Sîyaset hûnerê çareserkirina pirsgirekane. Bişêweyekî din mirov dikar bêje rê û rêbaze ke ku ji bo çareserkirina aloyziyên ku heyîne. Ango sîyaset rêbaze ke ku nakokiyên heyî derfetek anîna ser rê ya giriftane.
Em dizanin ku sîyaset li ferhengokên eraban de objekî bi baldarî ya çavdêrî kirinê ye. Bi wateyekî din ango di dîroka eraban de em dizanin ku Walî û desthilatdarî bûyîn, gel çavderî kirin, gel rêvebirin, di saya vê de ewlehiyên pêwîst girtin, hemû bingehên xwe ji vêderê digre. Karê dewletan, hûkumetan, dîplomasî dîsan hemû li ser vî şêwazî tê rêvebirin.
Lê sîyaset bişiklên din jî tê gotûbêj kirin. Ev jî sîyaseta gelerî dibe. Ango sîyaset tê wateya gotûbêj kirinê. Pirsgirek eger hebin mirov biaxiftina çareser dike. Dîsa eger biryarên werin girtin hebin, mirov bi hevre diçe muzakereyan û diçe biryardariyê.
Hinek ji dibêjin sîyaset komînîkasyone. yanjî bi wateyek din peywendî danîne. Henik caran jî tê wateya ku ew hêviyên mirov yên ku civak li bendêne, bi pêşniyaran, xwastek li ser bingêhê zagonan bi exlaq çûyîna çareseryî ye.
Herwiha cardin sîyset nêrînên di navbera beşên cuda de, xwastekên wan yên cûda bi nîqaş, hevdîtîn û gotûbêjan hwd bi rê û rêbazên cûda bi hevre hîn bi awayek aramtir, li ser bingehê fikrê azad çareserkirina van nakokiyane.
Tê gotin li cihê ku nîqaş di qede, peyîvîn ji di qede herwiha li wir azadiya raman ji namîne. Bê guman li wîr siyaset ji di qede... Û her tişt ji wateya xwe dûr dikeve. dema ku sîyaset ji di qede xeber dayîn, pevçûn hêza çarem derdikeve ji derve. xeberdayîn ( dijên) herwiha tundî ne tenê nîşaneyên bê rûmetiyê, heman demê de nîşaneya paşdemayîn û paşketinê ye. Ewkesên ku ramanên cûda reş dikin, red dikin, hataku wek dixwazin ew nêrîn û raman ji holê werin rakirin bigotinek tenê, Prîmîtîvin.
Niha ji em werin ser derdêxwe. Li Rojava yê Kurdistan şoreşek heye. Gelê me yê Rojava biryar daye ku xwe bi xwe birêve bibe. Hêjmarek pir mezin mirovên me li Rojava li pişt şoreşa Rojava de cihgirtine. Pişta hêzên xwe yên ku heya roja îro wan diparêzin disekinin. Hate ji bona wê canê xwejî danîne holê. Gel li pişt wane. Gel bi wanreye. Dîsan gel hemû tiştê xwe bi wanre parve dike.
Lê mixabin hinek dardor hene, yek jîwan heta yê sereke PDK’ye. pir jî wê rewşê naraziyê. Dîsa ew hêz hinek baskên din yêku li Rojava giraniya xwe tuneye dixwazin bidin pêş. Çekan didin wan. Pere, mal û mûlk raber dikin ji wanre. Dakû ew derdorane dijberê şoreşa Rojava derbikevin.
Em baş dizanin ku hinek jî wan komane dijberîya wan li beramberî komên çete tune ne. Dîsan beşekî wan bi dewleta Turk re pir zêde têkildare. Dîsan di navbera rêkxistinên kurdan de ji hinek cihê xwe digrin û ji wanre kardikin.
kurtasî ew komane bi piştgiriya PDK'ê û dewleta Tirk, dîsan bi piştiriya dewletên rojavayî rolekî pir xirap dileyîzin.
lê mixabin li rexmê ku îro qala kongre ango konferasa netewî tê kirin PDK û hinek hevalbendên wan pişrtgirî bi hinek komên çeteyan re dikin. Dirav û çek didin wan. Dîsan rêyên rojavayê Kurdistanê digrin. Dakû piştgirî ji Kurdistana Rojava re neçi.
evên hinek din rasttir ji bi yek gotinê bêjin qirêjî ye, xirabî ye, dijmintiye. û ne tu tiştê dine. Ango nêzîkbunên ku ereb ji bo siyasetê raber dikine. Siyaset ji bo ereban bêhtir amûrekî ji bo çavdêrî ser herkesî kirin bu.
Em sîyaseta ereban ji bona me kurdan famdikîn, lê siyaseta ku kurd li ser kurdan bi vî awayî dikin tu car na pejirînîn. Em dev ji pejirandinê berdin, ev siyaseta em wek siyaseta qirêj pênase dikin.
xûlase; pêwîste rê û rêbazên qirêj werin terk kirin dakû em behsa netew bûyînê u qala dûrûst bûyînê bikin. Ji bona vê çendê pêwîst dike SİYASETA QİRÊJ WERE TERK KİRİN.
QASIM ENGÎN
- Ayrıntılar
Regezperestiya civakî têgehek pir ne kewne. Herî zêde di salên 1970’yî virdatir tê bi karanîn. Ev têgeh tê çi wateyê? Ango dema gotina regezperestiya civakî te ser zimên, pêwîste em çi fambikin?
