiya kêra desthilatdaran xelas bikin.
Girtiyên di greva birçîbûnê de her roj bêhtirîn ber bi êşa hevpar ya kulîmok û movikên hestiyên bedena xwe diçin. Qolincên di movik û kulîmokên hestiyên wan de wê dest pê bikin. Lê dewleta Tirk û desthilatdariya AKPê di nava xemsariyek bextreş de, hîna plansaziyên dek û dolaban û siyaseta gemarî dike.
Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan û wezîrên wî, mîna xoceyên gundan ku, bi rotên dirêj dersên Qur’anê didine zarokan, dersên siyaset û demokrasî didine muxalefetê, didine dewletên cîran û bi demagojî, derew û telaqreşiyan komên xelkê û raya giştî dixapînin. Rewşenbîr û demokratên wek qelemşor derdikevine holê jî, edebiyata hamasetê dikin û êşa hevpar ya girtîgehan nayînin bîra xwe. Pirraniya wan rewşenbîr û qelemşoran di zindanên statukoparêziya dewleta Tirkiyê de mane û nasîbên xwe bi zedayî ji êşa hevpar standine. Dîse jî, siyaset û edebiyata “felzekê” dikin.
Êdî eşkere bûye ku, kanunên Tirkiyê, kanunên zincîran e û girtiyên di zindanên Tirkiyê û Kurdistanê de bi zincîr û leleyên kanunên faşîzan dîlgirtî ne. Ne ku suc kirine, ne ku gunehkar in. Ew girtiyên kanunên zincîran e...
Balkêş e, darbeya faşîst ya 12ê Êlûnê, kanun çêkirin, desthilatdariya AKPê, ku wek hêviya komên xelkê û demokrasî hate ser desthilatdariyê, di 9 salên rêvebiriya xwe de, ji bedêla guhertina wan kanunan: Yek Kanuna Têkoşîna li Dijî Terorê derxist... Du, Biryarnameyên taybet derxistin... Sê, Kanunên taybet yên şexsan derxistin û derdixe.... Çar, kanuna taybet ya polîsan derxist... Pênc; erka xesp-kirina desthilatdarî û îdeolojiya fermî ya faşîzan ku parlamenteriya nûnerê Kurdan ji destê wan stand... Şeş, ne nasîna îradeya gel û girtina parlamenteran di girtîgehê de... Heft, tecrîda keyfî û tolhildanî...
Niha ketiya nava hewldanan (bi dana meaşên parlamenteran) ku vê eyba xwe, vê antî huquqiya xwe, vê xespa xwe ya gunehkariya dîrokî ji holê rake. Gelo, dana meaşên parlamenteran, wê têrî rakirina hewqas gunehkariyan bike?
Desthilatdarî mîna nexweşiyek nayê dermankirin e û desthilatdariya AKPê, bi cemaeta Fetul-munkîr re bi vê nexweşiyê ketiye. Ev nexweşî zû bi zûr nayê dermankirin. Dermanê vê nexwşiyê xwîn e... Di devê gûr de jî, siyasetmedarên Kurd, Rêberê Haraketa Azadiya Kurd, girtiyên azadiyê hene.
Dîwarên girtgîgehên Tirkiyê û Kurdistanê, bi xwîna mirovan, bi êş û azarên hevpar hatine seyandin. Mamî Silêman, navê wan dîwaran kiribû “qijnik û zîro”wên ku xwîna mirovan dimerêsin... Guman dikim ku nirxandin û binavkirina Mamî Silêman kêm e; Ew dîwar, laboratuwara ku dermanê êşa desthilatdaran diafirînê ye. Komkujiyên bi çekên kimyewî û parçekirina bedena gerilayên Kurd, komkujiya li gundê Roboskî teva, tedawî kirina nexweşiya dirêj ya desthiladariya AKPê pêk neanî. Ji xwîna nexweşên ku di zindanan de dikujê têr nebû, vê carê dixwaze, xwîna girtiyên azadiyê bike dermanê desthilatdariya xwe.
Di heyamên cûda de, xwîna taze ya mirovan lazim e...
Destanên Kurdan, efsaneyên Kurdan wek Dehak û marên dis erê wî de û mêjiyê ciwanan, belaş ne hatien afirandin.
Lê Erdogan nizane ku di dîrokê de mucîze çênabin û desthilatdariya wî jî, ji aqûbeta yên berî xwe xelas nabin. Xwîne Kurdan ji tu desthilatdaran nebûye derman, ji desthilatdariya Erdogan re jî nabe derman. Ji ber ku desthilatdariya AKPê jî mîna desthilatdariyên berî xwe, reçeteya exlak û ademiyetê winda kiriye.
Ez bi tirsim, ji ber ku nexweşiya desthilatdariya AKPê, ji ya desthilatdariyên xwe jî dijwartir û demdirêjtir e. Lewma ewê xwînê bêhtirîn birijîne. Binêrin, cografya Kurdistanê ji sedema zivistana dijwar û berfa zêde ketiye kebîs û rêbûwaran nade, lê desthilatdariya AKPê ji hewayê mirinê dibarîne. Gelê Kurd her dem çiya parastine. Çiya jî gelê Kurd parastiye. Niha jî ev parastina du alî di rojevê de ye. Lê parastina vê carê, bi eniyak taybet dest pê dike. Girtîgeh û girtiyên Azadiyê!..
Çekê girtiyan jî bi tenê bedena wan û awaza wan ya slogana ye.
Ev enî, her ferdekî ji vê eniyê bi dehsalan hatiye xwedî kirin û bi keda dehsalan hatiye mezin kirin, bi berdêlên giranbiha hatine perwerde kirin. Ew enî, bi her mirovê xwe ve lehengek ji hêrivandina şikefta dîlgirtinê ye.
Pêwiste Kurd, demokrat, nivîskar û rewşenbîrên xwedî vijdan bikevin nava hewldanan û xewna raya giştî ya cîhanê jî, ya Tirkiyê jî birevînin.
Medeni Ferho
- Ayrıntılar
Her şoreşeke ku destpêdike, şehadetê û îxanetê jî dide ber çavê xwe. Bêguman şehadet tiştekî neşerme û mirov nikare bibêje wê şoreşê wendakir. Şehadet kîjan nifşî li pey xwe dide avakirin mirov pêwîste vê yekê ji xwe bipirs e.
Em werin mijara xwe ya esas. Berî çend rojan çapemeniya dewleta Tirk di spotên xwe de dinivisîne 15 gerila hatine kuştin, lê belê ez bawerim dikim ku jibîrdikin di temamkirine spotên xwe de binivisînin, wê çend ciwanên Kurd çeka van gerilayên şehîd rakin. Gava ku jibîr dikin hevoka xwe tamambikin, ev yek diyardike ku rastiya gelê Kurd nizanin. Çek di çanda gelê Kurd de namûse û nemumkine ew çek li erdê bimîn e. Gel û gerila dizanin heyanî ku Rêber APO û gelê Kurd azad nebe, wê şehadet çêbibe, herkesî ev yek daye berçavê xwe. Em jibîrnekin her şehadetek kîn û intîqameke mezin bi xwe re tîne. Tevlîbûnên vê dawiyê ji tevgera azadiya Kurd re çêdibin, hemû bi şehadeta hevalan bandor dibin. Ciwanên Kurd beşdarî nava refên gerila dibin û navê wan hevalên şehîd li xwe dikin.
Mijara girîngtir jî yek jê eve; eger ku dewleta Tirk dibêje ez dewletekî musilmanim, pêwîste rastiya lehengên mîna Omer Muxtar jibîrneke. Eger yek Omer Muxtarê Ereban hebe, yên Kurdan bi hezaran hene. Ango tişta di dawiya vê hevokê de ez dixwazim îfadebikim, şehadet netiştekî şerme û newendahiye, yan jî nebinkeftin e. Gelê Kurd û gerila dema biryara berxwedaniyê dan, şehadeta xwe jî dane berçavên xwe. Gerilayên Kurdistane gava ku berê xwe didin çiyan, nehatine seyranê, têkoşîn û şehadet jî dane berçavên xwe, ji ber ku dizanin dijminekî wan yê hov heye. Ma qey tenê xwîn di canê te de biherike, navê wê jiyan e? Eger exlaq û wijdan bi min re hebe, dema ku li kêleka min polîsên AKP ê destên xwe tavêjin zarok, ixtiyar û hemû mirovên Kurd, eger li berçavê min mirov ji birçîbûnan re dimirin, hingî ez sed carî di ruh de tême kuştin, wê demê fêzîkê min saxbe jî, çi wateya xwe heye. Van hevalên şehîd bi xwîna xwe tovên PKK ê avdidin û nifşên nû dafirînin.
