Kesên dil ji pola yên çiyayî bi hêvî û armanca xwe yên mezin ber bi ronahiyê meşiyan, ber bi azadî û jiyanaeke bi rûmet ve herikîn.
Wateya jiyanê rast fam kirin û berê xwe dan perestgehên pîroz, berê xwe dan wargehên xwedewenda îştar. Ji hêza xwe bawer kirin û ji bo ku xwe ji nû ve nas bikin lêgerînên wan pêşketin û ber bi qada çiya ve gav bi gav meşiyan. Keça kurd ya esîl Ekîn Dilda perçeyek ji vê lêgerînê bû ku ber bi wan xeyal û meraqa xwe ve kete rê.
Ekîn Dilda bi navê xwe yê rast Zelîha Mahçop ji navëya Qereyazî ya girêdayî Erziromê ji dayîk dibe. Di nava malbeteke kurdwarî û welatparêz de mezin dibe, ji ber ku malbeta Ekîn xwedî nirxê xwe yê manawî û birdozî derdikeve, di malbetê de gelek tevlîbûnên nava tevgera azadiyê hene û ji wan yên di şerê azadiyê de şehîdbûne jî hene. Ev tevlîbûn û şehadet li ser kesayeta Ekîn riheke mezin yê girêdayî çanda Kurdbûnê dide avakirin. Her li ser bîranînê wan lehengan mezin dibe. Kêliyên herî xweş di zaroktiya xwe de jiyan dike û pêra jî hêdî hêdî xwe ava dike. Ji ber vê Ekîn, dema ku têdigihîje giraniyeke wê heye û bi zaniste.
Ekîn bala xwe dide wê sîstema ku her roj kurdan bi koçberiyê re ru bi ru dihêle, bala xwe dide wan dibistanên ku mejiyên zarokan pûç dikin. Bala xwe dide lorîka wan dayîkan. Dema ku vana hemûyan dibîne û rastiya Tevgera APOYÎ nas dike, ew riya xwe bi xwe diyar dike. Ew dixwaze li ser şopa şehîdên malbetê bimeşe. Ji bo vê jî soza berdewamiya riya wan dide û bi dildarî berê xwe dide şivereyên çiya.
Ekîn Dilda navê xwe bi berdewamiya rêhevalên şehîd hildide, di nava tevgera APOYÎ de navê şehîdan girtina ser xwe, erkeke giran û pîroze. Li ser wê esasî Ekîn dema ku gava xwe ya ewîl diavêje ser wan şivereyan ji bo bîranîna wan şehîdan her zindî bimîne navê xwe dike Ekîn Dilda.
Bi eşqa çiya jiyankirin hêviyeke mezin dide ava kirin, ev hêvî heta ber lat û zinarên asê û bedew berdewam dike. Xwestek çiqas mezin be, armanc jî li gorî wê tê mezin kirin. Gerîla Ekîn ji ber ku di nava malbetê de xwedî hebûn û nasnemaya xwe ye, ew dema derbasî qadên çiya dibe jî bi meraqe. Destpêkê perwerda xwe ya şervanê nû dibîne û di nava vê perwerdê de jiyana çiya û zehmetiyên wê hîn baştir nas dike.
Ekîn gavên xwe ya destpêkê li qada Zapê diavêje, bi wê şervantiya xwe ya nû di nava rêhevalên xwe de ya herî bi tevgere. Bi heskirineke mezin nêzî jiyanê dibe û xwe di her warî de pêş dixe. Ekîn dema ku li wan çiyayan dinêre bi wê re rihê welatheziyê hîn xurtir dibe.
Ekîn bi vê perwerdê xwe têr nabîne. Ji ber ku ew di ferqa pêvajoyê ye û dixwaze xwe di warê pisportiya çekan de jî pêşbixe. Li ser wê esasî dewreyeke suiqastê dibîne û hewildanên wê ji bo fêrbûna hemû cekan jî pêş dikeve. Ew him di warê leşkerî him jî di warê birdozî de dibe xwedî kesayeteke bi hêz ku bikaribe di nava piratîkê de kar û xebatan bide meşandin.
Jina esîl Ekîn, bi dilnizmiya xwe xwedî pîvan û rêgezên jiyanê ye. Ew fedekar û kedkarê doze ye. Heta dawî girêdayî û xwedî hebûna xwe ye. Ji erkên rêxistinê re her tim amade ye, ji bo ku di şerê li çeperên pêş de cîh bigre xwe pêş dixe. Ew dibe xwedî wê hêzê ku berpirsyartiya şoreşê hildide ser milê xwe, erk digre û pêşengtiya jiyanê dike. Ji bo Ekîn berî her tiştî pêwîste mirov di jiyanê de ked bide û bibe pêşengeke rast ya jiyanê. Ji ber wê jî ew dibe şopdara soza xwe û hewil dide bi tecrûbeyên ku girtiye bibe alikariya rêhevalên xwe jî bike. Kêm dipeyive lê pir kar dike. Her çiqas pêvajo zehmet dibe jî, Ekîn yek rojê ji rihê xwe yê berpirsyar dûr nakeve. Ew di nava çiya de fêrî bawerî û hêza xwe naskirinê dibe, di nava piratîka çiya a zehmet de baweriya xwe bi xwe û rêhevalên xwe tîne. Li ser wê esasî piratîk kirin wê hîn xurtir dike. Ji ber wê Ekîn ji piratîkan tu caran qût nabe, her tim di qadên pêş de bi şeklekî çalak û dilwêrek tevlî şer û jiyanê dibe.
