Avakirina neteweya demokratîk, wek çareseriyek li hemberî fikra dewleta netewe, tê wateya ku civak xwedî li eslê xwe derkeve û bi awayê herî sade, civakbûnê ji nû ve û bi awayekî zindî ava bike.
Rêber Apo dema dixwest cihêkî ji bo gelê Kurd li ser sehneya dîrokê çêbike, di rastiyê de dixwest civakbûna di kokan de ji nû ve û bi awayekî bihêztir bide jiyankirin. Modela mirov a ku pergalê bi yekrengkirinê û bi xistinê nav lîberalîzmê ava kiriye, civakê bênefes dihêle û kor dike. Tiştên herî bingehîn jî, ku divê li ser bingeha civakbûnê û hevjiyana bi hev re bêne jiyankirin, bi destê dewleta netewe tên tarîkirin û winda kirin. Ji ber vê yekê, fikra neteweya demokratîk dibe pergalek ku civak dikare di rastiya xwe ya xwezayî de, li ser bingeha hevjiyanê bi hemû civakan re bijî. Ev di rastiyê de eslê mirovbûnê pêk tîne. Wekî Rêber Apo jî diyar dike, dewleta netewe desthilatdar e, lê neteweya demokratîk li ser hevkariyê, piştgiriyê û xwe-îdarekirina civakan ava dibe. Ev yekbûn di heman demê de dibe hevîra civaka exlaqî û polîtîk. Nasnameya neteweya demokratîk xizmeta avahiyek exlaqî ya hevpar, prensîbên hevpar, aqilê polîtîk ê hevpar û berjewendiyên civakî yên hevpar dike. Ew, li ser nasnameyên nijad, netewe û baweriyê re, parvekirinê û hevkariyê pêş dixe.
Rêber Apo di manîfestoyê de li ser vê mijarê wiha dibêje:
“Dewleta netewe rêxistinek desthilatê ye, lê neteweya demokratîk rêxistinek rêveberiya civakî ye. Dewleta netewe li ser endezyariya afirandina civakek yekreng û homojen ava dibe, lê neteweya demokratîk li ser xwezaya civakek pirnasname, pirçand û heterojen ava dibe. Dewleta netewe nasnameyan dike amûra desthilatê, wan dixe nav şer û pevçûnan û wan dide ku hevdu bikujin; lê neteweya demokratîk li ser têkiliyên demokratîk û hevkariya nasname û çandên cuda ava dibe. Ew nasnameyan ji amûrbûna desthilatê derdixe.”
Rêber Apo diyar dike ku têgeha neteweya demokratîk têgehek e ku derfetê dide azadiyê. Ji vê diyarkirinê derdikeve ku em dikarin bibêjin: di têgeha neteweya demokratîk de hemû civak, kom û cihêtî dikarin raman, fikr, daxwaz, pîvanên red û qebûla xwe bi azadî bînin ziman. Yanî dikarin wan bikin hevpar.
Ji vê derketinê, Rêber di manîfestoyê de van nirxandinan dike:
“Perspektîfa çareseriyê ya Modernîteya Demokratîk, Neteweya Demokratîk e. Me têgeha neteweya demokratîk jî bi xwe spartina li diyalektîka xweza û ramanê derxist holê. Ev têgeh têgehek e ku derfetê dide azadiyê. Cihêtî dikarin xwe bi azadî bînin ziman. Li hember têgehên nexweş û pirsgirêkdar ên wek laîkbûn di dîn de, neteweperestî û pirsgirêka neteweyî, teoriya û têgeha neteweya demokratîk xwedî naverokek e ku dikare çareseriyek nû pêş bixe. Ev têgeh hem min û hem jî hemû derdorên eleqedar gihandiye vê pêvajoya çareseriyê ya îro. Ev gelek girîng e. Tişta ku navê wê tê danîn nakokiya bingehîn, ev e.”
