HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

DURAN KALKAN

 Di navenda civaka demokratîk û netewa demokratîk de mirovê azad heye.

Heta ku mirovê azad xwe nespêre civakê û bi pêş nekeve, avakirina civaka demokratîk û netewa demokratîk çênabe. Ya heyî jî mirov nikare li ser piyan bigire. Wisa be kesê azad ku xwe dispêre civaka demokratîk: tenê bi fikir, rih û hestên azad pêk tê. An na kesê ku negihîştiye fikrên azad, nikare bibe kesê azad û nikare bi awayekî azad tevbigere. Pêkhatina vê jî em wek şoreşa kesayet û şoreşa wijdanî pênase dikin. 

Lêgerînên Rêber Apo ku di navenda wê de çareseriyên leşkerî û siyasî hene, ew gihandin fikra şoreşa kesayet, şoreşa zihniyet û wijdan e. Serokatî heri zêde di vê xalê de hewhldanan nîşan dide û vê wek şoreşa herî mezin dinirxîne. Şoreşa zihniyet û wijdanê, îro cewhera şoreşa PKK’ê ye. Ew yek di heman demê de, riya yekane ya mayîndekirin û parastina deskeftiyên şoreşê ne. Bala we jî kişandibe, ev encam derdikeve holê; li hemberî pergala qirkirina çandî, pêwîstiya me tenê ne bi perwerdeyê, bi pêkanîna şoreşa zihniyet û kesayetê heye. Di cewhera wê de perwerde ne karê guhertinên ji rêzê ne, ne karê guhertin û encamên reformîst in; perwerde di rastiya xwe de pêkanîna şoreşa kesayet, pêkanîna şoreşa zihniyet û wijdanê ye. Têkoşîneke misoger û teqez dixwaze. Guhertinên şoreşgerî, di asta zihnî û wijdanî de, ango di giştîbûna kesayet de pêkanînê dixwaze. Vê îfade dike.

Tabî em perwerdeyê jî wek peyveke teqez nikarin bigirin dest. Li gorî armanca her hêz û civakê misyona wê diguhere. Pêkanîna armancekê îfade dike û li gorî armancên cuda şêweyên cuda digire. Ji her perwerdeyekê heman armanc jî dernakevin û tenê ji bo armancekê jî nayê kirin. Li gorî armanca kesê ku pêk tîne diguhere.

Perwerde; guherîna rih, hest, fikir û nêzîkbûnên ku ne li gorî armancên me ne îfade dike. Li gorî cewher, hebûn û armancên xwe guhertin û sererastkirinê îfade dike. Ji hest, fikir û hestên li dijî rastiya me; zivirîna hest, fikir û nezikatiyên li gorî rastiya me îfade dike. Ji vî aliyî ve pêkanîna şoreşa kesayet e. Em ji rastiya xwe çiqas dûr bikevin, zemîna ku em lê perwerdeyê dikin û guherîna ku em di kesayeta xwe de bikin jî dê di wê astê de be. Ji vî aliyî ve carinan li gorî vê rewşê guhertinên pir lewaz jî çêdibin. Lê ger ji rastiya xwe dûrketina me pir mezin be û di navbera me û heqîqeta me de mesafe pir mezin be, dê em ê wê demê çi bikin? Wisa be guhertinên şoreşgerî pêwîst dikin, şoreşeke kesayet pêwîst dike, şoreşa zihnî û wijdanî pêwîst dike. Rewşa ku em lê ne jî, vê pewîst dike. Lewre em di bin zextên qirkirina civakî û qirkirina netewî de ne. Kesayetên me di bin vê rastiyê de şêwe girtine.

Serokatî ji bo vê kesayeta me dibêje, “Kesayeta birîndar.”  Kesayeta ku ji rastiya xwe dûr ketî û qut bûyî. Ew kesayet ji koletiyê jî xirabtir e; lewre kesayeteke koleyan jî heye. Di rewşeke wisa de mayîn, ji koletiyê jî xirabtir e.