Dema ez dibihîzim heval şehîdketine ez dibêjim “xwezî ew şens ketibane destê min de, ez jî bi wana re bûbame heval û ew şehadeta xwe ya pîroz bi min re jî parvekiribane.” Şehadet jî yek ji zagonê xwezayê ye. Eger ku welatê te bindestbe, gelê te were perçiqandin, xweza jî ji te re napejirîne û mirine te wê bê wate be. Lê belê li gorî zagonên xwezayê û mirovahiyê meşandin, namûs û şerfeke bi rûmet e. Nizanim; dibe ku dewleta ji komkujiya gelê Kurd û gelê Ermeniyan têr nebûye, van zagonên xwezayê nizane û şehadetê wendahî dibîne. Eger dayîkên Kurd bi wan desmalên xwe yên spî, bi tilîlî û bi coş destê zarokên xwe hina dikin û şehîdên xwe pêşwazî dikin, wê vê carê jî pêşwazî bikin û xwedî li wan derbikevin, li gorî nêrîna min ew kêlî ji bona dewleta Tirk mirinekî herî mezin e.
Dunya Cemîl
- Ayrıntılar
Pêşî gotin hebû. ev destpêka mirovahiyê ye.
Mirovahî tenê ne navê mirov e; nirx, pîrozî û kultura û bi dema hezar salan û keda nifşan hatine bidestxistin e. Lewma wek kultur, wek nasnameya mirov derketine pêş.
Gelê Kurd 30 sal in, bi germiyeke dijwar dozekê dimeşîne, têkoşînê dike û ji detspêkê heta îro, dibêje “em biaxivin”. Wateya “em biaxivin”, destpêka pirtûkên pîroz e, ku dibêjin “pêşî gotin hebû.” Gotin, axaftin nirxê herî pîroz yê mirovbûnê ye. Bê gotin û axaftinê mirov nabe mirov. Bê gotin û axaftinê mirov nagihê encamekê dinavbera mirovan de, di navbera civak û gelan de, lihevhatin, lihevkirin, dostanî, jiyana hevreyî û çareseriya pirsgirêkên navber çênabe.
Cihê ku gotin lê hebe, mirovahî heye, axaftin heye û çareserî heye.
Çima gotin, çima mirovahî, çima axaftin û çina çareserî? Ev 4 pirs, bingeha çareseriya pirsgirêkên civakî ne. Li Tirkiyê 30 sal in, dozeke civakî heye û îro, bûye pirsgirêka mirovahiyê. Ev doza civakî, zêdetir ji sed salî ye, wek birîna mumarî ye û li bendeyî mirovahiyê û çareseriyê ye. Helbet ev pirsgirêk bi destê hêzên ku wek nûnerên mirovahiyê derdikevin pêş, derkete holê û mixabin îro jî bi destê mîratzadeyên wan hêzan, dîse berdewam dike.
15ê Sibatê Komploya Navneteweyî, ku di şexsê Birêz Abdullah Ocalan de, li dijî gelê Kurd hate lidarxistin, encama siyaseta van hêzan e. Komplo, mîna ji navê wê jî tê fêm kirin, di encama terora navneteweyî, di rengê korsanî û sergerdeyiyek bi plan û program hate pêkanîn. Encama wê jî diyar e. Serokê Haraketa Azadiya Kurd hate dîlgirtin û li Girava Imralî hate zincîr û lelekirin.
Ev kiryara ku Kurd, navê “komplo” lêdikin û bixetreşî binavdikin, rûreşiya mirovahiyê ye; di dîroka mirovahiyê de damxeyek reş e. Ji ber ku, komploya 15ê Sibatê, ji komployên dîroka mirovahiyê pirr cuda ye. Wateya wê jî cûda ye. Komplo, di şexsê mirovekî de, li dijî destîniya gelên Kurdistanê teva hate lidarxistin. Ji ber ku Kurdistan, destîniya pirr gelan dinava xwe de diparêzê û kesayetiya ku bû hedefa komplokeran jî, pêşengiya guhertina wê destîniya “pirr-gelan” dikir. Ew kesayetî, di pêşengiya têkoşîna azadiya gelê Kurd de, têkoşîna azadiya gelên Kurdistanê û gelên herêmê teva dikir. Êdî nemabû kesekî weke pêşeng û lîder bi tenê. Yanî Abdullah Ocalan ne kesek, ne lîderek bi tenê bû. Hêdî hêdî wek sîstemekê, wek guhertineke civakî derdikete pêş. Mîna salên 1848an (manîfestoya komunîst), ku li Ewropa nûqaeşek da dest pê kirin û heta bi salên 1913an, berî şerê yekemîn yê cîhanê berdewam kir, wek hişmendiyeke nû derkete pêş.
Baş tê zanîn ku piştî manîfestoya komunîst, nîqaşên feylesof, rewşenbîr, zanist, siyasetemdarên wê demê; wek Bebel, grubê Reîscstag, Wollmar, Eduard Bernstein, weke Marx, Engels, Lassell, Fichte, Hegel û hwd. li ser rengê dewlet û sîsteman dest pê kir. Pirsgirêkên weke, “teoriya sosyalîzmê”, “pirsgirêkên sosyalîzmê”, “sosyal demokrasî”, “dewlemendiya civakê”, “dewlemendiya çînayetî”, “netew-dewlet”, “dewleta gel”, “dewleta proleter” û hwd. dihatin nîqaş kirin. Piştî şerê yekemîn yê cîhanê, hendesyarên “netew-dewletê” bi rewîzyoneke ji îdeala mirovahiyê dûr û li ser bingeha termê utopya bextewariya jiyana hevreyî ya gelan, cîhan parvekirin û encama îro derxistin holê. Mîratzadeyên rewizyonîstên ku îdeal û utopya mirovahiyê kuştin, bûne hendesyarê komploya 15ê Sibatê û careke din xencer li kezaba mirovahiyê dan.
Gelê Kurd, îro 13. salvegera komploya 15ê Sibatê, mîna roja destpêkê, bi dijwarî û kiryarên cûda himbêz dike û dijberiya xwe jî bi çalekiyên cûda destnîşan dike.
Yek ji van çalekiyan jî Meşa Dirêj ya Kurdistaniyên li Ewropa bû û di atlasa dilê Ewropa de pêk hat. Meşa Dirêj ya Kurdistaniyan, da xuya kirin ku, her pirsgirêka mirovahiyê hevbeş e û tevahiya cîhanê alaqadar dike. Tu hêz, hêzên komploker jî di nav de, nikarin ji vê pirsgirêkê birevin û xwe ji berpirsiyarî û gunehkariyên li Kurdistanê diqewimin, xwe xelas bikin.
Di pêvajoya Meşa Dirêj ya Kurdistaniyan de, herî kem 650 siyasetmedarên Kurd li Tirkiyê hatin binçavkirin û girtin, herî kêm 20 ciwanên Kurd jî hatin kuştin û înfaz kirin. Tecrîda li ser Ocalan jî, kete meha 7an.
Berî destpêka Meşa Dirêj ya Kurdistaniyan, bi demekê, dîse li Kurdistanê 2 komkujiyên sucê mirovahiyê pêk hatin. Yek li Geliyê Tiyarê, ya din jî li gundê Roboskî. Li Geliyê Tiyarê li dijî gerila çekên kimyewî hatin bikaranîn, li gundê Robsokî jî, gundî bi komî hatin kuştin.
Yanî li Kurdistanê, bi gotina Tolstoy “wek heywanekî hov ku ji zincîrên xwe xelas bûbe” û çi werê ber kafûkûn bike; dewleta Tirk û desthilatdariya AKPê jî, bi desteka hêzên komploker, di çar demsalên salê de, çi ber dikeve kafûkûn dike. Vijdanê cîhanê, ku li hemberî “gamasî”yekî radibe ser lingan, li hemberî sucên mirovahiyê ku li Kurdistanê pêktên bêdeng e.
Meşa Dirêj, di 13. salvegera komploya navneteweyî de, li dijî vê anormaliyê şiyariyek dîrokî ye. Anormaliya ku huquqê gerdûnî, peymanên navneteweyî, nirxên mirovahiyê dikuje, datîne ber çavên raya giştî ya Ewropa. Di vê şiyariyê de, helwesta antî-faşîstên Alman ku ciwanên Kurd destek dikin heye. Di vê şiyariyê de cihgirtina parlamenterên Ewropî di civînên Kurdan ya çapemeniyê de heye. Piştî Meşa Dirêj û mitînga Starsbourgê, li Ewropa jî, wê sibe ne weke îro be. Ji ber ku, gelê Kurd, careke din da xuya kirin ku, pirsgirêka Kurd, pirsgirêka mirovahiyê ye û Ewropa nikare xwe ji vê pirgsirêkê xalî bike, bêrî bike û xwe bidê aliyekî.
Meşa Dirêj, parçeyek ji têkoşîna gelê Kurd e û ji diyalektîka dîrokê ne qut e. Em jî mecbur in, bûyerên dîrokî di çaçroveya diyalektîkê de binirxînin û şîrove bikin. Li kû, kengî û çawa? Meşa Dirêj, li Ewropa, di 13. salvegera Komploya 15ê Sibatê de û ji Cenewe heta bi Strasbourgê.
