Rêber APO û tevgera azadiya Kurdistanê di Rojhilata Navîn de rewşeke welê derxistine holê ku, êdî tu kes û hêz nikare pêşiya çemê şoreşgerane ya gelan bixetimîne.
Ev rewşeke nû ye! Ji berku herkesî heta niha li meydana Rojhilata Navîn pir serbest hespê xwe dibezandin û tu kesî jî ji mirîşka wan re nedigot kiş! Mirovên vê cografyayê jî welê hatibûn hînkirin. Wekî qedere ku tu kesê nikaribe jê bireve…
Li hember vê rewşê tu bertek û nerazîbûn nedihat nîşandan. Ji berku tu pêşengiyek û bîrdoziyeke gel li dorê kombibe tinebû. Di nava gelên Rojhilata Navîn de gotinek heye, dibêjin ku “xwedê kesî bê serî neke”. Pirî caran ev gotin ji bo desthiladar û dewletê hêjayî hatiye dîtin. Lê belê a niha Rêber Abdûllah Ocalan di serî de ji bo Kurd û Kurdistan, piştre jî ji bo hemû herêma me bûye “serî” bûye bîrdozîû bûye pêşengê çalakiyan. Dost û neyar herkes pê dizane ku ev welê ye.
Gel li hemû parzemîn(kita) û cografyayan li hemberî desthiladariyêêdî hatine asta teqînê. Hema li ber hinceta digerin ku biteqin. Li misir, Lîbya, urdun, lubnan û sûrî tiştên qewimîn û diqewimin hîn di hafiza me de ye. Piştî demeke dirêj bi girse û derdoreke mezin ya rengrengî li tirkiyê jî berteke ke cidî xwe raber dike. Ev 13 rojin li Stenbol’ê ji bo “Parqa Gezî”yê neyê xerakirin bi hezaran însan rabûn ser piyan. Heta em bibêjin netewperestên Kemalîst bile ji vê berxwedanê bandorbûn û xwestin ku li ser vê raperînê propaganda xwe bikin.
Çima ev berxwedan ewqas mezin bû? Çima însanên ku yek keliyê jî mirin di quncikekî mêjiyê xwe re derbasnedikirin canê xwe kirin qurban? Ji ber ku Rêber APO di vê serdemê de genetîka Tirkiyê guherandiye. Ev mijareke bê nîqaşe. Hema bêje her kesekî demokrat, welatparêz û şoreşger ku ji pêşengiyeke di cihde re wekî avê tibûn, xwe di Rêber APO de dibînin. Ev sedî 99 welê ye. Dibe ku niha gelek hevalbendên me vê raperînê piçûk jî dibînin! Dibe ku yên li wê derê 24 saetan di nava çalakiyê dene naecibînin û wekî entel û filan û bêvan jî binavdikin! Em çima vê dibêjin? Ji ber ku ciwanên şoreşger û welatparêz di asteke pir lewaz de di nava vê rewşê de cihê xwe digirin. Heta em bêjin tu şopa wan di nava çalakiyan de nîne! Gelo ciwanên şoreşger xwe li hemberî hemû pirsgrêk û hesasiyetên civakê berpirsiyar nabînin? Gelo tiştên ku herkes li ser dibe yek parçe, yek nêrîn, me jî nagire nava xwe? Gelo derveyî nêrîn û fikrên mîlyonan, pîlansaziyên me yê hîn cidîtir hene? Eger bersiv “erê” be, ev dibe demagojî. Bersiva me na be wê demê fermo meydan!
Ne şerte ku tu herî Taksîmê. Li Kurdistanê dikarî her kolanekî bikî Taksîm! Qey hincetên me kêmin? Li her devereke Kurdistanê şantiyê barajan berdewamdikin. Çêkirina qereqola berdewame. Li ser heremên gerîla operasyonên leşkerî berdewame. Di nava hefteyekî de li Erdîş’ê plan kirine ku 200 hezar dar werin jêkirin û ev li gelek deverên din jî berdewame. Ev ne çîrokin. Aha ev dem li hemberî van hemû pirsgirêkan dema rabûnê ye! Rêber APO jî bangewazî kir. Beriya her tiştî erkê me yê avakirina jiyaneke azad li pêş me disekine. Yanî emê sîstemeke nû çêbikin. Ji bo vê divê hemû bertekên demokratîk-sosyalîst yên civakî ji aliyê me ve werin birêxistinkirin.
Eger ciwanên şoreşger dixwazin bibin pêşengê derdê gelan, eger dixwazin bi gelên din re bikevin nava yek eniya berxwedanê, divê demek ji ya din zûtir, lezgîn, acîl, hema niha bi hemû hêza xwe ve rengê xwe bide vê raperînê, mohra xwe lêbide.
Em dema bala xwe didin daxuyaniyên AKP’ê, welê xuyadike ku wê dewlet li hemberî berxwedana Taksîmê sekna xwe hişktir bike. Eger hemû hêzên şoreşger-demokrat bibin yek, mumkîne ku Taksîm ji Tahrîr’ê derbastir be. Lê dem pir girînge.
Gotineke pêşiyên me heye dibêje ku “heta Xidir xemilî, dewat betilî” ji bo ku ev gotin di şexsê ciwanên şoreşger de pêk neyê, divê bi mil dest em herin ser kar.
SERHEDTENDUREK
- Ayrıntılar
Em di pêvajoyeke wer de derbaz dibin ku dîrokê teşeyeke nû qezenc kiriye. Serokatî di paraznameya xwe ya dawî de, yekpare nêzîkî civaka dîrokî bûyin xiste rojeva me û herikandineke nû bi dîrokê da qezenckirin. Têgihîştinên me yên şaş ji nû ve hejand. Danî holê ku, têgihêştina dîrokî ya ku hatiye avakirin û heqîqeta dîrokî yek nîn in. Destgirtina dîrokê bi dîtina civaka dîrokî re di xwe gihandina heqîqeta dîrokî de hêzek derxiste holê. Elbet dema ku dîrok bi awayekî yekpare tê destgirtin, tenê ne dîroka serweran, diviya bû ji dîroka jinê ya ku weke xeleka destpêkê û ya dawiye ji bo hemû bindestane re nêzîkatiyek rast bihata kirin û heqîqeta wê derbiketa holê. Ji ber vê yekê jî bi pêşxistina Jineolojiyê re (ango wateya zanista jinê û zanista jiyanê jî dide. Jin=Jîn, Jîn=Jiyan) Rêbertî ev weke xebateke rohnîkirina dîroka jinê danî pêşiya me. Ji ber ku ev dîroka ku serweran bi hezarê salan pêşkêşî me kirine, di rastiyê de li ser bingehê nixumandina ew dîroka pîroz û bi nirx hatiye hûnandin û piştre ketiye meriyetê. Lê dîroka rastîn, ew beşa ku nehatibû ser ziman û hatibû belovajîkirin bû. Dîroka jinê jî beşa vê ya herî girîng bû. Hemû lîstok, berovajikirin, neheqî, dizî, bi tinekirina dîroka jinê re destpêkiri bû. Ev di heman demê de destpêka çîroka lehengî ya zilamê serwer û xasûk bû ku ti caran ji desthilatî, qirkirin, talan û mêtinê têr nedibû bû. Ev dîrok, li gorî berjewendiyên serweran hatibû avakirin û dîroka zilamê serwer ê ku ji heqîqetê dûr bû. Têkoşîna Azadiya Jina Kurd di aşkerakirina vê rastiyê de, roleke bilez û girîng lîst. Ji bo jinê dîrokeke nû, ango dîroka azadiyê dihate nivîsandin.
Berovajikirina dîroka jinê û hemû ser û binîhevkirinên hatine kirin, li welatê Xwedawenda Dayîk a Pîroz Mezopotamiye de hatibûn pêşxistin. “Gencîne (Xizîne), di cihê ku lê hatiye wendakirin tê gerandin”. Hafize, cewher û azadiya jinê di wir de veşartî bû. Diviyabû ku hinekan Xwedawenda dayîk ji nav jiyana ku hatiye şewitandin û cihên ku hatine xerakirin de derbixistaya û ji nû ve saz bikiraya. Felsefeya jiyana nû ya Rêber APO derfeta vê yekê da avakirin. Jina kurd a azad afirand. Viya di heman demê de kir ku gelek jin ji gelên din ê weke, Ereb, Tirk, Elman û hwd li ser rêka azadiyê bi jina Kurd re bibin rêheval, deriyê vê yekê heya dawiyê vekir. Jinan di riya şoreoşa ku hatiye pêşxistin karîn rengên xwe û azadiya gerdûnî jî pêşbixin. ji ber vê yekê jinên Kurdistanê ji hemû jinên cîhanê zêdetir di têkoşîna azadiyê de pêş de çûn. Ji ber ku pir bi şens bûn. Ji ber ku xwedî Rêberekî weke Rêber APO û rêhevaltiya wî bûn. Rêbertî, ew jina ku hebûna wê weke çavkaniya hemû xirabiyan dihate dîtin, bi jiyana azad re û bi têkoşîna wê re da naskirin. Di heman demê de rê û rêbazên pêwîst, beşên wê ên bîrdozî û zîhnî û her weha di warê, him maddî û hem jî manewî di hemû waran de piştgiriya xwe raber kir.
