Rêwîtiyek Ji Dergûşa Zêrîn Ber Bi Şîrqîna Şûr’an.
Li vî welatî, şahiyê di himbêza giriyan de dicûn. Mirin aş dibe di êvarên bêhewar de.
Li newalên kûr yên vî welatî de nalîn wenda dibin. Dayîkên vê welatî li gel ewqas zilm û zordariyê di zeviya azadiya welat de şitilên şoreşgerane diçînin. Bav di şevên bêdeng de çîrokên qehremanan di guhên zarokan de dixwînin. Keç û xortên vî welatî bi hizra azadiyê mezin dibin û xewna şoreşê di xewa xwe de dihewînin. Şoreşger vî welatî li çiyayan kirasê azadiyê li xwe dikin, Bi çek û rextan xwe dixemilînin û ji bo dozê dadikevin meydana cengê.
‘’Lûtkeya Jiyana Wî’’
li gundê aşmê ya girêdayê kobanê zarokek ji dayîk dibe, Canfeda Welat Ango Abdullah Hemo di nava malbateke welatparêz de mezin dibe û êdî rêwîtiya ji lorînan ber bi cengê ve destpê dike. Dema ciwane, xûşka wî tevlî şoreşa rojava dibe. Êdî bi tevlîbûyîna xûşka wî Nûpelda ve lêgerîn û meraqa Canfeda jî mezin dibe. Piştî demekê ku li hember çeteyên DAEŞ’ ê tekoşîn dike, di sala 2017’ an de berê xwe dide çiyayên azad. Li jor çiyayan de bi awirên ji dil li xweşikiya welatê xwe meyze dike û henaseya xwe ya serbilindiyê bi eşqa Apogeriyê ve nû dike.
Soza Dozê
Perwerdeya xwe ya bingehîn li Qada Gare dibîne û ezmûnên girîng ên dîrokî bi dest dixe. Canfeda xwedî kesayetekî dilnizm û bi erka xwe ve girêdayî ye. Di dilê rêhevalên xwe de bi sekna xwe ve ciheke giranbuha bi dest dixe. Di her erk û berpirsyariyê de li pêşe û fedakarî rêgeza wî ya jiyanê ye. Ji bo xwedî şehîdên doza azadiyê derkeve, pir hewl dide û hemû xebatên li pêşiya xwe ser dixe. Her ku êşa gelê wî tê bîra wî soz dide xwe . Soz dide keleha berxwedanê kobanê, Soz dide dayîkên Kurdistanê, soz dide serokê xwe ku vê dozê ji xewnan derxîne û heqîqî bike.
Xeyalên Qelişî
Ew azadiyê diqîre, di gewriya wî de çalakiyekî mezin olan dide. Çalakiya wî ya mezin jiyana wî ya bi rêgeze. Di qêrîna xwe de girêka jiyanê vedike û bi destê xwe çarenûsa zarokên gelê xwe dinivîse. Zarokên ku mezinbûyîna xwe di xewnên berbangê de wenda kirine. Zarokên ku birînên xwe bi xwe pêçandin. Zarokên ku xeyalên wan wekî kefa destê wan ji êşa bê nasnemeyî qelişiye. Bi pênûsa ku ximava wê ji xwînê ye çarenûsa azadiya mirovahiyê dinivîse. Bi hêza ku ji Serokê xwe girtî, kêliyek biçûk jî xwe ji jiyana Rêxistinê qut nake.
Xatir Xwastin Destpêkeke
Canfeda Welat salên dirêj li herema Gare xebat dimeşîne û berpirsyartî radike. Wekî Fermandarek ciwan di gelek xebatan de pêşengtiyê dike. Di 13’ ê Tebaxa sala 2021’ an di encama êrîşên hewayî ya dagirkeran ve bi rêhevalê xwe Çiyager Qehreman ve digihêje şehadetê. Ew bi dilê xwe, dilnizmiya axa pîroz ya çiyayê kurdistanê miz dide, serê xwe datîne ser pêsîra welat û jiyana xwe ebedî dike.
Ruh Jî Fir Dide
Her şehîdekî welat wekî gulekî ebediye ku, ne li benda baranê ne jî li benda çandinê ne. Ew bi destê rêhevalên xwe tê çandin û bi hêsirên çavên dayîkan tên avdan. Ruhê wan her kêlî li asîmanê Kurdistanê de fir dide û silavan ji şopdarên xwe re rêdikin. Şopdarên ku bi eşqa Derwêşan bi rêketine.