Cenewe doha Kurdan bû, Strasbourg îroja Kurdan e.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Bêdengî, gelek tiştan li pey xwe vedişêre.
Kurdan, di têkoşîna li dijî faşîzma kesk de, xwe tu caran bêdeng nekiriye. Êşa xwe diqîrin û bang li vijdanê raya giştî ya cîhanê dikin..
Êşa Kurdan ne tenê bedenî ye. Saziyên civaka Kurdan jî diêşînin. Yek ji van saziyan ROJ TV û Radyoya Dengê Mezopotamya ye. Ji sala 1995an û vir ve, dema MED-TV hate damezrandin û heta îro, êrîşên li ser telewizyonên Kurd ne hatine rawestandin. Telewizyon amûrê herî bi hêz yê medya ye. Dewleta Tirk, ji hêza medya kurd ditirse. Tirsa dewleta Tirk û desthilatdariya wê demê, bû sedema êrîşên dijwar û bi desteka hêzên navneteweyî MED TV hate girtin.
Kurdan MEDYA TV vekir. Êrîşên dagirker û hevkarên wan bi dawî ne hatin. Navenda, hevparên ku karên telewizyonên Kurd dikin jî li Belçîka ne. Dewleta Belçîka jî, di nava hevkariya li dijî Kurdan de cih digire. Polîsên Belçîka êrîşên ku bi navê “supîtnîk” di bîra gelê Kurd de hatiye neqiş kirin lidarexistin.
Piştre, berî ku Dadgeha Danimarka biryarê eşkere bike, Polîsên Belçîka, li dijî studyoyên ROJ TV û Radyoya Dengê Mezopotamya, êrîşeke dijwar lidarxist in. Di navbera gel û polîsan de şer derket. Di encamê de Dadgeha Danimarka biryara girtinê neda, lê cezayê peran da û tewanbariyek ne en cihê wê de kir. Ev zordestiya li hemberî huquqê navneteweyî û mafên gelê kurd bû. Li ser vê tewanbariya antî exlaqî û antî huquqî, hevpara Fransî Eutelsatê, bi biryarek yek alî weşena ROJ TV qut kir. Ev biryar, ne di çarçoveya rastiya bazirganiyê de bû, dîse binpêkirina huquqê Fransa û navneteweyî bû. Doh jî (02. 02. 2012) rûniştina Dadgeha Îdarî ya Fransa ku li ser dijberiya parêzerên ROJ TV pêk hat bû. Eşkere kirina biryarê hişte 10 Sibatê. Di huquqê bazirganiyê de, rojek, danek jî giring e, ji ber ku huquqê bazirganî, mafê bidestxistina kar, bêhtir ji mafên mirovan diparêze. Lê Dadgeha Îdarî, biqasî hevpara Fransî Eutalsatê, niheqî kir, 8 rojan weşana ROJ TV qutkirî hişt. Ev tê wateya ku ew hevparên produksiyonê ku ligel ROJ TV kar dikin, bi sedhezaran euro ziyanê bikin.
Lê ya balkêş, zordestiya piştî biryara yek alî ya hevpara Eutelsatê bû. Ji ber ku rêvebirên ROJ TV, ji bo weşanê bidomînin bi hevpara Intelsatê re peyman çêkirin û weşana ROJ TV li Rojhilata Navîn domandin. Hevkarên, ku di komkujiyên siyasî, kulturî, eskerî û sifîlan de, di karanîna çekên kimyewî de Tirkiyê destek dikin, zext û zor li Yewnanîstanê kirin û weşana ROJ TV ya diser Întelsatê re jî, qut kirin.
Bêguman ec zordestiyeke mezin e û li hemberî gelê Kurd jî ev zordestî di rengekî bê exlaqî eğ tê kirin. Lê dive ku Kurd zanibin, ew hêzên ku dibin hevparê Tirkiyê yên sucê mirovahiyê, di bin pê kirina kanunên bazirganî û mafên ragihandin û ramanê azad de, gelekî heyirî namînin.
Balkêş e, ku di van kiryarên li ser ROJ TV de, Tirkiye bêdeng e. Ev encama şîretên birayê mezin Emerîka ye. Helbet Kurd jî di nava xwe de dikelin û hêrsa li dijî vê zordestiyê di nav xwe de kom dikin. Helwet wê roj werê ku ev hêrsa di nava kela dijwar de, li dijî, niheqî û zordestiyê biteqe.
Helbet niheqî û antî-huquqiya li dijî gelê Kurd ne tenê girtina ROJ TV ye.
Siyaseta taybet ya li Imralî û di şexsê Birêz Ocalan de tê meşandin, gihaye asta komkujiyan û dergûş û çavkaniya (!) demokrasî û mafê mirovan Ewropa jî bêdezg e. Emerîka jî vekirî komkujiyên li dijî gelê kurd û siyasetên taybet yê di mer’iyetê de destek dike. Gelo raya giştî ya cîhanê wê heta kengî li hemberî van kiryarên komkujiyê bêdezg bimîne û pêl vijdanê xwe bike?
Kurdên li Ewropa, ji 1ê Sibatê û vir ve di Meşa Dirêj de ne û ber bi Strasbourgê dimeşin. Meşa Dirêj, wê di nava 18 rojan de, 400 kilometreyî bimeşin û di atlasê mêjiyê Ewropiyan de, nexşeyeke balkêş çêbike. Ji ber ku meşa Kurdan, bi kal, jin û ciwanên kurd, bi siyasetmedar, hunermend, nivîskar û gel, dibin serma tofanî de, wê biqasî dijwariya seqemê bandorê li bende û mêjiyê Ewropiyan bikin. Wê bibînin ku, bi hezaran Kurdên di riyan de, li destîniya xwe digerin û li dijî rekiha hêzên global, ku gelê Kurd, dûçarî qirkirinan dike dimeşin.
Ew hêzên global ku Rêberê Haraketa Azadiya Kurd, dîl girt û li Girava Imalî zincîr û lele kir; geh bi êşkenceya psîkolojîk, geh bi êşkenceya êrîşên bedenî, geh bi tecrîda 6 meh û nîvan mirina reş kirine pratîkê; siyaseta xiyaneta kurdan û kuştina kurdan bi kurdan kirine mer’iyetê, dixwazin destîniya destpêka sedsala bîstan bînin serê Kurdan.
Her çiqasî dinavbera hêzên Kurdan de, yekîtiyek çênebûbe jî, gel li çar parçeyên Kurdistanê bûye yek, di her firsetê de û li dijî her bûyerê mesajê didin ku gelê Kurd ne yê berê ye, di hestên neteweyî de bûye yek û di nava xwe de dikele. Li dijî zordestî û niheqiyên li ser gelê Kurd û saziyên Kurd, dijberiyên tund nîşan dide.
Kurd ne ji zordestî û êrîşên dewleta Tirk û desthilatdariya AKPê bêzar û neçar dibin; ji hevkarî û desteka hêzên navneteweyî, ji dîplomasiya navneteweyî û ji siyaseta navneteweyî, ku bi zulumkariyek derî însanî mafên gelê Kurd yê jiyanê binpê dikin bêzar û cigerbixwîn in.
Dive bê zanîn ku gelê Kurd bê telewizyon be jî, wê pirsgirêka xwe, di her qada jiyanê, siyasî, aborî, civakî, huquqî, seyran û geşta rojane de bike rojeva tevahiya Ewropa. Hêzên global û dîplomasî û siyaseta cîhanê nikare xwe ji sucê mirovahiya di şexsê Kurdan de pêk tîne xelas bike. Hêzên Global, îro ketine dewsa hêzên Mogolan.
Rewşa îro ya hêzên global ku ligel dewleta Tirkiyê, di her kiryara qirkirin û komkujiyên li dijî Kurdan de, mîna hêzên Mogolan kar dikin. Talanê dikin û qirkirinê dikin. Bê çawa Mogolan li seranserî cîhanê talangerî û kujerî dikirin, îro hêzên global, li Kurdistanê, ligel Tirkiyê, qikirina gelê Kurd dikin. Mogolan ji seriyan mînare çêdikirin; Tirkiye û hevkarî û desteka hêzên global, ji serê kuştiyên Kurd jî şikêran çêdikin.
Li geliyê Tiyarê 36 gerila bi çekên kimyewî hatin kuştin, ev şikêrek... Li gundê Roboskî, 34 gundî bi bombardumana balafirên şer yên artêşa Tirk hatin kuştin, ev şikêra duyemîn.. Li Amedê navenda JÎTEMê 26 qoqên seriyê mirovan hatin dîtin, ev şikêra sêyemîn... Mirov dikare van hejmaran zêde bike, ji ber ku her gora komî, şikêrek ji seriyê mirovên Kurd e.