Civak ji bo her kesekî nava wî da dayîk dibe nêzîkbûyînekî raber dike. Wê mane dana ji bo jin û ji bo mêr, li civakê rolekî bar dike. Civak ji bo zilam û ji bo jin rolekî taybet diyar dike. Ev rol barkirin ne li ser hîma bîyolojîk tê kirin. Ev rol barkirin li ser pîvanên ku civak ji bo jin û mêr dike tê kirin. Bi gotineke dîtir, rengê civakê çawaye nêzîk bûn jî bi wî şêweyî tê kirin. Bêguman civak dema van wateyan li ser jin û zilam bardike mabesta xwe heye. Armancên xwe heye. Û dixwaze ev mêr an jî jin li gorî vê civakê tevbigere.
Dîroka mirovahiyê de newekhevî ango neyeksanî, dema şikestina zayendiya yekem de pêşketiye. Şikestina zayendiya yekem jî dema ku civak bi destwerdana desthilatdariyê re rû bi rû dibe çêdibe. Dayîksalarî bi destê rahîb, fermandarê leşkeri û bi destê zilamê xwedan ezmûn tê hilweşandin. Encamê vê hilweşandina pergala dayîksalarî cihê wê baviksalarî digire. Bi pêra jî em dizanin ku çawa ev pergala baviksalarî veguherî bajar, çîn û dewlet. Bi dewlet jî destpêkirina şikandina zayenda yekem destpêkir.
Bi kurtasî, regezperestiya civakî ji vê rojê şûndatir destpêkiriye û heta îro hatiye. Dema em tên iro jî em dibînin ku çi sîstema bavîksalarî ango desthilatdariya mêr li ser mirovatî çekiriye. Welê çekiriye kî nezîkbûna jin cûda bûye û yê mêr cûda bûye. Wisa kiriye ku dema keçek tê dinê, ev keça demeki şûndatir hemû reftarên wê tên diyarkirin. Zilam jî hemû hareketên wî tên diyarkirin.
Bi zimenekî din, “jin wekî jin ji dayîk nabe, jin tê jinî kirin. Dîsa zilam jî wekî zilam ji dayik nabe, zilam tê zilamî kirin.
Ê ku ev rewş afirandî jî zilamê desthilatdar e. Zilamê dewlet çêkirî ye. Zilamê destavetiye bermahîyên zêde yên civakê.
Taybetmendiyên civaka xwezayî bi van nêzîkbûnan hatiye berevajîkirin. Civak ji rastiya xwe hatiye dûrxistin. Bêgûman ev jî hêliştiyê ku mirovên nava vê pergalê da dijîn ji xwezaya xwe dûr bikevin. Ev jî tê wateya ji rê derketinê.
Vê menê de pirsgirêka herî zêde ya mêre. Ango ya zilam e. Ev desthilatdariya zilam a heyî dahûrandin ji deh carî dahurandina jina ku hatiye kole ango bendekirin girantir e.
Çima ev welê ye? Ji ber ku desthilatdariya zilam koletiya jinê bi xwera aniye û evê jî hêliştiya ku jiyan pir hejar ango xizan be.
Civaka bi pir rengî bi desthilatdariya mêr dibe yek rengî.
Çanda zilam hêliştiye ku seranserê dîroka mirovahiyê bibe şer. Ango bi vî hişmendiya zilam diroka mirovahiyê were bin pekirin.
Pêwîste em ji bîranekin ku çanda şidet ango tundî civakê de çandek çêdike. Karakterekî hundirîn dide avakirin. Û em ji biranekin ku ev çanda jî hîma xwe da milê dewlet ve te gur kirin, xwedan kirin.
Bi cewheri em mijareke din bînin ser zimên, ango bi gotina bav û kalan em bêjin: bi şêwaz diyare mirov.
Em vegerin li ser xwe û nezîkbûnên xwe li hemberî vê mijarê di ber çavan re derbasbikin. Her yek ji me di milê xwe de vê regezperesti ango cinsiyetgeriyê pêşdixin. Hele eger em yek jî zilam bin hîn zêdetir em vêya pêşdixin.
Ji ber ku pergal welê hatiye avakirin û em jî di milê xwe de vê regezperestiyê pêşdixin. Em cudabûnî ango cewaziyê dixin nav jin û mêr. Em jî wek civaka hatî dabeşkirin û çînan nav xwe de dihewînê nêzîk bûnên dabeşkiri raber dikin. Em jî parçe dikin. Em jî cudahiyê dikin nav keç û xortan. Em jî – bi zanebûn nebe jî- pergala kapitalîst modernîst hundirî xwe de didin afirandin û didin jiyandin.
Pêwîste em van rastiyan bizanin da ku em karibin li dijî derkevin û li gorî vana tevbigerin. Dîsa em bizanin ku ev tiştên hatin kirin tiştên ku bi destên mirovan hatine kirinin. Ser mabesta da ku kanibin civakê gore xwe rêvebibin.
QASİM ENGÎN
- Ayrıntılar
Îro li Rojavayê Kurdistan’ê şoreşek rêve diçe. 19’ê tirmeha 2012’da bi awayekî fermî Kurdên Rojavayê Kurdistan şoreşa xwe bi dest girtina saziyên dewleta metinger ve îlan kirin. Pê re jî gav bi gav li giştî Kurdistan’a Rojava de şoreşa xwe bi serxwestin. Tam salek bû ye ku Kurdên Rojava xwe bi rêve dibin.
