Xweparastin ew e ku hebûnên zindî bikaribin bi hêza xwe her cure gef an êrişa ku li wan tê kirin vala derxin û ji holê rakin, û hişyarî û şiyana vê yekê nîşan bidin.
Ji bo her zindiyî tenê riya hebûnê ye. Têkoşîna hebûnê ye ji bo ewlehiya xwe peyda bike û xwe azad bike. Ji bo cureyê mirov û civakê hişyarî ye. Hişyariya parastina xwe, xwe muhafezekirinê, xwe ava kirinê û domandina hebûna xwe ye. Wekî xetek jiyanê, rêxistinbûna wê û hişyariya wê ya exlaqî-polîtîk jî dikare bê şîrovekirin.
Xweparastin tenê ji parastina xwe li hember êrişên ku şîdet dihewînin pêk nayê. Parastina xwe li hember êrişên îdeolojîk, çandî û bawerî cewhera xweparastinê pêk tîne.
Mirovê zana xweparastin wekî “karê herî bingehîn ê hişyarî, rêxistinbûn û çalakiyê” pênase kir. Ew hişyariya bûna xwe û şiyana parastina xwe ye. Herwiha Sokrates jî dema hînkirina “xwe nas bike” pêşkêş dike, balê dikişîne ser pêdiviya xweparastinê. An jî em dikarin bibêjin ku wî gavê “xwe nas bike” daniye bingeha xweparastinê. Dema em li ser riya bûna endamên neteweya demokratîk pêş dikevin, ya herî rast ew e ku em xweparastinê wekî prensîbeke nayê terkkirin bibînin.
Heke em hişyariya xweparastinê di hin aliyên wê de hîn zêdetir şênber bikin, em dikarin bibînin ku xweparastin di mekanîzmaya ku gerdûna me xwe ava dike û hebûna xwe berdewam dike de roleke sereke dilîze. Em qala gerdûneke zindî dikin. Gerdûna me şêwazeke hereketê ya bêrawestan dixebite heye. Galaksiya me xwedî rengîniyeke bi her cure ye. Di nav vê rengîniyê de ahengek heye. Tê gotin ku galaksiya me di şêweya baskên spiral de tevdigere. Ew bi lez û ahengek ku pir ji têgihiştin û ya ku em têdigihîjin bilindtir e di hereketê de ye. Dibe ku li hember gefeke ku ji valahiya dem û fezayê were di pozîsyona parastina xwe de be. Dema galaksiya me wekî xezîneyeke ku li benda keşfkirinê ye li ber destê me ye, em dikarin mekanîzmayên parastinê yên zindiyên di gerdûna me de vekolînin.
Tenê wekî refleksê xwezayî yê bandor-berbandorê ku zindî ji bo parastina hebûna xwe nîşan didin, nêrîna li xweparastinê bi tena serê xwe têrê nake. Digel van taybetmendiyên bingehîn, dê baş be ku em li pêvajoya pêşketina cureyê mirov jî di vê çarçoveyê de binêrin.
Taybetmendiyên herî bingehîn ên ku cureyê mirov ji hebûnên din vediqetînin dikarin wiha bên rêzkirin: raman, axaftin, sêwirandin, çêkirina amûran, civakîbûn, afirandina wateyê û hwd. Pêşketina van taybetmendiyên mirov encama pêvajoyeke dirêj a evolutionê ye ku bi mîlyonan salan domiya. Divê em civakîbûnê wekî mekanîzmayeke girîng a xweparastinê ya di hundirê cureyê mirov de bihesibînin. Civakîbûn ku hebûna bi hev re ya bi hişyarî îfade dike, ji bo domandina hebûna cureyê mirov wateyeke neçar e. Civakîbûn di bersivdana her cure êriş û dijwariyên jiyanê de afirandina herî bingehîn a mirov bûye.
Civakîbûn şertê hebûna cureyê mirov e
Mirovê zana di pêvajoya pêşketina mirovahiyê de “civakîbûnê şertê hebûna cureyê mirov” dinirxîne. Pêşketina pergala dewletparêz û desthilatdar têgihiştina şîdet û zorê bi xwe re serdest kir. Bi derbasbûna ber bi civaka çînî ve, îstîsmara mirov ji zayenda xwe re, îstîsmara xwezayê, heywanan û hemû nirxên mirovî şert kir. Ji bilî şerê parastinê yê mecbûrî ji bo kes an civakan, em nikarin tu cure şerî rewa bibînin. Şerên ku bi zihniyeta dewlet-desthilatê tên meşandin her dem felaket, xerabî û wêranî anîne ser civakê. Serlêdana zorê (şer) tenê dema ku ji bo parastina hebûn, azadî û rûmeta xwe tu rêya din nemîne wate dike. Di vê wateyê de em dikarin bibêjin ku di cewhera şerên gel ên şoreşger ên ji dîrokê heta roja me hatine û tên meşandin de xweparastin heye.
Di şertên îro de xweparastin kevirê pîvanê yê avakirina hebûna xwe ye. Ne gengaz xuya dike ku kes, civak, kom, pergal an zindiyek bêyî mekanîzmaya xweparastinê hebûna xwe bidomîne. Ji ber vê yekê girîng e ku di her qad û kêliya jiyanê de têkoşîna çalak a azadbûnê bê dayîn û di berdewamiya hişyariya azadiyê de têkoşîna parastina wê bi aliyên avahî û wateyî bê domandin.