Tê zanîn ku cografya Kurdistanê jî, bu gorên komî hatiye xemilandin.
Lê dîse jî ew nikaren destanên cengaweriya ciwanên Kurd, bidin rawestandin û têk bibin.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Em dikevin sala çardehemîn a komploya navneteweyî ya ku li hember Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan wek êrîşeke bi plan hatiye pêşxistin. Bi lêkolîneke zêde û berxwedaneke berfireh a sêzdeh salan rastiya komployê bi hemû aliyên xwe bi giranî hatiye ronîkirin. Tê fêmkirin ku di sala çardehemîn de jî wê ev hewldan berdewam bikin û ji bo sîstema Îraliyê bi tevahî tune bikin berxwedana gelê Kurd wê bi awayekî hîn bi hêz û berfireh bi pêş bikeve.
Niha, di ketina saleke nû ya komployê û têkoşîna bi komplo yê re de em hin zanînên bingehîn teze bikin wê bi feyde be. Wekî tê zanîn, komploya navneteweyî, roja 9’ê cotmeha 1998’an Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derxistibûn dest pê kiribû û 15’ê sibata 1999’an ji Kenyayê revandibûn û biribûn Îmraliyê bûye wek sîstemek.
Mebesta êrîşa komploya navneteweyî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Armanca komployê fizîkî an jî ji aliyê îdeolojîk û siyasî ve Rêber Abdullah Ocalan tasfiyekirin e. Ji 9’ê cotmeha 1998’an heta 15’ê sibata 1999’an bi kê lêdaye neyê zanîn tunekirina fizîkî esas hatiye girtin, ku ev bi ser neket ji 15’ê sibata 1999’an hata 11’ê rêbendana 2000’î bi rêbaza dardakirinê tunekirin hatiye pêşdîtin, ku ev jî bi ser neket ji 11’ê rêbendana 2000’an heta dawiya 2002’yan di bin sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê de bi polîtîkaya rizandinê ya ku li demê belav kirine xwestine tunekirina îdeolojîk û siyasî pêk bînin. Dema ku ji wê jî encam nehat girtin bi tasfiyekariya hundirîn a di salên 2003 û 2004’an de hat ferzkirin xwestine rêxistinê belav bikin û tunekirina îdeolojîk û siyasî bi ser bixin. Piştî ku ev hemû hewldan encama tasfiyekirina Rêber Abdullah Ocalan dernexistin ji 23’yê tebaxa 2005’an û vir ve jî êrîşa bi tevahî tunekirin û tasfiyeyê tê meşandin.
Aliyê stratejîk a plana komploya navneteweyî wiha ye: bi tunekirina Rêber Abdullah Ocalan tasfiyekirina PKK’ê, bi tasfiyekirina PKK’ê jî qirkirina Kurd bi ser xistin! Her wiha êrîşa komploya navneteweyî ya plankirî, êrîşeke sîstema qirkirina gerdûnî ya ku înkar û tunekirina Kurd pêş dibîne ye. Tunekirina Rêberê gelê Kurd û PKK yên ku li ber serfiraziya qirkirina Kurd asteng in tê armanckirin. Naxwe komploya navneteweyî êrîşeke sîstema kapîtalîst a gerdûnî ya ku hebûna gelê Kurd û mafên wan ên demokratîk înkar dike ye.
Ji vê derê tê fêmkirin hêzên ku komployê birêxistin dikin, bi rê ve dibin û tevlî bûne kî ne. Li gorî ku komplo êrîşeke kapîtalîzma gerdûnî ye yên ku wê rêxistin dikin û bi rê ve dibin jî rêberên vê sîstemê ne. Çawa ku komployê DYE, Îngîltere û tifaqa Îsraîl rêxistin kirine û bi rê ve birine ji aliyê wan bixwe ve hatiye îtirafkirin. Tevî vana di asteke navneteweyî de, di pêkhatina komployo de tevkariya rêveberiya demê ya Elmanya û Fransayê, partiya Berlisconî ya Îtalyayê, rêveberiya Yeltsîn û Prîmakov a Rûsyayê, li Yewnanîstanê rêveberiya Sîmîtîs pir çêbûye. Li herêmê jî tevkariya rêveberiya Husnu Mubarekê fîrewnê dawî yê Misrê pir çêbûye. Tevkariya rêveberiya demê ya Komara Tirkiyeyê jî, di asta bicîanîna daxwaziyên DYE’yê û gardiyantiyê de ye. Zeîfiya wan a di pirsgirêka Kurd de fersend dîtin û komplo wek berê aşê kirin stûyê rêveberiya Tirkiyeyê. Bulent Ecevîtê Serokwezîrê demê yê ku di kêliyekê de ber di stûyê xwe de dît, heta mir jî got ku sedema vî tiştî fêm nekiriye.
Di pêkhatina komploya 15’ê sibatê de zeîfiyên rêxistinî û nebesiyên di pêkanîna xetê de jî roleke girîng leyîstiye. A din jî berpisiyarên karên derve yên Yewnanîstan, Rûsya û Ewrûpayê yên dema komployê û tasfiyekariya 2003 û 2004’an wek dûvikên hundir ên komploya navneteweyî xebitîne.
Wek ku tê dîtin, komploya navneteweyî êrîşeke bi tevahî ya pratîk û siyasî ya ku înkar û tunekirina hebûna Kurd dike armanc e. Ev êrîşa xetere, sêzdeh sal in bi têkoşîneke berxwedanê ya bi lehengî vala tê derxistin û tê binxistin. Di vê têkoşînê de divê di serî de mirov berxwedana mezin a Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û awayê berxwedana wî ya ku encam dide bibîne. Dixwazî di astengkirina komplo û dardekirinê de, dixwazî di valaderxistina sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê de barê esasîn li ser milê Rêber Abdullah Ocalan bû û li hember komployê di berxwedanê de pêşengtiyê kir ku ev bênîqaş e. Ji vî aliyî ve divê mirov rastiya berxwedana Îmraliyê ya ku ji gencîneya berxwedanê ya mirovahiyê re tevkariyeke mezin îfade kiriye rast û bi hemû aliyên wî ve bikaribe fêm bike.
Li derve yên ku ev berxwedana bi lehengî ya Rêber Abdullah Ocalan a li hember komployê berdewam kiriye berxwedana fedaî ya bi şîara “Hûn nikarin Roja me tarî bikin” bûye. Bi sedan heta bi hezaran şehîdên leheng ên vê berxwedana ku gelê Kurd ji heft heta heftê saliya xwe tevlî bûne hene. Ev xeleka ji agir e ku ev lehengên dîrokî li dora Rêber Abdullah Ocalan çêkirine komplogeran tirsandiye û Rêberê gelê Kurd parastiye.
Vaye wiha yekîtiya berxwedana gel û Rêbertiyê ya ku di asta herî bilind de pêk hatî, bûye hêza bingehîn a ku komployê binkeftî kiriye. Li ser vî esasî wekî ku tunekirin bi rêbazên komploger vala hatiye derxistin, êrîşkariya dardekirinê jî karibûye bê şikandin. Rêber Abdullah Ocalan, van hemûyan bi nûbûna li ser bingeha guhertina paradîgmayê bi pêş xistiye û zayîna Rêberî ya sêyemîn bi ser xistiye. Bi vî awayî çawa ku demokratbûna sexte ya hikûmeta Ecevît vala derxistiye, zanibûye îslamparêzî û gelparêziya sexte ya hikûmeta AKP’ê jî vala derxe. Tasfiyekirina îxaneta hundirîn û tasfikariyê, li hember êrîşa bi tevahî ya ku AKP’ê bi pêş xistiye hêza berxwedanê ava kiriye. Îro ev berxwedan ji Îmralî heta Amedê, ji çiyê heta derveyî welat di her qadê de wek têkoşîneke bi tevahî berdewam dike.
Tu mînakeke êrîşa komploya navneteweyî ya ku li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye pêşxistin tune ye. Ji ber ya ku êrîşa komploger derxistiye, tu mînakeke sîstema tunekirin û înkarkirina gelê Kurd jî tune ye. Her wiha berxwedana li hember komploya Gladîo ya navneteweyî jî bêmînak e. Têkoşîna ku li ser vî esasî tê dayîn, çawa ku sêzdeh sal in li Kurdistan û Tirkiyeyê pêşketinan diyar dike, li ser şerê dinyayê yê sêyemîn ê li Rojhilata Navîn jî heta bibêjî bandorker e. Berxwedana Îmraliyê sêzdeh sal in ku dibe xewna bi tirs a gelek hêzî.