Ji berî kapîtalîzmê, kesayet û statûyeke koleyan heye. Bi zextan kar dikin, lê dema ku fersenda wê dibînin serî radikin. Bi xwesteka xwe ne di wê rewşê de ne, bi tundî û zextan wî karî dikin. Lê koletiya ku bi qirkirina civakî û bi qirkirina netewî bi pêş ketiye, bi xwestek û bi pejirandinê dimeşe. Di vir de daqurtandina zextan jî heye. Bi bişavtin û qirkirina fikrî, kes jî dûrketina rastiya xwe pejirandiye, qebûl kiriye. Ew ne koletiyeke ji rêzê ye, li vir koletî di hundirê kesan de hatiye pejirandin. Disa li gorî hinek kesên din tevgerîn û kar kirin heye; lê ew yek bi tundî û zextên çort nayê kirin, bi qirkirina zihnî û ji dil tê kirin. Koleyê nû hatiye vê astê.

Bêguman ew koletî ji koletiya kevn cudatir e. Koletiya ku qirkirina civakî û qikirina netewî derxistiye holê; ji koletiya kevn kurtir, jê derbaskirî û bi awayekî daqurtandî tê jiyankirin. Ji ber vê, li hemberî vê têkoşîn jî bi awayekî ji rêzê nabe. Em nikarin têkoşînê yekalî bigirin dest. Tenê bi guhertinên mayînde û mezin têkoşîneke teqez dikare vê rewşê biguherîne; ew jî guhertinên şoreşgerî ne. Tiştê ku em wek şoreşa kesayet û şoreşa zihnî û wijdanî diyar dikin jî ew e.

 

Di PKK’ê De Perwerde Bi Serê Xwe Karekî Şoreşê Ye

Di tevgera me de perewerde, bi serê xwe karekî şoreşê ye û guherîna şoreşgerî dixwaze. Ji ber vê divê em wisa nêzîkî rastiya perwerdeyê bibin. Divê em perwerdeyê wisa teng û sînordar negirin dest. Divê em nebêjin, “Bibe jî dibe, nebejî dibe.” Perwerde nebe, nabe; divê em wisa giştî û kûr bigirin dest û teqez em wek şoreşa kesayet bigirin dest. Ger em dixwazin ji koletiyê rizgar bibin û bibin kesayetên azad, ji pêkanîna şoreşa kesayet wêdetir tu riyên me tune nin. An na lihevanîna kesayeta kole û kesayeta azad ew yek pêk nayê. Bi piranî jî em rewşeke wisa jiyan dikin. Cihê ku em perwerdeyê wek guhertin ve guhertinên mayînde û şoreşgerî bigirin dest; em hinekî xwe bi pêş dixin û hinekî jî cîla dikin û bes dibînin. Em dibêjin, “Bila wek berê nebe, lê bila li gorî pêwîstiyên kesayet û azad jî nebe, bila her duyan jî hinekî di nav xwe de bihewîne, ji bo me bes e.”

Ew nêzîkbûn jî kesayeta riya navîn, kesayeta durû û kesayeta çîna navîn derdixe holê. Ew kesayet pergala heyî û şoreşê bi hev re dixwaze jiyan bike, taybetmendiyên her duyan jî di hundirê xwe de dihewîne. Bi vî rengî nabe, perwerdeyeke bi vî rengî bes nake. Wisa be ya rast û bes kijan e? Guherîn û veguherîna teqez e. Esasgirtina guherîna misoger û şoreşgerî ye. Kesayeta azad-demokratîk-welatparêz ku li hemberî kesayeta qirkirina civakî ye derxistina holê ye. Bi rih, hest, fikir û nêzîkbûnên vê kesayetê tijîbûn; gihîştina zanebûna van; pejirandin û daqurtandina vê kesayetê ye. Bêguman ji bo ku mirov bigêheje vê kesayetê jî zanebûn, pejirandin û xwestekek pêwîst dike.

Di pergala qirkirina çandî de, di vê mijarê de berovajîkirinek wisa heye ku çi azadîxwaz e, çi xizmetî koledariyê dike mirov nizane; bi piranî koletî wek azadîxwaziyê tê nirxandin. Jixwe sextekariya herî mezin ya kapîtalîzm û lîberalîzmê di vir de ye. Fêrbûn û tevgerên ku kolêtiya herî kûr in îfade dikin, wek azadiyê pêşkeşî me dike. Her tiştî berovajî dike. Di qirkirina çandî de, ew rewş xetertir e. Ger li ser kesê azad û civaka wî êrîşên pergala qirkirina çandî ew qas giştî û kûr in; divê li hemberî vê têkoşîn û xwe perwerdekirin jî ew qas kûr, giştî û şoreşgerî be. Tiştê ku em wek Şoreşa kesayet pênase dikin, divê giştî be û bi kûrahî be, an na bi awayekî din li hemberî vê pergalê têkoşîn bi ser nakeve.

