HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

RÊWÎTIYA MIN BERDEWAM E

Xerzan warê jin û xortên leheng e, warê Şehîd Dilgêş, Şehîd Pelîn, Şehîd Roza, Şehîd Argeş, Şehîd Ararat, Şehîd Avaşîn, Şehîd Hêlîn û Şehîd Dersîm e.

Lewma Xerzan warê min e ku ez jî bûm perçeyek ji jiyana van lehengên sozdar. Xerzan cihê ku ez tevlî bûm, min gerîlatiya xwe ya yekemin lê jiyan kiriye. Ez bi bêhnfirehî dikarim bibêjim ku Xerzan ji bo min bû her tişt. Bi wê awayê ez bêhnfireh dikarim bibêjim ku Xerzan min re bû heval, bû rêheval û pir caran jî bû dayîk.  Ez çiqas bimeşim ango ez çiqas gav bi gav ji Xerzanê dûr bikevim jî, dîsa dilê min ê her li wir, li gel wan Şehîdan be.  Carna kûr û dûr difikirim û ew rojên ku li pey min mane yekûyek dînim ber çavê xwe. Pir caran ji xwe re dibêjim; min çawa gav bi gav çiyayên Bakûrê Kurdistanê, çiyayên Xerzanê li pey xwe hişt û ez meşiyam. Pir caran ji xwe re dibêjim xwezî ez vê gavê li Xerzanê bama.  Her ku ez şehadetên hevalên Şehîd ên Xerzanê ku min ew roja xwe ya yekem de naskir, dibihîsim, dilê min dilerize û ez dibêjim xwezî ez gel we bama û min kariba di kêliyê de tola we rakira. Bi vê hesretê û bi vê hêrsê berê min her li Xerzanê ye ku ez werim Xerzanê. 

Her çiqas paşerojê difikirim û dûr diçim, dilê min diçe û di koma Dersîmê de kon vedide û nikare di wê komê de derbikeve.  Hezar caran dibêjim xwezî ez vê gavê jî bi wê komê re vegeriyama Xerzanê. Dema ku ez li Xerzanê bi koma Dersîmê re derketim rêya Başûr, tecrûbeyên min, ên gerîlatiyê zêde tine bûn.  Min di wê komê de şahidiya zor û zehmetiyê, şahidiya hevaltiya giranbuha kir.  Vê gavê dibe ku ez li Heftanînê bim. Dibe ku ez bi rêya rojan dûrê wan kêliya bim. Dibe ku ez bi salan dûrê wan kêliyan bim.  Lê ger ku derfetê min heba û ez rojên vegeriyama rojên paş, teqez ez ê biçûma wê komê û minê rojên bi wê komê re nûde tije, tije jiyan bikira.  Her ku ez wan rojan difikirim dibêjim; heval Feraşîn, heval Amara, heval Sema, heval Ronahî, heval Fîdan, hûn li kur in ku çavê min her li we digere. Gelo min kariba vê hesret û heskirina di dilê xwe de we re parvebikira ê çawa biba? Pir caran û pir şevan min dilê xwe bi hêrsa tolhildanê û bi hêrsa Serkeftinê dagirt û wisa xwe tevlî jiyanê kir. Ez bi vê hesret û hêrsa di dile xwe ve, soza şopandina rêya we didim û dibêjim Serkeftin, a Jinên têkoşer û azad e. 

 

JIYANA MIN BI AZADIYA TE WATE LI XWE BAR DIKE DAYÊ

Dizanim, çavên te her li benda min e dayê.  Dizanim tu her roj bi daxwaza dîtina min li dîmenan dimeyzînî. Dixwazim ji bo te di rojnivîsa xwe de çend peyvan bikim hevok û heskirina xwe bo te bikim dîrok.  Dayê, dayikamin a dildarê azadiyê.  Ger tu bixwazî min bibînî, biçe Xerzanê, vê gavê li wir bi sedan keçên te govenda azadiyê digirin û kêlî bi kêlî ji bo azadiyê têkoşîn dikin. Ger tu biçî, ne gengaze ku tu min nebînî. Ger tu bixwazî Stêraya xwe bibînî, li hemû jinên berxwedêr binêre û wan bi dil û can hembêz bike.  Dibe ku navê keça te  biguhere. Dibe ku reng û bejna keça te biguhere, lê di hemû terman de ew fikra jiyana azad a keça te Stêra jiyan dike heye.  Dayê, ji ber ku ti ferqa min û hevalê min nîne, ango dibêjim  hevalê min hemû keçên te û lawên te ne. 

