Dibe ku di şevekê bê heyva tije de bû, dibe ku jî di ronîtarîn kêliya şevê de. Di demeke pir cuda de.
Kî ji we li ku derê bû, li kîjan mevzî, di nobeta saet çendan de, di dema kîjan çalakiyê de, li kîjan derî, di kîjan rizgarkirinê de bû? Hûn di bêhna serkeftina çi û kîjan tiştan de bûn? Hesta berxwedanê, bawerî û tolhildan; her tişt bi hev re û di nav hev de bû.
Ev hest dîrokî bû. Erê, ew ne pir nû bû û ne jî ji nişka ve di dil û mejiyê canên çiyayî de çêbûbû. Zarokên vî gelî çi Zîlan, çi Dêrsim û çi Mereş dîtibûn. Li vir, di şerê gerîla de jî têkoşîna şerekî dîrokî hebû û piştî 2015’an heta sala 2025’an, hema bêje li her qadê, şer bi dilên çiyayî û canên çiyayî re hebû. Ez li hember bedenên vî şerî me; şerek ku bi qasî dîrokîbûna xwe berdêlên giran hebûn û bû sedema windabûna gelek canan. Di her bedenê de esaleteke bêhempa heye. Di gerîla de dibêjin şehîd namirin. Erê, tu dibêjî qey her beden di xewneke kûr de ye.
Ma bedenên mirî mirovan natirsînin? Min ev yek ne di çavên kesî de dît û ne jî di dilê wan de hîs kir. Berevajî, yên ku cihê hevalê xwe yê di xewna kûr de amade dikirin, rast dikirin û bi awayê herî xweşik pêşwazî lê dikirin… Nêzîkatiya herî nerm û herî hestyar ji bedenên ku sembola esaletê ne re. Tevî tîjbûna rojê, bêxewiya rojan û westiyayîtiyê, xizmeta şehîdan di çavê her gerîlayî de peywira herî mezin bû. Di wê kêliyê de ew xwêdan ji bo hevalê xwe dirijand.
Ev, hewldana ji bo ku bêxwedî û bêcih nemînin bû. Dibe ku tiştekî wan ê zêde tune bû, lê diviyabû van lehengan cihek, gorek hebe.
Min gelek gerîla dîtin, nas kirin û bi wan re sohbet kir; min şahidiya peywirên wan û kêliyên çalakiyên wan kir. Di çavên her gerîlayî de min şahidiya girêdana wan bi jiyanê, îdîaya serkeftinê di her şertî de û biryardariya wan kir. Ev şer e; nayê zanîn kengî, li ku derê û çi bibe. Carinan di sohbetên me de, ji devê her gerîlayî ev hevok derdiket: “Heke rojekê bigihîjim şehadetê, herçiqas gorek min tune be jî, dixwazim perçeyek ji min li cem hevalên min ên şehîd be” …
Mirov tenê û tenê di gerîla de dikare dilê ku van kêliyan û van şahidiyan hilgire, di xwe de perwerde bike.