Pir balkêşe ku gelek deverên cîhanê yên wek Kurdistan’a Rojava dema xweseriya xwe îlan dikin tevahî dewletên cîhanê nebin jî piranî qebûl dikin, ango dipejirînin. Lê mixabin ruxmê ku Kurdên Rojava ev salekî zêdetire ku şoreşa xwe ilan kirine hêna jî hem nehatiye qebûl kirin, hem jî êrîş bê navber hemberî wan berdewam dikin.
Lê tiştê herî zêde balkeş ewe kû, hêzên navnetewî yên xwe hevalbendên gelên bindest dibinîn li her kesek zêdetir êrîşê Kurdan dikin. Nasnakin. Berde naskirinê rojane tehdît dikin. Gefan lê dixwin.
Em êrîşên dewletên wek komara turkiye fêmdikin. Em êrîşên dewletên wek Iraq û Îran’ê jî fêmdikin. Dîsa êrîşên dewleta Suriye jî fêmdikin. Lê mixabin em êrîşên dewletên qaşo xwe demokratîk dihesibînin fêmnakin. Û naxwazin fêm ji bikin. Ji ber kû ew dewletên qaşo xwe demokratîk dihesibînin sed sal berî niha çikirin em baş dizanin.
Em bînin bîra xwe; Lozanê de çi hatibû kirin? Kê mafên gelê Kurd û mafên gelên Ermenî û Asûrî firotibûn?
Kê ji bona berjiwendiyên xwe yên qirêj gelên herêmê firotibûn?
Kê gelên ne misilman rastê de hêliştin? Kê ew gur kirin û piştra jî holê de heliştin çûn?
Kî bû sedem ku Kurd bi mîlyonan werin qetilkirin? Werin mişextî kirin? Werin koçkirin? Werin helandin? Di komkujîya çandî re werin derbas kirin?
Bersiv pir zelal û xwerû ye; dewletên Rojava, dewletên qaşo xwe cîhana demokratîk dihesibînin, dewletên şerê cîhana yekê a dabeşkirinê de serketin! Hîn berbiçav, dewletên wek Îngîlîstan, Fransa û DYE û nokerên wan…
Çi bû Lozan?
Lozan di sala 1923 roja 24’ê tirmehê hatibû li darxistin. Di vê civînê da qala Kurdan hîç nehatibû behskirin. Tev de Kurd hewaleyî turkan hatibûn kirin. Kurd wekî ku tenêne hatibûn hesibandin. Ango hatibûn înkar kirin.
Heçku Kurd di civîna Sewrê de maf hatibû dayîn ku xwe bi xwe rêvebibin. Dîsa karibin welatê xwe eger bixwazin dewletekê an jî rêveberiya xwe yên herêmî sazbikin. Dîsa qala gelek tiştên din hatibû kirin.
Lê mixabin dema turka bajarê Mûsûl ji bo Îngîlîstanê hêlişt Sewr ji nişkava hat ji bîr kirin. Em berdin bira kirinê, komkujiyên ku turk pişt re li hember Kurdan bikin nedîtî ve hatin. Heta pirî caran komkujiyên turkan destekkirin. Paş wan sekinîn. Ew di qada navnetewi de parastin. Encamê giştî de di Kurdistan’ê de ji rejîmekî faşizan re rê vekirin.
Ew sistema ku piştra jê re “METINKARIYA NAVNETEWÎ KURDISTAN” hat gotin di esas de bi destê van dewletên Rojava ve hat çekirin û rêve hat birin.
Di dîroka Kurdistan de van dewletên Rojava bi taybet jî Îngîlîstan rolekî pir xirab leyîst. Bûne sebep kû li Kurdistanê tam sed salî şer were kirin.
Niha jî heman tişt bi destê heman dewletan ve carek din dixwazin rêvebibin. Berî sad salî Kurd înkar kirin û naçar hêliştin ku Kurd sed salî berxwebidin, niha jî naçar dihêlin ku Kurd carek din şerekî pir giran ve rûbirû bimînin.
Lê pêwîste herkes tiştekî baş bizane û planên xwe li gorî vê çêke: Kurd ne Kurdên berê ne. Kurd êdî têra xwe hene ku tevayî plansaziyên qaşo dewletên xwe demokratîk û pêşverû dihesibîne vala derbixin.
Bijî soreşa gelê me yê Rojava
Bijî şoreşa 19’ê Tirmehê
QASIM ENGîN
- Ayrıntılar
Yekemîn salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê di şexsê hemû şehîdên şoreşa Rojava’yê Kurdistan de pîroz be!
Du sal berê zêde pîlan û projeyên me jî tinebûn, derfet û bingeh jî tinebû ku em şoreşê pêk bînin. Lê belê hate piştrastkirin ku gelê Kurd êdî ji tinebûnê jî dikare hebûnê biafirîne. Me ev tişt pir berbiçav li Rojava’yê Kurdistan’ê dît.
Rola herî bingehîn di şoreşan de û bi taybetî jî di şoreşa Rojava de ciwanin. eger ciwanên Kurd çek hilnegirtana, heya niha dijminan wê em deh caran bela vela bikirana. Lê niha nikarin. Çima? Ji ber ku YPG heye.
YPG çiye? Ji bo me tê çi maneyê? YPG ew hebûne ku, li hemberî ew kesên ku bi dehan sal qesta canê me kirî, sîleha me ya yekaneye. Agirê bi hezaran salane ku di dilê dayîkên me de vêdikeve ye. Parastina namûs, şeref, nirx û welat e. Pênaseya netewa Kurd e. Deng û hêrsa ciwanên qehreman e. Mîrasa şehîdên nemir; Şîlan, Xebat, Sîpan, Serhed, Dîlovan û bi dehan yên din e.
