HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Rêber APO bi ked û têkoşîna xwe ya mezin li Rojavayê Kurdistanê şoreşeke muazzem pêş xist.

Ev şoreş bandora xwe li her çar perçê Kurdistanê jî kir, di kolanên Kobanê de bi şergerên dil ji pola şerê sîng bi sîng dihate meşandin. Bi vê êrîşê û pêva şer li Rojavayê Kurdistanê her ku çû berfireh bû. Bi taybet piştî têkçûyîna DAIŞ’ê a li bajarê Kobanê şer û pevçûn belavî her qadê bû. Lê berxwedaniya Kobanê jî da îspat kirin ku hêza gelê Kurd ji vê zêdetire. Ger keç û xortên gelê Kurd û bi sedan cîwanên enternasyonal yên ku dile wan ji bo azadiyê lêdide, li Kobanê li hember wan çeteyên ku para xwe ji mirovbûnê negirtibûn şerekî bê eman dabin meşandin, ev tê wê watê ku hêza jin û mêrxasên fedayî têrî her tiştî dike.

Sara Cezayîr bi navê xwe yê tevgerê Ararat Tolhildan, bi sekna jina azad ya ku Rêber APO afirandiye pir bandor dibe, di nava şoreşa Rojava de hêza jina Kurd dibîne û pê bawer dike. Destpêkê di nava tevgera ciwanan de cihê xwe digre, bi hevaltiya ku di nava tevgera APO’yî de dibîne û nas dike bandor dibe û wisa biryara xwe ya tevlîbûnê dide.

Şerê ku li Kobanê hate meşandin li ser her ciwanekî Kurd bandor kir, Ararat Tolhildan jî weke jineke ku li Kobanê mezin dibe û şahidî ji wan kêliyên dîrokî re dike, bi biryareke xurt dixwaze bibe perçeyek ji vê şoreşê, berê xwe bide çeperan û dixwaze li hemberî wan çavsoran şerê hebûn û azadiyê bimeşîne. Bi vî rengî Ararat tevlî şerê rizgariyê dibe, di temenê xwe yê ciwan de çek hildide û bajarê xwe ji wan zaliman diparêze.

Piştî ku Kobanê ya berxwedêr tê rizgar kirin, Ararat vê carê berê xwe dide çiyayên azad ên Kurdistanê. Perwerdeya xwe ya bingehîn li Garê dibîne û di vê perwerdeyê de fêrî jiyana gerîla dibe. Di pêvajoya şer û pevçûnên ku li çiyayên Kurdistanê tê meşandin, Ararat perwerdeyekî biranş weke pêwîstî dibîne û daxwaz dike ku ew jî derbasî akademiyên leşkerî yên biranşan bibe. Li ser wê esasî derbasî akademiya şehîd Mahîr ya biranşan dibe. Dewreyeke sabotajê dibîne û fêrî terz û tektîkên nûjen yên gerîla dibe. Di serdema gerîlatiya nûjen de pispor dibe û di vê perwerdê de weke gerîlayeke xwedî biranş û çalakvan derdikeve.

Xakurkê, di dîroka tevgera azadiyê de cihê berxwedanî û serî li hember dijmin rakirinê ye. Her gerîlayekî ku dema berê xwe dide vê qadê bi lehengtiya şehîd Bêrîtan bandor dibe û ji bo ku layîqî vê berxwedaniyê bibe soza serkeftinê dide. Gerîla Ararat Tolhildan jî piştî perwerdeya biranşê derbasî qada Xakurkê dibe, li wir pratîk dide meşandin. Ji bo ku xwedî li jiyanê derkeve gelek ked dide û li hember êrîşên dijmin tedbîrên bi bandor digre.