Destpêka têkoşîna azadiya jinên Kurd; bi pêşketina Tevgera PKK’ê û bi beşdarbûna jinan re pêşket. Felsefeya jiyana azad û civaka azad a Rêber APO û herweha têkoşîna ku pêşdiket di heman demê de pêwîstiya destpêkirina şerekî mezin li dijî dîroka zilam, zîhniyeta wî û ferasetên wî li bar çav girt. Dîsa, weke şerteke bingehîn, diviya bû ku ew hemû nirxên ku zilamê serwer bi şaristaniyê re ji destê jinê girtibûn bihatana standin. Ev ji bo jinê tişteke pir zehmet bû. Tenê dikarî bû bi îsrarkirina di azadiyê de encam bidest bixe. Pirsgirêka bingehîn a jinê, pirsgirêka hebûnê bû. Bi nasnameya xwe weke jin diviyabû hebûna xwe biafirandiba. Bi Hezaran sale nasnameya wê, hişmendiya wê, îradeya wê, bedena wê, dengê wê û bi temamî hemû tiştên wê jê hatiye girtin. Jin heye! Lê çawa heye? hebûneke ku Aîdê hineke din e. Jin tenê dikarîbû weke koleyeke zilam hebe. Ji bilî wê, xwebûn an jî xwedî îradebûn nedibû mijara gotinê. Di hinek civakan de dema ku mêrê jinê dimire, jin jî weke ku mirye tê hesibandin. Ji ber ku civak, jineke ku aîdê ti mêran nebe napejirîne. Jin ji bilî amûreke ku dewlet, desthilatî û sîstem ji bo sazîbûna xwe bide rûnişkandin wê bi awayekî bê sînor bikartîne ti tiştekî din îfade nake. Li gorî berjewendiyan diviya bû wer bûya.
Ma wê bibûya çi? Ev 5-6 hezar salin di dirêjahiya dîroka şaristaniyê de her tiştê wê ji destê wê hatiye girtin. Hemû nirxên ku di çanda Xwedawenda Dayîk de hatibûn afirandin jê hatin dizîn. Di serdemekê de nirxên ku ji bo jiyan were domandin dihatin bikaranîn, lê bi demê re pîrozbûna xwe ji dest dan. Wisa bû ku ji bo yekdestdaran û kûrtêlxuran ew hate bikaranîn. Piştre jî bi mîtolojiyên direw re him di mejiyê jinê de, him jî di hafîzeya civakî de xebatê şûştina mejî hate meşandin û rêbazên cûrbecûr jî hatin bikaranîn. Ev rêbaz bi pêşketina serdeman re bi şêwazên cuda cuda re hatin kûrkirin. Ji ber vê yekê jî mîtolojiyan cihê xwe ji dîn re, piştre jî ji felsefeyê û zanistê re hişt û viya jî kir ku hafîzeya civakî di asta herî jor de jêbirin ango têkbirin pêkbê. Herkesî ev rastî pejirandibû. Jin weke kolê malê, malê zilam û amûra bingehîn a meşandina sîstemê bû. Ya ku li ser milê wê diket, ew bû ku vê erkê bi layiqî pêkanîn bû. Civaka cînsiyetparêz di vê mijarê de rola sereke dilîst. Lê belê li dijî wê rastiya ku hatî avakirin, redkirina herî mezin Rêber APO pêşxist. Ji ber vê yekê di têkoşîna azadiyê de cih da jinê û jê re bû rêheval.
Jina Kurd a ku beşdarî têkoşînê dibe, herçendî şer dike zana dibe, çiqas zana jî dibe ew qas bihêz dibe. Bi rêxistinkirina jiyana xwe ya xweser re, hîne zêdetir hêza xwe ya cewherî derdixiste holê. Vê yekê jî hêşt ku hemû gumanên di derbarê jinê hebûn werin şikenandin. Viya di heman demê de rêka ji nû ve xwe afirandinê ji bo jinê vedikir. Jina kurd cara yekê, li dîroka jina azad di cihê ku tê de hatibû wendakirin geriya û ew dît. Jinên kurd xwe gîhandin rihê serhildêr ê Înanna’yan, Îştar’an û Kîbele’yan. Ew zanebûn, îrade, hafîze, beden, rih... û hemû nirxên ku jê hatibûn dizîn, dubare yek bi yek istandin. Xwe bixwe bixwe xûliqandinê re jina azad hebûna xwe qezenc kir. Ev tişt hemû, îfadeya dîroka jinê ya ku ji nû ve hatî nivîsandine.
Jinan êdî hêdî hêdî fêrdibûn ku bi gûman li tiştên ku jê re hatine layîq dîtin binêre. Di pêvajoya têkoşînê a derbazbûyî de jinê îspat kir ku ew jî dikare hemû karên ku zilam dikare bikin bike. Fêrbibûn ku bi wêrekî, fedakari, ked, hewldan û inadeke mezin, şer bikin. pêşketinên ku qet tu kesî xeyal nedikir di nava şoreşê de pêkanîn. Ji bo ku hîne jî xwe xûrt bikin, rêxistiniya xwe ya xweser pêşxistin. Ev yek di nava hemû civaka Kurd de jî belavkirin.
HEVGEHÎNA JINA KURD BI AZADIYÊ RE
Pêşketinên ku bi têkoşîna rizgariya kurd re li Kurdistanê hatine jiyîn di jinên kurd de zanebûnek li pêşxist. Ji bo jinan pêşketina destpêkê ya şoreşî, ketina ferqa koletiya ku jiyandikire. Her wiha pêhesîna wê û rastiya wê ku ew rastiyên civakî ku li ser hatine ferzkirin rastiyên sexte û çêkirîne. Bi wateyeke din lêpirsîna jiyana ku bi hezarê salane ji aliyê zîhniyeta zilamê serwer ve jê re hatiye pêşkêş kirin e. Yê ku di destpêkê de ev yek lêpirsîn kir, mirovê azad Rêber APO bû. Ji ber vê yekê jî, di bingehê civaka azad a ku wê biafirîne azadiya jinê bi cih kir. Bi mebdeya ku “heya jin azad nebe, ti jiyan azad nabin” re ji bo hemû jinan deriyê azadiyê heya dawiyê vekir. Azadî, wê qed wer asayî nebûbaya. Lê belê herçend zorî û zehmetiyên xwe hebin jî, jinên ku bi azadiyê re girêdayî wê hemû astengiyan derbaz bikin û ji yên pey xwe re jî wê rê vebikirana. Ji bo azadiyê çi pêwîst bûye jinan ew bi xwastek û hessasiyeteke mezin pêkanîn e. Li zindanên Amed’ê, li dijî zîhniyeta zilamê serwer û îşkenceyên li derveyî mirovahiyê ku hişê mirovan dide rawestandin, destanên berxwedanê yên weke Sara’yan hatine raberkirin. Vê yekê bi xwe re, bi hezaran jinên evîndarê azadiyê kişande nava refê têkoşînê. Di dema xiyanetan de yên weke Bêrîtan’an dema ku pêwîst bû ji bo ku xwe radestî dijmin nekin, di kendalan de bask vedan û bûne bingehê artêşbûna jinê. Dîsa, di pêvajoyên tengezarî de yên weke Zîlan’an xwe di mejiyê zûlmê de teqandin û ji hemû dinyayê re dane dîşandan ku paşverûtî mehkûmî binketinê ye. Di kêliya ku xetimandin û şêlûbûn dihate jiyankirin, ên weke Ronahî û Bêrîvan’an bedenên xwe kirin meşele. Dîsa, bi hezaran jinên leheng di şert û mercên herî zehmet de bêyî ku tu bawerî û hêviya xwe winda bikin hemû astengî derbazkirin û rêkên nû ji bo têkoşînê vekirin. Hertim û herçendî zehmet be jî tişta herî rast ji xwe re hilbijartin. Azadiya ku bi Tekoşîna dijwar ya ku ji berê de, li ciyayan cihê xwe afirandinê hatiye bi dest di azadiya civakê de bi kîlometreyan pêşveçûn pêkanîne. Di encama berdêlên pir giran de mîrateyek bi nirx dane avakirin.
Şoreşa azadî û zîhniyetê ya ku ji çiyayan ber bi civakê ve herikî çawa çêbû?
Azadiya ku li çiyayan pêşdiket pêl bi pêl di nava civakê de jî belav bû. Jinan bi beşdarbûna xwe, di destpêkê de zerbe li zihniyeta civakê ya paşverû ku jinê weke belayek dibîne da. Jina ku ji bo gelê xwe û ji bo xwe şer dikir, nirx dît. bi temamî windanekirina kurdan ji nirxên xwe yên civaka polîtîk û exlaqî dihêşt ku vê rastiyê bibînin. Ên ku ji bo têkoşîna azadiyê canê xwe feda dikirin, di mejî û dilê civakê de hejandinek avadikirin. Ji ber ku zîhniyeta şaristaniyê di wande feraseta dibêje “jin bêhêz e, feqîr e, nikarê şerbike, tenê zilam dikarin şerbikin” dabû avakirin. Cihgirtina jinên Kurd di têkoşîna azadiyê de û berdêl dayina wan, ev nêrînana parçe parçe kirin. Berovajiya vê yekê li beramberî jinê hezkirin û nirxek dihate avakirin. Vê yekê di heman demê de ji jinên ku di nava civakê de jî hêvî û wêrekiyek dida. Tiştên ku dihatin jiyîn, rê li ber neperjrandina jiyana ku zihniyeta feodalî ferzdikir vekir, her wiha nerazîbûn û nefreteke mezin li beramberî têgihêştina qederê derxiste pêş. Qezenckirina jinê ya zanebûnê jiyana ku ji hezar mirinan xerabtire bê wate kir û lêpirsîneke pir mezin jî pêşxist.