Ji bo vê, eger hêza parastina me nebe, wekî ku li Til Ebyad, Til Koçer, Serêkaniyê, Efrîn û gelek deverên din tê dîtin, wê çete, gur û rovî bixwazin me bixwin. Ev dem ne ew deme ku em bibin pariyê devê gur û çeqelan. Wê demê divê em hêza xwe ya yekane YPG’ê bikin artêşeke pir bi hêz û mezin. Da ku dijmin me nasbikin.
Ya din, her ciwanekî ku xwîna wî paqişe, xwe welatparêz dibîne û dixwaze şîrê diya wî lê helal be, divê li her deverê Rojavayê Kurdistanê di nava liv û lebatê de be.
Îro em dibînin ku li Rojava ji çar aliyan ve neyaran dor li gelê me girtiye û her derfeteke piçûk de êrîş dikin welêt. Herî dawî me bihîst ku çeteyên Cebhet-ul Nasr fitva daye ku, jinên Kurd li şervanên xwe helaldike. Yanî vêya ji bo dayîk û xwîşkên me dibêjin. Divê em wekî keç û xortên xwedî şeref û rûmet yan vê gotina wan di difna wan re bînin. Yan jî divê em axa welêt biterikînin û biçin! Em nikarin li ser xaka Kurdistanê guh bidin heqaretên bi vî awayî! Divê çeteyên wekî Cebhet-ul Nasr û yên din hêza ciwanên Kurd bibînin.
Niha erk a li pêş me ciwanan çiye? Çi di nava refên YPG’ê de dibe, çi jî di nava xebatên cuda de dibe bila bibe, divê muheqeq em tevlî nava refên şoreşêbin.
Ji bo vê em di hemû meş û çalakiyên xwe de slogana “hemû ciwan marş marş” bavêjin û ji xwe re esas bigirin ku serkeftina me mîsoger be.
Serhed TENDUREK
- Ayrıntılar
Serok APO di 21’ê adara borî de dest bi pêvajoyeke nû kir. Banga xwe de Serok APO:
‘Ez di şahidiya milyonan însanên ku vê bangawaziya min guhdarî dikin de dibêjim ku; edî pêvajoyeke nû dest pê dike. ne çek, siyaset derdikeve pêş. Edî em hatine merheleya ku hêzên me yên çekdar xwe vekişînin derveyê sînor.
Ez bawer dikim, ên baweriya xwe bi min anînê û dilê xwe ji min re vekirine, wê hessasiyetê pêvajoyê li berçav bigirin û heta dawiyê biparêzin.
Ev, ne dawîbûn, destpêkeke nû ye. Ev ne dest ji têkoşînê berdan e, dêstpêkirina têkoşîneke hîn cudatir e.’
Gotinên, ‘dêstpêkirina têkoşîneke hîn cudatir’ gelek girîngin. LiKurdistanê eger dewleta tirk şerê bi salan ê ku tê meşandin bi dilda bixwaze biderawestandin, ev pêvajoyê bi rastî jî bibepêvajoyeke nû. Lê eger dewleta tirk van derfetên ku ji hêla Rêber APO ve hatine afirandin bi baldarî û bi şiyarî nenirxine, wê demêcarak din qonaxe ke mêjûyîwê wenda bibe.
Rastî jî ev pêvajowê çawa pêş bikeve hêna ne diyare. Ji ber ku dewleta tirk erkên dikeve ser milên xwe hêna pêkneaniye. Hêna ji kirt û nîvaxwe nahatiyê xarê(ayak diretmek). Hêna tiştê ku dizane dixwaze bimeşîne.
Bi kurtasî dem tevahî ne diyare. Em ji wan re wek bav û kalên xwe dibêjin: ‘Gula çapliyê li bin çengê te bikeve.’ Ango ‘Şapa li mala te bikeve.’
Rewşa dewleta tirk çidibe bila bibe. A girîng ewe ku em karên xwe bi rêk û pêk rêvebibin.Wekî eniya Kurdan, emê bivê nevê xwe ji bo hemû şert û mercan amade bikin. Eger dewleta tirk gotinên Serok APO bipejirîne wê demê emê xwe ji bona pêvajoyeke demokratik amade bikin. Lê eger dewleta tirk di ya xwe de pê dan bike wê demê emê jî tiştên ji destên me werin teqsîr nekin.
Bin her şert û mercî de em pewîste xwe xurt bikin. Cîhê herî zêde ku mirov dikare bi xwe pir biste pêş bixe serê çiyayên azad in.
Weke ku me got, eger pêvajo neyênî be emê xwe ji bona pêvajoyên hişk amade bikin. Na eger pêvajo erênî be emê xwe di milê bîrûbawerî ango hişmendî de xwe nu bikin.
Serok APO dîsadibêje:
‘Ji serdema berxwedana çekdarî, derî li pêvajoya siyaseta demokratîk vedibe.
Pêvajoyeke ku, aliyê wê yê siyasî, civakî û aborî di pêş de ye dest pê dike. Feraseteke ku, mafên demokratîk, azadî û wekheviyê esas digire pêş dikeve’.
Feraseteke nû jî şertên îro herî zêde mirov dikare li serê çiyayên azad bigire.
Erê, ji bona vê rastiyê em bang li tevahî ciwanên Kurd dikin da ku werin serê çiyayên azad, ji bona ku xwe ji vêpêvajoyê re amade bikin.