Jixwe di nav bûyereke ev qas mezin û bandorker de yek jî yên ku jê dixwin hene. Tê zanîn ku destpêka komploya 9’ê cotmeha 1998’an bi Peymana Washingtonê ya di 17’ê êlûna 1998’an de hatiye dayîn. Êrîşên komploger ên ku li ser vî esasî hatine pêşxistin û berxwedana dîrokî ya li hember viya pêş ketî, ji aliyekî ve asta zanîna azadiya gelê Kurd û rêxistina wî derxistiye hole, wek bandoreke din jî hinekan aniye cihên wisa ku wê di xewnên xwe de jî nebînin. Di vê çarçoveyê de hinek karibûne ji Bexdayê re bibin Serok jî. Ango “Prîma Apo û PKK’ê” pere kiriye.
Niha di sala sêzdehemîn û di ketina sala çardehemîn de AKP hewl dide ku komployê nû bike an jî bi planên nû bimeşîne. Ango dixwaze konsepta şerê taybet a bi tevahî bi hemû aliyan ve pêk bîne. Ev jî “Prîma Apo û PKK’ê” hîn jî mezin dike û hin teyrê beratexwer bi awayekî hîn êrîşkar dike nav liv û tevgerê. Li ser vî esasî ku hinek ji Bexdayê re bûn Serok ev îştaha hinekan jî vedike. Wiha hinek ji aliyê medya û Komisyona Meclîsa Gel a Mezin a Tirkiyeyê ve (TBMM) îtîbar dibînin dixuyê ku wê wan heta xwe wendakirinê bibe. Lê rola wan di asta piyonê şerê taybet ê psîkolojîk de ye.
Gelê Kurd çawa ku komployê ji hev de xist, di jihevdexistin û naskirina ajanên komployê de jî zehmetî nakişîne. Ya din jî hêrsa mezin a ku ev tevgerên bêoxir diafirîne, li hember komployê têkoşîna sala çardehemîn a gelê Kurd wê hîn bi hêz bi pêş bixe nîşan dide. Hem jî di bingeha “ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî” de!...
Selahattîn ERDEM
- Ayrıntılar
Ji ber ku hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdulah Ocalan re ev şeş meh in tên astengkirin û li hemberî Kurdê azad bi awayekî sîstematîk êrîş hene, li dijî hikûmeta AKP’ê nerazîbûn çêdibin. Li hemû zîndanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê grevên birçîbûnê hene. Li hinek zîndanan girtiyên azadiyê bedena xwe didin ber agir. Di nava civakê de jî nerazîbûn heta astekê hene. Ev hemû tiştekî didin diyarkirin: Li Kurdistan’ê rewş awarte ye. Li cihekî nerazîbûn hebin, ev tê wê wateyê ku li wê derê pirsgirêk hene. Baş e, niha pirsgirêka ku tê jiyîn çi ye?
Di rastî de pirsgirêka ku Kurd niha dijîn dîsa wekî ya berê pirsgirêka hebûn û tunebûnê ye. Hewldanên desthilatdaran ji bo tunekirina Kurdan her hebûn. Û li kêleka vê, hewldanên Kurdan ên ji bo hebûn û azadiyê jî her hebûn. Di nava vê dîrokê de dema herî gur dema esareta Rêberê Gelê Kurd bû. Û ev pêvajo bi awayekî pir xurt niha jî didome. Piştî demekê dagirkeriyê ferq kir ku Kurd tune nebûn û nabin. Em bihêlin tunebûnê, her ku diçe xwe xurt-tir dikin. Dîsa piştî demekê Kurd jî dîtin ku dewleta dagirker dev ji polîtikayên xwe yên tunekirinê bernedaye. Ji bo vê jî her du aliyan xwe li hemberî hev tûj kirin. Vaye, çavkaniya awartebûna rewşa niha ev e.
Di dema esareta Rêberê Gelê Kurd de konjonktura derve û ya îro wekhev e. Di wê demê de sîstema modernîteya kapîtalîst hêza xwe kir yek û hewl da ku PKK’ê tune bike. Rêberê Gelê Kurd di vê çarçoveyê de hate dîlgirtin. Baş e, di roja me ya îro de gelo di vê konjonkturê de guhertin heye yan na? Îro jî ji bo PKK, Kurdê azad û Serokatî tune bibe, çi ji destê sîstema kapîtalîst tê dikin. Pêşengên modernîteya kapîtalîst YE û DYE hêzên herêmî jî digirin cem xwe û bi awayekî pir aktîf di pêvajoya tunekirina PKK’ê de cih digirin. Di vê çarçoveyê de mirov dikare bêje, konjonktur neguheriye.
Gelo di konjonktura li hundir de guhertin heye yan na? Ji pêvajoya sala 1999’an hikûmeta ANAP-MHP û DSP’ê derket. Kar û barên vê hikûmetê ji bo tunekirina gelê Kurd karkirin bû. Baş e, îro di kar û barên hikûmetê de guhertin heye? Mirov dikare bibêje di tevahiya dîroka Komara Tirk de hemû hikûmet ji bo tasfiyekirina Kurdan tevgeriyane. AKP jî ji bo xeta Kurdê azad tasfiye bike, ji alî hêzên navnetewî ve hate amadekirin û bû îqtîdar. AKP’ê bi pratîka xwe îspat kir ku ji hemû hikûmetên beriya xwe zêdetir dijmin, xwînxwar û êrîşkar e û di tasfiyekirina Kurdan de bibiryar e. Ev jî eşkere dike ku konsepta tasfiyekirina hikûmetan berdewam dike û konjonktura hundir jî neguheriye.
Dîsa di sala 1999’an de pêşengên modernîteya kapîtalîst xayînên Kurdan hemû civandin. Ev hêz li bendê bûn ku PKK tune be. Di rewşeke bi vî awayî de wê li ser nirxên ku bi têkoşîna PKK’ê derketine holê, siyaset bikirina. Wê bigotina ‘nûnerên gelê Kurd em in, bi me re rûnên…’ Em dîqet bikin di roja me ya îro de jî, ew kesên ku tenê qalikê wan Kurd e, di cewher de tu têkiliya wan bi Kurdayetiyê re tune ye, yên ku şeref û rûmeta xwe firotine û li ber deriyê dijmin diewitin gelê xwe, tên komkirin û pêşiya wan heta dawiyê tê vekirin. Di vê noqteyê de jî konsept heman e. Di her duyan de jî tişta ku dixwazin pêş bixin ev e: Kurdê/a ku xwe teslîmî sîstema kapîtalîst kiriye û li gorî berjewendiyên wan tevdigere avakirin e.
Em bala xwe bidinê, konjonktura wê demê û ya îro ji pir milan ve dişibe hev. Tiştên ku îro diqewimin berdewamiya wê demê ne. Baş e, tişta ku hatiye guhertin çi ye? Rewşa PKK’ê û rewşa gelê Kurd e.
Wê demê PKK’ê Serokatiya xwe esîr dabû. PKK di parastina Serokatiya xwe de binketibû û li ser vî esasî îradeya PKK’ê şikestibû. PKK lewaz ketibû. Di halê heyî de PKK’ê pêşiya xwe nedidît û hewl dida ku xwe komî ser hev bike. Qey îro rewşa PKK’ê ev e? Na! Di roja me ya îro de PKK ji wê rojê qat bi qat xurt-tir e. PKK di milê gêrîla de ji wê demê xurt-tir e. PKK di milê felsefeya jiyanê de ji wê demê xurt-tir e. PKK di nava gel de ji wê demê zêdetir birexistinkirî ye… Bi kurtasî mirov wexta wê demê û îro tîne ber hev, dibîne ku derfetên serkeftinê yên PKK’ê îro, ji wê demê qat bi qat zêdetir e.
PKK îro bi rihetî dikare şerê gel ê şoreşgerî bi ser bixe. PKK îro dikare di şerê ‘hebûna xwe parastin û azadiya xwe bidestxistinê’ de bi ser keve. Ev, ne propaganda ye, rastiyek e. Lê, ji bo PKK bi ser keve tiştek pêwîst e. Ruhê 1999’ê divê. Hêrs, kîn û nefreta li dijî dagirkeriyê divê. Cesareta ji tirsa tunebûnê tê divê. Bi kurtasî derxistina potansiyelê divê.
Xebat ANDOK
- Ayrıntılar
Ez li haveynê agirê Promethausê dîroka winda digerim..
Hey Promethaus, haveynê agirê winda bide min... Bide min ku, destanê tew biqîrim û di ple û bergên daristanên Çiyayên Zagrosê de, bi nîgarkêşiyek Xwedawendî neqiş bikim. Tu di kîjan çavkaniya neftê de hatiye veşartin Ey Promethaus?
Tu di kîjan boriyên erdgaza di ser singûberê min de haitine dirêjkirin de hatiye veşartin? Tu, di kîjan kûlkeserê de, di kîjan birîna dîrokê de, di talangeriya dgairkerî de hatiye kuştin?
Hey Promethausê dîroka winda, ez di sê danên rojê de tême kuştin.
Li Imralî, haitme zincîr û lele kirine.