Ger em wisa bikin em dikarin kesayet, civak û pergaleke alternatîf ava bikin; an na kiryarên me nîvco bimînin û em ê bibin dûvikê pergala heyî; ew jî kêrî tiştekî nayê. Ji ber vê sedemê; yek, pêwîst e em li hemberî hemû xapandinan rastiyê bibînin. Çi azadî ye çi koletî ye, divê em baş ji nav hev û din derxin. Di vê mijarê de divê em hemû peyv û nêzîkbûnên xapînok û yên ku ji rê derdixin derbas bikin. Du, divê ya rast û azadîxwaz bê pejirandin. Jixwe bawerkirina tiştekî; bi wî tiştî re jiyankirin û pejirandina wî tiştî îfade dike.

Kapîtalîzm nêrîneke wisa diafirîne ku dema tu rastiya wê dibînî jî bêyî vîna xwe tu jê bawer dikî. Xwe cîla û boyax dike; hewl dide ku xwe xweşik nişan bide, dixwaze ku xwe bide pejirandin. Ji vî aliyî ve pejirandina tiştê civakî û azadîxwaz girîng e. Tenê pejirandin jî têrî nake, divê bê daqurtandin. Li ser esasê rêgez û pîvanan, avakirina pergaleke fikir û jiyanê û avakirina kesayeteke rêxistinî pêwîst dike. Pêwîstî bi pêkanîna şoreşa kesayet û di pratîkê de nîşandana vê heye. Ji vî aliyî ve daqurtandin û pejirandina ji dil jî pir girîng e. Carinan nêzîkbûnên nîvco derdikevin holê. Bêyî ku guhertineke mayînde û kûr çêbibe; di nav hev de koletî û azadî jiyankirin û ew her du diyardeyên dijber, li gel hev jiyankirin derdikeve holê. Ger guhertineke şoreşgerî û mayînde nayê jiyankirin û pejirandineke ji dil bi pêş nekeve, kesayet û sekneke azadîxwaz jî bi pêş nakeve.  

Wisa be perwerde; dîtina rastiyê, xweşikiyê û nûbûnê îfade dike. Li gel vê li hemberî pergala deshilatdarî û dewletê, li hemberî pergala qirkirina çandî, li hemberî pergala modernîteya kapîtalîst; di rih, hest, fikir û nêzîkbûnê de li hemberî tiştên ku van pergalan bi me dane xwarin, têkoşînekê ifadê dike. Şertê ewil ew e. Şertê duyemîn jî; li ser esasên azadîxwaziya civakî û demokrasiyê, bi rêgezên komînalite û wekhevî yên civaka exlaqî û polîtîk afirandina kesayetekê pêwîst dike. Bi van taybetmendiyan ji nû ve înşakirin û avakirina kesayetê pêwîst dike.

Civak û netewa demokratik, tenê bi kesayeta azad tê înşakirin. Tenê kesayeta azad dikare netewa demokratîk ava bike. Wê demê înşaya netewa demokratîk û civaka demokratîk ku xwe naspêre kesayeta azad çênabe. Ger cewherê şoreşê, înşakirina netewa demokratîk û civaka demokratîk be, divê em bizanibin ku di cewherê wê de jî înşakirina kesayeta azad heye. Înşakirina kesayeta azad ku ji hemû koletiyan rizgar bûye, di navenda înşaya civaka demokratîk û netewa demokratîk de cih digire. Bêyî ku şoreşa kesayetê pêk werê, şoreşa civaka demokratîk û netewa demokratîk pêkanîn, ne gengaz e. Ev hemû di nav hev de û bi hev re gengaz in. Ji hev û din ne dûr û qut in.

Perwerde, di wateya giştî de; xwe gihandina asta karkirinê û hatina asta karkirinê ye. Perwerdeya partiyê jî, em dikarin wek xwe ji karên partiyê re amedekirinê pênase bikin. Wek hest û fikir, wek danehev xwe ji karên partiyê re amadekirin û înşakirina kesayeta azad em wek perwerde dinirxînin.