QASİM ENGÎN
- Ayrıntılar
Va demeke em li ser Rojava’yê Kurdistan dinivîsînin. Nivîsandin hên jî pêwîstin. Pêwîste ji ber ku êrîş li ser Rojava bi hemû şêweyî berdewamdikin.
Îro li Rojava’yê Kurdistan gelê me şoreşekî dijî. Gelek derkeftiyên xwe hene. Gelê me rojane rêxistinên xwe avadike. Eger gotin di cîh de be, gelê me, rojên wek gelek caran tê ser zimên “rojen xwe afirandinê” dijî.
Lê mixabin hinek xêrnaxwaz bi leystokên pir qirêj her roj tiliyên xwe dikin nav Rojava’yê Kurdistan da ku Kurd nebin yek, neyên ba hev, bi hev re kar nekin, dijberî hev bisekinin, parçe bibin, neyartiya hev bikin û hwd.
Ev tiştên ne li rê kî tanzim dike? Kî kefxweşe da ku Kurd lewaz bibin?
Bersiv pir hêsane; dewleta tirk, dewleta sûrî, dewletên ereba, DYA, YA, îran, iraq û kî qazancên kurdan naxwazin ew.
Bi gotineke din, dijmin û neyarên kurdan…
Her kî têkil van karên dijî kurdan dibe an jî bi karên ew dike dikeve bin xîzmetên dijminên kurdan ew kesekî ne li rêde ye…
Îro herî zêde kî zirar dide kurdan? An jî rewşê îro de herî zêde kî alîkariya eniya dij-Kurdan dike?
Em pir hûr û kûr neçin. Ji bo kurd parçe bibin PDK herî zêde kar dike. Ji bo kurd bibin dijminê hev PDK hinek koma bi çek dike. Pere dide wan da ku karibin li hemberî YPG’ê şer bikin.
Dîsa, ji bona gelê kurd li Rojava bêçare bimîne û birçî bibe sinorên navbera Rojava û başûr ev çand carin digire.
Li gel rêxistinê kurdan hene PDK her roj banga hinek partiyan dike û dixwaze yekîtiya kurdan parçe bike.
Bêguman tiştên ku PDK dike ew qas nînin. Ev tiştên me gotin têrênakin. Tiştên tên kirin pir zêdenin.
PDK bi dewleta tirk re rûdinê da ku karibin şoreşa Rojava lewaz bikin. Bi heman armacê bi DYA û YA re rûdinê.
Mirovan bi çek dike û rêdike Rojava. Bi çek dike û hewl dide û dijî YPG derbixe. Ew çîrokên dawî qewmîna hemû rastiya xwe evin.
Ji bona vê yekê pêwîste serî de li başûrê kurdistan’de li hember leystokên wiha qirêj gelê me yê başûre kurdistan derbikevin.
Dîsa li ewrûpa pêwîste gelê me û dostên kurdan dijî van kirêtiyan derbikevin.
Kurdên bakûre kurdistan û hemû kurd pêwîste dijî van narastiyan derbikevin.
Û di serî de jî pêwîste gelê me yê kurdistan’a Rojava li hember van leystokan bi şiyariyake mezin tevbigere.
QASIM ENGÎN
- Ayrıntılar
Nivîsa xwe ya berê de me gotibû “her tişt ji bo Rojava.” Le welê tê xûyakirin ku ew gotinên me pir kêm dimînin. Pewîste em hîn firehtir ser vê mijarê bisekinin.
Îro li Kurdistan’a Rojava’de rewşekî şoreşgerî jiyan dibe. Rewşa şoreşgerî çi ye? Rewşa şoreşgerî tê çi wate yê?
Rewşên şoreşgerî bi xwezaya xwe pir nazik dibin. Her dem yê çi bibe ne diyare. Hem ê ku li dijberên şoreşê nav hewldanên xurt dane, hem jî bizava şoreşgerî hundirê liv û libatan de ye.
Li gel vê, erîş û daxtên pir zede li ser civaka Kurd heye. Gelek hêz dixwazin derdorên wan bigirin. Dîsa qada nawnetewî de gelek derdor hene ku ji bona Kurdan xêrnaxwazin. Kurdan nasnakin. Naxwazin Kurdan nasbikin jî. Dîsa dewleta tirk, milîmek mafê Kurdan nenasîn ve tê. Ji bona vê jî çi dike herkes dibîne. Begûman gelek tiştên ku zerar didin Kurdan û yên ku dixwazin bidin Kurdan mirov dikare rêzbike, pêve bike.
Lê mijara herî girîng ewe ku li Rojava li hundir de hinek derdor bi şixulên kirêt ve mijûlin. Qandî em dibînin û pê dihesin hinek derdor yekser bi dewleta tirk bi hev re dijî derkeftiyên Rojava ditekoşin. Çekên dewleta tirk digirin û dijî Kurdan şer dikin. Ji dewleta tirk pere digirin û dijî ked û kespên Kurdan kar dikin. Dîsa yekîtiya kurdan ji bona têk biçe aloziyên curbicur rêvedibin.
Mînak, helwesta ku dixwaze kurdên derdorê YPG kombûyî, bi çek kirina hinek kesan qels bixe. YPG wek tevgera giştî yên kurdên Rojava û parastina kêm netewên li wê derê dijîn em nasdikin. Dîsa em dizanin ku YPG cîhê xwe di bin siya Desteya Bilind de digire. Dîrektîf, telîmatên xwe li ser esasên destûrnameya xwe li vê saziya kurdan ya pîroz digire. Demê ku hinek kom bixwazin ji bilî van rastiyan tevbigerin, begûman evê şaş bibe.