Çima jin ji gava ku çavên xwe li dinyayê vedikin û bişûnve ji ber ku keçe kêm tê dîtin û gava ku mezin dibin jî bi tirsa şîddeta fîzîkî, deronî û kûştinên bi navê toreyan dijîn? Ew jina ku ji malbatê re weke barekê tê dîtin, di ku dera jiyanê de cih digire? Rêka ji wê jiyanê xilasbûn hebû an na? Têkoşîna Azadiya Jina Kurd mizgîniya rêka xilasbûnê dide. Ew jî têkoşîn kirin e û berê xwe dayîna çiya û azadiyê ye. Ya ku pêşket jî ev bû. Ji ber jina ku şer dike, jiyanê ji kolebûnê rizgar dike ye. Pêşketinên ku ti kesî xeyal nedikirin, bi rêxistinbûyîna jina Kurd û pêşxistina îradeya wê pêkhatin. Jinên Kurd, bi hêza xwe ya cewherî û bi pêşketinên ku dane avakirin re di dîrokê de tiştên ku nehatine dîtin dikirin. Di qadên sîyasî, civakî û parastina rewa de cara pêşîn bû ku rêxistinbûnên xwe yên xweser pêşdixistin. Weke toxmekê ku dikeve nav axê, rêxistinbûyîna jinê her roj pêşdiket, bihêz dibû û qadên wê ên bandorkirinê li Kurdistanê û cihên ku kurd lê dijîn belav dibû. Li ser bingehê hêviyên azadiyê û hêviyên afirandina jiyaneke nû, Rêber APO rêxistinbûna jina azad, îradeya azad û bi hêzbûn rûxmê hemû paşverûtiyên şaristaniyê jî di asteke herî jor de pêşxist. Jina ku têdikoşiya azad dibû, herçend azad jî dibû xweşik dibû û dibû navenda kişandin û cezbkirinê. Di nava bîst salan de asta pêşketina jina Kurd hemû dinya behitandiye. Rengê têkoşînê di her qadê xebatê de jinan destnîşan dikir. Hertim jin bi rola pêşengatiyê radibûn. Bi vî awayî jina kurd a ku azad dibû, di nava civakê de jî azadî pêşdixist. Heya dîroka nêz jî, jina ku weke koleya koleyan dihate dîtin, îro şoreşeke mezin a zîhnî di xwe de ava kiriye û di civakê de jî pêşdixe. Di her qadeke jiyanê de bi taybet di qadên sîyasî, civakî û parastina rewa de em dibînin ku roleke avaker û bi bandor dilîze.
Di qada sîyasî de rengê jinê xwe çawa diyarkiriye?
Ji bo hemû pêwîstiyên civakî werin pêşwazîkirin, sîyaset ku weke mekanîzmaya biryardariya komûnal a civaki ye, di wir de jî jinê rengê xwe daye diyarkirin. Ya ku herî zêde ji bo êş û azarên ku têkoşîna van çil salên dawî dane avakirin pêşketine werin derbazkirin ked rijandiye jin e. Ya dizane ku jiyaneke xweşik û baş û herweha jiyaneke aştiyane û azad wê çawa pêşbikeve dîsa jin e. Jin, di pêşxistina sîyaseta demokratîk de bi roleke diyarker rabûye. Di heman demê de îro jinên kurd bi zanebûna ku xwe gihandiniyê ji bo ku aşîtî ku îro pêdiviya civakê ya herî bingehîne bê rûnişkandin ked û hewildaneke pir mezin raber kirine. Ji ber vê yekê jî dema ku mirov li daxwaziyên demokratîk ên rêxistinên jinan temaşe dike, mirov dibîne ku di mijarên herî jiyanî yên civakî de çareseriyê didin avakirin.
Ji ber van sedeman jî jinên Kurd ji jinên civakên din bi bandortir in. Ji ber ku rojane di nav avakirina civakî de cih digirin û bi vî awayî xwe ava dikin. Eger em bidin berhev; siyaseta ku dayîkên me yên ku qed neçûne dibistanên sîstemê, lê xwe di dibistanên jiyanê de bi felsefeya Rêber APO ya azadiyê xwe perwerde kiribe dimeşîne, jinên din ku di meclîsê de qaşo gava di dibistanên cûr be cûr de xwendine de nikarin siyasetê bi heman rengî bimeşînin û heman cesaretê bidin nîşandan. Dîsa, bi qasî parlemenên jin ên Kurd di sîyasetê de hakim û bi bandor nîn in. Ango ya rast ji bilî parlemenên jin ên Kurd, parlemenên din ên jin tenê navê xwe hene, lê bixwe nîn in. Ji ber ku wana hêjî xwe ji feraseta dewleta netewe rizgarnekiriye, nikarin bi bandor bibin û roleke cuda bilîzin. Em van gotinan ji bo biçûkxistina wan nabêjin. Ji ber ku hêza xwe bikarnayînin, bi bandor nabin û îradeya xwe dernaxin holê em van yekan destnîşan dikin. Eger di sîyasetê de ji xwe armancan diyar bikin, çima wê bi bandor nebin! Divê ji xwe re rol û misyon bidinnîşandan. Divê nekevin nav xefleta bendewariya ji zilam û sîstema wî. Ji ber ku nahêlin û firsendê jî nadin. Heya niha yê ku ev yek bi temamî pêkaniye û heya dawiyê rol daye jinê Rêber APO bûye. Em li jinên ku di nav mirovên eqilmend de cih digirin binêrîn; yê ku bi israr destnîşan kiriye ku jin divê di wê komê de cih bigirin dîsa Rêber APO bûye. Li gorî ku dihate xwestin cih nedayina jinê, çavkaniya xwe ji zîhniyeta serwer a zilam û polîtîkayên dewletê digire. Di warê hejmar de herçend kêm bin jî, lê ji ber ku rolek ji wan re hatiye dayîn, her çi qas kêm be jî dikarin xwe îfade bikin.
Pêşketinên ku jina Kurd di qada civakî de dayî avakirin
Di qada civakî de jî pêşketinên mezin xûya dikin. Ew avahiya feodal û girtî ya civaka Kurd li ser bingehê civaka demokratîk veguhertinek hatiye avakirin. Di fikir, rih û hest de jinên ku baweriyeke cewherî û zanebûnek qezenckirine avahiyên kevin ên civakî guherandine. Beriya têkoşînê ew feraseta zilam a ku jinê weke amûrekê didît hate parçekirin. Weke berê, nêzîkatiyên jinê kêm dibînin û tenê weke jina malê dibînin li Kurdistanê di asteke girîng de hatine derbazkirin. Di berxwedaniyên ku li çiya, bajêr, zindan û qadên civakî de pêşdikevin de ti ferq û cêwaziya xort û jinê nîn e. Mirovê ku bi azadiyê ve girêdayî û têkoşer heye. Heta, eger di nava têkoşînê de jin hebe, civak hînê zêdetir jê re nirx datîne û rêz nîşan dide. Gelê Kurd piştî şoreşa vejînê ya netewî, di avakirina Netewa Demokratîk de bi felsefeya Rêber APO û paradîgmaya Civaka Demokratîk Ekolojîk û Azadîxwaziya Zayendî re rêka xwe destnîşan dike.
Bêguman em nabêjin ku di civaka Kurd de cînsiyetparêziya civakî bi temamî hatiye derbazkirin û hemû kelemên ku li pêşiya wê hene hatine rakirin. Bi taybet di yên ku di nava Tevgera Azadiyê de cih nagirin de cînsiyetparêzî tê jiyankirin. Li hemberî jinê paşverûtiyê raber dikin. Di roja me ya îro de di hemû civakan de li hemberî jinê tewanbarî tê jiyankirin. Jin her roj rastî tecawûz, şîddet û qetilkirinan tên. Ji bo ku ev rewş werin derbazkirin, pirsgirêk werin çareserkirin û azadiya civakî pêk bê, erka her kesekê ye ku li hemberî vê têbikoşe. Ji ber ku mînaka yê ku dîrok veguherand û şoreş pêkanî heye. Ew jî felsefeya jiyana azad a Rêber APO ye û di encama vê têkoşînê de jî rastiya jina ku azad dibe heye. Di jina Kurd de ew zanebûn, îrade û baweriya cewherî ya ku ava bûye, zîhniyeta civaka cînsiyetparêz parçe kiriye. Lê ji bo hemû jinên cîhanê pirsgirêka azadiyê niha jî berdewam dike. Ew dewlet û civaka cînsiyetparêz nehatiye derbazkirin. Ji ber ku ew zanist û dîroka ku zîhniyeta vê sîstema şaristaniyê têr dikin niha jî bi roleke bi bandor radibin. Li ser vê bingehî Rêber APO pêşxistina Jineolojiyê weke erk li pêşiya me danî. Erka sereke li pêşiya vê zanistê, hemû zanistên din ji zîhniyeta cînsiyetparêz rizgarkirin e. Bi taybet jî divê zanistên civakî û hejmarî bi vê dîdgahê re werin destgirtin. Bi vî awayî tenê dîroka serwer an na, wê dîroka berxwedaniyan û dîroka jinê ya ku tine hatiye hesibandin jî derbikeve holê. Li ser Jineolojiyê ponijandin; ji bo ku di derbarê zanistên din de jî bikare roleke esasî bilîze, di serî de ev erka akademîsyenan e û dûvre jî erka her kesî ye.
Zelal EDESSA
- Ayrıntılar
Zayendperestiya modernîteya kapîtalîst wek kanserê her roja ku diçe zêdetir xwe di nav civakê de belav dike. Di ti pêvajoyên civakî de bi qasî kapîtalîzmê zayendiya jinê nehatiye bikaranîn. Bi awayekî ku di her qada civakî de destdirêjî lê hatiye kirin. Kapîtalîzm jinê wek objeyeke zayendî di qadên aborî, civakî, siyasî, çandî û hwd. bikar tîne û bi vê yekê dixwaze li ser jinê hakimiyeta xwe bide avakirin. Tenê ji bo sektora reklaman, jinê wek metayeke herî pêşketî pêşkêş dike û her parçeyeke bedena jinê dike amûrekî bazarê. Di cîhana çand û medyayê de jî heman nêzîkatî tê raberkirin. Û hemû nêzîkatiyên wan li ser esasê bazarkirina bedena jinê û zayenda jinê pêş dikeve. Yek ji sektorên herî mezin ên kapîtalîzmê li ser bazirganiya jinê pêk tê. Bi taybet di hin welatên di aliyê aborî de feqîr û bi giştî cîhanê de jin û zarokên keç tên firotin. Bazirganiya li ser jinê bi destên bazirganên fuhûşê ku li her deverê cîhanê de hatine birêxistinkirin, tên meşandin. Pergala desthilatdar a zayendperest, bi awayekî bi zanebûn û plankirî bi xistina jinê dixwaze civakê bixîne û li şûna civakeke polîtîk a exlaqî civakeke bêexlaq ava bike. Lê, em baş dizanin ku civakek ger ji bingeh ve ji aliyê exlaqî hatibe lewazkirin, nikare xwe ji tinebûnê rizgar bike. Pergala desthilatdar a kapîtalîst di serî de jinê û hewl dide her kesa/ê di civakê de bi rê û rêbazên cuda bixe bin kontrola xwe, bike mehkûm û koleyê pergalê.
