HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Mijara herî sereke xwedî li bîranîna berxwedaniyên 14’e Tîrmehê derketine. Xirabiya herî mezin ew e ku, mirov hevaltiya partiyê, hevaltiya dozê û rêhevaltiya rastiya berxwedaniyê bi hemû aliyan ve fêm neke.

Me hertim vê got; “ger ku em heya niha jî girêdayî erkên xwene û dest ji berxwedaniya xwe bernadin çavkaniya herî bingehîn jî girêdaniya me ya li hember rêhevalên me yên berxwedêr û tevahî rêhevalên me ye. Heya dawiyê vê di xwede his kirin û serkeftinê re jiyan kirin pir giringe. Çi dibe bila bibe pêwîste em jiyana rêhevalên xwe yê şehîd yên berxwedêr beriya jiyana xwe bigrin dest.

 Beriya her tiştî di despêkê de jiyana wan piştre jiyana me. Ji derveyî vê hûnê pir nizim bibin. Ez bi salane qîr dikim; “hûn vê berxwedaniya mezin çawa fêm dikin? Ma hûn na bînin? Hêza min jî ji bo rakirina bîranîna wan terê nake, li hember wê zehmetî jiyan dikim. Di milekî de hewildidim ku di milê teorîk de di milêdin de jî derfetê pratîk bûyînê pêş bêxim. Ma hûn çi dikin? Hûn nikarin perwerdeya xwe jî bi bînin. Nirxên ku hatine ava kirin heye. Ev nirxana mîrasê rêhevalên me yên berxwedêrin. Ji ber ku pir şehîd hate dayîn, berxwedaniyên pir mezin hate kirin û her ku diçe ev nirxane mezin dibe. Di vê milî de tiştên ku mirov jê fêm neke nîne.

Di hûndirê vê de ava kirina mirovên nû heye. Di hûndirê vê de bi misoger ava- kirina serbixwe bûna gelekî heye. Di hûndirê vê de, bersiv dayîna azadiyê û kedên hatine dayîn heye. Ev nirxana nirxê vanene. Teoriya şoreşgertî yê, çavkaniya ku ji wê digre ango polîtîka, her cûrê rêzik û hêza jiyanê ji bo vê ye. Di asta yeke mîn de girêdan bûyîna min li hember van nirxên berxwedanê heye û ez ti carî destur nadim were perçiqandin. Lê belê, bi tenê serê xwe van nirxane ne dayîna perçiqandin têrê nake. Pêwîste ji jêr heya serî tevahî partî û şervan hemû dinava vê helwestê de bin. Hûn pir ciwanin, di xanê we yê serkeftinê de tu tiştek jî nîne. Ma hûnê ne bêjin, “ pêwîste ez ji bo serkeftinê jiyan bikim, pêdivî heye ku ez hin serkeftinan di vê jiyana xwe de bi dest bixim.” Hûn mirovên ji rêzê bin jî pêwîste hûn vê pirsê ji xwe bikin. Ma hûnê ji xwere ne bêjin ez dinava gemariyek de me? Hûn her tim di bêjin “me dewisand, me li ser kedê we xwe da jiyan kirin, me xwast em xwe bi bandor bikin û me xwe bi hêz da nîşandan.” Ma ev helwest wê were efû kirin? Ger ku kesekî xwe bi radestê van tiştan kiribe ji wê kesê, her tiştê qirêş û lenet wê der bikeve? Terbiye ew e ku; “mirov bizanibe bi layîqî nirxan be û girêdayî be, bi kedê re girêdayî be û bi zanî be bi serkeftinê re girêdayî be. Di vê em vê bê hûrmet bûyînê û bi terbiye bûyînê derbas bikin. Ev jî ji kuderê re derbas dibe? Li hember erkekê, kêm zêde vegotina nirx kirinê, wê rêve birin û windahiyên vale û xirab ne dayînê pêwîst dike. Di vê mijarê de bila kêmekê wicdanê we bikeve tev- gerê de.” Ez cardin pirs dikim, ewna çawa berxwedanî weke hûnerê hîn bûn? Hûnê bibin mirovê kîjan erkê, li ser esasê partî bûyînê bibin leşker û bibin gerîla. Ger ku we li ser vê bingehê bi her awayî xwe bêaman dayê ew dem, we di jiyana xwe de rêya xwe ya herê rast pejirandiye. Berûvajiyê vê, mirina we jî bikêrî tû tiştê nayê. Ango, her tiştên ku nedi vê rêya rast dene valene.