Wate û girîngiya perwerdeyê di van xalan de derdikeve holê. Tu wateyek wê ya din tune. Wisa be di navbera perwerde, peywirmeşandin, karkirin û pratik meşandinê de girêdanbûneke teqez heye. Perwerde, ji pratik û karkirinê ne qut e. Em perwerdeyê bi giştî bigirin dest, fêrbûna jiyanê ye. Mesele perwerdeya zarokekî vê îfade dike. Mirov ji vî aliyî ve jî dikare bigire dest. Fêrbûna jiyan û karkirinê, afirandina xwe û jiyanê, xwe ji bo karkirinê amadekirin e. Pêşxistina hest, fikir û danaheva wê ye. Em dikarin wisa pênase bikin.

Di tevgera me de jî, gihîştina zanebûna kesayetê partiyê îfade dike. Azadî û rizgarkirina gel wek peywireke esasî girtina dest îfade dike. Ji bo bi serxistina van peywiran, ji bo gihîştina hêza hest û fikra vê; xebat meşandin, lekolîn kirin û gihîştina daneheva teorîk îfade dike. Ji bo daneheva fikrî ku derketiye holê bigihînin derdorê, hewldana vê nişan bidin û van fikran pêk bînin; qezenckirina hunera axaftinê, xitabet û propagandayê ye. Hêza ziman derxistina holê, bi mirovan re bûna yek, perwerdekirin û rêxistinkirina wan û peywirdarkirina wan e. Rêxistinkirin, bi rê ve birin û tanzîmkirin e.

Di heman demê de, ev hemû armancên perwerdeya me ne. Ji bo pêkanîna van; xwe perwerdekirin, rêxistinkirin û qezenckirina hêza rêveberiyê pêwîst dike. Ji bo vê şopandina peywiran, plankirina kar û peywiran, hevsengiya kar û kesê kar bike avakirin, peywirdayîna kesan û şopandina vê pêwîst dike. Ev hemû di nav perwerdeyê de xalên bi hev ve girêdayî ne.

Divê em bizanibin ku Serokatî her xwe perde dike. Di serî de ne di asteke ku her karî bike de bû, ji bo vê ne amade bû. Her ku peywir hatin rojevê û xwe spartin pêvajoyê, Serokatiyê li gorî pêwîstiya peywiran xwe perwerde kir. Ji ber ku partî û karên partiyê her berdewam dikin, divê li gorî vê perwerdeya partiyê jî her berdewam bike. Ger jiyan û karkirin her hebin, divê perwerde jî her hebe. Li gel vê di perwerdeyê de, aliyê moral, motivasyon û hestan heye; aliyê fikir, zihniyet û ferasetê heye; aliyê pêkanîna karên pratîkî û danehevan heye. Ji van re perwerdeya moralî, perwerdeya bîrdozîk, perwerdeya leşkerî û teknîkî, an jî perwerdeya pîşeyî tê gotin. Dema ku derbasî pratîkê bû, ji aliyê qad û beşên kar ve amadekirina kesan ve, perwerde di nav xwe de cuda dibe. Ger hostatiyê bi pêş bixe, em ji wê re dibêjin perwerdeya pîşeyî; ger kesan ji aliyê fikrî ve amade bike, em ji wê re jî dibêjîn perwerdeya teorîk û bîrdozîk. Ger ji aliyê moral û hestan ve kesan amade dike, em ji wê re jî dibêjin perwerdeya moralî.

Di vir de ya girîng, fêmkirina têkiliya teqez ya di navbera perwerde, jiyan û karkirinê de ye. Jiyan û karkirin bi perwerdeyê gengaz e; ji bo ku em karên serkeftî bi pêş bixin û jiyaneke rast jiyan bikin, divê em li gorî wê xwe perwerde bikin. Li ser vî hîmî em xwe amade û perwerde nekin, di jiyanê de pratika serkeftî û rast bi pêş nakeve. Li hemberî peywiran em çiqasî xwe perwerde bikin, em ê ewqasî jiyanê rast bijîn û pratika me ewqasî serkeftî bibe. Yên ku bê perwerde bikevin pêvajoyê, dê bieciqin û nikarin xwe li ser piyan bigirin. Bê amadekarî û bê watebûn wisa derdikeve holê û ew jî tê wateya bêperwerdebûnê. Bêperwerdebûn, li gorî karê xwe, xwe amade nekirine. Bi vî awayî, di rewşeke wisa de tu kes nikare karê xwe bi ser bixe û peywirên xwe bi awayekî serkeftî bimeşîne. Me xwe çiqasî perwerde kiribe û amade kiribe, em ewqasî dikarin karên xwe bimeşînin.

