Ji jiyanê hez dikim, min çend hezar caran mirin kuşt di awirên azadiyê de. Niha êdî ji mirinê re dibim xewn û di henaseya wê de xwe vedişêrim.
Nirxê jiyana azad girabuhaye, li kêleka wê can pare pare jî bibe têrê nake. Êdî Azadiyê ji nêz ve hîs dikim û di kelecana wê de avjeniyê dikim. Bi hesreta ku di dilê şehîdê min de mabû, her roj xwe dixemilînim da ku bigihêjim azadiyê. Li ser çiyayê bilind rûdinêm, li stêrkên welatê xwe dinêrim ku di her stêrkekî de şehîdek dibînim. Êş û elem neman ku gelê min tehma wê negirt, fîşek neman ku zarokên welatê min bi singa xwe ve pêşwazî nekir. Ma ne bazên vî welatî bûn ku axa pîroz ji dijminê xwe re kir goristanek ji dojehê. Ma çi ji vê axê pîroztir. Ruhê xwe diyarî zarokên esmer dikim. Li zivistana welatê şoreşgeran nenêrin îro, li vî welatî jî wê bihar were. Keç û xortên vî welatê jî wê bi navê şoreşgeran mezin bibin û di Kurdistana zêrîn de cilê azadiyê li xwe bikin.
‘‘Biryarek Ji Dil’’
Özgür Serhildan li Wanê di nava malbatekî welathez û bi çanda xwe ve girêdayî ji dayîk dibe. Di dibistanê de dema pola 8’an dixwîne malbata wî di warê aborî de zehmetiyan dikşîne. Ew jî ji bo ji malbatê re bibe alîkar dest ji dibistanê berdide û dest bi kar dike. Di wî temenê biçûk de fêr dibe ku berpirsyartiyê rabike. Di xebatên cûr bi cûr de kar dike û di ciwantiya xwe de ezmûnên jiyanê bi dest dixe. Di vê pêvajoyê de tevgera APO’yî jî ji nêz ve nas dike û dikeve nava lêgerînan. Piştî demekê êdî biryara xwe dide ku tevlî tevgerê bibe. Özgür di sala 2014’an de tevlî nava tevgera azadiyê dibe.
Evîn Bi Navê We Diherike
Her şoreşgerek bi navê xwe jîn dide tevgera xwe. Ji bo xwedî li wan nava derkevin, her tim di nava hewildanan de ne. Navê wan dişibe herikîna demsalan. Bi hibra evînê vedigerin dema navê we dibihîzin. Ew naşibin yên din. Bi kelecana ku bigihêjin we her roj perçeyek ji canê xwe feda dikin. Yek ji wan egîdan jî Özgür Serhildan, ango Refîk Demîr e. Di nava tevgerê de êdî ezmûnên jiyanê ku bi dest xistibû, bi wate dike û di her warî de dibe xwedî zanist. Di hemû xebatan de pêşengtiyê dike û bê hesab ked dide. Ew taybetmendiyên ku ji serokatî û tevgerê girtîye, ji xwe re dike rêgeza bingehîn ya tekoşînê.
Ji Fermanekê Re Dibin Bersiv
Piştî perwerdeya xwe ya bingehîn li çiya dibîne, derbasî warê qedîm Êzîdxanê dibe. Cîhan tevahî ker û lale li hemberî êşên gelê Kurd. Lê keç û xortên vî welatî her dem canê xwe bexşî gelê xwe dikin û berê xwe bê dudilî didin qada cengê. Ew jî nikare êşa gelê Şengalê hezim bike, ji ber vê jî berê xwe dide qada şer û bi fedakariyên mezin radibe. Şoreşgerên mezin wekî Mam Zekî Şengalî ji xwe re dike mînak û pişt bi pişt wan ve li hemberî çeteyên DAEŞ’ê berxwe dide. Piştî demekî dirêj ku li wir erk û berpirsyartiya xwe bi cih tîne, êdî dizane ku dem dema vegerê ye û dixwaze bêrîkirinên xwe bi bêhna çiya ve bidawî bike. Di sala 2019’an de bi pêşniyara xwe ve dîsa vedigere çiyayên azad.
Ji Bilî We Kî…
Ma derveyî we kî dikare di nav tarîtiyê de bikeve taya evînê. Ma kî dikare jiyanê, bi qasî ku di oxira wê de bimirin hez bike. Ma kî dikare evîna azadiyê bi qasî dirêjahiya asîmanan hez bike û bi xwe re bigerîne. Ma kî dikare ji gulên ku baxên wan bûye zivistan re bibe bihar. Ma kî dikare ji bilbilên ku bi sedan salan stran terikandî re bibe awaz. Tenê hûn dikarin, tenê hûn.
Diçin, Lê Li Virin
Ew diçin, ber bi azadiyê ve diçin. Şad û serfiraz diçin di nav karwanê nemiran. Lê ew li virin. Di her kêliyê de li cem me û di bîra me de ne. Özgür Serhildan piştî demekî li çiyayê Kurdistanê de tekoşîn dike, di sala 2019’an de bi 2 rêhevalên xwe ve digihêje şehadetê. Li sê deverên cûda bi tempoyeke bilind ber bi lûtkeya çiyayan ve dimeşin û evîna herî demdirêj ya nîvço mayî bi canê xwe ve herdemî dikin. Pêlekana bilindahiya Alaya Kurdistanê sê gavên din nêz dikin û li pey xwe ji nifşê berxwedêr re serpêhatiyên canbexşiyê mîras dihêlin. Wan bi tayên porên xwe birînên nedirûtî dirûtin.