Herî zêde jî pergala kapîtalîst vê yekê bi rêya fuhûşê dixwaze bi ser bixîne. Yanî dixwaze civakeke ku ji exlaq û girêdanên civakî hatibe qutkirin, ava bike. Di tevahiya cîhanê de fuhûş bi awayekî zanebûn û bi destên pergala desthilatdar a zayendperest tê pêşxistin. Di roja me ya îro de fuhûş di asta navneteweyî de û bi rêya dewletan, wek karekî bi zanebûn a xistina civakê tê birêvebirin. Fuhûş bi rêya hêzên kapîtalîst ên navneteweyî ji bo bêbandorkirina têkoşîna civakî, bi awayekî bi zanebûn tê pêşxistin. Pergala desthilatdar ji bo temenê xwe dirêj bike û hebûna xwe mayînde bike, serî li rê û rêbaza herî xeternak dide. Ew jî pêşxistina fuhûşê ye ku di gelek welatan de ji bo pêşîlêgirtina têkoşîna civakî û pêşîlêgirtina civakeke polîtîk a exlaqî ye. Pergalên heyî yên serdest, dema nikarin bi rêya leşkerî li hemberî hêzên demokratîk û tevgerên civakî biser bikevin -jixwe êrîşên bi vî rengî zû bi zû nikare li hemberî hêzên polîtîk biser bikevin- hewl didin ku civakê ji aliyê exlaqî ve lewaz û tine bikin. Jixwe şansê serketina pergala desthilatdar a li hemberî tevgerên civakî nîne. Dema bi vî rengî dibe, pergala desthilatdar jî hewl dide alîgirên wan ên civakî lewaz bike û bi vî rengî serketina xwe îlan bike. Ji ber vê çendê ye ku hêzên serdest ji bo desthilatdariya xwe ya siyasî biparêzin; di cîhanê de û di welatên cuda de fuhûşê pêş dixin û dixwazin bi rêya sektora fuhûşê lez bidin helandina civakî.
‘Ma, ev ne felçbûna civakî be çi ye?’
Pergala desthilatdar a zilam bi pêşxistana fuhûşê re wek pençeşêrê bandora xwe di her hucreyeke civakî de dide avakirin û ji bo dejenerekirina civakê êrîşên xwe yên li dijî jinê zêde dike. Bitaybet ewqas pêşxistina fuhûşê û dîsa bûyerên destavêtinê ku rû didin, êrîşeke plankirî ya pergala desthilatdar a li dijî lêgerîna azadî û avakirina civakek polîtîk a exlaqî ye. Çawa jiyana herî pîroz a xwezayî ku bi awayekî herî pîroz hatibû avakirin û dayîk-xwedawend îro di nav lepên pergala kapîtalîst de dinale? Jina ku bi hemû pîrozbûna xwe pêşenga avakirina jiyaneke azad bû; îro ne tenê bedena wê parçeparçe tê firotin, her wiha di hêla ruhî û hizrî de jî hatiye felçkirin. Ma, ev ne felçbûna civakî be çi ye? Çawa, jin bi hemû bedewî û rastiya xwe ya jiyana azad ewqasî tê xistin û ji rastiya xwe tê dûrxistin? Pergala desthilatdar a dewletparêz, bi pêşxistina serweriya xwe ya li ser bedena jinê û fuhûşê, hewl dide ku li ser civakê serweriya xwe mayînde bike. Ji ber ku jina hatiye xistin tê wateya civaka ku hatiye xistin. Di civakekê de ku fuhûş wek nexweşiyekê hatibe belavkirin û pêşxistin, wê demê divê mirov baş zanibe ku ev civak rastî êrîşeke bi zanebûn û plankirî ya pergala desthilatdar re rûbirû ye. Û ew civak ketiye nav pençeyên kujer ên pergala serdest. Wek vampîran, heya dilopek ji xwîna paqij a vê civakê mabe, wê dest jê bernede. Pergal bi taybetî di cihê ku muxalefeta civakî pir xurt be, fuhûşê wek çek di her qadê de bikar tîne. Dewlet, wek gelek amûran, fuhûşê jî bi taybetî li ser keçên ciwan wek çandeke jirêderketî û dejenerasyonê bikar tîne. Bi taybet mirov dikare wan lîstokên li ser jinên Kurd ku têne bikaranîn mînak nîşan bide. Ji ber ku di van salên dawî de, pergal bi zanebûn di nav civakê de alkol, qumar, tiryak û fuhûşê belav dike. Bi taybet fuhûş wek axtapotê her roja diçe civakê dorpêç dike û her roja diçe berfireh dibe. Pergalên serdest ji bo ku desthilatdariya xwe berdewam bikin her amûrekî bikar tînin, Divê em amûrên êrîşkar ên îdeolojîk ku ji hêla desthilatdariyê ve tên pêşxistin jî ji bîr nekin.
Li Kurdistanê bi bilindbûna têkoşîna azadiyê û bi taybet jî piştî salên 1999’an dewletê bi zanebûn fuhûş pêş xist. Dewleta Tirkiyê bi polîtîkayên xwe yên li ser ciwanên Kurd, hewl dide wan bi rêya fuhûş û tiryakê lewaz û bêtesir bike. Bi pêşxistina fuhûşê, li Kurdistanê hewl da ku civakê hilweşîne. Ji ber ku hêza herî dînamîk û pêşeng ku bikare di avakirina pergaleke demokratik û azad de rol bilîze, jin û ciwan in. Di cihekê de ku têkoşîna jiyana azad û demokratik hebe, li wê derê mirov nikare behsa desthilatdarî; yan jî mayîndebûna pergala serdest bike. Pergala dewletparêz xwe li ser tinekirina dînamîkên civakî ava dike û temenê xwe bi vî awayî dirêj dike. Ji bo vê jî hertim ji hêza dînamîk û pêşeng a jinê di nav metirsiyê de ye. Ji ber vê çendê jî herî zêde jinê dixe hedef û bi zanebûn li Kurdistanê fuhûşê pêş dixîne. Mînak: di van salên dawî de ji ber ku dewlet li hemberî têkoşîna azadîxwaz têk çûye, serî li rêbazên qirêj dide. Bi taybet di sala 2006’an de bi dehan jinên ciwan bi rêya destavêtin û rêbazên cuda hatine xistin û wek ajan hatine birêxistinkirin. Yekemin hedefa wan jî jin an jî keçên welatparêzanin, ên ku bi salan di nav têkoşînê de cih girtine. Hîn jî li Kurdistan û metropolên Tirkiyê bi rêya polîs û çeteyên fuhûşê bi awayekî sîstematîk polîtîkayên tinekirinê pêş dixin û dixwazin bi rêya pêşxistina fuhûşê di nav civaka Kurd de wê lewaz bikin û têk bibin. Her çiqasî em di ferqa van polîtîkayên şerê taybet ku bi zanebûn û plankirî tên pêşxistin de nebin jî, lê ev yek bi rêya dewletan ji bo teslîmgirtin û jiholêrakirina civakan tên pêşxistin.
‘Du hêzên dînamîk: Jin û Ciwan’
Dewlet, 30 sal e bi hemû leşker û hêza xwe nikare bi ser bikeve, ji bo vê jî vê carê serî li hilweşandina civakê dide û bi rêya pêşxistina fuhûşa jinê dixwaze bi ser bikeve.
Du hêzên dînamîk ku ji civaka polîtîk û exlaqî re pêşengiyê dikin jin û ciwan, bi tehlûkeya dejenerasyon û jirêderketinê re rûbirû ne. Ev ne tişteke ji rêzê ye ku dijmin li cihekê wek Amedê ji bo xwe fuhûşê bike armanc. Helbet, polîtîkayeke taybet a dewletê ya helandina civaka Kurd heye. Pêşxistana fuhûşê ne tenê li Kurdistana Bakur, her wiha li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê jî bi zanebûn tê pêşxistin. Li Rojhilatê Kurdistanê ji bo çewisandina civakê ji hêla exlaqî û çandî, bi hezaran jin û ciwan dikevin destên çeteyên fuhûş û narkotîkê. Ev yek jî pir aşkere bi destên dewletê tê meşandin. Dîsa li Başûrê Kurdistanê jin wek koleya seksê difroşin bazirganên fuhûşê û ev di roja me ya îro de di asteke jor de ye. Bi taybet piştî mudaxeleya DYE’yê li Iraqê gelek jin bi rêya çeteyên fuhûşê tên firotin û gelek ji wan jinan jî difiroşin welatên derve. Îro li her çar parçeyên Kurdistanê dewlet, bi rêya bazirganên fuhûşê dixwaze girêdanên civakî lewaz bike û têk bibe. Bi taybet civakek wek civaka Kurd ku herî zêde bi çanda pîroz a dayîkê ve girêdayî ye û xwe li gorî hîmên bingehîn ên civakeke azad û demokratik birêxistin dike; tê xwestin civak ji vê jiyana azad û pîrozwer bê dûrxistin.
‘Ji nû ve şînbûna pîrozweriya jinê ya li vê axê bibînin û lê xwedî derkevin’
Ne tenê li Kurdistanê, wek me di serî de jî anî ziman li tevahî cîhanê jin rastî destavêtin û bazirganên fuhûşê tên. Di serî de li welatên wek Afrîqa, Tayland, Nîjerya, Fîlîpîn, Hong Kong, Efqanîstan û hwd. keçên temenbiçûk bi rêya sektora fuhûşê ya navneteweyî tên bikaranîn. Tê payîn her sal 300 hezar zarokên keç ên temenê wan di navbera 9-14 salî de ji wan welatan bînin û li welatên YE bifiroşin. Li gundên Afrîqa û Asyayê jinên ku bi hêviya kar tên welatên Ewrûpayê, dikevin kemîna bazirganiya seksê ku li vir behsa bi milyonan jinên ciwan ku temenên wan 13-14 tê kirin. Li cîhanê her sal bi milyonan jin, jinên ciwan û zarok bêzanebûn dibin qurbaniyên bazirganên fuhûşê. Li gorî daneyên UNICEF her sal li cîhanê 4 milyon jin û zarok bi rêya bazirganên mirovan tên bikaranîn. Piraniya wan kesên ku ji ber kaosa siyasî, şer, xizanî, aborî û ji ber sedemên cihêreng ji welatê xwe koç kirine, rastî van kiryaran tên.