Ji ber ku partî jî li gorî xwe afirandina jiyaneke nû û şêwazeke jiyana alternatîf îfade dike û li gorî vê her xebat pêwîst dike; her xwe perwerdekirinê jî îfade dike. Her wiha em dizanin ku rastiya Serokatiyê, rastiyeke ku her xwe perwerde dike û dibistaneke ku xwedî xweseriyan e. Serokatî her tiştî li ser hîmên perwerdeyê bi pêş dixe, ew mijar teqez û bê nîqaş e. Rastiya çiqasî perwerde, ew qas jiyana rast û pratika serkeftî, divê em derxin zanebûnê. Ev girîng e. Divê em bizanibin ku bêyî perwerdeyê li ser navê jiyan û têkoşînê em nikarin tiştekî jî bikin. Di vê mijarê de Serokatiyê got: “Bêyî ku li Kurdistanê pêşengtiya partiyê hebe, pel jî nalebitin.” Peşêngtiya partiyê, ji bo karkirinê xwe amadekirin e. Li gorî karên gel, karên şoreşê, karên netewiyet û demokrasiyê xwe amadekirin e. Pêşengtiya partiyê vê îfade dike.

Wisa be, bê perwerde em nikarin tiştekî jî bikin. Li Kurdistanê, li ser navê azadî û têkoşînê em nikarin tiştekî bikin. Dema ku me xwe perwerde kir, em dikarin van tiştan bikin; em dikarin xwe bi çalak bikin, em dikarin di pratikê de serkeftî bibin û daneheveke pratîkî û jiyanî jî derbixin  holê. Lê di rewşa heyî de ji van rastiyan qutbûnek tê jiyankirin. Pergala qirkirina çandî, rejîma dagirker û hevkarên ku radestî wan bûne, ji aliyê hestan ve civak ji van rastiyan qut kirine. Ji ber vê pêwîstî bi hest, rih û moraleke nû heye. Bêyî ku ew hêmanên jiyanê hebin, em ne dikarin xwe perwerde bikin, ne jî dikarin kar bikin.

Ji aliyê din ve pêwîstiya me bi perwerdeyeke xurt ya fikrî û hêza têgihiştina ferasetê heye. Lewre em angaşt dikin ku, em ê li hemberî pergala heyî kar bikin. Em ê vê çawa bikin? Di destê me de dane û danahevek tuneye. Divê em van bi xwe bibînin û biafirînin. Em vê jî bi xwe perwerdekirinê dikarin bikin. Tenê perwerde dikare vê pêk bîne. Tu çiqasî feraseta xwe biguherînî, xwe têr û tijî bikî; di karkirin û peywirmeşandinê de, tu xwe çiqasî qane bikî, tu ewqasî dikarî kar bikî. Bêyî ku yekîtiyeke fikrî û qenekirin hebe, kar nayê kirin. Em niha jî êşên wê dikişînin. Em carinan dibêjin li gorî xwe bûn heye; tu çiqasî kar û peywir bîdê jî, dê ew ê li gorî zanebûna xwe tevbigere, ma tiştê ku nizanibe wê çawa pêk bîne. Ji ber vê ew yek xwezayî ye. Hevalê Mezlûm ji Serokatiyê re got: “Van tiştan em dizanin, hûn çima van dinivîsîn?” Serokatî jî got: “Jixwe em ê tiştên ku em dizanin binivîsîn, tiştên ku em nizanin em ê çawa binivîsîn?” Mirov tiştên ku dizanin, tê de qane bûne û fêmkirine pêk tînin. Wisa nebe tiştên pewîst pêk nayên. Pêwîstiya ferman û fermanameyan nayê cih.

