Mijara ku ez hewl didim şîrove bikim ne vejandina bîranînên “serdema zêrîn” a rabirdûyê ye, ne jî xeyalkirina “utopyayeke” nû ya pêşerojê ye.
Ez pêşxistina hêza sêwirandinê derbarê van her du mijaran de biwate nabînim. Her çiqas zihniyetên civakî bi van cureyên hûrbûnê barkirî bin jî, ev şîrove û vegotin ne xwedî wê nirxê ne ku zêde alîkariya rastiya civaka exlaqî û siyasî ya ku ez bi bingehî hewl didim şîrove bikim, bikin. Her çiqas em alîkariya wan bi tevahî înkar nekin jî, divê em bi zanîna ku ew dibin sedema metirsiyan li ser wan rawestin û wan bikin mijara hin vegotinan.
Ji van aliyan ve têgeha modernîteya demokratîk ne hewldanek e ku ji “serdema zêrîn” xeber bide, ne jî “utopyaya bihuştê” ya pêşerojê ye. Herwiha ew ne serdemên dîrokî û şêwazên civakê ne ku zanista pozîtîvîst pir li ser wan disekine. Çi bi rêbazên metafîzîk çi bi rêbazên pozîtîvîst werin derman kirin, ez van cure vegotinên dîrok û civakê wek rêbaz qebûl nakim; herwiha divê herî kêm ji aliyê xwe ve bibêjim ku ew encamên dişibin hev çêdikin û şîroveyên wan ên rastî û heqîqetê, wek ku ew gelek îdia dikin, lihevhatî nînin. Ez ezmûnên materyala dîrokê ji bo fikirînê bêguman pêwîst dibînim. Ne tenê materyala dîrokê, materyal û ezmûnên xwezayê jî pêwîst dibînim. Di vê mijarê de ez ne bi nêzîkatiya empirîstekî tîpîk tev digerim, ne jî bi nêzîkatiya îdealîstî (fikrperestiya mutleq) ya ku berevajî wê îdia dike mirov dikare ji materyal û ezmûnên xwezayî û dîrokî serbixwe raman biafirîne. Ez dizanim ku bi van rêbazan di tevahiya dîroka şaristaniyê de berhemên nivîskî yên bêhesab hatine afirandin. Tevî ku ez bawer dikim divê mirov ji wan agahdar be, di heman demê de qenaeta min ew e ku ji bo şîrovekirina heqîqetê ne şertê ku jê re derbas nabe ne. Dixwazim destnîşan bikim ku şîrovekirina heqîqetê bêyî wan mimkun e. Bi taybetî ez ekola lêkolînerên pozîtîvîst a di dewlemendiya materyalên dîrokê de binavbûyî pir belengaz û şayanê dilovanî dibînim. Bi heman awayî, ez bawer nakim ku xeberên ji nepenîyê yên şêxên bêmateryal ên ku kerameta wan ji xwe ye, gelek têkildarî heqîqetê bin. Ew jî rewşeke şayanê dilovanî û belengaz dijîn.
Tenê rexnekirina nêzîkatiyên empirîk û îdealîstî têrê nake. Girîng e ku mirov bi rexne li rêbazên gerdûnparêzî, pêşketina xêza rast û rêlatîvîzmê jî binêre ku şêwazên cuda yên van her du rêbazan in. Bi giştî heqîqet ne bi rêbaza pêşketina xêza rast, ne jî bi rêbaza rêlatîvîst dikare were avakirin an keşifkirin. Bêguman asta bilind a hişê nerm a xwezaya civakî di avakirina rastiya civakî de vebijarkeke berfireh a azadiyê pêşkêş dike. Lê ev rewş ne bi wê wateyê ye ku, wek rêbaza rêlatîvîst îdia dike, “Her kes dikare rastiya xwe çawa bixwaze ava bike.” Rastiyên heman awayî jî ne bi wê wateyê ne ku, wek îdealîst difikirin, “Wek li Lewhê Mehfûz hatiye nivîsandin, dema wextê wê bê pêk tê.” Rêya zihniyetê ku rastiyên civakî (xwezayên civakî; ji klanê heta neteweyê, çîn, dewlet û hwd.) bi materyala civakî ya di şertên dem û mekanê yên heyî de û bi fikirên nû wek rastiyên nû ava dike, wek rêbaza herî realist xuya dike an dikare wiha were qebûlkirin.