Armanca me, ne ew e ku em bûyeran yek bi yek bi rêz bikin. Armanc ew e ku em van rastiyan û bombebarana îdeolojîk a pergala desthilatdar ku her roj dijwartir dibe bibînin û li gor vê, em wek jin têkoşîna xwe hîn xurtir bikin. Beriya her tiştî hewce ye em wek jin rastiya pergala zayendperest, dewlet û îqtidarê pir baş zanibin û em li hemberî wan êrîşan di her kêliyê xwedî refleks û helwest bin. Çiqasî em rastiya dewlet û pergala zayendperest tehlîl bikin û derbas bikin; em ê ewqasî bikarin li hemberî şerê taybet ê pergala dewletparêz biser bikevin. Di hêla azadiyê de pêngava herî girîng a îdeolojîk, derbaskirin û têkoşîna li dijî jiyana dewletparêz e ku di hemû aliyan de dixwaze serweriya xwe bi me bide qebûlkirin. Yan em ê jiyaneke azad a di mertebeya pîrozweriyê de bijîn û bidin jiyandin; yan jî em ê di bin pergala serdest de çawa ev 5 hezar sal e dinalin, dîsa em ê binalin. Yan em ê di nav pençeyên modernîteya kapîtalîst de bên pelçiqandin û tinekirin; an jî em ê şansê jiyana azad ku hatiye bidestxistin, wek derfeta jinûve şînbûna pîrozweriya jinê ya li vê axê bibînin û lê xwedî derkevin.
Berjîn Têkoşer
- Ayrıntılar
Nivîsa borî de me hişmendiya avakirina rizgariya demokratîk girtibû dest. Em dixwazin vê nivîsa xwe de jî di avakirina rizgariya demokratîk de li ser milê rexistinkirinê rawestin.
Çendî em li ser hişmendiya xwe bisekinin ew qasî baş e. Ji ber ku çiqas em xwe çêdikin ew qas tegiştîna me fireh dibe û em mijarên hûr û kûr baştir tedigîhin. Hişmendî di serî de xwe di mejî de girtina deste. Xwe milê raman da peşkistine. Çanda xwe ya giştî kûr kirine. Bi çavekî hîn firehtir li cîhanê û giştî dîroka mirovahiyê mêzekirine. Bi kurtasî; hişmendiya xwe çêkirin, xebateke herî sereke ê mirovên ku dixwazin tiştên çewt rastbikin e.
Dema mirov xwe di milê hişmendiya xwe de sererastkir şûnda, xebatên pir girîng yên ku werin dest girtin hene. Yek jî wan xebatên girîng di serî de xwe, piştre jî dardorên xwe rexistinkirine.
Xwe rêxistinkirin çî ye? Û xwe rêxistinkirin yê çawa bê destgirtin?
Ji bo ku em xebateke bi serkeftî derbixin pêwîste em xwedan kesayeta bi birêzkarî bibin. Birêzkarî çî ye? Birêzkarî (disiplin) tê wateya: li ku derê û kengî ezê çi û çawa bikim. Li mana ku mirov dem û wextê xwe baş dest digire. Ev tê çi wateyê? Ev tê wateya ku em ser xwe pir lê rasti jî pir hakîm bibin. Em gorê hinek lewaziyên xwe tevnegerin. Em hemû liv û libatên xwe birêzkarî ve bimeşînin. Ew bêgûman gelek tiştan ji me dixwaze. Ew bi plansazî tevgerînê dixwaze. Hesapkiriyeke pir xurt dixwaze. Dîsa kîjan kar wê berê were dest girtin de peytandin (tespit) kirinê dixwaze. Ew jî dîsa berê ku em têkevin nav liv ê libatan kûr lêhûrbûyînekî dixwaze.
Eger em bala xwe bidin gotinên jorîn emê bipeytînin(tespit bikin) ku me hîn qala rexistinkirinê nekiriye.
Rêxistinkirin di serî de hişmendiyeke pir xurt dixwaze. Dîsa birêzkariyê pir zêde dixwaze. Ger rêxistin û rêxistinkirin nebe em xwedan ramanên pir hêja jî bin, tu bergîdanka (karşılığı) xwe nabe. Ji bona vê rêxistin û rêxistinkirin pir girînge.
Rêxistinkirin xwe gîhandina mirovan e. Rêxistin yekser bi pêwendî çêkirinê ve eleqedar e. Em çiqas pêwendî çêkin tê wateya ewqas rêxistin me çekiriye. Pêvajoya nû de hemû derî ji bo ramanên tevgera azadiya demokratîk vekirîne. Em dikarin xwe bigihînin herkesî. Em him dikarin biçin her derî û him jî herkesî re pêwendî çebikin. Dem tam jî demeke weke rojnameyeke piyayî kar kirinê ye. Em kê bibînin em karibin bi wî re li ser pêvajoya nû a avakirina demokratîk biaxivin. Bidin, bistînin.
Em vekirî bêjin: Li Kurdistanê hemû derî ji bo fikir û ramanên Rêber Apo vekirîne. Li Kurdistanê em biçin ku derê ji hemû derî teqez, herzal ji me re vekirîne. Ji jer ku tekoşîna bi salan ew deriya bi xwîna hezaran şehîdan çêkiriye. Ji bo vê pêwiste em li Kurdistanê biçin hemû deran. Dema em dibêjin Kurdistan, pêwiste hemû cihê cîhanê bê fêmkirin.
Bi kurtasî dema pêvajo ya rizgariya demokratîk de em yek salîse ya xwe vala darbas nekin. Yek xulekekî li cihê xwe em nesekinin. Em şev û roj derdê xwe bigîhînin tevahî cîhanê.
Dem ne demekî asayî ye. Dem demekî pir awarte ye. Dem demekî pir lez diherike ye. Dem demekî kaotik e. Ji bona we her yek pêwendiya ku em çêbikin tenê ne pêwendiyeke. Pêvajoyen wiha de yek liv û libat teqez li yek liv û libatekî zêdetir e.
Ev nîvis we berdewam bike…
QASIM ENGÎN
- Ayrıntılar
Rêber APO di Newroza 2013’an de pêvajoyekî nû da dest pêkirin. Ev pêvajoya nû wek “RIZGARIYA DEMOKRATIK U AVAKIRINA JIYANA AZAD” bi nav kir.
Li Kurdistanê zêdeyî 30 salan, şerekî pir dijwar li hember faşîzma mêtîngerî ya tirk hat meşandin. Di vî şerî de bi hezaran ciwanên Kurd jiyana xwe ji dest dan. Ji bo ku rojên ronahî li ser vê axê bidin jiyankirin berxwedaneke bêhempa ji aliyê ciwanên kurd, ê ku hilkêşiyan serê çiyan û bûn gerîla ve hat dayîn. Berxwedana gerîlayên ciwan mert hêlişt ku li Kurdistanê bişavtina (helandina) gelê Kurd were sekinandin. Dîsa ew siyaseta dewleta metînger a komalkujiya çandî ê ku bi sedan derewên veşartî ve dihat meşandin were deşîfre kirin û li hember vê siyaseta qirêj jî, hewceye gelê Kurd her tim şiyar be û her tim dijber derbikeve.
Kurtasî li hember siyaseta dewleta metînger bi her awayî şerekî pir dijwar hat meşandin û tevahî siyaseta qirêj ya dewletê hatin eşkere kirin. Bê guman berdêla van destkeftiyan pir giran bû. Derdorê 20 hezar gerîla canê xwe ji dest dan û şehîd ketin. Dîsa derdorê 20 hezar mirovên me yên welatparêz yên bê guneh, bê tewan hatin qetilkirin. Dîsa hezaran gundên me hatin şewitandin. Sed hezaran mirovên me rastî koçkirinê hatin. Bi mîlyonan mirovên me ji bo wan sedemên şerê qirêj neçar man ku axên xwe biterikînin û bi xizantiyeke pir dijwar re rû bi rû bimînin.
Êdî berxwedaniya bi salan ber bi qonaxeke nû ve diçe. Çawa ku salên 1990’î de merhala vejînê me pişt xwe hêlişt û em ber bi pêvajoya rizgariyê ve çûn, îro jî em qonaxa rizgariyê li pişt xwe dihêlin û ber bi qonaxa avakirinê ve diçin. Rêber APO vê qonaxa nû re,“RIZGARIYA DEMOKRATÎK Û AVAKIRINA JIYANA AZAD” dibêje.
Ev qonaxa nû ji me çi dixwaze? Em ê çawa tevbigerin? Da ku em erkên demê pêkbînin. Pêwîste em çibikin? Nêzîkbûna me ya demê wê çawa be? Emê xwe ji bona dema nû çawa çê bikin? Her wiha gelek pirsen bi vî awayî em dikarin serîde ji xwe bipirsin û hewlbidin ku bersivên wan bidin. Li gor bersivên ku em ê bidin jî, em ê bikaribin jiyaneke azad ava bikin.
Erka me ya yekemîn ewe ku; em ê xwe milê hişmendî de bigrin dest. Hişmendî tê wateya ku em xwe milê zanistî de kûr bikin. Hişmendiya me bi qirêjiyên kapîtalîzma modernîst ve hatiye dagirkirin û ez ezetî hatiye pêş xistin.Cihê ku ez ezetî hebe jiyaneke wekhev û komûnal dernakeve, jiyana hevbeş nameşe û Jiyana paravekirinê pêş nakeve. Bi taybetiyên kapîtalîzmê ve mirov nikare li hember pergalê derbikeve. Ji ber ku hişmendiya me hişmendiya qirêj a kapîtalîzmê ye, cihên ku em carek din biçin wê bendergehên ku tê zanînbin. An emê cihê xwe da rawestin an jî emê di rêyên kapîtalîzmê de biçin.