“Hemû dewletên netewe, netewebûna serdema modern in. Lê bi zor, tundî û desthilatê. Yanî ev netewe bi destê dewletê tên avakirin. Gava desthilat tê nav neteweyê, ew dibe dewleta netewe. Lê gava demokrasî tê nav wê, ew dibe neteweya demokratîk. Ma neteweya demokratîk dikare hebe? Bê guman dikare hebe. Hemû civak dikare di nav wê de be. Modernîteya demokratîk di nav demdaşiyê de ava bûye. Ji vê demdaşiyê hem neteweyek kapitalîst û hem jî neteweyek demokratîk tê der. Mînak, Swîsre nêzî neteweya demokratîk e, lê Alman ji serî heta binî dewleta netewe ne. Yanî van tiştan jî dereceyên xwe hene. Li gorî min, Skotland neteweyek demokratîk e. Lê Îngilistan dewletek netewe ye; hem dewleta netewe heye hem jî neteweya demokratîk. Ev dê ji bo me jî jiyanî be.”
“Neteweya demokratîk dê bi qasî girîng ‘komûna komûnan’ bê pênasekirin. Ji neteweya demokratîk re dikare neteweya sosyalîst jî bê gotin, tu astengî tê de tune ye. Ew ku gel dibe civaka neteweyî, ew ku netewe dibe sosyalîst, dikare wek neteweya demokratîk jî bê îfadekirin.”
“Em berê digotin ‘eşîretî xirab e’. Digotin ‘em wê zû ji holê rakin’. Lê ew çandek bi hezaran salan e. Aliyên wê yên erênî jî hene. Divê ew bê demokratîzekirin û demdaşkirin. Têgeha neteweya demokratîk jî bi van re têkildar e. Ev têgeh xwedî kûrahî û firehiyek e ku dikare hemû van etnîsîteyan, tarîqetan, mezheban û heta dînan jî bigire nav xwe.”
“Kurdistan erdnîgariya ku hem Yahûdîtî û hem Xirîstiyantî lê ji dayik bûne ye. Ew cih e ku Îslam lê serkeftiye. Di şûna înkarkirina van de, divê di nav demokrasî û aştiyê de rê li ber wan bê vekirin ku xwe bînin ziman û bibin yek. Gava ev yekbûn çêbû, enerjiyek mezin a neteweya demokratîk derdikeve holê.”
“Hêza mezin a neteweya demokratîk ji vir tê. Di nav wê de her cure mezheb û dîn hene. Bi awayekî konfederal dijîn. Ew tiştê ku em jê re dibêjin Konfederalîzma Demokratîk, ev e.”
“Ger hişmendiya modernîteya demokratîk neteweya demokratîk be, bedenbûna wê armancên wê yên siyasî ne. Em dikarin jê re bibêjin komûna komûnan, komûnalîte, yekîtiya komûnan, civaka komûnan. Divê ev bi têgeha dewletê re neyê tevlihevkirin. Komûn hewcedariyeke bingehîn a civakê ne, xwe-rêveber in. Komûn şaneya kok a neteweya demokratîk e.”
“Modernîteya demokratîk li hember dewleta netewe modela neteweya demokratîk pêş dixe. Ji ber ku dewleta netewe bi rastiyên dîrokî û civakî yên Rojhilata Navîn re di nakokiyê de ye, ev rewş zeminê pêşxistina neteweya demokratîk amade dike. Neteweya demokratîk modela rêxistinkirina civakî ye ku li cihêtiyan vekirî û nerm e. Hişmendiya neteweya demokratîk, ku hişmendiya neteweperest, dînperest, pozîtîvîst û zayendperest a dewleta netewe red dike, modela jiyandina civakê bi hemû cihêtiyên wê re ye; ew hemûpar e. Li ser vê bingehê, hemû cure îdeolojiyên yekrengker û homojenker red dike. Li erdnîgariyek pirçandî û pirnasname wek Rojhilata Navîn, tu vebijêrka çareseriyê ya din tune ye û nikare hebe.”
Di ronahiya hemû van nirxandinên ku Rêber Apo kiriye de, çareseriya yekane ya pirsgirêkên civakî yên herî bingehîn ên roja me, di avakirina fikra neteweya demokratîk de ye. Ji bo rizgarkirina aqilê civakî yê ku kapitalîzm û îdeolojiya wê, ango lîberalîzm, her ku diçe zêdetir wî kor, bêhest û hişk dike, ji desthilata komek an qatek taybet, destpêkirina avakirina neteweya demokratîk ji bo her takekesê civakê erkeke herî bingehîn e. Ev ne utopya ye. Berevajî vê, ev mezintirîn fikra ku dikare pêk were ye.