Lê mixabin komên ku ji dewleta tirk çekan digirin dixwazin îro li Rojava tevlîheviyan bikin. Û kî li cem van tevlîheviyan cîhê xwe bigire bêgûman ew ji wê bibin şirîkên van kirêtiyan. Dîrok ê van kesan, baskan, aliyan welê nav bike. Ev teqez e.
Niha ango vesta îro li Rojava kî van kirêtiyan dike û dixwaze bike diyare. Baş e, gelo kî piştgiriya van komika dike? Kî van stare dike? Ki van gur dike da ku kanibin li Rojava tevlîheviyan çekin? Ki îro astengiyên mezin ji bona kespûkarên Rojava çênebe hewldide? Kî, rastî îro alîkariya dijminên kurdan dike?
Bersiv pir hêsane!
Kî bi karên xwe ve bikevin bin xizmeta dijmin ewnane.
Kî dixwaze Kurdên me yê Rojava bi niyaza û birçî dîl weringirtin, ewnane.
Kî sînorên Kurdistanê dorpêç dike ewnane.
Kî nahêlin ku li Rojava yê Kurdistanê pergala xweseriya demokratîk avabikin, ewnane.
Her wiha em dikarin van tiştên ku li ber serkeftina şoreşa Rojava’yê Kurdistan dibin asteng pey hev re bijmêrin.
Lê pewîstî heye ku, nav hejmartin zêdetirîn beramber tevayî kes û derdorên ku dijminiya Rojava’yê Kurdistanê dikin em dijberiye ke tund hember vana raber bikin.
Berevajiya vê eger em helwest û bertekiyên xwe tund neynin ser ziman û dijber dernekevin, emê kêm û kurtiyên pir ciddî û giran bijîn.
Qasim Engîn
- Ayrıntılar
Rêber APO, şerê siyasî bi pênaseyeke bêhempa di mêjiyê me de nivîsand. Rêbertî daxuyakirin ku; “şerê siyasî, şerê welatparêziyê, şerê parastina ax û dîrokê”ye. Heya niha tu fîlozofî, tu siyasetvanî, tu nivîskarî pênaseyeke welê balkêş û xwerû (sade) nekiriye.
Di şêwazên parastina ax û dîrokan de helbet pir cure hene. Di nava wan de şerê çekdarî jî heye. Niha ji bo Kurdistanê jî bi heman awayî, hem şerê çekdarî, hem jî şerê siyasî heye û tê meşandin. Şerê çekdarî ji aliyê gerîla ve tê meşandin. Hemû ciwanên Kurdistanê yên welatparêz û şoreşger dikarin nava refên gerîla de cihê xwe bigire û bi vî şêwazê parastinê pêkbîne. Ev pir girînge û karekî welatperweriyê ye.
Lê tiştekî din jî şerê siyasî ye ku derveyî însanên me yê ku nikarin şerê çekdarî de cihê xwe bigirin eleqedardike. Helbet gerîla di heman demê de şerê siyasî jî dimeşîne. Lê belê bi taybet civaka sîvîl divê şerê siyasî yê ku Rêber APO diyarkiriye ji xwe re esas bigire.
Ev şer wê çawa bê meşandin? Bi kîjan polîtîkayê? Bi kîjan ferasetî?
Beriya her tiştî divê mirov li xwe hayîl be ku, ax û dîroka Kurdistanê di bin gefxwarina dijminan de ye. Ev dijmin ne yeke, pirrin. Dixwazin ku hemû dewlemendiyên bin erd û ser erd yên Kurdistanê ji bo xwe bikin malê bazarê. Dixwazin zevî û baxçeyên Kurdistanê zuhabibin, birçîtî, xizantî hebe. Dixwazin axa Kurdistanê parçe parçe bimîne ku hîn hêsantir bi rêvebibin. Û her tim ew li ser serê me rêveber bin. Dixwazin dîroka Kurdistanê neyê zanîn ku em wekî gelekî qedîm bêne naskirin. Ji bo vê niha li gelek deverên Kurdistanê bi bendavan (baraj) dîroka zindî ya Kurdistanê di bin avê de dihêlin. Ji bo li berçavên me xuyaneke. Ji xwe ya ku xuyaneke jî piştî demekî tê ji bîrkirin!
Niha pirsgirêk pirrin. Bi nivîsandinê naqedin. Li hemberî gelemperî van êrîşan, polîtîkaya herî guncav; parastina cewherî ye. Ango hem xwe parastine, hem jî welatê xwe parastine. Çawa? Wekî mînak; dewlet niha hema bêje li her derê qereqol (yan jî qaleqol) an çêdike. Li hemberî vana derketin û rê nedana wan parastin e. Çete dixwazin li Kurdistanê madeyên hişbir belavbike. Li hemberî van çeteyan bertek nîşandan parastin e. Dixwazin fihûşê bînin Kurdistanê. Qewitandina wan parastin e. Dixwazin me di dibistanên xwe de bihelînin, wekî xwebikin. Li hemberî vê, ji niha û pê ve neçûna dibistanên dewletê parastina cewherî ye.