Ji bo ku em wisa nebin pêwîste em paradîgmaya Rêber APO û konaxa nû baş bixwînin, lêkolîn bikin û çi bi takekesî, çi jî bi giştî hewceye em li ser nîqaş û xwe perwerde bikin . Siyaseta demokratîk tê çi wateyê, avakirin çiye, komûn çiye û çawa tên sazkirin, meclisên gel wê çawa rê ve biçin, aboriya gel wê çawa were rêxistin kirin, akademî ji bo avakirina hişmendîyeki demokratîk tên çi wateyê?
Ji bo ku em bikaribin van pirsan rast bibersivînin pêwiste em xwe ji nû ve çêbikin, da ku em karibin hişmendiya xwe çêbikin. Berovajiya wê eger em mile hişmendiya demokratik de tegihîştineke baş nekin, em nikarin erkên “rizgariya demokratîk û avakirina jiyana azad” pêk bînin. Yek rêgezek bingehîn ê pekanînê heye, ew jî aha ew e.
Nivîs ê berdewam bike.
QASIM ENGÎN
- Ayrıntılar
Di xwezayê de çar demsal hene; payîz, zivistan, bihar û havîn. Her demsalek bi taybetmendiyên xwe xweş e. Di payîzê de pelên daran zer dibin û bi baranê ev demsal xwe dixemlîne. Gerîlla di vê demsalê de bi piranî amadekariyên xwe yên ji bo zivistanê dike; çêkirina mangayan, amadekirina erzaqan û hwd. Gel jî bêguman di nava amadekariyan de ye. Zarok ji bo biçin dibistanê bi helecanek mezin li benda vekirina dibistanê ne. Ji ber ku cîhana me di rewşeke bê edeletiyê de ye, bêguman hin zarok jî neçar ji ber xizaniyê hevalbendên xwe yên ku pirtûkên xwe kirîne û kincên nû li xwe kirine temaşe dikin. Hin zarokên din jî hene ku ji vê bê edaletiyê zirarek mezin dîtine. Ev zarok jî zarokên kuçeyan e. Ên ku cihekî wan ku serê xwe têbixinê û zikê xwe têr bikin nîn e. Dema ez vê gotine dinîvisînim di sala 1997’an de li Stenbolê du zarokên ku di saetên şevê de li ser çopê xwarin kom dikirin hat hişê min. Demsala payîzê bû di destê min de hinekî fêkî hebûn û ez ber bi malê ve dimeşiyam.
Ew roj bazar bû esnafên derdorê fêkiyên di dezgehên xwe de difirotin. Ber bi êvarî jî karên xwe qedandibûn û her kes çûbûn malên xwe. Lê belê ew zarok di nava wan çopan de, li fêkiyên nerizayayî digeriyan. Ez nêzî wan bûm. Bi kurmancî diaxifîn. Ew zarokên ku gund, mal û erzaqên wan û tevî xizmên wan ji aliyê leşker û tîmên taybet ên tirkan ve hatibûn şewitandin . Di rûyê wan de xemgîniya koçberî, di çavên wan de dîmenên şer hebû. Lê belê ligel van yekan mirov di sekna wan de egîdi, mêrxwazî û biryarbûnê didît. Ew dem min li fêkiyên di destê xwe nêrt û tevahiyan teslîmî wan kirim. Cixareyek vêxistim û bi meşeke hêdî ber bi malê ve ketim rê. Belê zivistan jî bi berf, baran û dijwariya xwe xwedî taybetmendiyek e. Barîna berfê bêguman hin kesan kêfxweş dike. Wan dixe nava lêgerîneke ku dê li ku derê geştiyara zivistanê derbas bikin. Ji bo wan berfa ku xwezayê wekî çarşefeke spî dixemlîne lîstokeke û heta demsala biharê bi vê lîstoka xwe demên xwe derbas dikin. Lê dîsa jî ez xwe ji fikirandina zarokên ku kincên wan ên zivistanê tine ne, solên wan ên qetiyayî paş ve nahêlim. Ew zarokên ku jê dêvla sobê bi hilma xwe, destên xwe yen biçûk germ dikin. Li çiya jî ev demsala zivistanê pir dijwar derbas dibe. Gerîla di vê demsalê de ji ber ku bihar nêz dibe, amadekariyan dike. Tevî hemû dijwariya hewayê, berfê û sermayê… Her çiqas çiyayên Kurdistanê bi xemilandina berfê dîmeneke xweş derdixîne holê jî di hişê xwe de ew zarokên dicemidin difikire. Ger imkanên wan ên xwe gihandina wan zarokan hebûna, wê wan bi germahiya rojê hemêz bikirana û maçî bikirina. Jixwe ji bo wê keliyê, gerîla têdikoşe û bawerbikin zarokno, gerîla ew germahiya xwe ji bo wê demê diveşêre. Demsala biharê, demsaleke ku tê de dengên çûkan, xumexuma avan, şînahiya xwezayê û biriqandina Rojê.. Ev demsal di nava xwe de helecanek dihewîne… Zarok di vê demsalê de li kuçeyan bi hevalbendên xwe dilîzin, ne wekî zivistan û payîzê be jî kulîlk û bişkuvandina darên fêkî, xwezayê xweş nîşan didin. Dayîk jî di vê demsalê de, li kolanan reng vedidin, bi kincên xwe yên gelerî û dirûşmên ji bo Rêber Apo li kolanan olan didin.
Di vê demsalê de rengek tarî xwe nîşan dide; ew jî polês û tîmên taybet ku di destê wan de jop hene û li hemberî daxwazan bê tehamûl tevdigerin. Yek ji xweşikahiya vê demsalê jî Newroz e. Meha nîsan û gulanê jî, meha şehîdan e. Gerîla di vê demsalê de bi çek û rextên xwe, bi coş û helecanê, Rêber Apo silav dikin. Berê xwe didin Dêrsim, Botan, Cudî û gelek herêman. Me got ya zarokno! Gerîla ji bo wê demê têdikoşe. Ber bi demsala havînê ve êdî roj bi tevahî germahiya xwe, xwe nîşan dide. Hûn li bajaran di nava wan çar dîwaran de ji germê aciz dibin. Gerîla jî di wê germahiyê de bi roj xwe davêje bin darekê û rojên azad difikire. Di vê demsalê de zarok êdî dibistanên xwe bi dawî dikin. Bêedaletî dîsa di vê demsalê de jî, xwe nîşan dide. Ew zarokên ku ji ber şerê qirêj ên artêşa tirk ku li cih û warên wan dimeşîne û koç kirine, her çiqas zimanên wan hatibe qedexekirin jî bi zimanê xwe li kuçeyan benîşt û destmalan difiroşin, di temenê xwe yê biçûk de. Li kolanan rastî neheqiyan tên û têne qetilkirin. Belê generalên biçûk ên Rêber Apo û pêşerojên me, ew xwînxwarên ku nikarin gerîla têk bibin, li gorî rêzik û qeydeyan şer bikin, berê xwe didin we. Ji ber ku hûn pêşeroj in û naxwazin pêşeroj bijî. Loma ji wan dirûşmên we yên aştiyane ditirsin. Sebir bikin zarokno! Sebir bikin, em ji van pêkanînen çar demsalan rizgar dibin. Êdî demsaleke nû xwe nîşan dide. Demsala 5’emîn Îmralî…..Di wê demsalê de zivistan ji xwe fedî dike, ji ber ku ew bedenên we yen narîn dicemidîne, payîz hêstên çavan diherikîne ji ber barandina barana dijwar. Bihar û havîn jî ji ber di demsala wan de bêedaletî, komkujî û îşkence hê li pêş e li hemberî dîrokê bi şerm e. Êdî dor dora demsala 5’emîn e. Di vê demsalê de zarok bi xeyalên xwe yen zarokatiyê dijîn. Dayik ji koledariya 5 hezar salan rizgarkirî, bi aweyekî azad bang dike û gerîla di vê demsalê de, li kolanan bi ew destên we yên biçûk û narîn digire û govendê dilîze. Ew xeyalên xwe yên ku we hemêz bike pêk tîne. We hemêz dike û maçî dike. Zilan, Nûcan, Sema, Sezai, Mazlum, Kemal Pîr, General Ugur Kaymaz, Yıldız, Viyan û tevahî şehîd wekî stêrkan dibiriqin û Rêber Apo silav dikin.
Egîd Pîr
- Ayrıntılar
Viyan Kendal : Di serîde ez Newroz’a Serokê me, gelê me û tevahî mirovên aşîtî xwaz pîroz dikim. Newroz ji bo gelê Kurd wateya xwe yê pir girink heye. Di dîroka gelê Kurd de pêngavên pir nû avetin. Di vê pêngavê de, gel şiyar bû û çavên xwe ji rastiyê re vegirin. Kawa’yê Hêsinkar pêşengtî ji gel re kir û gelê Kurd berbi rojên azad ve birin. Pêşengtîya Newrozân her bi lehenga kir. Ji Kawayê Hesinkar heyanî kawayê hemdem Mazlum Doxan wek kevneşopekî xwe da berdewamkir. Wan pêşenga gelê Kurd bi vîn kirin, bi rexistin kirin û kirin xwedî hêz. Gelê Kurd li pey pêşengê xwe ket legera heqîqêtê û jiyanekê nûye. Ji ber ku Newroz di hundirê xwe de nûbûyîna di hewîne. Newrozâ 2013’yan jî wê misoger bibe Newroza azadiya gelê me û rebertiya me. Hemu hêvî me jî ewe ku, gelê me Newroz’a vê salê pir bi coş û bi hêztir pîroz bikin. Baweriya me ewe ku, di vê Newroz’ê de wê gelê me peyamên pir xurt bidin hemu neyarên me. Em jî wek şervanên azadiyê bi taybet jî wek jin, soz didin ku emê tu carî rê nedin ku agirê azadiyê were tefandin.
