Axên kevnar ên Serhedê her tim bi yekîtiya jiyanê nirx dane hebûna xwe û nasnameya xwe nîşan dane.
Wek hemû malbatên ku girêdana xwe bi nasname û çanda Kurdî re kûr kirine, malbata Aytış jî di jiyandina nirxên welatparêziyê de roleke mezin lîstiye.
Serdem Pîr, ku navê wî yê rast Adem Aytış e, li taxa Taşlıçay (Panî) ya navçeya Erdiş a Wanê di malbateke welatparêz û bi hişmendiya Kurdîtî de ji dayik dibe. Di şertên ku hebûna Kurdî dihat astengkirin, kevneşopiyên çandî ji aliyê exlaqî û siyasî ve dihatin sînorkirin û dixwestin di hişê gel de welat wek erdnîgariyeke nejiyanbar were nîşandan, gelê Panî bi tevlîbûna PKK'yê fêm kir ku deriyê jiyana azad ji rastiya berxwedanê re vedibe û berxwedan qebûl kir.
Şêniyên gundê Panî, ku welatparêzî lê bi hêz dihat jiyîn, tevî zextên giran beşdarî xebatên şoreşgerî bûn. Wan zanîbû ku siberojeke azad bê bedel nayê qezenc kirin; bi hemû bedelên dayî ve girêdan û bi parastina nirxên xwe wan nemir kirin.
Bi Riha Serdem Li Dîrokê Dinêre û Ji Nû Ve Tê Dinê
Şehadeta Serdem Pîr-Îkram Kara, ku ji heman gundî û xizmê wî bû, di sala 2011'an de li çiyayên Kurdistanê bandoreke kûr li Adem kir û roj bi roj ew bi sondên tolê dorpêç kir. Di sala 2014'an de, ku welatparêzî gihîşt lûtkeyê û berxwedanên mezin rû dan, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û li Tendûrekê tevlî refên gerîla bû. Ji ber girêdana bi bîranîna şehîd Serdem, navê wî li xwe kir û bû Serdem Pîr.
Jiyana û tevlîbûna bi riha Serdem, mîna ku di bedeneke din de zindî bûbe, di Adem de cisim dibe.
Serdem li Çiyayên Tendûrekê gerîla ji nêz ve nas dike, xeyalên xwe pêk tîne û coşa jiyanê heta hestiyên xwe hîs dike. Zîrekiya wî ya pratîk her tim wî gavekê pêş dixe û dihêle bi gavên ewle ber bi siberojê ve bimeşe. Li gorî armancên xwe her kêlî xwe dipirse û fedakariya ku ji nû ve afirandina xwe û yekbûna bi xeta fedaiyan dixwaze di hebûna xwe de dijîne.
Bi Kenê Xwe Dibe Îfadeya Sadetiyê
Piştî demekê li Tendûrekê, Serdem Pîr ji bo di rêya fedaiyên xwe de pêş bikeve berê xwe dide Herêmên Parastina Medyayê. Zêdetirî sê salan perwerdeya îdeolojîk û leşkerî dibîne û guhertinên eşkere di xwe de çêdike. Bi kesayeta xwe ya dilnizm û sade dibe çavkaniya moralê ya rêhevalan. Bi çalakî û hevaltiya germ, li her derê rengê xwe dide jiyanê û dibe sembola hevaltiya bi riha Serdem.
Ken û tebessûma wî sadetî û rengê jiyanê nîşan didan. Serdem Pîr her tim erdnîgariya ku lê ji dayik bû, rastiya gelê xwe û hebûna xwe analîz dikir û li tevlîbûna rast digeriya. Kenê wî aliyê wî yê dilovan derdixist holê û dibû îfadeya tevlîbûneke coştir.
Dibe Xwediyê Jiyan û Kedeke Fedakar
Serdem Pîr di dema li Xakûrkê de bi awayekî çalak beşdarî pêngavan dibe. Di her çalakiyê de şer û tolhildana bi rihê fedaiyan ji xwe re dike rêgez û ber bi dijmin ve dimeşe. Di pîroziya ked û fedakariyê de li ser rêya milîtanbûnê tiliyê xwe dixe ser maşeyê.
Serdem Pîr ku bi kedê re bû yek û jiyana fedakar ji xwe re kir rêgez, bi fedakariyên xwe yên di tevahiya jiyanê de nemir bû.
Di çalakiya xwe ya dawî de li Girê Lêlîkanê heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer kir û gihîşt şehadetê.
Jiyîna bi rastiya şehîdan û xwedîderketina bîranîna wan bi jiyaneke rast pêkan e. Jiyîna bi şehîdên ku rastî, dilpakî, girêdan û jiyana azad temsîl dikin, tê wateya her kêlî têkoşîn û tacdarkirina wê bi serkeftinê.