Dîse jî, ez kîna jiyana bi rûmet diqîrim û dibêjim: Ez agir im,
Ez mîratzadeyên dîroka qedîm im, di haveynê rojê de rûniştî me, di bedena malzaroka erdê de tirşûtovûbizrî me, dikelim, difûrim... Di kolaneke Deh Malikan de, li baxçê Nuhê Kal, bi hêviyeke tejî stêrik, bi reng û şemala evîneke birçî katdayî me.
Di bedena min de, heeey Promethaus:
Gul pişkivî, agir pişkivî, gotin pişkivî,
Mirov pişkivî, evîn pişkivî, helbest pişkivî,
Hêvî pişkivî, dîrok û destan pişkivî,
Pêpelûka ber bi ezman pişkivî û wek destanên qedîm lehengên hemdemî ber bi ezmanan hilpirikîn. Ref bi ref çûne erşê heftan, niyaz û nimêjên veşartî berhev kirin û hatin, bi serê teliyên lerzok, bizrê jiyanê di malzaroka axê de çandin. Ku şitlên rihanê bi şitlên indeko re, bi basimbara biharên revok re, bi darûdeviyan re, bi gul û gulbijêrkan re, di kefa mista karxezalên welatê min de vekin.
Nuhê Kal, bi dewsên tirsonek, bi awireke revok û hêdî hêdî...
Bizmarek li kêştiyê da û wek çavkaniya jiyanê bangî canlidaran kir...
Hingî navê destanekî hate nivîsandin, navê berxwedanê bû ev...
Ev destan, bû navê kêştiya Nuh
Li serê Çiyayê Hûda hate rûnandin
Dibin banê ezman de bû peymaneke ademî û stêrik vekirin
Piştre Nuhê Kal, ji kolana bajarê Cizîrê mistek av anî û bi usima hezar salan qewî kir, li ser dilopa xwehdana lehengên welatê min danî, piştre di kefa mista zarokên Amedê de danî, li ser bircikên bedena Amedê, bi dengekî bilind, navê cengaawerên welatê min, sê caran, wek ayetên xwedayî xwendin.
Bi berbangê re, di nava pêlên ava Dicle de ber bi kûraya mezopotamya ve dirêj kirin.
Hingî dengê ezman weliya, di nava lorandineke bêhnbirehayî de şeqitî, hat û hat, li bêndera dilê manşêtên rojnameyekê de rûnişt. Hingî navê gerileyên welatê min, yek bi yek di atlasê dilê helbestan de nivîsîn.
Bûne şelîpaneke niyazan û wek niviştokên êşa di bedena Promethaus, mezin bûn, bûne kevirê di destê zarokên li kolana Amedê... Bûne nimêjên roja înê li meydanan... Bûne navên ezberkirî ku li zarokên hîna nebûyî têne kirin
Di wan rojên ku qewlên jiyana nû dihatin nivîsandin û derwêşan helbesta jiyanê wek libên tizbihê darvedikirin... Di germahiya dilên lehengên welatê min de, agirê Kawa gûr û gel bû, haveynê di Kêştiya Nuhê Kal de, di şana mêşa hingiv de şana jiyanê dihuna..
Da ku hevalên zarok, helbesta jiyanê bixwînin
Da ku, di kenê xwe de hêviyê şah bikin
Da ku ronahiya reşka çavên xwe, wek xeftanekî hevrîşmî li kevokan bipêçin û wek kenê lehengên welatê min û helbesta keça gerila, û çerxa jiyanê li hev mehr bikin, bi usima jiyanê li ser diranên çerxa şevûrojê deynin û pêjna dewsa guhertinê li cîhanê teva bela bikin...
Ji deştan bibin gund û bajaran... Li ber kaba dayikên westiyayî deynin... Bibin rondikên çavên karxezalan... Bibin ahên û kûlkeserên veşartî... Bi pakrewanên welatê min re rahêjin baqek helbestên Ehmedê Xanî, bajar bi bajar bigerînin, li derîstana her malê, li ber stuna her konê koçerî deynin, bi stranên Miradko qewî bikin, wek arya di dîwana stêrikan de bilorînin.
Hingî Meleyê Cizîrî
Wê ahenga evîna helbestên xwe biqîre
Hingî Meleyê Bateyî
Wê nîgarkêşiya helbestên xwe hildêre
Hingî, ala rengên erdûezmanî, rengên rojûevînî, ji serê Çiyayên Kurdistanê, ref bi ref dakevin jêr û erdûezman bi jiyan azad û mirovên bextewar bixemilînin.
M. Bagok
- Ayrıntılar
Ziman nîşaneyeke herî girîng û bingehîn a nasnamê ye. Mirov di xwezaya mirovahiyê de ji sedema têkiliyên di navbera mirovan de çiqas zimanan zanibe û bikar bîne, ev dewlemendiyek e. Lê li kêleka vana ku mirov zimanê xwe nizanibe, lewaz zanibe, bikar neyne, jê bireve, ev jî rûreşiyek e.
Hebûna çandî bi ziman mumkun e. Di vê mijarê de ziman faktoreke herî girîng e. Ger zimanê dayîkê tê qedexekirin, ev nijadkujiya çandî ye… Nijadkujiya çandî, ji nijadkujiya fîzîkî xetartir e. Dixwazin hebuna Kurdan tine bihesibînin. Ew wer hesab dikin ku ger gotinên pûç bikin, wê Kurd bihelin û biçin.
Ziman hîmeke bingehîn ê netewbûn û yê mirovbûnê ye. Mirovê bê ziman nikare wekî ajalekî jî xwe bi rûmet bihesibîne. Tê tespît kirin ku mirovahî bi dîtin û bikaranîna nivîsandinê derbasî şaristanîyê bûye. Lê ev jî tê zanîn, ku xaka Kurd li ser dijîn jî xaka cara yekem mirovahiyê wekî mirov deng derxistiye, dest bi axaftinê kiriye, nêrîna xwe aniye ser ziman û bi mirovên din re parve kiriye. Li ser vê xaka dergûşa mirovahiyê, mirovahî bi dapîr û bapîrên Kurdistaniyan dest bi dengderxistina mirovbûnê kiriye. Lê heyf mixabin, îroj di bin dagirkeriya dewleta Tirk, Ereb û Faris de ji mirovên vê xaka pîroz re dengderxistina bi zimanê dayîka xwe hatiye qedexekirin. Ma gelo ji vê mezintir şerma mirovahiyê heye?
Bi salane polîtîkayên bişavtinê li ser ziman û hebûna gelê Kurd tê meşandin. Ji ber zilm û zordariya dagirkeran zimanê Kurdî hertimî hatiye qedexe kirin û tine hatiye hesibandin. Ji ber van polîtîkayên bişavtinê zimanê Kurdî dibe bi awayê nivîskî nehatibe nivîsandin. Lê bi devokî gel hem êşên xwe, hem keyfxweşiyên xwe, hêviyen xwe, daxwazên xwe hertimî bi zimanê xwe anîne ziman û bi ruxmê dîroka ne nivîsandî ya zimanê Kurdî jî, ev ziman hebûna xwe ji dîrokê ta roja me ya îro diparêz e. Îro jî di astekî bi wî rengî deye, dikare bi awayekî hêsanî dîroka xwe a nivîskî ji nû de binivîse. Di dîrokê de gelek wêjevanên Kurd ku îro di dilê gelê Kurd de nemirbûne, bi destanên xwe yên wêjeyî û neteweyî, bi destxetên xwe hem êş û hem jî nalînên vî gelî anîne ziman. Bi van destanên xwe binav û deng in. Bi berhemên xwe karîne dengê xwe bigihînin hemû mirovatiyê ku ev ziman wê di ti demî de winda nebe, ji ber ku zimanê Kurdî, dayîktî ji zimanê mirovahiyê re kiriye.
Lê a niha jî Bulend Arincê ku ji zanista dîrok û çêbûna mirovahiyê cahîl mayî dibêje, ‘‘zimanê Kurdî ne zimanê medeniyetê ye…’’
Vaye li holê ye, medeniyet li ser vê xakê destpê kiriye. Medeniyet bi zimanê Kurdî bihebûn bûye. Wexta ku zimanê Kurdî bi destanên xwe nav û deng bû, tovê nifşê Tirk qet tine bû. Gava ku destanên neteweyî yên Ehmedî Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran… li ser rûyê cîhanê bûn, peyva Tirk jî tine bû. Ger tu ji zanistên avabûna mirovahiyê dûrbî, têkeve kurahiya dîrokê û bixwîne. Bibîne ku zimanê Kurdî rolekî bi çi rengî di avabûna medeniyetê de leyîstiye.