Em 14’ê Tîrmehê bibîrtînin. Ev rêhevalên me xwastine di asta herî jor de tekoşînekê mezin bidin me- şandin. Em Xeyriyan û Kemalan pir baş nas dikin. Rêhevalên me yên ku, bi azwariya tekoşînê re xwe ti jî kiri bûn. Ji bo wan, pratîka şoreşgerî jiyan bi xwe bû. Rêheval Xeyrî bi henasê re xebatên rêxistinê, probagandeyê wê jiyan dikir, ji derveyê vê yek rojên wî vale nîn bû û bi vî awayî ke- sayetekî mezin bû. Rêheval Kemal jî, her tiştê xwe xisti bû di bin xîzmeta rêxistinê de, bi her tiştê xwere xeta tekoşîna partiyê jiyan dikir. Cardin ke- sayete wisa bu ku şêwazê jiyana partiyê henase bi henase rêve dibir. Di vê mijarê de pir tişt hate gotin, hêna jî pir tişt mirov dikare bi bêje û yê were gotin. Berxwedêrekî çawa jiyan dike? Ewane di ew zîndana Amedê yê bêaman de ruxmê hemû îşkenca jî di wan zurifan de singê xwe vekirin û li hember wan îşkenceya jiyan kirin.

Ger ku em heya niha jî girêdayî erkên xwene û dest ji berxwedaniya xwe bernadin çavkaniya herî bingehîn jî girêdaniya me ya li hember rêhevalên me yên berxwedêr û tevahî rêhevalên me ye. Heya dawiyê vê, di xwede his kirin û serkeftinê re jiyan kirin pir giringe. Çi dibe bila bibe pêwîste em jiyana rêhevalên xwe yê şehîd yên berxwedêr beriya jiyana xwe bigrin dest.

mirinê mirov bi jiyanke, biryarekê wiha bû. biryardayîn tenê ne bese. biryardayîn şûnde deqqe bi deqqe li ser kar, nefes bi nefes ji bo karê par- tiyê, ji bo ev şer nesekine divê mirov xwe bide ser. Wexta em bahsa van tiştan dikin, ji bo hûn netîceyan jê derxin. Em tenêbûn, tiştek tûnebû, bes tiştên biçûk jî me dikir em pir pêre bûn, em pê bawerbûn. Netîce hûn dizanin li Başûr yek dostê me tu- nebû, niha bi milyonan dost bi me- rene. Malekê em bi mêvandarî qebûl nedikirin, niha hemû mal malên mene. Va bi çi awahî çêbû? Bi biryara me, bi jiyana nû re çêbû. Ki wê li pêşiyê bisekine?

Tişta herê mezin mirov bide we eve. Wê demê tûyê bi bêje ev jîyana raste, serxwebûn û azadî heqîqeta mirovahiyê ye, mirovê bi şerefe. Ev ji bo weye jî û me xwe gihandiyê, me xwe gihande jîyana xwe. Karê par-tiyê, karê serokatiyê heta niha ev bû. Dîsa em bi karê xwe xwe digihîninê, em xwe winda nekin, ne xwe giran dikin, ne pir acele dikin. Di cihî de bi çi awahî divê, em gava wiha çe dikin, usûl çiye em wiha bi serde dimeşin. Di cihê ku tê de mirin tê xwestin, di- mirin; di cihê kû lêxistin tê xwestin, lê dixin, çi tê xwestin, wî dikin, biser- dixin. Vaye usûla PKK’ê, jiyana PKK’ê.

Li ser van rastiyan em ji bo we serkevtinê dixwazin. Ger ku em wiha rast kar bikin, rast xwe bidin li ser şerê xwe cîhan tevahî bibe yek jî, ni- kare me ji serkeftinê dûrxe. Dîsa em her car dibêjin, em ji serkeftinê dûr tu tiştekî qebûl nakin û ji bo me jî mecbûriyete.