Dorşîn Garzan : Newroz roja vejînêye. Agir jî, ji bo gelê Kurd pir pîroze. Newroz roja berxwedaniya Kawa’yê Hêsinkar li hember Dehaqane. Bêguman vê berxwedaniyê xwe ji nude avkirin û xwe ji koletiyê derxistin da avakirin. Agir jî, ji bo tarîtiyê bû ronahî. Ev ronahî bû çurusk kete nava dilê mirovên azad de. Ev çurusk her çû mezin bû û bu rihê rêheval Mazlum Doxan, Rehşan, Zekiye, Bêrîvan, Ronahî hwd. ev rêhevalane bûn şopdarên Kawa’yê hêsin kar. Ji bo rumeta xwe, yê gelê xwe, ji bo jiyanek nû ne helan agirê azadiyê bi tefe. Dema tê gotin Newroz xweşik bûyîn, azadî, wek hevî, hestên mirovahîyê, afirandina jiyana nû û xwe naskirin dikeve bîramin de. Ji bo wê pêwîste em hemu xwedî li vê rojê der bikevin. Wekê hêzên YJA Star emê her tim xwe dî li dîroka xwe derbikevin, emê jî bibin şopdarên van hevalên pîroz. Wek milîtanên Rêber APO jî, em soz didin ku emê van nirxên xwe yê pîroz her tim bi parêzin. Emê her tim, di xeta jiyana rast de bimeşin û serkeftina bi dest bêxin. Ji bo em xwe bigihîjînîn ronahî û azadiya agir pêwîste em xwedî li Rêberê xwe û rêhevalên xwe yê Şehîd derbikevin û azadiya Rêberê xwe misoger bikin. Em ji bîr ne kin ku Rêberê me, em ji xewa mirinê şiyar kir. Ji bo vê yêkê di serîde ez vê roja pîroz li Rêberê me û tevahî gelê me pîroz dikim.
Ekin Devrim : Ez beriya her tiştê vê rojê di serîde li Serok APO û tevahî gelê me pîroz dikim. Newroz vegotina jiyana nû û xweşik bûyînê ye. Ji bo gelê Kurd bi taybet derketina tevgera PKK’ê Newroz bû nîşna berxwedanî, azadî, wek hêvî û serî rakirina li hember pergalên desthilatdarî, koletî û mêtingerî. Ji bo vê yê kê, di nava gelê Kurd de Newroz pir bi coş tê pîroz kirin. Çawa ku xweza dinava xwede li hember nû bûyîna derî vedike û di hûndirê xwe de nû bûyîna di hewîne, ji bo me jî azadiya xwe ji nûde afirandine. Çawa ku berxwedaniya Kawa’yê Hêsinkar, bû berxwedaniya Kawa’yê hemdem Mazlum Doxan, Zekiye Alkan, Rehşan vê çanda berxwedaniyê dan berdewam kirin, rêheval Sara, Ronahî û Rojbîn jî berdewamiya wê dan meşandin. Bêguman, ev berxwedanî bi birdozî û felsefeya Rêber APO li hember jiyana nû û azadî dayî pêşxistin de ji nû de şîn bû. Ya rastî jî, ji bo gelê Kurd her roj bu roja berxwedanî û Newroz’e. Em bi vê awayî wate didin Newroz’ê. Weke jin jî, ev roj ji bo jin jî ji nû de avakirina çanda xudawantiyê, cîvak bûyînê û li nirxên xwe xwedî derketine ye. Weke jin di van çiyayên azad de Newroz pîroz kirin di be sedema ji nû de zivrandina cewhera xwe. Wekê jinekê gerîlla, em di bêjin ku emê hemu rojên xwe bi rih û rengê Newrozê derbasbikin. Eme li wî rihê berxwedaniyê û çanda wê xwedî derbikevin û di xwe de jî bidin avakirin. Hêvî û baweriyên me ewe ku em dilê xwe her tim bi coşa azadiyê û renge Newrozê tijî bikin.
- Ayrıntılar
Wê şevê hinek gotinên ku min nizanîbû emê giran hesabê wê bidin, hatin guhê min. Mîna ku mirovek şeqamekê li riwê min bide û ji min re bibêje ji xew rabe, li derûdora te diniya xerab dibe û haya te jê nîne, ez matmayî mabûm. Tirseke ku ticarî min nizanîbû ez nav lê bikim, min hîskir. Xemgîniyeke ku ez ticarî nebibûm şahidê wê, dilê min dorpêçkir. Firmêsk ji çavên min dihatin xwarê, lê min wateya wan nizanîbû. Ew roja serhildanê û tolrakirine ye, roja xwe lêpirsîn kirin û li dijî xwe şerkirin e. Çima û çawa Rêber APO hatiye girtin, di serê min de diçû û dihat. Ez gelekî biyaniyê wan dîmenên ku destê Rêbertî kelepçekirîbûn û devê wî girtibûn. Herdem ez fêrbibûm ku Rêbertî serbest bibînim, di televizyonê de baxive û perspektîfan dide gelê Kurd. Nedihat texmîn kirin û bawer kirin ku rojekê mirovekî mîna Rêbertî têkeve destê dijmin de û ji me dûrbikeve. Min ji xwe re digot gelo kesek nikare Rêbertî ji destê wan zaliman rizgarbike. Mîna ku min tiştekî xwe yê herî bi nirx wendakirî, ez dîn û har bibûm. Di wî temenê biçûk de min ev hest jiyandikirin, ji ber ez fêrbibûm ku Rêbertî ticarî nabe esîrê dijminê ku her roj xwîna gelê me dirijîne.
Wê rojê ez derketim kolanê û bêhna xemgîniyekî ji rêkan dihat. Çavê mirovan melûl bibû, dilê wan tejî kîn û hêrs bibû. Herkesî xwe bi dîlgirtina Rêbertî re tewambar didît, difikirîn ku ji derveyî berê xwe dayîna çiyan, ti çare nemaye.
Ew riwên ku bi dîlgirtina Rêbertî dilşad bibûn, ticarî jibîra min naçin, dilê min wê rojê birîn kiribûn, hevoka ku “ Rêberê we jî hate girtin hûnê çibikin? mejiyê min xwaribû. Wexta min xwe li hemberî wan riwan û peyvan bê çare dît û min bersiv neda wan, gelekî li zora min çûbû. Nizanim dibe ku ew bêşermiya wan jî ji bo min dersek bû. Çima ez vê yekê dibêjim? Bi dîlgirtina Rêbertî re herkesî mafê xwe didît zimanê xwe dirêj bikin, û mîna ku ji min re bibêjin ciyê we di vê dinyayê de nîne û biçin, bi min dane hîskirin. Tişta ku destpêke hate bîra min ev bû, ger PKK ê ji holê were rakirin, wê dijmin me saxî têxe mezarê de. Wê rojê çavên ku nikarîbûn bi kîn li me binêrin, firset dîtin û kîna xwe pekandin riwê me.
Îro roja 15 ê Sibatê ye û divê dilê te qewîm be, heyanî ku tu bibêje Rêbertî îro hatiye girtin û kete sala çardemîn de li Îmralî ye. Lê ya girîng ewe ku roja 15 ê Sibatê netenê dîlgirtina Rêbertî were bîra mirov, bûyerên piştî 15 ê Sibatê yên qewimîne yek bi yek têne bîra mirov. firmêsk û janên ku gelê Kurd jiyankirine têne bîra mirov. Canên di nava agir de bi merdî şewitîne, têne berçavê te. Têhna wî agirî, dilê te jî bi xwe re dişewitîne. Kînekî mezin dilê te dorpêçdike, daxwaza pergala deshilatdar ya gelê Kurd bê pêşeng û bê Rêber hiştin, tê bîra te. Ez çiqasî bidim dûv hevdû, hestên ku mirov jiyandike bi dawî nabin.
Birastî rojekî girane û em meha Sibatê bi vê yekê tewambar nakin, destên lewitî ev meh bi rengê xwe yê qirêj boyaxkirin. Lê belê ya girîng ew bû ku dewletên destê wan di dîlgirtina Rêber APO de heye, hesab nekiribûn ku wê PKK ê ewqasî xurtbibe, gelê Kurd wê hîn zêdetir berxwedaniya xwe gurtir bike û ewqas keç û xortên Kurd berê xwe bidin çiyan. Ma qey dîlgirtina Rêberê ku bi sedan mirovan canê xwe ji boyî wî dane û dîtina wî di dilê wan de hesret ma, hesan e. Ewê rojekê giran hesabê vê yekê bidin û bi hedarî ez li benda vê rojê me.
Dûnya Cemîl
- Ayrıntılar
Ez niha rojnivîsên hevalên şehîd dixwînim. Ger wêneyek bane, ji dilê min dihat ku ez wî wêneyî bi we hemûyan re parvebikim û hûn hemû eserên qeşeng bibînin. Ev gotinên ku ez dixwînim, ji dilê dikele, bi meraqe û li benda bîranînên ku derkevin pêşiya wan hatine nivîsandin. Piştî ku sînor tê qutkirin, heyecan jidil dipekê û dixwazê bi lênûsê re parvebike. Çawa digihîjin bakur xaka zêrîn ya ku dibin siya dijmin de ye, bi wan re dibe heval û li benda wana ku pêre parvebikin û sebra wê bînin. Xaka pîroz bê ku baxive dilê xwe ji wan re vedike û wan pêşwazî dike. Dilê gerilayên hêja vê yekê hîsdike û bê şerm wê hesreta di dilê xwe de parvedikin. Hevalên şehîd her bosteke ku li bakur avêtine parvekirine, mîna ku hîsdikirin wê gelek mirovên mîna min van peyvan bixwînin û ji bo wan bibe moral.
Di zor û zehmetiyan de, di êş û xweşiyê de hatiye bîra wan ku pênûsa xwe bigirin destê xwe û behsa jiyana bakur bikin. Dizanin çûyîna bakur hesreta dilê gelek kesane, dizanin gelek kes li benda wan kêliyane ku mîna wan sînor derbas bikin û lingê xwe bavêjin xaka pîroz. Di dîtina bedewbûna welêt de tenê namînin, xwezaya Kurdistanê mîna çîçekê digirin destê xwe û bêhin dikin, dibin şahidê heyecana gelê kurd yê ku bi sala êş kişandiy e. Hezkirina gel ji gerila re dibînin û biheşta ku ji bo wan xeyale di wan kêliyan de dijîn. Gelekî zore ku mirov lênûsên hevalên şehîd bixwîne, her peyveke ku nivîsîne, ji bo te mîna deryayekê kûr û bi wate ye. Di ku mirov her tiştê jibîrbike, lê hevaltiya ku li asoyên çiyan nefes girtiye, di zorî û zehmetiyan de pijiyaye, ticarî nayê jibîr kirin. Xwendina hinek hevalan kême, lê dîsa jî bi hestên xwe yên sade hezkirina xwe ya gerilayetî anîne ziman. Dizanin wê ew peyv bibin eserekî dîrokî. Li gor min ew peyv netenê eserekî dîrokî ne, roja îro ronîdikin û nirxê jiyanê bi te didin hîskirin.