Yanî welatparêzî ye. Mirov dikare axa xwe jî dîroka xwe jî wiha biparêze. Li taxekî, ciwan, kal, pîr, jin, kî dibe bila bibe, dikare vê parêzvaniyê bike. Bi taybetî ev karê ciwana ye. Raste. Lê belê dema em bixwazin parastina xwe jî pêkbînin, ne hewceye ku em tiliya xwe di çavê hineka re bikin. Parastina cewherî, parastina ax û dîrokê eger bi çek be , cihê wê çiyayên Kurdistanê ye. Refên gerîla ye. Na eger emê li nava bajaran vê parastinê pêkbînin, wê demê jî bi rêxistinbûn û çalakiyên curbecur ku her kes, hemû gelê me bikaribe tevlîbibe li darbixe.
Mesela, niha meclîsa ciwanên BDP’ê bi slogana “LI KURDISTANÊ MÊTINGERİYÊ NEJÎ Û NEDE JIYANKIRIN” kampanya daye destpêkirin. Ev şêwazekî baş e. Eger bikaribin veguhêzin rêxistinbûnê û bikaribin gelê Kurdistanê di vê mijarê de hîn bêhtir xwedî zanebûn bikin pirr başe. An na ji bo ku em hêza xwe nîşanî hinek kesan bidin hewce bi cureyên derveyî pêvajoyê nîn e. Carna hinek helwestên me ne li gorî demê pêşdikevin. Wekî mînak; demê şer û bê şeriyê nabin weke hevdu. Ji bo vê divê gavên me yan jî çalakiyên me li gorî dem û cihê xwe be. Ji bo civaka Kurdistanê ciwanên welatparêz hêza avakirinine. Yanî ciwanên welatparêz ji bo hemû ciwanan mînakin. Divê wisa be jî.
Em karên xwe bikin, rêxistinbûna xwe berfirehbikin, xwe bikin hêzeke ku tu kes nikaribe pişta me deyne erdê; lê heya ji destê me tê, em şaşiyan nekin. Em polîtîk nêzbin. Taxên me, gundên me, bajarên me, dayîkên me, siyasetmedarên me, çiyayên me, kolanên me emanetê me ne. Ax û dîroka dayîkniştimana me li benda parastina me ye. Azadiya Rêber APO li ser milên me ye.
Ciwanên ku dixwazin li hemberî dilnexwaz û neyarên Kurdistanê dijwartir şerbikin jî, divê rojek ji ya din zûtir werin û di nava refên gerîla de cihê xwe bigirin.
Serhed TENDUREK
- Ayrıntılar
19 Tîrmeha 2012’ an de li Rojava’yêKurdistanegelê me yê Rojava, şoreşa xwe banghindêran kirin. Ji bo gelê meyê Rojava ev rojek dîrokî bû. Cara yekem gelê meyê Rojava bivî awayî vîna xwe vekirî ji giştî cîhanê banghindêran kir. Nêzî salakê çêbû ku ev ragihandina çêbûye. Gelême li Rojava gelek deskeftî kirin destên xwe. Gav bi gav rêveberiyên xweyên demokratîk avakirin. Gelek cîha ser hîma xweseriya demokratîk xwe rexistinkirin. Dîsa çi di milê aborî, çi di milê çandî de, çi di milê siyasî de, çi di milê leşkerî û çi ji milê perwerdeya gel de gavên girîng hatin avatin. Ruxmê ewqas zor û zehmetiyên mezin, gelê me jiyan kirin gelê me dîsan jî bi berxwedanya xwe heta îroj hat.
Li beramberê vê berxwedan û sekna gelê me a birûmet gelek xêr nexwazan destdirejiya li ked û kespên (kazanç) gelê me kirin.
Erîşên pir zede li ser herêmeke wek Rojava biçûk pir dijwar hat kirin. Di serî de dewleta tirk a ku birengê xweyê faşîzan tê naskirin, ketin dewrê. Çek û pere dan çeteyan, bi destê van ali gelek ciyan êrîşê gelê me kirin. Dîsa heman dewleta faşîzan bi hêza xweya dîplomatîk di roja ewilde dest bi siyasetên qirêj kirin. Hewldanên gelek hêzên hem ê navnetewî hem jî yên herêmî li dijî deskeftiyên gelê me derketin da ku wan destkeftiyên gelê me bin pêbikin.
Dîsa gelek hêzên dewletên Ereb heman demê de mînanîyên dewleta tirk tevgeriyan. Em çêlkirina dewletên yekbûyî ên Emerîka nakin. Behsa yekîtiya Ewrûpa jî nakin. Hele hele em qala Îran, Iraq, Libnan û hwd. qet nakin.
Dîsa xwedê giravîyên ku xwe kurd dihesibînin jî hindirê karên nerêkûpêk de cîhe xwegirtin. Ango yên ku dilê xwe de xwe herî zêde kurd dibînin ve dema xeternak de herî zêde zirar û ziyan dane gelê meyê Rojava. Dema dewleta tirk da ku Rojava bîne ser xeta xwe, tixûbgirtin û nehêliştin gelê me debara xwe bike. Qeleke we helwestin pir kirêt tixûbê Rojava û Başûrê Kurdistan jî hat girtin. Hem jî bi mehan. Mirov derbarê siyasetên wiha yên kirêt de pir di hizire. Ber ku heman siyaset ji milê dijminên kurdan ve jî tê meşandin.
Pir balkêşe kû dema çeteyên Ihvan-iMuslîm bi navê Liva el Tevfîk êrîş dibirin ser Efrînê, tixûbê dinavbera Rojava û Başûre Kurdistan de careke din hatibû girtin. Her çend behsê mijaren dîtir werin kirin jî rastiya heyî kes nikare ser û bin bike.
