HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Kurdistan wêneyekî zindî û bêdawî ye; geliyên kûr, çiyayên serhildêr, zinarên bêbinî, zozanên bêdawî, avên ku jiyanê didin, daristanên ku bi salan e li ber xwe didin û axa ku bi hezaran zindî di hembêza xwe de xwedî dike.

Rastiyek heye ku erdnîgarî kesayetî, hebûn û sedema pêkbûna mirovan diafirîne. Mirov li ser ax û erdnîgariya xwe xwedî nasname, çand û hunerê dibe. Ax û çiyayên ku gelê Kurd lê dijî, nasnameya wî jî diyarkirine.

Avaşîn parçeyek ji vê ax û erdnîgariyê ye ku bi hezaran can re bûye jiyan û ji wan re bûye mal. Ev der, ku cîranê Cîlo û Çarçelayê, herwiha Zap û Şemzînanê ye, gelek efsane û gelên kevnar di hembêza xwe de girtine.

Gelê Kurd ji bo ku xwe ji gelek şer û êrîşan biparêze, çiya ji xwe re kirine war. Li van çiya û axan ked dane û xwêdana xwe rijandine. Îlhama çand û hunera xwe ya ku mirovan dixe bin bandorê ji van axan wergirtine. Bi vê ked û hişmendiyê ax hîn xweşiktir kirine. Ji bo xweşikkirin û parastina axa bereketdar, her tiştê ji destê wan hatiye kirine.

Ji dîrokê ve Kurdistan ne tenê ji gelê Kurd re, ji gelek netewe, şaristanî, ol û gelan re jî hembêza xwe vekiriye. Van gelên kevnar ji bo xwe biparêzin li ser hemû lûtkeyên çiyayan sûran, penageh û wargehên ku dest nagihîje wan ava kirine. Weke ku dîrok jî nîşan dide, ma xwe parastin ne ew e ku mirov bibe xwe bi xwe?

Dibêjin mirov li cihê ku ked dide û xwêdana xwe dirijîne xwe dibîne. Ji ber ku wê demê mirov digihîje hişmendiya xwe. Her ku hişyar dibe, her tişt digihîje wateyê. Bi watedarbûnê re jiyan xweşiktir dibe û têkoşîna gihîştina armancê pêş dikeve. Wê gavê maratona mirov bi xwe re dest pê dike.

Avaşîn jî erdnîgariyek e ku şahidiya vê rastiyê dike. Avaşînê ku bi têkoşîna gerîla di dîrokê de cihê nû girt, çawa ku di dîrokê de mêvanperwerî kir, îro jî di têkoşîna gerîla de xwedî cihekî girîng e. Avaşîna ku şahidiya gelek qehremanî û mêrxasiyan kiriye, îro bûye welatê kokan û warê şehîdan.

Dibe ku ne dîrokeke pir dûr be, lê ma ne Avaşînê bû ku ji Cumalî, Çavrê, Mahir, Ekin, Diyana, Medenî, Hêmîn, Arnos, Gaffur, Rahîme, Zerdeşt, Şiyar û Nûcan re bû jiyan û jiyan lê zêde kir? Me got erdnîgarî kesayetiyê ava dike. Dema em qala van hevalên şehîd dikin, tam li vir em nirxên ku Avaşînê afirandine dibînin. Van qehremanên ku navê wan tê bilêvkirin û gelekên din weke Avaşînê hêrşker û berxwedêr bûn. Ji ava, axa, kevir û hewaya Avaşînê vexwarin, dest lêdan û kişandina wê nav xwe, bi van qehremanan re bûn e. Avaşînî bûn, gerîla bûn bû. Hêmîn bûn, bi rojan bi hevalên şehîd re tenê man û berxwedan bû. Medenî bûn, tevî hemû zehmetiyan îdîaya serkeftin û gihîştina serfiraziyê bû. Arnos bûn, bi hemû zehmetî û xweşikiyên jiyanê ve girêdan bû. Diyana bûn, destdanîna dilê hevalan bû. Ekin bûn, abîdeya wêrekî û dilnizmiyeke mezin bû. Cumalî, Çavrê, Mahir, Amara, Adîfe, Devran, Ernesto, Delîl, Serhed, Sarya, Botan û Özgür bûn, li hember teknîka ku dijmin bêwestan û bi bêçaretî bi kar dianî berxwedan û bi hêviyê ve girêdayî man bû. Bi kurtî, di rêwîtiya serkeftin û hêviyê de bi hevalên rê re yek bûn û ber bi siberojên azad ve bi wan re bazdan bû.

Îro heke em dikarin li ser rê rast bimeşin û hevalên me yên ku li axa dayikê kok berdane di vê rê de bi dîroka me re pê re ne, ne pişta me dikeve erdê û ne jî lingê me bi astengiyekê dikeve.