Di şevên tarî de bedewbûna tîrêjin rojê, bi te re parvedikin, di êşên mezin de bi te re hevalbendin û di seqema dijwar de ji bo te dibin pêt, dilê te germ dikin û wê heyecana te gurdikin. Dibe ku tu gelek hevalên şehîd nasnake, lê wexta tu nivîsên wan dixwîne, mîna ku te bi salan bi wana re jiyankiriye. Tu meraq dike wan hevalan çawa jiyankirine, çi êş û xweşî dîtine. Xeyalê wan çibû û bi kîjan hestî çavê xwe li dinê girtine. Zehmete ku tu xwe bide qenaet kirin ku tu nema dikare wan hevalan bibîne, lê tê bîra te, tu çiqasî vê jiyanê biparêze û nirx bide hevalên xwe tu ewqasî wan ji nêzve hîsdike. Bi sedan ciwanên Kurd hene şehîdketine, lê belê li pey xwe yek nivîs jî nehiştine. Ruhê xwe bi ava welêt hûnandibûn, canê xwe bi xaka xwe re parvekirin û bê xof ser dijmin de çûne. Jiyan û bîranînên wan gelek rastiyan bi te didin naskirin. Destûr nadin ku dilê te qeşa bigire, yan jî tu bê wijdan bijî. Heyanî ku girêdana xwe ya bi vê jiyanê ve dane îfadekirin nekêm zorî kişandine. Wexta ku tu nivîseke wan dixwîne, yan jî li jiyana wan guhdardike bê ku tu hîsbike, tu heyrana wan dibe. Hinek caran jî tenê wêneyekî wan yê çeka wan li milê wane, gora xwe rakirine ser şalê xwe, kefiya wan di sukra wan de ye û bi heybet sekinîne, bese ku tu li xwe vegerê û ji xwe bipirsê gelo ez jî mîna wan bi heybetim? Dibin mêvanê dilê te û tu dikare gelek hevokên veşartî ji çavê wan hîsbike. Hevalên Şehîd hîskirin rêgezê vê jiyanê ye û di her kêliyekê de bi te re dijîn, wexta ku tu serkeftinan bidestdixe kêfxweşdibin û gava ku tu kêmasî dike, te lêpirsîn dikin, ji ber ew perçek ji vê jiyanê ne.
Dûnya Cemîl
- Ayrıntılar
Tecrîd, bûye şerê giştî û li Rojavayê Kurdistanê, li Serêkaniyê, li Bakur Kurdistanê bi dijwarî berdewam dike. Dewleta AKPê jî, gotinên xwe qurpandin. BDPe qîran dide û dixwaze di çarçoveya hevdîtinên li Imralî de, bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bike. Tayyip Erdogan xwe kerr kiriye. Lê lal nemaye, ha ha diaxive.
Êdî eşkere bûye ku li Serêkaniyê, hêzên YPGê bi Tirkiyê re şer dike. Hêzên çete û paramilîter li Serêkaniyê xuya bikin jî, dewleta AKPê ye. Koordinekirina şerê li Serêkaniya Binxetê, ji Serêkaniya Serxetê û ji aliyê, fermandarên hêzên artêşa tirk ve tê kirin.
Niştecihên Serêkaniya Binxet û Serxetê dibêjin: Piştî nîvê şevê, ji qereqolên artêşa Tirk, ji ser tixub, Serêkaniyê topbaran dikin. Di encamê de sifîl jî têne kuştin. Saziyên sifîl jî rêvebiriya AKPê ya Serêkaniya serxetê şiyar kirin û serî li qeymeqamê navçê jî dan û nerazîbûna xwe naîne ziman. Serokê BDPa Serêkaniya Serxetê Heznî Kiliç jî destnîşan kir ku, gelê navçê li ber teqinek volqanî ye. Ji xwe ciwanên kurd nerazîbûn nîşan dan.
Lê guman dikim ku di vê mijarê de, BDPe jî, ciwanên kurd jî dereng mane.
Jinên Kurd, li Nisêbînê bi meş û mitingê dijberiyek tund nîşan dan. Pêwiste ev pêla dijberiyê biçe Serêkaniyê jî.
Tahammula gelê kurd ji dubare kirina dîrokê re nîne.
Tahammula gelê kurd ji dubare kirina komkujiyan re nîne.
Ji ber ku di “konsepta entegrasyonê” de, slogana dewleta AKPê, “di vê zivistanê de xelas kirin e”. Plan û projeyên serokwezîr Tayyip Erdogan, serokkomar Abdullah Gul û serfermandar Org. Nejdet Ozelê kimyewî, li gorî vê konsept û sloganê hatine amade kirin. Di vê konsept û sloganê de, “qutkirina serî ji gewde” heye, yan jî “jêkirina çeng û ling, ji gewde ye”. Di her halûkarî de, li hemberî têkçûn û binketina sala 2012an serketina di sala 2013an de ye.
Lewma dewleta AKPê, ji bo leheng û serkêşên Haraketa Azadiya Kurd, milyon xelata peran danîne. Dixwazin serê lîderên Haraketa Azadiya Kurd, bi serê rimên xwe ve bikin û li kolanan bigerînin. Yan jî serê wan bi dergehê qesra serfermandariya artêşê ve daleqînin. Mirovê ku aştiyê bixwaze, li rê û davikên xiyanetê nagere?
“Hacz-nameya” ku weke “engizisyona edaletê” di parlamento de hate erê kirin jî, komploya Adem Uzun jî, komkujiya li Parîsê jî bi vê konseptê ve girêdayî ye. Her çiqasî şaredarê Batmanê Nejdet Atalay parastina xwe bi zimanê kurdî kiribe jî, dewleta AKPê, bi vê ”hacz-namê”, cezayekî nû kire pratîkê. Ji ber ku di “hacz-namê” de, gotina kurdî derbas nabe, dibêjin “zimanê ku herî baş tu dikare xwe pê îfade bike”, yanî ne zimanê dayikê, zimanê perwerdehiyê.
Ji xwe berê kurdên ku bi zimanê tirkî nizanibûn, bi riya tercumanên ku pereyê wê dewletê dida, xwe diparastin. Pirranî jî mubaşir tercuman bûn. Niha, ew maf ji ser milê dewletê hate rakirin, li ser milê kesê kurd hate danîn. Di zimanê huquqî de, navê vê kiryarê “hedaî-hadîa” ye û tê wateya, lîstik, derew, xapandinê. Hinekî zora ku di wateya “hadaîd-hesin”, yanî amurên kujerî. Ev hacz-name, rengekî “huquq-î siyasiye-droît polîtîque” ye û rêvebiriya dewletî ye. Ne mafê civakî û gel e, mafê dewletê ye.
Dîsa di vê pêvajoyê de, di navbera dewleta Belçîka û Tirkiyê de 2 peyman hatin imze kirin. Peymanek di navbera wezîrên karê hundir; peymanek jî di navbera wezîrên karên edaletê, yên her du dewletan hatin imze kirin. Van peymanan, bi zedeyî bala kurdan ne kişandin. Lê çapemeniya Belçîka, bi balkêşî li ser her du peymanan rawestiya û navê hinek ji siyastemedarên kurd ku Tirk li ser wan radiwestin jî eşkere kirin.
Wezîrê karê Zanist û Karsaziyê Nîhat Ergun jî dinava bêşermiyekêd e dibêje; Bila çek werin bêdeng kirin, her kes biaxive, çi diaxive bila biaxive.” Gelo ev wezîrê dewleta AKPê, xwe şareza, her kesî ehmeq dibîne? Lê hewqasî ehmeq e ku 10 hezar siyasetmedarên ku di jiyana xwe de çek nedîtine girtine û bêyî dadgeh bikin, di zindanan dirizînin.
Dewleta Tirkiyê, bi riya interpolê her dem, dewletên Ewropa dikire bin zext û zorê û li dijî siyasetmedarên kurd dikirin nava tevgerê. Li Espanya, Italya, Elmanya mînakên vê hatin dîtin. Bi van peymanan jî riya duyemîn û kanunî dike pratîkê. Rewşek metirsînî ye!...
Benjamîn Barber, ji bo dewlet û desthilatdariyên bi vî rengî, gotina “HEDONÎST” bikar tîne. Yanî; êrîşkerên hov, gurî, xespkar, derewin in. B. Barber, mînaka C.B. Macpherson jî dide û dibêje: “Xwe çiqasî pêşverû, lîberal, demokrat û azadîxwaz nîşan bidin jî, bazirgan in. Bazirganiya wan jî, di eniya siyasî, huquqî, civakî, aborî û leşkerî de derdikeve pêş. Ne di aliyê exlakî de, ne jî di aliyê civakî de!... Ne nirxan qebûl dikin û ne pîroziyan erê dikin. Ji bilî xwe kesî qebûl nakin, otorîterên dibin perdeya demokrasî de ne. Demokrasiya wan tenê gotin e û di aliyê propagendê de pirr hoste ne. Vê jî, di xwedî derketina li her cûre azadiyan de nîşan didin.”
Gelo ev ne dîmenê dewleta AKPê ye?
Benjamîn Barber, wiha jî dibêje: Hêza otorîter, her dem îddîa mulkiyetê dike. Ji ber ku hêzê maf dibîne û wek xwedîbûnê jî derdixe pêş.
Dema ku Erdogan, siyaseta yek-an dike pratîkê û vekirî û zelal dibêje “yan koletiyê bike, yan jî terk bike”, gelo nayê heman wateyê?
Medeni FERHO
- Ayrıntılar