Di sedsalekî bi vî rengî de gotineke mîna yê Bulend Arinç kirin, şerma dewleta Tirk û asta mirovahiya wan dide diyar kirin. Bi van gotinên Bulend Arinç dixwazin bibêjin, yek ji we jî qala bikaranîna zimanê Kurdî û perwedehiya bi zimanê dayîka xwe nekin. Ger hûn vê yekê bixwazin, cihê we di hûcreyê de hucreye, di zindanê de zîndaneke dine. Yan hunê bêdeng bimînin, yan jî hûnê bi destê xwe, xwe tine bikin. Yan jî ger hun zêdetir israr bikin, hunê di qirkirinê re derbaz bibin. Ji xwe ya tê kirin jî qirkirin e. Qirkirineke çandiye, tine hesibandina neteweyekî ye. Ne hezim kirina dewlemendiya zimanê Kurdî ye. Xwe ranegirtina li himberî hebûna gelê Kurd e. Li ser gelê Kurd bêrumetiyê ferz kirine. Dixwazin zarokên Kurd jî weke xwe bidin mezin kirin.
Her wisa Bulend Arinç di axaftinên xwe dibêje, ‘‘cihekî ku em dibistan jî vebikin tine ye.’’ Ji xwe ti pêwîstiyên gelê Kurd yên weke hun dibistanan ji wana re vebikin nîn e. Hêviyekê bi wî rengî jî ji we nakin. Îro li hemu parçeyên Kurdistan û ji derveyî welat, ji heft heya heftê salî li hemû qadên jiyan û xebatê gelê Kurd bi zimanê Kurdî, bi zimanê xwe dipeyîvin. Her wisa bi hezaran zarok û mamosteyên di zimanê Kurdî de profesyonel bûne, li wargeha penaberan a Mexmûrê bi zimanê dayîka xwe dixwînin û dinivîsin. Ew zarokên ku îro li wargeha penaberan a Mexmûrê perwerdehiya zimanê dayîkê dibînin, hemû jî mamosteyên pêşerojê yên zimanê Kurdî ne.
Ji bo vê jî li ser ziman, polîtîkayên helandinê li ser mirovê Kurd çiqasî bandor kiribe bila bike, dewleta Tirkiyê astengî û qedexe kirinan çiqasî pêş de dibe bila bibe, ji bo bikaranîna zimanê dayîkê çiqas, lêdan, êşkence û zîndanê datîne bila deyne, wê ev ziman winda nebe. Berovajiyê wê, wê ev ziman bi dewlemendî û hebûna xwe gotinên yên weke Bulend Arinç di qirika wan de bihêle. Wê ev ziman bibe ben, (ip) û di qirika dagirkeran de bimîne. Di serî de jî wê di qirika Bulend Arinç de bimîne. Ji ber gotinên ku dike hemû jî puç û valane, ji nezanî û cahîliyê tê.
Ger li ser rûyê vê cîhanê tê xwestin ku di nava giştiya mirovahiyê de wekî mirovên bi rûmet cih bigrin û wiha werin pejirandin, pêwîst e di serî de gelê Kurd li zimanê xwe û pê re li nirxên xwe yên netewî xwedî derkevin. Ger ev yeka ne yê kirin, ti mirovê li ser rûyê cîhanê wê wan kesên bê ziman rişt negre. Ji refê mirovan hesap nake û wê bixwaze hemû mafên wê binpê bike.
Gelê Kurd jî îro xwedî wê hêzê ye ku li hemû qadên jiyan û xebatê xwedî li ziman û rûmeta xwe derbikevin. Gel wê bi zanista zimanê xwe, careke din bi yên weke Bulend Arinç bidin zanîn ku mirovahî li ser van xakan bi hebûn bûye.
Hindistan Penaber
- Ayrıntılar
Gelê Kurd, di nava tixubên Tirkiyê de, li Kurdistanê jî li metropolên Tirkiyê jî bi guman e. Ji huquqê Tirkiyê, ji demokrasiya Tirkiyê, ji siyaseta Tirkiyê, ji Medya Tirkiyê, ji desthilatdarî û muxalefeta Tirkiyê teva bi guman e...
Gumanên wiha mezin û kûr, komên xelkê ber bi argumanên cûda dibe.
Bûyera dawî, ku wek volqanekê Anqera kire nava erdehejekê, daxuyakirin ku, siyaseta neteweyî, yan jî îdeolojiya fermî ya dewleta Tirk, bûye nexweşiya frengiyê.
Çima frengî?
Eger, desthilatdariya dewletekê nirx û pîroziyên demokrasî bi pesindarî bîne ziman, li aliyê din, cemaeta ku rekihên reşbînî diafirîne, serdestiya xwe di nava hunandina wan pîrozî û nirxên demokrasiyê de avabike, frengî serdestî wê îdeolojiyê bûye. Rekihên reşbînî wê hêdî hêdî, nirx û pîroziyên demokrasî teva parçe bikin û destîniya 600 salî ya Osmaniyan, ku pirsgirêk tenê bi Qur’anê dihatin çareser kirin, bikevê dewsa wan. Pêdivî bi hişmendiyeke orîjînal tune bû. Nıha jî, hêdî hêdî hişmendiya Fetul-munkîr serdestî her tiştî dibe.
Çima frengî?
Eger desthilatdariya dewletekê, forumên pirsgirêkên neteweyî rêz bike û ji demokrasî bêhtir teokrasiyê bike pratîkê û lewlebaziya yek milet, yek ziman, yek al, yek netew bike, frengî hukumranî wê dewletê bûye. Ev hişmendiya Îttîhat-Terakî ye. Baş tê zanîn ku heyama Îttîhat-Terakî heyama şikefta reş e. Hişmendî teva di urê xwe de difetisin û tunebûn. Cemaeta Fetul-munkîr bi maskeyên cûda digere û dîrok û rastiyan teva, bi gotinên Cenabê Pêxember, Xweda inkar dike û fetwayên qirkirina gunehkariyên mirovahiyê didin.
Çima frengî?
Eger, desthilatdariya dewletekê, siyasetê ji zanista sosyolojî, felsefî, dîrok û pedagojîk dûr bike, di dewsa wan de, demagojî, nîq, dek û dolab û şantajê bike pratîkê, bi navê Xweda û Pêxember, ewliya, embiya û qas qencê Xweda komên xelkê bixapîne, frengî li her baskê dewletê bela bûye.
Çima Frengî?
Eger desthilatdariya dewletekê, li projeyên xwe, li kiryarên xwe (çi bi destên xwe, çi bi destên kesên duyemîn û sêyemîn) kiribin pratîkê xwedî dernekeve; hemberî ku her kes rastiya projeyan jî, ya kiryaran jî fêm kiribe û zanibe; aliyê din yê pirsgirêkê proje û kiryaran teva ji raya giştî re eşkere bike û rayedarên herî sereke vê rastiyê mandele bike, yanî înkar bike, li proje û kiryarên xwe xwedî dernekeve, frengî di şahdamarê wê dewlet û desthilatdariyê de serdest bûye.
Bûyera dawî ku wek neynika krîza siyasî ye, ev rastî eşkere kir. Ji ber ku banga dozgerê taybet ya şêwirmendê nû û kevin yê MÎTê, û têkildarkirina bi KCKê re, destpêka krîza siyasî ye. Lê armanc, ji tiştên li darî çavan gelekî kûrtir e.
Krîza siyasî, şerê navbera hêzên dewletê ye. Ev şer ne tenê di navbera desthilatdarî û muxalefetê de ye. Kûrtir û ferehtir e. Ev tê wateya ku frengiya li tevahiya sazî û dezgehên dewletê de serdest bûye, cih cihan diteqe. Ev teqîn wê berdewam bikin.
Serokwezîrê Tirk Tayyip Erdogan ku, wek şagirtê dilsozê demokrasî toz û dumanê radike, di demên dawî de, hêza xwe ya xitabetê li dijî BDPê seferber kiriye. Berî krîzê û di roja ku birîna frengiyê teqiya jî, BDPe kire hedefa xwe. Ev siyaseta qedîm ya Erdogan e, ji bo ku qirêj û gemara kiryarên xwe veşêre û bide jibîrkirin, her dem serî li riyên wiha dide.
Di komkujiya li Roboskî de heman tişt kir. Bi sosyolojiya bûyerê lîst û ji rastiyê bêhtir, enformasyona li dora bûyerê derxiste pêş û bi astrumanên li dora bûyerê jî dengên cûda derxist.
Mîna kurd dibêjin, “kêr giha hestî”, di şerê eniyên dewletê de jî, “kêr giha hestî.”
Lê em jibîr nekin, bûyera dawî destpêka kirîza siyasî ye, krîza aborî jî li devê derî ye...
Bi du-sê hevokan be jî, em teqîna birîna frengi hinekî bixepêrin. Dozgerên AKPê, demeke dirêj Ergenekon kirin rojevê, hem rojev guhertin, hem jî hêzên dewletê parçe kirin û pêşiya AKPê û Cemaetê Gulen paqij kirin. Niha jî dozgerên AKPê, dixwazin KCKe bikin rojevê, ji aliyekî ve eniya Kurd, ji aliyê din ve baskên dewletê bike nava mijulahiyên cûda û pirsgirêkên bingehîn bide jibîr kirin.