Ev siyasetên qirêj û hesabên hûrde, qet sûd nadin kesî. Ber ku têkîliyên te bide wleta tirk reheyenayê wateya ku tu gelê meyê Rojava bigirtina tixûbê hewlbidî teslîm bigirî. An jî hewl bidî birçî bi hêlî, da ku nikaribe berxwe bide. Bi yek gotinê ev siyaseteke pir qirêj û derveyî exlaqêye ango bê since.
Ka biratî hebû? Ka hûn kurden pir başbûn? Ka ji bona birakujiya salan we lêborîn xwestibû? Ka pêwîst bû hemû kurd aligirên hevbin? Dîsa we gelek caran qala yekîtiya netewî dikir!
Kurtasî li hemberî destkeftiyên gelê meyê Rojava lîstokên pir kirêt dimeşin. Pêwîste ji bona vana tevahî gelê me şiyar be. Pewîste li her cihî nirxên gelê meyê Rojava biparêze. Li her platformekî ji bona wan nirxan bi tekoşe. Dîsa kî li dijî helwestên netewî disekine em li hember wî bisekinin.
Dîsa her kurdekî ku xwe welatparêz dihesibîne pêwîste di karên alikariya ji bona gelê meyê Rojava hem alîkariya xwe bike hem jî alîkariya xwe kom bike.
Kurtasî dem dema ku em bi tevahî hêza xwe ve piştgiriya Rojava bikin, da ku em karibin hem êrîşên kirêt bidin sekinandin hem jî gelê xwe di milê madî û menewî de jî li ser piyan bigirin.
QASIM ENGÎN
- Ayrıntılar
Nivîsên borî de me nerînên xwe hem li ser hişmendiya avakirina rizgariya demokratîk û hem jî di derbarê avakirina rizgariya demokratîk de milê rexistin kirinê de anîbûn ser zimên. Vê nivîsa xwe de em dixwazin di avakirina rizgariya demokratik de ser çalakbûyîn û çalaki lidarxistinê de bisekinin.
Dema me hişmendiya xwe dirust kir û xwe hinekî çêkir. Dîsa li gorî hişmendiya rast jî ku me xwe rexistinkir şûndatir, pêwîste em derbasî pratîk kirinê bibin. Ango pewîste em têkevin nava çalakiyan. Ji bo kû em têkevin nava çalakiyan de jî pêwîste em bixwe çalak bibin.
Hişmendiya avakirina rizgariya demokratik di serî de xwe gihîştina çanda netewa demokratik e. Bi vanve girêdayî, li hemberî hemû avahiyên dagirkerî û mêtîngerîyê ku mirovan bê deng dikin sekinandine. Dîsa baweriya kû em karibin li hemberî tevahî zordestan bi sekinin xwe de çekirine. Kêleka van tespîtên bîrdozî, yek jî nezîkbûnên ku vana derbasî jiyanê bike pêwîste. Da ku em karibin li hemberî serdestiyê bi sekinin û serê xwe li ber zordestî netewînin, xwe rexistinkirin pir girîng bû. Yek bi yek û cihê ku em lê dijîn em karibin her kesî bi hestiyariyeke pir bilind bînin ba hev û rexistin bikin. Hêz bidinê. Ew enerjiya nava wan de derbixin holê.
Ev herdû xebatên bingehîn çêbûn şûnda êdî dem dema çalak bûyînêye. Dem dema ketina nava liv û lebatê ye. Dem dema ketina nav tevgerê ye. Ango dem dema çalaki derxistinê ye.
Niha li Kurdistan’ê hemû cîh û war, cîh û warên çalakî derxistinê ne.
Wekî nimûne; îro li Kurdistanê dewleta tirk li gelek cîh ango qereqol tên çêkirin. Çawa ku gelê me îro li hember van tiştên bikirêt di sekine, pêwîste ciwanên Kurd hîna dijwartir li dijî der bikevin.
Dîsa îro li Kurdistanê dewleta tirk li gelek cihan bendavan çêdike. Ev bendavana di serî de hemû mîrasên gelê me di bin avan de dihêlin. Dîsa erdînîgariy Kurdistanê xira dikin. Jîngeha Kurdistanê bi van bendavan serû bin dikin. Her wiha gelek ji mirovên me xizan dihêlin û neçarê koçberiyê dikin.
Mijarekê din ya çalakiyan ve ku em pir tund li hember bisekinin jî, xebatên dewletê yê ku bin navê çêkirina karxane, dibistan û hwd. de birîna dar û daristanên mene.
Dîsa mijarekê pir girîng jî dema hêzên ewlekariya dewleta tirk hember ciwanên me dest dirêjî dike derdikeve holê. Pêwîste em yek carekê jî rênedin hêzên dewleta tirk da ku bi karibin êrîşê ciwanên me bikin. Dema polîsê dewleta tirk êrîş bike pêwîste em hezar cîh de bersiv bidin.
Yek erka ku dikeve ser milên me jî ewe ku em gelê xwe her dem bi parêzin. Ev jî tê wê wateyê ku em her dem amadekirî bin.
Bêguman gelek kar û xebatên ku em bikin hene. Lê belê wekî me gelek carî dûbare anî ser ziman pêwîste em ewilî xwe bigirin dest, piştra rêxistinkirina xwe, pê rejî kar û barê ku em bikin bigirin dest. Kêm û kurtiyên xwe ji holê rakin, xwe temam bikin û derbasî nav kar û xebatan bibin. Demê em wisa ango welê bikin emê karibin kêm jî be bidemê re bibin bersiv. Dawî
QASİM ENGÎN
- Ayrıntılar