Em encamên ji pratîka me derketine holê bigirin dest; li Kurdistanê mirov bi qasî ku qane dibin, dipejirînin û jê bawer dikin pêk tînin. Dema ku dipejirînin, mirinê didin ber çavan û pêk tînin. Zîrek in û karên serkeftî dikin. Di vê mijarê de gotina “Fizyolojiya mirovan paşve ye û nikare kar bike.” Ne rast e. Ew derew in, fikrên dijmin in û heqaretê li mirovan dikin. Lê em jî dibêjin, “Em nikarin kar bikin.” Çima em nikarin kar bikin? Ji ber ku em qane nabin, fêm nakin û napejirînin. Ji ber vê, dema ku di pratîkê de kar nedihat kirin û şêwazên wê yên rast nedihatin dîtin Serokatî digot: “Baweriya xwe di ber çavan re derbas bikin.” Ne ku ji ber kêmasiyeke din e. Digot: “Diyar e ku we xwe tam qane nekiriye, we xwe tam bi armancê ve girênedaye û hûn di asta evînê de ne girêdayî ne.”

Tişta ku em ji perwerdeya bîrdozîk qest dikin, afirandina hêza qanekirinê ye. Li ser esasê karên şoreşê, jiyana şoreşgerî, jiyana azad û xweşikbûna jiyana civakî; derdora xwe qanekirin û pê dayîna bewerkirin e. Gelo ji xeynî vê, em ê ji perwerdeya bîrdozîk çi fêm bikin? Fêrbûna çend agahiyan, ne perwerdeya bîrdozîk e, girêdana wê bi bîrdoziyê ve tune, ew tenê fêrbûna agahiyên teorîk îfade dike. Di rastiya wê de bîrdozî xwe qanekirin e. Bawerkirina jiyana azad, rastiya şoreşê ye; ji bo jiyaneke wisa têkoşîndayîn bawerkirin e. Rûmet û xweşikbûna wê, bi jiyanê ve girêdanbûn û di vir de xwe qanekirin e. Ji xeynî vê ne tiştekî din e. Ji ber vê zanebûn (bîlînç), ji agahiyên teorîk cudatir e. Fêrbûna agahiyên teorîk cuda ye, zanebûn girtin cuda ye. 

Zanebûn bi bîrdoziyê ve girêdayî ye, ya din perwerdeya nêzîkbûn û hostatiya karan e. Perwerdeya nêzîkbûnan û hostatiyê; ji bo ku em bi awayekî serkeftî danehevên xwe bixin pratîkê rê, rêbaz û şêwazên şoreşê fêr bibin û amûrên şoreşê baştir bi kar bînin pêwîst dike. Propaganda jî; ji bo ku em hêza zimanê xwe bi pêş bixin pêwîst dike.

Ger qada leşkerî be ji bo ku alavên leşkerî û teknîkî baş bi kar bînin; qada têkiliyên gel be ji bo ku em xîtabet û islûbekî baş bi pêş bixin û li hemberî gel rast tevbigerin; ger qada rêveberiyê be jî, ji bo ku em bikaribin mirovan di cih de peywirdar bikin; islûb, şêwaz, rê û rêbazên rêvebirinê fêr bibin pêwîst dike.  Em dikarin van jî di nav perwerdeya hostatî û pêşketina teknîkî de bigirin dest. Ev yek wek bi pratîkirina becerî danehevên kes, li hemberî kar baş bikaranîna van û di serxistina kar de bi awayekî bandorker û rast bi pêşxistina rêbazan dikare were îfadekirin. Em dikarin ji vê re bibêjin perwerdeya pîşeyî û teknîkî jî. Perwerdeyên leşkerî dikevin vê kategorî ye.

Perwerdeya ragihandin û çapemeniyê, perwerdeya siyasî, perwerdeya rêxistinî û perwerdeya propagandayê; ev hemû jî bi awayekî baş bi kar anîn hostatî û beceriyên xwe; ji bo bi serxistina peywiran, rêbaz û alavên pêwîst baş bi karanînê îfade dikin. Ev yek jî, tê wê wateyê ku di meşandina karên partiyê de perwerdeyeke girîng e.