Serokatiya Konseya Rêvebir a KCKê bi daxuyaniya dawî, da xuya kirin ku, ew nayên lîstika desthilatdariya AKPê û got; “Pirgirêka Kurd, neteweyî ye û ji pirsgirêkên navbera hêzên dewletê pirr pirr mezintir e. Dive ku tu kes vê prisgirêka ciddî û dîrokî neke amûr û alavê şerê navxweyî.” Lê exlaqê siyasî yê AKPê jî, yê CHPe jî, biqasî hişmendiya wan ya demokrasî û nirxên demokrasiyê ye. Yek mîratzadeyê faşîzma spî ye, yê din jî Xwedayê faşîzma kesk e. Lewma mirov hêviyên exlakê siyasî û cididyeta dewletî ji wan nake.
Ne ew bi tenê; destilatdariya AKPê, bê-exlaqiya qedîm ya Îttîhat-Terakî û bikaranîne sergeredeyên ulufe-xwer û ketîtiya yenîçeriyên hemdemî, (siyaseta bi realîzma îdeolojiya fermî ve girêdayî û îdealên xurdetî), kiriye pratîkê. Yemîçeriyên hemdemî ku bi îdealên xurdetî xemilandî ne, di rexneyên xwe de, siyaseta “felzekê” bikartînin. Dive Kurd li hemberî vê îdeala bi formulasyonên “felzekî” ve girêdayî şiyar bin. Ev navê popolîzma demokratîk e û tehlokeyeke mezin e.
Niha populîstên demokrat û siyasî, ku bi nifşê xwe kurd in, di kêleka Xwedanê populîzma demokratîk de rûniştine û şerê gelê Kurd dikin.
Populîzma demokratîk, rûreşiya exlaq û zanista siyasî ye. Dive ku, rewşenbîr û entelektuelên Kurd, li dijî vê tehlokeya mezin şityar bin û bêdeng nemînin.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Ez welatekî dijîm
Bi navê xelatgîriya cangorî û lehengan, bi rûpelên dîrok û neqşa atlaseke nû ya cîhanê li ber şeqafeke bi napalmê parçebûyî; wek straneke qedim, di newaleke kûr de, di şerê li dijî Skenderê Mekedonî de, îro jî hawarê dijîm...
Ezb ln geliyekî kûr, li ber dergûşeke şikestî di nava aveke şemûsî de, har û dirrinde; di nava dîrokek talankirî de, li dijî pêjna dewsa Mogolan û Timurê Seqet, li Keliha Mêrdîne, îro jî li dijî mancinîqên kujer berxwedanê dijîm...
Di Riya Hevrîşîm de li dijî talangeriyê, ez welatekî dijîm...
Li ber çemekî bê kelek û bixwînê dijîm. Wek pêlên Zapê di mesîl û kevanên çiyarêzan de herikîm, di nava gotinên destanên parçekirî de dibezim. Hingî destanê Rustemî Zal, hingî gotin bi gotin ji nava rûpelên Şahnameya Firdewsî derketin û hatin, li ber kaba Bêrîvana Cizîrî rûniştin.
Min kanîk çêkirin...
Min qaşkêşek çêkirin...
Min doqik çêkirin...
Min tepûskên teliyên bizmarî çêkirin...
Ez bi zarokên Amedê re welatekî dijîm. Li anîşkên kolanên bajarê qedîm davik bi davik û kemîn bi kemîn digerim.. Da ku evîna birîndar derman bikin û dengê xwe bigihînin nobedarê li serê Çiyayên Zagrosê...
Metîna ye...
Şekîf e...
Cîlo û Govendê ye...
Bagok û Cudî ye...
Çarçela û gerileyekî bê nev e...
Di meydana cengê de li hemberî dagirkeriya bi çekên kimyewî hatiye nû kirin, qîran dide; wek evîna Siyabendê Silîvî rekihên polayî parçe dike... Wek kura bûkê, da ku bombeyên gazê neavêjin û şahlewendê dilê min parçe nekin. Da ku di bûkaniya xwe de, berbûliyên min stranan bêjin. Da ku di zavatiya xwe de, govendê girêbidim. Da ku mija ji desmalên Babîlê û heta bi çîroka di Tewratê de bijîm.
Îsa ji çarmixê dabixim û Fawlusê Azîz ji ber lepê şêrên Arêna Romayiyan xelas bikim. Da ku, galadyatoran ji zincîr û leleyan azad bikim. Hingî Çîçeron û Sezar çiqasî di qesrûqonaxan de, mil bidin stunên mermer û biaxivin jî, pênûsa dîroka zilimkaran wê şikestî bimîne.
Ez welatekî li Xabura Tewratê..
Ez welatekê li Helexa Tewratê dijîm...
Ji Stêrikên Mecûsiyan û yekemîn car axaftina Îsa di pêçekê ji nû de dijîm û di dîrokê de binivîsim û bêjim, “ez welatê xwe di dîrokê de dijîm, ez welatê xwe di xwînê de, di dagirkeriyê de dijîm” û bêjim, “ev ne qeder e, jehrîyek qedîm e.”
Ez welatekî bi kulûkeser, bi janûhajar, bi Keldan û Ermen, bi Ezdan û Mazdan, Xiristiyan û Yarasan dijîm, weke pelzera li ber bayê payizek sirr û bi seqem, di ber şibaqa heft duwelên xedar dijîm. Wek sazûmankarekekî estetîka xwezayî dûr, bi lewleb û kewna jiyanek sîtemkar re dijîm. Nalên û himmên, bi xedra erdûezman, wek destîniyek neçarûbêzar dijîm.
Keldabûm ez, tofan rabû.
Ermen bûm ez hawar rabû.
Ezda bûm ez ferman rabû.
Xiristiyan bûm ez lehî û şape rabû
Di çaryanên jiyanê de her dem rastî sergerdeyên cîhanê hatim ez.
Ez welatekî dijîm,
Li ser qubikên Laleşa Pîroz û di nava termên li bajarê Helepçê dirêjkirî eğ... Li cihê herî bi tirs û di nava tecrîdeke li Imralî de... Mîna teşiya ristinê, davik û kemînên di nava qîr û teşqeleyan de badayî, min bi zincîr û lele dikin û dibinê zerzemîneke deryayî, wek Promethausê demê, bi şelîtên qorsanan û bi fermana Erînsy girêdidin.
Ez welatê xwe di stranên Homerîk de dijîm...
Gotin bi gotin, hevok bi hevok ji destanê Rustemî Zalê de, dirêjî Derya Spî û Ege dibim, da ku destanên Homeros bikim meratl û nekevim davik û kemînên Hespê Truwa...
Bi çepereke şikestî û bê sênc de, welatê xwe dijîm...
Bi birîneke daxdayî...
Bi rondikên ne berhevkirî...
Bi lorîna dilojarê...
Û hawara neçariya dibin berfa atomîk de... Di wê kêlîka ku teyroka mîskêtan di nava dumanê balafirekê de wek libên tezbihê li pey hev dibine şelîpan û bêhna min diçike, ez destîniya bexîl, bextreş, çepel û gemarî dijîm.
Ez welatê xwe di vijdanê razayî de dijîm...
Ez welatê xwe di bêdengiya lîstika sê meymunan dijîm...
Dimirim...
Parçe dibim...
Dişewitim...
Difetisim...
Di gorên komî de winda dibim..
Vijdanê razayî nabîne, nabihîze û deng nake... Ev agirê di nava xewna min de ye û min, di nava peymanên mafên mirovan de, di bin sîwana huquqê navneteweyî de, bi nirx û pîroziyên mirovahiyê dipêçe û di nava pêl û şelqên okyanusên cîhana siyasî de difetisîne.
Cejna min dikujin...
Ola min dikujin...
Laleşa min dikujin...
Erd û ezmanê min, bi av û dar û deviyên min re dikujin...
Dîse jî lehengên mîna Bahoz û Berwar, mîna Piling û Çekdar, mîna Avaşîn û Rojda, mîna Gulê û Gulîstan, cemedana xwe bi serbendî kulavî û şahlewendiya cengawerî girêdidin û ronahiyên agirê azadiyê bi porîk, temborîk û biskên xwe ve girêdidin û dimeşin...
Aliyekî min dibe okyanusa berxwedanê... Aliyekî min dibe çemê Dicle û Firatê... Aliyekî min dibe Zagros û Bagok... Aliyekî min dibe destê şevê û pêjna dewsa sersibehiya bûkaniya welatê min. Aliyek jî dibe helbesta stêrika sibehê û bi ayîngeha sibe û dusibe re dibe niyaz û nemazên azadiyê.
Azad Çiya
- Ayrıntılar