Caran zarokatiya min tê bîra min.  Ew gotinên te yên bi wate û dibûn nexşerê di guhên xwe de dibîhîsim.  Te her ji min re digot; kijan rêya rast be, bikeve wê rêyê û ti car ji wê rêyê dernekeve. Ew gotinên te, yên ku wek guhar di guhê min de ne, ji bo min bûn nexşerêya jiyanê.  Ew gotinên te yên; ‘rast bin, dirust bin û kesî nexin zehmetiyan’, ji bo min bûn bingeh û bo wê jî min di tevlîbûyina xwe ya jiyanê de zehmetî nekişand û neda kişandin.

Dayê, min soz daye ku ez rojekî bi welatek azad û jiyanek azad vegerim ba te. Heya wê rojê ne gengaze ku ez vegerim. Pir hevalên min ên bi nirx çêbûn û şehîd ketin. Min soz daye wan şehida ku ez tola wan rabikim û xeyalê wan bicîh bînim. Min soz daye ku ez tovê jiyana azad li her derê bidim jiyandin û berhemê wê bo te bikim diyarî.  Lewma ez her roj têkoşîna azadiyê didim û lewma her roj xwe bi rext û çek, bi zanist û felsefa Rêber APO amade dikim.  Dayê ez her roj xwe mêze dikim û dibînim ku ez çiqas mezin bûme.  Lê vê tiştê jî dizanim, ez çiqas bi temen mezin bibim jî, disa di çavên te de her zarokek piçûk im. Dema ez gel te bûm, pir şermok, pir nazdar û pir tirsok bûm.  Lê vêga keça te bi vîna APOYÎ dagirtiye. Ji ber wê jî keça te ne şermok, ne bi tirs û ne jî nazdar e.  Dema ez van hevokan bo te dînim gel hev, hîn bêhtir kelecana dilê min a azadiyê xurtir û geştir dibe. Ew baweriya min a azadiyê hîn bêhtir xurt dibe û dibe sedem ku ez xurtir şerê xwe bimeşînim.  Ez bi van hevokên dawî ,  dîsa heskirina xwe ji bo te didim diyar kirin û di rojên azad û xweş de, ez ê bi welat û jiyanek azad  carek din berê xwe bidim Xerzanê û bi hembêz kirinek bêdawî , bi bêhna azadiyê te hembêz bikim. 

 

JIN WATEYA JIYANA AZAD E

Jin bingeha jiyana azad e. Her wuha jin azwerî û ronahiya mirovahiyê ye.  Wekî jin hatina cîhanê û taybet jî wekî jin di van çiyan de têkoşînkirin ji bo min bû dergeha xwenasiyê. Her çiqas hewl bidim hestê xwe yê hember jiyan û têkoşînê di jina çiyan de bînim ziman, dizanim dîsa jî wê kêm bimîne. Ji ber wê jî çend hevok bin jî, dixwazim vê hestê di rojnivîsa xwe de, bi germahiya dilê xwe binivîsim.  Beriya ku ez Rêbertî û fikrê Rêbertî binasim, min tenê wek peyv dizanibî ku ez jinek im. Lê vê gavê bi herikîna salan û naskirina Rêber APO ve ez digihîjim rastiya xwe û zanistiya jinbûyinê. Rêber APO bi têkoşînek giranbuha, rastiya me jinan derxist holê.  Îro em bi milyonan jin bi fikr û ramanê Rêber APO xwe rêxistin dikin û têkoşîna azadiya jina azad didin meşandin. Rêber APO dibêje; ew mirovê ku bi hîsiyat û wate hatiye afirandin, mirovê herî bihêz e. Ez jî dixwazim xwe bi wate û bi hîsiyatek bêhempa biafirînim û bibim layiqê Rêbertiya xwe.  Ger ez vê tiştê pêk bînim, ez ê wê deme karibim bibim militanek ku hertim serkeftinê tacîdar dike.  

Vê gavê her çiqas em wekî qad ango bi fîzîkî ji Rêbertiya xwe dûr bibin jî, dîsa ji bo têkoşîna me ne asteng e. Ew dijminê ku dixwast me û Rêbertiya me ji hev qut bike, negihişt armanca xwe û vê tiştê hîn bêtir meşa me ya gel Rêbertî xurtir kir. Ez wekî mîlîtanek Rêber APO û wekî Gerîlayek PKK û PAJK ‘ê vê sozê didim.  Heya Rêber APO azad nebe ev têkoşîna min wê neqede. Heya ku em Rêber APO bi fîzîkî azad nekin ev jinên çiyayi wê bê rawestandin, vê têkoşînê wê bidin meşandin.   Ez bi kelecan û bi bîryardariya vê dozê, we hemûya bi giyana rêhevaltiyek jêneveger hembêz dikim.