Me got rastiya Serokatiyê, rastiyeke perwerdeyê ye. Tevgera me, tevgereke perwerdeyê ye. Dîroka partiya me, di rastiya xwe de xebat û têkoşîneke perwerdeyê ye. Wisa be ev dîrok çawa bi pêş ket, ji kîjan merheleyan re derbas bû, bi kîjan rêbaz û amûran, me xwe perwerde kir? Çawa me xwe gihand asta ku em rast bijîn û peywirên partiyê, karên gel û şoreşê bi awayekî serkeftî bimeşînin? Di vê mijarê de divê em ji roja derketina ewil ku em wek derketineke Serokî pênase dikin û heya roja me ya îro em bizanibin. Jixwe dîroka partiya me jî, ji aliyekî ve ji van merheleyên perwerdeyê pêk tê. Tiştê ku di vir de derdikeve pêş û girîngiya xwe li ser me ferz dike; bê perwerde tu kar bi pêş nakevin û divê em di destpêka her tiştî de xwe bi perwerdeyê, amade bikin. Di encamê de, fêrbûna hostatî û daneheva hemû karan re, em dikarin bibêjin perwerde.

Vê di serî de çawa destpê kir? Serokatî bi lêkolîn, xwendin û nîqaşan destpê kir. Bi çavdarî, agahî girtin, fêrbûn, fêmkirin, xwendin û şîrovekirina van xwe perwerde kir. Ew tişt hemû kirin bingeha kadrobûnê. Aliyekî perwerdeya Serokatiyê ya bi vî rengî heye. Di Serokatiyê de, bi zanistê xwe zanekirin û ew zanebûn zivirandina bîrdoziyê esas e. Bi vê jî dizivirîne hêza qanekirin û baweriyê. Ji destpêkê ve ji bo ku kes di xizmeta şoreş û partiyê de xebatê bimeşînin; divê ew bihatana qanekirin û rastî û rûmetiya vî karî bawer bikirana. Divê di serî de zanebûna vê bihata avakirin. Perwerdeyên ewil wisa bi pêş ketin. Derketina PKK’ê, ji pergalê qutbûn û afirandinên taybetî û pîvanên wê çêbûn. Dê ji pergalê qutbûn çawa çêbe û jiyaneke alternatîf çawa çêbe? Di serî de pirsyariya vê kir. Ji jiyan û karên wê qutbûn tiştekî cidî ye. Dibêjin: “Mirov wek masiyê ku ji avê derdikeve dibe.” Mirovan di serî de tiştekî wisa jiyan kirin. Lê dema ku mirov ji pîvan û taybetmendiyên pergalê qut dibe, ji nav wê derdikeve û dikeve nav tiştekî din, tenêbûn û veqetînekê jiyan dike.

Pergal jî, ji bo ku mirovan bixe xizmeta xwe mirovan perwerde dike. Dixwaze hest, rih, fikir û hemû nêzîkbûnên wî/ê li gorî xwe bi şêwe bike û pergala xwe bide qezenckirin. PKK’yî bûn û ketina nav jiyan û xebateke alternatif; ji van hemû taybetmendiyên pergalê qutbûn û dev jê berdanê pêwîst dike. Ew qutbûn tenê bi hatina çiyan û beşdarî nav refên gerîla bûnê, nabe. Hinek kes dikevin nav şaşiyeke wisa. Dijberî vê di nav pergalê de jî, ji wê qutbûn gengaz bû.

Jixwe PKK’ê wisa destpê kir, hem jî di navenda pergalê de li Enqereyê; di navenda jiyana wê de, ji wê qut bû û bi awayekî teqez jiyaneke alternatif ava kir. PKK tevgereke bi vî rengî ye. Dijberî vê rastiyê, em bibêjin ji wir reviya û derket çiyan û bi vî rengî xwe parast û gihîşt şêwazeke nû ya jiyanê, em dîroka PKK’ê jî rast fêm nakin. Ji ber vê jî em ê bigihîjin encamên şaş. Ji bo ku em ji pergalê qut bibin, pêwîst nake ku em ji bajar, gund û hemû qadên jiyanê birevin û bên çiyan. Ew şaşiyeke mezin e.