Ararat bi sekna xwe ya bi xwestek û tevlîbûna xwe rêhevalên xwe bandor dike. Ji her erkê re xwe amade dibîne. Ji xwe bawer, fedakar û kedkare. Kelecana xwe ji jiyanê digre. Dema ku li ser erke, hîn mezin difikire û xwe di her warî de pêşdixe. Di serdema ku dijmin êrîşên xwe dijwar dike de Ararat, di her tiştî de xwe zana û pispor dike. Weke şervaneke azadiyê li kîjan qadê tê erkdar kirin, di nava hemû zor û zehmetiyan de bi kedeke mezin û wêrektiya xwe radibe. Ararat her ku di nava jiyanê de gavên li pêş diavêje hêza xwe hîn baştir dibîne. Ji bo ku xwedî li hevrêyên xwe yên şehîd derbikeve her di nava tevgerê de ye. Bi danehevên xwe yên şoreşê hêz digre û hesreta azadiya welatê xwe jiyan dike. Ji bo ku gelê Kurd û tevahî rêhevalên wê rojên azad bibîne têdikoşe, bi hevalên xwe re di nava her çeperê de li berxwe dide.

Ji Kobanê ya berxwedêr berê xwe dide lûtkeyên çiyayan, bi ezmûnên jiyanê re fêrî terz û tektîkên gerîlatiya nûjen dibe. Sonda wê ya rizgariya welat pêl bi pêl bilind dibe, bi xeyalên xwe ve dimeşe. Şer û têkoşîna xwe di nava tevgera APO’yî de, bi rêgezên azadiyê û bi awayekî xurt dide meşandin. Di nava kêliyên jiyanê de li hember nirxên hevaltiyê parêzvanê xeta azadî û welatheziyê ye. Ji ber ku bi zaferê bawere moralê wê ti carî lewaz nakeve.

Ararat ji kar û xebatên tunelan heta hazirkirina rewşên şer di erazî de xwedî roleke mezin e. Bi angaşteke mezin jiyanê diparêze û bi heskirineke ji dil bi rêhevalên xwe re dibe alîkar. Ji ber wê Ararat di nava rêhevalên xwe de weke jina kedkar tê bi lêv kirin. Ji bo ku di nava çeperên pêş de cîh bigre pir hewildan dide, di nava qadê de her pêşniyar dike ku derbasî sengerên li pêş bibe. Ji bo ku ev daxwaza wê were qebûl kirin jî dikeve di nava hewildan û lêhûrbûneke pir mezin.

Ararat ji jiyanê hez dike. Ji ber wê jî berdêlên wê jî her çiqas giran bibe jî, ji bo wê tu carî nabe asteng. Hêviyên wê bilindin, ji ber ku ji qada Xakurkê pir hez dike. Çi zehmetî jî hebe ew bi bêhneke fireh derbas dike. Qada Xakurkê di dîrokê de şahidî ji gelek mêrxas û lehengan re kiriye. Di nava rûpelên dîrokê de navên wan qehremanan bi xetên zêrîn hatine nivîsandin. Ararat Tolhildan wê di nava vê dîroka bi heybet de cihê xwe bigre. Bibe sembola wan jinên ku serî netewandine û berê xwe dane azadiyê.

Ararat bi bedewiya ku li çiyayên Kurdistanê dibîne xwe di nava wê xweşikbûnê de dipêçe, ala serkeftinê di bilindahiya wan çiyayan de hildide û li ba dike. Di nava her kêliyên dîrokê de Ararat bû temsîla ruhê berxwedêr yên ku di çeperan de şer bike û zaferê ji xwe re esas bigre.

Piştî tevlîbûneke ji dil û bi heskirineke mezin ya ber bi azadiyê ve meş, Ararat Tolhildan di nava van sond û biryaran de dibe dilopeke ji ava lolanê ya herikbar. Ruhê wê dibe gula şilêr û di nava erdnîgariya Xakurkê de reng dide. Dibe teyrê baz û li ser lûtkeyên çiyayên Şekîf û Evdilkovî de bi bask dibe û difire. Şehîda nemir Ararat Tolhildan di Nîsana 2024’an de li qada Xakurkê di encama êrîşeke ezmanî ya dewleta Tirk de digihêje şehadetê. Wê xeyal û armanca wan ya azadiyê tu carî neyên ji bîrkirin, wê xeyalên wan her mezin bibin û ber bi asîmanê welat ve bilind bibin.