Ekîn Dilda piştî perwerdeyeke biranş û tecrubeyên ku qezenc kiriye, vê carê berê xwe dide qadên piratikê. Ji bo Ekîn qadên piratîk qadên hêza xwe dîtin û baweriya cewherî qezenc kirine ye, ser wê esasî û bi wê daxweza xwe derbasî qada Xakurkê dibe.
Di pêvajoya ku şer û pevçûn li Heremên Parastina Medeyayê girane, Ekîn bi soza tolhildanê derbasî wan qadan dibe. Çawa ku qada Xakûrkê meskenê Bêrîtan û Egîdan e, ji bo Ekîn jî li ser şopa wan meşandin û xwedî li dîrokê derketin erka wê ya herî esasî ye. Hemû milîtanên tevgera azadiyê ji bo xwedî li doza şehîdan derbikevin û li pêy şopa wan bimeşin soza tolhildanê dane.
Gerîla Ekîn di nava vê rêwitiyê de heta ku digihêje ser lûtkeyê çiyayên Xakûrkê bi hênaseya xwe gav bi gav di nava wê erndnîgariya reng û reng de dimeşe. Ekîn di nava qadê de bi fedekarî û samîmiyeta xwe di nava xebatên tunelan de roleke aktîf dilîze. Li hember dijiminê ku hewil dide astengan ava bike, bi hêza xwe ya cewherî dibe xwedî alternatîf û di wan tunelan de bênavber kar û xebatan dide meşandin.
Ji bo li hember Dijmin amadekariyeke mezin pêşbixin bi hevalên xwe re şev û Roj dixebitin. Ekîn bi vê sekna xwe ve keda xwe dixe xizmeta şoreşê. Bi rêhevalên xwe re li ser her erkê ye, bi baweriya ku qezenc dikere ji rêhevalên xwe re jî dibe alîkar.
Ekîn weke jineke ji xwe bawer berpirsyartiya wê hîne giran dibe, ser wê esasî li kîjan deverê pêwîstî hebe Ekîn li wire, kar û xebatên xwe bi dildariyeke mezin dimeşîne.
Ekîn di nava pêngava Bazên Zgrosê ku gelek pêşnegên mezin di nava vê pêngavê debûn, dibe xwedî hêza çalakiyê. Li qada Xakurkê bû yek ji wan pêşengên ku di nava her sengerê de valatî ji dijmin re nehêle. Ji ber wê jî Ekîn di nava erazîyêde jî tedbîrên hîn xurtir digre. Ji ber ku ew her dem nobedarê wan çiyayane.
Ekîn bi berxwedaniya di nava tunelên şer de dihat raber kirin pir bandor dibe, ew her çiqas ne di nav debe jî her bi wî rihî jiyan dike. Li gel her hevalê xweyî di nava tunelan de şer dikin û destanan dinivisînin jiyan dike. Bi rihê hevpar yê mîlîtanên Rêber Apo temsîl dike ve dibe xwedî wê kesayetê ku li kur dibe bila bibe ewê bi rihê berxwedana tunelan jiyan bike û bê teredud xebatên xwe bi pêşde bibe.
Ekîn heta hênaseya xwe ya dawî di nava her kar û xebatê weke jineke bi bawer, pêşengtî kir û tevlîbûneke bi îda da meşandin. Dijminê dagirker li hember berxwedanî û çalakvaniya gerîla astangiyeke mezin jiyan dikir, ji ber wê tenê bi teknîka xwe li ser wan çiyayan dema ku bombebaran dikir dilê xwe rehet dikir. Lê nezanî ku gerîlayên dilwêrek bi wê rêbazê jî ji hêza xwe tu tiştekî wenda nakin. Ji ber ku baweriya wan bi hêza wan a cewherî û bi ramanên Rêber APO hebû.
Di dîroka 6’ ê Cotmeha 2024’ an de Ekîn bi rêhevala xwe Mîtra Manî re di encama êrîşeke hawayî ya dagirkeriyê de dighîje şehadetê. Ew bi hemû hêza xwe li kêleka hevalên xwe jiyan dike, şer dike û dibe pêşenga nemir. Bi zehmetî û xweşiyê jiyanê re xwe ava dike û hêz dide derdora xwe. Ew di tekoşîna xwe de heta kêliya dawî jî li ser biryar û soza ku daye şehîdan disekine û şer dike. Ew bi sekna xwe xweşîk dîbe û nave xwe li diroka gelê Kurd dinivisîne.