 PKK’yî bûn, di kesayetê de serxistina jiyaneke alternatîf û ji ber vê ji hemû jiyan û xebatên pergalê bi awayekî teqez qutbûnê dixwaze. Bêyî ku qutbûneke bi vî rengî pêk were, mirov nikare bibe PKK’yî. Ji destpêke ve, bûna xwediyê sekneke bi vî rengî ya jiyanê, ji ber vê ye. Ew jî li gorî ya nû her xwe perwerdekirinê pêwîst dike. Ger mijara gotina me ji pergalê qutbûneke misoger be, di du şaxan de girîngiya perwerdeyê derdikeve holê; yek, li hemberî hemû zanebûnên kevn têkoşîn bi pêş xistin û ji bîr kirin, mehkûmkirina wan e; ya duyem jî fêrbûna tiştên nû û li gorî vê xwe zane kirin e.

Kesek çiqasî ketibe nav jiyana pergalê, di partîbûnê de bi pêş ketin û ketina nav jiyana PKK’ê ya vî kesî jî dê ew qas bi zehmetî be. Li gorî vê xwe zêdetir perwerdekirin, hewldana têkoşîna hundirîn nîşandayinê pêwîst dike. Bi awayekî giştî, bandorên pergalê ji ser xwe avitin û derbaskirina wan pêwîst dike. Ji aliyê din ve divê rastiyên ku aîdî rastiya Serokatî û partiyê ne, bike cihê wan tiştên ku di hundirê xwe de hildiweşîne. Ev yek jî zêdetir hewldan û têkoşînê ferz dike. Kesek çiqasî ketibe bin bandora modernîteya kapîtalîst, ewqasî dûrî PKK’yî bûnê ketiye. Ji vî aliyî ve PKK, ji sosyalîzma pêkhatî (rêl sosyalizm) cuda dibe. Pîvanên sosyalîzma pêkhatî çi bûn? Digotin: “Mirov çiqasî di kapîtalîzmê de bi pêş ketibe, hîm û bingeha sosyalîzmê jî ewqasî bi pêş ketiye.” Di pratîkê de derket holê ku ew nêrîn şaş e.

Dijberî wê rastiyeke îsbat bû. Rast e, PKK jî di nav derdoreke wisa de derket holê, lê piştre ber bi pîvan û xeteke rastir ve meşiya û li ser xeteke wisa xwe da rûniştandin. Ji bo perwerdeya PKK’ê, pêwîst nake ku mirov di perwerdeyeke pergalê re derbas bibe. Dijberî vê mirovên ku di perwerdeya pergalê re derbasbûne divê mirov zêdetir têkoşîn bike. Ew zêdetir zehmetiyan, bi partiyê didin kişandin. Kesek çiqasî ji jiyan û perwerdeya pergalê dûr mabe, ewqasî ji perwerdeya PKK’ê re vekiriye. Dîroka me û jiyankirinên me yên şênber ev nîşanî me dan. 

Ji aliyê perwerdeyê ve, em di gelek merheleyên girîng re derbas bûn. Di destpêkê de em ne di vê astê de bûn. Em her bûn tevgerke perwerdeyê; lê nêzîkbûn, şêwaz û şêwaya perwerdeya me her ne wisa bû. Di serdemên stratejîk yên cuda de; naverok, armanc, amûr û rêbazên perwerdeya me jî cuda bûn. Mînak, di dema bîrdozîk ya partiya me de; armanca perwerdeyên me, zanebûneke nû qezenckirin, di vê de xwe qanekirin û li gorî vê zanebûnê jiyîn û bi riya propagandayê ew zanebûn li derdora xwe belavkirin bû. Rêbaza vê jî zêdetir pêşxistina perwerdeya teorîk û bîrdozîk bû. Zêdetir xwendin û lêkolînkirin bû. Me ev yek bi awayekî komî û takekesî dikir. Serokatî ew, di hemû qadên nîqaşê de, di semîneran de, di pirtûkxane û yurdan de, di dibistan û komaleyan de û di malên xwendekaran de dikir. Di wê demê de, ew qad hemû bi kar anîn û di perwerdekirina xwe û kadroyan de girîngî dida wan. Perwerdeyên herî bingehîn jî, perwerdeyên komî ku li malan pêk dihatin bûn. Bi vî awayî jiyan jî dibû du beş; yek, bi perwerdeyê xwe amadekirin bû. Duyem, xebat û têkoşîn meşandin, propaganda bi pêş xistin û di nav têkoşîna rojane ya ciwanan û qadên din yên têkoşînê de cih girtin bû.

 BERDEWAM BİKE