Her çiqas dubare be jî, tişta ku ez hewl didim rave bikim ew e ku divê rêbaz bêguman xwe bispêre xwezaya civakî, bi taybetî jî civaka exlaqî û siyasî ku ez bawer dikim û pê ewle me ew awayê wê yê bingehîn ê hebûnê ye. Ez hewl didim destnîşan bikim ku hemû ekolên ramanê, berhemên zanist, felsefe û hunerê yên ku têkiliya wan bi civaka exlaqî û siyasî re tune ye, bi kêmasî ji dayik dibin û zû an dereng dibin sedema metirsiyan. Ez wek şertê yekem destnîşan dikim ku hemû pirsgirêkên rêbazê yên divê pê ve girêdayî bimînin û hemû berhemên zanîn, etîk û estetîk divê bêguman civaka exlaqî û siyasî bikin bingeh. Dixwazim balê bikişînim ser vê yekê ku hemû rêbaz, zanîn, etîk û estetîka ku li derveyî vê şertê yekem pêk tê bêbawer, kêm, tijî xeletî, nerindî û xerabî dibe. Ez bi israr rave dikim ku ev xal ne tenê qenaet û ramanên min ên kesane ne, lê di rêya heqîqetê de xwedî nirxa normên bingehîn in.
Piştî ku min dîsa rêbaza nêzîkatiya xwe ya derbarê modernîteya demokratîk de destnîşan kir, dê were famkirin ku min bi analîzên heta niha hewl daye nêzîkatiyeke du alî pêş bixe. Xala yekem a ku analîz bi israr hewl didin destnîşan bikin ew e ku pergala şaristaniyê bi domdarî civaka xwedî taybetmendiya exlaqî û siyasî, ku rewşa dayî ya xwezaya civakî ye, xirab dike, îstismar dike û li ser wê monopolên îstismar û desthilatdariyê ava dike û bi vî awayî pêş dikeve. Ev xal pir girîng e û bêguman hewce dike ku were famkirin û analîzên pêwîst ji bo wê bên pêşkêşkirin. Min hewl da wiha bikim. Ji ber şertên ku ez tê de me, her çiqas sînorkirî be jî, min materyalên heyî bi kar anî; lê bi bingehî min hewl da pergala şaristaniyê bi şîrovekirina jiyanê, jiyana xwe, ya ku rêya bêjêneger a heqîqetê ye, di nav hev de bi van materyalan analîz bikim. Li gorî min pêşkêşkirina materyalên zêde ne pir pêwîst bû. Metirsiya wendabûna di hûrguliyan de hebû. Lê min bi daneyên pêşkêşkirî hewl da bi eşkereyî nîşan bidim ku jîyana bêmateryal bi tevahî jî nabe.
Encam ev bû: Serdemên mezin ên şaristaniyê li gorî diyalektîkê li dijî kê hatibûn pêşxistin? Wan têkilî û nakokiyên xwe bi kê re, li ku û çawa saz kiribûn? Her çiqas bi materyala herî kêm û hêza şîroveyê be jî, ji ber ku peyvên naskirî yên “demos” ji bo tevahiya têkilî û dijberiyan, û “kratiya” bi wateya xwe-rêvebirinê, gelek tên bikaranîn û di cîhana entelektuel de berbelav tên zanîn, ez jî ji pêşkêşkirina wan bi hev ve neketim paş. Bêguman Demoskratiya hemû yekîneyên civaka exlaqî û siyasî nagire nav xwe. Belkî jî tam wek ku demekê li Îonyayê hatiye jiyîn, tê wateya “Konfederasyona Eşîran”. Ji ber vê yekê dibe ku yekîneyên exlaqî û siyasî yên jêrîn, jorîn û yên din ên cuda negire nav xwe. Ne tenê dibe, bi rastî nagire nav xwe. Lê ji ber ku qenaeta min ew e ku peyv di nav yên heyî de niha herî guncaw e, ez ji bikaranîna wê neketim paş. Eger di pêşerojê de termînolojiyeke guncawtir were pêşxistin, bêguman ez li ser pêwîstiya bikaranîna wê dudil nabim. Tişta girîng naveroka ku tê de ye; ew e ku em bi naverokê çi mebest dikin.
Peyva duyem “modernîte” ye û hewcedariya ravekirina wê zêde tune ye. Wek ku bi berfirehî tê pejirandin, ew dem, serdem û heyamên ku tên jiyîn û xwedî normên diyar in vedibêje. Wê demê, çiqas serdemên şaristaniyê hene, ewqas, heta bi qat qat zêdetir Demoskratiya û modernîteyên demokratîk jî hene. Lewra gelek yekîneyên civaka exlaqî û siyasî hene ku ez dikarim wan wek modernîteyên demokratîk şîrove bikim û pergalên şaristaniyê bi tevahî negihîştine wan û nikarîbûne wan bikin monopolê îstismar û desthilatdariya xwe. Dîrok di vê mijarê de materyalên pir pêşkêş dike. Min jî hewl da tenê çend nimûneyên wan bidim.
