Civakên azadîxwaz, ji bo parastina hebûn û nasnameya xwe têkoşiya ye.
Di heman demê de ji bo bikaribin jiyaneke bi rûmet û siberojeke azad ji nifşên pêşerojê re avabikin, herdem bê navber li hemberî pergalên desthilatdar liberxwe dane, şerkirine û di oxira bi destxistina jiyana azad û bi rûmet de bedelên giran biha dane. Ew civakên berxwedêr li hemberî polîtîkayên îmha, înkar û pişaftinê ku ji milê desthilatdaran ve dihat meşandin, bi yekîtî û biratiya gelan bawer kirine û têgihîştine ku encax bi yekîtî û hevgirtina gelan ve wê bikaribin azadiya xwe misoger bikin û jiyaneke bi rûmet jiyan bikin.
Ev têgîhîştin bi derketina Rêber APO û fikir û felsefeya wî ya azadiyê gihîştiye lûtkeyê. Fikir û ramanên Rêber APO ku hemû gel û netewan di hundirê xwe de dihewîne, bûye çavkaniya têkoşînê û afirandina jiyana azad ji hemû civakan re. Bi hezaran keç û xortên ji netewên cuda bi fikir û felsefeya Rêber APO bawer kirine û di oxira azadiya gelan de, heya kêliya dawî a jiyana xwe, bi fedayine şer û têkoşîn dane meşandin.
ciwanê hêja û bi rûmet yê gelê ereb Mûnzûr ESAF yek ji wan lehengane ku bi biratî û yekîtiya gelên Rojhilata Navîn bawerkirîye û bêteredûd li ser fikir û ramanên Rêber APO tevlî tekoşîna azadiyê bûye. Ji bo bidestxistina azadiya gelên Rojhilata Navîn heya henaseya xwe ya dawî bi lehengî şer kiriye.
''Bi Zanebûnek Mezin Heqîqeta Civaka Xwe Di Nava Tevgera Azadiyê De Dibîne.''
Munzur ewladê malbatek hêja ya gelê ereb e. Ew bi eslê xwe ji bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ye, lê ew, li paytexta Sûriyê, li Şamê ji dayîk dibe. Ew ji zarokatiya xwe de li ser çand û exlaqên kevnar û esîl ya civaka ereb teşe digre û mezin dibe. Piştî ku ew demekê di dibistanên rêjîma BAAS'ê de xwendina xwe dike, dikeve ferqa zihniyet û polîtîkayên îmha û înkarê ku rêjîm li ser tevahî pêkhateyên Sûriyê dide meşandin û di nava wan de perçebûnê dide avakirin. Ji ber wê jî ew van polîtîkayan napejirîne û ji bo destekdayîna malbatê a di milê aborî de, ew dev ji xwendinê berdide û dest bi kar dike. Her wiha piştra ji bo kar derbasî Lubnan’ ê dibe.
Şoreşa azadiyê ya ku li Rojavayê Kurdistanê bipêş diket, li her derê deng vedida û bandora xwe li hemû kesayetên azadîxwaz dikir. Munzur jî wek ciwanekî hêja yê gelê ereb ji şoreşê bandor dibe û bi riya Kurdên Lubnanê dest bi lêkolîn û lêgerîna dike da ku ji nêz ve şoreşê nasbike. Piştî ku ew ferq dike ku şoreş li ser bingeha fikir û felsefa Rêber APO pêk tê û azadiya hemû pêkhateyan esas digire, şoreş zêdetir bala wî dikşîne. Ew lêgerîn û hewldanên xwe mezin dike, da ku bikaribe cihê xwe di nava şoreşê de bigire.
Piştî ji nêz ve dişopîne û bêhtir nasdike, ew dikeve ferqê ku edî dem hatiye ku lêhûrbûnên xwe bixe piratîkê. Bi taybet di sala 2019'an de, bi destpêkirina êrîşên Dewleta Tirk û çeteyên pêve girêdayî ya li ser Rojavayê Kurdistanê, ew biryar dide vegere welat û wek ciwanekî ereb erk û berpisyartiyên xwe yên dîrokî pêk bîne. Li ser wê esasê, berê xwe dide welat û wekî şervanekî wêrek cihê xwe di nava çeperên berxwedanê de digre.