Xala duyem a girîng a derbarê modernîteya demokratîk de ew bû ku yekîneyên wê xwe wek pergalên şaristaniyê û di çanda maddî de rêxistin nekirine an nikarîbûne rêxistin bikin. Ji ber ku şaristanî neçar in amûrên îstismar û desthilatdariya monopolî ya rojane bixebitînin, ew hem ji aliyê îdeolojîk ve pir sazûmanî û rêxistinkirî bin û hem jî di avahiya maddî de bi yekîtî û çalakiyê tev bigerin. Materyala dîrokê di vê mijarê de bêdawî dewlemend e; kesê bixwaze dikare çiqas bixwaze bibîne. Lê yekîneyên modernîteya demokratîk ne di heman pozîsyonê de ne. Bi rastî, ji ber ku ew bi domdarî di navbera pozîsyona berxwedanê û pozîsyona kolonîbûnê de diçin û tên, û ji ber ku yekîneyên serbixwe yên li goşe û quncikan, serê çiyayan û nava çolan mayî pir pêş neketine, nikarin xwedî heman pergala avahiya îdeolojîk û maddî bin. Ez naxwazim bibêjim ku ew nikarin tu pergal, îdeolojî û avahiyê pêş bixin. Bêguman dîrok tijî çandên avahiya îdeolojîk û maddî yên pir dewlemendtir e ku wan jî pêşkêş kirine. Her çiqas ji ber hegemonyaya îdeolojîk a şaristaniyê pir nayên eşkerekirin jî, divê qet guman neyê kirin ku dîrok di vê alî de daneyên pir dewlemend pêşkêş dike.
Min hewl da heta roja îro her du serên şaristaniyê bi xetên wan ên sereke bişopînim. Tevî hemû rêkûpêka min a hişk, ez bawer dikim ku min her çiqas ne têrker be jî meylên sereke nîşan dane. Dê were dîtin ku min bi taybetî modernîteya ku kapîtalîst tê binavkirin bi berfirehî analîz kir. Li hember vê, dikare baş were şopandin ku min dijberên heman serdema modernîteyê jî bi berfirehîtir û bi hin rexneyan re pêşkêş kirine. Encamê ku divê ji van rexneyan were derxistin, bi eşkereyî bi erkê modernîteya demokratîk a ji nû ve avakirina xwe re têkildar e. Em dizanin ku hêzên fermî yên modernîteya kapîtalîst, di bin pêşengiya lîberalîzmê de, bi hemû hêz û derfetên xwe, bi her cil û bergî, çi xwe nû bikin çi nekin, di pêşkêşkirina xwe de pir jêhatî û bi ezmûn in. Em nikarin heman tiştan ji bo hêzên modernîteya demokratîk bibêjin. Di ezmûnên dîrok û rabirdûya nêzîk de, dikare di helwesta wan a li dijî lîberalîzmê de bi eşkereyî were dîtin ku ew çawa ji aliyê îdeolojîk ve hatine helandin û zelalbûna xwe winda kirine. Ji bo ku heta ku mimkun e neyên van rewşan û herî kêm careke din derfet nedin pozîsyonên trajîk û pirêş ên rabirdûya nêzîk, zelalkirina erkên ji nû ve avakirina yekîneyên modernîteya demokratîk girîngiyeke mezin heye.
Dema dibêjim yekîne, mebesta min hemû civak, kes û tevgerên ku rewşa xwe ya dijpergalî kêm zêde dizanin û dijîn e. Van hebûnên ku piraniya mezin a xwezaya civakî pêk tînin, mixabin di warê hêza kalîteyî de pir li pey pirbûna hejmarî ya xwe mane. Ji nû ve avakirin divê berî her tiştî armanc bike ku pirbûna wan a hejmarî veguherîne hêzeke kalîteyî. Eger em carekê jî ji bîr nekin ku torên monopolî yên bazirganî, pîşesazî, fînansî, îdeolojîk, desthilatdarî û dewleta-neteweyî yên li asta gerdûnî çiqas berfireh û di nav hev de ne û li dijî armancên xwe çiqas ecêb û tuneker tev digerin, ew erkek pir eşkere û nayê paşxistin e ku yekîneyên modernîteya demokratîk bi ji nû ve avakirina xwe bigihîjin hêzeke li gorî pirbûna wan, herî kêm ji bo rakirina bêhevsengiya mezin a di navbera wan de. Mimkun e van erkan di sê sernavên sereke de destnîşan bikin. Van her sê erkan ku bi hev re pir xurt girêdayî ne, pîvanên entelektuel, exlaqî û siyasî hene. Lê têkiliya xurt û dualî ya di navbera wan de pêwîstiya serxwebûna wan a teqez a sazî ji holê ranake. Berevajî, divê her qad wek saziyek di dîrokê, îro û pêşerojê de serxwebûna xwe biparêze. Wekî din nikare fonksiyonên xwe bi awayekî rast pêk bîne. Zelalkirina saziyên û erkên têkildarî van qadên erkê yên di dîrokê de pir di nav hev de jiyane û rêkûpêkkirina awayê ku dikarin bi hev re bixebitin, mijarên ku divê bên çareserkirin in.