''Ew Dibe Şopdarê Ezîzan Û Berê Xwe Dide Çiyayên Azad''
Munzur, piştî demekê wekî şervanekî wêrek li hemberî êrîşên dijmin berxwe dide. Ew zêdetir bi îdolojiya azadiyê ya ku Rêber APO pêşkêşî hemû gelankiriye bawer dike û bi riya rêhevalên xwe hewldide xwe bi îdolojiya azadiyê re bike yek. Piştî ku ew gelek tecrubeyan bidest dixe, di heman demê de ji bo bikaribe xeyalên xwe pêk bîne û bibe şopdarê Ezîzan û Rojbînan, ew biryara beşdarbûna nava refên Gerîla dide û berê xwe dide çiyayên azad ên Kurdistanê û nav li xwe dike ŞÎRAZ NEMIR.
Bi coş û kelecanekî mezin Gerîla şîraz jiyana nû hembêz dike û pêra dibe yek. Ew di her kêliyê de hewl dide xwe di terz û şêwazên gerîlatiyê de kûr bike û hîna di demek kurt de bibe Gerîlayekî pispor û bi hêz. Ji bo xwe hîn zêdetir di warê birdozî û leşkerî de kur bike tevlî perwerdê dibe. Ew di perwerdê de bi xwestekek mezin tevlîbûnê dide çêkirin, di milê zihnî de di kesayeta xwe de guhertin û veguhertinên bingehîn dide avakirin û bi riya nîqaşan xwe di fikir û felsefeya Rêber APO de kûr dike. Ew baweriya xwe a bi paradîgmaya Netewa Demoqratîk digihîne asta herî jor.
Gerlîa şêraz piştî bi dawîkirina perwerdê êdî dibe Gerîlayekî şereza ku ji hemû erk û wezîfeyên şoreşgerî re amede ye. Li gorî wê jî ew bi awayekî çalak berê xwe dide qadên piratîkê. Bi zêdebûna êrîşên li ser Heremên Parastina Medyayê, gerîla Şîraz ji bo bikaribe cihê xwe di nava çeperên berxwedanê de bigire, daxwaz û îsrarek zêde ji fermandariya xwe re dide nîşandan. Ji bo wê jî gelek ked dide. Ji ber kesayeta wî ya xwedî sekneke bi hêz, pêşniyara wî ji milê fermandariyê ve tê erê kirin, li gorî wê jî ew berê xwe dide qadên lê şer girane û cihê xwe di nava sengerên berxwedanê de digire.
Ew bi angaşta serkeftinê li kêleka rêhevalên xwe tevlî berxwedanê dibe û li hember êrîşên hovane destanên lehengiyê dide nivisandin. Gerîla Şîraz bi baweriyek mezin, bi terz û şêwaza gerîlatiya nûjen ji gelek çalakiyan re pêşnengtî dike û derbên giran li dijmin dide. Ew bi rihê tolhildanê beşdarî her çalakiyekê dibe û bi her lêdaneke li ser dijmin re girêdan û dilsoziya xwe ya bi rêhevalên şehîd re dide raber kirin.
''Bi Fedaiyane Heya Henaseya Xwe A Dawî Ji Bo Biratiya Gelan Şer dike''
Gerîla Şêraz bi sekna xwe û kesayeta xwe ya dirust û ji dil di nava rêhevalên xwe de tê hezkirin û dibe mînaka ciwanên gelê Ereb yê ku ji bo serkeftina yekîtî û biratiya gelên rojhilata navîn, bi fedaiyana û bê teredûd şer û têkoşînê dide meşandin. Gerîla Şîraz piştî têkoşînek demdirêj a di çiyayên azad de li hemberî dagirkeran hate meşandin, ew di 4' ê îlona 2024'an de di encamê êrîşeke dijmin de digihêje asta şehadetê.
Gerîla Şîraz di tevahî kêliyên jiyana xwe ya şoreşgerî de ji bo azadiya gelên herêmê şer kir û têkoşîn da meşandin. Gerîla Şîraz bi fedaitî riya şehîdan şopand û bû yek ji sembolên biratî û hevgirtina gelên Rojhilata Navîn ku ti carî wê neyê jibîr kirin.
